KOMARA DEMOKRATÎK ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK

Abdullah Ocalan

ekleyen Komînal

Komarparêzî jî, demokratîkbûn jî, edalet jî civakî ye. Hin kes tenê ji bo xwe heq, hiqûq, edalet bixwazin, wê demê bi heqîqeta van têgînan re ti eleqeya wan nîn e. Ji aliyê din ve pirsgirêka Kurd jî, pirsgirêka Elewî jî, pirsgirêka mafê jinan jî, pirsgirêkên Tirkiyeyê ne. Kurdan, Elewiyan, jinan van pirsgirêkan dernexiste holê; pergala dewletê derxiste holê û ji ber van pirsgirêkan hemû civaka Tirkiyeyê bi neyînî bandor dibe. Demokrasiya Tirkiyeyê, hiqûq, ekonomî, siyaset, dîplomasî, aştiya navxweyî, her tiştî wê bi neyînî bandor dibe. Ji ber vê yekê çalakiyên ku ji bo çareseriya van pirsgirêkan pêşdikevin jî siberoja hemû Tirkiyeyê eleqeder dike.

DESTPÊK

Ji ber ku krîz û qeyran li ser ewlehiya jiyanê dibin gef, lêgerînên exlaqî-polîtîk ên civakî jî di demên wiha de zêde dibin. Di rewşên wiha de mirov zêdetir difikirin û mecbûr in ji rewşa heyî xwe derxînin. Mirov heya pêşiya xwe nebîne, ji çareseriya heyî bawer neke, li hemberî nediyarî û tarîtiyê wisa bi hêsanî li ber xwe nade. Ji ber vê sedemê, di dîroka mirovahiyê de dema em temaşeyî derketinên mezin ên exlaqî-polîtîk bikin, em ê bi rehetî bibînin ku beriya pêşketinên wiha di qada civakî û fikrî de qeyran û hilweşandin hene. Bêguman rewşên wiha yên bi krîz jiyana civakî diwestînin; zehmet in. Lê krîz û qeyran, ji derketinên mezin ên civakî re jî dibin zemîneke esasî.

Dema zeman di nebzê civakî de lê dide, em ji vê re dibêjin dîrok. Rîtm û herikîneke dîrokê heye. Ev rîtm di hin serdeman de bilind dibe û leztir diherike. Yên bikarin vê herîkîna dirokê, meyl û dinamîkên li pişt vê rast bibînin, li gorî vê xwe plan bikin, dikarin ji hêza vê herikinê feyde bigirin. Helbet yên li pêşiya vê herikînê disekinin jî dikevin ber pêlên avê, li ber cihên nediyar ve diçin ku qet naxwazin. Di vê xalê de divê ev mijar jî bê dîtin; Yên herikîna heyî dibînin, fêm dikin û li gorî wê rotaya xwe diyar dikin nakevin ber pêlên avê, yên li dijî herikînê bi dijwarî disekinin vî tiştî dijîn.

Yên wiha wekî ku li ber xwe didin xuya bikin jî, di encamê de ji hêla rastiya ku li dijî disekinin ve têne têkbirin. Ev hêz û leza ku em di wateya dîrokî-civakî de tînin ziman, ji ew kesê ku pê re dimeşe re dibe hêz. Yê li dijî disekine jî belav û parçe dike.

Helbet divê dem û zeman rast bê xwendin. Lê ev têr nake. Divê hem rast bixwînî hem jî ji hêla fikrî ve afrîneriya pêwîst, nermbûna polîtîk jî nîşan bidî. Ev pir girîng û diyarker e. Divê asoya me ya polîtîk di asta herî jor de berfireh û kûr bibe. Li vir dema em dibêjin “berfirehbûn”, mebesta me asoya sosyolojîk e, gotina “kûrbûn” jî bi zanebûna dîrokê ve girêdayî ye. Ev nêzîkatî, bi xwe re zîhniyeteke bihêz ku dikare zemîna dîrokî-civakî bixwîne derdixîne holê. Em dizanin ku nermbûna polîtîk, xwediyê vê hêza zîhnî û pratîk e, çalakiya îradeyên bilind ên jixwe bawer dikarin wiha tevbigerin.

Ev nêzî 50 sal in ekonomî-polîtîka cîhanê, di nava qeyraneke pergalî de ye. Belavbûna Yekîtiya Sovyetan vê qeyranê çareser nekir, berevajî zêdetir derxiste pêş. Piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetan di demeke kurt de Şerê Kendavê pêşket. Ji vî şerî heya roja me ya îro li Rojhilata Navîn gav bi gav pêvajoyeke jinûve dîzyanê tê meşandin. Bêguman ev dizayn ji herêmê re aştî û aramiyê nayne; zêdetir dirûxîne û qeyranê kûrtir dike.

Tirkiye jî 50 sal in di nava şerekî navxweyî de ye û ev rewş her xwe dubare dike. Ne dikare pirsgirêkên xwe çareser bike, ne jî dikare van pirsgirêkan bi zext û zordarî ji holê rake. Niha êdî dora dîzaynkirina Tirkiyeyê hatiye.

Di dîzaynkirina herêmê de Kurd, ji bo hêzên kûrewî cihêkî girîng digirin. Hêzên kûrewî çawa sed sal beriya niha di navbera çar welatan de Kurdan parçe kir û bi vî awayî Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê ji kontrolkirinê re vekirî hiştin, îro jî dixwazin li ser Kurdan re van welatan dîzayn bikin. Ev hêz, wekî berê tevnagerin, vê carê mafê Kurdan nas dikin; lê berameberê vê, ji Kurdan dostanî û hevalbendî dixwazin. Bi kurtî li pêşiya Kurdan hem firsendên mezin hem jî rîskên mezin hene.

Ji bo ku bikarin ji vê qeyranê derkevin, argûmanên wekî “Entegrasyona Demokratîk”, “Komara Demokratîk”, “Civaka Demokratîk” têne pêşxistin.

Li vir mijara herî girîng ku divê rast bê fêmkirin ev e: Ev argûman, tenê ji bo aliyêkî nîn in, hemû pêkhateyên civakî di nava xwe de dihewînin. Bi gotinekê din, tenê Kurdan, tenê Tirkan eleqeder nake, an jî tenê girêdayî pêşketinên kûrewî-herêmî, şert û mercên heyî şekil nagirin. Bi hemûyan ve girêdayî ye. Li vir armanc ji bo Kurdan, Tirkan, ji bo Komara Tirkiyeyê û gelên herêmê riya çareseriyê pêşxistin e. Ev berhema vê lêgerînê ye. Ev xwestek û daxwaza aliyêkî nîn e, xwestek û daxwaza berjewendiya hevpar e.

 

Çima entegrasyona demokratîk?

Çavdêrên ku dunyayê ji nêz ve dişopînin, du tiştên esasî dibînin: Ya yekemîn; li dunyayê ji hêla ekonomîk ve ti car evqas bê edaletî pêşneketibû; girêdayî siyaseta kûrewîbûnê ferqa di navbera feqir û dewlemend de gihiştiye asta herî bilind. Êdî li her derê dinyayê ji ber birçîbûnê zarok û mirov zêdetir dimirin. Bi kurtî, ev mêtîngeriya ku niha tê pêşxistin, serdema mêtîngeriya klasîk jî di navê de ti wextê nehatiye jiyîn. Ya duyemîn jî şer e. Îro ji Asyayê bigire heya Efrîqayê, ji Efrîqayê bigire heya Emerîkaya Latînî hema bêje li hemû deverên dunyayê şer heye.

Baş e, sedema vê şer û pevçûnê çi ye? Tu dibêjî îhtîmaleke mezin, sedem kedxwariya ekonomîk, îstîsmarkirina ked e. An jî wekî têkoşînên çînî xuya dike ku dibin pêşengtiya karker û kedkaran de tê pêşxistin. Lê di rastî de ev şer, sedî not ji ber nasname û çand pêşdikevin. Baş binêrin; herêmên ku lê şer têne meşandin herêmên herî hejar ên cîhanê ne, ji hêla ekonomîk ve herî zêde ev erdîngarî têne talankirin; lê sedemên şer, ji talana ekonomîk zêdetir, nasname ye. Divê ev mijar, hem di çarçoveya perspektîfa çînî de bê destgirtin, hem li ser bingehê perspektîfa stratejiyên desthilat bê destgirtin, hem jî li ser esasê perspektîfa azadiya civakî bê destgirtin.

Nasname hêmaneke civakî ye. Her tim hebû û wê her tim hebe jî. Lê dema mirov baş binêre, wê bibîne ku pirsgirêkên girêdayî nasname jî(etnîk, çandî, bawerî, zayendî, ekonomîk hwd.) ber bi dawiya sedsala 20’emîn ve bi awayekî lez kete rojevê.

Piştî ku ceribandinên reel-sosyalîst hilweşiyan şûnde çîrokên derew ên wekî “Dunya di bin ala lîberalîzmê de gihişt azadiyê” hatin çêkirin. Heya gotin ev dawiya dîrokê ye. Halbûkî çend sal şûnde krîz û qeyranên ekonomîk rûdan. Lê pirsgirêkên derketin holê, tenê pirgsirêkên ekonomîk nebûn.

Piştî hilweşandina sosyalîzma pêkhatî, gelek pirsgirêkên ku ji ber hevsengiya şerê sar derneketibûn pêş bi awayekî lez xwe didin der. Bêguman di nava van pirsgirêkan de, pirsgirêka herî bibandor nasname bû. Êdî ji bîrdoziyên rizgarîxwaz nedihat bawerkirin. Ji ber vê nasname; bi taybetî nasnameyên etnîkî, çandî, nasnameyên girêdayî baweriyê bilez derketin pêş. Ji ber ku êdî di dawiya sedsala 20’emîn de hem soz û gotinên sosyalîstan ên wekî wekhevî, azadî û civaka komînîst bê encam mabûn, hem jî soz û gotinên lîberalan ên wekî wekhevî, azadî, xwuşk û biratiyê bê encam mabûn. Piştî rewşekê wiha nasnameyên ku li pişt perde veşartî dihatin girtin, êdî ji hêla psîkolojîk û polîtîk ve wekî stargeh, temînat dihatin dîtin.

Pergala neo-lîberal a kûrewî jî di ferqa vê de bû. Li gorî vê pêşketinê pergala neo-lîberal 1990’an de di çarçoveya kûrewîbûnê de bi awayekî zêde propagandaya demokrasiya xwecihî kir. Bêguman, wekî her tim dixwestin, ew meyla civakî ya derketiye holê di bin kontrol de bigirin ku bikarin vê meylê birêve bibin.

Niha, di roja me ya îro de li gelek deverên dunyayê girêdayî nasname pevçûnên dijwar hene, dîsa pirsgirêkên ku bi xwe re şer an jî pevçûn derxînin holê hene. Qada Rojhilata Navîn, qada herî nêzîkî me ye. Em temaşeyê vê qadê bikin; Li Tirkiye, Iraq, Îran û Suriyeyê pirsgirêk û pevçûnên nasname ti car xilas nebûne. Cih bi cih şerê germ sekinî be jî, qada Rojhilata Navîn, ji ber pirsgirêkên heyî, her tim ji şer û aloziyan re vekiriye.

Ji bo çareserî jî; jixwe pergala netew-dewleta kapîtalîst bi siyasetên înşa, nasnameya tekparêz  bi karaktera xwe ya şerxwaz pirsgirêk û qeyrana nasnameyê kûrtir dike.

Di asta giştî de ceribandinên reel-sosyalîst, xwediyê siyaseteke azadîxwaz bûne. Yekîtiya Sovyetan, Yugoslavya û ceribandinên sosyalîst ên din wekî “komara gelan” li ser bingehê federasyon xwe birêxistinkirine. Lê modela tê pratîzekirin, di cewher de modela netew-dewlet e. Ev model, ji nasnameyan re qada desthilatbûnê vedike, bi vî awayî nasname ji hev cuda hatine girtin. Ji ber vê, dema Yekitiya Sovyetan û Yugoslavya belav dibin, her nasname rêxistinbûna xwe ya federatîf wekî netew-dewlet saz kiriye, bi vî awayî sosyalîzm hatiye berdan.

Ti kes nikare pirsgirêkên nasnameyê, bi navê sosyalîzm, demokrasî an jî têkoşîna azadiya civakî ya sedsala 21’emîn ji nedîtî ve bê. Ji ber ku di roja me ya îro de kapasîteya çalakî û motîvasyona polîtîk a nasnameyê, ji tevgerên kedê gelek zêdetir û bihêztir e.

Di rewşa heyî de, divê pirsgirêk û kedxwariya kedê êdî bi awayekî teng tenê wekî pirsgirêka çînî neyê destgirtin. Ev nêzîkatî divê bê derbaskirin. Ji ber ku ked jî, karker jî, pergala hilberînê jî bi awayekî lez guherî û ev guhertin hê berdawam e. Jixwe teknolojiyê di qada hilberînê de keda ku xwe dispêre zindiyan gelek sînordar kiriye. Niha êdî karkerên robot hene û her diçe hejmara wan zêdetir dibe.

Nasname, diyarde(olgu) û bûyereke civakî ye. Di vê mijarê de kêm mayîna Teoriya Marksîst pirsgirêkek e. Di serî de Ekola Frankfurt, hewldanên wan ên derbaskirina vê kêmasiyê pêş ketin. Ev hewildanên binirx bûn; lê sîstemek dernekete holê.

Ji ber ku pirsgirêka nasname, wekî hêmaneke sereke di navenda têkoşîna me de cihê xwe digirt, ev mijar, beriya têgîna entegrasyona demokratîk di rojeva me de bû û me li ser bingehê perspektîfên sosyalîst ji bo çareseriyê kar kir. Em wekî rêbertiya tevgereke sosyalîst, hê ji destpêkê ve di ferqa vê pirsgirêk de bûn. Ji ber wê sedemê lêgerînên me yên çareseriyê jî bi dehan sal beriya niha destpêkiriye û di nava têkoşînê de şekil girtiye.

Hem ji ber polîtîkayên netew-dewletê yên girêdayî nasname, hem jî ji ber ku bi navê sosyalîzmê modeleke guncav û civakparêz nehate avakirin, me wekî gel bi salan heya şaneyên xwe êş kêşand. Netewa demokratîk, ji van êş û sanciyan derkete holê. Ji ber ku ev model, ji pêwîstî û lêgerînên girîng ên civakî derketiye holê, xwedan heqîqetek e.

Li dunyayê pirsgirêka nasname, êdî gihiştiye asta penceşêrê. Tam jî di demekê wiha de mirov, dikare teoriya netewa demokratîk, wekî dermanek jî bibîne. Ev teorî, civakparêz û sosyalîst e, ji ber vê yekê gerdûnî ye. Ev model, dikare hilweşandinên ku netewperestiya dewleta kapîtalîst û versiyonên wî yên reel-sosyalîst afirandine ji holê rake.

Wekî cewher netewa demokratîk, dixwaze li ser bingehê wekhevî-azadî jiyaneke hevpar pêş bixe. Ji ber vê naxwaze nasname, ji bo desthilat û têkoşîna wî bibin amûr û qada pevçûnê. Dema mirov pirsgirêkê bi meyzandina felsefî ya sosyalîst û bi argûmana sosyalîst a demokratîk digire dest, netewa demokratîk, wekî modeleke çareseriyê ya herî guncav derdikeve pêş.

Entegrasyona demokratîk, hilberîna vê fikir û nêzîkatiyê ye. Mirov dikare vê wekî bedenbûna netewa demokratîk jî bifikire.

Komara demokratîk, bi rêxistinbûna dewletê pêşiya entegrasyona demokratîk vedike. Bi modela entegrasyona demokratîk şêwaza rêxistinbûna dewletê diguhere, bûrokrasî jî di vê çarçoveyê de diguhere. Ji ber ku bi demokratîkbûna dewletê re qadên rêveberiya giştî ji civakê re zêdetir vedibin. Ev jî guhertin û veguhertinên bingehîn pêwîst dike.

Em ji ber vê têkiliyê têgînên entegrasyona demokratîk û komara demokratîk bihevre dest digirin. Ev têkilî girîng e, ji ber ku entegrasyona demokratîk tenê bi herêm an jî bi nasnameyekê re sînordar nîn e, hem di navbera dewlet û civakê de, hem jî di navbera nasnameyên civakî de înşayeke nû û demokratîk pêş dixe, ava dike. Di vê çarçoveyê de divê mirov entegrasyona demokratîk tenê wekî têkiliyên Kurd û Tirk negire dest. Ev şaş e. Li Tirkiyeyê astên xwe cuda bin jî gelek derdorên civakî pirsgirêkên nasnameyê dijîn.

Bêguman di înşaya komara demokratîk û entegrasyona demokratîk de yek ji wan mijarên krîtîk jî, karaktera dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Li cihêkî ger makezagonên derbeyê hê jî di meriyetê de bibin mirov nikare li wê welatê qala demokrasî û komara gel bike.

Pêwîst e mirov mîrate û kodên dîrokî, çandî, polîtîk ku vê dewletê li ser şekil girtiye bi awayekî rast û objektîf tehlîl bike.

Em ê wekî destpêk di çarçoveya têginî(kavramsal) de li ser mijarê bisekinin. Ji ber ku naveroka têgînan di kîjan wateyê de hatine bikaranîn divê bêne zelalkirin. Pêwîstî bi tiştêkî wiha heye. Dibe ku herkes ji komara demokratîk heman tiştî fêm neke.

Em ê bi sernava komara demokratîk dewam bikin. Komara demokratîk, qada giştî ya entegrasyona demokratîk, gerdûna wê ava dike.

Em ê mijara entegrasyona demokratîk li ser vê bingehê bigirin dest. Destpêkê em ê qala pîvanên gerdûnî bikin, piştre em ê di çarçoveya entegrasyonîsta demokratîk de qala çareseriya pirsgirêka Kurd bikin.

Komara demokratîk, entegrasyona demokratîk projeyên giştî ne. Ev ji bo tevahî civaka Tirkiyeyê, dewletê, her wisa ji bo siberoja Tirkiyeyê projeya jinûve avakirinê ye.

Niha li Tirkiyeyê hema bêje herkes qala demokratîkkirina dewletê dike. Di nava siyasetê de ji çepgiran bigire heya rastgiran herkes heman tiştî dibêje û dixwaze. Heya meylên bi vî rengî di nava partiyên desthilat de jî ne kêm in. Di vê mijarê de li Tirkiyeyê di asteke jor de nêzîkatiyeke hevpar heye.

Lê dema qadên bi pirsgirêk ên wekî pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewî, pirsgirêkên ku jin dijîn têne rojevê, li ortê tenê yek-du alî dimîne, yên din li ortê xuya nakin.

Halbûkî komarparêzî jî, demokratîkbûn jî, edalet jî civakî ye. Hin kes tenê ji bo xwe heq, hiqûq, edalet bixwazin, wê demê bi heqîqeta van têgînan re ti eleqeya wan nîn e. Ji aliyê din ve pirsgirêka Kurd jî, pirsgirêka Elewî jî, pirsgirêka mafê jinan jî, pirsgirêkên Tirkiyeyê ne. Kurdan, Elewiyan, jinan van pirsgirêkan dernexiste holê; pergala dewletê derxiste holê û ji ber van pirsgirêkan hemû civaka Tirkiyeyê bi neyînî bandor dibe. Demokrasiya Tirkiyeyê, hiqûq, ekonomî, siyaset, dîplomasî, aştiya navxweyî, her tiştî wê bi neyînî bandor dibe. Ji ber vê yekê çalakiyên ku ji bo çareseriya van pirsgirêkan pêşdikevin jî siberoja hemû Tirkiyeyê eleqeder dike.

Ji aliyê din ve di serdemên wiha dîrokî de konjonkûra kûrewî û herêmî bi xwe re rîskên cidî tînin. Ji ber vê kêm jî bibe ger kesek ji welat û civakê hez bike, pê ve girêdayî be, nabe ji berpirsyartî bireve. Ji bo ku mirov bikare ji pêvajoyên wiha hesas bi serkeftî derkeve divê hemû beşên civakî bi hev re tevbigerin. Ev nebe, nabe. Tirkiye, divê bibe welatê hemû hemwelatiyan. Ji bo vê divê beriya her tiştî siberoja welat, bi tifaqa civakî ya herî berfireh û saxlem bê înşakirin. Ji ber vê sedemê divê herkes bi awayekî çalak tevlî vê pêvajoyê bibe. Tevlîbûneke wiha pir girîng û jiyanî ye.

Herkes xwediyê heman fikrê nebe, an jî nêrînên cuda yên îdeolojîk hebin, herkes xwediyê heman nasname, an jî baweriyê nebe, ev ji bo welat nabin rîsk, berevajî dibin çavkaniya dewlemendiyê. Xeterî ji hebûna cudahiyan nayê, ji înkara wan tê.

Ji bo dewlemendiya me ya ku ji cihêrengiyan tê, divê qadeke giştî-hevpar(kamusal alan) înşa bikin ku bikarin van dewlemendiyan bihevre, li ser esasê bihêzkirina hevûdû bidin jiyîn. Di vê çarçoveyê de divê dewletê jî, ji rastî û pêwîstiyên civakî re vekin, hîs û hesasiyetek pêşbixin. Pêwîstiya esasî ev e.

Di vê mijarê de Komara demokratîk, modela entegrasyona demokratîk ji xwe bawer e û potansiyela wê ya serkeftinê gelek bilind e.

BEŞA YEKEMÎN
ÇARÇOVEYA TÊGÎNÎ

 

Têgîn nebin em nikarin bifikirin, ev tiştêkî vekiriye. Lê divê bizanin ku têgîn rastiyê îfade nakin, ew sembol in. Dîsa divê ji bîr nekin ku têkiliya di navbera têgîn û rastî de jî sabît namîne.

Di roja me ya îro de wekî nexweşî em bi têgînan temaşeyî diyardeyê(olgu) dikin. Em ji vê pirsgirêkê re dikarin bêjin binav dike û vê navê tîne dixe şûna rastiyê.

Têgîn, ji cîhaneke fikrî derdikevin holê, wêne û îmaja wê nêzîkatiyê nîşan didin. Ji ber vê divê her têgîn di çarçoveya xwe de bê fikirîn. Ancax bi nêzîkatiyekê wiha di navbera têgîn û rastiyê de têkilî bihêz dibe. Dema meyzandina têgînî, ji bingeh an jî çarçoveya paradîgmayî bêpar bimîne, nikare xwe ji eklektîzmê rizgar bike.

Girêdayî şixûlandina zêde bi demê re wateya gelek têgînan tê guhertin û şîlokirin. Bi taybetî têgînên ku di qada siyasetê de ji bo berjewendiyên polîtîk têne bikaranîn, leztir wateya xwe winda dikin. Bo nimûne, desthilatên herî faşîst, totalîter jî xwe hem wekî demokrasî hem wekî komar pênase dikin. Yek rejîmeke otorîter-totalîter jî xwe antî demokratîk nabîne, hemû dibêjin em demokratîk in.

Em di ferqa vê rastiyê de ne. Ji ber vê girîngî didin têgînan. Li gel vê, demek dirêj e em bêhtir li ser naverok û cewhera kar lêhûrbûn dikin. Piştî ku derbarê pêşniyarên me de naverok derdikeve holê em wana binav dikin. Em hewl didin têgînê nexin pêşiya naverokê.

Îdraq(algı) û feraseta ku tenê li ser têgînan difikire û zêde giraniyê dide têgînan dibe ku ji hêla bidestxistina cewhera vê fikrê ve zehmetiyê bikêşe. Ramanê ji jiyanê qutkirin an jî elimandina fikrê razber (soyut), berhema paradîgmaya fikrê modernîst e. Asoya felsefî, tesewirên siberojê yên têgînî û ji gelek aliyan ve fikrê razber pêwîst û heyatî ye. Lê pratîk polîtîka, têkoşîna veguhertina polîtîk divê ji nava jiyanê biaxive û bang li jiyanê bike. Aqlê di nav pratîka sosyalîst de şekil girtiye, dizane ku fikrekî di nava jiyanê de nebe, ji jiyanê çavkaniya xwe negire û dubare venegere jiyanê, wê hêz û potansiyela wê ya guhertin-veguhertinê pir lawaz bimîne.

Em vê destpêkê, ji ber vê girîng dibînin; di serî de cîhana sosyalîst ku em jî di navê de ne û dostên me divê bikarin di vê çarçoveyê de nêzîkî termînolojiya me bibin. Bi vî awayî wê hem tevkariyên wan ên muhtemel hem jî rexneyên wan bêhtir feydeya xwe çêbe.

Em telafûzekê pêş dixin û pêwîstiya vê telafûzê hem bi alîkariyê hem jî bi rexneyê heye; Ji ber ku ev telafûz nû ye û taze çêdibe. Zindî ye. Ji aliyê din ve fêmkirinên kêm û şaş hene. Em, ji van nirxandinan fêm dikin ku li vir di asteke jor de berpirsyartiya me jî heye.

Mesela dema me got “entegrasyona demokratîk”, rexne û nirxandinên cuda cuda pêş ketin. Ev normal e. Lê em vê têgînê di wateya yekbûna fikrên civakparêz, sosyalîzma demokratîk de bikar tînin. Bi îfadeyeke din, divê entegrasyona demokratîk, wekî formeke birêxistinbûna sosyalîst bê bikaranîn.

Di vê mijarê de tiştekî din jî heye ku divê neyê jibîrkirin. Di hişê civakî de her tim fêmkirin û îdraqa(algı) têgînan wekî xwe namînin. Ji tiştên hatine jiyîn bandor dibin. Sosyalîzm jî yek ji van têgînan e û têgîna herî girîng e. Sosyalîzm di dawiya sedsala 19’mîn û çaryeka destpêkê ya sedsala 20’emîn de, bi taybetî di îdraqa derdorên civakî yên bindest de bîrdoziyeke rizgariyê bû. Hêvî û heyecan çêdikir, girseyan dixist hereketê. Yê gel dixist hereketê zanebûna ekonomî-polîtîka sosyalîzmê nebû. Yê gel dixist hereketê, dixist heyecanê, bicoş dikir îdealên azadî, wekheviyê bûn. Ev sosyalîzma ku em qalê dikin, ne ew sosyalîzm e ku di sedsala 20’emîn de hatiye tecrûbekirin. Dunyaya îro vê rastiyê dît. Jin û ciwanan dît, kedkaran dît, gelan dît. Mesela li ti deverê dunyayê ekonomiya sosyalîst, kedkaran nekir subjeya(özne) ekonomiyê. Temam, bi destê dewletê li ser bingehê wekheviyê xizmetên civakî hatin dayîn, polîtîka hatin pêşxistin. Lê di encamê de burokrasiyeke pir mezin derket holê. Bi vî awayî çîneke nû derkete holê û vê “çînê” aboriyê “bi navê” karker-kedkaran meşand. Di encamê de rejîmên wiha bi giştî, beriya ku sedsala 20’emîn biqede tasfiyebûn.

Di encamê de sosyalîzma ku di dawiya sedsala 19’mîn û destpêka sedsala 20’emîn de pêşket, ji sosyalîzma roja me ya îro cuda hate destgirtin û fêmkirin. Ji ber vê di navbera van de ferq û cudahiyên cidî çêbûn. Têgîna “sosyalîzmê” êdî di bin barê ezmûnên Yekîtiya Sovyetan de ye, êdî barê ezmûna Çînê, Kamboçya û yên din hildigire.

Ji ber van sedeman dema mirov ji pêwîstiyên ekonomîk-polîtîk re fikrên ku bibin bersiv pêş dixe, bitêgîn dike, pêwîst e baldar tevbigere. Di vê çarçoveyê de divê sosyalîzm jî jinûve were pênasekirin.

 

Entegrasyona Demokratîk-Komara Demokratîk

“Demokrasî” jî, “Komar” jî ji xwe re “Rêveberiya Gel” esas digirin. Di sîstema netew-dewleta modern de demokrasi, demokrasiya temsîlî ye. Komar jî serweriyê aîdê netew dibîne û ev netew, serweriya xwe di demên diyarkirî de bi hilbijartina nûnerên xwe bikar tîne. Dewleta ku komar dixwaze dewletekê wiha ye. Di vê çarçoveyê de encameke wiha derdikeve holê; ji hêla civakî ve demokrasî dibe komarparêzî, ji ber vê mekanîzmayên komarê jî demokratîk in. Wê demê em çima dibêjin “Komara Demokratîk?”

Em niha qala têgîna entegrasyona demokratîk bikin; tê zanîn, têgîna entegrasyonê li qadên cuda cuda tê bikaranîn, ji ber vê jî di xwe de wateyên cuda dihewîne. Lê bi têgîna “Entegrasyona Demokratîk” entegrasyona dewlet û civakê tê îfadekirin. Em dibînin ku gotina entegrasyona dewlet û civakê, wisa ji mirov re zêde xweş nayê. Ji ber ku dewlet, hebûneke desthilatxwaz e û di asteke jor de dijberê azadiya civakî ye.

Divê dewlet bibe xwediyê hiqûqeke wisa ku li ser esasê wekheviyê nêzîkî cudahiyên civakî bibe. Tişta ku bi gotina entegrasyona demokratîk tê hedefkirin ev e. Em dikarin wiha jî pênase bikin; dewlet li ser bingehekî hiqûqî nasnameyên civakî nas dike û girîngî dide nirxên civakî. Mirov ji bo dewletê dikare bêje “xirab e, çavkaniya xirabiyan e.” Heya mirov dikare ji teoriyên femînîzm û demokrasiyê, bi taybetî ji teoriyên anarşîzmê feyde bigire û li ser xirabiyên dewletê gelek pirtûk jî binivîsîne. Lê divê mirov vê rastiyê jî, ji nedîtî ve neyê; Fonksiyona tiştêkî herî xirab jî, li gorî bikaranînê diguhere. Mesela derbarê jehr de tespîtek heye; dibêje “jehr dikuje, zirarê dide, divê mirov jê dûr bisekine.” Ti kes nikare li dijî vê tespîtê bisekine. Lê gelek derman jî ji jehrê têne çêkirin û ev derman, bedenên ku nexweş ketine dikarin baş bikin. Diyardeyeke(olgu) kujer, ger baş bê pîvan, doza wê rast bê eyarkirin ji bo bedenên nexweş dikare bibe derman.

Di wateya polîtîk de entegrasyona demokratîk, entegrasyona asîmîlasyonîst, entegrasyona ku civakê jehrî dike, entegrasyona netewa dewletperest red dike. Têkiliya komara demokratîk û entegrasyona demokratîk jî, ji aliyê têgînî ve dişibe têkiliya demokrasî û komarê. Ji ber ku komara demokratîk wekî sîstem hêza rêveberiya civakê di destê xwe de digire entegrasyonîst e, heya xwediyê entegrasyonîsteke demokratîk e.

 

Demokrasî

Têgîna ku di roja me ya îro de herî zêde ji qîmet hatiye xistin têgîna demokrasiyê ye. Sîstemên desthilatdar ku ti eleqeya wan bi demokrasî, bi çanda demokratîkbûnê re nîn e xwe wekî demokrasî pênase dikin û êdî ev ji ti kesê re ecêb jî nayê. Ev rewş tenê ji bo pênasekirina rejîmên dewletê derbasdar nîn e, di rêxistinên polîtîk û şîrketên tîcarî de, di têkiliyên komên cuda de, di partiyan de jî heman rewş heye. Kesên ku di astên cuda cuda de di nava mekanîzmayên otorîter, hîyerarşîk de cihê xwe digirin jî dikarin çanda heyî demokratîk bibînin û wisa pênase bikin,

Ji ber vê naveroka têgîna demokrasiyê di asteke jor de vala bûye, êdî bûye malzemeyeke makyajê ya herî kêrhatî.

Helbet bi vî awayî têgîna demokrasiyê ji qîmet û wateyê xistin girêdayî pratîzekirina stratejiyeke polîtîk pêşketiye. Pergala serdest, ji bo ku bikare bijî mecbûre vê stratejiyê pêş bixe. Ji bo me ev stratejiya polîtîk û sedemên li paş wê gelek eşkere ne, ji ber vê em pêwîst nabînin zêde bikevin nav analîzên hûr û kûr.

Emê li ser têgîna “Em” bisekinin, em vê têgînê di kîjan wateyê de bikar tînin, dema em dibêjin demokrasî mebesta me çi ye? Tişta ku ferqa meyzandinê û cudahiyên wateyî radixe ber çavan, çarçoveya paradîgmayî ye.

Di paradîgmaya zanista civakî ya modern de demokrasî çi ye, tê çi wateyê? Demokrasî, yek ji wan têgînan e ku zanista siyaseta modern herî zêde li ser disekine. Li ser demokrasiyê pir kar hatiye kirin, ji ber vê mirov dibêje qey girêdayî têgîna demokrasiyê her tişt zelal bûye. Lê rewş ne wisa ye.

Paradîgmaya zanistên civakî ya modern, rast nêzîkî têgîna demokrasiyê nabe; wek têgîna şaristaniya dewletdar digire dest. Li gorî vê, têgîna demokrasiyê bi dewlet û şaristaniya dewletdar ve girêdayî ye, sînorên têgîna demokrasiyê di vê çarçoveyê de tê nirxandin. Ji ber vê yekê di vê gerdûna paradîgmayî de kodên wateya demokrasiyê, dewletperest û desthilatperest in. Jixwe demokrasiya ku zanista siyaseta modern teorîze dike û diparêze, di nava sînorên dewletê de û girêradayî wê şekil digire.

Ji ber vê, di zanista siyaseta demokratîk de dewlet û demokrasî ji hev nayên cudakirin. Ne gengaz e ku mirov bi pênaseyeke dijber re rûbirû bimîne. Li gorî vê fikrê demokrasî, ji hêla zîhniyeta şaristaniya dewletdar ve hatiye avakirin. Ji ber vê têgîna demokrasiyê zêdetir, bi dewletê ve, bi fonksiyon û birêvebirina dewletê ve girêdayî ye.

 

Çavkaniya Demokrasiyê ya -Dîrokî-Sosyolojîk

Em di çarçoveyeke cuda de temaşeyî diyardeyan(olgu) dikin. Di teoriya me ya dîrok û civakê de dewlet, li ser dijbertiya demokrasiyê pêşdikeve û bi gewde dibe. Wekî cewher di nava diyardeya(olgu) dewletê de demokrasî nîn e.

Em demokrasiyê derveyî dewletê û şaristaniya dewletdar dibînin, wekî têgîneke civakî digirin dest û ji bo civakê bikar tînin, pênase dikin û fêm dikin. Ji ber vê, kesek derkeve dîrokê ji perspektîfa sosyolojîk bixwîne, wê bi hêsanî ferq bike ku civak bihezaran sal wekî hebûneke polîtîk, yekbûyî xwe bi xwe birêvebiriye. Ev karaktera polîtîk bi rola xwe ya diyarker hem bûye alîkar ku civakbûn xwe bi xwe înşa bike hem jî bide domandin. Civaka polîtîk, li ser bingehê qada giştî (kamusla alan) xwe bi xwe birêve dibe ku bi çalakî, îrade û fikrê kolektîf yê hemû endaman ava dibe.

Têgîna demokrasiyê jî, wekî “rêveberiya gel” tê pênasekirin. Têgîn Yewnanî ye. Lê çanda ku bi têgînan hatiye avakirin, ji xwezaya civakê pêk tê. Herhal ji ber vê sedemê, ev çand ji erdnîgariya civakbûna xwe ya destpêkê, yanî ji Mezopotamyayê derbasî Yewnanîstanê bûye.

 

Heredot, wekî “bavê dîrokê” tê qebûlkirin. Ji ber ku li pey hev, bi rêzê bahsa şer û bûyeran dikir jê re negotine “dîroknasê destpêkê.” Jixwe beriya wî nivîskarên dîrokê vî karî dikirin. Heredot li ser sedemên bûyeran disekinî, sedema tiştên ku diqewimî didanî holê. Ji ber vê ji Heredot re gotine dîroknasê destpêkê, bavê dîrokê. Ji vê hêlê ve Heredot ji gelek dîroknasên modern bêhtir xwediyê xwendina sosyolojiyek-dîrokî ye.

Hema bêje nîvê Dîroka Heredot li ser jiyan, çanda Med-Pers e. Bi taybetî bi kevneşopiya wê ya polîtîk ve eleqeder e. Feylesofên Yewnanî, her tim ji nêz ve bi Misir û Mezopotamyayê re eleqeder bûne.

Mirov dikare bêje ku çanda demokrasiyê jî ji Mezopotamyayê, li ser konfederasyonên eşîran ku ji hêla Medan ve hatiye avakirin derbasê Yewnanîstanê bûye. Di esas de beriya Medan, Gutî hene. Gutî wekî pêşiyên Medan têne qebûlkirin. Di Gutiyan de jî heman rêxistinbûna polîtîk heye. Gutî, ji qebîleyên Mezopotamyaya Jorî in, B.Z 2000’an de desthilata Akadê ji holê rakirine û wekî pêşiyên Medan têne qebûlkirin. Di pêvajoya desthilata Gutiyan de her tim li ser text yek kes narûne. Welat, ji hêla serokên eşîran ve bi awayekî dorveger tê birêvebirin. Ger em bi têgînên modern rewşê îzah bikin em dikarin wiha bêjin; desteya serokan heye û welat ji aliyê vê desteyê ve tê birêvebirin. Qraltî jî di navbera endamên desteyê de bi awayeki dorveger tê kirin.

Ev, ji ber vê sedemê girîng e. Dema demokrasî hebe gel derbarê jiyana xwe de bi xwe bîryar dide. Ji ber vê demokrasî, ji çanda civaka xwezayî tê.

Ji Gutiyan bigire heya Medan tişta ku hatiye kirin ev e: Çanda heyî li gorî şert û mercên serdemê hatiye adaptekirin. Di navbera Gutiyan û Medan de wekî zeman nêzî 1500 salan heye. Rexmî vê jî qutbûnek nîn e. Ev domdarî li herêmê çiqas çandeke bihêz, kûr û berfireh heye nîşan dide. Bêguman ev çand bi demê re ji cewhera xwe kêmek dûrketiye, lê cewhera demokratîk zindî maye.

Çanda ku xwestine di nav Yewnaniyan de ava bikin, ji aliyê cewher ve lawaztir û bêqîmetir e. Jixwe wê derê kole, jin hwd. derveyî demokrasî hatine hiştin. Li cihêkî ger koledariya hişk û demokrasî di nav hevûdû de bibe, wê demê demokrasiya heyî, dibe nîşaneya xeribiyeke kûr.

Li gorî nêrîna sosyolojîk, divê têgîn, bi avahiyên dîrokî-civakî re bêne fikirîn. Di vê çarçoveyê de ji modelên ewil ên rêxistinbûna civakî (klan, kabîle hwd.) em dizanin ku demokrasî, diyardeyeke(olgu) civakî ye.

Em jî tam ji ber van sedeman demokrasiyê wekî navenda civake difikirin û dinirxînin. Ji ber vê yekê dema em dibêjin demokrasî, em qala rojev û mijarên girêdayî wê civak çawa xwe bi xwe birêve bibe dikin, em qala rojev û mijarên girêdayî çand û mekanîzmayên rêveberiya cewherî dikin. Hem têgîna demokrasî hem têgîna gel, bi qada giştî ve girêdayî ne.

Mesela, em dibêjin civaka demokratîk. Ev çi ye? Civaka polîtîk e û ev civak xwe bi xwe birêve dibe. Civaka polîtîk, tenê li ser heman fikrê, heman hestê ava nabe, an jî tenê bi sempatizantiya partiyekê çênabe. Di asta giştî de li ser îradeya cewherî û çalakiyê pêşdikeve. Ji ber vê yekê divê li qadên polîtîk û çandî ji bin ve rêxistinbûn pêşbikevin û ev rêxistinbûn bibin xwedan fonksiyon. Di vê çarçoveyê de civaka demokratîk, xwediyê zanebûn, îrade û sazî ye û xwe bi xwe birêve dibe, civaka demokratîk, civaka polîtîk û birêxistinî ye. Civaka polîtîk, ji yekitiya hişmendiya sosyalîzan, îradeya xwedan çalakî û berpirsyartiya pratîkî pêk tê.

 

Demokrasî-Dewlet

Pênaseya komara demokratîk, têkiliya diyardeyên(olgu) demokrasî û dewletê bi hev re çêdike. Li vir ev pirs bê aqlê mirov normal e: Demokrasî, têgîneke civakparêz e, heya diyardeyeke girêdayî jiyanê ye. Lê rexmî vê jî, demokrasî çawa bi rêxistineke dijberê civakê; bi dewletê ve tê girêdan? Ger hebûna dewletê, nebûna demokrasiyê be, tiştêkî wiha çawa dikare bibe?

Ev pirs, pirsên mafdar in. Ger têkiliya di navbera dewlet û civakê de rast neyê pênasekirin û fêmkirin, ji bingeha exlaqî bigire heya qada ekonomîk-polîtîk wê ji gelek hêlan ve pirsgirêk derkevin holê.

Beriya her tiştî divê mirov bi vê gotinê dest pê bike. Di navbera diyardeyên demokrasî û dewletê de nakokî hene û ev rast e, heya mirov vê nakokiyê, dikare wekî nakokiyeke antagonîst jî qebûl bike. Ew diyardeya ku em jê re dibêjin dewlet, mafê xwe birêvebirina civakê ku ji kakaktera polîtîk a civakbûnê tê, xesp kiriye û hêza wê ya rêvebirinê xistiye destê komeke teng û mêtînger. Bi gotineke din hebûna dewletê xwe dispêre apolîtîzekirin û mêtîngeriya civakê. Heya civak, di navbera yên ku birêve dibin û têne birêvebirin de parçe nebe, heya civak apolîtîze nebe, dewlet nikare bi gewde bibe, nikare hebûna xwe bi dest bixe. Ji ber ku dewlet, xwe dispêre navendîkirina erkê rêveberiyê.

Wateya apolîtîzekirina civakê, ji holê rakirina çanda demokratîk e. Ji dîroka şaristaniya dewletdar heya niha, tam 5 hezar sal in, wisa vala vala wekî stratejiyeke sereke ji hêla hêzên desthilat ve civak nehatiye apolîtîzekirin. Kengê civak polîtîk bibe û derbarê jiyana xwe de tevlî bîryarên polîtîk bibe an jî daxwaza tevlîbûnekê wiha bike, wê demê dewlet êdî dikeve nava pêvajoya windakirinê. Civak vê daxwazê çiqas pratîze bike dewlet jî di wê astê de ber bi tinebûnê ve diçe. Ji ber vê 5 hezar sal in apolîtîzekirina civakê wekî stratejiyeke bingehîn a desthilat di dewrê de ye û li gorî perspektîfa desthilat divê bi vî awayî berdewam jî bike.

Hêzên desthilat dema vê stratejiyê pêk tînin, gelek diyardeyên civakî wekî amûr bikar tînin. Mesela hin diyarde pir zêde têne bikaranîn; miliyet, ol, bawerî, huner û spor dikevin vê kategoriyê. Ji hêla nêzîkatiya ol ve pênaseya Marks ku dibêje “ol afyon e”, dibe ku kêm were dîtin û rexnekirin. Lê tiştekî rast gotiye; ol, ji aliyê hêzên desthilatdar ve ji bo pasîfîzekirina civakê hatiye şixulandin, ji ber vê yekê xirab hatiye bikaranîn. Ol, sîstema nirxan e, ji bo pêwîstiyên civakî yên wekî psîko-sosyal hatiye pêşxistin. Mirov dikare dîroka olê heya serdema civaka xwezayî bibe. Ji hêla civakîbûnê ve roleke girîng lîstiye. Di vê çarçoveyê de mirov dikare olê heya baweriya totem paşve bibe. Lê hêzên desthilat ji bo ku bikarin desthilatên xwe li ser piyan bigirin û pêş bixin olê bi awayekî xirab bikaranîne.

Ji ber ku ol ji gelek aliyan ve dişibe netewperestiyê, me netewperestiyê jî wekî ol pênase kir. Kengê fikrê olî lawaz ket, teng bû, wê demê netewperestî zêdetir derkete pêş, bihêz bû. Ev tiştêkî balkêş e. Dema çanda fikrê teolojîk ê girêdayî ol tê derbaskirin, li dewsa wê fikrê ronakbirî û zanistî pêşdikeve; li şûna ol, tiştêkî sekûler, zêdetir nêzîkî zanistê hate pêşxistin. Ev jî netewperestî bû. Bi vî awayî heman rolê bi netewperestiyê jî dane lîstin

“Sê S”yên bi nav û deng ên kapîtalîzmê têne zanîn; ev hê jî awayekî bibandor di dewrê de ne. Ev hemû amûrên apolîtîzekirina civakê ne. Seranserê dîrokê heya niha ti desthilat, qasî modernîteya kapîtalîst civakê nekariye apolîtîze bike. Di pêvajoya kapîtalîzmê de apolîtîzasyona civakê, bi atomîzasyona sosyolojîk hatiye kûrkirin. Civak hatiye atomîzekirin, bingehê nasnameyên kolektîf hatine valakirin.

Atomîzasyon, li ser ferd tê pênasekirin. Lê li vir cudahiyeke girîng heye, divê mirov vê ji nedîtî ve neyê. Ferd-ferdiyet(birey), pêwîst e. Ferd temînat û pêkhateyeke eslî ya komînalîteyê ye. Ji ber ku ferd-ferdiyet, nasnameyek e, komînalîteyê ava dike. Tişta ku komînalîteyê çêdike tevlîbûna ferd e, wekî subje nîqaş û pratîka wî/wê ya kolektîf e. Ji van milan ve ferd-ferdiyet civakî ye, komînal e, polîtîk e. Ferd nebe, civak jî, komînalîte jî nabe.

Lê ferdperestî-ezezitî tiştekî din e. Mirovek dema dibe ezez, ji civakbûna xwe qut dibe, dûr dikeve, ji ber vê yekê gotin û çalakiya wê/wî bê îstîqamet dimîne. Dema mirovek ji îstîqameta civakî-exlaqî qut dibe her diçe motivasyona wî/wê ya jiyanê xwe ji derve re digire, bi şexs re sînordar dibe. Ji jiyan û qada giştî, ji başiya hevpar qut dibe, her diçe teng dibe, ji ber vê yekê apolîtîze dibe, ji wateyê dûr dikeve. Kapîtalîzm mirovekê wiha pêş dixe. Tişta ku jê re civaka kapîtalîst tê gotin jî ji vê mirovê pêktê. Li vir civak, ji cewhera xwe ya civakî bêpar e.

Pêwîst e mirov civaka sedsala 20’emîn wekî “civaka girseyî”(kitle toplumu) pênase bike. Girse çi ye? Wek ferd xwesertiya xwe, cudahiya xwe windakirine; li vir ferdiyet û civata mirov namîne, ji ber vê yekê li vê derê mirov, wate û nirxên xwe yên civakî ji dest daye. Di esas de li vir kom û civatek nîn e, girseya mirov heye, girse-girsebûn(yığın) heye!

Kesayetekê wiha zêde nafikire, li ser elimandinan dijî. Ji bo ku bikare jiyana xwe bide domandin derveyî elimandinên rojane pêwistiya wê/wî bi tiştêkî din nîn e. Pirs napirse, lêpirsîn nake. Ji nasname û nirxên civakî dûr dikeve. Li gelek cihên Ewropayê êdî mirov naxwazin biçin ser sîndoqan dengê xwe jî bikar bînin. Ev kesayeta ku kapîtalîzm afirandiye, apolîtîze kiriye, ji ferdên wiha pêktê û ev jî dibe civaka girseyî.

Ji ber van sedeman dewlet, qadeke giştî ku bikare civakê polîtîk bike naxwaze, ji ber vê yekê ji demokrasiyê hez nake. Li ser vê bingehê di navbera dewlet û demokrasî de dijbertiyeke pir bihêz heye û ev tiştêkî karakterîstîk e. Çanda demokratîk jî, dewletê qebûl nake. Tê zanîn, dema tu xwînekê cuda enjekteyê bedenek bikî wê ew bûnye yekser birûxe, li vir jî heman tişt derbasdar e.

Baş e, wê demê komara demokratîk çi ye, wê çawa bibe? Bersiva vê pirsê di perspektîfa polîtîk de veşartî ye. Wê demê siyaset çi ye û ji bo çi tê kirin?

 

Siyaseta Demokratîk

Demek dirêj, armanca siyaseta demokratîk, wekî “xwe gihandina mutebaqatên mayînde” hat fêmkirin.  Di nava vê de yekbûn, hevşibîn(benzeşme) jî heye. Ev têgihiştin îro jî awayekî bihêz heye. Dema tevgereke polîtîk dibêje “ez ê di qada siyaseta demokratîk de têkoşîn bikim”, tu dibêjî qey wê bi hêza desthilat re an jî wê bi dewletê re şirîkatiyeke mayînde çeke, wê wekî wî hêzê tevbigere. Di vê mijarê de nêzîkatî û fêmkirinekê wiha heye. Halbûkî siyaseta demokratîk, karêkî wisa nîn e ku nakokî û cudahiyan ji holê rake. Jixwe tiştêkî wiha nabe jî.

Nabe di qada giştî de cudahiyên heyî bêne tinekirin. Ji ber ku qada giştî bixwe (kamusal alan), xwe dispêre têkiliya cudahiyan. Ev qad, qada kolektîvîtiyê ye. Kolektîvîte, bi tevlîbûna subjeyên cuda tê avakirin û di çarçoveya armanceke hevpar de çalakbûnê îfade dike. Ji ber vê yekê hebûna cudahiyan ji bo giştîbûnê şert e. Li cihêkî ger her tişt û herkes wekî hev bibe, mirov nikare li wê derê qala giştîbûnê bike.

Siyaseta demokratîk, encam û nakokiyên ji ber cudahiyan derdikevin holê tine nake, bi motîvasyoneke wiha ya helandinê nêzîkî mijarê nabe. Armancekê wiha ya siyaseta demokratîk nîn e. Ger çalakbûneke polîtîk, di vê çarçoveyê de tevbigere, navê wê nabe demokrasî, wê bibe faşîzm.

Di qada siyasî de mijara têkiliya cudahiyan(farklılık) wê çawa bibe? Ev mijar çanda serdestiyê jî digire nava xwe û pirsgirêkeke gelek aloz e. Siyaseta demokratîk, tam jî di demekê wiha de dikeve dewrê û roleke baş dilîze. Ew têkiliyên ku di navbera cudahiyan de heye, pêwîst e ji têkiliyên serdest, desthildar bêne xilaskirin, ji ferzkirinên totalîter-faşîzan, ji nêzîkatiyên şerxwaz, nîjadpereset, qirker bêne rizgarkirin. Ev jî bi çanda demokrasiyê dibe. Ji ber ku rewşa çêbûnê, ji bo her diyardeyê kiryarekê îfade dike, diyalektîkên çêbûna navxweyî yên cudahiyan jî li gorî xwe encam û pêwîstiyan derdixînin holê,

Ji ber ku di nava danûstandina siyaseta cudahiyan de nakokiyên antagonîst jî hene, ev rewş, têkiliyên heyî ber bi qadeke bi pevçûn ve dibe. Ji ber ku nakokiyên antagonîst ji lihevkirinê re vekirî nîn in, rageşiya (gerilim) heyî potansiyela pevçûnê zêde dike.

Demokrasî û sîstema demokrasiyê, vê rageşiyê ji qada pevçûna rûxîner digire, derbasê qada pevçûna afrîner dike. Ji ber ku demokrasî, înşaya qada giştî ye, cudahiyên heyî (nasname, çand, bawerî, zayend, hwd.)  di vê çarçoveyê de bi hurmet nêzîkî hebûna hevûdû dibin. Li vê derê du qebûlên bingehîn hene; “ez û yê din hebûnên cuda ne û ji bo herdu aliyan jî mafê jiyanê heye.” Ya duyemîn jî; “qada giştî ji bo ez û yê din hevpar e. Wê demê divê em jî di vê çarçoveyê de, qada giştî li ser bingeheke rast bidin rûniştandin û jinûve birêxistin bikin.”

Di felsefeya siyasetê de têgîna “agonîzm” heye. Hin zanyarên siyasetê vê têgînê di wateyên cuda de bikar tînin. Di agonîzmê de aliyên heyî, ji ber nakokiyên antagonîst, dizanin ku ji vê pevçûnê çareseriyeke rasyonel dernakeve, ji ber vê ji qada hev tinekirinê dûr dikevin, hevûdû nas dikin. Êdî têkoşîna xwe di vê çarçoveyê de didin meşandin. Bi gotinekê din, têkoşîn an jî pevçûna ku di navbera cudahiyan de çêdibe li ser esasê hev tinekirinê pêşnakeve; ev pevçûn, ji qada têkiliya rûxîner, derbasî qada têkiliya afrîner dibe. Li vê derê qada giştî tenê ji bo aliyêkî nayê vekirin. Di vê çarçoveyê de ferzkirineke tekperest-faşîzan nîn e. Li şûna wê înşaya qada giştî heye; li ser vê bingehê hebûna “ez û yê din” an jî hebûna “em û yên din” tê nasîn, pevçûna heyî jî ji milên xwe yên rûxîner tê paqijkirin.

Mirov dikare vê qadê ku bi çanda demokratîk hatiye înşakirin, wekî qadeke azadiyê bifikire. Ji ber ku di vê qadê de her cudahî bi rengên xwe heye û hebûna hevudû qebûl dikin, ji bo her nasname an jî subjeyê derfetê ku bikare potansiyela xwe têxe dewrê û pêş bixe heye. Ji bo ku azadî jî li qada giştî bi riya çalakbûna hevpar xwe dide diyarkirin, çanda demokratîk, gerdûneke azad diafirîne. Li vê derê tekîl an jî kolektîf hemû nasname dikarin wekî xwe tevbigerin, bibin civakek polîtîk jî.

 

Diyalog-Muzakere

Di sîstembûna çanda demokratîk de du têgîn, bi rola xwe ya damezrîner derdikevin pêş: Yek ji wan Diyalog e, ya din jî Muzakere ye. Herdu têgîn jî cudahiyan di nava xwe de dihewîne û qebûl dike.

Bêguman diyalog kiryarek e û di bingehê hemû têkiliyên sosyal de heye. Mirov bi riya diyalogê têkilî didanin û bi vî awayî civakî dibin. Ji vê hêlê ve her nasname û çand xwedî diyalog e. Ji ber ku civakîbûn bi riya fikir û ziman pêşketiye, civakîbûn û nasname bê diyalog çênedibû. Lê di qada siyasetê de diyalog tenê bi vî ve sînordar nîn e; di navbera avahiyên civakî yên cuda de dibe qada têkilî danînê. Ev, ji diyalogên navxweyî an jî ji diyalogên jiyana rojane cudatir û zehmetir e.  Ji ber ku her cudahî, hebûna xwe, bi tarz û ûslûba xwe didane holê. Em dema li vir dibêjin ziman, mebesta me tenê zimanê axaftinê nîn e; em qala zimanê hebûnê, zimanê berxwedanê dikin, qala şêwaza jiyanê û rastiya civakî dikin. Ev zehmet e, lê diyalog nebe, mirov nikare qadeke giştî ya demokratîk jî ava bike.

Di wateya polîtîk de diyalog, bi yê din re, yanî bi yekê xerîb re ku bi zimanê te xwe îfade nake riya têkilî danînê ye, riya fêmkirin û naskirinê ye. Ev şertê jiyana hevbeş e. Ji ber ku diyalog nebe ne pêkane em bikarin li qadên hevbeş hev bibînin, berjewendiyên hevbeş pêş bixin û biparêzin, cudahiyên heyî di çarçoveya berjewendiyên hevpar de bigihînin hevûdû û têxin îstîqametekê. Ji ber vê yekê jiyana hevbeş jî dernakeve holê.

Ji ber van sedeman divê yên cuda bêne qebûlkirin û hermet bê nîşandayîn. Mirov cudahiyên ku qebûl nakin (wek kes, nasname, vîzyona polîtîk, bawerî hwd.) nikarin wan guhdar bikin û bi wan re biaxivin.

Muzakere zêdetir di navbera aliyên cuda de wekî mijareke teng an jî wekî pirsgirek û diyalogeke hevbeş tê fikirîn û pênasekirin.  Mirov dikare muzakereyê wekî diyalogeke teng ku tenê bi yek pirsgirêkê re mijûl dibe jî bibîne. Pênaseyên bi vî rengî şaş nebin jî, di çanda demokrasiyê de muzakere ji vê gelek wêdetir û berfirehtir e. Ji ber wê sedemê muzakere, tenê li ser mijareke spesifîk bi berfirehî nîqaşkirin û di navbera aliyan de riyekî navber peydakirin nîn e, an jî ji bo berjewendiyên herkesî bidestxistina xweşiya hevbeş nîn e.

Di çanda demokratîk de diyalog jî, muzakere jî hertimî ye û girêdayî jiyana polîtîk wê her tim wekî pêwîstiyekê zindî bimînin. Ev hem hêmanên afrîner, damezrîner ên çanda demokratîk in hem jî temînata wê ne. Ji ber ku qada giştî her kêlî, bi temasa ferq û cudahiyan aktûel dibe, sosyalîte jî li vê qadê bi gewde dibe. Derbarê vê rastiyê heyjêbûn (farkındalık) nebe ji bo her kêlî û cihê ku di navê de cihêrengî-cudahî heye, nabe

Taybetmendiya bingehîn a muzakereyê, tenê hebûna “yê din” qebûl nake, wê muxatap digire, pê re dijî, ji bo vê jî derbarê berjewendiyên hevpar de di xwe de îradeya bîryargirtinê dihewîne.

Di çanda demokratîk de nêzîkatiya muzakerevan di her kêliya jiyan û qada civakî de pêwîst e. Ji aliyê din ve ji ber ku muzakere îradeya hemû aliyan tevlî çareseriya hatiye dîtin dike û ji ber vê yekê başiya hevbeş esas digire ji hêla parastina civakbûnê ve dibe temînat jî.

Beriya dewletê di civakên xwezayî de bîryar bi tevahiya dengan dihatin girtin. Ji bo ku bikarin di nava yekîtiya civatê de pêşiya cudakariyên muhtemel bigirin ev wekî şert dihate dîtin. Wê demê ji bo ewlehiya qada giştî rizaya hevbeş girîng e û mirovên wê demê xwediyê vê zanebûnê bûn. Ev mînak, bi azweriya(tutku) jiyan û azadiya mirov ve eleqeder e. Ev mirovê ku hezaran sal beriya niha jiyan kiriye ji hêla aqlê modernîst ve wekî “paşverû” hatiye nîşandan. Ji ber ku ev zanebûn di nava jiyana civakî ya demokratîk de şekil girtiye, em li vir qala vê mijarê dikin. Mirovê/a xwezayî, bi hîs, bi neynika(ayna) ku çanda jiyana demokratîk avakiriye xwe digihîne vê zanebûnê. Ev zanebûn jî xwe dispêre çalakbûna kolektîf.

Ev mijar, pir girîng e. Ji ber ku di sîstema dewletdar de temînata demokrasiyê xaricî ye; ev çi ne? Hiqûqa netew-dewlet e, leşker e, polîs e û hwd. Halbûkî di rastiyê de temînata çanda demokratîk navxweyî ye; girêdayî naveroka mekanîzmaya heyî ye. Jiyana muzakerevan û çanda biryardayînê jî mekanîzmaya vê temînatê ya herî girîng in.

Ji bo ku cudahî bikarin bi hev re bijîn pêwîstî bi ewlehî û azadiyê heye. Ewlehî û azadî jî bi xebata hevpar dikarin pêş bikevin. Helbet ev jî, ji bo çanda jiyana muzakerevan tiştêkî mecbûrî ye. Heya çanda muzakere pêşnekeve, pergaleke demokratîk-civakparêz û çalakbûna civakîbûna azad nayê bidestxistin.

Di çarçoveya van perspektîfan de ger em vegerin pirsa xwe ya destpêkê; Di mijara komara demokratîk de, qest an jî armanceke wisa nîn e ku dewlet û demokrasî li hev bikin.

Li vir komara demokratîk girîngî dide siyaseta demokratîk, ji ber vê yekê xwe ji polîtîzasyona civakî re vedike, civak jî vê dewletê ret nake.

Ne lihevkirineke dawî, mirov dikare vê wekî înşaya qada giştî bifikire ku têkiliya civak û dewletê jinûve saz dike, ji azadî re derfet çêdike, derfetên nû ava dike. Ev zemîna giştî, bi çarçoveya xwe ya qanûnî-makeqanûnî temînateke pêşkêş dike.

 

BEŞA DUYEMÎN
KOMARA DEMOKRATÎK Û ESASÊN ÎNŞAYÊ

 

Di rêxistinbûna netew-dewleta kapîtalîst de armanca esasî, motîvasyona bingehîn, di çarçoveya berjewendiyên desthilat de pênasekirina civakê ye, civakê jinûve tevlî hilberînê kirin û li ser piyan girtine. Mijarê bi îfadeyeke vekirîtir bînin ziman; di modela netew-dewleta kapîtalîst de civak, ji bo dewletê heye, ji ber vê mafê jiyanê ji civakê re tê dayîn.

Di modela komara demokratîk de jî dewlet wê ji bo civakê bibe. Ji ber vê yekê ji bo jiyana azadîxwaz, wekhev, civakî, dewlet li ser esasê ku bikare avahiyên ekonomîk, polîtîk, çandî pêşwazî bike divê jinûve bê birêxistinkirin.

Ji bo ku bikarin ji rejîma netew-dewleta kapîtalîst derbasî komara demokratîk bibin, divê beriya her tiştî guhertin di felsefeya civakê de, di motîvasyona zihnî de çêbe. Heya veguhertineke zîhnî çênebe, heya xwe nespêrî esasê veguhertina felsefî, di asta giştî de veguhertina sîstemê çênabe. Ji ber ku heya veguhertina zihnî nebe, hûn nikarin ji bo veguhertinê avahiyên qanûnî, destûrî, saziyî yên pêwîst biguherin.  Lê em bêjin we mucîzeyek afirand û rexmî hemû zehmetiyan jî we çarçoveyên qanûnî-destûrî yên herî azadîxwaz, herî demokratîk ava kir. Ger hişmendî neguhere, wê ev çarçoveyên qanûnî-destûrî jî bikêr neyên. Niha li gelek deverên dunyayê tê gotin ku mafên yasayî-destûrî yên di meriyetê de ji hêla desthilatdaran ve têne astengkirin. Hişmendiyeke navendperest, antî-demokratîk ku tenê di çarçoveya parastina dewletê de li tiştan dinêre, ti wextê li ser bingehê şîroveyeke ferdî-civakî-azadîxwaz temaşeyî qanûn, heq-hiqûq nekiriye, heya şîroveya wê ya wijdanî jî wiha nebûye û nabe jî.

Dirûşmeya felsefî ya komara demokratîk, civakparêziya demokratîk e, ji ber vê yekî azadîxwaziya civakî ye. Girîngî dide ku civak bikare bi awayekî rasterast û çalak, tevlî jiyana ekonomîk-polîtîk bibe. Di vê mijarê de divê tevlîbûn tenê bi avakirina vîzyoneke vekirî re sînordar nemîne. Divê rêxistinbûna komara demokratîk, sazîbûnan jî pêşbixe ku civak bikare bi hêsanî û yekser tevlî polîtîkayê bibe. Ev jî di navbera rêveberiyên navendî û xwecihî de sererastkirineke nû û bi hevseng dixwaze, heman tişt ji bo rêxistinbûnên qada ekonomîk, sosyal, çandî jî derbasdar in.

 

Derbarê Esasê Destûra Bingehîn de

Destûrên bingehîn hevpeymanên jiyana hevbeş ên civakan e. Ji hêla etîk/exlaqê azadiyê yê civakparêzî ve makezagoneke demokratîk divê bikare li dunyayê xîtabê hemû civak û erdnîgariyan bike û bersiva pêwîstiya jiyana giştî bide. Pîvan ev e. Ji ber azadîxwaziya civakî li dunyayê xwesteka bila hemû civak li gorî makezagoneke demokratîk xwe birêxistin bikin heye.

Destûrên bingehîn ji ber karakterên xwe yên peymana civakî, divê bi etîkeke mûzakerevan bêne pêşxistin. Dibe ku ji bo vê, pêwîst neke her pêkhate tevlî diyalog/nîqaş jî bibe. Lê divê destûrên bingehîn bi motîvasyoneke exlaqî-polîtîk, li ser esasê mûzakerevaniyekê wiha bêne destgirtin, divê hemû pêkhateyên civakî tevlî nîqaşê bibin, yên ku nikarin tevlî bibin, divê îtîraz û pêwîstiyên wan ên muhtemel jî, ji hêla kesên tevlî nîqaşan dibin ve berçav bêne girtin. Ger makezagon, makezagona hemû civakê be, divê hemû pêkhateyên civakî bigire nava xwe, xîtabê herkesi bike.

Makezagonên ku ji hêla netew-dewletên kapîtalîst ve têne pêşxistin makezagon nîn in; li ser civakê qirkirinê ferzkirin e, desthilatdariyê pratîzekirin e. Ev makezagon jiyana civakî naparêzin, dewlet û desthilatê diparêzin. Ji bo berjewendiya desthilat çi pêwîst bike wê dikin. Ger berjewendiyên desthilat, ji hemû civakê “Tirkbûnê” bixwaze, wê herkes bibe Tirk; ji herkesî re bêje divê tu bibî “Misilmanê Sunî”, wê demê herkes mecbûre bibe Misilmanê Sunî; ger pêwîstî bi erêkirina polîtîkayên mêtînger ên neo-lîberal hebe, ewê herkes vê qebûl bike… Berjewendiyên desthilat çi pêwîst bike, ewê her tişt li gorî vê bibe ferman û wê li ser civakê bê ferzkirin.

Ji ber ku makezagon peymaneke civakê ye, civak jî hebûneke pir alî û xwediyê gelek pêkhateyên cuda ne, divê metnên destûrî ji hukmên giştî pêk bên û çarçoveyek deynin holê. Ev hem ji bo pratîzekirina makezangonê girîng e, hem jî ji bo ku ji pêkhateyên civakî re qada çalakiyê vebe girîng e.

Divê destûra bingehîn li welat li gorî etnîsîte, nîjad, ol, mezheb, çîna aborî, zayend tevnegere, ji xwe re nasnameyekê wiha esas negire. Bi vî awayî pîvana çanda demokratîk û karaktera civakî dikare bê parastin. Ji ber ku dema nasnameyek esas tê girtin, nasnameyên din bi awayekî otomatîk talî dibin. Ev hem ji hêla exlaqî ve hem ji hêla çanda demokratîk-polîtîk ve nêzîkatiyeke bi pirsgirêk e. Divê mirov ji vê ferzkirina nasnameya rûxîner a netew-dewleta kapîtalîst xwe rizgar bike. Divê li ser nasnameyên etnîk, bawerî, çandî yên mirovan mudexele çênebin, mafê jiyan û birêxistinbûna van nasnameyan neyên astengkirin.

Metnên destûrên bingehîn hemwelatiyên xwe didin jiyîn, di navbera wan de yekitiyê çêdikin, girêdayî jiyana hevbeş hevsengiya heq û berpirsyartiyê diyar dikin. Hemwelatîbûna destûrî li ser esasê etnîk, bawerî an jî çandî nabe û divê nebe jî. Hemwelatîbûna destûrî, girêdaneke hiqûqî ye. Her şexs û nasname di çarçoveya hemwelatîbûna destûrî de xwediyê mafên wekhev in. Mirov, mafên xwe yên şexsî û kolektîf bi awayekî azad û di bin temînata destûrî de bikar tînin, jiyana xwe birêxistin dikin.

Destûra bingehîn, nirxên hevbeş ên civakê pênase dike, çarçoveya jiyana hevpar pêşkêş dike. Lê dema van dike nabe ev pênase û çarçove li dijî nirxên xwecihî û mehelî bibin. Berevajî divê destûra bingehîn bi nasname û nirxên xwecihî re bibe yek, hevûdû temam bikin, cudahiyên nasnameyên xwecihî biparêzin.

Makezagona komara demokratîk ji ber karaktera xwe ya civakî, li ser bingehê peymaneke wisa divê xwe saz bike ku bikare hemû pêkhateyên civakî bibîne, başiyê ji bo herkesî bixwaze, dema vê dike jî hevsengiya tekanî(tikel)-gerdûnî an jî xwecihî-giştî baş çêke.

 

Cudakirina Hêzan(Kuvvetler Ayrılığı)

Ji ber ku di dewletê de hêz pir zêde navend dibe, wekî mekanîzmeyekê vê hêzê bi hevsengî belav dike. Mirov dikare wekî mekanîzmaya ku dewlet li ser disekine jî bifikire. Ger yek ji van piyan nebe, dewlet demek dirêj nikare hebûna xwe bide domandin an jî yek ji van piyan lawaz bibe wê dewlet bê îstîqrar bibe.

Di civakên berê de rola cudakirina hêzan, rêgeza girêdayî çanda civaka exlaqî-polîtîk pêşwazî dikir. Ji milê kî ve civak, wekî hêza bîryar û rêvebirina hevpar li ser bingehê demokrasiya rasterast xwe dida meşandin, ji milêkî din ve jî çanda exlaqî, xeta çalakî û bîryara polîtîk diyar dikir, sînoran didanî.

Di civakên modern de jî, ji ber ku jiyana sosyo-polîtîk aloz bûye, bajarvanî-dewlet pêşketiye, ji ber ku civak yê birêve dibe û tê birêvebirin ji hev hatiye cudakirin… erkê rêveberiyê di çarçoveya temsîlî de jinûve hatiye sazkirin. Di encamê de ew hêza ku di dewletê de navendî bûye, bi navê giştî li ser kontrol û sîstema qanûndanîn(yasama), birêvebir(yürütme) û daraz(yargı) hatiye rûniştandin. Ji hêla teorîk ve kêmasiyên xwe hebin jî, hin milên wê bêne rexnekirin jî, dema ji derve tê temaşkirin wekî çareseriyeke rasyonel xuya dike.

Hema bêje di her welatekî modern de rêgeza cudakirina hêzan esas tê girtin û li ser bingehê qanûnî-destûrî tê sazkirin. Lê dema em temaşeyî pratîkê dikin dibînin ku di nava netew-dewletên heyî de hema bêje yek dewlet li gorî rêgeza cudakirina hêzan tevnagere. Li welatên Rojhilata Navîn û Asya asta pêkanînê pir lewaz e; zêdetir şeklî dimine. Mirov dikare bêje ku li hin welatên Ewropayê pratîkeke baştir heye. Asta pêkanîna vê rêgezê, li gorî Suriye, Misir, Iraqê, li Swêd û Norweçê pir pêşdetir e. Tirkiye, di navbera Ewropa û Rojhilata Navîn de asê maye. Lê çanda wê ya polîtîk zêdetir nêzîkî Rojhilata Navîn e.

Di sîstema netew-dewleta kapîtalîst de armanca esasî berjewendiyên desthilat in. Ji ber ku ji bo van berjewendiyan parastineke taybet pêwîst e, mirov dikare rewşa heyî, her tim wekî rewşa awarte jî bibîne. Lê dema kontrol bê windakirin, an jî îhtîmalekê wisa xwe nîşan bide bi awayekî vekirî rêveberiya rewşa awarte dikeve dewrê.

Di modela netew-dewlet de faşîzm her tim li pişt derî disekine. Dema dewleta hiqûqê, hiqûqa parlamenter-demokratîk ku xwe dispêre cudakirina hêzan dirûxe, em vê faşîzmê di pratîkên jenosîd û qirkirinên çandî de dibînin. Helbet pirsgirêk, pirsgirêka çend dewletên ku navê wan derbas dibe nîn e. Netew-dewlet bi çanda xwe ya tekperest-faşîzan wekî karakter di xwe de potansiyeleke faşîst dihewîne û ev potansiyel li welatên herî demokratîk xuya dikin jî dikare bi awayekî lez bikeve dewrê.

Wekî encam, di modela netew-dewlet de cih bi cih hin cudahî bêne dîtin jî di esas de pirsgrêk tenê di pêkanînê de nîn e, di çarçoveya qanûnî-destûrî de jî cudakirina hêzan û şêwaza mekanîzmaya wan li ser bingehê demokratîk-etîk gelek bi pirsgirêk e.

Kengê rêgeza cudakirina hêzan bi awayekî rast bê sazkirin, wê înşaya komara demokratîk jî dest pê bike. Helbet wekî pêwîstiya rêgeza demokratîk, divê etîk û mekanîzmayên karkirina van hêzan jî demokratîk bibin. Divê destûra bingehîn, rêgeza wê ya wekheviyê ji bo her kes û nasnameyê bi awayekî wekhev bê pêkanîn.

 

Parlamenter Demokrasî/Demokratîk Parlamentarîzm

Krîza dewleta modern û sedema wê ya herî girîng, pêkneanîna demokrasiyê ye. Di nava vê de dewletên herî demokratîk jî hene.

Parlamentarîzm û demokrasî di sedsala 19’mîn de ji hêla wate ve nêzî hev hatine bikar anîn, heya carnan li şûna hevûdû hatine bikaranîn. Halbûkî ev ji hev cuda ne. Parlamentarîzm her tim demokratîk nabe. Bi heman şeklê demokrasî, bê parlamentarîzm jî dikare hebe.  Heya di pratîkê de demokrasiyên herî bihêz derveyî parlamentoyên navendî-modern, li taxan, gundan, kolanan pêşketine. Ji ber wê têgîna “parlamenter demokrasî” guncav e.

Demokrasiya parlamenter a modern bi avakirina wekheviyê (özdeşlik) û bi riya vê wekheviyê çêbûye. Rewatî û domdariya xwe ji vê wekheviyê digire. Ji nav van wekheviyan, wekheviya herî girîng, ji herkesî re mafê dengdanê dayîn û bi vî awayî di navbera dewlet û civakê de wekhevî avakirine. Wekî ku civaka tê birêvebirin bi dewleta birêve dibe re bibe yek û wekhev, wekî ku welatiyê parlamenter hildibijêre bi wê/wî re bibe yek û wekhev, wekî ku hilbijêr bi parlamentoyê re bibe yek û wekhev, wekî ku welatî bi desthilat re bibe yek û wekhev…

Lê rastiya van wekheviyan nîn e. Li vir girêdayî stratejiyên desthilat di mejî de wekhevî têne avakirin. Koma ku desthilatdariyê di destê xwe de digire û civaka ku ji hêla vê komê ve tê talankirin çawa bikarin wekhev bibin? Her çiqas rast nebe jî di mejî de wekî ku rastiyekê wisa heye hatiye avakirin û ev gelek caran hatiye biserxistin jî. Ev qebûleke psîko-polîtîk e, ne rastî ye.

Pêwîst e mirov vê rastiyê ji nedîtî ve neyê; di demokrasiya parlamenter a herî pêşketî de jî sînorên azadiya fikir, çapemenî û rêxistinbûnê li gorî zirarên potansiyel ên ku hêzên desthilatdar ji van azadiyan bibînin, tên diyarkirin. Heya kar û xebatên desthilat û derdorên berjewendîperest baş bimeşe, ji hêla bikaranîna van mafan ve pirsgirêk çênabe. Lê dema berjewendiyên wan zirarê bibîne, van mafan didin ber dasê. Pirsgirêka esasî ya vê derê ev e; azadiyên ku qala wan têne kirin bi rastî jî bi tevlîbûneke polîtîk a gel nehatine bidestxistin; ev maf hatine nasîn. Mafê hatiye nasîn, dikare bê standin jî.

Lê vî lîstikî wextê xwe temam kir. Şanoya xwe ya dawî jî lîst. Demek dirêje li her derê dunyayê demokrasiya parlamenter serberjêr diçe. Êdî civak ji demokrasiya parlamenter bawer nake. Di nav civakê de yek ji saziyên herî kêm qîmetê dibînin, meclîsên netewî ne. Êdî mirov naçin ser sindoqê dengê xwe jî nadin. Ji ber ku her kes dizane ji bo berjewendiyên kolektîf ên civakê, ji bo siberoja netew û roja wê ya îro, êdî li parlamentoyan nîqaşên ekonomîk-polîtîk nayên meşandin, ji bo başî û xweşiya hevpar li parlamentoyan têkoşîneke fikrî nayê pêşxistin. Her kes di ferqê de ye ku partiyên heyî wekî klûban li pêy berjewendiyên xwe ketine, bûne rêxistinên desthilatxwaz.

Mirov êdî ne ji parlamentoyan, ne jî ji parlamenteran bawer dikin. Ew xeyalên ku digotin wê bi destê parlamentarîzmê guhertin û veguhertina civakî çêbibe  ji mêj ve hilweşiyane.

Civak di asteke jor de ji parlamentoyê qut bûye. Qutbûna têkiliya di navbera civak û sîstema parlamenter de, ji bo dewleta modern dibe meseleya man û nemanê. Ji ber ku civak li ser parlamentoyê bi dewletê ve hatiye girêdan. Parlamentarîzm di çarçoveya têkiliyan de wekheviya sexte ye ku di navbera civak û dewletê hatiye avakirin. Dema têkiliya civakî, rizaya civakî tê windakirin, têkiliya dewlet-civakê hildiweşe. Desthilatên heyî her çendî bi riya şîdetê demekê xwe li ser lingan bigrin jî, di dawiyê de hildiweşin. Di roja me ya îro de li her cihê dunyayê di nav netew-dewletan de  zora leşker, polîs û hiqûqî hatiye zêdekirin; li paş vê, windakirina rizaya civakî heye.

Ji hêla civakî ve jinûve birêxistinbûn, bûye pêwîstiyeke dîrokî. Ji riyên hatine ceribandin navnîşaneke nû ku mirov xwe bigihînê nîn e û nabe jî. Ji ber wê divê riyeke guncav, rast, ji pratîkê re vekirî bibînin ku bikarin ji vê aloziyê derkevin. Ev jî bi awayekî rast înşakirina qada giştî ye ku xwediyê mekanîzma û cewhera demokratîk e.

Parlamento navenda nîqaş û biryara hevbeş a welatêkî ye. Ji hêla teorîk ve rejîmeke netewî ya bê parlamento mimkun xuya bike jî, ji hêla polîtîka-reel ve em gelek ji vê dûr in. Lê parlamento ji bo ku bikare bi pirsgirêkên esasî yên welat re mijûl bibe divê xwe bigihîne misyona xwe ya rast. Ev ancax li ser bingehê çanda demokratîk û bi vekirîbûna pêwîst dikare biser bikeve.

 

Komara demokratîk, bi meclîsên ku tevlîbûna gel ji siyasetê re xurt dikin, dîsa bi sîstema xwe ya nû ku parlamentoyê di nava têkilî de dide meşandin, dikare vê krîzê derbas bike. Em dikarin vê wekî parlamentarîzma demokratîk pênase bikin. Ferqa bingehîn a di navbera wan de ev e; navenda demokrasiya parlamenter dewlet-desthilat e, li gorî berjewendiyên wê ava bûye; navenda parlamentarîzma demokratîk jî civak e, li gorî berjewendiyên civakê ava bûye û xwe dispêre tevlîbûna civakê.

Di her rewşê de rewabûna ku dixwazin bi riya parlamentoyê bidest bixin, bi xurtkirina tevlîbûna gel mimkun e. Yanî divê naveroka wê demokratîk bibe.

Parlamento, têkiliya gel a bi dewletê re îfade dike, dîsa mafê gel ê di nava dewletê de îfade dike. Ji ber vê sedemê, di navbera gel û dewletê dibe pir. Ger ev pir hilweşe, dewlet nikare li ser piyan bimîne. Ji ber vê yekê krîza sîstema parlamenter wekî krîza netew-dewletê tê dîtin.

Welat bi kîjan pergalê bê meşandin bila bê meşandin; çi pergala serokatî, çi pergala nîv serokatî, divê pergala parlamenter di rewşa heyî de bikare bi awayekî çalak rola xwe bilîze û li ser bingehê esasên demokratîk xwe jinûve ava bike. Ev pêwîstiyeke polîtîk e û nayê taloqkirin.

Pergala parlamenter li ser bingehê esasên komara demokratîk çiqas bê xurtkirin û jinûve bê avakirin, meclîsên xwecihî çiqas wekî qadên giştî bikarin gel bi awayekî hêsantir tevlî polîtîkayê bikin, çiqas pêş bixin û tevlî pergalê bikin, wê têkiliyên dewlet û civakê jî jinûve û li ser bingeheke hevsengtir bikare rûne.

 

Hevsengiya Rêveberiyên Herêmî-Navendî

Rejîmên ku xwe li ser bingehê rêveberiya navendî avakirine, di asteke jor de hêza leşkerî, polîtîk û ekonomîk dixin bin tekela xwe. Ev tekel, di destê komeke serdest de kom dibe û ev koma serdest bi vê hêzê bi şîrketên sermayeyê re toreke(ağ) kedxwariyê saz dike.

Beriya her tiştî wisa pir zêde navendîbûna hêz, di destê komeke serdest de kombûna wê, civakî nîn e. Ji ber ku hêza tê navendîkirin hêza civakê ye; ji jiyana wê hatiye desteserkirin. Ji ber vê yekê exlaqî nîn e û dijberê civakê ye. Bi vî awayî avakirina tekelên hêzê, ji hêla azadî û xweşguzariya(refah) civakî ve ti îzaheke xwe yê maqûl nîn e. Ji ber ku ev hêz, li dijî civakê tê bikaranîn.

Ger bixwazin li cihekî pir zêde hêz kom bikin, divê bê zanîn ku li wê derê xirabiyek tê plankirin. Li vir dijbertiya civakê heye. Li cihêkî pir zêde hêz kom bibe, bi xwe re xeteriyê jî tîn e. Ji ber ku yên vê hêzê têxin destê xwe, wê roja din çi bikin ne diyar e. Desthilatên ku hêza dewletê xistine destê xwe, ji bo tinekirina nirxên demokratîk û bêdengkirina civakê vê hêzê bîkaranîne. Me vê gelek caran dîtiye û em ê hê bibînin jî. Ji ber vê sedemê me, destpêkê qala rêgeza cudakirina hêzan kir. Ji ber ku ev rêgez, hêzê belav dike.

Wekî pêwîstiya vê perspektîfê, hêza ku di qanûndanîn(yasama) û rêveberiyê(yürütme) de kom bûye jî divê bi heman şeklî di çarçoveya civakî de bê belavkirin. Dikarin saziyên xwecihî xurt bikin; dikarin wekî meclîs û konseyên bajêr ji saziyên demokrasiya herêmî re cih vekin, dikarin di navbera meclîsên xwecihî û yên giştî de pergaleke hevseng saz bikin û di vê mijarê de pêşde biçin.

Gel wekî subjeyeke polîtîk di qada giştî de jinûve rola xwe bilîze, tevlî xebatên rêveberiyê bibe, wê ev ji bo komara demokratîk, bibe motîvasyona herî stratejîk. Riya vê jî ji veguhertina netew-dewletê derbas dibe.

Dema em dibêjin demokrasiya xwecihî an jî rêveberiya xwecihî mebesta me ev e: Di vê sîstemê de şaredarî jî di navê de sosyal, çandî, ekonomîk li hemû qadên civakî înîsiyatîfa hêzên xwecihî di asteke jor de ye, mafê wan ê axaftin û bîryardayînê bihêz e.

Gel ancax tevlî jiyana polîtîk bibe, ev qad jê re vebe komar dikare demokratîk bibe. Riya vê jî, ji înşaya demokrasiya xwecihî derbas dibe. Divê hiqûqa vê, çand û bingehê vê yê saziyî bê pêşxistin.

Pêşxistina demokrasiya herêmî, wê bihêle ku di têkiliyên civak-dewletê de pirsgirêkên ji ber parlamentarîzmê çêbûne bêne derbaskirin, hevpeymanên nû û saxlemtir bêne sazkirin. Lê tenê ev çareser nabe; wê gelek pirsgirêkên sosyal, aborî jî ji xwe re zemînê çareseriyê bibînin. Wekî din, dema pirsgirêk li cihê xwe bêne çareserkirin, ew ê barê kar û maliyetên li ser rêveberiya navendî jî di asteke cidî de kêm bike.

Ji ber ku komara demokratîk di çarçoveya pêwîstiyên civakî de xwe saz dike, xwediyê modelekê wiha ye, bê demokrasiya xwecihî nayê fikirandin.

 

Azadiya Fikir

Azadiya fikir, azadiya gotin û birêxistinbûnê jî digire nava xwe. Gotin(söz), qada ku fikir xwe digihîne jiyanê ye. Ji ber vê gotin hem fikir hem çalakiyê digire nava xwe hem jî ji ber van sedeman xwe digihîne birêxistinbûnê. Dema fikir û çalakî xwe digihînin hev dibe gotin. Gotin an jî fikra ji çalakiyê qut, nikare bi jiyanê re têkilî çêke, vedigere lafazantiyê. Ji ber vê mirov nikare fikrê ji çalakî û birêxistinbûnê cuda bigire dest.

Azadiya fikir, ji hêla pêşketina civakî û xwe gihandina Xweşiya Civakî ve hêza herikandina civaka demokratîk e. Pêşketinên civakî yên wekî zanist, felsefe, aborî, huner, çand û hemû qadên din girêdayî azadiya fikrî ne. Civakên ku xwediyê azadiya fikrî nîn in, nikarin şexsiyetên azad jî çêkin.

Îro bi hêsanî tê dîtin ku di cîhanê de welat û civakên zêdetir nirx didin fikrê azad, ji gelek aliyan ve bêhtir pêşketî ne. Li Ewropayê pêşketinên dîrokî yên bi reform û ronesansê destpêkiriye û bi ronakbûnê berdewam kiriye, bi derbasbûna çanda fikrî ya teolojîk ku ji fikir re sînor didanî mimkun bûye.

Civakekê li ser siberoja xwe bifikire, nabe tenê di asta qanûnî-destûrî de nêzîkî azadiya fikrî bibe. Temînatekê wiha têrker nabe. Heman demê divê çanda fikirandina azad li hemû qadên jiyanê pêş bixe, destek û teşwîq bike. Di serî de sîstema perwerdê, divê hemû qadên jiyana civakî li gorî vê rêgezê ava bike.

Înşaya komara demokratîk û ya girîngtir vê bi riya diyalog û muzakereyê domandin mimkun e. Di vê çarçoveyê de dema gel jî tevlî polîtîkayê bibe, wê bê dîtin ku pêşxistina azadiya fikrî di înşaya civaka demokratîk de wekî pêwîstiyeke esasî derdikeve pêş.

Tişta ku pêşiya nîqaş û muzakereya demokratîk vedike azadiya fikir e. Ji ber vê, azadiya fikrî nebe, rêvebirin û înşaya komarê jî nabe.

 

Mafên Kolektîf û Azadiya Nasname

Mirov di nava bawerî, çand, etnîsîte û zimanêk de ji dayîk dibin. Jiyanê di nav vê çarçoveya bawerî û çandî de nas dikin, li ser van nirxan xwe bi jiyanê digirin. Cîhanên xwe yên wateyê, manewiyatên xwe dispêrin van nirxan. Divê her mirov baweriya xwe, etnîsîteya xwe bijî; ziman, çand, sosyalîteya xwe bide jiyîn. Ev tiştêkî jiyanî û xwezayî ye. Ev mafê wî/wê ye. Ya girîngtir, ev nirxên civakî yên girêdayî mafê hebûn û jiyanê ne. Ti kes nikare mudexeleyê van mafan bike.

Helbet mirov dikarin ola xwe biguherin, nasnameya xwe ya netewî, di nava nasnameya neteweyek din de bihelînin, xwe cuda bidin naskirin. Dema “A” be, dibe ku bibêje “ez ne A me, ez xwe wekî B hîs dikim”. Ev jî mafek e. Em dikarin vê, ji bo wê/wî kesî, wekî mafê pênasekirina çandî, şexsî, etnîk, bawerî bibînin. Di vê rewşê de jî divê mudexele nebe û divê nebe jî.

Lê ji derve, bi destê dewletê, bi destê saziyên dewletê çênabe mudexeleyê mezhebekê, olekê, etnîsîteyekê, zimanekê bê kirin. Nabe mirov mecbûrê baweriyekê din bê kirin. Nabe nasnameya neteweyên din li ser mirov bê ferzkirin. Ev, ji demokrasiyê jî wêdetir, pirsgirêk û rojeveke girêdayî mirovahiyê ye.

Ol û netewa dewletê nîn e. Ol û netewa wî mirov e. Ji ber vê me got, têkiliya bi dewletê re etnîk û bawerî nîn e, hiqûqî ye(hemwelatîbûn).

Ji ber van sedeman dewlet xwe naspêre ol û baweriyek, an jî neteweyek. Dema ji bo baweriyekê li ser butçeya dewletê îbadetxaneyê ava dike û personelan erkdar dike, nabe baweriyên din ji nedîtî ve bê, li derve bihêle. Dema ji bo zimanê neteweyekê mafê perwerdeyê û hemû mafên din dide, nabe zimanên din nebîne, li derve bihêle. Divê li ser qedexekirinê her nefikire.

Komara demokratîk di mijarên ol, bawerî, nasnameya millî de mirovan azad dihêle. Di çarçoveya wekhevi de nêzîkî nasnameyan dibe. Ji bo ku ev nasname bikarin mafên xwe yên kolektîf bikar bînin, rêxistinbûnên xwe yên cewherî pêş bixin, piştgiriya qanûnî-destûrî dide. Înîsiyatîfên xwecihî ku ji bo bikaranîna van mafan hêsankariyê dikin bihêz dike…

Komara demokratîk sîwana çand û nasnameyên cuda ne. Wan çand û nasnameyan li gel hev, bi cudahiyên xwe, di nava yekîtiyê de digire. Ev jî, bi hiqûqa wekhevîxwaz-demokratîk û etîka azadîxwaz mimkun e.

 

Azadiya Jin/Zayendî

Sedema herî esasî ku pirsgirêk pir giran dibin, ji şêwaza pênasekirina pirsgirêkan çavkaniya xwe digire. Ji ber ku pênasekirin, derbarê nêzîkatî de jî zanebûn û agahî dide. Ji ber vê, dema mirov pirsgirêkên civakî digire dest, divê bi encam û sedemên wê yên sosyolojîk, psîko-polîtîk bifikire. Çima em van tiştan evqas tînin ziman?

Pirsgirêka azadiya zayendî, ne pirsgirêka jinê ye. Jin bi hezaran sal in bindest in û têne talankirin. Jin mêtingeha destpêkê ne. Lê pirsgirêka azadiya zayendî pirsgirêka civakê ye; pirsgirêka azadiya civakî ye. Ger ev pirsgirêk girêdayî zayendek bê pênasekirin, di bingehê vê pirsgirêkê de zilam heye.

Di asta giştî de dewlet, bi taybetî jî netew-dewlet xwe dispêre înşaya desthilateke nêr-serdest. Bi îfadeyeke din, ji destûra bingehîn a netew-dewletê heya hiqûqa wî ya cezayê, huqûqa wî ya medenî, meclîsa wî, rêveberiya wî, ekonomî-polîtîkaya wî giştî bi çanda zilamtiyê hatine dîzaynkirin. Ev ji şexsan qut nîn e, lê şexsan jî derbas dike.

Pirsgirêka azadiya zayendî, ji pirsgirêkên civakî yên din bêhtir aloz û kûr e. Têkiliya jin-zilam, têkiliya bingehê jiyana civakî ava dike. Ji ber vê yekê heya ev pirsgirêk li ser bingehê azadî û wekheviya zayendan neyê çareserkirin, ti kes nikare behsa demokrasî û sosyalîzmê bike. Di bingehê pirsgirêkê de pirsgirêka zîhniyetê heye. Desthilatdarên nêr rewşên zihnî ne. Lê rastiya jiyaneke çandî jî heye ku vê hişmendiyê xwedî dike. Her ku ev çand bê guhertin wê zîhniyet biguhere, her ku ev zîhniyet bê guhertin wê çand biguhere.

Komara demokratîk balê dikêşe ser çanda wekhevî-azadî û subjebûna polîtîk a welatiyan. Ji ber vê sedemê, ji sazkirinên qanûnî-destûrî bigire heya esasên karkirin û çanda sazîbûnê divê komara demokratîk bi hesasiyeta azadiya zayendî were înşakirin. Di polîtîkayê de, di aborî, burokrasî, zanist-hunerê de û di hemû qadên jiyanê de divê çanda wekhevîxwaz, çanda azadîxwaziya jin esas bê girtin. Sîstemeke di mijara azadiya jin de pirsgirêkan bijî û van pirsgirêkan derbas neke, nikare demokratîk bibe.

Ji ber van sedeman înşaya komara demokratîk rewşa newekhev û kedxwariya kûr ku jin dijî dibîne, ji bo bikare wekheviya jin pêk bîne bi perspektîfa azadixwaziya jin, xwe nêzîkî pirsgirêkên jin dike û pê re mijûl dibe. Ji milê din ve tedbîrên taybet, sazîbûnan pêş dixe û jinan dike rêvebirên wan saziyan. Li vê derê ji bo ku bi awayekî lez rewşa bi dezavantaj ji holê bê rakirin li ser plansazî û xebatên çareseriyê disekine.

Perspektîfa azadîxwaziya jin û wekheviya zayendî, bingehê komara demokratîk e; ev nebe nabe.

 

Rêgeza Ekolojîk

Krîza ekolojîk her diçe kûr dibe, ji ber vê yekê li ser rûyê erdê derfetên jiyanê her roj kêmek din dikevin jêr xeteriyê. Ji ber heqdestê kêm (ucuz işgücü) û madeya xam (ham madde) di çarçoveya siyasetên kûrewîbûnê de hilberîn ber bi welatên feqîr ve tê şimitandin. Ji ber vê ev welat jî êdî awayekî bihêz têne talankirin. Wisa lê hatiye ku di roja me ya îro de hema bêje her erdnîgarî ji krîza ekolojîk û talana hawirdor bandor bûye.

Ekolojî qada jiyanê ye. Ji ber ku ev rojev yekser jiyanê eleqeder dike, îro bûye pirsgirêka herî mezin a civakî.

Mirov ji xwezayê tê, di nava xwezayê de girêdayî wê dijî. Bê xweza nikare li ser piyan bimîne. Ji ber ku mirov wekî hebûneke eko-sosyal li hemberî xwe rêzdar e, li hemberî xwezayê jî berpirsyar e. Xweza aîdê şexsekê, aîdê komekê nîn e; ew nirxê hevbeş ê hemû mirovan e. Ji ber vê yekê nêzîkatiya li hemberî xwezayê, nêzîkatiya li hemberî mirov û civakê ye jî. Berpirsiyartiya li hemberî xwezayê jî bi vî rengî ye.

Komara demokratîk xwezayê wekî çavkaniya sereke ya jiyana civakî dinirxîne. Ji bo parastina xwezayê, ji bo parastina av, hewa, ax û keskahiya welat, mewzûatên pêwîst ên qanûnî-destûrî çêdike, tedbîrên îdarî digire û pêş dixe. Parastina xwezayê, wekî parastina mafê jiyana azad a civakê tê qebûlkirin.

Ji ber karaktera felsefeya komara demokratîk, di asta herêmî û navnetewî de wekî aliyêkî hem li hemberî krîza ekolojîk têkoşîn dike hem jî dibe rêxistinkarê vê têkoşînê.

 

Birêxistinbûna Kedê/Demokrasiya Kedê

Di roja me ya îro de aboriya cîhanê di asteke jor de kapîtalîst e. Her çiqas di asteke sînordar de ezmûnên civakparêz ên herêmî-komînal hebin jî, ev lawaz û belave ne.

Kedxwariya kapîtalîst bi polîtîkayên neo-lîberal xwe bihêz kiriye. Êdî ji bo têrkirina zik kar tê kirin; îstismara kedê, asta koletiyê gihiştiye vê astê. Ji ber vê her fikir û siyaseta demokratîk-civakparêz, ji hêla exlaqî ve mecbûr e bi helwesta xwe li cem kedê bisekine. Komara demokratîk jî bi polîtîkaya xwe ya ekonomîk, ked û kedkaran esas digire. Kedê dixe bin temînata qanûnî-destûrî. Heya ked azad nebe, heya demokrasiya kedê neyê sazkirin civakbûneke azadîxwaz-demokratîk pêş nakeve. Ji civateke ku di asta koletiyê de keda wê/wî tê îstismarkirin, civaka azad nayê afirandin. Ew nikarin bibin civak jî; ancax dikarin bibin girse-lod, loda(yığın) mirovan.

Komara demokratîk ji bo ku bikare pêwîstiyên civakî bi adilane pêşwazî bike, girîngî dide qada kedê. Ji ber vê ji polîtîkayeke ekonomiyê ya yek tîp zêdetir, ji rêxistinbûn û ferasetên cuda yên ekonomîk re qad û derfet pêşkêş dike. Ev hem ji bo ku derfetên aboriya welat baştir bêne bikaranîn, hem jî ji hêla îstihdama hêza kar ve avantajên girîng dide. Li ser bingehê vê armanc û çarçoveyê hem cih dide aboriyên kapîtalîst, hem jî cih dide rêxistinbûnên cuda yên ekonomîk.

Ji ber ku kapîtalîzm xwe dispêre îstismara kedê, ji ber ku ev talan û îstîsmar, bi polîtîkayên neo-lîberal zêdetir tê kûrkirin, li dijî îstîsmar û talana kapîtalîst ji bo parastina kedê tedbîran distîne. Astengiyên qanûnî, hıqûqî yên li pêşiya rêxistinên sendîkayî radike û tevgera sendîkayî xurt dike. Di rêxistinkirina sendîka, ked û xebatên wê de tedbîrên ku bikarin vê rol û bandorê zêdetir bikin distîne.

Polîtîkaya ku derfet û çavkaniyên aboriya welat li çend bajarên mezin kom dike tê terikandin û li gor potansiyelên hilberîna herêmî li her cihê welat belav dike.

Ji ber ku sermaye li çend bajaran kom dibe û li van bajaran girêdayî nifûsa kombûyî krîzên ekolojîk kûr dike, êdî gihiştiye vê astê ku jiyana mirov tehdît dike. Ji ber vê hem aboriyên çol û çolterê (kır) pêş dixe, hem jî bi projeyên bajarên ku mirov bikarin di navê de bijîn bihevre plan dike û giraniyê dide van polîtîkayan. Hem hilberînerê (üretici) biçûk, hem jî yê navîn li hemberî polîtîkayên neo-lîberal diparêze.

Komara demokratîk ji bo ku bikare rêveberiyên herêmî xurt bike, li cih û deverên xwecihî komîn û koperatîfan birêxistin dike, dîsa di navbera komînan de ekonomiyên civakî yên alternatîf, rêxistinkirina vê sîstemê, bi temînata qanûnî-destûrî ve girê dide.

Tora kooperatîfan jî wek pêkhateyeke girîng a pergalên aboriya alternatîf, di qada aboriyê de wê bi dagirtina valahiyan xizmetê bike. Ji ber ku ev polîtîka wê hem ji bo derbaskirina pirsgirêka bêkariyê çareseriyê pêş bixe, hem jî ji bo astengkirina tevgerên koçberiyê ku ji ber sedema bêkariyê çêbûne jî alîkariyek girîng bike. Rêxistinbûnên ekonomîk ên li ser bingehê koperatîf ava bûne, li deverên ku mirov dijîn dikare mirovan tevlî kar û xebatên ekonomiyê bike. Perspektîfeke sosyalîst a birêxistinkirî, ji polîtîkayên ku ekonomiya civakî bilind dike re bê eleqe namîne.

Bi cewherî komara demokratîk di qada kedê de bi perspektîfa azadiyê tevdigere. Ji bo azadiya polîtîkayên kedê û demokrasiyê, helwesteke ku berjewendiyên civakê derxe pêş pêwîst dike.

Sermayedar/kapîtalîst kargehên kapîtalîst birêve dibin. Di aboriyên dewletdar de jî bijareyên(elît) siyasî û elemanên teknîk ên ji hêla desthilat ve têne erkdarkirin birêve dibin. Di komîn-kooperatîfan de jî rêvebirî, di destê berhemdêran(üretici) de ye.

Demokrasiya kedê, li derveyî çerxên îstismarê, kedê bi awayekî azad îcrakirin û bi adilane bikaranîne. Demokrasiya kedê ew sîstema civakî ye ku tê de ked, ji bo berjewendiya civakê bi awayekî kolektîf tê birêxistinkirin, berhem jî bi awayekî kolektîf tê nirxandin.

Komara demokratîk, polîtîkayeke aboriyê dişopîne ku aboriyên civakî jinûve ava bibin.

Em dikarin mijarên pêwîst ên di înşaya komara demokratîk de destpêkê têne bîra mirov bi vî awayî bi kurtî bînin ziman. Divê ev wekî pîvan/prensîbên giştî bêne fikirîn. Ji ber ku em girêdayî vana, an jî ji van tiştan cudatir bi dehan tiştên din dikarin rêz bikin. Li vir ya girîng, di paradîgmaya rêveberiyê de guhertin û veguhertinê kirine.

Bêguman dema me van hêmanên rêgezî derxistin pêş, me di asta giştî de wekî dane(verî) rejîmên netew-dewleta kapîtalîst, avahiyên wan ên tekparêz-unîter esas girtin. Me hewilda xitimandinên ku ew dijîn û sedemên vê deynin holê. Lê ev model, modela ku em niha di navê de wekî Komara Tirkiyeyê dijîn, ji sedsala 20’emîn heya niha tam sed sal, xwediyê tecrûbeyeke çawa bû li ortê ye. Ji ber vê me vê pirsê pirs kir û em li pêy bersivê geriyan: Li Tirkiyeyê ji paradîgmaya rêveberiya dewletê ya tekperest-navendperest ku dibe pirsgirêk em çawa dikarin derbasî paradîgmaya komara demokratîk bibin? Mijarên rêgezî yên me rêz kirine, di vê çarçoveyê de dikarin ji bo guhertinên esasî ji pêwîstiyên dewleta komara Tirkiyeyê re bibin bersiv.

Divê mirov vê heqîqetê paşguh neke. Guhertina herî zehmet, guhertina mirov e. Çunkî veguhertina mirov ji zîhniyetê dest pê dike û zîhniyet jî gava mirov bêje “ha” nayê guhertin. Ji ber ku zîhniyet tenê bi hin tiştan bawerkirin, an jî tenê girêdayî bihêzkirina qada psîko-çandî nîn e. Zîhniyet di heman demê de fikir meşandin, agahî hilberandin, yanî çanda fikirandinê ye.

Mirovekî, di xwe de çanda fikrî bi kodên netewperest, dewletdar înşa bike, ji ber vê her cudahiyê, her nasnameyê wekî dijmînê potansiyel bibîne, her cure muxalefetê wekî wêrankirina dewletê bigire dest, wisa bi hêsanî nikare xwe bigihîne zîhniyeta demokratîk. Lê ev jî rastiyek e ku gelek qebûl û îdraqên di nav civakê de pêş ketine ji hêla polîtîk ve xwe dispêrin tiştên sexte. Yanî ancax bi rastiyan re rûbirû bê mayîn ev tişt dikarin bêne derbaskirin.

Ji aliyê din ve, her tim ji bo veguhertina civakî mirov li benda veguhertina zîhnî nasekine. Ji ber ku zîhniyet jî ancax di nava jiyana sosyo-polîtîk, çandî de, di nava têkiliyeke diyalektîk de dikare biguhere.

Mirov demokrasiyê, rêxistinbûnên polîtîk ên li ser bingehê çanda demokratîk ava bûne, wekî pêvajoyeke du û dirêj bigire dest rastir e. Ev, nermbûnê tevlî fikir û kiryarê dike; îşaret bi potansiyelên pêşketinê dike. Jiyan her tim pêş dikeve, tê guhertin. Jiyana tê guhertin pêwistiyên civakî jî diguherîne. Ji ber vê yekê rêxistinbûnên demokratîk jî wê di çarçoveya pêwîstiyên civakî de biguherin. Li vir tişta esasî, girîngî bi rêgeza wekhevî û azadiyê, berjewendiyên civakî dayîne.

Modela netew-dewlet bi halê xwe yê klasîk li ser rûyê erdê temenê xwe di asteke jor de temam kiriye. Êdî divê bê derbaskirin. Ji ber ku ji hêla ekonomî-polîtîk ve bi destê siyasetên neo-lîberal hundirê wê hatiye valakirin, ji aliyê din ve ji ber polîtîkayên girêdayî nasname û çand xitimiye. Li Rojhilata Navîn 20-30 sal in veguhertineke lez hate jiyîn. Di vê veguhertinê de rola ajandayên herêmî û kûrewî jî heye. Lê faktora herî girîng, li ser modelên hatine derbaskirin israrkirine.

Nifûsa Kurdan li Tirkiyeyê digihije 25 milyonan û ev rastî bi têkoşîna nasname û çandê derketiye holê. Bi gotineke din, ji bo Tirkiyeyê mesele êdî bûye meseleyeke rêgezî, ji ber vê divê hemû nasname, çand di nava xwesertiya xwe de bêne qebûlkirin û di vê çorçoveyê de li Tirkiyeyê avahiyeke polîtîk demokratîk bê înşakirin. Ev êdî ji bo Tirkiyeyê bûye meseleya man û nemanê. Ji bo çareserkirina vê meseleyê hemû derdorên polîtîk ên li Tirkiyê di bin berpirsiyartiyeke dîrokî de ne. Ji aliyê din ve guhertinên li Rojhilata Navîn û pêla guhertin-veguhertinê êdî li ber deriyê Tirkiyeyê ye.

Dewleta Tirkiyê di sedsala borî de li dijî hemû rêgezên ku me li jorê ji bo komara demokratîk rêzkirine an pozîsyonek dijber raber kiriye an jî sekneke nêzî dijberiyê nîşan daye. Ji ber vê guhertin-veguhertina li Tirkiyeyê divê berfireh û piralî be.

Niha di çarçoveya vê perspektîfê de divê mirov ji nêz ve temaşeyî birêxistinbûna dewleta Komara Tirkiyeyê bike.

 

BEŞA SÊYEMÎN
KOMARA TIRKIYEYÊ

 

Avahiya Dîrokî-Çandî, Karaktera Wê Ya Polîtîk

Komara Tirkiyeyê ku xwediyê paşerojeke(geçmiş) 100 salî ye, bi rastî jî Komara Tirkiyeyê ye an dewleta Tirk e? Heqîqet nîşan dide ku ya duyem bêhtir nêzî rastiyê ye.

Gelek caran zanyarên siyasî dibêjin dewleta Komara Tirkiyeyê xwe dispêre mîrateya Osmanî. Xwe bispêrî mîrateya tiştêkî, wê demê xwe dispêrî çanda wê jî. Dibe ku di şekil de guhertin çêbe, lê kodên bingehîn hebûna xwe didomînin.

Kevneşopiya dewleta Tirk Osmanî jî derbas dike, kevneşopiyeke polîtîk, bi kok e. Ev kevneşopî çawa çêbû? Kevneşopiya dewleta Tirk, ji koma Tirkên koçber û şerker, ji fikir û çanda polîtîkaya Ereban, Pers/Medan ava bûye, avahiyek li gor xwe ye. Li cem Osmaniyan meraqa ji bo çanda qesrên Ereban, Farsan pir kûr e. Ji ber vê heya sedsala 20’emîn, dema avabûna Komara Tirkiyê jî di qesrên Osmanî de bi zimanê erebî diaxivîn, Tirkmen jî biçûk dihatin dîtin. Ev pênase ji aliyekî ve xwekêmdîtina çandî jî tîne bîra mirov. Ev nêzîkatî ji rastiya xwe rev e. Ji hêla sosyolojiya dîrokî ve encameke ku neyê fêmkirin nîn e. Ji ber ku di dawiya hezar sala destpêkê û destpêka hezar sala duyem de çanda Tirk li beramberê çanda Ereb û Farsan gelek lawaz e.

Di vê xalê de mirov bi taybetî dikare vê jî bîne ziman; Tirk, wekî gel di mijara adaptasyona çand û nasnameyên cuda de her tim jêhatî bûne. Wekî potansiyel çandan zû digirin. Şopên vê ferasetê li gel hin derdorên siyasî yên Tirk he jî gelek xurt e. Ev milên bi pirsgirêk ji milêkî ve,  halbûkî li vir di asîmîlasyonê de tenê yê desthilat û hêza fîzîkî di destê xwe de digire nabe mijara vê nêzîkatiyê; ya girîngtir yên xwedî çandên bihêztir û li ser vê kûrahiyê pêşketine dikare bigire nava xwe û bide berxwe bibe.

Em vegerin ser mîrateya Osmanî; Împaratoriya Osmanî çand û avahiyeke teng-spesifîk îfade dike. Di esas de mirov dikare Osmaniyan wekî welatekî Ewropî bibîne. Ji ber ku li Bursayê ava bûye û destpêkê li Ewropayê pêş ketiye. Piştre ber bi Rojhilat ve xwe belav dike.

Ji bo dîroka Osmanî ji hêla Fatîh Sultan Mehmet ve fetihkirina Stenbolê pir girîng e. Fatîh, dixwaze bibe împaratoriyeke cîhanî, xwediyê vîzyoneke wiha ye, asoya xwe vekirî û fireh e. Ji ber vê çendê, dema piştî fetihkirinê xwe ava dike, di nava 7 wezîrên wî de tenê 2 ji van Tirk in. 3 wezîrên wî devşîrme ne, 2 wezîrên din jî beriya fetihkirina Stenbolê di nava arîstokrasiya Bîzansanê de cihê xwe digirtin. Biraziyên Împaratorê Bîzansê Konstantîn jî di nav Osmanî de erkên wezîrtî û mîrtiyê meşandine. Ji bo ku sekna Fatîh a polîtîk bê fêmkirin van tiştan dibêjin û ev girîng e.

Dîsa di serdema Fatîh de, bi taybetî ji bo birêvebirina Xirîstiyan û Cihûyan qanûnnameyên padîşahtiyê hatine derxistin. (ji van re digotin “Sultanê Orfî”) Ev qanûnname, ne li gorî hiqûqa şer’î, li gorî hiqûqa sekûler hatine derxistin. Fatîh jî di navê de bi giştî padîşahên Osmanî xwe wekî împaratorên Romayê dîtine.

Lê rexmî van hemûyan jî, Osmanî ji aliyê kevneşopiya dewletê ve Rojhilatî mane. Ji ber ku şekilgirtina destpêkê li ser kevneşopiya dewleta Fars û Îslamê çêbûye. Bi wan re di nava hev de şekil girtiye û dewlet çiqas mezin bûye hêmanên ku ji çanda Tirkitiyê hatine lawaz bûne. Di kevneşopiya Tirk a berê de jinan -herî kêm hinek- di nava meclîsan de cih digirtin. Dîsa mirin jî hebûya di dema şer de padîşah li ser artêşa xwe dima û hwd.

Ji bo kûrahiya pirsgirêkê bê zanîn divê ev neyê jibîrkirin; ger em çend mînakên spesifîk ên wekî Konfederasyona Eşîrên Medan, Karmatiyan nehesibînin, ji Sûmeriyan heya Akadan, ji Babîlê, heya Pers û Osmaniyan di kevneşopiya dewletê ya Rojhilat de komar tine ye.

Demokrasî jî, komar jî ji hêla çandî ve çavkaniya xwe ji Mezopotamya, Rojhilata Navîn digirin. Lê di wateya tê zanîn de komara modern, wekî sîstem, aîdê cîhana polîtîk a Rojava ye. Li paş vê wekî karakter, avahiyeke dîrokî, çandî, polîtîk û beşerî heye.

Li Rojava bajarên Serdema Navîn têne zanîn. Di serî de bajarên Îtalya, Serdema Navin a Ewropayê, diyara bajarên xweser e. Çanda ku di bajaran de çêbûye, dîsa konseyên rêvebir ên ji nav bajaran derketine… bingehên veguhertina polîtîk avakirine.

Di qada aboriyê de serfîtî, li ser mulkiyeta şexsî ava dibe, ji wê re qad vedike.

Di nava piraniya bajarên Serdema Navîn de hem qadên ku civaka bajêr hevbeş bikar tînin û di mulkiyeta civakê de ne hene, hem jî girêdayî ferdîbûnê li qadên civakî wekî ekonomî û polîtîka, çanedeke ku xwe dispêre kolektîvîteyê heye. Pir baş tê zanîn ku ferdîbûn nebe, kolektîvîte jî çênabe. Mirov dikare wiha jî bêje; kolektîvîteya bê ferdiyet, an wê bi xwe re civata bawermendan bîne an jî wê bibe kerî, girse. Li ser tiştên wiha jî sîstema demokratîk nayê avakirin.

Bi giştî di civakên Rojhilat de, bi taybetî jî di Osmaniyan de wekî Rojava bajarên xweser nayên dîtin, ji ber vê yekê sosyolojiya van bajaran; avahiyên wan ên ekonomîk, polîtîk nîn in. Li şûna vê, sîstemek heye û di vê sîstemê de hemû desthilat di destê padîşah de kom dibe. Ji ber vê li gel Osmaniyan siyaset tenê bi padîşah û derdora nêzî wî re sînordar e. Di nava vê de gel/civak tine ye; di vê sîstemê de cihê gel îteatkirin e.

Ji ber vê di kevşopiya polîtîk a Osmaniyan de tekane riya siyasetkirinê an jî ji bo bikarî bi riya siyasetê bêrîkê xwe tijî bikî, divê an desthilatê bixî destê xwe, an jî divê bibî zilamê ber deriyê  padîşah. Di Tirkî de gotina “xwe avêtina ber deriyê dewletê” jî ji li vir tê. Derveyî vê riyê, ji bo siyasetê an jî ji bo di nava dewletê de cihê xwe bigirî riyeke din nîn e.

Di qada aborî de jî li cem Osmaniyan erdê împaratoriyê milkê padîşah e, şixulandina wê jî girêdayî hukmê padîşah e. Yanî di Osmaniyan de wekî Rojava serfîtî, an jî milkê taybet nîn e. Ya girîngtir, li cem Osmaniyan gel jî aîdê padîşah e. Ji ber vê sedemê mirov nikare qala ferdîbûnê, ferdiyetê bike.

Ger em kom bikin; li gel Osmaniyan ji ber ku ji bo gel qadeke giştî ya vekirî nebû, milkê taybet û ferdiyet nebû, ji aliyê îdeolojîk ve hukmên olî esas bûn, rejîma komarê jî, mirovê komarê jî çênabe. Di nava vê çanda ekonomîk-polîtîk de ancax dewlet dikare pêş bikeve. Civak jî derveyî vê riyeke din nizane, heya li ser riyeke wiha nafikire jî. Ji bo civaka Osmanî tekane riya ku bikare li ser piyan bimîne bêhtir xurtbûna dewletê ye. Jixwe di fikra olî de dewlet, hukmê xweda pêk tîne. Ji ber vê yekê li hemberî xweda nirx û pozîsyona mirovan çi be, li hemberî dewletê jî nirx û pozîsyona gel heman tişt e; evd e! Ev sosyolojî û çanda polîtîk bi sedan salan jiyan kiriye û heya li bin hişê civakê belav bûye.

Komara Tirkiyeyê li ser vê çanda sosyo-polîtîk ava bûye. Ji hêla Teşkîlati Mahsusa ve(1909) ku bi destê Cemiyeta Îttîhat Terakkî û Enver Paşa ve hatiye damezrandin bingehê sazîbûna dewleta nû tê avêtin. Bi vî awayî pêşiya damezrandina komarê vedike. Çanda îdeolojîk-polîtîk a dewleta Komara Tirkiyeyê, gerdûna wê ya çandî ji hêla Îttîhat Terakkî ve hatiye avakirin.

Îttihat Terakkî ji nîvê sedsala 19’mîn şûnde wekî tevgereke polîtîk ku dixwest Osmanî jinûve rake ser piyan derkete holê. Di bin sîwana nasnameyên Osmanîbûn û Îslamcitiyê de dixwest xwe birêxistin bike. Gelek derdorên pêşverû yên Kurd, Tirk, Ermenî di nava vê cemiyetê de cihê xwe girtin.

Lê ji ber tevgerên netew-dewlet û netewperestiyên pêşketin, destpêkê gelên Xirîstiyan ên li Ewropayê serxwebûna xwe îlan kirin. Sîwana Osmanîbûnê olên cuda jî digihand hev. Dema Xirîstiyan çûn, civakên Îslamî man. (Ermenî û Xirîstiyanên li Anatoliyayê jiyan dikin hene, lê hejmara wan kêm e). Dema gelên Ereb jî serxwebûna xwe bidestxistin, sîwana Îslamê jî belav bû. Li dawiyê Tirkîtî ma.

Cemiyeta Îttihat Terakkî 1912’an de bi darbeyeke xwîndar desthilata dewletê xiste destê xwe. Ji vê demê şûnde stratejiya bingehîn a Îttihat Terakkî “Tirkkirina Anatoliyayê” bû. Ev polîtîka hê jî ji dewrê derneketiye. Hedefa destpêkê Ermenî bûn. Sala 1912’an de polîtîkaya Tirkkirina Îttihat Terakkî dikeve dewrê. Cudahiya Îttihat Terakkî ji radîkalbûna wê tê. Lê hedefa stratejiya Tirkkirinê tenê Ermenî nebûn.

Ji ber ku xeta Îttihat Terakkî şekil da Komara Tirkiyeyê, ev xal girîng e; Dema Osmanî di bin desthilatdariya Îttîhatçiyan de li cem Almanan kete Şerê Cîhanê yê Yekemîn têkçû. Gelek Îttîhatçî ji ber suçên kirine di dadgehên Osmanî de hatin darizandin, cezayên îdamê girtin, piraniya wan ji welat reviya.

Mustafa Kemal di dema Şerê Rizgariyê de polîtîkaya Tirkkirinê ya Îttihatçiyan da sekinandin, xwe wekî ku ji vê fikrê dûr ketiye nîşanda. Şerê Rizgariyê bi hev re hate meşandin. Kurdan tenê li ser axa xwe şer nekir, li Çanakkaleyê jî şerkirin.

Ev taktîka Îttihatçiyan bû. Destpêkê di nava wan de jî ji her miletê mirov hebûn. Armancên wan ên rizgariyê hevpar bûn. Piştre derveyî Tirkbûnê, hemû nasnameyên din tine hesibandin.

Rêveberiya Mustafa Kemal ji bo Îttihatçiyên ku di serdema Osmaniyan de hatibûn darizandin û mehkûmkirin abîde çêkir, rûmeta malbatên wan teslîm kir. Tuncay Ozkan dibêje Mustafa Kemal jî endamê Teşkîlati Mahsusa bû. Siyaseta hatiye şopandin vê îdîayê piştrast dike.

Mirov dikare Kemalîzmê, wekî zîhniyeta Îttihat Terakkî pênase bike ku li gorî şert û mercên nû xwe sazkiriye. Îro jî hin Kemalîst xwediyê heman zîhniyetê ne.

Ji ber ku armanca stratejîk Tirkkirin e, ji damezrandina komarê heya niha li Tirkiyeyê stratejiya ku siyasetê domîne dike ev e.

Ev stratejî her tim dixwaze mudexele bike, ji ber vê yekê li Tirkiyeyê siyaset her tim di bin siya leşkeran de dimîne û di nava dewletê de avahiyên paramîlîter ên derveyî-norm, wekî tarzê “çete” hene. Wisa lê hatiye ku ev hêz, di serî de leşker bûrokrasiya ewlehiyê xwe xwediyê rast ê welat dibîne û dema pêwîst bibîne jî wekî maf mûdexeleya siyaseta sivîl dike.

Bi destê hêzên derveyî-norm mudexeleya pirsgirêkên li welat kirin, di polîtîkayê de bandora leşkeran û gelek mijarên din ên jiyanî wekî mîrateya zîhniyeta Îttihat Terakkî ji Komara Tirkiyeyê re maye.

Yek ji wan armancên herî girîng ên siyaseta Tirkkirinê jî, li Tirkiyeyê neteweyeke Tirk a nû afirandine. Gotinên wekî “Çi şanaze yê dibêje ez Tirk im”, “Yek Tirk bedêlê dunyayê ye”, argumanên stratejiya miletkirin û netewekirinê ne. Her çiqas niha kes zêde qîmet nede jî teoriyên Roj-Ziman, îdîayên ku “Sumerî, Eti(Hîtît)  Tirk in, ji bo înşakirina nasnameya Tirk wekî tez hatin bikaranîn. Nasnameyeke ku bêrûmet hatibe dîtin, nehatibe hezkirin, bi sedan salan bi vê bêrûmetiyê re jiyan kiribe, xwedî psîkolojiyeke şikestî be, wisa rakirina wê ya li ser piyan, bawerî dayîn, xwedî nasnameyeke birûmet kirin ne hêsan e.

Li vir tişta girîng ev e; netewîkirina nasnameya Tirk jî ji bo Komara Tirkiyeyê projeyeke muhendîsî ye. Gelê Tirk, neteweya Tirk heye. Çandeke dîrokî ya bi kok e. Lê ezmûna Tirkiyeyê ji vê çandê bêhtir, ji hêla afirandina netewe ve bû ceribandineke muhendîsî ku di jor de hatiye ferzkirin.

Divê ev mijar jî neyê paşguhkirin; stratejiya Tirkkirinê ji bo ku Tirkan di bin kontrolê de bigirin, bi dewletê ve girê bidin jî wekî amûr şixulandine. Li Tirkiyeyê hin derdorên ku xwe çep-sosyalîst dibînin jî bi motîvasyona netewperestiyê, heya nijadperestiyê, li pişt siyasetên qirker ên dewletê disekinin. Helbet ev ji ber xwe ve çênabe. Ev encameke hûnandî ye(kurgulanmış)

Li Tirkiyeyê di pêvajoya sed salên borî de erdnîgariya Tirkiyeyê wekî ku dihate xwestin nekarîn bikin Tirk. Lê ji ber vê siyasetê gelê Tirk bi riya dirûşmeyên netewperest ên pûç û vala û bi tirsa (tirsa ji yên din) hatiye afirandin, di bin siya dewletê de hatiye pasîfîzekirin, bîata ji bo dewletê xurt kiriye.

Lîstika ku li pişt stratejiya Tirkkirinê hatiye hûnandin ne tenê Kurd, Suryanî û gelên din, herî zêde zirar daye gelê Tirk. Ger ev polîtîka û ev dewlet nebûya, civaka Tirk dikariya ji hêla aborî, polîtîk û çandî ve wekî potansiyel xwe pir pêşxistiba. Dema li Tirkiyeyê qeyrana aborî kûr bû û îtirazên civakî zêde bûn, hêzên desthilat bi gotina “ma hûn dizanin guleyek çiqas pere ye?” xwe ji gel re acizkirin.

Ekonomî-polîtîka kûrewî, pêşketinên li herêmê û hewldanên jinûve dîzaynkirinê, cudahiyên etnîk, çandî yên di nava dewleta Tirkiyeyê de û hilweşîna aborî, veguhertineke mutleq ferz dike. Veguhertina dewleta Komara Tirkiyeyê hêsan nîn e, lê ger ev sernekeve wê bi gelek xeteriyan re rûbirû bimîne.

Dema dibêjin demokratîkbûna Tirkiyeyê an jî komara demokratîk, fikirandineke bi pirsgirêk derdikeve holê; li gorî vê fikrê meseleya demokratîkbûna Tirkiyeyê di navbera hêzên muxalîf (nasnameyên etnîk, çandî yên bindest, sosyalîst û hwd.) û dewletê de ye û demokratîkbûn ji bo dewletê ne baş e.

Baş e, yên derveyî van dimînin, ji hêla aborî ve, ji hêla mafê mirov û azadiyan ve kêfxweş in? Mafê kedkarên Tirk li ber çavan tê girtin?

Ji bo veguhertina dewleta Komara Tirkiyeyê şertê destpêkê, rewşa heyî rast analîzkirin e.

Di nava çandên polîtîk ên wekî “Rojhilat” têne îfadekirin de nav û sifatên wekî demokrasî, komar, civaka sivîl, mafên mirov, dewleta hiqûqê, dewleta sosyal bi awayekî berfireh hene. Lê ew bi xwe nîn in. Civakên wiha (Kurd jî, Tirk jî di navê de) dema nav û sifatê diyardeyê(olgu) digirin, difikirin ku bûne ew tişt û ji vê bawer dikin. Dema navê xwe dikin “komara demokratîk”, “avahiya demokratîk”, êdî temam e; wekî ku bûne ew tişt. Yek jî dema ev nav û sifat li ser rêziknameyan, qanûn û destûrên bingehîn jî bêne nivîsandin, wekî ku her tiştek temam û bêqisur e tê qebûl kirin.

Tirkiye hem ji hêla sînor hem ji hêla çand ve ji ber ku di navbera çandên Rojhilat-Rojava de ye, dibe mînakeke gelek balkêş. Mesela di navên Îran, Suriye, Misir de “komar” hebe jî, kes nafikire ku ev welat komar in. Lê dema Tirkiye tê rojevê, Tirkiye bi rastî jî wekî komar e.

Tirkiye wekî netew-dewleta modern e, lê feraseta wê ya dewletê, çanda wê ya polîtîk, feraseta wê ya aboriyê, sosyolojiya wê, têkiliya ferd-civakê, têkiliya ferd-dewletê modern nîn e. Lê, li Tirkiyeyê çanda xerckirinê (tüketim) ya Rojava bi halê xwe yê herî pespaye-ketî, di dewrê de ye. Ev jî, wekî çanda xerckirin û cilûbergan, li ser bingehekî şeklî lêgerîna Rojavayîbûnê ye.

Civaka Tirkiyeyê modernbûnê di Rojavayîbûnê de dibîne. Ev nêzîkatî hê ji destpêkê ve dide windakirin. Ger avahiyeke di nava çand û ruhê Rojhilat de şekil girtibe, nikare bibe Rojavayî. Ji ber ku dînamîkên çêbûnê, fêmkirin û îdraqa nirxan, cîhana wateyê, bi kurtasî karakterîstîka xwe cuda ye. Di vê rewşê de tişta çêdibe ev e: Ji çanda xwe, civakbûna xwe qut bûye lê wisa bi Rojava re jî yekbûneke cewherî çênekiriye, yanî di navber de maye. Ev, di wateya sosyolojîk de bêwatebûn e. Civaka Tirkiyeyê li dora vê xalê dizivire. Dixwazin bi xerca bê sînor ev valatiya derketiye holê tijî bikin, bi riya xerckirinê nasnameyeke Rojavayî çêbikin.

Sedema vê çi ye? Sedem, modernîteya xwe saz nekirine; ji zîhniyetê bigire heya avabûna sosyo-çandî, çanda polîtîk, aborî… rewş ev e. Halbûkî Rojhilata Navîn navenda şaristaniyê ye, çavkaniya wê ya sereke ye. Ji ber vê yekê xwediyê mîrateyeke çandî ya bi kok e.

Konjonktura kurewî, herêmî, aborî-polîtîk, Tirkiyeyê bi guhertin-veguhertineke bi kok re rûbirû kiriye. Tişta ku em li vir dixwazin, tenê girêdayî veguhertinê çareseriya pirsgirêkek nîn e, piralî ye.

Wekî ku di çanda Tirkan de jî bi şeklekî berçav xuya dibe, di kevneşopiyên polîtîk ên dewlet-navend de xwesteka demokrasiyê, avakirina sîstema demokratîk jî zêde di rojevê de nîn e. Civak jî xwediyê motîvasyoneke wisa nîn e. Ji ber ku ew jî li dewletê dinêre û wisa dijî. Ji ber vê sed sal in li Tirkiyeyê karakterîstîka desthilat nehatiye guhertin. Kemalîst jî bêne li ser desthilat, Îslamî jî bên, rastgir an jî çepgir ferq nake; rejîma tê pêkanîn, heman rejîm e.

Ji ber van sedeman li benda desthilateke baştir, adiltir, demokratir mayîn ne çareserî ye. Di serî de kevneşopiya polîtîk a li vî welatî destûra vî tiştî nade. Divê ev bê zanîn.

Li Tirkiyeyê ji bo berjewendiya hevbeş a civakê û hemû pêkhateyan, ji bo siberoja welat, avakirina qadeke giştî ya demokratîk tekane rê ye. Lê ji avakirina vê qadê girîngtir, fonksiyonelbûn û karkirina wê ye. Ev jî bi motîvasyona polîtîk a civakê ve eleqeder re.

Civak divê êdî ji motîvasyona polîtîk ku ji dewletê hêvî dike, ji dewletê re kar dike derkeve derbasî motîvasyoneke nû ya polîtîk bibe. Di vê motîvasyona polîtîk de civak cih bi cih bi dînamîkên xwe yên rêveberiyê re kar dike, cih bi cih bi dewletê re derbarê qedera xwe de îrade didane holê. Ev pêwîstiyeke girîng e. Civaka Tirkiyeyê rexmî hemû faktorên sosyo-polîtîk, çandî yên ku wê paşde didin jî, rewşa ku ketiye navê dibîne û dikare vê veguhertinê bike. Ev potansiyel heye.

Modela komara demokratîk wê vî derfetê bide ku ev potansiyel derbasî tevgerê bibe. Di serî de cudakirina hêzan, demokrasiya herêmî, mafên kolektîf, li ser bingehê esasên ku me li jor di bin çend jêrnavan de diyar kirine avakirina komara demokratîk, ji bo civaka Tirkiyeyê modela qezençkirina siberojê ye. Ji ber ku ev model hem pêşiya avahiya welat a pir nasnameyî, pir çandî vedike, hem çavkaniyên ekonomîk ên dewlemend ji bo civakê bêne bikaranîn derfet çêdike, hem jî potansiyela beşerî bibandor dike, qadên bi pirsgirêk biçûk dike, pêşiya çareserî û pêşketinê vedike.

Niha, di demekê wisa de ku aloziya kûrewî zêde bûye, hevsengiyên herêmî têkçûne, êdî netew-dewleta klasîk bê qîmet bûye, mirov ji aramiya civakî, piştgirî û çareseriyan dûr bimîne, wê bibe înkara rastiya heyî.

 

BEŞA ÇAREMÎN
ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK

 

Me gotibû têgîna “entegrasyon” di gelek qadên wekî teknîk, aborî, sosyolojî, polîtîka û hwd. de tê şixulandin. Em têgîna entegrasyona demokratîk ji bo têkiliyên di navbera nasnameyên civakî de bikar tînin. Dîsa ji bo têkiliyên di navbera van nasnameyan û dewletê de bikar tînin. Di vê wateyê de entegrasyona demokratîk wekî nasnameyeke polîtîk, ji pêywendiya nasnameyên etno-çandî derdikeve holê.

Demokrasî û entegrasyon pêkhateyên têgîna entegrasyona demokratîk in. Herdu jî îşaret bi qada giştî dikin ku ev qad, li ser hebûn û yekîtiya nasnameyên cuda şekil digire. Mesela têgîna “civak” dibe ku avahiyeke homojen bîne bîra mirov. Lê civak avahiyek heterojen e. B vî awayî, dema ferd û avahiyên ji hev cuda wate û teheyûlên hevbeş diafirînin civak hebûna xwe qezenc dike. Ji bo civakbûnê divê cihêrengî wekî subjeyên cuda hebûna xwe biparêzin. Ji bo civakbûnê ev şertek e jiyanî û jêneveger e

Demokrasî jî rêveberiya gel îfade dike. Gel jî, ji pêkhateyên sosyal, çandî, aborî yên cihêreng pêk tê. Têgîna gel bixwe giştîbûnê îfade dike. Demokrasî jî xwe dispêre hebûn û parastina cihê cudahiyan. Ji ber ku demokrasî li qada giştî bi çalakbûna kolektîf a cudahiyan hebûna xwe qezenc dike.

Zanistên siyasî, zanistên îqtîsadî û sosyolojî damarên esasî yên civakbûnê ne û hemû li qada giştî digihin hevûdû. Mirov dikare entegrasyona demokratîk wekî têgînbûna vê qada giştî bifikire. Di modela entegrasyona demokratîk de mirov dikare entegrasyonê ji bo navbera civak û dewletê; navbera nasnameyan, navbera bawerî-mezheban; ji bo qada kedê, bi kurtasî mirov dikare entegrasyonê ji bo her qada ku girêdayî civakê ye bifikire. Ev ne şablonek e, em dikarin wekî toreke modelan bifikirin ku xwediyê kûrahiyeke felsefî-polîtîk e, nerm e û ji adaptasyonê re vekiriye.

Li vir tişta esasî, pîvana felsefî ye. Qada giştî bi qebûlkirina cudahiyan, bi nêzîkatiya rêzdar, bi awayekî kolektîf tevlîbûna cudahiyan ava dibe û bi îradeya kolektîf dixebite. Ev hemû çalakgerî bi etîka civakî, rêgez û referansên polîtîk pêk tên.

Çima pêwîstî bi vê têgînkirinê (kavramsallaştırma) çêbû?

Têgîn ji bo pêwistiyên civakî têne pêşxistin. Herî baş jî têgînên mayînde ji pêwîstiyan re dibin bersiv. Di vê çarçoveyê de entegrasyona demokratîk, teqez wê bibe têgîneke mayînde. Ji ber ku ev model ji pirsgirêka dîrokî, civakî re çareseriyê pêşniyar dike, afrîner e û dikare were pratîzekirin. Li vir tişta tê ziman ev e: Ji ber ku pirsgirêkên nasname-çandê ji hêla modela netew-dewleta kapîtalîst ve nehatine çareserkirin û cîhana sosyalîst jî nekariye van pirsgirêkan derbas bike, ji bo çareseriya vê pirsgirêkê ji me re asoya çareseriyeke nû ya exlaqî-polîtîk lazim e. Ev wisa xwe naspêre perspektîfeke îdeolojîk-hişk, lê sosyal e, sosyalîst e. Ji ber ku li gorî xwezaya azad a civakî tevdigere. Ji bo cîhana roja me ya îro modeleke îdeal e. Dixwaze xwe bigihîne xweşî û başiya civakî.

Ji bo rast were pênasekirin/fêmkirin divê mirov bi termînolojiya sosyalîst a ji aliyê têgînî ve pêş ketiye li ser entegrasyona demokratîk bifikire. Entegrasyona demokratîk, wekî paradîgmaya demokratîk-ekolojîk-azadixwaziya jin; wekî sosyalîzma civakparêz a demokratîk, wekî neteweya demokratîk, wekî şoreşa pozîtîf, pêkhateyên asoya fikreke îdeolojîk, felsefî ne. Ji xwe re vê asoya fikrî referans digire.

Di çarçoveya vê fikrê de ji bo entegrasyona demokratîk pir zêde têgîn pêşketin. Hem ji hêla pênasekirina entegrasyona demokratîk ve hem jî ji hêla pratîkî ve du têgîn derketin pêş; Yek ji wan neteweya demokratîk e, ya din jî rêgeza demokrasiya xwecihî ye.

Ger neteweya demokratîk û demokrasiya xwecihî nebin hem ji hêla felsefî ve hem jî ji hêla çanda birêxistinbûna civakî ve naveroka entegrasyona demokratîk wê vala bibe. Ji ber vê wekî hemû têgînan, divê di çarçoveya fikra ku entegrasyona demokratîk di nav de çêbûye li ser bifikirin.

Modela çareseriyê ku bi têgîna entegrasyona demokratîk tê îfadekirin, çima pêwîstî pê çêbû? Bersiva vê bi pirsgirêkên roja îro ve bi berfirehî û kûrahiya van pirsgirêkan ve girêdayî ye.

 

Beriya Modernîteyê Rojeva Nasname û Modelên Çareseriyê

Nasname, avahiyeke sosyolojîk e û bi çêbûyîna(oluş) civakê ye girêdayî ye. Her ferdê ku civakê ava dike nasnameyek e. Klanên ku ferd pê ve girêdayî ne xwedî nasname ne û xwe bi riya toteman îfade dikin. Di roja me ya îro de gel, netewe, bawerî, mezheb her yek ji wan nasnameyek e.

Nasname nebe civak nabe. Hebûna nasnameyên cuda hem civakê çêdike hem xurt dike hem jî dînamîkên civakê dewlemend dike. Ji ber vê yekê sekna nasnameyek, sekna vîzyoneke polîtîk li hemberî nasnameyan, dibe nîşaneya sekna li hemberî civakbûnê. Çiqas nêzîk an jî dûrî exlaqa civakî û polîtîk e, ji bo civaka exlaqî û polîtîk çiqas kêrhatî an jî dijbere nîşan dide.

Aliyê herî xeter ê faşîzmê zext û şîdeta wê nîn e, karaktera wê ya tekparêz e; cudahiyan tine dike, nasnameyên tekparêz înşa dike.

Nasnameyên çandî-etnîk, di nava wate û jiyana mirovan de çêdibe. Mafê ti hêzê nîn e bi ti sedemê mudexeleyê van bike. Ji aliyê exlaqî ve jî nîn e, ji aliyê polîtîk ve jî nîn e. Ji aliyê din ve ji ber ku nasname diyardeyeke girêdayî civakbûna mirovan e, ti caran nayê tinekirin.

Civak, beriya şaristaniya dewletdar jî di ferqa vê de ye. Ger avahiya eşîrî bê lêkolînkirin, wê bê dîtin ku di nava eşîr de qebîle, di nava qebîleyan de jî klanan hebûna nasnameyên xwe parastine. Yanî endamekî/e êşîrê derveyî nasnameya xwe ya eşîrtiyê, xwedî nasnameya qebîle û klane jî. Ji ber vê eşîr, formeke rêxistinbûna civakî ya bi tebeqe ye.

Di tecrûbeyên demokrasiya seretayi de jî ku xwe dispartin konfederasyona Eşîran bi heman şeklî nasname û otorîteyên polîtîk ên eşîran tê parastin.

Baş binêrin, nasname, heya serdema şaristaniya dewletdar jî, di navenda formên rêxistinbûna civakî de cihê xwe digirin. Ji ber ku li vê derê, hê jî hukmê kiryarên desthilatdaran diyarker nîn in, nasname li ser bingehê rêgeza wekhevî-azadî di zemîna têkiliya giştî(kamusal îlîşkî) de hebûnên xwe didomînin.

Em vê ji nedîtî ve neyên; ji kêliya destpêkê ya civakbûnê û heya niha nasname bûye navenda avahiyên polîtîk. Çi civakbûna azad dibe, çi jî şaristaniya dewletdar dibe, ev rastî nayê guhertin. Lê bi şaristaniya dewletdar re nêzîkatiya li hemberî nasnameyan diguhere.

Ger em bi giştî binirxînin, ji dewleta bajêr heya dewleta modern, di nêzîkatiya desthilata polîtîk de ferqa esasî ji nasnameyan re ev e: Nasnameyên ku berê li ser bingehê wekheviyê danûstandin dikirin, vê carê li ser avahiyeke hiyerarşîk dane rûniştandin. Mirov dikare wiha jî bibêje; di navbera nasnameya ku desthilat di destê xwe de digire û nasnameyên ku ji tebaayan pêktên de têkiliyeke ji jor ber bi jêr ve(dikey) hatiye avakirin.

Mesela dewletên xanedan hene. Otorîteya wan ji malbata teng dest pê dike heya eşîr, etnîsîte belav dibe. Li cihê ew hebin xwediyê welat, dîsa rêvebirên xwezayî ew in. Ti car gumanê civakê ji vî tiştî çênabe. Lê di împaratoriyên Serdema Destpêkê, Serdema Navîn de çi bawerî, çi etnîk dibe desthilatdaran wisa yekser xwe tevlî nasnameyên mirovan, çandên wan nekirine. Rêgeza giştî ev bû; li ser erdên xistine destê xwe gelê heyî ger ji bo împaratoriyê bîat bike û bac dayînê qebûl bike, divê ew jî eleqa xwe ji karê wan ê navxweyî, nasname û baweriyên wan neynin. Di vê pêvajoyê de kom û civatên bîat nekirine û heya dawiyê li berxwedane îstîsnayî jî be ihtîmal heye hatibin tinekirin.  Lê ji ber bawerî an jî etnîsîte, nasnameyeke ku bi temamî hatibe tinekirin an jî ji qirkirinê hatibe derbaskirin nîn e. Di Asûriyan de jî tiştêkî wiha tine ye.

Ji ya destpêkê heya Osmaniyan di hemû împaratoriyan de ji bo nasname û çandên mehelî, herêmî di nava sîstemê de bi fermî jî cih hatiye dayîn. Wekî eyalet, walîtî, satraptî, begê serxetan, begê began model hatine pêşxistin ku hem cudahiyên civatên xwecihî dibîne, qebûl dike, hem jî wan entegreyê pergala polîtîk dike.

Helbet ev model ji bo ku împaratorî bikarin nasname û çandên cuda birêve bibin wekî stratejiyên rêveberiyê hatine pêşxistin. Piranî jî ji bo bikarin îhtimala berxwedanê ji holê rakin hatine pêşxistin.

Vê polîtîkayê di parastina hebûna nasnameyan de roleke erênî lîstiye. Lê ji ber ku nasnameyan bi têkiliyeke hiyerarşîk bi hev ve girê daye û pêşiya pêşketina wan girtiye, ji ber ku nasnameyan di nava herêmên cuda de girtiye û ji hev qut kiriye, ji ber ku hêzên xwecihî gelek caran nêzîkatî û zîhniyeta rêveberiya navendî ji xwe re esas girtine milên xwe yên neyînî, ji rexneyê re vekirî jî hene.

 

Di Sîstema Netew-Dewleta Kapîtalîst de Rojeva Nasnameyan û Modelên Çareseriyê

Bi sîstema netew-dewleta kapîtalîst re nasname wekî girêka kor lê hatine. Ji ber ku kapîtalîzm, ji bo pergala mêtîngeriyê û wekî saziya wê ya parêzer û rêvebir dewletê rewa bike nasnameya netew bikar tîne. Têgîna neteweyê pêş dixe û bi bîrdoziyên netewperest vê têgînê xwedî dike.

Netew-dewleta kapîtalîst, ji bo navendîkirin û tekkirina desthilat, wekî têgîna rewakirinê dixwaze netewê jî bike tek. Ji ber ku dema di nava dewletê de hebûna nasnameyên din bê qebûlkirin, wê parvekirina desthilat jî bikeve rojevê. Ji ber vê polîtîkaya nasnameyê ya netew-dewletê tekane ye.

Derveyî çend welatên biçûk, netew-dewleteke ku ji yek miletê pêk tê nîn e. Etnîsîte jî di navê de hemû cihêrengiyên wekî ziman, çand û hwd. tine têne hesibandin. Her tiştî dikin tek û yek.

Ji bo şert û mercên vê ava bikin qedexekirinên ziman, çand pêş dixin; koçberiyê dixin dewrê, demografyayê diguherin, mueyîdeyan pêk tînin. Netew-dewleta kapîtalîst tenê nasnameyên etnîkî nake dijberê hev; sermaye û kedê jî dike dijberê hev, zayendan jî dike dijberê hev, ol û mezheban jî dike dijberê hev, mirov û xwezayê jî dike dijberê hev û hwd. Bi kurtî netew-dewleta kapîtalîst li ser bingehê dijberkirina hemû nasnameyên civakî xwe jinûve ava dike û bi hev dide şerkirin.

Mirov di nava şeran de bi felaketên mezin re rû bi rû dimînin. Dibin koçber, ji erdên xwe qut dibin. Îro koçberî di dunyayê de bûye yek ji pirsgirêkên herî mezin ên civakî û her diçe zêdetir dibe.

Ji ber nasnameyan li dijî dewletan şer tê îlankirin, şer belavê bi dehan salan dibin, dewlet parçe dibin, gel dibin dijminê hev. Mirov çawa temaşeyî rewşê bike jî polîtîkayên bi vî rengî yên li ser nasname pêşdikevin ji her alî ve jiyana civakî jehrî dikin, ji hêz dixin. Encam jî, wekî her tim tenê bi kêrî desthilatên netew-dewlet, derdorên sermayeyê tê.

Rexmî van hemû kiryarên qirkirinê, qirkirina nasname, qirkirinên civakî jî her tim nikarin nasnameyan tine bikin. Sedemên wekî nifûsa zêde û ji hêla dîrokî ve li ser heman axê mayîn berxwedana nasnameyan bihêz dike. Netew-dewlet, nasnameyên ku dizanin nikarin tine bikin li ser bingehê cih dayîna van nasnameyan hin modelên çareseriyê pêşxistine.

Modelên rêveberiya xwecihî yên wekî federe, xwesertî, eyalet û kanton ku di nava netew-dewlet de hatine bicihkirin di vê çarçoveyê de hatine pêşxistin, di esas de piraniya wan ji pergala beriya serdema modern dewir hatine girtin. Di nava van modelan de prensîba esasî, ji gelê xwecihî re derbarê jiyana wê de mafê axaftinê dayîne. Ji vê hêlê ve xwe dispêrin dewirkirina rayeyê (yetki). Hin rayeyên hikumeta Navendî dewrê herêmê têne kirin.

Îro di serî de welatên Rojava, li gelek cihên dunyayê ev model têne bikaranîn. Xwesertî, bi taybetî modeleke nerm a piralî ye. Ev model wekî xweseriya siyasî, xweseriya erdnîgarî, xweseriya çandî li qadek an jî girêdayî pirsgirêk/mijarek dikare bê pêkanîn.

Di roja me ya îro de ezmûnên xwesertiya modern ên herî pêşketî li Spanyayê ne. Spanya rexmî ku zêdetir li gorî pergala xweser hatiye rêxistin kirin jî rêveberiya navendî jî bihêz e. Di ezmûna Spanyayê de mînakên derdikevin pêş û baş têne zanîn jî xwesertiya welatê Baskê û xwesertiya Katalonyayê ye.

Pêwîst e mirov vê destnîşan bike; di nava netew-dewlet de modelên wekî xwesertî, eyalet, federasyon, kanton ji hêla çanda demokrasî ve wekî başê xiraban (ehven-î şer) divê bê destekkirin. Ji ber ku derveyî armancê ev model rayeyê ji navendê digirin didin qadên xwecihî.

Bi kurtî; ev model her tim baştir in, bêhtir nêzî demokrasiyê ne. Ji ber vê jî divê ev model bêne destekirin û hilbijartin.

Di encamê de ev model dibêjin bila çand û nasnameyên cuda bi netew-dewletan re entegre bibin. Lê ev ji aliyê karakterîstîk ve entegrasyonek cuda ye.

Ev model bi zordayîna mekanîzmayên netew-dewlet hatine pêşxistin. Ji ber vê bêhtir li welatên ku wekî demokratîk têne zanîn hatine ceribandin. Lê belê zehmet e mirov bibêje ev hatiye biserxistin. Çima?

Ev sîstem, pêşî di paradîgmaya rêvebirinê de xwecihîbûnê xurt bike jî, ev hebûna demokrasiyê garantî nake. Yanî welatekî wekî federasyon xwe birêxistin bike, ev nîşan nade ku ew ji dewleteke navendî demokratîktir e. Mesela, li kêleka me Iraq heye, welatekî federal e, lê li Iraqê çanda demokratîk çiqas heye cihê gumanê ye.

Her çendî ev model bi navê demokratîkbûnê wekî çareserî bêne pêşkêşkirin jî, di rastiyê de nabin çare; tenê pirsgirêkan nerm dikin. Pirsgirêk wekî potansiyel hebûna xwe diparêzin. Ji ber ku netew-dewlet xwe dispêre desthilata navendî û ti car naxwaze rayeyê dewr bike. Ev rastiya karaktera wî ye. Dema mecbûr dimîne jî, ji ber karaktera xwe, gelek girtî û kevneperest tevdigere, her tim dixwaze avahiyên xweser bi awayekî hişk bi xwe ve girê bide, ji bo vê li pey rê û rêbazan digere û dibîne.

Tekane temînata van modelan, destûrên bingehîn ên netew-dewletên navendî ne. Meclîsên netew-dewleta navendî jî her tim dikarin van destûrên bingehîn biguherin. Ev hemû model, xwe dispêrin “mafên têne naskirin” û vesaziyên îdarî yên ji aliyê otorîteya navendî ve hatine çêkirin. Mesela hemû dunya dizane ku Katalonya û Bask, xwediyê xwesertiyên pir bi kok in. Xwediyê rayeyên gelek pêşketî ne. Diyalogên Katalonya li gel Yekîtiya Ewropa jî zêde ne. Lê rexmî van hemû tiştan jî, ev xwesertî, ji temînateke navnetewî bêpar in. Ev karêkî navxweyî ye, Spanyayê eleqeder dike. Bi hiqûqa netew-dewlet ve girêdayî ye û li gorî vê huqûqê dixebite.

Em kêmek din kûrtir binêrin wê bê dîtin ku ev model ji nasnameyan re pênaseyeke nû naynin; têkiliyên nasname-desthilatê nakin pirsgirêk; derbarê têkiliyên hiqûqî yên di navbera nasnameyan de perspektîfek nû nadin, modelek nû pêşniyar nakin. Têkiliya nasname-desthilat ku di modela netew-dewlet de tê esas girtin diparêzin, li gorî nasnameyan rayeyê dewr dikin.

Xwesertî, federe û giştî modelên din, li ser bingehê rayeyên ku ji wan re hatine dewirkirin wekî netew-dewleteke biçûk dixebitin. Karkirina mekanîzmayên sazîyî, tarz û şêwaza têkiliyên tîkane(dikey), tarz û şêwaza desthilatdar a netew-dewlet, bi heman şeklî tê parastin. Tenê kêmek biçûk dibe.

Wekî encam, di nava sîstema netew-dewleta modern de ji bo çareseriya pirsgirêkên etnîkî, çandî modelên wekî xwesertî, eyalet, federasyon hatine pêşxistin. Di rastiyê de ev model pirsgirêkan çareser nakin; ji bo ku bikarin birêve bibin dicemidînin.

 

Di Cîhana Sosyalîst de Rojeva Nasname û Modelên Çareseriyê

Teoriya sosyalîst a klasîk di asta giştî de ji nasnameyên etnîk, çandî dûr disekine. Hişmendiya sosyalîzma klasîk, van nasnameyan talî dibîne. Lê ev yekser wekî helwesteke li dijî nasnameyan pêşnakeve; wekî encamek talî-neyekser derdikeve holê. Ji ber ku determînîzma ekonomîk û wekî kirdeya şoreşê proleterya çîna siberojê tê qebûlkirin, hemû nasnameyên din dikevin pozîsyoneke talî; heya kêmek paş-paşwerû dike.

Lê bi demê re ezmûnên reel-sosyalîst bixwe di pratîkê de bi pirsgirêkên nasnameyê re rûbirû bûne. Di serî de Yekîtiya Sovyetan, berpirsyartiya rêvebirina dewletê, rêveberiya civakê û bi berpirsyartiya pêşwazîkirina van pêwistiyan re rûbirû man. Ji bilî vê, pirsa wê Yekîtiya Sovyet çawa birêxistin bibe, wê çawa bê birêvebirin hê ji destpêkê ve pirsgirêka nasnameyê awayekî bihêz xiste rojevê.

Ev, wekî pirsgirêkeke ewqas dijwar kete rojevê ku dagirkerî û têkoşîna li hemberî dagirkeriyê Lenîn neçar kir “Mafê Çarenûsa Neteweyan” teorîze bike. Ya rastî bi vê teoriyê Lenîn ji helwesta nasnameya netewî ya teoriya klasîk a Marksîst gav paşde diavêt. Lê divê mirov bi girîngî diyar bike ku ev gava Lenîn avêt, ji bo têkoşîna sosyalîst a wê demê jî pêngaveke gelek afirîner û bibandor bû. Lê belê têrê nekir.

Di serî de Yekitiya Sovyet, Yugoslavya û gelek ezmûnên sosyalîst wekî federasyona gelan xwe rêxistinkirin.

Di vê xalê de dixwazin vê jî destnîşan bikin; her çiqas di teoriyê de berevajiya vê bê îdîakirin jî, di pratîkê de sosyalîst jî ji hesta nasnameya millî qut nabin/qut nebûne. Di bin sîwana proleterya de dibe ku tine hatibe hesibandin, lê dema li ser nasname xeterî çêdibe sîwana proleterya parçe kirine. Li gelek cihên dunyayê herî zêde proleter tevlî têkoşînên neteweyî bûne.

Em vê wekî lawaztiyeke sosyalîstan nabêjin. Hesta nasnameyê çandî ye; girêdayî hebûna civakî ye. Ev gerdûna psîko-çandî ya mirov e. Di vê gerdûnê de xwezanîn, rêzdariya ji bo xwe, hisa aîdiyetê pêk tê. Pirsgirêk, di hilgirtina vê hestê de nîn e. Heya nebûna vê hestê dibe ku bûya pirsgirêk. Li vir pirsgirêk, vê rastiyê dîtin û li gorî vê polîtîkayeke çareseriyê ya sosyalîst pêş nexistine.

Ji bo teorî û pratîka sosyalîst, pirsgirêk hesta ji bo nasname an jî xwedî derketina nasnameya xwe nîn e; derbarê pirsgirêka nasname û çawa birêvebirina wê de çareseriyên sosyo-polîtîk pêşnexistine.

Bêguman rêxistinbûnên bi tarz û şêwaza federasyona gelan ku Yekîtiya Sovyetan û Yugoslavya pratîzekirine, pêwîstiyên demkî pêşwazîkirine. Ji bilî vê, ezmûnên sosyalîst jî di asta giştî de karîne bi awayekî azadîxwaz nêzî nasnameyan bibin. Ev rastiyeke dîrokî ye, ancax rûxar(yüzeysel) mane. Hewildana ku dixwest nava modela netew-dewletê bike sosyalîst belkê rojê xilaskiriye lê nekariya pêşiya pirsgirêkê û berdewamiya wê bigire. Li ser bingehên avahiya sîstema netew-dewlet, sosyalîzm nayê înşakirin.

Çawa ku ezmûnên sosyalîst xwestin dewleta modern a kapîtalîst bikin proleter, xwestin polîtîkaya nasnameyê ya heman cîhanê jî azad bikin. Halbûkî dewlet jî, nasname jî bi halê ku modernîteya kapîtalîst ew karakterîze kiribûn dûrketin, veguherîn pirsgirêkê; ji hêla pênase, fonksiyon û çanda têkiliyê ve ji xeta azadbûna civakî derketin. Li ser nêrîn, analîz û polîtîkaya şaş înşayeke rast çênabe. Li vir pirsgirêk ev e: Analîz û nêrîna sosyalîst asoya polîtîk a modernîzmê nekarî derbas bike.

Bi kurtî; yek ji kêmasiyên herî mezin ên cîhana sosyalîst, li hemberî polîtîkayên netew-dewleta kapîtalîst ên nasnameyan bi hev dide şerkirin û ji bo desthilat dike amûr, perspektîf û polîtîkayeke çareseriyê ya sosyalîst avanekirin e. Halbûkî yek ji berpirsyartiyên sereke yên bîrdozî û polîtîkayeke civakparêz xwezaya civakê, dînamîka jiyana azadîxwaz-demokratîk pêşxistin û parastine.

Lê cîhana sosyalîst ev nekir, her tiştî di çarçoveya perspektîfa têkoşîna çînî de dît û xwend. Ji ber vê kortiya(körlük) objektîf encameke wiha derkete holê.

Ji ber vê me mijarê, bi nêzîkatiya dewlet û desthilat re girt dest. Encama ku qadan yek bi yek bandor kiriye ev e. Divê mirov nêrîna ku ji tehlîlê re bûye bingeh, qebûlên paradîgmayî lêpirsîn bike û ji vê derê riyeke nû bidest bixe.

Cîhana sosyalîst bi berpirsyartiyeke dîrokî re rûbirû ye. Divê vê pirsgirêkê û yên din derbas bike.

 

Pirsgirêka Nasnameyan û Çareseriya Entegrasyona Demokratîk

“Entegrasyon” wekî têgîn di wateya “yekbûn”ê de wekî teknîk, endezyarî, aborî, polîtîk û hwd. di gelek qadan de tê şixulandin.

Têgîna entegrasyonê di cewher de îşaret bi hebûna gelek diyardeyan û hevdû qebûlkirina wan dike. Ji ber ku entegrasyon wekî têgîn herî kêm di navbera du diyardeyan de pêşdikeve.

Yekbûn, entegrasyonê baş îfade dike. Lê yekbûn heye, yekbûn heye. Bo nimûne, dema tiştek di nava yê din de dihele jî dibe yekbûn; ji ber vê dema li ser yê din zêde dibe jî dibe yekbûn, dema du diyardeyên ji hev cuda tên tenişta hevûdû jî dibe yekbûn… Lê yek ji van yekbûnan entegrasyona demokratîk îfade nake.

Entegrasyona demokratîk beriya her tiştî û di esas de tarz û şêwazeke têkiliyê ye û li ser vê bingehê înşaya qada giştî îfade dike. Entegrasyon li vê qadê tarz û şêwaza têkiliyên di navbera nasnameyên cuda de pêş dikevin îfade dike, demokrasî naveroka vê têkiliyê ye; xeta wî ya li ser bingehê rêgeza wekhevî, azadiyê îfade dike.

Entegrasyona demokratîk modeleke civakparêz e û ji bo çareseriya pirsgirêkên nasname û çande hatiye pêşxistin. Divê ev wekî veguhertin an jî perspektîfa çareseriyeke basît, klasîk, navpergalî neyê fikirîn. Ji ber ku entegrasyona demokratîk wekî proje bi karaktera xwe ya civakparêz derdikeve pêş û li ser vê esase dixwaze hêza desthilat jinûve dizayn dike, qebûlkirina wî ji bo desthilatan wisa ne hêsan e. Ji ber civakparêziya xwe sosyalîst e. Lê ji ber polîtîkayên nasname, ji ezmûnên ree-sosyalît jî, ji modelên netew-dewlet jî dûr disekine.

Heya ev asoya fikrê îdeolojîk, felsefî li ber çavan neyê girtin, modela entegrasyona demokratîk nayê fêmkirin.

Em ê yek bi yek li ser pêkhateyên vê argumantasyonê nesekinin. Lê ji ber ku têkiliyên wan yekser bi entegrasyona demokratîk re hene, em ê hewl bidin bi kurtasî cih bidin mijarên neteweya demokratîk û demokrasiya xwecihî. Ger demokrasiya xwecihî û neteweya demokratîk nebe, entegrasyona demokratîk jî nabe.

 

Neteweya Demokratîk

Mirov dikare neteweya demokratîk wekî ruhê entegrasyonê bifikire. Bi îfadeyeke din, entegrasyona demokratîk bedenbûna neteweya demokratîk e. Têkiliya di navbera neteweya demokratîk û entegrasyona demokratîk de, tenê têkiliyên girêdayî navbera du diyardeyên ku xwe dispêrin hev nîne; ev têkilî aliyên heyî diafirîne, dide jiyîn. Tişta dibe mijara axaftinê, têkiliya ruh û beden e.

 

Neteweya Demokratîk Çi ye?

Tegîna netewe, her tim bi dewleta kapîtalîst a modern re tê ziman. Ev, bi zanebûn tê kirin û bi awayekî sergirtî dibêjin netewe, înşaya modernîteya kapîtalîst e.

Bi pêşketina modernîteya kapîtalîst re ji nasnameyên etnîk têgîna netewe afirandin, vê têgînê bi hestê netewperestiyê xwedî kirin û ji kedxwariya dewleta kapîtalîst re kirin amûrê rewakirinê. Di vê çarçoveyê de têgîna dewleta kapîtalîst înşakirin, di nav sînorên dewletê de nasnameyek esas girtin û vê nasnameyê “netewî” kirin.

Ti eleqeya înşaya netew-dewleta kapîtalîst, bi pêşketina nasnameyên civakî re nîn e.  Dixwazin berjewendî û desthilatên serdestan têxin ewlehiyê û rewa bikin. Helwesteke polîtîk ku ji bo înşaya nasnameyekê bi dehan nasnameyan ji holê radike, bi mîsyona tekparêziyê cudahiyên civakî dike hedef, ne civakî ye, ti eleqeya wê bi civakê, bi derd û xemê civakê nîn e. Berevajî ev hemû kiryar, yek bi yek bi awayekî vekirî çalakiyên dijbertiya civakê ne.

Fikir û îdîayên ku dibêjin têgîna netewe, ji aliyê kapîtalîzmê ve hatiye pêşxistin û di bin teserûfa wî de ye, girêdayî berhema stratejiyên desthilat bi zanebûn têne belavkirin. Ne rast e netew, ji hêla têgîni û diyardeyî ve li ser bingeheke ekonomîk an jî polîtîk bê rûniştandin an jî bi wê ve bê girêdan. Netewe avahiyeke sosyo-çandî ye.

Di diyalektîka zeman, çand û nasname de, dîsa di diyalektîka herikîna dîrokî û civakî de mirov, nasnameyên xwe li ser bingehê pîvanên sosyal ên nû jinûve pênase dikin. Ev tiştêkî pir xwezayî û pêwîst e. Li ser vê bingehê di navbera eşîr û netewe de ji aliyê fonksiyon ve ferq nîn e. Her yek ji wan zemanekî civakbûnê ne û ew zeman jî diyalektîka nasname-çandê îfade dike. Ji ber vê yekê dema em dibêjin netewe, em behsa têgîna neteweya netew-dewleta kapîtalîst nakin.

Feraseta neteweya demokratîk xwe dispêre felsefe û teoriya dîrok-civakê. Di vê xwendina felsefî de nasname avahiyeke sosyolojîk e; destpêkê rastiya civakî ava dike, piştre dide jiyîn. Mirov bê nasname nabe. Ji ber ku mirov li ser bingehê nasname dibe mirov. Civak jî wekî gerdûna xeyalên (imgelem) hevbeş ên nasnameyên cuda (nasnameyên ferd an jî kolektîf) pêşdikeve, dixebite. Netewe pênaseyek sosyolojîk e. Ev sosyolojî, di nava herikîna dîrokî de bi yekitiya gelek nasnameyên cuda, bi pêşxistina torên têkiliya civakî yên nû di nava jiyana bajar de pêşket û belav bû.

Neteweya demokratîk, ji ber ku nasnameyê wekî diyardeyeke civakî digire dest ku civakê ava dike, pêş dixe û dewlemend dike, nêzîkatiya li hemberî nasnameyan wekî nêzîkatiya li hemberî civakê qebûl dike. Tam jî ji ber vê neteweya demokratîk xwe dispêre fikrê ku dibêje divê nasname li gorî xwezaya civakê û çanda civakbûna azad bijîn.

Di vê çarçoveyê de neteweya demokratîk;

 

a) Exlaqî-Polîtîk e

Exlaq û polîtîka bingehê civakbûna azad saz dikin. Ji ber vê em vê wekî rêgeza bingehîn a civakê pênase dikin. Ji ber ku di çarçoveya avabûna civakî de exlaq û polîtîka ji hev cuda nabin. Ji nirxên li dora civakbûnê kom bûne re, ji têkiliya bi wateyê re exlaq tê gotin. Mirov dikare jê re bêje, xeyala(imgelem) ku li ser bingehê esasên civakî yê baş, yê xirab, yê bedew, yê kirêt destnîşan dike.

Polîtîka jî ji bo pêşwazîkirina pêwîstiya civakî û jiyana kolektîf bîryar û xebata çalakiyê ye.  Lê polîtîka xeta xwe ji exlaqê digire. Xebateke polîtîk ji exlaq qut be, ew nabe civakî. Exlaq jî, ji polîtîkayê qut be, razber dimîne; nabe beden, bêwate dibe. Ji ber vê ev herdu diyarde ji hev cuda nabin; di yek rêgezê de şênber dibin. Di bingehê perspektîfa neteweya demokratîk de ev rêgez heye.

 

b) Di Polîtîkaya Nasnameyê de Azadîxwaz e

Her nasname xwedî maf e; dikare xwe îfade bike, xwe birêxistin bike û pêş bixe. Ev maf ji xwezaya civakbûnê tê. Bi ti hincet û sedemê mudexele li nasnameyan nayê kirin, nayên çewisandin.

Bi vê mijarê ve girêdayî; her nasname azadiya xwe û azadiya nasnameyên din wekî şertê heman diyalektîka civakî qebûl dike. Bi îfadeyek din, azadiya her nasnameyê, girêdayî azadiya nasnameyên din e. Azadîxwazî di heman demê de rêgezeke etîk e û etîk li ser bingehê îdraqa xwebûn-yên din şekil digire. Feraseta azadiyê bê etîk nabe.

 

c) Wekhevîxwaz e

Çalakbûna azad bi exlaqê azadiyê re pêkan e. Nasname ji aliyê psîko-çandî ve taybet e, tekane ye. Ji ber vê yekê karakterek wesifdar (niteliksel) dixwaze. Nasname ji ber ku ji hev cuda ne, nayên qiyaskirin. Ji hêla felsefî ve jî qiyaskirina cudahiyan mimkun nîn e. Bêguman naverokên hevbeş ên diyardeya nasnameyê jî hene. Lê tişta  esasî ku wê karakterîze dike, cudabûn e.

Di vê çarçoveyê de nasname ji bo yek kesî jî bibe, ji bo yek milyon kesî jî bibe; xwediyê heman maf in. Ev yek kes jî be, mafê wî/wê yê jiyanê ji nedîtî ve nayê dîtin. Dibe ku ev mijareke hiqûqî be, lê ji wê bêhtir meseleyeke exlaqî-civakî ye.

 

d) Demokratîk e

Demokrasî, xebata gel a xwe bi xwe rêvebirinê ye. Çi bi nasnameya ferd, çi jî bi nasnameya kolektîf, neteweya demokratîk bi avakirina derfet herkesî tevlî sazkirin û meşandina qada giştî dike, heya wê teşwîq dike.

Qada giştî ya demokratîk, bi ti sedemê destûr nade di navbera nasnameyan de tebeqebûn an jî cudabûn çêbibe.

Qada giştî ya demokratîk li ser bingehê hiqûqa azadî û wekheviyê beşdarbûna nasnameyan hem pêwîst dike hem jî bi temînat dike.

 

e) Piranîparêz e

Pênaseyên wekî nasnameyên hindikî-piranî hem wekî têgînî hem bi exlaqî red dike.

Mafên hebûnê yên wekî nasname-çandê li gorî nifûsê nayê nirxandin. Ji ber ku neteweya demokratîk nasnameyan wek dînamîka hebûna civakî dibîne û dizane pêşketina civakî ji cudahiyê pêk tê û nasnameyên cuda potansiyelên pêşketina civakî bilind dikin, bi armanca parastin û pêşxistina civakê nêzî her nasnamê dibe. Ev jî tê vê wateyê ku her nasname bi rengê xwe di nav qada giştî de cihê xwe bibîne.

Çawanî(nitelik) mijareke girêdayî pirbûn(çokluk), piranîbûnê(çoğunluk) nîn e; girêdayî cudabûn e.

 

f) Navend Civak e

Nasname, ji ber xwezaya xwe li ser mekanîka hewandin-derkirinê bihebûn dibin. “Ez”, nebûna yê din e; tişta ku “ez” taybet û tekane dike, yê li cem “ez” heyî, li cem “yê din” nebûn e. Lê li vir hevsengiyeke ku bê parastin heye. Nasnameyek di navbera “xwe” û “yê din” de bi danîna sînor dibe hebûn lê hebûna wî/wê bi ew kesê ku li milê din ê sînor maye re bi wate dibe. Yê wate li “ez”ê bar dike “yê din” e. “Yê din” nebe, “ez” jî nabe.

Çawa ku hebûna ferd, derveyî civakê, ji civakê cuda û tecrîtkirî mimkun nabe, di mijara nasnameyê de jî yên din nebin, mirov nikare li ser hebûna nasname bifikire. Di çarçoveya nasname de “yên din” hemû bihevre dibin civak, dibin qada giştî. Her nasname ji bo ku bikare hebûna xwe bidomîne, divê di navenda wê de civak hebe. Zanebûna nasnameyê divê “yê din” jî bigire nav xwe. Navend civakbûna wê ji li vir tê.

Ji aliyê din ve di qada polîtîk de jî nasname di modela netew-dewlet de wekî amûra desthilat û avahiyên navend-desthilat rol dilîzin. Di navbera nasname û desthilat de rasterast têkilî hatiye çêkirin.

Di neteweya demokratîk de nasname nabin amûra desthilat û di navenda wê de desthilat nîn e. Nasname, pêkhateyên sosyolojîk ên jiyana civakî ne û jêneger in. Neteweya demokratîk, nasnameyê di qada dewlet-desthilat de nabîne, wekî navend civak digire dest û temsîla qada giştî jî li ser bingehê çanda demokratîk bicih dike.

g) Têkiliya Cihêrengiyan e

Neteweya demokratîk, xwe dispêre qada giştî ku nasnameyên cuda tê de dijîn. Mirov dikare vê wekî gerdûneke nasnameyê ya ji cihêrengiyan pêkhatî jî bifikire.

Li vir wekhevî û cihêrengî dijbertiya hev nakin, berevajî nirxên girêdayî hev in, yek nebe ya din jî nabe.

Neteweya demokratîk, di nava cudahiyan de ji yekitiya polîtîk a nasnameyan re tê gotin.

 

h) Piralî ye

Neteweya demokratîk tenê bi perspektîfa nasnameyên etnîk, neteweyî re sînordar nîn e.

Nasnameyên çandî, bawerî jî herî kêm bi qasî nasnameyên etnîk-netewî girîng in û di nav çanda desthilatdar de wekî pirsgirêk hatine nîşandan. Cudakariya olî-bawerî ya herî xeter jî bi navê giştî(kamu), bi destê dewletê tê kirin û ev pir zêde ye.

Neteweya demokratîk eynê wekî nasnameyên etnîk, netewî, dixwaze hemû nasnameyên bindest yên têne talankirin, nasnameyên ol û baweriyê li ser bingehê rêgeza wekhevî, azadî bihevre, di nava xweşbinî, destek û çanda demokratîk de bijîn.

 

i) Rêveberiyeke Xwecihî ya Bihêz e

Neteweya demokratîk, ji ber karaktera xwe ya azadîxwaz dixwaze her nasname hebûna xwe di nav gerdûna xwe ya çandî de birêxistin bike û bijî. Ji ber vê nasname xwe dispêrin avahiyên polîtîk ku civak li qadên mehelî bi riya demokrasiya xwecihî xwe bixwe birêve dibe.

Li cihêkî demokrasiya xwecihî nebe, înşaya neteweya demokratîk, bigewdebûna wê zehmet e.

Neteweya demokratîk, nasnameyan ji bin bandora desthilat derdixîne; karakterên wan ên sosyo-çandî jinûve derdixe pêş. Dema ev pêkhat şûnde, êdî hebûna nasnameyan, ji hêla “yên din” ve xeter nayên dîtin. Di rewşeke wiha de êdî nasname rehet dibin, nefes digirin.

Entegrasyona demokratîk wekî bedenbûna vê perspektîfê şênber dibe. Qada polîtîk a vê şênberbûnê jî xwedî girîngiyeke stratejîk e.

 

Demokrasiya Xwecihî

Di entegrasyona demokratîk de pêkhateyeke stratejîk a din jî demokrasiya xwecihî ye. Di nav avahiyeke polîtîk a hişk de ku her tişt ji hêla navend ve tê birêvebirin, demokrasî jî, entegrasyon jî mimkun nîn e. Entegrasyon, li gorî mezinbûna welat xwe dispêre yekbûna komên biçûk ku bi îradeyên xwe yên azad û dilxwaziya xwe welat saz dikin. Ji ber vê yekê divê her yek ji van koman wek hebûneke xweser bikarin li ser piyên xwe bisekinin û di vê çarçoveyê de bikarin bibin xwediyê taybetmendiyeke ekonomîk-polîtîk.

Her nasname ji bo ku bikare hebûna xwe, li ser bingehê pêwîstiyên kolektîf bi îradeya xwe birêxistin bike û pêş bixe, demokrasiya xwecihî şert e.

Demokrasiya xwecihî bi riya modelên cuda dikare bê pêşxistin. Modelên wekî federasyon, kanton, eyalet, herêma xweser û hwd. dema rast bêne birêxistinkirin, li ser bingeheke demokratîk bêne avakirin, wekî kapasîte ji pêdiviya heyî re dikarin bibin bersiv. Ji ber vê divê mirov demokrasiya xwecihî tenê bi modelek sabît re sînordar nebîne. Li gorî belavbûna nifûsa welat û civakan, li gorî nexşeyên nasnameya etnîk-bawerî, ezmûnên polîtîk, modeleke ku bikare ji pêwîstiyên wan re bibe bersiv dikare derkeve pêş.

Bêku pêwîstî bi yek ji van çêbibe, ger di qanûnên şaredariyê de hin guhertinan çêbikin û însiyatîfa mehelî xurt bikin; ji qadên perwerde, tenduristî, çand, spor, aborî raye dewrî qadên mehelî bêne kirin, dikarin vê pêwîstiyê pêşwazî bikin.

Li vir tişta girîng, avakirina qadeke giştî ye ku gel bikare ji herêmê, li cihê xwe tevlî rêveberiyê bibe. Ji ber vê jî divê ji hêla naverok ve înîsîyatîfa rêveberiya xwecihî bê bihêzkirin.

Di qanûna şaredariyê ya me destnîşan kirî de ji bo entegrasyona demokratîk divê bi veguhertinên esasî û wesifdar(niteliksel) raye bê dewirkirin. Ji bo ku entegrasyona demokratîk pêşbikeve ji vê kêmtir nabe. Ji aliyê din ve mesela li cihên wekî Stenbol, Îzmîr û Antalyayê bi milyonan Kurd û etnîsîteyên cuda hene. Di nav avahiya îdarî ya van bajaran de ji bo Kurd û etnîsîteyên din bikarin nasnameyên xwe, çandên xwe, birêxistinbûnên xwe yên perwerdeyî, çandî, aborî pêş bixin pêwîstî bi guhertinê heye.

 

Çareseriya Entegrasyona Demokratîk: “Ne Bişaftin, Ne Cudabûn”

Mebesta me ji gotina “Ne bişaftin”, tenê di wateya bişaftina teng, tekîl(tekanî) de nîn e.

Ger asîmîlasyon(bişaftin) û qedexeyên ji bo destekkirina asîmîlasyonê têne pêşxistin têr nekin, ev kiryar asîmîlasyonê bi giştî ji bo gihiştina heman armancê dikevin şûna hevdû ne.

Li vir mesele ji hêla çandeke pêşketî ve qebûlkirina çand an jî nasnameyeke din nîn e. Mesele bi bikaranîna hêza desthilat nasnameyên ku derveyî netew-dewlet dimînin bi riya hiqûqî, leşkerî, sosyolojîk û bi rêbazên din çewisandin e.

Mebesta me ji gotina “Ne cudabûn” jî, îşaret bi nasnameyên li dijî kedxwariyê disekinin dike. Di gerdûna çanda desthilatdar de nasnameyek ancax dema desthilata xwe/dewleta xwe ava bike azad dibe, dibe netewe. Li pişt têkoşînên rizgariya netewî sedema sereke ku motîve dike ev e. Ji ber ku birêxistinbûna girêdayî nasname wekî mafekî rewa tê dîtin. Ji ber wê têkoşînên rizgariya netewî li dijî xespkirina mafê gel a herî bingehîn derdiketin û bawer dikirin ku ew ji hêla exlaqî ve xwedî asteke pir bilind in û wisa jî bûn. Zehmete mirov yekî bibîne ku bi teorîk mafê çaresûna neteweyan red bike. Desthilatdarên netew-dewlet ji bo ku bi daxwazên siyasî yên wiha re rûbirû nemînin, hebûna netewêyên cuda qebûl nake.

Entegrasyona demokratîk mafê çarenûsa neteweyan qebûl dike. Li gorî vê, ji bo nasnameyek bikare li ser bingehê mafên kolektîf ji hemû aliyan ve xwe birêxistin bike û bi azadî bijî, hewce nake ji nasnameyên din veqete. Ji ber vê, ew feraseta ji bo her nasnameyê kompartmanek jî pêwîst nake. Berevajî sazkirina qadên giştî ku bikare di nav cudahiyan de yekitiya nasnameyan garantî bike, ji bo jiyana azad herî îdeal e.

Paradîgmaya netew-dewleta modern ku mafê çarenûsa neteweyan dispêre avakirina dewlet û desthilat, nasnameyan xurt nake. Ji ber ku ev perspektîf çavkaniya xwe ji desthilat digire, ji nasname nagire.

Formula “ne asimilasyon, ne cudabûn” hem polîtîkayên desthilatdarên netew-dewlet yên ji bo nasnameyan red dike, hem jî refleksên nasnameyên bindest ku girêdayî heman paradîgmayê pêşdikevin red dike.

Em ji xwendina dîrokê pir baş dizanin ku dagirker nêzîk-dûr li ser hin gelan kedxwariyê dikin. Li hemberî vê têkoşînên rizgariya neteweyî pêş dikevin. Dema ev têkoşîn digihin serkeftinê, dewletên xwe yên neteweyî ava dikin. Bi îfadeyek din, heman rejîma ku ew perçiqandine, vê carê ew bi xwe ava dikin. Netew-dewleta nû, pirsgirêkên ku bi destê netew-dewleta berê dihatin derxistin, vê carê ew bi xwe derdixîne. Çerxa bê feyde(kısırdöngü) bi vî awayî berdewam dike.

Entegrasyona demokratîk vê çerxa bê feyde derbas dike. Li ser bingehê azadî û wekheviyê yekîtiya nasnameyan, kolektîvîteya wan dibe model.

 

Dewlet-Entegrasyona Demokratîk-Civak

Entegrasyona demokratîk bi xetên giştî di navbera civak û dewletê de modela peymana hiqûqî, siyasî ya nû ye.

Entegrasyona demokratîk hem guhertin-veguhertina civakê hem yê dewletê ferz dike. Divê mirov modela entegrasyonê tenê yek alî negire dest; yanî tiştekî bi ser tiştêkî din zêde nabe, divê wisa neyê fikirandin. Ji ber ku entegrasyona demokratîk, ancax hemû alî jinûve pozîsyon bigirin dikare bibe. Ji bo ev pêk bê divê dewlet jî, civak jî xwe biguherin.

Ji bo entegrasyona demokratîk ji aliyê dewletê ve veguhertinên binyadî(yapısal), hiqûqî yên pêwîst, me di bin sernava komara demokratîk de bi xetên sereke nirxand.

Di modela entegrasyona demokratîk de dewlet ancax li beramberê nasnameyên etnîkî li ser bingehê wekheviyê dikare xwe ava bike. Nabe bi navê giştî(kamu) baweriyek bê esas girtin û baweriyên din ji nedîtî ve bên. Di navbera rêveberiyên herêmî û navendî divê vesaziyeke bi hevseng çêbibe. Mafê fikir, îfade û birêxistinbûnê, mafê ferdî û kolektîf têxe garantiyê.

Em bên ser mijara civakê; civak avahiyeke pir nasnameyî û bi tebaqe ye. Di nav vê avahiyê de her nasname hem hebûna xwe bi îradeya xwe didomîne hem jî bi yên din re di nava têkiliyê de ye.

Nasnameyên civakî li ser bingehê azadiya neteweya demokratîk û rêxistinbûna rêveberiya cewherî divê di nava xwe de têkilî pêş bixin. Hemû nasname li hemberî hev berpirsiyar in. Wekî din, li hemberî dewletê wê maf û berpirsiyartiyên hemû nasnameyan (ferdî, kolektîf) hebin. Ji ber ku wê dewlet jî hemû nasnameyan di bin sîwana xwe de kom bike.

Li vir mijara divê li ser bê sekinandin ev e; entegrasyona demokratîk dualî ye. Ya yekemîn û esas, entegrasyona ku di nav civakê de pêş dikeve. Ya duyemîn jî, entegrasyona civakê bi dewletê re ye. Ev, wekî nasname, çand û kedê ji bo tevahî qadên civakî derbasdar e.

 

a) Entegrasyona Nasnameyên Etnîk

Ji bo entegrasyonê hebûnên cihêreng pêwîst in. Entegrasyona civakî ya nasnameyên etnîk, li ser bingehê hevdû naskirin, hurmet û piştgiriyê jinûve têkilîdanîna nasnameyan îfade dike. Rêgeza sereke ya vê têkiliyê wekhevî û azadî ye.

Di rastiyê de pirsgirêkên nasnameyan, gelan bi hev re nîn in. Pêşdaraziyên beramberê hev, îdraqa dijminahiyê, şer û pevçûnan tevna têkiliya di navbera nasnameyan de texrîb kirine. Bi vê zanebûnê divê aliyên heyî ji empatiyê re vekirîbin.

Ji ber van sedeman entegrasyona nasnameyên etnîkî ya bi hev re, wê bibe temînata herî girîng a civakbûnê û hêza li hemberî desthilat.

Entegrasyona nasnameyên etnîk a bi dewletê re jî, meseleya rêxistinbûna hiqûqî û siyasî ye. Wê dewlet, nasnameyên etnîk ên di nav sînorên xwe de bi hiqûqî û siyasî nas bike, ji bo ku bikarin mafên xwe yên kolektîf bikar bînin jî wê ewlehiyê bide. Ji ber ku di jiyana sosyo-polîtîk de her mirov û nasname ancax bi maf û berpirsiyartiyên xwe dikarin hebin. Ger hebûna nasnameyê bê qebûlkirin, wê mafên wê, hiqûq û ewlehiya wê jî pêk bînin.

Nasnameyên etnîk bi dewletê re wê li ser bingehê hiqûqa nû û bi riya qada giştî ya demokratîk ku wê were înşakirin, li gorî hevsengiya maf û berpirsiyariyê têkilî çêkin.

 

b) Entegrasyona Bawerî û Mezheban

Dewleteke “Demokratîk” nikare bibe xwedî nasnameyeke etnîk û xwediyê baweriyek e.

Rewşa pevçûn û nexweşbîniya(hoşgörü) di navbera baweriyan de herî kêm bi qasî pevçûnên di navbera nasnameyên etnîk de zirar dide tevna(doku) civakî û aştiya civakî. Heta di navbera mirovên mensûbê heman olî de jî, sirf ji ber cudahiya mezhebî nexweşbîniyên kûr, heya pevçûn jî çêdibin.

Dewlet dema xwedî li baweriyekê derkeve, wê baweriyê bi çavkaniyên gel binesaz bike û baweriyên din ji nedîtî ve bê, heya wan asteng bike, wê zirar bide hiqûqa di navbera dewlet û civakê de. Divê bawerî di nav têkiliyeke hiyerarşîk de neyên girtin.

Li Tirkiyeyê bi dehan salan jinên ciwan ên Misilman sirf ji ber serê xwe digirtin ji mafê perwerdeyê bêpar hatin hiştin. Gelek mirov ji ber ku hevjînên wan serê xwe digirtin, mafê wan hatin xwarin.

Civakên ne misilman li ser van axan ji ber baweriyên xwe bi êşên çawa re rûbirû mane tê zanîn. Dema çanda demokratîk û azadiya baweriyê nebe, baweriyên din bi eşkere tên cezakirin. Zirarê didin aştî û aramiya civakî.

Bi kurtî, hem li ser bingehê azadiya baweriyê û xweşbîniya(hoşgörü) di navbera baweriyan de entegrasyona civakî hem jî di navbera dewlet û baweriyan de entegrasyona girêdayî hiqûqa wekheviyê, ji bo aştiya civakî şert e.

 

c) Entegrasyona Jinan

Di roja me ya îro de li hemû qadên jiyana civakî, zayendperestiyeke tarî û çanda serdestiya zilam hakim e. Li kolanan, di nava kar de, li pêş kamerayan jin bêhtir tên dîtin, lê divê ev mirov nexapîne.

Wekî entegrasyona demokratîk, komara demokratîk, civaka demokratîk her projeya ku navê demokrasiyê li serê heye, divê xwe bispêre azadî û wekheviya zayendî. Ji bo vê yekê heya tevlîbûna jinê li ser bingehê azadî, wekheviyê li her qada jiyana giştî wek subjeyên çalak çênebe û vê bi ser nexin, nikarin pêşde biçin.

Ev pirsgirêka civakî ya pir mezin divê tenê li ser têkoşîna jinan neyê hiştin. Ev berpirsyartiya hemû civakê ye. Ya girîngtir, divê dewlet jî li ser vê bingehê ji qada qanûnî-destûrî bigire heya çanda binesazîbûnê, ji çanda binesazîbûnê bigire heya tarzê rêveberiyê divê bi perspektîfa azadiya zayendî jinûve ava bibe.

Di çarçoveya rêgeza azadî û wekheviyê de hem li gel avahiya civakî hem jî bi bi awahiya dewletê re entegrasyona jinan pêwîstiyeke mutleq e.

 

d ) Entegrasyona Kedê

Netew-dewleta kapîtalîst sîstema sermayê ye, li gorî berjewendiyên wê dixebite. Huqûqa qanûnî-destûrî li gorî berjewendiyên sermayeyê tê dîzaynkirin. Desthilatdarên dewletê di çarçoveya berjewendiyên sermayeyê de polîtîka dimeşînin.

Netew-dewleta kapîtalîst tenê bi yek şertî kedê entegreyê sîstemê dike; divê ji kedxwariyê re vekirî be. Hemû civakê mecbûr dikin ku xwe û keda xwe bêhtir ji kedxwariyê re vekin.

Bi qasî kedxwariya li ser kedê, her diçe beşên civakî yên ji kedê tên dûrxistin jî zêde dibin. Potansiyel heye ev ji bo civakê veguhere pirsgirêka man û nemanê. Ev, binpêkirineke girîng a mafê mirov e.

Ji ber van û gelek sedemên din kedê li ser nirxên civakî yên demokratîk jinûve avakirin pêwîstiyeke jiyanî ye. Ji bo beşên civakî yên hilberîner bikarin hêza xwe ya ku ji hilberînê digirin derbasî jiyana civakî bikin, divê mekanîzmayên giştî bêne pêşxistin.

Nifûseke zêde mirov ji qada kedê hatine dûrxistin. Ji bo birêxistinbûna keda civakî divê em van mirovan jî entegreyê kedê bikin. Ji bo vê wekî ekonomiyên herêmî, mekanîzmayên ku ji cihê xwe tevlî mekanîzmayên aboriyê dibin divê bi hewildanên kolektîf ên wekî komîn û kooperatîf bêne pêşxistin, dîsa li gorî pêwîstiyan ji hêla dewletê ve jî destek bê dayîn û entegrasyona aboriyên herêmî li ser bingehê qanûnî-destûrî bêne sazkirin.

Heya azadiya kedê û li ser vê bingehê civakbûna wê pêk neyê, ti îdîayeke exlaqî-azadîxwaz û wekhevîxwaz nikarin xwe bigihînin wateya xwe ya rast. Ked bingehê jiyanê, riya mirovbûnê ye.

 

e) Entegrasyona Koçberan

Di roja me ya îro de hejmara koçberan her diçe mezin dibe û hema bêje li her aliyê dunyayê belav bûne. Di serî de Rojava, hemû dunya li pêşberî vê pirsgirêka ku her roj mezintir dibe bi fikar in. Ji ber ku şert û mercên wê yên sosyo-aborî baştir tên dîtin berê herikîna koçberan bêhtir ber bi Rojava ye. Ev rewş ji niha ve di asteke cidî de ekonomî-polîtîka Rojava û sosyalîteya wê bandor dike. Di çavê Ewropiyan de koçber tê wateya hêza karê erzan; ji ber vê yekê koçber bi xwe re windahiya  halxweşiya(refah) aborî tîne; ev jî bi xwe re olperestiya radîkal û pirsgirêka ewlehiya sosyal tîne; ev bi xwe re têkiliyên rêxistinî û tehdîda ewlekariyê tîne. Li Ewrûpayê van deh salên dawiyê dijbertiya koçberan her diçe zêdetir pêşdikeve, siyasetên ji derve re girtî, neo-faşîst derdikevin pêş. Li pişt bilindbûna partiyên siyasî yên li ser vê xetê ev dînamîk rola sereke dilîze. Ev nîşan didin ku rewşa heyî şaş tê xwendin. Ger rojeva koçberan rast neyê xwendin, tedbîrên pêwîst neyên girtin, ev rewş, tiştên nehatine hesapkirin jî di navê de potansiyela riskeke cidî di xwe de dihewîne.

Koçbertî pirsgirêkek e. Lê divê koçber wekî pirsgirêk neyê dîtin. Ew mexdûrên sîstemê ne ku di encama polîtîkayên şer û aboriya neo-lîberal a kapîtalîst de mecbûr mane ji erdnîgariyên xwe yên aborî, çandî, ji qadên xwe yên jiyanê qut bibin. Dema rast bên nirxandin, dikarin wekî potansiyeleke girîng di veguhertina civakî de jî rol bilîzin.

Rojeva koçberan tenê bi alîkariyê, bi kampanyayên xêrxwaziyê(yardımseverlik) nayê pêşwazîkirin. Ev pirsgirêkeke mezintir û piralî ye.

Her welat di bin bandora vê pirsgirêk û rojevê de ye. Li Tirkiyeyê niha behsa sê-pênc milyon koçberan tê kirin. Ev yek teqabûlê ji sedî pênc-şeşê nifûsa giştî dike. Ji ber vê wekî her welatekî divê Tirkiye jî girêdayî koçberan xwediyê polîtîkayeke stratejîk bibe.

Divê koçber, li gorî xwesteka xwe û şertên ekonomîk-polîtîk wek koçberên demkî û mayînde ji hev bêne cudakirin û bi polîtîkayên xweser entegreyê civakê bêne kirin. Di qadên wekî ziman, çand, aborî, polîtîka û hwd. de ger polîtîkayên entegrasyonê bikarin bi awayekî senkronîze hev temam bikin, şansê serkeftina entegrasyona civakî dikare bê bilindkirin.

Li dijî nêzîkatiyên cudakar, nîjadperest ên beramberê koçberan; îstîsmaskirina keda koçber, îstîsmara zayendî… binpêkirinên mafên mirov ku li her derê dunyayê gelek caran tê rojevê, tedbîrên qanûnî, hiqûqî girtin jî dibe aliyêkî girîng ê entegrasyonê.

Di çarçoveya entegrasyona demokratîk û neteweya demokratîk de divê entegrasyona koçberan bi polîtîkayên rast û piralî bê çêkirin, wekî pêkhateyên eslî yên civaka demokratîk ji bo wan derfetê jiyana azad bê avakirin.

Van sernavan, tenê ji ber girîngiya mijarê û ji bo ku bibin minak me derxistin pêş. Helbet entegrasyona demokratîk tenê bi vê modelê re sînordar nîn e. Entegrasyona demokratîk di her qada jiyana civakî de, mesela li qada ekolojiyê, mesela ji bo komên civakî yên bi dezavantaj û ji bo tevahî qadên din entegrasyonê esas digire.

Di entegrasyona demokratîk de xala esasî, hemû pêkhateyên ku jiyana civakî saz dikin bi awayekî kolektîf tevlî jiyana giştî kirin û yek pêkhateyê jî li derveyî entegrasyonê nehiştine.

Li ser vê bingehê, em dikarin hedefên entegrasyona demokratîk bi sê xalan destnîşan bikin.

1- Nasnameyên civakî wekî diyardeyên demokratîk, sosyo-çandî jinûve ava dike. Ji bo mafên nasnameyê têkoşînê ji zemîna şer derbasî zemîna têkoşîna demokratîk dike.

Rêgeza mafê çarenûsa neteweyan jî, di çarçoveya felsefî û bîrdozî de jinûve şîrove dike. Hedef dike ku nasname wekî diyardeyên sosyo-çandî bi rêgeza azadî û wekheviyê, li ser bingehê yekîtiya cudahiyan jiyan bikin.

2- Dewletê, li ser bingehê demokrasî û hiqûqê, her wiha wekî navenda rêveberî û koordînasyona giştî ya wekhev nêzî tevahî nasnameyan dibe, jinûve sererast dike.

3- Ev modela heyî, modeleke giştî ye û xwe dispêre felsefeya civak û dîrokek bihêz. Ji bo hemû nasnameyan derbasdar û mayînde ye.

Ji ber vê entegrasyona demokratîk a girêdayî Tirkiyeyê, tenê ji bo herêmêk, nasnameyek nîn e, modeleke wisa ye ku mirov dikare ji bo hemû welat têxe dewrê. Ger bi vî awayî nebe, mirov nikare bibe entegrasyonîsteke demokratîk.

 

BEŞA PÊNCEMÎN
LI ROJHILATA NAVÎN ÇARESERIYA ENTEGRASYONÎST A DEMOKRATÎK Û KURD

 

Rojhilata Navîn

Entegrasyona demokratîk, bi qasî ku me karî em bînin ziman, perspektîfeke potansiyela xwe xurt û ji pratîkê re vekiriye. Ev perspektîf dikare pirsgirêkên çand û nasname yên polîtîkayên netew-dewleta kapîtalîst kûrkiriye çareser bike. Taybetmendiya herî girîng a vê modelê ku dikare li her cihî bê pêkanîn jî, esnekbûna wê ye.

Herî zêde bi awayekî lezgîn pêwîstiya Rojhilata Navîn bi vê modelê heye. Ji ber ku girêdayî çand û nasname herî zêde û bi awayekî aloz li Rojhilata Navîn pevçûn çêdibin. Bi vî awayî berdewam bike, ew ê pirsgirêkên civakî kûrtir bibin.

Rojhilata Navîn ji aliyê dîrokî ve xwediyê avahiyeke sosyo-çandî ya pir nasnameyî ye. Erdnîgariya ku mirov tê de bûye mirov û yekem car li ser çandînî kiriye ev dere, li vî cihî kedîkirin pêşketiye, derbasê jiyana xwecihî bûne. Şaristanî destpêkê li ser vê erdnîgariyê pêş ketiye. Dewleta ewil, li vê derê bigewde bûye; sê olên yekxwedayî, bi sedan, bi hezaran fikir, bawerî li ser vê axê şînbûne.

Ev rewşa ku îro danehevên çandî, dîrokî yên qedîm di navê de ne, cihê xem û dax e. Çima? Ji ber ku li orteya çandeke pir nasnameyî, anîne mekanîzmayeke desthilatdar bicihkirine ku bi avakirina dijbertî û pevçûna di navbera nasnameyan de hebûna xwe didomîne. Armanc jî, binesazkirin û parastina berjewendiyên desthilat û derdora wê ya teng e.

Di vê xalê de divê mirov vê mijarê derxe pêş: Nasname, ji bo ku tu bikarî ji serdestan re alîgir kom bikî amûra herî guncav a desthilat e. Mesela, dewletek dema berjewendiyên desthilata wî ji ber sedemekê bikeve xeteriyê, derkeve pêş û bibêje “berjewendiyên min di xeteriyê de ne”, belkê kes dengê wî jî nebihîse. Lê derkeve pêş û bêje “li ser berjewendiyên gelê Tirk-Ereb-Kurd êrîş heye, siberoja gel tê tarîkirin”, bi vî awayî qiyametê rake, di wê kêliyê de dikare bi milyonan mirov li pey xwe rêz bike. Wê demê siyaseta nasnameyê di asteke jor de xwe dispêre îstismarê. Ger wiha nebûya, kî-çawa dikariya hebûna 22 netew-dewletên Ereb ên ji hev cuda îzah bikira? Jixwe piraniya wan jî di nav heman bloka tifaqê de cih nagirin/nikarin bigirin.

Ger dîroknasekî/e sosyal, sedsala 20’emîn a Rojhilata Navîn lêkolîn bike, wê bikeve dehşetê. Şer li her deverê dunyayê çêbûne û çêdibin jî. Salek, pênc sal, sih sal didomin (li Ewrûpayê jî Şerê 30 Salan, Şerê 100 Salan hene). Li Rojhilata Navîn jî sed sal zêdetir e şer û pevçûn hema bêje qet nesekiniye. Ev pêşketinên di van 25-30 salên dawiyê de qewimîne nîşan didin ku wê nesekine jî. Jixwe her roj şereke nû derdikeve holê. Niha li Îran, Lubnan, Yemen, Somalî, Lîbya û hwd. li gelek cihan şer û pevçûnên germ hene.

Netew-dewlet tenê li Rojhilata Navîn di krîzê de nîn e; krîz giştî ye. Ya rastî netew-dewlet, bi naverokên xwe yên modern qet nehatiye Rojhilata Navîn. Netew-dewlet li ser Rojhilata Navîn hatiye ferzkirin, lê vê derê haveyna netew-dewlet negirt. Ji ber ku nakokiya tevna(doku) çandî heye. Di çarçoveya herî fireh de jî li ser erdnîgariyeke pir nasnameyî û pir çandî polîtîkayeke nasnameyê ya yekperest û faşîzan nayê meşandin. Ger bê ferzkirin, wê biteqe. Jixwe wisa jî çêbû. Sed sal zêdetir e herêmê bi pevçûnên nasnameyan veguhertine cihê şer û qiyametê.

Li Rojhilata Navîn bi destê hevkarên herêmî yên desthilatdaran û bi riya wan çerxeke kedxwariyê hatiye sazkirin. Pevçûna nasnameyan jî dibe sebep ku ev çerx bi awayekî bêdeng û bê ku kes ferq bike bizivire.

Ev çerx kevin bû, êdî kêr nayê. Dikare ji bo ekonomî-polîtîka kurewî jî pirsgirêk derxîne. Ji ber vê em tam di nava pêvajoya dîzayneke nû herêmî de ne ku dixwazin çavkaniyên dewlemend ên herêmê ji kedxwariya sermaya kurewî re vekin. Şerê di navbera derdorên berjewendîperest ên herêmî, kurewî û desthilatdarên xwecihî de pêşdikevin bi van çavkaniyan ve eleqeder e; bi sazkirina riyên enerjiyê, rêvebirina madenên binirx re… eleqedar e. Dîsa yên di şer de zirar dibînin, ger nemirin jî yên jiyana wan serûbin dibin derdorên civakî yên bindest in, derdorên baweriyan û nasnameyên etnîk in. Ji ber ku hêzên desthilat dîsa şeran li ser nasnameyan avakirine.

Ji bo Rojhilata Navîn nebe qada şerê berjewendiyên desthilatdaran, divê nasname li ser bingehê wekheviyê bi hev re bijîn. J ber vê entegrasyona demokratîk riya çareseriya herî îdeal e.

Di navenda modela entegrasyona demokratîk de civak heye. Li Rojhilata Navîn çanda jiyana hevpar a gel û baweriyan pir xurt û bi kok e. Nasnameyan bi hezar salan bi hev re û li kêleka hev jiyan kirine. Çavkaniya pirsgirêkan, rêveberiyên hevkar in ku ji bo desthilata xwe nasnameyan dikin amûr û bi hev didin şerkirin. Ger ev desthilatdar ji navberê derkevin, bêne derxistin, li pêşiya jiyana hevpar a gel û baweriyan îro jî ti astengî nîn e. Li cem mirovên herêmê ew kûrahiya çandî, tecrûbeya jiyana hevpar û basîreta sosyal ku bikare ew sarbûna sexte û pêşdaraziyan tolere bike heye.

Ger ev model ji herêmê re rast bê birin, di nav civaka Rojhilata Navîn de potansiyela ku vê pêşwazî bike pir xurt e. Modela entegrasyona demokratîk alîgirê civakê ye. Ji ber vê dema ev bi ser bikeve rêxistinbûna civakî û hêza polîtîk a derkeve holê, wê avahiyên dewletan jî mecbûrê guhertinê bikin. Ji ber ku civak çiqas zêde û xurt tevlî siyasetê bibe, siyaseta xwe ji bin ve birêxistin bike, erkê rêveberiyê jî wê ewqas hevbeş bibe.

Entegrasyona demokratîk mekanîzmaya pratîzekirina desthilat berevajî dike. Her ku civak tevlî siyasetê bibe, qada desthilata dewletê jî wê teng bibe.

Rojhilata Navîn, di avabûna sazîyî, fikrî ya şaristaniyê de erdnîgariyeke damezrîner a çandê ye. Ger Rojhilata Navîn bikare bi çanda xwe ya dîrokî re bibe yek, bikare vê nû bike, wê bikare ji mirovahiyê re deriyekî nû yê hêviyê veke ku di cîhana me ya roja îro de mirovahî bi krîzeke sîstemîk re rûbirû maye, qeyranên civakî ji her hêlê ve kûr bûne. Hêza çareseriya herêmê heye û potansiyela xwe xurt e. Çavkaniyên wî yên mirovî, çavkaniyên wî yên dewlemendiya erdnîgarî, pozîsyona wî ya jeo-stratejîk, danehevên wî yên dîrokî ji bo vê guncav in.

Ji bo ku entegrasyona demokratîk bikare vê mîsyonê bi awayekî serkeftî jiyanî bike, ev hem riyek e hem jî bangek e.

 

Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Entegrasyonîst a Demokratîk

Gelek caran tê ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke 200 salî ye. Halbûkî pirsgirêka Kurd ji Peymana Qesrî Şirîn (1639) heya niha heye ku bi vê peymanê erdnîgarî û nifûsa Kurdan kire du parçe. 200 sal, ji bo pêvajoya Osmanî-Tirkiyê tê bikaranîn.

Pirsgirêka Kurd ji aliyê karakterîstîk ve pirsgirêkeke herêmî ye. Iraq û Sûriye demek dirêj ji aliyê rejîmên Baas ên netewperestên Ereb ve hatin birêvebirin. Îran, piştî rejîma Şah, nêzî 50 sal in ji aliyê rejîma melayan ve tê birêvebirin. Tirkiye 100 sal zêdetir e bi rejîma netew-dewlet û nasnameya netewperestiyê tê birêvebirin.

Ji ber van sedeman çi ji hêla dîrokî çi jî ji hêla roja me ya îro ve ji aliyê temsîlên desthilat ve muxatabên ku serdestiyê li ser Kurdan ferzkirine hem ji hêla bîrdozî hem jî ji hêla rêvebirina çanda dewletê ve ji hev cuda bûne/cuda ne.

Rejîma Seddam hilweşiya ye, li Sûriyê desthilata Esad rûxiya ye, rejîma melayan diheje; lê Kurd li ser piyan in.

Wekî din jî gelên ku welatê wan hatiye parçekirin hene. Mesela erdên welatê Baskê di navbera Spanya û Fransa de hatiye parçekirin. Lê erdîngariya Kurdan tekane minak e ku welat û nifûsa wê di navbera çar dewletên cuda de hatiye parçekirin. Hem jî ev bi destek û erêkirina pergala kurewî û herêmê hatiye kirin.

Ger em vegerin ser perspektîfa çareseriya pirsgirêkê, çareseriya rûxandina heyî; avahiyên saziyî û îdeolojîk ên her çar welatan, motivasyonên polîtîk ên dîrokî û aktûel ji hev cuda ne. Dîsa di têkiliyên ku bi Kurdan re pêşxistine de jî cudahiyên dîrokî, çandî hene. Ji ber van sedeman ji bo pirsgirêka Kurd, çareseriya entegrasyonîst a demokratîk li her cihî bi heman modelê nabe. Mecbûrî wê cudahiyên xwe hebin. Mesela, dema rêveberiya dewleta navendî ji demokratîkbûnê pir dûr bibe wê modela çareseriyê cuda bibe, dema nêzîkî fonksiyoneke demokratîk bibe wê modela çareseriyê cuda bibe.

Iraq, ji bo ku bikare bi alîkarî û tevkariya hêzên navnetewî pirsgirêka Kurd çareser bike berê xwe daye modela federasyonê, bi vî awayî ji bo Kurdan riya entegrasyona dewleta Iraqê vebûye. Dema mirov temaşeyî avabûna polîtîk û tevna çandî ya Iraqê dike, dibîne ku ev riyeke maqûl e.

Ger Herêma Federe ya Kurd li ser esasên demokratîk jinûve birêxistin bibe, civak bikare bi avakirina qadeke giştî bi awayekî çalak tevlî rêveberiyê bibe ev model dikare bê tetbîqkirin û entegrasyoneke bibandor dikare bê sazkirin. Li ser vê bingehê ev entegrasyon dikare bê destekkirin û divê bê destekkirin jî.

Ew pirsgirêka ku li Iraqê dewam dike girêdayî rewşa herêmên Kurda ye. Lê vê qadê hê jî pirsgirêk û dubendiyên heyî çareser nebûne. Ji Şengalê heya Mûsilê, ji Kerkûkê heya Xaneqînê dikarin erdnîgariya Kurdan têxin nav çarçoveya federasyonê û bi vî awayî çareseriya entegrasyonê temam bikin.

Sûriye welatekî pir nasnameyî, pir çandî ye. Yek ji welatên ku herî zêde pêwîstiya wê bi modela entegrasyona demokratîk heye Suriye ye. Modela entegrasyonê ya di navbera Kurdan û dewleta Sûriyê de tê pêşxistin nû ye. Pêvajo hê jî dewam dike. Ger qadên giştî û xwecihî yên li herêmên Kurdan bêne parastin, ev qad bikevin bin temînata qanûnî-destûrî, dibe ku modeleke afirîner û nû derkeve holê. Li Sûriyeyê Kurd hêzeke polîtîk û leşkerî ya girîng in. Birêxistinbûna wan a civakî xurt e. Ji ber vê şansê wan ê serkeftinê bilind e. Divê bi baldarî û ji nêz ve were şopandin.

Îranê nasname û hebûna Kurdan qet înkar nekiriye. Têkiliyên Kurdan li gel Îranê heya dema Med-Persan diçe; heya ji wê jî wêdetir e. Dîroka jiyana hevpar a herdu gelan pir kevin û bênavber e. Ji ber ku Îranê hebûna Kurdan înkar nekiriye, di rewşa heyî de li Îranê bi navê “Eyaleta Kurdistanê” herêmek heye. Lê ev eyalet hem hemû Kurdên li Îranê nagire nav xwe, hem jî naveroka wê hatiye valakirin. Bi gotineke din, Îran hebûna Kurdan qebûl dike, ev tiştêkî erênî ye, lê ev nayê wê wateyê ku mafên wan ên polîtîk, aborî jî qebûl kiriye. Li Îranê di rewşa heyî de nediyariya siyasî û aborî dewam dike. Her çiqas bê dengiyên demkî, hin peymanên rojane çêbin jî, dibe ku ev nediyarî çend sal, heya deh salên pêşiya me jî dirêj bike. Ev îhtimal ne kêm e.

Kurd yek ji hêzên herî xurt û birêxistinkirî ne ku destpêkê Fars, dikarin bi gelên din ên li Îranê re riyên jiyana hevbeş bibînin, bi vî awayî dikarin nediyariya li Îranê, di çarçoveya berjewendiya gelên Îranê de kêmtir bikin. Girêdayî entegrasyona demokratîk Îrana federal dikare bibe çareserî. Divê Kurd di nava erdnîgariya xwe de di warê aborî û siyasî de xwe bigihînin avaniyeke ku karibin xwe bi xwe birêve bibin. Li ser vê bingehê wekî pêwîstiyeke bingehîn êdî nabe entegrasyona Kurdan bê taloqkirin. Ne şert û mercên kurewî ne jî siyasetên dîzaynkirina herêmê destûr nade bêhtir li bendê bê sekinandin.

Di heman demê de ev model ji bo Îranê, ji krîza heyî riya derketinê dîtine. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên li Îranê, riya çareseriyê li ser bingehê entegrasyona demokratîk avabûneke federal e.

 

Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Entegrasyona Demokratîk

Komara Tirkiyeyê, xwe dispêre mîrateya Împaratoriya Osmanî. Pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê jî ji polîtîkayên Osmaniyan qut nayê nirxandin. Ji hêla aliyan ve têkiliyên Osmanî-Kurdan ji du milan ve girîng û fêrker e. Ji ber ku dema Osmanî bi Kurdan re di nava tifaq de bûn hem împaratorî hem jî gelê Kurd bêhtir xurt dibûn, lê dema têkiliyên wan xirab dibûn herdu alî jî windahî didan.

Kurd endamên eslî yên van axan e û bi hezaran sal in jî, ji van axan qut nebûne, nekarîne qut bikin. Em her vê rastiyê tînin bîra wan ku Alparslan bi tifaqa Kurdan ketiye Anatolyayê û vê, ji bo herdu gelan jî encamên baş derxistine holê.

Di navbera Osmanî û Kurdan de ew têkilî û tifaqa ku sedsala 16’emîn hatiye çêkirin, her çendî bi îstîqrar pêşneketibe jî heya sedsala 19’mîn bêku pirsgirêkeke cidî derkeve dewam kiriye, têkiliyên Kurdan û Osmaniyan di asteke girîng de bê pirsgirêk berdewam kirine.

Ji destpêka sedsala 19’mîn û şûnde, di navbera Împaratoriya Osmanî û Kurdan de qadeke bi bi pirsgirêk ku her diçe aloz û mezin dibe avabûye. Netew-dewlet û netewperestiya li Ewropa pêş ket û belav bû, li milê Rojavayê Osmaniyan windahî dayê çêkirin. Osmanî, ji ber windakirina erd, îlanên serxwebûnê û serhildanan li Rojava lawaz dibû, ji bo ku li eniyên cuda bide şerkirin ji Kurdan pir zêde leşker û bac xwestiye, zexta li ser Kurdan zêde kiriye.

Sedsala 19’mîn bi Serhildana Babanê Kurd (1908) dest pê kir û seranserê sedsala 19’mîn bû sedsala serhildanên Kurdan.

Osmanî piştî vê sedsala serhildanan û di bin barê wê de derbasî sedsala 20’emîn û Şerê Cîhanê yê Yekemîn bû. Ger ferzkirin û êrîşên Împaratoriya Osmanî ku tifaqa bi Kurdan re xirab dike nebûna, serhildanên sedsala 19’mîn jî nedibûn. Dibe ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de rewşa Osmaniyan cuda bûya; piştî şer jî dikariyan sînorên Mîsaq-î Millî biparêzin. Hêzên navnetewî ku dizanîn têkiliyên Osmanî-Kurdan zirar dîtine, li ser pirsgirêka ku çêbûye cudakariyê kûrtirkirin û Mîsaki Millî ya ku piraniya wan ji Tirkan û Kurdan pêk dihat parçe kirin. Kî qezenç kir? Tirkan qezenc kir an Kurdan?

Nabe em vê diyar nekin û derbas bibin; Împaratoriya Osmanî ti caran hebûna Kurdan înkar nekiriye. Heya sedsala 19’mîn otorîteyên Kurdan ên xwecihî, otonom nas kiriye. Bi sedsala 19’mîn re têkilî xirab dibin, lê dîsa jî înkar nîn e. Di destpêka avabûna Îttihat Terakkî de Kurd jî hene. Armanc, ji bo netewên ku Osmanî ava dikin siberoja hevpar e.

Îttihad Terakkî piştî desthilat xist destê xwe, berê xwe da Tirkbûnê, ji ber vê yekê berê xwe da înkarê. Rexmî polîtîkayên bi nakok ên li hemberî Kurdan di Ebdulhemîd de jî înkar nîn e. Ev girîng e. Ji ber ku di navbera qedexekirin, bi xwe ve girê dayîn, heya îstîsmarkirina nasname û ya wê înkar dike de ferq heye. Înkar, ji qedexekirinê jî, ji îstîsmarkirinê jî girantir e.

Di pêvajoya Şerê Rizgariyê û damezrandina Komarê de Mustafa Kemal li gel Kurdan têkiliyek nêzîk çêkiriye.

Di Destûra Bingehîn a 1921’an de jî ji bo Kurdan mafê xweseriyê hatiye naskirin. Lê beriya Lozanê, paşê di Destûra Bingehîn a 1924’an de mafê xweseriyê ji holê tê rakirin. Cewhera xwe ya Tirkbûnê û siyaseta înkarê li gorî şert û mercên nû ava kir. Ji ber vê ruhê Destûra Bingehîn a 1924’an Îttihatçî ye.

Tirkiye zêdetir li ser têkiliyên bi Îngîlîzan re hate avakirin. Di rastiyê de yê bi Îngilîzan re dixebitî ekîba Mustafa Kemal bû, rêxmî ku wiha bû, Kurd ji aliyekî ve bi hevkariya Îngilîzan hatin tawanbarkirin ji aliyê din ve bi ajandayên paşverû hatin gunehbarkirin.

Navbera 1925-1940’an de erdnîgariya Kurdistanê bi serhildanan hejiya. Paşê ji 1970’yan û heya roja îro bi berxwedana PKK’ê ku 50 sal zêdetir e bênavber dewam dike hatin van rojan.

Vê pêvajoyê çi bi Tirkiyê, bi Tirkan da qezençkirin, çi da windakirin? Encam hate girtin? Na! Kurd îro bi nufûsa xwe ya 60 milyonan bûne gelê herî zindî, herî polîtîk ê Rojhilata Navîn.

Ji bo dewleta Komara Tirkiyeyê cewher û kurteya polîtîkaya Kurd a sed salî, ev e; rexmî hemû berdêlên daye, rexmî ewqas xerc û mesref jî siyaseta înkara Kurdan, ji Kurdan zêdetir zirarê daye hemû Tirkiyeyê. Ev rastiyeke û analîstekê objektîf bi hêsanî dikare vê tespît bike.

Wê demê pirsa ku divê ji siyasetmedarên Tirkiyeyê yên der barê roja îro û siberoja gelên di nav sînorên dewleta Tirkiyê de difikirin, ji burokrasiya ewlekariyê, ji dîplomatên wan û herî zêde jî ji civakê bipirsin, ev e: Ev polîtîkaya ku tam sed sal da windakirin, wê bê domandin? Ger neyê domandin, ewê şûna wê çi bê danîn?

Kurdan li ser têkoşîna pêncî salên dawiyê xwe dîtin. Têkoşîna hebûnê qezenç kirin û xwe bi cîhanê dane qebûlkirin. Destkeftiyên mezin bidestxistin. Lê sosyalîzma reel hilweşiya û şerê azadiya Kurdan jî ev 30 sal in rewşa pata derbas nekir. Ger Kurd, di netew-dewlet de israr bikin -rexmî her tiştî ev îhtîmal heye-  wê bi sed hezaran, belkî milyonan însan canê xwe ji dest bidin. Y herî girîng jî, ti garantiyek nîn e ku netew-dewlet bibe çareserî. Heya li gorî xuya dike wê zêdetir bibe pirsgirêk.

Rexmî van hemûyan gelo wê Kurd bêjin netew-dewlet? An wê riyeke çareseriyê ya rastir, civakparêz bê dîtin?

Tam jî di vê rewşê de hêzên kurewî ketine dewrê, hewl didin Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên nûkirî yên sermayeya kûrewî jinûve dîzayn bikin. Di vê dîzaynê de ji bo Kurdan jî cihek heye. Ger li gorî polîtîkayên hêzên navnetewî hereket bikin, ji bo Kurdan netew-dewlet yan jî avahiyên wekî netew-dewlet mimkun e. Lê di vê rewşê de wê têkiliyên Kurdan û Tirkan, Kurdan û Ereban, Kurdan û Farsan zêdetir zirarê bibînin. Kurd, wê bi gelên li derdora xwe re bikevin nava pozîsyona şer û bi hêzên navnetewî ve bêne girêdan. Di rewşekê wiha de wê Kurd jî, Tirk jî, Fars jî, Ereb jî winda bikin. Ev rê, çareseriyeke cudatir bi xwe re nayne. Li vir mesele bi zêdebûn an jî kêmbûna leşker, çek û teknolojî ve girêdayî nîn e.

Herikîneke dîrokê heye û ev herikîn hatiye, gihiştiye qonaxa herî krîtîk. Gelo wê li ser kîjan riyê bimeşin?

Muxatabê vê pirsê ne tenê Kurd in, ne jî Tirk in. Muxatab Kurd û Tirk in. Gelo ev muxatap wê dîzayna nû ya hêzên navnetewî erê bikin? An wê bi tifaqê Tirkiyeyeke mezin derxînin holê û bikin navenda aştiyê?

Ev pirs, pirsên dîrokî û dijwar in. Bersiv nedayîn jî, rast û zelal bersiv nedayîn jî rewşa heyî naguherîne. Yên helwesteke zelal raber nekin nikarin li pêşiya vê herikînê bisekinin.

Entegrasyona demokratîk çareseriyeke ku tam jî ji pirs û pirsgirêkên wiha re bersivên rast, civakî, ji pratîkê re vekirî pêş dixe.

Li Tirkiyeyê li ser bingehê entegrasyona demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd, wê sê tiştan bi hev re biser bixe:

 

1- 50 salên dawî yên di navbera Tirkan û Kurdan de, bi taybetî ew şer û pevçûna zehmet, rûxîner a 200 salan bidawî dike. Bi vî awayî gelan ji maliyetên şer û pevçûnan, di serî de windahiya mirovî ji hemû windahiyan rizgar dike.

2- Lîstikên hêzên herêmî û navnetewî ku dixwazin li ser Tirkiyeyê bilîzin, siyasetên wan ên lawazkirin û bi xwe ve girêdanê vala derdixe. Di serî de Kurd û Tirk pêşiya aştî û halxweşiya ku xwe dispêre piştgiriya gelan vedike, ji Rojhilata Navîn re asoyeke nû ya çareseriya civakî pêşkêş dike.

3- Modeleke wekhevîxwaz, azadîxwaz û ji pratîkê re vekirî pêşkêş dike ku hesasiyetên gelên Tirk û Kurd li ber çavan digire.

Tirkiye ji tirsa parçebûnê wêdetir, berevajî bi çareseriya entegrasyonîst berê xwe dide Rojhilata Navîn, qada xwe ya bandorkirinê fireh dike. Kurd jî, wekî hêza guhertinê ya Rojhilata Navîn mîsyoneke dîrokî digirin.

 

Di Pirsgirêka Kurd de Wê Çareseriya Entegrasyonîst a Demokratîk Çawa be?

Her nasname û çand bi mafên xwe heye. Mirov, bi mafên xwe mirov e. Hebûnek, ji mafên xwe bêpar nayê fikirîn.

Van deh salên dawiyê bi têkoşînê ve girêdayî tarz û şêwaza înkara hebûna Kurdan jî hatiye guhertin. Êdî her kes hebûna Kurdan qebûl dike. Yê înkar dike nîn e. Lê vê carê jî mafên wan tên înkarkirin. “Kurd hene, lê mafên wan nîn in” an jî “pêwîstî bi mafên wan tine ye”. Ev, bi ziravî meşandin û domandina polîtîkaya înkarê ye. Mirov dikare ji vê re bêje, bi zorî domandina înkarê jî.

Kurd wê bi modela entegrasyona demokratîk di nav yekîtî-yekbûna Tirkiyeyê de, tenê bi yekîtiya sînor ne; di nav yekîtiya sosyo-çandî, aborî, polîtîk de jî mafên xwe yên nasnameyê bikar bînin.

Bi safsateyên wekî “Kurd hene, lê mafên wan nîn in” wateya xwe mijûlkirinê nemaye. Baş e, wê ev çawa bibe?

Di wan beşên ku em li ser komara demokratîk û entegrasyona demokratîk disekinin de, mijarên ku me di bin hin sernavan de danîn holê, çarçoveya prensîb û pîvanên giştî ne. Ev çarçove, tenê ji bo pirsgirêka Kurd nîn e, ji bo hemû nasname û pirsgirêkên civakî yên di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de hene, li ser zemîna yekîtî û yekbûna welat perspektîfa çareseriyê pêşkêş dike. Pirsgirêka Kurd jî di nava vê çarçoveyê de bi entegrasyona demokratîk dikare bê çareserkirin.

Lê heya ev çarçove, pîvan û rêgezên wî bi giştî derbasî jiyanê bibin wê wext bigire. Ji ber vê û ji ber rewşa lezgîn, ev ji bo pirsgirêka Kurd, çareseriya wê ya entegrasyonîst a demokratîk her çendî wekî destpêkek be jî, bi mecbûrî çarçoveyek divê bê danîn.

 

Di Çareserkirina Pirsgirêka Kurd de ji bo Destpêkê Hin Gavên Bingehîn Bi Kurtî Ev in:

1- Azadiya fikir, her wiha azadiya gotin û birêxistinbûnê. Di nava vê de ji qada mehelî heya qada giştî bi temînatên qanûnî înşakirina qada siyaseta demokratîk jî heye, ji rêxistinbûnên xwecihî, çandî yên Kurd re pêşkêşkirina derfet jî heye.

2- Divê demokrasî û rêveberiyên xwecihî bêne xurtkirin, li qadên sosyal, aborî, çandî qadên însiyatîfa rêveberiyên xwecihî bêne firehkirin, di vê çarçoveyê de sererastkirinên bingehîn ên qanûnî, îdarî bêne çêkirin.

Divê li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd ji zemîna şer û şîdetê bê derxistin, ji bo entegrasyona wê ya demokratîk rêgezên vê demokrasiyê bêne înşakirin. Ji bo destpêkê dikare pêwîstiyên herî kêm(asgarî) pêşwazî bike.

Entegrasyona demokratîk û komara demokratîk, ji bo entegrasyona polîtîk, ji bo her nasname û pêkhateya civakî ya li Tirkiyeyê li ser bingehê rêgeza azadî, wekheviyê dijî wekî yekbûna nirxên demokratîk-pêwîst dikare bê fikirîn. Komara Tirkiyeyê ku yekîtî û yekbûna xwe, aştiya xwe ya civakî li ser bingehê prensîbên demokratîk bi ser xistiye wê bilez pêş bikeve û di serî de Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê wê veguhere modelek e.

Di pêvajoyeke wiha dîrokî de jinûve dizaynkirina Rojhilata Navîn di rojevê de ye û îhtîmal heye ev dîzayn veguhere felaketek. Ji ber vê di vê pêvajoyê de gavên rast avêtin û amadebûn, tekane rêye ku bikarin gelên xwe ji felaketên muhtemel biparêzin. Divê neyê jibîrkirin ku gav, dema bilez û beza di nav dîrokê de bê avêtin qederê diyar dike. Derketin jî, hilweşîn jî bi gavên têne avêtin ve girêdayî ye.

 

ENCAM

Ev, pêvajoyeke jinûve avabûnê ye. Di vê pêvajoyê de ji bo xurtkirina perspektîfa jinûve avabûnê çiqas nîqaş, pêşniyar û rexne zêde bibin, encam jî wê ewqas berhemdar bibe. Tê hêvîkirin ku tevlîbûn xurt û pir alî be. Ji ber ku pêwîstiya veguhertina civakî dijwar e, ev rojev û pêvajo bi siberoj û jiyana hemû civakê ve girêdayî ye. Ji nîqaşê heya jinûve înşayê, giştî pêvajo çiqas zêde bi civakî bibe, wê şansê serkeftinê jî ewqas bilind bibe.

Di pêvajoyên jinûve avabûnê de xala bingehîn ev e; Divê her mirov, her avahiya îdeolojîk-polîtîk, destpêkê “yê nû” li cem xwe biser bixe û berpirsiyartiya xwe bi cih bîne. Ev yek, ji ber karakterê pêvajoyên veguhertina dîrokî-civakî ye. Ger sîstem, sazûmana (düzen) giştî, nû û demokratîk bibe, divê mirov hem yek bi yek hem jî wekî nasnameyên kolektîf, li gorî çanda demokrasiyê jinûve bên avakirin. Heya hişmendiyeke antî-demokratîk û motîvasyona wê ya polîtîk hakim be, çerxa yek saziya demokrasiyê wê bi awayekî baş nezivire.

Veguhertin yekpare ye; çiqas yekparebûnê çêbike, ewqas dikare şansê serkeftinê bidest bixe.

Ji ber Kurdan ev xistine rojevê li Tirkiyeyê mijarên komara demokratîk, entegrasyona demokratîk zêdetir wekî projeyên bi pirsgirêka Kurd re sînordar tên fêmkirin. Halbûkî eleqeya vê mijarê çiqas bi Kurdan re hebe, ewqas jî bi Tirk û Ereban re heye; ne ji vê kêmtir e, ne jî zêdetir e.

Wekî ku di metnê de jî tê dîtin hem komara demokratîk hem entegrasyona demokratîk teoriyên giştî-gerdûnî ne. Entegrasyona Kurdan û Tirkiyeyê jî, di nava vê giştîbûn-gerdûnîbûnê de aliyê vî yê tekanî(tekîl) pêk tîne. Ne Tirkiye, ger me Îspanya binirxanda, li şûna Kurdan me yê behsa Baskan bikira.

Yek ji welatên herî zêde pêwîstiya wê bi komara demokratîk heye Tirkiye ye. Destûrên darbekar demek dirêj e wextê xwe temamkirine. Hem ev destûr êdî nikarin li ser piyan bimînin hem jî êdî li ser civakê dibin bar, zirarê didin jî her roj mezintir dibin.

Li Tirkiyeyê divê êdî dewlet ji bo civakê, ji bo roja îro û siberoja civakê jinûve birêxistin bibe. Komara demokratîk bi cewherî ev e. Wê dewlet, li gorî pêwîstiyên civakî jinûve bê birêxistinkirin.

Rojhilata Navîn, li ser bingehê komara demokratîk û entegrasyona demokratîk dikare ji serdema azadbûna civakî ya nû re bi pêşengtî bike. Mirovên Rojhilata Navîn jî xwediyê vê potansiyelê ne, her tim civakparêz bûne û ji kolektîvîteyê re vekirî bûne.

Ger Tirkiye di nav xwe de pêvajoyeke veguhertinê ya saxlem bijî, dikare ji veguhertina civakî ya Rojhilata Navîn re jî pêşengiyê bike. Entegrasyona Kurdan di serî de li welatên eleqeder wê rola pêşengtiya Tirkiyeyê li herêmê xurtir bike.

Divê em ji bo welatê xwe, ji bo herêma xwe, her wiha ji bo tevahî mirovahiyê asoya xwe fireh bikin, vîzyona xwe vekirî bihêlin. Ger felsefeyeke civakî ya rast, vîzyona polîtîk pêk bînin, ger bi demê re çalakbûna kolektîf ku bikare li her derê xwe belav bike pêk bînin, serkeftin gengaz e. Tirkiye jî, Rojhilata Navîn jî xwediyê vê potansiyelê ye. Sed sal zêdetir e ev potansiyel bi şerên navxweyî, bi rejîmên antî-demokratîk hat tepisandin, hate hederkirin. Lê ev lîstik dikare bê têkbirin.

Rewşenbîr, entelektuel, siyasetmedar, burokrat, şoreşger, sosyalîst, liberal, netewperest, mirovên olî giştî di vê xalê de bi berpirsiyartiyek dîrokî re rûbirû ne. Ti car evqas pêwîstî bi rewşenbîrên welat û herêmê çênebibû.

Rewşenbîrî, xwedî berpirsiyartî bûne. Dîtina tiştekî, tenê bi axaftinê, bi şiyarkirinê çênabe. Çalakvanî jî ji berpirsiyariya dîtinê tê û pêkhateyeke berpirsyartiyê ye.

Hem civaka Tirkiyeyê hem jî gelên herêmê divê destpêkê bi hev re nîqaş bikin, dengê hev bibihîsin, hev guhdar bikin. Pêwîst e em nîqaşê li ser esasê bilindkirina deng ava nekin, li ser esasê ku guh dide ya din û wê/wî fêm dike bidin rûniştandin.

Divê em qabiliyeta xwe ya empatiye pêş bixin, bixebitînin. Divê Kurd bikare xwe bixe şûna yê Tirk, Tirk bikare xwe bixe şûna yê Kurd; Elewî bikare xwe bixe şûna yê Sûnî, Sûnî bikare xwe bixe şûna yê Elewî. Bi qasî ku ev biser ket, nîqaş jî wê ewqas encamgir be, bi giştî bibe û ji înşaya qadên giştî re wê jinûve bibe rê.

Li Ewropayê jî di sedsala 20’emîn de rejîmên antî-demokratîk hebûn. Baş e, ew çawa hatin derbaskirin?

Li ti deverê dunyayê rejîmên antî-demokratîk ji ber xwe ve neguherîne. Li benda demokratîkbûn û ronîbûna van rejîman sekinandin, bi awayekî vekirî korbûneke polîtîk e ku sînorên lewaziya polîtîk derbas dike.

Li Tirkiyeyê pirsgirêka esasî, tenê hebûna vê bendewariyê nîn e, ev meyzandineke pir xurt û berfireh e. Di kevneşopiya polîtîk a gelê Tirk de dewlet pîroz e û ev ji nîqaşê re girtî ye. Ya baş jî, xirab jî ew dizane. Ger pêwîst bibîne dike. Jixwe bawerbûna ku dihêle desthilatdarên dewleta Tirk bêjin “ger komînîzm jî were Tirkiyeyê, em ê bînin” ji vê kevneşopiyê çavkaniya xwe digire. Desthilatdar tebayên xwe baş nas dike. Derbarê dewlet-desthilat de îdraqa giştî ya civaka Rojhilat ev e. Dewlet her tişt e. Lê feraset û pratîka ku ji dewletê hêvî dike, ne feraset û pratîka mirovê azad û polîtîk e; feraset û pratîka evdîtî ye. Demokrasî jî çanda siyasetê ye ku di vê çandê civak subje ye û ji ferdên azad û polîtîk pêk tê.

Cewherê gotinê; li Tirkiyeyê ger sedsal zêdetir e rejîmên antî-demokratîk li ser desthilat in, berpirsiyarê vê yê esasî ev rejîm nîn in; bi Tirkê xwe, Kurdê xwe, Çerkezê xwe, laîkê xwe, Sûniyê xwe, Elewiyê xwe giştî civaka Tirkiyê ye. Civak dema vê berpirsiyartiyê qebûl bike, ji bo înşaya qada giştî ya demokratîk, wê bibe gaveke stratejîk.

Ya duyemîn; demokrasî ew giştîbûne(kamusallık) ku cudahiyên civakî dikarin bi hev re çalak bikin, nakokiyan ji qada şîdeta rûxîner derbasî qada nîqaşa muzakerevan û çareseriyê dikin. Li vir têkoşîn xilas nabe, tenê zimanê wê tê guhertin.

Li Tirkiyeyê ji qada giştî re tevlîbûna civakê ya polîtîkayê lawaz e. Lê piraniya van tenê bi derdê xwe re mijûl in, ji ber vê yekê li beramberê kedxwaran tenê dimînin.

Baş binêrin; di cîhanê de ji nav qadên têkoşînê yên herî gerdûnî ger a yekê ekolojî be, ya duyemîn jî qada têkoşîna azadiya jin e. Ji ber ku jin li her deverê dunyayê tên îstismarkirin. Li Tirkiyeyê her meh tenê yên derbasî qeydan dibin, bi dehan qetilkirinên jin hene. Lê belê li Tirkiyeyê têkoşîna jin jî parçe parçe ye. Ji ber ku jin bi kategoriyên Kurd-Tirk-Elewî-Sûnnî, laîk-oldar, sosyalîst-lîberal û hwd. ji hev cuda bûne.

Di qada kedê de jî heman rewş heye. Li Tekîrdaxê karkerê senayiyê jî, hilberînerê bindeqan ê li Behrareş jî, seraciyê li Behraspî jî, kedkarên çandiniyê yên li ser erdnîgariya Kurdistanê jî; pirsgirêkên hemûyan hevpar in û têkoşîna wan bi ti awayî li heman qadê nagihin hev.

Li welat hema bêje herkes demokrasiyê, heq-hiqûqê tenê ji bo mehela xwe dixwaze. Yên din rastî kiryarên antî-demokratîk tên, heq-hiqûqê wan tê binpêkirin, her bala wî jî nakêşe.

Ji ber van sedeman têkoşînên ji bo jinê, ked û demokrasiyê tên meşandin hîn destpêkê tên windakirin û pirsgirêk kûrtir dibin. Halbûkî kedkar, jin, nasnameyên bindest têkoşînên xwe yên demokratîk destpêkê di navbera xwe de, piştre bi yên din re hevbeş bikin û bi yekîtiya demokratîk çalakiyan bikin wê hêz û potansiyela veguhertinê ava bikin. Tenê li ser vê hêzê fikirandin jî bi serê xwe dikare motivasyoneke ku dixe tevgerê biafirîne.

Tenê jin qalibên xwe yên sexte ku wan ji hevûdû cuda dikin bişkînin û destekê bidin hev, wê di têkoşîna demokratîk de sînerjiyeke pir mezin biafirîne ku bikare giştî civakê biherikîne. Ji ber ku qada jin di xwe de potansiyeleke bihêz a azadbûnê dihewîne. Sedema ku em bi israr dibêjin, “pêşengê têkoşîna azadî û demokrasiyê jin in” xwe dispêre vê rastiya civakî.

Yê tê îstîsmarkirin, çawa ku ji îstîsmarkirina xwe berpirsiyar e, ew û her kes, ji îstîsmarkirina her kesê jî berpirsiyar in. Ji bo pêkanîna vê berpirsiyariyê bi rastî jî divê qadeke giştî bê înşakirin ku cudahî di nav de bi meyzadin û ruhekî demokratîk rêzê ji hev re bigirin, heq-hiqûqa hevdû biparêzin.

Qada giştî ya demokratîk, wekî qada çalakbûna kolektîf û têkiliya cudahiyan, di heman demê de qadeke têkoşînê ye. Ev kolektîvîte, li hemberî her subjeya (sermaye, zilam, desthilat û hwd.) ku têkiliya kedxwariyê ferz dike têkoşînê jî digire nav xwe. Jixwe yê jinan, kedê, xwezayê, nasnameyan îstîsmar dike heman sîstem e. Wê demê ev hemû qad dikarin bi yekîtiya demokratîk li hemberî vê sîstemê têkoşîn bikin û bi riya vê têkoşînê sîstemê veguherînin. Ji ber ku qada giştî ya demokratîk derfetên têkoşîna kolektîf diafirîne, vediguherîne jî.

Ew berpirsiyartiya me heye ku em li Tirkiyeyê li her der û qadê vê çandê ava bikin û bi fonksiyon bikin. Ev berpirsiyartî, berpirsyartiya her kesî ye, ya me hemûyan e.

Dema me mijarên komara demokratîk û entegrasyona demokratîk hem ji hêla gerdûnî hem jî ji hêla tekanî(tîkel) ve nirxand, me zêdetir xwest em li ser çand, felsefe, prensîb û pîvanên demokratîk binirxînin. Me hewl da em zêde nekevin nav aliyên kar ên bernameyî û modela pratîk.

Bêguman dema perspektîf tê nirxandin û prensîb tên diyarkirin, bixwazî nexwazî daneyên (veri) derbarê programê de jî ta astekê digire nav xwe. Lê wisa yekser model pêşxistin an jî jê re program pêşxistin, ger piştî nîqaşan pêş bikeve wê formên hîn dewlemendtir çêbibin.

Entegrasyona demokratîk bi model an jî bernameyên cuda dikare bê sazkirin, ew nermbûna wê heye. Tişta esasî, parastina xeta felsefî-rêgezî ye. Ji ber vê sedemê me hewl da em zêdetir çarçoveyeke felsefî pêşkêş bikin.

Ev, di heman demê de li ser bingehê jinûve avabûnê banga nîqaşkirin û beşdarbûna polîtîk e. Her kesê ku ji vî welatî bi hemû rengên wî û zindîbûna wî ve hez dike, ji van axan hez dike, pêkhateyek xwezayî ya vê xebatê ye ku bi armanca înşaya roja îro û siberojê tê kirin.

Girêdayî mijarê û wekî dawî em vê bibêjin: Hin mirov û derdorên ku pêşniyarên me, argûmantasyonameya bîrdozî-polîtîk rexne bikin wê hebin. Em dizanin, bi taybetî jî ji ber nasnameya me ya sosyalîst wê sosyalîst û ji ber nasnameya me ya etnîk jî wê derdorên netewperest rexneyên xwe hebin.

Hemû rexne binirx in. Bes tenê bila îşaret bi şaşiyê, kêmasiyê bike û bila ya temam, rastiyê nîşan bide.

Rexneyên ku ji derdorên netewperest (Kurd-Tirk) tên, ji ber rolên temsîl dikin em fêm dikin. Lê em dixwazin bê zanîn ku em netewperest nîn in. Ji ber vê yekê jî em bi kodên netewperest li meseleyan nanêrin. Di nezera me de Kurd, ji Tirk, ji Ereb, ji Çerkez jortir nîn e. Nasname wekhev in. Em di çarçoveya perspektîfa neteweya demokratîk de temaşeyî rewşê dikin; Em wekî gel berjewendiya Kurdan, Tirkan, Ereban di heman tiştî de dibînin; ev jî sosyalîzma civakî ya demokratîk e

Ji bo rexneyên ji derdorên dost û sosyalîst hatin, di demên cuda de me hewl da em bibin bersiv. Tişta ku em dibêjin ev e; em sosyalîst in, em xwedî li ezmûnên dîrokî yên sosyalîzmê û teoriya Marksîst derdikevin. Em hemû kêmasî û nebesiyên di vê çarçoveyê de hatine jiyîn wek rexnedayîna xwe dixwînin, hewl didin derbas bikin.  Argûmantasyona ku me li ser bingehê modela felsefî, bîrdozî, rêxistinî pêş xistiye, berhema vê keda kombûyî ye û ji nîqaşê re vekiriye. Em ji bo siberoja gelên xwe pêwîst dibînin ku ev mijar zêdetir bê nîqaşkirin, ger mimkun be bila awayekî xurtir bê temamkirin.

Tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê gelek caran me rexne dike. Mafdar in. Em ji rexneyên wan feyde digirin. Me gelek caran got em şopdarên Mahîran e û em ê bêjin jî. Lê em difikirin ku tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê jî, li beramberê cîhana sosyalîst û gelên Tirkiyeyê deyndar e; deynê wan ê rexnedayînê heye. Ger em ji Mustafa Suphiyan bigirin bînin roja me, li Tirkiyeyê ezmûna sosyalîzmê xwediyê daneheveke sed sal zêdetir e. Niha li Tirkiyeyê bi dehan rêxistinên ku navê “Sosyalîzmê” li xwe kirine, hene. Lê bersiva civakî ya hemûyan nagihe ji %2’yê jî. Yek jî, îro li Tirkiyeyê rewşa karkeran li gorî 25 sal berê xirabtir e. Niha li welat mafên sendîkayî jî nemane. Rexmî vê rewşê jî bîrdoziyeke civakî çawa nikare bi civakê re pêywendî çêke, nikare di nava civakê de binesaziya xwe ya rêxistinî ava bike? Parastina teoriya şoreşa proleter ku nekare bi proleterek re jî pêywendî çêke wê çawa bê domandin? Lê heya rûbirûbûn çênebe, şansê serkeftinê jî nayê bidestxistin. Em vê ji bîr nekin; helwesta rexnedayînê çiqas xurt be hem di wê astê wê muxatab bêne fêmkirin hem jî di wê astê de wê alternatîfên peywendiya rast jî xurt bibin.

Ji bo çalakbûneke demokratîk û sosyalîst a serkeftî divê her kes qada konforê ku bi salan e li ser disekine terk bike, destpêkê bi xwe re, piştre bi pêwîstiyên civakî re, bi cesaret bikare rû bi rû bibe.

Me ti car xwe ji Tevgera Şoreşa Tirkiyeyê cuda nekir. Berevajî me xwe li ber bîranîna Mahîran, Kaypakkayayan, Denîzan deyndar dît. Ji bo ku em bikarin bi tevgera şoreşa Tirkiyeyê re hereket bikin, me hemû derfetan şixuland. Lê me nekarî vê di asta tê xwestin de pêkbînin, bi ser bixin.

Niha di vê pêvajoya veguhertina dîrokî de derfetên me yên bihêzkirina piştgiriya sosyalîst zêdetir in. Em hewl didin pêwîstiyên vê pêk bînin. Ji vir û şûn de em ê hewldanên xwe yên bi vî rengî zêdetir bikin.

Me, projeyên komara demokratîk û entegrasyona demokratîk jî bi perspektîfeke civakparêz, sosyalîzan girte dest. Ev proje bi nîqaşê dikarin bêne temamkirin. Ji rexne û ji tevlîbûna rexneyê re vekirî ne.

Bi hêviya ku xizmeta siberoja azad a gelên me bike…

Tîrmeh 2026

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00