Nirxên şoreşgerî yên ku tekoşîna azadiya mezin a ciwan û jinên Kurd di Kurdistanê de derxistîn naverastê, ji hemû hêzên ku tekoşîna demokrasiyê rêvedibin re moral, nirx, wêrekî, hişmendî û îrade dide qezenç kirin. PKK û gelê Kurd bi vî awayî tiştên ku ji gelên cîhanê wergirtîn dîsa paşve dide wan. Berpirsiyariya xwe ya li hemberî tiştên ku ji gelên cîhanê hildan û erka xwe ya ku alîkarî dide şoreşên azadiya gelên cîhanê, bi vî şêwazî ve bicih tîne.
Bêguman eger şoreşek serkeftî xwe di asta herêmî û kûrewî de ji tekoşînên derveyî xwe, derdora xwe razber bike, ji wan qut bike, bikeve nava sînorên teng, herêmî û neteweyî wê serkeftin qezenç neke. Ji wan nêzîkatiyan re nêzîkatiyên netewperest teng tên gotin. Wek berevajiya vê bêyî ku aliyê xwe yê şênber, taybetmendiyên xwe yên herêmî, aliyên ku wî cihê dike bibîne yên ku dibêjin “Ez enternasyonalim” yan jî tenê tiştên ku ji deverên din ên cîhanê fêr bûyî û dubare dike jî wê nekare teorî û pratîka şoreşgerî pêşbixîne.
Di giştî tevgerên şoreşgerî de tim û tim ev nêzîkatiya şaş a wiha du alî tê dîtin. Ev rastî ji bo tekoşînên şoreşgerî yên ku li ser bingehê her cure nakokiyên civakî yên wekî netewî, çînî û zayendî pêktên derbasdar e. Bitaybet jî xeta netewparêz teng di tevgerên rizgariya netewî yên sedsala 20’an de hê zêde xwe nîşandane. Ji vê hêlê ve ji bo ku tekoşînên azadiya neteweyî nekevin tengiya herêmî û netewî û serkeftin bidestbixin dibe babetek ku pêwîste pir girîng û baldar li ser bê sekinandin. Ev rêgeza ku ji bo giştî şoreşên azadiyê derbasdar bêguman ji bo Tevgera Komînalîst jî derbasdar e.
Pêşxistina rast a aliyê netewî û navnetewî ya di tekoşîna PKK’ê de ku wek tekoşîna hebûn û azadiya civak û welatek mîna Kurdistanê hatî parçe kirin, navê wê, nasnameya wê hatî qedexe kirin, hildan nava pêvajoyek hişk a înkar û tunekirinê, mecbûrî bû. Qasî dahûrandina neteweyek ku xwe bi şêwazek afirîner ve dispêre rastiya Kurdistanê, ew qas jî enternasyonalîzmek ku pêşketinên navnetewî baldar digire dest, bi wan re dibe yek û pozîsyonek ku bibe baskê tekoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya ku hemû bindest rêvedibin jî fîade dike, heye. PKK ji hemû meylên din ên bîrdozî-polîtîk ên Kurdistanê zêdetir, bûye tevgerek ku hevsengiya di navbera netewî û navnetewî de herî rast û bibandor ava dike. Di vê mijarê de nêzîkatiyên afirîner ên Rêber Apo, qasî netewî ew qas jî girîngî û nirx dide ya kûrewî, rêz û hurmeta ku nîşanî her nirxê ji bo azadî û demokrasiyê hatî afirandin tê dayîn û di pêşketina teorî û pratîkek wiha de rolek diyarker leyîstiye.
Di vê çarçoveyê de girîng û biwateye ku mirov li ser karakterê enternasyonal a tekoşîna 50 salan bisekine û bibîne ku aliyek wiha çawa û çima pêşketiye û di roja me de gihiştiye kîjan aliyan. Hem ji bo nas kirina rast a tekoşîna 50 salan û hem jî ji bo ku bandora wê ya li ser herêmên cuda û mirovahiyê rast fahm bike û eger pêkan be daneheva teorîk û pratîk a şoreşa azadiya Kurdistanê derxistî holê belavî herêm û qadên cuda yên cîhanê bike. Pêşî li vekirina pêşketinên nû yên azadixwaz û demokratîk girîngî û wateyek mezin îfade dikin.
Di vê nuqteyê de em mecburîn ku beriya her tiştî bi pênase kirina enternasyonalîzma di PKK’ê de çawa û çima çêbû ve dest bi kar bikîn. Erê, her şoreş ji bo serkeftinê bidestbixe mecbure ku qasî bibe netewî pêwîstî heye ku ew qas jî bibe kûrewî heye, lê di welatek wekî Kurdistanê de taybetmendiyên hê cudatir ên vê, mijara gotinê ne. Girînge ku bê pênase kirin ka PKK çima û çawa bûye enternasyonalîst.
Bandora kûrewî ya tevgerên sosyalîst
Tişta ku li vê derê destnîşan dike, taybetmendiyên bingehîn ên zirûfên PKK derxistî naverastê ne. Di seranserî cîhanê de taybetmendiyên ku niviya 1970’an dihewandin dihat zanîn. Ev pêvajo pêvajoyeke ku tevgerên rizgariya neteweyî û sosyalîzm di asta kûrewî de herî bihêz bûn û bandor li ser hemû mirovahiya cîhanê dikirin. Di eslê xwe de Kurdistan bûye yek jî welatên ku bîrdoziya sosyalîst û xeta rizgariya neteweyî herî dawî gihiştiyê. Dikare ya herî dawî jî bê gotin. Ji bo vê jî şaşomaşo nake. Çimkî rejîma ku li ser Kurdistanê tê ferz kirin a tune û înkar dike, deverek din a cîhanê nayê dîtin. Em di vê çarçoveyê de behsa hebûnek siyasî-leşkerî ku nasnameya wî hatiye qedexe kirin, ji cîhanê hatiye tecrîd kirin û bi hemû pêşketinên ku di asta kûrewî de tên jiyan kirin re pêwendiyên wî hatine qut kirin û dixwazin li ser bingehê qirkirinê tine bikin dikîn. Ji ber vê sedemê jî dema ku hemû mirovahî di niviya sedsala 20’an de bi fikrên sosyalîst û rizgariya neteweyî ve xwe gurçupêç dikirin û li ser vê bingehê xwe rêxistin dikirin û derbasî çalakiyan dibûn, em dizanîn ku Kurdistan derveyî vê pêvajoyê hatiye hiştin.
Lê ev pozîsyona tecrîdê ji destpêka 1970’an ve hatiye şikandin û derbas kirin. Ev jî tê zanîn ku girêdayî gelek sedeman ve pêşketiye. Yek ji wan û ya herî girîng jî dibe pergala mêtîngeriya nû ya ku pergala modernîteya kapîtalîst a ku serkêşiya Emerîka dike ye. Di eslê xwe de ji bo ku sermayeya kûrewî û sermayeya yekdestparêz a Tirk a ku bi wî ve girêdayî pêşketî hê zêde kar bike û daxwaza mêtîna hê zêde ya dewlemendiyên ser erd û bin erd ên Kurdistanê, bû sedem ku îzoleya pergala qirker li ser Kurdistan û civaka Kurd ferz kirî bê şikandin.
Bi vê re divê em rola veguhestina ji Kurdistanê ya bandora tevgerên şoreşger ên ku di seranserî kûrewî de pêşketîn jî bibînîn. Bandora kûr a Tevgera Şoreşa Ciwanên 1968’an û bi vê ve girêdayî bêguman bandora Berxwedana Ciwanên Şoreşger a Tirkiye ya 1971’an heye. Bandora zêde ya şoreşên rizgariya netewî yên ku di Wîetnamê de, di Kuba û Efrîqayê de serkeftin bidestxistîn heye. Li ser bingeha wan, di Tirkiyeyê de Kemalîzma ku bîrdoziya fermî jê re tê gotin şikestin xwar û beşên civakî yên cur be cur di îstîqameta berjewendiyên xwe de bizavên îdeolojîk-polîtîk pêşxistin û derbas bûyîna wan a rêxistin kirin û çalakiyan jî dibe sedem ku di Kurdistanê de li ser bingehê azadiya neteweyî bizavên cuda ava bibin û arasteyê tekoşînê bibin. Ev jî civaka Kurdistanê bandor dike. Di vê nuqteyê de PKK jî derdikeve holê, pêvajoyek ku bizav, meylên bîrdozî-polîtîk ên cur be cur di Kurdistanê de derbikevin holê tê jiyan kirin. Bi bandora zêde ya wan hemû pêşketinan ve avaniya ciwanên rewşenbîrên Kurd ku li ser bingehê qirkirina çandî û ronakbiriya Kurd pêşdikeve, di eslê xwe de li ser beşa civakî ya ku ji bo bikin Tirk û bihelînin ve tê şikl kirin de, bandorek girîng derdikeve holê. Em dikarîn di vê nuqteyê de du sedeman wiha vebêjîn. A yekemîn, tekoşînên tevgera sosyalîst û rizgariyên neteweyî di asta kûrewî de pir bibandor û zêde ne. Ji ber vê yekê ne pêkane ku yên di fikr û pratîkê de dikevin nava îstîqametek wekî tekoşîna azadiya netewî û demokrasiyê, derveyî vê bimînin. Her çiqas di nava xwe de parçebûyîn û cudaxwaziyên cur be cur bihewînin jî bi pêvajoya ku PKK derketî holê re bandora li ser hemû gelan û meylên bîrdozî-polîtîk a aliyên ku zaferê qezenç dikin a fikr û pratîka sosyalîst, dîsa şoreşên rizgariya netewî serwer in. Ji ber vê yekê hemû tevgerên ku ji nû ve ava dibin ji wan bandor dibin û mecburîn ku wan bibînin. Bi mayîna derveyî wan ve ne pêkane ku bên rewşa meylek bîrdozî-polîtîk. Li ser vê bingehê tenê ne PKK, hemû bizavên îdeolojîk-polîtîk ên ku di destpêka salên 1970 û niviya wê de li Kurdistan û Tirkiyeyê de ava bûn, di vê çarçoveyê de ji teorî û pratîka tevgerên sosyalîst û neteweyî yên ku di çar aliyên cîhanê de pêşketîn bandor bûne. Tevgera çep-sosyalîst a Tirkiyeyê jî bandor bûye. Bitaybet jî komên bîrdozî-polîtîk ên ku bi çîna navîn ve girêdayî di Kurdistanê de ji nû ve ava bûn jî ji vêya bandor bibûn.
Bigiştî bizavên ku PKK’ê wek netewperestên burjuwayê biçûk reformîst pênase dikirîn jî, ji vêya bandor bibûn. Heta welê ku PDK ya ku niv feodal û niv burjuwa jî ji wan pêşketinan bandor bibû. Dema ku piştî têkçûyîna 1975’an li bername û rêziknameya PDK ya ku di sala 1979’an de ji nû ve ava bûyî bê mêze kirin pêkane ku bi dîmenek balkêş re rû bi rû bimîne. Ji ber ku li wê derê herî hindik li ser kaxizê jî be, ava kirinek PDK ya ku temamî girêdayî bîrdoziya Marksîst-Lenînîst û sosyalîzmê esas digire heye.
Ji bo şoreşên sosyalîzm û rizgariya neteweyî zirûf û taybetmendiyên ku PKK avabûyî, bihêz in û domînant in. Tenê ne tevgerên çînî û netewî yên girêdayî beşên kedkar, tevgerên girêdayî beşên burjuwayê biçûk jî ji bilî vê tevgerên ku girêdayî çîna serwer a feodal-burjuwa jî bi vî şêwazî yan jî bi vî şiklî bandora wan pêşketinan hewandine û mecbur mane ku xwe wek parçeyek wan pênase bikin. Karakter û taybetmendiya demê ev e. Ji ber vê yekê PKK ya ku wek tevgerekê di pêvajoyek wiha de ava bûyî jî ji şoreşên sosyalîst û rizgariya neteweyî yên ku di qadên cur be cur ên cîhanê de, li Ewropa, Asyaya Rojhilat, Efrîqa, Abya Yalayê de pêşketin bandor bûye, ew lêkolîn kiriye û eger bi wan re di nava pêwendiyên madî-manevî de pêşketin bidestxistibe, ev pir xwezayî ye.
Eger derveyî vê maba wê ev biba anormal û nepêkan. Ji ber vê yekê yek jî sedemên girîng ew e ku di naverasta 1970’an de tevgerên sosyalîst û rizgariya neteweyî yên cîhanê pir bibandor û bihêz bûn.
Di vê nuqteyê de bandorbûyîn giştî ye û her kes ketiye nava bandorbûyînekê. Lê şêwazê ku PKK ji pêşketinên şoreşger ên ku di çar aliyê cîhanê de hatin jiyan kirin bandor bûyî û rewşên bandor bûyî ya netewperestiya burjuwayê biçûk reformîst an jî netewperestiya paşverû cuda ne. Ji tevgerên şoreşgerî yên çar aliyên cîhanê bandor bûyîn giştî ye, lê li vê derê şêwazê bandor bûyînê û encamên ku derketin holê cuda cuda ne.
Mînak xeta netewperestiya paşverû temamî bi nêzîkatiyek pragmatîk û berjewendperest ve xwe li gorî dorhêlê eyar kiriye û ji bo ku ji şoreşên di cîhanê de tên jiyan kirin neyê weder kirin, ji tevgerên sosyalîst hêz û piştevanî bigire, hewldaye xwe di xeta çep-sosyalîst de nîşan bide.
Rastiya PKK’ê derveyî van e. Erê, PKK jî di asta teorîk û pratîkî de ji wan hemû tevgeran bandor bûye. Hem ji pêşketinên ku di Yekitiya Sovyetan de li ser bingehê Şoreşa Cotmehê tên jiyan kirin û hem jî ji pêşketinên Asya Rojhilat a ku di pêşengtiya şoreşa rizgariya neteweyî ya Wîetnamê de, dîsa ji tevgerên rizgariya neteweyî yên Efrîqa yên ku di pêşengtiya şoreşên rizgariya neteweyî yên welatên wekî Mozambîk, Gîne de pêşketîn, ji bilî vê ji tevgerên şoreşgerî yên Emerîkaya Latîn ên ku di pêşengtiya Şoreşa Kubayê de pêşketin û bitaybet jî ji her kesî/ê zêdetir ji Şoreşa Ciwanên 1968’an bandor bûye.
Ew wek teorîk û pratîk lêkolîn kiriye, ji xwe re wek mîrate hildaye. Ev kirine bingehê xwe yê pêşketina teorîk-pratîk lê hewldaye ku jiberkirî û dogmatîk nêzîkî wan nebe. Hem wek fikrî û hem jî wek moral nirxên mezin ji wan hildaye, lê bi xwe spartina wan ve hewldaye rastiya Kurdistanê, rastiya civaka Kurd, rastiya qirkirina ku li ser Kurdistanê tê ferz kirin fahm bike, bidahûrîne û di vê çarçoveyê de rastiya Kurdistan û civaka Kurd bixîne nava dahûrandinek afirîner. Di vê mijarê de bi tiştên ku di derve de girtî ve hewldaye bikeve nava fahm kirin û dahurandina rastiya xwe û girêdayî nirxên ku tekoşînên gelên cîhanê û bindestan wek qehremanî meşandin ve rastiya Kurd û civaka Kurd ronî bike, li ser vê bingehê hişmendî, teorî, xeta îdeolojîk-polîtîk û girêdayî wan pêşxistina çalakiya azadiyê esas girtiye.
Yanî di derve de şêwazê girtina nirxên enternasyonalîst cuda bûye. Di vê mijarê de wekî ku me îfade kirî tişta destnîşanker ew e ku di cîhanê de di nêvenga 1970’an de şoreşên tevgera sosyalîst û rizgariya neteweyî, qasî ku hemû pêşketinan bandor bikin xwediyê hêzekê ne. Di vê çarçoveyê de her tevgera ku di Kurdistanê de pêşdikeve mecbure ku bizane di cîhanê de çi diqewime û bi şêwazên cuda jî be tiştekî ji wan hilde.
Mîrateya dîrokî ya Kurdistanê û lêgerîna wê ya zaferê
Sedema duyemîn jî rastiya dîrokî û civakî ya Kurdistanê ye. Tê zanîn ku rêveberiya împaratoriya Osmaniyan a navendî di bin zextên pergala modernîteya kapîtalîst a ku sedsala 19’an şûnve Ewropayê de pêşketî, ji bo ku hê zêde bac û hê zêde leşker bigire timî seferên leşkerî lidarxistiye, bi şikandina otoriteyên begên Kurdistanê ve xwestiye hêza aborî û leşkerî ya ku di destê wan de bixîne bin kontrola rêveberiya Osmaniyan a navendî. Rastiyek tê zanînê ku li ser vê bingehê jî di seranserî sedsalên 19 û 20’an de, di derve de timî êrîşên dagirkerî û zext li ser Kurdistanê pêşxistiye û dem dem berxwedanên xweparastinê di bin navê serhildanê de li hemû herêmên Kurdistanê da pêşketine.
Ev hetanî seranserî sedsala 19’an berdewam dike. Di niviya pêşî ya sedsala 20’an de jî rewş wiha ye. Dema ku ji çar aliyên cîhanê zanebûn, rêxistin û çalakiyên netewî pêşdiketin û gava ku şoreşên rizgariya neteweyî yên ku serketîn bidestxistîn pêkdihatin, di Kurdistanê de jî li hember êrîşên ku ji aliyê rêveberiyên împaratoriya navendî ve di asta lokal û herêmî de pêşdiketin, berxwedan çêdibûn.
Di vê çarçoveyê de çend heb babet hene ku pêwîste li ser bê sekinandin. A yekemîn, berxwedanên mijara gotinê teng in, pir lokalin, di karakterê aşîret û herêmî de ne. Yanî ji zanebûn û avaniya neteweyî bêpar in. Ji vê hêlê ve jî ne xwediyê taybetmendiyekê ne ku ruh û zanebûnek neteweyî pêşbixînin, bibin xeta neteweyî û ji ber vê yekê veguhere tevgera rizgariya neteweyî. Ya duyemîn, di encamê de ev berxwedan timî têk çûne, çewisîne. Yên ku herî zêde pêşketîn jî di encamê de ji aliyê hêzên dagirker û mêtînger ve hatine tepisandin.
Dîroka Kurdistanê ya dema nêzîk bûye dîroka berxwdanên asta lokal û herêmî yên ku li dijî êrîşên di derve de tên û tepisandina wan berxwedanan. Bi vî awayî avaniyên aşîret û begtiyên Kurd ên ku belavî hezar salan bûyî rêxistiniyên xwe winda kirine. Çawa ku begtiyên Kurd têkçûne û tepisîne civaktiya aşîreta Kurd û pêşketina çandî û neteweya Kurd jî di êrîş û pevçûnên mijara gotinê de nekarîne xwe ji têkçûyîn û belav bûyînê rizgar bikin. Di çarçoveya hebûnê de texrîbatên cidî jiyan kirine. Ji bo ku li ser zemînek wiha dîrokî zanebûn, rêxistin û çalakiya neteweyî pêşbikeve û tevgerek rizgariya neteweyî ava bibe helbet mecbure ku xwe bispêre mîrateyekê. Dema ku ji bo tevgera rizgariya neteweyî ya Kurdistanê rêxistin bike li mîrateyê geriya, dîrokek tekoşîna diyar a ku ders jê bê derxistin heye. Di her herêmê de berxwedan çêbûye, lê hemû jî tepisîne, têk çûne. Ji bo ku sedemên têk çûyînê, tepisandinê bibîne derbixîne naverastê dane pir in, lê tenê pêşî li girtina têk çûn û tepisandinê, têra pêşxistina tevgerek rizgariya neteweyî ya ku serkeftin bidestxistî nake. Yek jî divê faktor û hêmanên ku serkeftinê tînin bên dîtin. Pêwîste ew bên zanîn û bibe xwediyê mîrateyek welê. Ji bo ku tevgerek rizgariya neteweyî ya ku zafer qezenç kirî û yekpare bê rêxistin kirin teqez pêdivî bi vêya heye.
PKK ya ku wek tevgerek zafer ji xwe re esas girtî, kêmasiya mijara gotinê ya mîrateya ku dîroka nêzîk a Kurdistanê dihewîne, serkeftin û zaferên ku tevgerên sosyalîst û netewî di çar aliyên cîhanê de qezenç dikin ji xwe re dike palpişt û mîrate û bi vî awayî derbas kirina kêmasiyê esas digire. Ji vê hêlê ve jî qasî ku asta neteweyî digire dest û dinirxîne ew qas jî asta navnetewî, tevgerên rizgariya neteweyî û sosyalîst ku di çar aliyên cîhanê de pêşdikevin esas girtiye, nirxandiye, lêkolîn kiriye û ji wan ders derxistiye û li ser bingehê wan dersan xwe diafirîne û ji nû ve ava kirinê pêşbîn kiriye. Qasî şênberiya Kurdistanê dahûrandî û xwe dispêre dersên ku ji wê derketîn, pêşketinên sosyalîst û rizgariya neteweyê jî dahûrandiye û xwe spartina dersên ku ji wê derê derketîn.
Bitaybet di vê mijarê de ji bo serketin û zaferê zanebûn, îrade, hêza moralê, bawerî bixwe anîn û îdîaya yekpare ya pêwîst teqez ji şoreşên rizgariya neteweyî û sosyalîst ên ku zafer qezenç kirîn wergirtiye. Xwe spartina mîrateyek wiha ve ne reviye. Ne gotiye ev aîdê Kurdistanê nîn in, bi vê gotina ev aîdê Kurdan nîn in ve teorî û pratîka gelên din pêşxistî, red nekiriye.
Di vê wateyê de hîna destpêkê xwîşk-biratiya gelan esas wergirtiye. Di Asyayê, Efrîqayê, Emerîka û Ewropayê de tekoşîna azadî û demokrasiyê ya hemû gel û bindestan wekî tekoşîna xwe dîtiye. Ew wekî di Kurdistanê de pêşketibin, girtiye dest û hewldaye ji dersên ku wan hewandî sûd werbigire. Eger wiha nekiriba jixwe teqez ne dibû tevgerek xwediyê îdîaya zaferê.
Ji ber ku zemîna Kurdistanê derfet ne dida pêşketina fikr, moral, nirx û pratîkek wiha. Ji ber vê jî mecbûr bû ku tişta di Kurdistanê de tineyî ji mîrateya gelên cîhanê werbigire. Vêya jî hîna ji destpêkê ve PKK ber bi feraseta yekitiya bindestan, yekitiya gelan û xwîşk-biratiyê ve biriye.
Araste kiriye ku nirxek mezin bide tekoşînên azadî û demokrasiyê yên ku hemû gelên cîhanê û bindest dimeşînin, birêz û hurmet nêzîk bibe û nirxên ku wan tekoşînan derxistîn naverastê, ji xwe re bike bingeh. Bi vî awayî PKK ji netewperestiya teng dûr xistiye. DIvê ev rastî baş bê dîtin û fahm kirin. PKK hîna di pêvajoya zayînê de bû, ji nirxên şoreşgerî yên ku gel û hemû bindestên cîhanê derxistîn naverastê pir tişt hilda. Pêşketina xwe ya teorîk, îdeolojîk û polîtîk teqez spart vê derê. Ji vêya dûr nema, nerevî. Vaye ruh, hişmendî, nêzîkatiya enternasyonalîst û helwesta ku gelê Kurd bi gelên din ên cîhanê re û bindestan re yek û xwîşk-bira dibîne wiha pêşket.
Kurdîstan, xistibûn rewşek welê ku rejîma qirker a çandî ya ku ti civakek cîhanê qebûl neke bipejirîne. Statuyek wiha rasterast bi xwesteka xwe ve qebûl nekiribû, lê li hember êrîşên mêtînger-qirker ên ku li ser bingehê pergala tune kirin û înkarê hatin pêşxistin jî; nekarî bibe xwediyê pratîkek ku zanebûn, çalakî û rêxistiniyê pêşdixîne û wî têk dibe, azadiya netewî bidestdixe. Erê, hêza êrîşkar, serdestiya biyanî, êrîşên derve, pergala mêtînger-qirker faşîst bû, hov bû, qetlîamker bû, sucê mirovahiyê pêkdianî, lê herî hindik sekna Kurd a li hemberî wî jî di nava xwe de parçe kiribû, nezan bû, bêrêxistin bû, bêtaktîk bû û lewaz bû. Ji ber vê lewaziyê têk çûbû. Vaye di vê ev rastî hatiba dîtin û qebûl kirin, li gorî vê nêzîkatiyek rexnegir hatiba nîşandan, bi nirxandina rewşa heyî ve rewşa şênber hatiba qebûl kirin û kêmasiyên wê hatiban dîtin û derbas kirin.
Vaye Rêber Apo nêzîkatiyek wiha esas wergirt. Li ser vê bingehê nêzîkatî nîşanî rastiya Kurdistanê jî û cîhanê jî da. Bizavên din ên netewperest burjuwayê biçûk û reformîst jî, qîma xwe bi pesna Kurd a hundirê wê vala ve anîn. Ya teng, xwecihî, netewî esas wergirtin. Hewldan netewperestiya Kurd li ser vê bingehê pêşbixînin. Sedemek girîng a din jî ev bû. Bi cureyek din ne pêkan bû ku di Kurdistanê de tevgerek rizgariya neteweyî ya ku di xeta zaferê de biwelide. PKK, bi şikandina netewperestiya teng ve bi nêzîkatiyek enternasyonalîst ve tekoşîna azadî û demokrasiyê ya hemû bindest û gelên cîhanê wek tekoşîna xwe dît, dersên wan ji bo xwe wek dersên bingehîn girte dest. Vaye enternasyonalîzma PKK’ê wiha pêşket.
Veguherandina rêxistin û çalakiyê ya enternasyonalîzmê
PKK’ê ji destpêkê ve bi esas girtina ciwanên rewşênbîr a Kurd ve her ku çû hebûna şoreşgerên Tirkiyeyî û şoreşgerên ku di qadên din ên cîhanê de hatin birehetî qebûl kir. Feraseta teorîk, xeta bîrdozî-polîtîk, avaniya rêxistina PKK’ê ji vê re vekirîbû. Xwe ne dispart pesnek Kurd a teng û netewperestiya Kurd. Berevajî rizgarî û azadiya netewe û rizgariya civakî ya bindestan esas werdigirt. Ji ber vê yekê her kesî/ê ku di nirxên azadî û demokrasiyê de dibû yek, li ser zîhniyetek wiha ve arasteyê tekoşîn û rêxistin kirinê dibû, di nêvenga PKK’ê de ji xwe re cih didît, derfet û fersendê beşdarbûnê, tekoşîn kirinê didît. Nêvenga fikrî û pratîkî ya PKK’ê ji vê re vekirîbû. Ji bo beşdarî û şoreşgertiyê ji kîjan nasnameya netewî dibe bila bibe îmkan û fersend dihat dîtin.
Dema ku Rêber Apo hîna nû biryar ji bo koma bîrdozî dida û dema ku xwe dianî xetek bîrdozî-polîtîk bi Heqî Karer û Kemal Pîr re meşiya. Bi wan re di çêkirina fikrê şoreşgerî yê hevpar de, pêşxistina xeta bîrdozî-polîtîk de û xebat rêvebirinê da dûr nema. Di nava pêwendiyek wiha de xebitî xeta bîrdozî-polîtîk a ku azadiya Kurdistanê pêşbînî dike pêşxist. Hîna di Enqereyê dema koma bîrdozî de di bin sîwanê xwe de cih da şoreşgerên ku bi nasnameya xwe ne Kurd. Di pêvajoya vegera Kurdistan û partîbûyînê de jî nêvenga PKK’ê, timî ji beşdariya şoreşgerên neteweyên cuda re vekirî ma. Eger di avaniyek wiha de mabe, teqez para pêşketina teorîk û xeta bîrdozî-polîtîk a PKK’ê heye.
Ev jî çavkaniya xwe ji tevgerek ku ezmûnên şoreşgerên gelên cîhanê di nêvenga 1970’an de veguhestî Kurdistanê digire. PKK’ê bi rastî jî Şoreşa Wîetnamê, Şoreşa Kuba, Şoreşên Efrîqayê, Şoreşa Cotmehê, Şoreşa 1968’an a Ewropayê wekî şoreşa xwe dît. Wekî pratîkek şoreşgerî ya ku di Kurdistanê de pêşketibe esas wergirt. Ew hemû wek pratîka xwe girte dest. Hewlda dersên wan derbixîne, bi ders derxistina ji wan ezmûnên dewlemend ên şoreşgerî ve Kurdistanê tehlîl bike, di Kurdistanê de çalakî û fikrê azadiyê pêşbixîne. Bû baskek Kurdistanê ya wan şoreşan. Birastî ya navnetewî hilda veguhest a netewî. Enternasyonalîzma PKK’ê ya pêvajoya ava kirinê wiha bû. Yanî xwe spart teorî û ezmûnên pratîkî şoreşgerî yên navnetewî û tevgera şoreşgerî ya Kurdistanê xeta teorîk, bîrdozî, polîtîk, rêxistinî û ya çalakiyê ava kir û pêşxist. Ji ber ku wiha ye lewra îro pêşketinên di Kurdistanê de ji aliyê gel û bindestên cîhanê ve ew qas bieleqe tên şopandin.
Tekoşina ku li dijî faşîzma DAIŞ’ê hatî meşandin di çar aliyê cîhanê de ji aliyê ciwan, ji aliyê jin û ji aliyê hemû bindestan ve bi baldarî hat şopandin. Çawa ku PKK’ê di pêvajoya zayîna xwe de dersên pratîkên şoreşgerî yên gelên cîhanê hildabû, di roja me de jî dersên pratîka şoreşgerî ya PKK’ê gel, bindest, jin û ciwanên çar aliyên cîhanê hildidin. Tekoşîna PKK’ê wekî tekoşîna xwe dibînin. Ji ber ku PKK’ê jî di nêvenga 1970’an de tekoşîna hemû gelên cîhanê wekî tekoşîna xwe dît û welê welidî.
Xwe wekî parçeyek wan a qutnebe dît. Li ser vê bingehê xwîşk-biratî, yekitiya enternasyonalîst û piştvevanî ava kir. Ji ber wê jî niha hemû gel, bindest ezmûna PKK’ê wekî pratîkên wan bin, ezmûnên wan bin dibînin û esas werdigirin. Tên beşdarî PKK’ê dibin û tekoşînê rêvedibin.
Faktora yekemîn a di pêşketina rewşek wiha de ew e ku di nêvenga 1970’an de tevgerên sosyalîst û rizgariya neteweyî xwediyê hêzekê bûn ku bandor li ser tevahî mirovahiyê dikirin û ji aliyê din ve di dîroka nêzîk a Kurdistanê de pratîke berxwedana ku zaferê qezenç bike tinebû. Ji ber vê sedemê jî pêdivî bi ezmûnên zafer qezenç dike ya gelên cîhanê hebû û PKK’ê jî rê vekir ku enternasyonalîzm di ruh, hest, teorî, bîrdozî-polîtîk de ava bibe, pêşbikeve û şikl bigire. Zayîna Rêbertî wiha pêkhat. Derketina ji koma bîrdozî ya ber bi partîbûyîna PKK’ê, li ser vê esasê pêşket. Bitaybet jî di vê pêşketinê de beşdariya asta alîkariya Rêber Apo ya herî pêş a şoreşgerên Behrareş ên wekî Heqî Karer û Kemal pir, di Kurdistanê de di nêvengek ku ji bo hebûna netewî û nirxên azadiyê ti kesî/ê ne dikarî zêde tekoşîn bike de, wek mîlîtanên pêşeng ên tekoşîna azadiyê cih girtina wan rolek pir girîng leyîst. Welê ku Rêber Apo ji bo Heqî Karer got “Ew wekî ruhê min ê veşartî bû.” Vaye li ser vî esasî yekitiya xwîşk-biratiya di nava gelan de ava kir. Her cihê ku Kemal Pîr diçû wek rêber, çalakvanên xwezayî yê Tekoşîna Azadiya Kurdistanê cih digirt, rol dileyîst û nirx didît.
Çawa ku di vê wateyê de zîhniyet û xeta bîrdozî-polîtîk a PKK’ê di niviya pêşî ya 1970’an de li ser nirxên gelên cîhanê û nirxên şoreşgerî yên bindestan pêşket û Rêber Apo xetek wiha esas wergirtibe; rêvebirina tekoşîna çar aliyên Kurdistanê ya şoreşgerên mîna Heqî Karer û Kemal Pîrê ku di nava koma PKK’ê de di asta pêşengtiyê de cih girtîn jî di qada rêxistin û pratîkê de karakterê enternasyonal a PKK’ê bihêz kirine. Xwîşk-biratî û yekitiya gelan, ruhê wê, hest, teorî, xeta wê ya bîrdozî-polîtîk a ku Rêber Apo derxistî naverastê, di beşdariya tevgera PKK’ê ya Heqî Karer û Kemal Pîr de veguherî rêxistin û çalakiyê, gurçupêç bû. Bû sedem ku avaniyek rêxistin û çalakiyê ya ku li gorî fikrê PKK’ê avabibe. Bi vî awayî PKK, hem ji çîna serwer û hem jî ji xetên netewperest ên ku girêdayî çîna navîn ve ava bûyîn, veqetiya û ji wan qut bû. Wek xeta azadî û demokrasiya enternasyonalîstekî û xeta serxwebûnê cuda pêşketin nîşanda.
PKK’ê timî xwe wek parçeyek şoreşa cîhanê dît. Xwe timî li hemberî şoreşên azadî û demokrasiyê ya gelên cîhanê berpirsiyar dîtiye. Bi pêşxistina şoreşa azadiya Kurdistanê re ji şoreşên azadî û demokrasiyê û şoreşên sosyalîst ên gelên cîhanê û bindestan re alîkarî dayîn, wekî erkek xwe zaniye. Bi vî awayî tevgerek nipnû, qasî nirxên neteweyî esas digre ew qas jî enternasyonalîste, nirxên şoreşgerî yên gel û bindestên cîhanê esas digire, di Kurdistanê de şikl girt.
Eger baldar bê destgirtin wê bê dîtin ku PKK hem ji aliyê fikrî ve û hem jî bi sekna xwe ya pratîkî ve, ji avaniya rêxistin û komên din ên Kurd cudatiyê nîşan dide. Ji ber vê yekê hem netewperestiya çîna serdest û hem jî ya çîna navîn hema PKK’ê wekî tevgerek Kurd nabînin. Ji ber sedema karakterê wî yên enternasyonalîst lewra hê zêde bi şêwazê tevgerek ku bi nirxên derve re pêşketî dinirxînin. Vê rewşê bi şêwazek pir diyarker ve, cudahiya du xetên di Kurdistanê de derxistiye naverastê.
Ya yekemîn, xeta netewperestiya Kurd a teng a ku temsîliyeta wê çîna serdest û burjuwaziya biçûk dike, ji gelên cîhanê û bindestan qutbûyî, wan biçûk dibîne, hê zêde jî girêdayî tevgerên çîna serdest, desthilatparêz, pergala dewletparêz û modernîteya kapîtalîst pêşdikeve.
Ya duyemîn jî xeta serbixwe û demokrasiyê ya ku temsîliyeta wê PKK dike û meyla azadiya gel e. Ev xet jî teqez li dijî her cure netewperestiyê ye, qasî li dijî netewperestiya neteweya serdest-nîjadperest-şoven, li dijî netewperestiya Kurd a teng û xwecihiye jî.
Ji Parîsê hetanî Kobaniyê bandora navnetewî
Di vê çarçoveyê de pêwîste behsa hinek rawestgehên girîng ên wek dîrokî ya pêşketina karakterê enternasyonalîst a di PKK’ê de bê kirin. Yek ji wan jî bandora qetlîama Parîsê ye ku di dîroka 9’ê Çileyê de pêkhat. Bûyera qetil kirinê ya li ser bingehê tifaqa MÎT’a Tirk û rêxistinên îstîxbaratê yên Ewropayê sê jinên Kurd ên şoreşger hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî heye. Di navika Parîsê de, lidar xistina qetlîamek wiha hov, rêvebirina êrîşek wiha biplan û rêxistinkirî ya li dijî sê jinên di Ewropayê de şoreşgertiyê dikin ên wek nûnerên jinên Kurd ku bûne beşa herî zêde bindest a gelê Kurd, di Kurdistanê de li hember her cure rejîma faşîst-qirker berxwe didin, di serî de civakên Ewropa, gelek beşên Asya, Emerîka, Efrîqayê, hemû bindest û bitaybet jî bandorek kûr li ser hemû jin û rêxistinên jinan kir.
Sekna li dijî vê qetlîamê ya tevgerek wekî PKK’ê, ji bo ku bîranîna wan bide jiyan kirin xwedî li şoreşgerên hatin qetil kirin derket û ji bo hesab ji qetlîamê bixwaze li pêy dozê berneda û vê rewşê bêguman hê zêde bandor kir. Tekoşîna xwedî derketina bîranîna hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî, girtina tola wan, tekoşîna hesab xwestina qetlîamê di serî de jinên cîhanê bandor li ser hemû bindestan kir. Çawa ku vê tekoşînê, di çar parçeyên Kurdistanê de jinên Kurd û gelê wê hê zêde kişandibe tekoşînê, rê vekir ku pêwendiyên navnetewî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tekoşîna Azadiya Jinan pêşbikeve, enternasyonalîzm hêz qezenç bike, hem ji aliyê teorîk û hem jî pratîkî ve nirxên şoreşgerî yên Kurdistanê belavî çar aliyên cîhanê bibin û yekoyek di destê hemû bindestan de bibe ronahiyek azadiyê. Wek girêdayî wan xebatên dîplomatîk ên ku di qada derve de tên meşandin ve û hewldanên nas kirinê jî rolek girîng leyîstin. Bandorek girîng a qetlîama Parîsê de di nas kirinek wiha de çêbû.
Li pêy wê jî rawestgehek nû ya ku vêya hê zêde xurt dike yan jî li dijî faşîzma DAIŞ’ê, hemleyek nû di Şengalê, Kobanê, hemû Rojava û Başûrê Kurdistanê de bû berxwedan. Berxwedana li dijî faşîzma DAIŞ’ê, di veguhestina hemû cîhanê û nas kirina rastiya PKK’ê û Tekoşîna Azadiya Kurdistanê û li ser vê bingehê hebûna gelê Kurd de rolek herî mezin leyîst. Belavbûyîna herî mezin di tekoşîna li dijî faşîzma DAIŞ’ê de pêşket. Ji ber ku her çiqas DAIŞ tevgerek êrîşa faşîst a ku di Rojhilata Navîn de derketî holê jî be di heman demê de ji aliyekê ve di Ewropa, Emerîka, çar aliyên cîhanê de êrîş lidar dixist û xwediyê karakterekê bû ku zerar dida jiyana civakî. Ji aliyê din ve jî bi êrîşên xwe yên ku di Rojhilata navîn de pêşdixîst ve birastî xwediyê rolekê bû ku zerar dida berjewendiyên her kesî/ê.
Ji ber vê yekê faşîzma DAIŞ’ê êrîşek faşîst a herêmî bû. Bêguman gefa wî ya mezin ji bo gelên herêmê bû. Di çarçoveya ku me destnîşan kirî de aliyê kûrewî ya vê gefê jî hebû. Karakterek wî ya ku di asta kûrewî de bandor li ser hemû mirovan, civak, bindestan bike, zerar bide wan hebû. Rûxînerî, qetlîamkerî, paşverûtî û êrîşkariyek bû ku zerar dida hemû mirovahiyê û nirxên azadiyê. Welê ku hêzekî jî nekarî li hember belayek wiha faşîst hebûna xwe nîşan bide, bisekine. Yekane hêza ku li dijî wî sekinî, ev êrîşkarî sekinandî, piştre jî ew ber bi rûxandin û têkbirînê ve birî tevgera PKK’ê bû. Gerîlayê/a azadiyê yê ku PKK’ê rêxistinkirî, ev berxwedan nîşanda.
Niha ji çar aliyên cîhanê ve her kes hewl dide rastiya Kurd fahm bike. Ji bo ku dersên Tekoşîna Azadiya Kurdistanê fahm bikin û bipejirînin hewldan raber dikin.
Çawa ku nirxên şoreşgerî yên tekoşînên azadiyê ya ku hemû gelên bindest di nava rasta 1970’an de li çar aliyên cîhanê pêşxistîn ji ciwanên Kurd, rewşbîrên wî re bûye moral, hêz, wêrekî, îrade, zanebûn, niha di Kurdistanê de nirxên şoreşgerî yên ku tekoşîna azadiya mezin a ciwan û jinên Kurd di Kurdistanê de derxistîn naverastê, ji hemû hêzên ku tekoşîna demokrasiyê rêvedibin re moral, nirx, wêrekî, hişmendî û îrade dide qezenç kirin. PKK û gelê Kurd bi vî awayî tiştên ku ji gelên cîhanê wergirtîn dîsa paşve dide wan. Berpirsiyariya xwe ya li hemberî tiştên ku ji gelên cîhanê hildan û erka xwe ya ku alîkarî dide şoreşên azadiya gelên cîhanê, bi vî şêwazî ve bicih tîne.
Şoreşa Rojava û modela civaka demokratîk
Li ser vî bingehî Şoreşa Rojava bû xwediyê pozîsyonek ku karakterê enternasyonalîst a şoreşgertiya PKK’ê herî baş temsîl û pratîze bike. Karakterê enternasyonalîst a Şoreşa Rojava li ser vî bingehî hê zêde pêşket û rol leyîst. Yê ku ev karakter derxistî naverastê û hişt ku bibe navenda cazibeyek wiha enternasyonalîst; bêguman du alî hene. Teqez ne yek aliye û divê welê neyê mêze kirin. Aliyê yekemîn aliyê berxwedana li dijî faşîzma DAIŞ’ê ye. Wate û nirxê ku vêya ji bo gelên herêmê û mirovahiya azad hewandiye. Parastina gelên Rojhilata Navîn, nirxên demokratîk û nirxên mirovahiya azad îfade dike. Bê nîqaşe ku aliyek wê ev e.
Bi vê re di rehenda duyemîn de Rêber Apo pêşniyara modelek nû kir. Rêber Apo ji bo yek jî meseleyên civakî ya herî giran û tevlîhev a wekî meseleya Kurd, got ku ev modela çareserî dihewîne dikare bibe modela çareseriyê ya hemû meseleyên civakî. Bi şêwazek zelal danî holê ku meseleya azadiya jin, dikare bibe rêbazê çareseriyê ya hemû meseleyên olî û azadiya neteweyî, dîsa li dijî mêtîngeriya di asta çînî de dikare bibe çareseriya meseleyên tekoşîna demokratîk. Ji ber ku ev model xwe dispêre ferdê/a azad.
Ferdê/a azad di nava civatên demokratîk de cih digirin. Xwe dispêre azadiya ferdî, civaka demokratîk û komînalîzma demokratîk. Di nava civatên demokratîk de çêdibe.
Bi komîna demokratîk re pêşdikeve. Ji ber vê yekê rêxistin kirina civaka demokratîk a ku xwe dispêre ferdê/a azad û komîna demokratîk. Temsîliyeta demokrasiyek ku her nasname rêxistiniya xwe ya xweser pêşdixîne û biawayek azad beşdarî yekitiya konfederal a azadene dibe. Bi vê avaniya xwe ve wek model, pergalek çareseriya her nakokiyê, her meseleyê derdikeve holê. Em wek encam di vê nuqteyê de dikarîn vêya bêjîn.
Bêguman divê pêşketinên derketîn holê û hewldanên ji bo vê hatin xerç kirin biçuk û ji nedîtî ve neyên dîtin. Divê teqez nebe înkarker û redker. Ji ber ku di holê de pêşketinek mezin heye, hewldanek cidî heye. Ev bi keda milyon mirovan ve pêktê. Bi xwe feda kirina sedan û heta hezaran mirovan ve pêktê. Li ser vê bingehê di Kurdistanê de pêşketinên mezin hene.
Rastiyek heye ku ev pêşketin her ku diçe belavî her çar aliyên cîhanê dibin, ji aliyê gelên cîhanê ve tê hînbûyîn, bitaybet li ser vê bingehê ji aliyê jin û ciwanan ve zanebun û rêxistinkirinek tê jiyan kirin û di gelek qadan de pêşketina hê zêde ya çalakiyên dişibin vê heye. Hebûna gelê Kurd, rastiya qirkirina ku li ser Kurdistanê tê ferz kirin, encamên pratîkî ya tekoşîna azadiyê ya ku li dijî vê tê meşandin û rastiya Rêber Apo ya ku wek rastiya Rêbertiya ku vê tekoşînê dimeşîne, ji her demê zêdetir û bi şêwazê herî nêzîkî rastiyê, di çar aliyên cîhanê de tê nas kirin û berfireh dibe. Bi vî awayî xwe hê zêde kurewî dike.
Tekoşîna Azadiya Kurdistanê di hemû cîhanê de hat rewşa ku bê nas kirin. Ji ber vê yekê kom, partî û rêxistinên îdeolojîk-polîtîk ên pir cur be cur, li ser bingehê pejirandina dersên tekoşîna di Kurdistanê de, dikevin nava lêgerîn û hewldanekê. Girînge ku ev hemû bên nirxandin, pejirandin û cidî bên destgirtin. Qasî ji bo gelê Kurd û Tekoşîna Kurdistanê ew qas jî ji bo tekoşîna azadî û demokrasiya hemû gelên cîhanê û meşa mirovahiya azad ev pêşketin taybetmendiyek girîng dihewînin. Bêguman ev têra nakin. Helbet nebesî hîna di veguhestina ji jin, ciwan, kedkar û gelên cîhanê re ya hêza fikrî, rastiya zîhnî, felsefî, teorî, xeta bîrdozî-polîtîk a Rêber Apo de tên jiyan kirin. Beriya her tiştî pêdivî bi plan û rêxistin kirinekê heye. Dibe ku nêzîkatiyek rast, plansaziyek bibandor, hewldanek birêxistin kirî vê xebatê deh qatan ber bi pêş ve bibe. Li ser vê bingehê pêdivî pê heye ku bi hewldanek zêde ve xeta azadiya jin a ku Rêber Apo pêşxistî û tekoşîna azadiya jin a ku di çar parçeyên Kurdistanê de pêşketî, pêşketinên ku di asta bîrdozî-rêxistinî de derketîn holê û di pratîkê de pêşketinên ku hatin bidestxistin, veguhestina hemu cîhanê ya hêza wan a ku diguherîne, gihandina wan a gelên cîhanê û ji bo ku bîne rewşa fêr bibin, biecibînin û hundirîn bikin, heye.
Eger bala we kişandibe karakterê enternasyonalîst ne rewşek statîk e. Dînamîk e, zîndiye, diguhere, diherike, bi jiyan û pratîkî re pêwendiya wê heye. Ji destpêkê ve rastiya Rêber Apo wiha nêzîkî vê karakterê bûye. Îro jî hatina rewşa domînant a di asta kûrewî de ya vê karakterê, ji bo di meşa azadiya gelên cîhanê û mirovahiya azad de rola girîng bileyîze derfet û fersend ji her demê zêdetir in. Nexwe divê ev rastî bên dîtin, xwedî li erkên mijara gotinê çêbibe, ji bo ku ev erk serkeftî bên bicih anîn xebatek biplan û rêxistin kirî dane holê û ji bo ku ev encam pratîze bibin jî bi şêwaz, uslub û tempoyek bibandor ve tekoşîn bike. Erka bingehîn a ku dikeve pêşiya hemû şoreşgeran ev e.