Makeqanûnek ku demokrasiya xwecihî nas neke nikare demokratîk bibe. Tenê ne ji bo Tirkiye, ji bo hemû herêmê rêgeza nebe nabe ya demokrasiyê ew e ku demokrasiya xwecihî nas bike. Tışta ku ji bo Rojhilata Navîn pêwîst çareseriya makeqanûnek wiha ye. Hetanî ku demokrasiya xwecihî nebe demokrasiyek di nava yekparetiya netewî de nabe.
Pêşniyara me ya ji Tirkiyeyê re ew e ku divê li ser bingeha entegrasyona civaka demokratîk di Rojhilata navîn de tifaqa stratejîk bi Kurdan re çêbike.Ev tifaq ne li dijî gelekî yan jî dewletekê ye. Berevajî xwe dispêre jiyana wekhev, demokratîk û azad a hemû gelên Rojhilata Navîn. Ev jî nebe nabeya xeta me ya bîrdozî, exlaqî û polîtîk e. Li ser dijatiyê polîtîkayek me ya dijberiyê tineye.
Stratejiya entegrasyona demokratîk, şênberiyê, pêşketinên şênber digire dest. Bitaybet jî diyardeya Kurdistan û Kurd pirsgirêka stratejiyê girîng dike. Wekî ku me pir hewlda pir caran bînin ziman hetanî niha girêdayî Kurdistan û meseleya Kurd hema stratejiyek nebûye mijara gotinê. Eger hebe jî di asta hinek destnîşan kirinên bîrdozî yên nelihev de maye. Girêdayî netewperestiya paşverû û çepgiriya pêkhatî de, vegotinên ji vê hêlê ve hatine bikaranîn, lê ne pêkane ku ji wan re stratejî bê gotin.
Stratejî, diyardeyek hêzê ye. Ji bo ku di rastiya gelek û neteweyekê de behsa stratejî bê kirin, divê îradeyek hêzek siyasî û leşkerî derbikeve holê û hebe. Di dîrokê de ji bo çareseriya meseleya Kurd pir hewldana hatine raber kirin û di roja me de jî berdewam dike. Lê ji ber ku nekarîne ji ê derbikevin, lewra wek stratejî nikarin bên îfade kirin.
şêwazên tekoşîna paşverûne. Li paş stratejiyan jî hê zêde eqlek cidî heye û plansaziya ku ev eqil çêdike pêwîst dike. Ya herî girîng jî ew e tekoşînek ku nirxandina rewşek rasteqîn dike, siyasetek ku pêkbê û serkeftina wê pêkan dike, esas digire.
Dema ku em wan babetan liber çavan digirîn, êdî ji bo Kurdan helwestek stratejîk pir pêwîste û nebe nabe ye. Ji ber vê jî tespît kirina şêwazê herî rast ê ku em bikarîn bipejirînîn jî di girîngiya jîyanê de ye. Gelemperî Kurd nirxandinek wekî “me di dîrokê de pir berxwe da, lê me timî winda kir” dikin. Ev di wateyekê de rast e. Ji ber ku berxwedan û serî rakirinek ji stratejiyê bêpar nade qezenç kirin.
Çima ketin şer û pêvçûnên ku ji stratejiyê bêpar? Ji ber ku Kurd ji serkaniyek stratejîk ê ku bikare eqlê stratejîk pêşbixîne yan jî rêberek kolektîf bêpar mane. Ji ber vê jî dikare li ser sedemên hundir û derve bê sekinandin. Rastiya ku li holê ew e eqlek wiha pêşneketiye.
Stratejî, zanebûna serkanî û rêbertiya kolektîf pêwîst dike. Heta civakek esil ê ku li gorî dema xwe rêkûpêk, bidîsîplîn û li gorî dema xwe modern pêwîst dike. Hetanî ku civakek xwediyê wan çawaniyan pêkneyê nabe xwediyê stratejiyê, ji ber vê yekê şerê wê jî nikare bê dayîn.
Ji ber ku di roja me de êdî civakbûyînek diyar şênberiyek welat a Kurd û Kurdistanê çêbûye, lewra divê destnîşan kirina stratejî û nirxandina wê jî bikeve rojevê. Her çiqas me xwest PKK’ê ne wekî tevgerek ê wekî tevgerek ku bernameya wê ya rêkûpêk a siyasî û stratejiya wê heyî pêşbixînîn jî, lê di pratîkê de wekî ku me dixwest pêşneket. Têgehên stratejî û taktîkê pir hatin bikaranîn, lê tişta ku dihatin jiyan kirin tam berevajiya wê bû. Vêya pirsgirêkên mezin afirand, pêşiya rewşek ku nekare ji bin derbikeve, hêz dihelîne û belav dike vekir.
Yek jî divê ji vê hêlê ve fesih kirina PKK’ê bê destgirtin. Wek stratejîk tiştên anî ziman nekarî pêkbîne û nekarî ji demagojiyê wêdatir bibe. Ji ber vê jî fesih kirina wê di vê wateyê de jî pêwîst bû. Ev tenê ne derbas kirina rêxistiniye, derbas kirina stratejiyek girêdayî wê ye jî. Stratejiyek ku neyê pratîze kirin ne serkeftiye, ji ber vê yekê jî divê bê terikandin. Ji ber ku ya mijara gotinê mijarên jiyanî yên civakê ne.
Destgirtina asta dîrokî, herêmî û kûrewî ya meseleya Kurd girîngî dihewîne. Bi taybet jî di roja me de nêzîkatiyek wiha ya bi Rojhilata Navîn ve girêdayî girîngiyek jiyanî dihewîne. Di nêrîna ewilî de, çawa di dîroka berê de Kurdistan bibû qada xebatên stratejîk a hêzên derve di roja me de jî heman rengî ye.
Bi vê çawaniya wê ve ne ji bo wê, hatiye xwestin ji bo hinek din bikin qada stratejîk. Tê dîtin ku rewşek wiha timî li ser Kurdan tê ferz kirin. Hêzên hegemon yên ji dema Sumer, Akad, Babîl, Asur û Pers û hetanî sedsala 20’an timî Kurdistan wek qada şer-pevçûnekê bikaranîne û li ser wê hesabên xwe kirine. Piştre Kurdistan ji şer û pevçûnên Rojhilat-Rojava re bûye qad. Şerên di Rojhilat navbera Persan, Rojava de jî Grek û Romayiyan de qewimî bi sedan salan li ser vê xakê berdewam kiriye. Dîsa ji şer û pevçûnên Osmanî-Bîzans, Osmanî-Safevî, di sedsala 20’an de jî şahidî ji şer û pevçûnên pergala sosyalîsta pêkhatî û pergala kapîtalîst kiriye.
PKK û Kurdistan, cara ewilî bûne xwediyê Rêbertiyek ku ji bo berjewendiyên gelê Kurd stratejî diafirîne û berxwe dide. Kurdistan bûye qadek stratejî û taktîkê. Lê wekî ku tê gotin jî, li gel ku di vê îstîqametê de tekoşînek dîrokî ya 50’î salan derbas dike jî hatiye dayîn, lê ne pêkanîna stratejiyê jî rast e. Li gorî rastiya derketî holê jî, bê gotin ku li gorî rewşa şênber şerek li ser esasê stratejî û taktîkek biwate hatiye meşandin, pir zehmet e. Bi wateya neteweyî ve girêdayî şerek hebûnê hate dayîn, lê ew jî wek pratîkî di rêjeyek mezin de dikare wekî serî rakirinekê bê şîrove kirin.
Li gel hemû hewldanên me jî me nekarî serî rakirina di kesayeta Kurd de bidin derbas kirin. Ji ber sedemên lewaziya ku di diyardeya civakî de dihatin jiyan kirin, lewra eqilek stratejîk girêdayî netewî û çînî pêşneket. Dubareya serî rakirinek Kurd a qlasîk hat jiyan kirin. Wek tê zanîn di serî rakirina Kurd a qlasîk de her qabîle, malbat an jî her rêxistin û rêbertiya wê ya ku derketî holê li gorî serê xwe rojekê serî radike, roja piştre teslîm dibe yan jî bi hêzên derve re pêwendî datîne û dibe amûrek wan ê kêrhatî û şêwazê jiyana kevneşop berdewam dike. Ji bo ku em vê ferasetê derbas bikin, me çiqas awarte hewlda jî me nekarî derbas bikîn.
Di roja me de babeta stratejîk û taktîkî hemû cidiyeta xwe diparêze. Dema ku li şênber a rojane rû dide bê mêze kirin, dikare bê gotin ku rewşek dişibe piştî Sykes-Pîcotê tê jiyan kirin. Her çiqas wekî ku hêzên kûrewî hinek li paş dimînin bê xuya kirin jî wek esas dixwazin dewletên netew ên herêmê li ser piyan bigirin û meseleyê li ser wan di bin kontrolê de bigirin. Hîna ev stratejiya ku Kurdan tine dihesibîne û her ku diçe dihelîne tam nehatiye terikandin. Her çiqas vêya bi destê dewlet-neteweyên hevkar bidin meşandin jî di paş planê de her cure piştevaniyê didomînin.
Bitaybet jî piştî ku faktora Îsraîlê pêncî salên dawî ket dewreyê û hetanî niha şikl girtina ji nû ve ya seranserî Rojhilata navîn bû mijara gotinê. Hevsengiya stratejîk a ku li ser vê hevsengiyê hatî avakirin nîzam, pergala Syket-Pîcot xira dike. Îsraîl piştî êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmeha 2023’an de şûnve, pêwîstiya derbas kirina temamî ya Sykes-Pîcotê îlan kir û dest bi pêşxistina hemleyên li gorî vê guncav kir. Di serî de Xeza tê fahm kirin Îsraîla ku hemleya xwe bi Emerîkaya ku bûye hêza hegemonîk a kûrewî re lihev kirî ve destpêkirî, stratejiyek ku hemû Rojhilata navîn digire nava xwe û hevsengiya stratejîk a kevin xira dike pêşxistiye. Hîna jî ya ku bi şêwazek zêde tê pêkanîn jî ev e. Xeza hedefa ku tê dîtin e. Hedefa esas ew e ku hevsengiyek nû ya stratejîk li ser Rojhilata navîn bê ferz kirin û şêwazek nû bê dayîn e. Li gorî hevsengiya nû ya Rojhilata Navîn ketina pêvajoyek nû ya ava kirinê ye. Li pêy vî şerî jî pêşketinên ku di Lubnan, Îran, Surî û Yemenê de pêkhatîn jî, îşaret bi vê çarçoveya hevsengiya stratejîk dike.
Ji ber vê yekê eger bê gotin, Kurdistana ku di navenda Rojhilata navîn a ku dused salên dawî de anîne rewşek girêka kor da dimîne bûye navenda stratejiya dema nû, wê nebe mubelexa. Berevajî îfadeya herî zelal a rastiya ku tê jiyan kirin dibe ev.
Dema ku piştî Şerê Cîhanê ya yekemîn şikl didan Rojhllata Navîn, Kurdistan navend hatibû girtin. Ev, pozîsyona jeo-stratejîk û jeo-polîtîk a Kurdistanê çavkaniya xwe digire. Di roja me de di encama tekoşîna pêncî salan a PKK’ê de ev pozîsyon hê bihêztir bûye. Ev vekirîye ku PKK’ê pozîsyona stratejîk ji her aliyê ve dexistiye naverastê. Niha hesab li ser vê pozîsyonê tê kirin. Ji ber vê yekê hevsengiya stratejîk an jî guhertina hegemonîk a nû, binavend Kurdistane û wê di demek pir nêzîk de ev rewş hê zêde wate bibîne.
Teqez wê bixwazin Kurdistanê li gorî hegemoniya nû ji nû ve rêkûpêk bikin. Tiştên ku di Iraqê, Surî de hatin jiyan kirin wê pir nêzîk di Îranê de jî bên jiyan kirin û dîsa bi vê ve girêdayî wê li ser Tirkiyeyê jî bên ferz kirin. Pêşketin bi hemû germahiyên xwe ve nîşan didin ku guhertinek wiha destpêkiriye. Ji bo ku xwe ferz kirina wan pêşketinan bê dîtin jî pêwîstî bi pêşbîniyê nîn e. Em behsa heqîqeta ku hinek agahiya dîrok û jeo-polîtîk ya her kesî/ê hebe dikîn.
Me beriya niha di nirxandinên xwe yên cur be cur de li ser hevsengiya stratejîk a kevin wek “Proto Îsraîl” îfade kiribû. Di Tirkiyeya piştî 1923’an de rewşek ku “Hevsengiya Lozanê” tê gotin an jî di welatên Ereban de “Hevsengiya Beasê”, di îranê de “Hevsengiya beriya Humeynî û Hevsengiya Humeynî”, ango hevsengiya stratejîk a pêvajoyek navberê dihat îfade kirin hebû. Bi 7’ê Cotmeha 2023’an re ev hevsengî belav bû.
Wi çi bixînin şûna wê? Diyare ku dîzaynek nû ya dewletên netew mijara gotinê ye. Lê di vê derê de problema esas, tenê ne girêdayî Fîlîstîn-îsraîlê ye ku -vê derê çarçoveyek biçûk îfade dike, serarastkirina vê derê ew qas ne zehmet e- wê serarast kirina esas di Kurdistana ku bûye dilê Rojhilata Navîn de bi dîzayn kirina dewletên netew re pêkbê.
Pirsa esas ev e: wê dewlet neteweyên mijara gotinê çawa bên serarast kirin? Em dizanîn ku ev êdî hatine plan kirin û her ku diçe derdixînin pêş. Ji ber ku Kurdistana heyî nikare pêdiviya dewleta federe pêşwazî bike, lêwra wê bixwazin derbas bikin. Yan wê dewleta federe hê mayînde bibe û vegere dewlet neteweyek an jî wê vegere avahiyek cuda ya siyasî.
Di vê nuqteyê de du stratejiyên herî girîng derdikevin pêş. Meseleya ku em dibêjîn meseleya Kurd, wê bibe pirsgirêka bingehîn a herêmê û wê di çarçoveya ku çarenûsa hemû herêmê biguherîne de, bi tengaviyên stratejîk re bû bi rû bimîne. Niha rewşa ku tê jiyan kirin destpêka vê tengaviya stratejîk e. Di 2017’an de li Başûrê Kurdistanê ezmûnek referandumê hat jiyan kirin, hemû dewletên herêmê li dijî derketin, hêzên hegemonîk jî bêdeng man. Encamên referandumê nehatin pratîze kirin û pirsgirêk welê ma. Mafê destnîşan kirina çarenûsê ji Kurdan re nehat dayîn.
Çima? Ji ber ku hîna statukoya kevneşop ev defter ne vekiribû. Dewletek Kurd a stratejîk nexistibûn dewreyê. Hewl didin bi dewletên hevkar ên heyî re pêvajoyê berdewam bikin. Yê ku serkêşiya vê israrê dikir jî Tirkiye bû. Dema ku Kurd dibin mijara gotinê Tirkiye ti demê nedihat guhertin û veguhertinê. Eger di Marsê de be jî wê ev kiriba wek meseleya man û nemanê. Ji bo vê jî her cure tevger û statukoya Kurd wek meseleyek man û nemanê digire dest.
Lê êdî planên herêmî yên pergala kûrewî tên guhertinê. Hatiye rewşa ku eger guhertin nebe berdewam kirina statukoya berê êdî ne pêkane. Tirkiye bi şiklek kevneperest çiqas di stratejiya Lozanê de israr bike jî bila bike mecbûre ku biguhere. Ji ber ku hemû hêzên herêmî û kûrewî vêya mecbûr dîbînin.
Ji bilî vê ya hê diyarker bi nifûsa xwe ya 60 milyonê ve tekoşîna azadiya gelê Kurd e. Êdî tekoşîna azadiya dem dirêj şans nade stratejiyên tune kirinê. Nuqteya şerê hebûnê ya ku PKK’ê bixwe aniyê, stratejiyên tune kirinê vala derxistiye. Di çar parçeyan de hemleya azadiyê bi şêweyek pir bihêz hebûn dîtiye, gihiştiye îfadeyekê. Ji bo ku ev di jiyana pratîkî de beden bibe çalakiya xwe ya siyaseta demokratîk jî di her kêliyê de di rojevê de dihêle. Îradeyên azadiya Kurd, kapasîteyên hilberîna polîtîka û rêxistinê bihêz bûne.
Di vê nuqteyê de nebûyîna stratejiya ku di demên berê de Kurdan jiyan dikir û hewldanên înkara hêzên herêmî êdî wateya xwe winda kirine. Ya herî girîng jî divê pêwîstiya stratejiyek ku bê qebûl kirin derbikeve holê. Ji ber vê sedemê zelal kirina nêzîkatiya stratejîk girîngiyê îfade dike.
Tevgera PKK’ê stratejiya rizgariya neteweyî terikandiye. Hat dîtin ku ev stratejî zêde kêrhatî nîn e, bi vê re tekoşîn nikare bê pêşxistin û deskeftin nikare bên parastin. Wê di vê rewşê de çi xistiban şûna ya kevin? Niha bi şêweyek germ ev tê nîqaş kirin. PKK’ê wek tevgerek ku ji sosyalîsta pêkhatî bandor bûyî formula “Kurdistana Yekbûyî ya Serbixwe” anîbû ziman. Şerê rizgariya neteweyî ya wek amûrê vê stratejiyê jî ji gotinê wêdatir ne diçû. Eger bê gotin ku hundirê vê stratejiyê pir vala bû, wê nerast be. Lê eger bê gotin ku sratejiyek welê ye ku hetanî dawiyê dikare bê pêkanîn wê ew jî bê wateya ku rastî tên paşçav kirin.
Ji bo guhertina stratejiyê jî, pêwîste destpêkê sosyalîzma pêkhatî li ber çavan bê derbas kirin. Wek duyemîn jî divê pozîsyona hêzên herêmî û kûrewî bê destgirtin. Dema ku ji her du aliyan ve jî bê mêze kirin, derdikeve holê ku divê stratejiya berê bê terk kirin.
Gava ku ya berê tê terk kirin stratejiya ku li cihê wê tê rûniştandin jî girîngî qezenç dike. Di vê mijarê de li Kurdistanê du nêzîkatiyên stratejîk li beramberî hev in. Ya yekemîn nêzîkatiya netewperestiya paşverû ye. Divê ev nêzîkatî bi hêza li pişt wê ve bê destgirtin. Tişta ku ev nêzîkatî esas digire destpêkê xweseriye, piştre federe û di dawiyê de jî diçe dewlet neteweyek Kurd. Bitaybet jî bi îstîsmar kirina PKK’ê ve stratejiyek wiha pêşxistiye. Divê ev baş bê dîtin. Avahiya heyî ya Kurdistana Federeya Başûr, bi stratejiyek dewlet netewe ve dixebite. Dîplomasiya vê tê kirin, artêşa vê tê avakirin û saziyên din tên amade kirin. Hemû jî li derdora dewlet netewe tên kirin.
Ev stratejiyek bû ku PKK’ê jî li ser bingehê sosyalîzma pêkhatî pêşbînî dikir. Pêkanînên wê yên stratejîk, taktîk, polîtîk û her wekî din pêşxistibû. PKK dest ji vêya berda, lê yên din hîna dest jê bernedane. Stratejiya dewlet netewe di mêriyetê de ye. Li ser vê bingehê polîtîkaya hundir û derve tê pêşxistin.
Ev stratejî tevahî ne derbasdare, nikare bê gotin. Komara Tirkiye sedsala yekemîn a proto-îsraîlê berdewam kir; niha jî dixwazin Kurdistanê wek “proto-Îsraîl” ji bo Îsraîla ku di Rojhilata navîn de bûye hêza hegemon,bi şêwazê dewlet neteweyê ava bikin.
Ji bo stratejiya post-îsraîlê jî dewleta Kurd nebe nabe. Di Rojhilata Navîn de wek dostê xwezayî yê yekemîn tê dîtin. Jixwe polîtîkaya tasfiyeya bizorê ya PKK’ê jî li gorî vê stratejiyê bû. Ji bo vê piştevanî didin tevgera dij PKK’ê ya bi serkêşiya PDK’ê. Bitaybet jî bi Komara Tirkiyeyê re ev hate meşandin. Hîna jî ev stratejî tê pêkanîn. Di dîmen de wekî ku AKP’ê li dijî Îsraîlê be tê dîtin, lê dema ku Kurd dibin mijara gotinê wek objektîf polîtîkaya Îsraîlê tê meşandin. Ev, babeteke ku pêwîste baldar bê destgirtin. Dibe ku ji ber Xezayê hinek nakokî derketibin holê, lê îşaretên ku vêya li ser bingehê dij-Kurd derbas bikin jî heye. Ev di nêzîkatiya li dijî Kurdên Bakur Rojhilatê Surî de jî bi eşkereyî tê dîtin.
Ji ber vê yekê dibe ku dewleta federa ya Kurd, veguhere dewletoka netew a Kurd. Dibe ku ev ji bo hinek beşên Komara Tirkiye wekî gefekê jî bê dîtin. Lê em israr dikîn ku pêwîste ev bi girîngî liber çavan bê girtin. Niha di navbera Tirkiye û dewleta federa ya Kurd de gelek peyman hatine çêkirin. Heta pêwendiyek pir bi dostane jî tê meşandin. Lê li gel vê jî di Bakur Rojhilatê Surî de li dijî avabûnek dişibe vê dijberî çêbû û wekî gefekê hat dîtin. Pêwîstî pê heye ku divê ev nakokî bibaldarî bê dahûrandin.
Nexwe wê ev xitimandina stratejîk çawa bê derbas kirin an jî wê stratejiyek dijber çawa bê pêşxistin? Wek rojane babeta ku girîngiya mezin dihewîne ev e. Me di manîfestoyê de bernameya civaka demokratîk û stratejiya siyaseta demokratîk a girêdayî hiqûqê dahûrand. Lê tê fahm kirin ku ji bo aliyên stratejiya dema nûnuqteyên pêwîste hê baştir bên fahm kirin hene.
Stratejiya civaka demokratîk ji stratejiya dewlet netewe cudatir e. Wek giranî stratejiya dewlet netewe mecbûre ku bi hêza leşkerî ve bê meşandin. Stratejiya civaka demokratîk bi siyaseta demokratîk ve tê meşandin. Lê dema ku bi tune kirinekê re rû bi rû mayîn çêbû, hebûna civakî bû mijara gotinê û hemû deriyên siyasetê hate girtin, wê demê tekoşîna çekdarî jî di nav de her rêbazê tekoşînê dikeve dewreyê. Eger wek hiqûqî û siyasî derfetê rêvebirina tekoşînê hebe, stratejî leşkerî nabe. Stratejiya siyaseta demokratîk û hiqûqê esas e, pratîka wê jî bi tevgerandina demokratîk a gel ve pêktê. Serarast kirinên makeqanûnî û zagonî hiqûqê îfade dikin. Bi girêdayîna vê hiqûqê ve siyaseta demokratîk tê meşandin.
Ji ber vê yekê stratejiya civaka demokratîk ji stratejiya dewlet netewe cudabûyînek bikok îfade dike. Ev stratejî sosyalîzma civaka demokratîk esas digire. Feraseta me ya sosyalîzmê, naspêre şer û pevçûnan. Eger sosyalîzmek dispêre şer û pevçûnan bê ava kirin jî û bidehan salan bê domandin jî di encamê de wê xwe nekare ji rûxandin û rizandinê jî rizgar bike.
Wek esas sosyalîzma civaka demokratîk girêdayî demokrasiyê tê ava kirin. Sosyalîzmek ne demokratîk be, ne sosyalîzme. Her çiqas wek sosyalîzm bê îdîa kirin jî nikare xwe ji rûxandin û rizandinê rizgar bike. Nexwe divê demokrasiya bê ava kirin mecbure ku xwe bispêre demokrasiyê, siyaseta demokratîk û hiqûqê yan jî divê bingeha wê wiha be. Ji ber ku sosyalîzm bê demokrasî, bê siyaseta demokratîk û hiqûqê nabe. Dibe ku bê îlan kirin wek pratîkî bê pêşxistin lê hetanî ku demokrasî, siyaseta demokatîk û hiqûq nebe wê zû an jî direng birûxe. Sosyalîzm encax bi siyaseta demokratîk û hiqûqê ve daîmî dibe û tê rewşa mayînde. Dibe ku li ser vê bingehê qanûnî bibe û ji gelan re bibe mal.
1-)Rêgeza Demokrasiya Xwecihî
Dibe ku entegrasyona demokratîk bi şênberiyê ve girîngî qezenç bike. Em entegrasyona demokratîk wek taktîkî nagirîn dest. Ev ne diyardeyek teknîkî ye. Xwe dispêre teorî siyaseta civaka demokratîk. Beşa wê ya pêkanînê jî hiqûq îfade dike. Li gorî vê divê qanûnên entegrasyon û azadiyê bên derxistin. Pêwîste astengiyên pêşiya qanûnî û makeqanûnî yên pêşiya entegrasyonê bên rakirin û divê hiqûqa entegrasyonê bê pêşxistin. Bê nîqaşe ku makeqanûna heyî bermahiyek 12’ê Îlonê ye. Makeqanûnek faşîst e. Ji ber vê yekê nikare bibe makeqanûna entegrasyona demokratîk û komara demokratîk. Li ser vê bingehê her kes dibêje ku pêdivî bi makeqanûnek nû ya li ser bingeha komara demokratîk heye. Makeqanûna komara demokratîk di rojevê de ye. Girêdayî wê qanûnên demokratîk jî mijara gotinê ne.
Makeqanûna komara demokratîk mecbûre ku hem yekpare maf û azadiyên demokratîk ên hemû beşên civakê û hem jî demokrasiya xwecihî esas bigire. Makeqanûn û qanûnên heyî navendî ne. Bi ferasetek monolîtîk ku hemû cudahiyan yek dihesibîne ve hatiye amade kirin. Di hemû dewletên kapîtalîst de mafên xwecihî liber çavan hatine girtin. Lê Tirkiye îhtîraz nîşanî şertê xweseriya herêmî ya Yekitiya Ewropaya ku hewl dide bibe endamê wê dide. Demek di vê mijarê de helwestek muhafazakar, li dijî azadiyê mijara gotinê ye. Ev ji aliyê demokrasiyê ve helwestek şaş e. Di vê derê de înkara demokrasiya xwecihî heye.
Tirkiye niha jî bi heman zîhniyetê nêzîkî Suriyê dibe. Helwestek wekî divê demokrasiya xwecihî tinebe pêşdixîne. Dema ku tenê ne ji bo Kurdan, meseleya demokasiya xwecihî ji Tirkmenan bigire hetanî Durziyan, ji laîkan bigire hetanî Elewiyan hebe, dixwazin li gorî otoriteya tenê kesekî makeqanûnekê bidin qebûl kirin.
Ev bi gotinek herî sivik ve ew qas zîhniyetek antî-demokratîk jî nabe. Eşkereye ku di sedsala 21’an de bi vê zîhniyetê ve rê nayê hildan.
Dibe ku makeqanûnek nû ya ku yekparetiya welat esas digire, demokrasiya xwecihî paşguh nake di sedsala duyemîn de Tirkiyeyê bihêz bike. Makeqanûnek ku demokrasiya xwecihî nas neke nikare demokratîk bibe. Tenê ne ji bo Tirkiye, ji bo hemû herêmê rêgeza nebe nabe ya demokrasiyê ew e ku demokrasiya xwecihî nas bike. Tışta ku ji bo Rojhilata Navîn pêwîst çareseriya makeqanûnek wiha ye. Hetanî ku demokrasiya xwecihî nebe demokrasiyek di nava yekparetiya netewî de nabe.
Em carek din pêwîstî bi destnîşan kirinê dibînin; hemû welatên Ewropayê demokrasiya xwecihî wekî şertê bingehîn qebûl dikin. Demokrasiyek ku demokrasiya wî ya xwecihî nebe nas nakin. Hema hemû dewletên Ewropa û Emerîkayê ya federe ne, yan jî xwediyê demokrasiya herêmî, xwecihî ne. Di hemû welatên demokratîk ên pêşketî de wiha ye. Şertê ku Tirkiye ji demokrasiya xwecîhî re danî asta demokrasiyê nîşan dide. Di ser de jî hewl dide bi kontrolek dijwar ve asteng bike. Divê ev bê derbas kirin.
Dîyalog û muzakareya me ya bi dewletê re bê demokrasiya xwecîhî nikare bê hizirandin. Hemû diyalog û muzakere bi demokrasiya xwecihî re tê pêşxistin. Wê qonaxek derbas kirinê bê jiyan kirin. Ji bo vê jî “hiqûqa derbas kirinê” pêwîst dike. Navê wê li ser e, hiqûqa derbas kirinê. Lê entegrasyona demokratîk hiqûqa mayînde, demokratîk û demokrasiya xwecihî pêwîst dike. Entegrasyona demokratîk encax bi demokrasiya xwecihî ve dikare wate bibîne. Pêwendiya wê ya bi dewletê re li ser demokrasiya xwecihî tê serarast kirin.
Ji ber ku demokrasiya xwecihî tineye, lewra bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dihêle. Di salên dawî de poltîkaya qeyûm a ku tê pêkanîn, wek veguherandina deriyê rantê ya şaredariyan û di çavkaniya gelek pirsgirêkan de nebûna demokrasiya xwecihî radizê. Di avêtina qeyûm de derdikeve holê ku keyfîyetek cidî heye. Di welatekê de demokrasî ew qas hêsan tê înkar kirin wê ti pirsgirêk çareser nebin û jixwe ne çareser bûna wê jî li holê ye.
Tenê ne girêdayî meseleya Kurd wek yekpare ji bo Tirkiye rêya derbas kirina pirsgirêkên rêveberiya xwecihî ji demokrasiya xwecihî ya bihêz re derbas dibe. Xistina demokrasiya xwecihî ya bin temînatê, formula herî rasteqîn û yekane çareseriyê ye. Ji tiştên ku tê jiyan kirin jî tê fahm kirin ku demokrasiya xwecihî tenê ne ji bo Kurdan, ji bo hemû Tirkiye û Rojhilata Navîn jî derbasdar e. Tişta ku ji bo Surî, Iraq û Îranê jî pêwîst, pêkanîna tam û bêkêmasî ya demokrasiya xwecihî ye.
Stratejiya siyaseta demokratîk bê demokrasiya xwecihî nabe. Çawaniya herî bingehîn a siyaseta demokratîk ewe ku divê bi demokrasiya xwecihî re di nava hev de be. Eger di wateya rast de bi dewletek yekpare bitendûrist re dixwazin li hember parçebûyînê bisekinin; eger li dijî rêveberiya herêmî, çandî, federal û wekî ku di Lubnanê de tê pêkanîn biîmtiyaz-bikota disekinin û ger naxwazin bi cureyekê xitimandinê re rû bi rû bimînin, nexwe divê ji bo pêşiya demokrasiya xwecihî ya ku bûye alternatîfa wan hemûyan vebibe; çêkirina reformên makeqanûnî û qanûnî yên pêwîst dikin, nebe nabe ye. Panjehra wan hemû neyiniyan dikare bi vê stratejiyê ve pêkan bibe.
Divê entegrasyona siyaseta demokratîk wek pêkanînek teknîkî neyê desgirtin. Wekî ku me jor jî hewl dida binîn ziman, reformên cidî pêwîst dikin. Entegrasyona civaka demokrartîk a bi dewletê re ne vedîtinek biefsûne. Lê bêgirîng jî nîn e formulasyona lihev kirina bingehîn e. Ji bo pêkanînê ye. Qada wê ya pêkanînê herî zêde jî demokrasiya xwecihî ye. Vekirina ji demokrasiya xwecihî re ya dewletê, çawaniyek nebe nabe ya dewleta demokratîk e. Ji wê cudatir nikare bê hizirandin. Eger îdîaya dewleta demokratîk hebe, pêwîste îfadeya wê ya herî şênber demokrasiya xwecihî bê erê kirin. Dewleta ku demokrasiya xwecîhî qebûl nake, nikare demokratîk bibe. Demokrasî, wek esas ji xwecihî pêşdikeve û belavî hemû welat dibe. Derveyî vê çiqas di gotin an jî makeqanûnê de bixwazin bêjin “em dewletek demokratîk” în jî, wê ji demagojiyê wêdatir neçe û wê bibe îfadeya faşîzma veşartî.
Ji ber vê jî entegrasyona demokratîk siyaseta demokratîk, siyaseta demokratîk jî demokrasiya xwecihî pêwîst dike û çareseriya wan a pratîkî jî bi hiqûqê ve pêktê. Ev jî wekî ku jor hate ziman guhertinên qanûnî û makeqanî pêwîst dikin. Encax bi vî awayî gihiştina civaka demokratîk çêbibe.
Teorî, bername û pergala civaka demokratîk heye. Ev wek cewherî di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de danîne naverastê. Ji bilî vê yek jî taybetmendiyên herî bingehîn a civaka demokratîk ew e ku pergala dewlet netewe yan jî pergalek cuda red nake. Heta dixwaze pergala kapîtalîst dixwaze ya sosyalîst be, wê civaka demokratîk jî girêdayî demokrasiya xwecihî cihê xwe bigire. Tişta ku ji bo civaka demokratîk a girîng e hebûna demokrasiya xwecihî ye.
2-) Rojane kirina pêwendiyên dîrokî ya Kurd-Tirkan
Aliyek entegrasyona demokratîk jî Kurdan eleqedar dike. Di nava Kurdan de hêzên ku li pêy dewlet netewe dibezin hene. Bitaybet jî lêgerînek wiha ya îsraîl û Emerîkaya ku li pêy wî-paş wî tê zanîn. Pir eşkereye ku wê dewlet neteweya Kurd Xezayên nû biafirîne. Tenê ne şer û pevçûnên Kurd-Tirkan, wê şer û pevçûnên Kurd-Îran û Kurd-Ereb jî bi xwe re bîne. Divê ev xeterî neyê paşçav kirin.
Me ji bo ku pêşiya vê rewşa bişer bigirîn û ji bo pêwendiyên navbera Kurdan civaka demokratîk û stratejiya siyaseta demokratîk pêşxist. Ji bo ku pêşiya şer û pevçûnên Kurdan ên bi dewletên herêmî re bigîrîn stratejiyek wiha di rewşa jiyanî de ye.
Ji bo tevgera me jî, pratîk û bîrdoziya me jî ya herî guncav ev e. Hem ji lêgerîna stratejîk sosyalîst re û hem jî tiştên ku di şênberiya PKK’ê de tên jiyan kirin stratejiyek wiha pêwîst dikin. Babetên pratîk û taktîkî jî nîşan didin ku ev stratejî çiqas biwate ye.
Di bin ronahiya wan rastiyan de hevrikiyên stratejîk ên ku di şênberiya Kurd û Kurdistanê de tên jiyan kirin jî bibaldarî hatine destgirtin bi dîroka tevgera me, ezmûna guehrtinê û nirxên me ve jî girêdayî stratejiyek wiha bi hemû herikbariya xwe ve danî holê û di bin her zirûfê de pratîze kirina rast, bersiv hilberandin wek erkek ku neyê paşxistin di pêşiya me de disekine.
Babetek ku em dixwazîn bal bikişînîn ser jî stratejiya Îsraîlê ye. Eşkereye ku stratejiyek dewlet neteweya Kurd a Îsraîlê heye. Dema ku ev rastî li holê be, Tirkiye çi dike? Divê Tirkiye di dema nû de herî hindik qasî Îsraîlê -heta pêwîste Îran jî tevî vêya bê kirin- xwediyê stratejiyekê nû be. Stratejiya wî ya ku hetanî niha hatî, li ser bingeha înkar-tine kirinê ye. Em nikarin ji vêya re stratejî jî bêjîn. Divê bilez ev kortî û rûxînerî bê terikandin. Pêwîste têkîldarî Kurdistanê stratejiyek ku xwe dispêre feraseta tifaqa stratejîk a dîrokê ya ji Milazgirê hetanî Çildiranê, ji wê derê hetanî şerê rizgariyê bê pêşxistin. Hewceye eqlek stratejîk ê qasî sultanê Seiçukiyan Sancarê ku destpêkê têgeha Kurdistanê bikaranî bê pêşxistin. Dîsa qasî Yavuz Selîm û Qanûnî Silêman vekirî; pêşxistina polîtîkayek Kurdistanê mecbûriyetek hildaye. Yavuz Selîm, ji bo Kurd îmza bikin belgeyek lihev kirinê ya vala dişine û ji wan dixwaze ku xwestekên xwe binivîsînîn. Qanûnî Silêman, tifaqa Kurd û Kurdistanê wekî diwarek herî saxlem pênase dike. M. Kemal şerê rizgariya neteweyî di Kurdistanê de dide destpêkirin. Destpêkê tifaqa Kurd ava dike û bi awayî şerê rizgariyê wiha qezenç dike.
Niha desthilatdar û partiyên siyasî, stratejiyek Kurd a çawa pêşbînî dikin? Qebûl kirinek wan a wiha heye yan nîn e, divê danin holê. Eşkereye ku wê êdî wekî berê nebe. Wekî berê hesibandin, bi gotina herî sivik xwe xapandine. Tê gotin ku “Îsraîl dixwaze Îsraîla duyemîn ava bike” Îsraîl dikare bixwaze. Ya girîng wê Tirkiye di dema nû de bi Kurdan re pêwendiyek çawa bixwaze ava bike. Her hal baş hatiye fahm kirin ku divê di pêvajoya ku Kurdan girîngiyek stratejîk qezenç kirî de ji Kurdan re “xwe tune bike” yan jî “em wekî berê berdewam bikîn” neyê gotin. Di vê mijarê de pêdiviya Tirkiye bi zelalbûyînek vekirî û parve kirina stratejiyê heye. Ya herî gîtîng jî polîtîka û stratiya nû pêwîst dike. Sedema ku em bi israr li ser vê mijarê disekinîn ev e ku pêşketin pir bilez in, balkêş in û di heman rêjeyê de bersivê ji me dixwazin.
Ev hemû pêşketin ji Tirkiye guhertin û veguhertinek mecbûrî dixwazin. A herî girîng jî ji bo mayînde bûna dewletê guhertin nebe nabe. Nexwe wê Kurdistan ji dest biçe. Divê ev baş bê fahm kirin. A ku Tirkiyeyê ber bi dabeş kirinê ve dibe di polîtîkaya kevin a tune kirin-înkarê de israr kirine. Ya ji bo Tirkiye herî xeter, wekî ku tiştek qet nebûyî tinebûyîna stratejiya dema nû ye. Dikare bê gotin ku di vê pêvajoya xeter de ji stratejiya nû bêpar bûn, ji bo Tirkiye valatiyek mezin diaafirîne. Vekiriye ku divê ev bê derbas kirin.
Stratejiyek Îranê jî li gorî xwe heye. Dîsa stratejiya dema nû ya hêzên kûrewî jî di dewreyê de ne. Binêrin diteyîse ku ji Emerîkayê bigire hetanî Îngilîstanê, ji Fransayê bigire hetanî Elmanyayê stratejiya her hêzê heye.
Me ev hemû pêşketin girtin dest û em welê çûn guhertina stratejiyê. Dema ku em vêya dikîn jî rojane kirina tifaqa dîrokî ya Tirk-Kurd esas girt. Divê Tirkiye jî di vê mijarê de stratejiyek ku tifaqa dîrokî rojane dike pêşbixîne. Nêrînek stratejîk a nû di meseleya Kurd de xwe ferz dike. Bêyî ku di nava demagojiyê de bê xeniqandin stratejiyek ku bi her du gelan bide qezenç kirin dibe ruhê demê. Eger stratejiyek wiha neyê pêşxistin, em eşkere bêjîn ku wê Tirkiye bi destê xwe ve Kurdan ber bi stratejiya îsraîl û Emerîka, heta Îranê ve dahf bide. Eger naxwazin Kurdan winda bikin, divê bilezginî biçin tifaqa stratejîk a Tirk-Kurd û li gorî wê çareseriya makeqanûnî. Pêşketinên Rojhilata navîn ava kirina rojevek wiha lezgîn dike.
Piştî êrîşa Hamasê ya bi dîrok 7’ê Cotmeha 2023’an ve di bin venêrîna nerasterast a îsraîlê de pêşketî şûnve, îsraîlê stratejiyek nû destnîşan kir. Wek nîşaneyek vêya bi Kurdan re ket nava lêgerînek stratejîk. Kongreya Kurd-Cihûyan a ku di dîroka 7’ê Îlona 2025’an de li Elmanyayê pêkhatî encamek vê ye. Em nabêjîn kongre temamî şaş e. Çima kongre tam jî di vê pêvajoyê de pêktê? Eşkereye ku ji ber Kurdan di Rojhilata Navîn de pozîsyonek stratejîk qezenç kirin, lewma.
Her hêza ku dixwaze di Rojhilata Navîn de diyarker be mecbûre ku hesaba hêza dînamîk a Kurdan liber çavan bigire. Di dema nû de ji bo Rojhilata navîn dînamîka Kurd a demokratîk nebe nabe. Li dijî kongreya Îsraîl-Kurd dijberiyek me ya hişk an jî qebûl kirinek me ya tam tineye. Tenê me xwest bêjîn ku rastiyek wiha heye û em bi dîtina wê ve stratejiya xwe pêşdixînîn.
Ji nîqaş û daxuyaniyan jî tê fahm kirin ku ev kongre hewl dide dewletoka netew a Kurd li ser deskeftiyên me bide rûniştandin. Em civakek sosyalîst û demokratîk temsîl dikîn. Du stratejî pêşberî hev in. Kongre fîşeka îşaretê ya dewletoka netew e. Tercîha me ya stratejîk jî dewleta netew nîn e.
Em di vê mijarê de dixwazîn bal bikîşînîn rastiyekê. Asoya me ya stratejîk ne bibingeh modernîteya kapîtalîst e, sosyalîzma demokratîk a ku bibingeh modernîteya demokratîk e. Em li dijî dewletoka netew a ku tê ferz kirin bername, stratejiya civaka demokratîk sosyalîst datînîn holê. Dewletoka netew û civaka demokratîk a sosyalîst di nava hevrikiyê de ne. Ev ne hevrikiyek girêdayî şer û pevçûnan e, hevrikiyek bîrdozî û polltîk e, yan jî hevrikiya stratejiya civaka demokratîk û dewlet neteweyê ye.
Pêwîste stratejiya civaka demokratîk û siyaseta demokratîk a ku pêşiya dewletoka netew a Kurd a ku hêzên modernîteya kapîtalîst di Rojhilata Navîn de dixwazin pêşbixînin û pirsgirêkên herêmî yên ku ev dibe sedem digire, baş bê nirxandin. Ji ber ku stratejiya me her cure îhtîmalên ku dibin sedema şerê leşkerî di derve de dihêle. Ev her du stratejî realiteyek in. Tirkiye di vê mijarê de terka rê daye. Wê nêzîkatiya Tirkiye destnîşan bike ka wê kîjan stratejî giranî qezenç bike.
Eger Tirkiye bi siyaseta demagojiyê ve ya ku hetanî niha kirî ve gotina “Televîzyona Kurd hatiye avakirin, qurs hatine vekirin, di zanîngehan de beş hatine vekirin” berdewam bike, wê stratejiya Îsraîlê girseya PKK’ê jî di nav de hemû Kurdan bixîne bin bandora xwe û bikişîne kêleka xwe. Ev ji aliyê Tirkiyê ve xeteriyek mezin e. Eger Kurd nêzîkatiyek li gorî entegrasyona civaka demokratîk nebînin, ya ku bibe ew e wê stratejiya Îsraîlê bikeve mêriyetê.
Nêzîkatiyên heyî yên Tirkiye îhtîmala qezenç kirina vê stratejiyê bihêz dike. Em eşkere bêjîn ku stratejiya heyî kortiyekê îfade dike. Zelal e ku wê PKK-Kurd mayîna navberê heta hetayî qebûl nekin. Divê xeteriya ku ev biafirîne bê dîtin û bilezginî di stratejiya entegrasyona demokratîk de şirîktî çêbibe. Ji mafên demokrasiya xwecihî û ewlehiya makeqanûnê, bêpar hiştina Kurdan eşkere tê wateya ku ber bi Îsraîlê ve tê dahfdan. Dixwaze nixûmandî yan jî vekirî, eşkereye ku wateya wê ev e. Ev babetên ku em datînîn holê ne faraziyên teorîk in, îfadeya şênber a pêşketinên ku tên jiyan kirinê ne.
Ev babet vekiriye ku:Jeo-stratejîka ku Kurdan qezenç kirî û pozîsyona polîtîk wan dike hêzek stratejîk. Dixwaze Tirkiye û dewletên din dixwaze Emerîka, Îsraîl an jî hêzên kûrewî bin, kî bi Kurdan re tifaqek stratejîk a biesas demokratîk, wekhevî û azadiyê ava bike, wê ew hêz qezenç bike. Kurd di encama tekoşîna pêncî salan de tişta ku di dîroka xwe de bidestnexistî cara destpêkê digihije pozîsyonek wiha. Ji ber ku wê bandora jeo-stratejiya Kurd a li Rojhilata Navîn hemû herêmê bandor bike, lewra wê di seranserî Rojhilata Navîn de tifaqa stratejîk a Kurd bandorê çêbike.
Pêşniyara me ya ji Tirkiyeyê re ew e ku divê li ser bingeha entegrasyona civaka demokratîk di Rojhilata navîn de tifaqa stratejîk bi Kurdan re çêbike.Ev tifaq ne li dijî gelekî yan jî dewletekê ye. Berevajî xwe dispêre jiyana wekhev, demokratîk û azad a hemû gelên Rojhilata Navîn. Ev jî nebe nabeya xeta me ya bîrdozî, exlaqî û polîtîk e. Li ser dijatiyê polîtîkayek me ya dijberiyê tineye. Polîtîkayên dijminahî û çavbirçîtiyahegemonî, Rojhilata Navîn vegerandiye gola xwînê. Ji destpêkê û hetanî niha polîtîkaya me ne li ser dijberiyê ye, li ser bingehê tifaq û yekitiyê ye.
Di çarçoveya makeqanûnî û zagonên demokrasiyê de entegrasyona demokratîk a bi Kurdan retê çêkirin, wê ji bo Tirkiye bê wateya ku hemû Kurdan li derdora vê stratejiyê kom dike. Ev, ji bo kevneşopiya dîrokî ya tifaqê jî guncav e. Em vêya jî destnîşan bikîn; tifaqa dîrokî ya Osmanî- Kurd, di encama polîtîkayên dabeş bike-parçe bike ya hêzên kapîtalîst d; Osmanî ber bi navendbûnê ve meyl nîşanda û ji ber belavkirina tifaqa Kurd hilweşiya. Eger polîtîkaya xwe ya tîfaqa stratejîk a bi Kurdan re berdewam kiriba, bi hêza ku wê ji Rojhilat girtiba re, wê li djî her cure êrîşa ku ji Ewropayê tê kariba dij derketiba. Lê dema ku êrîşî Kurdan kir û tifaqa herî girîng derxist pêşberî xwe vê carê wek stratejîk li hember dijminên xwe bihêz ket û winda kir.
Ji ber ku piştî komarê bi Makeqanûna 1924’an ve li ser Kurdan polîtîkaya tune kirin û înkarê, sedsalin dimeşînin lewra Tirkiye di roja me de bi qeyranên aborî, civakî, siyasî û sosyal re rû bi rû ye. Eger di bingeha entegrasyona demokratîk de tifaqa dîrokî bê rojane kirin, wê Tirkiye rehetî bibe Japonya, Fransa, Elmanyayek. Di wateya rast de ji bo Tirkiye sedema pranga bûyîna meseleya Kurd ew e ku di înkar û tune kirina Kurd de israr dike.
Tişta ku ji Milazgîrê û hetanî Çildiranê, ji Osmaniyan û hetanî rizgariya neteweyî dide qezenç kirin ev tifaqa dîrokî ya Tirk-Kurd e. Rêya herî biwate ya ku ji vê prangaya sedsalî rizgar bûyîn jî bi rojane kirina vê tifaqê ve girêdayî ye.
Eger li şûna entegrasyona demokratîk operasyonên mezin bixînin dewreyê, wê temamî Kurd û Kurdistanê winda bikin. Mantiqa operasyonê û her roj gefa leşkerî di dewreyê de hiştin, wê Kurdan ji Tirkiye dûr bixîne û wê bi vê nevê Kurdan mecbûrî tifaqên cuda bike. Bitaybet jî bi operasyonên leşkerî yên nû ve li ser Bakur Rojhilatê Surî gefxwarin, tê wateya ku Kurdan temamî ber bi vebijêrkên cuda yên tifaqê ve dehf didin.
Pozîsyona Kurdan a jeo-stratejîk û polîtîk di asta dawî de li Rojhilata Navîn da pêşketiye. Kurd piştî Lozanê mehkumî mirina stratejîk a dema proto-îsraîl de hatine kirin. Çi rastiya ku tekoşîna me derxistî naverastê û çi jî dîzayna nû ya di dema post-Îsraîl de girîngiya stratejîk a Kurdan derxistiye naverastê. Di karîkaturê ku piştî serhildana Agirîyê hatî xiz kirin de bin ax kirina Kurdistanê, bi proto-îsraîlê re eleqeya xwe heye. Ne ji ber xwe, bi ava kirina proto-Îsraîlê ve girêdayî ye. Di pêşketin û pêşî vekirina îtîhatparêzan de çiqas proto-îsraîl hebe, ev di ava kirina Tirkiyeyê de jî hebûn qezenç kirine. Bîrdoziya sîyonîst a ku dij umedparêz û dij Kurd, şikl daye Tirkiye. Rastiya ku timî tê nixûmandin ev e. Dema ku em behsa wan dikin, em nabêjîn rizgariya Tirkiye şaş bû; em tenê dibêjîn ku wek pêşiya Îsraîlê hat şiklkirin.
Kurdê bê Tirk û Tirkê bê Kurd nayê hizirandin; yek nebe, yê din nabe. Ji bilî vê Tirk bê Îslam jî nikare bê hizirandin. Tune bûyîna Tirkên Asyaya Navîn û herêmên din ji bêîslamiyetî û bê Kurdîtiyê ve girêdayî ye.
Di vê mijarê de komarê du avaker an jî dostên xwe yên bingehîn di derve de hişt. Îngîlîz di Lozanê de bi şertê ku Kurd bên binax kirin û ji umedê bên derxistin destûr daye komarê. Kazim Karabekîr di bîranînên xwe de behs dike; ji ber ku li dijî vê derdikeve, lewra bi sêdarê re rû bi rû dimîne. Şerê Rizgariya Neteweyî bi umed û Kurdan ve hatiye qezenç kirin. Lê li gel vê jî bi Makeqanûna 1924’an ve ev du hêzên tifaqê hatine weder kirin. Nuqteya esas a ku pêwîste bê rexne kirin ev e.
Li gel ku ev polîtîka bi israr tê domandin û bûye hinceta hemû darbeyan jî serkeftî nebûye. Damara umedparêz di şexsê AKP’ê de hat dssthilatdariyê, Kurd bi derketina PKK’ê re gor derizandin û di qonaxa heyî de bû hêza stratejîk a herî girîng a Rojhilata navîn; qasî entegrasyona demokratîk pêşniyar bike, gihiştiye zanebûna polîtîk.
Îsraîl piştî provakasyona 7’ê Cotmeha 2023’an dewleta xwe ya ku di 1948’an de teqez bûyî ve di Rojhilata Navîn de mayînde bûn û hegemonbûnda destpêkirin. Bêguman mafê jiyana wekhev, azad û demokratîk a bi gelên din re ya Cihûyan jî ku bûne yek jî gelên qedîm ên Rojhilata navîn esas e. Di vê derê de tenê îşaret bi rastiyekê tê kirin. Îsraîla ku dixwaze di Rojhilata navîn de bibe hêza hegemon, rola stratejîk a Kurdên ku gor derizandîn û derketîn holê dibîne, lêgerînên pêwendiyê kûr dike. Eger ji bo Tirkiye behsa sedsalek nû bê kirin, mecbûre ku stratejiyek nû ya ku xwe dispêre tifaqa Kurd-Tirk a li derdora entegrasyona civaka demokratîk pêş bixîne. Tirkiye wekî berê nikare bi tine kirin û înkar kirina Kurdan ve di Rojhilata Navîn a ji nû ve tê dîzayn kirin de cihê xwe bigire. Ketina vê pêvajoyê pêkhatiye.
Êdî wê Kurd wekî berê jiyan nekin. An wê wekî dewletoka netew an jî wekî civaka demokratîk jiyan bikin. Ji wan her duyan yek jî dibe. di nava hev de jî dibe. Li gel ku derfetê dewletoka netew heye, lê em wek stratejîk civaka demokratîk diparêzîn. Ev, li gorî heqîqeta dîrokî ya PKK’ê û mîrateya afirandî jî guncav e. Ji bo PKK’ê nebûyîna dewletek netew şansek e. Em ji ber vê xemgîn nabîn. Berevajî me dest jê berda. Eger PKK biba dewlet netew wê ji versiyonek modernîteya kapîtalîst cudatir neba yan wê hilweşiyaba yan jî wê xwe ji rizandinê nekarîba rizgar kiriba. Ji ber vê sedemê me tercîha xwe ji aliyê sosyalîzma civaka demokratîk ve kir. Sedema ku me civaka demokratîk tercîh kir ew e ku em nekevîn dafika çîna navîn.
Wek dîrokî di Rojhilata Navîn de hebûn qezenç kirina Tirkan bi tifaqa Kurdan ve pêkan bûye. Divê ava kirina eyaleta Kurdistanê ya binavend Hemedan a Siltanê Selçukî Sancar, wiha bê fahm kirin: Ji bo Tirkan bide jiyan kirin, eger Kurd nebe jî, wê wî bixîne bin garantiyê. Ji ber ku Selçukî dizanîn ku bê Kurd nikarin di Rojhilata Navîn de nefes bigirin, lewra Kurd û Kurdistan wek hêza tifaqa stratejîk tercîh kirine. Bêyî Kurdan li ser piyan mayîna Tirkan, heta wek çandî domandina hebûnê zehmet e. Ji bo ku pirsgirêka man û nemanê ya ku timî tê behs kirin, derbas bikin pêwendiya Tirk-Kurd a ku hatî aktuel kirin wek vebijêrka yekane derdikeve pêş. Ji bo man û nemana hebûna Tirk du vebijêrk hene:
1)Dewam kirina înkar-tune kirina sedsala derbas bûyî. Sedsal ev hat ceribandin. Bi derketina PKK’ê ve ev vebijêrk vala hat derxistin. Êdî ne pêkane ku wekî berê Kurd tine bên hesibandin. Şaş e/şaş bû ku man û nemana Tirkiye bispêrin înkar-tune kirina Kurdan.
2)Divê tifaqa dîrokî bê rojane kirin, li ser bingeha dostanî, xwîşk-biratî û yekitiya demokratîk ûbi entegrasyona civaka demokratîk ve tifaqek stratejîk a nû bê avakirin.
Rastiya dîrokî û rojane nîşan dide ku encax li ser vê bingehê man û nemana Tirkiye bê bidestxistin. Ne dîtina vê, wek esas tê wateya afirandina meseleya man û nemanê.
Eşkereye ku şerek Tirk-Kurd a nû wê her du gelan jî xilas bike. Wekî ku Zîya Gokalp destnîşan kirî, “Tirk bê Kurd, Kurd bê Tirk nabe.” Yê ku herî baş ev fahm kirî Dewlet Bahçelî ye û bi şiklê rexnedayînekê daniye holê; ev hêja ye. Em bi entegrasyona civaka demokratîk ve girîngî bi vê didîn qezenç kirin. Divê ji bo her kesî/ê entegrasyona li ser vê bingehê ya Kurdan, bibe berpirsiyariya bingehîn. Ya ku pirsgirêka man û nemanê ji holê radike ev e. Ji bo me hemûyan jî ya herî lezgîn û nayê paşxistin jî ev erke ye. Me bi metnek wiha kurt ve bendewariyên xwe yên muzakereyek xwe dispêre rêgezên demokratîk û çareseriyek ku di encama vê de pêktê, parve kir.
Nexwe divê em xwe ji nîqaş kirin, parve kirina fikrên xwe nedîn paş. Em bawer dikîn ku em çiqas biaxivîn wê nuqteyên hevpar zêde bibin, babetên ku tên hizirandin wê li ser wan lihev kirin çênebe jî, wê bi muzakereyekê ve bigihije çareseriyekê. Muzakereye demokratîk jî vêya pêwîst dike.
Yekitiyên birûmet bi entegrasyonên demokratîk ve ava dibin.