ÇANDA SOSYALÎST A KU DI GERÎLATIYÊ DE HATÎ AFIRANDIN

Şîyar Amed

ekleyen Komînal

Ev jiyan, xwe dispart hêza mirov. Di zirûfên herî zehmet de, bi derfetên herî hindik ve encamên herî mezin bidestxistin, rêgeza bingehîn a gerîla ye. Ev bi dîsîplîna cewherî û rêxistiniyê ve serxist. Jiyana ku bi armancê ve girêdayî, şêwazê pêwendiyê yê di navbera gerîlayan de têşe kir. Hevrêtiya gerîla navê “Heval” girt. Heval bûyîn, qasî hevrêtiyê wateya temsîliyeta jiyana nû qezenç kir. Ev nirx ji gerîla belavî civakê bû.

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

“Gerîla, diaya zarokekî ye

ku bi hêsirên çavan û bi hıçkînî, çavên xwe yên dilpak li asîmanan digerîne da ku diya wî ya nexweş baş bibe…

Gerîla, diayeke çiyayî ye ku ji bilî kesên di jiyana xwe de tu carî qencî nekirine, her kes dikare jê fêm bike. Ew hem dia ye û hem jî qebûlbûna diayê ye…

Gerîla diyariyeke ku ji rizgariya zilmekê re diaye…

Diyariya cejna hemû zarokan e…

Êşan bi hostayane dike hingiv gerîla…

Gerîlayê/a ku rondik, rûmet û çek nasneke tineye. Çima yek êşa xwe jî bi cîhanê re naguherîne gerîla?”

 

Cin û eşqiyayên çiyayî gotin Ejderhayên çiyayî… Wan çiyayan ji Sumeran û hetanî niha ji gelek berxwedanan re hembêza xwe vekir, lê gerila di sed sala dawî de naskir. Sedsala 20’an çiqas bêmerhemet jî be gerîla ew qas ji sedsala 20’an dûr ma. Neket nava vê cîhanê. Caran deriyê wê şikand ew aciz kir. Caran pişta xwe da lavayên dawetkar. Li hember meydan xwendinê re gotina xwe got. Baş şer kir, baş kar kir û hîna berdewam dike…

Dema ku çanda gerîla afirandî tê nirxandin hemû nirxên mirovahiyê tê eqlê mirov. Ev ne nepixandineke, ji ber ku gerîla ji nirxên herî kevin bigire û hetanî nirxên herî nû bûye temamkerê hemû nirxên mirovahiyê. Yên ku di jiyana xwe de xwe bi tu nirxê ve  girênedabin an jî yên ku nirxek neafirandibin, nikarin vêya fahm bikin; yek jî gerîla di pîroziyek welê de ye ku yên ku êrîşê wan nirxan dikin nikarin fahm bikin. Dema ku behsa gerîla tê kirin pêwîste baldarî hebe, ji ber ku biranîna deh hezar şehîdan e gerîla…

Mirov, bi nirxên ku afirandî ve mirov e. Her çiqas ev nirx ji civakan ber bi civakan, ji serdeman ber bi serdeman biguhere jî nirxên kevin û neguherin ên qasî dîroka mirovahiyê kevin hene. Ev nirx wek ontolojîk mirov diveguhezîne. Şêwazê wekhev bûyîna jin û zilam û nirxên jiyana komînal û ekolojîk şêwazê hebûna mirov îfade dike. Mirovê/a ku xwe ava dike ji bo ku wan nirxan biparêze xwe rêxistin kiriye; çawa ku civaktî bi wan nirxan ve ava kiriye jiyana rêxistinkirî jî wek rêgeza nebe nabe ya jiyana mirovane pejirandiye. Qatilê qastîk, rêxistina civakê belavkiriye êrîşî hemû nirxên wî kiriye û nîzama xwe ya serwer ava kiriye. Ji ber sedema vê şaşitiyê dîrok bi pêvçûna navbera qatilê qastîk û civakê, dewlet û komînê ve şikl girtiye.

Nîzamên ku serwerî li ser Kurdistana ku bûye dayîknîştîmanê hemû nirxên civakê, di şexsê Kurdistanê de êrîşî hemû nirxên mirovahiyê dikin. Di seranserî dîrokê de çiqas êrîş hatibin lidar xistin jî çand û nirxên bikok ên Kurdistan temsîliyeta wan dike, hetanî êrîşên qirkirina-civakê yên dewlet netewa ku di dused salên dawî de pêşxistin, bi hemû rengên xwe ve jiyan kiriye. Îfadeya sembolîk a qirkirina civakê jî bûye “noqîbûna beton.”

Derveyî tekoşîna gerîla şansê vebijêrkên din  li hember pergala qirker nebûn. Yekane rêya ku gelê me ji perava tune kirinê biparêze gerîlatîbû. Bitaybet jî li hemberî hovîtiya ku bi darbeya 12’ê Îlonê re li ser civak û zîndanan dihatin ferz kirin, berxwedana di pêşengtiya Mazluman, Kemalan pêşketî ji tekoşîna gerîla re bûye bangawazî; tevgera gerîla li ser bingehê vê bersivê pêşketiye. Hetanî ku ev rastî neyên zanîn wateya gerîla nayê zanîn.

Gerîla ji bo ku tenê bersivên bisînor bide êrîşên li ser gel ve, nebûye hêza berxwedanê. Zindî kirina ruhê berxwedanê girîng bû lê bi serê xwe têra nedikir. Ji ber ku li ser navê jiyanê çi hebe qirkeriya kapîtalîst wekî buldozerekê li ser derbas bibû û bi erdê re kiribû yek. Hetanî ku jiyanek nû nehatiba afirandin wê berxwedan jî ne pêkan ba. Ji ber  vê jî gerîla wek hêzek bîrdozî şikl girtibû.

                  

Sembola jiyana nû: Heval!    

Gerîla bû çiya, çiya jî bû navê jiyana nû. Xwe gihandina tevgera gerîla piştî kîjan zehmetiyan şûnve pêkhat? Yên ku dixwazin vêya fahm bikin divê li derketina ji welat a cara ewilî ya Rêber Apo, çûyîna Wî ya Rojava, ji wê derê li rêxistiniya qada Lubnan-Fîlîstînê mêze bikin. Pêngav avêtina li welat a komên gerîla yên destpêkê, dema ku rê nedizanîn çawa rê vekirin? Ev gerîla ji welatek çawa û ji nava neteweyek çawa derket? Bêdengiya mirinê jê re dihat gotin. Hetanî ku ev neyên bibîrxistin nirxê gerîlatiya Kurdistanê û çanda ku vî gerîla afirandî nayê fahm kirin.

Vê jiyanê xwe dispart hêza mirov. Di zirûfên herî zehmet de, bi derfetên herî hindik ve bidestxistina encamên herî mezin rêgeza bingehîn a gerîla bû. Ev bi dîsîplîna cewherî û rêxistiniyê ve serxist. Jiyana ku bi armancê ve girêdayî, şêwazê pêwendiyê ya di navbera gerîlayan de têşe kir. Hevrêtiya gerîla navê “Heval” girt. Heval bûyîn, qasî hevrêtiyê wateya temsîliyeta jiyana nû qezenç kir. Ev nirx ji gerîla belavî civakê bû.

Di hemû cîhanê de nuqteyên girîng ên li hember artêşên mezin bi rêgezên gerîla yên wekî veşartin, tevgerandin, însiyatîf, lêdana yekser û afirîneriyê ve hatibûn pênase kirin. Taktîkên leşkerî jî bi çalakiyên wekî kemîn, serda girtin, suîqast, sabotaj ve hatibûn destnîşan kirin. Her çiqas ev bi demê re guherîbin jî, cewherê çalakiya gerîla bişiklê “lêxe-bireve” bû. Taybetmendî û meziyetên ku pêwîste kesê/a ku dixwaze bibe gerîla qezenç bike jî ew bûn; bawerî-hêvî, biryardarî, îrade, wêrekî, fedekarî, dilnizmî, parveker, kedkar, dahûrîner, qurnaz, nerm, hişk, bidîsîplîn, sebr… Ev taybetmendî yekser ne dihatin qezenç kirin, bi perwerde, şer û ezmûna jiyanê ve dihatin qezenç kirin. A herî girîng jî bi rûxandina kesayeta berê û ava kirina ya nû ve  gerîlatî pêk dihat. Li kêleka taybetmendiyên ku di seranserî cîhanê de ji bo tevgerek gerîla dihat pênase kirin, Rêber Apo bi dahûrandinên kesayet ve li Kurdistanê gerîlatiya azadiyê pêşdixist.

Dahûrandinan bandorên mêtîngeriyê, serdestiya zilam û hemû astengiyên pêşiya civakbûyînê dixist liber lêpirsînê. Rêber Apo dahûrandina taybetmendiyên herêmî jî dikir dadiket çavkaniyên paşverû yên di kesayet de û hemû potansiyela binirx a di mirov de derdixist naverastê. Ji ber vê sedemê gerîla ji her tiştî zêdetir wek hêzek bîrdozî têşe digirt. Dema ku modernîteya kapîtalîst ji bo civakek serweriya xwe li ser bidomîne ava bike her cure rêbazê endezyariyê pêkdianî, gerîlayê/a azadiya Kurdistan xwe bi nirxên modernîteya demokratîk ve ava dikir; wek bîrdozî xwe di anî asta ku gihandina wê hêsan nebe. Gava ku ev dibûn taybetmendiyên têk nebirina gerîla, civak ji wan bandor dibû û çawa ku tekoşîna qezenç kirina nirxên ku winda

Gerîlayê Azadiya Kurdistanê di nava zehmetiyên ku pê neyê bawer kirin de pêşket. Bi xwedî derketina gel re ava bû. Bi qasî ku gel re bibe yek serxist. Ji bo xwe tiştek nexwest, ji  bo gel jiyan kir. Ji ber vê sedemê bû çavkaniya baweriyê. Pêwendiyên gerîla jidil in, samîmî ne û civakî ne. Zimanê wî/ê ne ferazî ne. Li dijî her cure sextekariyê ye. Ji ber ku hêza xwe ji bîrdoziyê digire, lewra ne desthilatdar meyla wî/ê li ser azadiyê ye. Ji ber ku ji bo azadiyê derketiye rê, loma di nava xwe de, bi pêwendiyên bigel û xwezayê re ekolojî û exlaqê azadiyê esas digire. Ji ber ku di xeta çalakiyê de jî girêdayîna bi armancê re heye, loma bi feraseta parastinê ve tevdigere. Ferasetek lêpirsînê ya her çalakiya ku xweparastinê derbas dike, pêşketiye. Di vê mijarê de jî tekoşînek navxweyî ya pir zêde hatiye dayîn. Ji ber sedema ku gerîla rola xwe ya dîrokî ya li hember artêşa bi piştevaniya NATO û her cure avaniyên çete qabîliyeta xwe ya leşkerî îspat kir û di tekoşîna hebûnê ya gelê me de serkeftî bû, lewra Rêber Apo dawî li stratejiya tekoşîna biçek anî û gerîla ji nû ve ava kirina li gorî pêvajoya nû, esas girtiye.

 

 

Hêza entelektuel

Gerîla tenê ne hêzek leşkeriye di heman demê de hêzek mezin a entelektuel e. Rasthatinî naxwîne, lê qasî pir dixwîne ew qas jî tiştên ku dixwîne, ji parzûna modernîteya demokratîk re derbas dike. Hêza şîrove gerîla cuda dike. Ne pozîtîvîst e. Li damarên zirav ên pelekê mêze dike û qasî şîroveya gerdûnê bike xwediyê nêrînek berfireh e. Kûrahiya okyanusan, bêserobiniya asîmanan têra vegotina ruh, aso û hestên gerîla nakin. Bi gotinek modayî ve ji nirxên civakî dûr nîn e, romantîk û xeyalperestek ferdî nîn e, lê sûlava hestan e gerîla. Hêza xwe ji mafdarbûna xwe, ji dîrok, nirxên civakî û rêxistiniya xwe digire.

Gotina xwebûn pir jê tê û bi kîjan pirsgirêka cîhanê ve mijûl bibe bila bibe beriya her tiştî ji xwe destpê dike gerîla. Dizane ku qabîliyeta wî/ê ya guhertin-veguhertinê çiqas bilind be, wê ew qas beralî bike dîrokê. Ditewe û diherike. Hestên berpirsyariyê mezin in. Timî di nava lêgerînekê de ye. Bawerî bi hêza fikrê afirîner tîne. Ji ber vê sedemê di zimanê gerîla de bêçareserî tineye.

Di gerîla de niv hiştina karekî, hewale kirina ji yekî re yan jî reva ji berpirsyariyê mijara rexneya herî bingehîn e. Nabêje; “Ez zehmetiyê dikişînim, ez nikarim bikim”, ev tenê ne hêza fizîkî yan jî tenê ne karê îradeyê ye, karê wicdanê ye. Gotina gerîla tê wateya wîcdan, înad, israr û encam girtin. Belkî karê deh kes bikin dikare bi serê xwe bike, karê ku di rojekê de bê kirin dikare di rojekê de xelas bike gerîla. Ferqa gerîla di tarzê wî/ê de, tempoya wî/ê de û di usluba wî/ê de ye.

 

Beşdariya zanayî

Gerîlaya/ê ku temsîliyeta derwîştiya hemdem dike di asta dawî de xwediyê ferasetek zana û jiyanê ye. Davîd Kîlcullen di pirtûka xwe ya bi navê “gerîlayê/a bêhemdî” de ku bişiklê şêwirmendî kontgerîla tespîtên xwe pêşkêşî rêveberiya Emerîkayê dike û dibêje; yên ku bîrdozî bin gerîla ne, tu nikarî tiştekî bi wan bikî, lê yên din ji ber şaşitiyên dewletan bi bêhemdiya xwe ve beşdar bûne, ew dikarin bên qezenç kirin.

Erê, di cem dewletan de gerîla hêzeke ku pêwîste bê tune kirin. Timî li dijî gerîla rêbazên şerê taybet ên wekî pêşengtiya jiyana azad a gerîla veşêre, berevajî bike, wekî suc nîşan bide di dewrê de tê hiştin û ji bo tune kirin û înkara gelê Kurd hat bikaranîn. Lê çawa ku heqîqeta roj bi bêjîngê nayê girtin, ji bo tekoşîna gerîla jî derbasdar e û di dilê mirovahiyê de cihê xwe girtiye. Ciwanên ku ji gelên herêmê bigire hetanî Ewropayê ji wê derê bigire hetanî Emerîkaya Latîn beşdarî refên gerîla bûn û hêza entelektuel a cîhanê yên ku di asta paradîgmayî de xwedî lê derdikevin nîşan dide çanda ku gerîla temsîliyeta wê dike, bûye gerdûnî.

Ji ber vê yekê kesî/a ku navendên kontgerîla li pêy wan in ên ku ‘bêhemde xwe bûne gerîla” nikarin xwe di çiyayên Kurdistanê de ragirin.

 

Gerîla çavkaniya şeref û rûmetê ya hemû mirovahiyê ye

Beriya ku tevgera gerîla di Kurdistanê de destpê bike tevgerên şoreşger ên Tirkiye dest bi vî karî kiribûn. Koma destpêkê ya ku derketibû serê çiya xwe di gihandina gel de pir zehmetî kişandibû. Welê ku dema cara destpêkê gundiyek ji wan ne direvî yan jî gava ku li pêy wan nediket û ew ji wê derê dûrnexist û silav dida wan, rewşa wan pirsdikir, ev qasî ku bêjîn “temam e, em ê bikarîn vê şoreşê bikin”  hêvî di wan de peyda bibû. Gerîlayên Kurdistanê ji meşa nivcoyî mayî ya wan şoreşgerên mezin re jî bû bersiv û xeyalên wan veguheztin. Di wan zirûfan de çavkaniya hêviyê çibe îro jî ne guheriye. Tevgerek xwe nespêre gel nikare qezenç bike. Ji ber vê sedemê ti kes qasî gerîla bîranîna wê merhebayê baştir nizane. Dema ku tê hizirandin ka gerîla ji ku derê ber bi ku derê ve hatiye û ger wê mafê gerîla bê dayîn, pêwîste gerîla çiqas nirxek mezin dide merhebayekê ve bê destpêkirin. Çanda mirovahiyê ev e.

Pêşketinên şoreşgerî yên ku gerîla li ser navê gelê me û hemû bindestan bidestxistî ji şikl girtina çandek nû re bûye wesîle. Deskeftiyên gelê Kurd di heman demê de ji gelên Rojhilata navîn û hemû mirovahiya berxwe dide re bû çavkaniya wêrekî û îlhamê. Bi vî awayî gerîla li ser navê hemû mirovahiyê bû hilgirê ala demokrasî, azadî û sosyalîzmê

Rastiya berxwedana li dijî hemû hêzên şaristaniya ku di şexsê Rêbertî de hatin ser ziman cewherê gerîla îfade dike. Çanda gerîla çandeke ku li dijî hemû pergalên serdest bi berxwedanê ve şikl girtiye. Di şexsê Heqî, Mazlum, Xeyrî, Kemal, Egîd, Zîlan, Sara, Fuad, Riza de rastiya hemû şehîdên ku bi berxwedanê ve hetanî roja me hatin, bûne nirxên herî bingehîn ên ku şikl dan çanda gerîla. Paradîgmaya nû ya ku Rêber Apo jî pêşxistî  serkeftina mayînde ya vê çandê û ji bo zafera wê forma hişmendî ya pêwîst pêkaniye. Li dijî pergala serdest xwe gihandina rastiya Rêbertî ku bûye temamkerê hemû şehîdên ku di gerîla de bûne rewşa îstîqamet û rêgazên bingehîn; dibe yekane rêya ku alternatîf bê ava kirin û ferq bê afirandin.  Çanda komînal a  di gerîla de û rastiya pêşengtî ya ku xwe dispêre vê, cewherê herî sade ya mirovahiyê îfade dike. Xwe gihandina kesayet û jiyana modernîteya demokratîk a ku girêdayî cewherê mirovahiyê, bûye nasnameya serdemê û hedefa esas a vê tekoşînê. Di vê çandê de li ser navê afirandina cudahî û yan jî cuda bûnê wekî lîberalîzm, lebatên populîzmê, kariyerîzm û ezeztî dibin hinceta tekoşîna birdozî. Nirxên etîk-estetîk nahêlin ku gerîla tevî kirêtiyên kapîtalîst bibin.

Ji aliyê din ve ji ber kirinên ku çavkaniya xwe ji sosyalîzma pêkhatî digirin û qalibên zîhnî yên ku bi dogmatîzma hişk re pêşketîn jî li pêşiya demokratîk bûyînê wekî astengiyekê tên dîtin û li dijî wan timî tekoşîn tê dayîn. Ev mijar di rewşa perwerde, guhertin-veguhertin û tekoşînekê de ye. Ev şiklê hedefê, yanî guhertin-veguhertin wek Yekitiya Komînên Demokratîk tê îfade kirin. Tevgera me ya ku bîrdoziya dewlet-netewe derbas kir û xwe ji nû ve li ser esasê bîrdoziya nû ya ku girêdayî demokratîk, ekolojîk û azadiya jin ava dike, bi vê sayê ferqek mezin çêkiriye. Gerîla li dijî hewldana dide ji bîr kirin, bêhiş dike, dişibîne xwe, dike yek cure ya kapîtalîzmê di wateya rast de bûye tevgerek bibîr dixe, fahm dike û cudahî diafirîne. Dîrok di şexsê gerîla de zindî bûye.  Bersiva herî biwate ya ku li dijî qirkirinên fîzîkî, zîhnî û çandî yên dewlet-neteweyan re bê dayîn, ava kirina pergalek parastin û azadiya civaka bê dewlet a ku hemû cudahiyan di nava yekitiyê de dide jiyan kirin. Çanda ku gerîla ava kirî bingehê pergala vê civakparêziyê pêkaniye. Xwe gihandina çanda civakî, encax bi derbas kirina lewaziyên ferdî, malbatî, aşîretî, pêwendiyên teng, karakterê sînordar dike ya derdor û welat ve pêkan dibe. Gerîla derbas kirina hemû parçe bûyînan serxistiye û di civakê de pêşxistina zanebûna neteweya demokratîk bidestxistiye.

Nirxek din a ku tevgera gerîla bi gelên me daye qezenç kirin jî jiyana birêxistiniye. Civakbûyîn jiyana birêxistinî mecbur dike. Gerîla,  di asta ku ti tekoşînên dîroka Kurdistanê de neyê dîtin ji civakbûyînê, netewbûyînê û gerdûnî bûyînê re xizmet kiriye. Kombûn, komîn, komîte, sazî ava kirin, rexne û xwe rexne kirin, ava kirina pergalên rapor û talîmatan dema ku biserê xwe dimîne jî birêxistinî tevgerandin dibe encamên wan deskeftiyan. Tê zanîn alîkariya herî mezin a di asta kûrewî de ya tevgera azadiyê xeta azadiya jin e. Beriya her tiştî ev saya gerîla veguheriye îradeyek şênber. Tekoşîna destanî ya gerîlayên jin bûye diyariya azadiyê ya herî binirx a ku pêşkêşî mirovahiyê hatiye kirin; hemû nirxên din ên wekî çandî, siyasî, exlaqî, estetîk, felsefîk, fikrî li ser bingehê xeta azadiyê pêşketine.

Ev hemû taybetmendî bûne wesîle ku gerîla karakter û kûrahiya sosyalîst qezenç bike. Yên ku wan hemûyan ji nedîtî ve tên û dibêjin gerîla nikare di pêvajoya entegrasyona demokratîk de li gorî civakê tevbigere, di nava xwe xapandinê de ne. Pirsgirêka tevgera gerîla ya xwe li gorî civakê eyar dike tineye  ku xwe bi fikrên herî pêşverû yên serdemê û ezmûnên mezin ve gurçûpêç kiriye. Rol û erka ku ji civakê re pêşengtî bike heye. Ruhê gerîla, zanebûna wî/ê, nirxên ku avakirî û çanda ku temsîl dike garantiya civaka azad e. Çanda ku pêşeroja me şikl dike ev e.      

      

Qet nikare bê gotin ku bizav û meylên pêwîste bên rexne kirin û bên derbas kirin tineye, lê wê hêzek gerîla ku di xeta Rêbertî de û bi hêza paradîgmayê ve di her zirûfî de bin xizmeta civakê be. Dema ku ala demokrasiyê hildide wê ne li ser civakê be û wê di pozîsyona raye de tevnegere û îradeyê vala dernexîne. Di çanda gerîîa de xwe anîna rewşa serdest tineye. Desthiladarparêzî, ferdperestî û ezeztî tineye. Dema ku ji vê hêzê dijminên demokrasiyê ditirsin mirovahî encax bişanaz dibin; ji ber ku wê ji mirovahiyê re bêsînor û bê berjewendî xizmetê bidomîne.  Gerîla hêzek leşkerî ya di paşerojê de maye nîn e, hêza demokrasiyê ye ku di şexsê xwe de civaka sosyalîst afirandiye. Qasî di şer de mêrxasî nîşanda di jiyanê de jî bûye pêşeng gerîla, bi fedaiyane girêdayî Rêber Apo ye û di meşa azadiya Wî de û rêya ku Ew nîşan dide da amade ye. Lê tişta ji vêya hê girîngtir û mayînde çanda ku gerîla afirandiye û nirxên ku wî/ê ji gelê me û mirovahiyê daye qezenç kirinê ye.

 

Çanda ku gerîla afirandî pira herî saxlem a ku ber bi pêşeroja azad ve hatî avakirin

Gerîlayê ku hişmendî û hestê azadiyê bi civakê daye qezenç kirin ne hêzek welê ye ku bi minet bê bibîranîn û ji dîroka derbas bûyî re bê terk kirin. Wê pêşeroj bi nirxên ku wî/ê afirandî ve şikl bigire. Çawa ku şêwaz û çanda ku gerîla afirandî di her qada jiyanê de mînak çêdike, bi qabîliyeta xwe ya pirsgirêk çareser kirinê ve jî astek ku ti hêz nekarin nîşan bidin qezenç kiriye. Ti gerîla ji pesnan hez nake, lê temsîliyeta çi dike û hêza xwe jî dizane.

Bi çanda gerîla ve ji kîjan pirsgirêka ku civak dorpêç kirî re bersiv nayê  dîtin? Eger perwerde bê gotin di vê mijarê de qasî ti kesî/ê di ser xwe de nebîne xwediyê ezmûnek bêserobin e. Rêxistin kirin karakterê wî/ê yê bingehîn e. Çawa ku di zirûfên herî zehmet de jî dizane xwe li jiyanê rabigire di kêliya ku pêwîste bike jî xwedi nirxên canbexş e. Eger wêje bê gotin tenê xwe vebêje deryayeke ku xilas nabe. Dema ku sînema bê gotin di roja me de ma ne sînemaya herî binirx, bi derfetên herî hindik ve  encama herî baş digire?

Dema ku li ser vê bê hizirandin encama ku mirov bigihijê eşkereye. Mamosteyên ku dibêjin pêwîste em “di sînemayê de gerîlatî bikîn” gelo xwe dispêrin çi û di akademî û înternetan de dersên wiha didin? Dibe ku gerîla ji her cure aboriyê fahm neke lê bi jiyana xwe ve, bingehê aboriya komînal avêtiye. Bi gotina spor bikin ve gerîlatî nayê kirin, lê spora herî zehmet jî li ber tiştên ku gerîla jiyan kirî nikare bê miqayese kirin.

Ev ezmûn aliyekê, çanda gerîlayê ku di her mijarê de civakparêz e, nikare sporê bike aîdê civakê? Pêwîst nake ku mirov li vê derê ezmûnên wî yên teknîkî rêz bike, lê ji ber ku di afirandinê de sînor nasnake, lewra encamên wê jî dikare bê texmîn kirin. Dîsa cihê ku navê gerîla derbas dibe li wê derê hebûna derdorên ku civakê ber bi çirava birçîtî, bêkarî, fihûş, hişberê ve kaş dikin, ne pêkane. Ji ber ku dema gerîla bê gotin bedewî, moral, motîvasyon, ezm û tekoşîn tê eqlê mirov, rê nade xerabiyan.

Em dema ku van rêz dikîn em behsa tiştên ku gerîla di dema nû de bike nakîn, wiha hêsan nikare bê desgirtin, em hewl  didin bêjîn ku di zemîna wî ya çandî de civak dikare çi bike. Eger ev bi vî şiklî bên rêz kirin wê rûpel têra nekin. Lê li kîjan qadê, li ku derê bê mêze kirin bila bê mêze kirin şertê yekemîn ê hebûna wan hemûyan xwe gihandina civakê ya hêza xwe rêvebirinê ye. Gerîla pêşiya  vê vekiriye. Dema ku nirxên rejîma qirker tune kirî, bên hizirandin wê demê nirxê xwe gihandina hêza xwe rêveberiyê û hişmendiya wê hê baştir bê fahm kirin. Wê civak di vê sayê de pirsgirêkên xwe çareser bike, di vê sayê de li hember kapîtalîzmê li ser piyan bimîne, wê birûmet û azadane jiyan bike.

Eger li hember vî nirxê mezin ê ku gerîla ji çanda demokrasiyê re daye qezenç kirin jî hîna wek hêzek mîlîtarîst bê nirxandin wê ev bibe neheqiyek mezin. Ên ku gerîla wek hêzek mîlîtarîst dibînin ji heqîqeta gerîla pir dûr mane. Li tiştên ku ji civakê re daye qezenç kirin jî binêrin, bêyî fikar bikin wê bêjin gerîla hêzek azadixwaze. Gerîla li dijî feraseta mîlîtarîst a ku bi ajoyên netewperestiyê ve xwe dispêre leşkerbûyîna civakê, dixwaze ku hemû civak bibe xwedî îrade, zana bibe, li ser bingehê demokratîk xwe rêvebibe û azad jiyan bike. Nabêje bila hemû civak bibe gerîla. Lê em ji vê bawerîn ku çand û şêwazê ku gerîla afirandî ji civakê re xizmet dike û em bi vê şanaziya  mafdar ve li pêşerojê mêze dikîn. Dema ku em wan diyar dikîn nabêjîn bila tu kes aliyê leşkerî nenirxîne. Di gerîla de hiyerarşiyek heye. Bi çandek leşkerî ve şikl girtiye. Dîsîplînek aîdê xwe heye. Pêwîstiyên zirûfên şer çibin li gorî wê dizane xwe rêxistin bike û tevbigere.

Ev nirxê mezin ê ku gerîla ji çanda demokrasiyê re daye qezenç kirin

Gerîla ne bi hewesek ku divê ev ji civakê re bên veguheztin ve berevajî bi hêvî û îdîaya ku ji çand û hişmendiya demokrasiyê re xizmet bike ve tijî ye. Di ferqê de ye eger zirûfên aştiyê pêkbên divê veguhertinek çawa jiyan bike de ye. Lê di zirûfên ku Rêber Apo ne azad de, rewşek herî biçûk a nas kirina qanûnî ya gelê Kurd tineye û ewlehiya jiyana wî nîn e da, her hal wê gerîla xwe belav neke. Jiyan dîtina stratejiya nû ya ku bi çek şewitandinê ve bû sembol di zirûfên qanûnî û siyasî de pêkan e. Derveyî vê nîqaş kirina gerîla bêwateye û jixwe gerîla jiyanek pir dûrî wan nîqaş dimeşîne.

Divê çanda ku bi gerîla re hatî afirandin, ji polemîkên siyasî yên rojane pir wêdatir bê dîtin. Ev çand çand pireke ku paşeroj û pêşerojê digihîne hev û bi bîranînên nemir ên şehîdên me yên leheng ve pêkhatiye; pira di mirovbûyînê de israr e, pira sosyalîzmê ye. Wê gelê me û mirovahiya pêşverû bixwe bawer, ji vê pira çandê re derbas bibe û wê azadiyê jî bi vê baweriyê ve qezenç bike.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00