DI KURDISTANÊ DE ŞERÊ TAYBET Û TEKOŞÎNA CIWANAN

Çiya Rizgar

ekleyen Komînal

Pir eşkereye ku ti Rêbertî û partî ne dikarîn Kurdan û Kurdistanê ji nû ve zindî bikin, rakin ser piyan û bidin şer kirin. Bi gotina Rêber Apo ve tekoşîna Apocî ya 53’ê salan bi tarzek ku bi derziyê ve bîr tê kolandin û bibêhnefişkê hatiye meşandin, berdêlên mezin hatine dayîn, êş û îşkence hatine kişandin; lê kêleka vê hestek Kurd a nû, ruhê Kurd, eqlê Kurd, siyaset û felsefeya Kurd, berxwedanek destanî ya ku ji dîrokê re bûye mal hatiye qezenç kirin.

Bersiva li dijî êrîşa her qadê ya şerê taybet ew e ku di wê qadê de komîn bên avakirin, wê ev bibe bersiva herî mezin. Ev jî bi şêwaz û zîhniyeta ku Rêber Apo ava kirina pozîtîf dibêje ve pêkan e. Divê neyê jibîr kirin ku êrîş mezin e, lê lêgerîna dawî lê nayê; ya ciwanan jî mezin bûye. Enerjiya ciwanan cihekê ku biherike digere. Pêwîste ev cih bibe komînên ciwanan ên ku her alî, wekî tevnekê hembêz dikin.

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Şerê taybet, şêwazek şerê ne qlasîke ku dewlet hema li dijî beşek gel ê ku ji bo azadî û demokrasiyê rabûn ser piyan dixîne dewreyê. Piştî Tevgera Ciwanên 68’an ku hemû cîhan hatibû hejandin, ji bo ku ev tevger ji rêya wê bê derxistin êrîşên li ser vê yên dejenere kirinê hatibûn meşandin; ev dibe yek jî mînakên herî baş ên şerê taybet. Xwestin hema di nava 10-20 salan de ciwanên ku ji bo şoreş û sosyalîzmê rabûn ser piyan, veguherînin girseyek westiyayî, îdîaya xwe windakirî û ber bi jiyana înkarker ve çûyî. Yek jî şêwazên dewletên ku şerê taybet zêde xistin dewreyê dewletên dagirker-mêtînger in. Dewletên mêtînger, dema ku bi rêbazên şerê leşkerî qlasîk ve li dijî neteweyên bindest ên ku di nava berxwedanê de ne, nekarîn encam bigirin serî li vê rêbazê şer didin.

Di rêbazê şerê taybet de her tişt derbasdar e, rêgez nîn in û piranî veşartî tê meşandin. Ev şêwaz şer, çawa ku li dijî şervanên azadiyê yên gel tê pêşxistin li dijî gel jî dikare bikeve mêriyetê. Bitaybet jî li dijî tevgerên azadiyê yên ku xwediyê piştevaniya gel a bihêz; xilas kirina piştevaniya gel, tine kirina hestên welatparêzî û rûxandina sekna birêxistinî ya gel tê armanç kirin.

Mijara vê nivîsa me, şerê taybete ku di roja me de dewleta Tirk giştî li dijî gelê Kurd û bitaybet jî li ser ciwanên Kurd pêşdixîne û analîz kirina tekoşîna ku li dijî vê şerê taybet tê meşandinê ye. Lê ji bo ku şerê taybet a dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne bê fahm kirin, divê beriya her tiştî ev dewlet bê nas kirin û fahm kirin. Hetanî ku rastiya Komara Tirkiye neyê nas kirin her nirxandina ku tê pêşxistin û her tekoşîna ku tê dayîn wê bêencam bimîne. Nexwe em hinek vê dewleta ku Komara Tirkiye tê gotin nas bikîn.

 

Siyaseta qirkirinê

Dewleta Komara Tirkiye, rejîmek şerê taybete ku ti demê nebûye komarek rasteqîn. Sedema vê di felsefeya avabûnê ya dewletê de çavkaniya xwe digire. Felsefeya avakirina esas a vê dewletê bîrdoziya Cemiyeta Îtîhad û Terakî ye. Hedefa bingehîn a vê partiya ku di demên dawî yên Osmaniyan de derketî holê û xwe dispêre fikrê Tirkperestiyê ev e; axên Anatoliya û Mezopotamyayê rastî qirkirinek etnîkî bîne û erdnîgariyek ku tenê ji Tirkan pêktê û dewletek girêdayî wê ava bike. Îtîhad û Terakî di vê îstîqametê de di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de Ermenî qirkirine, qetlîam û qirkirinek mezin a Kurdan pêkaniye. Di pêvajoya ku tê gotin de di dema şerê rizgariyê de Partiya Îtîhad û Terakî tine nebûye; bi hemû kadro û rêxistina xwe ve di qadê de xebatên xwe berdewam kiriye. Bitaybet jî di seranserî pêvajoya şer de bi avaniya xwe ya îstîxbarata şer ya ku Saziya Mehsusa tê gotin ve, yekoyek gelên Anatolî û Mezopotamyayê bi qirkirinê re derbas kiriye. Di ava kirina komarê de rolan wan diyarker e. Di demek kurt de di komara ku nû ava kirin de dibin xwediyê gotinê. Ji ber vê yekê komar, bernama Tirkparêz a vê partiyê û projeyên wê yên qirkirinê dewr digire. Piştî îlana komarê şûnve li gorî baweriya kesên dewletê rêvedibin ji ber ku tişta pêwîst li ser gelên din dihat meşandin, lewra motîvasyona yekane û sereke ya rejîmê ew bû ku qirkirina Kurd serbixînin. Dewlet, ji serî û hetanî neynûkê li ser vê mantiqê hatibû ava kirin. Lê Kurd di destpêka gelên herî kevin û bikok ên erdnîgariyê de dihatin. Di wateya çandî de neteweya şaneya kok a civakên Aryenîk e. Ji bilî vê xwediyê nifûsa herî mezin a herêmê ye û xwediyê erdnîgariyek çiyayî ya ku rê nade ye. Ji ber vê yekê ji bo neteweyek wiha bê qirkirin, rêbazên qlasîk têra nakin. Ji ber vê sedemê desthilatdaran bi bikaranîna hemû hunerên xwe ve şerê taybet xistine mêriyetê û ji bo ku qirkirina Kurd pêkbînin jî bi rêbazên ku neyê eqil ve tevgeriyan e.

 

Diziya çandî

PLANA ŞARQ ISLAHATÊ ya ku di sala 1925’an de amade kirin û xistin pratîkê û qanûnên din ên pêvek wek plana qirkirina Kurd xistine mêriyetê. Di vê planê de ji tine kirina fîzîkî zêdetir; tine kirina topyekun a hemû nirxên ku netew dike netew û bi dejenere kirinê ve biçûkxistin hatiye hedef kirin. Armanç ew bû ku li ser navê Kurd û Kurdistanê tiştek neyê hiştin, her tiştî bikin a Tirkan. Dewleta Tirk bi vê armancê ve Kurdistan eynî wek laboratuvar û Kurd jî wekî ceribandin li ser tê kirin girtiye dest. Çiqas û kîjan aliyên vî gelî bên birîn û avêtin, ji çi nirxî wî feyde bê girtin û kîjan aliyê bên veguhertin… Li ser vê bingehê zimanê Kurdî hatiye qedexe kirin, lê peyvên Kurdî bi gotina Tirkî xistine bin xizmetê. Gotine Kurd tineye, dîroka wî tineye, lê kesayetên herî bingehîn ên dîroka Kurdan wek kesayetên Tirk ên herî navdar hatine nas kirin. Di carekê de awaz, stranên Kurdî bûne muzîka gel a Tirkan, çîrokên gel ên Kurdan bûne çîrokên gelê Tirk. Ji cil û bergan bigire hetanî xwarinên herêmî her tişt desteser kirine. Hewldane govenda Kurdan bikin govenda Tirkan, lîstikên zarokan kirine lîstîkên Tirkan. Bawerî û cejnên Kurdan, rituelên wan, çîrok, lawjên gel, gotinên pêşiyan, mamik, xaçepirs, mîtolojî, rê û resm, termên aborî- bazirganî… Bikurtasî têkîldarî jiyana gelekî çi hebe kirina aîdê Tirkan. Tiştên ku hatin Tirk kirin an jî xistîn xizmeta Tirkan, tenê bi van re sînordar nîn in. Mirovê/a Kurd bixwe wekî koleyek modern di karên herî giran de hatine xebitandin, welatê mijara gotinê bi xwîdana Kurdan ve ava bûye. Ji karkertiya avahiyan bigire hetanî çandiniyê, ji hemaltiyê bigire hetanî xizmetkariyê çiqas karê ku hêza mil pêwîst dike hebe piranî bi Kurdan dane kirin, di vê wateyê de jî ji Kurdan feyde girtine. Bikurtasî Kurd, wek fîzîkî di her devera Komara Tirkiyeyê de hene, di her kar de hene, xwediyê keda herî mezin in, lê tiştek li ser navê wî/ê û ji bo wî/ê nîn e. Şerê taybet ê ku li ser bingehê qirkirinê hatiye meşandin, anîne astek welê ku taybetmendiyek herî biçûk, zanebûnek, hestek û ruhek aîdê Kurdan nehiştiye. Kurdîtî ji diyardeyek cihê wê di hiqûqî de heyî wêdatir, anîne rewşa xeyalekê. Rejîma şerê taybet Kurd anîne rewşa objeyek ku neyê nas kirin. Di salên ku Tevgera Azadiya Kurd pêşengtiya Rêber Apo de pêşketî, rewşa Kurd û Kurdistanê tam jî wiha bû.

Tekoşîna azadiyê ya 53’ê salan di pêşengtiya Rêber Apo de pêşketî ev davik şikandiye, êdî Kurd û Kurdistan hatine rewşa rastiyên ku nekarin bên înkar kirin. Li gel ku mêtînger di roja me de ji ya xwe nayên xwarê jî, lê êdî Kurd û Kurdistan ji aliyê cîhanê ve wek hebûnek xweser tên destgirtin û welê nêzîk dibin. Herî dawî jî eger kesayetek wekî Devlet Bahçelî hebûna Kurd anibe ser ziman, ev jî nîşan dide ku -di ziman de jî be- ji eniya mêtîngeran ve qebûl kirinek pêşketiye. Lê tekoşîn bi hemû tundiya xwe ve hîna berdewam dike. Ji ber ku hîna mêtînger Kurdan wekî neteweyek serbixwe û wekî hêmanek esas ê erdnîgariyê qebûl nakin. Cuda bûyîna mêtîngeriya ku di Kurdistanê de tê meşandin, rê vekiriye ku şer û tekoşîna ku li dijî wê tê meşandin jî cuda be. Êrîş ne normal û qlasîk in, wê tekoşîn jî normal û qlasîk nebin. Li dijî karakterê ku em behs dikîn ê rejîma şerê taybet a Tirk, bi Rêbertiyek ku ji tunebûyînê diafirîne û tevgerek destanî ya bi şêwazê PKK’ê ve bersiv hatiye dayîn.       

 

Tekoşîna bêhnfişk a 53’ê salan, berdêlên mezin û gelbûyîn

Pir eşkereye ku ti Rêbertî û partî ne dikarîn Kurdan û Kurdistanê ji nû ve zindî bikin, rakin ser piyan û bidin şer kirin. Bi gotina Rêber Apo ve tekoşîna Apocî ya 53’ê salan bi tarzek ku bi derziyê ve bîr tê kolandin û bibêhnefişkê hatiye meşandin, berdêlên mezin hatine dayîn, êş û îşkence hatine kişandin; lê kêleka vê hestek Kurd a nû, ruhê Kurd, eqlê Kurd, siyaset û felsefeya Kurd, berxwedanek destanî ya ku ji dîrokê re bûye mal hatiye qezenç kirin.

Derketina Apoyî; bûye tevgerek qezenç kirina ji nû ve û hê saxlemtir a tiştên ku hezar salan ji Kurdan tên dizîn. Derketina Apoyî, tenê bi qezenç kirina ji nû ve ya tiştên ji Kurdan hatîn dizîn re sînordar nemaye; ji bilî vê bûye tevgera bibîrxistin û qezenç kirina ji nû ve ya jina ku hatî dizîn, ciwanê hatî dizîn, ked û nirxên mirovahiyê yên ku hatîn dizîn. Vaye Apocîtî bi vê hest û zanebûnê ve 53 salan berxwe daye, afirandiye, têk neçûye; tam berevajî her roj bi mezin bûyînê re bûye ya gel. Gel bûyîna tevgerê, hiştiye ku dewleta Tirk tedbîrên hê berfirehtir bigire. Ji ber ku dema tevgerek bi gel re dibe yek, tenê bi gerîlayê wê re şer kirin wê bibe hewldanek vala. Ji ber vê jî dema dewleta Tirk fahm kir ku bi rêbazên şerê qlasîk ve nikare tevgerê tasfiye bike serî li rêbazên şerê taybet daye. Bitaybet jî ji salên 1990’an şûnve li dijî gelê ku rabû ser piyan û rêxistina xwe avakirî êrîşên pir zêde yên şerê taybet xistiye mêrîyetê. JÎTEM, Hîzbulah, cerdewantî, reşkujî, vala kirin û şewitandina gundan, qetlîam û her wekî din, bûne pêkanînên 90’an ên ku di çarçoveya vî şerî de hatine pêşxistin. Lê li gel wan hemûyan jî ne gel ji tevgerê dûrketiye û ne jî gerîla hatiye tasfiye kirin. Me bi xetên stûr ve şerê taybet a ku dewleta Tirk di sedsala dawî de di çarçoveya Plana Islahat a Şarqê de pêkanî anî ziman. Me armanca bingehîn a dewleta Tirk anî ziman ku ev jî di encamê de qirkirina Kurd e. Plana qirkirina Kurdan daîmiye, lê li gorî dem û mekanê ji nû ve tê destgirtin û berdewam kirin. Eger jin û ciwan di hedefê de bin ev li gorî xwezaya meseleyê ye. Ji ber ku jin û ciwan kirdeyên herî çalak ên civakê ne. Bitaybet jî di Tevgera Azadiya Kurd de hêzên pêşeng ên herî bingehîn in.

Dema ku em roja me mêze dikîn, şerê taybet a ku dewleta Tirk li dijî ciwanên Kurd pêktîne berfireh û kûre. Tişta ku dewlet bi rêbazê şerê taybet ve armanç dike ew e ku ciwanê Kurd ji zanebûn û îradeya tekoşînê dûrxistine. Dixwazin ciwanan bînin astek welê ku bi ti şiklî xwedî li zanebûna neteweyî dernekevin, xwedî li nasnameya xwe dernekevin û tekoşîna vêya nedin. Lê li dijî wan êrîşan, bi hêza ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo daye destpêkirin dide, hemleyek girîng di wan demên dawî de li Bakur û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin.

Di pêşengtiya ciwanan de platformên tekoşîna bi hişberê re, bi dirûşmeya “ŞIYAR BE” hatiye avakirin û çalakî zêde bûne. Ji niha ve tê dîtin ku hemle bandor çêdike. Di kolan û meydanan de li dijî şerê taybet refleksek diyar pêşketiye. Tenê ne meş, bi armanca agahdar kirinê semîner û çalakiyên mîna vê hatine çêkirin. Di astek diyar de rêvebirina vê tekoşînê ya ji aliyê rêxistinên girsayî yên demokratîk ve, ji bo serxistina hemleyê girîng e. Lê aliyê kêm ê qampanyayê; bi yek-du bajaran re sînordar maye. Lê belê pirsgirêka hişberê pirsgirêka hemû Bakur û Tirkiyê ye. Bi vê re dema ku bi hişberê re tekoşîn tê meşandin, ji bo ciwanên ku tevî vê çerxê bûn, afirandina qadên jiyanê yên alternatîf pir girîng in. Di vê mijarê de bitaybet jî li Amedê di pêşengtiya çanda ciwan û saziyên ronakbiriyê yên diyar ve xebat mijara gotinê ne. Divê tevgera ciwanan di pêşengtiya wan saziyan de giranî bidin komînên ciwanan, di vê mijarê de vala derxistina hewldanên şerê taybet pir girîng in. Tê dîtin ku wê di çarçoveya hemleyên pêşiya me de ev cure çalakî û xebat bi zêde bûnê ve berdewam bikin.

Lê şerê taybet tenê bi hişberê re sînordar nîn e. Di herîkîna nivîsê de jî wê bê dîtin ku şerê taybet a dewleta Tirk berfireh e. Amûrên ku dewleta Tirk bikartîne û qadên ku şerê taybet pêktîne dikare bi vî şiklî bê rêzkirin;

-Pişaftin, dibe pêkanînek şerê taybet a ku herî zêde dem jê re tê veqetandin û ciwan tên hedef girtin. Pergala perwerdeyê temamî li ser dûrxistina ji zanebûnê ya ciwanan bitaybet jî zanebûna netewî û tine kirina hişmendiyê hatiye ava kirin. Di dibistanan de xebatên mejî şûştinê û nezankirinê; her cure hest-fikr di hedefa navendî ya pişaftinê de ne. Li vê derê bitaybet jî di wateya negatif de dîzaynek pir mezin didin ciwanên Kurd. Pişaftin ew qas kûre ku bi qreşên re dest bikar tê kirin. Bi qreşan re di serî de zimanê Tirkî çiqas tiştên bingehîn ên ne aîdê Kurdan hebin, di vê derê de tên fêr kirin. Êdî faktora malbatê, ya çandê û faktora sereke ji dewrê derketiye. Pergalên dibistanan ên dayîkê, seretayî yên ku piştî qreşê tên, bi mezin kirinê ve pişaftinê berdewam dikin. Di temenê herî vekirî yê fêrbûnê de mejî, dil, ruh, lebat, uslub, nêrîna ji jiyanê re ya kesayet; bikurtasî her tişt, wek rojane bi argumanên ne aîdê Kurdan aîdê Tirkan ve li karakter tê xwarin.

-Rêbaz û qadek din a şerê taybet a li ser ciwanan jî tê meşandin, ava kirina ciwanek lîberal-ferdperest û înkarker e. Ev şêwaz êrîş, aîdê dewlet neteweya Tirk nayê dîtin, piranî jî wek êrîşek li ser civakê ya modernîteya kapîtalîst tê nirxandin. Bêguman bi tune kirina civakê ve derxistina pêş a ferdperestiyê, êrîşa bîrdozi ya kapîtalîzmê ye yanî şêwazê êrîşa bingehîn a lîberalîzmê ye. Lê dema ku Kurd, Tevgera Azadiya Kurd û ciwanên Kurd dibin mijara gotinê; êrîşa lîberalîst-ferdperest a şerê taybet a dewleta tirk hem ji aliyê çawaniyê ve û hem jî ji aliyê çarçoveyê ve xweserî dihewîne. Ji ber ku gelê Kurd di tekoşîna xwe ya 53’ê salan de formek komînal-kolektîf qezenç kiriye û hetanî roja me aniye. Di esasê xwe de diyardeya ku rêxistin jê re tê gotin komînalîteye. Rêber Apo bi gotina “Di Kurdistanê de rêxistin nebe pel jî naheje” ve rastî destnîşan kiriye. Ji ber vê yekê yek jî armancên pratîkî yê herî mezin ê şerê taybet belav kirina rêxistin bûnê ye.

Pêngava destpêkê û herî bingehîn a belav kirina rêxistinê ew e ku zanebûn, meraq û xwesteka rêxistin-rêxistin kirinê, divê di zêhn û hestan de bê tine kirin. Ferdek komînal bihêsanî dikare xwe rêxistin bike, kolektîfe, li hember derdora xwe berpirsiyare û tiştên heyî tineyî ji xwe re dike derd. Ne ferdpereste. Tenê xwe û rehetiya xwe nahizire. Tenê êş û keyfxweşiyên xwe jiyan nake; ji êş û keyfxweşiyên mirovên derdorê re jî dibe şirîk. Ji ber vê yekê tişta ku ciwanek Kurd komînal, beriya her tiştî pêkbîne ew e ku xirabiyên li ser gelê xwe ferq bike û bilez bikeve tevgerê.

Armanca bingehîn a şerê taybet ew e ku ji bo ev pêkneyê, ciwanên Kurd tîne halê ku ji rastiya xwe dûr bikeve û bibe ferdperest. Hema bêje dewleta Tirk vêya bihezaran rêyan ve pêktîne. Ji bo ku ciwanên Kurd ji rastiya xwe ya civakî bên dûrxistin û bibin ferdperest hemû saziyên dewletê yên Kurdistanê hatine seferber kirin. Ferdperestî bitaybet jî dema ku ciwanên Kurd dibin mijara gotinê timî tên araste kirin. Propagandaya wê tê kirin. Şîretên şêwazê “Eger hûn dixwazin feyde bidin gelê xwe li karê xwe, jiyana xwe binêrin” timî ji bo ciwanên Kurd tên bikaranîn. Muzîk û bitaybet jî muzîka arabesk timî jiyanek înkarker û ferdperest dide pejirandin. Yek jî dema ku ciwanên Kurd dibin mijara gotinê armancek wiha ya hemû amûrên reklam, fîlm-rêze fîlm, medyaya dijîtal û çanda populer dikevin dewreyê. Timî komînalîte tê reş kirin û ji çav tê xistin. Têgehên wekî rêxistin, rêxistin kirin wekî tiştek tirs û xof çêdike tê nîşandayîn. Hevokên bişêwazê “Ma ez ê bi derdê gel re mijûl bibim…” mîna benîşt tê çûtin û dibe şêwazek jiyanê. Lê belê mirov bi komînalîteyê ve mirov e. Wek encam; yek jî êrîşên şerê taybet ên herî mezin ên ser ciwanên Kurd jî, aha êrîşên ferperest kirin û nîhîlîst kirinê ne. Wan bi qut kirina komînan ve bêbandor dikin.

-Êrîşa di qada aborî de ya li ser ciwanên Kurd a şerê taybet, rewşeke ku dem dem ji çav direve. Lê belê destpêka êrîşên ku herî zêde ciwanên Kurd dil digire, dike ferdperest û di encamê de tîne rewşa ku nekare tekoşîn bike, tê. Di esasê xwe de divê qadek komînal ba, lê ji ber ku aborî di tehequma pergala kapîtalîst û dewlet neteweyê de ye, lewra tam vedigere çekek ku ciwanên Kurd ji komînalîte, rêxistin kirinê û ji ber vê yekê jî ji tekoşînê dixîne. Rêbazek kevin a serdestan e; ‘birçî bihêle ku fersend û mecalê hizirandinê nebîne, bikeve derdê rewşa xwe, bibe yekî/ê çavbirçî.’ Dewleta Tirk şerê taybet ew qas profesyonel pêktîne ku her devera welat bi karkerên Kurd ên bi şêwazê koleyên modern ve dixebitin, mişt dibe û ev rewş nayê rojevê jî. Di eslê xwe de li Tirkiyeyê beşa ku çîna karker tê gotin sedan nodê wê ji Kurdan, ciwanên Kurd pêktê. Ji ber altnernatîfên bihêz tunin, lewra ev rewş kesayetek ferdperest û bîrdoziya malbatê bihêz dike. Helbet têrbûn ji bo tekoşînê ne tiştek teqez û tenê pêwîste. Lê dema ku bandora total a êrîşa aborî ya ku şerê taybet li ser ciwanên Kurd dimeşîne, bi êrîşên din ên şerê taybet re ket dewreyê, wekî di asta qirkirina-ciwanan de be.

-Çanda populer jî yek jî çekên ku modernîte li ser ciwanan pêktîne ye. Amûrê şerê taybet vêya jî ji bo pasîfîze kirina ciwanên Kurd bi şêwazê herî zêde bikartîne. Bitaybet jî di hinek pêvajoyên xeter de em baş dibînin ka ev çawa tê meşandin. Çanda populer a ku piştî darbeya 1980’an hatî belav kirin biarmanca ku rasterast ciwanên 68’an xilas bikin xistin pratîkê. Çanda pop û arabesk ên ku piştî 90’an hatin belav kirin jî rasterast ciwanên Kurd dixist hedefa xwe. Jixwe eger piranî erebeskvan ji nava Kurdan derketibin, ev ji rasthatinekê zêdetir êrîşek taybet a pir zirave.

Derxistina li hember ciwanên Kurd, ên ku di pavyonan de her cure bêexlaqiyan jiyan dikin li ser vî terzî çêbûye. Di roja me de jî di bin navê spor-hunerê de êrîş tên meşandin. Mînaka herî şênber a vê pêkanînên ku bi navê ‘Festîvalên Rêya Çandê’ ve tên pratîze kirin. Festîvalên Rêya Çandê yên ku mijara gotinê ne, pêwîste wek operasyonên bêçand kirina ciwanên Kurd bên destgirtin. Wekî di salên 1990’an de, di wan deh salên dawî de jî zêde kirina van cure bernameyan, teqez êrîşek şerê taybet e.

-Şerê Derûnî, rêbazek din ê şerê taybet e. Bitaybet jî bi rêya amûrên medya ve civak timî di bin bombardumana şerê derûnî de tê hiştin. Armanca bingehîn ew e ku berxwedana civakê û bitaybet jî ya ciwanan bişikîne.

Timî di weşanên ku derdixînin pêş de propagandaya ku tekoşîn paşketiye, xelas bûye û bi fikrên ku êdî tekoşîn meşandin vala ve hewl didin bêhêvtiyekê biafirînin. Hewl didin li hember tekoşînê bêbaweriyekê bidin çêkirin. Mejî tevlîhev kirin û bê bandor hiştina ciwanan dîsa taktîka şerê derûnî ye. Bikurtasî, ji bo ku ciwanên Kurd bê tekoşîn bihêlin her cure êrîşên derûnî tên meşandin.

-Yek jî operasyonên siyasî yên ku di bingeh de ciwanan hedef digirin ên şerê taybet hene. Di vê derê de armanç ew e ku li dijî nirxên ku Tevgera Azadiya Kurd afirandî ciwanan sor bikin, liber çavên ciwanan nirxan bêwate bikin. Bitaybet jî bi armanca ku rastiya Rêber Apo, şehîdan û PKK’ê ku bi salanin ciwanên Kurd ji bo xwe wek nebe nabe û rêberê jiyanê destnîşan kirine; biçûk bixînin, tê dîtin ku şerek pir zêde ya şerê taybet tê rêvebirin. Ev jî bi îstîsmar kirina hestên netewî yên ciwanên Kurd ve tê kirin. Bêguman tevger û felsefeya Apoyî; bîrdoziya netewperest a ku neteweya xwe di ser neteweyên din de dibîne, ji gelên cuda re rêz û hûrmeta wî tineyî û di heman demê de bîrdoziyek baviksalar ku dijminê jinan e, qebûl nake. Di medyaya dijîtal de polîtîkayên ku bi hestên gel ve tên leyîstin û dixwazin bandor li ser gel bikin ji aliyê daîreya şerê taybet ve tên meşandin. Fahm kirina vê operasyona siyasî ya ku şerê taybet di demên dawî de bitaybet jî pêşî dide ciwanan girîng e.

– Yek jî rêbazên şerê taybet ên herî tê zanîn belav kirina di nava ciwanan de bikaranîna hişberê ye. Divê hişber tenê wek qutbûna ji jiyana fîzîkî ya ciwanan neyê fahm kirin. Di esasê xwe de pêwîste wek havirdorekê bê destgirtin. Ev nêveng nêvengeke ku nihîlîzm lûtkeyê jiyan dike. Qadeke ku lumpentî, bêarmancî xwe rêxistin dike. Enerjiya ciwanan di nava van nêvengan de tên mezaxtin. Hawirdorek welê ye ku dema ciwanek bikeve hundirê wê, wê derdora xwe jî bikişîne nava vê çiravê. Ciwan çawa ku wek fîzîkî bê bandor dibe malbat jî dikeve xeteriya gelek pirsgirêkên derûnî. Di civakê de tundî zêde dibe û mirov dikevin qirika hev. Qet hewce jî nake ku mirov bêje dema ciwanek ket tora hişberê, wê nekare ji civak û jiyanek azad re tekoşîn bike. Ji ber vê sedemê pergal hêrî zêde jî ciwanên welatparêz ên Kurdistanê bi hişberê ve felç dike. Ji bo pergalê hişber rêya herî kurt û teqez e. Rasterast ciwanê/a ku hedef digire ji jiyanê dixîne û wî/ê bixwe tîne rewşa meseleyekê. Aliyê madî ya meseleyê pirsgirêkek cuda ye. Bikurtasî, Saziya Şerê Taybet bigirîngî xebatên hişberê dimeşîne.

– Fihûş, xebatek din a şerê taybet e. Paradîgmaya Azadiya Jin a ku di Kurdistan û hemû cîhanê de bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî ve xwe rêxistin dike pergala baviksalarî pir ditirsîne. Ji ber vê yekê bi xistina jinê ve xistina civakê tê hedef kirin. Di Kurdistanê de jî bitaybet jinên ciwan di hedefê de ne. Li ser vê bingehê saziya şerê taybet gelek tevnên fihûşê ava kirine. Beşek ji wan tevnan eşkere bûne, lê pir vekiriye ku ev beş aliyê aysbergê yên ku tên dîtinê ne. Fihûş jî rêyeke ku eynî wekî hişberê rasterast ji jiyanê qut dike. Lê ji aliyê bandorên wê ve, aliyê ku pir trajîk û civakê dirizîne heye. Şêwazê herî xeternak ê rizandina civakê û wek exlaqî rûxandina civakê ye. Çawa ku fihûş yekoyek jiyanên şexsan xilas dike, her wekî din êrîşeke ku civakê dirizîne û bêexlaqiyê normalîze dike. Wek derûnî jî rûmeta civakê binpê dike û rê li vedike ku civak bawerî bixwe neyne û bikeve kompleksa xwe biçûk dîtinê.

– Sixûrtî, rêbazê şerê taybete ku rasterast beşê ciwanên ku tekoşîn dike hedef digire. Çawa ku ciwanan dixîne û dike dijberê tekoşînê, di heman demê de nêvenga baweriyê jî serobin dike. Ji bo nêvengek rêxistinkirî jehrek e. Bi vî şiklî ve belav kirina refan tê hedef kirin. Di wateya pêwendiyên civakî de zerara ku ev êrîş dide pir zêde ye. Dibe ku ji hemû jiyanekê re, ji hemû malbatekê re û ji hemû rêxistinê re bibe mal.

– Bitaybet jî di demên dawî de yek jî êrîşên şerê taybet ên ku herî zêde ciwanên Kurd hedef digire çetetiye. Valatiyên diyar ên ku nêvenga şerê zêde di qada civakî de çêkirîn ji aliyê saziya şerê taybet ve hatiye nirxandin û pêşiya çetebûyînê vekirine. Ji bilî vê endamên şerê taybet serkêşiya wan cure avahiyan kirine. Enerjiya bilind a ciwanên Kurd tevî van komên çete tên kirin û dixwazin beşdariya wan a ji tekoşînê re asteng bikin. Bitaybet jî komên çete yên Kurd qelew kirine û bi vê rêyê ve bala ciwanên Kurd dikişînin li ser wê derê. Di civakê de derizandinek jî wiha hatiye çêkirin.

 

 

Êrîşên pişaftinê yên topyekun

Wekî tê dîtin êrîşa şerê taybet a dewleta Tirk bişêwazê êrîşa topyekun e. Saziya şerê taybet tenê di qadek jiyanê de êrîş pêknayne. Êrîşek topyekun li ser her kêliya jiyan û her qadê mijara gotinê pêktîne. Dema di derve de biawayek qeba li Kurdistan û ciwanên Kurdistanê bê mêze kirin tabloya ku tê dîtin girêka pirsgirêkên tevlîhev tîne bîra mirov. Beriya her tiştî bê ziman, bê dîrok û bê çand hatiye hiştin, girseyek ciwanan ê pir mezin ku qasî tê xwestin pişaftinê jiyan dike liber çavan e. Ji aliyê din ve beşek mezin a vî ciwanî di bin bandora zêde ya bîrdoziya ferdperest a lîberalîzmê de ye. Dîsa beşek ciwanan xwe pir di nava çanda populer de winda kiriye; hinek ji wan di bin navê hunerê de û hinek ji wan jî di bin navê sporê de xizmet ji şerê taybet re dikin. Dema ku hinek ciwan ji ber pirsgirêkên aborî nekarin serê xwe rakin, beşek jî di çirava hişberê de digevizin. Hinek ciwan ketine pencê çeteyan. Hinek ji wan di tevnên fihûşê de eliqî mane, nikarin xwe rizgar bikin. Hinek ji wan bûne ajan û vegeriyane dijberê xwe. Beşa ku bi siyasetê re mijûl dibe jî hewl tê dayîn di encama êrîşên siyasî-derûnî yên şerê taybet de serê wan bê tevlîhev kirin. Gava ku êrîşa topyekun û pirsgirêka tevlîhev tê gotin, mebest ev tabloye ye.

 

Divê rêbazên tekoşînê çi bin?

Baş e li dijî şerê taybet çawa û bi kîjan rêbazan ve tekoşîn bê kirin? Bersivên vê pirsê hinek di nava herikîna nivîsê de hene. Lê eger em hinek tiştan li ser zêde bikîn û li gorî madeyan rêz bikîn, em dikarîn van bêjîn;

  • Dema ku bi şerê taybet re tekoşîn tê kirin tişta ku pêwîste destpêkê bê kirin ev e; divê rastiya dewleta Tirk û şerê taybet baş bê nas kirin û fahm kirin. Ji bo vê jî hewceye dîroka şerê taybet a dewleta Tirk baş derbixîne zanebûnê.
  • Qasî fahm kirina şerê taybet a dewleta Tirk a sedsalî, lazim e ew qas jî rastiya Kurd a sedsala dawî bê fahm kirin. Bitaybet jî divê li ser Plana Islahat a Şarqê tê çi wateyê bê sekinandin.
  • Divê em ti demê ji eqlê xwe dernexînîn ku em neteweyek û ciwanek wî ya di bin qirkirina çandî û rewşa mêtînger de ne. Lê belê pêwîste em jibîr nekîn ku em bi roja me re xwediyê Rêbertiyek bihêz ango xwediyê eqil û stratejiyek Kurd a bihêz, xwediyê tevgerek fedaî ya ku li ser bingehê eqlê Kurd xwe rêxistinkirî, bihezaran welatparêzên wî û xwediyê neteweyek bimilyonan ê polîtîk bûyî ne. Hewceye bi vê bawerî û îradeyê ve tekoşîn bê meşandin.
  • Eger şerê taybet, topyekun û di her kêlî û her qada jiyanê de êrîş dike; pêwîste bersiv jî bi heman şiklî be. Tekoşînek yek alî û tenê bi qadekê ve sînordar bimîne wê beşek pir hindik a ciwanan ji şerê taybet rizgar bike. Dema ku giştî şerê taybet tê gotin destpêkê fihûş-hişbir tê eqlê mirov. Helbet tekoşîna li dijî hişbir û fihûşê girînge, tê dîtin û bersiva wê ya pratîkî jî heye. Lê kî/ê ji me dikare red bike ku pişaftin deh qatê hişberê zerar dide?

Ma em dikarîn êrîşên lîberal-ferdperest, bombardumanên zîhnî yên 24 saetan ên çanda populer ji nedîtî ve bên? Ciwanên Amedê hê zêde di bin bandora madeya hişbir de ne, yan jî di bin pencê pişaftinek pir sotiner de ne? Bersiva van zelal e. Nexwe tişta ku bê kirin divê ti êrîş bê bersiv nemînin. Pêwîste ji her êrîşekê re bersivek, ji her eniyê re sengerek bingehîn hebe. Li ser vê bingehê; li dijî pişaftina ziman-dîrok-çand-nasname, ya li ser ciwanên ku bûne pirsgirêka herî sotiner; giranî ji xebatên ziman-dîrok-çandê re bên dayîn. Pêwîste sazî bên ava kirin û di wan qadan de biçin komînbûyînên zêde.

– Li dijî şerê taybet a ku dibe lîberalîzm (ferdperestî), nîhîlîzm û ji komînalîteyê qut dike; feraseta komîn a ku komînalîte, hevaltî, hevrêtî, civatê pêşdixîne dikare bê pêşxistin. Ji bo vê jî her cure komînên civakî û tevnên piştevaniyê dikarin bên ava kirin. Piştrast kirina di pratîkê de ya hêza ku çavkaniya xwe ji kolektîviteya komînê digire, dikare her cure ferdperestî û nîhîlîzmê têk bibe. Dîroka Tevgera Apoyî bi wan mînakan ve tijî ye.

– Divê bi dirûşmeya xweparastina herî mezin a civakê civak bixwe ve bê tevgerandin, lê divê neyê ji bîr kirin ku ev encax bi civaka exlaqî-polîtîk ve pêkan e. Bersiva di şênberiyê de ya civaka exlaqî-polîtîk jî civaka komînbûyî ye. Helbet di vê nuqteyê de jî rola pêşeng a ciwanan diyarker e.

Wek encam; Bersiva li dijî êrîşa her qadê ya şerê taybet ew e ku di wê qadê de komîn bên avakirin, wê ev bibe bersiva herî mezin. Ev jî bi şêwaz û zîhniyeta ku Rêber Apo ava kirina pozîtîf dibêje ve pêkan e. Divê neyê jibîr kirin ku êrîş mezin e, lê lêgerîna dawî lê nayê; ya ciwanan jî mezin bûye. Enerjiya ciwanan cihekê ku biherike digere. Pêwîste ev cih bibe komînên ciwanan ên ku her alî, wekî tevnekê hembêz dikin.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00