Niha şehîdên PKK’ê ku Rêber Apo got “PKK partiya şehîdan e. PKK’yî şehîd in. Her çiqas PKK’ê di Kongreya 12’emîn de hebûna xwe ya rêxistinî dawî anîbe jî PKK ne partiyek welê ye ku bi kongreyê ve dawî bibe. Tevgerek pêşenge ku timî û di her zirûfan de hebûna xwe û hikmê xwe didomîne. Bandora wê ti demê winda nabe, navemire. Rastiya Rêbertî û şehîdan ronahiyeke ku nayê tefandin û wekî stêrkekê timî dibiriqe. Ji ber vê yekê, xwediyê hêz û nirxe ku wê her zirûfî timî ronî bike; pêşî veke, meşa civakê destnîşan û araste bike.
Em salvegera fermi ya 48’an a Tevgera PKK ya ku mohra xwe di çaryeka dawî ya sedsala 20’an û çaryeka pêşî ya sedsala 21’an da, jiyan dikîn. Ez beriya her tiştî vê meş û berxwedana qehremantiya mezin a ku nîviya sedsalê dîtî silav dikim. Ez avahîsaz, rêberê vê meşa mezin Rêber Apo birêzdarî û hezkirin silav dikim. Ez şexsê şehîdên me yên qehremên ên ku bi Heqî, Kemal, Mazlum, Xeyrî, Sarayan re destpêkirî, hetanî hevrê Fuad û Riza hatîn û dîsa şehîdên me yên ku di nava mehên dawî de hatîn îlan kirin da, hemû şehîdên qehreman birêzdarî û bihûrmet bibîrtînim. Ez soza xwe ya serxistina armancên wan û bicih anîna xeyalên wan nû dikim. Ez bawer dikim ku wê azadî û demokrasî di salvegera 49’emîn a ava bûyîna fermî ya PKK’ê de hê zêde pêşbikevin. Wê pêvajoya ku bi Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk a bi dîrok 27’ê Sibata 2025’an ve destpêkirî ya Rêber Apo deskeftiyên girîng biafirîne.
Divê destpêkê binê vê babetê bê xêz kirin ku Tevgera PKK’ê, di pozîsyona bûyer û pêşketina herî girîng a dîroka Kurdistanê de ye. Bêguman di nava dîrokê de pêvajoya pêşketinên girîng hene. Helbet pêvajoyên ku ber bi paş ve dahf dide û dide winda kirinê hatine jiyan kirin. Lê Kurdan, bi derketina Rêber Apo û PKK’ê re heyama herî bişanaz a dîrokên xwe jiyan kirine. Teqeze ku di demên herî zehmet de derbas bûne û deskeftiyên herî mezin bidestxistine. Helbet aliyê ku PKK’ê ji bo dîroka Kurd û Kurdistanê ew qas girîng dike zirûfên derketinê ne. Ji bo ku rastiya vê tekoşîna mezin a nîviya sedsalê derbas dike, rast û têrker bê fahm kirin beriya her tiştî pêwîste wan zirûfan bigire berçavan û rast analîz bike.
Ne pêkane ku bi mêze kirina vê rewşa îro re zirûfên derketina PKK’ê rast bê fahm kirin û rastiya Kurd û Kurdistana ku Rêber Apo û PKK’ê derketin çêkirîn, rast derbixîne zanebûnê. Jixwe şaşitiyek girîng a ku ji vê hêla nêrîna me ya îro li vê derê derdikeve holê. Ev şaşitiya mijara gotinê jî qasî tê dîtin bi du şêwazan tê jiyan kirin. Ya yekemîn, wekî ku nirxên derketin holê û PKK’ê bi tekoşîna xwe ve afirandîn, berê jî hebûn û timî dihatin jiyan kirin ve rewş tê xwezayî kirin. Ango nêzîkatiya ku wê ev qet neguherin û paşve nekevin heye.
Ya din jî dema ku di zirûfên rojane de hinek neyînîtî, zerar dîtin, pirsgirêk, heta paşketin dihatin jiyan kirin jî, vê carê wekî dikeve panîk û fikara ku her tişt tine dibe. Halbukî ne fahm kirina wekî îro ya timî ya dîrokê raste û ne jî dema ku hinek neyînî tên jiyan kirin bikeve nava hîsên ku wekî her tişt wê bên winda kirin û li ser vê bingehê ketina derûnî û ferasetek reşbînî, bedbîn rast e. Ev her du nêrîn jî şaş in. Ji ber vê jî divê ne bi mêze kirina rewşa îro ve, berevajî bizivire zirûfên Kurdistanek 50 sal, heta 55-60 sal beriya niha. Dema ku em wiha dikîn, em bi kom kirina daneyên cur be cur ve li Kurdistana 1970’an mêze dikîn ku birastî jî rewş neyînî bû.
Hetanî ku fahm kirina zirûfên derketina PKK’ê çênebin ne pêkane ku dîrok bê fahm kirin
Carekê Kurdistan di çaryeka ewilî ya sedsala 20’an de dabeşî çar parçeyan bûye û ketiye bin pencek tam a înkar û tune kirinê. Ji sala 1925’an pê ve rejîmek tam a înkar û tune kirinê yanî pergala mêtînger-qirker li ser Kurdistanê dihat ferz kirin. Ev rejîma qirker a ku parçe kirin û ferz kirinê disepîne birastî jî encamek girîng hildabû. Mînak di navbera salên 1925-1940’an de di Bakurê Kurdistanê de hemû navendên berxwedanê yên civakê tepisandibû û pêşiya belav kirina giştî ya rêxistiniya civakî vekiri bû. Li pêy wê bi şêwazek herî plan kirî û rêxistin kirî ve her cure derfetê dewletê bikar dianî û qirkirinek tam a çandî li ser Bakurê Kurdistanê ferz dikir. Dixwest di serî de pişaftina ziman û çandê he cure nirxên civakî asîmîle bike û bike aîdê Tirkan. Hewl dida civaka Kurd bike madeyek xav a neteweya Tirk û welatê Kurdan vegerîne qadek berfireh bûyîna neteweya Tirk.
Tunebûyîna netewî û rêveçûyîna serberjêr diçe ya netewî di asta herî pêş de bû. Ev rejîma qirker a çandî encamek pir pêşda wergirtibû. Li hemberî vê, derfetê berxwedanê nemabû. Civak, bi gotina Rêber Apo ve, hetanî atomên xwe parçe bibû. Hetanî şaneyên xwe belav bibû. Ti rêxistiniya wî ne mijara gotinê bû, ti rêxistiniyek wî li ser lingan nemabû. Civakê serî li hember rejîma qirker a çandî tewandibû. Eger gotin giran neyê teslîm bibû. Rêber Apo ev rewş wekî “Kurdek nemabû ku îxanet li xwe nekirî” ve îfade kiribû. Rewşek ku ji rastiya xwe direve, ji Kurdîtiya xwe şerm dike, nasnameya xwe ya netewî, heta welatê xwe diveşêre hebû. Biçargavî ber bi Tirkbûyînê ve diçû. Pişaftin û qirkirina çandî gihiştibû qonaxa encam girtinê.
Ev rewş ew qas pêşketibû ku mînak di civaka Tirkiyeyê de, bitaybet jî di nifşê ciwan ê ku nû mezin dibe de têkîldarî Kurdan û Kurdistanê tiştek nemabû. Dema ku Kurd dihat gotin ciwanên demê ev bi şaşwazî pêşwazî dikirin. Ji ber ku hatibûn înkar kirin û tune dihatin hesibandin. Hebûna neteweyek Tirk a homojen, di nava sînorên KOmara Tirkiyeyê de enjekteyî mejiyê ciwanan hatibû kirin. Gotina Kurd şerm didîtin. Gotinên biçûk dike yên şêwazê “Tiştek wiha tineye, dema ku tiştek tunebe, hûn ji ku derê derdixînin? Heta hinek wek zanebûn hê pêşdatir diçûn û ji bo têgehên “Kurd” û “Kurdistanê” digotin “Ev çine, tiştek xwarin û vexwarinê ne?” bikardianîn. Şovenîzmtî ew qas bibandor bibû. Civaka Tirkiye, nedizanî û bawerî bi vê ne dianî ku di nava sînorên Tirkiyeyê de civatek bi navê Kurd, ziman û çanda wî jiyan dike. Ji ber vê yekê ev cure gotin wek parçekar dihat fahm kirin, nirxandin. Wekî xeteriyek li dijî hebûna xwe ya netewî didît. Di vê wateyê de şovenîzma ku di dewletê de şênber bûyî di civakê de zafer qezenç kiribû û bandora vê li ser hemû bizavên çep-sosyalîst jî çêbibû. Mînak rêxistin, tevgerên bi heman awayî helwestek înkarker nîşan didan. Dema ku hebûna Kurdan û Kurdistanê dibihîstin yên dirûst şaşwazî jiyan dikirin, lê yên hinek zanebûna şoven dihewandin jî bi gotina “Ev çiye?” ve tinazên xwe dikirin.
Şovenîzmek civakî ya pir hişk hebû. Her gotina li ser navê hebûn û azadiya Kurd wekî xeterî û gefek pir mezin ji bo yekitî û yekparetiya Tirkiye dihat dîtin.
Ji ber vê yekê jixwe sosyalîzma pêkhatî, gelek pirsgirêk ji piştî şoreşê re hiştibû. Mînak dema ku azadiya jin dihat gotin, wek bersiv digotin “Piştî şoreşê”, dîsa gava ku behsa azadî û mafê hema beşekê dihat kirin bi gotina “”Piştî şoreşê” ve bersivek kurt didan. Lê ji rastiya Kurd re ev jî ne dihat gotin. Bandora zîhniyet û siyaseta nîjadperest û şoven a rejîma serdest, di tevgerên çep-sosyalîst de wek netewperestiyek civakî ya hişk an jî şovenîzmek civakî ya hişk dihat jiyan kirin. Bizavên çepgir jî bi heman şêwazî Kurdîtî înkar dikirin û tine dihesibandin. Yên ku dianîn ser ziman jî wekî gef û xeteriyek pir mezin dihatin dîtin. Dîtina wek pêşverû, çep-sosyalîst aliyeke, tam berevajî wekî paşverû, faşîst û xulamê axa û began dihatin mehkum kirin. Mînak dema ku PKK avabû herî zêde jî li dijî vê zîhniyet û siyasetê tekoşîn meşand. Beriya her tiştî jî ji bo bandora şovenîzmê ya li ser tekoşînên çep-sosyalîst bişikîne jî tekoşîn meşand. Li dijî şovenîzma civakî yan jî netewperestiya civakî tekoşînek bîrdozî ya pir zêde rêvebir. Ev tekoşîn pir zehmet û dijwar derbas bû.
Her çiqas di astek diyar de, pêşketinên qebûl kirina hebûna Kurd di nava tevgerên çep de bê jiyan kirin jî, vê carê jî ji bo Kurdan formula hêsanker a sosyalîzma pêkhatî ya wek “Temam, madem Kurd hene û eger hûn mafên wan bixwazin jî ev encax piştî şoreşê dikare pêkbê” dihat gotin. Ango li ser mijarên wekî wê şoreşek çêbibe- lê wê ev şoreş çawa çêbibe, kî/ê çêbike?- ne disekinîn. Bi gotina “Wê şoreş çêbibe, her kes mafê xwe bigire û wê Kurd jî mafên xwe bigire. Wê meseleya Kurd jî piştî şoreşê bigihije çareseriyekê” ve derbas dikirin.
Di eslê xwe de şoreşek welê jî tinebû. Yanî şoreşek wiha hêsan, yekser dikare pêkbê û bêyî ku kesên pêdiviya wan bi şoreşê heyî rêxistinbûyîn û tekoşînek zêde bimeşînin jî tinebû. Ev nêzîkatî dibû nêzîkatiyek ku tekoşînê înkar dike û opurtunîst.
Ji aliyek din ve dibû nêzîkatiyek darbekar, wekî ku wê di şevekê de şoreş çêbibe, bêyî ku di bêvila yekî/ê de xwîn biherike şoreş pêkbê û wê hemû bindest, Kurd, jin û Elewî, mafên ku dixwazin wê hildin. Vaye nêzîkatiyek wiha ew qas hêsan û opurtunîst li dijî zîhniyeta înkarker derdiket holê. Ji aliyê din ve jî wek dijberê vê rewşê û bitaybet jî wekî bertekekê, Kurdîtiyek sexte ya çîna navîn a Kurd, burjuwaziyê biçûk û beşa rewşenbîr a ku di meştela dewletê de mezin bûyî mijara gotinê bû. Ev di eslê xwe de bi her tiştê xwe ve girêdayî pergala mêtînger-qirker bûn. Hêz û îradeya wan a ku li dijî vê derbikevin tinebû. Lê civaka Kurd jî nas dikirin. Ji bo ku di nava pergalê de cih bigirin, jiyan bikin û hê zêde derfet bidestbixn jî dixebitin. Ji ber vê sedemê jî Kurdîtiyek sexte pêşdixistin. Her ku teng dibûn digotin Kurd hene û bi vî awayî ji aliyek ve gef li pergala înkarker a hegemon dixwarin. Wekî ku dixwestin bêjin “Eger hûn derfetek zêde ya madî nedin me em ê civaka Kurd sor bikîn û arasteyê serhildanê bikîn.” Bi vî awayî dixwestin behra xwe ji mêjandina madî ya ku pergala hegemon ji Kurdistanê digirt, bigirin. Li ser vê bingehê dixwestin bigihijin derfeta jiyanek hê baştir. Ji aliyê din ve bi gotina Kurd ve di heman demê de hewl didan piştevaniya civaka kurd hildin, bi xwe spartina wan ve di dewletê de cihê xwe bigirin. Ji ber ku Kurdistan qadek vala bû, bizavên şoven civakî ne dikarîn biawayek têrker li ser civaka Kurd serwerî ava bikin. Hinek derdoran bi propagandaya Kurdîtiyê ve civaka Kurd dixapand û derfetên xwe bidestdixistin. Xetek reformîst, netewperest a ku ji wan pêk dihat hebû. Netewperestiya Kurd a reformîst bi şêwazek bibandor pêşketibû. Bi netewperestiya paşverû ya çîna serwer re jî mil bi mil tevdigeriyan. Ji wê jî xwe xwedî dikir. Ji vê hêlê ve hetanî dawî deriyên qirkirina çandî ya ku li ser civaka Kurd pêkdihat vedikir, çi zanebûn an jî nezanî xizmetek wiha ji qirkirinê re dikirin. Dirûşmeyên wan hê zêde bi şêwazê “Ji Kurdistanê re hê zêde dibistan, rê, kehrebe û av” bû.
Bi vî awayî dixwestin zirûfên xwe yên jiyanê pêşbixînin, ji mêtina madî ya Kurdistanê hinek din zêde behra xwe bidest bixin. Derveyî vê rewşa wan a ku sekn, zanebûn, rêxistin, tekoşîn, hebûn û azadiya Kurd bidestbixin, îrade, hêz, helwesta wê nîşan bidin tinebû. Bi vê şêwazê ve hebûn nîşan didan, lê li pêşiya derketina holê ya bizavên rizgariya neteweyî şoreşgerî jî astengî çêdikir.
Tevgera Apoyî, derketina Apoyî, beriya her tiştî jî bi vê bizava ku wek netewperestiya Kurd dihat pênase kirin ve tekoşînek bîrdozî ya pir hişk dimeşand. Rêber Apo bi tekoşînek dijwar, zêde ve li dijî şovenîzma civakî ya di bizavên çep-sosyalîst ên Tirkiyeyê de serwerbûyî û di eniya Kurd de jî li dijî netewperestiya Kurd a reformîst derketinek çêkir û koma Apoyî pêşket. Bingehê partiyek wekî PKK’ê avêt, zemîna wê afirand û pêşiya wê vekir. Binêrin PKK nebû partiyek ku li ser masayê hatî avakirin. Bi hatin û li hev kirina hin beşên diyar ên ku ji bo hebûn û azadiya Kurdan tekoşîn dikin ve jî pêknehatiye. Tam berevajî bi derketinek rêbertî ya li ser bingehê ku hebûn û azadiya Kurd rast derdixîne zanebûnê, rast pênase dike û rêya rizgariyê bi wêrekî û fedekariyekê ve derdixîne naverastê ve pêkhatiye. Vaye ji ber vê sedemê PKK bû tevgerek rêbertî.
Her tişt bi derketina Rêber Apo ve destpêkir. Hemû pêşketin li ser bingehê xebatên Rêber Apo û rêxistin û tekoşîna di derdora Rêber Apo de şikl girtî ve hat jiyan kirin û afirandin. Pêşketinek hema welê ya derveyî vê tineye.
Bi tekoşînek bîrdozî ya pênç salan ve bingehên PKK’ê hatin avêtin
Ji vê hêlê ve erê, divê dîroka fermî ya 48 salan a PKK’ê rast bê fahm kirin û biawayek têrker derbixîne zanebûnê. Eger wek fermî Gulana 2025’an wek fesih kirina hebûna rêxistinî bê qebûl kirin tekoşînek PKK’ê ya 47 salan mijara gotinê ye. Heta eger em hinek din şênber bikîn em dikarîn vêya wek şêwazê 46 sal û nîv îfade bikîn. Her kêlî, her roj, her meh, her sal, her saniyeya vê meşa PKK’ê ya mezin a 46 sal û nîvan, ji tekoşînek pir dijwar û her zehmet re bûye sehne. Dersên pir fêrker û dewlemend a her kêliyê hene. Ti kêliya wê naşibe ya din. Ji ber vê yekê eger bi nêzîkatiyek rast, rûxar û hêsan ve dersên vê daneheva ezmûna mezin, bi şêwazek rast û têrker ve neyên derxistin, tekoşîn û meşa PKK’ê nayê fahm kirin. Ji ber vê yekê teqez nikare bibe xwediyê dersên wê. Ji vê hêlê ve divê pir baş bê zanîn ku her kêliya vê tekoşîna mezin û zehmet bi tekoşînek çawa ve hatiye qezenç kirin, bi dayîna kîjan berdêlan ve pêşketin bidestxistiye û bi sekn, helwestek çawa ve lêhûrbûyîn kêlî kêlî hatiye qezenç kirin. Rêber Apo gelek caran bal kişandiye li ser van. Her kêliya vê pêşketinê rast analîz kiriye, nirxandiye, derbasî qeydan kiriye û aniye rewşa hişmendî û hafizeyek dîrokî.Ji vê hêlê ve yên ku dixwazin PKK’ê fahm bikin, mecburin ku têqez nirxandin, dahûrandinên Rêbertî yên ku her kêliya meşa 46 sal û nîvan çawa pêkhatiye û gihiştiye serkeftinê vedibêje bixwînin û lêkolîn bikin. Nepeniyên hebûn û jiyana azad a Kurd di vê derê de veşartine. Genên wê di vê derê de veşartine, şîfreyên wê di wan dahûrandinan de ne.
Ji vê hêlê ve tekoşîna PKK’ê ya niviya sedsalê, bi afirandina hin pêşketînên şênber ên siyasî, leşkerî, rêxistinî ve sînordar nemaye, di heman demê de zanebûnek Kurd a nû, eqlê Kurd, zîhniyeta Kurd û hafizeya Kurdan derxistiye naverastê. Li ser bingehê pênase û fahm kirinek rast a hebûn û azadiya Kurd ve zîhniyetek Kurd ava kiriye. Ev zîhniyetek nû ye, zîhniyetek azadiyêye, zîhniyeta demokratîk, zîhniyetek sosyalîst e. Ji ber vê yekê di rewşa deskeftiyek pîroz de ye.
Divê ev pir baş bên zanîn. Lê dersên pêvajoya 5 salên beriya ava kirina fermî ya PKK’ê pir dewlemendtir, kûrtir û fêrker in. Wekî ku me îfade kirî Rêber Apo bi gotina “Her kêliya meşa fermî ya PKK’ê bi tekoşînek mezin ve hatiye qezenç kirin û dersên dewlemend dihewîne” ve tîne ziman û her wekî din dibêje “Tekoşîn û dersên hê mezintir beriya ava kirina fermî û di nava 5 salan de yanî di pêvajoya Koma Bîrdozî ya Apoyî de tê jiyan kirin.” Ji bo vê jî divê birastî jî dîroka beriya ava kirina fermî baş bê fahm kirin, li ser wê hê baştir bê sekinandin û rast derbixîne zanebûnê.
Beşên bingehîn a dîroka Kurd çi ne? Teyîsandina li Rojhilata navîn a modernîteya kapîtalîst a ku ji sedsala 19’an şûnve li Ewropayê pêşketî çi li ser civaka Kurd ferz kir? Çawa Kurdistan vegerand qadek şer? Rêveberiya Osmaniya navendî ji bo ku ji nû ve Kurdistanê dagir bike ji êrîşa Rewanduz a 1806’an ve destpêkirî ve çi cure sefer derxist holê? Ji bo ku hê zêde bac bigire, hê zêde leşker bigire, ji ber vê yekê li hember modernîteya kapîtalîst a Ewropayê li ser piyan bimîne êrîşên çawa li ser Kurdistanê lidar xist? Di Kurdistanê de kîjan nirx rûxand, şikand û parçe kir? Çawa pêwendiyên Kurd-Tirk ên dîrokî ji holê rakir? Çawa pêwendiyên Kurd-Tirk ên ku beşek ji aliyê Osmaniyan ve hatî pêşxistin xira kir? Ji bilî vê, Şerê Cîhanê yê Yekemîn şerê çi bû, bû şerek çawa, li ku deverê berdewam kir? Li ku devera Rojhilata Navîn zêde bû, bandora li ser Kurd û Kurdistanê ya vî şerî çibû? Li ser Kurdistanê şênberiyek çawa qezenç kir? Wek encam di pergala dewlet-netewe ya Rojhilata navîn de ya ku ji aliyê îngilîstan û Fransaya ku wek serfirazên şer bûn ve hatîn pêşxistin çi cih da Kurdan? Cih da, yan jî neda? Hebûna Kurd çawa hat destgirtin, çi hatin ferz kirin û kirin mijara bazar û şerek çawa? Ji bo ku nirxên Kurdistanê parve bike hêzên modernîteya kapîtalîst, avaniyên dewletparêz-desthilatparêzên herêmê çawa kişand nava şer, tekoşîn û parvekirinekê?
Di encamê de dema ku Kurdistan beriya niha bi Peymana Qasr-i Şîrîn a 1639’an ve di navbera împaratoriyên Osmanî û Îranê de dabeşî du parçeyan dibû vê carê jî bi Peymana Lozanê ve Kurdistana Osmaniyan jî, kirin avaniyek 4 parçeyî û hebûna wê tê înkar kirin, ji bo ku bê tune kirin jî pêşiya her cure êrîşê hat vekirin. Baş e, pergala modernîteya kapîtalîst a ku qirkirinek wiha li ser Kurdistanê ferz dike pergalek çawa bû? Ji ber ku yê Kurdistan parçe kirî û rejîma înkar-tine kirinê ferz dikir pergala modernîteya kapîtalîst a kûrewî bû. Hegemonyaya kûrewî ya modernîteya kapîtalîst, bi zîhniyet û siyaseta ku Kurdistanê parçe dike, înkar û tine kirina Kurdîtiyê, têşe girtibû. Baş e, ev pergalek çawa bû? Gelo di vê cîhanê de hêzek desthilatdar û dewletdar a ku qirkirina Kurd qebûl neke heye? Kîjan dewlet heye û di çi astê de heye? Gava ku hinek navê têgeha Kurd bilêv dikin ev birastî jî bawerî bi hebûn û mafên gelê Kurd tînin lewma vêya dikin? An jî di beramberî berjewendiyan de û ji bo ku berjewendiyek madî bidest bixin û ji bilî wê ji bo ku li hember hêzên cuda bikar bînin wan têgehan serf dikin? Em dizanîn ku ya duyemîn rast e. Me hîna ya yekemîn nedîtiye. Hetanî niha jî di rastiya cîhanek wiha de derneketiye holê. Ji ber vê yekê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn şûnve qirkirinek ku mînaka wê nehatibe dîtin li ser Kurd û Kurdistanê hat ferz kirin, şibandinek wekî vê tineye. Dema li mêtîngeriyên ku di welatên cur be cur de tên sepandin tê mêze kirin, divê neyê zen kirin ku Kurd jî dişibin wan û êrîşên li ser Kurdistanê tên ferz kirin jî di heman karakterê de ne.
Yên ku wiha zen dikin wê şaşitiyek mezin jiyan bikin. Wê nekarin têgehê rast fahm bikin, nekarin teşhîsek rast danin. JI ber vê yekê tedbîr û rêbazên wan ên çareseriyê îsabet nabin. Nabin rastî û welê nikarin serkeftin jî bidestbixin.
Ji ber vê yekê divê ev rastiya qirker a ku li ser Kurdistanê tê ferz kirin baş bê dîtin. Eger di Bakurê Kurdistanê de asta ku gihiştiyê welê be, nexwe di Rojhilatê Kurdistanê de astek herî paşverû ya ku dişibe vê hatiye jiyan kirin. Di Başûrê Kurdistanê de di astek hê paşdatir de, lê bi heman awayî hatiye jiyan kirin. Weki ku di Mahabadê de bi rûxandina Komara Kurdistanê ve tişta ku li ser Rojhilatê Kurdistanê hatî ferz kirin jî, eynî wekî tişta ku li ser Bakurê Kurdistanê dihat ferzkirin bû. Dîsa tişta ku bi tepisandina hemû versiyonên berxwedana PDK’ê ve li ser Başûrê Kurdistanê dihat ferz kirin, eynen dişibî versiyonek rejîma înkar û tine dike ya ku di Bakurê Kurdistanê de derxistîn holê.
Dema ku PKK derketî naverastê zirûf wiha bûn. Di wan zirûfan de Rêber Apo derketinek çêkiriye. Di wan zirûfan de bingehên PKK’ê hatine avêtin. Em pir baş dizanîn ku bingehê rêxistinî ya wek komek ciwanên îdeolojîk bi civînek ku di Newroza 1973’an de li Bendava Çubuk a Enqereyê hatiye avêtin. Bi civandina Rêber Apo û pênç ciwanên Kurd ên ku di Enqereyê de dixwendin ve, birastî bi plan kirin û rêxistin kirina cîvînek hevalan a wiha ve Rêber Apo bingeha koma Apociyan di vê cîvînê de avêtiye.
Aliyek din a avêtina vê zemînê jî ew e ku Rêber Apo di mala ku heval Heqî û Kemal diminîn a Enqere Bahçelîevlerê de xebat rêvedibe. Ji aliyekê ve bi nîqaşên ku di mala Bahçelîevlerê de tê meşandin ve hewl dide pêwendiyên xwe yên bi tevgerên çep-sosyalîst-şoreşgerî ji şovenîzma civakî rizgar bike û çepgirtiya Tirkiye bikîşîne xetek azadixwaz. Ji aliyê din ve jî wek komek cîwanên Kurd, bi civîna ku di Bendava Çubuk a Enqereyê de lidar xistî ve bingeha koma Apoyî hatiye avêtin.
Ava kirina fermî ya PKK’ê jî di dîrokên 26-27’ê Mijdara 1978’an de bi civînek du rojan a ku di gundê Deşta Fîsê ya navçeya Lîce Amedê de pêkhatibû. PKK’ê bi civînek wiha ve ava kirina xwe ya rêxistinî lidar xist. Ji bilî vê wek Koma Bîrdozî ya Apoyî di Enqereyê de di navbera salên 1973-75’an de şikl girtiye, di navbera salên 1976-78’an de di Kurdistanê de xwe wek koma ciwanên şoreşger an jî tevgera ciwanên îdeolojîk -ji vêya re tevgera ciwanên rewşenbîr bê gotin hê rastir e- ‘Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Kurdistanê’ têşe kirîye û di dîroka 26-27’ê Mijdara 1978’an de bi kongreyekê ve kiriye partî.
Pêvajoya hetanî partîbûyînê dibe pêvajoyek tekoşîna bîrdozî. Tekoşîna bîrdozî pêvajoya ava kirina rêxistinê ye. Xebatên di vê pêvajoyê de hatîn meşandin bûne xebatên ku koma bîrdozî bibe tevgera ciwanan û pêş amadekariyên partîbûyînê. Di vê pêvajoyê de bingehên PKK’ê hatine avêtin. Azadixwazî, demokratbûyîn, nêzîkatiya li beramberî rastiya Kurd, cidiyet û bidîsîplîniya PKK’ê di pêvajoya xebatên koma ciwanên bîrdozî de şikl girtiye. Dîsa xeta sosyalîst demokratîk, jiyana komînal, pêwendiyên hevrêtiya PKK’ê di serî de mala komînê ya ku Rêber Apo bi heval Heqî û Kemal re dima û bi nîzama jiyan û xebatên di malên komînan de şikl girtiye. Yanê hem karakterê azadixwaz netewî û hem jî karakterê sosyalîst demokratîk hîna beriya ku PKK ava bibe li ser bingehê xeta bîrdozî û rêxistînî têşe bûye. Hemû jî di taybetmendiyên Rêber Apo de şênberî qezenç dikin. Em bi rehetî dikarîn bêjin ku taybetmendiyên kesayetî vegeriyane rêxistin û çalakiyê.
Hemû kesên beşdar bûn tevî Rêber Apo bûne. Hemû rêxistin kirin û tekoşîn di derdora Rêber Apo de şikl girtine û pêşketine. Hemû rêgez û taybetmendiyên jiyanî û yên xebatê, ji pîvan û rêgezên jiyana Rêber Apo derketine holê. Teqez vê mohrê dihewîne û birastî dema ku PKK ava dibû xeta azadiya neteweyek nû, bi xeta sosyalîst demokratîk a nû ve di bunyeya xwe de wekî xetek bîrdozî-rêxistinî afirandiye. Helbet di vê de bandora sosyalîzma pêkhatî heye. Bi wê re di nava tekoşînê de ye, lê faktora sereke feraseta azadiya neteweyek nû û feraseta sosyalîst a demokratîk e. Piştî wê bi tekoşînên ku hatin meşandin ve, bitaybet jî hingî ku pêvajoya sosyalîst a demokratîk dihat jiyan kirin, ji wê bandora sosyalîst a pêkhatî rizgar dibû û xeta azadixwaziya netewî ya Apoyî û sosyalîzma demokratîk pêşketin bdiestxistiye, têşe bûye û serwerî qezenç kiriye.
Wek dawî tekoşîna ku di Îmraliyê de li dijî komploya navnetewî dihat meşandin bi guhertina paradîgmaya ku taybetmendiya şoreşa zîhnî û şoreşek entelektuelî dihewand ve şênberî qezenç kiriye. Êdî PKK, ji avaniyek desthilatparêz û dewletparêz derketiye xwe kiriye tevgerek civakparêz demokratîk. Bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ve jî kêmasiyên xwe yên vê xetê derbas kiriye û avaniyek hê şênbertir qezenç kiriye. Ev dibe avaniya zîhnî ya PKK’ê, îfadeya guhertin, veguhertin û pêşketina zîhnî ya Rêber Apo. Xeta pêşketinê datîne holê.
Divê ev baş bê dîtin: Gava ku Rêber Apo di 1973’an de derketinek çêdikir di destê Wî û ciwanên ku di derdora wî de kom dibin de hema hêzek madî jî tinebû. Ne hêza malbatî, eşîretî hebû. Ne pare, rêxistin û ne jî çek hebû. Wek ciwan derveyî azweriyên zanebûnî, ruhê paqij, karakter, avaniyên îdelîst, azadî û demokrasiyê, dîsa derveyî wêrekî û fedekariya wan, hema hêzek wan a din tinebû. Endamên beşa herî xizan a civakê bûn. Ne xwe dispartin hêza malbatî û ne jî hêza aşîretekê. Temamî dibûn ciwanên ku ji wan qutbûn, bi qezenç kirina hişmendiyek diyar ve diketin pêvajoya ronakbiriyê.
PKK temamî bi mezin bûyîna koma bîrdozî ya ku ji aliyê ciwanên civakek wiha xizan ên ku diçûn zanîngehê ve şikl qezenç kiriye. Tevgerek ciwanan e. Tevgera rewşenbîr, xizan û kedkara ne. Tevgerek tekoşînê ye. Tevgerek îradeyê ye. Ya herî girîng jî bîzaveke ku bawerî bi serxwebûn û azadiyê aniye. Di fikr û bîrdoziyê de serbixwetî û azadî karakterê wê yên bingehîn in. Ev tevger di fikr de qasî misqalê jî bende kirinê qebûl nake. Bi nermtiya polîtîk ve pêwendî û tifaqên cur be cur pêşdixîne. Lê bi pêşxistina tekoşînek dijwar a li dijî hevkariya ku serdestiya mêtînger-qirker di Kurdistanê de ferz dike ve hebûna xwe mayînde kiriye. Ev çi biawayek şoven civakî be û çi biawayê reformîst netewperest be li dijî her cureya wan derketiye û xeta xwe ya azad, serbixwe, azadixwaziya netewî û demokratîk derxistiye holê. Di eslê xwe de Manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê xetek wiha îzah dike. Bernameya pêşî ya PKK’ê bernameyeke ku xeta rêxistin û çalakiyê vediguherîne. Bi awayek şênber armancên wê datîne holê.
Kongreya Yekemîn kongreyek mezin a îdîa, îrade û hişmendiyê bû
Bi vî awayî Kongreya Yekemîn temsîliyetek şiklgirtinê ya PKK’ê dike. Di vê çarçoveyî de di asta Rêbertî de pêşketinekê dihewîne. Ev teqez e. Lê her çiqas ew hemû kesên beşdarî çêkirin di nêvengek ew qas astengî, zehmetî û bêderfetiyan de xwestiban bi hewldanekê ve xwe rast perwerde bikin û welê beşdar bibin jî, wê ev biba rewşek nîqaşê ya çiqas fahm kirine û çiqas gihiştine zanebûna ku wê çi bikin û çiqas bikin.
Kongreya Yekemîn a PKK’ê wiha jî dikare bê pênase kirin. Bêguman kongreya îdîa, îrade, ruh û zanebûna mezin bû. Dilsoziya bi hêza xweser û îradeya xweser pir pêşda bû. Xwe bawerî pir bihêz bû. Ciwanên Kurd ên ku ber bi tekoşînek wiha ve dimeşiyan ev bawerî ji ku derê digirtin? Bêguman rewşek wan a ku vêya ji dîroka Kurd bigirin tinebû. Lê di paşerojê de her çiqas ferdî jî be mêrxasiyek hebû.
Ji wê mêrxasiyê hêz digirtin. Ji aliyê din ve vê mêrxasiyê hêza xwe, bitaybet jî ji berxwedanên ciwanên şoreşger ên Tirkiye li dijî darbeya 12’ê Adara 1971’an pêşxistin ve digirtin. Ji ber ku ciwanên Kurd di nava wan berxwedanan de rolek pir girîng leyîstibûn. Her çiqas tevger xwe wek şêwazê “Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tirkiye” pênase bike jî, lê piraniya kadroyên pêşeng û çalakvan ji ciwanên Kurd pêkdihatin. Vêya hêzek mezin dida. Zanebûna azadî, sosyalîstî, komînalî, zindibûyîn û vejîna civak Kurd hêzek girîng dida wan ciwanan. Ev jî çavkaniya hêzek bingehîn bû.
Helbet bi vê re, deskeftiyên ku gelan bi tekoşînên xwe yên rizgariya neteweyî ve li dijî emperyalîzm û mêtîngeriyê meşandîn û serkeftinên şoreşên rizgariya neteweyî, dîsa li ser vê bingehê pêşketina teoriya sosyalîst şoreşger çavkaniyên hêza bingehîn bûn. Hêzên xwe ji vê derê digirtin. Binêrin ev hêz timî di asta fikr û baweriyê de bûn. Derveyî wan ne xwediyê ti hêzek madî bûn û ezmûnên wan jî tinebûn. Di eslê xwe de dema ku Rêber Apo rewşa kongreyê piştre girte dest wek “Heval pir bi amadekarî nehatibûn, ne diyar bû ka wê hewceyiyên partîbûyînekê çiqas bê bicih anîn” pênase kiribû. Birastî, her kes di heman astê de ji bo erk girtinên mezin û bicih anîna wan ne amede bû, lê hewayê kongreyê pir girîng bû. Eger tevgerê civînek jî çêkiriba û ger wê demê di nêvengek wiha de Reşnivîsa Bernameyê û Manîfestoyê jî heba vêya kelecanek mezin dida, hêvî dihewand, ji ber vê yekê çoş di asta herî jor de bû. Îrade û rewşa îdîayê bişêwazek pir bihêz ve hebû. Her çiqas biawayek têrker wê çi bibe, kar, erk çawa bin ne dihatin zanîn jî lê bi îrade û îdîayek mezin ve helwestek derketinek nû û ber bi pêvajoyek nû ve meşandin hebû. Piştre jî ev rewşa ku di kongreyê de dihat jiyan kirin karakterek ku wan pêşketinan destnîşan dike dihewand.
Binêrin seknek kadro ya girîng a ku bi şêwazek bibandor ve stratejî û taktîkên ku PKK’ê kir xetek û armancên wan di zîndan û çiyayan de biserkeftî pêkanî derket holê. Me ev di zîndanan de di Mazluman, Kemalan, Xeyrî, Ferhadan de dît. Me ev di Egîdan, Zîlanan, çiyayan û gerîla de dît. Jixwe me beriya wê di meşa hevrê Heqî Karer de ku wek alîkarek fermî û pratîkî yê Rêber Apo beşdar bibû da, dît. Çawa ku meşa hevrêyên dişibin Heqî, Xelîl a beriya 12’ê Îlonê û bandora berxwedanên Hîlwan û Sêwregê araste dikir, birastî Berxwedana Zîndana Amedê ya 1982’an li hember 12’ê Îlonê xwediyê bandor û karakterek zêhn vedike, wîcdanê saxlem dike, kevir jî dihelîne bû. Rêber Apo ev di çarçoveya şîroveyek rast de li derveyî welat veguherand perwerde û rêxistiniyek bihêz. Bi hewldanek mezin ve pêkanî.
Berxwedana gerîla ya 40 salan nirxên mezin ên mayînde afirandin
Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an û şerê gerîla, meşa gerîla ya lehengane ya 40 salan- ku şerek welê bû di cîhanê de mînaka wê nayê dîtin- li ser vê bingehê derket holê. Beriya wê ti kesî/ê bawer ne dikir ku wê derketinek wiha çêbibe. Îhtîmal ne dihat dayîn ku wê civaka Kurd tekoşînek demdirêj a ew qas bimeşîne. Îhtîmal ne dihat dayîn ku wê ciwanên Kurd tevgerek gerîla derbixîne naverastê û wextek ew qas dirêj bêyî ku têk biçe biserkeftî rêvebibe. Ne yên dost îhtîmalek wiha didan û ne jî dijmin îhtîmalek wiha dida. Jixwe dijmin jî gelek caran îhtîmal ne dida, benda derketinek wiha nebû. Bitaybet jî dewleta Tirk bi xwe spartina tiştên ku beriya niha kirîn ve hîs û hesab dikir ku wî her tişt qedandiye û Kurdistana Xeyalî di Çiyayê Agiriyê de binax kiriye. Êdî zêde îhtîmal ne dida ku wê berxwedanek Kurd ji nû ve pêkbê. Her çiqas di nava wî de timî wek gumanekê mabe jî lê îhtîmalek ne dida yan jî nedixwest bide.
Dostên wî jî bawer ne dikirin ku wê ji civakek ew qas çewisî, parçe bûyî û hatî tine kirin tiştek derbikeve holê. Yên ku digotin “Doza Kurd mafdar” e jî, digihiştin encama ku şansê serkeftina vê nîn e. Ji ber ku gelek caran di çar parçeyan de serî rakirin çêbûye, lê hemû jî hatine tepisandin û têkbirin. Encamên wê jî bûne darve kirin. Li ser civakê bandor û derûniyek ku vê çêkirî hebû. Erê, di civakê de bandor û hêrsek mezin çêkiribû, lê şikestinek mezin û lewaziyek îradeyê jî bi xwe re anîbû. Ya rast bi xwe re kêm bûyîna hêvî û şikestina hêviyê anîbû. Dema ku li vê rewşê hatiba mêze kirin ne pêkan bû ku bibe xwediyê hêviyê û bêje wê derketinek wiha çêbibe. Rêber Apo bi xwe spartina hişmendiya xwe ya dîrokî ve ev hêvî derxist naverastê, afirand û pêşxist.
Ciwanên ku hewl didan Rêber Apo fahm bikin an jî eger fahm nekiriban jî, bawerî pê anîbûn û biryar dabûn ku bi hev re bimeşin, derxistibûn holê. Vêya jî bi xwe re tevgerek azadiyê ya ku di xeta şehadetê de dimeşe derxist naverastê. Karwanê azadiyê meşa xwe diyar kir. Bi şêwazê karwanê şehîdan meşiya. Dilsozî, ders derxistina ji rastiya şehîdan, dilsoziya bi armancên şehîdan re, hevrêtiya bi şehîd û Rêber Apo re û bi soz dayîna vê ve; bizane bibe xwediyê gotinê û vêya meşa mezin a vê tevgerê afirand.
Helbet, piştre nêvenga Kongreya Yekemîn mohra xwe li pêşketinan xist. Gava ku ji aliyekê ve meşek wiha mezin çêdibû ji aliyê din ve jî wek dijberê vê meylên provakatîf tasfiyeger di her demê de bi şêwazên cur be cur ve derdiketin holê û temsîliyeta seknek tasfiyeger dikirin. Bandora li ser civak û kesayetê ya zîhniyet û pergala înkar û tine kirinê, bi şêwazê ku rastiya Rêbertî û tekoşîn bê înkar kirin, li hember zehmetiyên ku di demên cuda de hatin jiyan kirin nekare hêz û îradeyê biafirîne û jiber vê jî bipengize rê derketinê û tasfiyegerî hat jiyan kirin. Çawa ku şervanên mezin ê tevgerê derketin holê, Rêber Apo got “Xaîn jî derketine holê.” Mînak di zîndanê de ji Şahîn Donmez destpêkir, di derve de ji Semîr û hetanî gelek revok û bi şêwazê Çetegeriya Çaran bigire hetanî meylên çetegerî ya ku li ser gerîla dihat ferz kirin pir helwest, fikr û ruhê tasfiyeger li ser tekoşînê hatin ferz kirin. Lê di navberê de mayîn û sekna navîn pir bibandor bû. Li gel ku xwestek û baweriyek hebû, lê di kongreyê de rewşên ku nezane çi bike, nezane çawa bike, pir zêde pêşiya xwe nebîne, tenê bi hest, baweriyan ve beşdarî çêkirî pir zêde bûn. Piştî wê jî zêde bandor bûn. Rewşên rêya navîn, meylên burjuwayê biçûk, ferdperestî, dogmatîkbûn, teng mêze kirin, xwe paşve kişandin û bi şêwazek rast û têrker erk û berpirsyariyên xwe yên her demê derbixîne zanebûnê û pêdiviyên wê di xeta rêxistinî û pratîkî de bicih neanîn, hatin jiyan kirin. Yek jî xetek wiha navîn, xeta sêyemîn bibandor bû. Seknên navîn pêşiya wan vekir. Em dikarin van wek pratîze kirina encamên kongreyê îfade bikîn.
Lê rewşa sereke meşa Rêbertî, meşa şehîdan bû. Bû meşa gerîla ya di xeta Rêbertî û şehîdan de çêbû. Bû meşa fermanberiyê. Vê meşê tekoşîn û şerek mezin derxist naverastê. Di destpêkê de ne 40 sal, bi gotina wê 40 hefte, 40 meh bikare berxwe bide dihat hesab kirin. Bi gotina gelo eger Kurd bikevin şer, wê çiqas li hemberî encamên vî şerî bikarin berxwe bidin dihat nirxandin. Gelên dişibîn Wîetnamiyan 10-15 sal şer kiribûn û bi gotina çawa karîne dem dirêj berxwe bidin, çawa karîne berdêlek mezin bidin ber çavên xwe ve xweziya xwe bi wan dianîn. Lê Kurdan ev qat bi qat derbas kirin. Îrade, îdîaya Rêber Apo û baweri, hêviya ku ji vê re dihat dayîn, di vê mijarê de rewşa wêrekî, fedekarî û qehremantiya mezin a ku pêşketî, birastî jî meşek fedaî ya tam, berxwanek gerîla ya ku wextek dirêj a wekî 40 salan dihewîne û berxwedana gel derxist naverastê. Tekoşînek wiha nirxên mezin ên mayînde afirand. Niha PKK’ê bi Kongreya 12’emîn a ku di dîrokên 5-7’ê Gulanê de hatîn kirin ve dawî li hebûna xwe anî.
Êdî ev salek û nîve ku bi navê PKK’ê xebat nayê meşandin lê di holê de Kurdek bizana ya ku PKK’ê afirandî heye, dîsa civakek Kurd a birêxistin kirî heye, jinek Kurd heye, ciwanek Kurd heye û Rêbertiyek Kurd heye. Ji hemûyan wêdatir artêşek şehîdan heye. Jixwe di meha Îlonê de jî îlana hevalên me yên şehîd ên ku hetanî niha nehatîn eşkere kirin hat dayîn. Şehîdên me, bûna faktora perwerde, rêxistin kirin, qezenç kirina yekbûyînê, wêrekî, serî rakirin û azadiyê. Rasterast erkên Rêbertiyê bicih tînin. Pêşengtî ji meş, perwerde kirin û rêxistin kirina gel dikin. Ev ne pêşengtiyek ku biçav tê dîtin û madiyatparêz e, rasterast nabe, lê qasî ti dibistan nekarin, temsîliyeta rastiya pêşengtî û rêbertiyek saxlem, di astek pêş de perwerde dide, rêxistin dike, dike yek û dimeşîne heye.
Vaye ev tekoşîna 50 salan, meşa PKK’ê ya fermî ya 47 salan, meşa azadiya mezin a ku nîv sedsalin birastî jî di Kurdistanê de her tişt guherand. Bi Kurdistanê re îmza avêt bi guhertinên girîng ên Tirkiye û Rojhilata navîn jî.
Ev 35 salin tifaqa Emerîka-Îsraîlê ya ku bûne serkêşên nû yên pergala modernîteya kapîtalîst, hewl dide bi êrîşê ve Rojhilata navînek nû biafirîne. Hewl didin hegemonyaya Îsraîlê di Rojhilata navîn de bidin rûniştandin û ger Rojhilata navîn li dijî vê berxwe dide, Kurd pêşengtî ji berxwedanek wiha Demokratîk a Rojhilata Navîn re dikin. Tevgera azadî û demokrasiya Kurd vêya dike. Berxwedana azadiya Kurd dike. Gelên din li rastiya Kurd mêze dikin hêvî û îradeya xwe ya berxwedanê qezenç dikin. Wiha ROjhilata navîn jî bandor dikin. Di rewşa heyî de ji bo hemû mirovahiyê jî bûye hêviyek. Di rewşa heyî de destpêkê ji jinan re, ciwan, karker û kedkaran re û ji hemû mirovahiya bindest a cîhanê re bûye hêvî. Şoreşa Azadiya Rojava rolek welê leyîst. Erê, ji Çileya 2026’an û hetanî niha bi êrîşekê re rû bi dimîne, êrîşek wekî ya komploya 15’ê Sibatê ya duyemîn heye, di nava paşketinek qismî ya leşkerî-siyasî de ye, lê ji aliyê bîrdozî-rêxistinî ve winda kirin û paşketinek teqez, ne mijara gotinê ye. Ji ber vê yekê rola xwe ya ronî kirina mirovahiya bindest berdewam dike, ji bo wan çavkanîbûyîna hêvî û îlhamê berdewam dike. Ji bo ku Enternasyonala Komînal pêşbikeve taybetmendiya xwe ya piştevaniya mezin didomîne.
Di vê çarçoveyê de nirxên mayînde yên ku hatin afirandin hene. Beriya her tiştî nirxê herî mezin pêşketina Rêbertiyê ye. Em dikarin vêya wek ava bûyîna hafizeya Kurd, eqlê Kurd, zîhniyet û zanebûna azad a nû ya Kurd pênase bikîn. Binêrin ev wek zanebûna Kurd derket, hat rewşa ku ji mirovahiyê re bibe zanebûn. Xwe di paradîgmaya modernîteya sosyalîst a demokratîk de datîne holê. Xwe wek xeta civaka komîna demokratîk îfade dike ku pêşketina Rêbertiyê pêşketina herî mezin a dîrokê ye. Di dîroka Kurd de cara pêşiye ku Rêbertiyek wiha bênavber 50 salan zêdetir tekoşîn rêvedibe heye, destkeftiyên xwe kom dike û çawa ku hemû civaka Kurd bandor dike, bûye hêz ku Wî bixwe bigihine asta rêbertiyek kûrewî ya bandor li ser gelên Rojhilata navîn, cîhanê û hemû mirovahiyê dike. Deskeftiya herî mezin a meşa azadiya mezin a ku nîv sedsalin berdewam dike ev e.
Aliyê ku di Kurdistanê de jî di Rojhilata navîn û cîhanê de jî pêşerojê diyar dike ev pêşketina rêbertî bûyînê ye. Teoriya modernîteya sosyalîst a demokratîk a ku nû derxistî naverastê ye. Divê em vêya zelal bibînîn. Modernîteya komînal a demokratîk teoriyeke ku hemû kêmasî û şaşitiyên sosyalîzma pêkhatî serarast dike û rêya hêvî, rizgarî û zaferek nû nîşanî hemû mirovahiya bindest dide. Teoriya wê ya şoreşê, bername, stratejî û şêwazê wê yê tekoşînê ye. Her çiqas di zirûfên Îmraliyê de bin jî ev hatine serxistin û pêkhatin.
Îmrali, bi saya Rêber Apo bûye zemîna pêşketina şoreşgerî ya herî mezin. Pêwîste em vê rastiyê bibînîn.
Rastiya Rêbertî û şehîdan wekî stêrkek ku qet natemire dibiriqe
Bi vê re di pêşxistina rêbertiyek kolektîf û sazibûyî de û di afirandina rêbertiyek wiha de rastiya şehîdan a ku alîkariya herî mezin pêşkêş dike û hêza herî mezin dide Rêber Apo heye. Ti demê bandora vê rastiyê nayê jê birin. Çawa ku pêşketina rêbertî wek şêwazê ruh, zîhniyet û tekoşînê belavî sedan salan dibe û berdewam bike, bandora manevî, perwerdekar, rêxistinkar, wêrekî û fedekariyê dide qezenç kirin jî ya rastiya şehîdan ti demê nayê jê birin. Kurdên şehîdên xwe yên di sedsalên 19 û 20’an de dan ji bîr nekirin. Bandora wan şehîdan di derketina PKK’ê de rolek girîng leyîstin. Hêrsa ku çêkirî, zanebûna ku di şehîdan de derketî holê, ji serî rakirinek nû re bû çavkaniya hêza bingehîn.
Niha şehîdên PKK’ê ku Rêber Apo got “PKK partiya şehîdan e. PKK’yî şehîd in. Her çiqas PKK’ê di Kongreya 12’emîn de hebûna xwe ya rêxistinî dawî anîbe jî PKK ne partiyek welê ye ku bi kongreyê ve dawî bibe. Tevgerek pêşenge ku timî û di her zirûfan de hebûna xwe û hikmê xwe didomîne. Bandora wê ti demê winda nabe, navemire. Rastiya Rêbertî û şehîdan ronahiyeke ku nayê tefandin û wekî stêrkekê timî dibiriqe. Ji ber vê yekê, xwediyê hêz û nirxe ku wê her zirûfî timî ronî bike; pêşî veke, meşa civakê destnîşan û araste bike.
Ji vê hêlê ve di bin bunyeya xwe de şehîdên sedsala 19 û 20’an jî şênber dike û wek şehîdên hebûn û azadiya netewî, temsîliyeta afirandina civakek nû dikin. Pêşengtiya civak, civaka demokratîk û jiyana azad a nû dikin û wê ev pêşengtî ti demê têk neçe, ti demê ji holê ranebe. Ji ber vê yekê civaka demokratîk û jiyana azad, bi rastiya Rêbertî û şehîdan re di Kurdistanê de zaferek mayînde qezenç kiriye. Ti hêz nikarin vê zaferê paşda bixînin û birûxînin. Hêza ti kesî/ê têra nake. Gelek derdor belasebeb hewl didin. Ji ber ku rastiya Rêbertî û şehîdan pir bibandor e. Vaye meşa azadiyê ya nîviya sedsalê nirxên mezin ên wiha derxistin holê. Di Kurdistanê de vejînek nû derxist naverastê. Civakek nû, mirova/ê azad têşe kir. Ev jî di xeta azadiya jin de kir.
Şoreşek xwespartibe şoreşa azadiya jin tu car narûxe
Bi wan re nirxê herî mezin jî pênase kirina xeta azadiya jin e. Birastî jî xeta Jin Jiyan Azadî ji Kurdistanê pêl bi pêl ber bi hemû Rojhilata Navîn û cîhanê ve belav dibe. Hemû jinan digire nava xwe, ber bi meşek nû ya azadiyê ve kaş dike û pêngav pêngav pêşketina şoreşek jin a kûrewî pêktîne. Ev hêzek pir girîng e. Di pêşengtiya jina azad de têşe kirinek civakî ya nû îfade dike ku tişta şoreşê mayînde dike, şoreşê di xeta azadiyê de kûr dike û hêza herî mezin dide şoreşê jî ev pêşketine. Şoreşek ku xwe spartibe azadiya jin ne pêkane ku birûxe, tine bibe û jinav biçe. Birastî jî eger jin zana bibe, xwe rêxistin bike, bawer bike, ber bi şoreşa azadiyê ve bimeşe û bi wêrekî û fedekariyekê ve bizane jiyana azad biafirîne, eşkereye ku ti hêz nikarin vêya têk bibin. Ji vêya re jî hêza têk neçe û hilneweşe tê gotin.
Bi wan re helbet civaka Kurd jî zanebûn bidestxist, hafizeyek mezin hat avakirin. Hêza fikrî û nirxên manevî yên ku Rêber Apo, şehîdên me û hemû tevgerê di 53 salan de derxistîn naverastê xezîneya herî mezin a civaka Kurd e. Di asta xezîneyekê de ye ku timî rê nîşanî civakê dide û rêya rast nîşan dide. Bi tekoşînek wiha ve hebûn hat qezenç kirin. Êdî her kes hebûna Kurdan qebûl dike. Yên ku dibêjin Kurd tunin nemane. Hinek derdor dibêjin ku ‘Kurd hene, lê mafên wan tunin.’ Nikarin hebûna Kurdan înkar bikin, lê bi înkarkirina mafên wan ve dixwazin vê înkar û tine kirinê bidomînin. Niha tekoşîn li ser vê dimeşe. Helbet, rastiyek gel a ku pêşketinek wiha derxistî holê heye. Rastiyek jin û ciwanan heye. Em li ser rastiya jinan sekinîn. Ev tevger ji destpêkê ve tevgerek ciwanane, partiyek ciwanan, meşa ciwanen e. Ti kes nikare vêya cuda nîşan bide, înkar bike. Ji ber vê yekê ciwantiya Apocî heqîqetek in. Heqîqetek in ku wiha bihêsan nayê jê birin, nayê berevajî kirin.
Ne pêkane ku bi êrîşên şerê taybet ve, bi êrîşên lîberal ên modernîteya kapîtalîst ve û bi bandorên nehiş dikin ên medyaya dijîtal ve heqîqeta ciwanên Apocî bê rakirin. Divê ev rastî zelal û baş bê dîtin. Di pêşengtiya jin û ciwanan de rastiyek gelê Kurd a wiha tam fedaî, xwe bi her cure wêrekî û fedekariyê ve gurçupêç kirî û aşiqê azadiyê heye.
Mirovê/a Kurd û civaka Kurd di 50 salan de şoreşek mezin jiyan kirine
Vaye meşa azadiya Apoyî ya niviya sedsalê rastiya gelek wiha derxist holê. Ev Kurdîtiyek nû ye. Têşe kirinek gelê Kurd a nû ye. Bi Kurdîtiya kevin ve miqayese kirin an jî wekî wê dest girtin wê xwediyê wan timî bibe şaşitiyan. Mirovê/a Kurd û civaka Kurd şoreşek mezin jiyan kirine. Di wan 50 salan de di nava şoreşê de şoreş qezenç kirine; şoreşa zîhnî, şoreşa îradeyê, şoreşa ruh, şoreşa zanebûnê, şoreşa azadiya jin, şoreşa wêrekî û fedekariyê, şoreşa sosyalîst, şoreşa komînalîte, şoreşa hevrêtiyê, şoreşa piştevaniyê û her wekî din. Her tişt jiyan kir. Ji wan hemûyan, jiyanek Kurd a nû derket holê. Ferdê/a Kurd û civaka Kurd pêkhat. Çanda Kurd pêşdikeve. Çandek Kurd a nû heye. Çand û exlaqek Kurd a nû ya ku di xeta jina azad û komînala demokratîk de pêşketî mijara gotinê ye. Civakbûyîna Kurd a komînal a ku ji paşerojê tê niha di xeta komînalîteya demokratîk de xwe ji nû ve têşe dike û dihêle ku mirov û civakek Kurd a nû derbikevin holê. Hewceye ev pêşketin û deskeftî baş bên dîtin, rast bên fahm kirin. Wiha dema ku hinek lewaziyên siyasî-leşkerî çêbûn divê yekser nekeve reşbîniyê. Divê em wan pêşketinan bibînîn, PKK’ê, Rêber Apo û şehîdên me çi afirandine, em gihandine ku derê, xetek hêz û jiyanek mezin a ku neyê rûxandin bi me daye qezenç kirin. Ev wiha hêsan ji holê ranabe. Divê em bawerî bi vê bînin. A herî girîng jî lazime em vêya rast fahm bikîn û pêdiviyên wê bicih bînin. Wiha mirovê/a dirûst, binamus û biexlaq derdikeve naverastê û wiha pêktê.
Niha li ser van pêvajoyek nû pêşdikeve. PKK’ê di dîrokên 5-7’ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn kom kir û biryarek ku hebûna xwe ya rêxistinî bidawî dike, hilda. Ev biryar li ser zemînê Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk a bi dîrok 27’ê Sibatê ve pêkhat. PKK bi vî awayî ket pêvajoya guhertin û veguhertinekê. Di eslê xwe de bi serxistina guhertina stratejîk a ku ji 1993’an pê ve da destpêkirin û hewl dida pêkbîne, di heman demê de dibe guhertin û veguhertinek ku li ser zemînê nûbûyînên ku Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk û Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk danî holê.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dibe pêvajoyek ku PKK li ser bingehê stratejiyek nû û dîsa li ser bingehê xeta ku Rêber Apo di parêznameyên xwe de û di Manîfestoya Komînal Demokratîk de danî holê ve xwe nû dike, diguherîne û vediguherîne. Ev birastî jî pir girîng e. Helbet ev pênaseya pêvajoyê ya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd e.
Li beramberî vê pênaseyek pêvajoyê yên di serî de dewleta Tirk, AKP-MHP’ê û partiyên cuda hene. Pêvajoyê li gorî ferasetên xwe, zîhniyet û siyasetên xwe digirin dest, pênase dikin û hewldanên wan ên rêvebirinê mijara gotinê ne. Ev jî rewşek vekiriye û tê fahm kirin. Eger baldarî bê mêze kirin pênaseya pêvajoyê, fahm kirina pêvajoyê û rêvebirina her kesî/ê ne wekî hevin. Hewceye em vê rastiyê bibînîn. PKK’ê di 1993’an de ji bo guhertina stratejiyê pêngav avêt. Xwest vêya bi agirbesta 1998’an ve, dîsa timî dixwest ku di salên 2000’an de bidomîne û pêkbîne. Wextek ku 30 salî derbas dike li pêy xwe hişt, binêrin sernexist. Çima? Du sedemên wê hene. Ya yekemîn, zîhniyet û siyaseta qirker-mêtînger nexwest destûr bide vê û hewlda vêya asteng bike. Bi êrîşan ve bersiv da wan pêngavên guhertin û veguhertinên PKK’ê û xwest bi lewaziyên ku ji guhertin-veguhertina PKK’ê ve derdikevin holê sûd werbigire, tasfiye û belav bike. Li beramberî me zîhniyet û siyasetek wiha mêtînger-qirker heye. Teqez şêwazê tekoşîna hevpar a li dijî guhertin û veguhertina PKK’ê ya dewleta Tirk û pergala modernîte kapîtalîst a kûrewî ev e. Em rewşek dişibe vê îro jî jiyan dikîn. Dîsa yek jî lewaziyên me yên hundirîn û nebesiyên me di vê de rol dileyîzin. Erê dijmin hewl dide asteng bike. Hêzên dewlet û desthilatdariyê, pergala modernîteya kapîtalîst guhertin û veguhertina PKK’ê ji bo xwe xeter dibînin. Ji ber ku eger PKK biguhere û veguhere wê teqez zaferê qezenç bike û wê ji kokê ve pergala cîhanê ya ku Şerê Cîhanê ya Yekemîn derxîstî naverastê biguherîne, lewra ditirsin û eynî mîna zirava wan biteqe. Pêwîste em vê rastiyê bibînîn lê ji ber ku ew vêya dixwazin ev nayê wateya ku wê ev guhertin-veguhertin pêkneyê. Eger ev nayê serxistin di vê mijarê de kêmasî û şaşitiyên ku di me de tên jiyan kirin jî rol dileyîzin. Ne fahm kirina rast a pêvajoya guhertin û veguhertinê, destpêkê di şexsê xwe de bicih ne anîna bişêwazek bibandor a di cih û dema wê de ya xeta rêxistin û çalakiyê û bi vî awayî rewşa vala nederxistina êrîşên dijber jî di sernexistina vê guhertin û veguhertinê de rol dileyîzin. Hewceye em vê rastiyê jî bibînîn. Em wek tevger ji vê derê derdikevîn û hê cidî karakterê guhertin û veguhertina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk digirîn dest, em xwe bi şêwazek hê kûr û bihêz perwerde dikîn. Em wek tevger ji vê derê derdikevîn rê, ji xeta û kêmasiyên berê ders derdixînîn û wan di vê pêvajoyê de jiyan nakîn, ji ber vê yekê em ê vê carê astengiyên ku pergala dewlet û desthilatdariyê û modernîteya kapîtalîst derxistîn holê derbas bikîn û em guhertin û veguhertinê, her wekî din serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk teqez hedef dikîn. Divê em vêya teqez pêkbînîn. Ji vê hêlê ve biryara dawî kirin û fesh kirina avaniya rêxistinî ya bi Kongreya 12’emîn ve ya PKK’ê, ne dawî anîna tekoşînê ye, destpêkek nû îfade dike. Jixwe pênaseya wê jî wiha hat kirin. “Fesha PKK’ê ne dawiyeke, tam berevajî hat gotin ku pêşiya destpêkek nû tê vekirin û avêtina pêngavek nû ye.” Nexwe du aliyên vê kongreyê hene. Yek, dawî anîna hebûn a wek PKK’ê, ya Duyemîn, bi xwe spartina nirxên ku tekoşîna mezin a niv sedsal derbas dike ya PKK’ê afirandî ve; wan biguherîne veguherîne û ji nû ve carek din bike destpêkek nû û derketinek nû. Meşa azadiya mezin a 50 salan bi nasnameyek nû û şêwazê rêxistinê ve gihandina hemleyek nû û kişandina wê ya nava pêvajoyek nû vedibêje. Pêwîste Kongreya 12’emîn teqez wiha bê fahm kirin. Binêrin karakterê pêvajoyê wekî guhertin-veguhertin û ji nû ve avakirinê hat danîn.
Bêguman gotina azadiya Kurd, tê wateya demokratîkbûyîna Tirkiye û Rojhilata navîn. Tê wateya guhertina tevgera demokrasiya kûrewî. Ji ber vê yekê guhertin û veguhertineke ku li ser bingehê azadiya Kurd û demokratîk bûyîna Tirkiye û herêmê hedef dike. Ji ber vê yekê ev guhertin-veguhertin li ser bingehê azadiya Kurd û demokratîk bûyîna Tirkiye û Rojhilata Navîn hedef dike. Pêşxistina stratejî û şêwazê tekoşînek nû ya vêya pêktîne, azadiya Kurd, demokratîk bûyîna Tirkiye û Rojhilata navîn bidestdixe, serxistina armancên bernameya vê û şikl girtina li gorî stratejî û şêwazê vê, tekoşîna nû ya rêxistin kirinê îfade dike.
Rêber Apo, ev stratejiya nû wek “Stratejiya Tekoşîna Siyasî Demokratîk” pênase kir. Tevger, li ser bingehê xeta modernîteya sosyalîst demokratîk a ku parêzname û manîfestoyê danî holê ve xwe nû dike, diguherîne vediguherîne, li gorî pêdiviyên xeta tekoşîna siyasî demokratîk xwe ji nû ve ava dike, pêşxistina rêxistin û tekoşînê îfade dike. Em dikarîn vêya zelal, vekirî îfade bikîn. Ev çima wisa bû? Diyalektîka Kurdistanê encax wiha pêşdikeve. Em bala xwe bidînê, birastî jî PKK’ê 10 salan tekoşînek bîrdozî ya pir hişk meşand. Em li tekoşîna ku ji 1973’an û hetanî 1983’an hatî meşandin mêze bikîn û bigirîn dest, li pêngavên pêşketinê binêrîn, di esasê xwe de em birehetî dibînin ku tekoşînek bîrdozî ya wiha zêde heye. Her çiqas di vê tekoşîna bîrdozî de şaşitî û kêmasiyên cur be cur hebin jî wek esas serkeftin hatiye bidestxistin. Tevgera PKK’ê ya ku bi teorî, bername, stratejî û taktîka xwe ve pêşengtî ji tekoşîna hebûn û azadiya gelê Kurd dike, bişêwazek bihêz derketiye holê.
Birastî jî PKK’ê di 40 salên derbas bûyî de şerek gerîla ya pir hişk daye. Ev şerê gerîla li ser encamên şerê bîrdozî pêşket. Ev vegerand rêxistin û çalakiya civakî. Di deh salên ewilî de, di destpêka salên 1990’an de veguherand serhildanan, rê ji pêşketina çalakiyên gel vekir.
Piştre jî berxwedana gel û gerîla bi hev re her cure êrîşên modernîteya kapîtalîst û êrîşên mêtîngeriya qirker şikandin, serkeftina wan asteng kir û rê ji berxwedana azadiya Kurd a herî mezin a dîrokê vekir. Em dikarîn 50 salên derbas bûyî wiha binirxînîn. Pêşiyê tekoşînek bîrdozî ya 10 salan, li pêy wê tekoşîna leşkerî, şerê gerîla ya 40 salan hişk hat jiyan kirin. Vaye diyalektîka tekoşîna hebûn û azadiya Kurdistanê wiha çêbû.
Niha ev tevger bi Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk a ku bi Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk ve hatî pêşxistin re dixwaze ku bê rewşa ku bikare tekoşîna siyasî demokratîk bimeşîne, xwe li ser tekoşîna bîrdozî û leşkerî ya hişk a berê û xwe bispêre nirxên ku wan afirandî ve bîne rewşa ku bikare tekoşîna siyasî demokratîk rêvebibe û xwe li gorî pêdiviyên vê biguherîne-veguherîne û ji nû ve ava bike.
An ku me bi siyasetê ve dest bi kar nekir, ji ber ku di Kurdistanê de pêşiya siyasetê girtibû. Em bi êrîşek welê ya mêtînger-qirker re rû bi rû bûn ku di Kurdistanê de derfetên siyaset kirinê nebûn. Di eslê xwe de hemû tiştên ku li ser navê siyasetê di sedsalên derbas bûyî de hatîn kirin sextebûn. Dixwaze bi Manîfestoya Civaka Komînal Demokratîk ve pêşiya vê siyasetê bi tekoşînek bîrdozî hişk a 10 salan ve û li ser nirxên ku şerê gerîla ya 40 salan afirandî ve daneheva ku tekoşînek 50 salan derxistî naverastê biguherîne-veguherîne. Yanî vê tekoşîna bîrdozî û leşkerî ya 50 salan di Kurdistanê de pêşiya siyaset, bi stratejiya tekoşîna siyasî ve jî rê li pêşketinê vekir. Birastî jî Kurdistan û Tirkiye anî rewşa ku siyaseta rasteqîn bikar bê kirin, li gorî wateya polîtîkayê rolek guncav bileyîze. Vaye rejîma ku li ser Kurdistan û Tirkiye tê ferz kirin rejîmek wiha bû. Di eslê xwe de rejîma ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve derxistin naverastê, tiştek wiha ye ku karakterê wî bi darbeyên leşkerî ve şikl girtiye. Hêzek ew qas dijberê polîtîka û ew qas dijberê siyasetê ye.
Rejîma Tirkiye temamî ferz kirinek bîrdozî û leşkerî ye. Ji polîtîka, siyaseta demokratîk re qasî serê misqalê jî vekirî nîn e. Fersend û derfet ji vê re nade. Vaye tekoşîna PKK’ê ya 50 salan hewlda vêya bişikîne, jiber vê yekê pêşiya siyasetê vekir.
Dixwaze bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re xwe bîne rewşa bikare siyasetek wiha bike û xwe di çareser kirina pirsgirêkên siyaseta demokratîk de li Tirkiye û Kurdistanê da, rolek sereke bileyîze. Dibêje ku bila siyaset serwer be, bila mesele bi rêbaza tekoşîna siyasî demokratîk ve çareser bibin û bi vî awayî di serî de meseleya Kurd em hemû meseleyan çareser bikîn. Karakter, mantiq û hedefa pêvajoyê teqez ev e.
Ji bo ku ev pêkbê jî helbet pêdivî bi tekoşînek mezin heye. Hîna zîhniyet û pergala mêtînger-qirker ferz kirinên xwe wek leşkerî, zordarî, zext û tundiyê didomîne û naxwaze fersend bide. Gelek hêzên rantxur hewl didin pêşketina pêvajoyê û çûyîna wê ya serkeftinê asteng bikin. Yên wekî ku ‘qebul’ kiribin xwe nîşan didin jî, wekî ku ji duvikê ve girtibin nêzîk dibin û bi girêdayî benê pembo ve dimeşin, nêzîkatiyên wan ên tam hevgirtî jidil tunin. Birastî jî bi guhertina siyasî û zîhnî ve xwedî li vê pêvajoyê dernakevin. Zîhniyet û siyaseta înkarker û qirker a ku Kurdan tine dihesibîne, tune dike, dixwaze ji holê rake tevahî nehatiye şikandin û derbas kirin. Jixwe eger ev zîhniyet û siyaseta înkarker û qirker bê şikandin û derbas kirin wê demê wê çareseriya meseleya Kurd, çareseriya meseleyên din ên Tirkiye ew qas zehmet nebin û wê pir bihêsan çareser bibin. Divê teqez ji vê bêbawer kirin. Eger mesele li ser bingehê kangrenbûyîn berdewam dikin, nagihin çareseriyê di vê derê de wek esas, ne guhertina zîhnî û siyasî ya pirsgirêkan diafirîne rol dileyîze. Ji bo vê jî pêwîste di ser vê zîhniyet û siyasetê de çûyîn çêbibe. Pêwîste li dijî vê zîhniyet û siyasetê her cure tekoşîna bîrdozî û siyasî bê pêşxistin. Hewceye ev zîhniyet û siyaset bê teşhîr kirin, civak bê zana kirin. Lazim e, li ser vê bingehê ciwan, jin, karker û kedkar, di her kesî/ê ku Tirkiyeyê de jiyan dikin bên perwerde kirin û li hember vê pergal û zîhniyetê; bîne asta ku ji bo komara demokratîk û civaka demokratîk tekoşîn bikin.
Vaye eger ev pêkbên wê demê wê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ber bi serkeftinê ve biçe, pêşiya çareseriya meseleyan wê vebibe. Vaye wê demê wê PKK tevî dîrokê bibe û nirxên ku PKK’ê afirandîn wê avaniyek nû ya rêxistinî qezenç bike, ji nû ve ava bibe, wê bin navê nasnameyên nû meşa azadiya ku bi tekoşîna siyasî demokratîk ve tê pêşxistin, veguheze rêyên nû û bigihîne zaferan. Vaye hedef ev e.
Em bawerî pê tînin û hêvî dikin ku sala 49’emîn a ava kirina PKK’ê li ser vê bingehê, wê bibe salek ku di hemû Tirkiye û Kurdistanê de tekoşîna azadî û demokrasiyê li dijî vê zîhniyet û pergala înkarker û qirker pêkbê. Wê hêzên azadî û demokrasiyê hê zêde di nav piştevaniyê de bin, bibin yek. Wê hê zêde tifaq çêbikin, wê hê zêde xwe bigihînin girseyan. Wê xwe bigihînin ciwan, jin, karker û kedkar û xizanan. Wê hê zêde civakê bi zane kirinê ve rêxistin bikin û li dijî vê zîhniyet û siyaseta qirker mêtînger bikişînin tekoşînê. Wê ev tekoşîna yekbûyî jî encam bigire, serkeftinê bidestbixe. Herî hindik wê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di vê sala 49’emîn de, wê pêngav biavêje pêşketinên nû û mayînde. Wê bi derxistina pêşketinên mayînde ve ber bi xeta zaferê ve pêşbikeve. Hêvî û baweriya me ev e. Wê hewldana me li ser vî bingehî çêbibe. Bangawaziya em ji bo hemû derdorên ku dixwazin azadiya Kurd û demokratîk bûyîna Tirkiye pêkbê dikin jî , wê wiha şênberî qezenç bike. Eger em bawerî bixwe bînîn, bibîn yek, bi hev re tekoşîna siyasî bi şêwazek herî bibandor ve pêşbixînîn em ê teqez qezenç bikîn. Em li ser vî esasî ji kesên ku dixwazin li ser vê bingehî tekoşîn rêvedibin re serkeftinê dixwazîn.