Êdî wê jin ji bo parastinên xwe qasîli benda dewletên di bin serweriya zilam de û împaratorê wî yê mal, kargeh an jî kolanan da nemîne; zana bibe, îqna bibe û wê jinên din jî îqna bike. Divê neyê ji bîr kirin û nede ji bîr kirin ku xwe parastin wek mafek mirov a nabe nabeye, lewra nayê radest kirin, dewr kirin.
Dî dîroka mirovahiyê de, ji roja ku qatilên qastîk serweriya şaristaniya biçîn-bidewlet ji bo mezin kirina hêzên xwe yên desthilatdariyê serwer kirin û hetanî niha cîhanek ku her kesî/ê winda bike ava kirin. Cîhanek ku di serî de jin civak timî di bin cendereya mêtîngeriyê de hat hiştin, her xirabî hat kirin û asayî nîşandan…
Eger hêzên hegemon ên kûrewî û herêmî yên roja me, wek berdewamkerên modern bûyî yên qatilên qastîk bên pênase kirin wê şaş nebe. Ji ber ku ew jî bi dijmintî û polîtîkayên xwe yên mêtînger ve mîrateyên bixwîn û qirêj ên qatilên qastîk bi jinan û civakê didin jiyan kirin. Rêber Apo, di Manîfestoya Civaka Komînal Demokratîk de tespîta: “Ji bo qatilê qastîk jin hedefa pêşî, qada pêşî ya mêtîngeriyê ye. Lê her ku diçe di nava civatê de jî hêz qezenç dike. Çawa ku kedxwariyê li ser jinê pêktîne, li ser civatê jî pêktîne”, dike.
Ji bo ku hêz-serwetê mezin bike, bê pirsgirêk hikm bike di serî de jin hemû beşên xwediyê nirxên komînal azadixwaz, bandor û hêz,timî wek gefa daîmî û çavkaniya pirsgirêkê hatine dîtin, ji êrîşên bê tesîr kirin û tasfiyeyê nirxek stratejîk bar kiriye û bê navber domandiye. Şopên dîroka herî kevin ên têkîldarî qatilên qastîk hatine tespît kirin di Rojhilata navîn de hatine dîtin. Ev erdnîgarî, ji guhertina navenda hegemonîk û hetanî niha ji ber sedema kevneşopiya wê ya berxwedana azadiyê, lêgerînên wê yên wekhevparêz, şoreşa komînalîst û pozîsyona jeopolîtîk ji bo pergalên desthilatdariyê wek xeleka lewaz û xeteriyê hatiye dîtin.
Rewşa îfade kirina ji bo gelên herêmê yên nakokiyên berjewendiyê û hinek caran jî peymanên di navbera hêzên hegemon de tên kirin; timî dibe zemîna şer û pevçûnê, kedxwarî tê kûr kirin, xizanî zêde dibe, bîlançoyên suç ên li ser jin û zarokan giran dibin. Her hewldana ji nû ve dîzayn kirinê jî pêşiya giranbûyîna zêde ya pirsgirêk û qeyranên ku di civakên Rojhilata Navîn de tên jiyan kirin, vedike.Serdema em tê da serdemeke ku hema her roj kîjan pêşketin ji bo mirovahiyê aramî û xweşî pêşxistiye dibe sernavên naguherin ên rojevê, li aliyên din jî li ser civak, jin û xwezayê polîtîkayên qirkirinê gihiştine lûtkeyê, li gel vê jî biawayek têrker naveguherin helwestên civakî. Wek şaşîtiyek pir bikok bitaybet jî ev serdem wekî ku ji bo jinê pêşketin, pêşdaçûyînek be, heta wekî pêvajoya azadiyê tê pênase kirin, lê em ji hewldanên normal kirina tecawîz û qetlîaman re şahidî dikîn. Zêdebûyîna qatlîamên jinan, nîşanî me dide ku ev pergal di rastiyê de çawa jinan digihîne “azadiyê.”
Şerên daîmî yên ku li ser mirovahiyê tên ferz kirin encamên wan ên giran
Di qonaxa kapîtalîzmê de şaristaniyên biçîn û bidewlet ji bo temenê desthilatdariyên xwe hê zêde dirêj bikin û ji ber encamek hêrsa qezenç kirina hê zêde, mirovahî; mehkumê qirkirinên fîzîkî û çandî, qirkirinên jin, polîtîkayên kedxwariya kûr, encamên giran ên şerên daîmî û xwezayek hatî texrîp kirin dibin. NATO piştî ava kirina xwe, bi Gladîoêdî wek rêxistinek NATO ya veşartî ve, di welatên endam û girêdayî wan de dest bi mayînde kirina stratejiyên şerê taybet kirin. Bi vî awayî di avaniya çandî civakî de polîtîkayên qirêj ên wekî afirandina bêexlaqiyê, di pêwendiyên mirov de rakirina pêdarê ya ezeztiyê û ji bo ku dilsozî-dirûstî-bawerî-piştevanî û alîkariyê lewaz bike bênavber xistin dewreyê. Di vê çarçoveyê de di hedefa hêzên şerê taybet de tenê pêşengên şoreşger û tekoşînê nîn in. Wek pêdiviya şerê taybet, li dijî hemû civakê û di her qada jiyanê de tê rêvebirin. Hema ji bo civakbûyîn parçe bibe, wekî ku bi hezar salin berdewam dikin destpêkê êrîşî jinan dikin, hewl didin civakê ji pîvanên exlaqî-polîtîk-nirxên wan dûr bixînin û biyanî bixin. Ji bo fêrî serî tewandinê bikin operasyonên manîpule kirinê dimeşînin. Hêza darizandina mirovan reş dikin, hewl didin wateyên ku li têgehan hatîn bar kirin berevajî bikin, heqîqet wekî ku girîng nebe bê nîşandayîn, pêşî helwesta zana û hestiyar a rêxistin-polîtîk bigirin. Eger ew hemû jî têra rêvebirinê nekin, vê carê jî terora dewletê û çewisandin esas tê girtin.
Rast xwandina wan heqîqetên ku hewl didin veşêrin û wekî ku nebin nîşan didin;ji bo dîtina vê ya tekoşîna li dijî pergalê li ku derê û çawa bê pêşxistin, girîngî dihewîne. Destpêkê; berevajî tiştên ku timî dubare dikin û dixwazin bidin bawer kirin, timî wiha nebû, pêwîstî wiha jî nake û heta hetayî jî welê berdewam nake. Heta niha jî ji vêya pêk nayê. Berxwedêrên civaka komînal ên nekarîne teslîm bigirin timî hebûn û hîna jî hene.
Di rêxistin kirina tekoşîna azadiya jin de ferqa Rêber Apo
Dayîk-jin nirxek pir mezin daye pîvan, rêgez û qaîdeyên ji bo jiyanê pêşxistî, bi israr ev ast an jî pergal pêşxistiye, dîsa bi israr hetanî roja me aniye. Ev nirxên ku bi rêxistin û tekoşînên hêja ve yên komînalîst, sosyalîst, komunîst, şoreşger, demokratîk ên ku wek baskek çemê dîrokê tîmi diherikin; hîna tên parastin pêşxistin û hewl didin vegerînin pergala jiyana nû. Di vê wateyê de gelek nuqteyên hevpar ên ji aliyê armanç û rêbazê ve yên tekoşîna azadiya Apoyî, bi tevgerên sosyalîst ên cîhanê û Rojhilata navîn, tevgerên gerîla û tekoşînên rizgariya neteweyî re hene. Lê di dîrok û roja me de ji gelek tevgerên ku bi mîsyonan ve tekoşîn rêvedibin, yek jî ferqên herî diyar û pêşî ew e ku wate û asta pêşketinê ya tekoşîna azadiya jin e. Guman di mînakên dahûrandinên ku Rêber Apo ji salên destpêka tekoşîna me û pê ve, li ser zîhniyet û şêwazê azadixwaziya jinê pêşxistî û hewldana ku raber kirî de, tineye. Seranserî dîrokê ti rêberên şoreşger, têkîldarî azadiya jin û pêwendiyên li ser bingehê jina biazad re teorî pêşnexistiye, di vê astê de girîngiya jiyanî ne daye. Di Manîfestoya Civaka Demokratîk de ya ku di dîrokek nêzîk de hatî weşandin de jî, têkîldarî pirsgirêka azadiya jin tehlîlek kûr û perpesktîfa çareseriyê pêşxistiye.
Şertê sosyalîstbûyînê ew e ku bi jinê re pêwendî û jiyaneke rast bê pêşxistin
Rêber Apo, qasî ku di ti tevgerên şoreşger de nebe; mijara jin û malbatê rojev kiriye, bi rêbazê çareseriyê ve di şexsê hezaran kadroyan de pêşxistiye, girîngî daye derbas kirina wan ferasetên paşverû yên di vê çarçoveyê de, di şexsê pêşengên civakê de pêşî daye veguherandina kesayet û malbatê. Tespîta “Şertê sosyalîstbûyînê ew e ku bi jinê re pêwendî û jiyaneke rast bê pêşxistinê” ya di Manîfestoya Civaka Demokratîk de dibe yek jî tespîtên bibandor. Ev pîvanên azadî û wekheviyê yên ku Rêbertî girîngî pê dayî her ku diçe di gelê me de jî ji hin aliyan ve bersiv dîtiye. Di vê mijarê de li gel ku hîna pir rê heye ku pêwîste bê derbas kirin, lê eger bê gotin ku di saziya malbatê de ya ku bihezar salan şikl girtiye û di avaniya civakî de çax hatine derbas kirin, wê nebe nepixand.
Di pêşengtiya Tevgera Apoyî de ji berkirin û têşe kirina civaka Kurd, çawaniyek exlaqî û polîtîk qezenç kiriye. Pêkanînên zayendperest ên wekî tundiya li zarok û jin, di temenê zaroktiyê de zewicandin, pir zewacî, xistina malê, derve hiştina jinan a ji qadên jiyanê her ku diçe di nava gelê me yê welatparêz de jî bûne mijarên ku neyên qebûl kirin û helwest bên nîşandayîn. Ji ber sedemên çanda feodal, ji nîzamên malbatê yên ku jin û zarok tên tepisandin, gelek mînakên wekî rêzdarî û hezkirina beramberî hev, feraseta wekhevî û azadixwazî yên ku di çanda civakî de wek pîvanên welatparêziyê pêşketine çêbûne. Hişmendî û sekna şoreşgerî yên ku di pêşengên tekoşîna azadiyê de tên dîtin, bi demê re di gel de jî veguheriye pêşketina hişmendiya azadî û exlaqê. Bi nîzama jiyan û rêxistinî ve; pergalek jiyana nû ya girêdayî hev temam kirina beramber, parve kirin û piştevaniyê, bêyî ku ferq û cudahî çêbibe her kes ji maf û derfetan bişêweyek wekhev feyde dibîne û xwe dispêre azadiya jinê, wek nirxên civakî hatiye zindî kirin.
Şerê taybet û êrîşên li ser civaka exlaqî
Hewl hatiye dayîn ku bi polîtîkayên şerê taybet ve di civaka Kurdistanê de hem taybetmendiyên ku ji avaniya dîrokî-civakî-çandî tên û hem jî ev asta hişmendiya polîtîk rêxistinî û pîvanên jiyana exlaqî yên ku bi tekoşînê ve hatine afirandin bihelînin û bi wateyek tam ve bêexlaqî û bêpîvanî bidin rûniştandin. Salên dirêje ku ji aliyê hêzên dewletê ve ajantî û alozî li ser civakê bitaybet jî kesayetên welatparêz tê ferz kirin. Lê dema ku bi wan polîtîkayan ve encamên ku dixwest nekarî bidest bixe; rêbazên cur be cur ên ku ji bo xira kirina exlaqê hemû civakê, biyanî kirin û berevajî ketina ji nirxên welatparêzî û mirovî xistine dewreyê. Di Kurdistanê de wek encamek pêkanînên şerê taybet ên ku her diçe em navê wî timî dibihîzîn, bi bandora diyarker a dûr xistina ji çawaniyên bingehîn ên exlaqî û polîtîk ên civakê û kûr kirina zayendperestiyê ve bûyerên zêde tên jiyan kirin. Wek parçeyek polîtîkayên şerê taybet beşdariya qetlîamên jinan û êrîşên zayendî yên walî, burokrat, leşker, polîs û karmendên din ên dewletê bi bûyerên Gulîstan Doku, Rojîn Kabaîş ve hê hatin xuya kirin. Hêzên biçek ên dewletê bi leşker-polîs û cerdewanan ve jinên ciwan ên Kurd dixînin kemînê, bikartînin an jî qetil dikin. Ji aliyê din ve di Bakurê Kurdistanê de zêdebûyîna qetlîamênjinan ku ji aliyê zilaman ve tênl kirin û qetlîamên ku wek “mirinên jinan ên biguman” tên binav kirin, lê di esasê de bersucên wan zilam balê dikişîne. Her çiqas dibe mijara darazê jî lê bêyî ku pêwîstî bi lêpirsînê bibînin bi gotina xwe kuştinê ve yan jî bi hincetên ku bawerî nadin ve li ser tên girtin û ji ber ku bibiryara hewce nake di rojevê de bimîne ve encam dibe, lewra bûyerên qetlîamên ku ne teyîsin ragihandinê jî di rêjeyek cidî de ne. Li dijî bûyerên bingehîn ên li ser zarokan wekî tundî û çewisandin, ensest, destdirêjî û tecawîzên cinsî û ji bilî wan terkî kolanan an jî wîcdana dewletê re hiştin, fêrî hişberê kirin û xistina çerxa mêtîngeriya kedê tên jiyan kirin. Dîsa xebatên zêde û berfireh ên çeteyên fihûş û hişberî jî dem dem dikevin rojevê. Ji ber ku di roja me de bi rêbazên zirav û li gorî polîtîkayên dewletê tê veşartin lewra ev pirsgirêkên cidî yên ku bi hemû aliyên xwe ve wek zêde tên jiyan kirin, tê dîtin ku hewl didin asayî nîşan bidin.
Di hest û bertekan de lewaztî tê jiyan kirin
Tê îdîa kirin ku pêkanînên der mirovî yên wekî mirinên biguman, êrîşên cinsî yên li ser nexweş, kesayetên astengdar û zarokan pêktên û tundî-îşkenceyên fîzîkî û derûnîyên ku di Navenda Nêrîna Şîfaya Taybet a Êlihê dedihatin jiyan kirin, ew demek dirêj bû berdewam dikirin. Hinek rewş bi dîmenên tirsnak ve hatin belge kirin. Li gel ku hovîtiyek wiha bi belgeyan ve hatiye teşhîr kirin, lê ne rojev kirina berpirsyariyên dewlet û saziyan jî; hewceyî pê dibîne ku pêwîste li ser lewaziya hest û bertekên civakê bi girîngî bê sekinandin. Eşkereye ku ev cure bûyer, bi şêweyê nezanîna çend karmendan ve, yan jî bi paşguh kirina yên mayîn re nikare bê derbas kirin. Bi heman şiklî, bûyerên wekî destdirêjiyên cînsî, tacîz û tecawîz jî, tenê ji rê derketinên bersuc zilam an jî rê derketinên cinsî yên zilam ve sînordar, nikare bê destgirtin. Bi tespîtên wiha ve derbas kirin, wê çavkaniya esas a pirsgirêkan binixûmîne, wê ev ji bo çareseriyê pir kêm bimîne.
Êrîşên li ser jinên ciwan
Em ji aliyê din ve bisalan an zewaca zarokên ku di temenê biçûk de, jinên ku xistin cendereya ‘namusê’ û di malan de, di kolanan de lêdan dixwîn, tên kuştin an jî jinên ciwan ên ku di jiyanê de hedefek wan a biwate tineyî ji vê derê û ber bi wê derê ve tên kaş kirin dibînîn. Di vê demê de ku anîna jinê ya wek amûrê zewqê di lûtkeyê de ye, jin qada xwe ya hebûnê bi bedena xwe ve sînordar dike xwe wekî bedenek ku pêwîste pêşkêş bike dibîne û di serdema herî bikêr de jinên ciwan dixînin nava pêşbirka xwe ecibandinê. Cîhana fikrî ya jinan, lêgerînên wan, xeyalên wan û cîhana wan a pêwendiyê hatiye berevajî kirin û ji bo ku feraseta estetîk-bedewiyê serwer bikin sektorên wekî kozmetîk-plastîk di nava pêşbirkê de ne.
Mêrên ciwan ên ku arasteyê tundî-mafya-çetegeriyê tên kirin
Li ser mêrên ciwan jî bi armanca ava kirina “zilam”tiyê ve,bi polîtîkayên pir alî ve xîtap dikin. Ciwanên ku bi şêweyek pir bizana arasteyê tundiyê tên kirin, beralî avaniyên mafya, çete û qatil tên kirin. Ji bo ku kesayetên ezez, muptela, li dijî komînalîte-civakparêziyê derdikevin, li ber bayê azadiya sexte ya bîrdoziya lîberal ketîn, di nava bêtatmînî, bêwatetî û valatiyê de digewizin bigihînin, operasyonên têgihiştinê û xebatên wekî kaşkirina nava tevnên qirêj bênavber tên meşandin. Dîsa demek dirêje modelên ji nirxên civakê qut, ezez, milkiyetparêz, pêwendiyên manevî û wate dejenere bûyî pêşbikevin, bi rêyên cur be cur ve (medyaya dijîtal, fîlm-dîzî, “lêkolînên rayagiştî” û her wekî din ve) hewl didin asayî bikin. Zilamên ku hema cihê hesab ji pergala bûye çavkaniya hemû pirsgirêkan a dewlet û desthilatdariya zilamê serdest bixwazin, bihêrs êrîşî jinan dikin, cihê ku tekoşîna maf bimeşînin arasteyê jinan dibin, dema ku bi gotina “min xwest namusa xwe biparêzim” ve jinê nekuje jî wek ruhî qetil dike û zilamên ku kesayeta xwe ya binexweş pêşkêş dikin, hem ji bo jinan û hem jî ji bo civakê wekî pirsgirêkek ku pêwîste bê derbas kirin li holê disekine.
Hema hewl didin mirovan bi bîrdoziyên zayendperest, polîtîka û pêkanînên bîo-desthiladar ve carek din bînin asta ku bi ajoyên xwe yên heywanî ve bijîn û bikin prîmat. Ji ber ku di vê çarçoveyê de ajoya zayendî bi her şêweyî û demê hatiye sor kirin, lewra destpêkê û herî zêde jî jin mexdur dibin û di civakê de pêşiya rizandinên exlaqî tê vekirin. Rêber Apo tespîtên “Kapîtalîzm di wan pêwendiyên zordariyê de zayenda jinê derdixîne pêş û êrîşa herî mezin li ser jinê pêktîne. Bi anîna rewşaheşîşa serdemê ya zayendiyê ve darbeyek giran li civakê xistiye. Îro pêwendiyên zayendî ji olê jî, ji netewperestiyê jî xirabtir çawaniyek heşîşê qezenç kiriye” dike. Di vê wateyê de analîzkirina baş a karakterê desthilatdariyên ku tundiya fîzîkî, derûnî û cinsî li ser jinan ferz, sor û araste dikin, girîngiyek mezin dihewîne. Ji ber ku ev rastî; dema tedbîrên dijber pêşdixîne, radixîne li ber çavan ka pêwîste çiqas stratejîk bê hizirandin û pêngavên polîtîk pratîk bên avêtin.
Polîtîkayên bêcezatiyê yên pergalê
Guman tineye ku rewşên em behs dikîn di civakê de hêrsek mezin çêneke. Lê aliyê avaniyê yê pirsgirêkê çiqas tê dîtin, xeta tekoşînê çawa tê diyar kirin girîngî dihewîne. Li dijî zilam nîşandayîna dijberiya çors, dibe rêbazek ku tekoşîna azadiya jin rast nabîne û rexneyî nêzîkî vêya dibe. Bi tekoşîn û sekna rêxistinî ve derbas kirina zîhniyet, polîtîka û pratîkên sazî, avanî, beş û kesên zayendperest esas tê girtin. Hema bêje bihezar salin hêzên desthilatdariyê ji tecawîzkar re dibin palpişt û temînat. Jixwe ew bixwe jî bi êrîş kirina li ser nirxên civaka komînal, azadî û rêgezên exlaqê ve serweriya xwe bidestdixin û bi xwe spartina vê jî berdewam dikin. Lê wek rastiyek ku êdî pêwîstî bi veşartinê re jî tineye, di rewşên ku sucdar tê tespît kirin de jî bi biryarên darazê ve paqij tê derxistin, bi gotina “daxistina rewşa baş” an jî “daxistina sor kirina neheq” ve bi polîtîkayên bêcezatiyê ve bersucên potansiyel tên teşwîq kirin.
‘Şoreşger pirê ava dike’
Bêguman têkîldarî pergala xirabiyê ya rejîmên serdestiya mêr li ser jinan, zarokan, civak û xwezayê pêktînin dikare pir mînak bên gotin û pir rewşên ku bên tespît kirin hene. Yanê pirsgirêk jî astengî jî qasî yên me hejmartîn pir zêde ne. Lê heval Fuad (Elî Haydar Kaytan) di axaftinek xwe ya perwerdeyê de gotibû ku “Mirovê/a ku rojane jiyan dike wê ji her astengiyê re zinar bêje, lê wê şoreşger jî pirê ava bike.”
Rêber Apo, bisalên dirêj beriya niha; piştî bûyera veşartina bisaxî ya li Semsûrê ya keçek ciwan binavê Medîne Memî ku hîna nû ketibû 17 saliya xwe gotibû ku ev bûyer bi serê xwe hinceta bi dehan şoreşan e.
Di tevgera Apoyî de bi bîrdoziya rizgariya jinê ve di asta partîbûyîna jin de pêşketin derxistin naverastê. Dîsa bi paradîgmaya demokratîk ekolojîk azadixwaziya jin ve em ji jinên cîhanê re bûn xwediyê îdia û pratîka pêşengtiyê. Dikarîn bêjîn ku di qonaxa ku em berdêlên mezin didin de, rastiyek ku bi pêngavên bibiryar ve şoreşa mezin a jin a ku di serî de ji bo Kurdistan, jin û gelên Rojhilata navîn dîrokê ronî dike û di îro de pêşerojê diafirîne jiyan dikîn. Nexwe li hember wan hemû pirsgirêkan tişta ku pêwîste bê kirin, ji bo ava kirina piran zend û bend bên badan. Ji bo çareseriyên mayînde zore lê rêya mecbûrî; tekoşîna rêxistinkirî ye. Li ser esasê ji hemû pirsgirêkên civakê re derbasdar be; di her cihê ku rê û bersivên çareseriya kolektîf hat lêgerîn, hewldanên komînal hatin serf kirin wê bê dîtin ku li her derê pirsgirêk tên derbas kirin, qezencên têkîldarî jiyana azad birûmet mezin dibin. Bi tiştên ku di axên me de tên jiyan kirin destpê bikîn di çarçoveya dij derketina wan hemû stratejî û polîtîkayan de; di vê dema xeter de meşandina tekoşîna parastinê ya deskeftiyên me yên azadiya jin û hêzên me yên xweparastinê, dibe hedefên me yên destpêkê.
Bi bilind kirina tekoşînê ve hevpar kirin
Wek encamek şerê hegemonyaya herêmî û ji nû ve dîzayn kirina wê deskeftiyên jinên ku bi ked û berdêlên mezin ve hatin qezenç kirin di bin rîskek cidî de ne. Di Rojava de li hemberî polîtîka û gefên hikûmeta HTŞ’ê ya ku şerîatparêz û cureyek DAIŞ’ê, parastina YPJ û deskeftiyên şoreşa jin a ku rewatiya wê di seranserî cîhanê de tê nas kirin, dîsa di Şengalê de parastina pergala civakî, deskeftiyên şoreşa jin û parastina hêzên xweparastinê yên ku bi berdêl û kedên mezin ve hatin bidestxistin hem ji bo tekoşîna netewî û hem jî tekoşîna di qada navnetewî de tê dayîn, şert e. Dîsa di Îranê de li dijî pêkanînên darve kirinê, qirkirina jin û polîtîkayên zextê, honandin û mezin kirina tekoşîna hevpar a bi jin û gelên ku bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ve xwe rêxistin kirîn, girîngiyek mezin dihewîne. Di her qada ku xwe parastina jin nehatî rêxistin kirin de rêxistin kirina vê û divê xebatên li ser bingehê berfireh kirin ûavêtina pêngavên komînal, kolektîf bên pêşxistin.Ji bo ku civak li ser bingehê felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ji nû ve bigihe hestiyariyên pêwîst, parastin û pêşxistina jiyana birûmet birêgez û seknên yekpare pêşkêş bike; jin ji bo pêşengtiya polîtîka, gotin û çalakiya hevpar pêkbîne bibiryar e.
Divê daxuyaniyên ku guhertinê bi xwe re neynin bên derbas kirin
Em bi awayek zêde bûne xwediyê ezmûn ku hewldanên ferdî li hember êrîşên ew qas bikok, bihedef û rêkûpêk têra çareserî û rizgariyê nakin.Di rastiyê de qanûn, serarast kirinên makeganûnî û hiqûqî yên ku bi eqlê zilam ve hatine destnîşan kirin civakan naxîne bin garantî û parastinê, berevajî hebûna dewlet û desthilatdariyan dixîne bin garantî û parastinê. Ji ber van sedeman jî mecbûre ku bê guhertin. Helbet nîşandayîna rewşên biqusur ên pergala hiqûqê, qanûn û nîşandayîna rastiyên wan a ji çareseriya pirsgirêkan dûr, bêxem; girîng û pêwîst in. Lê bi teşhîr kirin, daxuyanî dayîn û çalakiyan ve sînordar mayîn, bi neguhertin, neveguhertin û pirsgirêkan ve rû bi rû dihêle. Guman tineye, divê protesto û daxuyaniyên ku bertekên demkî çêdikin û guhertin çênakin bên derbas kirin. Pêşiya qetlîam û êrîşên din ên li ser jin û zarokan; nabe bi pênaseya suc-ceza ve û bi tedbîrên ewlehiya pêwîst ve sînordar bê destgirtin. Karakterê ku parastina fîzîkî ya li dijî êrîşa fîzîkî derbas dike rastiyek girîng datîne holê. Ku qadên herî jiyanî yên ji bo mirovahiyê (siyaset, aborî, zanist, tendûristî, perwerde) bi şaşitî, direw û berevajî kirinên cidî û mezin ve barkirîn e. Ji ber vê sedemê jî li dijî pirsgirêk û êrîşên pergalî yên avaniya wiha heman tişt bên kirin û benda encamên cuda bê sekinandin, ev dibe ku bi ne cesaret kirina têrker a avêtina pêngavên mezin û bi ne amadekariya xeteriyên ku pêkbên ên rê û rêbazên cuda ve girêdayî be. Di vê wateyê de jî eger rewşên ku “bi serê xwe dibin sedema bidehan şoreşan” biawayek rast û kûr bên fahm kirin, wê demê cesareta pêwîst jî bê dîtin, wê ji ya hê zêde re jî amadeyî hebe. Ji ber ku eger hincetên me yên tekoşînê bihêz bin û dema ku me ji bo derbas kirina zehmetiyan biryar dabe, wê demê enerjiya jiyan û tekoşînê ya ku pêdiviya me pê heyî wê derbikeve holê.
Mecbûriyeta xweparastinê
Eger hîna bêparastin nehatiye derbas kirin lewra êrîş zêde dibin berdewam dikin, nexwe rêya yekane a rast a sekinandina qetlîamên jin û zarokan jî û ya diçe azadiya jinê jî hem bi pêkhatina xweparastinê ve û hem jî ji bo hemû pêdiviyên nebe nabe xwe rêxistin kirin û pêngavên pratîkî bide avêtin û avêtinê re derbas dibin. Bi demek diyar ve, bêyî ku bi bertekên ku pêşbikevin ve bê sînordar kirin, hetanî ku encamên çareseriya mayînde tên bidestxistin pêwîstî pê heye ku bi biryar û îradeyê ve bê domandin. Li dijî qirkirina jin, mêtîngerî û xespên maf ên dewleta ku bi zîhniyeta zilamê serdest ve dixebite; bikaranîna mafê berxwedana rêxistinkirî mecbûriye û ji ber vê sedemê jî hetanî dawî rewa ye. Êdî teknîk û amûrên xweparastinê yên ji bo ku jin mafê xwe yê jiyanê biparêzin tên araste kirin çiqas rewa û mecburî bin; li dijî hemû binpêkirinên mafan jî, xwe rêxistin kirina ku tê wateya parastina hebûn, jiyan, nasname û mafên xwe jî ew qas rewa û mecbûriye. Êdî wê jin ji bo parastinên xwe qasîli benda dewletên di bin serweriya zilam de û împaratorê wî yê mal, kargeh an jî kolanan da nemîne; zana bibe, îqna bibe û wê jinên din jî îqna bike. Divê neyê ji bîr kirin û nede ji bîr kirin ku xwe parastin wek mafek mirov a nabe nabeye, lewra nayê radest kirin, dewr kirin.
Erkên veguherandinê yên ku li pêşiya me wek pratîkî disekinin
Di çarçoveya xebatên zane kirinê de li kêleka rêbazên tên zanînê yên wekî vekirina dibistan û qursan, pêkanîna semîner, panel, komcivîn, atolyeyan û zêde kirina tevnên piştevaniya madî û manevî, xebatên dîtbarî-guhdarî-nivîskî yên kurt û dirêj û di medya dijîtal de nişandayina wan, di nava rêbazên bên pratîze kirin de dikarin bên hejmartin. Dema ku xebatên teorîk-fikrî biawayek têrker temasî jiyanê bikin wê di jin û civakê de bersiva xwe ya polîtîk-pratîk jî bibîn in, veguhere rêxistin û çalakiyên ku birînan derman dike û wê bi xwe re guhertin û tedbîrên ku sedemên nexweşiyê ji holê radikin bîne. Ji bo ku pêşeroj bi rêgezên azadî-wekheviyê ve bê honandin ji îro şûnve divê di destpêka tiştên ku pêwîste ewilî bê kirin de, perwerdeya bi zîhniyeta komînê ve zarok bên perwerde kirin. Li gorî mijarên pêdiviyan xebatên wekî komînên jinan, platform, însiyatîf, komîte û meclîs bên ava kirin û avakirina komên çalakiyan êdî di nava erkên ku neyên taloq kirin de cih digirin. Her pêngava ku bi vê û hedefên dişibin vê ve tê avêtin; dema ku li gorî pêdiviyan hatina bahev çêbû, yanî gava ku komîn hatin avakirin, wê demê guhertin jî û veguhertin jî destpê dike. Hingî ku ev cure biryar û pratîk ji aliyê girseyên jin ên berfireh ve xwedî derketin çêbibe sedemek tineye ku neçe serkeftinê. Divê bê bibîrxistin ku tekoşîna azadiya jin di nava tevgerên civakî de ji aliyê hejmarî ve ya herî mezine û wek çawanî jî dikare bibe hêza herî bibandor. Hingî ku ji bo lêgerîna jiyana komînal, azadixwaz, wekhev û adil ji ezmûnên berxwedêrên di dîrok û roja me de xwedî kirin çêbibe, bi yên heyî re diyalog û bi piştevaniyê ve pêwendî bê dayîn, bi polîtîka û pêngavên hevpar ve tekoşîn bê mezin kirin û her ku diçe kûrewî bûn pêkbê, wê demê wê cîhan ji bo jinan û bi vî awayî civakan bibe mekanê jiyana azad.