ŞEHÎD GOTINA JIYANÊ NE

Komuna Xebatên Şehîdan

ekleyen Komînal

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Gelê Kurd, Kurdistanî û dostên wan şehîdên xwe ber bi dawiyê ve oxir dikin. Gelê Kurd di Tekoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku niv sedsal derbas kir de, bideh hezaran zarokên xwe şehîd da. Li dijî her cure zext û zilmê berxwe da û ji tekoşîna azadî û demokrasiyê paşda pêngav neavêt. Di encamê de di rêjeyek girîng de penca qirkirina ku li ser gelê Kurd dihat ferz kirin hat şikandin. Siyaseta înkar û tune kirinê hat derbas kirin. Çawa ku hebûna Kurd hat mîsoger kirin, gihişt derfetên mezin da ku ji tekoşîna rizgariya mirovahiyê re pêşengtî bike. Tekoşîna azadiya jin gihişt asta pêşengtiya herî pêşketî ya dîrokê. Bêguman ev hemû di saya fedekariyên mezin ên bideh hezar jin û mêrên ku refên Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de canên xwe dan û jiyana wan a bicewher pêkan bûn. Îro jî Tekoşîna Azadiya Kurdistanê gihiştiye qonaxek nû. Ev pêvajoya ku ji “Berxwedanê Ber bi Veguhertina Civakî” îfade dike, qet bêguman çawa ku serkeftinên mezin di hembêza xwe de dihewîne eger biawayek têrker erk û mîsyonên demê bicin neyên, îhtîmal heye ku bibe sedema windahiyên mezin jî. Ji bo ku ev pêvajoya di 27’ê Sibata 2025’an de bi “Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ve destpêkirî bigihije serkeftinê, pêwîstî pê heye ku hê zêde bixebite, bibe şopdarê rast a şehîdan. Divê jiyan û tekoşîna şehîdan bê lêkolîn kirin, armanc û xeyalên wan rast bên fahm kirin.

Gelê Kurd bi girîngiyek mezin ve nêzîkatî nîşanî îlan kirina şehîdên ku di meha Tebaxê de pêkhatîn bû û yekparetiyek bibiryar di derdora rastiya şehîdan de jiyan kir. Dema ku zarokên xwe bi şiklek heybet ve ber bi dawiyê ve oxir dikir, ji bo ava kirina aştî û civaka demokratîk jî erkên xwe danî holê.

Li gel ku pêvajoya ava kirina aştî û civaka demokratîk astek girîng bidestxistiye, lê hîna Rêber Apo di Îmraliyê de rehîn tê ragirtin. Em wek gelê Kurd hîna tekoşîna parçe kirina pencê qirkirinê didîn û hîna li seranserê cîhanê li hember Tevgera Azadiya Kurdistanê êrîş berdewam dikin. Vaye di mehên dawî de bi sedan şervanên azadiyê jin û mêrên ku bûne pîvanê zelaltî, bedewî, mêrxasî û qehremaniya ku dîrok jê re şahidî nekirî, ber bi dawiyê ve tê oxir kirin. Pêwîste tam jî di vê nuqteyê de li ser bingehê heqîqeta ‘hêza yekbûyî ya şehîdan’ a Rêber Apo, lêpirsînek hundirîn a bihêz bê jiyan kirin û li ser vê bingehê xwedî li bîranînên şehîdan derketin çêbibe. Eger cesaret di xwe de dibîne ku li ser navê şehîdên tekoşîna mezin biaxive, nexwe hewceye bê zanîn ku jiyan kirin û rast jiyankirina rastiya Rêber Apo û şehîdan mecburiyeteke. Pratîkek derveyî vê, wê sexte be, ji rê derketî be, zêde ferdperest, ezez be, bi şiklek herî ketî feraseta serdesta a mêr jiyan bike, wê xwe di pêşxistin û kûrkirina xeta azadiya jin de berpirsiyar nebîne, wê di asta dawî de di pêwendiyên hevaltî û civakî de nêzîkatiyek bihesab, madiyatperest nîşan bide, ji ber vê yekê wê beşdariyek bifikar û tirsnak raber bike û wê erkên pêşengtiyê bicih neyne, li hember bandorên ku dirizîne yên lîberalîzmê bê tekoşîn bimîne, ji propagandaya ku şerê taybet pêşdixîne bandor bibe û timî bi nîşandayîna hincetan ve jî ji pîvanên tekoşînê ketin çêbibe; wê demê wê ji rastiya şehîdan re, wateya rast nekare bê dayîn.                   

Bîranîna şehîdan hafizeya civakê pêktîne  

 

Rêber Apo, mirinê wek ‘kêliyek sosyolojîk’ pênase dike. Bîranîn hema di beşek dem û mekanî de pêknayê, wek qismek civaka dîrokî pêktê. Ji ber vê yekê bersiva ji bîranînê re dibe pîvanek ku mirov rast beşdarî jiyana civakî bibe û li hemberî jiyanê berpirsiyarî tevbigere. Di vê derê de lêkolîna kûr a li ser rastiya şehadetê û li ser vê bingehê nêzîkatî diyar kirin, dibe şertê pêşî ya jiyanek biwate. Çawa ku pîr-kalên mirov wateyên xwe yên pêşiyê li ser kesên ku wek fîzîkî ji nava wan veqetiyan pêkanîbin, di roja me de jî bitaybet ên ku wek şirîkatiya netewî-netewan tekoşîna azadiyê didin, yên ku di vê mijarê de dixwazin bibin xwedî helwest divê bûyera şehadetê ji ava kirina sosylojîk qut negirin dest. Bîranîn hafizeya civakê pêktîne. Her bersiva ku ji bîranînê re tê dayîn, ji bo bihêz bûyîna hafizeya civakî dibe pêngavek.

Her çiqas ji bo Kurdistanê bûyera şehadetê xwediyê dîrokek pir kevin nebe jî tekoşîna azadiya Kurdistanê ya ku nîv sedsalin di xeta qehremantiyê de tê dayîn, ev wek heqîqetek afirîner a ku kêlî kêlî pêktê gihandiye îfadeyekê. Feda û xweda xwediyê heman wateyê ne. Yanî ‘yê ku xwe bexş dike û jixwe dide’ taybetmendiyek xwedayi ye. Ya din jî rastiya afirîner a mirovê/a ku bi ya xwedayî re pêwendî datîne ye. Şehîdên mezin ên destpêkê yên tekoşînê rewşa vê ya herî sade pêşkêş dikin. Rastiya Kemal Pîr rastiya afirîner a bixwe ye. Xwe bexş kir û ji yên pêy xwe re bû ruh, zanebûn û îradeyek. Danî holê ku li ser navê gel axaftin, tê wateya ku encax ji xwe birastî ji hebûna xwe ya madî derbas bikî dikare pêkan bibe. Heqîqeta Kemal Pîr ne tenê ya gelekî ye, wek hatina ziman a nirxên hevpar a hemû mirovahiyê pêkhatiye. Ji ber bûye rewşa di kêliya de pêkhatî ya ‘ qasî ku di oxira jiyanê de bimire ji wê hez dike.’ Dijminên jiyana azad jî li hember vê heqîqetê afirîner bêdeng mane. Gelên Kurdistanê îro li ser bingehê vê heqîqetê jiyan dikin, bi tekoşînên xwe yên mezin ve bûne wesîle ku nirxên jiyana azad di van xakan de şax berdin. Dema ku keç û kurên xwe ber bi rêwîtiya bêdawî oxir dikin, pêwîste bizanîn ku barê tekoşînê jî hildane li ser milên xwe.

Ji ber ku di Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de şehadet teqabûlê rastiyek mezin a wiha tê, lewra rojane dibe hedefa êrîşên mêtîngeriyê. Berê şer bi spartina exlaqek diyar ve dihat meşandin. Lê di dema modernîteya kapîtalîst de ev kişandine astek herî rezîl a ku mirovahî şahidî jê re dike. ‘Ji mirî re rêz û hurmet’ di hemû çandên civakî de wek helwestek hevpar dihat qebûl kirin. Dema ku nêzîkatiyek derveyî vê çêdibû nedihat qebûl kirin û ev wek rewşek derveyî mirovbûnê dihat dîtin û li hemberê wê disekinin. Lê di zirûfên modernîteya kapîtalîst a roja me de, bitaybet jî dewleta Tirk li hember tekoşîna azadiyê ya ku di pêşengtiya Tevgera Azadiya Kurdistanê de tê dayîn û wek neteweya demokratîk têşe dibe, di ferqa vê heqîqeta afirîner de ye û êrîşên xwe yên herî mezin arasteyê ya pîroz kiriye.      

Goristan hatine rûxandin cenaze hatine teşhîr kirin, ji bo ku bandora li ser civakê dike  ya şehîdgehan tine bikin, destûr nedane ku şehîdgeh bên ava kirin. Bi şêweyek dermirovî hestiyên zarokên wan xistine torbeyan û radestî dê û bavên ku bisalanin bi fedekariyek mezin ve dixwazin xwe bigihinin şopek aîdê zarokên xwe, kirin. Niha jî li ser berxwedana dayîkên ku şîna zarokên xwe digirin û xwedî derketina zarokên xwe ya biyek dengî ya gelê Kurd êrîş tên pêşxistin, pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê hedef girtin. Ev jî nîşan dide ku her çiqas di gotinê de hinek cudahî hebin jî hîna dewleta Tirk xwe ji zîhniyeta înkar û tune kirina gelê Kurd rizgar nekiriye. Şehîdan di oxira canên xwe de ev rewş di rêjeyek girîng de guherandin. Jiyanên xwe bexşî garantî kirina hebûna gelê Kurd kirin. Berpirsiyariya kesên dimînin jî ew e ku vêya hê ber bi pêşve bibin û azadiyê teqez bikin.       

Şerte ku mirov xwe bigihîne zanebûna kûr a rastiya şehadetê

Çawa ku xakek Kurdistanê ya ku şehîd nehatî dayîn nemabe meh, hefte û roja ku em şahidî ji vê rastiya şehadetê nekîn jî nemaye. Hetanî ku berdêlên mezin neyên dayîn avakirinên civakî pêk nayên. Dema ku rastiya gelê Kurd ê ku sedsalin hatiye parçe kirin, belav kirin û ji xwebûnê hatî derxistin mijara gotinê be berdêlên ku bên dayîn jî zêde dibin. Ji ber vê jî ji bo ku di Kurdistanê de astek netewî bê bidestxistin Rêber Apo pêwîstiya tekoşînek bêhempa daniye holê.

Ev di destpêkê de li ser bingehê şerê gerîla hat meşandin. Di dawiya tekoşîna 42 salan dibîne de nirxên mezin hatin afirandin. Gelê Kurd şahidî kir ku zarokên wî yên herî bijare di vê oxirê de şehîd dikevin. Niha jî bi tekoşînek ku di zemîna ‘siyaset û hiqûqa demokratîk’ de tê meşandin ve azadiya hebûna ku şehîdan bi xwînên xwe ve teqez kirîn tê hedef kirin. Hetanî ku di Kurdistanê de tekoşîna mezin nehatiba dayîn qezenç kirina nanê rojane jî ne dibû mijara gotinê. Tam jî di vê nuqteyê de rastiya şehîd û şehadetan dibe mamosteyek herî mezin. Rêber Apo dibêje “Hetanî ku hincetên jiyana mezin nebin tu şehadet pêknayên.” Bêguman jiyanên mezin di nava sînorên jiyana ku pergala heyî ferz dike de ava nabin. Ji ber vê yekê nebe nabe ye ku divê mirov di bingeha vê heqîqetê de bigihe zanebûna kûr a rastiya şehadetê.

Taybet gelê Kurd, bigiştî jî gelên Kurdistanê wan dused salên dawî bênavber bi polîtîkayên qirkirin, pişaftin û koçberiyê re rû bi rû man. Dewlet netewa Tirk, dewlet neteweyên Ereb ên ku ji aliyê mêtîngeriya modernîteya kapîtalîst ve li ser parçe kirina neteweya Ereb hatîn avakirin û dewlet netewa Îranê girêdayî dabeş bûna Kurdistanê ve gihiştin forma dewlet-netewe. Her çiqas berxwedanên mezin di çar parçeyên Kurdistanê de li dijî polîtîkayên qetlîam û qirkirinê pêşketibin jî hetanî derketina Tevgera Apoyî fikrek ‘rizgariya neteweyî’ ya ku hemû Kurdistanê bigire nava xwe pêşneket. Tevgera Apoyî xwe spart vê rastiyê û ji ber vê jî hê destpêkê stratejiya tekoşînek ku xwe dispêre ‘şerê gel’ esas wergirt. Di pêşiya zafera ku gel bixwe rasterast beşdar bûyî û derxistina rastiya gelê şerker de tu astengî tunebin. Ev wek dîrokî jî hatibû îspat kirin. Pergalên herî destpotîk, faşîst û qirker jî nekarîn xetên berxwedana ku gel bixwe beşdar bûyîn û bi îhtîmamek mezin ve hatin honandin belav bikin û herî dawî jî wan bixwe nekarîne xwe ji têkçûyînê rizgar bikin. Tekoşîna Tevgera Apoyî ya ku 50 sal dîtiye ji aliyê rastiya Kurdistanê ve vê heqîqetê hê sade pêşkêş dike. Tevgera Apoyî ya ku pêngava destpêkê bi xwespartina hêza xwe û ya gelê xwe ve avêtî, li gel hemû êrîşên hêzên hegemonên cîhanê yên ku di zirûfên Şerê Cîhanê yê 3’emîn de jî pêkanîn, lê hîna xeta xwe ya tekoşîna ku dispêre sosyalîzma civakparêz demokratîk diparêze û ji mirovahiya cîhanê re dibe hêviya jiyana azad.           

Ev hemû bi nêzîkatiya Rêber Apo ya ‘Avakirina bersivên rast a ji bîranînên şehîdan’ re pêşketine. Rêber Apo ji şehîdê me yê mezin ê destpêkê Heqî Karer û hetanî roja me nêzîkatiya “Ez bi şiklê ku bersiva pêwîst bidim wesîyeta şehîdan ez ê hetanî hênaseya xwe ya dawî jiyan bikim” di asta rêgezekê de girtiye dest, dilsoziya xwe ya bi şehîdan re jî ji gotinek û kêliyek hestiyarî derxistiye û veguherandiye jiyanek afirîner, pêşdixîne û zaferê garantî dike. Hetanî ku bûyera şehadetê ji bîranînekê neyê derxistin û di jiyanê de negihîne seknek çalakger, mirov nikare behsa dilsoziyek rast a ji pêvajoyê re bike.   

Di vê nuqteyê de rewşek pir rûxar û hestiyarek bêrêxistinî tê jiyan kirin. Helbet mirov ji her şehadetê re xemgîniyek mezin jiyan bike ev taybetmendiyek însanî ye. Lê ti şehîd, ji bo ku li pêy wî/ê şîn bê girêdanê û xemgînî çêbibe bêtirs li ser dijmin da ne meşiyaye. Berevajî gelek ji wan dema ku fersend dîtibin wek wesiyet bi gotina ‘li pêy min negirîn, bikevin govendê’ ve hişyarî kirine. Ew di ferqa vê de bûn; dema ku girî xemgînî çêbibe wê ev bibe sedem ku rastiya şehîdan neyê fahm kirin, lewra dema ku ber bi şehadetê ve jî diçûn bi zanebûnek mezin a berpirsiyariyê ve hişyariyên xwe kirine.

Nêzîkatiya ji şehîd re ji hestiyariyê wêdatir naçe, ya herî xerab jî şehîd bê nas kirin jî û neyê nas kirin jî şehadet tê pêşwazî kirin. Eger naskiriyek be hest jî li gorî wê şikl digirin. Eger xizm be li gorî wê pêşwazî dike, bertek li gorî wê bilind dibin an jî di astek normal de dimîne.

Xemgîn dibe, digirî, li ser bîranîna şehîdan gotinên herî xweş tên serf kirin û daxwaza ku wan bidin jiyan kirin derdikeve holê. Ji bo vê jî destnîşan dikin ku dixwazin tekoşîn bikin. Lê kesayet wan hemûyan li gorî xwe, hestên xwe û asta xwe ya zanebûnê dike. Li gorî pêdiviyên xeta zaferê ya ku şehîdan xwe qifil kirîn nabin bersiv, li ser vê bingehê nêzîkatî ji tekoşînê re nayê raber kirin. Ev eşkereye ku rastiya şehadetê rast nehatiye fahm kirin. Wek heqîqetek yekpare nêzîkatiya ku ji şehadetê re tê nîşandayîn pir lewaz e. Ji ber vê jî dema ku hinek şehadet bi hestiyariyek mezin ve tên pêşwazî kirin hinek şehadet jî di nava keft û leftiya jiyanê de vegotinek biçûk jî nabîne. Her çiqas di gotinê de bêje pêwîste wiha nebe jî lê di piraniyan de asta gorxwe bûyî berdewam dike. Ji ber vê jî di pratîkan de ‘jiyan kirina şehîdan’ bersiva xwe nabîne, pêşxistina rêxistiniya vê, dayîna tekoşîna vê, bilind kirina asta pratîka vê û kûr kirina îstîqameta bîrdozî lewaz dimîne.    

Her şehadet hinceta muhasebe û tekoşînê ye  

 

Di esasê xwe de hemû xebatên ku Rêber Apo pêşxistî xebatên ava kirina bersivên rast ên xebatên şehîdan û bîranînên şehîdan îfade dikin. Di vê wateyê de pêşxistina pêvajoya aştî û civaka demokratîk û di derdora fikrê civaka komînalîst de rêxistin kirina gel, dibe xebata şehîdan a herî mezin. Îro ava kirina şoreşa neteweya demokratîk erkek herî mezin a ku dîrokê daniye pêşiya me ye. Ev di heman demê de ji mîrateya ku şehîdan ji me re hiştî wêdatir, fermana ku pêwîste em bi îrade û biryardariyek mezin ve pêkbînîn îfade dike.

Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bersiva ku Rêber Apo da bîranîna şehîdê destpêkê ve gihişt ava kirina xwe ya sazîbûyî û tekoşîna azadiya Kurdistanê bû hêviya rizgariya ji koletiyê re ya ku mêtîngeriya modernîteya kapîtalîst li ser hemû bindest, kedkar, jin û ciwanên cîhanê ferz dike. Ev ne heqîqetek welê ye ku bi armanca propagandayê bê ziman. Birastî jî dema ku karakterê gerdûnî ya paradîgmaya modernîteya demokratîk a ku Rêber Apo pêşxistî biawayek têrker hat fahm kirin ne pêkane ku kêliyekê jî ji vê guman bê kirin û bi çoşek mezin û baweriya serkeftinê ve wê ji erkên demê re xwedî derketin çêbibe.

Rêber Apo ji her şehadetê re ava kirina bersivên rast wek pîvanê bingehîn ê şoreşger bûnê, hevrêtiya têrker, ji bilî vê mirovbûyînê destnîşan kir. Li ser bîranîna heval Heqî Karer şehîdê me yê mezin bi ava kirina PKK’ê re bersiv da. Wek bersiv ji bîranîna Çaran Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Mazlum Dogan, Elî Çîçekan ku di Zîndana Amedê de li dijî rewşa herî dijwar a faşîzmê ji serî hetanî neynûkê bibûn berxwedan û hetanî dawiyê rêyên zaferê vekiribûn û ji bîranîna gelek şehîdan re tekoşîn veguhest welat û bi destpêkirina tekoşîna gerîla ve biryardariya xwe danî holê. Wek dilsoziya bi fermandarê mezin Egîd re mezin kirina artêşa gerîla û artêşek gerîla ya ku seranserê welat da şer dike gurçûpêç kir û wek fermana dîrokî ya ku pêwîste teqez bê bicihanîn pêşwazî kir. Disa wek bersiva rast a ji bîranîna şehîdan re li ser bingehê xeta azadiya jin a azadiya civakê Artêşa Rizgariya Jin pêşxist û îro Bîrdoziya Rizgariya Jin a di pêşengtiya PAJK’ê de şênberbûyî gihiştiye astek ku hemû mirovahiya cîhanê bandor bike. Rêber Apo danî holê ku ya di hemû deman de pêwîste bê kirin ew e ku teqez bigihe rêxistiniyek domdar; tekoşîn kêlî bi kêlî meşand, rêxistina her demê ava kir û gihişt paradîgmayek demokratîk, ekolojîk, azadixwaziya jin a ku sînorên Kurdistanê derbas dike. Bi deh hezaran jin û mêran ji bo serkeftina vê xeta tekoşînê bêyî guman bikin her tiştên xwe danîn holê û gihiştin şehadetê. Ji ber vê jî bi zanebûna ku her şehadet hinceta muhasebe û tekoşîna mezin in, lewra divê teqez pêwîstiyên vê bên bicih anîn.          

Di piraniya me de nêzîkatiya şehadet û şehîdan li ser bingehê hestiyariyek ji rêzê û di sînorên rûxariyekê de dimîne. Rast e em li hember her şehadetekê xemgîn dibîn û rondik dibarînin. Em dixwazîn wan bi gotin û stranên herî xweş ve pêşwazî bikîn û bidîn jiyan kirin. Dema ku pêwîst jî bû li dijî zalim serî natewînîn. Lê em dixwazîn wan hemûyan li gorî xwe, li gorî hisiyata jiyana rojane pêkbînîn. Em nikarîn xwe bigihînin rêgezên beşdariya pêkan dibe ya jiyan kirina şehîdan, rastiya şehîdan an jî wek erkekê diyar nakîn. Em bi lidar xistina merasîmekê, bi avêtina çend dirûşmeyên di merasîmê de û bi anîna li ser ziman a navên wan ve sînordar dimînîn. Dema ku em wek hevrêyên wan vê rastiyê jiyan dikîn, wek malbatên wan jî; wekî ku me tiştek xwe yê binirx winda kiribe heyf û mixabina xwe tînîn ser ziman û li hember şehadetê bêçare dimînin. Lê belê ew, ji bo afirandina jiyanek azad a di welatek azad de şehîd ketin. Armanc û girêdayînên wan ên mezin hebûn. Wan, her êrîşa ku pergala qirker lidar xistî kirin bingehê serkeftinê, bi mezin kirina hêrsên xwe ve arasteyê tol standinê bûn. Çek û navê her hevrêyê ku şehîd ketî yekî din dewr girt û tekoşîn nemir kirin. Niha bêyî ku ev rastî bên dîtin, fahm kirin û ya herî girîng jî hetanî ku mirov negihije hisiyata vê ya kûr kî/ê dikare îdîa bike ku ji şehîdan re bûye bersiv û hewl dide ku wan bide jiyan kirin? Wê ev çiqas rasteqîn be? Her çiqas di gotinê de ev bên qebûl kirin jî, rastiyeke ku di pratîkê de bersiva vê nehatiye avakirin û derneketiye derveyî ya rûtîn.

Dema ku Rêber Apo nêzîkatiya xwe ya li hember şehîd bi şiklê “Min pir dixwest ku ez  dîrokek PKK’ê ya bi şêwazê zincîrkirî ya şehîdan vebêjim û min dem dem vegotiye jî. Min hewldaye ku nîşan bidim ka şehadet çawa asoyan berfireh dike û di vê de cih girtina PKK’yiyekê çawa ye. Lê hûn jî dikarin xelekên navîn a vê zincirê zêde bikin. Ev deynek e. Niha çima navê hemûyan ne di eqlê min de ye ez ber xwe dikevim. Ez dibêjim min çima bersiva pêwîst nade bîranîna hemûyan. Lê min wek giştî timî hewlda ez vêya piştrast bikim: Her cihê ku xwîna şehîd rijiya ez mîlîtanekê bihêlim, rewşek ku bêjin xwîna wî/ê vala herikî bi dijmin nedim gotin. Çiqas şehadet çêbûne, min hewlda nîşan bidim ku ez şopdarek bêeman a bîranînên wan im. Ji ber ku me ev hinek nîşanda lewra em hinek teselî dibînîn. Lê kêm e. Ji ber ku di wan deveran de pir baş şer nakin. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku divê bersivek bandor ji bîranînên wan re bê dayîn. Divê di wan hemû qadan de şer bê dijwar kirin, nîşan bidin ku şehadet ne belasebebin û wê tola wan bê standin, wê pêdiviya fermanên wan bên bicih anîn. Hemû lêgerînên taktîkî ya ku ez dikim û giranîdayîna min a ji hemû rojê re bi vê soza min ve girêdayî ye. Ez jî dixwazim bersiv bidim wan bîranînan. Ez bawer dikim ku ev encax wiha bibe. Ez naxwazim xwe bixapînim” ve digihîne îfadeyê û rastiyek jiyanî jî datîne holê. Bang dike ku rû bi rûyînek bi rastiyê re çêbibe, ji bo ku hevrêtî bi şehîdan re bê kirin pêdiviya zanebûn, hisiyat û pratîkek çawa îfade dike. Niha rastiyek ew qas vekirî heye dikare bê gotin ku me fahm nekiriye? Ma rewşek xwe xapandinê ku qasî bêje min Rêber Apo ne bihîstiye ku pêncî salin bêyî ku bisekine vê rastiyê qîr dike, bi çalakî û fikrê xwe yê mezin ve heqîqeta şehîdan vedibêje? Şehîd, yekoyek ji çîrokekê pêknayên; ew heqîqet in ku benda nas kirinê, zanînê û anîna ser ziman in.      

               

Pêwîste di kêliyê de rastiya şehadetê bê jiyan kirin û xwe ji nû ve biwelidîne

Qasî ji aliyê hemû hevrê û malbatên şehîdan ve, divê ji aliyê gelan û mirovahiya cîhanê ve jî bên nas kirin. Tekoşîna Azadiya Kurdistanê ji zû ve sînorên Kurdistanê derbas kiriye, bûye nirxê mirovahiya demokratîk. Ji ber vê yekê êdî tenê bandor li ser xebatên ku li Kurdistanê tên kirin nake. Tışta ku nahêle em tekoşînek rast bimeşînin ne hêza dijmin e, nebesiyên ku em di hizirandin, plan kirin û pêkanînê de jiyan dikin dibin sedem. Xebatên ku di dema wê de neyên kirin, erkên neyên bicih anîn bûn sedem ku navên şehîdên me yên bêhejmar zelal nebin.     

Dema ku Rêber Apo dibêje “niha çima navê hemûyan ne di eqlê min de ye ez ber xwe dikevim.” Ma hewce nake em pirsa “em çend şehîdên xwe biawayek têrker dizanîn û nas dikîn” jixwe bikîn? Ne nas kirin, ne zanîna şehîdan û di derdora rastiya şehadetan de ne gihandina rêxistniyek têrker a malbatên wan, çiqas dibe sedem ku em berxwe bikevîn? Me xwe gihand çend dengê şehîdên ku nayên zanîn, derbasî dîrokê bûne û me ew bi jiyanê re kirin yek? Qey em tenê bi yên nas kirî re sînordar man, me tenê yên nas kirî ji xwe re kirin derd? Me rastiya şehadeta ku astek netewî îfade dikin, daxist rastiya xwe ya ferdî, malbatî û aşîretê ya ku di sînorên teng de mêze dike.

Dîroka tekoşîna me ya azadiyê ji rastiya şehîdên ku eynî wekî xelekên zîncîrek dîrokî bi hevdu ve hatibin zêde kirin û bandor li ser herikîna dîrokê dikin ve pêktê. Ma hewce nake ku pêkhatina her xelekekê û mekanê wê derbixîne holê, di ava kirina civaka demokratîk û jiyana azad de wek nirxê moral destnîşan bike, tekoşîna netewî li ser bingehê paradîgmaya neteweya demokratîk bigihîne astek herî bibandor û ma pêdivî pê tineye ku wek pîvanê bingehîn a dilsoziya bi şehîdan re bide xuya kirin? Ma derveyî hevrê û malbatên wan kesên ku vêya bikin hene? Texrîbata herî mezin a ku lîberalîzma bûye bîrdoziya modernîteya kapîtalîst di diyalektîka ferd-civakê de çêkirî li ser bingehê parçe kirina heqîqetê pêkhatiye. Eşkereye ku heqîqeta civakê hatibe parçe kirin kesayet bixwe jî hatiye parçe kirin. Ev parçe kirina ku wek qirkirina hişmendî û zîhniyetê pêkhatî belavî hîs, keyfxweşî û xemgîniyên me jî bûye. Ji ber vê yekê dema ku tiştên hatin jiyan kirin dinirxînîn û dîsa hewl didîn ku encam jê derbixînîn jî em li ser vê bingehê encamên parçekirî, kêm û şaş jiyan dikîn.

Eynî wekî dîsgotina stranek wateya xwe winda kirî rewşên dubare kirinê di pratîkên me, fikr û têgihiştinên me de xwe didin der. Dema ku em heqîqeta yekparetiyê îfade dike, nebînîn jî em li gorî xwe digihîn encaman û em beşdarî avabûyînek ku şaşitiyên berê dihewîne dibîn û em bi demê re fêrî ya şaş û ya ne rast dibîn û em hewl didîn şaşitiyên xwe wekî rastî bihesibînîn.

Dema ku em şehîdan bibîrtînîn em timî hewl didîn ya herî baş, herî rast û ya herî bedew layiqê wan bibînîn. Bêguman şehîdên me tişta herî baş heq dikin. Lê em wan hemûyan piştî ku şehîd dibin şûnve dikîn. Baş e ma wan jî wekî me jiyan û tekoşîn ne dikirin? Dema ku em hewl didin ji bo şehîdan gotinên herî xweşik bibînîn, gelo em çiqas xwe dûr an jî nêzîkî rastiya şehîdan dibînîn? Eger ew rewşa herî sade ya ferdê exlaqî polîtîk pêktînin ma hewce nake em jî wekî wan jiyan bikîn? Ma ev îşaret bi şaşitî û nakokiyekê nake? Madem em dibêjîn em xeta şehîdan esas digirîn ma hewce nake em jî ya herî baş, rast û ya bedew jiyan bikîn? Qet bê guman ev pirs hemû jî benda bersivên pêwîst in. Dema ku em tişta baş, rast û bedew diyarî şehîdan dikîn rewşek me ya ku em xwe derveyî vê bibînin nabe. Eger em şehîdan wekî pîvan destnîşan dikîn, nexwe divê sekna me ya li hember jiyanê û beşdariya me ya ji tekoşînê re vêya pêşwazî bike. Heke em ê çawa li ser navê şehîdan biaxivîn û wê demê wê kî/ê me cidî bigire? Eger em rêgezên wan ên zîhniyeta demokratîk û azadixwaz di pratîkên xwe de ava nekîn, em ê bikevîn rewşa ku bi şaşitiyan re jiyan dike; ev jî dibe sedem ku pêngav ber bi dejenerebûyînek mezin ve bêavêtin. Ku li ser şehadetan wextek pir dirêj jî derbas nebûye. Hîna îlanên bi sedan derbas dike ya şehîdan tên kirin, em wek gel diherikîn konên sersaxiyê. Nexwe lazim e rastiya şehadetê, ne wek bîranînekê û wekî pêwîste di demên diyar de bên bibîrxistin, berevajî divê wekî rastiyek ku di kêliyê de pêktê û îstîqametê dide herikîna dîrokê bê pêşwazî kirin û li gorî vê bê jiyan kirin. Em divê li ser vê bingehê şoreşa zîhnî û wîcdanî di kesayetên xwe de pêkbînîn.           

Meşa bi şehîdan re meşek şoreşgeriye  

 

Eger em kêliyekê jî nêzîkatiya rast a Rêber Apo di nava pergala tecrîda Îmraliyê de nîşanî şehîdan dide û heqîqeta ku serkeftina teqez li ser vê bingehê pêktîne ji bîr bikîn, divê em jiyan nekîn. Ger em nêzîkatiya ji şehîd re ya Rêber Apo bibînîn û nelerizîn û muhasebeyek kûr jiyan nekîn, nexwe wîcdanên me qeşa girtine, hişmendiyên me kor bûne. Nirxandinên ku dîwarên îmraliyê, sînorên zordar ên rejîmê derbas dike û digihije me, bi şiklek sotiner rastiya ku em di nav de ne bi me dide fahm kirin û ji bo ku em bigihijîn encamên rast tiştên pêwîst nîşanî me dide.

Her yek ji me dikare vê rewşê li ser xwe û naskiriyên xwe pêkbîne. Eger em bi bandorên hişyarker, pirtûk, helbest, fîlm û nêvenga em tê da ve yekcarê xwe wek mirovek pir cuda hîs dikîn û piştî ku ev bandor belavbû şûnve dikevin rêyek cuda, nexwe ev tê wateya ku em rewşa ji rewşekê derbasî rewşekê din dibe jiyan dikin. Divê mirov bi bandora bûyerên ku her însanê mirovahiya di hundirê xwe de winda nekirî bandor dike ve nekeve nava hestên mezin ên ji bo wextek kurt. Tişta esas a ku destnîşan dike ku em kî/ê ne û li ku derê ne, hest û fikrê me yên domînant in. Hinek nirx hatine rewşa rêgez û armancan? Rastiyên ku pêwîste em biwerekî bi wan re rû bi rû bên ev in. Eger ji bo serxistina xeta şehîdan pêwîstî bi mîlîtanên xeta zaferê hebin, em dikarin bixwe hesab ji xwe bistînîn û bikevîn nava hewldana afirandina wan kesayetên wiha. Ev wê bibe yek jî bersivên herî rast a ku ji bîranînên şehîdan re hatî dayîn.

Ma piştî gotina şehîd namirin ve em wekî kesek li pêy wan mirî be bikevin nava şînê, me ne nakokiyek e? Em ê carek din bedenên wan nebînin, em ê carek din wek fizîkî bi wan re neyên kêleka hev û em ê timî hesret û êşa vê hîs bikîn, ev hestek rast û pir însanî ye. Em ê yekoyek wan pir bigerîn, belkî jî em ê valatiya ku her yek ji wan çêkirî hetanî dawiya xwe temenê xwe nekarîn tijî bikîn. Jixwe rondikên ku Rêber Apo piştî şehadeta heval Heqî barandîn jî vêya vedibêje. Eger hîna Rêber Apo bihesret şehîdan bibîrtîne, li wan digere, ev ji ber sedema kesayetên wan ên mezin ku dema sax bûn jî ew nemir dikir. Gotinên Rêber Apo ên “Eger Kemal şehîd neketiba belkî her tişt pir cuda ba.” Ev gotin behsa windahiyek mezin dike. Di heman demê de ji bo hevalên din jî wiha ye. Eger windahiya hevrêyên herî bedew, dil û hunavan nelerizîne demek me ji mirovahiya xwe pir tişt winda kirine. Ev lerizandin rê ji çi re vedike? Gelo em ê bi jiyanê re bixeyîdin bikevin nava qalikê xwe şîn bigîrîn, an jî em ê bikevîn meşek mezin û birêxistin kirî? Yên ku ya destpêkê pêktînin demek mirina şehîdan qebûl kirine, lê yên ku ya duyemîn dikin armanca jiyana xwe; ew şehîdan nemir dikin. Eger dibêjin şehîd nîşandayîna rê didomînin, nexwe di îstîqameta tê nîşandayîn de tenê hedefek heye. Ew jî gihiştina zaferê ye! Di rêya ku wan nîşandayî de westandin, bêzar bûyîn û bipergalê re yekbûyîn tineye. Çawa ku yên di vê îstîqametê de rêyek din dişopînin, dikevin rêyek şaş û hênaseya wan pêşwext xilas dibe, ev ew kesayet in ku bi şiklek zanebûn tercîha xwe wiha dikin û bi armanca wîcdana xwe tatmîn bikin ve di jiyanên xwe yên asayî de ji bo şehîdan di salvegerên wan de kevanek (parantez) bîranînê ya kurt vedikin…                      

Di heqîqeta sozên ku hatin dayîn de xwe lêpirsîn kirin… 

 

Yek jî mijarên ku mirov beriya her tiştî pêwîste herî cidî be rastiya şehîdan tê. Ne biserê xwe hestiyarî û xemgînî û ne jî lêgerîna kêliyek tolhildanê têra tijî kirina vê cidiyetê nake. Her çiqas di dilê xwe de êşa şehîdan herî zêde hîs dike Rêber Apo jî be, lê tenê carekê jî ji moral, hilberînê neketiye û enerjiya jiyanê û baweriya serxistinê belavî milyonan kiriye. Her fersend jî ji bo vê nirxandiye. Her diyalog, her hevdîtin, her hênase û her gotin kiriye wesîleya mezin kirina tekoşînê. Gotinên Wî “Ez bi şiklê ku bersiva pêwîst bidim wesîyeta şehîdan, wê hetanî hênaseya xwe ya dawî jiyan bikim” û wateya ku li jiyanê barkirî, ji bo pêwîste cidiyet çawa be fêrker e…

Şehîd ne bîranînek in ku di paşerojê de bimînin, eger yekoyek îro û pêşeroja me wekî meşaleyekê ronî dikin, lazime em kesên ku dibêjîn em li gorî vê jiyan dikin hem bikîn mijara muhasebeyek timî ka me di vê rêyê de çi dît û hem jî em çiqas li gorî vêya jiyan dikîn. Xwe lêpirsîn kirina timî, xwe paqij kirina ji şaşitiyan, xwe fêrî jiyana bi xetayan re nekirin tê wateya meşek bigurçûpêç a liser hedefên nû diçe. Tê wateya lêgerîna vê û îradeyek bênavber. Vaye ji ber vê sedemê meşa bi şehîdan re meşek şoreşgerî ye. Hingî ku ev bê serxistin vekiriye ku wê barê Rêbertî sivik bibe û em ê bi şehîdan re bibîn hevrê.

Divê ev babet jî bigîringî bê destnîşan kirin, bi zanebûn û kûrahiya zêde ve bigihije hîsiyata wê. Xala hevpar a ku hemû şehîd digihiştinê baweriya wan a ji bîrdoziya Rêber Apo re bû, hezkirina wan a ji welat û xakê re bû û hêrsa wan a li dijî zilm, talan, mêtîngerî û dagirkeriya ku dihat ferz kirin bû. Hêza wan ji rastiyên ku pê bawer dikirin û ji hêviya jiyana azad dihat. Hemû derfetên madî yên ku modernîteya kapîtalîst pêşkêş kirî red kirin û jiyanek birûmet a li ser xakan tercîh kirin. Dema ku ber bi rêwitiya dawî diçûn jî dirûşmeya hevpar a hemûyan jî ev bû ‘avakirina civaka azad a ku me destpêkirî bigihînin serkeftinê.’ Derveyî vê têkîldarî tiştên li pêy xwe hiştin tiştek din negotin. Dema ku ji hevrêyên xwe re fermana çekên me erdê nehêlin didan, ji malbatên xwe re jî fermana xwedî li nirxên ku me bi can û hebûnên xwe ve afirandîn derbikevin û di bin her zirûfan de tekoşînê berdewam bikin, didan. Wê demê em kesên ku berpirsiyariya gotinê li ser navê wan nîşan didin çawa bikîn?

Rastiyeke ku me hîna tekoşîna xwe ya azadiyê negihandiye serkeftinê û me deskeftiyên xwe yên ku me bi berdêlên mezin ve bidestxistîn nexistîne garantiyê. Halbukî me wek hevrêyên wan, malbatên wan soz dan wan. Em giriyan û me hêrsa xwe tûj kir. Em hîna soz didîn. Baş e, ma çi çêdibe ku piştî me şehadeta wan bihîst demek kurt şûnve ev asayî dibin, tevî rûtina jiyana rojane dibin? Tişta ku dihêle mirov li ser şehîdan sexberî bike çavkaniya xwe ji ku derê digire? Bi gotina “Şehîdên min, şehîdê filan saziyê” ve nêzîkatiya ku rastiya şehîdan parçe dike, kategorîze dike û ruhên şehîdan diêşîne tên raber kirin. Eşkereye ku ev pir ne exlaqiye û ne lebatek baş e. Nexwe divê bisekinîn û carek din bihzirîn û nebe nabeye ku em şerê mezin a fahm kirina her şehadeta ku hatî jiyan kirin bidîn. Divê em fahm kirina rast a şehîdan wek pîvana bingehîn a welatparêzî, hevrêtî, hevaltî û ji bilî vê mirovbûyînê destnîşan bikîn, azadî û serkeftinê di vê derê de bigerîn.           

Şehîd gotina jiyanê ne yên mayîn jî pêkhênerên gotinê ne  

 

Her mekana ku hevdîtin di derdora rastiya şehîdan de tê jiyan kirin, pêwîste bibin cihên ku civak veguhertina zîhniyeta rast jiyan dike û civaka exlaqî û polîtîk pêşdikeve. Ne deverên welê ne ku tenê ji bo demên diyar, hatina kêleka hev çêbibe; berevajî divê wek rêgeza esas bibin deverên ku civak tên perwerde kirin, ciwan di xeta rastiya şehîdan de kesayet qezenç dikin û di azad kirina civakê de xeta azadiya jin tê pejirandin û zarok wek ferdên azad ên neteweya demokratîk li ser bingehê bîrdoziya Rêber Apo bibin kesayetên ku li her deverê jiyana komînê pêşdixînin. Hewceye tenê nebin deverên ku pirsgirêk û tengavî tên axaftin û nerehetî tên îfade kirin. Tam berevajiya wê pêwîste bibin mekanên ku li zanebûn, çand û biryardariya tekoşînê ya malbatên şehîdan û şopdarên şehîdan mêze dikin û di wan de qeneata ku wê hemû pirsgirêkên civakê, çareser bibin çêbibe. Baş e serxistina vê, carek din mirovan bigihîne nirxên civakê bixwe, ruhê tekoşîna kolektîf li ser bingehê rastiya şehîdan ji nû ve zindî bike û di civakê de pêşxistina neheje ya bawerî, xweşbinî û hezkirinekê ne pêkane? Her çiqas ji deverên cuda, ji baweriyên cuda bin jî pêwîste gelê Kurd, malbatên şehîdan wek yekbeden û hişmendiyê tevbigerin… Şehîdên me tenê ne aîdê malbatekê, aşîret an jî bajarekê ne, aîdê hemû Kurdistanê ne. Divê ev wiha bê destgirtin û li ser vê bingehê nêzîkatî ji rastiya şehîdan re bê çêkirin. Her nêzîkatiya ku rastiya şehîdan di nava sînorên malbat, xizm, hevaltî de heps dike, hewceye bêzanîn ku wê neheqiyek mezin li rastiya Şehîdan bê kirin.         

Welê ku îro rastiya şehadeta ku di tekoşîna azadiya Kurdistanê de îfade xwe dibîne aîdê hemû mirovahiyê ye. Divê em vêya wiha bigirîn dest û li ser vê bingehê nêzîkî rastiya şehîdan bibîn. Divê bê zanîn ku her nêzîkatiya rastiya şehîdan dixîne sînorên malbat, xizm û hevalan, dibe neheqiyek pir mezin. Me soz da ku em bibîn şopdarê şehîdan. Me got ku em ê di bin tu zirûfan de ji îstîqameta wan diyar kirî dernekevîn. Me sondxwar ku em ê wan hetanî dawiyê bidin jiyan kirin. Baş e, em hizirîn ku em ê xeyalên wan çawa veguhezîn jiyanê?      

Qey me oxirkirinek biheybet, çalakiyên bîranînê yên ku di demên diyar de pêktên têrker dît? Bêguman çîroka jiyanê ya her şehîdekê qasî ku bibe mijara destan, roman, û berhemên hunerê yên mezin hêja ne. Eger ev her jiyan biawayek têrker bê lêkolîn kirin û bibe mijara wêje, helbest û hunerê, wê qasî ku ji avakirina şoreşê û veguhertina zîhniyetek rast re pêşengtî dike, ew qas jî wê alîkariyek mezin bide honandina civaka demokratîk û pêwendiyên wê. Mesele ew e ku wê kî/ê vêya bike? Em li hember xebatek wiha piranî xwe berpirsiyar nabînîn. Em li ser bingehê heqîqetek yekpare, rastiya şehîdan tevî xebatên ava kirina zîhniyeta civakê nakîn. Em lêkolîna jiyana şehîdan, di têkîldarî Wan de agahî kom kirin û pêşxistina hafizeyek tekoşîn û berxwedana bihêz ji xwe re nakîn derd. Eger em wek hevrêyên wan, malbat û hezkiriyên ku bi şanaziyek mezin ve dibêjin em girêdayî armanc û xeyalên wan în, vêya nekîn nexwe wê kî/ê bike? Divê bê dîtin ku di vê mijarê de rûxariyek heye û nêzîkatiyek wekî xebatên şehîdan tenê ji merasîm, bîranîn û bi pirsgirêkên malbatan re mijûl bûyînê ve sînordar dike heye. Ji bilî vê piraniya bîranînên ku em pêktînin dibin wesîle ku rastiya şehadetê bê parçe kirin, wateya wê bê teng kirin, şehîd bibin mijara gotegotên rojane. Bi vegotinên wekî “Şehîdê/a falan kesî/ê, şehîdê/a filan saziyê, şehîdê/a min” ve destpê dike û her ku diçe di navbera şehîdan de muqayesek bêwate tê kirin û di asta dawî de nêzîkatiyên ji rastiya şehîdan dûr û heta dijber dikarin pêşbikevin. Cihê ku em hemû hewldanên xwe bikîn yek dengê rast a şehîdan li ser jiyanê serwer bikîn, berevajî dikarîn ferasetên xwe, hestên xwe yên besîd derxînin pêşiya armanç û îdealên şehîdên xwe. Vaye heqîqeta ku şehîd behs dikin wiha parçe dibe û divê bizanîn ku em bi tevgerandnek wiha ve şehîdên xwe di rêwîtiya dawî de ne rehet dikîn û ruhên wan dieciqînîn.

Di tekoşîna azadiya Kurdistanê de cihek xweser a şehîdên jin heye. Jinên Kurd, di civaka Kurd de tenê pêşengtiya veguhertinek mezin nekirin, di tekoşîna azadiya jin de jî nêrînek nipnû pêşkêşî hemû cîhanê kirin. Wek Tevgera Jina Azad di her qonaxa tekoşîna azadiya Kurdistanê de cih girtin û ji pêşketina wê re pêşengtî kirin. Ji Berîvan, Bêrîtan, Zîlan, Sema, Nuda û Berfînan bi hezaran jin yekoyek wek avakerek dîrokî beşdarî herikîna demê bûn. Dema ku Rêber Apo rastiya şehadeta ku di Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de hatî jiyan kirin dike, cihek cuda dide jinên şehîd û wiha dinirxîne:

“ Ez ji niha ve tevgerek ew qas şehîdê wê ya jin derbasî dîrokê bû, bi çavê Rêberek bask bûyî ve dinirxînim. Qasî ku ji tu tevgerekê re nebe nesîb bi sedan şehîdên wê yên leheng hene. Madem, di dîrokê, roja me de û di tu partiyan de ev tineye, nexwe partiya me û Rêbertiya me îfadeyek mezin a azadiya jin e. Ji ber ku şehadet direwan nake! Eger li ser hizirandin bê çêkirin wê bê dîtin ku yekane bûyera ew qas şehadet hatin eşkere kirin; rêgeza azadiya pîroz a mezin e. Hûn li ser bingeha vê rêgezê ber bi jiyanê ve tên kişandin. Qasî şanaziya mezin a her kesî/ê, her wekî din tişta ku pêwîste hûrmet bê nîşandayîn jî ev şêwazê jiyanê ye. Di vê mijarê de rastiya me ya şehadetê ye ku bêyî çavên xwe biqirpînin xwe dişewitînin. Rastiya şehadeta me ye ku ji bo teslîm nebe bombaya dawî di xwe de diteqîne û ev herî zêde jî di şehadeta jinan de hatiye dîtin. Çiqas hizirandin li ser çêbibe, wate bê dayîn ew qas heq dike. Li gorî min divê hûn bizanin li ser şehîdên me yên jin bihizirin. Di nava şehîdên PKK’ê de, îfadeya herî qehreman di şehadetên jin de heye. Çi di bûyera xwe şewitandinê de be û çi di mijara ne teslîm bûyînê de be ev wek bandor wiha ye. Ne şehadetên welê ji rêzê ne. Em li ser vê bingehê jî dimeşîn…”        

Em rojên pêşî yên meha Cotmehê ku bûye meha şehîdên jin jiyan dikîn. Wek yekpare asta ku tekoşîna me ya azadiyê gihiştiyê mecbûr dike ku li ser rastiya şehîdan lêhûrbûyînek hê kûrtir bê jiyan kirin. Di şexsê şehîdên meha Cotmehê de fahm kirina xeta azadiya jin, beşdariya rast a ji rastiya Rêber Apo re û pratîze kirina bi şiklê serkeftî ya erkên demê encax wiha pêkan dibin.

“Şehîd nemirin; ji ber ku ew xwediyê yekane ya gotina pêwîste bê jiyan kirin in. Ji bilî vê jiyan kirina wan jî bi dilsoziya ku nîşanî wan gotinên dawî tê dayîn ve pêkan e. Şehîd gotina jiyanê ne, yên mayîn jî, eger bibin pêkhênerê wê gotinê, wê jiyan bikin. Nexwe derveyî vê em qet bawer nakin ku jiyan ji bo me pêkbê.” 

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00