Ev deskeftiyên ku ji aliyê Kurdan ve hatî bidestxistin tenê bi parastina hebûnê ve sînordar nemaye, di heman demê de hilpekînek hêja jî hatiye jiyan kirin. Ev pêşketina hêja, rastiyek Kurd û Kurdistanî ya siyasî bûye, gihiştiye asta civakbûyînek rêxistinkirî, parastina xwe vesazî kirî, li gel polîtîkayên înkar û tune kirinê ya sedsalê jî, lê teslîm nebûyî; dest ji nasnameya xwe bernedayî û bi vê re şênber kirî afirandiye.
Ji bo ku pêvajoya entegrasyona demokratîk pêşbikeve jî Kurd di nava xwe de entegrasyonên xwe yên navxweyî çêbikin û bi bihêz kirina rêxistinên xwe yên civakî ve dewletan ber bi veguhertina demokratîk ve mecbûr bikin. Pêwîste dewlet jî ji bo ku qeyranên bunyevî yên jiyan dikin derbas bikin, di serî de Kurd guh bidin daxwazên hemû beşên cuda û pêngavên xwe yên veguhertina bunyevî, biavêjin.
Eger em dused salên dawî yên Kurdan; xwe kom kirina serhev a piştî qirkirinan û merheleyên amade kirinê jî wek parçeyên xwezayî yên tekoşîn û berxwedanek hê mezintir bigirîn dest, em dikarîn birehetî bêjîn ku serhildanan mohra xwe li vê serdemê daye. Li gel ku her serhildan û tekoşîn bi têkçûyînê re rû bi rû maye, lê ev berxwedan û azweriya jiyana azad a Kurdan ya ku di hembêza têkçûyînan de û li ser bermahiyan ji nû ve şînbûyî, bêguman rêz û hûrmetek mezin heq dike. Ji rêz û hûrmetê jî wêdatir, divê ji aliyê hemû cîhanê ve mafê jiyana azad a li ser welatê wan Kurdistanê bê nas kirin û ev wek erkek exlaqî û wîcdanî ya ku hîna nehatî bicih, di pêşiya me de disekine.
Kurd di dused salên dawî de ji bo ku hebûnên xwe di welatê xwe Kurdistanê de biparêzin û di nava berfirehiyê lê heman demê de bi xweseriya xwe ve jiyan bikin, bi biryardariyek ku di dîrokê de mînakên wê kêm tê dîtîn da mafên xwe yên azadiyê daxwaz kirine û ji bo vê jî timî ketina nava tekoşînek daîmî. Li gel ku gelek neteweyên qedîm ên ku bi heman armancê ve berxwedan li ser sehneya dîrokê xêz bûne, lê belê gelê Kurd zanîye ku di her zirûfê de hebûna xwe biparêze û bi berdêlên giran ve tekoşîna xwe hetanî roja me bîne.
Lê, Kurdê ku digel nifûsa wî 60 milyone hîna di pergalek hiqûqî de kirde yan jî wek obje nayê nas kirin jî, derveyî hiqûqa navnetewî hatiye hiştin, di bin siya mekanîzmayên hiqûqî yên zextker deyên ku rasterast hebûna wan hedef digire, hebûnên xwe didomînin. Ne rastî têkçûyînek ku wan ji dîrokê xêz bike hatine û ne jî karîne berxwedanên xwe di dîroka siyasî de bigihînin zaferek diyarker. Lê ev rewş, hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo Tirkiye, Iraq, Îran û Suriye yên ku sedsalin bi hedefa ku Kurdan di nava xwe de bihelînin ve polîtîkayên înkar û tunekirinê dimeşînin ve ne diyariyek kûr diafirîne.
Ne ji bo Kurdan bixwe, ne ji bo dewletên mafên herî bingehîn ên mirovî tine dihesibînin ên wekî Tirkiye, Iraq, Îran û Suriyeyê û ne jî ji bo hêzên ku hewl didin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin;ne diyariya Kurdistana ku di sedsala 20’an de nava sînorên dewlet neteweyên cuda da hatî parçe kirin û Kurdên ku hejmara wan 60 mîlyonî derbas dike jiyan dikin, êdî nabe rewşek ku bikarin berdewam bikin. Bikurtasî, qeyran, xeterî û ne diyarî qasî ji bo Kurdan dibe pirsgirêkek hebûnê ew qas jî ji bo dewlet-neteweyên mijara gotinê pirsgirêk çêdike.
Hilpekîna hêja ya Kurdan
Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê xwe mecbûrî çareseriyek dîrokî û siyasî dike. Gomlekê dînan ên ku dixwastin bi peymanên Sykes-Pîcot û Lozanê ve li Kurdan bikin, êdî ji rastiya Kurd a ku bi berxwedanê ve mezin bûyî teng tê û zaruriye ku wek teqez bê derbas kirin. Ji aliyê din ve, tekoşîna li dijî her cure qirkirin û pişaftinê hatî meşandin jî encamên girîng daye. Ev deskeftiyên ku ji aliyê Kurdan ve hatî bidestxistin tenê bi parastina hebûnê ve sînordar nemaye, di heman demê de hilpekînek hêja jî hatiye jiyan kirin. Ev pêşketina hêja, rastiyek Kurd û Kurdistanî ya siyasî bûye, gihiştiye asta civakbûyînek rêxistinkirî, parastina xwe vesazî kirî, li gel polîtîkayên înkar û tune kirinê ya sedsalê jî, lê teslîm nebûyî; dest ji nasnameya xwe bernedayî û bi vê re şênber kirî afirandiye.
Bitaybet jî berxwedana bênavber a 50’î salî ya ku di pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê de pêşketî, îhtîmala ji navbirina dîrokê ya Kurdan temamî ji holê rakiriye. Îrade û zanebûna azadiyê ya ku di derdora vê tekoşînê de têşe girtî di qada navnetewî de hatiye xuya kirin, rastiya Kurd a ku wek diyardeyek ku nekare bê înkar kirin, derketiye li ser sehnaye dîrokê û di roja me ya ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzayn kirin de gihiştiye pozîsyona hêzek bingehîn a herêmî ya ku pêwîste tevî hesabê bê kirin.
Her çiqas hêzên serkêş ên modernîteya kapîtalîst, bi armanca ku pêşiya Tekoşîna Azadiyê ya ku di derveyî kontrola wan de pêşketî bigirinRêber Apo bi Komployek Navnetewî ve radestî dewleta Tirk kiribin jî, bi vê hemleyê ve negihiştine encama ku daxwaz dikirin. Tekoşîna Azadiyê ya ku di saya berxwedana pir mezin a ku zirûfên giran ên Îmraliyê de tê raber kirin de, hê zêde pêşketiye; wek rastiyek dîrokî û siyasî piştrast bûye ku tevger têknaçe.
Bitaybet jî potansiyela belavî hemû herêmê bû ya şerê Îsraîl-Hamas/Hîzbulah û Îsraîl-Îranê ya di salên dawî de di çarçoveya ji nû ve dîzayn kirina herêmê de tê jiyan kirin û cih girtina Kurdistanê ya di navenda vê qeyranê de, hişt ku têkîldarî meseleya Kurd û Kurdistanê çareseriyek lezgîn bê dîtin. Dewleta Tirk a ku mecbûr ma xeteriyên muhtemel ên ku şer û peçvûnên herêmê di demek nêzîk de diafirînin binirxîne jî, di hem Rojava de û hem jî Bakur de ket rewşek ku bi Kurdan re bikeve nava lêgerînek çareseriyê.
Di vê çarçoveyê de, hem ne asteng kirina Tekoşîna Azadiya Kurdistanê û hem jî bi bandora lezgîn a konjontura herêmê re, di serî de Rojava û Bakur hemû parçeyên Kurdistanê wek modelek çareseriyê çend salên dawî li ser perspektîfa “Entegrasyona Demokratîk” zêde disekinin. Vekiriye ku hem ji bo Kurdan û gelên bindest ên herêmê û hem jî ji bo çar dewlet-netewên ku sedsalin Kurdistanê dimêjin, talan dikin û bi polîtîkayên qirkirina civakî ve hewl didin rêbazên herî tund bigire hetanî rêbazên cur be cur ên şerê taybet pêşdixînin, çareseriya meseleyê wê bibe entegrasyona demokratîk a ku xwe dispêre perspektîfa jiyana hevpar.
Çareseriya entegrasyona demokratîk
Entegrasyona demokratîk, ji aliyê Rêber Apo ve di serî de ji bo gelê Kurd û Tirk ji hemû gelan re wek paradîgmaya wekhev û yekitiya azad, hatiye pêşxistin. Hîna pirsên ku ev modela lingê bingehîn ê civaka komînal pêktîne, wê çawa li Kurdistanê bê pêşxistin û dewlên pêwendîdar wê nêzîkatiyek çawa nîşanî vê “tercîha” ku Rêber Apo pêşkêş kirî bibin; zelalî qezenç nekiriye. Bi heman şiklî hîna ne diyare wê dewletên sedsale polîtîkayên înkar û tine kirinê dimeşînin wê ji van polîtîkayan qut bibin, dîsa li ser bingehê nas kirina wekhev û azad a gelan biçe guhertina qanûnî û makeqanûnî? Bi vê re, dewleta Tirk bi derxistina “Qanûna Çarçoveyî” ya ku Rêber Apo bi gotina “hezar kîlometre bi pêngavekê ve destpê dike” ve pênase kirî, “ketiye rêya” ku dikare wek pozîsyonek biwesf bê destgirtin.
Vekiriye ku eger li ser van her du babetan pêşbikeve, wê mesele ji zemîna şer û pevçûnan derbasî zemîna hiqûqî bibe. Ya yekemîn ew e ku divê dewlet ji veguhertina demokratîk re vekirî bin; ya duyemîn jî, wê bibe tekoşîna siyasî demokratîk a ku gelê Kurd li ser bingehê komînala demokratîk pêşdixîne.
Ev her du babet çi li ser dewletên pêwendîdar û çi jî li ser hêzên civaka demokratîk erk bar dike. Li gel vê, gotina “Ev ne dawiye, destpêkeke” ya Rêber Apo ji destpêka pêvajoyê û hetanî niha bi israr destnîşan kirî, îşaret pê dike ku wê entegrasyona demokratîk tam li ser wan her du babetan pêşbikeve.
Ji ber vê yekê, eger lingek entegrasyona demokratîk bi serarast kirinên ku dewlet çêdike ve pêkbê, lingê din jî li ser rêxistinkirina demokratîk komînal a civakê ve pêktê. Divê xwe ji feraseta ku her tiştî ji dewletê hêvî dike qut bikîn û ava kirina saziyên ku pêdiviya gel pê heyî û xwe rêvedibin, wek erkek jiyanî û lezgîn li pêşiya me sekinî ye.
Rêxistin kirina civaka demokratîk
Rêxistina kirina komînal ew e ku civak pêdiviyên xwe, mekanîzmayên biryar girtinê û pêwendiyên piştevaniyê qasî pêkan dibe li ser avaniyên xwe yên demokratîk pêşbixîne. Ji ber vê sedemê di navbera siyaseta demokratîk û avaniyên demokratîk de pêwendiyek rasterast heye.
Teng kirina bandora dewletê û mezin kirina civaka demokratîk, bi kabîlîyeta civakê ya ji zemînê ve xwe rêxistin dike ve girêdayî ye. Wê ji taxan hetanî komên pîşeyî, ji qada çandê hetanî hilberînê di her qada jiyanê de komîn û kooperatîf bên belav kirin, mekanîzmayên biryar ên hevpar bên ava kirin. Rêxistin kirina bi feraseta komîn a şaredarî û yekeyên xwecihî, bibe sedem ku gel rasterast beşdarî rêveberiyê bibe; hêzek aktîf a temsîl kirina ku hem ji xwecihî û hem jî siyaseta giştî tê qezenç bike. Ev modela beşdariya rasterast, wê aîdiyeta civakî û hişmendiya welatiyê bihêz bike. Di heman demê de wê li dijî derdorên ku zerar didin normên demokratîk an jî li hember van norman disekinin û dibin dijber, xebitandina mekanîzmayên hesab xwestinê û girtina helwestek rêxistinî ya civakê pêkan bike. Di vê çarçoveyê de rêxistin kirina civaka komînal û entegrasyona demokratîk, du rehendên bingehînin ku hevdu temam dikin. Dema ku tekoşîna qanûnî û hiqûqî ya ku xweseriyên herêmî li berçavan digire ve tê meşandin, qada serweriya dewletê teng dike û fonksiyonek xweparastinê ya deskeftiyên civakê dibîne. Avaniyên dewlet-neteweyê vê modelê qebûl jî bikin nekin jî, pêşxistina rêxistiniya civakê mecburiyetek nebe nabe ye.
Di Tirkiye, Surî, Iraq û îranê de ava kirina civaka demokratîk
Temînata pêvajoya ku bi Tirkiyeyê re tê meşandin, wê bibe civaka demokratîk a ku li ser bingehê komînal tê rêxistin kirin. Ji bo ku dawî li zemîna şer û pevçûnan bê û bandora civaka demokratîk bê berfireh kirin, pêwîstî ji niha ve bi rêxistin kirin û pêşxistina li ser bingehê komînal a qada siyaseta demokratîk heye. Gava ku ji aliyekê ve bi dewletê re muzakere tên meşandin, ji aliyê din ve wek hevdem divê qada siyaseta demokratîk û avaniya birêxistinî ya civakê bê kûr kirin. Astengiyên li pêşiya ziman, çand û nasnameya Kurd û guhertina siyaseta heyî ya di babetên wekî avêtina qeyûman a li ser rêveberiyên xwecihî de jî ne diyardeyek welê ne ku bixwe pêkbên. Ji bo ev siyaset ji hundir ve bê guhertin pêwîstî bi pêşxistina rê, rêbaz û stratejiyên nû hene. Wê zemîna vê jî tekoşîna mijara gotinê ya civaka demokratîk pêkbîne.
Rehenda Rojava, Başûr û Rojhilat
Dîsa di pêşveçûna entegrasyona demokratîk a muzakereyên ku ev demeke navbera hikûmeta Şamê û rêveberiya Rojava de tên berdewam kirin, pirsgirikên cidî tên jiyan kirin. Di Rojava de yek jî zirûfên bingehîn ên pêşxistina entegrasyonek rast a demokratîk, tekoşîna civakek birêxistinî ye. Eger civak parastina xwe pêşbixîne saziyên demokratîk bide xebitandin û li dijî êrîşek herî biçûk a li ser nirxên hebûnê jî berteka xwe ya birêxistinî dane holê, wê demê wê rêveberiya Şamê ber bi veguhertinek demokratîk ve mecbûr bike û pêkhatina li ser bingehê hev qebûl kirinê, ya entegrasyonê çêbibe.
Heman babet ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî derbasdar e. Mînak li gel ku Başûrê Kurdistanê xwediyê statuyek diyare, lê hîna bi pirsgirêkek cidî ya hebûnê ve rû bi rû ye. Hîna Iraq, wek dewletekê şiklek zelal qezenç nekirî ye. Iraq bi pêvajoya ji nû ve ava kirina herêmê ve û bi guhertinên gengaz ên ku bitaybet jî di Îranê de bên jiyan kirinve ne diyare wê ber bi kîjan alî ve biçe. Ev guhertin, qasî ji bo Kurdan xeteriyên cidî dihewîne, ew qas jî dibe ku bi xwe re derfetên girîng ên azadiyê bîne. Ji ber vê yekê jî pêwîste bi berçav girtina wan hemû îhtîmalan ve, ji niha ve parçe kirina navxweyî ya ku Başûrê Kurdistanê jiyan dike bê derbas kirin û divê destpêkê jî di hundir de entegrasyona demokratîk bê bidestxistin û dema pêşiya me de jî dewleta Iraqê mecbûrê avaniyek wiha ya guhertinê pêkbîne.
Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji pêvajoyek guhertinê ya ji parçeyên din pir cudatir re awize. Di encama destwerdanên kûrewî de hîna ne diyare wê Îran guhertinek çawa derbas bike û her cure îhtîmalê dihewîne. Ji ber vê sedemê, divê di Îrana nû de pêşbînî bê kirin ku nas kirina mafên demokratîk a Kurdan tenê bi tekoşîna çekdarî ve ne pêkan e.
Hewceye ji niha ve li ser bingehê perspektîfa komînal-demokratîk civak bê rêxistin kirin, polîtîkayek bibandor a ku dewletê timî arasteyê çareseriyek demokratîk û siyasî dike bê meşandin û lazime bihêz kirina vê zemîna tekoşînê ya bi hemû gelên din ên Îranê re esas bê girtin.
Ji bo ku pêvajoya entegrasyona demokratîk pêşbikeve jî Kurd di nava xwe de entegrasyonên xwe yên navxweyî çêbikin û bi bihêz kirina rêxistinên xwe yên civakî ve dewletan ber bi veguhertina demokratîk ve mecbûr bikin. Pêwîste dewlet jî ji bo ku qeyranên bunyevî yên jiyan dikin derbas bikin, di serî de Kurd guh bidin daxwazên hemû beşên cuda û pêngavên xwe yên veguhertina bunyevî, biavêjin.
Veguhertina dewlet-netewe
Wê pêngava destpêkê ya veguhertina bunyevî, bibe nêzîkatiyek samîmî ya dewletên ku meseleyê ji zemîna şer û pevçûnan derdixînin. Israra ku di avaniya dewlet-neteweyê de tê kirin, çavkaniya bingehîn a meseleyê ye; ji ber vê jî çareserî, bi derbas kirina vê ferasetê ve pêkan dibe. Hewceye di serî de teza ku dewlet tenê aîdê neteweyekê ye bê terikandin û bi pênaseya welatiyek nû ya ku her kesî/ê dihewîne ve rêgeza welatiyê/a wekhev bê pejirandin.Divê dewlet-netewên Tirk, Ereb û Fars di serî de Kurd bigihe avaniya dewletek ku wekhev nêzîkî hemû cudahiyên di nava sînorên xwe de dibe. Di vê derê de perspekftîka ku çi aliyê dewletê ve esas tê girtin û çi jî ji aliyê hêzên civaka demokratîk ve esas tê girtin girîng e. Çawa ku perspektîfek hevpar, her du aliyan di çareseriyekê de bigihîne hev, nêzîkatiyek berevajî jî dikare fitîla şer û pevçûnên nû pêbixîne.
Di vê rewşê de, eger carek din bê mêze kirin ka çima Rêber Apo wek rêbazek çareseriyê entegrasyona demokratîk pêşxistiye, wê girîng be. Rêber Apo dibêje, “Di eslê xwe de entegrasyona demokratîk a ku me ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd pêşxistî nêzîkatiyên faşîst ên ku hetanî qirkirin, şaşitî û bêçareseriya dîrokê ve dibin jî di nav de, ji bo perspektîfa dewletparêza-netew a ku pirsgirêk xitimandî alternatîfeke,tenê ne girêdayî meseleya Kurd, tê xwestin wek pêşniyarek çareseriya kûrewî, tezekê, teorî û perspektîfekê bê pêşxistin. Em bi taybet destnîşan dikin ku dewlet netew gelemperî ji bo ku ji pirsgirêkên modernîteya kapîtalîst re bibe bersiv hatiye pêşxistin.”
Dewlet-netew faşîzmê çêdike
Şaşitiya dîrokî ya mijara gotinê ew e kuwek mecburî avaniyek wekî dewlet netew yekperest, navendperest û desthilatparêz faşîzmê çêdike. Faşîzm jî dijberê pir rengî, cur be curî û pir çandiyê ye wek nebe nabe jî tê wateya mêtîngeriya teqez. Her çiqas xwe wek dewleta demokratîk-hiqûqî nîşan bidin jî dewlet netew bi wan hemû taybetmendiyên xwe ve di heman demê de divê wek avaniyên derveyî hiqûqê bên fahm kirin. Tespîta “divê dewletê bînin asta ku ji demokrasiyê re hestiyar be” ya Rêber Apo, sedema xwe di nava xwe de dihewîne; birastî ji ber ku dewlet-netew lingê herî bingehîn ê kapîtalîzmê ye, lewra wek xwezayî dij-demokratîk e. Her tiştê ku tê îdîa kirin ji bo civakê başe an jî bifeyde ye, bi destnîşan kirinek ji jor ve tê şikl kirin. Cihê ku qanûn û makeqanûn li dijî dewletê mafên civakê biparêzin, berevajî li ser bingehê ku li dijî civakê; dewletê û kes, malbat, çîn an jî komên ku dewletê di destê xwe de digirin biparêzin tên amade kirin. Divê neyê jibîr kirin ku dewlet-netewe encax li ser tasfiyeya netewa demokratîk dikare çêbibe. Çawa ku ev rewş, di Ewropayê de çêbûye di Rojhilata Navîn de jî pêkhatiye, rastiya dîrokî mînakên vê yên bêhejmar daniye holê. Vê modelê di Rojhilata Navîn a ku xwediyê pir ziman, pir nasname, etnîsîte, çand, bawerî û mezhebên cuda de jî pêşiya texrîbatên pir mezin vekiriye. Eger îro hîna Rojhilata Navîn ew qas parçekirî be, ji hundir ve dabeşkirî be û di rewşek şer û pevçûnan de be, dîsa ji êrîşên di derve de tên vekirîbe û di bin pencên dewlet-netewe ya ku zanista pozîtîvîst û hiqûq wek modela têkane ferz dike vegeriyabe wekî cendeqekê, ev ji texrîbata dîrokî û civakî ya ku ev model diafirîne ve çavkaniya xwe digire. Eger li gel wan hemû êrîş, qirkirin û faşîzma bixwîn jî hîna herêm nehatibe teslîm girtin û dîsa eger dînamîkên civakê di her fersendê de berxwedanê pêşdixînin û hebûna xwe didomînin, pêwendiya vêya bi avaniya çandî ya bikok a civaka dîrokî re heye.
Bikurtasî, tiştên ku di Rojhilata Navîn de tên jiyan kirin, encama tekoşînek pir alî ya di navbera hêzên serdest û hêzên demokratîk de tê jiyan kirinê ye. Lê eger hêzên demokratîk nekarin wan êrîşan bêbandor bikin, sedema vê ew e ku di nava xwe bêrêxistin bûyîn, parçebûyîn û ji ber ku ji paradîgmayek hevpar bêpar in.
Di tabloyek wiha de paradîgmaya neteweya demokratîk a ku Rêber Apo pêşxistî û rêbaza entegrasyona demokratîk a ku dawî li pêvajoya şer û pevçûnên di navbera dewlet û neteweya demokratîk de tîne, rêyek nû ya derketinê pêşkêş dike. Kurd, dikarin tekoşîna siyasî ya demokratîk a ku di her parçeyê de dimeşinin hem bi rêxistinên xwe ve û hem jî bi platformên hevpar ên ku bi gelên din re pêşdixînin ve pêşengtî ji vê pêvajoyê re bikin.
Wek encam
Tişta ku rastiya civaka dîrokî nîşanî me daye ew e ku modernîteya kapîtalîst û dewlet-netewe çare nîn in. Tekoşîna civaka demokratîk, li ser bingehê hişmendiya demokratîk pêşdikeve. Eger daketin ji çavkaniya pirsgirêkên dîrokî re çêbibe, wê xalên şikestin û rêderketinê rast bên teşhîs kirin û ger serarast kirin tam jî di van xalan de bê destpêkirin, wê pergal û zîhniyeta dijminê civakê ya ku dewlet-netewe bi faşîzmê ve hilberandî bê derbas kirin. Ev, erka dîrokî ya herî mezin a parêzvan û pêşengên civaka demokratîk in. Paşxistina dewletê, mezin kirina rêxistina komînal a civakê û berfireh kirina qada demokratîk dibe yek jî hêmanên herî bingehîn ê zanebûna demokratîk. Di vê nuqteyê de akademiyên zanista civakî û zanyar bi berpirsiyariyek dîrokî re rû bi rû ne.
Ji aliyê din ve, divê bal bê kişandin ku civaka demokratîk a mijara gotinê, rêxistinek derveyî dewletê ye, ji ber vê jî pêwîste parastina xwe û serxwebûna xwe ya aboriyê li ser bingehê têrkeriyê pêşbixîne. Qasî zanebûna civakî dîrokî bê bidestxistin û zîhniyeta pozîtîvîst a ku zanistên civakî parçe dike û veguherandî amûrê desthilatdariya serdestan bê derbas kirin, wê qada siyaset û civaka demokratîk berfireh bibe; siyasî, aborî û xweparastin jî di nav de wê hemû qadan pergalek civakparêz a ku têra xwe bike bê ava kirin. Wê bi vî awayî têgihiştina ku “her tiştî ji dewletê hêvî dike” bê şikandin; wê feraseta civakparêz a ku xwe dispêre zanebûna xweser û ji zanistê bigire hetanî felseyê, ji aborî bigire hetanî siyasetê di her qadê de xwe vesazî dike pêşbixîne. Wê bi heman şiklî avaniya dijberê civakê, ezez û serf dike ya demokrasiya lîberal bê derbas kirin û ferdê ku civaka demokratîk wate tevî dike, carek din bikîşîne qada hilberînê.
Di radeya dawî de entegrasyona demokratîk, encax bi pêkanîna bi vî şiklî a civaka demokratîk ve dikare bê bidestxistin. Destpêkek nû, encax bi berpirsiyariya tekoşîna daîmî û pir alî ve dikare bê afirandin û veguherandina demokratîk a dewletan jî encax bi vê rêyê ve dikare pêkbê.