GIRÎNGIYA DÎROKÎ YA ŞOREŞA VEJÎNÊ Û BANDORÊN WÊ YÊN ROJA ME

Mûrat Karayilan

ekleyen Komînal

Qet bêguman em wek tevger û gel fedekariyên mezin hatin pêşkêş kirin, êş hatin kişandin û berdêlên giran hatin dayîn. Tekoşîna hebûn û azadiyê bi berxwedanên destanî ve derbas bû û me wek gel encax bi berxwedanek wiha dîrokî ve hebûna xwe mîsoger kir û gihiştîn qonaxa qebûl kirinê. Em bi şehîdên qehreman ên ku hejmara wan 30 hezarî derbas dike ve hatin vê derê.

Şoreşek fikrî pêşket. Vêya bi xwe re veguhertinek civakî û pêvajoya şoreşê pêşxist. Bitaybet jî şehîd ketina di vê tekoşînê de ya Bêrîvanan, Saedetan, Hewayan, Sultanan, çavdêriya vê ya civakê û bi cesaret girtina ji vê ya jina Kurd re şoreşek jin hat jiyan kirin… Her çiqas em nekarîn bêjîn ku nêzîkatiya serwer a wî zilamê feodal tevahî hilweşiyaye jî darbeyek mezin hlldaye

Bikurtasî wek fermî 22 hezar 660 şehîdên me derbasî qeydan bûne. Ev şehadet, tenê şehîdên ku di tekoşîna Bakurê Kurdistanê de hatî meşandin de pêkhatine. Wekî destwerdana li ser pêvajoya berxwedana Şengal û Kobanê ya HPG’ê, şehadatên ku di parçeyên din de hatin dayîn ne di nav de ne.  Di wan her du deveran de yekûna şehîdên me 3262 ne. Bi vî şêwazê yekûna şehîdên me 25 hezar û 922 ne. Ji bilî vê tê hizirandin ku li ser hezarî şehîdên me yên ku ji ber sedemên cuda nehatin qeyd kirin û di navbera salên 1984-2000 hatin jiyan kirin hene. Bi vî awayî dikare bê gotin ku di dora 27 hezar şehîdên me hene. Tê texmîn kirin ku li ser 5 hezarî şehîdên me yên welatparêz sivîl hene. Em dikarîn bêjîn ku di yekunê de 32 hezar şehîdên me hene.

Di roja 10 Tebaxa 2026’an de qebûl kirina bi piraniya dengan ve ya qanûna çarçoveyî ya ku Meclîsa Mîlet a Mezin a Tirkiye xistî bin biryarê, bêguman encamek girîng e  Bi vê mijarê re eleqedar nirxandinên bandor ên Rêber Apo hene. Vaye nirxandinên wekî “Em ji sêdarê hatin masaya diyalogê. Rêya hezar kîlometreyî bi pêngavekê ve destpê dike. Ev, ji bo çareseriya meseleyê vebûna deriye”, girîng in. Em mecburîn ku nirxek pir mezin bidîn vê.

Timî dibêjin ku hesasiyetên civakê hene. Baş e, lê hûn şaşitiyan radigihînin civakê. Ev cure uslub, usluba dema şerê derûnî bû. Em niha salek û niv zêdetire di nava agirbestekê de ne. Em dixwazîn pêvajoyek aştiyê ya mayînde, stratejîk pêşbixînin, lê di serî de ragihandina desthilatdariyê û beşek jî derdorên ku xwe wek opozîsyon nîşan didin hîna usluba şerê derûnî dimeşînin. Rastiyan berevajî dikin. Vêya wiha diteyîsinin civakê. Ev, di cewher de li hember civakê jî bêhurmetiyek e.

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Piştî ku di Bakurê Kurdistanê de berxwedan hatin tepisandin û dagikeriya leşkerî temam bû şûnve hetanî 1970’an bi şêwazê pişaftinê polîtîkayek qirkirinê ya pir berfireh hat pêkanîn. Bi awayek pir zêde û kûr xebata pişaftin, helandinê ya Kurdîtiya ku bi saziyên Tirkbûyînê ve ku her devera Kurdistanê hatibûn pêşxistin ve hat domandin. Lê li kêleka tevgerên ciwanan ên ku piştî 1960’an ve binavend Ewropa pêşketîn, di Vîetnam û deverên din de jî bilind bûyîna tevgerên rizgariya neteweyî, hişt ku di Tirkiyeyê de rê li pêşiya derketina Tevgerên Civaka 1968’an veke. Ev bû sedem ku di Tirkiyeyê de pêşketina pêlek şoreşgerî bibe mijara gotinê. Bi bandora wan pêşketinan ve jî di Kurdistanê de komên Kurd ên derdor çep cur be cur jî hewldan xwe rêxistin bikin û pêşbikevin.

Tam jî di vê demê de derketina dîrokî ya Rêber Apo pêkhat.  Li ser vê bingehî xebatên welatparêzî û pêşketinên şoreşgerî, li hember pişaftina ku bişiklekê di Kurdistanê de zêde dihat pêşxistin pêşî vekir ku civaka Kurd nefes bistîne. Civak hat serxwe û bi şiklekê hewlda rêveçûyînê fahm bike. Li ser vî bingehî pêşketina tekoşînekê jî di astek diyar de li ser civakê bandor çêkir. Tevgera Apoyî di atmosfera van xebatan de girsebûyînek bilez jiyan kir û ket pêvajoya partibûyînê.

Li hemberî wan hemûyan di çarçoveyek plana hêzên hegemon ên navnetewî de di 12’ê Îlona 1980’an de anîna li ser erkê ya cuntaya faşîst-leşkerî bû werçerxek nû. Cuntaya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê, ji bo ku tevgera şoreşgerî ya Tirkiye û Tekoşîna Azadiya Kurdistanê bitepisîne anîn ser erkê, ev pekanîna projeyekê bû.

Teyîsandina vê ya li ser Kurdistanê bû zêdebûna zilm, îşkence û girtinek pir mezin,  Plana Islahat a Şarqê carek din zindî kirin û bi şiklê hemleyê pratîze kirin. Generalên ku hetanî wê demê bi pişaftina hatî pêşxistin ve qîma xwe ne dianîn, Kurdistan carek din dagir dikirin. Kurdî hat qedexe kirin; di hemû bajar û gundên Kurdistanê de roj ji zarokan re û şev jî ji jin-zilam her kesî/ê re mecburiyetek fêrbûyîna Tirkî anîn. Welê bû ku mirov hatin wê astê ku di nava mala xwe de jî nekarin Kurdî biaxivin. Di Kurdistanê de zext, tundî, ajantî û xebatên çewisandinê yên zêde li ser civakê hatin kurkirin û siyaseta pişaftin, qirkirinek spî hat ferz kirin. Di gundên Hllwanê de bêyî ku bêjin jin-zilam mirov di meydana gund de şip tazî hatin rêz kirin. Tenê ne di girtîgehan de, di gundên Cizrê de jî gû bi mirovan dan xwarin. Bi vî şiklî biçûkxistin, bi heysiyeta civaka Kurd ve leyîstin, dirûvê rêbazek kûr hilda.

Xwestin Zîndana Amedê ya ku hema hema hemû kadroyên Tevgera me hatin kom kirin bînin rewşa laboratuvarek ku di pişaftinê de encam hatî hildan. Îşkenceciyek bi navê Esat Oktay erkdar kirin û bi pêkanînên cur be cur ên vê derê re teslîm bûyîna her kesî/ê hat hedef kirin. Beriya her tiştî jî bidorê gotina ‘ez Tirk im’, bi her kesî/ê dan gotin û li wê derê înkara hebûna Kurd hat ferz kirin. Kesên ku li dijî vê berxwe didan bişiklê ku li ser hişê xwe biçin lêdan dixwarin û wateyek dubare kirinê ya vê pêkanîna her roj hebû. Xilas kirina Kurdîtiyê û pêşxistina bizorê ya Tirkbûyînê bû. Nivîsandina li ser dîwarên girtîgehan a wekî dirûşmeyekê ya gotina “TIrkî biaxive, pir biaxive” ne belasebeb bû.

 

Li dijî hovitiya 12’ê Îlonê lêgerînên berxwedana hevpar

Serî rakirina destpêkê ya li hemberî vê hovîtiyê, di Zîndana Amedê de di pêşengtiya hevrê Mazlum Dogan de pêşket. Wekî ku tê zanîn li pêy wê çalakiya xwe şewitandinê ya dîrokî ya Rêberên wekî Ferhad Kurtay, Mahmud Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oneran û piştî wê jî di pêşengtiya Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçekan de Çalakiya Rojiya Mirina Mezin a 14’ê Tîrmehê pêşket. Bêguman, bêdeng mayîna li hember vê tabloya hovitiyê ya ku di zîndanan û hemû welat de dihat pêkanîn da, dihat wateya ku ji mirovbûyînê derbikeve.  Divê her kesî/ê ku digot ‘Ez mirov im’ li dijî vê hovîtiyê tiştek kiriba. Hele hele bêdeng mayîna li dijî vê ya şoreşgerên berpirsyar ne pêkan bû.

Rêber Apo jî wê demê li ser vê bingehê, di qada Lubnanê de, ji aliyekê ve bi perwerdeya kadroyên ku derketîn derveyî welat ve mijûl dibû û li ser bingehê pêşxistina Konferansa 1’emîn ve hewl dida tevgerê komî serhev bike û ji aliyê din ve jî hem di nava tevgerên çep ên Tirkiyeyê û hem jî nava komên Kurd de nîqaşek zêde ya yekitiyê pêşdixist. Rêber Apo, di çarçoveya “Divê em teqez vegerîn û pêwîste veger bi hev re bibe” de xebatek rêvedibir û di encamê de bi şeş rêxistinan ve Eniya Berxwedana Yekbûyî ya Li Dijî Faşîzmê hat ava kirin. Ev hê zêde yekitiyek bû ku bi tevgera çep a Tirkiyeyê re hatibû çêkirin. Bi komên Kurd re jî hetanî 1983’an ev hewldan berdewam kir. Civînên devrevî timî Şamê pêk dihatin. Lê piştre hat dîtin ku birastî niyeta ti kesî/ê ya vegerê tineye. Em di vê navberê de vêya bêjîn: Em wek tevgera PKK’ê tenê ne derketibûn qada Fîlîstîn-Lubnanê; ez bawerim derveyî Dev-Solê, piraniya mezin a komên çep ê Tirkiyeyê û dîsa hemû komên Kurd vekişiyabûn vê derê. Heta hejmara hinekan ji ya me zêdetir bû. Û hemûyan jî li kêleka rêxistinên Fîlîstînê perwerde  didîtin. Ji ber vê yekê her kesî îdîa dikir ku wê vegerin. 1-2 sal derbas bûn; perwerdeyên pêwîst hatin hildan û êdî divê veger çêbiba. Lê dema ku “Zirûf gihiştine, lazim e em  vegerîn” hat gotin şûnve, hema hemûyan jî dest bi hincetan kirin.

 

Dema ku dor dihat pratîkê, yên ku pir zêde wêjeya çep, sosyalîzmê dikirin, di meydanan de xuya ne dikirin

Wekî ku min anî ziman komên Kurd nehatin yekitiyê û bi hincetên cur be cur ve ev sabote kirin. Jixwe hemû jî li ser rêya Ewropayê bûn. Di eniya ku bi komên çep ên Tirkiyeyê re hatîn çêkirin de jî; dema ku em bendê bûn bi hev re bizivîrîn welat, wisa nebû. Bitaybet jî koma herî mezin a ku di nava yekitiya vê eniyê de cih digirt Dev-Yol bû. Piştre hat fahm kirin ku armanca ketina vê yekitiyê ya Dev-Yolê, ne ji bo vegera welat bû, berevajî ji bo ku ne vegerandinê rewa bike û PKK’ya ku dixwaze vegere jî asteng bike. Esas ji bo vêya kete nava yekitiyek wiha. Wek encam dema ku em gihiştîn dawiya 83’an baş zelal bû ku birastî niyeta tu kesî/ê nîne ku vegere welat, li dijî cuntaya faşîst tekoşîn pêşbixîne, jixwe qudreta ku wan zehmetiyan pêşwazî bikin jî tinebû. Yên ku herî zêde wêjeya şoreşgertî, çep, sosyalîzm, welatparêzî dikirin dema ku dor dihat pratîze kirinê di meydanan de xuya nedikirin. Belkî hêza hinekan tinebû, lê em baş dizanîn ku hinek jî rast û dirûst nêzîk nedibûn û hewl didan demagojiyê pêşbixînin. Ji ber vê jî derket holê ku ji cidiyetek ku pratîze kirinê dûr in.

Em destpêkê vêya bêjîn: Di roja me de jî hina hinek komên Kurd, dikarin bêjîn ku “wê demê komên Kurd bihêz bûn, lê PKK’ê li wan xist ew tasfiye kirin.” Ev direwek pir mezin e. Di rastiyê de jî xwedî li gotinên xwe derneketin. Ango tiştên ku anîn ziman  pêk neanîn, li gorî wê tevnegeriyan. Ne di girtîgehê de berxwedana pêwîst nîşandan û ne jî yên ku derketin derveyî welat, ji bo tekoşînê rêvebibin carek din venegeriyan welat. Lê PKK’ê ev kir. Di hem girtîgehan de û hem jî vegeriya welat û li dijî cuntaya faşîst zehmetiyên tekoşînê pêşwazî kir û ev tekoşîn rêvebir. Ji ber wê jî yên din tefiyan, tasfiye bûn. PKK’ê jî mezin bûyîn jiyan kir, di Kurdistanê de hat rewşa rêxistinek yekane. Kesên welatparêz û kadroyên di nava wan koman de jî bi astên cur be cur ve piştevanî dan tekoşîna gerîla û beşdarî tevgera şoreşê bûn.

Rastî ev e, lê hîna hinek kesên marjînal vêya hezm nakin û hewl didin bi demagojiyan ve li ser vê binixûmînin. Bi vî awayî ve hewl didin opurtunîzm û têkçûyîna ku ji bo xwe jiyan kirîn veşêrin. Vêya jî bi dijmintiya Rêber Apo û Tevgera Apoyî ve dikin û bi qurnaziyê ve rastiya xwe vedişêrin. Rastî wekî ku me anî ziman bû; yanî ji ber ku gotina PKK’ê û pêkanîna wê bi hev re bûn, lewra PKK di Bakurê Kurdistanê de bû rêxistina yekane.

 

Pêngava 15’ê Tebaxê û bandorên wê yên li ser civaka Kurdistanê

Di vê demê de Rêber Apo û tevgera me bi şêweyek pir zêde xwedî li sozê derketin, berxwedana hevrêyên di girtîgehê de bê bersiv nehiştin, gelê Kurd ji vê pêvajoya tine kirinê re terk nekirin û ji bo derketinek teqez pêkbîn in û li dijî pergala cunta faşîst di nava hewldanek mezin a şoreşgerî de bûn. Li ser vê bingehê xebatên ku dihatin meşandin, bi biryara vegera welat a Kongreya Duyemîn re; pêvajoya ku hêzên me vegerin welat û di nava welat de amadekariyên destpêkirinê rêvebibin hat pêşxistin.  Birastî pêngava ku pêwîst bû di 1983’an de hatiba avêtin hinek jî direng ket, di encamê de 15’ê Tebaxa 1984’an bi serdagirtinên Dihê û Şemzînanê ve li dijî vê rejîma faşîst zilmkar berxwedan hat destpêkirin. Rêber Apo ev wek ‘pêngava xwedî derketina mirovahiyê’ nirxand.

Her çiqas Pêngava 15’ê Tebaxa ya Mezin a ku li dijî faşîzmê bi zehmetiyên mezin ve hatî pêşxistin  pêngavek çekdarî jî be ji aliyê wate û girîngî, dîsa encamên ku afirandî ve, ji destpêkirina serhildanek biçek zêdetir, li dijî bêdengiya civakê wek destwerdanekê pêkhatiye. Di pratîkê de jî wiha deng vedaye. Birastî, dema ku ji encamên wê ve bê mêze kirin, ji aliyê leşkerî zêdetir em ê taybetmendiyên ku civakê araste dike bibînîn. Ji vê hêlê ve jî tenê wek serhildanek çekdarî nirxandin wê têra neke. Hemleya 15’ê Tebaxê, li dijî rêveçûyîna serberjêr a gelê me destwerdanek pir cidî bû. Di pêşengtiya fermandarê nemir hevrê Egîd (Mehsum Korkmaz) de, dîsa ev hemleya ku bi keda mezin a Erdalan, Bedranan, Eliyên Berçavk, Emîn Taştan û Omerê Zer (Mistefa Omurcan) ve pêşketî di Kurdistanê de pêşiya liv û lebatek pir mezin vekir.

Ji ber ku di paşerojê de hemû tevgerên ku ji serhildanan zêdetir bi şêwazê berxwedanê pêşketin ên civaka Kurd di demek kurt de hatibûn tepisandin, lewra çavtirsandinek hebû. Dîsa rêxistinên din bi gotina “Di dema Şêx Seîd de du leşker hatin kuştin, niviya Kurdistanê çû. Eger niha PKK çalakiyan li ser qereqolan pêkbîne wê Kurdistana mayî jî tasfiye bibe” ve dij propagandeyek dimeşandin. Bandora wan hemûyan jî li ser civakê hebû. Lê Pêngava 15’ê Tebaxê ji aliyê gel ve bi keyfxweşiyê ve hat pêşwazî kirin. Bitaybet jî di Botanê û deverên ku Kurdîtî wek zindî dihat jiyan kirin de bi çoşek pir mezin ve hat pêşwazî kirin, lê bi vê re fikar jî mijara gotinê bû. Yanî  di civakê de fikarên wekî, wê ev tekoşîna bi pêngavê re pêşketî çiqas berxwe bide û çiqas bidome; pir kûr bûn

Kîjan demê hat fahm kirin ku rêbazê vê tekoşînê naşibe serhildan an jî berxwedanên berê, tarzek nû ye, şêwazê gerîla ye, mirovên ku vî tarzî dimeşînin mirovên pir cidî ne, bi biryar in, wêrek in û bi çavên xwe ve dît ku komek ji çend kesan pêktê li hember artêşekê bi wêrekiyek mezin ve şer dike û serdikeve; wê demê şûnve bawer kirin. Yanî dema ku dît rêbaza gerîla ya ku hatî pêşxistin li hember hêzên artêşê têk naçe, berevajî her ku diçe mezin dibe û bawer kir ku ev amûrek rizgarî û azadiyê ye û xwedî lê derket. Li ser vê bingehê cih cih beşdariyên ciwanan çêbûn, dîsa xwedî derketina gel pêşket. Her ku çû pêvajoya yekparebûna bi tekoşînê re pêşket.

 

Rêya ku diçe Şoreşa Vejînê

Bitaybet jî di nêvenga pêşketinek wiha de û di pêvajoya 84-90’an de her ku çû fikara di girseyê de hat derbas kirin, fikarê cihê xwe ji baweriya tam a ji gerîla re hişt. Baweriya ku gerîla rêbazek rizgariyê ye, ev berxwedan naşibe berxwedanên din, di vê tevgerê de hêvî heye pêşket şûnve, di civakê de guhertinek bikok hat jiyan kirin. Şoreşek fikrî pêşket. Vêya bi xwe re veguhertinek civakî û pêvajoya şoreşê pêşxist. Bitaybet jî şehîd ketina di vê tekoşînê de ya Bêrîvanan, Saedetan, Hewayan, Sultanan, çavdêriya vê ya civakê û bi cesaret girtina ji vê ya jina Kurd re şoreşek jin hat jiyan kirin… Her çiqas em nekarîn bêjîn ku nêzîkatiya serwer a wî zilamê feodal tevahî hilweşiyaye jî darbeyek mezin hlldaye. Li ser vê bingehê pêvajoyek ku civak xwe ji nû ve biafirîne û netewbûyînê hat jiyan kirin. Berê di civaka Kurd de tiştek wiha tinebû. Jin di çiya de yekoyek wekî şervanek pir zana tevdigere; dadikeve bajaran, wekî ku di Bêrîvanan de heyî bajaran rêxistin dike, ji vê re pêşengtî dike. Vêya, di civakê de guhertinek pir bikok anî.

Vaye Şoreşa Vejînê ev e. Di wateya rasteqîn de pêvajoyek vejînê hat jiyan kirin. Rewşek liv û guhertinê ya civakê pêşket. Bi vî awayî cihê ku mîna berê teslîm bibe, pasîf û bêdeng bimîne; di civaka Kurd de pêvajoyek, li xwe xwedî derdikeve û berxwe dide hat destpêkirin. Pir vekiriye ku ev pêşketina di civaka Kurd de temamî Pêngava 15’ê Tebaxê pêşxistiye.

 

Ji pêngavê û hetanî roja me pirsgirêkên pêkanînê, lêgerînên çareseriyê û rastiya Komploya Navnetewî

Ji aliyê din ve pêvajoya pêşketinê ya Pêngava 15’ê Tebaxê welê hêsan nehate jiyan kirin. Beriya her tiştî di destpêkirina pêngavê de rewşa direng mayînê bû mijara gotinê. Li gel ku di pêşengtiya hevrê Egîd de pêngavek pir bihêz hat pratîze kirin, lê hema piştî pêngavê, bi sala 85’an re ferasetek parastinê ya rastgir pêşket. Ev, hîna di destpêkê de xwediyê ferasetek welê bû ku gerîla bixeniqîne. Şehadeta fermandarê nemir a hevrê Egîd hat jiyan kirin û windahiyên giran ên cuda çêbûn. Destwerdana li dijî vê ya Kongreya Sêyemîn pêşket. Bi rexne û hewldanên pir zêde yên Rêber Apo ve pêvajoya ji nû ve kom kirinê hat pêşxistin. Eger bi rastî jî Hemleya 15’ê Tebaxê ya ku di civakê de, bitaybet jî di Qada Botanê de dengek mezin veda; rast hatiba pratîze kirin, pêkan bû ku pêşiya encamên mezin ên pir pêşwext jî hatiba vekirin.

Lê li vê derê pêkanînên çetevarî pratîze bûn, û ji ber ferasetên komplovarî yên feodal û pratîkên şaş pêşî li vekir ku hinek hêzên aşîretê li kêleka dijmin bisekinin û zemîna çetetiya li dijî tevgerê afirand.

Ji ber ku di vê demê de Qanûna Rewşa Awarte hat îlan kirin, pergala cerdewantiyê anîn, qanûna poşmantiyê derxistin. Ango ji bo ku ev tekoşîn bê tepisandin dewleta Tirk jî amadekariyek zêde pêşxist. Em nikarîn wan hemûyan li vê derê bi hûrgiliyan ve vekîn, lê êrîşek pir zêde mijara gotinê bû. Hema bi şêwazekê ve hemû artêş xistin tevgerê û êrîşên pir zêde hatin pêşxistin. Ji aliyê dewletê bixwe ve kuştinên faîlên wan ne diyar hatin pêkanîn. Êdî tenê qima xwe bi  girtina mirovan ve ne dianîn; serî li rêbazên wekî di kolanê de lêxe, înfaz bike jî didan. Armanca ava kirina JÎTEM û Hîzbulahê û destpêkirina  wan a êrîşên reşkujî yên li dijî girseya welatparêz Kurd ew bû ku pêşiya  vê mezinbûna ku pêş dikeve bigirin û bitepisînin bû. Lê nekarîn pêşiya wê bigirin û ev vegeriya serhildanek civakî.

Piştî dawiya 89’an bitaybet jî di serî de Nisêbîn û Cizir girse bi armanca ku xwedî li cenazeyên gerîla derbikevin ve daketin kolanan û bi şêwazê pêşwazî kirina bimerasîman a cenazeyên gerîla ve, tevgera serhildanê belavî hemû Kurdistanê bû.

Tevgera gelê Kurdistanê wekî ku di welatên din de dibe ji  ber daxwazên aborî yan jî siyasî zêdetir, ji bo ku dixwazin cenazeyên gerîlayên ku wek qehremanên xwe dibînin bi merasîmekê rakin pêşketiye. Li ser vê bingehê derketina kolanan çêbû. Ev jî rewşa rastiyek girîng a sosyolojîk dide der.

Dema ku em hatin 92’an êdî stratejiya gerîla serkeftin qezenç kiribû. Hem ew tevgera serhildana civakî di qada  siyaseta TIrkiyeyê, kolan, çiya û her deverê de hat  rewşa ku bandor çêbike; hem jî wek leşkerî ket pêvajoyek mezin bûnê. Gihiştina bi hejmara deh hezarî ya gerîla di vê pêvajoyê de hat jiyan kirin. Gotina “Em rastiya Kurd nas dikîn” a Serokwezîrê Komara Tirkiye Silêman Demîrel jî mînakek vekirî, ya serkeftina vê stratejiyê nîşan dide.

 

Pirsgirêk li ser bingehê diyaloga bi dewletê re ket rojeva siyasetê ya çareseriyê

Li ser vê bingehê Rêber Apo di Newroza 93’an de cara destpêkê agirbest îlan kir. Agirbestek bû ku li ser daxwaza navbeynkariya Birêz Celal Talabanî a Serok komarê Tirkiye Turgut Ozal bû. Di vê de rola hinek rojnamevanên demokrat ên Tirkiyeyê yên mîna Cengîz Çandar û her wekî din jî çêbûn. Bêguman agirbesta 93’an tenê ne rewşek bû ku li ser vê daxwazê pêk bê. Vaye ji ber ku pergala Sovyetan rûxiyabû, di nîzama cîhanê de pêvajoya guhertinek bikok pêşketibû, lewra lêhûrbûyîn û nirxandinên li ser pêwîste tevgera me jî guhertinek stratejîk jiyan bike yên Rêber Apo jî hebûn. Ango ji ava kirina dewletek serbixwe zêdetir, siyaseta çareseriya li ser bingehê diyaloga bi dewletê re ket rojevê. Ji ber ku di cîhanê de guhertinên bikok hatibûn destpêkirin. Rêber Apo ev  di dema xwe de dît. Ji ber vê jî hîna wê demê, di Rêber Apo de qenaeta ku bi guhertina stratejiyê ve êdî şer rola pêwîst leyîstiye, ji îro şûnve tişta ku çek bike nemaye, ji ber vê yekê pêwîste meseleya kurd bi rêbazên diyalog û siyasî ve bi dewletên serwer ên her çar parçeyan ve bê çareser kirin, eger dewleta Tirk jî were vaye di Tirkiyeyê de jî êdî divê çareseriya demokratîk encam bigire, êdî wateya domandina tekoşîna çekdarî nemaye pêşketibû.

 

Anîna ser kar a ekîba Gureş-Çîller_Agar

Lê di pergala dewleta Tirk de li dijî vê pêşketinên cuda rûdan. Bitaybet jî hema piştî bangawaziya dirêj kirinê ya agirbesta duyemîn şûnve  kuştina Turgut Ozal û bi wî re Orgeneral Eşref Bedlîsê ku li dijî gerîla zêde şer kirî, lê di tehlîla de gihiştî baweriya ku  pêwîste bi rêgezên siyasî ve bê çareser kirin, dîsa Cem Erseverê ku herî zêde şerê taybet di Kurdistanê de pêşxistî û ekîbek ku kesên wekî wan jî di nav de giştî hatin tasfiye kirin. Ev, pêvajoyek bû ku bi destwerdana destek kûr a nava pergala dewleta Tirkiyeyê ve hat pêşxistin.  Li ser vê bingehê Dogan Gureş, Tansu Çîller, Mehmet Agar û ekîba wî anîn ser kar. Wan jî, bi gotina “divê em vê meseleyê bi şer û tundiyê ve çareser bikîn” ve vaye bi pêşxistina şerê ku di salên 93-94’an de hatî pêşxitsin ve, meseleya Kurd anîn rewşa girêkek kor. Di nava dewletê de giranî dayîna ekîba ku ji şer rant bidestdixe û aligîrê domandina şer, birastî hişt ku ev mesele bibe girêkek kor. Nexwe meseleyek bû ku di salên 90’an de dikarîbû bê çareser kirin. Em wek tevger hatibûn wê nuqteyê.

Her ku piştî meseleyê fersend çêdibû, vaye di meha Mijdara 95’an de Rêbertî carek din agirbest îlan kir. Wê demê hinek hewldanên Erbakan ku li ser desthilatdariyê bû çêbûn, lê bi 28’ê Sibata ku piştî wê pêşketî re mecbûr ma ku îstîfa bike. Birastî ev ekîba rantxur a di nava dewletê de timî pêşiya çareseriya demokratîk bûye asteng. Dîsa ji aliyê ekîbek di nava dewletê de ku nasnameya wî pir zelal nîn e daxwaza agirbestê hat kirin. Rêber Apo di 1’ê Îlona 1998’an de li ser vî bingehî agirbesta sêyemîn îlan kir. Vê carê jî hêzên hegemonîk ketin dewreyê. Di vê wateyê de dikare bê gotin ku Komploya Navnetewî, komployek bû ku  ji Tirkiyeyê zêdetir Emerîka, Îsraîl û Îngîlîstanê rolek aktîf leyîstin, Rusya û Yewnanîstan jî kirin amûrê vê û gelek dewlet jî bi şiklekê beşdar bûn.

Tişta ku vê derê tê fahm kirin, tenê ekîba rantxur a di nava dewleta Tirk de çareseriya bi rêbazên siyasî ve ya meseleya Kurd naxwaze, di heman demê de hêzên hegemonîk ên navnetewî jî naxwazin. Eger di wan de meyla çareseriya demokratîk a meseleya Kurd heba, wê piştevanî daban projeya çareseriya siyasî ya ku Rêber Apo dema ku li Romayê pêşxistî û serî li rêbaza komployê nedidan. Lê armanca wan ne çareserî bû, derxistina şerê di navbera gelan de bû. Ji bo vê jî Komploya Navnetewî pêşxistin. Piştî ku Komploya Navnetewî, Rêber Apo dîl girt û radestî Tirkiyeyê kir şûnve rayedaran dewleta Tirk bi zexta wê ekîba rantxur jî, ketin fikra ‘êdî ev mesele çareser bûye, PKK têkçû, serokê wî di destê me de ye, jixwe wê PKK jî belav bibe.”

Heta saziyek ramanê ya Îngîlîzan eşkere kir ku 6 meh temenê PKK’ê maye. Wiha, daxuyanî û lebatên ku cesaret didin wê koma rantxur a li Tirkiye hatin kirin.

 

Polîtîkayên bêçareseriyê kûr dikin ên Ewropayê

Ji vê re dikare yek jî mînakên herî balkêş wiha bê dayîn: Ji aliyê me ve 5 salan li ser bingehê biryara dawî kirina tekoşînê ya biçekdarî ya ku di 2’ê Tebaxa 1999’an de Rêber Apo girtî, tenê guleyek jî nehate teqandin. Di Kurdistanê de di wateya şer de bêdengiyek mijara gotinê bû. Lê Yekitiya Ewropayê di nêvengek wiha de PKK xist lîsteya rêxistinên terorê. Di wê demê de ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve wateya xistina lîsteya terorê ya me ew bû ku bêje “hûn çima şer nakin? Çima 3’ê salin çek nateqe?” bû. Ji ber ku me dawî anîna şerê çekdarî îlan kiriye û em di nava bendawariyek çareseriyê de ne. Lê Yekitiya Ewropayê me dixîne lîsteya terorê. Wateya ku destpêkê tê eqil ew e dema ku me şer dikir ne dixist lîsteyê, lê piştî ku dawî li şer anî dixîne lîsteyê. Yanî derveyî vê wê çi bêeqil? Lê vêya çi nîşanda? Lê vêya bi xwe re meyla çareseriyê ya ku di aliyê Tirkan de heyî paşxist.  Meylek diyar, di dema ku Ecevît bixwe li ser desthlatdariyê de jî hebû.  Bi Rêbertî re hevdîtin jî hebûn. Lê piştî wê hevdîtinên bi Îmraliyê re hatin birîn. Yê ku ev pêkanî kî bû? Hêzên emperyal, ên navnetewî bûn.

Meseleya Kurd meseleyeke ku tenê bi dewletên li ser Kurdistanê serwerî çêkirîn re sînordar nîn e, hêzên hegemonîk ên navnetewî jî di nava kar de ne. Li ser vê rant bidestxistin û bi vî awayî Tirkiye bi xwe ve girêdan, birastî siyaseteke ku di herêmê de bikontrol tê meşandin.

Li gel ku îlana agirbestê ya Rêber Apo bi Komploya Navnetewî ve jî hat bersivandin, lê Rêber Apo dîsa israra xwe ya çareseriya siyasî di îmraliyê de jî berdewam kir. Ev xetek e. Xeta ku di 93’an derketin çêkirî, bi daxuyaniyên Rêber Apo yên Romayê re zelalî qezenç kir. Di Îmraliyê de gihişt çarçoveyek hê teorîtîr. Lê hêza li hember nehat çareseriyê.

 

Hewldanên çareseriya 2008-2015’an

Li ser vê di sala 2004’an de Hemleya 1’ê Hezîranê ket rojevê. Li pêy wê nîqaşên pêvajoya Oslo yên di navbera 2008-2011’an de bi protokolekê ve biencam bû. Ew protokol, ji aliyê şandeya ku temsîliyeta dewleta Tirk dikir ve, serkêşiya wê Hakan Fîdan dikir pêşkêşî hikûmetê hat kirin. Lê wê demê di nava AKP’ê de behsa taktîka Tamîlê dihat kirin.

Vaye Srî Lankayê bi şiklek dişibe vê bi tevgerek yekser ve li pêy hevdîtinên Osloyê re gerîlayên Tamîlê tine kiriye. Ango destpêkirina hemleyek wiha ya gerîlayên Tamîlê tine kirî mînak nîşandan.

Yanî her hal bi îhtîmalek mezin ve ew meyla berê, ya neyê çareseriyê, rantxur ket dewreyê şûnve, çareserî carek din hat hingavtin û şûna wê pêvajoyek şer a nû ket rojevê.

Li pêy wê jî dema ku em dihatin dawiya 2012’an, pêvajoya Îmralî ya 2013-2015’an a ku bi name nivîsandina Rêber Apo ya ji Serok komar re û xistina dewreyê ya ekîba MÎT’ê şûnve destpêkirî jî heye.  Lê di vê pêvajoyê de pêkhatina Şoreşa Rojava, derketina naverastê ya DAIŞ’ê, wek tevger li dijî hemû êrîşên DAIŞ’ê yên ji Kerkuk û hetanî Efrînê bersivdayîna me, bitaybet jî  piştî ku di Şengalê de bi fermanê ve qetlîam hat destpêkirin destwerdana me ya bişêwazek pir wêrek, dîsa destwerdana me ya ji Bakur a li ser dagirkirina Kobanê hişt ku tevger di seranserî Kurdistan û herêmê de mezin bibe. Hêzên dewleta Tirk ji vêya tirsîn, ketin nava tirsek mezin. Gotin “pirsgirêka man û nemanê ya Tirkiyeyê heye.”  Halbukî pêvajoyek çareseriyê ya ku dewam dikir hebû. Me dikarî hemû pirsgirêkan bi Tirkiyeyê re çareser bikîn. Niha jî wê demê jî timî digotin we pêvajo xirakiriye, lê rastî ne wisa ye. Hewce nake em carek din bikevîn nîqaşa vê, lê ya esas ew bû ku tevger mezin dibû û tirs ji vê bû. Tişta ku pêvajo xira kirî ev tirsên dewleta Tirk bûn. Û li pêy wê jî rewşek şer a bênavber 10 salan berdewam kirî hat jiyan kirin.

Li vê derê bitaybet jî hêzên hegemonîk ên ku wek Koalîsyona navnetewî xwe rêxistin kirîn, siyasetek cot standart pêkanîn û di encamê de polîtîkaya tepisandina tevgera Kurd berdewam kirin. NATO ya ku di Bakur de piştevanî dida şerê li dijî PKK’ê ya dewleta Tirk, ji bo vê hem piştevaniya siyasî û hem jî ya teknolojîk, bitaybet jî SÎHA’ya ku hevsengiya şer guherandî 2016’an şûnve bi şiklekê pêşkêşî artêşa Tirk kir. Lê li kêleka vê di Rojava de jî li dijî DAIŞ’ê polîtîkayek tifaq dike bi QSD’ê re çêkirin; dibe mînakek tam a durû. Hinek rêxistinên çep jî di nav de gelek derdoran ev şaş nirxandin.  Vaye hewldan vê pêwendiya ku taktîk jî nikare bê gotin a Koalîsyona Navnetewî ya di serkêşiya Emerîkayê de bi QSD’ê li dijî DAIŞ’ê re çêkirî, wekî pêwendiya PKK’ê bi Emerîkayê re nîşandan. Tiştek welê tinebû. Di rastiyê de ji bo ku darbeyên giran li PKK’ê bixîne îmkanên teknolojîk ên pêwîst pêşkêşî dewleta tirk kiriye û bitayet jî ji bo ku dewleta Tirk hetanî xetên hundir xebatên xwe yên leşkerî pêşbixîne zemîna pêwîst hatibû afirandin. Ev berdewamiyek cuda ya komployê bû.

Ev komplo, di eslê xwe de komployek bû ku li dijî gelên herêmê hatibû pêşxistin. Tirkiye dihizre ku Emerîka yan jî NATO tam li paş wî ye, lê di esasê de polîtîkayek ku li ser bingehê ne çareser kirina pirsgirêkê û bêçareseriya wê meseleyê ve her kesî bi xwe ve girêdidin. Ev rewş hetanî demek dirêj jî ji aliyê rêveberên Tirkiyeyê ve ne dihat dîtin. Niha dîtine ne dîtine ez tam nizanim, lê tê fahm klrin ku hinek beşên wekî Devlet Bahçelî dîtine. Yanê ev di eslê xwe de lîstîkek hêzên emperyal ên navnetewî bû. Wekî ku timî piştevanî didin TIrkiyeyê nîşan didin, lê polîtîkaya domandina şer e. Esasê xwe ev e.

Aliyê dewleta Tirk, bitaybet jî hinek derdorên ragihandinê dema ku meseleya Kurd digirin dest timî behsa tiliyek derve dikin. Erê raste tiliyek heye, lê ev li ser bingehê bikaranînê ya bi vî şêwazî heye. Yanî rewşek bikaranîna bi şêwazê rêvebirinê, ya siyaseta bêçareseriyê mijara gotinê ye. Nexwe ne pêşxistina pêwendiyekê ye. Mînak pêwendiyek hema rasterast a bi van hêzan re ya tevgera PKK’ê çênebûye. Lê li ser vê jî gelek reş kirin çêbûn. Ev temamî berevajî kirina rastiyan bû. Vaye pêwendiya taktîkî ya ku QSD’ê di Rojava de pêşxistî, pêwendiyek çawabû di komploya ku serê salê de li dijî QSD’ê hatî pêşxistin da hat fahm kirin. Birastî me berê jî texmîn dikir ku wê wiha bibe. Yanê ne tiştek welê bû ku me nedizanî, lê hêzên cur be cur aha bi xwe spartina wê pêwendiya taktîkî ve, hewldan wekî hemû rêxistin ketibe wê rêyê nîşandan; lê ew ne rast bû. Ya rast ew e ku ev hêz çareseriya meseleya Kurd naxwazin. Li ser domandina siyaseta bêçareseriyê û li ser vê polîtîka dikin. Eger ev helwesta wan neba wê hêzên Başûr jî ew qas piştevanî nedaban dewleta Tirk. Hêzên Başûr ji baweriyê zêdetir, ji ber ku hêzên navnetewî di vê mijarê de ronahiya kesk pêdixînin, lewra ew jî bi dewleta Tirk re tevdigerin. Yanî ya ku pêşiya wê vedike jî heman hêz in. Armanç wekî ku min beriya niha destnîşan kirî kûr kirina bêçareseriyê ye. Li gorî me dîtina vê girîng e.

 

Şerê deh salên dawî şerek lûtkeyî bû

Di encamê de şerê ku di pêvajoya deh salên dawî de hatî jiyan kirin, bû şerê herî berfireh a dîroka me ya tekoşînê. Di serî de Bakur ev şer pir zêde hat meşandin. Wekî ku min li jor jî anî ziman ketina SÎHA’yan a destê artêşa Tirk, avantajek bû ku ji aliyê teknolojîk ve hevsengiya şer guherand. Ji ber ku SÎHA ne çekek welê ji rêzê ne.

Hema bêje wekî tifingên sekvanan xwediyê taybetmendiyek reşkujiyê ne. Dema ku wiha be êdî kuştina kesek di senger de nabe pirsgirêk.  Ji ber vê yekê wê demê derfetê berteref kirina bi wê teknîkê ve ya hemû nuqteyên berxwedanê ya tevgerek li ser erd tê meşandin, pêkan dibe. Ev ji aliyê şer ve derfetek girîng a teknolojîk e. Hebûna vê ya di destê artêşa tirk de, hişt ku hevsengî ji aliyê dewleta Tirk ve biguhere. Ev rastiye. Lê me jî li dijî vê bi berxwedanên destanî yên ku di dîrokê de mînakên wê hindik bên dîtin ve bersiv da. Di tu eyaletên me de qedemeya me ya fermandariyê jî di nav de paşda pêngav nehat avêtin. Me hetanî dawiyê şer û berxwedan esas girt. Ev şerek pir biegîdane bû. Yanî Azad Sîseran, Çekdar Amedan, Botan Hekkariyan, Delal Amedan, Çetîn Sêwregan, Atakan Mahîran, Çîçek Botanan, Şevîn Bingoliyan, Yilmaz Dersîmiyan, Egîd Civyanan, Leyla Sorxwînan, Berçem Cîloyan, Yaşar Botanan, Bedreddîn Amanosan, Dilşêr Herekolan û berxwedaniya hemû lehengên me li ser vî bingehî çêbûn.  Ev şer şerek egîdane ya hemû fermandarên me yên pêşeng bû. Berxwedanên pir biwate û destanî pêşketin.

 

Li dijî planên xilas kirina 3’ê mehan berxwedana mezin

Di tehlîla dawî de dewleta Tirk bi Iraq û dîsa bi PDK’ê re li hev kir û navendên me yên kontrola fermandariyê jî di nav de li ser tine kirina me û bi vî awayî hem di Rojava de, hem di Bakur û hem jî li her deverê de bişiklê ku encamek teqez bigirin plansaziyek mezin pêşxistin. Di Başûrê Kurdistanê de plansaziyek 3’ê mehan a bi şiklê ku tenê ferdek PKK’ê jî nemîne hat çêkirin. Bi plansaziyek mezin a ku bişêwazê Şengal jî di nav de hemû xakên Iraqê da tiştek li ser navê PKK’ê neyê hiştin, ev pêvajo di 10’ê Sibata 2021’an de bi êrîşek surprîz a li ser Garê ku Biryargeha me ya Navendî li wê derê ye, dan destpêkirin. Di eslê xwe de plan ew bû ku di 3’ê mehan de xilas bikin. Lê vêya bi xwe re berxwedanek pir mezin anî. Gerîla tenê li ser erd şer nekir, derbasî bin erd jî bû. Bi vî awayî pêvajoya berxwedana tunelê jî ket rojevê. Di encamê de bû şerek pir rûxîner. Her çiqas dewleta tirk hîna qebûl neke jî bi şêweyek pir zêde çekên kîmyevî bikaranî. Heta em dizanîn ku cih cih bombeyên taktîk nukleer jî bikaranîn.  Delîlên teqez ên bikaranîna taktîk nukleer tunin, lê delîlên bikaranîna çekên kîmyevî hene. Li gel ku dewleta Tirk ew çek hemû jî bikaranîn, lê encama ku ku dixwest nekarî di Herêmên Parastina Medya de bigire.

Plana ku pêşbinî dikirin 3’ê mehan da temam bikin, li gel ku 5 sal jî temam bûn û artêşa Tirk nekarî ji Zapê derbikeve. Ango di Zapê de xitimandinek jiyan kir. Eger hîna di Metînayê de hêzên me hebin wê ev çawa bê îzah kirin! Rast e; wezîrê parastinê îlan kir ku qifil hatiye girtin, lê di eslê xwe de nehatibû girtin. Di vê derê de pir berxwedanên qehremanî, destanî hatin jiyan kirin. Û li ser vê bingehê pêşdaçûyîna artêşê hat sekinandin. Birastî divê bangawaziya Dewlet Bahçelî ya ku di meha Cotmeha 2024’an de kirî wiha bê xwendin.

Ango eger ev bangawazî wek berxwedana ku biçek ji holê nayê rakirin û wek helwesta ku giranî ji çareseriya siyasî re tê hiştin bê dîtin; ev di heman demê de tê wateya ku derdorek diyar ê di nava dewletê de ji destpêkê û hetanî niha bi israr dixwaze tevgerê ji holê rake, lê êdî divê bê dîtin ku bi tarzê tine kirinê ve encam nayê girtin. Ji ber vê yekê anîna rojevê ya encam girtinê ya bi rêbaza siyasetê ve tê vê wateyê.

 

Em bi şehîdên xwe yên qehreman ve hatin vê derê

Qet bêguman em wek tevger û gel fedekariyên mezin hatin pêşkêş kirin, êş hatin kişandin û berdêlên giran hatin dayîn. Tekoşîna hebûn û azadiyê bi berxwedanên destanî ve derbas bû û me wek gel encax bi berxwedanek wiha dîrokî ve hebûna xwe mîsoger kir û gihiştîn qonaxa qebûl kirinê. Em bi şehîdên qehreman ên ku hejmara wan 30 hezarî derbas dike ve hatin vê derê. Dema ku em li bîlançoya li gorî deman a şehîdên ku me ji şerê 1976’an hetanî niha dayî mêze dikîn, wê wateya vî şerê hebûnê bi şêweyek pir vekirî bê dîtin.

*  Şehîdên me yên di navbera salên 1976 – 1983’an de: 173 hevrê,

* Şehîdên me yên di navbera salên 1984 – 2000’an de: 13 bin 778 hevrê

* Şehîdên me yên di navbera salên 2001 – 2026’an de: 7 bin 949 hevrê,

* Şehîdên me yên YPS’ê yên di navbera salên 2015 – 2026’an de 760 hevrê.

 

Bikurtasî wek fermî 22 hezar 660 şehîdên me derbasî qeydan bûne. Ev şehadet, tenê şehîdên ku di tekoşîna Bakurê Kurdistanê de hatî meşandin de pêkhatine. Wekî destwerdana li ser pêvajoya berxwedana Şengal û Kobanê ya HPG’ê, şehadatên ku di parçeyên din de hatin dayîn ne di nav de ne.  Di wan her du deveran de yekûna şehîdên me 3262 ne. Bi vî şêwazê yekûna şehîdên me 25 hezar û 922 ne. Ji bilî vê tê hizirandin ku li ser hezarî şehîdên me yên ku ji ber sedemên cuda nehatin qeyd kirin û di navbera salên 1984-2000 hatin jiyan kirin hene. Bi vî awayî dikare bê gotin ku di dora 27 hezar şehîdên me hene. Tê texmîn kirin ku li ser 5 hezarî şehîdên me yên welatparêz sivîl hene. Em dikarîn bêjîn ku di yekunê de 32 hezar şehîdên me hene.

 

Di şerê gerîla de guhertina xeta taktîkî û teyisandina wê ya ji şer re

Di vê navberê de ji aliyê xeta taktîkî ve jî zehmetiyên cidî hatine jiyan kirin. Di vê wateyê de eger em bêjîn ‘me qet zehmetî ne kişandiye’; ev  wê nebe nirxandinek rast. Beriya her tiştî jî pirsgirêkên ne derbas kirinê yên ji ber kirinên di gerîla de pir derketin holê. Yanî windahiyên ku nehatîn heq kirin, ên ku şêwazê tevgera gerîlayê/a qlasîk me da jiyan kirin. Heta me di axaftinek xwe ya bêtêlê de ku bi wesîleya 15’ê Tebaxa 2018’an re, ji hemû hêzên xwe re kiribû de got me tespît kir ku dijminê me yê herî mezin ji ber kirinên me ne.

Di civaka Kurd de refleksa dilsozî, kevneperestî û parastinê yên ji kevneşopiyan re pir zêde ye. Ji bo vê jî timî rastî êrîşê hatiye û ev jî bûye sedem ku timî di rewşa xwe parastinê de bê hiştin. Niha ev di dema nû de bi şiklekê wekî israra di tarzê qlasîk ê gerîla de xwe dida der. Çimkî hemû pêşketinên taktîkî û nû bûyînên ku me dixwest bikîn eynî wekî diwarekê bikeve li me dizivirî.

Li dijî vê şerek pir cidî hat meşandin. Birastî me dixwest em di 2016’an de derbasî şerê binerd bibîn, lê ji ber ku hevalên me fêr nebibûn, lewra nekarîn ji şerê li ser erd veqetin. Ji ber vê yekê jî, bawerî ji vê taktîka şerê tunelên bin erd ên nû re pêşneket û neketin vê taktîkê. Dîsa di şewazên hê cudatir de israr kirin çêbûn. Em di tehlîla dawî de di encama hewldanên mezin de gihiştîn şerê tunelê û şêwazê şerê tim ê profesyonel yê ku xwe dispêre pisportiyê. Ji ber vê yekê, eger piştî 2021’an şûnve artêşa Tirk di Başûrê Kurdistanê de hatibe sekinandin di bingeha vê de ev radizê. Yek jî di vê derê de ketina dewreyê ya ruhê fedaî ya ku di hêzên me de pêşketî jî mijara  gotinê ye. Wek tê zanîn ji destpêkê û hetanî niha di tevgera me de ruhê fedaî heye. Ev tevger, tevgereke ku li ser fedaîtî û fedekariyê de hatiye ava kirin. Lê fedaîtî her ku çû li dijî van êrîşan pêşket. Di vê pêvajoya şer de, tenê ne di Mersînê de heval Sara û Rûken, di Enqereyê de Rojhat û Erdal û herî dawî jî di Enqere TUSAŞ’ê de Rojger û Asya Elî sekna fedaî nîşandan.

Di şerê çolterê de, ne li ber çavên her kesî/ê, lê gelek hevrêyên me yên eynî mîna çalakiya TUSAŞ’ê derketinek bibiryar-fedaiyane kirîn. Bikurtasî hem ruhê fedaî û hem jî vekirina taktîkî û guhertinekê bi xwe re encam anî.

 

Li ser Kurdan qedexeya dayînê ya teknolojiya stratejîk heye!

Dîsa di mijara teknîkê de jî pir hewldanên me çêbûn. Em di vê mijarê de jî bi wî dîwarê hişk ê hêzên navnetewî re rû bi rû man. Me fahm kir ku tenê ne helwestek siyasî-leşkerî li ser Kurdan heye, her wekî din ji bo ku teknîk nekeve destê Kurdan jî biryarek navnetewî heye. Mesela niha pêwendiyên bi gelek dewletan re ya hêzên Başûr hene û bi wan re hevkarî dikin. Lê baş e, ji wan re teknolojiya stratejîk tê dayîn? Na. Çima nayê dayîn? Ji ber ku li ser Kurdan biryara qedexeyê ya teknolojiya sratejîk heye. Ev tiştek nivîskî nîn e, lê rewşek objektîf e. Me jî di vê mijarê de pir hewlda, lê me nekarî ji derve bidestbixîn. Ji ber vê jî bi şêwazek mecbûrî eynî wekî mijara taktîkî di vê mijarê de jî lêhûrbûyîn hat çêkirin û di encamê de teknîka xistina balafira keşfê, hat pêşxistin.

Yanî faktorek girîng a ku di tekoşîna me ya 2023-2024’an de pêşketî jî, gihiştîna asta ku em bikarîn balafira keşfê ya Akinci ya wek teknolojîk bûye teknîka herî pêşketî ya dewleta Tirk bixînîn bû. Bêguman bandorên vê jî yên siyasî çêbûne.

Hem nişandayina berxwedanek diyar a vê asta taktîkî  û hem jî bi qezenç kirina astek hevseng a bi vî şêwazî ya teknîkê re carek din qeneata ku mesele encax bi rêbazên siyasî ve dikare bê çareser kirin pêşxistiye. Di eslê xwe de bi van pêşketinên taktîkî û teknîkê re, rewşa ku hêzên me gihiştine ezmûnek pêşxistina hemleyan û berxwedanek hê berfirehtir mijara gotinê ye. Ji ber vê jî ev jî tê wateya ku wê îro şûnve derfetên ku bi heman awayî pêşdikevin wê şerek hê bihêztir û performansek berxwedanê derbixîne holê. Bitaybet jî di dema me de, ev rewşa pêşketî ya taktîk û teknîkê ne babetek welê ye ku bê paşçav kirin. Li gel ku bi xwe spartina vê ve derfetên pêşxistina hemleyên leşkerî yên hê berfirehtir û vebijêrkên cudatir jî hene, lê sedema yekane ya dawî anîna me ya stratejiya tekoşîna çekdarî,  nêrîna me ya bîrdozî û siyasî ye.

Tekoşîna me hetanî niha piranî ji aliyê Rêber Apo ve û hinek ji wan jî li ser destûra Rêber Apo ve 9 caran agirbest îlan kiriye. Me jor sedema ne girtina encaman a wan agirbestan anî ziman. Li gorî me şerê ku ji 93’an û hetanî niha di 33’ê salan de pêşketî, şerek bû ku pêwîste qet nehatiba jiyan kirin. Şereke ku bi zêdeyî hatiye meşandin. Şerê gerîla di 93’an de encam girtibû. Stratejiya wê serkeftî bû. Di eslê xwe de şerê ku piştî wê rûda şerek bû ku li ser me hat ferz kirin. Ango bi xwestekên me ve pêşneket; şerek bû ku bi şiklê ku em xwe biparêzîn û çareseriya aştiyane ferz bikîn pêşket. Dema ku li ser bangawaziya Devlet Bahçelî derfetê dawî anîna şer derket, Rêbertiya me ev yekser nirxand û bi bersivek erênî ve pêşwazî kirin.

Ji ber ku dewleta Tirk timî xwestiye me tine bike lewra şereke ku li ser vê bingehê hatiye meşandin. Ango ji ber ku dewleta Tirk ne di çareseriya siyasî ya leşkerî de israr dikir loma ev 33 salin ev şer tê berdewam kirin. Dema ku ji vê hêlê ve li ser bingeha bangawaziyê Dewlet Bahçelî derfetê dawî anîna şer derket holê şûnve Rêbertiya me hema yekser nirxand û bi bersivek erênî ve pêşwazî kir. Çima? Ji ber ku jixwe 33 salin şerek ku me ne dixwest di rojevê de ye. DIvê dawî li vî şerî bê. Rêbertî got “ Eger  dewlet derfet bide min ez dikarim vî şerî bikişînim zemîna hiqûq û siyasetê.”  Jixwe armanca me ev bû. Ango siyaseta vê demê ya bi bangawaziya dîrokî ya 27’ê Sibata 2025’an a dîrokî ve, babetên ku em ji berê û hetanî niha destnîşan dikîn yekparetiyekê dihewîne.

 

Qanûn pêngava pêşiye lê hetanî ku Rêber Apo azad nebe ti kes çek bernade

Di roja 10 Tebaxa 2026’an de qebûl kirina bi piraniya dengan ve ya qanûna çarçoveyî ya ku Meclîsa Mîlet a Mezin a Tirkiye xistî bin biryarê, bêguman encamek girîng e  Bi vê mijarê re eleqedar nirxandinên bandor ên Rêber Apo hene. Vaye nirxandinên wekî “Em ji sêdarê hatin masaya diyalogê. Rêya hezar kîlometreyî bi pêngavekê ve destpê dike. Ev, ji bo çareseriya meseleyê vebûna deriye”, girîng in. Em mecburîn ku nirxek pir mezin bidîn vê. Eger keda Rêber Apo û berxwedaana dîrokî ya mezin a şehîdên me yên qehreman neban, qet pêwîstî bi qanûnek wiha jî nedihat dîtin. Di bin vê de rastiyek wiha heye.

Lê çawa ku ev qanûn pir kêm be, ew qas şaşitiyên girîng jî dihewîne. Carekê, beriya her tiştî ji ber ku avahîsazê vê pêvajoyê Rêber Apo derve hiştiye, lewra ev qet nayê qebûl kirin û ev kêmasiya herî mezin a vê qanûnê ye. Dîsa bi israr eynî wekî belgeya fermî ya şêwazê dawî ya Peymana Lozanê bikar ne anîna têgeha Kurd tiştek pir balkêş e. Em bawer dikîn ku meseleya Kurd encax bi demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ve dikare bê çareser kirin. Pirsgirêka demokratîkbûyînê û meseleya Kurd pir girêdayî hevin, lê li vê derê têkîldarî demokratîkbûyînê hema tiştek tineye. Êrê, amade kirina vê qanûnê di encama nîqaşekê de pêşketiye, lê em fahm dikîn ku gava ku şiklê dawî dihat dayîn nêrînên Rêber Apo pir baldar nehatiye girtin. Dîsa nêrînên tevgera me çêbûn. Di eslê xwe de me ev nêrîn pêşkêş kir. Aliyê dewletê dizane. Bi heman awayî hesasiyetên ku gelê me her roj di meydanan de tîne ziman jî hene. Ev li berçavan nehatine girtin. Meseleyê tenê dadixîne çek berdanê. Ev nêzîkatiyek pir teng e. Ne pêkane ku bi  vê nêzîkatiya teng ve mesele çareser bibe. Lê em dizanîn ku îzahatê vê dikin.

Îzahata wê çiye? Vaye hesasiyetên civaka Tirkiye, hesabên hilbijartinan û her wekî din ve ev tê îzah kirin, lê birastî ev nêrînek teng û nebes e. Devlet Bahçelî hîna di bangawaziya xwe ya destpêkê de -ku divê bêjim ku Devlet Bahçelî di vê mijarê de hevgirtiye- çi got? Got: “Bila rêxistina xwe fesih bike, dest ji şer berde bê Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiye di koma DEM Partiyê de biaxive. Bila hetanî dawiyê ji mafê hêviyê sûd werbigire.” Birastî, me jî bi xwe spartina vê ve di Kongreyê de biryara fesih kirin û dawî anîna tekoşîna çekdarî girt. Ango dema ku me ji avaniya xwe îzah dikir me ev wek hincet nîşanda. Baş e, lê ev di qanûnê de tineye.

 

Dema ku Rêber Apo di zîndanê de be gerîla çek bernade!

Em vêya dizanîn: Dema ku Rêber Apo di zîndanê de be Gerîlayê Azadiya Kurdistanê nêzîkî çek berdanê nabe. Ji ber ku piraniya mezin a hêzên me yên gerîla birastî ji bo azadiya Rêber Apo beşdar bûne. Niha hetanî ku Rêber Apo azad nebe tu wê bêjî ‘dest ji çek berde.’’ Ev tiştek pir zehmet e. Em wek tevger û dîsa wek hêzên gerîla di çarçoveya qanûna ku ji bo çareseriya radîkal a vê meseleyê hatî derxistin re amadene ku pêngav biavêjîn. Lê nebe nabeya vê jî ew e ku divê Rêber Apo bikeve dewreyê û pêvajoyê rêvebibe. Eger dewlet derfetên vê biafirîne -ku dikare biafirîne- dibe ku pêşketinên bilez jî jiyan bikin. Mesela bi şêwazek nixûmî de jî be di rapora komîsyona ku Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiye amade kirî de jî heye. Vaye daxuyaniya pêkanînê ya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye. Eger bi vê çarçoveyê ve nêzîk bibe azad kirina li ser bingehê derbas kirina mafê hêviyê  ya Rêber Apo pêkbê ev qanûn dikare birehetî pratîze bibe. Û ji bo avêtina hemû pêngavên pêwîst ên çareser kirina mayînde ya meseleyê jî wê di çarçoveya bernameyekê de pratîze bibin. Lê nekirina vê jî wê rê ji encama neçareseriyê re veke. Binêrin, em yekpare û hevgirtî nêzîk dibîn. Em tişta ku destpêkê dibêjîn niha jî dibêjîn. Bikurtasî; wekî hinek rayedaran jî anî ziman, divê bi rêya qanûnên pêvek ên cuda ve ev qanûn ji aliyê demokratîkbûyînê ve temam bibe.

 

Eger em aştî dikin pêwîste qanûn jî li gorî vê bin

Hêzên me yên gerîla di heman demê de yekoyek kadroyên vê tevgerê ne. Me PKK fesih kir. Ev rast e lê ev nayê wateya ku wê ev avaniya heyî belav bibe, wê her kes biçe mala xwe. Çima? Ji ber ku em ti demî nebûn tevgerek rêziknameyê. Yanê em nebûn tevgerek ku bernameya wê heyî, rêziknameya wê heyî û her kes li gorî wê rêziknameyê beşdar bûyî. Em tevgerek welê ne. Ya me bîrdoziyek, felsefeyek û şêwazek jiyanê ye. Ev çandek e. Em tevgerek çandî ne, em tarzek jiyanê ne. Yên ku ev şêwaza jiyanê pejirandî hene û ev hemû jî hetanî dawiyê bi Rêber Apo ve girêdayîne. Wê ev girêdayîn berdewam bike, heta wê hê bihêz jî bibe. Wê ev kadro belav nebin. Wê ev kadro beşdarî komara demokratîk bibin û wê ji bo başî, pêşketin û demokratîk bûyîna vî welatî tekoşîn rêvebibin. Lê ne biçek, ji bo ku komara demokratîk bê bihêz kirin û di Kurdistanê de civaka demokratîk bê rêxistin kirin tekoşîn bikin. Ango êdî wê çek nebe û wê siyaseta demokratîk bê rêvebirin. Wê li ser vê bingehê aştiya mayînde pêşbikeve. Gerîla ji mirovên xwedî çand û bi armancekê ve hatin girêdan pêktê.

Ango wê neçe gundê xwe û cot neke. Belkî yên welê jî derbikevin ez nizanim, lê ez baş dizanim ku piraniya wan ne wisa ye. Ji ber vê yekê pêwîste qanûn bi şiklê ku dema hevalên me çûn û sibê tekoşîna demokratîk rêvebirin lazim e bi astengiyekê re carek din rû bi rû nemînin. Ji ber ku em ê bi Komara Tirkiyeyê re aştî bikîn. Em dawî li vê dijmintiyê tînîn. Ji ber vê yekê hewceye qanûn jî li gorî  vê bin.

Dibe ku her kesî/ê qanûnên li gorî xwe hebin. Di me de jî qanûnên me yên li gorî jiyan û pêwendiyên me hene. Ji vê hêlê ve eger Rêbertî bibe xwediyê derfetên ku her koma diçe pêşwazî bike, civîn û îzahatên pêwîst bide wan û li ser vî bingehê vesaziya wan çêbike û perspektîf bide wan, wê ev pêvajo bi vî şêweyî ve bimeşe.

Ji vê hêlê ve divê qanûna heyî ya derketî girîng lê di vê wateyê de wek qanûnek nebes bê dîtin. Pêngavek girîng a hatî avêtinê ye, lê bi serê xwe têra nake ku aliyê hember pêngav jî biavêje. Pêwîste ji bo pêngav avêtinê bê temam kirinê.

Di vê mijarê de bêguman di pêşxistina pêvajoyê de rolek girîng a DEM Partiya ku  em bawer dikîn bi tevgera demokrasiya Tirkiye û Tevgera Azadiya Kurd pêkhatiye heye. Lê ez dihizirim ku di vê mijarê de şaşitiyên hinek siyasetmadaran jî heye.

Dibe ku red kirina temamî ya tiştekî yan jî qebûl kirina temamî ya tiştekî nebe. Eger ne tiştek welê be ku ji her hêlê ve bê pejirandin, dikarîn  helwestek ew qas tê pejirandin jî nîşan nedin. Helbet ev pêngavek girîng e û divê erê bê gotin, lê ji ber ku tenê girîng e û ger erê bê gotin jî, lazim e kêmasiyên wê neyê paşçav kirin.

Wek encam em qanûnê girîng dibînin. Wekî ku Rêbertiya me jî anî ziman pêngavek ewilî û girîng e. Lê ji bo ku ev pratîze bibe wekî ku me destnîşan kirî, hewceye Rêber Apo di vê pêvajoyê de rol bileyîze; ev nebe nabe. Divê ev ji aliyê her kesî/ê ve bê dîtin.  Û ez dihizirim ku ev ji aliyê rayedarên dewletê ve tê zanîn. Helbet eger ji vê re bişiklekê çareserî bê dîtin, wê av rêya xwe da biherike. Ji ber vê yekê pêwîste alî di vê mijarê de bawerî bidin hevdu.

 

Nêzîkatiyên şaş ên ji pêvajoyê re yên dewleta Tirk

Mixabin ku di vê mijarê de nêzîkatiyên pir cidî yên aliyê deshilatdariyê hene. Beriya her tiştî pirsgirêka uslubê pirsgirêkek pir girîng e. Carekê  çawa ku faraziya “me serxist, me qezenç kir, me têkbir” ne zimanek aştî û çareseriyê be, pir şaş e û berevajî kirina rastiyan e. Di holê de rewşek wiha tineye. Pir baş tê zanîn ku Rêber Apo wek yek kesî derket rê; îro milyon li pêy Wî dimeşin, bi deh hezaran kadro hene. Erê, hîna di rojên destpêkê yên pêngavê de Serok komarê demê Kenan Evren gotibû ku “kî/ê ev suc kiribe, ketibe bin kîjan kevirî û di kîjan kunê de xwe veşartibe wê artêşa me di nava 72 saetan de guhê wî bigire û bîne pêşiya edaletê.” Ev 72 saet bû 42 sal. Hîna tiştên hatin gotin pêk nehatine. Dîsa Silêman Soylu bi heman rengî gotibû ku “wê hetanî Nîsana 2017’an tiştek bi navê PKK’ê nemîne, êdî wê kes navê PKK’ê bilêv neke.”

Di 2021’an de ji êrîşa ku li dijî Herêmên Parastina Medya (Başûrê Kurdistanê) hatî pêşxistin da hedefa 3 mehan danibûn pêşiya xwe. Ji bo vê jî piştevaniya NATO, hêzên Başur û Iraqê hat girtin. Şerek dijwar hat meşandin, lê encam li holê ye. Dîsa di salvegera 100’emîn a  (2023) Komarê de bi dehan caran hedefa tune kirina tevahî ya tevgera me anîn ziman, lê çawa ku encam nehat  girtin hetanî dawiya heman salê di seranserî zivistanê de bi hemleyekê ve bi dehan çalakiyên ku baregehên leşkerî yên artêşa Tirk bên xistin û tine kirin, pêkhatin. Ji bilî vê dest danîn li ser çek û cebilxaneya artêşa Tirk. Heta ev çalakî kirin wekî fîlmekê û ji raya giştî re dan temaşe kirin.

Di vê mijarê de bi pêvajoya agirbesta dawî re mînakên balkêş ên ku derketîn holê jî mijara gotinê ne:

Wek fermî beşek girîng a 9 agirbestên ku hetanî niha ji aliyê me ve hatîn îlan kirin derbasî rewşa  agirbestek du alî nebûne. Me agirbest dikir lê hêzên dewleta tirk bêyî ku baldar nêzîkî agirbestê bibin operasyonên xwe berdewam dikirin. Beşek wiha ye, yanî yek alî bû û beşek jî veguherî agirbestek du alî. Pêvajoya agirbestên du alî jî ji aliyê dewleta Tirk ve wek fermî ne dihatin qebûl kirin, lewra derbasî rewşa ne fermî dibû. Mînak pêvajoya 2013-2015’an wiha bû. Dîsa di pêvajoya agirbesta navbera salên 2000-2004’an de jî rewşek welê hat jiyan kirin.

Rêveberiya me hema rojek piştî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku herî dawî ji aliyê Rêber Apo ve hat îlan kirin şûnve kom bû û ji 1’ê Adara 2025’an re agirbestek îlan kir. Lê dewleta Tirk pir girîngî ne da vê agirbestê. Yanî operasyonên xwe berdewam kir. Xebatên xwe yên keşif kirinê û dîsa êrîşên xwe yên hewa berdewam kir. Di êrîşên ku pêkanîn de li Garê sê hevalên me şehîd ketin. Di êrîşên bejahiyê de jî 17 hevalên me şehîd ketin. Bi vî şêwazî dema ku em agirbestê da bûn me 20 şehîd dan. Ev rewş hetanî hefteya dawî ya meha Hezîranê berdewam kir.  Wê demê xebatek artêşa Tirk a ku zirûfên agirbestê wek fersend dinirxîne û ji bo vê jî qada xwe ya sengerê hê zêde berfireh dike û dikeve pozîsyonek ku hêzên me yên nêzîkî xwe bixîne zehmetiyê pêkhat. Ango fersendparêz nêzîk bû. Bi îstîfade kirina vê ve gelek dever dagir kir û hêzên me hatin rewşa ku nekarin ketin-derketinê pêk bînin. Li dijî vê hêzên me di 24’ê Hezîrana 2025’an de bi taktîka kêriya dronan ve hemleyek li hember hêzên dewleta Tirk dan destpêkirin. Di vê hemleyê de windahiyên wan çêbûn. Ango ew hemû hêzên di wan giran de belavî eraziyê bûn, yanî ketin pozîsyona întîşarê. Me dizanî ku gelek birîndarên wan hene, lê kuştî hebûn tinebûn em wêya baş nizanîn. Bi îhtîmalek mezin ve kuştiyên  wan jî çêbûne. Ev hemleyek hişyariyê bû. Piştre rojek navber dan kar û xebatên xwe. Ji bo ku leşker pozîsyonên xwe carek din serarast bikin fersend ji wan re hat dayîn. Lê ti guhertin çênebûn û dîsa wekî berê xebatên xwe berdewam kirin. Li ser vê di 26’ê Hezîranê de li hember sengerên hêzên dewleta Tirk, cara duyemîn û hetanî dawiya rojê çalakiyên dronan hatin meşandin. Di vê derê de jî darbe xwarin. Windahiyên wan jî teqeze çêbûne. Dîsa dîmenên birîndarên wan ketin medyaya dijîtal. Piştî wan çalakiyan, ji bo ku pirsgirêkên wiha bên nîqaş kirin û derbas kirin di navbera me û rayedarên dewleta Tirk de pergalek ku ‘mekanîzma’ tê gotin ava bû. Bi vî awayî tenê ne bi Îmraliyê re her wekî din rewşek pêwendiyan a li ser Qendîlê jî bû mijara gotinê. Wan bixwe ev daxwaz kirin. Ragihandin Rêbertiya me û ji wê derê destûr girtin. Em di serî de pir bixwestek nebûn, lê wan pir israr kir. Piştî ku Rêber Apo têkîldarî mijarê name şand şûnve hat qebûl kirin.

Dema ku ew avaniya ku mekanîzma dihat gotin hatin ba hev rayedarên dewletê ji hevalên me re gotin “hûn çi dixwazin? Çima li dijî hêzên me çalakiyên dronî pêktînin? Hevalên me yên rayedar jî gotin “hûn agirbestê wek fersend dinirxînin. Cihên ku we ne dikarî di demên şer de bên, ji bo ku hêzên me bixînin zehmetiyê we sengerên xwe çêkirin. Ev nayê qebûl kirin û em jî mecbûr man ku bersiv bidîn.” Wê demê şandeya dewletê ya ku hevdîtin dikir ji hinek aliyan ve piştras kirin û gotin “em li ser bisekinîn, çareser bikîn.” Vaye em piştî wê nîqaşê ji çend nuqteyên Eyaleta Ş. Delîl  a Rojavayê Zapê  vekişiyan û hem jî me bi biryarek hevpar ve, di nuqteyek Metînayê de hêzên xwe vekişand. Hêzên me hemû malzemeyên xwe jî wergirtin û bi wesayîtên ku ji Garê diçûn ji wan sengeran vekişiyan. Vaye tam jî piştî wê dîrokê şûnve hêzên dewleta Tirk mecbur man ku li gorî agirbestê tevbigerin. Ango agirbesta yekalî ya ji dîroka 1’ê Adara 2025’an destpêkirî, ji 1’ê Tîrmeha 2025’an şûnve veguherî du alî. Birastî çar mehên di pêşiya wê de şer û pevçûn berdewam dikirin. Eger hêzên me neban, ango di pratîkê de bersiva pêwîst nedaban, armanca wan ew bû ku bi dewam kirina êrîşên xwe ve me derb bikin. Jixwe Wezîrê Parastinê jî di her fersendê de daxuyanî dida û digot ‘wê operasyonên me berdewam bikin.’ Lê piştî bersivên gerîla, li ser wê mekanîzmaya agirgestê vegeriya du alî.

Piştî wê jî xebatên xwe yên keşfê berdewam kirin. Me çawa ku di demên cuda de li asîmanên Qendîlê du heb balafirên keşfê yên dora 10 hezar û 500 metre difiriyan xist şûnve ew mijar carek din bû  nîqaşên wê mekanîzmayê. Wê derê, gotin “temam em êdî li ser qadên we balafirên keşfê nafirînîn. Em ê tenê cihên ku leşkerên me lê ne û wê balafirên me ji bo ewlehiya wan bifirin. Derveyî van deran jî wê Garê û Qendîlê nefirin.”  Birastî jî piştî wê demê şûnve di rêjeyek girîng de li gorî wê peymanê tevgeriyan. Eger em hatin û çûyînên çend saetan ne hejmêrîn, di rewşa heyî de agirbest hem di bejahî û hem jî hewayî de hatiye halek derbasdar. Lê li vê derê me bi spartina hêza xwe ve ev agirbest bidestxist. Ev jî delîlek vekiriye ka pêvajo çawa pêşketiye û di navbera her du hêzan de hevsengiyek çawa pêşketiye datîne holê. Wekî ku min di jor de jî anî ziman me hêzên xwe yên Rojavayê Zapê li ser bingehek peymanê ya ku li ser daxwaza dewleta Tirk pêkhatî vekişand. Lê hîna di navbera me û dewleta Tirk de yek jî pirsgirêkên bingehîn ew e ku pozîsylna hêzên me yên Metînayê ne. Ew bi israr dixwazin ku em wê derê vala bikîn û hêzên xwe vekişînîn. Kanê qifil hatibû girtin? Madem we têk biriye, we her kes paqij kiriye û qifil girtiye, nexwe çima wê derê hêzek heye? Demek her tiştê tê gotin ne rast e. Demek îdiayek wiha tine ye. Eger welê ba nexwe çima sala derbas bûyî hêzên gerîla li ser bingehê peymanekê di nava hêzên we de bi wesayîtan vekişiyan? Helbet me, li ser daxwazê û ji bo ku pêvajo pêşbikeve, komîsyona Meclîsê raporek erênî binivîsîne ew der hiştin û dîsa me beşek girîng a hêzên xwe yên Bakur vekişand. Em çareseriyê dixwazîn, lê li holê têkçûyînek an jî têkbirinek tineye. Eger hûn wiha bêjîn û civakê jî bi vî şêwazê ve motîve bikin nexwe wê demê pêngav nayê avêtin.

 

Uslub hîna usluba şerê derûni ye!

Timî dibêjin ku hesasiyetên civakê hene. Baş e, lê hûn şaşitiyan radigihînin civakê. Ev cure uslub, usluba dema şerê derûnî bû. Em niha salek û niv zêdetire di nava agirbestekê de ne. Em dixwazîn pêvajoyek aştiyê ya mayînde, stratejîk pêşbixînin, lê di serî de ragihandina desthilatdariyê û beşek jî derdorên ku xwe wek opozîsyon nîşan didin hîna usluba şerê derûnî dimeşînin. Rastiyan berevajî dikin. Vêya wiha diteyîsinin civakê. Ev, di cewher de li hember civakê jî bêhurmetiyek e. Eger rastî, ji civakê re bên veguhestin wê civak ji pêvajoyê re bê amade kirin û wê civaka Tirkiye bêje “madem nêzîkatiyek aştiyane ya biniyeta baş heye; madem li gel vebijêrkên cuda jî aştî tê tercîh kirin, nexwe wê demê bila Rêber Apo azad bibe.” Eger heqîqet rasterast ji civakê re bên veguhestin wê civaka Tirk bê nuqteya ku “nexwe azadî heq kiriye.” Eger ev pêvajoya ku Rêber Apo pêşxistî neba, wê entegrasyona Rojava û dîsa wê ev nêvenga ku niha Tirkiye jî ket navê pêşketiba? Pir vekiriye ku wê pêşneketiba. Lê ev rastî ji civaka Tirkiyeyê re nayê vegotin. Usluba şer, şêwazê şerê derûnî berdewam dike. DIvê ev bê terikandin. Di holê de hêzek qezenç kirî yan jî têkçûyî tineye.

Rast e me nekarî em artêşa Tirk ji Kurdistanê derbixînîn, lê artêşa Tirk jî nekarî me tine bike. Em mafê ti kesî/ê naxwîn. Artêşa Tirk artêşek bihêz e. Artêşa mezin duyemîn a NATO yê ye. Di destê wî de çekên herî modern hene. Artêşek şerker e. Lê hêza gerîlayên Apoyî jî ne hêzek welê ye ku biçûk bê dîtin. Hêzek fedaî ye. Hêzek têk neçûyî ye. Li dijî her cure çekê qabîliyeta berxwedanê nîşan dide, bi berxwedana destanî ve qehremaniyan diafirîne. Û ev hêz têk neçû.

Rastî ev in. Dem, dema îfade kirina rastiyan e. Wekî ku Hz. Îsa destnîşan kirî “ Divê mafê Sezar ji Sezar re bê dayîn.” Di asta navnetewî de nirxandinên gelek lêkolînvan, nivîskarên bi wan mijaran ve eleqedar dibin, hene.

Di nava wan de Henry Kîssîngerê ku di salên dûr û dirêj de Wezaretiya Karê Derve yê Emerîkayê kiriye, di mijara berxwedanên gelan de xwediyê çavderiyek mezin e. Pirtûk û nivîsên wî hene. Nuqteya hevpar a ku Kîssînger û gelek pispor ser disekinîn ev e: “ Eger dewletek serwer nekarîbe rêxistinek rabû serhildanê tine bike ev tê wateya ku ne serkeftiye. Eger li hemberî vê rêxistina ku rabû serhildanê têk neçûbe, fikrê xwe di nava civakê de belav kiribe û bûye populer, ev tê wateya ku ew serkeftiye.”   Tespîtên navnetewî wiha ne.

Niha tişta ku di Kurdistanê de hatî jiyan kirin ma ne ev e? Ma ev tevger ji milyonan re nebûye mal? Ma ev tevger hîna ne li ser lingan e? Di vê derê de tê fahm kirin ku ev mijarek hesabên hilbijartinê ne . Ji ber wê jî dibêjin ku “vaye me têkbir, me qezenç kir” lê eger bêjin “me vekirina demokratîk kiriye, me meseleya Kurd çareser kir û me wiha serxist” rastiyek wekî rojêye ku wê hê zêde encam girtiban. Lê cihê ku van bêjin dibêjin “ me tine kirin, em li ser bingehê serkeftinê ya hêzên xwe yên ewlehiyê hatin vê nuqteyê.” Rast e, wan ked daye, wan windahî dane; rêz û hurmeta me ji windahiyên her kesî/ê re hene. Birastî jî eger şûna artêşa tirk artêşek din ba niha deh caran têk çûyî. Ji ber ku performansek mezin a ku gerîla nîşandayî jî hebû. Ma pêwîst nake mafê her kesî/ê wiha bê dayîn? Ji ber ku ev nîn e, lewra niha pêngav jî nayên avêtin. Bî vî awayî tiştên ku ji bo çareseriyê pêwîst jî nayên kirin. Pirsgirêk çavkaniya xwe ji vê derê digire.

 

Gerîla ne sucdar in, mirovên herî fedekar ên welat in

Mijarek din jî wekî ku hêzên gerîla suc kiribin dibêjin ku “em  yên hinekan jî paşda naxînin, em wan derveyî qanûnê dihêlîn, wê piştre rewşa wan bê nîqaş kirin.” Ev tiştek balkêş e. Yanî em behsa qanûnek ku derveyî kesên biryar didin derdikeve, dikîn. Mînakek wekî vê li deverek din ê cîhanê heye ez nizanim. Erê mînakên çareseriyê hene, lê divê bê lêkolîn kirin ka mînakek çareeseriyê ya ku yên biryar didin derve tê hiştin heye yan jî tineye. Qasî ez dizanim birastî tineye. Dema ku ez vêya dibêjim helbet ez ji ber ku ketime derdê xwe nabêjim. Em fedaiyên vê tevgerê ne. Bila ev pirsgirêk çareser bibe, wekî din çi tê serê me ji bo me ne girînge, lê di destpêka vê çareseriyê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye. Ji ber wê jî em ne ji bo xwe em behsa rewşa Rêber Apo dikîn. Bila hinek kes encamek wiha “ji ber ku xwe jî dihizirin, welê dibêjin” dernexînin. Na; dibe ku em nevegerîn. Mesele ew e ku di holê de sucdar tineye. Gerîla, mirovên herî hestiyar ên welat in, bêyî ku berjewendiyek ferdî bigerin jiyana xwe danîne holê.

Tenê ji bo ku bêedaletiya tê jiyan kirin ji holê rakin, ji bo azadiya gelê xwe dest ji jiyana xwe ya ferdî berdane, hemû derfet bi destê xwe ve dahf dane, hinek ji wan dest ji dibistanên xwe berdane, hinek ji wan li gel ku derfetên jiyana madî zêde jî bûn, lê dest ji wan berdane, hatine û di çiya de bûne gerîla. Ev sekna herî fedekar, herî hestiyar a mirov e. Baş e, qet şaşitiyên gerîla tineye? Helbet ku heye. Em niha xwe di pêvajoya rexnedayînê de derbas dikîn. Eger me di astek têrker de di xetek rast de tekoşîn rêvebiriba, me wê îro di masayê de destê Rêber Apo hê xurtir kiriba. Di vê mijarê de nebesî, şaşitiyên ku hatin nîşandayîn hene. Em rexnedayîna vê didîn, lê em vê rexnedayînê didîn Rêbertiya xwe û gelê xwe. Rewşek me ya ku em  derveyî Rêberê xwe û gelê xwe rexnedayîn bidîn tineye. Em beramberî şehîdên xwe deyndar în. Em berpirsyarîn ku bîranînên wan rast bidîn jiyan kirin. Em bi serxistina teqez a doza wan ve hatine erkdar kirin. Berpirsyarî û deynê me li beramberî wan heye. Em li hember Rêberê xwe, şehîdên xwe û gelê xwe di pozîsyona rexnedayînê de ne.  Ev rast e. Lê di heman demê de em wek tevgerek ku li ser bingehê qanûnên xwe tevdigerin jî, wîcdana me rehet e. Divê em ji bîr nekîn ku em tevgerek în ji kûrahiya dîrokê tên. Em neviyên Şêx Seîd în. Em zarokên kesên ku ji qetlîama Geliyê Zîlanê rizgar bûyîn e. Em zarokên Terteleya Dersîmê ne. Em ji wan deveran tên. Pênç hezar gundên me hatin şewitandin rûxandin û gelê me hate koçber kirin. Gelê me di bin navê kuştinên faîlê wan ne diyar de 17 hezar û 520 caran rastî êrîşan hatiye û piraniya wan şehîd ketine. Herî dawî jî di Cizirê de xendek hincet nîşandan 270 ciwanên sivîl ku di destê wan de çek jî tinebûn, lê di sê bodruman de li ser wan benzîn rijandin û ew dan ber agir.î Hem jî bi şêwazek herî hovane hatine qetil kirin. Berpirsiyarê vê kî ye? Piraniya wan mirovên ku ji bajar, zanîngehên cur be cur ji bo ku piştevanî bidin gelê Cizirê çûbûn. Ma di destê Mihemed Tunç, Asya Yuksel de çek hebûn ku we ew kuştin? Wê demê wan mirovên me bi rêya wekîlên HDP’ê daxwaza tedaviyê û derketina derve kiribûn. Ev ragihandibûn hemû raya giştî. Lê we nehişt. Yên derketin derve û xwestin teslîm bibin jî we kuştin. Ew hovitiya vê derê çima hate kirin; berpirsyarê vê kî ye? Yanî eger defterên kevin bên vekirin kî sucdare û kî ne sucdar e wê derbikeve holê. Ji bo vê jî pêşniyara me ew e ku Komîsyona Edalet û Heqîqetê bê ava kirin. Em vêya pêşniyar dikîn. Bila ew komîsyon ava bibe, em amade ne ku li hemberê wê bên darizandin û hesab bidîn.

Di vî welatî de bihezaran mirov hatin qetil kirin. Ango tundiya ku aliyan ji vê hêlê ve pêkanîn hene. Eger hûnê vê tundiyê bi gotina ‘hûn teror in, teror in’ ve bixînin stûyê me nexwe wê hevsengî çawa peyda bibe? Terora ku dewleta Tirkiye meşandî, qasî deh qatên tundiya ku dibêjin we kirî heye. Ji ber vê yekê eger em  ê aştiyek mayînde ava bikîn, eger birastî jî wê komara demokratîk pêşbikeve û eger wê bibe welatê me yê hevpar û pergala me ya hevpar nexwe divê em destpêkê dawî li vê uslubê bînîn.  Divê dawî li agahiyên ji rastiyê dûr ên wekî “teslîm dibin, em ê teslîm bigirîn, me tune kirin û em ê tune bikîn” ên sucdar nîşan didin û biçûk dixînin bînin. Ev pêvajoyê pêşnaxînin, berevajî sor dikin, pêşiya pêşketinê pêvajoyê digirin. Hele hele kesên ku qet destê xwe ji ava germ nexistîn ava sar, li ber navê wan profesor, rojnamevan, nivîskar û pispor hatin zêde kirin ku di seranserî temenên xwe de zehmetî ne kişandine, lê derdikevin ser ekranên televîzyonan wekî fermandarek qada şer zafer qezenç kirîbe, demogojî dikin. Ev ne tiştek welê ye ku bê qebûl kirin. Divê mirov hinek ji pêşxistina demagojiya ku xwe dispêre ew qas direwan şerm bike. Zarokên vî welatî bi hevdu re şer kirin. Wekî ku min jor jî anî ziman birastî ev di encama polîtîkaya vî şerî sor dike, xitimandinê pêşdixîne yên hêzên hegemonîk de pêşketiye. Yanî mijarek girînge ku divê ji Lozanê û hetanî roja me bê destgirtin û lêkolîn kirin. Ji bilî vê eşkereye. Şûna ku ev bê dîtin, dihizirin ku wê bi uslubek sucdar nîşan dide ve  encam werbigirin.

 

Eger seknek ku bawerî dide pêşbikeve, wê pêvajo pêşda biçe

Di encamê de em tam bawerî bi pergala  fikrî ya Rêber Apo tînîn. Dîsa em dixwazîn  hewldanên ku Rêber Apo rêvedibe bersiva xwe bibîn in. Ji ber vê yekê em ji bo xwe bersivdayînê esas digirîn. Lê hewldanên wiha heqeretvarî û helwestên ku rastiyan berevajî dikin wek hewldanên provoke kirina pêvajoyê bandor çêdikin. Ji ber vê jî divê dest ji vêya berdin. Eger birastî dixwazin Tirkiye mezin bibe, birastî jî stêrka wê bibiriqe û dixwazin di Rojhilata navîn de bibin hêzek komara demokratîk pêşeng, nexwe pêwîste dest ji vê şêwazê û usluba şerê derûnî berdin.  Li dîrokê binêrin; di kîjan demê de dewletên Tirkan bi Kurdan re tifaq çêkiribin di herêmê de pêşketin û mezin bûne. Niha jî welê ye. Em li ser vê bingehê dixwazîn aştiyek dilsoz û mayînde pêşbixînîn. Em dixwazin dawî li dijmintiyê bînin; divê hûn jî dawî lê bînin. Ti kes teslîmê we nabe. Em ne ji bo teslîm bûyînê ji bo demokratîk kirina Tirkiye re amade ne. Ji bo vê jî ji aliyê Rêbertiya me ve ew qas hewldan hatin raber kirin. Binêrin 11 salên tekoşîna 42 salan bi agirbestê ve derbas bûne. Çima? Ji ber ku em timî aligîrê çareseriya demokratîk bûn. Tam 33 salin Rêbertiya me ji bo vê hewldanek mezin raber dike. Me wek tevger bi pratîka xwe ve nîşanda ku em di vê xetê de xwediyê seknek bi biryarîn. Herî hindik encamên kongreya me ya feshê, helwesta çek şewitandinê, biryara vekişandina ji gelek sengeran û hemû pratîkên ku hetanî niha hatin nîşandayîn, vê sekna me piştrast dike. Lê em di heman demê de destnîşan dikin ku eger li beramber jî seknek ku bawerî dide pêşbikeve wê pêvajo  pêşda biçe û encam bê girtin. Em dihizîrîn ku eger wateya Pêngava Dîrokî ya 15’ê Tebaxê wiha bê destgirtin û wiha bê xwendin, wê demê wê bibe xwendinek rast. Berhema herî mezin a 15’ê Tebaxê Şoreşa Vejînê ye. Netewbûyîn, demokratîk bûyîna ku Şoreşa Vejînê afirandî rastiyek tekoşer a civakî ye. Hemû cîhan xweziya xwe bi mezin bûna tevgera jina azadixwaz a ku Şoreşa Vejînê afirandî tîne. Şoreşa Vejînê şoreşeke ku  aliyê civaka me diyar kiriye, ew bi serdemê re kiriye yek û gihandiye nêrînek rast a demokratîk. Şoreşa Vejînê ya ku di bingeha fikrî ya Rêber Apo de pêşketî îro şûnve jî xwediyê avaniyek welê ye ku gelê me bigihîne serkeftinên mezin. Em dixwazîn vêya bi civaka Tirkiye re bikîn yek, wek esasî bi gelên herêmê re jî wek yekpare bigirîn dest û hemû herêmê li hember hêzên hegemonîk ên navnetewî bikin hêzek îradî û Kurd, Tirk, Ereb, Fars, Asurî-Suryanî, Ermenî û hemû gelan re li ser bingehê xwîşk-biratiyê yekpare bikîn. Pêngava 15’ê Tebaxê û Şoreşa Vejînê ku berhemek wê ye avaniya tevgerek wiha şoreşgerî pêşxist. Ji ber vê jî wê herikîna dîrokê di vê îstîqametê de pêşbikeve û wê ti kes nekare bide sekinandin.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00