Eynî wekî di gerdûnê de di dîroka Kurdistan u mirovahiyê de jî PKK ferqa herî mezin e, çavkaniya herî mezin a wateyê ye. Di gerdûnê de cihêrengiya ku bi pêvajoyên xwezayî ve pêşdikevin, di PKK’ê de bisaya rastiya Rêbertî pêkhatiye u pênaseya herî bedew û herî biwate jî Rêber Apo kiriye. Ji tevgerek bêhempa re wateyek bêhempa ya wekî roman, helbest, stran aniye. Her roman bêemsal e, her helbest, her stran… Lê bi gotina “dawiya wê nehatî” ve bibîrxistiye ku hîna azadî nehatiye bidestxistin û rizgarî pêknehatiye. Hem kelecan û meraq çêdike u hem jî aniye ziman ku ev tevger bi keda her kesî/ê ve şikl girtiye û ber bi bêdawiyê ve dimeşe.
Min di oxira wê de
Her şefeq
Her şev,
Erd
Asîman
Bihûşt
Dojeh
Şewitand
Min
her destan û her stran ji nû ve nivîsand
Min pora xwe ya çil kezî
Ku çil sal bû qut nekirîibû
Berevajî kir
Cîhanê ev
Eynik
û robar dîtin
Ez her şev dihatim kuştin
Lê her şefeqê ji nû ve diwelidîm…
Ava ku li ser hinavên hişk kirî hatî reşandin
Eşq, pevçûn, sedema destpêkê ya ku dem welidandî û gerdûn xistî tevgerê! Meş, ken, xewnek ku tijî hesret, hundirê mirov germ dike, dilê mirovî şanaz dike, êş û dilxweşiyê di cihê wê de dide jiyan kirin…
Dema ku gula gulpik bû ku dixwestin bişikînin, lê veguherî bexçeya li ser rûyê erd; li ku deverê xirabî hebe li hemberê wê sekinî, mirov ber bi başî, rastî, bedewiyê ve araste kir…
Hêzeke zindî dike, radike pêdarê, dimeşîne ku di her sal 27’ê Mijdarê de ji nû ve diwelide. Dema ku bextewariya ji nû ve zayînê dide jiyan kirin tahma stranên berê yên ku qetiyen kevin nebin dide.
Di Newrozan de agireke tê pêxistin, di meha Gulanan de gulên sor e, di zîndanan de ji berxwedana me, roniya çav-keda dest, keda dil, ji nan û xwê zêdetir nanê me-xwêya me û di demên herî biderd û kul de jî doktorê me ye…
Ew ne di paşerojê de maye û ne jî hatiye taloq kirin; cewherê mirov, ruhê jiyanê ye. Ew ronahiya rojêye ku çiya-deşt, dar-av, rêz û hurmet nîşan didin. Ew gerdûnek nû ye, stêrka timî dibiriqe ya Kurdistanê ye. Straneke ku timî bi hev re tê gotin, helbesteke ku şa dike, romaneke ku timî bi karakterên nû ve şikl digire…
Temenê mirovekî/ê çiqas êş bihewîne ew jiyan kir; hezkirina neteweyekî çiqas zêde be ew qas jiyan kir. Yê ku her tiştî dibîne û vedibêje hozaneke; di zimanê zarokan de diayeke, ewliyayek bêhn firehe û eşqeke, birînên xwe dipêçe…
Ma ji eşqê mezintir peyv heye ku eşqê vebêje, vaye PKK jî welê ye… Ma romanek dikare neteweyekî ji nû ve biwejîne? Yan jî stranek, helbest an jî evînek?
Eşqek welê ye ku ji hemû mirovahiyê re hatiye ragihandin, dilek welê ye ku hemû nepenî xistiye nava xwe û canek welê ye ku ruh daye hemû ruhberan… Ma ev têra vegotina ku em çima pir ji hez dikîn û êşa wê çiqas kure nakin?
Dengeke, qêrîneke, çirtanek hezkirinê ye…
Zilamek di xewa xwe de diqire û hişyar dibe. Rûdîne û digirî. Gava ku yên derdora wî dipirsin ka çi bû, dibêje qehremanê ku min romana wî/ê dinivîsî, jiyana xwe ji destdaye.
PKK romanek welê ye ku ji bo lehengek wî deh hezar giriyane, deh hezar rabûne pêdarê. Ne hêsane, em behsa tekoşînek niviya sedsalê derbas dike, her kêliya wê bi bêhnçikiyê ve derbas bûyî û deh hezaran canê xwe feda kirî dikin. Kîjan helbest, kîjan stran xwediyê wê hêzeye ku vêya vebêje? Ew bixwe helbesteke, straneke; belkî ji ber ku hinekan nekarî vebêjin wiha têşe girt û ruhê xwe li dilan neqişand.
Wêjeye serkeftî ew e nede hîs kirin ku pevxistiye û temasî jiyanê bike, ji nava jiyanê derbikeve. Ev naşibe hesta rastî ya ku bi teknîkê ve di nêvengên feraziyê de hatî çêkirin jî; ji ber ku hest bixwe ye.
PKK gelek caran bi termên siyasî, civakî yan jî leşkerî ve hatiye pênase kirin. Lê Rêber Apo bi çoşek Newrozê ve û bi hezkirinek bêdawî ve herî zêde jî bi wêjeyê ve aniye ziman; hem jî bi wêjeyek welê ku jiyana hatî felç kirin ji nû ve zindî kir. Bû dengek, bû qêrînek. Ango hîna xilas nebûye. Beşa ku hatî jiyan kirin heye lê di niviyê de jî nemaye, berdewam dike lê belê hîna negihiştiye dawiya wê… Rêbertî timî sewdaserên xwe mezin dikin hişyar kiriye. Gotiye “Wê di dawiyê de diyar bibe.”
Helbet dawiya eşqek bêdawî tineye. Di dawiya çîroka her kesî/ê de diyar dibe ka wê encam çi bibe; wê bêdawîtî be yan jî winda kirin be? Yek jî tişta mijara gotinê meşa hevpar a tevger, gel û mirovahiyekê ye.
Wê meş di niviyê de bimîne, yan jî wê bêdawî be? Di destpêkê de bersiv ji vê pirsê re hatiye dayîn û her kêliya wê li gorî vê hatiye honandin. Her tişt bi nîşandayîn û ne nîşandayîna hêz ve girêdayîye, wê vê eşqa ku bi kedê ve tê afirandin û her roja ku diçe mezin dibe di dilê xwe de bihewîne; kêlî û pêşeroj…
Em deyndar în…
Em li beramberî çi deyndar în? Em deyndarê eşqa xwe ya mezin in ku em bi xwe re û mirovahiyê re gihandîn hev… Em deyndarê ruhê xwe yê hevpar în ku her kêliya wê bi kedê ve hatiye afirandin û her roj di oxira wê de can tên feda kirin…
Di her tîpa wê de sorgeweziya tavê, di her peyva wê de hênaseya kesên bûne stêrk, di her hevoka wê de kena kesên serî ne tewandî… Binavê PKK’ê romanek hat nivîsandin, hemû xewn û xeyal di hundirê wê de bicih kirin.
Helbestek hat xwendin, zingara dilan paqij kir. Stranek hat vegotin, xwestin her kes bibîhîze u dilxweşiya wê di her kêliyê de ji çavên me tê xuya kirin.
Dema ku ked tê gotin ew, hezkirin tê gotin ew, gava ku heval tê gotin dîsa ew tê eql. Û çiya, gerîla, berxwedan… Û gelê ku bi gotina: “PKK gel e, gel li vê derê” ve timî ruhê xwe dide jiyan kirin. Ku nav û zimanê wî jî hat qedexe kirin. Mala wî/ê li ser wî/ê hat rûxandin, lê li gel vê jî serî netewand…
Eniya kesên berxwe didin vekiriye, zehmet e lê bi meşa xwe ya şanaz biwate ve dîrokek, destanek vejînê şikl digire…
Ferqa herî mezin bi hêza wateyê ve hat afirandin
Tê behs kirin ku pêşiyê gotin hebû, lê ma gotin çi tîne ziman? Ma eger wate neba wê gotin heba? Eger tişta gotinê binirx dike u diafirîne wate be, nexwe divê bê gotin ku pêşiyê wate hebû.
Di gerdûnê de yekane hebûna ku diaxive mirove, lê eger hebûnên din nekarin biaxivin ev nayê maneya ku wateya wan tineye. Wekî ku Rêber Apo di manîfestoyê de destnîşan kirî “wateya xwezayê di diyalektîka wê de ye.” Ne mutleqiyet, guhertin-veguhertin û cihêrengî esas e. Di saya diyalektîkê de cihêwazî, cihêrengiya sirûştê pêktê. Eger cihêrengî tunebe xweza jî nabe. Nexwe çiqas cihêwazî çêbibe ew qas wate pêktê.
Eynî wekî di gerdûnê de di dîroka Kurdistan u mirovahiyê de jî PKK ferqa herî mezin e, çavkaniya herî mezin a wateyê ye. Di gerdûnê de cihêrengiya ku bi pêvajoyên xwezayî ve pêşdikevin, di PKK’ê de bisaya rastiya Rêbertî pêkhatiye u pênaseya herî bedew û herî biwate jî Rêber Apo kiriye. Ji tevgerek bêhempa re wateyek bêhempa ya wekî roman, helbest, stran aniye. Her roman bêemsal e, her helbest, her stran… Lê bi gotina “dawiya wê nehatî” ve bibîrxistiye ku hîna azadî nehatiye bidestxistin û rizgarî pêknehatiye. Hem kelecan û meraq çêdike u hem jî aniye ziman ku ev tevger bi keda her kesî/ê ve şikl girtiye û ber bi bêdawiyê ve dimeşe.
Dawiya her tiştê ku destpêka wê hebe heye; ji tişta ku destpêk û dawiya wê tine re, “ji mêj ve-hetahetayî” tê gotin.
Ev pênaseya ku ji bo tişta ji mêj ve û hetahetayî tê kirin, ji bo PKK’ê tam bersiva xwe nabîne, ji ber ku destpêka wê bi kedek awarte ve hatiye afirandin, divê mirov nekeve înkara vê.
Li gel ku destpêkek PKK’ê heye lê bêje dawiya wê tineye ev ji meseleya nav, rêzikname wêdatir, bi nasname, kesayet, şêwazê jiyana nû, fikr û cîhana wê ya felsefeyê ve girêdayî ye. Ji ber wê sedemê li gel ku PKK hatibû fesh kirin jî, lê bi şiklê “ne dawiyeke destpêkek nû” ve, hatibû pênase kirin.
Gotinên Rêber Apo yên “romanek bêdawiye, helbesteke, straneke” ji bo PKK ya ku timî derî ji destpêkên nû re vedike kirî, evînek pir mezin vedibêje. Çima gotinên ku ji bo eşqên mezin tên vegotin ji bo partiyekê tê gotin? Dema ku ji aliyê formel ve bê mêze kirin pêkane ku ev cure gotinên ku ji bo partiyekê hatîn gotin, ji aliyê hinekan ve wek fanatîzm bê şîrove kirin, lê çawa ku PKK ne forma partiyek kevnar be, ev gotin jî ji bo aliyê formel ê PKK’ê, nehatine gotin.
PKK ji zayîna xwe û pê ve nebû partiyek kevnar. Ji partiyên cur be cur, ên ku tekoşîna sosyalîzmê didan bandor bûye, lê bi aliyên xwe yên xweser ve ciherengiya xwe daniye holê. Eger wiha neba wê aqûbeta wê jî wekî ya wan partiyan ba. Qasî pêwendiya vê bi pêşengtiya ku ji tekoşîna gelekî re dikir ve girêdayî ew qas jî bi rastiya Rêbertiya ku ew afirandî ve girêdayî ye.
Bîranîna Helebê: Ji sar û seqema beton ber bi germahiya rojê ve
PKK di eywanên debdebe de, li ber qelebalixiyek mezin ava nebûye. Mîrateyek wê ya amade jî tinebû. Di avahiyek gund de bêdeng, veşartî hatiye ava kirin. Û hema li pêy îlan kirina wê jî, xwestine bi êrîşan ve yekser tune bikin. Dema ku Rêber Apo li dijî vê cih guherand derveyî kuryeyek hêja li ba Wî ti kes tinebû. Gava ku mirov vê rewşê ji devê Wî dibihîze wê demê hê baştir fahm dike, ka PKK bi ked, sebrek çawa ve û xwestine bi kîjan fedekariyan ve biparêz in?
“Hûn nizanin sebr bikin, dema ku ez di 1979’an de derketim derveyî welat, pêwendiyek ji benê pembo jî lewaztir hebû. Em di meha Kanunê de çûbûn Helebê; hewa sar, wekî qeşayê bû.
Otela ku me qebul bike tinebu. Em hetanî saet 12’ an geriyan, me otelek jî nedît. Hewa sar bû, nasname tune, dostek jî tune û mal tineye…. Em çûn taxa Fîlîstîniyan me li deriyekê xist, lê zilam ji xewa xwe hişyar nebu; ew jî vala çû. Herî dawî jî di araziyek derdorê de cihê dibistanekê hebû, em çûn wê derê. Klubeyek pir gemar a kalekî hebû. Em ketîn nava wê. Me hewlda li ser kincek qirêj ku mirovî ne dikarî bêje betaniye jî xwe bigihînin şefeqê. Min nekarî rakevim, beton wekî qeşayê bû. Vaye sefera me ya Helebê wiha bû. Em roja piştre hatin Kobanî yê…”
Bîranîna Helebê ya Rêbertî behsa afirandina PKK’ê ya bi ked û sebrek çawa ve çêbûye vedibêje. Li hember faşîzma 12’ê Îlonê berxwedana zîndanê, tekoşîna gerîla û berxwdana Îmralî… Hemû pêvajo berhemê sebr, ked û fedekariyê ne. Her çiqas destpêka her pêvajoyê bê wateya zayînek nû jî, Rêber Apo bi vegotina sê zayînên bingehîn ve rastiya PKK’ê û Rêbertî vegotiye. Zayîna fîzîkî ya her mirovî/ê heye û bi pêvajoya xwe afirandinê ve nasnameya xwe ya esas qezenç dike. Di cihana fikrî de ji bo kesên ku nekarin zayîna xwe ya duyemîn pêkbînin cih tineye. Zayîna 3’emîn jî karê her kesî/ê nîn e. Rêber Apo pêvajoya Îmraliyê wek zayîna 3’emîn pênase kir.
Xwe ji nû ve welidandin!
“Yê ku hişk li beramberî herikînê bisekine, wê li ber herikînê biçe.” (Rêber Apo)
Hetanî ku armanca mezin û li gorî wê hêza fikrê mezin tinebe, pêkhatina zayînek cuda ne pêkan e. Di Rêbertî de her zayîn karê eşqek mezin e. Fexredîn Iraqîyê ku sedsala 13’an de jiyan kirî ji bo ku berztiya evînê vebêje, gotiye “La îlahe îllah-eşq.” Helbesta me ya herî xweşik, romana me, strana me, azadiya ku bûye evîna me ya herî mezin vedibêje. Lê PKK’ê bi mesafeya ku ji Newroza 1998’an u hetanî niha girtî ve ku Rêbertî gotibû hîna temam nebûye, em gihiştîn sala 2025’an a ku gotî mîsyona xwe temam kiriye. Yên ku tenê wek organîzasyonek siyasî li PKK ya ku rola xwe ya dîrokî bi hêjayî bicih aniye û li paş xwe mîrateyek bêdawî hiştiye dinêrin, wê nekarin rastiyê fahm bikin. PKK roman, helbest, strana azadiyê ye; nebe nabeya siyasetê ye, ma wê çawa di zeman û mekan de bê bicih kirin? Afirandina nasname, kesayet û jiyanekê tenê ne karê siyasetê ye. PKK di siyasibûna gelê me de jî rola sereke leyîstiye, lê zayîna ji nû ve yanî Ronesans ji siyasetê zêdetir karê felsefe û wêjeyê ye.
“Xwe afirandin” karê herî zehmet ê cîhanê ye. Ne bûye, xilas ne bûye û temam nebûye; berdewamiya wê heye. Nexwe ji bo ya pêkhatî-xilasbûyî û temam bûyî re dikare çi bê gotin? Ev rewş dikare bi şiklê gihiştina dawiyek tê zanîn û tê hedef kirin bê pênase kirin ku ji vêya re “xwe pêkanîn” tê gotin. Rewşek kamilbûnê ye.
Kamilbûna piştî xwe afirandinê jî dibe çalakiya xwe carek din nû kirin û hema ji nû ve zayînê. Di mîtolojiyê de behsa xwe afirandina 3 caran a Çûka Anka ku Sîmurg jî tê gotin tê kirin. 3 caran dinya dîtiye, zanyariya 3 cîhanan di xwe de kom kiriye û piştî ku 3 caran xwe şewitandî şûnve carek din xwe ji xweliya xwe ji nû ve afirandiye. Xwe afirandin karek ew qas zehmet e; hetanî ku mirov şewitandina ku dibe xwelî nede berçavên xwe ji nû ve afirandin ne pêkan e. Rêber Apo zirûfê zayîna ji nû ve bi şiklê “baskbûyîna li ber kendalê” ve pênase dike. Hetanî ku tu neyê ber keviyê pêdiviya baskbûyînê nabînî, eger wê di zinar de bikevî û wê dawiya tê bê. Yek jî dema ku mirov ji zinar dikeve rewşa ku mirov bi çiqilek darê ve asê bimîne jî heye. Gotina di navbera de mayîn vêya vedibêje.
Asê mayîna ku di pirsgirêkên paşerojê de tê jiyan kirin, xwe nû nekirin, rewşa dubare kirina timî… JHer hal ji vêya mezintir cefa nabe.
Rêber Apo ji bo pratîka dubare kirinê biwêja “Ezaba Sîsyphos” bikaraniye.
Odysseus, Sisyphos’u ku Hadesê dîtî wiha pênase dike:
“Min Sisyphos’u dît, dema ku îşkenceyên tirsnak dikişand;
Latek mezin bi du cengên xwe ve girtibû û bi mil û lingên xwe ve xwe palda bûyê
Timî lat ber bi girekê ve dahf dida,
Vaye lat wê tam gihiştiba ser gir, wê gotiba temam û ji bo gihiştina gir qasî tiliyekê mabû, lê;
hêzekê ew ber bi paş ve dahf dida, carek din hetanî jêr gindir dibû,
Lat bibû bela, lê li gel ku di nava xwîn û xwêdanê, toz u duxanê de mabû li ser wê jî bi hemû masûlkeyên xwe ve lat ji nû ve dahf dida…”
Li gel vê îşkenceyê jî Sîsyphos bêzar nedibû. Lê di encamê de tişta ku dihat jiyan kirin bêwatetiyek bû. Bêyî ku xwe nû bike wate afirandin û veguherandina vê ya ji jiyanek nû re ne pêkan e.
Wekî ku di Cejna Newrozê de tê dîtin xwe nû kirin, di serî de gelê Kurd di kevneşopiya gelek gelên cîhanê de bi biharê re bûye yek. Ji bo xwe nû kirina civakê ya bi xwezayê re vexwandineke.
PKK ya ku rêûresma Newrozê bi naverokek şoreşgerî ve veguherandî kevneşopiya berxwedanê, bi pratîk rexne-rexnedayînê ve xwe nû kirin kiriye rewşek timî. Li gel vê jî aliyên dogmatîk-kevneperest ên di hundirê me de pêşiya xitimandin û dubare kirinan vekiriye. Rêber Apo got dogmatîzm jî cureyek deshilatdariyê ye û tekoşîna bi wê re, tekoşîna bi desthilatdariyê re ye.
Bandorên desthilatdarî yên wekî dogmatîzmê pêşiya herikîna roman, helbest, stranan girtiye. Ji bo vê jî nebesiya di demokrasiyê de hatiye nirxandin û kiriye navenda nûbûyînê.
Guhertina çarenûsa çîrokê!
Feraset, jiyana sosyalîzma demokratîk ji bo derbas kirina astengiyên pêşiya jiyana di tehma roman, helbest û stranan de bê derbas kirin bûye dermanek rasteqîn. Ev destwerdana Rêbertî bi paradîgmayek nû ya ku çarenûsa hemû mirovahiyê diguherîne ve pêkhatî û ji ferd hetanî civakê, ji rêxistinan hetanî gelan, her kes ji nû ve arasteyê fikirandin, şaşitiyên xwe lêpirsîn kirin û hilberandina çareseriyê kiriye.
Neteweyek ku dema tê kuştin jî kes xema wî nexwe; jiyana wî/ê bênirxe bûye dijminê xwe. Tê gotin “Yê herî baş kesê/a mirî ye…” Di bêdengiya gorê de terkî rizandinê hatiye kirin. Û yê ku dibêje “ez kî/ê me” bi yek lêpirsînê ve serî radike. Rixmê her tiştî jî ev darizandina dîrokî ya gelê ku ber bi azadiyê ve dimeşe û dizane xwe biafirîne ye. Bi xwe darizandinê ve dest bi kar kiriye û bi kesên ku vê çarenûsê hejayî wî dibînin re ketiye nava hesabxwestinek dîrokî. Gelek kesan gotiye “Hûn çima ew qas zor didin xwe?” Dema ku em bêjîn “Ji ber ku cîhana me li me pir tarî kirine” gelo wê maf bidin me û wê xwe bixînin liber lêpirsînê? Bêyî ku em bisekînin me hem xwe bêmerhemet xist ber lêpirsînê û hem jî kesên ku em ji me dizîn!
Lêpirsînên hundirîn çiqas bihêz bûne teyîsandina vê ya derve jî ew qas bihêz bûye û pêwendiyên navbera ferdan, gelan û civakan çawaniyek demokratîk qezenç kiriye. Di vê sayê de, her kesî/ê ku xwestibe mafê wê radest bike di romanê de cihê xwe girtiye, bi ruhek ku bûye haweyna helbest û stranan ve hem çîroka xwe û hem jî çîroka kolektîf têşe kiriye. Piştî ku çîrokê vebêjêrê/a xwe dît şûnve çarenûsa çîroka kêm hatî dîtin hatiye guherandin.
Ji ku derê, çawa li dinyayê tê mêze kirin girîng bû lê dîtina rastiyê û guhertina rastiyê ne heman tişt in. Ji bo derxistina naverastê ya rastiya welatek ku li ser wê beton hatibû rijandin û guhertina çarenûsa bimirin a ku li ser wê hatî ferz kirin, karê herî zehmet ê cîhanê bû.
Wê qanûnên serweran û wê mafê “înkar û tune kirinê” ya ku bi qanûnan ve tê parastin çawa hatiba derbas kirin? Tenê azweriyek azadiyê hebû. Di dest de derfetek cuda tunebû. Eger cih ne daba hêviyê jî wê bawerî bi vê anîban, ji ber ku bawerî û hêza Rêbertî ji vê derê dihat: “Ti qanûn nabe xwediyê hêzek li ser qanûna jiyana azad. Hêza herî mezin, qanûna jiyana azad e.”
Ji destana trajediyê ber bi destana azadiyê
Kurdistan wek yekûna êşan, qehremantiyan-îxanet û hemûyan welatê destanane. Gotina destan tê wateya egîdî yê. Lê her çiqas bi qehremantiyan ve tijî jî be, dawiya destanan timî bûye trajedî. Li pêy wê jî zêmarên biêş mane.
Her çiqas her çîroka di destanan de sernixûmî jî be dîrokekê vedibêje. Dîrokek winda bi trajediyan ve tijî bû, lê PKK’ê ew derxist naverastê. Bi dîroka winda ya derketi naverastê re dest bi nivîsandina dîroka azadiyê hate kirin. Nasname û kesayeta wê/î hat çêkirin. Ji ber vê sedemê jî her dahûrandina Rêbertî taybetmendiya romanekê dihewand. Her cure karakter hat pênase kirin. Bingeha dîrokî-civakî ya her kesekî/ê û hetanî cîhana wî/ê ya hundirîn analîza wê hat kirin. Lê wek tam romana wê hîna nehatiye nivîsandin. Di tehma helbest û stranekê de bû. Ev helbest û strana azadiyê jî tam negihişt encamê. Eynî wekî dîroka hatî qezenç kirin lê hîna nehatî temam kirin… Her çiqas PKK’ê bi leyîstina mîsyona xwe ve rola xwe temam jî kiribe lê hîna wêjeya wê ya ku armanca wê ya esas vedibêje nehatiye temam kirin, ji ber ku tekoşînek azadiyê ya ku pêwîste bê qezenç kirin li pêşiya me ye.
Rêber Apo ev gotinên ku aliyekê wê di rê de û aliyê din jî bêdawitiyê vedibêje di axaftina xwe ya 21’ê Adara 1998’an de wiha aniye ziman û di “Pirtûka Evîna Kurd” de hatiye weşandin:
“Mezopotamya, xuya kirina jiyana li kuntarên Zagrosan, welatê bihûştê ya ku hemû pirtûkên pîroz xwestine bînin ziman, piştî tufana Nuh bûye qada jiyanê. Di van xakan de mirov bi azweriyên xwe yên azadiyê ve jiyan kirine. Belkî jî naşibe tu welatan. Belkî ya ku hatî nivîsandin naşibe ya di tu pirtûkan de. Belkî di pirtûkan de jî nehatibe nivîsandin. Lê şerek azadiyê heye. Eger pirtûka wê nehatibe nivîsandin, her hal ji ber ku rizgariya wê temam nebûye. Eger ew pirtûkên hatin nîvîsandin di niviya de mabin, ew jî ji ber nebûyîna tam a rizgariyê ye.
PKK roman, helbest û straneke ku hîna dawiya wê nehatiye…
Axaftina beriya nivîsê, dilsoziya ji rastiya çalakiyê re ye û ji cewherê dîrokê re jî dibe bersivek. Ne hêsan e ku mirovahî ji bo mirovahiya ku di dergûşa xwe de hewandî, jiyanek ku ez nabêjim girtina jiyanek ji gorê xirabtir lê derveyî jiyanê qebûl dike. Ev pir zehmet e. Kanê mirovahî di vê derê de hatibû ziman, kanê di vê derê de qanûnên pêşiyê hatibûn nivîsandin, kanê di vê derê de hêviyên pêşiyê hatibûn ziman. Kanê her ku temasî xakê dihat kirin berhemek dihat ziman. Heywanên pêşiyê hatibûn kedîkirin, nebatên destpêkê bûn dexil û dan, xistin embaran. Gund û bajarên pêşiyê di vê derê de hatin ava kirin. Dewlet cara destpêkê li vê derê ava bû. Helbest û stran cara ewilî di vê derê de hatin çêkirin. Hestên destpêkê di vê derê de bişkivîn. Di hinek deveran de rastiyek çînî çêbû, hinek ji wan bûn împaratoriyên koledar ên destpêkê. Qanûnek aşîretê çêbû û hîna bi hemû hêza xwe ve berdewam dike. Lê tiştek din jî çêbû, wekî ku ew hemû çênebûne bû qada jêçûyî.
Niha nasnameya mirovahiyê nemaye, hêviya wî nemaye. Ev nakokiya mezin çawa çêdibe? Hem wê bibe dayîknîştîmanê hemû destpêkan û hem jî wê ti berhem nemînîn. Divê ev nakokî bê çareser kirin. Cihê ku Destana Gilgamiş, hevaltiya destpêkê çêbû, niha bûye qada meşê ya xayînê herî xedar. Hem jî pêwîste em vêya di nava xwe de çareser bikîn. PKK ji bo vê bûyerek mezin e, cihê çareserî û bedewiyê ye.
Ev dîroka mezin çawa ket vê rewşê?
Eger bibe wê carek din çawa vegere dîrokek vejînê? Vaye, çavkaniya kelecanê vê derê ye. Di cihê ku xezîne winda bibe de lêgerîn çêdibe. Mirovahî cihê ku hatibe cîhanê, li ser kokên wî tê lêkolîn kirin û eger bê dîtin jî wê li wê derê bê dîtin. Di Emerîka, Rusya, Sîbîryayê de nayê dîtin, navend vê derê ye.”
Vaye dema ku Rêber Apo ev dahûrandin dikir ev pênaseya mezin a PKK’ê jî kir. Qasî taybetmendiya tijî hest a wan gotinan tê dîtin ku gelê me bi dîroka xwe ve, erdnîgarî û taybetmendiyên xwe yên civakî ve ji nirxandinek şênber a di nava hev de diwelide.
Di dawiya vê pênaseyê de dibêje ku “tişta hatî winda kirin divê cihê ku winda bûyî bê gerandin.” Çareseriya siyasî ji kesî hevî neke, kûrahiya felsefî di pirtûkan de negere, pêwîste li vê derê ronakbiriya entelektuelî, çavkanî, ziman û şêwazê huner-wêjeyê bigire; çareserî jî meseleyê jî di xwe de bigere û veguhere cewherê.
“Beriya ku romana Kurd bê nivîsandin divê bê jiyan kirin!”
Zemînek ku PKK xwe bispêre tinebû. Ji bo ku ev bê fahm kirin pêwîstî pê heye ku bikurtasî çav biavêje şoreşên welatên cuda. Beriya Şoreşa Fransayê pêvajoya Reform-Ronesans û Ronakbiriyê ya Ewropayê hatibû jiyan kirin. Di pişt wê de gelek berhemên teorîk, wêjeyî, hunerî hene. Şoreşa Rus qasî analîzên teorîk ên mezin dahûrandinên feodaltî-koledarî yên nivîskarên wekî Çernîşevskî û dîrokek civakî ya mezin hildaye pişt xwe. Helbestvan û nivîskarên civakê bandor dikin ên wekî Puşkîn, Dostoyevskî, Tolstoy, Gonçarov, Çehov hene. Pêvajoyên dişibin vê di her şoreşê de hatine dîtin, lê dema ku dor tê Kurdistanê bi gotina Rêber Apo ve serdestan “her tişt çewisandine, tiştek nehiştine.” Ji ber vê sedemê jî hêzek entelektuelî yan jî siyasî ya ku xwe bispêre tineye. Derveyî hêza navxweyî…
PKK’ê hem ronakbiriya xwe pêkaniye hem jî jiyanek romanî ya ku romana xwe binivîse ava kiriye: “Navê wê partiyeke, lê ji serî û hetanî neynûkê jiyanek nû ye!”
Bi rastiya Rêbertî re ev jiyan çawa hatiye ava kirin îfadeya xwe dîtiye. Ji ber vê sedemê jî neşibiya hinek din. Yên ku di roja me de jî bi qalibên jiber kirî re mêze dikin di fahm kirina pêvajoya ku em jiyan dikin de zehmetiyê dikişînin. Halbukî di wexta ku îdîa dikirin bi Komploya Navnetewî ve her tiştî xilas bûye de, Rêber Apo bi bangawaziya aştiyê ve pêvajoyek nû da destpêkirin û bi vî awayî taritiya komployê belav kiribû. Wê demê jî pir kes û derdoran wate ne didan vê, sûcbariyên cur be cur dikirin. Lê Rêber Apo bi biryardariya dîrokî ve kefenê ku komplo dirûtî çirand avêt û pêşiya şerek ku sedan salan berdewam bike girt. Ev seknek Rêbertiye û bi paradîgmayek nû ve gihiştiye roja me. Di vê sayê de PKK bûye tevgera milyonên ku bawerî bi Rêbertî tînin û bi bîranîna neheje ya bihezaran şehîdan ve gihiştiye hêzek manevî; bûye wesîîeya çandek nû ya ku mirovahiyê bandor dike.
Çima roman, helbest û strana PKK’ê ji mirovahiyê re cazîb tê? Ji ber ku nirxên windabûyî yên mirovahiyê di cihê ku winda bûyî de derxistiye naverastê û ji nû ve radestî mirovahiyê kiriye. Ji ber vê sedemê piştî ku mîsyona xwe ya dîrokî leyîst şûnve wek formel (şêwaz) fesha wê pêkhatibe jî nivîsandin û vegotina roman, stran û helbesta wê berdewam dike. Rêber Apo ji bo ku vê ferqê bîne ziman nirxandinek wiha kiriye:
“Strana her kesî/ê heye, strana me jî ev e. Stran û awazê her kesî/ê heye; xwe di nava wê de dibîne, jiyan dike diçe, strana me jî wiha ye. Her ku diçe daîmî dibe, kûr dibe, guhdar dike, dide guhdar kirin, berdewam dike û diçe. Stranek jiyanê ye qasî trajîk e ew qas jî dide kenandin, qasî biêşe ew qas jî bizewqe, qasî xilas dike ew qas jî dide jiyan kirin…”
PKK’ê kesayetên melodiîk afirand; karakterên xas ên her demê çêbûne. Karakterên ku pişta xwe bidin hemû nirxan jî derketine. Lê karakterên ku hemû bedewiyan di xwe didin jiyan kirin domînant û daîmî bûn jî hene. Ji hemû karakteran re kesayetên mînak çêbûn. Ji ber vê sedemê Rêber Apo pîvan danîn pêşiya me got: “Wê mêr kesayeta Kemal Pîr, jin jî kesayeta Zîlan ji xwe re mînak bigirin.” Û got: “Hûn divê yekoyek bibin Mem û Zînên ku têk neçin.” Destana Derwêş û Edûlê zindî kir, helbesta wê nivîsand û di dawiyê de jî got “mirin ji ku derê tê bila bê êdî ez xeman naxwîm, Kurdîtiya teqez û jiyana azad rastiyek ebedî ne.” Bi vî şêwazî pêwendiyên welatparêzî-azadiyê bi evîna bêmirin ve hat girêdan. Di dawiyê de êşek hundirîn ma. Ew jî hepskirina Îmralî ya Rêber Apo ye. Û hemû gelê me yê welatparêz û dostên me ji hundir ve fahm kirin ku hetanî ew dîwar ne hilweşin, wê jiyanek azad çênebe. “Yan jiyanek azad yan jî jiyanek azad.” Di vê romanê de jiyanek cuda tineye.
Rêya ku diçe eşqê
Li ser evînê gelek wêje hatiye kirin, lê her kes hîna negihiştiye nepeniya eşqê ya ku di PKK’ê de pêktê.
Mînak di ol de lêpirsîn kirin nabe, ji ber ku dibêjin ku lêpirsîn kirin eşqê dikuje. Di PKK’ê de hetanî ku lêpirsîn kirin tinebe eşq ne pêkane. Ji ber ku hemû rêyên eşqê hatine girtin, kirêtî û îxanetek ku eşqê tine dike tevî hemû ruhan kiribûn. Ji ber vê sedemê jî divê destpêkê rêya ku diçe eşqê hatiba paqij kirin, ruh hatiban rizgar kirin. Divê lêpirsîn kirin pir bihêz ba. Gotina Mevlana ya “eşq ne qasî tu hîs dikî qasî tu bişewîtî ye” di PKK’ê de hem ji aliyê ruhî ve û hem jî ji aliyê fîzîkî ve pêkhatiye. Her roj ji şehîdên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin”, hetanî kesên ku di oxira azadiyê de bedenên xwe dan ber agir, ji kesên xwe ji bombayan re kirîn sîper bigire û hetanî kesên ku di dezgexaneyên îşkenceyan de parçe bûyîn dan berçavên xwe, eşqek îspat kirî hatiye jiyan kirin.
Ev eşqa Hurem e, ya her kesî/ê ye û ya ti kesî/ê nîn e!
Evîna Babeke, êşa azadiyê qet natemire.
Eşqa Şêx Bedredîne, wekî baranê li ser dilan dibare.
Herî zêde jî dişibe evîna Xalac-i Mensur: “Di zîndanê de derwêşek ji Xelac bi gotina “Eşq çiye” ve pirsekî dike. Xelac dibêje “Tu wê îro, sibê û roja piştre bibînî ka eşq çiye.” Wê rojê wî qetil dikin. Roja piştre wî diavêjin agir dişewitînin. Roja sêyemîn jî xeliya wî berba dikin.
Rêbertî got “Eşqa ZÎlan.” Eşqa Kurd wiha pênase kir. Wiha roman, helbest, strana eşqa Kurd dest bi nivîsandinê hat kirin û wê bi pêvajoya aştî û demokratîk ve jî temam bibe. Ev ruh dide jiyan kirin û dide nivîsandin; ev ruh dide azad kirin.