DI JIYAN Û XEBATÊ DE KOMÎNAL BÛYÎN

Duran Kalkan

ekleyen Komînal

Carekê, komîn tenê ne karê parvekirina wekhev û adil e; pêşiya vê xebatek kolektîf û hilberandina nirxên nû ne. Komînek qasî ku biafirîne bihêz û bibandore û di jiyana civakê de cihê xwe digire. Hebûna xwe jî encax bi hilberînê ve dikare bidomîne, yanî pergaleke ku xwe dispêre hêza cewherî. Ji bo ku mirov di jiyanê de komînal û xebatê de jî kolektîf bibe ev cewherê kar îfade dike.

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Marx û Engels, bi hevoka “Dêwê komînîzmê li ser Ewropayê digere” ve dest pirtûka xwe ya Manîfestoya Komînîst a ku di naverasta sedsala 19’an de nivîsîn û weşandin kiribûn. Kapîtalîzma ku nîzama dizî û şelandinê ye, di dema ku serweriya xwe ya pergala dewlet û desthilatdariyê avadikir, ji nîzama komînê wiha tirsiyabû. Vaye di jiyana civakê de komînalîte ew qas bibandor bû.

Vaye piştî ku Rêber Apo reşnivîsa binavê “Manîfestoya Civaka Komînal Demokratîk” di Gulana 2025’an de amade û serarast kirî û di bihara 2026’an de Tirkya wê hatî çap kirin, hetanî dawiya salê jî tê pêşbinî kirin ku pirtûka wê ya Elmankî û Îngilîzî bê çap kirin şûnve nîqaşên “Komînê” ji nû ve hatin rojevê.

Birastî wekî dused sal beriya niha behsa “Dêwek” ji nû ve nayê kirin. Modernîteya kapîtalîst a ku di nava qeyran û aloziyek kûrewî û pir kûr bûyî de jiyan dike, diyare ku li gel van jî xwe zêde di xeteriyê de nabîne. Bêguman di vê de behra pir girîng, heta diyarker a rûxandina sosyalîzma pêkhatî jî heye. Ji ber vê sedemê, ji aliyê berdevkên pergala sermayeyê ve, teoriya komîna nû ya ku Rêber Apo pêşxistî wekî xeyalî, utopîk û nikare pêk bê tê dîtin. Her çiqas di gotinê de wiha jî be, lê hîna domandina 28 salan a pergala qirkirina Îmralî û bi israr hiştina di nava vê pergalê de ya Rêber Apo jî datîne holê ku birastî pergala sermayeyê ji hûndir ve tirsa kûr jiyan dike.

Di eslê xwe de aktuel kirina ew qas zêde ya komînê ya ji aliyê Rêber Apo ve pir nû nîn e. Di parêznameyên xwe yên bi giştî binavê “Manîfestoya Civaka Demokratîk” yên wek pênç bergeh derketîn de jî berfireh behsa Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk  dike û vêya jî bi hemû aliyê ve erk pergala komînal pênase dike û kiriye bingeha paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jin. Wek esas îzah kiribû ku wê Pergala Konfederalîzma Demokratîk xwe bispêre komînalîteyê. Lê eger bîst sal beriya niha li ser vê bingehê lêgerîn û nîqaş çêbibe jî di encama ne  serkeftinên pratîkî de her ku çû ji vê re dûrketin hat jiyan kirin. Ev rewş jî pir aliyê ve hat rexne kirin û bi vê Manîfestoyê ve nîqaşa komînê ji nû ve ket rojevê û gur bû. Rexneyên ku ji teoriya sosyalîst a demokratîk re tên a ku xwe dispêre komînê ya Rêber Abdulah Ocalan hê zêde jî, ji derdorên ku ji xwe re “Sosyalîst” û heta “Komînîst” dibêjin tê. Ev zîhniyeta ku dîrokê tenê wek tekoşîna çînan û sosyalîzmê jî wek dîktatoriya çîna karkeran pênase dikin, wek hem teza dîrokê û hem jî wek pêşeroja sosyalîstiya rast; girtina dest a komînê ji bo xwe wekî xeteriyekê dibîne. Hem ji xwe re “Komînîst” dibêje û hem jî çawa ku komînê esas nagire, esas girtinê jî rexne dike. Dihesibîne ku nakokiyên ku ew jiyan dike nayê dîtin û nikare bê rexne kirin. Lê belê eşkereye ku rewşa wî dişibe mînaka çuka hêjtir.

Nêzîkatiya herî zêde zerar dide rojev kirina ji nû ve ya komîna ku bi Manîfestoya nû re ew qas tê nîqaş kirin jî ji nav û derdora Tevgera Azadiya Kurd tê. Bêguman ji ber ku Rêber Apo aniye ziman lewra wiha vekirî fikrên xwe nayne ziman û komînê jî red nake; lê bi vala kirina naveroka wê ve ji red kirinê jî xirabtir dike. Welê ku peyva komînê li ser zimanê her kesî/ê ye. Hema bêje hemû rêxistin û saziyên wê, wê navê xwe biguherînin û bikin ‘Komîn.’ Dîsa hindik maye ku mirov jî navên xwe biguherînin û bikin komîn. Niha di nava civaka Kurd de peyva “Komînê” peyvek welê ye ku pir zêde tê bikaranîn. Lê mixabin ku bêyî, naveroka wê pir baş bê fahm kirin an jî bi vala kirina naveroka wê ve tê bikaranîn. Kesek an jî saziyek hetanî dawiyê ferdperestî û milkiyetperestiyê jiyan dike, lê xwe ji nav kirina komînê jî nade paş. Bi kurtasî “Komîn” dibêje, lê derveyî komînê her tişt tê kirin û tê jiyan kirin. Vaye rewşek ew qas biêş e.

Di eslê xwe de em wan rêzikan jî ji ber vê sedemê dinivîsînîn. Ji ber ku eger li gel komîn rast û têrker nehatine fahm kirin lê dîsa jî ev tên kirin, diyare ku rewş pir xeter e. Nexwe divê xebatên ku rast û têrker dide fahm kirin bê kirin. Lê eger ev zanebûn û wekî meylekê tê jiyan kirin, wê demê tê wateya ku rewş pir xeter e ku divê di vê rewşê de jî tekoşînek bîrdozî ya rast û serkeftî bê meşandin. Bist salên derbas bûyî, ji vê hêlê ve derbas bûne. Niha li ser bingeha rexnedayîna vê serarast kirinek tê çêkirin; em pêvajoya guhertin û veguhertinê jiyan dikin ku wê demê lazim e di serî de em vê rewşê derbas bikîn û serarast kirinê di vê derê de bidîn destpêkirin.

 

Şaneya kok a civaka demokratîk

Qasî ku em dizanîn têgeha komînê herî zêde jî di zimanên Kurdî û Fransî de tê bikaranîn. Ango têgehek bikok Aryenî ye, dibe têgehek Koma Zimanê Hînt-Ewropa. Têgeha kombûnê tê wateya hatina bahev, kombûnê. Komînal û komînalîstî jî dikare wek tişta komî, hevpar bê îfade kirin. Komînalîzm jî civate, eger em civatê vegerînîn civakê dikarin wek civakbûnê pênase bikîn. Dema ku mirov vegerîne Tirkî bi sosyalîzmê re xwediyê heman wateyê ne. Demek sosyalîzma demokratîk û komînalîzma demokratîk xwediyê heman wateyê ne. Xebata komînê tê wateya xebata civatê, rêxistin kirina komînê, tê wateya avakirina civatê.

Li gel hemû berevajî kirinên lîberalîzma kapîtalîst jî, mirov hebûnek civakî ye. Civakbûyîn ne tercîheke, mecbûriyetek hebûnî ye. Jiyan kirina wî/ê bi civatbûyînê ve girêdayî ye. Ji vê hêlê ve, wek cureyekê hebûn û pêşketina mirov li ser bingehê civatê pêkhatiye. Koka hebûn û jiyana mirov komînal e. Pergala qlan û qabîle ya ku civaka xwezayî pêktîne civaka komînê îfade dike. Avaniya komînal a wek şaneya kok timî di nava pêşketina civakî de hebûna xwe domandiye û hewldaye hebûna xwe biparêze.

Bikurtasî di civaka dîrokî de destpêkê komîn hebûn. Civaka qlan û qabîleyê civakek komîn bûn. Vê rastiyê derveyî lîberalîzma ku hatî berevajî kirin her kes qebûl dike. Mînak Marksîzm vê rewşê wek “Civaka komînal a paşverû” pênase dike.

Têgeha ‘paşverû’ ya li vê derê di wateya pêş neketina madî-teknîkê de tê bikaranîn. Ev jî ji bo nêrîna ku pêşketina civakê bi avaniyê aboriyê ve îzah dike ve tê fahm kirinê. Ya vê derê girîng ew e ku pêwîste karakterê komînal a hebûna mirov dane holê.

Zanista civakî ya Marksîst, derizandina di civaka komînal de bi avaniya çînan ve girêdide. Wek girêdayî çînayetiya ku di zemînê bajar de pêşketî dewletbûyîn derketiye holê. Engels malbat li ser vê zêde kiriye û her çiqas hewldaye ku kûrahî bi vêya bide qezenç kirin jî nekariye îzahetek têrker dane holê. Bi xwe spartina delîl û agahiyên nû ve Rêber Abdullah Ocalan tezek nû ya dîrokî di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêşxistiye. Qeiiştoka civaka komîn a dêxwaz, bi ava kirina kluba nêçîrvanê zilam ve  girêdayî ye û ji çînatiyê zêdetir hetanî demên pir kevin biriye. Daniye holê ku bi xwe spartina pergala qatilê qastîk ê ku hezar salan ji kluba nêçîrvanên zilam ve pêkhatî, pergala dewlet û desthilatdariyê pêşxistiye û çînayetî tevî vê bûye û hêz daye.

Êdî em dizanîn ku civaka dîrokî ya 15 hezar salan ji dubendiya komîn û dewletê û ji tekoşîna wan pêkhatiye. Pergala qatilê qastîk ê ku her çûye bûye dewlet, hewldaye bi avaniya malbatê ve ya ku xwe dispêre koletiya jin ve komînalîteyê bihelîne û tune bike. Ji pergalên xanedanî yên pir cariyeyan ve û hetanî malbatparêziya serdestiya zilam palpiştiya xwe ya esas afirandiye. Dema ku di pencê dewlet û malbatê de timî civak dihat lewaz kirin, nirxên komînal timî li dijî wan zext û êrîşan berxwe daye. Vaye civaka demokratîk a roja me afirandina wan berxwedana ne.

Di vê derê de babeta ku em dixwazîn li ser bisekinîn ev e: Şaneya kok a pergala desthilatparêz û dewletparêz avaniya malbata zilamê serwer a roja me ye. Rêber Apo, ev malbat yekoyek wek dewlet û desthilatdariya biçûk pênase kiribû. Li hemberî vê şaneya kok a pergala civaka demokratîk jî komîn e. Divê di vê mijarê de nekeve şaşitiyê. Malbata ku bûye şaneya kok a dewlet û desthilatdariyê, di heman demê de nikare bibe şaneya kok a civaka demokratîk jî. Lê gelek derdor wiha fahm dikin û ji bo ku wiha bê fahm kirin jî hewldan raber dikin. Malbata heyî encax veguherandina demokratîk jiyan bike û bibe malbatek komîn, dikare di nava komînê de cih bigire û xizmet ji civaka demokratîk re bike. Eger ‘zilam’ bibe zilamê komînê, ‘jin’ bibe jina komînê, ‘zarok’ bibe zarokê komînê wê guhertina mijara gotinê pêkbê.

Lê eşkereye ku di vê mijarê de tevlîheviyek mejî tê jiyan kirin. Gelek gotin û nivîs, malbatê eynî wekî heyî şaneya kok a civaka demokratîk dihesibîn in. Yanê di pozîsyona komînê de îfade dikin.  Dema ku wiha be, wê demê komîn çiye, tam nayê fahm kirin. Eger wê civaka demokratîk li ser malbata heyî ava bibe û pergala heyî neguhere, wê demê wate û cihê komînê wê çi be? Bikurtasî sedemek pir girîng a ku ji pergala dewlet û desthilatdariyê qut bûyîn çênake û arasteyê jiyan û rêxistiniya komînê nake aha ev e. Nexwe divê komîn rast bê fahm kirin û rastiya malbata heyî ya ku bûye şaneya kok a dewletê têrker bê fahm kirin û bi rexneyê ve bê derbas kirin. Binêrin, alî, bingehek herî girîng a civaka ku ji pergala dewletparêz vediguhere civaka demokratîk, di vê derê de pêktê.

 

Jiyana biberpirsiyar û birêxistinkirî 

Karl Marks, nirxandinên xwe yên li ser Komîna Parîsê bi hevoka “Di ala komînê de li gorî jêhatiya her kesî/ê, li gorî pêdiviya her kesî/ê” ve xulase kiriye. Bêguman di vê hevokê de, têkîldarî aliyê aboriya komînê nêzîkatiyek heye. Felsefe û bîrdoziya bingehîn a komînê datîne holê.

Em dikarîn ji vê derê derbikevîn û ji bo komînê hin tiştên girîng bêjîn. Beriya her tiştî em dizanîn ku komîn hevkariyeke, piştevanî û parve kirineke. Dîsa em dizanîn ku komîn ji ferd û beşdariya wan ve pêktê. Baş e, ferdek çawa dikare beşdarî komînê bibe? Erk û berpirsiyariyên wî/ê yên li hemberî komînê çi ne? Bi heman şêweyî, komîn ji bo ferd çi îfade dike? Erk û berpirsyariyên komînê yên li hemberî ferd çi ne? Diyare ku divê em di çarçoveya wan pirsan de bihizirîn û binirxînîn.

Em destpêkê li ser têgehên hevkarî, parve kirin û piştevaniyê bisekînîn. Binêrin ev têgehên mijara gotinê gelemperî ne û tenê ne aîdê komîna demokratîk in. Mînak hevkarî, piştevanî û parve kirin a pergala sermayeyê jî hene. Pergala dewletê, parvekirina desthilatdariyê, holdîng bûyîn û tiştên dişibin wan, mînakên vê yên şênber in. Bsş e, babetên bingehîn ên ku wan ji rastiya komîna demokratîk vediqetînin çi ne? Pir zelale ku di pergala sermayeyê de cewherê têgehên mijara gotinê li ser bingehê mêtîngerî û tehekumê; hevkarî, parve kirin û piştevanî pêktîne. Ji ber vê yekê ev rewş di eslê xwe de tê wateya qirêj kirina têgehan, ji cewher dûrxistin û veşartina diziyê. Muqayese kirina wan a bi komînalîteya demokratîk ve jî bêwate ye.

Lêhevkarî, parve kirin û piştevaniya ku tenê wek meyla burjuwayê biçûk û ‘wekheviya mutleq’ tê pênase kirin mijara gotinê ye. Mînak eger hevkariyek komînal tê kirin, beşdariya bi nirxê hevpar ve ya her kesî/ê tê pêşbînî kirin. Ango bi şêweyê ku her kes heman nirxî tevî bike, her kes heman saetê bixebite ûher kes heman karî bike!.. Dîsa wê her kes heman behr bigire; mînak heman pîvan berhem, di heman hejmarê de heywan, di heman eyarê de mûçe û her wekî din! Divê baş bizanîn ku ev hemû di nava têgeha komînê de tên destgirtin; heta tê parastin ku ev biedalet û wekhev e. Binêrin, pênaseya komînê ya Karl Marx wiha nîn e. Lê mînak di Yekitiya Sovyetan de ji hinek aliyan ve pergalek mîna vê derketiye holê. Rêber Apo, ev rewş wekî “Sosyalîzma Firavûn” pênase kiriye. Di koletiyê de wek pergala wekheviyê, pênase rexne kiriye. Lê di astên cuda de jî bin, li ser komînê ferasetên dişibin vê di nava me de jî tên dîtin. Bandorên nêzîkatiya burjuwayê biçûk ên wekhevparêziya mutleq di me de jî tên jiyan kirin. Dîsa nêzîkatiyên ku jinê bi mêr ve wekhev dibîne jî zêde tên dîtin. Ji bilî vê komînê ne bi şiklê ku hildibîrîne, bi şêweyê ku tenê dimezixîne û di mezaxtinê de wekheviyê digire dest jî hindik nîn in. Mînak fikr ji Rêber Apo amade tên girtin, cihê ku wan pêşbixîne hê zêde hewl dide dubare bike û mezaxtina wê wekî xebatek şoreşgerî tê zanîn. Dîsa ji rêxistinê derfetên madî, pare, xurek, kadro û şervan amade tên girtin, jiyana komînê wekî mezaxtina wan tê dîtin. Dema ku ev derfet kêm jî bin ev wekî gilî û gazinekê li ser rêxistinê tên pêşxistin.

Bêguman ji ber ku nêzîkatiya burjuwayê biçûk a wekhevparêziya mutleq cudahiyan berçav nagire, lewra ne  rast e. Ji ber ku jinê li gorî zilam, xizan li gorî dewlemend digire dest. Vekiriye ku sosyalîzma demokratîk an jî komînalîzma demokratîk nikare azadî û wekheviyek wiha esas bigire; nikare felsefe û bîrdoziya komînê li gorî vê ava bike. Nêzîkatî û pîvanê ku Marks ji aliyê aboriyê ve danî holê girîng e. Yek jî nêzîkatiyên bingehîn a sosyalîzma demokratîk ew e ku wê her kes li gorî hêz û zanebûna xwe beşdarî jiyan û xebata komînê bibe. Bi nêrînek çors ve ev nêzîkatiya ku wekî binpêkirina wekheviyê tê dîtin, dema ku heqîqeta civakî ji kûrahiyê ve hat lêkolîn kirin, wê bê dîtin ku rast e, yanî azadixwaz û wekhevîxwaz e. Lê wê ji nêzîkatiyek wiha ve xebatek herî bihêz derbikeve holê û wê bawerî û piştevaniya mirovan ji hevdu re bihêz bibe. Pêşbiniya ku wê her kes bi heman hêz û zanebûnê ve beşdar bibe, ji ber ku wê  beşdariyek herî lewaz bide çêkirin, lewra wê hem randimana xebatê bixîne û hem jî kesên ku hêz û zanebûna wan hebe,wê arasteyê xebatek ferdperest bike. Helbet dema ku hilberîn hindik jî be, di bikaranînê de besî dernakeve holê.

Eger her kes li gorî hêz û zanebûna xwe beşdarî komînê bibe û xebat bimeşîne wê yekitî û hilberînek têra bike derbixîne holê ku wê ev jî pêdiviya bikaranînê  pêşwazî bike.

Bi şêweyek heman rengî, rêgeza ku ji berhemê komînal her kes li gorî pêdiviya xwe  bigire û bikarbîne jî pir girînge. Ji ber ku wê hinek hindik û hinek jî zêde bigirin, lewra dibe ku nêrînek çors ji vêya re wekhevî nebêje. Lê ji ber ku wê her kes li gorî pêdiviya xwe bigire, loma wê hema pirsgirêka madî jî çênebe, ji ber vê yekê wekhevî li vê derê, yanî di pêşwazî kirina pêdiviyên her kesî/ê de bê bidestxistin. Tişta ku li dijî ruh û rêgeza komînê ew e ku her kes heman astê bigire. Mînak eger pêdiviya wê kêliyê ya endamek komînê ji ya girtî zêdetir be, ji ber ku wê nekare vêya bigire, lewma pêdiviya wî/ê jî nayê pêşwazî kirin, ango wê birçî û bê derfet bimîne. Dîsa eger endamek komînê ji pêdiviya xwe zêdetir bistîne, ji ber ku wê ya zêde bikar neyne, ji bo wê jî dikare vegerîne sermayeyê.

Ji vê hêlê ve em dikarin aliyê aborî ya komîna demokratîk bi rêgeza “Li gorî zanebûna her kesî/ê, li gorî pêdiviya her kesî/ê” ve pênase bikîn. Ev hem li gorî felsefeya komînê ye û hem jî bîrdoziya wê. Hevkariyek ku her kesî/ê bihêz dike û mezin dike, wê rewşa parvekirin û piştevaniyê derbixîne naverastê. Di pergalek wiha ya komînê de ti kes birçî, xizan û tazî namîne. Hevkarî, piştevanî û parve kirina heyî wê pêdiviya her kesî/ê pê bide qezenç kirin. Lê ev, tenê aliyê aborî ya komîna demokratîk e. Ji ber ku Marksîzm jiyana civakî tenê dispêre bingeha aborî, lewra ev pênase têrker tê dîtin. Lê belê aliyên ji vê wêdatir ên girîng û bingehîn ên jiyana civakê jî hene. Jiyana civakî qasî madî ew qas jî manevî ye. Ji ber vê pênaseya Marks teng û nebes e, tenê daxistiye aboriyê. Halbukî aliyên girîng cuda yên ji vê wêdatir ên komîna demokratîk hene.

Carekê, komîn tenê ne karê parvekirina wekhev û adil e; pêşiya vê xebatek kolektîf û hilberandina nirxên nû ne. Komînek qasî ku biafirîne bihêz û bibandore û di jiyana civakê de cihê xwe digire. Hebûna xwe jî encax bi hilberînê ve dikare bidomîne, yanî pergaleke ku xwe dispêre hêza cewherî. Ji bo ku mirov di jiyanê de komînal û xebatê de jî kolektîf bibe ev cewherê kar îfade dike.

Ji ber vê yekê ferasetên ku xwe nespêrin hêza xwe û têrkeriya xwe ne rast in. Dîsa nêzîkatiyên ku jiyana komînê tenê wek mezaxtina ya heyî jî digirin dest ne rast in. Jixwe di rastiyê de jiyanek wiha tineye, ji ber ku ti tişt amade nayên dîtin. Wek rojane rewşek wiha di refên me de derketiye holê û ji ber ku xwe dispêre tiştên şaş lewra demkî ne. Birastî ne li gorî rastiya rêxistinê ne û ne jî li gorî rastiya pergala komînal in. Bi şêwazek ku ucube bê gotin xwe dispêre hinek tiştan û welê derketiye holê ku mecbure di demek nêzîk de tevahî tune bibe. Ji aliyê din ve, pergala komînal berpirsyariyek mezin, hişmendî û rêxistiniyê dixwaze. Asta fedaî ya ku di Tevgera me ya Azadiyê de derketî holê vê rastiyê baş îfade dike. Bikurtasî beşdariya komînê mecbure ku biwateye rast ve fedaî be. Mecbure ku divê di her endamek komînê de hestên berpirsiyarî, zanebûn, wêrekî, fedekarî û xebata kolektîf ya ku di fedaiyekê de hene, hebin. Jiyana komînal û xebata kolektîf encax li ser vê bingehê pêktên. Di vê wateyê de komîn, cîhana hestên hevpare, felsefeya jiyan û aîdiyeta civakî ye. Jiyanek, rêxistinbûn û şêwazê xebatê ye. Li ser bingehê başî, rastî, bedewî û azadiyê carek din afirandina jiyanê ye. Komînbûn tê wateya hêvî bûn û yê kêleka xwe hîs kirine. Encax ên pêdiviya wan hebin dikarin bibin komîn. Rastî û madiyatparêziya zêde ya materyallzma çors ji rastiya komînê re berevajî dikeve. Dîsa îdealîze kirina zêde ya komînê jî naveroka têgehê vala dike û zindîtiya wê tine dike. Komîn di jiyan, xebat û rêveberiyê de rasterast demokrasiyê îfade dike. Bi kurtasî gotina komîn gotina rasterast a demokrasî û civaka demokratîk e.

Bi wan re, babetên hê girîngtir ên ku li ser pênaseya Marks bên zêde kirin hene. Civaka komînal civaka dêxwaze. Ev rastî di avabûna mirovahiyê de jî wiha bû, îro jî wiha ye, wê pêşerojê de jî timî wiha be. Di wateya rast de jiyana komînal di derdora jina azad de têşe digire. Her cure wekhevî azadî wê li gorî xet û rastiya jin be. Ji ber ku jiyana azad, jiyaneke ku li derdora jina azad tê ava kirin. Ji ber vê sedemê, di pêşxistina komînalîteyê de perwerdeya xeta azadiya jin û pêşengtiya jin a ku xwe dispêre vê esas e.Nêzîkatiyên ku azadiya jinê pêşbînî nakin an jî jinê dişibîne zilam, pergala zilam û wekhev dibîne nikarin komîna demokratîk derbixîne naverastê; Ji ber ku azadî û wekhevî xwe dispêrincudahiyan. Ji vê hêlê ve xebatên komînbûnê di heman demê de tê wateya xebatên azadiya jin, xebatên rêxistin kirina jin. Li dijî her cure zîhniyeta zilamê serdest û pergalê di xeta azadiya jin de tekoşînê îfade dike.

Em dikarîn nêzîkatiyek wiha di nuqteya lihev kirinê ya bi xwezayê re jî danîn holê. Pergala komîna demokratîk pergaleke ku bi xwezayê re di nava lihev kirinekê de ye. Endustrîyalîzm li dijî qirkirina xwezayê sekna ekolojîk a civakî û tekoşînê îfade dike. Mecbûre ku divê nêzîkatiya ekolojîk û sekna wê teqez hebe. Aliyê ekolojîk a komînbûyînê, pêşiya rehenda aborî û siyasî tê. Di çêbûyîna zîhniyeta komînal de zanebûna herî bingehîn zanebûna ekolojîk e. Ji vê hêlê ve sosyalîzma demokratîk, aliyê ekolojîk a komînê wek yek jî rehendên herî pêşî digire dest.

 

Dersên meşa komînal ên 53 salan

Meşa komînal a 53 salan a Tevgera Azadiya Kurd a di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, di mijara rêxistin kirina komînê de xwediyê danehevek mezin a girîngiya dîrokê de ye. Ev danehev birastî, şaşitî  kêmasiyên xwe ve dersên pir dewlemend dihewîne. Dema ku li ser rêxistin kirina komînan tê nîqaş kirin û di vê mijarê de arasteyê pratîkê dibe, bêguman pêwîste ji wan dersan sûd bê wergirtin.

Divê em destpêkê vêya destnîşan bikîn ku di bingeha jiyana komînal de ya ku di PKK’ê de şênberbûyî; taybetmendiyên kesayet ên Rêber Abdullah Ocalan hene. Jiyana komînal, rêxistin kirin û şêwazê wê yê xebatê, exlaq, polîtîka, afirînerî û fedekarî temamî ji taybetmendiyên kesayet ên Rêber Apo û alîkariya şehîdên me yên ku bi vê re bûne yek pêkhatiye. Rêber Apo, di meşa şoreşger a bênavber û meşa sosyalîst a 53 salan de wek fikrî û pratîkî her tiştê xwe daye Tevger û  gel, her tişt bi kesên kêleka xwe re parve kiriye, ti tiştê şexsî kom nekiriye. Ev rewş bi gotinên “Di min de çi çêbûye min hemû jî daye ew, êdî hûn çi ji min dixwazin?” ve eşkere îfade kiriye.

Di vê derê de ev pirs derdikeve holê: Baş e, Rêber Apo ev taybetmendiyên mijara gotinê ji ku derê yan jî ji kî/ê girtiye? Helbet bersiva têrker a vê pirsê girîngiyek mezin dihewîne. Dema ku pêvajoya jiyana dîrokî û gotinên ku Rêber Apo anîn ziman û tiştên ku Wî nivîsandin bên lêkolîn kirin, wê bê dîtin ku Rêber Apo bersivên di asta dawî de vekirî û têrker dane. Di vê mijarê de jî pêwendî û nakokiyên Rêber Abdullah Ocalan ên bi dayîka Wî re di destpêkê de tên. Dîsa jiyana malbat û gund, pêwendiyên Wî yên bi keç-xortên hemsal re cihek diyar digirin. Ango taybetmendiyên komînal ên zindî man yên civaka Kurd ê ku peyva kom-komîn afirandîn di şikl girtina kesayeta komînalîst a Rêber Apo de rolek diyarker leyîstine.

Bi vê re bêyî ku ferq û cudahiya olî, etnîkî, çepgir bike ezmûnên tevgerên dîrokî yên ku xizmet ji komînalîzmê re kirine lêkolîn kiriye û hewldaye ji hemûyan jî tiştekî hilde û sûdwerbigire. Mînak bi hemû aliyan ve Şoreşa Îslamê timî lêkolîn kiriye, hewldaye ji Şoreşa Fransa timî ders derxîne. Di her pêvajoyê de Şoreşa Rus a Cotmeha 1917’an lêkolîn kiriye û Yekitiya Sovyetan û dersên tevgerên rizgariya neteweyî sûd wergirtiye. Aliyên dewletparêz û desthilatparêz ên ku di wan de derketîn holê rexne kiriye, aliyên civakparêz esas girtiye û bi kesayeta xwe daye xwarin. Kesayeta komînalîst a Apoyî ji senteza wan hemûyan pêkhatiye. Koma bîrdozî ya Apoyî, komek rewşenbîr-ciwanan e û wek esas di nava ciwanên zanîngeha bilind a Enqereyê de derketine. Ji ber vê yekê di têşe girtina komînalîteyê de ruh û jiyana ciwanên xwendewan bandorek diyarker çêkiriye. Wekî ku tê texmîn kirin ev jiyan, bi piştevaniya malbatê, bursên xwendewanan, bi heqdestên xebata qismî ve xwedî bûye. Ji aliyê dahatûya madî ve di rêza herî jêr de ye, jiyanek di sînorên xizaniyê de mijara gotinê ye. Lê beşdariya Koma Apoyî, bi şêweyê ku ya destê  xwe de bide komînê û bikaranîna wan a li gorî pêdiviya her kesî/ê pêkhatiye. Ev pêvajo her ku çûye, ji qutbûyîna dibistan, malbat û pergalê ve dawî bûye. Binêrin, di vê pêvajoya ku bingehên jiyana komînal hatî avêtin de derfetên madî di asta tinebûyînê de ye. Nexwe, komînalîteya Apoyî li ser derfetên madî, zêdehiya vê û berdewamiya vê ve şikl ne girtiye. Tam berevajî li ser tinebûyînê, hindikahiyê, yanî xizaniyê şikl girtiye. Baş e, di wan zirûfan de komîna Apoyî bi çi xwedî bûye ku xwe berdewam kiriye û pêşketin bidestxistiye?

Vaye ya herî girîng bersiva vê pirsê ye û ev bersiv jî dibe “Maneviyat.”  Di komînbûna Apoyî de hêza yek dike ya herî mezin bandora maneviye, girêdayîn û baweriya mezin a ku ji hebûn, azadiya Kurd û sosyallzmê re heyî ye. Hêza rêxistinker û yek dike ya fikrî ye. Ev jî ji ber ku Rêber Apo pêşxist jiyan dike, ji ber vê jî ji Rêber Apo re bawerî û dilsoziyek neyê hejandin derketiye holê. Ev ruh û maneviyata hevpar, hevaltiya herî mezin a dîrokî di asta fedaîtiyê de derxistiye naverastê. Demek bingeha jiyana komînal û hêza ku yek dike ne madiyat e, maneviyat e. Dersa yekemîn û herî bingehîn a komînalîteya Apoyî ev e. Yên ku di Kurdistanê de hewl didin komîn ava bikin beriya her  tiştî mecburin ku vê dersê rast fêr bibin û li gorî vê tevbigerin.

 

Koma Apoyî, di sala 1976’an şûnve de tevgera vegera Kurdistanê pêşxist û dîsa di nava ciwanên xwendewan de xebitî. Wek esas şikl girtina koma destpêkê ya Kurdistanê jî koma ciwana ne. Di nava sê salan de ji Dîlokê bigire û hetanî Agiriyê rêxistinek ciwanan a ku ji sedan malên xwendewanan pêk dihat derketiye holê, Apoyiyan; ji wan malên ku cihê rêxistin kirinê bûn re, “Malên Komînê” digotin. Ev mal hem cihê jiyanê bûn û hem jî dibistanên perwerde û biryargehên rêveberiyê bûn. Li ser vê bingehê gelek malên komîn ên ku her komîteyê rêxistinkirî hebûn. Bikurtasî jiyana komînê, di mala destpêkê ya Enqereyê de ya ku Rêber Apo bi Heqî Karer û Kemal Pîr re dima destpêkiriye. Jiyana komînê ji roja ku Rêber Apo biryara ava kirinê ya komê girt şûnve di malên şagirtan de şikl girt.

PKK’ê, li ser bingehê jiyanek wiha ya komînal, rêxistinî û xebatê jiyan dît. Ji ber ku tekoşîna li ser bingehê tundiya şoreşgerî ya li dijî avani, sazî û kesayetên sixûr li her deverê belavbû û girseyîbûna koma ku li derdora berxwedanên Hîlwan û Sêwregê pêşketîn, partî derxist naverastê. Çawa ku Kurd ji kom, komînê ne biyanî bûn, Tevgera Azadiya Kurd jî ne biyanî ye û ji roja ku derket şûnve li ser bingehê komînalîteyê xwe rêxistin kir.

Pêşketina gerîla ya li ser bingehê Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an jî di Kurdistanê de nava zehmetiyên cidî pêşketiye. Bitaybet jî di serî de Wîetnam xwestiye bişibe ezmûnên welatên din, lê yek ji wan jî ne li gorî zirûfên Kurdistanê bûn. Di encamê de gerîlayê/a Kurdistanê di avaniyek ku pîvanên partiyê wekî heyî jiyan bike de, yanî komînal jiyan dike şikl girtiye.

Gerilatiya ku komînal nebe dest ji bandorbûyîna wê ya Kurdistanê berde, wê nekare hebûna xwe jî biparêze. Ji ber vê yekê çetetî û rêya navîna ku ji aliyê hêzên dijber ve li ser gerîla tê ferz kirin, di gerîla de rê derketina ji bîrdoziyê îfade kiriye.

Bêguman babetên pir girîng ên gerîla tevî komînalîteya Apoyî kirîn hene. Yek jî wan rastiya fedaîtiya ku tê jiyan kirinê ye. Birastî di zayîn û cewherê Apotiyê de fedaîtî heye û Partîbûn û berxwedana zîndanê pratîze kirina vê cewherê vekiriye. Gerîla jî ev temam kiriye û di jiyan û tekoşînê de xeta fedaîtî şênber kiriye. Di Partîbûnê de kesayeta Heqî Karer, di berxwedana rûmet a zîndanê de kesayeta Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Sakîne Cansiz û Xeyrî Durmuş, di gerîla de kesayeta Egîd û Zîlan bûne sembolên xeta fedaî. Babeta girîng a ku gerîla tevî komînalîteya Apoyî kirî jî, beşdariya jin a zêde ya li ser bingehê gerîîabûnê û pêşxistina xeta azadiya jin e. Çawa ku gerîlabûna jina xweser, di tekoşînê de gerîlabûyînê de pêşengtiya jin derxistiye naverastê, di heman demê de komînalîteya Apoyî jî gihandiye cewherê dêxwaz.Wek esas hêz û têkneçûyîna komînalîzma Apoyî, çavkaniya xwe ji vê derê digire.  Di vê derê de jî bandora diyarker a hezar şehîdên jin ên ku dirêjî Sara, Bêrîtan û Zîlan, Delal û Leylayan dibin heye. Li kêleka van alîkariyan, aliyên teng û nebes ên komînalîteya gerîla jî hene. Mînak wek amûrek hilberînê destgirtina şer, ango çavkaniya qezencê, eger her kêliyê venêrîna bîrdozî û rêxistinî nebe dikare pêşiya her cure çetetiyê jî veke. Dîsa nebûyîna hilberînê ya derveyî şer, wek cidî dibe sedema tengbûyîn û yekaliyê. Ji bilî vê ne beşdariya hilberînê ya her kesî/ê, pêşiya feraseta jiyanek komînal a xwe dispêre mezaxtinê û pêşketina fêrbûyîna vê, vedike. Ji ber vê yekê komîna gerîla, piranî jî bişêweyê bikaranîn û belavkirina hevpar a lojîstîka ku bi şêwazekê hatî bidestxistin sînordar maye. Ya herî girîng jî, jiyanek wiha ji civakê qut dike û her ku diçe ji civakê biyanî dixe. Dema ku çûyîna civakê çêbû jî wekî heyî şêwazê gerîla li ser jiyana civaka sivîl pêktîne. Pir eşkereye ku me ev hemû di xebatên girseyî yên çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat de jiyan kir. Herî dawî jî pratîka Rojava, bû ezmûnek pir biêş ên wan neyîniyan. Qutbûyîna ji civakê ya kadroyê/a ku di gerîla de têşe girtî, nêzîkatiya di gerîla de ya beramberî sivîlan, nezanî û acemitiya di mijara hilberîna civakî de, nebesiya di mijara perwerde kirin û rêxistinkirina civakê de tê jiyan kirin, hesretên jiyana ferdperest û madiyatperest ên ku hatin tepisandin û yekalîbûn wî/ê pir zêde derketin holê. Me ev di destpêkê de li Bakur, Başûr û Ewropayê û di deh salên dawî de jî li Rojava bişêwazek herî giran ve jiyan kir. Me dît ku komînalîteya ku di gerîla de şikl girtî di perwerde û rêxistin kirina civakê de têr nake. Bêyî ku  di perwerdeyek pir cidî de bên derbas kirin kadro ji gerîla hat hildan û wekî heyî şandina nava civakê,bi xwe re pratîkek serkeftî dernexist holê. Kadroyên ku ji bo perwerde û rêxistin kirina xwe pêkbînin ve hatin şandin, çawa ku civak ne kişandina nava komînalîteyê, berevajî komînalîteyên xwe jî winda kirine û bûne ferdperest, madiyatperest û milkiyetperestên herî xirab. Yek jî dersên herî girîng ên wan 25 salên dawî ev e.

Yek jî dersên herî girîng ên wan bîst salên dawî jî şaşitî û nebesiyên ku di mijara rêxistinkirina KCK’ê de derketîn holê. Cihê ku rêxistin kirina KCK ya ku bûye pergalek komînalê, li ser bingehê zemîn bê pêşxistin, xwestine eynî wekî navendperestiya partiyê ji jor li ser bingehê KONGRA-GEL û meclîsan pêşbixînin. Halbukî di Peymana KCK’ê de destpêk  di rêxistin kirina komîn û zemînê de ye. Divê rêxistinên qadên cuda yên jiyana civakê di nava xwe de dihewînin û komîteyên ku li ser vê bingehê di nava rêxistina komînê de pêkhatiban. Pratîk jî berevajiya wan bûye. Li gel peymanê jî, xwestine rêxistina KCK’ê ji jor ber bi jêr rêxistin bikin.  Pêşî KONGRA-GEL û Konseya Rêveberiyê, dîsa komîteyên giştî yên ku aliyên wan dihewînin hatine rêxistin kirin, li ser vê bingehê jî hewldane xwe bigihînin rêxistin kirina zemîn û civaka birêxistinî. Helbet di pratîkê de tiştek wiha pêk nehatiye. Berevajî avaniyek jor û ji civakê qutbûyî burokratîk derketiye holê.

Ji aliyê din ve, di veguhestina civakê ya bîrdoziya komînal û perwerde kirin û rêxistin kirina li ser  bingehê komîna demokratîk a civakê de jî guman û lewazî hatine jiyan kirin. Wekî ku jiyan û rêxistin kirina komînalê tenê ji bo PKK’ê û kadroyên wê derbasdar in, lewra ji derketina naverastê ya ferasetek şaş re xizmet kiriye. Ji vêya jî bandor bûye, lewma di perwerde û rêxistina kirina komînal a  civakê de lewaziyek pir cidî di kadroyan de hatiye jiyan kirin. Di encama vê de li ser bingehê komînal perwerde û rêxistin kirina civakê pêşneketiye, di xebatên girseyî de şêwazê pêvajoya eniyê nehatiye derbas kirin.

Eşkereye ku pêdivî pê heye, ev hemû bi rexnedayînek pir cidî ve bên lêpirsîn kirin û derbas kirin, li ser bingehê dersên rast jî jiyan kirinek cidî ya serarast kirinê heye. Bitaybet jî di bin ronahiya Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk de dema ku arasteyê rêxistin kirina Yekitiya Komînên Demokratîk çêdibe, lêpirsîn û ders derxistinek wiha girîngiyek jiyanî dihewîne.

Diyare bêyî ku xwe perwerde bike, nû bûyîn di xwe de bide çêkirin û tenê bi tecrubeya gerîla ve arasteyê xebatên civaka komînal demokratîk bûyîn ne rast e. Bi şêweyek pir zelal derket holê ku ev cure araste kirin serkeftî nîn in, di xeta komînal de civakê perwerde û rêxistin nake. Nexwe, dema ku arasteyê xebatên Yekitiya Komînên Demokratîk dibe, divê kadro destpêkê xwe li ser bingehê Manîfestoyê perwerde bike, nû bike û pêwîste guhertin û veguhertinek pir cidî jiyan bike. Di xebatên Yekitiya Komînên Demokratîk de şertê yekemîn ê serkeftinê ev e.

Şertê duyemîn jî, hewceye xebatên Yekitiya Komînên Demokratîk, wekî ku di KCK’ê de çêbû ne jor ber bi jêr ve, berevajî divê ji jêr ber bi jor ve komîn bên rêxistin kirin û di jor de jî bigihije komîna komînan. Lazim e destpêkê di zemîn, gund û taxê de komîn bên rêxistin kirin. Şêwazê rêxistin kirina herî bingehîn a demê rêxistin kirina komînan e. Divê her cure xebatên rêxistinî xizmet ji ava kirina komînan bike. Eger perwerdeya girseyî û xebatên rêxistin kirinê xizmet ji afirandina komînan re neke ne li gorî xeta demê ye. Pêwîste di her qadê de bi xebatek pêşeng a berfireh ve komîn bên rêxistin kirin, piştre jî ev komîn bên bahev û Yekitiya Komînên Demokratîk pêkbînin. Gotina komîna komînan, tê wateya pêşxistina yekitiya komînên demokratîk. Divê rêxistin kirina aliyên ku qadên cuda yên jiyana civakê pêktînin jî ne li ser bingehê komîteyên navendî, pêwîste di nava rêxistiniyên komînê yên zemîn de bên pêşixistin.

 

Reşnivîsek komînê (Fikirandina komînê)

Her cure fikirandina li ser komînê û xebatên reşnivîsa herî îdeal jî ji danîna holê ya hin rêgezên giştî wêdatir naçe. Gotinek ku hurgiliya her cure ya vî karî dide û li her deverê derbasdar nîn e. Reşnivîsa herî baş jî di pratîze kirinê de nebes dimîne. Ji ber vê sedemê divê afirîner nêzîkî xebatên komînê bibe, li gorî zirûfên şênber ên her deverê ev xebat bên plan kirin û meşandin.Rêber Apo, bi gotina ‘komînkirina ax, av û enerjiyê’ ve ya herî giştî daniye holê. Li gorî vê, wê rewşa şênber a her deverê li berçavan bê girtin û wê ji ya herî guncav bê destpêkirin û divê xebata komînbûyînê bê pêşxistin. Destpêka komînbûnê heye, lê dawiya wê tineye; di dewlemendiya bêdawî ya jiyanê de wê xebata komînê  berdewam bike.

Aliyek pir girîng a xebatên komînê ew e ku ev kar encax bi civakê re bê nîqaş kirin, plansaziya wê bê çêkirin û rastiya ku ev bê pratîze kirin e. Girîngiya nêzîkatiya afirîner a xebatê jî li vê derê derdikeve holê. Bipêşbiniya bi jor û ferzkirinê ve komîn nikare bê rêxistin kirin. Hetanî ku yên komînê rêxistin dikin û jiyan dikin fahm nekin û ne pejirînin, komîn nayê rêxistin kirin û domandin.   

Bêguman ji xebatên komînê re jî pêşengtî pêwîst dike, belkî jî rola pêşeng herî baş jî di xebatên komînê de derbikevin holê. Lê ev pêşengtî, bi şêwazê ferzkirinekê ‘herî baş ez dizanim’ ve nayê kirin. Pêşengtiya kadroyê/a rast, pêşengtiyeke ku her tiştî bi gelê ku komînê ava dike ve nîqaş dike, plan dike û pêktîne. Ji ber vê yekê divê hêz û sebra xwe ya nîqaşa ku bi civakê re dike nîşan bide û di xebatên civakê de jî bibe hosta. Di vê xalê de wek mijarek girîng jî di xebatên komînê de pirsgirêka rêbazê derdikeve holê. Em nikarîn xebatên komînê bi zext û zorê ve û ji jor ve pêşbixînîn. Em nikarîn bi biryarên cur be cur ve yan jî zexta qanûnî ve jî mirovan bikişînîn jiyana komînê. Wekî ku di Rusyayê de çêbû; pêşeroja komînên qaşo bi zextên dewlet û qanûnan ve hatin ava kirin tinene. Binêrin, ev cure rêxistin kirin, di navberê de heftê sal jî derbas bibin, dîsa jî nikarin xwe ji rûxandinê rizgar bikin. Ji ber vê sedemê, şêwazê rêxistin kirina komînan a sosyalîstên demokratîk ew e ku ji jor biferz kirinê ve, zext û zorê ve nabe; berevajî divê bi gel re bê nîqaş kirin, bên perwerde kirin û îqna kirin, ev dibe şêwazê herî rast û bingehîn. Ji bo vê jî wekî gotina Kemal Pîr ‘eger pêwîst bike sê saet, pêwîst bike sêsed saet biaxivtinê’ ve îqna kirin bê esas girtin. Li gorî girîngiyê ev pêvajo dibe sê roj an jî sê meh, sê sal an jî sî sal jî berdewam bike. Lê derveyî perwerde û îqnayê rêxistin kirina komînan rast û mayînde nabe. Demek kî hewceye mirov qasî sebra Îsivê di binê bîrê de mezin be.

Lazim e em destpêkê xwe mikûr bên ku xebata komînê xebatek zehmet e û birastî jî pêwîste bi zanebûna vê ve bikeve nava xebatên mijara gotinê. Ji ber ku derbas kirina feraset û ji ber kirinên ferdperest û milkiyetperestiya taybet ên ku sedan salan, heta hezar salan pêkanîn, ne  tiştek wiha ye ku hema welê hêsan û yekser çêbibe. Ji bo vê jî perwerde û îqnayek bisebr, biplan, birêbaz pêwîst dike. Lê qasî zehmet ew qas jî kareke ku kelecan û çoş dide mirov. Dema ku mirov ket vî karî û hinek pêşketin afirand wê keyfek mezin hilde û wê qet nexwaze dest ji vî karî berde. Di destpêkê de zanînên van û di nava pêvajoyê de neketina van nêzîkatiyên şaş ên girîng in. Ji bilî vê di cîhana îro de civaka ku herî zêde ji rêxistin û jiyana komînal re vekirî dîsa jî Kurd in. Di deverek cuda de ti şansê şoreşgeriya ku nekare civaka Kurd bikişîne rêxistina komînê tine ye. Mînak, ne kişandina nava rêxistiniya komînal a Kurdên Rojava yên ku ji aliyê Rêber Apo bixwe ve hatî perwerde kirin, birastî jî rewşeke ku divê rexnedayînek herî cidî bê dayîn. Qet nebe, bi rexnedayînek wiha ve dersên pêwîst bên derxistin û bikevîn nava xebatek komînê yên ku tola nebesiyên paşerojê distîne. Di rêxistin kirina komînê de mijarek girîng jî bêguman mijara milkîyetê ye. Pergala dewlet û desthilatdariyê li ser milkiyeta taybet ava bûye. Modernîteya kapîtalîst a ku di roja me de bûye pergala qatilê qastîk jî, di çarçoveya ‘di kara zêde de’ tiştek ku ne mijandî û ne şelandî nemaye, civak û xweza aniye asta mezaxtinê. Bêguman pergala komîna demokratîk milkiyetek wiha esas nagire. Li beramberî vê, pergala sosyalîst a pêkhatî jî bi navê ‘milkiyeta giştî’ ve her tişt kir aîdê dewletê û wek xwediyê milkiyetê dewlet derxistiye naverastê. Beriya ku Yekitiya Sovyetan birûxe jî ev rewş ji aliyê gelek sosyalîstan ve hatibû rexne kirin.

Jixwe rûxandina Yekitiya Sovyetan jî şaşitiya wê daniye holê. Rêber Apo, ev rewş bi gotina‘Sosyalîzma Fîravun’ ve rexne kiriye û aniye ziman ku pêwîste milkiyet di destê komînan de bin. Nexwe, feraseta milkiyet a sosyalîzma demokratîk, çawa ku nabe milkiyeta taybet a ferdperest, nabe milkiyeta dewletê jî. Baş e, wê çibe? Pir eşkereye ku wê bibe milkiyeta komînê. Feraseta milkiyet a komînalîteya demokratîk milkiyeta komînê ye. Her kesî/ê ku di komînê de cih digire, divê wek endamek komînê vêya wek milkiyeta xwe bibîne û xwedî lê derbikeve. Bi gotina Rêber Apo ve divê bêje“Hinek jî ya min e.” Em dikarîn li ser vê bingehê reşnivîsa komînekê şênber bikîn. Mînak eger em dixwazîn xebatek rêxistin kirina komînê di gund an jî taxê de bimeşînîn, pir vekiriye ku divê em di destpêkê de li ser erdnîgariya vê deverê, avaniya civakî û çandî lêhûrbûyîn bikîn û hewl bidîn bi hemû hurgiliyên xwe ve rewşa şênber analîz bikîn. Ji bilî vê em ê hewl bidîn bi mirovên ku li wê derê jiyan dikin ve bikevîn nîqaşê û meylên wan fahm bikîn. Ji bo ku deverekê xebatên rêxistin kirina komînê bê kirin, divê beriya her tiştî xebatek analîz a wiha şert e. Ji bo vê jî pêwîstî bi pêş xebat û amadekariyek diyar heye. Li ser vê bingehê gihiştina reşnivîsek herî hindik jî xebatê ber bi hê pêşdatir ve  dibe û fermî kirina wê jî ji bo serkeftinê, rêbazek girîng e.

Mînak dema ku em gundekî bigirîn dest, tevî kirina xebatên komînê ya her kesê/î ku gund jiyan dike helbet girîng e. Lê dibe ku wiha nebe û hinek kes beşdar nebin. Helbet divê di wan rewşan de jî ji deverên herî guncav ên jiyanê destpê bike û xebatên komînê rêvebibe.

Bêguman beşdariya hemû gundiyan û ne beşdarbûna komînê ya hinek gundiyan nêzîkatiyên cuda pêwîst dike. Divê li gorî her rewşê tiştên ku bên komîn kirin û destpêkên wan rast bên hilbijartin. Di vê nuqteyê de pêwîste bi civakê re bê nîqaş kirin, bi mirovên ku wê komînê da cih bigirin re pir alî û zêde nîqaş bên kirin;  lazim e ji ku derê bê destpêkirin û çi bê kirin; li ser vê bingehê biryar dayîn a herî rast e. Me beriya niha destnîşan kiribû ku rehendên neteweya demokratîk di nava komînê de tên rêxistin kirin. Di mînaka me de rêxistin kirina jiyana komînal a kîjan rehendê yan jî rehendan pêkan be, helbet lazim e ji wê derê bê destpêkirin û komîn li ser vê şêwazê bê pêşxistin. Mînak eger komîn kirina axê ya temamî yan jî ya beşekê pêkan be, di vê çarçoveyê de mirov dikare ji pisporan jî li ser berhemê herî kêrhatî û bitendûrist çawa bê pêşxistin alîkarî bixwaze. Li kêleka axê yan jî sewalkariyê, dewlemendiyên aborî yên cuda dikarin bên nirxandin. Di komîna gundekî de helbet aliyê aborî girînge û divê li gorî rewşa erdnîgariyê ev bê pêşxistin. Me beriya niha destnîşan kiribû ku rêgeza me ya vê qadê ‘li gorî zanebûna her kesî/ê û li gorî pêdiviya her kesî/ê’ bû. Dîsa me pênaseya milkiyeta komînê kir. Me got ku komîn şaneya kok a civaka demokratîk e, yekeya bingehîn a komînê ye. Li gorî xebata aborî ya li gund ya herî kêrhatî û ekolojîk esas e. Helbet gundiyê mijara gotinê nikare bi tişta hilberandî ve hemû pêdiviya xwe pêşwazî bike. Di rewşek wiha de bazirganiya bi komînên cuda re yên ku malên pêdivî pê heyî çêdikin, li gorî pêwîstiya jiyana komînal e. Em nikarîn li vê derê reşnivîsek ku her tiştî dihewîne bidîn. Em dikarin tenê li ser hizirandina fikr alîkarî bikin.

Rêxistin kirina hevpar a jiyana aborî, ji bo pêşxistina jiyana komînal tê wateya bidestxistina tiştên bingehîn. Komînek gund rasterast demokrasiye, meclîsa ku biryarên polîtîk dide civînên ku her kesî/ê beşdarî komînê bû tevlî civînan dike. Çawa ku ev civîn têkîldarî komînê her cure biryar didin, rêveberiya ku pêkanîna wan koordîne dike jî hildbijêre. Rêber Apo, got di komînê de wekî şêwazê tê zanîn de rêveberî û rêvebirin nabe, lê desteyên ku xebata koordînasyona kar û rolê dibînin dibe.

Di komînek gund de rêxistina kirina jiyana civakî û çandî girîng e. Mînak divê perwerdeya zarok û ciwanan di çarçoveya rêxistin kirina komînan de be. Pêwîste ji cihê perwerde û hetanî mamoste her tişt komîn pêşwazî bike. Dîsa pirsgirêkên tendûristiyê li ser bingehê xebatên komînê bên çareser kirin. Welê ku hewceye qasî îbadeta olî her tişt li ser komînê be, lazime ev aliyên jiyanê jî ji dewlet an jî hêzek din re neyê hiştin. Pirsgirêka perwerde ya bi zimanê dayîkê re û pêdiviyên xebatên hunerî yên guncav di nava rêxistiniya komînê de dikarin bên çareser kirin.

Di komînek gund de helbet pirsgirêka asayîş û xweparastinê girîng e. Komîn di nava rêxistin kirina xwe de van jî pêktîne, ji ber vê yekê ji dewlet an jî hêzek din re nahêle. Bitaybet jî ev cure erk di çarçoveya rêxistin kirina ciwanan de tên bicih anîn. Helbet civaka komînal biperwerde û birêxistiniye. Li ser vê bingehê hemû beşên civakê tên perwerde kirin û rêxistin kirin. Rêxistina jin û ciwanan hem di wan de û hem jî di qadên cuda yên jiyanê de girînge û pêşenge. Me beriya niha rol û cihê dîrokî û aktuel a jin a di avaniya komînê de destnîşan kiribû.

Hetanî ku jinên gundekî biperwerde û rêxistinkirî nebin û pêşengtiya jin neyê afirandin di wî gundî de jiyan û xebata komînal nikare bê rêxistin kirin û mayînde jî nabe. Eger jiyanek ku azadiya jin pêşbinî dike ava nebe, jixwe ji wê re komîn nikare bê gotin. Jiyana azad a komînê di derdora jina azad de tê rêxistin kirin. Ji bo vê jî perwerde kirin û rêxistin kirina jinan şert e.

Her çiqas neşibe jî rêxistiniya ciwanan jî pir girîng e. Ciwanên gundekî yên ku perwerde û rêxistin kirina wan a komînal heyî, bi pêşengtiya dînamîk a her qadê ve dikare bibe afirîner û temînata rêxistin û jiyana komînal a wî gundê ku bi xebata xwe yên qadên wekî aborî, civakî, çandî, xweparastin û her wekî din. Demektevgera ciwanên komînalîst qasî asta netewî ew qas jî rêxistiniya wî ya asta komînê jî pir gîrîng û pêwîste jî. Divê van astan nekin dijberî hev, berevajî wek hevdu xwedî dikin û pêşdixînin bên dîtin û xebitandin. Rêxistiniya komînê dendika civaka demokratîk e. Civaka demokratîk jî hêza bingehîn a entegrasyona demokratîk e. Nexwe ji bo ku tekoşîna entegrasyona demokratîk bê pêşxistin û çareseriya wê bê pêkanîn, rêxistin kirina komînan a gundan, taxan û her qadê jiyanê, pêdiviya herî bingehîn e. Tiştek bê rewşa pêdiviyê dikare bê pêkanîn. Rêxistina komînê jî ji bo Kurdan hatiye rewşek pêdiviya jiyanê. Nexwe, bêyî ku dibe nabe bê gotin, ev pêdiviya bingehîn bê dîtin, bicihanîna wê jî teqez şert e. Ji bo ku ev bê kirin jî pêwîste bê xeyal kirin, hizirandin, heta eger gotin di cih de be xewna wê bê dîtin. Tişta ku em hewl didin bikîn jî ji bo pêşxistina fikr û hêza xeyalek wiha alîkariyeke. Eger hin mirovên wêrek û fedekar jî pêşiya rewşek wiha vekin wê bigihije armanca xwe.

 

Komînarek profesyonel çawa dixebite?

Bêguman di ava kirina Modernîteya Demokratîk de bîrdoziya komînalîst a demokratîk jî tenê ne ji bo şoreşgerên profeshonel in, di serî de jin û ciwan ji bo hemû kedkar û civaka bindest jî derbasdar e. Derveyî beşek burjuwayê serwer mecbure ku hema hemû civak di xeta komîna demokratîk de bê rêxistin kirin û jiyan bike. Her kes di ava kirina civaka demokratîk de berpirsiyar e. Her kes yekoyek komînar e; welatparêzê demê jî û demokratê demê jî mecburin ku komînar bin.

Lê li gel ku rewşa giştî wiha ye, lê belê dîsa jî di perwerde kirin û rêxistin kirina komînal a civakê de pêdivî bi pêşengtiya kadro heye. Heta eger rastiya biperwerde û rêxistin kirî ya di xeta komlna demokratîk de ya civaka demokratîk li berçavan bê girtin, ji bo pêşxistina perwerde û rêxistin kirina mijara gotinê jî pir rehet tê dîtin ku pêdivî hê zêde bi kadro heye. Rol û erka pêşengtiya kadroyê şoreşger profesyonel kêm nebûye, berevajî pir zêde bûye.

Nexwe her şoreşgerê/a profesyonel, her mîlîtana/ê sosyalîst demokratîk mecbûre bibe komînarê/a profesyonel. Divê pêşengtiya civaka demê komînarên profesyonel bikin. Ji ber vê sedemê jî Rêber Apo, kadroya/ê demê wek “Heqîqeta ku xwe rêxistin kirî û çalak kirî” pênase kiriye û destnîşan kiriye ku divê ev kadro bi felsefeya “Loqmayek Hirqayekê” jiyan bike, bixebite.

Rastiya kadroya/ê pêşeng a ku wek teorîk wiha hatî pênase kirin re, di pratîkê de lewazî û pirsgirêkên pir cidî tên jiyan kirin. Di eslê xwe de bitaybet jî civaka Kurd bi hişmendiya komînê ve ji perwerde û rêxistin kirinê re amade ye. Hewldana perwerdeker a pêncî salan a Rêber Apo, di asta dawî de rastiya civakek zana derxistiye naverastê. Dîsa tekoşîna niv sedsal, şerê çil salan û serhildanên ku di zirûfên herî zehmet de hatin meşandin, hişmendî û tecrubeyek pir mezin bi mirovê/a Kurd daye qezenç kirin. Civaka herî polîtîk û dînamîk a roja me bê nîqaş cvaka Kurd. Vê rastiyê dost û dijmin her kes vedibêje, hêz, wêrekî û fedekariya mezin a gelê Kurd teqdir dikin. Kurtasî civaka Kurd ji bo rêxistin kirinê di rêjeyek pir mezin de amadeye. Ji bo ku ev di pratîkê de jî pêkbê pêdivî tenê bi pêşengtiyek rast û têrker heye.

Vaye wek tam pirsgirêk jî ji vê derê derdikeve holê. Kadroyên ku wekî komînarên profesyonel yekoyek pêşengtî ji civakê re dikin, nikarin vêya di asta têrker de bikin. Di pratîkê de nikare divêtiyên erkên pêşeng ên perwerde dike û rêxistin dike yên ku pêdiviya civakê pê heyî bicih bîne. Di vê mijarê de tevlîheviyek mejî, ferdperestî, madiyatperestî, burokratî, ji civakê qutbûyîn, ji bilî van eger gotin di cih de be beredaytî tê jiyan kirin. Komînarên ku profesyonel ên ku pêwîste bikevin nava civakê û xwe bigihînin beşên xizan, wan perwerde û rêxistin bikin, berevajî bi beşên navîn ve, bi karên burokratîk ên siyaseta derdora dewletê ve, wextê piraniya wan bi serarast kirina saziyên dema wan derbas bûye ve diçe.

Bikurtasî mîlîtanên şoreşger, kadroyên sosyalîst ên demokratîk, komînarên profesyonel ên demê ne li ser erkên xwe ne yan jî ne xwediyê sekn û şêwazek ku erkên xwe serbixînin de ne.

Ji ber vê sedemê, nikare erkên ava kirina civaka demê bicih bînin, di her qadê de nikarin rêxistina komîna demokratîk pêşbixînin, ji ber vê sedemê jî biawayek têrker tekoşîna entegrasyona demokratîk nayê meşandin. Ev jî pêşketina pêvajoyê lewaz dixe, serkeftina pêvajoyê dixîne xeteriyê. Ji ber ku serkeftina ava kirinê ya civaka demokratîk a li ser bingeha komîna demokratîk girêdayî serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e ya ku Rêber Apo di dîroka 27’ê Sibata 2025’an de îlan kirî. Di serî de Bakur û Rojava ev rewşa ku kadro di Kurdistan û derveyî welat de jiyan dike, rasterast pêvajoyê dixîne xeteriyê.

Baş e, lazim e di vê rewşê de çi bê kirin? Pir eşkereye ku pêwîste ev seknên ferdperest ên şêwazê tiral, bêkêr û ji xeta fedaî û Apotiyê dûrdixîne bên dawî kirin. Rêber Apo di dahûrandin û parêznameyan de timî ev sekna kadroyên wiha rexne kiriye. Di Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk de jî, ev rewş carek din hejmartiye bi rexneyek radîkal ve rexne kiriye, ji kadro xwestiye ku li ser bingehê rexne û rexnedayînekê derbas bike. Nexwe, divê destpêkê bersiva pêwîst ji pêvajoya rexnedayînê ya mijara gotinê bê dayîn, di xeta Manîfestoyê de guhertin, veguhertin û nûbûyînek radîkal bê lidar xistin.

Helbet divê ev jî tenê bi şêwazê statîk û di gotinê de neyê kirin, xwedî li erkên ava kirina komînal ên demê derbikeve, di şewazê serkeftina Apoyî de bîst çar saetan bêyî ku bisekine; ji erkên xwe yên ava kirina civaka demokratîk re seferber bibe. Komînarek profesyonel, kesek welê ye ku bîst û çar saetên rojê li ser komînê lêhûrbûyîn dike, lêkolîn û plansaziyên nû pêşdixîne û dikeve kûrahiya civakê, rêxistin kirina komîna demokratîk bi wan re nîqaş dike û li ser vê bingehê pêngavên wê yên pratîkî bi hev re diavêjin. Rêxistinkerek hosta yê komînê ye, avakerek serkeftî yê civakê ye û perwerdekar û îqnakerek pir baş e. Yekane karê wî/ê, ew e ku timî komînê dihizire û ji deverekê ber bi deverek din dibeze û li pêy hev komînan rêxistin dike. Mînak çû gundekê; wê li wê derê civîn û nîqaşên pêwîst bike, planekê derbixîne û li pêşiya mirovan erkên pratîkî dane, ji wê derê wê biçe deverek din. Piştî ku li wê derê jî tiştên pêwîst kir, vê carê wê biçe deverek, taxek an jî kargehekê din. Komînarek profesyonel, tenê bi xebata komînê ve sînordar namîne; wêya derbas dike, xebata pênç heta deh komînan bi hev re dimeşîne. Divê her kes bizane ku ew kes tenê bi komîna wan re mijûl dibe û tenê endamê komîna wan e; lê belê ew, hema bêje bi dehan komînan re mijûl dibe û ji pratîze kirina hemûyan re pêşengtî dike. Dema ku hetanî wextekê li wê derê ma û tiştên pêwîst kir şûnve biçe deverek din û ji wê derê jî biçe cihek din. Piştre wê bizivire û biçe deverên ku pêşiyê xebatên komînê daye destpêkirin û pratîka xebatên hatin meşandin kontrol bike, kêmasiyên wan derbas bike, plansaziyek nû derbixîne û derbasî xebatek din a komînê bibe.

Baş e xebatek wiha dikare bê kirin? Erê dikare bê kirin! Di demên derbasbûyî de şoreşgerên profesyonel xebatên perwerde û rêxistin kirina girseyî wiha dimeşandin; niha jî komînarên profesyonel dikarin xebatên rêxistin kirina girseyî yên demê bi şêwazê komînê bimeşînin. Bes divê li ser vê bingehê bawerî bixwe bînin û bawerî bînin ku wê serbixînin! Divê derveyî hizirandina bîst û çar saetan a komînan wêdatir, tiştek din nehizire û bi tiştên hêsan, erzan ve mijûl nebe! Bes bi eşq li erka xwe bê girêdan û xebata fedaî esas bigire temam e! Ji bo ku bi civakê re nîqaş bikin û bi hev re bixebitin, biçin nava gel! Pêwîste bawerî bi xwe bînin ku dikarin cîhanek komînal a nû  ava bikin û ji bo vêya ava bikin jî divê bi civakê re bibin yek! Eger xebatek xwediyê komînarên profesyonel ên wiha be, wê her cure zehmetiyê têk bibe û her astengiyê derbas bike, di dawiyê de jî wê serkeftina civaka komînal ragihîne hemû cîhanê.

Rêber Abdullah Ocalan, di parêznameya xwe ya bi navê Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk de, li ser komînarek profesyonel çawa bixebite wan dibêje:

Min timî gotibû ku ev cure beredatiyên ku di jiyana gerîla de pir zêde tên jiyan kirin û ev rewş di min de hêrsek pir mezin ava dike. Eger mîlîtanê/a çekdar afirînerê jiyana azad a bêsînor be û eger di asta eşqê de bi vê jiyanê ve girêdayî be, pêwîste qasî di bihostek erd-parçeyek çiya de destanan binivîse bizanabe, bieqil be û biîdîa be û welê derbikeve çiya. Eger qasî meşvanên çiya yên ji rêzê û turîstan ne  xwediyê kelecan û îradeyekê be, eşkereye ku nikare bibe gerîlayê/a çiya, daristan û çolan. Min timî digot ev mirovên bêkar, beredayî çawa dikarin zerar bidin jiyanê. Kî/ê xwe bixîne rewşa mirovê/a  eware, bêkar; bênamusiya herî mezin dike, dibêjim ew ketiye bêrûmet û namerdiyê. Min ev jî gotibû; Ma moriyê bêkar heye? Dema ku morî û mêşên hingiv bê kar man yekser dimirin. Ew bixwe jî bêkariyê,bêrûmet dihesibinîn û bi mirina xwe ve bersiv didin vêya. Di zirûfên avakirina neteweya demokratîk de ji bo her mirovê/a me, ji zarokê/a heft salî bigire hetanî kal-pîrên heftê salî, ji jin û hetanî mêr, asta wî/ê ya perwerdeyê çi dibe bila bibe ji bo her kesî/ê karek pêkan e. Ji bo her kesî/ê, hem jî qasî îbadetê karê ku pê mijûl bibe heye, wê hem xwe biparêze, hem xwedî bike û hem jî zêde bike. Karek an jî gelek karên ku ew bicih bînin û bi wê re azad bibin hene. Bes hinek jî be ji zanebûn û îradeya neteweya demokratîk nesîbê xwe girtibe!

Mesela ez bam, min ê li gundê xwe, Çiyayê Cudî, quntarên Çiyayê Cîlo, derdora Gola Wanê, çiyayên Agirî, Munzur û Çewlikê, peravên Firat, Dîcle û Zapê, deştên Riha, Muş û Îdirê êdî rêya min ketiba kîjan deverê bila ketiba, min ê her deverê wekî kesên ku ji ber tufana tirsnak siwarê keştiya Nuh bûn û deverek ewle daketîn tevgeriya bam, mîna mînaka Brahîm ji Nemrudan, Musa ji Fîrewnan, Îsa ji Împaratoriyên Romayiyan, Mihemed ji nezaniyê reviya, ez jî wê ji modernîteya kapîtalîst reviyabam, min ê xwe spartiba dildariya çandiniya Zerduşt û dostaniya wî ya ajalan (vejeteryanê destpêkê), min ji wan kesayetên dîrokî û rastiyên civakê îlham girtiba û karê xwe kiriba. Qasî neyê hizirandin wê hejmara karên min pir zêde ban. Min ê hema yekser ji komîntiya gund destpêkiriba. Ava kirina komînek nêzîkî îdealiyê ya gundekî yan jî gundan wê çiqas biba karek biçoş, azad dike û bitendûrist! Ava kirina komîn, konseya taxekê yan jî bajarekî û xebitandina wê, wê çiqas afirîner û azad kiriba! Di bajar de ava kirina akademiyê, kooperatîfekê û komîna fabrîkayekê wê pêşiya çi venekiriba! Ava kirina kongre, meclîsên demokrasiya giştî yên gel, di wan saziyan de axivtin, kar meşandin wê çiqas şanaz û rûmet ba! Wekî ku tê dîtin sînorên hesret û hêviyan tineye, ji bo pêkhatinê jî derveyî kesayet bixwe ti astengiyek cidî tineye. Bes hinek namusa civakî û hinek jî eşq û eqil hebe!”

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00