WÊ ÇARESERÎ BI HER KESÎ/Ê BIDE QEZENÇ KIRIN NE ÇARESERÎ JÎ WÊ BI DEWLETA TIRK BIDE WINDA KIRIN!

Mustafa Karasu

ekleyen Komînal

Rêber Apo di nêvenga agirbestê de çareserî digere. Ev fersendek dîrokî ye. Serok komar û rayedarên hikûmeta AKP’ê dibêjin ku ‘eger em vê meseleyê çareser bikîn em ê bifirîn.’ Wê demê ger  vê fersendê birevînin jî wê ser û ser li erdê bikevin. Revandina vê fersendê tê wateya “em ê polîtîkaya xwe ya tine kirina Kurdan bidomînin.” Eger wê Kurdên ku zanebûna azadî û demokrasiyê qezenç kirîn winda nekin, nexwe wê dewleta Tirk winda bike. Em dest ji neçareser kirina vê pirsgirêkê berdîn, di mijara çareser kirinê de dem winda kirin wê berdêlên giran bi Tirkiye bide razandin.

Rêber Apo bi nêzîkatî û hêza xwe ya çareseriyê ve hewl dide rewşa ‘qezenç bike qezenç bike’ biafirîne. Nexwe çawa ku ne rêbertiyek tê xapandin be rêbertiyek naxapîne jî! Di qonaxa heyî de bêçare û mehkum dîtina Kurdan tê wateya ku naxwazin rastiyan bibînin. Serokê AKP’ê Tayîp Erdogan timî dibêje ku ‘eger hesaba hinekan hebe hesabek Xwedê jî heye.’ Kurd şantaj ti kesî/ê nakin, gef li ti kesî/ê naxwin. Ferasetek wiha ya Kurdan jî tineye. Lê eger gefa li ser hebûnê ji holê ranebe wê rêya tekoşîna nû jî bibîne.

Wê piştî bêçek kirin û ava kirina desteya siyasî zirûfên xebatê yên Rêber Apo jî zêde bibin. Diyaloga Rêber Apo ya bi rojnamevan, rewşenbîr, hinek rêxistinên civaka sivîl  û dîsa bi nûnerên partiyên siyasî re, wê bibe encama xwezayî ya guhertina van zirûfan. Dîsa wê di navbera Îmralî û Rêveberiya me ya Tevgerê de pêwendiyek rêkûpêk bê ava kirin. Nexwe wê pêşveçûna vê pêvajoyê pêkan nebe. Hetanî niha bi Rêber Apo re hevdîtin û muzakere çêdibûn. Wê îro piştre jî hem bi Rêber Apo re û hem jî bi Tevgera me re pêwendî çêbibin.

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Niha di cîhanê de erdnîgariya ku herî zêde qeyranên siyasî tên jiyan kirin Rojhilata Navîn e. Hetanî ku statukoyek îzafî tê ava kirin jî wê qeyran û şer berdewam bikin. Ji aliyê din ve di Rojhilata Navîn de bidestxistina statuko û îstîkrarek îzafî welê ne hêsan e. Hîngî ku rewşek siyasî ya ji rastiyên civaka dîrokî re berevajî bidome, wê Rojhilata Navîn ji qeyran û şeran rizgar nebe. Niha hêzên ku destwerdan li ser Rojhilata Navîn dikin jî ji ber ku rastiya dîrokî, civakî û siyasî ya vê herêmê zêde baldar nagirin dest, lewra destwerdanên wan çareseriyekê na afirîne. Heta pirsgirêkan tîne rewşek hê tevlîhev û nekare ji navê derbikeve.

Bêguman Rojhilata Navîn ji dîrokê û hetanî niha bûye erdnîgariyek ku hevsengiyên siyasî yên cîhanê hatine ava kirin. Şer û pevçûnên Rojhilat-Rojava herî zêde jî di vê erdnîgariyê de pêkhatine. Di serdemên destpêkê de Împaratoriyên Sumer, Akad, Asur ketine nava meylên emperyal ên ber bi bakur û rojava ve. Şer û pevçûnên Misiriyan û şaristaniyên Anatoliya û piştre jî yên bi Romayê re tên zanîn. Şer û pevçûnên li dijî Bîzansan a Osmaniyan jî, dem dirêj bûn. Lê piştî demek diyar şûnve di wan şeran de statukoyek ava bûye, ev statuko jî bisedan salan berdewam kiriye. Piştî ku modernîteya kapîtalîst ket Rojhilata Navîn şûnve jî, di vê erdnîgariyê de qeyranên siyasî û şer jî xilas nebûne. Ji ber ku şêwazek siyasetê ya  guncav li gorî civaka dîrokî û rastiya siyasî ya herêmê nayê pêkanîn.

 

Dewlet-netew qirker e

200 sal beriya niha feraset û netewperestiya dewlet-neteweyê fitneyek xistiye Rojhilata Navîn. Ji aliyekê ve dewletparêziya netew, ji aliyê din ve mezhebperestî Rojhilata Navîn vegerandiye deryaya xwînê. Dema ku beriya niha împaratorî di Rojhilata Navîn de diman, piştî ku otorîteyên xwe yên siyasî didan qebûl kirin şûnve  xwe zêde têkîlî nasnameyên gelan ên etnîkî û olî ne dikirin. Birastî piştî ku fîtneya dewlet-netewe ket vê erdnîgariyê şûnve tenê ne nasnameyên qewmî yên cuda, baweriyên cuda jî rastî polîtîkayên qirkirinê hatine. Di vê erdnîgariyê de Kurd, Ermenî, Suryanî, Rum hetanî 200 sal pêşiya niha, heta 150 sal beriya niha jî bi hemû taybetmendiyên xwe yên ziman û çandê re hebûnên xwe domandine. Kurdên Êzidî jî zêde hebûn. Tiştên ku 150 salên dawî de hatin jiyan kirin,mînakên şênber ên ku feraseta dewlet-netewe û netewperestiyê encamên çawa afirandine. Dabeş kirina çar parçeyan a Kurdan û rêvebirina polîtîkayên qirkirinê yên li ser wan jî bi ketina vê erdnîgariyê, ya vê zîhniyeta modernîteya kapîtalîst ve girêdayî ye. Dewlet-netew û netewperestî tewanbarên herî giran ên vê erdnîgariyê ne. Qirkirina baweriyê ya ku li ser mezheb û baweriyên cuda hatin meşandin jî dibe teyîsandina qada baweriyê ya feraseta yekperest.

 

Di Rojhilata Navîn de pirsgirêka Cihûyan ya ku sedsala dawî jî di nav de xwe dispêre hezar salan jî pirsgirêkeke ku vê zîhniyetê derxistiye naverastê. Li gel ku di  afirandina kapîtalîzmê de rola Cihûyan hebû, lê eger bûne qurbaniyên dewleta neteweya ku forma mêtîngerî ya girîng a kapîtalîzmê ye, ev jî îroniya dîrokê ye.  Ji ber ku Cihû xwediyê hêza bazirganî û hilberînê bûn, lewra seranserî dîrokê bi qetlîam û qirkirinan re rû bi rû mane. Rêber Apo, bi şêwazek bibandor daniye holê ku qirkirina Cihûyan encama rastiya siyasî, aborî, civakî û çandî ya ku Cihûyan afirandiye. Rêber Apo ji bo vê dibêje ku pêwîste pirsgirêka Cihûyan jî ji netewperestiyê dûr û bi feraseta netewa demokratîk ve bê çareser kirin. Ev pirsgirêk ne bi înkar kirina Cihûyan ve û ne jî bi nenas kirina hebûnên wan ên siyasî ve dikare bê çareser kirin. Dîsa ne bi feraseta dewlet-neteweya Îsraîlê ve û ne jî bi nakokî û dijberiya Cihû-Îslamê ve dikare bê çareser kirin. Birastî şer û pevçûnên ku îro tên jiyan kirin vêya nîşan didin. Di Rojhilata Navîn de pirsgirêka Cihûyan encax bi neteweya demokratîk û demokratîk bûyînê ve dikare bê çareser kirin.

Dijberiya Cihû-Îsraîlê ya ku Îranê bi şoreşa Îslamê ve pêşxistî jî, îro Rojhilata Navîn aniye rewşa qada şerê hê zêdetir. Cihû bertekek mezin nîşanî anînarewşa dijmintî ya ji aliyê rejîma heyî ya Îranê ve ku seranserî dîrokê dost û mutefîk bûn, didin; ji bo xwe derxistina ji vê rewşê ya îranê wekî hedefek stratejîk dibînin.

 

Çareseriya meseleya Kurd wê Rojhilata Navîn demokratîk bike

Çawa ku dabeş kirina çar parçeyên Kurdistanê zemîn ji pêkanîna polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdan çêkiriye, bûye sedem ku Tirkiye, Îran, Iraq û Surî jî timî pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî jiyan bikin. Ji ber vê yekê jî, ji vê rewşê hemû Rojhilata Navîn ji nêzîk ve bandor bûye. Eger Rojhilata Navîn ne gihiştibe îstîkrara siyasî û mehkumê rejîmên otorîter bûye, ev wek esas bi serweriya ku li ser Kurdan re hatî çêkirin ve girêdayî ye. Ji bo ku li ser Kurdan qirkirin pêkbînin bûne welatên herî paşverû û zextker. Eger di Rojhilata Navîn de demokrasî pêşnakeve sedema vê ya esas serweriya li ser Kurdan e. Jixwe Tirkiye û Îran rasterast bandor li ser  pergala siyasî ya di Rojhilata Navîn de dikin. Bandora wan her du welatan di berdewam kirina rejîmên otorîter ên welatên Ereban de jîpir zêde ye. Eger çareseriya meseleya Kurd pêkbê wê çar welat jî demokratîk bibin, ev jî wê pêşketin bi demokratîk bûyîna Rojhilata Navîn bide qezenç kirin. Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd wê hemû Rojhilata Navîn demokratîk bike.

 

Agirbestên ku ji 1993’an şûnve hatîn îlan kirin

Rêber Apo ji sala 1993’an û hetanî niha hewl dide çareseriya demokratîk a meseleya Kurd li Tirkiye pêkbîne. Sala 1993’an sala bihêz a Tevgera Azadiya Kurd bû. Jixwe Turgut Ozal ji ber vê sedemê ket nava lêgerîna sekinandina şer. Ji ber ku vî şerî ne dihişt Tirkiye bigihije îstîkrara siyasî û aborî. Ozal, ne kesek welê bû ku hemû polîtîkaya kevneşop a dewleta Tirk bipejirîne. Lê kesî ku wek serok komarê Tirkiye li dijî hemleya gerîla, şerê taybet da destpêkirin Turgut Ozal bû. Dema ku dît bi wan rêbazan ve nikare encam bigire li ser Celal Talabanî peyam şand, Rêber Apo jî bi agirbestê ve bersiv da. Ji ber ku hinek ji  polîtîkaya dewleta Tirk dûrket, lewra bû sedema canê wî.

Rêber Apo gelek caran agirbest îlan kiriye û ketiya nava lêgerîna çareseriya siyaseta demokratîk. Ji ber ku tekoşîna azadiyê lewaz ketiye lewra ne çûye lêgerînên vê çareseriyê. Ji ber ji 1993’an şûnve bawer kiriye ku rêya rast ev e. Di sala 2008’an de bi saziyek navbeynkar ve di Osloyê de hevdîtin çêbûne. Di vê pêvajoyê de bi Rêber Apo re jî hevdîtin hatine kirin. Ji sala 2012’an şûnve hevdîtinên bi Rêber Apo re zêde bûne. Di encama wan hevdîtinan de rayederan AKP’ê di 28’ê Sibata 2015’an de bi şandeya HDP’ê re li ser navê hikûmetê peymanek îmza kirine. Lê Tayîp Erdoganê ku serok komarê wê demê bû ev peyman tine hesibandiye û ji 5’ê Nîsana 2015’an şûnve tecrîdek giran a dem dirêj li ser Rêber Apo pêkanîne. Di 1’ê Mijdara 2015’an de çûye hilbijartina pêşwext û carek din bûye desthilatdar; li dijî Tevgera Azadiya Kurd şerek qirêj û bitund a 10 salan meşiya rêvebiriye. Xwestiye bi vî şerê re Tevgera Azadiyê giştî tasfiye bike û polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdan bibe encamê.

 

Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe çû agirbestê

 Lê dewleta Tirk şerê ku 10 salan bi piştevaniya hêzên derve re û bi bikar anîna her cure amûr û rêbazan ve dimeşand encam negirtiye. Tevgera Azadiya Kurd di pêşengtiya PKK’ê de di her qadê de berxwe daye û hem di derve de û hem jî di hundir de desthilatdariya AKP’ê û dewleta Tirk xistiye nava bêçaretiyek leşkerî, siyasî û aborî.

Îsraîl, êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmeha 2023’an wek fersendekê girt dest û di Xezayê de darbeyek giran li Hamasê xist. Emerîka û Îsraîlê di Rojhilata Navîn de ev pêvajo û sal, di îstîqameta ava kirina hevsengî û statuyên siyasî yên nû de bikaranîne. Beriya wê bi Peymanên Brahîmî ve şer û pevçûnên di navbera Ereb-Îsraîlê de xilas kirine. Ev rewş bû pêşketinek ku pozîsyona jeopolîtîk a Tirkiye lewaz bixîne. Tirkiyeya ku di 200 salên dawî de bi bikaranîna pozîsyona xwe ya jeopolîtîk ve li ser piyan ma; bi vê pozîsyona xwe ve avantajên leşkerî, siyasî û aborî qezenç kirî, bi Peymana Brahîmî ve û bi hemleya leşkerî û siyasî ya Îsraîlê ve hîs kir ku di rewşek tengav de ye. Bi van pêşketinan re pirsgirêka man û nemanê aniye ziman. Her çiqas mijara man û nemanê di çarçoveya tekoşîna ku PKK pêşengtî jê re dike de anîbe ziman jî, bi vê ve girêdayî pêşketinên di Rojhilata Navîn de jî wekî gefek nêzîk girtiye dest. Jixwe di hundir de jî wek siyasî û aborî tengaviyên cidî jiyan dikir. Dîtin ku eger şerê li dijî Tevgera azadiya Kurd rêvedibin bimeşîn in, wê pirsgirêkên girantir jiyan bikin. Ji ber vê sedemê jî agirbestek bi Tevgera Azadiya Kurd re li gorî berjewendiyên xwe dîtine. Ji ber ku di çareseriya meseleya Kurd de guhertinek zîhnî jiyan dikirin, nexistine rojeva xwe. Berê xwe daye polîtîkayên ku di zirûfên agirbestê de li dijî PKK’ê şer bimeşîne. Li ser vê bingehê di encama lihev kirina sazûmankarên AKP û MHP’ê de dî dîroka 22’ê Cotmeha 2024’an de Devlet Bahçelî, bang li Rêber Apo kiriye. Got ku eger Rêber Apo rêxistina xwe fesh bike û dawî li tekoşîna çekdarî bîne wê hetanî dawiyê ji mafê hêviyê feyde bigire.

 

Di pêvajoya du salî de çi rûdan?

Rêber Apo ji vê bangawaziyê re bersiva “Hêza min a ku ez şer û meseleya ku tê jiyan kirin bikişînim zemîna hiqûqî û siyasî heye” daye. Bi vî awayî Rêber Apo meseleya Kurd ji mijara şer û pevçûnê derxistiye û carek din nêzîkatiya xwe ya çareser kirina li ser zemîna siyasî û hiqûqî daniye holê. Di hevpeyvîna ku sala 1988’an de dide M. Elî Bîrand da îradeya çareser kirina di rêyên siyasî de ya pirsgirêka Kurd nîşandaye û dibêje “bila karmendên xwe bişînin em biaxivîn.” Di 1993’an de jî bi agirbestek yekalî ve bersiv dide nêzîkatiya Ozal. Rêber Apoyê ku di nava nêzîkatiyek wiha û lêgerîna çareseriya siyasî demokratîk de, bersiv dide bangawaziya Devlet Bahçelî. Eger ferasetek çareseriyê hebe û ji bo ku bikişîne vêya di 27’ê Sibatê de bi Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk ve pêngavek radîkal avêtiye. Xwestiye ku biryara kombûna kongreyê û fesh kirina PKK’ê û li dijî Tirkiye dawî li tekoşîna çekdarî bîne, hilde. PKK hema yekser bi îlan kirina agirbestê ve bersiv dide vê; di navbera 5-7’ê Gulanê de bi kom kirina kongreyê ve PKK fesih kiriye û dawî anîna tekoşîna çekdarî îlan kiriye. Bangawaziya 27’ê Sibatê pêvajoya aştî û civaka demokratîk çiye û wê çawa pêşbikeve bi şêwazek bandor daniye holê. Di vê bangawaziyê de kokên dîrokî yên meseleya Kurd û faktorên ku tekoşîna biçek derxîstî holê jî bişêwazek sade vegotiye.

Rêber Apo, di her fersendê de aniye ziman ku eger îradeyek dewleta Tirka  di çareser kirina meseleya Kurd dehebe, wê nêzîkatiyek ku vê îradeyî teşwîq dike û çareseriyê hêsan dike nîşan bide. Tevgera me ya Azadiyê jî wek yekpare û bi piştevaniyek tam daye hewldanên Rêber Apo. Tevgera me jî û gelê me jî Rêber Apo wek sermuzakerevan ragihandiye rayagiştî. Jixwe dewleta Tirk dilsoziya bi Rêber Apo re ya Tevgera Azadiyê dizanî lewra mecbûr maye ku mixatab hilde.

Tevgera me ya Azadiyê, ji bo ku piştevanî bide hewldanên Rêber Apo û dewleta tirk jî ber bi pêngav avêtinê ve teşwîq bike di pêşengtiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê de 15 gerîlayên xort û 15 jî jin 30 gerîlayan li ber Şikefta Casene ya nêzîkî Silêmaniyê bi merasîmek zêde ya rojnamevanan ve çekên xwe şewitandine. Di daxuyaniya ku hatî dayîn de anîne ziman ku wan ji bo îradeya tekoşîna siyasî ya demokratîk û ji bo çareseriya meseleya Kurd ev pêngav avêtine.  Di encama vê pêngavê de û hewldanên ku Rêber Apo di Îmraliyê raber kirî de,  di 5’ê Tebaxa 2025’an de bi beşdariya hemû partiyên ku di bin sîwanê meclîsê de “Komîsyona Piştevaniya Gel, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê” hatiye ava kirin. Vê komîsyonê sedan kes guhdar kiriye. Piraniya wan kesên ku nêrînên wan hatine girtin, di îstîqameta çareser kirina demokratîkbûyînê û meseleya Kurd de fikrên xwe anîne ziman.

Di meclîsê de komîsyonek têkîldarî meseleya Kurd xebatek wiha rêvebibe girîng e. Ji ber ku hîna ziman, nasname, çand yanî hebûna Kurd bi mafên xwe ve nasnekirine, loma destûr nedan ku dayîkên aştiyê Kurdi biaxivin. Vê jî di civakê de têkîldarî nêzîkatiyên ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk re ya desthilatdariyê da fikar çêkirin.

Wek dawî komîsyon bi şandeyekê re serdana Rêber Apo kiriye, Rêber Apo jî guhdar kirine. Dema ku wê şande çûba Îmraliyê hîna qeyûm neavêtibûn li ser CHP’ê, lê CHP’ê endam neda vê şandeyê ev nêzîkatî jî wek bêberpirsyariyekê derbasî dîrokî bûye.

Her çiqas kêmasî û şaşitiyên piştî xebatek dem dirêj ên komîsyona meclîsê hebin jî raporek pêşkêş kirine. Di raporê de,qebûl kirin ku meseleya Kurd tenê ne meseleyek ewlehiyê ye û li ser bingehê demokratîkbûyînê de çareseriya wê pêkane. Derxistina qanûnan û avêtina pêngavên demokratîkbûyînê jî di vê raporê de hebûn. Piştî mehan şûnve qanûna ku qanûna çarçoveyî tê gotin derketiye. Gelek hevdîtinên ku şandeya dewletê û şandeya DEM Partiyê jî di nav de li Îmraliyê bi Rêber Apo re hatine çêkirin. Di wan hevdîtinan de ji bo qanûna nû nexşerêyek hatiya amade kirin, lê desthilatdariya AKP-MHP’ê egerên  vê nexşerêyê bicih neanîne. Dema ku hêvî dihat kirin di îstîqameta nexşerêyê de pêngav bên avêtin, di demek dirêj de bi Rêber Apo re hevdîtin nedan kirin.

Piştre jî di mijara qanûna çarçoveyî de lêgerîna lihev kirinek diyar pêşketiye. Nêrînên dewletê û yên Rêber Apo nêzîkî hev bûne. Rêber Apo têkîldarî qanûna ku derbikeve da nêrînên xwe wek xalan pêşkêş kiriye. Lê dîsa jî hevdîtin mehek zêdetir qut bûye. Ev rewş di mijara qanûna çarçoveyî de, bû sedem ku bê gotin lihev kirinek nehatiye bidestxistin.

Di vê pêvajoyê de bişêwazên cur be cur ve qanûna çarçoveyî  li ser medyayê hatiye parve kirin. Rêveberiya Tevgera Azadiyê li dijî vê daxuyaniyek daye û aniye ziman ku aştî destpêkê bi ziman re destpê dike û destnîşan kiriye ku divê pênaseyên wekî ‘rêxistina teror’ ên ku di dema şer de dihatin bikaranîn, neyên bilêv kirin. Dîsa hatiye xwestin ku pêşiya Rêbertî bê vekirin da ku di vê pêvajoyê de rol hilde û qanûnên demokratîkbûyînê bên derxistin. Piştî daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê şûnve di Îmraliyê de hevdîtinek ku li ser qanûnê nîqaş hatin meşandin çêbûye. Rêber Apo jî û şandeya DEM Partiyê jî qanûn pir kêm dîtiye. Lê dema ku şandeya dewletê israr kiriye Rêber Apo jî wek destpêkekê nirxandiye. Bi metafora “Hezar kîlometre bi pêngavekê ve destpê dike” ve wateya ku qanûn dihewîne daniye holê. Wek esas ne qanûnek welê ye ku Rêber Apo erê bike.

 

Tirkiye, bi şer û pevçûnên bi Kurdan re nikare pêşerojekê ava bike

Dema ku Rêber Apo, Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk kirî destnîşan kiribû ku ev pêvajo di encama lihev kirinekê de nehatiye destpêkirin. Wek tekoşîn û muzakereyekê girtibû dest. Hîna destpêkê gotibû ku bi pêngavên beramber ve pêvajo dikare pêşbikeve.  Fesiha PKK’ê û dawî anîna tekoşîna biçek ya li dijî Tirkiyeyê, di Bakur de vekişandina gerîla ya ji qadên xeteriya şer û pevçûn heyî, bi vê nêzîkatiyê ve pêkhatine. Pirsgirêka Kurd naşibe ti pirsgirêkên cîhanê. Eger bişibînin tekoşînên demokratîk netewî yên deverên din ên cîhanê wê bikevin şaşitiyê; wê nekarin tekoşîna polîtîk a rast bimeşînin. Ji bo vê eger bê gotin “Çima wekî deverên din ên cîhanê çareser nabe”, ev wê bê wateya ku ne rastiya Rojhilata Navîn, ne rastiya Tirkiye û ne jî rastiya Kurd û Kurdistanê fahm kirine. Ji ber ku yê herî baş van rastiyan fahm dike Rêber Apo ye lewra li gorî vê tekoşîn û rêya çareseriyê datîne holê.

Rêber Apo ne tenê pêdiviyên rojane yên vê çareseriyê, argumanên dîrokî jî nîşan dide. Tirkiye, bi şer û pevçûnên bi Kurdan re nikare pêşerojekê biafirîne. Bi Kurdan re şer kirin, hebûna Kurdan înkar kirin wê ji bo Tirkiye pirsgirêka man û nemanê biafirîne. Eger Împaratoriya Osmaniyan cihê ku bi Kurdan re şer bike nêzîkatiyek ku rêveberiya xweser a Kurdan qebûl dike nîşan daba, dest ji rûxandina Osmaniyan berde, wê bi şêwazek bihêz li ser piyan maba. Rêber Apo timî  dibêje ku ji ber Împaratoriya Osmaniyan pêwendiyên xwe yên bi Kurdan re baş hiştiye lewra di Rojhilata Navîn de bandor bûye, di Ewropayê de jî gihiştiye hêzek girîng. Împaratoriya Osmaniyan hem ruhê demê nekariye bixwîne û hem jî dema ku bi Kurdan re ket nava şer rûxandina wê hatiye rewşa nebe nabe.

 

Rêber Apo, rêbereke ku lûtkeya hunera siyasetê jiyan dike

Rastiyên civakî û siyasî yên dîrokî roja me jî ji nêzîk ve bandor dikin, heta araste dikin. Rêber Apo di xwendina dîrokê de gihiştiye kûrahiyek mezin. Hîna di salên 1990’an de bi gotina “dîrok niha ye, niha jî di nava dîrokê de veşartî” ve, asoyek nû tevî xwendina dîrokê kiriye. Bi vî awayî hem ji Kurdan re û hem jî ji dewleta Tirk re di mijara çareser kirina meseleya Kurd de aso daye qezenç kirin. Rêber Apo stratejîstek Kurd e. Kûrahiyek bêhempa, bizanista stratejiyê daye qezenç kirin. Ji vê hêlê ve qabîliyeta çareseriyê ya ji pirsgirêkên siyasî re ya Rêber Apo pir pêşketiye. Yên ku Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata navîn nas dikin vê hêza stratejî û eqlê siyasî yê Rêber Apo teqdîr dikin. Ji her pirsgirêkekê re rêyek çareseriyê ya Rêber Apo heye. Ji ber vê jî Kurd ti dema dîrokê de ew qas hêz qezenç nekiribûn. Êdî bêçare nîn in. Kurdên ku seranserî dîrokê pirsgirêka rêbertiyê dikişandin cara ewilî gihiştine rêbertiyek stratejîk. Rêber Apo rêbereke ku lûtkeya hunera siyasetê jiyan dike. Niha ev eqlê xwe yê siyasî ji bo çareseriya meseleya Kurd xistiye tevgerê. Dema ku li ser bangawaziya Devlet Bahçelî digot “hêza min heye ku ez vê rewşa şer bikişînim zemîna siyasî û hiqûqî”  baweriya ku ji vê eqlê xwe yê siyasî jî datîna holê.

Li gel ku ji vê hêlê ve qanûn pir nebes e lê dîtina vê ya wek destpêkekê;  bi tarzê ku ji derfetên herî biçûk ve pêşketinên mezin diafirîne ve girêdayî ye. Piştî ku qanûn bû destpêkek şûnve wê bi hêza xwe ya siyasî ve pêşxistina vê destpêkê bide pêşiya xwe. Ji hêlekê ve ev destpêk di heman demê de pêvajo veguhestiye qonaxek nû. Li ser bingehê demokratîkbûyînê di çareseriya meseleya Kurd de nuqteyek werçerxê ye. Eger dewleta Tirk di rêya demokratîkbûyînê de pêngav neavêje wê bivir li lingê xwe bixîne û fersenda dîrokî birevîne. Rêber Apo di nêvenga agirbestê de çareserî digere. Ev fersendek dîrokî ye. Serok komar û rayedarên hikûmeta AKP’ê dibêjin ku ‘eger em vê meseleyê çareser bikîn em ê bifirîn.’ Wê demê ger  vê fersendê birevînin jî wê ser û ser li erdê bikevin. Revandina vê fersendê tê wateya “em ê polîtîkaya xwe ya tine kirina Kurdan bidomînin.” Eger wê Kurdên ku zanebûna azadî û demokrasiyê qezenç kirîn winda nekin, nexwe wê dewleta Tirk winda bike. Em dest ji neçareser kirina vê pirsgirêkê berdîn, di mijara çareser kirinê de dem winda kirin wê berdêlên giran bi Tirkiye bide razandin.

 

Bêçare û mehkum dîtina Kurdan tê wateya ku naxwazin rastiyan bibînin!

Eger Tirkiye, bikeve nava şaşitiya ku “PKK lewaz ket, ji ber vê sedemê partî fesih kirin û dawî li tekoşîna çekdarî anîn” ev wê bibe poşmantiya dawî ya Laz. Her kes dizane ku Rêber Apo ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk her fersend bikar aniye. Dema ku Devlet Bahçelî bangawazî kir ev ji bo çareseriyê wek fersendekê dîtiye. Rêber Apo bi nêzîkatî û hêza xwe ya çareseriyê ve hewl dide rewşa ‘qezenç bike qezenç bike’ biafirîne. Nexwe çawa ku ne rêbertiyek tê xapandin be rêbertiyek naxapîne jî! Di qonaxa heyî de bêçare û mehkum dîtina Kurdan tê wateya ku naxwazin rastiyan bibînin. Serokê AKP’ê Tayîp Erdogan timî dibêje ku ‘eger hesaba hinekan hebe hesabek Xwedê jî heye.’ Kurd şantaj ti kesî/ê nakin, gef li ti kesî/ê naxwin. Ferasetek wiha ya Kurdan jî tineye. Lê eger gefa li ser hebûnê ji holê ranebe wê rêya tekoşîna nû jî bibîne.

 

Tevî kirina hêzên demokrasiya Tirkiye pir girîng e

 Yên ku ketina rêya bêçareseriyê ya dewleta Tirk asteng dikin Kurd û  hêzên demokrasiyê ne. Eger gelê Kurd xwe rêxistin bike û bi hêzên demokrasiya Tirkiyeyê re tekoşîna demokratîkbûyînê pêşbixînin wê agirbesta heyî û pêvajo di îstîqameta çareseriyê de pêşbikeve. Tekoşîn şert e. Ji ber ku di Tirkiyeyê de hîna meylek û damarek ku meseleya Kurd bê çareserî dihêle û bi êrîşên pir alî ve dixwazin Kurdan bi qirkirina çandî re derbas bikin hene. Ji ber ku xwe  dispêre zîhniyetek 150’î salî lewra biçûk dîtina wê jî, wê ji bo Kurdan bibe şaşitî û xefletek. Ji ber vê jî her çiqas qanûn destpêkek jî be divê ev pêngavên destpêkê bên zêde kirin û pêşketina wê jî bi tekoşînê ve tê qezenç kirin. Tevî kirina ji vê pêvajoya demokratîk bûyînê re ya hêzên demokrasî û gelê Tirkiye, pir girîng e. Gelên Tirkiye sed sal zêdetirin ku tekoşîna demokrasiyê didin. Eger ketibe pergala siyasî ya bi hilbijartin ve di vê de bandora navnetewî heye. Di dawiya salên 1940’an de atmosferek siyasî ya ku “eniya faşîst winda kir, eniya demokrasiyê qezenç kir” hebû. Ji bo vê jî ji ber ku Tirkiye demokrasî pejirandiye, lewma derbasî pergala pir partiyî û siyasî ya bihiljartinê nebûye. Lê di ketina vê pergala siyasî de daxwazên gel jî bandor çêkiriye. Ji ber vê sedemê meyla ku ji  xwe re dibêje partiya demokrat û di behsa siyaseta demkratîk dike,hilbijartin qezenç kiriye. Hêzên demokrasiya Tirkiyeyê ev zemîn nirxandine tekoşîna demokrasiyê pêşxistine û di vê mijarê de danehevek bidestxistine.

 

Yên ku ti hewldan ji bo tekoşîna azadiyê nîşan nedan qehremantî dikin

Dikare bitaybet jî xwe bispêre  tekoşîna niv sedsalî ya gelê Kurd û xwe bispêre vê daneheva demokrasiyê ya ku di Tirkiyeyê de çêbû û pêvajoya heyî vegerîne demokratîkbûyînê. Ji ber ku tengaviyek siyasî ya cidî ya Tirkiyeyê heye. Di vê tengaviyê de encax pêngavên demokratîkbûyînê biavêje dikare rizgar bibe. Gelo wê dewleta Tirk van pêngavan biaveje; bi nêzîkatiya siyasî ya ku piştî qanûna çarçoveyî şûnve bişopîne ve  girêdayî ye. Tevgera Azadiya Kurd tercîha xwe di çareseriya siyasî demokratîk de kiriye.

Ev helwesta Tevgera me ya Azadiyê jî Tirkiyeyê tengav dike û dixîne zehmetiyê. Birastî bendawariya ji demokratîkbûyînê belavî hemû Tirkiyeyê bûye. Yên ku ji vêya birevin zehmete ku piştevaniya gel bigirin. Rêber Apo ketiya nava hewldana ku dewleta Tirk pêngav bi pêngav bixîne rêya demokratîk bûyînê. Li gorî rastiya Tirkiye rêbazek guncav a çareseriyê daniye holê. Yên ku hema dibêjin “Çima ev maf ew maf tineye” ew derdor in ku di mijara rêbaza çareseriya rasteqîn a li Tirkiyeyê de ti nêrîn û hewldanên wan tune ne. Ji ber vê sedemê jî yên ku ti hewldan ji bo tekoşîna azadiyê nîşan nedabin qehremantî dikin. Yên ku li ser pişta wan selika hêkan tuneye, bi gotina “ma me çi deskeftî bidestxistin” ve cirecir dikin. Tevgera Azadiyê, pêngavên mezin bi Kurdan daye qezenç kirin. Wê bi rêya çareseriya aştî û demokratîk ve jî mafên xwe yên netewbûyînê qezenç bikin. Baweriya ku wê bi rêbaza çareseriyê ya ku danîn holê ve deskeftin bên bidestxistin, girîng e. Ev bawerî çiqas bihêz be wê pêngavên ku ji bo çareseriya aştî û  demokratîkbûyînê tên avêtin jî wê ew qas bilez bin.

Yên ku nebînin û nezanin ka tekoşîna 50’î salî çiqas nirxên girîng afirandine, ev tê wateya ku ji diyalektîka tekoşîna siyasî jî tiştek fahm nekirine.Nêzîkatiyek rast nîşanî nêzîkatiya civakî û siyasî nadin. Dîrok di heman demê de di nava demê de pêktê. Dem û mekan formek avabûyînê ye. Yên ku vê forma tekoşînê ya 50’î salî nabînin tewekor in. Vaye êrîşên ku li ser vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji aliyê wan tewekoran ve pêktên .

 

Bi mînaka ku bi derziyê ve bîr hatiye kolandin ve tekoşîn hatiye wan rojan

Tevgera me ya Azadiyê 42 sal şerê gerîla di nav de tekoşînek zehmet a 53’ê salan daye. Her sala tekoşîna me ya azadiyê di nava tekoşînek bizehmet de derbas bûye. Bi mînaka ku bi derziyê ve bîr hatibe kolandin ve tekoşîn hatiye wan rojan. Tijî bergehan dikare bersiv ji pirsên em di 53’ê salan de di qada siyasî, dîplomatîk, civakî, çandî û xweparastinê de ji ku derê hatin ku derê bên dayîn. Tenê ne Bakurê Kurdistanê, her kes dizane ku guhertinên ku di Başur, Rojava û Rojhilat de jî tên jiyan kirin da rola mezin a vê tekoşînê heye. Eger hemleya gerîla ya 15’ê Tebaxê neba wê Kurd û Kurdistan di çî rewşê de ban? Hozan Emekçî, di berhema xwe ya bi navê “Eger gerîla neba” de dibêje ku “eger gerîla neba wê Kurd di rewşek pir xirab de ban.” Ji bo vê jî dema ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê nirxandin hetanî ku ev dîrok neyê dîtin wê her nirxandina ku tê kirin wê hêsan û rûxar bê. Wê ev hêz û bandora li paş vê pêvajoyê neyê fahm kirin. Bêguman çawa ku hemû salên tekoşîna me zehmet derbas bûne, wê pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî di nava tekoşînê de derbas bibe. Ev jî pêvajoyek tekoşînê ye. Hem jî wê bibe pêvajoyek tekoşînê ya ku ji tekoşîna 50’î salên derbas bûyî hê afirînertir û wek aktîf civak dikeve nav. Hinek welê dihesibinîn ku wê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi hevdîtinên ku Rêber Apo di Îmraliyê de dike ve wê bigihije hedefên xwe. Beriya her tiştî ev, hîna nizanin ev pêvajo çawa derketiye holê û di çi karakterî de ya nabînin. Ev pêvajo bi peymanek rûniştî ve pêş neketiye.

Ji bo Rêber Apo û Tevgera Azadiyê, her tim tekoşîna siyasî û çareseriya siyaseta demokratîk tercîhek bûn. Ev di her fersendê de anîne ziman. Lê dewleta Tirk wekî di hemû berxwedanên Kurdan de tundî bikaraniye û polîtîkaya bingehîn a tepisandinê destnîşan kiriye. Êrîşên ku di cîhanê de li ser ti tevgerên berxwedanê pêk nehatine pêk anîne. Çekên kîmyevî jî di nav de çekên qedexe kirî û termobarîk bikaraniye. Sed qatî bombarduman qasî li Wîetnam, Fîlîstîn qadên cuda yên berxwedanê nehatin barandin, li ser qadên gerîla hatine barandin. Di tu qadên şer de qasî şêwatên daristanê yên ku di encama êrîşa dewleta Tirk de pêkhatîn pêk nehatine. Eger dewleta Tirk tenê di vê mijarê de bê darizandin wê wek sucdarek giran rastî danekirinan bê. Ji bo ku tekoşîna azadiya gelê Kurd bitepisîne dijmintiyek neyê dîtin li xwezayê kiriye.

 

Divê yên ku ji atmosfera dijmintiya Kurd xwedî dibin cidî neyên girtin

Gava ku dewleta Tirk ji van êrîşên ku ji derve piştevanî digirt de encam negirt xwestiye pêvajoya agirbestê bide destpêkirin. Cara ewiliye ku polîtîkaya tepisandina bizorê ya berxwedanên Kurd a dewleta Tirk encam negirtiye. Aqûbeta darve kirina rêberên Kurd hatiye şikandin, ji sêdarê derbasî masayê bûye. Yên ku nirxê vê yê mezin nezanibin, ne di ferqa rastiya meseleya Kurd de ne. Helbet ê ku çarenûsa têkîldarî rêberên Kurdan berevajî kirî şêwazê rêbertiya Rêber Apo ye, berxwedana Tevgera me ya Azadiyê ye û tekoşîna neyê tepisandin a gelê me ye. Yên ku encamên tekoşîna bênavber a Tevgera Azadiya Kurd afirandî nebînin, ji meseleya Kurd jî ji tekoşîna gelê Kurd jî tiştek fahm nekirine. Ji vê hêlê ve pêwîste kesên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê di vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de reş dikin, cidî neyên girtin. Ev li ser bingehê dijberiya PKK’ê û APO, vala diaxivin. Rûyê di nav Kurdan de ya kesên ku di Tirkiyeyê de dijmintiya PKK’ê û APO dikin. Jixwe di eniya Tirkiyeyê de jî ji atmosfera dijmintiya APO û Kurd ve xwedî dibin.

Di encama  vî şerî de ne dewleta Tirk û ne jî Tevgera Azadiya Kurd zaferek bidestxistiye. Lê yê ku serkeftin bidest nexistî dewleta Tirk û yê ku serxistî jî tekoşîna azadiya gelê Kurd e. Ji vê hêlê ve gotinên ‘me têkbir’ a hinek derdorên di nava dewleta Tirk de yan jî nêzîkatiyên ‘PKK tekçû’ ya hinek derdoran, dibe  gotinên ku ti nirxê wan a siyasî û rastiyan  tinebe. Di vê pêvajoyê de destê Kurdan lewaz nîn e.

Hetanî ku Tirkiye jî, vê meseleyê çareser neke wê nekare pêşeroja xwe destnîşan bike. Ji ber  vê jî wê bibe pêvajoyek ku tekoşîn û muzakere ketîn nava hev û Kurd ketin nava qanûn û hiqûqan. Jixwe eger di vê îstîqametê de pêşnekeve wê encam negire û bixitime. Wek esas ê winda bike jî wê Tirkiye be. Dewleta Tirk jî di vê ferqê de ye. Lê hîna di mijara çareseriyê de, ne xwediyê polîtîka û projeyek zelale, lewra nikare pratîkek biîrade, bibiryar û meseleyê çareser dike dane holê. Ev jî nîşan dide ku wê tekoşîn û muzakereya di nava pêvajoyê de, çareseriya meseleya çawa diyar bike. Ji bo vê jî pêwîste bêyî ku di vê pêvajoyê de tekoşîn bê direng xistin domandina wê girîng e.

 

Hetanî ku demokratîk bûyîn nebe meseleya Kurd çareser nabe

Divê beriya her tiştî civaka Kurd li her deverê xwe rêxistin bike. Pêkhatina wek civaka demokratîk a vê rêxistin bûyînê jî girîng e. Rêxistinên ku ne demokratîk bin, wê di karakterek pir lewaz û tekoşîn nekin de bin. Bi şêwazek herî bihêz jî civaka demokratîk xwe dispêre komînan. Ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de beşdariya bibandor û a civakê jî bi vê girêdayî ye.

Qanûna ku 10’ê Tebaxê de derketî tenê qanûna destpêkekê ye. Ji bo ku ev qanûn bibe destpêkek, pêwîste hem tekoşîna demokratîkbûyînê ji pir hêlan ve bê meşandin û hem jî timî daxwazên demokratîk bingehîn ên gelê Kurd ên ku bi şêwazek rast demokratîkbûyînê bidestdixin bên rojev kirin. Hetanî ku demokratîk bûyîn çênebe meseleya Kurd çareser nabe. Demokratîkbûyînek ku çareseriya meseleya Kurd nehewîne jî nabe demokratîkbûyîn. Ji vê hêlê ve du mijarên bingehîn in ku ketine nava hev.

Her çiqas di tirkiyeyê de cudatiyên fahm kirinê hebin jî hem eniya siyasî û hem jî piraniya civakê demokrasiyê dixwazin. Ji bo vê jî behsa demokratîkbûyînê dikin. Ji vê hêlê ve jî rojev kirina demokratîkbûyîna ku beşek pir hindik nerazîbûna xwe nîşan dide girîng e. Eger di vê pêvajoyê de jî hin tiştên cuda bên rojev kirin ev dibe rê derxistina rojevê. Divê tekoşîna demokratîkbûyînê, ji bo vê jî tifaq û rêxistin bûyîn bên teşwîq kirin. Rojev kirinek wiha wê di nava civaka Tirkiyeyê de jî piştevaniyek mezin bibîne, ev jî wê biteyîse partiyên siyasî û yên ku biryar digirin. Ji bo vê jî tekoşîna demokratîk bûyînê di vê demê de pir girîngî qezenç kiriye. Di serî de sosyalîst rêvebirina tekoşîna demokratîk bûyînê ya ji aliyê hemû hêzên demokratîk ve girîng e. Sosyalîst bûn û demokrat bûn bi bicih anîna vê berpirsyariyê ve pêkan e. Yên ku di meseleya Kurd de ne xwedî feraseta çareseriyê bin, ne dikarin bibin sosyalîst û ne jî demokrat.

 

Tirkiyeyek ku meseleya xwe ya Kurd û Elewiyan çareser kiribe wê rûyê wî biguhere

 Eger nava demokratîk bûyînê, bi hebûn û mafê Kurdan ve bê tijî kirin dikare behsa demokratîk bûyîna rasteqîn bê kirin. Ji vê hêlê ve di serî de gelê Kurd û Elewî pêwîste hêzên demokrasiya Tirkiye, ji bo Kurd bikevin nava qanûn û hiqûqê û mafên wan ên bingehîn bên qebûl kirin hewldan raber bikin. Hewceye gelê Kurd daxwazên xwe timî wek parçeyek tekoşîna demokratîkbûyînê bînin ziman. Di mijara demokratîk bûyînê de fersendek dîrokî derketiya pêşiya Tirkiye. Eger tekoşîna demokratîk bûyînê bi hemû hêzên demokrasiyê re bi hev re bê meşandin, wê fersenda xistina Tirklye ya pêvajoyek nû ya siyasî, aborî, civakî û çandî re bê nirxandin. Wê rûyê Tirkiye yekser biguhere. Tenê ne meseleya Kurd, di serî de meseleya Elewiyan wê hemû pirsgirêkên Tirkiye yên ku nehatin çareser kirin çareser biban. Wekî ku Rêber Apo anî ziman wê Tirkiye bibe pêşengê demokratîk bûyîna Rojhilata Navîn. Tirkiyeyek ku meseleya xwe ya Kurd û Elewî çareser bike wê bigihije hêzek wiha.

 

Wê pêvajoya piştî qanûnê çawa bixebite?

Di Tirkiyeyê de qanûnek ku bibe destpêk derket. Piştre jî di serkêşiya alîkarê serok komar Cevdet Yilmaz de desteyê, çar jêr deste ava kirin. Yek jî wan desteyan jî komîsyona bêçek kirin û siyasetbûnê ye. Wê Rêber Apo jî di vê desteyê de cih bigire. Li gorî pozîsyonê, wê ev deste di bin berpirsyariya Rêber Apo de xebatên xwe rêvebibe. Wê di vê desteyê de ev qanûn çawa pratîze bibe bi niqaşan ve bê destnîşan kirin. Ev qanûn wek esas bêçek kirinê esas digire. Li dijî Tirkiye tekoşîna çekdarî hatiye bidawî kirin. Nêzîkî 2 salin ti şer û pevçûn çênebûne. Di mijara bêçek kirinê de lihev kirinek giştî heye. Lê wê ev çawa çêbibe hê girîngtir  e.

Hedefa esas a bêçek kirinê ew e ku nêvengek siyasî ya ku bêyî astengî bê çêkirin tekoşîna siyaseta demokratîk bê meşandin û meseleya Kurd di çarçoveya demokratîk bûyînê de bê çareser kirin. Hetanî ku Kurdan nexînin di nava qanûn û hiqûqê de rêvebirina tekoşîna siyasî demokratîk ne pêkan e. Ji vê hêlê ve tê fahm kirin ku wê bêçek kirin jî pêngav bi pêngav pêkbê. Hetanî rewşa ku bêyî astengî bê çêkirin li ser bingehê azadiya rêxistin kirinê û fikrê tekoşîna siyasî demokratîk zelal nebe, temam kirina bêçek kirinê wê ne li gorî karakterê pêvajoyê be. Heta dikare rewşek ku pêvajoyê sabote dike derbixîne holê. Her kesî/ê ku hinek xwediyê vê zanebûna siyasî be wê bizane. Ev rewşek welê ye ku yên qanûn amade kirin jî dizanin.

Wê piştî bêçek kirin û ava kirina desteya siyasî zirûfên xebatê yên Rêber Apo jî zêde bibin. Diyaloga Rêber Apo ya bi rojnamevan, rewşenbîr, hinek rêxistinên civaka sivîl  û dîsa bi nûnerên partiyên siyasî re, wê bibe encama xwezayî ya guhertina van zirûfan. Dîsa wê di navbera Îmralî û Rêveberiya me ya Tevgerê de pêwendiyek rêkûpêk bê ava kirin. Nexwe wê pêşveçûna vê pêvajoyê pêkan nebe. Hetanî niha bi Rêber Apo re hevdîtin û muzakere çêdibûn. Wê îro piştre jî hem bi Rêber Apo re û hem jî bi Tevgera me re pêwendî çêbibin.

Bikurtasî wê pêvajo bi ketina dewreyê ya wek çalak ya Rêber Apo ve derbasî qonaxek nû bibe. Wê encamên ewilî yên destpêkê wiha bin. Dema ku Rêber Apo hat rewşa aktîf bixebite û pêwendiyek pir alî ava bike, wê karakterê pêvajoyê çiye baştir bê fahm kirin. Wê Rêber Apo xeta bîrdozî û siyasî ya pêvajoya demokrasiya rasteqîn, dane holê. Çawa ku hetanî niha Rêber Apo bi rê û rêbazên afirîner ve pêvajo anîbe vê nuqteyê wê bi pêşniyarên xwe yên afirîner ve bibe encamê jî. Wê Rêber Apo bi eqlê xwe yê siyasî  ve stratejiya tekoşînê bigihîne serkeftinê jî û li ser bingehê çareseriya meseleya Kurd hedefa xwe ya demokratîk bûyîna Tirkiyeyê jî pêkbîne.

 

Sekna ku dayîkên şehîdan nîşandayîn temînata serkeftina pêvajoyê ye

Bêguman wê Tirkiyeya demokratîk bixwe pêk neyê. Eger nirxên ku gelê Kurd bi berdêlên giran ve afirandîn û neteweyek Kurd ê ku ji bo azadiya xwe şer û tekoşîn dike nehatiban afirandin, helbet wê pêvajoya ku îro Rêber Apo rêvedibe jî pêknehatiba. Şehîd di derketina vê pêvajoyê de rolek diyarker leyîstine. Di wan rojan de li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê de lidar xistina biranîna şehîdan; hiştiye ku ev pêvajo hê biwate bibe. Gotina serê me bilind e ya malbatên şehîdan, tê wateya ku “em ê bi serbilindî û birûmet vê pêvajoyê serbixînîn.” Êdî wê neteweyek ku bi deh hezaran şehîdê wî heyî û fedaiyên wî yên wiha heyî, derveyî jiyana azad û demokratîk jiyanek din qebûl neke. Ev bîranînên şehîdan hem ji bo gelê me peyamek e û hem jî ji bo kesên ku dixwazin vê tekoşîna azadiya gelê Kurd bi tundî bitepisînin ve peyamek e. Delîla herî mezin a afirandina neteweyek ku ji bo azadiya xwe şer dike, sekna dayîkên şehîdan e. Ev, sekna hemû dayîkên Kurd in. Vaye ev sekn temînata serkeftinê ya pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku Rêber Apo dimeşîne. Tişta ku wan dayîkan danî holê aştiya bi bingehê jiyana azad û demokratîk e, derveyî vê jî vebijêrkek din tineye. Vaye Rêber Apo rêbertiya pêvajoyek ku encamek wiha diafirîne dike. Di encama vê pêvajoya ku Rêber Apo dimeşîne de wê hemû gelê Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata navîn qezenç bike.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00