JI PERSPEKTÎFA DÎROKÎ YA KOMÎNAL SERDEMA EKSENÊ

Sînan Şahîn

ekleyen Komînal

Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de destnîşan kir ku ji bo fahm kirina pêşketîn û bandorên dîrokî ya Komînalîzmê,hewceyî bi fahm kirina Serdema Eksenê dît. Ji bo pirsgirêkên şaristaniya roja me taybetmendiyên aso vedikin ên komînalîzma Serdema Eksenê hene. Ji ber ku Serdema Eksenê dibe serdema ku qabîle û aşîret ji komînalîzma ezbet derbasî komînalîzma bîrdozî bibin.

Ev pergal qasî ji aliyê ruhî-fikrî ew qas jî ji aliyê biyolojîk-fîzîkî ve jinê lewaz dixe. Ji ber ku xurekên ku ji nêçîr- komkirinê ve dihatin bidestxistin (heywanên nêçîrê, masî û asîdên rûn ên ku piranî ji rûnên nebatan tên girtin) dema ku hem ji bo jinê û hem jî ji bo hemû endamên din ên civakê dibû xwediyê derfetên ku pêşketina fîzîkî û zihnî çêbike; genim-cehê ku ji asîdên rûn bêpar, li pêşiya girtina di beden de ya hesin astengî çêdikirin.

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Dîroka gundiyan ji aliyê bajariyan ve tê nîvîsandin. Dîroka koçberan jî ji aliyê xwecihiyan ve tê nivîsandin. Dîroka nêçîrvan-komkeran jî cotkar, dîroka mirovên bê dewlet jî qatibên qesran dinivîsin. Û hûn wan hemûyan dikarin bi şiklê “Dîroka Barbaran” ve di arşîvan de peyda bikin.” (Xwediyê gotinê nayê zanîn)

‘ (…) Ez bawer dikim li şûna pênaseya materyalîzma dîrokî û sosyalîzma ku xwe dispêre şerê çînan, wê materyalîzmek dîrokî û alternatîfa sosyalîzma ku xwe  dispêre diyalektîka dewlet û komînê hê rastir be. Ez ji nû ve çav derbas kirina materyalîzmê û bikaranînê vê têgehê li şûna wê rastir dibînim. Ango dîrok ne dîroka şerê çînane, ji şer û pevçûnên komîn û dewletê pêktê. (…)’  Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo

 

Girînge ku bê dîtin ka rêveçûna rûxandina şaristaniyên antîk xwe dispêrin kîjan dîlemayên bingehîn ên dîrokî. Ji ber ku hêza teza pêşdaçûyîna xwe dispêrê şerên çînan, têra nake ku behsa rûxandina şaristaniyên antîk ên bi êrîşên “barbaran” ve têkçûn bike. Yên ku şaristaniya Sumeran rûxandîn ne koleyên di hundirê suran de bûn, berevajî yên ku ji derve sur rûxandîn kabîleyên Semîtîk bûn. Qewmên Germen û Hûn yên ku Împaratoriya Romayê rûxandîn jî hêzên “derveyî şaristaniyê” bûn ku ji Ewropaya Bakur û Asyayê hatibûn. Vîkîngên ku piştî sedsalên 7-8’an şûnve berê xwe dan navendên şaristaniya Ewropayê û Mogolên ku bi sedsala 13’an şûn ve Çîna ku dikeve rojhilatê Asyayê û di rojavaya wê de jî welatên Îslam feth kirî jî, nûnerên heman ezbetê bûn. Hem ji aliyê madî û hem jî ji aliyê manevî ve mirov nikare di dîroka antîk de rastî tevgerek çînî li dijî pergalên şaristaniya çînî yên ku enerjiya civakê wekî kuna reş dadiqurtînin serkeftin bidestxistî bibîne.

Pêşengên Serhildana Spartakus a bi nav û deng ku di astek diyar de xwediyê karakterê çînî bû jî; gladyatorên kolebûn ku ji civakên komînal ên derveyî Şaristaniya Romayê anîbûn. Spartakus Traqyayî bû, Oenomaus û Crixus jî Galyayî bûn. Her çiqas Traqya di bin hêza împaratoriyê de be jî Traq qadeke kuqabîle û aşîretên wê tê da jiyan dikirin û ji navendê dûr bû. Spartakus, ji sosyolojiya xwe dispêre cihêtiya şaristaniyê zêdetir ji qewmê Traq e ku karakterê komînal serwere. Galya jî hetanî dagirkeriya dema Julîus Sezar, qadek jiyana qabîle û aşîretên komînal bû ku bi Împaratoriya Romayê re di nava şer de bû. Nakokiya bi şaristaniyan re yên qewmên civaka xwezayî yên ku karakterê wan ê komînal zindî û ‘derveyî şaristaniyê’ dimînin û tekoşînên wan ên hê çalak û hê encamgir ji bertekên çînî yên bindest-mêtîngerên ku di hindirê wan şaristaniyan de dimînin zêdetir encam derxistine. Bandora di dîroka şaristaniyê de ya qabîle û aşîretên “derveyî şaristaniyê” dimînin tenê bi rûxandinê re sînordar nîn in. Ji ber ku di şaristaniyên çend hezar sal beriya endustriya makîneyê dehatin  ava kirin aborî girêdayî axê bû, lewra çandinî jî, kedxwarî jî girêdayî nirxên ku kedkarên axê hilberandin ve pêş diket. Pergala milkiyeta taybet û kedxwarî di derdora axê de pêş diket. Ji ber vê sedemê jî di şaristaniyên antîk de derfetên hilberandina ji nû ve ya berfireh a ku bi hêza hilm û kehrebê ve dihat bidestxistin derbasdar nebû.  Ji ber ku di hilberînê de berhemdariya axê qasî ku bi serdema makîne-endustriyê ve neyê miqayese kirin sînordar bû; loma pêşî îflasên aborî yên ku ne dikarîn asten bikin vedibûn. Mêtîngeriya çînî ya ku bi zordariyê ve dihat rêvebirin, hemû çîn, tebeqe û komên bi pergalên şaristaniyê ve girêdayî ji hêzê dixist. Tine bûyîna manevî pêşiya lewaziyên ji tunebûyîna madî jî wêdatir vedikir. Taybetmendiyên dejenere yên wekî zordarî û kêleka vê xesp dirûtî, entrîqa, hîle, direw, îxanet û her wekî din vedigeriyan karakterekî. Dema ku çînên bindest jî, ji tirs û xofan li hemberî serdestan dilerizîn û her tiştê ku wan dixwest pêk dianîn; bi pêwendiyên xwe yên ne dilsoz, bêbawer, ji xapandinê re vekirî, bûyerek biçûk jî vedigerandin şerek bimirinî ve xwe xilas dikirin û rastiya riziyayî ya sosyolojiya şaristaniyê temam dikir. Di civakên ezbet wekhev de jî cudahiya çînan tuneye, hemû endamên wê hem şervan in û hem jî hilberîner in, mirovên bi pergala şaristaniyê re nakokî jiyan dikin mezin dibin. Ji ber ku teknîk ji serdema modern cudatir, di navbera civaka xwezayî û hêzên şaristaniyê de bêhevsengiya hêz çêdike, lewra faktora mirov ji ast û çawaniyê dûr derdikeve pêş.

Di zirûfên ku navê F-16, S-300, îHA û SÎHA’yan nedihat xwendin de; her du hêz jî xwediyê amûrên şer ên wekî şûr, mertal, tîr, mancinîq û her wekî din bûn; li dijî mirovên şaristaniyê yên ku ne dikarin bawerî bihev bînin, parçeyî û lewaz tekoşîna yekitiya demokratîk a mirovên civaka xwezayî yên ku cihêkarî ne dizanîn encam diyar dikir. Fatîhên ‘derveyî şaristaniyan’ ku rûxandinek wiha bi pratîkên xwe yên avaker ve berdewam dikirin, wekî ku ji şaristaniyên  dejenere bûyî û dihatin asta tinebûyînê re dibûn derziya ciwantiyê. Fatîhên ‘derveyî şaristaniyê’ diman bi taybetmendiyên xwe yên komînal ve destpêkê dest diavêtin pirsgirêka axê. Di asta mezin de ax ji milkiyeta taybet derdixistin.

Fatîhên ku şaristaniyan wek ‘barbar’ binav dikirin, di demên pêş de di nava şaristaniyan de asîmîle dibûn. Kesayetên ku di nava pergala ne wekhev da diheliyan pişta xwe didan civaka xwe û bûn qral-împarator ku di dema xwe de ji şaristaniyê direviyan,ne xwediyê zîhniyetek welê ne ku çareseriyek gerdûnî ji civaka çînî re bibînin. Dema ku wan jî, bandora derziya ciwantiyê ya ku li xwe xistîn winda dikirin wek projeyek bingehîn a şaristaniyê beşdarî pêvajoya rizandinê ya ku pêş dikeve dibûn, vê carê kar carek din ji serkeftinên qewmên derveyî şaristaniyê dimînin ên ku derba mirinê li şaristaniyê dixistîn, piştî ku derb kirin jî şaristanî ji nû ve zindî dikirin re diman. Dejenere bûyîna (şaristaniya) şefên qabîleyên ku di bajar, qesran de hatî ava kirin aliyekê; fatîhên civaka xwezayî-komînal ên ku şaristanî bidest dixistîn hema li pêy zafera xwe, bêyî ku di destê wan de bername, teorî yan jî stratejiyek çînî ya şoreşê hebe, destpêkê reforma axê pêk dîanin. Qabîle-aşîretên ku ji qonaxa civaka xwezayî destwerdan li ser şaristaniyê dikirin, bi bandora pratîkên xwe yên madî û manevî ve ruh didan şaristaniyên ku bi mirinê re rû bi rû mane. Karakterê komînal ê ku di civakê de, di tevgerên çînî yên serdema modern de jî bibandor bûn. Pêşketîna wek sedsala şoreşan a Ewropayê ya sedsala 19’an jî nîşaneya herî şênber a vê ye. Karkerên ku bûne dînamîkên tevgerên çînî şoreşgerî yên li Îngilîstan û Fransayê bûne kedkarên bajêr ên ku ji gundên xwe hatine derxistin û avêtine metropolan. Heta piraniya wan, xwediyê meylek ku dema keda xwe bifiroşin wê ev bibe heqaretekê ne. Yek  jî dema ku li ser vêgefa kar avêtinê jî hat zêde kirin, wê demê tekoşîna li dijî pergalê ya karkerên bajêr ên ku hîna di astek diyar de nirxên civaka komînal di kesayetên xwe de diparêzin dibe fersendek. Wek direng jî be heman babet ji bo Rusyaya Çartî ya sedsala 20’an jî derbasdar e. Lê belê agahiyek tekûz a li ser sosyalîzma zanistî ya proleteryaya şoreşgerên Londra, Manchester, Parîs, Lyon, Petersburg û Moskovayê tineye. Rêberên karker ên wek rewşenbîran tên qebûl kirin jî bi têgihiştinek qutqutî ve xwedî sosyalîzma utopîk û zanistî, anarşîzm û heta xwedî şîroveya wekhev a Xrîstiyanan derdikevin. Ava kirina yekitiyek rêxistinî, ji bo vê jî bawerî bi hevalên xwe yên tekoşînê anîn, bêyî ku di demên ceribandinên zehmet de paşda pêngav bên avêtin şaşitî bên tespît kirin û analîz kirin, xwe ji fikarên kesayet rizgar kirin û helwesta radîqal a ku tekoşîn pêwîst dike dane holê… Azweriya azadiyê û hemû wesfên ku bi azadiyê re kîlît dikin bi girêdayî zanebûna komînal ve derdikevin naverastê. Dînamîzma şoreşê ya proleteryaya ku bikok gundî û rewşa wî ya xwendina Marx, Lenîn tineyî û entelektueliya bêhêz a endamên partiya karker û sendîqayên modern ên ku bi kapîtalîzmê ve hatin gîrêdan, nîşan dide ku zanebûna çînî ya komînalîzmê jî di dendika wê de ye.

 

Komînalîzma Dîrokî û Serdema Eksenê

Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de destnîşan kir ku ji bo fahm kirina pêşketîn û bandorên dîrokî ya Komînalîzmê,hewceyî bi fahm kirina Serdema Eksenê dît. Ji bo pirsgirêkên şaristaniya roja me taybetmendiyên aso vedikin ên komînalîzma Serdema Eksenê hene. Ji ber ku Serdema Eksenê dibe serdema ku qabîle û aşîret ji komînalîzma ezbet derbasî komînalîzma bîrdozî bibin. Ev di heman demê de tê wateya ku ji komînalîzma xwecihî derbasî komînalîzma gerdûnî bûne. Hetanî Serdema Eksenê, komînalîzm ji aliyê qabîle û aşîretên civaka xwezayî ve dihat temsîl kirin. Ji mînakên dîrokî jî tê dîtin ku ji aliyê exlaqî ve komînalîzma qlan-qabîle-aşîretan, ji civaka şaristaniya biçîn hê rasertir û li gorî ontolojiya mirov-civakê hê guncavtir e. Lê di pêvajoyên ku pêwendî bi şaristaniyê re hatin zêde kirin û ketina nava hev hatî pêşxistin de, lewaziyên komînalîzma civaka xwezayî derdikevin holê. Mirovên civaka xwezayî yên ku ji nas kirin û analîza têrker a nivîs, hejmar, bajar, ol, hiqûq û sosyolojiya şaristaniyê dûr, nikarin ji pirsgirêkên ku şaristaniyê afirandîn re çareserî hilbirînin. Helwdanên wan ên ku ji bo reforma axê dîtin jî piştî çend nifş şûnve binü büyina milkiyetparêziya kevin a pirsgirêk ve bê encam ma. Îskenderê ku bi şûrê xwe ve Girêka Gordîon birî,nekarîbi şûrê xwe ve girêkên kor ên şaristaniya Babîlê bibire, lewma di nava wê de heliya ( kudi 33’ê saliya xwe de dimire), her çiqas komînalîzma civaka xwezayî (di astekê de li hember şexsê fatîhên wekî Îskender dejenere jî bibe), dibe yek jî mînakên dîrokî ya ku di pergala bajar-çîn-dewlet de çarenûsa xwe datîne holê. Demek pêwîste komînalîzm di agirê şaristaniyê de bê ceribandin. Eger komînalîzm ji wan pêvajoyan derbas bibe û kamil bibe, wê demê Serdema Eksenê vedibe.

Ferq û pêşverûtiya navbera komînalîzma Serdema Eksenê û  ya komînalîzma qlan-qabîle, di du nuqteyên bingehîn de eşkereyî qezenç dike. Ya yekemîn; Komînalîzma Serdema Eksenê xwediyê aliyê bîrdozi ye. Bîrdoziya komînalîzma qlan-qabîle tineye. Ji ber ku di civakên qlan-qabîle yên ku derveyî şaristaniyê de dimînin ferq û cudahiya çînan ne mijara gotinê ye.

Jin, di wan civakên ku bûne forma destpêkê ya demokrasî û sosyalîzmê de dikevin nav xebatên polîtîka, aborî heta tevahî xebatên parastinê rêvedibin; ferq û cudahiya biyolojîk a di navbera jin û zilam, wekî ku di civakên şaristaniya biçîn de tê jiyan kirin rê ji cureyek qasta zayendî venakin. Şefê qabîleyê bi erêkirin û hllbijartina qabîleyê ve tê erkdar kirin, di pêvajoyên biryar girtinê de jî îradeya kabîleyê esas tê girtin. Demokrasiya temsîlî yên di pergalên dewletên modern de qasî ku bi demokrasiya civaka ezbet ve neyê miqayese kirin paşverû ye. Di civaka biçîn de demokasiya temsîlî ya ku pratîkên desthilatdariyê li gorî pratîkê li hev tîne, encax bibe rewşa neyê xuya kirin û berevajî kirin a demokrasiya-destpêkê, ya ku di komînalîzma civaka xwezayî de derbas dibe. Şef, rûspiyê qabîleyê, di demên şer de fermandarê wan û her wekî din, bi endamên din ên qabîleyê re jiyan dikin; ev kesayetên ku xwedî berpirsiyar dema ku bi ezmûn, hestiyar û kedên xwe ve dibin yekemîn ji aliyê civakê ve tên erkdar kirin.

Ji ber vê sedemê ji aliyê şêwazê jiyan û rayeyê ve elîtî zemîna pêşketinê nabîne. Taybetmendiyên ku dikarin hê bên zêde kirin bi avaniya ji çînatiyê re girtî ya civakên qlan-qabîle-aşîretan ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê bêyî ku pêwîstî bi zanebûna bîrdozî, rêxistinî û çalakiyê çêbibe, bi esas û usulên komînalîzma civaka ezbet a bêçîn ve pirsgirêk tên çareser kirin.

Her çiqas civak dabeşî çînan bûne, mêtîngerî bi ferq û cudaxwaziya çînî ve girêdayî hebe û her çiqas -şêwaz û tundiya di navbera beşên cuda yên xwediyê pozîsyon û berjewendiyên çînî de  guherîbe jî- bîrdozî; timî di zemînên domdar de wek mecbûriyetek ontolojîk civakî, pêşketin nîşan dide. Ji ber vê sedemê faktora yekemîn a ku komînalîzma Serdema Eksenê ji komînalîzma civaka ezbet cuda dike, perspektîfa bîrdozî ya di Serdema Eksenê de maye.

Ya duyemîn; komînalîzma ku di zemîna şaristaniyên antîk de hatî ceribandin û kamil bûyî, ji pêwendiyên xwe yên ezbet û xwecihî ber bi gerdûntiyê ve dipengize. Komînalîzma civaka ezbet di nava xwe de wekhevparêz e. Di dema Eksenê de, komînalîzma azadiyê, rizgariyê û wekheviya gerdûnî ya xwe dispêre pîvanên bîrdozî jî derketinek dîrokî dike. Di nêzîkatiya xwe ya mirov de ji nasnameyên nîjadî, etnîk, zayend, çînî zêdetir pîvanên baş î, rastî û bedewiyê derdikevin pêş. Komînalîzma Serdema Eksenê bi perspektîfa bîrdozî û gerdûnî ve qasî li dijî zext û mêtîngeriya dewletê, ew qas jî bi derbas kirina lewaziyên komînalîzma civaka ezbet ve wek bizavek ku bandora xwe hetanî roja me didomîne ve pêşdikeve. Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de nêrînên xwe yên li ser dibistanên komînalîzma Serdema Eksenê yên ku di erdnîgariyên Medya, Yewnan, Kenan, Hind û Çînê de hatîn ava kirin wiha tîne ziman; “Şikestina ku Marx afirandî li hember şikestina pênç dibistanên ku Serdema Eksenê afirandîn, pir biçûk dimîne. Di dîroka sosyalîzmê de şikestinek sosyalîzma utopîk a ber bi sosyalîzma zanistî ve tê jiyan kirin heye. Ev şikestinek biçûk e. Şikestina herî berfireh jî di derdora pênç dibistanan de komînalîzm pêşdikeve. Hemû jî komînalîst in. Jiyanên wan jî welê ne. Ya Marx ji rêzê ye; divê neyê nepixandin. Sosyolojiya dîrokî vêya di wateyek mezin de ronî dike. Ez pir aram û razî kirim.”

Pênç dibistanên komînalîzmê nêzîkî sedsala 6’an a B.Z, li Mezopotamya, Grek-Iyon, Kenan, Hindîstan û Çînê tên ava kirin. Ev pênç herêm pênç navendên cuda yên şaristaniya antîk in. Cihê ku şaristaniyê derketina ewilî kirî Mezopotamyaya Jêrîn e; şaristanî ji vê derê ber bi Misir, Hînd, Çîn û Grekê ve belav dibe cîhana şaristaniya antîk ava dike. Wek paralel qadên ku komînalîzma Serdema Eksenê pêşketîn jî, dibe ev qadên şaristaniya cîhana kevin. Mezopotamya di pozîsyona navendî de ye. Zerduşt avakerê komînalîzma wê derê ye. Kevneşopiya ku dewr girtî hetanî Huriyan diçe. Ji bo çareser kirina pirsgirêkên civakî, ekolojîk ên ku şaristaniyê afirandîn dikeve nava lêgerînê. Lê wek feraset, bandora şaristaniyê dihewîne. Rêber Apo di Manîfestoyê de destnîşan dike ku di ava kirina saziya malbatê de Zerduşt bibandor e. Malbat, xistina mal a jinê ye û nîşaneyên bandora şaristaniyê yên li ser Zerduşt in. Bi heman şiklî di Brahîm de jî hem bandorên şaristaniyê û hem jî helwesta komînalîst heye. Hem Zerduşt û hem jî Brahîm bi navê pexamber-qasid ve derdikevin pêş.  Qasidiya xwedê, di cîhana rasteqîn de rastî pozîsyonek navbera dewlet û civakê (yanî komînê) tê.Ji bandorên şaristaniyê re biyanîbûnû serbixwetiya derveyî pergala şaristaniyê yên ku di civaka ezbet de tên dîtin, ji bo sazûmankarên dibistana komînalîst derbasdar nîn in. Heman taybetmendî ji bo pêşengên din ên Serdema Eksenê jî derbasdar in. Ji ber ku paşerojek wan a çîna-navîn heye; dîtina wan a perwerdeyek baş, pêwendiyên wan ên bi dewletê re yên ya ji ber malbatê yan jî wek şexsî bixwe, ji bo vê nas kirina wan a kesayetên aîdê çîna serdest bûne taybetmendiyên her pênç pêşengên dibistanan. Zerduşt wek zarokê malbatek Spîtama ku bûye yek jî malbatek bijarte, tê dinyayê.  Bavê Brahîm erkdarê panteonê ye, yanî karmendek girîng e. Hem bavê Sokrates û hem jî ew bixwe peykersaz in, ji bilî vê qasî ku bi fermnandar Alkîblades û kesayetên çîna jor ên wekî Platon re dostanî ava bike xwediyê derfetek civakî ye.

Sîddharta Gautama zarokê malbatek dewlemend û desthilat e; di hinek çîrokan de tê gotin ku bavê wî qral e. Ji bo Laoz Zî’ jî tê îdîa kirin ku di pirtûkxaneya împaratoriyê de berpirsiyarê arşîvê bû. Agahiyên derbarê wan da jî ji zelaliyê dûr in; rojbûna gelek ji wan û kîjan demê jiyan kirine tam nayê zanîn. Heta hinek ji wan jiyan kirine nekirine ne diyar e; îhtîmalek bihêze ku ji taybetmendiyên hevpar ên kesê aîdê komek civakî yê ku bi fikr û pratîkên xwe ve bizavek ava kirî jî derketibin rêû di suretê kesekî de figurek hevpar ê ku hatibe îdealîze kirin afirandibin. Mînak, derveyî çîrokên cuda yên ku têkîldarî Brahîm hatin vegotin (ku tê dîtin bi hevdu re dikevin nava nakokiyê), delîlek şênber ê ku jiyan kirina Brahîm nîşan dide tineye. Bi vê re, taybetmendiyên hevpar ên van figuran, nîşan dide ku yên pêşengtî ji Serdema Eksenê re kirîn pir baş şaristanî pênase û analîz kirine û gihiştine asoya entelektuel a komînalîzma gerdûnî pêşdixîne.

 

Di Pergala Kedxwariya Antîk de Ji bo Jin  Girîngiya Jin  û Serdema Eksenê

Di rêxistiniya komînal a civaka xwezayî û nakokiya avaniyên hiyerarşîk-desthilatdar ên ku belavî dem û mekanên cuda bûn de yek jî hêmanên ku derdiket pêş koma qatilên qastîk e. Di Manîfestoyê de tê gotin ku qatilên qastîk bi Şoreşa Arîstokratîk re (li ser deskeftiyên civaka komînal şoreşek dijber îfade dike) nasnameyek çînî qezenç kiriye û hebûna xwe ya siyasî veguherandiye dewletê. Civaka dêxwaz, bi vê şoreşa dijber a qatilên qastîk ve şikestinek dîrokî jiyan kiriye. Xistina malên taybet û giştî ya jinan û pêşxistina saziyên malbatî jî wek encama heman demê pêş dikeve. Beriya şoreşa arîstokratîk di navbera civaka komînal a derdora dayîk-jin û komên qatilê qastîk ên bizîhniyet serweriya zilam de tekoşînek mijara gotinê ye. Lê piştî vê  veguhertinê, di deverên ku civaka biçîn a xwe dispêre zext û mêtîngeriyê bi dewletê re bisazî dibe de, bi şiklek vekirî di dîrokê de li ser jinê tê nixûmandin û tînin asta ku neyê dîtin. Dîrok, wek hêmanê avaker bingehîn hetanî ku jin nebe nikare bê fahm kirin. Rêber Apo bi vê nêrînê ve carek dinpêvajoya civaka Neolîtîk û Gobeklîtepeya ku heft-heşt hezar sal beriya şoreşa arîstokratîk hatî ava kirin şîrove dike; “Di nava civaka neolîtîk a ku wek pêşketinek şoreşê tê dîtin de, qluba nêçîrvanê zilam bi hemleya dij şoreş a mezin ve rêya ku diçe koletiya jinê vekiriye û em bi niha hê baştir dibînin ku şerek zayend daye destpêkirin. Wekî ku Gordon Childe anî ziman derneket holê. Ji bo ku neolîtîk pêş bikeve teqez pêdivî bi êrîşa qluba qastîk a nêçîrvanê zilam heye. Hetanî ku qluba qastîk-nêçîrvan darbe pêk neyne, civakek neolîtîk a wiha dij şoreş pêknayê. Ji vêya re mînaka herî baş Gobeklîtepe ye. Ji Gobeklîtepeyê re girê Nebî-Pêxamber tê gotin; ev dibe ku navek rast be. Hetanî ku civatek qastîk nebe ne pêkane ku wê derê bê çêkirin. Tiştek wiha encax zilamê pîrozwer dikare çêbike. Xweda, yanî çanda bav û kal a xwedayî, dikare bike. Wekî din vegotinek cuda ne pêkane.

 

(…) Wê demê tê gotin ku bi kom kirinê ve, heta bi nêçîrvaniyê ve debar pêkane, zirûfên heyî bi şiklek ku neyê bawer kirin hem azad û hem jî aram dide jiyan kirin. Yanî mirov bi kom kirina nebat, fêkî ve, bi çandiniyê ve heta bi nêçîr kirinê ve bêyî ku bikeve tengaviyê dikare azad jiyan bike. Ji ber vê yekê hema bixwe, yanî bi xwestek derbasî neolîtîkê nabin. Fikra min jî wiha bû. Mirov  bi şêweyê civatên azad, wekhev û gerok jiyan dikirin.  Bicih bûyîna wek kole ya axekê îşkenceye. Jiyana girêdayî axê jiyanek pir zehmet e. Hetanî ku zextek mezin nebe ne pêkane ku di qlubeyekê de jiyan bike. Teqez wê hinek li te bixin û biavêjin wê derê. Encax bizorê dikare bikeve deverek wekî qampê. Vaye li vê derê karbeşiya girêdayî zayendan dikare wek yekane berpirsiyar bê dîtin. Di bingeha pirsgirêkan de jî ev heye. Pirsgirêka civakî jî wiha welidiye. (Rêbertî- Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk)

Ji vê derê tê fahm kirin ku jiyana xwecihî ya ku bi berfirehbûyîna  aboriya xwe dispêre axê ve destpêkirî, ne tercîhek hevpar û dilxwaz a mirovahiyê ye. Di vê wateyê de pêvajoya neolîtîkê, di şexsê jinê de dibe pêvajoyek cidî ya ku civak rû bi rû maye. Di pêvajoya neolîtîk de êrîşên li dijî civaka komînal ên komên qastîk ku bi şoreşa arîstokratîk re gihiştine dewletê yanî gihiştine pergalek hê serwertir, dest bi şikl qezenç kirinê dikin. Cihê ku mirovahî destpêkê rastî wan êrîşan hatî Mezopotamyaya Jorîn e. Di erdnîgariyên din de bandora komên qastîk û veguherandina arîstokratîk hê direngtir pêşdikevin. Heta dibe ku nakokî, şêwaz, tundî û senteza ku di navbera komînalîzma dêxwaz û komên qatilê qastîk de dihatin jiyan kirîn, ji herêmên derveyî Mezopotamyayê cudatir bin. Heta hetanî sedsala 7-8 a Piştî Zayînê li Ewropaya Bakur rêxistinek dewletê ya şênber pêşneketibû. Gelên Îskandinavyayê bi şiklê qabîleyan jiyana xwe berdewam dikirin û hebûna civakan wek formek civakî domînant hetanî sedsala 17’an hatiye parastin. Aborî bi nêçîr- komkirinê ve girêdayî ye; çandina axê bi xebatên çandiniyê yên demkî ve sînordar e. Bi ferz kirina komên qastîk ve genim, ceh, çandinî û her wekî din pêşneketiye. Rewşek dişibe vê ji bo deştên Asyaya Rojhilat jî derbasdar e; Cengîz qabîleyên Moxolan digihine hev û hetanî sedsala 13’an derveyî Çînê di Asyaya Rojhilat de qadek şaristaniyê tineye. Mezopotamya jî bi destê komên qastîk ve dibe xwediyên navendek ku zext, zordarî û çanda serî tewandinê belavî cîhanê dike.

Delîlên arkeolojîk ên nû û belgeyên derxistin holê nîşan dide ku hem jiyana xwecihî û hem jî hilberandina çandiniyê, bizorê li ser civakê hatiye ferz kirin. Dema ku zextên li ser komînalîzma dêxwaz hatin destpêkirin bi  ava kirina dewletê ve biencam bûn, ev di şêxsê jinê de dibe darbeyek li ser civakê. Antropolog- zanyarê siyasetê James C. Scottê ku li dijî teza; jiyana xwecihî û çandinî di dîroka mirovahiyê de pêşketineke,  di pirtûka xwe ya “Li dijî dexil” de  wan destnîşan kirinan dike;

Jinên ku di gundên dexil de dimînin, ji ber ku bi saetan li ser çongên xwe disekinin û ji bo ku dexil bihêrin ber bi paş û pêş ve xwe dihejînin, lewra bi şêweyek karakterîstîk xwediyê tiliyên ling ên ku ber bi jêr ve tewiyayî û çongên ku deforme bûyî ne. Ev rêyên debarê yên nû, çawa ku di avaniyên îskelet ên heywanên kar (hesp, ker, ga) yên ku piştre kedî bûyîn de şopên rûtin ên kar dihêlin, di îstîqameta armancên nû de têşe dide bedenên me ku di roja me de wek guhertinên ne rehetiya movik an jî lemlate ku xwe dispêrin karê giran tên binav kirin. Biçûke, lê tiştek raveker e.   

(…) Nexwe wê demê nîşaneyên arkeolojîk ên têkîldarî temenên ku giranî di mal de derbas dibin da, nêrîn dideme;eger hem ji bo mirovan û hem jî ji bo heywanan şibandinên balkêş dihewînin, divê ev şaşomaşo neke. Mînak pezên ku di bin sîwanekê de jiyan dikin piranî ji pîr û kalên xwe hê biçûktir in. Şopên jiyanek kedî dihewînin; nexweşiyên hestî yên aîdê qelebalixiyê û pergalek xwedî kirina teng ê ku kêmasiyên xwe yên diyar hene. Dikare hestiyên Homo Spaîensê ku “di bin sîwanekê de jiyan dike” jî, bi şiklek diyar ji hestiyên nêçîrvan- komker bên cuda kirin. Hê biçûktir in, piranî hestî û diran şopên kêmahiya xwarinê dihewînin. Bitaybet jî, hema di hemû jinên ku perhîza wan ji dexil pêk dihat de pirsgirêka xwînê hebû.” James Scott- Li dijî Dexil Rûpel: 83)

Ev tablo di serdema dewleta ku bi veguhertina arîstokratîk ve fireh dibe de, li dijî jinê hê zêde kûr dibe. Jina ku ji ber keda xwe bi axê ve tê girêdan, ji ber zayînê jî di mal de tê heps kirin. Ev pergal qasî ji aliyê ruhî-fikrî ew qas jî ji aliyê biyolojîk-fîzîkî ve jinê lewaz dixe. Ji ber ku xurekên ku ji nêçîr- komkirinê ve dihatin bidestxistin (heywanên nêçîrê, masî û asîdên rûn ên ku piranî ji rûnên nebatan tên girtin) dema ku hem ji bo jinê û hem jî ji bo hemû endamên din ên civakê dibû xwediyê derfetên ku pêşketina fîzîkî û zihnî çêbike; genim-cehê ku ji asîdên rûn bêpar, li pêşiya girtina di beden de ya hesin astengî çêdikirin. Nebesiya di beden de ya hesinê ku ji bo çêbûyîna şaneyên xwînê pêwîst, bi nexweşiya xwînê re dibû sedema pirsgirêkên cur be cur. Di qonaxên pêş de diçin ênserdema neolîtîkêû bi derketina dewletê re jin bi şiklê zêde rastî perhîza dexil hat, li kêleka nexweşiya xwînê bi nexweşiyên hestî re jî rû bi rû hat hiştin. Bêxwînî û lewaziya hestî-lemlate ji ber avaniya biyolojîk (wekî ku di avêtina xwînê de jî bi awayek rêkûpêk di demên diyar ên menstrual de tên dîtin) di destpêka pirsgirêkên tendûristiyê yên ku jinê de pir tê dîtin de, tê. Yek jî dema ku erka çêkirina mirov jî li ser vê hat zêde kirin; jinê tînin rewşa ku di bindestiyê de nekare  serê xwe rake.

Ji bo ku jin vê pergalê razî bibe, serî raneke, ji malê heta ji bo nereve dûrî bircên şaristaniyê tedbîrên ku hatin pêşxistin hene. Yek jî nîşaneya ku tê zanîn ew e metn û gotinên olî xwediyê naverokekêne ku civak timî li dijî jinê di nava hişyariyê de ye. Pergala hiqûqî ya ku ava bûyî jî bi şêweyê ku kirdewariya civakê ya jinê înkar bike têşe qezenç dike. Êrîşên li ser jinê jî, êdî taybetmendiyên ku bûne mijara mêtîngeriya jinê baldar digire dest tevî pêvajoya hiqûqî dike:

“Dema ku Beriya Zayîna Îsa di salên 2000’an de li Eshunnaya (Sumerê) zilamekê tecawîzê jinekê kiriba dihat kuştin. Di Serdema Babîla Kevin de beriya ku dagirkirinên girîng ên malbata Hînd-Ewropa pêkbên, gelek bakurî hîna wê demê derbasî Babîlê bibûn ku kî tecawîz pêkanî ba rastî heman cezayî dihat.” Marlîn Stone Rûpel 89

Salên 2000 yên nêzîkî Beriya Zayîna Îsa,ew dem in ku şoreşa arîstokratîk hatiye jiyan kirinê. Yanî dewlet û malbat di qonaxa sazîbûyînê de ne. Di vê qonaxê de li bendê ne ku jina bi zarokên xwe ve hêza kar a ku aboriya pergala koledar pêdivî pê heyî bidestdixe; bawerî bi saziya malbata ku biqanûnên hişk ve tê parastîn bîne û ji însîcama dewletê re îqna bibe. Bi wan tedbîrên ku di demên destpêkê yên dewletê de hatin wergirtin re hewl hat dayîn ku jin saziya malbatê qebûl bike. Êrîşên li ser jinê yên ku piştî  jin di nava saziya dewlet û malbatê de hat kedî kirin şûnve mafê milkiyeta li ser jinê ya zilam li ber çavan hat wergirtin û bû mijara dane kirinan. Êdî wekî demên berê qanûnên Asurê yên Beriya Zayîna Îsa 1450-1250pêdivî bi kuştina tecawîzkar ne didît. Tam berevajî, mînak ji bo sucên zerar dide mal heman ceza dihatin dayîn an jî biryarên wekî razandina kefaretan dihat dayîn; hem jî li gel ku dibû sedema mexduriyetên nû yên jinan jî. Jina ku rastî tundiyê dihat wek mexdur ne dihat dîtin, berevajî yan bavê wê yan jî hevjînê wê wek mexdur dihat dîtin. Hiqûqa mêtînger mafê tundiya cinsî dida “mêrê mexdur” da ku li ser keç an jî jina tecawîzkar pêkbîne. Bi vî awayî “bingehê milk” edalet bidest dixist! Û binêrin; bi pergala hiqûqî ya bêedalet ve hewce nake ku jina bindest di her rewşê de kole jî be. Ev qanûnên zewacê yên ku bi zllamên ji aliyê hiqûqa şaristaniyê ve wek “azad” tê qebûl kirin re tê kirin, malbat ava kirin û zarok anîn ji bo jina ku welatiyê dewletê ya “ne kole” be derbasdar in! Komînalîzma Serdema Eksenê ji aliyê xuya kirina hebûna jin a ku bi şoreşa arîstokratîk ve hewl dihat dayîn da ku ji dîrokê bê xêz kirin, girîngî dihewîne. Hat gotin ku fîlozofên serdema eksenê ji bandorên şaristaniyê bêpar nîn in. Eger di Zerduşt û Brahîm de malbat pîroz bin û nêzîkatiya wan a jin wiha be, ev jî îşaret bi karakterê ji şaristaniyê bandor bûyî, ya komînalîzma serdema eksenê dike. Lê di qonaxa ku jin her qadên şaristaniyê de hatî obje kirin da, pêşxistina zîhniyeta ku rêz û hûrmet nîşanî jinê dide ya di Mezopotamya, Hindîstan, Grek, Çînê de jî divê biçûk neyê dîtin.

Di Zerduştiyê de hûrmetek mezin nîşanî Anahîtaya ku xwedewanda mezin a zayînê ye tê dayîn. Anahîta wek parêzvan û afirînerê welat û zindiyan tê dîtin. Anahîta wek nobedarê avan tê qebûl kirin ku dema di erdnîgariya Îrana hişkesal de girîngiya avê çawa tê desgirtin bê mêzekirin, mezintiya rêz û hurmeta ku di şexsê Anîhîta de nîşanî jinê dihat dayîn jî, eşkereyî qezenç dike. Budha jî dema derketina destpêkê dikir navber dixist nava xwe  û jinê, lê gava ku fikr kamil dibû nêzîkatiya wî ya li beramberî jinê jî diguherî. Budhayê ku li dijî ferq û cudahiya qastan derdiket wê gihiştiba komînalîzmek hê berfirehtir a ku beşdariya jinê jî esas digire. Sokrates pêşbînî dikir ku wê rojekê civaka koledar dema xwe tijî bike. Meyldar bû ku nirxê mirovek xwediyê wê bide mirovek kole. Bi nêrîna xwe ya civakî û siyasî ve ji Platon û Arîstoyê ku li pêyrewên wî ne, hê pêşverûtir e. Dema ku Lao Zî, di pirtûka xwe ya Dao De Çîng de rêgeza Yîn û Yang dispêre yekitiya dijberan; îdîaya ku her cemsera dubendiyê çêdike, dijberê xwe jî di nava xwe de dihewîne diparêze. Ev ji bo jinê jî ji du aliyan ve girîngî dihewîne: Ya yekemîn; dema ku yîn û yang li gorî avabûyîna civakê lihev anîn, ferq û cudahiya di navbera jin û zilam hatî çêkirin de bê wate dimîne. Li gorî vê têgihiştinê di her jinê de parçeyek zilam, di her zilam de jî parçeyek jin heye. Vê ferasetê, piştî şoreşa arîstokratîk kuvê şoreşê îradeya jin bi şiklek teqez tune dihesiband, fikrê jin û mêr teqez li jora hev in an jî teqez li jêra hev in red dikir. Ya duyemîn; Di Çînê de ev nêrîna kozmolojîk a ku xwedî lê derdikevin, xwediyê kokên ku hetanî serdema nêçîrvan-komkervan diçe. Gava ku qezenç kirina hebûnê ya girêdayî komînalîzma derdora jinê hatî honandin a civaka nêçîrvan-komker baldar bê destgirtin; wê bê dîtin ku xwedî derketina nirxên komînal dêxwaz di dema şaristaniya bidewlet de ya ku jin ji dîrokê hatiye xêz kirin, derketinek mezin a komînal ji bo jin û civakê îfade dike.

 

Di Sedsala Me de Diyalektîka Komûn-Dewletê: Ji Perspekftîfa Komînalîzmê Xwendina Dîroka Rojane

Em di serdema serdestiya kapîtalîst de ku cîhan bi pergala şaristaniya biçîn ve hatiye dorpêç kirin da jiyan dikîn. Di dîroka antîk de cîhanek mezin a ku hikmê dewletê derbas dibû li derveyî qadên herêmên Hîlala Bereket a Rojhilata navîn, hewzeya Nîla Misirê, peravên Behraspî ya parzemînên Ewropa û Efrîqayê, hewzeyên Çemê Pencab û Çemê Zer ên Hîndistan û Çînê dimînin, ava dikir. Mirovên vê cîhanê, çend sed salan carekê, bi hewayê paqij a çiya-daristan-çolan ve û exlaqên xwe yên dejenere nebûyî jî bixwe re dianîn êrîş lidar dixistin û nefesa jiyanê pifî civaka şaristaniyê ya ku riziyayî dikirin. Lê êdî ne pêkane ku qewmên “derveyî şaristaniyê” dimînin bikarin aloziya ku kapîtalîzmê di roja me de afirandî çareser bikin. Wê di derve de rizgarkerê ku qamçiyê xwedê li kapîtalîzma bêyî ku sînor nas bike civak û xwezayê dimêje bixwe, neyê. Ev rastî, her kesî/ê li hemberî pirsgirêkên ku civak û xweza rû bi rû man, li derdora mijara esas a ava kirina zîhniyeta komînal û ava kirina rêxistinê dicivîne.

Eger di navbera hêzên dijî pergalê de jî xwedî derketinek têrker ji komînalîzmê re nebe, ev dibe çavkaniya esas a ku li bendê ye rizgarek ji derve bê. Qeyranên ku kapîtalîzmê pêşî lê vekirîn aliyekê, beşên civakî û kom di pirsgirêkên navxweyî de jî dikevin nava bendewariyek ku çareserî ji deverek din bê. Ev jî asta paşketî ya zanebûna komînê nîşan dide. Derbas bûyîna vê ya ji bo rêxistin û tevgerên çep-sosyalîst jî dikeve nava sedemên esas ên berdewam kirina serweriya çavbirçî ya pêşiya tine kirina gerstêrkê vedike ya nûnerên modernîteya kapîtalîst ku li ser navê rewatiyê tiştek destê wan de nemaye. Halbûkî komînalîzma Serdema Eksenê bi taybetmendiyên ku dihewîne ve, li dijî modernîteya kapîtalîst şîfreyên tekoşîna bibiryar dide. Wekî ku tê behs kirin, komînalîzma eksenî di nava demên ku şaristanî nava îflasê de azadî û wekheviya civakê kir armanç û welê derket holê. Jiyana ku di qadên bin serweriya pergalên şaristaniyê de tê domandin,jipejirandina zext û mêtîngeriya ku civaka biçîn dike re  nikare bibe hincet û hingî ku mirovahî hebe hincetek wiha wê neyê qebûl kirin. Tekoşîna bîrdozî û perspektîfa rizgariya kûrewî, ji aliyê tevger û partiyên azadixwaz ên serdema modern ve bi şêweyê sosyalîzm û enternasyonalîzmê hat întîbaq kirin, xwedî lê derketin çêbû/ çêdibe. Tam jî di vê nuqteyê de divê bê dîtin ku nebesiya esas di pejirandina perspektîfa komînalîst a Serdema Eksenê de tê jiyan kirin.

Li Ingilîstanê nivîskarê MarksîstEndamê Partiya Karkerên Sosyalîst Tony Clîff di xebata xwe ya binavê “Dema ku Dikevin Sedsala 21’an Marksîzm” de, dibêje ku di sala 1883’an de gava ku Marx jiyana xwe ji dest dide; tenê li Koreya Başûr hejmara karkerên pîşesaziyê,ji karkerên pîşesaziyê yên hemû cîhanê zêdetir bûn. Dema ku tevgera jin a ku mezin û radîqal jî dibe li ser bê zêde kirin, hem di xweseriya welatan de û hem jî di seranserê kûrewî de tê dîtin ku potansiyela tekoşînek dij kapîtalîst pêkan e. Bi heman şêweyî derfetên hem zane kirinê û hem jî civakî kirin a ciwanan ji ya nifşên 68’an hê zêdetir e. Ev jî dibe nuqteyek din a girîng a ku pêwîste li berçavan bê girtin. Ne di sedsala 19’an de û ne jî di salên 1960-70’an de mijarên wekî demokrasî, azadiya jin, ciwan, ekolojî û gelek mijarên girêdayî şoreşê qasî roja me zelal ne dihatin îfade kirin û tevî stratejiya tekoşînê ne dihat kirin. Dema ku  rewşa îflas kirî ya kapîtalîzma ku ji aliyê serokên bêçand ve wek şertê objektîftê temsîl kirin û bandorbûyîna xeta teorîk-programatîk a wek şertê subjektîf kirdeyên şoreşger perwerde dikir bi hevre li holêbûn û li gel wê jî, eger kirdeyên ku demokrasî û sosyalîzmê ava dikin di nava tiraliyê de bin, ev dejenereya di hişmendiya komînalê de nîşan dide.

Rêber Apo komînalîzm xist pêşiya zanebûna çînî. Pêwîste ev nêzîkatî di destpêkê de jî ji aliyê şoreşgeran ve bikûrahî bê fahm kirin. Di 2014’an de li Somayê di şevekê de 300 zêdetir karkerên madenê bi şewitîn-xeniqînê ve jiyana xwe ji dest dan. Beriya polîs û cendirmeyan destpêkê burokratên payebîlind ên dewletê bixwe êrîşî gelê ku qetlîam şermezar dikir kirin. Di qampên komkirinê yên Naziyan de jî şevekê 300 kes ji mirinê re nehatibûn şandin; lê li Tirkiye di şevekê de 301 mirov di qanên madenê de hatin qetil kirin. Em di dîrokê de ji 8’ê Adarê, 1’ê Gulanê dizanîn ku çawa bersiv dane qetlîamên bi vî rengî. Kuştina bişewat a 120 jinên karker ê tekstîlê ku di 8’ê Adara 1857’an çalakiyê de bûn, wek hinceta tekoşîna bi salan hat qebûl kirin. Hîna rewşa xwedî derketina 13’ê Gulanê ya wek roja tekoşînê ku qetlîama Somayê hatibû jiyan kirin, pêşneketiye. Eger îro li Tirkiye yan jî di deverek din a cîhanê de nebûyîna tevgerek çînî ya ku bîranîna karkerên ku hatin qetil kirin dide jiyan kirin û dike hinceta tekoşîn û şoreşê, bi sedema têr ne dîtin a potansiyelê ya tekoşîna çînî ve bê girêdan,vekiriye ku wê ev ne rast be. Dema ku 100-150 sal beriya niha tevgerek çînî ya ku karakterê wê yê komînal zindî hebe; nexwe di rewşa heyî de rastiya çîna îro, ji vê karaktera ku tekoşîn û hêza piştevaniyê diafirîne biyanî ketiye.

Heman rewş ji bo Kurdistanê jî derbasdar e. Di Kurdistanê de rêbazên taybet ên şerê qirêj ku bisalane dewleta Tirk rêvedibe hene. Em ji vêya re şerê taybet dibêjîn. Lê di salên dawî de aliyek taybet a vî şerî jî nemaye. Ji aliyê her kesî/ê ve hişber û fihûşa ku ji bo ciwanên Kurd bike ajan, an jî dînamîzma wî ya tekoşînê tune bike tên zanîn. Şerê taybet, cureyek şere ku bêyî bikoma di hedefê de bide hîs kirin manîpule dike û ji bo tune kirina ezma bawerî û tekoşînê tê meşandin. Lê belê bi rêbaz û amûrê ku bi salane di Kurdistanê de tên bikaranîn û ji her aliyê her kesî/ê ve tên zanîn ve, ev êrîş tên lidar xistin. Ji ber vê aliyek taybet a vî şerî jî namîne. Di Kurdistanê de li dijî civakê bi rewşek herî  vekirî ve şerek qirêj tê meşandin. Eger bêyî ku dijmin serê xwe biêşîne bi rêbazên heyî ve êrîşî civakê dike û encam digire, nexwe  ev rewş bi pêkanînên şerê taybet a xwe dispêre nezaniya civakê ve bê îzah kirin, wê ev watedar nebe. Ji ber ku rastiya gelek bi tekoşîna salan ve zanebûn qezenç kirî heye. Baş e, em ê çawa vê bêperwatiya hem asta kûrewî de û hem jî herêmî de ya sermaye û desthilatdariyê îzah bikîn?

Di roja me de kapîtalîzm ji sedsal beriya niha ne bihêztir e, lê li dijî civak û xwezayê êrîşên dîn û har pêktîne, li beramberî vê derfetên ji bo azadiyê ya civakê jî ji sedsal beriya niha hê zêdetir û pêşketine; dûr ketina ji komînalîzmê ya karker, jin û ciwanên mîlîtan ên ku di sedsala 19’an de bêyî ku guh bidin ferq û cudahiyên nîjadî, netewî, cinsî hatibûn ba hev; sedema esas a nakokiyên dîrokî ya ku behsa wê tê kirinê ye. Di hemû pirsgirêkên civakî yên ku îro tên jiyan kirin de, divê nîşaneya qutbûna komînê bê dîtin. Li gel ku dewleta mêtînger, nuqteyek welat ku pêşkêş nekirî nehiştiye, qasî ku qeyrana aborî û enflasyon bigihîne aliyên nehatîn dîtin di şer û polîtîkaya de israr dike, lê eger li hember Tevgera Azadiyê encamek negirtibe; divê ev wek derfetê ku sedsala 21’an veguherîne serdemek nû bê dîtin.

Wekî ku dengvedana herêmî û kûrewî ya manîfestoyê afirandî jî nîşan dide ku Rêber Apo di rewşa heyî de rêbertiya komînalîzma kûrewî dimeşîne. Rêber Apo li dijî komploya kapîtalîzma navnetewî û êrîşên ku di bin tecrîdê de tên pêşxistin di hucreya yek kesî de ji sekna xwe ya komînalîst tawîz nade, lewra wek rêberek gerdûnî xwedî derketin çêdibe. Nuqteya herî bingehîn a ku wî ji rêberên tevgerên rizgariya netewî yên sedsala 20’an cihê dike ev e. Bi gotinek zelal ve qasî di metna manîfestoyê de ew qas di bernameyê de cih negirt, lê dema ku komînalîzm di jiyan û tekoşînê de esas hat girtin, hegemonên modernîteya kapîtalîst Rêber Apo wek gefek herî mezin dîtin. Li gel hemû êrîşên li ser dewleta Tirk tê meşandin ên kapîtalîzma kûrewî jî, eger Tevgera Azadiyê hebûna xwe parastibe vêya rêya diçe Bangawaziya 27’ê Sibatê vekir.

Rêber Apo 27 salin bi tekoşîna xwe ya bênavber û domdar ve  komploya navnetewî vala derxist, Tevgera Azadiya Kurdistanê li dijî hemû êrîşan jî têk neçû û nîşandayîna hemû cîhanê ya gelê Kurd ku bi înkarek mutleq û polîtîkayên girêdayî qirkirinê ve tune  dihat hesibandin… Ev hemû destkeftiyên ku bi tekoşînê ve hatin bidestxistin bi komînalîzma Rêber Apo ve pêkan bûn. Hêza leşkerî û hegemonyaya bîrdozî ya kapîtalîzmê û mezintiya derfetên ku bûye xwediyê wan, gelek beşan sewqî reşbînî û bê biryarê dike.

Lê belê Rêber Apo êdî di pêvajoyek ku nifşê ciwanên şoreşger ên 68’an bi belavbûyînekê re rû bi rû de bû, pêngavek cidî avêt nava  şoreşê. Di vê pêngava destpêkê de Kemal Pîr û Heqî Karer bûn hevreyên wî yên ku destpêkê hatin rêxistin kirin. Di tekoşîna li dijî kapîtalîzm û mêtîngeriyê de girîngiya jiyanî ya rêxistina ku bê ava kirin dît û di vê rêyê de derfetên herî biçûk jî nirxand. Wekî girêdayî hevaltiyê di şexsê hevrêyên xwe de rêvebirina tekoşîna destpêkê û herî bidisîplîn li dijî kapîtalîzmê esas wergirt. Di kesayet de civak di kêliyê de dîrok dît, rêxistin û mîlîtanê/a ku zirûfên tekoşînê yên herî zehmet jî nekarin serî li wan bitewîne derxist naverastê. Gelê Kurd ê ku ji aliyê zanayên herî mezin ve wekî qurmek hişk a darê hatî pênase kirin, kir pêşengê şoreşa sedsala 21’an. Ew hemû, mînakên serkeftinê ne ku nîşan didin derfetên tekoşîna heyî bi girêdayîna nêzîkatiyê ve hebûn qezenç kiriye. ji vê hêlê ve cihê ku bihizire rêgezên komîn û komînalîzmê bi manîfestoyê ve derketine holê, divê bibîne ku her derfetê ku xwe dispêre tekoşîna niv qirn bi ruh û hişmendiyek komînal ve hatiye afirandin.

Dema ku dîn û hartiya kapîtalîzmê ji berê hê zêdetir dibe ûtemamiya hincetên ku di bin navê rewatiyê de xwe dispart di nava herikîna dîrokê de vala derdiketin, wê derveyî dewlemendên fînans-kapîtal de ti kes kapîtalîzmê qebûl neke. Jin, ciwan, çînên kedkar ên mezin; welhasil di serdema kapîtal de beşên jiyan û tekoşîna wan a komînal tên hedef girtin, ji paşerojê hê zêdetir xwediyê derfetên tekoşîna mezin in. Di rêya diçe rizgarî û azadiyê de, veguherandina enerjiyê ya wan derfetên ku nirx diafirîne û deskeftin tîne, bi ava kirina her kêlî, her qadê û her eniyê ya komînan ve girêdayî ye.

Bandora ku fikrên Rêber Apo afirandîn û deskeftiyên tekoşîna ku niv çerxê bidestxistîn, xwediyê wê hêze ye ku sedsala 21’an veguherîne çerxek eksen komînalîst a nû. Di seranserî cîhanê decivandina hêzên demokrasî û azadiyê ya hem ji aliyê fikrî ve û hem jî ji aliyê pratîkî ve li ser bingehê tekoşîna gerdûnî li  derdora Tevgera Azadiya Kurd; vêya bi şêweyek şênber datîne holê. Belavbûna sosyalîzma-pêkhatî û pêvajoya nêzîkî 50 salan a ku bi bêbaweriya sosyalîzmê ve derbas bû ya ku bi têgihiştina negatîf a sosyalîzma dewletê ve derketî holê, bi tekoşîn û fikrên Rêber Apo ve êdî hatiye şikandin. Hêzên azadixwaz jî di nav de gelek beş bertek nîşanî sosyalîzmê didan û hewl didan jê dûr bisekinin, lê bi weşandina Reşnivîsa Manîfestoyê ve carek din bû mijara eleqeyê. Her çiqas niha ji aliyê nîqaş û lêkolînan be jî, sosyalîzma ku wek objeyek dema wê derbasbûyî rakirîn muzexaneyê, di vê demê de zindî bûyîna wê li ser navê komînalîzmê nirxê hemleyek mezin dihewîne. Xeta rizgariya gerdûnî ya ku di dîroka antîk de bi Serdema Eksenê ve pêşiya wê vebû îro bi sekna şoreşgerî komînalîst ve ya ku Rêber Apo danî holê ve xwedî derketin çêdibe; wê derfetên tekoşîna hatî afirandin bi zanebûna komînal ve jiyanê hembêz bike û wê bi hebûna şoreşgeran ve veguhere nirxên hevpar ên mirovahiyê.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00