DI KURDISTANÊ DE QÊRÎNÊN HEWARÊ YÊN XWEZAYÊ

Alîşêr Hêlîn

ekleyen Komînal

Yekoyek wek mirovê/a bi îdeala demokratîk ve radibe, qezenç kirina zanebûna ekolojîk ji bo her kesî/ê mecbûriyetek herî pêwîst ê serdema me ye. Ji bo civakekê di her cihê ku dimîne de parastina xwe û sirûşta xwe maf û erka herî xwezayî ye. Ev wek xweparastinekê, rêgeza bingehîn a gerdûn û sirûştê ye. Li gorî vê rêgezê jiyan kirin, pêdiviya amargi (vegera xwezayê-vegera cewher) ye. Ji ber ku mirov biyaniya destpêkê li hember sirûştê jiyan kiriye.

Xwedî derketina ax, av, hewa, xurek, çavkaniyên xwe yên sererd û binerd û her tişt, erka her pîroz a welatparêziyê ye. Divê ne destûr ji şîrketên ku bidestura dewletê dixebitin û ne jî destûr ji kulmek sermayedaran ku jiyan, xweza û pêşeroja milyon mirovan tine dikin re bê dayîn.Ji bo vê jî bi her cure rêbazê demokratîk û siyasî ve tekoşîn kirin û mezin kirina pîvan û zanebûna tekoşînê berpirsyariya herî bingehîn a serdema me ye.

Ev nîzama ku pergala modernîst a kapîtalîst a heyî li ser cîhanê ferz dike wê çiqas bê domandin an jî bê jiyan kirin? Wekî tê zanîn di dinyayê de sînorê her tiştî heye. Lê kapîtalîzm bi vê hemû sînor nenas kirina xwe ve hewl dide xwe belavî damarên zirav ê mirovahiyê bike. Rêjeyek metal, petrol û hemû çavkaniyên bin erd ên ku di oxira wan de xweza tê talan kirin heye û dema ku roja wê hat, wê ev xilas bibin.

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Eger jiyana mirov û civakê, wek dîrokî tenê ji aliyê fîzîka wî/ê ve bê destgirtin wê neyê fahm kirin. Wekî her hebûnê mirov jî ji bo xwe ava bike pêdivî bi mekanê dibîne. Çiqas navê mekan biguhere jî îfadeyek hevpar a hemûyan heye. Ew jî sirûşte! Mirov di nava sirûştê de wekî hebûnekê şikl girtiye, bi taybetmendiyên ku ji xwezayê hildan ve beridîna xwe pêkaniye û wek hebûna balê dikişîne ya xwezayê, jiyana xwe domandiye.

Divê ev rewşa jiyanî tenê  bi taybetmendiyên fîzîkî û biyolojîk ve neyên destgirtin. Birastî her çiqas rastiya fîzîkî û biyolojîk a mirov bûye pêşketina herî balê dikişîne; ya ku di xwezayê de pêkhatî jî, lê di cewherê de çavkaniya vê dîsa sirûşte. Mirov jî wekî her zindî bi xwe spartina cewherê xwe ve xwe ava dike û hewl dide temam bike. Birastî jî eger pêşketina di pêvajoya dîrokî de pêkhatî bi şiklek baldar bê tehlîl kirin wê rastiya vê hê baştir bê fahm kirin. Daneheva mirov di xwezayê de pêkhatiye. Bi taqlîd kirina sirûştê ve hewldaye wêya di jiyana xwe ya civakî de veguherîne heqîqetekê û danehevek dîrokî çêkiriye. Vê rewşê bi xwe re gelek tişt welidandiye. Huner, fikr, ewlehî, çand û rastiya civakî ya ku wan hemûyan diafirîne ava kiriye. Bi kişf kirina raza xwezayê re şoreşek dîrokî ya wekî çandiniyê pêkaniye, bi fahm kirina cîhana heywanan ve çalakiya kedî kirinê pêkaniye û hewldaye jiyana xwe bidomîne.

 

Biyanî ketina ji xwezayê re û ber bi tine bûyînê ve çûyîn 

Çi di mîtolojiyan de be û çi jî di pergalên baweriyan de be gelek çîrokên biyanî ketinê hene. Wek felsefî jî, biyanî ketin tê îfadeya ku çavkaniya xwe ya hebûnê înkar dike û bi înkar kirina wê ve ber bi aliyê berevajî ve diteriqe. Dema ku pêvajoya dîrokî tê destgirtin biyanî ketin bi taybetmendiya dîrokî re hetanî şaristaniya biçîn û  pêvajoya ku Rêber Apo wek qatilê qastîk pênase kirî ve diçe. Hebûna ku mirov dihat gotin bi xwezayê  re di nava lihev kirinekê de bû, lê bi xwezayê re berevajî ketiye û bi dûr ketina xwezayê re xwe spartiye pergala talan û mêtîngeriya şaristaniya biçîn û dest bi texrîb kirina xwezayê kiriye. Ezmûna ku beriya biçe ba Gilgamêş a Enkîdu jiyan dikir wek îfadeya biyanî ketinê di mîtolojiyan de cihê xwe girtiye. Dîsa çîroka Humbaba ya Gilgamêş û Enkîdu, wek gotara ku mirov bi şaristaniya biçîn re li ser xwezayê serwerî avakirî, di hafizeyan de cihê xwe girtiye. Yanî mirov bi şaristaniya biçîn re li gel ku hebûnek xwezayê ye û digel ku kokên wî/ê di xwezayê de veşartîne, lê hatiye rewşa hebûnek ku êrîşî kokên xwe bike. Halbukî kok çavkaniya hebûnê ye. Çawa ku bêkokîji bo darekê jiyanê  pêkan neke, heman rewş ji bo mirov jî derbasdar e. Bêkokî di heman demê de rewşek mirinê ye.

Ji ber vê yekê texrîb kirina xwezayê birastî tê wateya ku xwe di dema dirêj de ji mirinê re radizîne. Tê wateya ku çavkaniya xwe ya jiyanê serf bike û xwe bixîne zivirokek tinebûnê. Nîzama talanê û pergala cihanê ya ku mirovê/a wek xwezaya duyemîn tê terîf kirin afirandî, li dijî xwezaya yekemîn ango li hember pergala xwezayî ya cîhana ku em jî parçeyek ji wê ne, di rewşa êrîşek bênavber û şer de ye. Helbet dema ku em vêya dibêjîn em behsa pergala modernîteya kapîtalîst a heyî û dînatiya wî ya endustriyalîzmê dikîn! Li kêleka mêtîngerî, bêedaletî û qetlîamên ku seranserî dîrokê li dijî mirovahî û gelan pêkanî, li dijî xwezayê jî pêkanînên herî giran û bêmerhamet pêktîne. Ji ber ku sirûşt zemîna mirovahî û hemû zindiyan e. Ger di wê zemînê de texrîbatê çêbike wê ji bo modernîteyê, di hebûnê de xirab bûnê hêsan bike. Helbet ev rewş çavkaniya xwe ya bîrdozî ji feraseta gerdûn û xwezayê ya binavend mirov digire. Pergala modernîteya kapîtalîst pergaleke ku sirûştê wek bêgiyan dibîne û digire dest, wekî qadek hebûnê ku bişiklê bixwaze li ser sexbêrî bike dibîne û vê rewşê bi pênaseyên zanistî û felsefeya pozîtîvîst ve rewa dike û di encama vê de hemû êrîşên xwe wekî mafdar û heta karek pîroz dibîne. Em Descartes, Bacon ku fîlozofên serdema modern bûn bigirîn, hetanî akademîsyen û zanyarên berdevkiya endustriyel a pergala modernîteya kapîtalîst dikin, ev nêrîn li ser mirovahiyê tê ferz kirin û dixwazin bi normalîze kirinê ve bidin qebûl kirin.

Di tu dema dîrokê de karesatên hawirdorê yên ku di 500 salên dawî de hatin afirandin nehatibûn afirandin. Di baweriyên yekxwedayî de jî ev pêkanîn wekî îşareta qiyametê hatiye pênase kirin, lê ev pêkanîn bûne pêkanînên rojane yên pergala modernîteya kapîtalîst! Halbukî hebûna mirov jî wek yek jî pêkhateyên bimilyonan, ê xwezayê ye û ji ber ku li gorî hevsengiya vê xwezayê xwe eyar kiriye, lewra çêbûye.  Ji ber ku hema qutbûyînek di hevsengiya vê xwezayê de bê jiyan kirin û texrîbat di cewherê xwe de wê rasterast bandor li ser jiyanê wî/ê bike. Maf û hiqûqê jiyanê ya her cure heywan, cure nebat, rûbar û ekopergala çiyaheye. Ev hemû parçe û pêkhateyek hevsengiyê ya  xwezaya ku em ekopergal jê re dibêjîn.

 

Modernîteya kapîtalîst û rûxandina ekolojîk

Ezmûn û mînaka gelek tekoşînên civakî yên ku xwe wek dijberê pergalê rêxistin kirin hene. Tekoşînên netewî, tekoşînên çînî, tekoşînên cinsî û gelek tekoşînên civakî hene. Ji wan a herî girîng jî tekoşîna ekolojîk e. Ji ber vê ye ku Rêber Apo dema texrîbata li ser jiyana civakê ya kapîtalîzmê analîz dike rastiya endustriyalîzmê destnîşan dike û esasek bingehîn a tekoşîna me jî wekî tekoşîna ekolojîk diyar kiriye. Çawa ku pirsgirêkên netewî û çînî bi demokrasiyê re, pirsgirêka jinê bi azadiya jinê ve çareser bibe, pirsgirêkên ekolojîk jî ku îro di hemû cîhanê de bûye pirsgirekek kûrewî ku bi tekoşîna ekolojîk ve tê derbas kirin. Û destgirtina wek yekpare ya van jî tekoşînek bihêz li dijî pergala modernîteya kapîtalîst derdixîne. Tekoşîna ekolojîk tenê ne nerazîbûneke. Di heman demê de rewşa bidestxistina zanebûn û çandekê ye jî. Ji ber ku çawa rêbaza her tekoşîna xwe nespêre zanebûn û çandê pirsgirêkan çareser neke, berevajî vediguherîne pirsgirêkek ku dişibe dijberê xwe.Divê di vê xalê de pêwîste saziyên kapîtalîzmê, bitaybet jî saziyên ku bi têgihiştina nerazîbûnê ya qaşo demokratîk ve hatin ava kirîn bên derbas kirin û di hembêza jiyana civakê de rêxistin kirin herî zêde jî divêtiyek tekoşîna ekolojîk e. JI ber ku birîna sirûştê encax bi tedawiyên zanebûnê yên ku di xwezaya civakê de pêkbên ve tên derman kirin.

Hingî ku ev zanebûn neyê bidestxistin wê her ku biçe birîna xwezayê hê kûrtir bibe. Di encamê de her pergal bi xwe spartina mirov ve li ser piyan dimîne. Pergala modernîteya kapîtalîst jî wiha ye. Ji ber vê jî divê mirov ji çerxa dieciqîne ya kapîtalîzmê bê rizgar kirin û wî/ê bike pêkhateyek xwezayê. Ev di heman demê de pêdiviya civaka komînal demokratîk e.

Pergala cîhana roja me hem li dijî populasyona mirov û hem jî li dijî hemû zindî û hebûnên bêgiyan di nava êrîşek serf dike û ked di xwe de ye. Hêz û pêşketina pir mezin a zanist û teknîkê jî hildaye pişt xwe û şerek tune kirinê ya texrîbatên berê qat bi qat derbas dike dimeşîne. Van êrîşan jî bi direwên pêşdaçûyîn, pêşketin, xweşguzarî û xizmetê ve bi hemû mirovahiyê dide bawer kirin. Di encamê de em  di nava rûxandinên madî yên ku bi hegemonyaya bîrdozî ve pêktên de ne. Ji gelek aliyan ve texrîbatên ku di xwezayê de tên jiyan kirin hatine nuqteyên ku neyên temîr kirin. Em her ku diçe bi germ bûna cîhanê ve, giravên çop ên ku di okyanusan de pêktên, tijî kirina naylon û plastîkan ya hemû hawirdorê, heywan û nebatên ku cureyên wan tên tune kirin û bi gelek pêkanînên ku em nekarîn bihejmerîn ve rû bi rû ne. Ev hemû jî timî bi daxwaz û azweriya mantiqa kara zêde ve ji aliyê kulmek mirovan ve tê ferz kirin.

Welê ku ev pêkanînên tên ferz kirin hema wekî tevgerek rojane bûne. Bitaybet jî di roja me de bi manîpulasyonên medyaya dijîtal ve civakek mirovahiyê tehrîk dike, eynî wekî hebûnek ku têr nebe jiyan dike, timî serf dike, qirêj dike û hatiye rewşa ku texrîb dike tê afirandin. Di encamê de pergala modernîteya kapîtalîst li ser çerxa serf kirinê ve xwe her roj hinek din bihêz dike. Tenê ji bo carekê jî be, hemû mirovahî serfkirina xwe ya ji pêdiviyê zêdetir bide sekinandin û bi ya heyî ve qeneat pê bîne, yanî libasekê, pêlavek, telefonek û wesayîtek nû û her wekî din nekire, wê pergala ku timî bi bazara serbest û serf kirinê ve xwe li ser piyan digire eynî wekî avahiyek riziyayî bi erdê re bibe yek.

 

Jiyana ku tê tine kirin, çand û mirov e

Ev nîzama ku pergala modernîst a kapîtalîst a heyî li ser cîhanê ferz dike wê çiqas bê domandin an jî bê jiyan kirin? Wekî tê zanîn di dinyayê de sînorê her tiştî heye. Lê kapîtalîzm bi vê hemû sînor nenas kirina xwe ve hewl dide xwe belavî damarên zirav ê mirovahiyê bike. Rêjeyek metal, petrol û hemû çavkaniyên bin erd ên ku di oxira wan de xweza tê talan kirin heye û dema ku roja wê hat, wê ev xilas bibin. Baş e, ma wê hetanî wê demê texrîbat û rûxandina jiyana ser erd berdewam bike? Tişta ku pêwîste em bizanîn ev e: Tişta ku bi xwezayê re tê tune kirin, tenê ne dar, çiya û deşt in. Di esasê de tişta ku tê tune kirin jiyan e, çand û mirov e! Vaye ji ber vê sedemê, ya rast ew e ku divê em bi tişta ku ekopergala cîhanê di nava çerxa xwe  de ji nû ve dihilbirîne ve jiyana xwe bidomînin.  Helbet hetanî ku texrîbata ku di roja me de ya pergala modernîteya kapîtalîst di rastiya mirov û civakê de afirandî neyê derbas kirin, ev ne pêkan e. Birastî divê bê behs kirin ku şoreşên pergala kapîtalîst îdîa dike ku ji bo xweşguzarî û bextewariya mirovahiyê afirandiye, li dijî jiyana mirov û sirûştê çiqas şoreşên rûxîner in. Ango şoreşên ku dibêje ji bo mirovahiyê xweşguzarî û bextewariya tîne, çawa dibe ku vedigere cinawirek ku hem li dijî mirov û hem jî xwezayê?

Şoreşên ku tên behs kirin; şoreşa kesk e, şoreşa şîn e, şoreşa spî ye û di salên dawî de şoreşa enerjiya kesk an jî enerjiya ku tê nû kirin hatiye pêşxistin vaye şoreşên enerjiyê ne. Hîna bi salên 1960’an re mizgîniya ku bi şoreşa kesk re êdî wê di cîhanê de birçitî tevî dîrokê bibe û êdî wê pirsgirêka xurekê ya mirovahiyê neyê jiyan kirin, hatibû dayîn.  Bi şoreşa şîn re îlan kirin ku wê bi masîvaniya endustriyel a ku di derya, robar û golên çêkirî de tên kirin ve hemû mirovahî bi berhemên avê ve têr bibin. Bi şoreşa spî ve hat gotin ku wê cîhan û hemû zarok bi şîr ve têr bibin. Helbet bi enerjiya kesk a ku bûye mizginiya wî ya herî mezin dawî ve jîhat destnîşan kirin ku wê bi enerjiya tê nû kirin ve êdî wê bi tav, ba, pêl, kişandina erd û her wekî din ve wê cîhan qirêj nebe an jî wê germ nebe dan. Baş ji wan yek jî pêkhat? Helbet na! Baş e, ev sozên ku tên dayîn bi teknolojiyên ku bi ked û daneheva mezin a mirovahiyê ve tên afirandin ve nikarin vêya bikin? Helbet eger ev bi nîzamek rast û bi destên qenc ve bên bikaranîn, wê feyde bide mirovahiyê û wê hedefên ku bi xwezayê re guncav pir birehetî pêk bên. Heta bêyî ku pêwîstî bi wan tiştên ku şoreş tên gotin hebe, ev dikare bê serxistin!

 

Serweriya ku li ser çerxa xurekê hatî ava kirin!

Ji bo ku hê baştir bê fahm kirin bitaybet jî divê behsa şoreşa kesk a ku bişiklê pir sosret û sotiner her kesî bandor dike bê kirin. Wek tê zanîn xurekên bingehîn ên ku hemû mirovahiyê xwedî dikin hene û ev li gorî her parzemînê guhertin nîşan didin. Di Asyayê de birinç, di beşa herî mezin a parzemîna Emerîkayê de garis, di Efrîqayê de danik, di Etîyopyayê de tef, di Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û Ewropayê de jî genim madeya xurekê ya bingehîn e.  Ev cur be curî di heman demê de şikl girtina çandî ya cuda, jiber kirin û heta bandor li ser şikl girtina me ya fîzîkî jî dike. Ji ber vê jî li ser vê werçerxa xurekê serwerî ava kirin tê wateya ku li ser gelek rastiyên mirovahiyê serwerî bê ava kirin. Vaye derebegên pergala kapîtalîst li ser mantiqê serweriyê nêzîkî vê rastiyê dibin û bi bikaranîna zanistên genetîk ve jî destwerdan li ser çerxa xwezayî ya xurekan kiriye û hemû xurekên ku ji bo mirovahiyê pêwîst veguherandiye amûrê kar.

Di roja me de herî zêde 10 şîrketên navnetewî li ser hilberîna xurek û bazara cîhanê yekdestî ava kirine. Patent, tov, dermanê ku ji bo vê berhemê tê hilberandin tê bikaranîn an jî nebatên bizerar (herbîsît), zindiyên bizerar (pestîsît), kezikên bizerar (însektîsît) û jehra ku tê bikar anîn, ango kîmyasalên jerh dike jî ji aliyê wan şîrketan ve tên hilberandin û bazar kirin. Bi navbeynkariya Rêxistina Bazirganiya Cîhanê ve şertên wan şîrketan li ser hemû welatan tên ferz kirin.

Yanî di rewşa heyî de totalîtarîzmek tam a xurekê li ser cîhanê hatiye ava kirin. Ev berhem; ango mînak birinç, genetîka wê hatiye guhertin (GDO) berhemek e û li gorî tê behs kirin li gorî cureyên din ên birincê çar qat zêde berhem dide. Libên wê hê mezintir û di demek kurt de digihije. Ji bo wan hemû taybetmendiyan, bi endezyariya genan ve genên wan hatine guhertin. Şîrketa ku xwediyê patentê, welatên cîhanê mecbur dike ka ji vê berhemê çiqas bê çandin û her wekî din ji bo standina tov, derman û hemû tiştên din neçar dike. Ev berhem bi demê re êdî cureyên din ên birincê ji holê radike. Dema ku di Çînê de çeşîda di dora deh hezarî de bikeve reqema hezarî, di Fîlîpînan de jî ji hezar çeşîdan daketiye bin dehan reqeman. Heman rastî ji bo xurekên din ên cîhanê yên mîna fasulyeya soya, genim, garis, qamişê şekir û pembo jî derbasdar e.

 

Yek çand cur be curiyan tine dike!

Ji bilî vê gava ku di Hîndîstan û Çînê de xureka  bingehîn birinç be ev şîrket bikaranîn û çandiniya fasulyeya soya û rûnê soya ferz dikin. Heta ev fasulyeya soya li ser hemû cîhanê wek xureka bingehîn tê ferz kirin û propagandaya wê tê kirin. Di parzemîna Emerîkayê de çandiniya soya ya ku bi milyon hektaran dihewîne ji aliyê wan şîrketan ve tê kirin. Hilberîna xwe dispêre yek berhemê (yek çand) dibe sedem ku cure û cudahiyên din tune bibin. Berhemên Genetîka wan hatîn guhertin (GDO), bi demê re me bi nexweşî û nezaniyên pir cuda re rû bi rû dihêle. Ev berhemên çêkirî yên ku li ser bingehê xwezayî çênebûne, bi nexweşî, tahm û aromaya xwe ve ji rastiya xwe  dûr in. Heta hinek ji zanyar ji vê re berhemên Frankensteîn an jî tovên bijehr ên argemon dibêjin. Ji ber ku bi rêya endezyariya gen ve di derve de bakteriya ku jehrê diafirîne, genên virûsan, genên haywanan (mişk û dûpişk) tên neql kirin, lê çiye û tiştên ne diyar tên afirandin.

Di demek kurt de hê zêde berhem bidestxistin bûye rêgezek bingehîn. Di vê nuqteyê de masî, karîdes, mirîşk û çêlekên Ewropa (nîjada serdest) ên ku hê zêde şîr didin, bi feydeya yek armancî ve dibin sedem ku cur be curiya cîhanê tine bibin û em bên rewşa feqîr û girêdayî. Mînak bi sedan milyon mirov di her devera cîhanê de tezeka çêlekan wek sotemenî û zibil bikartînin, ji bar kişandinê bigire hetanî cot kirinê, goşt, şîr, çerm, qiloç û ji simê wê feyde dibînin û wek parçeyek zîncîra jiyanê ya pir mebestî hevpariyekê jiyan dike. Ji ber vê jî di Hindîstanê de çêlek wekî Lakshmî, yanî wekî xwedewandek dewlemendiyê tê mêze kirin û pîroz tê dîtin. Çêleka wekî xwedewandek û gerdûnekê; eleqe, rehm, domandin û edaletê sembolîze dike. Yanî dema ku di nêrîna endustriyelê de wekî fabrîqeyek li çêlekê tê mêze kirin, di nêrîna ekolojîk de bi zîncîra jiyana ya mirovahiyê re wekî hebûnek ku hebûna xwe didomîne û pêwîste bibe hevpar tê dîtin. Li hemberî van hemû rastiyan mafê xwedî kirin û ewlehiya mirovahiyê, domandina curbecuriya zindiyan, veşartina tovan û bi parastina xweseriyê ve mafê hilberînê (yanî demokrasiya xurekê) rojeva mafên mirov ên bingehîn in. Yek jî rojevên bingehîn ên domandina ekolojîk û edaleta civakî demokrasiya xurekan e.

Di roja me de di enerjiya kesk de, veguhertina kesk an jî li ser bingeha enerjiya ku dikare bê nû kirin da veguhertinek mezin tê jiyan kirin. Di Çînê de ji ber sedema panel û bataryayên tavê yên ku erzan û zêde tên hilberandin pîleya germahiya ku dihat texmîn kirin wê di dawiya sedsala 20’an de cîhan li gorî berê 4-5 pîle zêde bibin, berevajî texmîn ne girtin. Di roja me de texmînên navendî teqrîbî 2,8 dereceyan nîşan didin. Lê hîna di sînorên xeteriyê de ye û pîle ne ber bi jêr ve berevajî ber bi jor ve bilind dibe.

Bikaranîna enerjiya tê nû kirin, anîna wê ya asta ku xwe gihandina wê hêsan be û erzan bûyîna wê di tekoşîna avhewayî de destkeftiyek girîng e. Li gel vê jî welat qarbonê tevî atmosferê dikin, ango bikaranîna petrol û komirê berdewam dike, di vê nuqteyê de kontrola pêwîst nayê kirin.

 

Kehrebeya ku navendên depo kirina daneyan serf dike gelo çiqas e?

Dema ku navendên herî biçûk, ên depo kirina daneyên ji bo medyaya dijîtal hatin ava kirin jî qasî navçeyek sed hezarî elektrîk xerç dike, yên pir mezin jî qasî bajarek xwedî du milyon avahî elektrîk xerç dikin. Niha di seranserî cîhanê de piraniya wan di Emerîka, Ewropa û Çîn jî di nav de 2000 hezar navendên daneyan hene û hejmara wan ber bi parzemîna Asyayê ve bilez zêde dibin. Di cîhanê de destpêka sedemên bingehîn ê ne kêm bûyîna enerjiya petrol, komir û nukleerê, bikaranîna sotemeniya ku ev navendên depo kirina daneyan tên. Ji bilî vê divê enerjiya ku tê nû kirin li gorî avaniyan (ango qasî ku mal, gund, bajarok û bajar bikar bînin) bê eyar kirin. Pêwîste ferasetek li gorî pêdivî û pîvana qasî mirov bikar bînin û pêdiviya wan pê heyî,pêş bikeve.  Hewceye mal, avahî û qadên jiyanê yên ku bi enerjiya kesk ve şikl girtîn hebin. Lê şûna vê nîzama aborî û siyasî ya bi armanca mezin kirina bêsînor û bidestxistina qezencê ya kapîtalîzmê tê ava kirin, bi destê şîrketan qadên panelên tavê yên pir mezin an jî bi santralên ba ve elektrîk tê hilbirandin û difiroşin gel. Panelên enerjiya tavê yên ku qadên pir mezin dagir dikin di qadên jiyanê yên civakê de, yanî erdên ku çandiniyê dikin, mêrgên ku sewal tên xwedî kirin an jî di qadên daristanê yên ku debara pê dikin de tên ava kirin.

Di dema çêkirina  vê de hemû mekanên ku gel wek jiyanî hebûna xwe didomîne, tên tune kirin û qirkirinek mezin a hawirdorê tê afirandin. Bi bîrên petrol, her cure madentî yan jî sondajên gaza kevir ve av, hewa û xureka paqij a gel tê jehrî kirin, mirovan di nava navengên ku nekarin jiyan bikin de dihêlin. Pergala modernîteya kapîtalîst êrîşî hemû qadên jiyanê yên mirovan dike û wan ji nêvengên jiyan û sirûşta wan qut dike û wan di bajarên ku li gorî xwe afirandî yên ku temamî bi rastiyek sentetîk û sanal ve hatin çêkirin de heps dike. Gava ku kulmek hilbijêr in cîhanê hemû mirovahiyê ber bi xizmeta xwe ve dehf didin, ew bixwe jî eynî wekî senyor, baron, derebeg, mîrza û qralên ji nû ve derketîn ên feodal, hewl didin jiyanek ji esilzadeyan pêkhatî ava bikin.

 

Teknolojiya di destê kulmek hilbijêrkan!

Robot bûyîna ku pêşketî, eqlê çêkirî û pêşketina mezin a di teknolojiya gen de, di kulmek hilbijêrkan de nêrînek ku êdî bi çavê zêde, bar û bi şiklekê li gorî xwe ji nû ve têşe bide civatê çêkiriye. Ango pirsgirêk ne pêşketina teknolojîk, eqlê çêkirî yan jî di endezyariya gen de ye, berevajî di pergala siyasî ya ku wan bikartîne, kontrol dike û kulmek hilbijêrkên ku wan rêvedibe de ye. Ji ber vê sedemê hê baştir  û xweş guzariya mirovan ne xema wan e, berevajî xweşguzariya wan û maden an jî enerjiya ku pêdiviya makîneyan pê heyî esas e. Rojeva wan ew e ku di Marsê de koloniyan ava bikin, di bin erdê de stargehên luks ên pir mezin ava bikin, bi eqlê çêkirî ve mirovê serdest çêbikin an jî bi endezyariya gen ve bê miriniyê keşf bikin an jî hewl bidin dirêj jiyan bikin.

 

Bi talana Kurdistanê ve mîrateya me tê dizîn

Tirkiye jî di nava statuya van welatên ku cîhanê de pêşdikevin daye. Welatên pêşketî û şîrketên wan ên ku bûne yekdest, wek çavkaniya madeya xav li welatên ku pêşdikevin û hinek jî wek qadên hilberîn û mezaxtina hevpar mêze dikin. Di roja me de dêwên teknolojiyên înformatîk sermayeya cîhanê temsîl dikin. Tirkiye hîna di rewşa welatek ku asta pîşesaziya sedsala bîstan dimîne de ye. Ji ber vê jî bûye çavkaniya madeyê xav û qada serf kirina welatên pêşketî. Di cîhanê de di çend welatan de elementên axa wê kêm tê dîtin ên ku di teknolojiya înformatîk û teknolojiya bilind de tên bikaranîn; ji hev tên cuda kirin û tînin asta ku bê bikaranîn, heta beşek ji wan tenê di Çînê de tên kirin. Di Tirkiyeyê de xebatên gaza kevir û derxistina petrolê jî bi rêya şîrketên Emerîkayê ve tên kirin. Di pêvajoya bîst salên dawî de bi destê desthilatdariya AKP’ê ve hemû çavkanî û derfetên Tirkiye ji bazara serbest a pergala kapîtalîst re hatiye vekirin û bêyî ku berjewendiyên gel û civakê liber çavan bên girtin hatine pêşkêş kirin. Ji bo ku di şerê li dijî gelê Kurd de wek aborî li ser lingan bimîne, piştevaniya siyasî û dîplomatîk bigire hema her tişt hatiye pêşkêş kirin. Li ser vê bingehê hem hemû gelên li Tirkiyeyê û hem jî erdnîgarî û sirûşta Anatoliya û Mezopotamyayê rastî talanek hov tên. Ev êrîş di Bakurê Kurdistanê de hê hovtir tê kirin.

Di paşerojê de erdnîgariya me ya ku ji ber tekoşîna gerîla dest dirêjî li ser nedihat kirin, di deh salên dawî de wekî ku ji talanê re hatibe vekirin. Hema robar û çem nemaye ku li ser wan bendav nehatî çêkirin û yên ku li ser wan bendav nehatî çêkirin jî pêşkêşî bazarê hatine kirin. Bendavên ewlehiyê yên ku di paşerojê de bi armanca sînordar kirina tevgera gerîla hatin çêkirin, êdî îro bi armanca talan û tune kirina mîrateya dîrokî û qadên jiyana Kurdan tên bikaranîn. Armanca vê ya bingehîn koçber kirina civakê ye, kûr kirina pergala kedxwariyê ye, zêde kirina polîtîkayên rantê ne û bi tune kirina qadên jiyana gelê Kurd ve pêkanînek qirkirina çandî û jiyanî tê meşandin. Di encamê de hebûn ava kirina xwe li ser vê mekanê pêktîne. Hebûnek ku mekanê wî/ê hatibe tine kirin hem mîrateya xwe ya dîrokî û hem jî daneheva xwe ya civakî û çandî winda dike. Ev polîtîkayên rûxandinê yên ku bitaybet jî ji aliyê şerê taybet ve di Kurdistanê de tê kûr kirin, wek parçeyek qirkirina Kurd bi salan rewşek rêkûpêk hildaye, bi şertê ku hemû qada jiyanê ya gel bê tune kirin tê kûr kirin.

 

Xeteriya mezin a ku li benda Amedê ye

Di wan salên dawî de yek jî wan xebatên rûxandinê gaza kevir û sondaja petrolê ye ku  bi rêya şîrketên Emerîkayê ve tên meşandin. Li Tirkiyeyê di qada Trakyayê de, li Kurdistanê jî di herêma Amedê de hebûna gaza kevir û petrolê ji aliyê şîrketên Emerîkayê ve hatine tespît kirin. Di Amedê de kifşa hevzaya bimeyla petrol û 100 qadên petrolê hatine kirin. Di Bîsmîlê de 600 kîlometre çargoşe, yanî di 600 hezar donimê de tê plan kirin ku 24 berjor û berwar sondaj bê kirin. Di Farqînê de ji bo birên ku bên vekirin tê gotin wê avên Bendava Farqînê bikar bînin. Ji bo gaza kevir û petrol derbixînin bihezaran metre sondaj berjor tê bikaranîn, ji ber sedema germahiya navenda cih dadikevin tebeqeya nerm û di her carê de 18.000 hezar metrekup av berdin bîrê û tişta heyî derxinin derve. Ji her bîrê re herî hindik 15-2o caran av berdidin û ev jî tê wateya ku 300.000 metrekup av tê bikaranîn. Kîmyasalên ku tên bikaranîn, metalên giran ên ku ji bin erd derdikevin, ew malêza qirêj a pir zêde dimîne yan jî bermahiya lîçê, hem çavkaniyên avê yên ser erd û hem jî hemû çavkaniyên avê yên binerd jehrî dike. Di Emerîka û Çînê de di derdora cihên ku gaza kevir û petrol tên derxistin de timî erdhej û zelzele çêdibin, mal û avahî tên asta ku carek din neyên bikaranîn û ji ber sedema qirêjiya ku bi jehrî kirina avê çêdibe ve di wan qadan de koçberî tên jiyan kirin. Ji ber vê êrîşa endustriyalîzmê gelek nexweşî derdikevin holê ku ji ber vê sedemê jî gelek welatên Ewropayê û hin eyaletên Emerîkayê ev xebat qedexe kirine û destûr nadin. Di pêvajoyek pir ne dirêj de wê ji ber sedema bi dehan bîrên petrolê û sondajên gaza kevir ên ku di derdora Amedê de hatin kolandin, felaketên mezin ên însanî û xwezayî bên jiyan kirin. Her bajarê Kurdistanê bi rûxandin û karesatên wiha re rû bi rû ye.

Dar, av, ax û çiyayên Kurdistanê di bin êrîşek pir mezin de ne. Bi santralên enerjiya tavê, santralên enerjiya ba, santralên enerjiya jeotermal, bîrên sondaja petrolê, bîrên sondaja gaza kevir, kanên zêr, zîv, komir, mermer û yên din, li kêleka van ava kirina bendavan  û qirkirina daristanan  ve her bihosta xwezaya Kurdistanê rastî rûxandin û talanê tê. Ev hemû jî di bin navê xweşguzarî, pêşketin û vekirina qadên kar de tên kirin. Lê di encama wan hemûyan de tenê yên qezenç dikin sermayedarên kara zêde, şîrketên navnetewî û herêmî, kesên ku kompradarî û taşerontiya wan dikin ên ku dijberê civak û sirûştê qezenç dikin.  Yê ku winda dike jî xweza, gel, jiyan û pêşeroje.

 

Tekoşîna hebûn û ekolojîkê

Ji ber vê  sedemê yekoyek wek mirovê/a bi îdeala demokratîk ve radibe, qezenç kirina zanebûna ekolojîk ji bo her kesî/ê mecbûriyetek herî pêwîst ê serdema me ye. Ji bo civakekê di her cihê ku dimîne de parastina xwe û sirûşta xwe maf û erka herî xwezayî ye. Ev wek xweparastinekê, rêgeza bingehîn a gerdûn û sirûştê ye. Li gorî vê rêgezê jiyan kirin, pêdiviya amargi (vegera xwezayê-vegera cewher) ye. Ji ber ku mirov biyaniya destpêkê li hember sirûştê jiyan kiriye.Mirov destpêkê li ser xwezayê sexberî kiriye. Piştî ku xweza hat kolekirin şûnve mirov hat kole kirin. Di gelek mîtolojî û baweriyê de hesreta ji xwezayê re ya mirov wek hesreta ku ji azadiyê re heyî tê îfade kirin. Birastî ji bo mirov rewşa tendrûst bûyînê rewşa baş e. Aliyê herî girîng a vê jî faktora hawirdorê ye. Mirovê/a ku xwezaya xwe winda kiribe hebûna xwe winda dike. Li hember her êrîşa ku li dijî cewher pêşdikeve xweparastin nebe nabe ye. Ji ber ku ev parastin, xweparastine; parastina hebûn û cewherê ye. Ji ber vê jî ji hêla mirov ve xwezaya xwe parastin, tê wateya ku jiyana xwe, pêşeroj, paşeroj û her cure nirxê xwe diparêze. Yanê tekoşînek hebûnê ye. Xwedî derketina ax, av, hewa, xurek, çavkaniyên xwe yên sererd û binerd û her tişt, erka her pîroz a welatparêziyê ye. Divê ne destûr ji şîrketên ku bidestura dewletê dixebitin û ne jî destûr ji kulmek sermayedaran ku jiyan, xweza û pêşeroja milyon mirovan tine dikin re bê dayîn.Ji bo vê jî bi her cure rêbazê demokratîk û siyasî ve tekoşîn kirin û mezin kirina pîvan û zanebûna tekoşînê berpirsyariya herî bingehîn a serdema me ye.

Divê em wek Kurd hemû bizanîn ku axek me ya cuda ku em biçîn tineye û wek mirovahî jî cîhanek me ya cuda ya ku em biçîn tineye. Wê hebûna me jî û tinebûna me jî li ser van xakan çêbibe. Lê ya esas ew e ku wê heqîqetek jiyanê ya ku tekoşînê bihewîne hebe. Helbet pêwîste tekoşîna me tenê bi naveroka mafên mirovan ve sînordar nemîne.  Ev rewş bixwe jî wê feraseta me ya ekolojîk parçe bike. Ferasetek ekolojîk a ku mafê hemû zindî û sirûştê diparêze wê hêza me ya watedayînê zêde bike û wê ava kirina rastiya mirovê/a ku li ser bingeha sirûşt-wateyê re bû yek, bidestbixe.

Divê hemû civak û ferd li ser bingehê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jin komîn, kooperatîf, sendîka, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ekolojîk ava bikin û bi rêxistinên aktîvîst, şaredarî û siyasî re rêxistinên jin û ciwanan bên mezin kirin û pêwîste zanebûna ekolojîk bikin rêgaza bingehîn a jiyana civakî û tekoşîna hebûnê bidomînin. Hewceye di bajar, navçe, gund û taxan de bi meclîs û komînên xwe ve bêyî ku pêwîstiya me bi yekî hebe em xwe rêvebibîn. Bêyî ku em ava xwe, xurek, elektrîk, avahî, perwerde, tendûristî û heta ewlehiya xwe emanetê hinek din bikîn bixwe hilberîn, bixwe rêxistin bikîn û biawayek adîlane parve bikîn.

Ji ber ku em encax bi tekoşînek topyekun ve hebûna xwe ya rêxistinkirî û zanebûna xwe  bigihijîn civakekê . Pêwîste em bizanîn ku eger her mirovê/a me bigihije zanebûna ekolojîk, bi xwezaya xwe re bibe yek, bi sirûştê re di nava lihev kirinekê de be û bi zanebûna ku parçeyek ji wê ve tevbigere; em ê hebûna xwe biparêzîn. Xwe ji kesayeta/ê timî serf dike, qirêj dike û tune dike ya kapîtalîzmê afirandî û taybetmendiyên ezez, çavbirçî û ji xwezayê qut bûyî ya ku feraseta azadiya negatîf a lîberalîzmê da qezenç kirin veqetandin, pêdiviyek ferdê civaka demokratîk e. Ji ber vê sedemê şêwazek jiyana ku pêdiviyê li ser bingeh bikartîne, ji tiştên zêde û nehewce direve, jiyanek organîk, domdar û bi xwezayê re di nava lihev kirinekê de esas digire, rêgeza bingehîn a jiyana ekolojîk e. Bi şiklê dilnizm, zana, azad û bi xwezayê re di nava lihev kirinê de.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00