DI DÎROKÊ DE PÊWENDIYÊN KURD-TIRKAN

Ji Manîfestoya Civaka Komînal Demokratîk hatiye wergirtin…

ekleyen Komînal

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Divê em beriya her tiştî binê vê nuqteyê bi xetên stûr ve xêz bikîn. Çîroka (serpêhatî) li Rojhilata Navîn a Tirkan bê Kurdan nabe. Pêwîste ev pir kûr bê fahm kirin. Tirkan çi ava kirine li ser Kurdan ava kirine. Ev, bi pêwendiyên fermandariyê ve kirine. Mixabin Kurd ji Harpagos û hetanî niha, timî bûne leşkerê hinek din. Ev taybetmendiyek pir rê û resm ya Kurdan e. Fermandar, timî yekî din e. Ji roja ku Konfederasyona Med a dîrokî ji aliyê Harpagos ve rastî îxanetê hatî û hetanî niha leşkerên herî bijare yên Kurdan, timî bûne leşkerên fermandarên cuda.

Eger em hinek din behsa Tirkan bikîn; Tirk wekî leşkerî Îslamiyetê hatine vê erdnîgariyê. Xelîfeyê Ebasiyan yê wê demê, di bin dorpêça Buweyhiyan de ye ku xanedaniyek Kurdane û mîsyona xelîfewî jî wekî ya erkdarek olî hatiye sînordar kirin. Dema ku Fatimî xwe digihînin sînorên Dîcle-Firatê, hema dawî bûyîna xelîfetiyê dibe mijara gotinê. Lewra xelîfeyê Ebasiyan, di nêvengek wiha de alîkariya Tugrul Beg dixwaze û siltantiyê dide wî. Şertê wî yê bingehîn jî şikandina bandora Buweyhiyan e. Tugrul beg jî ji bo ku pêdiyên xwe yên leşkerî dabîn bike, bi Kurdên sunî yên ku bi Buweyhiyan re di nava rikberiyê de ne tifaq çêdike û bi vî awayî bingehê pêwendiyên Kurd-Tirkan diavêje.

Di dawiyê de Tugrul begê ku piştevaniya Kurdan girtî, Buweyhiyan têk dibe û bi vî awayî xelîfetiyê jî ji têkçûyînê rizgar dike. Tugrul beg, bitifaqiya ku bi mîrê Şedadî Manuçehra çêkirî ve her du hêzan dike yek û li dijî qraltiya Ermeniyan êrîş dide destpêkirin. Tugrul begê ku hema ji Anî û hetanî Qersê serwerî bidestxistî, li gorî tifaqa bi Manuçehra çêkirî bajarê Anî dide Manuçehr bixwe û herêma Qersê jî ew bixwe rêvedibe. Dema ku Tugrul beg bi tifaqa Manuçehr ve qraltiya Ermeniyan têk dibe, Tugrul beg bihêz dibe û di 1055’an de jî xelîfeyê Ebasiyan payeya “siltantiyê” digire. Wê demê di herêmê de mirtiyên Kurdan di rewşek bihêz de ne. Mirtiya Şedadî ya Kurd, hêza serwer a qada Azerbaycana îro bû. Merwaniyên binavend Farqîn, li ser xeta Wanê hetanî ber bi Riha dirêj dibe ve bibandor bûn. Mîrdasiyên binavend Gêlê, herêmek ji Semsûr û hetanî Meletiyê kontrol dikirin. Hinek beşên erdnîgariyê, di bin serweriya Mirtiya Hesenweyhî de bûn. Wekî wan statuya mirtiyên biçûk-mezin, di nava Selçukiyan de bi şêwazê yekîneyên serbixwe cih digirtin. Pêwendiyên Kurd-Tirkan, dişibe pêwendiyên dîrokî yên Med-Persan. Bêyî Medan Pers, bêyî Persan jî Med nekarîne xwe li ser piyan bigirin. Gava ku leşkerên bibandor ên Persan ji Kurdan pêkdihatin, di fermandariyê de jî Pers hebûn. Eger em bizivirînin zimanê aktuel, bêKurd îran nabe. Birastî niha jî ev pêwendiya nîv-stratejîk, nîv-taqtîk berdewam dike. Em di maceraya Rojhilata Navîn a Tirkan de jî dibînin ku fermandar Tirk in, leşkerên bijarte jî Kurd in. Eynî wekî Med-Persan. Ji bo fahm kirina roja me ev tespîtek girîng e. Divê ev, bi hemû hûrgiliyên xwe ve bê fahm kirin. Derveyî vê ti kes nikare xwe ji winda kirinê rizgar bike.                     

 

Tifaqî tenê ne di leşkerî de, di ava kirina eqlê dewletê de jî çêdibe

Piştî ku Tugrul beg, rayeya siltantiyê ji xelîfe werdigire şûnve wek dîrokî navenda xwe di Hemedana ku bûye peytaxtê Medan de ava dike. Bi demê re di vê navendê de bingehên Dewleta Selçûkî ya Mezin tê avêtin. Hemû giregirên Selçukiyan malbatên xwe tinin Hemedanê û vê derê ji xwe re wek welat hildibijêrin. Ji ber ku Kurd û Selçukî Sunî ne lewra zemînê bi hev re tevdigerandinê dibînin. Pêwîste bê gotin ku di vê demê de Ebdulqadirê Geylanî ku alimek Kurd e, ji bo jêr zemîna teorîk a bingehê hiqûqî ya dewletê ava bike dest bi xebatên têr û baş jî dike. Kevneşopiya zanyarên Kurd ku ji dewletê re eqiltî dikin, bi navên wekî Nîzamulmilk, Idrisî Bedlîsî ve sedan sal berdewam dike. Tifaqiya di navbera Kurd û Tirkan, tenê ne milê leşkerî de, her wekî din di qadên din ên ku eqlê dewletê ava dikin de jî pêktê.

Mırtiyên Kurdan piştî 1100’an şûnve hêdî hêdî bi siltanên Selçukiyan ve tên girêdan. Statuyên serbixwe yên mirtiyên Kurdan ên ku ji 1000’an û hetanî 1100’an hatîn avakirin, xwe dispartin pêwendî û tifaqek wekhev ên bi Selçukiyan re. Wekî ku di Selahedîn Eyubî de hatî dîtin hinek caran fermandarê Kurd rêbertiyê dike û hinek caran jî yê Tikrk dibe fermandar. Ji bo ku hebûna her du gelan bê parastin tifaqiya di wan zirûfan de ya Kurd-Tirkan nebe nabe dabû. Dema ku ev hevsengî bi 1100’an şûnve pêngav pêngav diguherî, fermandarî derbasî Tirkan dibe. Di rêjeyek girîng de qada bîrdozî ji melayên Kurd re dimîne. Kurd jî di qadên civakî û çandî de giraniyên xwe berdewam dikin.

Di Rojhilata Navîn de kevneşopiya malbatê ya Selçukiyan, bi şêwazê ku di pozîsyona rêveberiya dewletê de siltan, wek mîrza hebûna xwe bidomîne bû. Selçukiyên ku derveyî rêveberiya dewletê û begtiyê tiştekî din qebûl nedikirin, êdî bûne hêza serwer a nû ya Rojhilata Navîn. Yên ku xanedanî û begtî qebûl nedikirin jî dibûn Tirkmen. Tirkmen, di eslê xwe de kesên ku ji xanedaniyê hatine avêtinê ne. Gava ku Tırkmen, li dijî zextan serî radikin sirgûnî çolên Iraq û Suriyê hatine kirin; ji aliyê din ve ew qebîlene ku xwe spartine Anatoliya, Behrareş û lûtkeyên Torosan. Yoruk, Çepnî û Texteciyan îro ev in. Ku ew wek “Tirkên bê feraset” (Etrak-ı bi-idrak) derbas dibin. Beşên xanedaniyê jî xwe ji wan nahesibînin. Çi begên Osmaniyan û çi jî yên Selçukiyan hem ol guherandine û hem jî ji rêûresma xwe biyanî ketine. Bendek rêveberan in. Ji bo wan pêwendiya xwînê qet ne girîng e. Ew beşek in ku temamî bûne dewlet û desthilatdar. Zemîna wan a esas a çandî û bîrdozî jî Kurd pêktînin. Kurd jî ji Persan û hetanî niha, fêrî leşkeriya herî baş bûne û di çiyayan de jiyan kirine. Di cigiriyê de jî serdest in. Gava ku xanedanên Osmanî dibûn Misilmanên Sunî, di rêjeya mezin de Tirkmen jî bûne xwediyê mezheb, tarîqat û baweriyên muxalîf. Ji bo begên Osmaniyan ti wateya pêwendiyên xwînê nîn in. Temamî temsîliyeta hêzek arîstokratîk a navend dewlet û desthilatdar dikin.                   

 

Diyalektîka pêwendiya hezar salî

Pêwendiyên Kurd-Tirk ne wekî pêwendiyên Tirk-Yewnanan in. Ev pêwendiya diyalektîkî ya ku hezar sale hebûna hevdu mîsoger dike, hetanî niha ji aliyê nivîskarên Kurd ve bi şêwazê “Tirkan Kurd bikar anîne” ve hatiye şîrove kirin. Birastî nirxên ku Kurdan jî di vê pêwendiyê de qezenç kirî hene. Tiştên ku Kurdan nekarîne biserê xwe bikin, bi Tirkan re kirine. Mînaka vê ya herî şênber Şerê Milazgirê ye. Ji ber ku Kurdên Sunî yên Hemedanê, dibinin ku eger bi Selçukiyan re pêwendî nedanin wê mirtiya wan ji dest biçe. Ji bo vê jî mecbur dimînin ku pêwendiyek berjewendiyên her du aliyan tê da pêşbixînin.

Mîsogeriya hebûnê ya di Zagrosan de, bi ava kirina tifaqê ve pêkan e. Kurd û Tirkên ku ev rastî ji nêzîk ve ceribandîn, her çiqas dem bi dem bi hevdu re şer kiribin jî wek giştî timî ji aliyê tifaqê ve biryar dane. Di 1070’an de keyayê Bîzansan hetanî Payîzavaya îro hatibû. Dikare Colemêrgê jî dagir bike. Mîrtiya Merwaniyan jî di bin gefan de ye. Ji ber ku Ermeniyan di bakur de bi Bîzansiyan re tifaq çêkirine, lewra xeteriya ku Şedadî jî bikevin bin kontrolê heye. Ji ber vê sedemê jî mîrên Kurdan pêwîstî dibînin ku bi Siltan Alparslan re tifaq çêbikin. Eger mîrên Kurdan bi Tirkan re tifaq çênekin, wê di nava demê de begtiyên Gurciyan bi Qraltiya Ermeniyan re tifaq çêbikin.

Di encamê de Kurd û Tirkên ku vê xeteriyê dibînin, bi pêkhatina tifaqê ve di Milazgirê de darbeyek giran li Bîzansê dixin. Milazgir jî di nav de Qers, Muş, Farqîn hemû ji Bîzansê tên rizgar kirin. Ji ber ku ev tifaq hem bi Kurdan û hem jî bi Tirkan daye qezenç kirin, lewra her çiqas di nava hezar sala derbas bûyî de tifaq dem bi dem biheje jî, lê zemînek ku teqez xwe dispêre hêza hev tê avêtin. Eger pêwendî wekî ya Tirk-Rum, Tirk-Yewnanan ba û bi hevdu re şer kiriban wê demê wê Tirkan Anatolî Kurdan jî Mezopotamya winda kiriban. Ne Tirk diman û ne jî Kurd. Ev di salên 1000’î de welê bû, di 1500’an de welê bû û 2025’an da jî hîna derbasdar e.        

 

Di destpêkê de pêwendiyek nêzî wekheviyê heye

Her çiqas bingehek objektîf a wiha ya diyardeya ku em jê re xwîşk û biratî dibêjîn hebe jî aliyê wê yê subjektîf kêm maye. Em dikarîn vêya bi têgeha mîrateyê ve jî îzah bikîn. Pêşengên me ji me re dîrokek hiştin û ji dîrokê re bûn mal. Mirtiyên Kurdan ji Zagrosan û hetanî Qafkasan serwer bûn. Zemînên wan ên çandî jî di asta dawî de bihêz bûn. Kurd xwecihî bûn û hemû pêwendiyên wan wekhev bûn. Civatên şerker ên Selçukiyan, dema ku hatin erdnîgariya Kurdan gelek mîrzayên wan, dest bi axaftina Farisî ku bi zimanê Kurdî re zimanek hevpare, kirin. Qabîle jî her ku diçe zimanê Farisî û Kurdî tercîh dikin. Di qesrên Selçukiyan de ne Tirkî Farisî tê bikaranîn. Ên ku li kêleka Mevlana Kurd in. Di encama pêwendiyek wiha ku di vê astê de ketiye nava hev de Bîzans tê têkbirin û Milazgîr, Farqîn, Riha û cihên din ji Bîzansê tê wergirtin.

Di destpêkê de pêwendiyek nêzî wekheviyê hebû. Kurd û Tirkên ku pêwendiyek wiha danîn, sedan salan domandina vê pêwendiyê serdixînin. Yavuz Siltan Selîm di dema Şerê Çildiranê de ji begên Kurdan re dibêje “di nava xwe de bibin yek û begê began hilbijêrin, da ku ez wî mixatab bigirim.”

Mistefa Kemal jî bi zorê ji Kurdan re nabêje “bibin leşkerê min.” Ji bo ku wan îqna bike behsa konjonktura demê dike. Pêwendî li ser bingehê dilxwaziyê ye. Tifaqa ku bi vê meylê re tê avakirin, şerê rizgariya neteweyî dide qezenç kirin. Birastî jî şerê rizgariya neteweyî, şerê xwîşk û biratiyê ye. Jixwe makeqanûna wê, Teşkîlat-i Esasiye jî cih dide Kurdan. Di vê mijarê de hevpeyvînên Mistefa Kemal jî hene. Di civîna ragihandinê ya Îzmîtê ya ku 16-17 Çileya 1923’an de hatî kirin da ev hene. Dibêje ku pêwîste xweserî ji Kurdan re bê dayîn. Piştî ku xeteriyê dibîne jî paşda pêngav diavêje.

 

Xeta Talat Paşa xetek qirker e

Ji wê rojê û hetanî niha çi ma? Kemalîst pozîtîvîst in, burjuwa ne. Her tişta ku xeteriyê li dijî desthilatdariya wan çêdike, ji holê radikin. Xeta Talat Paşa jî xetek qirker e. Dibêje “Min Ermenî tune kirin.” Dîsa dibêje ku “Min Zozo tune kirin, niha dor hatiye Loloyan.” Van di 1915’an de dibêje. Eger şer winda nekiriba, wê qirkirina esas wê demê pêkanîba. Wê Kurd xeniqandiba. Ji ber ku Mistefa Kemal hinek rasteqîne, lewra ew qas radîkal tevnagere. Ji ber ku dizane ku Kurd ji bo wî di girîngiya jiyanê de ne. Polîtîkaya Talat Paşa nameşîne.

Dema ku li dîroka di navbera Tirk û Kurdan de ya hezar salî tê mêze kirin derbas bûyîna çandî pir zêde tê dîtin. Germiyanogullari di Anatoliyê de begtiyek Kurdan e. Artukogullari di Kurdistanê de begtiyek Tirkan e, lê rajêriya wê Kurd e. Ew bixwe jî bûye Kurd. Tenê ne Kurd û Tirk, di rêjeyek mezin de nasname, çand û bawerî di xakên Mezopotamya û Anatoliyê de di nava tifaqê de jiyan kirine. Biserê xwe Tirk tunin, biserê xwe Kurd jî tunin; biserê xwe Ereb an  Fars jî tunin. Dîrok û çandek ku ketî nava hev heye.

 

Di Kurdistanê de civatên baweriyê bi şêwazek konfederal jiyan dikirin

Ermenî etnîsîteyek in. Buweyhî xanedaniyek in. Tirkmen miliyetek in, ji aşîretên Kurdan cudatir in. Cihû miliyetek in, endamên olek cuda ne. Suryanî mîliyetek cuda ne, xwediyê olek cuda ne. Ew jî civatek Kurdistanî ne. Pêwîstî pê heye ku ew hemû di Kurdistanek demokratîk de, yekoyek wek civatek demokratîk bên avakirin. Me beriya niha digot “Aşîretparêzî paşverûtiye, em hema yekser ji holê rakîn.” Halbukî çandek hezar salan e. Aliyên wê yên pozîtîf jî hene. Divê ew bê demokratîk kirin, hemdem kirin. Têgeha Neteweya Demokratîk jî bi vê re eleqedar e. Qasî ku wan hemû etnîsîte, tarîqat, mezheb û heta olan bihewîne xwediyê kûrahî û berfirehiyekê ye. Kurdistan erdnîgariyeke ku hem Cihûtî û hem jî Xrîstiyantî welidiye. Ciheke ku Misilmantî hatiye serxistin. Şûna ku ev bê înkar kirin, pêwîste derfetê xwe îfade kirin û yekbûyîna ku di nava aştî û demokrasiyê de bê dayîn. Gava ku ev bibin yek, wê enerjiyek neteweya demokratîk a mezintirîn derbikeve holê. Hêza mezin a neteweya demokratîk, ji vê derê tê. Di nava wê de her cure mezheb, ol, çand û etnîsîte hene. Bi şêwazekê wekî cureyek konfederal jiyan dikin. Tişta ku em jê re konfederalîzma demokratîk dibêjin ev e.

Ava bûyîna girseya Tirkmen a ku di Tirkan de ji aşîret û qebîleyan ve pêkdihat, ji aliyê dîrokî ve qeliştokek çînî îfade dike. Bi heman şiklî di Kurdan de jî beşên ku derveyî qebîle û aşîretan mayîn, beşa Kurmanc pêktînin. Ev cihêbûyîna sosyolojîk, di dawiya serdema navîn de derdikeve pêşiya me. Bi gotinek din ve Tirkmentî û Kurmanctî, pêvajoyek gelbûyînê îfade dikin. Tirkmen li beramberî begtiyên Tirkan, Kurmanc jî li beramberî begtiyên Kurdan wekî nasnameyek nû ya civakê hebûna xwe mîsoger dikin. Pêdivî pê heye ku ev pêşketin bi girêdayî sosyolojiya dîrokî ve bê nirxandin û şîrove kirin. Vegotina di me de ya vê sosyolojiyê, tespîta bi şêwazê “Dirok di roja me de, em jî di destpêka dîrokê de veşartîne” ya Rêber Abdulah Ocalan e.

Dema ku beşên serwer ên Kurd beriya Kurmanctiyê di nava avaniyek arîstokratîk de bûn, beşa mezin a gel jî di bin çanda qebîleyê de jiyan dikirin. Kurmanctî jî eynî wekî Tirkmentiyê mîna berhemek sosyolojîk a dema Îslamî derdikeve holê. Taybetmendiya sereke ya Kurmancan, ew e ku êdî ji pêwendiyên qebîle û aşîretê ketine, ji mirovên ku ketine pêvajoya bajarvaniyê pêktên.

Kîjan nasname di herêma ku mirtî tê de dimînin serwer bin, bi xwe şibandina wê ve hebûnên xwe didomînin. Di Îranê de Pers, di nivgirava Ereban de Ereb, di Anatoliyê de jî xwe bi nasnameya Tirktiyê ve dinixûmînin. Di qada leşkerî de jî heman nêzîkatî tê dîtin. Harpagos, fermandarê Kurd e ku hetanî peravên Egeyê împaratoriya Persan berfireh dike. Di Osmaniyan de Beyazid Paşa, Di Ebasiyan de jî Ebu Muslîm Xorasanî ye. Yên ku xwe dişibînin hinek din, nasnameyên wan tercîhê nasnameyên xwe dikin. Îro wek tercîhek mirtiyan, hewldana xwe şibandina hinek din berdewam dike.

Dema ku Kurmanc wek hebûnek sosyo-çandî ya derveyî qebîle-aşîretê cara pêşiyê pêşdikeve, hem vê çerxa ku dişibe hinek din dişikîne û hem jî bingehê miliyetê û gelbûyînê diavêje. Mîliyet, kategorî yan jî qonaxek beriya neteweyê ye. Netewbûyîn, rewşeke ku bi rêveberiya siyasî ve girêdayî ye. Eger Kurd wek neteweyekê bê pênase kirin wê bibe mubalexeyek. Lê Kurmanctî mijara gotinê ye. Li gel ku Kurmanctî timî pêşdikeve û mezin dibe, lê ji ber ku di nava xwe de rêveberiyek xwe ya siyasî ava nekiriye, lewra nekariye hebûna xwe wek siyasî nîşan bide.

Bi gotinek din ve, ji diyardeya gelbûyînê ya ku bi derketina ji çanda qebîle û aşîreta Kurd ve pêkhatî, Kurmanc tê gotin. Tê wateya ‘mirovê/a Kurd.’ Di Tirkan de Tirkmen, di Ereban de Bedewî, di Îranan de jî tê wateya Acem. Her çiqas Kurmanc xwe ji pêwendiyên aşîretî û qebîleyê tam rizgar nekin jî, kategoriyeke ku bi bajarvaniya di roja me de lezgînî qezenç dike ve pêşdikeve. Di gund û bajarên qelebalix de bi serbixwetiyê ve bihêz bûyîna malbatên ku ji ber sedemên cur be cur ve ji hemû aşîret û qebîleyan ve qutbûyîn, hêza bingehîn a gelbûyîna Kurd pêkanîne. Gava ku Kurd di vî şêwazî de wek gel pêşdikeve û ber bi netewbûyînek demokratîk a nû ve dimeşe, derketina ji mîliyeta lewaz a ber bi miliyeta bihêz û netewbûyînê ya tebeqeya serwer a aşîretan, di heman lez û pêşketinê de pêknehatiye. Ne serkeftina vê tebeqeyê ya nebûyîna rewşa netew dewletê, rê vekiriye ku netewbûyîna demokratîk bibe şansê Kurdan. Di navbera netewbûyîna demokratîk û netewbûyîna dewletê de cudahiyên bikok hene.

Dîroka netewperestiyê xwe dispêre dused salên dawî, lê xwîşk-biratiya Tirk û Kurdan hezar salî derbas dike. Birastî di pêşketina netewperestiya Rojava de Xiristiyantî rolek mezin leyîstiye. Di Kurdan de jî Îslamiyet û ol, tê pozîsyonek astengdar ya pêşiya netewbûyînê. Şah Îsmaîl, ji vêya re mînakek vekiriye. Li gel ku Kurd e, lê hem dibe Fars û hem jî dibe Tirkmen. Bingeha netewperestiya Farisan jî dispêrin Şah Îsmaîl. Di Şah Îsmaîl de, nirxên aîdê Kurdîtiyê tune bûne. Kurdên ku di nava alîmên Osmaniyan de dimînin jî ji Kurdîtiya xwe dûrdikevin. Hesreta bi şêwazê “Eger qraltiyek me jî heba û me jî yekitiya neteweyî bidestxistiba, em ê nebiban ne koleyê Aceman, ne yê Ruman û ne jî yê Ereban” a Ehmedê Xanî ya ku di sala 1700’an de bilêvkirî jî, çavkaniya xwe ji vê derê digire.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00