Gelê mazlum ê Kurdistanê û vî welatî ji bo hebûna Kurdan, ev pêncî sal zêdetirin tekoşîn dimeşînin. Ez hezkirin û mînetdariya xwe ji Rêber Apo ku rêya tekoşînek wiha afirandiye, rêya jiyanek biwate û azad vekiriye pêşkêş dikim. Tekoşîna gelê Kurd tekoşîna herî mafdar û rewa ya dîroka mirovahiyê ye.
Yên ku li dijî vê sekna mirovî bûn yek û lidar xistina komployê ji bo xwe wek serkeftin dibînin neçarî têkçûnê ne. Wê bi tu awayî hêrsa me ya li dijî vî sucê dîrokî ya ku li hember gelê Kurd, tekoşîna azadî û demokrasiyê hatî kirin sar nebe.
Ez bi hezkirin û bihesret fedaiyên ‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’ ên ku li dijî êrîşa Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê çiya, zîndan, meydan vegerandin qadên hesab xwestinê bibîrtînim. Ez carek din destnîşan dikim ku em ê tu demê dilgirtina Îmraliyê ya Rêber Apo ku 28 salin bi her cure rêbazan ve dixwazin me bidin qebûl kirin qebûl nekîn û em ê hetanî hênaseya xwe ya dawî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tekoşîn bimeşînîn. Gelê me bêyî ku bêje şev û roj, seqema zivistanê, germahiya havînê her cure êrîşê hembêz dike û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 28 salin tekoşîn dimeşîne. Gelê Kurd ê ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wekî azadiya xwe û rûmeta xwe dibîne, di serî de zarokên xwe yên herî binirx di vê oxirê de feda kirine û bi deh hezaran mirovan ketinê zîndanan dane berçavên xwe û ew qas jî mehkumê jiyana sirgûnê bûne. Di her fersendê de rabûye serhildanê, bi rêbaza çalakiya her cureyî ve hişmendî, ruh û hestek hevpar ve qasî ji hefizeya civakî neyê jê birin afirandiye. Her hal di dîrokê de Rêbertiyek wiha û dilsozî, girêdayînek gel jî nehatiye jiyan kirin.
Niha her kes şaşo maşotiya vê jiyan dike û hewl didin fahm bikin. Li gel ew qas qetlîam, şerê taybet û operasyonên têgihiştin ava kirinê jî yekitiya bawerî û îrade ya di navbera Rêbertî û rastiya gel de hatiye parastin. Ev dilsoziya bêmînak a ji Rêber Apo re ya gelê Kurd, hêz û hawêyna rasteqîn a pêvajoya ku em tê dane pêktîne. Afîrînerê rasteqîn û çavkaniya hêz a pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Rêber Apo û rastiya me ya gelê Azad e. Em ji ber vê asta ku hatî afirandin gelê xwe pîroz dikîn, li ser navê serketinê çi hebe bi zanebûna ku ev berhemê gelê me ve biryardariya me ya avakirina pergala azadiyê destnîşan dikim.
Pêwendiya di navbera Rêbertî û gel de nikare bê qut kirin
Ev tekoşîn, tekoşînek herî mafdar a dîroka mirovahiyê ye ku di şexsê gelekî de nirxên mirovahiyê li ser piyan digire. Qet bêguman pêvajoya herî xeternak û pêwîste bê fahm kirin Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê û pêvajoya tekoşîna ku bi wê re destpêkirî ye. Gelê Kurd ê ku pir qehreman, berxwedêr, şervanên egîd derxistî naverastê, her çiqas bihezaran salan bi van taybetmendiyên xwe yên şerker ve di çiyayên Kurdan de mayîna li ser piyan serxistibe jî, lê di pêvajoya kapîtalîst a ku neteweyên modern şikl girtî de û bi pergala dewlet-netewe re li ser lingan man, nekariye bibe xwediyê Rêbertiyek dîrokî ku hebûna xwe bigihîne netewbûnê, lewra bi qirkirin û qetlîaman re rû bi rû maye. Kurdan bi derketina Rêber Apo re, gihiştine hêza fikr, rêxistin û çalakiya ku wan vediguherîne neteweyek modern. Kurdan bawer kirine ku wê bi Rêber Apo re bigihin rizgariya neteweya demokratîk û di vê oxirê de bihezaran şehîd dane. Komploya Navnetewî ya di dîroka 9’ê Cotmehê de xistîn mêriyetê hedef kiriye ku di şexsê Rêber Apo de hebûn û lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd ji holê rake.
Ji kêliya ku komplo pêkhatî û hetanî roja me, xeta berxwedana ku Rêber Apo li dijî vê êrîşê nîşandayî, qasî ji dehan romanan re bibe mijar pir aliye. Hetanî berxwedana fîzîkî, şerê hestan, zîhniyeta ku fersend daye komployek wiha û tekoşîna bi pêwendiyan re, bendewariyên gel û hevrêyan neyê fahm kirin wek yekpare fahm kirina êrîşa navnetewi ya 9’ê Cotmehê û tekoşîna li dijî vê pêşketî wê zehmet be. Lê em vêya pir baş dizanîn ku tekoşîna li dijî vê komployê re zayîn, ronakbirî û Ronesansek ji nû ve ya ku Rêber Apo “Zayîna Mezin a 3’emîn” dibêje afirandiye. Hetanî ku ronahî neyê pejirandin, ne pêkane ku şewqa ronahî derdixîne naverastê bê dîtin.
Komplo ne bûyerek tenê ye
Di pêvajoyek wiha ya ku me bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk kirî de bi hemû aliyan ve fahm kirina pêvajo û bi hedefên xwe ve Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê û encamên tekoşîna ku li dijî vê komployê hatî meşandin ve derketîn holê girîngiyek mezih dihewîne. Yanî rastiya Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê, ne bûyerek tenê ya ku pêvajoyekê jiyan dike dawîya wê tê. Em nêzîkî 28 salin li ser bingehê hevrûbûyînê bi encamên vê êrîşê re tekoşîn rêvedibîn. Hîna sedem û encamên komplo afirandîn di nava pêvajoya guhertin û veguhertina dîrokî ya ku em nav de ne aktulbûyîna xwe diparêze.
Em bi êrîşa Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ve hewl didîn şaristaniya siyasetê diafirîne ya ku xwe dispêre desthilatdarî, dewlet û serweriya zilam pênase bikîn û fahm bikîn. Em li ser vê êrîşê dixwînîn ku ev xwendinek rast e. Yê ku lêgerîvan û şervanên heqîqetê nêzîkî heqîqetê dike jî dibe hevrûbûyîna hêz, wêrekî û biryardariya ku bi vê rastiya zalim, direwker û xayîn re tê nîşandayîn. Rêber Apo ev êrîşa 9’ê Cotmehê ya ku di dîroka de kêm tê dîtin, dilê hebûn û azadiya gelê Kurd kirî hedef wek Komploya Navnetewî binav kir. Helbet, ji bo ku plansaziyek yekpare ya pergala şaristaniyê di navê de cih girtî nîşan bide ev term hatiye hilbijartin. Hemû gel û neteweyan nahewîne. Lê ev têgeh di nava nîzama dewlet-neteweya ku modernîteya kapîtalîst avakirî de wek têgehek dîplomatîk a zêde tê bikaranîn.
Dema ku berjewendiyên pergala cîhana hegemonîk a ku bi dewlet neteweya ku afirandî ve xwe rewa dike û polîtîka pêşdixîne bû mijara gotinê, ev dibe nîşaneya ku qirkirina li ser gelekî tê meşandin bi bazariyên qirêj ve tên rêvebirin. Ji ber vê sedemê ez ê di vê nirxandinê de pênaseya ku Rêber Apo kirî esas werbigirim. Ji ber ku derketinek biwate ya li dijî vê komployê ji ti neteweyên ku li ser navê wan liv û lebat çêbû pêknehat. Lewra ev pêvajo wek rojên reş derbasî dîroka tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû.
Gelê herî kevin û belkî jî yê pêşî yê dîrokê, bi polîtîkayên înkar û tune kirinê ve hebûna wî di êrîşa li hember Rêber Apo de jî tune hat hesibandin û wek kolektîf hestên tenêtiyê jiyan kir. Zanebûna netewî ya li dijî Komploya 9’ê Cotmehê di derdora rastiya Rêbertî de ku ev tekoşîn bi îradeya xweser û li gorî îradeyê pêşxist da, hilpekî jiyan kir. Hîna di pêngava destpêkê de hesaba komplogeran vala derket û têkçûn. Her nirxandina jidil û girêdayî rastiyan, wê qebûl bike ku bi êrîşa Komploya Navnetewî ya li hember Rêber Apo ve di gelê Kurd de hişmendiya hebûn û yekitiyê bihêz bûye. Tenê ne Kurdên ku di erdnîgariya Kurdistanê de serî li dijî Komploya Navnetewî rakirin, hemû Kurdên ku belavî qadên cur be cur ên cîhanê bûn, ên neçarî jiyana sirgûniyê hatin kirin û qasî bermahiyekê xwediyê zanebûna nasname, civak û hebûnê rabûn ser piyan.
Di Kurdan de zanebûna hebûn û yekitiyê bihêz bû
Em pir baş dizanîn ku armanca di bingehê Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê de radizê ew e ku bi komployê ve Rêbertiya ku çareseriyekê ji qeyrana hebûn-nasnameya di rastiya Kurd de tê jiyan kirin dibîne û azadiya wî dixwaze bêbandor bike, pêşî li netewbûyîna gelê Kurd bigire bû. Lê babeta ku hêza dendikî ya komplo rêvedibir û araste dikir Emerîka-Ingîlîstan-Îsraîl’ê fahm nekirî ew bû ku xwesteka hebûnê û lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd pir mezin bû. Hebûna Kurd ku wekî gelek di xwebûnê de israr dike, bi hezaran sal li dijî hemû hêzên şaristaniyê berxwedan vegerandî çandekê, li dijî Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê, bi pêkanîna netewbûyîna xwe ya demokratîk ve bersiv daye. Yanî Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê, hîna destpêkê vala derketiye û komploger têk çûne. Qet bêguman ev pêşketin ji ber xwe çênebûne. Lê tişta ku ez dixwazim bêjîm ne ev e. Ev pêşketin di saya rastiya Rêbertîya ku hesret, bendewarî, lêgerîn û pêdiviyên gelê Kurd tespît kirî, ji bo vê jî tekoşînek bêhempa meşandî, bi mezin kirina nirxên gel ve şerma jixwe ya civakê de da sekinandin çêbûye. Eger di gelê Kurd de û di şervanên wî yên dildan azadiyê de hêrsek mezin li dijî Komploya li ser Rêber Apo pêşketibe, ji ber vê sedemê ye.
Rêber Apo pêvajoya komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê wekî xaçerê û çata rêyek diyar a di tekoşîna azadî, hebûn-nasnameya gelê Kurd de; hem di nava vê pêvajoyê de û hem jî piştî wê bi hemû aliyên wê ve ronî kiriye. Êdî di pêwendiyên nav dewletî de û li hember rastiya Kurd pozîsyona hêzên şaristaniyê, mantîqa wan a pêşxîstin û pêşda birina komployê, pêwendiyên di dewreyê de û teknîkên lîstîka hatî ava kirin ji aliyê her kesayetê/a Kurd ve tê zanîn. Lê em pir baş dizanîn ku ronî kirina tiştekî, nayê wateya ku mantiqê wê biawayek têrker hatiye fahm kirin. Li hember pêşda çûyîna modernîteya kapîtalîst a ku nirxên mirovahiyê binpê dike, fîlozofê mezin Nîetzsche di pirtûka bi navê “Zerduşt Ferman Wiha” de dibêje; hîna cîhana hîsekan çiqas pêşketiye ne diyar xuya dike. Dema ku em di sala 28’emîn de hewl didîn Komploya 9’ê Cotmehê fahm bikîn heqîqeta herî girîng a ku pêwîste em bizanîn ew e ku dixwastin gelê Kurd ji Rêbertî qut bikin. Ev tê çi wateyê? Ji bo gelekî tê wateya ku ji rastiya Rêbertî bêpar bimîne.
Gelê Kurd çima wek gelek ku xwe nehizire, ji bo hinek din jiyan dike û her ku diçe dixwazin bidin jibîr kirin û wekî gelek bênav bê hiştin? Çima hêzên hegemonîk ên cîhanê, li pêşiya gelek ku dixwaze ji pencê qirkirinê derbikeve dibin asteng? Ev pirs ne tenê ji bo gelê Kurd û ferdên wê, yê ku mirov be û her kesî/ê ku dixwaze li gorî nirxên mirovahiyê jiyan bike, divê ji xwe bipirse û ev ew pirs in ku pêwîste bersivên wê bên hilberandin. Hêza dewlet-neteweya Tirk di pêkanîna Komploya Navnetewî de ya ku starta wê di dîroka 9’ê Cotmehê de hatî dayîn tinebû. Hêzek wî ya wiha duh jî tinebû, îro jî tineye. Tişta ku hêzên navnetewî yên ku operasyonek wiha lidar xistîn bi armancên dewlet-neteweya Tirk re dikirin yek, ava kirina hegemonyaya ku projeya Rojhilata Navîn jî tê gotin a pergala kapîtalîst a kûrewî bû.
Di gotina polîtîk a rojane de têgihiştina dixwestin li ser Tevgera Azadiya Kurd bidin ava kirin ew bû, wê gotiban ku tevger, bi pêwendiyên hêzên emperyalîst ve yên ku dixwazin Rojhilata Navîn da serweriya xwe çêbikin ve ava bûye û pêşketiye. Ya rast jî tam berevajiya vê ye. Dewleta Tirk bi hevkarî û tawîzên bêsînor ên ku daye hêzên navnetewî ve beşdarî pêşketina komployek wiha hatiye kirin. Ev mijar ji bo gelên ku di Tirkiyeyê de jiyan dikin di tariyê de tê hiştin û ronî nakin. Mixabin netewperestî û dewletparêzî, di mijarek wiha de ku pêşeroj û paşeroja gelên Tirkiye eleqedar dike da bi demagojî û direwan ve mijarê derbas dike, bi Komploya 9’ê Cotmehê ve komploya ku li hember civaka Tirkiye hatî kirin diveşêre. Em pir baş dizanîn ku stratejiya birîndar hiştinê ya hebûna Kurd, bingehê plana Rojhilata Navîn a piştî Şerê Cîhanê ya 1’emîn e.
Ev stratejî, bingehê siyaseta kontrol kirin, bêhêz hiştin û xwe ve girêdana dewleta Tirk a nîzama mêtîngeriya kapîtalîst pêktîne. Dema ku ava bûyîna dewlet-neteweya Tirk a ku wek bermayiya Împaratoriya Osmaniyan a 600 salan pêktê, dikeve nava pêwendiyek tam a girêdayînê û bi hiştina ji rêveberiya çar dewletên serwer a erdnîgariya Kurd û gelê wê ve jî zemîna şer û pevçûnan timî zindî tê hiştin. Her çiqas bi îdîaya ku avabûyîna dewleta Komara Tirkiye tê nîqaş kirin ve, ew peymanên ku di wê demê de hatin çêkirin pîroz bên dîtin jî û bixînin bin parastinê jî, lê Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê nîşanda ku birastî yên ku birîndar hatin hiştin tenê ne Kurd in, temamiya gelên herêmê ne. Tirk, Ereb, Fars û hemû gelên herêmê jiyan dikin bi polîtîkayên “dabeş bike-rêvebibe” ve, bi taktîkên “kîvroşk bireve, tajî bigire” ve, bi avakirinên dewlet-netewe netewperest ve, bi polîtîkayên pişaftina zordar ve, di pozîsyona şer de tên hiştin.
Hîna sedemên afirandina Komploya Navnetewî aktuel in
Pêwendiyên nêzîk ên pêvajoya Komploya Navnetewî ya ku di 9’ê Cotmehê de destpêkirî, bi lêgerîna çareseriya demokratîk a di sala 1993’an de cara ewilî şênber bûyî; ‘ çareseriya bi rêyên siyasî ve ya meseleya Kurd”, “di nava sînorên dewletê de yekparebûyîn û feraseta yekitiyê”, “sekinandina polîtîkayên qirkirin û pişaftina li ser hebûna Kurd û polîtîkaya çareseriya navxweyî” ve heye. Dema ku di nava dewletê de pêşketina komek alîgirê çareseriyê, bi mekanîzmayên komploya nava dewletê ve dihatin bêbandor kirin û gava ku nekarîn pêşketina Tevgera Azadiya Kurd a di bin rêveberiya Rêber Apo de bidin sekinandin û dema ku tevgerê her sal bandora xwe zêde dikir şûnve, komplo ketiye rojevê. Hêza civaka Kurd a ku ji kontrolê derketî, tê wateya kontrol derketina Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ji bo vê jî pêwendiyên bi polîtîkayên Rojhilata Navîn re ya kapîtalîzma kûrewî ya bi Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê re neyekser rasterast in.
Binêrin em hîna bi sedem û encamên vê komployê re mijûl dibîn. Di pêşketinên polîtîk ên rojane de jî ev rastî cidiyeta xwe diparêze, benda çareseriya xwe ye. Wek rojane hema her derdor, dixwaze dînamîka Kurd bikişîne kêleka xwe û di îstîqameta berjewendiyên xwe de binirxîne. Carek din jeopolîtîka Rojhilata Navîn, li gorî liv û lebat, polîtîka û pêşketinên ku dînamîka Kurd di navenda wê de be şikl digire. Lê dîrok tenê dubare nabe, genên erdnîgariyê nakevin tevgerê, cudahiya xwe jî tevî dike û welê dikeve tevgerê. Vê carê di sala 28’emîn a komploya ku arasteyê tekoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd bû de, bêyî ku ev ferq bê dîtin hesasiyeta derdorên hewl didin polîtîka hilberînin, gihiştiye qonaxek xeternak. Ev ferq, rastiya Rêbertiya ku eqlê Kurd afirandî û netewbûyîna Kurd a demokratîk a ku bi wê re di nava yekitiyê de tevdigere.
Dema ku armanca bê bandor kirina Rêber Apo, belav kirina tevgera azadiya Kurd û domandina polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd ên Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê tê nirxandin, babetek din a ku pêwîste em li berçavan bigirîn jî dibe xeta ku temsîl dike. Rêber Apo Rêbertiyeke ku bi hêza xweser û îradeya xweser ve xwîşk-biratiya gelan, di serî de azadiya jin a hemû derdorên bindest û lêgerîn û tekoşîna pergalek civakî ya ku îradeya wan esas digire. Bi pergala kapîtalîst bi rûxandina sosyalîzma pêkhatî ve ya ku îdîa dikir pergala netew û çînên bindest ên cîhanê ye, zafere xwe ya teqez îlan kiriye û di serî de gelên ku şerê rizgariya neteweyî didin û çînên bindest ên ku tekoşîn rêvedibirin, bê piştevanî man û gelek ji wan nekarîne xwe ji tevgerên marjînal rizgar bikin.
Dema ku wêneyê tekoşîna siyasî ya di cîhanê de vedigere tabloyek yekreng, xeta ku temsîliyeta wê Rêber Apo dike hem hebûna xwe domandiye û hem jî bihêz bûyînê ve bûye navenda sosyalîzmek nû.
Hewldana bêhempa ya Rêber Apo ya pêşxistina tekoşîna azadiya jinên ku herî zêde jî rastî zilma pergala şaristaniya desthilatdar, çînî, dewletparêz û serdestiya mêr tên, di serî de jinên Kurd pêşketinek ku hemû jinên cîhanê bixîne bin bandora xwe nîşandaye. Ev sosyalîzma nû ya ku li hember pergala modernîst kapîtalîst a li pêy Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê disekine û îdîa dike ku hegemonê cîhanê ye, serî radike yanî armanca sekinandina tevgerek nû ya li dijî pergalê heye. Ji aliyê begên pergala kapîtalîst ve, bitaybet jî di Rojhilata navîn de pêşketina tevgera sosyalîst a nû ya ku azadiya jin, demokrasî, xwîşk-biratiya gelan û jiyana bi hev re esas digire wekî gefek herî mezin hatiye dîtin.
Qasî em dihesibînin zêdetir zanebûna dîrokî bi çînên serdest re heye. Kevneşopiya desthilatdariyê, tenê tac, text û libasên xwe yên biezamet dewr nake. Hefiza û dîroka xwe jî vediguheze. Dema ku em desthilatdariyên roja me pênase dikîn ji ber vê sedemê em sermayeyê wekî daneheva kumulatîf nabînîn. Em her wekî din desthilatdariyê jî wekî kumulatîf dinirxînîn. Ez vê destnîşan kirina kurt ji bo vê vedibêjim: demên ku qeyran, qaos û şer derdikevin ew dem in ku hevsengî diguherin, dişikên û valatî çêdibin. Qet guman tineye ku ji bo tevgera azadiya Kurdistanê ya ku di pêşengtiya Rêber Apo de, derketinek mîna şoreşa sosyalîst a wekî di Rusyayê de pêkhatî neke û ji bo ji wan zirûfan sûd wernegire, hêzên pergala kapîtalîst ê ku bi Şerê Cîhanê yê 3’emîn ve seferên nû li ser Rojhilata Navîn pêkanîn ketine tevgerê. Ev sernavên ku me vegotîn dikarin bên zêde kirin. Ji ber ku di nava komployê de gelek hedef hene. Qasî hedefên bîrdozî-polîtîk ew qas jî plansaziyên konjonkturel û berjewendiyên rojane mijara gotinê ne. Lê tune kirina fîzîkî ya Rêber Apo jî di nav de, bê Rêber hiştina gelê Kurd û domandina di sedsala nû de ya şer û pevçûnên Kurd-Tirk a ku sedsalin berdewam dike û têk birina tekoşîna sosyalîst a ku li ser navê jin û mirovahiya bindest tê rêvebirin jî dikare bê tespît kirin.
Paradîgmaya ku komployê vala derdixîne
Em pir baş dizanîn ku em nikarîn bêjin Komploya Navnetewî ya ku bi dil girtina Rêber Apo ve dawî bûyî, qet encam negirtiye. Em wek jin, gel û tevgera azadiyê 28 salin tekoşîna azadbûyîna fîzîkî ya hebûna xwe, îradeya xwe û hesreta xwe ya di Îmraliyê de tê ragirtin didîn. Lê li vê derê carek din hewceuî heye ku em desnîşan bikîn, divê em Rêber Apo nas bikîn û fahm bikîn. Hetanî ku em Rêbertiya xwe nas nekîn, em ê nekarîn beşdariyek rast jê re çêbikîn. Her çiqas wek fîzîkî azad jî bibe, eger li gorî Rêbertiyekê rast neyê naskirin, fahm kirin heqîqeteke ku nabe jina azad, gelê azad û mîlîtanê/a azad.
Rêber Apo beriya 9’ê Cotmeha 1998’an jî û piştî wê jî rexneyên pir cidî di vê mijarê de kirin. 28 salin mîmarê tekoşîna bi Komploya Navnetewî re ya Rêber Apo, tenê ne li ser dewleta Tirk û pergala navnetewî, di serî de tevgera azadiya Kurd û li ser rastiya gelê ku temsîl dike paradîgmaya guhertin û veguhertinê ferz dike. Pir eşkereye, ya ku Komploya Navnetewî vala derxistî, paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin e. Ev paradîgmaya ku sosyalîzma civaka demokratîk hedef dike, dewlet û desthilatdariyê wekî rêbazê çareseriyê ji dewreyê derdixîne û xwe dispêre hêza jiyana komînal a demokratîk a ku di pêşengtiya jin de wê bê avakirin. Bergiriya vê ya di polîtîkayê de ew e ku carek din bi komplo û davikên ku 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibatê hatin jiyan kirin ve rû bi rû neyê.
Halbukî bendewariyên şaristaniya dewlet û desthilatdarî tam berevajî bûn. Wê şer û pevçûnên Kurd-Tirkan kûr biban û bi ava kirina dewleta Kurd ve wê hebûna Kurd di her parçeyê de bin gefa qirkirinê hatiba hiştin û yê ku winda kiriba jî wê dîsa gel ban.
Em dizanîn ku Rêber Apo her kêliya xwe ya li dijî êrîşn tecrîda giran û şerê taybet a ku 28 salan di Îmraliyê de rû bi rû tê, ji bo ku hebûna Kurd û nîzama azadiyê qezenç bike ser lingan maye. Di vê wateyê de pêvajoya Komploya Navnetewî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an de destpêkirî negihiştiye ti hedefên xwe û şikestin xwariye. Asta ku em bi paradîgmayê ve gihiştinê, aktuel kirina em di sosyalîzmê de jiyan dikîn, anîna rewşa mayînde ya hebûna Kurd, qebûl kirina ji aliyê hemû derdoran ve wek Rêberê Kurd a Rêber Apo vê rastiyê têrker vedibêje.
Lê ev felsefe, siyaset û paradîgmaya azadiyê ya ku ev 28 salin moral, fikr, zîhniyet û hişmendî dide gelê Kurd, ji bo ku bi gelên din re jiyan bike jê re zemîn ava dike, dema ku pêwîst bike vedigere şerê gelek biheybet û parastina wî dike, hîna benda fahm kirin û pejirandinê ye.
Nêzîkatî û fêrbûyînên wekî ji ber dike, dubare, teqlîd, rûxar, teng, qut nebûyîna ji zîhniyeta dewletê û bi tevgerandina qalbên zîhnî yên berê, wekî her caran dibe sedem ku zemîna komployên nû ava bike. Komploya 9’ê Cotmehê ne gihiştiye encamê. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku em di nav de ne vêya nîşan dide. Lê divê em vêya jî qet jibîr nekîn: Hetanî ku Rêber Apo ne gihije azadiya xwe ya fîzîkî, em dawî bûna komployê nehizirîn. Pîvana me ya bingehîn ev e û hetanî ku pergala Îmarliyê neyê derbas kirin behsa aştiyek rasteqîn nikare bê kirin. Rêber Apo vê pêvajoyê bi metafora “Ji maseya sêdarê ber bi maseya muzakereyê” ve vedibêje. Helbet ev pêşketin dîrokî ye û eşkereye ku divê pir baş bê nirxandin. Di dîroka TIrkiyeyê de cara ewilî dewletek rastî û pênaseya Rêberek Kurd ku li hemberî wî serî rakiriye qebûl dike. Niha gelek derdor şaşo maşotiya vê jiyan dikin û beşek girîng jî hesûdî û çavnebariya xwe nîqaş dikin. Lê gelê Kurd bi kûrahî girîngiya vê pêşketinê hîs dike û ji tekoşîna aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo re biryariya xwe datîne holê.
Pêvajoya ku bi Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk ve destpêkirî, bi Paradîgmaya Civaka Demokratîk ve guhertina pergala herêmê ya ku xwe dispêre hebûn û înkara Kurd pêşbînî dike. Di vê wateyê de nuqteya jor a ku ev tekoşîn gihiştiyê pêktîne. Di vê qonaxa dîrokî de rêya nû ya ku Rêber Apo vekirî, xwe dispêre stratejiya siyaset û hiqûqa demokratîk. Bi vê stratejiyê re fersendên qezenç kirina gelê Kurd û tevgera wî zêde bûne. Eger gelê Kurd wek civaka demokratîk xwe rêxistin bûyînê serbixîne xwediyê danehevekê ye ku dikare ji her aliyê ve siyaseta demokratîk pratîze bike. Tekoşîna ku pêncî salin di bin pêşengtiya tevgera azadiya Kurdistanê de dimeşe, di her nifşê civaka Kurd de danehevek polîtîk a mezin afirandiye. Dîsa pêşengên gel ên ji her nifşê, di rewşa heyî de di hemû aliyên civaka demokratîk de kemilîne.
Di her qada tekoşînê de rastiya gel û pêşengtiyek ku xwediyê ezmûna hatî ceribandin heye. Siyaseta demokratîk, tenê ne siyaseta parlamenteriyê ye. Li ser bingehê sosyalîzma nû xwe rêxistin kirina civaka demokratîk, ava kirina saziyên xwe û bi îradeyek rêxistinî ve pêwendiyên xwe yên bi dewletê re meşandine. Dersa herî girîng a ku ji Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê bê derxistin ew e, bi zanebûna ku hebûn û çanda Kurd bi çanda şaristaniya dewletparêz û desthilatdar re di nava nakokiyê de ye û divê ev navber bi polîtîka û çanda jiyanî ve bê parastin. Hingî ku ev bê parastin wê Kurd “hebûna xwe” bidomînin û wek nasnameya azad di pêşeroja gelên Rojhilata navîn de rol bileyîzin.
Pêngavên baldar, hestiyarî û rast pêwîst dikin
Bi vê re meşa di vê pêvajoyê de, meşeke ku hîna li ser tebeqeyek zirav a qeşa didome. Baldarî, hestiyarî û avêtina pêngavên di dema wê de û di cihê wê de pêwîst dikin. Rêbertiya me ji bo ku vê zemînê saxlem bike biryardarî û îradeyek pir mezin raber dike. Lê ji ber ku di Rojhilata Navîn de şîfreyên siyaseta dewlet û şaristaniyê bi komployan ve hatiye honandin, lewra divê neyê jibîr kirin ku di koka hunera desthilatdariyê de xapandin, şaşomaşo kirina rikberên xwe û di deverek kûr de davikên nêçîrvan ê ku pergala qatilê qastîk avakirî hene. Gelek derdor hene ku aktuel kirina li ser bingehê demokratîk bûyîna pêwendiyên Kurd-Tirk û di pêşketina vê pêvajoya dîrokî de ya ku bi armanca veguherandina ji nû ve ya pêwendiyên xwîşk-biratî û wekheviya diyalektîka “Tirk bê Kurd, Kurd bê Tirk nabin”, li gorî berjewendiyên xwe nabînin.
Em dikarîn bêjîn ku beşa mezin a van derdoran hêzên derve ne. Berevajiya daxuyaniyên ku hatin dayîn, ne zelale ku hêzên modernîteya kapîtalîst çiqas aştiya Kurd-Tirkan dixwazin û piştevanî didin. Di TIrkiyeyê de hêza beşên ku Rêber Apo wek “dewleta norm” binav dike ne diyare. Di Tirkiyeyê de bi hêzên derve re girêdayî beşek bibandor ên ku hebûna Kurd di pêvajoya qirkirinê de dihêlin û wekî ku sedsalin hevsengiyên siyasî yên li Tirkiye girêdayî şer û pevçûnên navxweyî ve dimeşînin hene. Ji ber vê sedemê jî divê pêvajoya ku em di nav de tenê wek pêvajoyek ‘muzakereyê’ neyê dîtin û tenê li ser maseyê jî çareser nabe. Eger Tevgera Azadiya Kurd, gelê Kurd, dilwazên aştiya Kurd-Tirkan, sosyalîst, şoreşger, tevgerên ciwan û jin, bibin xwediyê rêxistin û çalakiyên demokratîk wê ev girîngiyek mezin bihewîne. Pêşxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li ser bingehê hevrêtiya rast a bi Rêber Apo re berpirsiyariyek dîrokî ye.
Lê yek jî hêzên ku tekoşînê bi şêwazê erênî yan jî neyînî rêvedibin, ên li ser hêzên ku muzakere rêvedibin bandorekê bidin çêkirin hene. Demek divê sosyalîst û şoreşgerên rasteqîn, tevgerên jin û ciwanan ên ku dildane tevgera azadiya Kurd, gelê Kurd, aştiya Kurd-Tirkan bibin xwediyê rêxistinkirin û çalakiyên demokratîk ên ku maseya muzakereyê li ser lingan dihêlin. Ev, girîngiyek mezin dihewîne.
Dema ku 28 sal beriya niha Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê pêkhat û Rêber Apo zirûfên ku komplo amade kirî nirxand “hevrêtiya nebes jî” wekî sedemekê tespît kiribû. Em niha di vê pêvajoyê de rexnedayîna vê rexneyê bidîn û li ser bingehê hevrêtiya rast a bi Rêber Apo re pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşbixînîn.