Ji vî aliyê ve komîn hem modelek rêxistina civakekê ye û hem jî şêwazê jiyanê ye. Dema ku xwe bispêre xwezaya mirov û civakê pêşdixîne, azad dike û bihêz dike.Wek rêxistina pêşengê Yekitiya Komînên Demokratîk çapemeniya azad ji vê re pêşengtî bike, her saziyek xwe vegerîne komînê, komînal jiyan bike wê ji bo ava kirina Yekitiya Komînên Demokratîk di girîngiya jiyanê de be. Rastiya rêxistina pêşeng, mecbûr dike ku ragihandina azad beriya her kesî/ê derbasî modela rêxistinkirina komîn û jiyana komînal bibe.
Rola ragihandina azad di tekoşîna pêncî sê sal derbas dike ya Tevgera Azadiya Kurd de guhêrbar bûye. Tevgera Azadiya Kurd tekoşîna hetanî roja me dabeşî sê heyaman dike. Ji wan a destpêkê wek “Pêvajoya Partîbûyînê” derbasî lîteratura partiyê bûye. Dema ku ya duyemîn dibe “Pêvajoya Leşkerbûyînê” ya sêyemîn jî dibe “Pêvajoya Netewbûyîna Demokratîk.”
Ji aliyê kevneşopiya ragihandina azad ve pêvajoya destpêkê hîna ne veguheriye sazîbûyînekê. Bêguman di vê pêvajoyê de xebatên propaganda û perwerdeyê hene, lê wek esas ev xebat li ser bingeha xebatên bidevkî ya kadroyên pêşeng ên ku Rêber Apo ew perwerde kirîn ve, tê meşandin. Di serî de Rêber Apo hemû kadroyên tevgerê yên ku diçin deverekî propagandaya devkî dikin, hewl didin bi perwerdeyê ve mirovan bandor bikin û kadro-sempatîzan tevî partiyê bikin. Ev xebatên devkî yên ku hetanî demekê dihatin rêvebirin di mirov de zanebûnek çêdikir û pêdiviya rewşa hê çalaktir a rêxistinbûnê diwelidand. Birastî ev pêvajo bi partîbûyînê ve encam bû. Wek yekpare hemû kadroyan di vê demê de propaganda li ser bingehê devkî dimeşandin.
Êdî wê gerîla di pêvajoya duyemîn de bibe hêza propagandaya bingehîn. Êdî wê jiyan, pêwendî, çalakiyên ku di mirovê/a Kurd de hişmendiya kûr ava dikir û bi her darbeya ku li dijminê ku xwe pir bihêz nîşan dida ve dixist, gerîla wek hêza propagandaya mezin wê derketiba naverastê. Hingî ku tekoşîna di pêşengtiya gerîla de pêş diket, wekî di pir qadên jiyanê de di qada ragihandinê de jî saziyên gîrîng pêşdiket. Derveyî Serxwebûnê hemû saziyên ragihandinê berhemên wê ne û tê zanîn ku encamên wê ne. Her çiqas wekî rêxistinek ragihandinê zêde derketibe holê jî ragihandina azad ya vê demê dîsa ji tekoşîna gerîla re wekî piştevan pêk dihat. Wek esas sucên ku dijmin pêkdianî dikir mijar, teşhîr dikir, hewl dida meseleya Kurd û hebûna Kurd bide xuya kirin, gerîla û tekoşîna wî ya di girîngiya jiyanê de bike propaganda. Dema ku ji vê hêlê ve pêşeng dibû gerîla, ragihandin bûye propagandavanê wî, piştevanê wî. Ev pêvajo hetanî dema ku pergala qirkirina Îmralî dihat pêşxistin jî, berdewam kiriye.
Hatina ragihandinê ya rewşa rêxistina pêşeng
Piştî dîl girtina Rêber Apo vekişandina ji Bakur û Tirkiye ya gerîla, derketina pêş a hewldnanên demokratîk, danî holê ku qada ragihandinê wekî berê nayê destgirtin. Li ser vê bingehê ji bo ku girîngiya zêde dibe ya ragihandinê bê pêşwazî kirin YRD hatiye ava kirin. Birastî jî YRD li ser esasê ku qada ragihandinê bersiv bide rol û mîsyona ku guherî, hate avakirin. Li pêy Rêber Apo di sala 2003’an de paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jin pêşxist pêvajoya netewbûyîna demokratîk a ku di lîteratura partiyê de wekî pêvajoya partîbûyîna sêyemîn hatî binav kirin hat destpêkirin. Ev, tê wateya ketina pêvajoyek nû û ji paradîgmaya dewletparêz qutbûn û derbasî paradîgmaya civaka demokratîk e.
Taybetmendiya karakterîstîk bingehîn a vê pêvajoyê ew e ku ji paradîgmaya dewletparêz a ku gerîla jî di nav de çareserî ji hinek din hêvî dike, xwe wekî kirdeyek demokratîk nabîne û rizgarkerekê digire qutbûyîn; ketina paradîgmaya civaka demokratîk a ku civak besî xwe û xwe rêvedibe. Wê bi vî awayî bîrdoziya biçavkanî xwezaya civakî civakî bibe, hemû pirsgirêkên civakî bi paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadixwaziya jinan ve, ji aliyê civakê ve bixwe bê çareser kirin. Êdî wê civak têkîldarî jiyana xwe bibe hêza gotin, biryar û çalakiyê.
Eşkereye ku ev pêşketina ku tê wateya neteweya demokratîk, wê bixwe çênebe. Ji bo vê jî pêdivî bi zanebûnek zêde, bibandor, rêxistin dike û çalakiyê heye. Vaye yê ku vê pêdiviyê pêşwazî bike ragihandine. Derveyî ragihandina azad rêxistinek cuda di vê berfirehî û kûrahiyê de bikare vê erkê bicih bîne tineye û nabe jî. Bi derfetên xwe ve parastin, pêşxistina jiyana civakî, jin, xweza, civak û nirxên tekoşînê, dibe erka ragihandina azad. Ji vê hêlê ava kirina YRD’ê, li pêy wê jî bi pêşxistina paradîgmaya nû ve jî ragihandina azad jî ketiye pêvajoyek nû. Êdî ji bo ragihandina azad pêvajoyek pêwîste ti tişt wekî berê nebe hatiye destpêkirin. Ev pêvajo êdî dibe pêvajoyek ku ragihandin derketî pêş, rol û mîsyona wê bû pêşengtî. Eşkereye ku wê propaganda bi hewldana kadroyek pêşeng hejmara wan bi sînor ve ev dema ku hemû civak vedigere xwezaya xwe û di rewşek kirdeya demokratîk armanc dike de, pêkneyê. Ya ku ji bo ava kirina jiyana azad û civakbûyîna nû hişmendiya pêwîst dide, qada ragihandinê ye. Di pêvajoya netewbûyîna demokratîk de pêşeng ne kesek din e ragihandina azad bixwe ye. Berîdînek wiha ya rol û mîsyona ragihandina azad, di dîroka tekoşîna azadiyê ya ku 53 salan derbas dike de heye.
Ji ber vê yekê em ji 2003’an û hetanî niha tekoşînek ku ragihandina azad pêşengtî jê re dike dimeşînîn. Ji vê hêlê ve pêwîste ragihandin pêvajoya paradîgmaya nû ya ku li ser 23 sal derbas bûn, wek pêvajoyek ku di bin pêşengtiya xwe de pêşketî bibîne, ev di girîngiya jiyanî de ye. Divê di nava vê demê de çi çiqas hatiye kirin, pêwîste çi hatiba kirin rast bê fahm kirin û ji hêla ji nû ve ava kirina xwe ya li gorî pêdiviyan, erk û berpirsiyariyên nebe nabe ye.
Salên ku neketîn paradîgmaya nû
Rêber Apo bi bangawaziya 27’ê Sibata 2025’an re xwest, beşa ku partî pêşengtî jê re dike ya tekoşîna 52 salan bê fesih kirin û PKK’ê jî di dîroka 5-7’ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn kom kir û xwe fesih kir. Rêber Apo hincetên fesih kirinê di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de biberfirehî danî holê û pêvajoya guhertin-veguhertina bikok da destpêkirin. Birastî jî ji ber ku me di sala 2003’an de bi guhertina paradîgmayê ve guhertin-veguhertina ku pêwîst bû me di dema wê de pêk neanî, lewra ji dubare kirinê zêdetir bi şiklek radîkal danî pêşiya me. Ji bo me guhertina paradîgmaya sala 2003’an pêvajoya bikok a guhertin û veguhertinê bû, lê em biawayek têrker neketîn vê pêvajoyê. Me her çiqas di gotinê de têgeh bikar anîbin jî, nekarî guhertin veguhertina ku paradîgma dixwaze, di şêwazê jiyana xwe de, di tarzê rêxistin kirin, modela xwe, pêwendiyên xwe û şêwazê xwe yê xebatê de pêkbînîn. Niha em di bin şewqa Manîfestoyê de hewl didîn fahm bikîn û rexnedayîna wê didîn, ka me çima ev guhertin-veguhertin di dema wê de nekarî bikîn û li ser bingehê Manîfestoyê di nava lêgerîna ku em ê çawa xwe ji nû ve xwe ava bikin de ne. Pêwendiya bi ragihandina azad re ya mijarê rasterast e.
Vaye di pêvajoya 23 salan a ku ketina paradîgmaya nû çênebû de pêşeng, rêxistina me ya ragihandinê bû. Wekî ku di jor de jî hat destnîşan kirin ku fahm kirina vê ya ji kûr a ji aliyê ragihandina azad ve û pêşengtiya bizana, bawerî bi vê anîn û hatina asta ku erkên xwe yên pêşengtiyê serbixîne, ji bo domdarî û serkeftina tekoşînê di girîngiya jiyanê de ye.
Lê mixabin hîna yên ku di qada ragihandinê de xebat rêvedibin xwe di vê rolê de nabînin û xwe naynin asta ku pêdiviyên vê mîsyonê bi serkeftî bicih bînin. Xwe wek parçeyek tekoşîna giştî, lê hema yek ji wan dibîne heye. Hîna nêzîkatiya ku bila rêxistina giştî bike, ava bike, tekoşîn bike, çalakî pêk bîne û ez jî biteyîsinim civakê serwer e. Hîna nêzîkatiya ku ya heyî û pêkhatî dide heye, benda yekî dine, berpirsiyariya pêşengbûyînê nagire serxwe û li gorî pêdiviyên vê tevnegerandin serdest e. Halbukî pêkanîna ya pêwîst, ji bo vê pêşxistina zanebûn û rêxistin kirinê tam jî erka ragihandina azad e. Hatina ew qas girîng a qada ragihandinê, tenê bi guhertinên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê jiyan dike ve girêdayî nîn e. Hêzên kapîtalîst ên kûrewî û dewlet netewe jî pir girîngî didin qada ragihandinê, modelên jiyan, civak, kesayet, jin û zilam ên ku pêşbînî dikin li ser vê bingehê serwer dikin. Wek esas êrîşa li ser civak, jiyan, jin û kesayeta/ê azad li ser medya tê kirin, têgihiştina ku tê pêşbînî kirin, wiha li ser ruh, hest, fikr û ajoyan tê serwer kirin. Di serdema eqlê çêkirî ya ku wek “Dema 4.0 a Endustriyê” tê pênase kirin de nîşan dide ku ev wek kêlî pir bandor bûye. Li gorî lêkolîna hatî kirin, têgihiştina kesên ku bi şêweyek rêkûpêk medyayên dijîtal dişopînin, di nava şeş mehan de temamî tên guhertin. Ev, datîne holê ku ev qada yekdest û taybet kirin çiqas guhertin-veguhertinê pêktîne. Ji aliyê din ve nîşan dide ku hêzên modernîteya kapîtalîst, serdest li ser medya gihiştine derfetên araste kirin û êrîşa mezin a li ser jiyan, civak û mirov. Ji ber vê yekê divê di qada medyaya ku hêzên kapîtalîst û dewlet neteweyan anî rewşa amûrek herî bibandor de, di pozîyonek dijber de bisekine, li ser navê jiyana civakî ji derfetên ku qada ragihandinê pêşkêş dike di asta herî jor de sûd bê wergirtin, ev ji aliye sekna şoreşgerê ve pêwîst dike.
Baş e, divê çi bê kirin?
Piştî wan behs kirinên li ser girîngiya zêde dibe ya ragihandinê, mirov dikare hê zêde qala hinek pirsgirêkên ku di vê qadê de tên jiyan kirin bike. Beriya her tiştî ragihandina azad mecbûre ku xwe li ser bingehê rast bigire dest ka çiqas ketiye paradîgmaya nû ya ku ji 2003’an û hetanî niha pêşengtî jê re dike? Ji ber ku bi şiklek radîkal hewce dike ku ragihandina azad wek rêxistina propaganda û perwerdeyê, çiqas ketiye paradîgmaya nû ya civaka demokratîk ekolojîk azadixwaziya jin, têoriya modernîteya demokratîk, xeta azadiya jin û komînalîzma demokratîk (sosyalîzma demokratîk)? Eger xwe li ser bingehê paradîgmaya nû rêxistin kiriba, gelo wê li pêşiya serketina erkên mijara gotinê, astengiyek derketiba? Bandora rêxistina ragihandina azad a wek rêxistina pêşeng piranî neketî paradîgmaya nû, di çi astê de ye? Vekiriye ku divê ragihandina azad wan pirsan li xwe bike û li ser bingehê rexnedayînên kûr, nêzîk bibe.
Baş e, ketina paradîgmaya nû çi pêwîst dikir an jî pêwîst dike? Ji ber ku paradîgmaya nû tê wateya qutbûyîna paradîgmaya dewletparêz, lewra pêwîste ji her aliyê ve şikl û bandorên dewletparêziyê bên derbas kirin. Modela rêxistinê jî di nava vê de ye ku Rêber Apo di parêznameya xwe ya bi navê “Parastina Gelekî” de partî wek modelek binavend dewlet û desthilatdar pênase kiriye û têkîldarî rêxistinbûyîna partiyê gumanên xwe anîne ziman. Her çiqas di şexsê PKK’ê de domandina bi partiyê re guncav dîtibe jî ji bo ku naverok demokratîk bibe rexneyên zêde kiriye, perspektîf dane.
Destnîşan kiriye ku her kadroyek partiyê, lazim e xwe bêhejmar veguherîne yekeya netewa demokratîk û pergala civaka demokratîk jî bi komîn, meclîs, kooperatîf û akademiyê ve girêdayî pêşbixîne. Vaye hewce dike ku rêxistina me ya ragihandina azad xwe li pîvanên akademî, komîn-meclîs, kooperatîfê bixîne û bipîve ka çiqas ketiye paradîgmayê, her wekî din di vê pêvajoya navberê de biwezinîne ka çiqas erkên xwe yên pêşengtiyê bicih aniye û derbixîne naverastê.
Zelale ku ketina paradîgmayê çênebûye. Ji vê hêlê ve pirsgirêkek di girîngiya jiyanê de ya ragihandina azad neketî paradîgmayê berdewam dike. Ji ber ku ne ketina paradîgmayê ya rêxistina ragihandina azad wek yekpare tê wateya ku tevger û gel jî neketine paradîgmayê. Ji ber ku ragihandina azad rêxistina pêşeng ê ku tevger û gel perwerde dike ye. Ji ber ku pêşeng xwe li gorî bîrdozî û paradîgmaya xwe neguheriye lewra li gorî vê nikare beş û rêxistinên xitab jî dike rêxistin bike, biguherîne û veguherîne.
Divê vê rewşê de di pêvajoya nû de çi bê kirin? Ji ber ku pêvajoya nû pêvajoya ji nû ve avakirin, guhertin û veguhertinê ye loma, ya ku ji nû ve bê ava kirin çiye, ya ku bêguhertin-veguhertin çiye û kî/ê ye?
Eşkereye ku divê kar bi guhertina zîhniyetê ve bê destpêkirin. Meyla ku ji nû ve avakirinê û guhertin-veguhertinê di derve de û di guhertina saziyan de gerandin pir domînante. Ji vî aliyê ve divê beriya her tiştî ji nû ve avakirin di zîhniyetê de bê kirin. Çawa ku ne guhertina di saziyan de jî çavkaniya xwe ji zîhniyetê digire, ji nû ve ava kirin jî dîsa bi çarçoveyek têrker û rast ve pêkan dibe. Ji ber vê zîhniyet destpêka her tiştî ye. Di ev jî, pêwîste ji destnîşan kirinên ku Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de anî ziman ve pêkbê.
Çimkî ev manîfesto bi parêznameyên ku çarçoveya zîhniyetê ava dikin ve, di yekunê de jî rastiya Rêber Apo pêktîne. Nexwe ji bo ji nû ve ava kirin û pirsgirêkên heyî çareser bikîn, divê rastiya Rêber Apo di çarçoveya zîhniyeta pêwîst de bigerîn, bibînîn û pratîze bikîn.
Rêber Apo bi fesh kirina PKK’ê re birastî tenê ne avaniyek, bi vê re şêwazê xebat, rêxistin kirin û pêwendiyê jî fesh kiriye. Divê ji şikl girtina pir alî ya ku stratejiya şerê rizgariya neteweyî afirandî, bikeve stratejiya ava kirinê ya civaka demokratîk. Eşkereye ku ev şêwazek rêxistin, xebat û pêwendiyek nû ye. Nexwe ji bo pejirandina vê bi awayek têrker bixwîne, lêkolîn bike, nîqaş û guhertin-veguhertina pêwîst di destpêkê xwe de teqez jiyan bikîn.
Rêber Apo di dema nû de pergala rêxistinkirina civakî wek Yekitiya Komînên Demokratîk pênase kir. Ango ev yekitî yekitiya komînan e. Ji ber vê yekê modela rêxistinkirina civakî ya kesên ku ji Rêber Apo re dibêjin ‘Rêber, Serok’ esas bigirin, komîn e. Divê her kes komînê rêxistin bike û herî hindik ji komînekê re bibe endam.
Ji yekeya civakî ya ku jiyan wek yekpare ji desthilatdarî, dewletparêzî, zayendperestî, madiyatperestî hatî rizgar kirin; piştevanî, hevkarî, jiyana wekhev û azad hatî serwer kirin re komîn tê gotin. Ji vê hêlê ve pêwîste komîn li gorî cewherê civaka komînal ji nû ve bê rêxistin kirin û li gorî cehwerê jiyanê ji nû ve bê ava kirin. Ji vî aliyê ve komîn hem modelek rêxistina civakekê ye û hem jî şêwazê jiyanê ye. Dema ku xwe bispêre xwezaya mirov û civakê pêşdixîne, azad dike û bihêz dike.Wek rêxistina pêşengê Yekitiya Komînên Demokratîk çapemeniya azad ji vê re pêşengtî bike, her saziyek xwe vegerîne komînê, komînal jiyan bike wê ji bo ava kirina Yekitiya Komînên Demokratîk di girîngiya jiyanê de be. Rastiya rêxistina pêşeng, mecbûr dike ku ragihandina azad beriya her kesî/ê derbasî modela rêxistinkirina komîn û jiyana komînal bibe.
Rêxistin kirina komîn û asta jiyana komînal
Zelal e ku ketina komînê jî bi rewşa ku bibe akademî, meclîs û kooperatîfê ve pêkan dibe. Ev her sê têgeh têgehên dendikî yên rêxistinbûyîna civaka demokratîk in û tê zanîn ku Rêber Apo bi salan beriya niha destnîşan kiribû. Vaye ji ber ku ragihandina azad ji sala 2003’an û hetanî niha neketiya paradîgmaya nû ya ku di şexsê Rêber Apo de pêşketî lewra xwe di vê qadê de rêxistin nekiriye û prisgirêkên pêşengtiya ku tê behs kirin hatine jiyan kirin û çûyîna paradîgmayê çênebûye.
Beriya her tiştî ji ber diyarkeriya zîhniyetê divê destpêkê akademî bê rûniştandin. Akademî tê wateya bidestxistina çarçove ya zîhniyeta ku tê temsîl kirin. Divê her sazî û yekeya ragihandinê hatiba rewşa akademiyek kuteoriya modernîteya demokratîk, xeta azadiya jin, zîhniyeta netewa demokratîk, paradîgmaya civaka demokratîk-ekolojîk û azadixwaziya jin fahm bike, vêya temsîl bike, biparêze û belav bike. Pêwîste beriya her tiştî ragihandina azad a ku erk û karê wê ya bingehîn di çarçoveya vê zîhniyetê de perwerde kirin bû; ji her aliyê ve ev zîhniyet di xwe de ava kiriba. Berevajiya vê ne pêkane ku çarçoveya vê zîhniyetê bi şiklek bibandor, estetîk û çalak bigihîne tevgerê, gel û beşên civakî yên hê berfireh. Ji ber vê sedemê eger di asta pêşengtiyê de çarçoveya zîhniyeta ku tê temsîl kirin biawayek têrker neteyîsîbe beşên gel ên berfireh di vê derê de rola ragihandinê diyarker e. Eger di civakê de hîna nêzîkatiyên dewletparêz, netewparêz, zayendparêz û xwe obje dibîne hebe, di asta pir mezin de berpirsê vê, ragihandina azade ya ku erka xwe ya perwerde kirina civakê biawayek têrker neanî ziman. Divê her yeke, sazî û endamên ragihandina azad teqez bên rewşa akademiyekê. Nexwe çawa ku bihêjayî erka hemû şoreşê neyê bicih anîn, wê pirsgirêkên saziyê bixwe yên ragihandina azad pê ve mijûl dibin jî çareser nebin. Ji bo vê jî pêdivî pê heye ku bi şiklek zêde xebata xwe perwerde kirinê li ser hemû berhemên Rêber Apo pêkbîne. Tê zanîn ku di vê mijarê de nebesiyên pir cidî hene. Li kêleka bidestxistinê ya çarçoveya zîhniyeta têrker, ji bo propagandayek bibandor bê kirin jî xebata pişeyî ya ku pêwîst dike jî nebes e. Eşkereye ku pêdivî pê heye hem bîrdozî û hem jî pişeyî bê asta heri bibandor û têrker ku destpêka mijarên ku pêwîste di dema nû de herî zêde li ser bê sekinandin tên. Divê her yeke û saziya ragihandina azad bê rewşa meclîsekî. Wek tê zanîn meclîs cihê axaftina pirsgirêkên heyî ye, ji wan re çareserî dîtin û biryar girtinê ye.
Nexwe ji bo li gorî xwerêvebirina ku bûye felsefeya me ya jiyanê jiyan bikîn, pêwîste her rêxistinek ragihandina azad di nava xwe de modela meclîsê bi şiklek bandor pêkbîne. Bêgumannîqaş û biryarên ku pêwîste bên girtin mecbûre ku di çarçoveya zîhniyeta ku tê temsîl kirin de bin. Nexwe wê tevgerandinek li gorî hincetên hebûnê çênebe. Nîqaş, biryar mecbûrin ku li ser bingehê vê armancê bin. Nexwe divê her endamek rêxistina azad xwe bîne rewşa kirdeyek demokratîk. Ne ku bendê bisekine, hewaleyî hinek din bike, berpirsyarî negire; berevajî xwe di her tiştî de berpirsiyar bibîne, bixwe lêbigere û bibîne, nîqaş bike, hilberîne, bike û beşdar bibe. Hewceye her sazî jî wekî meclîsekê bixebite, pirsgirêkên xwe ji her hêlê ve ew bixwe nîqaş bikin, biryarên xwe bi hev re bigirin û di şêwazê xwe yê xebatê de nîşanî her kesî/ê bidin, ka ji ber kirinên berê çawa tên derbas kirin. Lazim e, seknên burokratîk û memurvarî bên bidawî kirin. Eger wiha bibe wê şêwazê xebata kolektîf pêşbikeve û wê potansiyela rasteqîn a her kesî/ê derbikeve holê.
Tişta ku pêwîste bi têgeha kooperatîfê ve bê fahm kirin jî jiyana hevpar, piştevan û komînal e. Şêwazê pêwendiya ku li ser bingehê komînaltiyê; nêzîkatiyên diafirîne, li ser bingehê pêdiviyan xerç dike û arasteyê milkiyeta taybet çareser dike, esas e. Pêdivî bi şêwazê jiyanek ku her kes hevdu hîs dike, di pêwendiyan de ne tiştek madî berevajî maneviyat pêşda û bi hev re pirsgirêkên madî çareser dike heye. Komîn bûyîn, li gorî komînê jiyan kirin vêya pêwîst dike. Pêdivî pê heye ku ev şêwazê di astên cuda de tê jiyan kirin, hê bandortir bibe, xwe besiyê pêşbixîne.
Eger em komî serhev bikîn rêxistina ragihandina azad a ku xwe li ser bingehê akademî, meclîs û kooperatîfê rêxistin dike wê bibe komîn û çawa ku her pirsgirêk ji aliyê rêxistinek wiha ve bê çareser kirin, encax rêxistinek wiha dikare pêşengtî ji paradîgmaya nû, ava kirina sosyalîzma demokratîk bike. Mixabin ku bisalan e girîngiya komînê zêde tê destnîşan kirin ku ev rewşek baş nîn e. Bêguman di rastiya civak û kesayetê/a ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatî atomîze kirin de pêwîste behsa komînê bê kirin, lê ji bo civatek ku paradîgmaya wî/ê civaka demokratîk, bîrdoziya wî/ê sosyalîzma demokratîk; ew qas behs kirin zêde ye. Ev datîne holê ku çiqas ketiye bin bandora pergala modernîteya kapîtalîst û di ferdperestiyê de çiqas israr tê kirin.
Di qonaxa gihiştiyê de ev rewş, êdî hatiye sînorên ku nekare bê domandin. Ji ber ku em di pêvajoyek welê de ne ku yê xwe neguherîne û neveguherîne tê derbas kirin. Rêber Apo jî bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ve pêvajoyek guhertin-veguhertinê ya ku pêwîste teqez ketina wê çêbibe, daye destpêkirin. Ji bilî vêji bo hebûnê pêdivî timî bi avakirinê heye. Her ava kirin jî guhertin-veguhertinek e. Ji ber vê yekê wekî xwe mayîn, ne guhertin-veguhertin di rastiyê de tê wateya nebûnê û tinebûnê ku ji bo gelê Kurd û civaka demokratîk aliyek vê ya ku bê qebûl kirin tineye. Wek rêxistina pêşeng divê ragihandina azad ji pêvajoya guhertin û veguhertina re pêşengtî bike. Nexwe wê YRD tenê bi pirsgirêkên xwe yên hebûnê re mijûl nebe, wê pêngav ne avêje azadiyê, wê bi xwe re heman rastiyê bi gelê Kurd jî bide jiyan kirin. Her tişt ferz dike ku ragihandina azad rola xwe ya rêxistinbûna pêşeng a ku ji sala 2003’an û hetanî niha erka wî, lê ne girtî serxwe; bi hêjayî bileyîze. Ji vê hêlê ve wê ragihandina azad di dema nû de xwe bi şiklek berfireh bigire dest û wê teqez serarast kirinan çêbike.Wê ragihandina azad bi stratejiya dema nû ve bawerî û hişmendiya serxistinê bi gelê me, jin û beşên civakê bide pêşxistinê.
Diyalektîka armanç-amûrê
Dema ku ji nû ve ava kirin pêktê, bêguman divê di amûrên ragihandinê de jî hinek guhertin bên çêkirin. Pêwîste tişta ku neyê ji bîr kirin ew e ragihandin di gihiştina armancê de amûreke. Wekî ku di jor de jî hat behs kirin divê civak li ser cewherê wî yê komînal ve bê perwerde kirin, zana kirin û li dijî her cure êrîşa modernîteya kapîtalîst bê rêkûpêk kirin. Hewceye rêxistin kirin û çalak kirina civaka ku zana dibe bê bidestxistin. Nexwe ji bo ku bigihije vê armancê lazim e ti amûr pîroz neyê dîtin. Ji bo gihiştina armancê pêwîstî bi çi cure amûr hebin qasî pêşxistina wan hewceye ew qas jî aliyên kêm, nebes ên wan amûrên heyî bên temam kirin. Tişta li vê derê girîng ew e ku bîne rewşa li gorî armancê û xizmet ji wê re bike. Dema ku rastiya gelek amûrên ku destda li ber çavan hat girtin wê bê fahm kirin ku mesele ne hindikahiya amûran e, berevajî çavkaniya xwe ji ne xebitandina têrker digire. Nexwe wê demê lazim e gelek amûrên di dest de bi şiklê ku xizmet ji armancê re bike xebitandina pir pêwîste.
Ji bilî vê bêyî ku ragihandina kevneşop û ragihandina dijîtal li hemberî hev bê danîn, rêvebirina wan a li ser bingehê hevsengiyekê girîng e. Mecbure ku ragihandina kevneşop xwe li gorî guhertinên dijîtal lihev bîne. Ger xwe neguherîne- neveguherîne wê nekare pêdiviyan pêşwazî bike, lewra wê bê derbas kirin. Nexwe xuya kirina naverokên dewlemend ên ragihandina kevneşop a bişiklê herî bibandor di qanalên medya dijîtal de, ji bo ku bi şêweyê li gorî divêtiyên hebûna xwe guncav bixebite, pêwîst dike. Di vê mijarê de agahiya heyî kêm e û tevlîhev in. Di pêvajoyekê ku faşîzma dîjîtal tê nîqaş kirin û bi rêya medya hewl tê dayîn civak bê rêvebirin de, vekiriye ku jiyana azad-civakî, kesayetê azad, jin, û civakê dikare biparêze û rêvebirina xebatê ya zana kirina zêde ya ragihandinê mecbûriye. Nêzîkatiyek wekî girîngiya qada ragihandinê fahm dike, di vê qadê de jî tişta pêwîst çi hebe dike, li ser vê lêhûrbûyîn çêdike, pêdiviyan rast tespît dike û rêya ku wê ev çawa bên pratîze kirin dîbîne, pêwîst dike.
Encam
Binêrin me pêwîst nedît têkîldarî divê weşan çawa be pir tişt bêjîn. Ji ber ku sedema bingehîn a ew qas pirsgirêkên ku di weşanan de tên jiyan kirin jî, çavkaniya xwe ji çiqas wate ji karê tê kirin re tê dayîn û çiqas ketiye zîhniyeta ku temsîl dike ve digire. Vekiriye ku wê weşana YRD’ya ku xwe wek rêxistina pêşeng a pratîze kirina vê paradîgmaya nû dibîne jî, wê li gorî vêya be. Nebesî, nezanî, şaşitî, dubarebûn, bêbandor bûn û her wekî din çavkaniya xwe ji tevgerandina ku ne li gorî erk û mîsyonê digire. Di qadek wekî ragihandinê de xwe dubare kirin, rutînî, nebesiya motîvasyonê, bêçoşî, bêkelecanî û ji ber sedemên din nabe mijara gotinê. Ev rewşa derûnî ya ku ji tekoşînê, jiyanê keyf nagire û vêya dide der, wek ontolojjîk bi ragihandina azad re dikeve nakokiyê. Eger kar û erka wê propaganda kirina jiyana wekhev-azad be, bûyîna wiha ya rêxistinek pêşeng a ku li ser bingehê civaka komînal demokratîk civakê perwerde dike dibe berevajiya xwezaya kar. Vekiriye ku pêwîste di felsefeya jiyanê de bê serarast kirin. Ji ber ku qada ragihandinê qadek hilberînê ye.
Qadeke ku berhem di demek kurt de bi civakê re digihije hev, yekser encamek çawa hatiye hlldan tê dîtin û li ser bingeha encamên ku tên hildan; di mirov de kelecan, çoş, moral û motîvasyon diafirîne. Ji ber sedema ku bersiva pêwîst dide dijminên jin, civak, jiyan û xwezayê, lewra mirov bi enerjiya kar û jiyanê tijî dibin. Eger hilberîn hebe, eger gihandina ji gel re ya vê hilberînê tê bidestxistin û eger berhem asta ku bersiv bide pêdiviyên civakê be, nexwe wê demê di ragihandina azad de tiştek binavê bêmoralî, bêzarî û xwe dubare kirin nabe. Nexwe divê her kesî/ê ku di qada ragihandina azad de bizane ku tekoşînek çiqas girîng rêvedibe, pêwîste xwe li dijî her cure êrîşên şaristaniya madî biparêze û ji bo kêliyekê jî be lazim e ji bîr neke ku pêşengê civakê ye.
Em hemû dizanîn ku Rêber Apo bi amadekariya pir alî ya kirî ve çiqas bawerî bixwe tîne çiqas wêrek, afîrîner, jêhatî û hilbirîner e. Qeneata hevpar a cîhana entelektuel û hêzên civakparêzin ku ji pirsgirêkên civakî re çareseriyên kûrewî pêşxistiye. Dîsa xuyaye ku hêzên li dijî xwe tekoşîn dimeşînin çiqas dixîne zehmetiyê. Nexwe divê YRD’ya ku dibêje ez şêwazê Rêber Apo esas digirim û belav kirina paradîgmaya Wî wek erka xwe dibîne jî, pêwîste şêwazê Rêber Apo esas bigire û xwe bîne asta ku karê dike herî baş pêkbîne.
Wê ragihandina azad li ser bingehê ku ji paşerojê ders derdixîne, rexnedayînên radîkal bike. Wê bi dirûşmeya “Yê ku hedefa wî/ê mezin be hewldana wî/ê jî mezine” ve tevbigere û di ava kirina civaka komînal demokratîk de erkên xwe yên pêşengtiyê bihêjayî bicih bîne.