Her çiqas şoreş wek têgeh, li gorî şêwazê pêkhatinê biguhere jî di cewherê xwe de guhertin û veguhertina heyî vedibêje. Li vê derê di bidestxistina guhertin û veguhertinê de derveyî rê û rêbazek yekane, rê û rêbazên cuda di nava vebijêrkan de cih digire. Aliyên têkîldarî îradî û zirûfan ve girêdayî di destnîşan kirina rê û rêbazên ku derdikevin pêş an jî nava vebijêrkan de cih digirin, timî wek babetên bingehîn ên ku her dem tên şopandin derdikevin pêş.
Di nava dîrokê de dîsa guhertin û veguhertinên ku di jiyana civakî, siyasî û çandî de derdikevin pêş wek şoreş dikarin bên binav kirin. Di roja me de gelek vedîtinên ku di qada teknolojîk û zanistî de hatin jiyan kirin û bandorên wan ên li ser jiyana civakê, wek pêşketinek ‘şoreşgerî’ tê binav kirin. Bi van aliyên xwe ve kîjan taybetmendiya wê derbikeve pêş, ji ber rola wê ya pêşî vedike, diguherîne û vediguherîne xwediyê taybetmendiyek pozîtîf e.
Dema ku ev taybetmendiya wê ya karakterîstîk bingehîn baldar hat destgirtin, hinek caran ji bo ku dijberiya şoreşê bê vegotin tê bikaranîn. Şoreşa dijber, ti demê wateya têgeha şoreşê nade. Jixwe ji nav jî tê fahm kirin ku li dijî şoreşê tune kirin, bi deskeftiyên şoreşê re tê wateya êrîşa qirkirinê. Li hemberî ya pozîtîf a negatîf vedibêje. Lê ji ber ku ji eniya dijber teqabûlê wesfekê tê, lewra gotina şoreşa-dijber nabe pirsgirêk. Berevajî taybetmendiya negatîf a êrîşa li dijî şoreşê tê kirin, hê zêde dide xuya kirin. Lê wek têgeh tişta tê xwestin ku vê derê ser bê sekinandin, ne şoreş e. Şoreş çawa pêkhatine û rêgez çi ne?
Di xwezayê de qanûn, di civakê de meyl destnîşanker in
Di jiyana xweza û civakê de dem timî wek faktorekê cih girtiye. Heta dem nebe derfetê ku mirov behsa civak û xwezayê bike tineye. Helbet tişta ku vê derê bal tê kişandin, pêdiviya dem a ava bûnê ye. Lê di wan guhertin û veguhertinên ku tên jiyan kirin de pêdiviya ku ji demê re tê xwestin têra nake. Ji bo vê jî pêdivî bi faktorên cuda jî hene. Lê guhertin û veguhertinên ku di xweza û civakê de tên jiyan kirin wekî hev nayên jiyan kirin. Ji hev cuda pêktên.
Ev pêdiviya di xweza û gerdûnê de, dema ku li gorî fîzîka kuantumê bi ‘Ne diyarî’ û ‘Rasthatinê’ ve tê pêşwazî kirinê, bi tevgera ‘Parçe’ û ‘Pêlika biçûk’ ve rasterast pêwendiya wê tê ava kirin. Ji vê hêlê ve ji bo dema ku pêdivî pê heyî kêm yan jî zêde destnîşan kirina wextek pir teqez çênabe û di diyalektîka xwezayê de wek destnîşan kirina qanûnê dihat qebûl kirin. Guhertin û veguhertina ku di civakê de tê jiyan kirin ji ya xwezayê de tê jiyan kirin cuda ye. Ji xwezayê cuda, di pêşketin, guhertin û veguhertina civakê de wek meylek diyar derdikeve pêş û tê qebûl kirin.
Di wateya biyolojîk de mirov bixwe jî li gorî qanûnên xwezayî pêkhatiye. Lê taybetmendiya bingehîn a ku mirov wek biyolojîk, ji hebûnên din ên biyolojîk vediqetîne ew e ku bi civakî bûyînê ve hebûna xwe mîsoger kiriye. Ji vê hêlê ve jî xwediyê taybetmendiyekê ye ku bi destê xwe ve rastiyek ava kiriye. Ya ku vê derê dikeve dewreyê jî ferqa li gorî hebûnên din ên biyolojîk a mirove. Ne li gorî qanûnên xwezayî li gorî meyl tevgera xwe, lêbata xwe araste dike.
Ji ber vê sedemê, wekî ku di xwezayê de li gorî diyalektîka hundirîn a/qanûnên pêşketina hundirîn girêdayî nirxandinek derveyî mecburiyetê ye. Dibe ku bibe jî nebe jî di vê derê de îhtîmala ku derdikeve pêş, wek dîlema xwe nîşan dide. Beriya niha, gelek babetên ku wekî mecburiyetekê di nava pêşketinên civakî de dihatin destgirtin di nava teoriya ‘qaos’ê de wek ‘ne diyariyê’ tê pênase kirin. Şoreş an jî gelek babetên ku wek şoreş tên dîtin di nava xwe de dikare destnîşan kirinekê wiha bikin. BInêrin di sedsala 19’an de behsa qeyranek pergala modernîteya kapîtalîst tê kirin. Tê zanîn ev qeyranên ku deh salan carekê hatine jiyan kirin, polîtîkayên ku pêşiya rûxandina wan bigirin xistine dewreyê.
Di naverasta duyemîn a sedsala 19’emîn de jî tespîta ku bi polîtîkayên xistin mêriyetê ve nekarîne qeyrana kapîtalîzm jiyan dike ber bi paş ve bikişînin hatiye kirin û êdî şoreş hatine ber derî. Ev tespît bi şiklek pir zelal ve ji aliyê Karl Marx û Frîedrcîh Engels ve di Manîfestoya Komînîst a ku 1848’an hatî nîvîsndin de tê kirin. Destnîşan kirina hevoka destpêkê ya ketina Manîfestoya Komînîst jî îşaret “Di Ewropayê de xeyaletek digere… Xeyaleta Komînîzmê. Hemû hêzên kevin ên Ewropayê ji bo ku vê xeyaletê biqewitînin ketin nava tifaqekê” bi vê dike.
Lê di rojek beriya Şoreşên Karkerên Ewropayê yên 1848’an de şoreşa ku di Manîfestoya Komînîst de dihat pêşbînî kirin bi şiklek bilez qasî ku desthilatdariyên parzemîna Ewropayê bihejîne û li gel ku gihiştiye parzemîna Emerîkayê jî lê nekarîne vegerînîn zaferê. Her çiqas wiha jî be di Parîsê de bi kesên ku sosyalîzmê cuda şîrove dikin re karker, kedkar, bêkar û bi beşdariya gelek derdorên civakê ve Komîna ku 71 rojan mayîna li ser lingan serxistî bi encamên ku pêwîste bên derxistin ve di nava dîrokê de cihê xwe girtiye. Bi vê pêvajoya ku ji bo ketina qonaxa yekdestiya ku taybetmendiyek navnetewî dihewîne dikare bê nirxandin re, destnîşan kirinên ku ji bo kapîtalîzmê hatine kirin wek çarçove hê zêde berfireh bûye.
Dema ku hetanî wê demê, qeyranên kapîtalîzmê yên ku wek periyodîk dihatin qebûl kirin, wek timî dihatin destgirtin jî; destnîşan kirinên teqezî dihewandin ên têkîldarî derketina qeyranên ku encax bi şoreşan ve pêkan bibin, dihatin kirin. Şoreşa Bolşevik a ku dı 1917’an de li Rusyayê hatî jiyan kirin, di pêvajoyek wiha ya ku ev nirxandin dihatin kirin de pêkhatibû. Lê di meha Çileya sala 1919’an de şoreşa ku di pêşengtiya Partiya Komînîst a Elmanyayê de destpêkirî li pêy Şoreşa Bolşevîk pêkhat, lê şoreş serkeftin bidestnexist. Di nava heman salê de Komara Sovyet a Macarîstanê jî di meha xwe ya çaremîn de, bi êrîşên Komara Romanyaya ku piştevaniya Emerîka û Fransayê girtibû hat rûxandin. Şoreşa Bolşevîk li ser pêkhatina xwe ya li gorî dîroka fermî 73’ê sal şûnve, demokrasiyên gel ên ku di Ewropaya Rojhilata de pêkhatîn jî li pêy Şerê Cîhanê yê Duyemîn di salên xwe yên 40’emîn de rûxiyan. Şoreşên ku di welatên wekî Çîn, Wîetnam, Kore de pêkhatin ên ku erdnîgariyên cuda yên cîhanê de cih digirtin jî, ji ber şêwaz û pêwendiyên xwe ên hilberîna serwer; di eniya sosyalîst de cih digirtin, lê nekarîn xwe wek welatên ku modernîteya kapîtalîst jiyan dikin rizgar bikin. Di encamê de di gelek welatên ku navê wan derbas dibû û derbas nedibûn de dewletên ku ji aliyê hegemonyaya kapîtalîst ve wek amûrê serdestiya yekdestî, zext û mêtîngeriyê dihatin qebûl kirin hilweşiyan. Eger bi encamek wiha re rû bi rû mayîn çêbûye, ev nayê wateya ku tekoşînên ku ji bo demokrasî û sosyalîzmê dihatin rêvebirin, berdêlên ku dihatin dayîn, qehremaniyên ku dihatin kirin û deskeftiyên ku hatin bidestxistin vala çûne. Berevajî wek deskeftiyên mezin derbasî xaneya gelan û şoreşgeran bûne. Veguherîne lêpirsîn û veguhezînên ku encamên mezin hatin derxistin.
Bêguman di lêpirsînên ku hatin kirin de pêwîstî pê heye ku divê teqez nêzîkatiyek rexneyî şoreşgerî nîşanî pirsa ku derketî pêş a ‘çima wiha bû’ ybê dayîn. Gelo dema ku di pênaseya şoreşê de, têkîldarî sosyalîzmê analîz û veguhêzî tên kirin hewceye bi navê “li ku derê şaşitî hat kirin, lewazî û kêmasî çawa hatin jiyan kirin?” bê pirsîn. Divê di nava bersivên ku ji wan pirsan re dihatin lêgerîn de, pêwendiyên hetanî niha bi dîroka şoreşan û civakbûyînê wan ve dihat ava kirin jî cih bigire.
Pêwendiya bi dîrok û civakan re ya şoreşan
Pênaseya herî giştî ya ku ji bo şoreşê tê kirin, guhertin û veguhertina radîkal e. Dîsa tê qebûl kirin ku ev guhertin û veguhertin li gorî zirûf û mekanên ku pêkhatî, cudabûyîn nîşan dide. Lê li gel vê erê kirinê jî, dema ku şoreş tê gotin tişta destpêkê tê eqil avakirina xwe dispêre tundiyê ya guhertin û veguhertinê ye. Ev pir şênber di mînaka Fransiz û Rusan ku nava şoreşên herî mezin de cih digirtin tê dîtin. Ev şoreş bi şiklek bixwîn hatine jiyan kirin, bajar û şûnwar hatine wêran kirin. Welê ku ji her aliyê ve dane xuya kirin ku li wan deveran şer hatiye jiyan kirin. Desthilatdarî guherîne, dadgeh hatine ava kirin, qral û heta dema ku desthilatdarî tê gotin wezîr, fermandar, karmend tê eqlê mirov û yên di xizmeta dewleta ku hatin rûxandin de kar dikirin wek bersuc hatine darizandin. Zîndan bi girtiyan re tijî kirine. Dest danîne li ser mal û milkên kesên ku ji desthilatdariyê hatine dûrxistin.
Ji vê hêlê ve şoreş, wek avakirina ya nû ya li ser rûxandina ku tê jiyan kirin hatiye qebûl kirin. Bêyî ku şoreş vegere trajediyekê, bi diyalektîka rûxandin-avakirinê ve destgirtin û li gorî wê nirxandin tê fahm kirin. Dema ku qebûl kirina ferasetek wiha ya tê rûxandin desthilatdarî, ya ku tê desteser kirin mal-milk û can hebe, ti wateya ku mirov şermezar bike tineye. Lê girêdayî nirxandinên ku şoreşan wiha digirin dest jî ne mecbûriyeteke. Bêyî ku serî li tundiyê bê dayîn desthilatdarî dikarin bên guhertin, guhertin û veguhertinên civakî dikarin bên bidestxistin. Anîna rewşa aîdê civakê ya mal û milkan dikare pêkan bibe. Dîsa bi bikaranîna rê û rêbazên cuda ve kesên ku li dijî civakê sûc pêkanîn dikarin derbixînin li pêşberî darazê.
Bi muzakere û hevpeymanên ku hatîn çêkirin ve beriya ku di welatan de şer û pevçûn bitund bên jiyan kirin, ev hatine serxistin.
Bersiva di pratîkê de ya vê guhertin û veguhertinê ew e ku di nava lihev kirinekê de û bi qebûl kirina îradeya hevdu ve, îradeya hêza çareseriya ya ji bo pirsgirêkên di nava xwe de nîşandan e. Bi wan re bi tiştên ku hatin destnîşan kirin ve divê bê dîtin ku di çareseriya pirsgirêk û nakokiyan de derveyî rê û rêbazek teqez, dibe ku li gorî zirûfan rê û rêbaz hebin û dibe ku ev derbikeve pêş. Dema ku bandora li ser jiyana civakî û siyasî ya çalak kirina hin rêgezên ku kapîtalîzm di rikberiya navbera burjuwayan de pêdivî pê dibîne baldar hat destgirtin, ev pêdiviya ku ji vê re tê xwestin wê hê zêde bê fahm kirin. Bêguman ji van destnîşan kirinên ku hatin kirin encamên ku bê derxistin hene. Di nava wan de rastiya ne bûyîna şoreşekê ya her guhertinên şiklî cih digire. Mînak derketinên ku tê gotin di navbera avaniyên koledar ên wekî (Koledarî, Feodalîzm, Kapîtalîzmê) de hatine jiyan kirin ne şoreş in. Ji ber ku ev avanî, taybetmendiya pergala ku wek koledarî tê binav kirin dihewîne. Di vê wateyê de rewşek ku teqabûlê çawaniyê bê ne mijara gotinê ye.
Eşkereye ku xesp kirina heqîqeta civakê ya ji aliyê beşa serwer a ku di nava hiyerarşiya qlan, qabîle û aşîretê de bûye arîstokratîk, di nava qelîştoka ku rêxistina qatilê qastîk bû sedem a ku wek ‘Qluba zilaman’ jî tê binav kirin ve derketî, ne şoreşek e. Divê bê pirsîn kî/ê dikare berevajiya vê îdîa bike yan jî berevajiya wê îspat bike. Welê ku wekî tê gotin ji civata komînal a pêşiyê ketinek ber bi nîzama koledar ve çênebûye. Ji ber wiha ye lewra xwediyê koleyan bi rabûna raperînan ve nîzamên xwe ava nekirine. Destnîşan kirinek wiha, ji bo begên feodal û kapîtalîst jî derbasdar e. Wan jî avaniyên xwe bi raperîna li dijî hêzên desthilatdar ên ku wekî wan koledar ve ava nekirine.
Dîrokzan û civakzan diyar dikin ku koledarî, di encama raperînên koleyan û êrîşên qlan û qabîleyan de rûxiya ye. Rûxandina Romayê jî wek mînaka vê nîşan didin. Binêrin rûxandina Împaratoriya Romayê jî dispêrin serhildanên koleyan, hêrsa kesên ku ji pirsgirêkên împaratorî jiyan dike û tevliheviyan ne aramin, qebûl kirina ji aliyê beşên berfireh ên gel ve ya baweriya Xrîstiyanê û êrîşên ji derve tên ên qlan û qabîleyên Cermen û Slavan. Bal dikişînin li ser rola ku wan qlan û qabîleyan di rûxandina Romayê de leyîstîn. Wekî ku di dema Romayê de beriya wê jî dewletên koledar ên cuda hebûn û di navbera wan dewletan de şerê serweriyê dihat jiyan kirin.
Dîsa di nava wan dewletan de împaratoriyên ku li hember êrîş û berxwedanên qlan û qabîleyan paşketîn û nekarîn xwe ji rûxandinê rizgar bikin jî hebûn. Împaratoriya Asur a koledar jî yek ji wan bû. Di encama êrîşên ku qabîleyên Medan bi qabîle û aşîretên cîran û xizm re çêkirî de hilweşiyabû. Sumerên ku wek dewleta pêşî ya berê Asuran tê qebûl kirin jî di encama êrîşên qlan û qebîleyan de rûxiya bû. Her çiqas di şerên hegemonya de yên ku di navbera împaratoriyên koledar de dihatin jiyan kirin pêşiya hin lewaz kirinên diyar vekiribin jî lê ti demê dawiya nîzama koledar neanîne. Berevajî serketina yek jî wan aliyan birînên ku pergalê hilda cebirandiye û bûye sebeba bihêz bûyînê. Şerê di navbera Pers û Makedonyayiyan de encamek wiha derxistibû naverastê. Roma jî hegemonyaya xwe ya bi sedan salan deyndarî vê mîrateya ku ji Makedonyayê wergirtî ye.
Beriya ku Roma birûxe jî wekî ku di Ewropayê de di Asya û Efrîqayê de jî pergala dewletparêz a serweriya zilam li hember êrîşên qlan û qabîleyan da darbeyên emzin xwaribûn. Wekî wan, împaratoriyên feodal ên wekî Roma jî pêvajoyên dişibin vê jiyan kiribû. Lê dewlet û împaratoriyên bihêz ên vê demê xwe piranî li ser mîrateyên dewlet û împaratoriyên ku dewr girtîn mîsoger kiribûn. Rikberî û şerên di navbera wan de jî rê û rêbazê herî bibandor ê ku ew digihandin hêz ê. Ji ber wê ye ku rajêriyên di hundir de û qlan û qabîleyên ku xistin bin serweriya xwe kiribûn depoyên leşkerî û lojîstîkê. Lê her çiqas wiha jî be û xwe bi kîjan navî binav kiribin jî di encamê de nekarîne xwe ji berxwedanên wan rizgar bikin.
Di Ewropayê de jî destpêka sedemên ku avaniya koledar a feodal ber bi rûxandinê ve dibir, berxwedanên gundiyan ku di sedsala 15-16’an de di seranserî parzemînê de bandor bibûn. Wekî ku tê gotin ên bûn sedem, Ewropa ji modernîteya kapîtalîst re malovaniyê bike jî ne burjuwa bûn. Berevajî burjuwa, ji derfet û zirûfên ku şerên gundiyan di sedsala 15-16’an de li Ewropayê pêşkêş kirîn û sûd wergirtin û bi xwe rêxistin kirinê ve bûn hêz. Şoreşên ku di parzemîna Ewropayê û Emerîkayê de di sedsala 18-19’an de hatin jiyan kirin jî taybetmendiyek dişibin vê dihewandin. Ji ber vê sedemê şoreşên ku di sedsala 18-19’an de di parzemîna Ewropa û Emerîkayê de hatî jiyan kirin ne şoreşên burjuwa bûn. Li gel ku yên kolanan ev şoreş lidar dixistin, lê yên ku ser rûniştin kapîtalîst bûn. Birêxistinî bûn û derfetên ku di destên xwe de digirtin, ew di zirûfên ku şoreşan ava kirîn de digihandin desthilatdariyê. Bi dawiya sedsala 18’an re ku kapîtalîzma yekdastar a pîşesaziyê dihat jiyan kirin, desthilatdariyên xwe hê zêde saxlem dikirin û wek yekpare rûyê xwe yê hov radixist berçavan.
Ji bo ku bigihin kara herî zêde mêtîngeriya hêza kar a pir zêde esas digirtin. Şoreşên Ewropa û Emerîkayê jî di van salan de pêkhatibûn. Karker, rojane bi heqdestek ku beramberî roja kar a ku digihe 12-16 saetan ve mehkumê jiyanek ku nekare zikê xwe jî têr bike hatibû. Rastî biçûkxistinê, kêm dîtinê dihat, ti mafên wî/ê yên wekî sosyal û siyasî tinebûn. Bêkarên ku ne tenê hêzên xwe yên kar, hatibûn rewşek welê ku her tiştê xwe bifiroşin û mehkumê jiyanek ji ya karkeran xirabtir hatibûn kirin.
Nexweşî, xizantî û birçûbûyîna zêde û pirsgirêkên civakî yên ku zêde dibûn bi xwe re bertekên civakî vedikirin. Di encamê de karker, bêkar û kesên ku bi dîtina pirsgirêkan re di wan de bertek çêdibûn, dihatin kêleka hev û bi kapîtalîzmê re diketin nava pevçûnekê.
Di pêvajoyek wiha de têgehên wekî “edalet”, “wekhevî”, “azadî” û fikrên ku berjewendiyên civakê derdixistin pêş ên ku bandorên bizavên fikrî yên dema ronakbiriyê dihewandin, dihatin bikaranîn û parastin. Birastî di nava dîroka wê de belkî jî têgeha şoreşê cara destpêkê bi rewşa ku nêzî wateya xwe bişiklek bizane, dihat bikaranîn. Her kesî/ê ku derdiketin kolanan û derbasî pişt barîqatan dibûn peyva ‘şoreş’, ‘îhtîlal’ bikardianîn. Ji vê hêlê ve ev peyv, yekoyek rewşa paroleyekê girtibûn. TIştên ku dihatin jiyan kirin, derveyî şoreşa gelê ku li dijî kapîtalîzmê derdiket wêdatir ne tiştek din bûn.
Tekoşîna Serxwebûna Emerîkayê ya 1776’an û Şoreşa Fransa ya 1789’an, Şoreşên Karkerên Ewropa ya 1848’an, Komîna Parîsê ya 1871’an û Şoreşa Bolşevîk a Rusan a 1917’an wateyek wiha îfade dikirin. Ji ber her kesê/î ku ji kapîtalîzmê zehmetî dikişand beşdarî çêdikir û xwediyê taybetmendiyek şoreşan bû ku her kesî/ê xwe tê da didît.
Di salên beriya dîroka nivîskî de berxwedanên qlan û qabîleyên ku ji bo civakbûyînên xwe biparêzin, raperînên ku kole, serf û gundiyan girêdayî civakbûyînên xwe ve dan destpêkirin, xwediyê karakterek şoreşgerî bûn. Civat û gelên ku di nava bêdawitiyekê de, timî şoreş jiyan kirîn wek xwe man.
Divê guhertin û veguhertinên ku di nava dîrokê de di qada civakî de wek rêxistinî, çandî û jiyanî pêkhatîn, derveyî wan bên desgirtin. Ji ber ku çawa wan hemûyan wek heqîqetên civakî wate qezenç kirine, di nava şer û ne lihev kirinekê de jî pêk nehatine. Guhertin û veguhertinên welê ne ku di nava demê de bi gelek faktorên re nava hev, bi hev re, di rewşa ku hevdu bandor bikin de pêkhatine.
Qlan, qabîle, aşîretên ku yekoyek bûne rêxistiniyên civakî jî taybetmendiyek wiha dihewandin. Yek ji wan jî wek encamek ku derve li ser civakê bê ferz kirin û bi nakokî û pevçûnan ve pêknehatine.
Qlanên ku bûne yek jî formên rêxistinbûnên civakî xwediyê taybetmendiyek wiha ne. Her çiqas forma pêşî ya rêxistin bûyîna civakî nekemilî be jî yekoyek rêxistinên komînê ne. Di derdora jin dayîkê de pêkhatine. Qabîle û aşîretên ku bi hatina kêleka hev a qlanên cuda û hebûnên bêhêz, dîsa bi wan re qlanên xizm û yên li hemberî karesetan xwezayê nêzîkî hev bicih bûn ve pêkhatîn, taybetmendiyek dişibe vê dihewînin. Ji qlanê cudatirin û tenê wek hebûn ji bo domandina jiyanê pêknehatine. Di heman demê de li dijî êrîşên derve rêxistinek xweparastinê ne. Formek rêxistina civakî ye ku bi hev re biryar digirin, li gorî tecrube û qabîleyetê rol û erk digirin, ji erkê tên wergirtin û aliyên wê yên siyasî heye.
Ti rêxistinên gel, qewm/miliyet û netewan, ne şêwazê rêxistinên welê ne ku ji derve li ser civakê hatibin ferz kirin. Pêwîstî pê heye ku yên têkîldarî aborî, ziman, çand, fikr, huner, zanist û teknîkê hatin avakirin jî, divê vê çarçoveyê da bên destgirtin û yek ji wan jî ne statîk in û ji ber xwe çênebûne. Heqîqetên ku bi destê mirov ve hatin avakirin, di nava li hevkirina pêwendiyên ku hevdu temam dikin de timî di rewşa lebat, pêşketin û veguhertinê de ne. Veguhertin û meylên ku veguhertinan dihewînin, li gorî taybetmendiyên diyarker ên derdikevin pêş ve tên binav kirin.
Guhertin û veguhertinên ku di nava ava bûyîna xwezaya civakî û pêşketina wê de bûne destpêk, serdemekê digirin û şûna wê serdemek din vedikin jî di vê nava vê rêveçûyînek pêşketî de bên destgirtin. Lê bi gotina ‘wiha’ ve nekeve nava nêzîkatiyek ku wê besîd dike. Ji ber ku ew bi wateya rasteqîn a peyvê ve girêdayî, yekoyek şoreşek in ku bandora tsunamî di nava ava bûn û pêşketina xwezaya civakê de çêdikin. Ev nêrînên ku qebûl dikin ka şoreş bi kîjan şêwazî çêbûne û di heman demê de ji bo bersivên ku têkîldarî pirsa ev şêwaz li gorî çi hatine diyarkirin jî, pêşî vedike.
Şoreş li gorî lêgerînên çareseriyê têşe qezenç dikin
Taybetmendiya ku felsevanên Exlaqê ji zanyarên sirûştê cihê dike, arasteyê Xwezaya Civakî a ku wek ‘Xwezaya Duyemîn’ jî tê binav kirin bûne. Di sedsala 6’emîn a BZ. de wek niv-ol, niv felsefe di xakên Mezopotamyayê de pêkhatibûn. Yê ku pêşengtî ji vê doktrînê dikir jî Zerdûşt bû ku tê gotin heman sedsala hatiye jiyan kirin. Ev avaniya ku bi xwediyê wê ve dihat binav kirin li kêleka olê herî nêzîk baweriya yek xwedayî, hem wekî ku di xwezayê de, hem jî wekî di navbera sirûşt û mirov de li hev kirina di navbera civakê û yekitiya wan parastiye. Di bingehê de li kêleka şerê baş û xirabiyê, şîreta bikaranîna bêyî ku bê qirêj kirin a ax, av, hewa û agir ku di xwezayê de wek elementên bingehîn tên zanîn û destnîşan kirinên “Baş bihizire, xweşik bêje û rast bêje” jî nîşan daye.
Avaniya fikrî ya Zerduşt li ser Mezopotamya ya ku kok berdaye belav dibe û li ser Asya û Efrîqaya ku wek cîhana kevin jî tên zanîn û Ewropayê jî bandor çêkiriye.
Di Çînê de Lao Tse, di Hîndîstanê de Buda, di Mezopotamyayê de bîrdoziya Cihûyan û di Grekan de jî felsefeya Sokrates di bin avaniya fikrî ya Zerduşt de di nava felsefeya exlaqî de cih girtine. Wekî ku Rêber Apo di Manîfestoya Civaka Komînal Demokaratîk de tîne ziman, yekoyek temamî xwediyê taybetmendiyên tevgerên komînalîst in:
“Yên serdema mîhwerê ev pênç derketinên komînal û komînîstîk in. Dema ku Lao Tse nûnertiya komînalîteyê dike, Konfuçyus wê dike dewlet. Li vê derê dîrokek komîn, komînalîteyê heye. Lao Tse komînalîteya rasteqîn a bindestan pêşdixîne. Konfuçyus jî bi arîstokrasiyê re dike bîrdoziya dewletê. Di Grekan de komînalîstê rasteqîn Sokrates e. Platon, tiştên ku Sokrates hildan bi berhemê xwe yên bi navê ‘Dewletê’ ve pêşkêşî arîstokrasiyê dike. Berhemê ‘Dewletê’ bîrdoziya dewletê ye. Konfuçyus rewîzyonîstek mezin ê dewletê ye. Çîna niha Konfuçyustiyê dileyîze. Konfuçyus ji kastê çûyîna ber bi dewletê pêktîne. Eynî wekî tiştên ku ji şûnve Platon kirîn. Dema ku di Cihûtiyê de jî ji serî û hetanî binî Silêman-Dawut dewletparêzî dikirin Samuel komînalîstek felaket bû. Ev dabeşiya destpêkê ya di kevneşopiya Cihûyan de qesran da destpê dike. Gava ku Îsiv di qesrê de li kêleka Fîravun cih digirt kurên din ên Yakup komînalîst bûn. Îsîv Pêxamber qabîleya Îbraniyan dike du beş. Ji vêya piştre jî dema Musa-Harun tê. Ew jî pir bibandor in. Dawid û Silêman rêûresma dewletê, Samuel û pêxamberên din jî temsîliyeta komînalê dikin. Ev dubendî şikestinek dîrokî îfade dikin.”
Ava bûyîna felsefeya exlaqî û belavbûyîna wê ya ji dinyaya kevin re, bû sedem ku êrîş li ser jiyana qlan û qabîleyên ku jin dayîk temsîliyeta wan dikin û bûne formên rêxistin kirina civakî pêbên. Bi êrîşên komên bi “qatîlê qastîk” ve tên binav kirin ku xwe wekî “qluba zilaman” rêxistin kiribûn jin xistine malê, dest danîne li ser tiştên aîdê civakê û xwestine nîzama qlan û aşîretê azad-komînal belav bikin. Avaniya fikrî ya ku wek felsefeya Exlaqê tê binav kirin jî li dijî wan êrîşên ku li ser civakê pêktên avabûye. Ji vê hêlê ve jî taybetmendiyek ku di jin dayîkê de şênber bûyî, jiyana lihev kirî ya di navbera xweza û civakê de vedibêje û parastina xwezaya civakê dike dihewand.
Tevgerên komînalîst ên ku mohra xwe li dîrokê dixistîn û ji destpêkên nû re bingeh ava dikirin, di nava rastiyek wiha de wate qezenç dikirin. Tevger û tekoşînên ku heman şiklî ew dişopandin, bêyî ku ber bi dewletê ve biçin li ser bingehê çareseriya pirsgirêkên civakî yên ku xwe disparitn komînan ve pêşdiketin. Di dîrokê de mînakên vê yên ku hatin jiyan kirin hene.
Dema ku em ji van mînakên di dîrokê de hatin jiyan kirin ve bikevîn rê, wê dîtina cudahiyên ku bi guhertin û veguhertinên di xwezaya civakî de hatin jiyan kirin û lêgerînên derketina ji qeyranan, bên rewşek hê pêkantir. Ev ferqa ku mirov nekare bi ya di navbera civak û xwezayê de tê jiyan kirin muqayese bike, her çiqas di bin du sernavan de bê destgirtin jî tê dîtin ku her du jî di nava xwe de bi şêweyê sernavên jêr ve ji hev cihê bûne. Her çiqas wiha jî be her du jî di nava xweseriya sirûşta civakê de bi cudahiyên ku dihewînin ve; wek guhertin û veguhertinên ku bi eql, dest û çalakiya mirov ve hatine jiyan kirin tên qebûl kirin.
Di hinek rewşan de guhertin û veguhertina ku di ya destpêkê de derdikeve pêş cudahiya şêwaz a ku di bin du sernavan de kom bûyî di pêvajoyek ku çend nifş dibîne heta hinek caran wextek dirêj dibîne de, bêyî ku serî li zordariyê bide di nava dilsozî û ji hev bandor bûyî de tên jiyan kirin. Mirov dikare ji bo şêwazên rêxistina civakî qlan, qabîle, aşîret, gel, qewm, mîliyet û netewan van bêje. Heta mecburiyetek tineye ku ev rêxistinên civakî yên ku hatin behs kirin li pêy hev bên jiyan kirin. Ji ber wê sedemê jî gelek qlan û aşîret şêwazên rêxistinên civakî yên berê di nava hev de, heta ku bêyî yekî jiyan bikin derbasî ya din bûne.
Lê, ev çalakiya ‘serarastkirin’ an jî ‘rastkirin’ a ku ketîn navê jî ne yek aliye. Ew jî di bin du ser navan de tê destgirtin. Gava ku ya yekemîn amûrên tundî û zordariyê pêwîst dibîne, ya ku ya din de derdikeve pêş jî guhertin û veguhertinên ku xwe dispêrin rêbazên lihev kirin û tekoşîna aştiyane ne. Di nava dîroka pêwendî, nakokî û tekoşîna komîn-dewletê ya ku hetanî roja me hatî û wek “Serdema Mîhwerê” tê binav kirin de jî mînakên vê hene.
Di dîroka olan û nava wê de jî beşên ku têkîldarî olên yekxwedayî û di vê mijarê de jî agahiyên pir fêrker hene. Bitaybet jî di demên ku Cihûtî Xrîstiyantî û Îslamiyet derketîn holê de dîtina wan pêkan e. Welê ku her yek ji wan beriya derketina holê ya olên yekxwedayî jiyan/nîzama komînal esas digirtin, guhertina tişta beriya xwe û şûna ya berê, ava kirina ya xwe esas digirtin. Ev guhertina cih, di encama şer û pevçûnên beramberî hev ên aliyan ve hatine jiyan kirin. Ti demê bişiklê ku cihê dewletek rûxiyayî dewletek din bigire û dîsa bişêwazê ku di nava dewletê de komên desthilatdar ên cuda dest biguherin ve nehatiye jiyan kirin. Divê êrîşên qlan û qabîleyan ku bi yekiniyên xwe dispêrên xweparastinê ve li dijî êrîşên dewlet û împaratoriyên koledar û feodal pêkanîn, wek ji wan hinek cudatir bên destgirtin. Ji ber ku ev yekîne biarmanca xweparastinê ve û wekî ku di rûxandina împaratoriyên Asur û Romayê de jî tên dîtin veguherîne êrîşek bibandor. Di nava pergala koledar de rûxandina Împaratoriya Asuran pêşiya guhertina mîhwerê û di nava pergala koledar de rûxandina împaratoriyên Romayê jî bûne sedem ku pêvajoyek koledar-feodal destpê bike.
Aliyên cuda ji berxwedanên olên yekxwedayî, qlan û qabîleyan ji serhildan an jî tevgerên çîna kole, serf û proleterên ku di dîrokê de şop hiştin hene. Lê dema ku ev tê destnîşan kirin, divê li dijî dewletê berxwedanên derdorên ku xistin bin pergala koledar û rastiya wan a parastina komînan jî neyê red kirin. Tişta ku vê derê bal li ser tê kişandin ew e ku berxwedanên kole, serf û proleteran, di refên parastina komînan de cih digirin. Bêguman divê berxwedanên kole, serf û koleyên biheqdest, di nava nêzîkatiyek wiha de wekî tevgerek şoreşê bên destgirtin. Ev destnîşan kirin ji her aliyê her kesî/ê ve tê qebûl kirin ku dewlet li ser civakê hebûna xwe didomîne.
Dema ku mirov ji vê derê jî derbikeve rê wê bigihije encama ‘dewlet bêcivak nikare’ jiyan bike. Lê vê derê divê fikra ku dewlet bê civak nikare jiyan bike, encamek ku dewlet û civak yekbûyînekê pêktînin neyê derxistin. Berevajî pêwîste bigihije encama ku dewlet bi girêdayî yekdestiya xwe ya li ser civakê ava kirî ve rejîma xwe ya serdest, mêtînger, talanker û zextê ava kiriye.
Ji ber wê sedemê jî, dema ku civaka dewletê tê gotin tişta destpêkê tê eqilê mirov wek yekpare koleyên pergala ku wek koledar tê binav kirin in. Bi gotinek cuda ve koledariya ku di nava avaniyên pergala koledar de cih digirin, ji her aliyê ve koleyên ku kirine milk û di bin qemçiyan de zincîr kirîn, koleyên axê yên feodalîteyê û koleyên bi heqdest ên ku kapîtalîzmê bêyî ku cudahî nîşan bide mehkûmê para hatin kirin in.
Divê dest grtina hemû berxwedan, serhildanên koleyan ên ku ji dîrokê û hetanî roja me hatin jiyan kirin di vê çarçoveyê de bên destgirtin, wê ev bibe nêzîkatiyek rast. Ji vê hêlê ve, di bin kîjan şêwazî dibe bila bibe li dijî koletiya ku nav de dihatin ragirtin; bi baweriyên ku wê bigihin hesretên xwe ve, azwerî û lêgerînên jiyana azadiyê û berxwedanên xwedî derketina komîn û jiyanê dimeşandin. Hemû berxwedan û serhildanên ku li dijî her cure koledariyê wek yekpare di çarçoveya parastina komînê de dihatin dayîn, ji bo pirsgirêkên wan ên civakî lêgerînên çareseriyê bûn. Piştî şerên kole ya yekemîn û duyemîn ên ku di herêma Sîcîlyaya Îtalyayê de dihatin jiyan kirin Şerê Kole ya Sêyemîn di bin navê Spartakusê ku rêbertî jê re dikir de ( Beriya Zayînê 73-71’ân Roma), di bin pêşengtiya Şêx Bedredîn de serhildana ku di nava serdema feodal a pergala koledarî de dihat jiyan kirin ( Piştî Zayînê 1415-1416 Osmanî), ya Thomas Muntzer (1524-1525 Elmanya) û ya Nîklaus Leuenberger (Piştî Zayînê 1635 Swîsre) jî bibûn serhildan û şerên ku bi navên rêberên şoreşger ên demê ve bên binav kirin. Ji ber vê yekê jî xwediyê wateya şoreş û şoreşgerîne. Li pêy wan serhildan û şerên ku di nava avaniyên koledar û feodal de dihatin jiyan kirin û bi lewaz xistina pergalên koledar ve rûxandinên wan bilez jî dikirin, şer û serhildan berdewam kirine. Lê wan taybetmendiyek cuda ji yên di nava avaniyên koledar û feodal de dihatin jiyan kirin hewandine.
Wek encamek vê jî, tenê ne monarşiyên feodal, civaka ku feodalîteyê xwe li ser dida jiyan kirin jî dest bi rûxandinê kiribû. Halbukî her çiqas di derketina ji koledarî û ketina avaniya feodal de berxwedanên qlan û qabîleyan, serhildanên koleyan û rikberî û şerên di navbera dewletên koledar de dihatin jiyan kirin bibandor jî bûn, lê pêvajoyek wiha ya derbasbûyînê nehatibû jiyan kirin. Berevajî çawa ku kole wek koleyên axê mîna milkê efendiyên xwe mabin, kirîn-firotina wan bi xakê re berdewam kiriye. Pêwendiya koletiyê tenê dirûv guherandiye. Bi vê re civatên qlan, qabîle yên wekî Cermen, Tirk-Tirkmen ên ku hetanî wê demê xwediyê civakbûyînek ji koletiyê re biyanî ve jiyana xwe didomandin, di nava derdorên ku xistin bin teheqûma avaniya feodal de cihe xwe girtibûn.
Ev ferqa ku pêwîste li ser bê sekinandin, nîşan dide ku wekî tê vegotin derketina ji avaniya feodal û ketina kapîtalîzma ku bûye pergala koletiyê, ne hêsan e. Heta îşaret pê dikin ku dema feodalîzm rûxiya şûnve wextek dirêj bi nîqaşa wê çi şûna feodalîzmê bê rûniştandin hatiye meşandin. Di wan daneyan de, ji her hêlê ve nediyariyek mîna wê çi li ser xirbeya feodalîzma ku rûxiyaya bê ava kirin, tê jiyan kirin. Çawa ku di parzemîna Ewropayê de Xrîstiyantiya ku dirûvê olê dewletê girtî, parçebûyînekê jiyan bike bandora Watîkanê jî şikestiye. Di navbera qral û begtiyan de şerên ku nezanin bisekinin tên jiyan kirin. Her ku diçe bandora şerên gundiyan ên ku wekî komînan xwe dispêrin çolteran zêde dibin. Nifûsa ku ji çolterê veqetiya, beşek nêzî temamiyê bêkar û bêmilk hatî hiştin û her ku diçe di bajarên mezin de dibin xwediyê nifusek zêde, ber bi îstîqametek civakbûyîna nû ve diçin. Lê di nava wan de, hêzek ku vê valatiyê tijî bike amadekar, zirûfan di berjewendiyên xwe de bizivîrîne û birêxistin kirî, tinebû. Beşên ku bi jin û zilaman ve; karker, bêkar, xizan, bindest û beşên din ên civakê jî di nava wan de cihê xwe digirin. Heta li gorî kapîtalîstên ku dixwestin nêvengek wiha ji bo berjewendiyên xwe veguherînin jî; pir bihêz û xwediyê potansiyelek bibandor bûn. Lê wiha çênebû. Di tehlîla dawî de, nêvengek wiha pir bikêr, ji aliyê kapîtalîstên ku serî li komplo entrîka û rêbazên wekî darbeyan didan ve hat nirxandin. Bi sermaye û hêza destê xwe ve, ezmûn û danehevên ku bidestxistîn û bi hêzên xwe yên desthilatdariyê ve pêwendî bikaranîn û bi hezar û yek dek û dolaban ve nîzama xwe ya mêtîngerî û şelandinê ava kirin.
Li dijî kapîatalîzma ku xwediyê nîzamek wiha koledar serhildan û şerên derdorên bindest, mêtîngeh, di bin zextan de tên hiştin û biçûk tên dîtin destpêkir. Ji dîrok û hetanî niha şer û serhildanên koleyan cihek girîng girtine. Bi vê re, ferqên ku ji taybetmendiyên pêvajoya avanî digirin jî dihewîne. Wek hişmendî, rêxistin kirin, şêwazê tekoşîn û ast jî taybetmendiyek hê pêşketî dihewîne. Bêyî ku biçe cihêwaziya wekî jin, zilam, pîr-kal, ciwan, zarok, karker, gundî, bazirgan, zeneatkar hemû beşên civakî yên ku di nava jiyan û nîzama komînal de cih digirin jî dixîne nava xwe. Çawa ku bi danehevên paşerojê ve gurçûpêç bin, di serast kirina rêxistiniya ji nû ve ya li ser bingehê azadî, wekhev, xwîşk-biratî û edaletê de ya nîzam û jiyana civakî, hedef dike. Ne zayendperest, olperest, netewperest, ferdperest û milkiyetpestê taybet e. Çalakiya bihişmend, birêxistinkirî, ‘serarast kirin’ û ‘rastkirin’ê ye. Ji vê hêlê ve ne parastina nêzîkatiyek ku ji çend nifşan re bêhiştin û veguhertinê pêşbînî dike ye.
Ya ku ji vê re bû sedem jî ew e ku derketinên şoreşgerî ya ku çareseriya pirsgirêkên civakî yên demê ferz dikin in; bi gotinek hê sade ve di kêliya ku “Kêr gihişt hestî” de tê jiyan kirin. Lêgerînên çareseriya pirsgirêkên civakî yên ku ber bi niviya duyemîn a sedsala 19’emîn ve her ku çû hê zêde derketin pêş û hetanî dawiya sedsala 20’an bi parastina leza xwe ve berdewam kirîn tam jî li ser vê bingehê dest bi jiyanê kirin. Tenê bi vê re jî sînordar neman. Wekî ku di rûxandina dema avanî ya koledar-feodal de hat dîtin, bi hêza bandor a zêde û berfireh dibe ya tevgerên civakî ve nakokiya di navbera komîn-dewletê de dihat jiyan kirin bi hemleyên şoreşgerî yên ku bên kirin ve nîşandaye ku dikare di lehê komînê de çareser bibin.
Şoreş û tevgerên şoreşgerî pozîtîf in
Wekî ku ji wateyên bi şoreşan hatin barkirin ve jî tê fahm kirin, têgehên eleqeya xwe bi ‘Xwezaya Duyemîn’ re hebin têgehên exlaqî û polîtîk in. Ji ber vê sedemê jî taybetmendiyek meyl bûnê dihewîn in. Pênaseya ku Arîstoles kirî û piştre jî wek “ ji rewşek ber bi ya din ve çûyîn û serarast kirina rewşa heyî” hatî qebûl kirin jî vêya bişiklek pir vekirî nîşan dide.
Gotina “sererast kirina ya heyî” ya ku di nava heman pênaseyê de cih digire jî îşaret pê dike ku şêwazê din ê şoreşê wê wekî destwerdanekê bê jiyan kirin. Şoreşên ku di niviya duyemîn a sedsala 19’emîn de û yên ku ber bi dawiya sedsala 20’an de hatin jiyan kirin bi dem, rêbaz û şêwazî ve, dijberiyekê ji destnîşan kirina Arîstotales a “serarast kirina rewşa heyî” re çênake. Lê mirov nikare heman destnîşan kirinê ji bo şoreşên din bêje. Lê li gel vê jî, gava ku şêwazên pêkhatina şoreşan tê destgirtin ne pêkane ku bêje li ser vê biawayek têrker tê sekinandin. Heta hinek caran hinek kes tekoşîna siyasî, demokratîk û aştî ya ku bûye tevgerek ‘serarast kirin’ û ‘rast kirin’ê wekî derbas bûyîna ji rewşekê ya ber bi rewşek din ve fahm dikin. Ji ber wê sedemê tişta ku di vê derê de li ser tê sekinandin; wek ji vê dûrketina şaş, di kîjan şêwazî de dibe bila bibe ji bo ‘serarast kirina rewşa heyî’ ya ‘serarast kirin’ û ‘rastkirinê’ ve girêdayî, rê û rêbazên şoreş û tevgerên şoreşgerî tê bikaranîn.
Karl Marx piştî ku Komîna Parîsê ya di navbera dîrokên 18’ê Adarê û 28’ê Gulanê de encax 71 rojan li ser lingan ma, di gotara xwe ya rojnameya The World de ya bi dîroka 3 Tîrmeha 1871’an da dibêje ku “Eger zirûfên hatina li ser desthilatdariyê ya rêyên aştiyane pêkan bin, lê li gel vê jî îla behsa raperîna biçek bê kirin ev ehmeqiye.” Di axaftina girtinê ya Kongreya 4’emîn a Enternasyonala Yekemîn a 1872’an de ya ku li Laheyê hatî kirin da jî dibêje “ Ji bo pêkhatina sosyalîzmê divê teqez proleterya desthilatdariyê desteser bike. Lê me, ji bo gihiştina vê armancê ti demê negotiye rê di hemû zirûfan de eynî ne. Em dizanîn ku divê cih bidîn zirûfên ji hev cuda yên hinek welatan. Eger ez zirûfên Emerîka, Îngilîstan û piştre jî welatê we baş dizanim me tu demê înkar nekiriye ku wê karker di welatên wekî Holandayê de bi rêyên aştiyane armancên xwe bidestbixin.” Frîedrîch Engels di dîroka 1891’an de bi destnîşan kirina “Em qebûl dikîn ku di welatên derfetên kirina her tiştî dide xwediyê dengên zêde û di hilbijartinên giştî de desthilatdarî di destê xwe de digire da, bi awayek aştiyane ji civaka kevin ber bi ya nû dikare pêkbê. Di vê derê de tişta ku derdikeve pêşiya me ev e her çiqas Marx û Engels rasterast pênaseya şoreşê ya ku Arîstotales kirî red nekin jî, di destnîşan kirina têkîldarî şoreşê de destnîşan kirina “serarast kirina rewşa heyî” derdixînin pêş. Şoreşê wekî ‘sererast kirin’ û ‘rastkirin’ê digirin dest. Ji pirsa “Wê bi aştî û raperînê ve çêbibe?”
Li gorî taybetmendiyên dema tê da û aliyê ku pirsgirêkên civakê gihiştînê, bi gotinek din ve jî li gorî li hevkirina di navbera “zirûfên dem û mekan” de bersiv didin.
Marx di axaftina girtinê ya Kongreya 4’emîn a Enternasyonala 1’emîn de destnîşan kirina “Divê proleterya ji bo pêkhatina sosyalîzmê teqez dest dane li ser desthilatdariyê” dike. Di xebata xwe ya bi navê Gotha û Rexneya Bernameyê de jî cih dide heman nirxandinan. Bi heman şiklî pêwîstî pê heye destnîşan kirina “Her şoreş pirsgirêkek desthilatdariyê ye” ya ku Lenîn di pirtûka binavê ‘Dewlet û Şoreşê’ de cih dayê jî di nava rastiyek wiha de bigire dest.
Li ser bingehê pozîtîf nêrînên ku çareseriya pirsgirêkên bingehîn pêşbînî dikin ên Marx, Engels û Lenînê ku di niviya duyemîn a sedsala 19’emîn de û ber bi dawiya sedsala 20’an ve bandora xwe li ser cîhanê çêkirîn, bi armanca ‘sererastkirin’ û ‘rastkirin’ê ne.
Bi girêdayîna pênaseyê ve, şoreşên pozîtîfîn ku çareseriya pirsgirêkên civakî pêşbînî dikin. Ev lihev kirina ku di wan de şênberî qezenç dike ji bersiva ku ji pirsa “Wê biaştiyê, yan jî wê bi raperînê ve pêkbê” re tê dayîn, taybetmendiyek ku pêwîste wek serbixwe bê destgirtin dihewîne. Seknek temamî bi komînê ve girêdayî û li dijî êrîşên li hember xwezaya civakî tên ferz kirin vedibêje. Temamî di zirûfên dem û mekanî de tê destnîşan kirin ka wê ev temamî bi rêbazek çawa ve pêkbê û bigihije kîjan şêwazê. Tepisandina Şoreşên Karkerên Ewropayê yên 1848’an, Komîna Parîsê ya 1871’an, tekoşînên demokratîk, aştiyane yên karkerên ku di Ewropa û Emerîkayê de jiyan dikin û tepisandina bixwîn a Şoreşa Rusan a 1905’an jî di wan destnîşan kirinan de rolek girîng dileyîzin.
Tespîta “Divê proleterya ji bo pêkhatina sosyalîzmê, teqez desthilatdariyê desteser bike” jî di pêvajoyek wiha de pêkhatiye. Tişta ku mohra xwe di pêvajoya Şoreşa Bolşevîk a ku meha Cotmeha sala 1917’an de li Rusyayê avabûyî xistî, ev destnîşan kirin bû. Li ser vê bingehê bi şoreşê ve desteser kirina desthilatdariyê hatiye hedef kirin. Pirsgirêka esas a ji bo sosyalîzmê jî tam di vê nuqteyê pê de destpêkiriye. Ne tiştên ku li bendê bûn desthilatdarî berjewendiyên karker, kedkar, bindest û mazluman biparêze û wan ber bi sosyalîzmê ve bibe, berevajî desthilatdariyê hewlda serweriya xwe pratîze bike. Ew jî wekî desthilatdariyên din bibû hêzek ku zext, mêtîngerî û serweriya xwe li ser gel ava dike. Tişta ku guherî tenê wê rola bileyîze ser navê kî be.
Tişta ku bi şoreşê re dihat hedef kirin ava kirina sosyalîzmê û çareseriya pirsgirêkên civakî bûn ku ev ji avaniyên wan saziyan re hatibûn hiştin. Ev hetanî salên dawî ya sedsala 20’an jî wiha berdewam kir û ji sê beşên erdnîgariya cîhanê di yekê de gihişt asta ku bandor bike. Ji Asyayê û hetanî Efrîqayê, ji Ewropa û hetanî Emerîkaya Başûr hem dewletên bihedef sosyalîzma rasterast û hem jî di bin bandora sosyalîzmê de avabûn. Dema ku di nava wan de Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sovyetan(YKSS) dibû yek jî dewletên super ê cîhanê, Çîn jî ji wî paşda nema. Heta hebûna wan dewletan, bandor li ser şoreş, tevgerên bi hedef dewlet û desthilatdar ên gelek welatan kir.
Wek şêwaz jî ev welatên ku gihiştîn hedefa xwe ya sosyalîzma ku xwe dispêre desthilatdariyê; çi navê raperînê li wan bê kirin, çi navê şerê gel an jî navên cuda bên lêkirin, -derveyî Şîlî- serî li rêbaza çekdarî dan.
Bi wan tekoşînên şoreşgerî yên ku gihiştin hedefa xwe re, bi tekoşînên çekdarî ve di welatên wekî Guatemala, Kuba, Uruguay, El Salvador, Srîl Lanka de tekoşînên gerîla yên bihêz nekarîn bigihijin hedefên xwe. Lê hê piştre di piraniya wan welatan de ku bi tekoşînên çekdarî ve nekarîbûn bigihijin hedefên xwe şêwazê rêxistin kirin û tekoşînê guherandin; serî li rê û rêbazên aştîyane, demokratîk dan û bûn partî û rêxistinên ku hilbijartinên serok dewletî qezenç dikin û hikûmetê ava dikin.
Bi kîjan şêwazî dibe bila bibe ev hemû şoreş û tekoşînên sosyalîzmê yên ku hatin behs kirin, li ser xalek hevpar lihev kirin. Ew jî wek sosyalîzmên bi navend dewlet û desthilatdarî ve derbasî dîrokê bûn. Lê di nava wan welatan de Şoreşa Nîkaragua, aliyên xweser hewand. Serokê Eniya Rizgariya Netewî ya Sandanîstan Danîel Ortega, piştî ku ji bo demekê hilbijartinên Serokdewletiyê qezenç kirî şûnve, li gel ku di sala 1990’an de hilbijartina serokatiya ku carek din ketiyê winda kir, lê digel vê jî şoreşê bivparastina hebûna xwe ya saziyê ve rêya xwe berdewam kiriye. Lê piştre Danîel Ortega carek din hilbijartinên serokdewletiyê qezenç kiriye û bûye serokdewlet. Bêguman divê tekoşînên sosyalîzma ku xwe dispêre dewlet û desthilatdariyan; ên ku ji sê beşên cîhanê di yekî de bibandor, di nava xwe de bên nirxandin. Encamên ku jê bên derxistin jî hene. Lê di qonaxa heyî de tişta ku pêwîste li vê derê ser bê sekinandin ew e ku li gel xwediyê hecmek ewqas berfireh jî bûn, lê di tehlîla dawî de ya ku hatin rûxandin dewlet û desthilatdariyên bi navend sosyalîzm bûn; divê li vê derê li ser mîrate û dersên pêwîst bên sekinandin.
Di qonaxa heyî de hejmara dewletên ku xwe wek sosyalîst nîşan didan ên ji ‘şoreşên’ di navbera salên 1917-1990’an de pêkdihatin de, hema bêje tiliyên destekê derbas nakin. Her çiqas di rewşa heyî de dewletên ku xwe wek nav bi “sosyalîst’ binav bikin hebin jî ew jî bûne parçeyek pergal û bazara kapîtalîst. Halbukî, di nava wan dewletên ku îro navê sosyalîzmê bikar naynin û dixwazin cihê xwe cîhana kapîtalîst de çêbikin ew hêz bûn ku xwe wek pêşengên sosyalîzmê didîtin û digotin em derbasî komînîzmê bûne. Çi çêbû ku ev yekser bûn dijberê xwe? Gelo dema ku xwe wek sosyalîst îlan dikirin, ew birastî jî sosyalîst bûn? Helbet ne hêsane ku ji wan pirsan re ‘erê’ yan jî ‘na’ bêgotin. Ji ber ku di wan welatan de yên ku pêşengtî ji şoreşan re dikirin, ên berdêlên mezin didan, civatên berfireh ên ku bawerî bi wan dianîn û ew dişopandin, bawer dikirin ku wê bigihin sosyalîzmê. Ji ber ku dewlet û saziyên desthilatdariyê yên ku cihê yên berê hatin avakirin, wek temînata serkeftinê dihatin dîtin.
Halbukî, wek têgeh sosyalîzm xwe dispart jiyan û nîzama ku civakê derdixîne pêş. Civak jî wek rewşa hebûna mirov dihat qebûl kirin. Di nava dîroka wê de tişta ku dihêle mirov wek civak hebe jî jiyana komînal bû ku di derdora jin dayîkê de ava bibû. Ti eleqeya vê ava bûnê bi dewlet û desthilatdariyê ve tinebû. Dewlet û desthilatdarî gelek piştre ket nava jiyana mirov. Ji vê hêlê ve jî pêdiviya civaka ku beriya dewletê ava bû, bi dewletê re tineye. Li gel vê jî, dewletê ne dikarî bêcivak bibe. Eger bi hebûna xwe ve û bi yekdestariya li ser civak û heqîqetan ava kiri ve deyndar be ev pêwîst dikir. Lê li gel rastiyek wiha jî sosyalîstan dewlet wek amûrê herî bihêz û bibandor ê parastina şoreşê didîtin. Belkî jî encamên ku ji têkçûyînên Şoreşên Karkeran a 1848’an û Komîna Parîsê ya 1871’an ji derxistîn ji vêya re bibûn sedem. Ji ber ku çawa arîstokrat û burjuwayan di navbera xwe de yekitî çêkirin, di qada navnetewî de jî bûn yek û her du şoreş jî têk birin. Ji ber wê sedemê jî ji bo ku carek din rastî encamek wiha neyên, îhtîmala ku pêdivî ji hebûna dewletê re bê dîtin pir zêde bû. Hemû şoreşan piştî Şoreşa Bolşevîk a Rusan jî ev rê şopandin. Wekî ku di YKSS’ê û welatên Bloka Rojhilat de bi şiklek zelal dihatin dîtin, di encamê de her çiqas bibî yek ji wan hêzên super ê cîhanê jî, wê nekarî xwe ji rûxandinê rizgar bikî. Bêguman ev aqubet ne mecburiyetek bû û ne jî çarenûsek bû. Encamek bû ku ne ava kirina rast a ‘pêwendiyên’ di navbera civak û dewletê de derxistî bû holê. Ya ku pêkhatî bûn pratîkên xwe dispartin dewlet û desthilatdariyê û li ser navê sosyalîzmê derbasî dîrokê bûn.
Sosyalîzma ku pêkhatî jî bi tiştên ku di dewletên wekî YKSS, Arnavut, Çînê de hatin jiyan kirin ve di hafizeyan de cih digire. Eger ji yekî/ê re bê pirsîn ka ‘sosyalîzm çiye’ wê tiştên ku di hefizayan de man bîne ziman. Ev tiştên ku di hafizayan de man di aleyhê sosyalîzmê de rasterast vegeriyan propagandayekê û hîna jî bandora xwe diparêze.
Serarast kirina vê mîrateya ku ji sosyalîzma pêkhatî ji sosyalîzmê bixwe re ma, ew qas ne hêsan. Jixwe berevajiya vê jî ne pêkan e. Welê ku tiştên li ser navê sosyalîzmê hatin kirin, ji xilasbûyîna piştxûziya ku li pişta sosyalîzmê hatî barkirin pir zehmetir e. Yek jî dema ku bandora dijber a li ser sosyalîzmê jî bê zêde kirin, zehmetiya heyî çend qat zêdetir dibe. Nexwe ji bo ku ji vê piştxûziyê rizgar bibe tenê rêyek heye. Ew jî ew e ku şûna sosyalîzma pêkhatî divê pratîkên ku sosyalîzm çiye rast bide fahm kirin bên jiyan kirin û encamên wan bên derxistin.
Divê ji cihê hatî winda kirin bê destpêkirin
Propaganda û têgihştina li dijî sosyalîzmê beriya sosyalîzma pêkhatî jî hebû. Bandora wê jî pir zêde bû. Ji Arîstotales û hetanî niha bitaybet jî di serdema navîn de, îdealîzma olî li ser civakê gihiştibû hêzek bandora mezin. Ev bandora ku hatî çêkirin li dijî sosyalîzmê veguherîbû propagandayek dijber a herî bibandor. Bi xwe spartina vê propagandayê ve jî sosyalîstên ku diyalektîka madeperest ecibandîn ji aliyê îdealîzma olî ve rastî recmê hatin û wek ‘kafir’ hatin îlan kirin. Heta bi vê re jî sînordar neman çarçoveya propagandaya dijber hê zêde berfireh kirin. Wek têgeh parastina “milkiyeta hevpar û jiyana komînal” a sosyalîzmê; wek dijmintiya milkiyetê û çi aîdê mirov, civakê hebe, wek ‘hevpar kirina her tiştî û her kesê/î’ ve hat berevajî kirin û li ser navê pîroziyên olî veguherandin propagandaya dijber.
Bi vî şiklî parêzvan, propagandîstên kapîtalîzmê, beriya sosyalîzma pêkhatî li dijî sosyalîzmê dest bi propagandaya reşkirinê kiribûn. Dema ku ev dikirin jî dawî li nakokî û pevçûnên hetanî wê demê di navbera parêzvanên îdealîzmê û hêzên mekan de diqewimîn anîn, tam ketibûn nava lihev kirinekê. Sosyalîstan ev lihev kirina ku ew ketin navê bigotina ‘olî wekî hişberekê li dijî civakê bikartînin’ ve anîbûn ziman, lê wan bi gotina ‘olî wekî morfînekê bikartînin’ ve berevajî kiribûn û ew veguherandibûn propagandayek dijber.
Dema ku piştxûziyên sosyalîzma pêkhatî, li ser sosyalîzmê çêkirin jî li wan reş kirinan hat barkirin, wê demê êrîşên ji eniyê ve ya li dijî sosyalîzmê yên parêzvanên kapîtalîzmê pir zêde bûn.
Di destpêkê van de jî her çiqas bi rewşa prîmîtîf be jî ne dîtina civakbûyîna ku xwe dispêre komînalîteyê ya ku bi qlan û qabîleyên li derdora jin dayîkê ve hatin kêleka hev destpêkirî heye.
Wek esas jî cihê ku fikrê sosyalîst çavkaniya xwe ya dîrokî digire jî ev der e. Li gel vê jî kesên ku fikrê sosyalîzmê digihînin piştî serdema ronakbiriyê jî hene. Dibe ku yên bispêrin sosyalîstên utopîk an jî bispêrin Marx û Engelsê ku fikrê sosyalîst a zanistî ava kirîn jî derbikevin. Dibe ku yên civakbûyînê bi şaristaniyê ve pênase dikin, tekoşîna çînî ya berdewam dike wekî qonaxekê bibînin jî derbikevin.
Tê zanîn ku Marx û Engels jiyana qlan û qabîleyê wekî “Komînîzma Paşverû” dinirxînin. Tê zanîn çavkaniya îlhama mirovên fikrî yên ku wek utopyacî dihatin zanîn, vegotinên têkîldarî şêwazê jiyan û pêwendiyên qlan û qabîleyên ku nirxên wan ên çandî û madî hatin talan kirin û bi navên keşfan ve di sedsalên 15-16’an ên Piştî Zayînê de veguhestin Ewropayê ne.
Îro ev çavkaniyên bingehîn ên çi ji nêrînên Marx û Engels re û çi jî ji nêrînên utopîstan re dibin jêderk, êdî ji aliyê hemû cîhanê ve hatine qebûl kirin. Mînakên ku di xwecihiyên Emerîkayê de, di qlan û qabîeyên Efrîqayê de, di Aborjînên Awistralyayê de û di gelek herêmên cografîk û welatan de tên dîtin, ew e ku ji roja destpêkê û hetanî roja me, nîşan dide ku jiyana komînal hebûna xwe parastiye. Ev, wek berxwedanên qlan, qabîle, kole, serf, karker-kedkar û mazlumên keda wan tê xwarin ji dîrok û hetanî roja me bi hebûn û çalakiyên xwe ve bi şiklek bênavber timî hebûne. Divê hebûna rêxistinên baweriyê yên ku pêşiya serdema ronakbiriyê bi navên wekî ol, mezheb û tarîqatan ve xwe binav dikirin, lê naveroka wan wekî hev û di Erebîstanê de Futuvet, di Anatoliyê de jî rêxistinên civaka sîvîl ên wekî di Ahîlîkê de navên cuda li xwe kirîn jî li ser wan bên zêde kirin. Divê bê destnîşan kirin ku eger rewşên rêxistinî, fikrî û çalakî yên ku di nava rastiyek wiha de ji qlanê û hetanî qabîleyê û ji wê derê jî hetanî roja me hebûna xwe parastîn û civakbûyîna xwe gihandin îfadeyekê biawayek têrker nehatibe dîtin, lazim e di rûxandina sosyalîzma pêkhatî de rola vê jî bê dîtin.
Ji bilî vê eger li dijî bikaranîna hêza zêde ya ku kapîtalîzmê derxist pêş stratejî û taktîkên rast nehatibin pêşxistin divê rola vê ya di rûxandina ku hatî jiyan kirin de bê dîtin. Dîsa divê pratîka sosyalîzma pêkhatî ya ku xwe spartî dewlet û desthilatdariyê jî li ser tiştên ku hatin behs kirin bên zêde kirin. Jixwe ne pêkan bû ku sosyalîzma pêkhatî ya ku xwe spartî dewlet û desthilatdariya ku li ser civakê yekdestariya xwe çêkirî encamek cuda derbixîne. Dikarîn bi tekoşîna ku bi dewletê re rû bi rû tê, bimeşînin. Heta di nava vê tekoşînê de dikarîn bigihijin muzakere û lihev kirinan. Ev îthîmal timî di navbera hêzên ku li hemberî hev pozîsyon digirin, pev diçin û şer dikin de tê jiyan kirin. Di navbera formên rêxistinkirina civakî komînal û dewletê de jî îhtîmalek wiha ya muzakere û lihev kirinê çêbûye. Halbukî, di encama lêgerînên ku ketin navê de rêbaza ku hatî dîtin; li ser navê sosyalîzma ku bûye forma rêxistin kirina civakî; veguheriye dewleta ku dijberiya civakê dike. Lê li gel vê jî bi dirûşmeya “Di sosyalîzmê de israr di mirovbûyînê de israr” ve, xwe spartin encamên ku ji pratîka sosyalîzma pêkhatî ve hatîn derxistin, tekoşîna ji bo sosyalîzmê berdewam dike.
Dema ku em tê da ne, çareseriya pirsgirêkên civakî yên ku kom bûne ferz dike. Ev di heman demê de tê wateya lêgerînek derketinê ya ji qeyrana serdemê. Ji ber ku kapîtalîzm û sosyalîzma ku pêkhatî bi rêbaz û lêgerînên xwe ve ji pirsgirêkên re nebûne çareserî. Heta bi rê û rêbaza ku şopandin ve pirsgirêk û qeyrana serdemê pir zêde kûr kirine. Nexwe tişta ku pêwîste bê kirin ew e, ji bo ku ji qeyrana serdemê ya ku bûye du serî derketin çêbibe bikeve nava lêgerînek çareseriya ku ji ya hetanî niha cuda.
Şerê Cîhanê ya Sêyemîn ji bo çareseriya derbas kirinê ya qeyrana ku hêzên sermayeya kûrewî bûn sedem, xwe şênber kiriye. Lê ev rêya ku dîtî, ne çareserî, qeyrana ku tê jiyan kirin aniye rewşa ku derketin jê re tinebe. Tenê bi vê re jî sînordar nemaye, nakokiyên hundirîn zêde kiriye. Xirabûyîna hevsengiya ekolojîk, rûxandin û texrîbata ku xweza û zindî jiyan dikin a ku Şerê Cîhanê ya Sêyemîn bû sedem û ne diyare ka wê çiqas bidome û encama wê çibe; pêşeroja cîhanê aniye rewşek binîqaş. Li hemberî vê jî di pêşiya mirovahiya cîhanê de wek rêya çareseriya yêkane ya ku bihêle ji qeyran serdemê derketin çêbibe sosyalîzm heye. Derveyî vê rêya derketina ji qeyranê ya serdemê nayê xuya kirin. Lê sosyalîzma ku li vê derê tê behs kirin, ne fikr, stratejî û taktîka sosyalîzma xwe dispêre dewlet û desthilatdariyê ye. Ji qeyranê derketin, li ku derê heqîqet hatibe winda kirin, wê awir bizivirin wê derê û di cihê mayî de feraseta tekoşînek sosyalîst berdewam bike.
Her çiqas doktrîna sosyalîzma zanistî ji aliyê Marks û Engels ve di naverasta duyemîn a sedsala 19’emîn de hatibe pêşxistin jî di hedefa wê de xwe gihandina sosyalîzma ku pirsgirêkên civakî digihîne çareseriyê heye. Lê ji bo ku bigihije hedefek wiha jî ne gotine “Em pêşiyê bibîn desthilatdar û piştre dewlet ava bikîn.” Kolektîfa ku temamî di fikrê sosyalîst de dihat pêşbînî kirin, di nava guncaviya rêxistin kirinê ya jiyana komînal de pêngavên destpêkê avêtiye. Komîn, kooperatîf û sovyetên karkeran hatine rêxistin kirin.
Her çiqas ev pêngavên ku tên avêtin wek utupîk bên dîtin jî tişta ku ji qlan û qabîleyên ku bûne forma rêxistin kirina civakî hatin dewr girtin û didan jiyan kirin jî; jiyana hevpar, rêxistin kirin û parastina hebûnê di nava lihev kirinekê de bûn. Jixwe qlan, qabîle, qewm, netewên ku li dijî pergala dewletdar û desthilatdar disekinîn û dûr diman, timî bi vî şiklî hebûnên xwe domandine.
Dema ku kole û serfan serî radikirin serî li heman rê dane, ji xwediyê kole û efendiyan qut bûne û tercîh ji jiyanek azad re kirine. Raperîna Spartakus ku bûye yek jî serhildanên koleyan a herî mezin jî rêyek wiha şopandibû. Li gel ku ji bo Romayê bibû xeteriyek mezin jî, Spartakus bi artêşa ku ji koleyan pêkdihat ve şûna ku Roma bistîne, berê xwe zivirandibû xakên azad. Şêx Bedredînê ku li dijî Osmaniyan serî rakir jî bi hevrêyên xwe re bi şirîktiya derveyî dewlet û desthilatdariyê ve, jiyanek komînal esas girtibû. Tevgerên gundî yên ku di sedsala 16 û 17’an de di Ewropayê de dihatin jiyan kirin rêyek dişibin vê şopandibûn. Yên ku li dijî kapîtalîzmê derdiketin jî di cihên ku jiyan dikirin de komînal jiyan dikirin. Ji vê hêlê ve bi jiyan kirinê ve sosyalîzm parastine û bawer dikirin ku jiyanek wiha rast e.
Her çiqas sosyalîzma pêkhatî ber bi dawiya sedsala 20’an ve hilweşiya be jî, wek esas kêliya ku winda kirin û ji tişta bawerî pê dihat dûrketin çêbû şûnve destpêkir. Wek esas jî dema ku tê gotin divê mirov vegere cihê ku winda kirî jî, mebest tam vê derê ye. Bi gotinek hê sade ve, vegere komîna ku jê dûrketî û ji wê derê rê berdewam bike.
Ji kêliya ku Rêber Apo dest bi anîna li ser ziman a fikrên xwe yên ku ji xebatên Wî yên dîrokî re bingeh ava dike ya ku îro wek Manîfestoya Civaka Komînal Demokratîk tê qebûl kirin vê heqîqetê tîne li ser ziman. Ev di parêznameya xwe de ya ku bi navê“Ji Dewleta Rahîb a Sumeran ber bi Şaristaniya Demokratîk” ve binav kirî û pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kirî de jî anibû li ser ziman. Li pêy vê jî bi “Parêznameya Mirovê Azad” a ku ji bo Doza Atînayê amade û pêşkêş kirî û bi parêznameyên xwe yên ku pênç bergehan ve pêktên yên bi navên “Parastina Gelekî” û “Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” ve binav kirî de parve kiriye.
Rêber Apo bi xebatên xwe yên ku tê behs kirin ve û di gelek nirxandinên xwe de lêgerînên şoreş û sosyalîzma ku xwe dispêre dewlet û desthilatdariyê rexne kiriye. Şûna wê jî şoreş û sosyalîzma ku xwe dispêre rêxistin û tekoşîna civaka demokratîk bicih kiriye. Derveyî dewlet û civaka kevneşop, derxistina pêş a mijarên wekî rêxistina gel, ‘Qada Sêyemîn’, ‘Tekoşîna di Nava Hev de’, ‘Veguhertina Peresanparêziyê’, fikrên demokratîk kirina civakê û anîna dewletê ya ku hûrmet nîşanî demokrasiyê dide, ‘Li Kêleka Dewletê Demokrasî’, ‘Neteweya Demokratîk’, ‘Konfederalîzma Demokratîk’, ‘Xweseriya Demokratîk’, ‘Sosyalîzma Civaka Demokratîk’, ‘Entegrasyona Demokratîk’, ‘Siyaseta Demokratîk û Tekoşîna Aştiyê’; rol û rêxistin kirina Komîn, Meclîs, Kooperatîf û Akademiyan, pêdivî û girîngiya xweparastinê.
Paradîgmaya Ekolojîk, Demokratîk û Azadiya Jin” a ku wan hemû mijaran di nava xwe de dihewîne wek vegotina herî şênber a vê wate qezenç kiribû. Manîfestoya CIvaka Komînal Demokratîk jî ya ku herî dawî hatî weşandin bi destnîşan kirina ‘Sosyalîzma Dewlet-Netewe ber bi Têkbirînê ve Sosyalîzma Civaka Demokratîk jî ber bi Serkeftinê ve dibe’ hatibû encam kirin.
Ev hemû nêrînên Rêber Apo cudahiyên ku ji fikr, feraseta sosyalîzmê dûr a ku bi xwespartina dewlet û desthilatdariyê ve dixwazin xwe bigihînin vedibêje. Ji ber vê sedemê jî tenê ji bo ferq bê fahm kirin ev cure têgeh nehatine bikaranîn. Xwediyê taybetmendiya têgehên ku bi wateyên dîrokî, felsefî, sosyolojîk, bîrdozî, teorîk û pratîk ve hatine barkirin. Encamên gihiştina hilweşiya ya sosyalîzma pêkhatî ya ku wextekê avabû dihewîne. Destnîşan kirina Şoreşa Pozîtîf jî di nava Manîfestoya Civaka Komînal Demokratîk de veguheriye heqîqeta pratîkî ya wan nêrînan. Di eslê xwe de bi destnîşan kirina Şoreşa Pozîtîf ve tenê sosyalîzm ji piştxûziya ku sosyalîzma pêkhatî li sosyalîzmê barkirî rizgar nebûye, rêyên gihiştina heqîqeta wê jî vebûn. Jixwe bi vê re jî şoreşa ku bûye pozîtîf, ji siya ku li ser hatî çêkirin jî rizgar dibû.
Helbet eger bi têgeha Şoreşa Pozîtîf ve dawî li reşkirin û sîberan anîbe; ev sînorên wateya ku li vê têgehê hatî barkirin diyar nake. Ji ber ku têgeha Şoreşa Pozîtîf wek naverok jî wateyekê ku wê derbas dike dihewîne. Beriya her tiştî jî di nava fikriyata Civaka Demokratîk a Rêber Apo de bi kûr kirina demokrasiyê ve, guhertin û veguhertina ku di zirûfên dewlet hûrmet nêzîkî demokrasiyê bibe de tê bidestxistin heye û rêbazên tekoşînê jî dihewandin. Li gorê vê jî wek ‘Şoreş pirsgirêkek desthilatdariyê ye’ ne dihat destgirtin. Modelek civakî ya ku derveyî desthilatdar û dewletê, pêdiviyên xwe pêşwazî dike, xwe rêvedibe, diparêze pêşbînî dikir. Bi derketina ji vê derê re jî di pênaseya şoreşê de diçû guhertinek bikok.
Tişta ku di vê pênaseya şoreşê ya nû de derdikeve pêş jî; di navbera gel û civaka derveyî civaka kevneperest û civaka dewlet/ desthilatdariyê dimîne de cihêkariya bingehîn hatiye kirin. Li gorî vê cihêkariyê jî gel, wek civatek çendaniyê ne dihat dîtin. Berevajî, çiqas gihiştibe zanebûna hebûna xwe, xwe birêxistin û çalak kiribe, encax wê demê dikare bibe gelek. Wek esas, pênaseya şoreşê li ser vê cihêkariyê hatibû kirin. Li gorî vê jî wek têgeh Şoreş bi şêwazê ku gel xwe bizana, rêxistinî û çalak bike ve hatibû wate kirin. Tiştên ku Rêber Apo wek “Rehendên Neteweya Demokratîk” diyarkirî jî di avakirina civakbûyînek wiha de erkên ku pêwîste bên serxistin bûn. Şoreşa Pozîtîf jî heqîqetek wiha dihewîne rê û rêbaza wê nîşan dida.
Wê rê û rêbazên rastiya gelê ku di encama tekoşîna salên dirêj dibîne de derketî holê, li ser civakbûyîna xwe hebûna xwe çawa azad bike jî li gorî vê ban. Dema ku bi vî awayî bi pênaseya şoreşê ya ku hatî kirin ve, di tekoşîna azadbûyîna gel de deriyê ketina pêvajoyek nû tê vekirin, wê Şoreşa Pozîtîf jî li gorî wateya xwe wek ‘Şoreşa Avakirina Civakî’ wate qezenç kiriba. Bi vî awayî wê rê û rêbazê ku hetanî wê demê dihat şopandin jî bi girêdayî hedefên ku hatî diyar kirin ve cihê xwe; ji rêbazên aştiyane û tekoşîna siyaseta demokratîk re hiştiba.
Lê guhertin, serarast kirinek yekalî û guhertinên ku di rê û rêbazên bê şopandin de tê kirin, wê têra pêkhatina şoreşek wiha nekiriba.
Eger şoreş kêliya herî dîrokî ya tekoşînek di navbera du hêzên dijber de didome be, nexwe pêwîste her du hêzên dijber jî rûyên xwe bizivirin heman îstîqametê. Erkek din a esas a Şoreşa Pozîtîf jî bidestxistina vê bû. Pirsgirêka esas jî ew e ku wê ev çawa bên avêtin. Wê demê ya ku pêwîste bê kirin ew e, rêya muxatabî û diyalogekê bê vekirin. Ev jî bêguman bi bikaranîna zimanek pozîtîf ve û bi dan û standinê ve dibe. Tine nehesibandina hebûnî ya dewletê jî di nava wan divêtiyan de cih digire. Li vê derê bi rewşek pêwendî ya li ser qebûl kirina hevdu û bikaranîna zimanek pozîtîf, wek faktorek girîng derdikevin pêş. Ji dewr derxistina çek û tundiyê ve, girêdayî empatiyê berfireh kirina qada gelemperî; wek rê û rêbazê diyalog û muzakereya rû bi rû jî, şênberî qezenç dike. Helbet eger ketina di nava pêwendiyek wiha de çêbûye, ev nakokî û tekoşîna di navbera komîn û dewletê de ji holê ranake. Berevajî, tişta ku ji rêbazên tekoşînê yên berê hê zehmetir ew e ku di nava diyalektîka pêwendî û nakokiyê de, ketina nava pêvajoyek tekoşînê ya rû bi rû pêwîst dikir. Ji ber vê jî bi derketina derveyî rêbaza tekoşînê ya ku hetanî wê rojê li hemberî hev rasterast senger girtibûn ve, hem wê bikevin nava pêwendiyê û hem jî bikevin nava nakokiyan û hesasiyetên wekî pêwîste ya birêgez bê parastin jî nîşan dide ku wê ev welê hêsan nebe. Ji hêlekê ve jî Şoreşa Pozîtîf, rê û rêbazê vê çiye formule dikir. Wek girêdayî vê girêdayî qebûlên beramberî hev, çêkirina peymanek zarûrî pêşbînî dikir. BI vê re jî dixwest ku di zirûfên serdem tê de Şoreşên Pozîtîf pêşbxîne û ji bo serkeftina wê jî şert û mercên kêrhatî ava bike.
Ji ber ku fikr, rê û rêbazê kapîtalîzm û sosyalîzma pêkhatî ji bo ku ji qeyran û qaosê derbikevin û hebûnên xwe biparêzin hema encamek serkeftî ne afirandibûn. Hilweşandina sosyalîzma pêkhatî û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê ku hîna berdewam dike jî wek belgeyek herî şênber ê vê derbasî dîrokê bûne. Ji vê hêlê ve Şoreşa Pozîtîf di heman demê de, wek modelek çareseriyê ya ku pêwîste di derketina qeyrana ku serdem jiyan dike de bê şopandin derdikeve pêş. Pêşxistina vê modela şoreşê ya Kurdistana ku bûye navnîşana çareseriya girêka Rojhilata Navîn a ku di Şerê CÎhanê yê Sêyemîn de jiyan dike, şans û derfetek dîrokî pêşkêş dike.