Rêber Abdullah Ocalan di tevahiya qonaxên krîtîk de bêhtir bi hisên xwe tevdigeriya û gavên ku kes ne li benda wan bû, diavêtin. Bi saya hisên wî pênc sal xweş derbas bûbûn. Ti rê û rêbazeke din wê derketin û gavavêtina Koma Apocî bi vî awayî serketî nekiribûya. Heke komê kovarek derxistibûya yan jî belgeyeke nivîskî li pey xwe hiştibûya, teqez wê pir zû tesfiye bûbûya. Seba vê, rê û rêbaz gelekî giring e. Heke tu di cihekî tarî de bî, divê tu gava xwe rast biavêjî. Yanî divê tu gavavêtina xwe diyar bikî. Encama herî balkêş a vê ezmûnê ev e.
Herçiqasî em weke tevger ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bi rê ketibin jî di dema koma pêşî ya îdeolojîk de navên weke “Şoreşgerên Kurdistanê” û “Apociyan” ji bo me hatibin hildan jî ji roja damezrandinê ve bi awayekî fermî me navê PKK’ê (Partiya Karkerên Kurdistanê) bi kar anî. Yanî me ji xwe re got, Partiya Karkerên Kurdistanê. Lê ya rastî, diyardeyek bi vî awayî ya sosyolojîk, diyardeyeke bi vî awayî ya civakî tinebû. Lê me navê xwe partiya karkeran danî. Çima? Ji ber ku, li gorî sosyalîzma pêkhatî, li cem her gelî, li cem her neteweyê partiyek wisa hebû; ji Viyetnamê heta bi Kubayê, ji Rûsyayê heta bi Çînê li her welatî partiyeke wisa ya karkeran an jî kominîstan hatibû avakirin. Em di bin bandora wan de man û me dilê xwe bijand wan. Ango me xwest em jî weke wan bin. Me got, “Madem em jî neteweyek in, divê partiyek me jî hebe.” Heqê neteweyan ê diyarkirina çarenûsê, partiyeke bi vî awayî û dewleteke netewe ya xwe disipêre vê, ferz dikir. Me jî her tişt bi heman awayî bi van têgînan rave kir.
Çawa ku tê zanîn, partiyên bi vî rengî yên bingehê wan çînî, divê pîvaneke wan, armanceke wan, bernameyeke wan û wekî din jî rêbazeke wan a şer hebe. Ha stratejiya şerê rizgariya neteweyî ev e. Di teoriya sosyalîzma pêkhatî de ev hemû hene; yanî me ji cem wan hazir wergirt. Ya ku me yê bi tenê bikira ew bû, me yê ew rastî, li Kurdistanê tetbîq bikira.
Li Kurdistanê rêxistin û kesên din hebûn ji bo vê biceribînin. Mînak DDKO hebû, lê kir û nekir navê “Kurd” bi kar neanî. Wekî din jî di nîvê salên 1970’yî de ji bo avakirina partiyê wêrekî û degelî lazim bû. Hin şax û dûvikên PDK’ê li Bakur hebûn, lê bi bandor nebûn û bi ser neketin. Sekreterê wê yê pêşî Faîk Bûcak kes nizane kê ew kuşt; du sekreterên wê yên din Saît Kirmizitoprak û Sait Elçî bi hev dan kuştin. Me nav li van rêxistinan kiribû û ji wan re digot, “milletperestên prîmîtîv” yan jî “milletperestên bûrjûwaya biçûk”. Bi kurtî, me digot, “Em ê nebin weke wan” û bi vî awayî em bi rê ketin. Herçiqasî me armancên xwe hemû bi cih neanîn jî PKK’ê hebûna Kurdan misoger kir û bi vî awayî mohra xwe li dîrokê da. Dîrokê sedemên derketina holê yên PKK’ê, armanc û pêşbîniyên wê di çarçoveya bûyerên dîrokî de piştrast kiriye.
1-Bi PKK’ê Gavavêtina Hebûna Kurdan
Divê rewşa nîvê salên 1970’yî ji bo Kurdan baş were fêhmkirin. Xweînkarkirin û reva ji xwe gelekî zêde bû. Ya rastî, DDKO ji xwe direviya; ji navê ‘Kurd’ direviya, ev nav li xwe nedikir û xwe jê dûr dikir. Jixwe, çepgiran bi piraniya xwe, qala hebûna Kurdan nedikir û navê Kurd hilnedida û digotin; “Hê dema wê nehatiye” yan jî “kengî sosyalîzm hat avakirin em ê lê bifikirin.” Formulên wan ên çareseriyê ev bûn. Çepgir qaşo ew kes bûn, digotin, “Em di vê meseleyê de hene.” Rêxistinên milletperestên prîmîtîv diyar nebû çi dikirin û tu li wan bigeriya te ew nedidîtin. Tew ji bo şoreşgerên weke me, cih tinebû lê bisitirin. Ma qey em nediçûn cem rêxistinên milletperestên prîmîtîv, nîv-eşîr û nîv-feodal. Rêxistinên qaşo çepgir jî sosyal-şoven bûn; tew nedixwestin navê Kurd jî hildin.
Damezirînerê PKK’ê Abdullah Ocalan, ha di van şert û mercan de, salên 1970’yî xwest bi bandor gav biavêje û veguherîneke dîrokî pêk bîne. Salên 1969’an, wexta ku pirtûka bi navê Elîfbêya Sosyalîzmê xwendibû, gotibû, “Mihemed bi bin ket, Marks bi ser ket.” Lê hê ne di wê rewşê de bû, komekê ava bike, ber bi çepgirî yan jî milletperestiyê ve biçe. Xwe hinekî gurçûpêç kiribû û bi wê karîbû tenê gav biavêje nava dunya salên 1970’yî. Bi herdu aliyan re jî eleqedar dibû. Lê înkarê xwe li her derê alandibû. Te navê xwe jî bigota te yê her tiştê xwe ji dest bida. Jixwe karmend bû, ne mumkin bû ku xwe li tiştekî wisa rakişanda. Salekê li Amedê mabû û gelekî bandor lê kiribû, lê hê jî di wê astê de nebû ku tevlî tevgera Kurd bibe.
Piştî ku derbasî Stenbolê bû, çû cem DDKO’yê û bi vî awayî gava xwe ya pêşî avêt; têgîna “Kurd” li wir bi lêv kir. Cara pêşî Mûsa Anter li wir dît. Mûsa Anter li wir şîret lê kir û got, “Dewlet û çepgir bi hev ketine, em dikarin ji vê sûd bigirin û xwe ji navê derxin, em di vê pevçûna çepgir-rastgir de ji xwe re rêyekê bibînin û ji navê derkevin.” Mûsa Anter welatparêzekî ji can û dil bû. Jixwe ji ber ku wisa bû, ji aliyê kontrayan ve hat kuştin. Nisêbîn xwedî li bîranîna wî derdikeve û ev tiştekî gelekî hêja ye. Belkî jî piştî Şerê Cîhanê yê Diduyan welatparêzekî ciddî yê bi tenê bû. Wê wextê gotibû, “tevlî van karê bi tehlûke nebin, xwe biparêzin” bêguman ev gotina wî gelekî hêja bû. Partî ava nekiribû, lê bi wêjeyê hewl dida ji Kurdan re hin tiştan bibêje.
Bala xwe bidinê, ji înkar û revê zêdetir tiştekî din tineye. Dewlet hakimê her tiştî bû. Ji Başûr nûçeya kuştinê ya herdu Seîdan hatibû û lewma hêviyeke mirov ji wir bikira nemabû. Li Rojhilatê Kurdistanê Qasimlo hebû, ew jî di nava rewşeke bêçare ya bi heman rengî de bû. Di wê demê de kesî xwe nêzî Kurdbûnê jî nedikir.
Rêber Abdullah Ocalan jî tevî şert û mercên heyî xwest gav biavêje. Lewma çû civînekê ku Mahîr Çayan tê de qiseker bû û cara pêşî li wir li wî guhdarî kir. Mahîr Çayan di axaftina xwe ya li wir de gotibû, “Pirsgirêka Kurd heye. Heqê wan ê avakirina dewleteke cuda jî di navê de, divê em her heqê wan qebûl bikin.” Wekî din, li ber dûviktiya bûrjûwayê û pêkhênerên polîtîka revîzyonîst rabûbû û gotibû, “Ne ku em polîtîka revîzyonîst a bûrjûwayê, divê em bi şêweyekî şoreşgerî helwestê nîşan bidin.” Rêber Abdullah Ocalan piştî guhdarîkirina Mahîr Çayan gotibû, “Ha şoreşger divê wisa bin” û helwesta wî ya wêrek bandoreke mezin lê kiribû. Bi vî awayî kêfa wî ji Mahîr Çayan re hatibû.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di dawiya 1971’ê û serê sala 1972’yan de ji Stenbolê derbasî Enqereyê bû; ji Fakulteya Huqûqê ya Stenbolê derbasî Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê bû. Wê demê bi vî awayî bû, mirov dikarîbû ji fakulteyekê derbasî yeka din bibe, Mahîr Çayan û Huseyîn Cevahîr jî heman rêbaz bi kar anîbûn. Bêguman eleqeya wî ya ji bo siyasetê kiribû ku Fakulteya Zanistên Siyasî tercîh bike.
Adara 1972’yan, Mahîr Çayan û hevalên xwe, tevî hin kadroyên THKO’yê çalakiyeke giring pêk anîn. Armanca vê çalakiyê, rawestandina darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî bû. Tevî ku Deniz ne ji rêxistina wî bû, Mahîr bi vê çalakiyê xwest darvekirinê rawestîne. Wexta ku 30’ê Adarê Mahîr û hevalên wî li Kizildereyê şehîd bûn, bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan li Fakulteya Zanistên Siyasî çalakiyeke boykotê hat kirin. Di vê çalakiyê de Rêber Abdullah Ocalan hat girtin û bi qasî heft mehan li Girtîgeha Mamakê girtî ma. Di pêvajoya girtîmanê de rastiya şoreşgerî bêhtir ji nêz ve nas kir.
Mijdara 1972’yan, ji ber kêm delîlan hat berdan. Li Enqereyê li nêzî Anitqebrê (Qebra Mistefa Kemal) tevî du hevalên xwe xaniyek kirê kir. Li vir jî hûrûkûr bi meseleya Kurd daket û di warê fikirî de bêhtir kûr çû. Di vê çarçoveyê de fikira “mêhtingeriyê” ango Kurdistan mêhtingeh e, li cem wî bêhtir zelal bû.
Rêber Abdullah Ocalan, paşê Hakî Karer û Kemal Pîr nas kirin û derbasî mala wan a li Bahçelîevlerê bû û bi wan re ma. Fikira “Kurdistan mêhtingeh e” her ku çû li cem wî zelal bû û weke tezekê di qonaxa dawî de bû. Hinekî xwendibû û hinekî jî bûbû xwedî tecrûbe. Li ser vî bingehî gihişt biryarekê û got, “Ez ê bi vê fikirê di vê meseleyê de ku pê re mijûl im, bikevim rê û bimeşim.” Em ji bîr nekin ku meseleya Kurd meseleyek wisa bû wê demê kesî newêrîbû qala wê bike û her kes jê direviya.
Rêber Abdullah Ocalan bû endamê DDKO’yê, lê nebû endamê Dev-Genc’ê. Beşdarî kongreya dawî ya DDKO’yê bû û cara pêşî li kongreyekê axivî. Wexta ku cara pêşî çû DDKO’yê Hikmet Bozçali serok bû. Li gorî rêzê, Necmettin Buyukkaya û Mehmet Tuysuz bûn serok. Rêber Abdullah Ocalan di axaftina xwe ya li kongreya DDKO’yê de got, “Em nebêjin meseleya Şerqê em bibêjin meseleya Kurd” û ev gotina wî bû sedema şik û gumanê. Ji ber ku gotina Kurd qedexe bû, her kes difikirî ku ‘tenê provokator dikarin bi kar bînin.’ Lê Rêber Abdullah Ocalan pir bi wêrekî têgîna Kurd û Kurdistanê bi kar anî.
Dr. Hikmet Kivilcimli peyamek ji kongreya DDKO’yê re şandibû. Di wê de digot, “ewladên leheng ên Mezopotamyayê.” Rêber Abdullah Ocalan ev têgîn jî li ber çavan girt û têgîna “Kurdistan mêtingeh e” bi kar anî. Heta wê wextê her kesî têgînên weke “Rojhilatê Anatolyayê” bi kar dianîn. Lê Rêber Apo pênasekirin û navlêkirinek bi kar anî ku heta wê demê kesî bi kar neanîbû.
Rêber Abdullah Ocalan êdî têra xwe pijiya bû, û piştî ku vegeriya Enqereyê bi hevrêyên xwe Hakî û Kemal re têkiliyeke gelekî ji dil, mîna biracaniyê danî; têkiliyek mîna yekîtiya çepgiriyê bû. Asta fikirî ya ku gihiştibûyê û xwe tê de zelal kiribû, xwest bi wan re parve bike. Lê fikirî ku ya rast ew e, vê fikira xwe, pêşî bi ciwanekî Kurd re parve bike. Wê demê li cem wan xortekî ji Dersimê hebû, navê wî Îbrahîm bû. Got, “her çawa be, ji zemînekî tertele û tevkujî dîtî tê û ji her kesî zêdetir ew ê alîkar be.” Bi vî awayî fikirî û jê re got, “Kurdistan mêhtingeh e” û wexta ku wisa got, hema bêje, ji xwe ve çû, bêhiş ket. Paşê ev fikira xwe ji hevalên din re rave kir û li ser vî bingehî xebata xwe ya ji bo çêkirina komekê bi pêş xist.
Têgihiştineke xweser a Rêber Abdullah Ocalan a xweveşartin û ewlekariyê hebû. Çawa ku di tevahiya jiyanê de gelekî hesas bû, di vê babetê de jî têra xwe baldar bû. Bi her kesî re yek bi yek têkilî datanî û fikira xwe bi wan re parve dikir. Welê yeqîn dikir ku heke kesên din kirinên wan bibihîsin, her tişt wê biqede, neçe serî. Lewma mirov çawa ku di guhê hinekan de bi pistepist bipeyive wisa bi dizî xeber dida. Koma Apociyan tevahiya pênc salan hîç qeydeke nivîskî negirt, tenê bi gotinê kar û xebatên xwe meşandin. Bi saya vê rê û rêbazê, heta bi sala 1977’an îstîxbarata Tirkî MÎT’ê ew neşopandin. Tevahiya pênc salan dewletê texmîn nekiribû ku wê Rêber Abdullah Ocalan komekê damezrîne.
Rêber Abdullah Ocalan di tevahiya qonaxên krîtîk de bêhtir bi hisên xwe tevdigeriya û gavên ku kes ne li benda wan bû, diavêtin. Bi saya hisên wî pênc sal xweş derbas bûbûn. Ti rê û rêbazeke din wê derketin û gavavêtina Koma Apocî bi vî awayî serketî nekiribûya. Heke komê kovarek derxistibûya yan jî belgeyeke nivîskî li pey xwe hiştibûya, teqez wê pir zû tesfiye bûbûya. Seba vê, rê û rêbaz gelekî giring e. Heke tu di cihekî tarî de bî, divê tu gava xwe rast biavêjî. Yanî divê tu gavavêtina xwe diyar bikî. Encama herî balkêş a vê ezmûnê ev e.
Em li vir qala îllegalîteyeke teng nakin; divê ev rêbaz weke meşeke rast, mezinbûneke gavbigav û şanebişane were fêhmkirin. Ev tiştekî wisa ye, mîna ku tu tovekî bixî bin axê, ew bibe şitil û mezin bibe. Heke tu hêkê nexî bin kurkê, çêlik jê dernakevin. Piraniya kadroyan weke rêbaz kurkketinê şaş dikin, lewma xira dikin, dirizînin. Rêbaz û şêwazê Rêber Abdullah Ocalan xira nake, narizîne. Şêwazekî şaş nameşîne. Mînak, projeyek, pêşnûmeyek hebe, pêşî dihêle heta ku bisitewe. Li mişarê dihêle, li bendê dimîne bibe şitileke temam û paşê di xetê de diçîne. Ha ji ber vê, di dema damezrandina PKK’ê de guftûgo hatiye kirin “gelo bila bibe rêxistineke ciwanan an jî bibe partî.” Yanî ji bo ti tiştî wisa bi carekê û bi hêsayî biryar nehatiye dayîn.
Sala 1974’an, wexta ku ciwanên hîndekariya bilind li Enqereyê xwe bi rêxistin dikirin, Rêber Abdullah Ocalan weke Serokê ADYOD’ê (Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqereyê) hatibû hilbijartin. Li wir cudahiyek weke Kurd û Tirk tinebû û namzetê Dev-Genc’ê hevrê Abdullah Ocalan bû. Namzetê din jî Taner Akçam bû. Heye ku xwendevanan bi sedema fedekarî û duristiya Rêber Abdullah Ocalan ew tercîh kiribûn. Ya din jî Rêber Apo namzetê Fakulteya Zanistên Siyasî bû, Taner Akçam jî namzetê Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn bû. Di encamê de Rêber Apo bi ser dikeve. Apocî di nava ADYOD’ê de komeke piçûk a çepgir bûn û digotin, “Kurdistan mêhtingeh e”. Rêber Abdullah Ocalan ji rastiya fikirên xwe piştrast bû.
Koma Apoyî di Newroza 1973’yan de bi civîna li Bendava Çûbûkê hatibû damezrandin. Ev, gava pêşî ya ji bo pêkhatina komê bû. Ji vê civînê jî belgeyeke nivîskî tineye û ev jî bi armanca tevdîr û ewlekariyê ye. Li gorî wê rojê, tinebûna defter û qelemê tevdîrek e. Beşdar jî nizanin wê civîn çêbibe. Ji wan re gotibû, “Îro Newroz e, de em herin Bendava Çûbûkê” û bi vî awayî li wir civiyabûn. Bi vî awayî hatina cem hev jî tevdîrek e. Jixwe, ji bilî Rêber Abdullah Ocalan kes nizane bi armanca pêkanîna komê civîn wê were lidarxistin. Û piştî civîna li Bendava Çûbûkê hat eşkerekirin ku êdî ew kom in. Ji ber ku belgeyeke nivîskî tineye, kes nikare îsbat bike ku ew bûne kom. Yanî kesî nikarîbû bigota, “we komeke Kurd ava kiriye.” Ji ber ku belge û îsbata wê tinebû.
Dema ku PKK li gundê Fîsê tê damezrandin jî tê guftûgokirin, “gelo em rêxistineke ciwanan an jî partiyê ava bikin”. Axir, di encamê de biryar didin partiyê ava bikin. Ji bo beşdarbûna kongreyê ji gelek deverên Kurdistanê beşdar hatine destnîşankirin. Beşdar li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê kom dibin. Wî wextî Pêşnûmeya Bernameyê û Manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê hatine amadekirin. Pêşnûmeya Bernameyê weke bersiva şehadeta hevrê Hakî hatibû amadekirin. Beriya van, belgeya bi tenê ya nivîskî, pêşnûmeya ku Rêber Abdullah Ocalan zivistana 1975-76’an bi hevrê Xeyrî Dûrmûş dabû nivîsandin e. Ev pêşnûmeya ku wê paşê di warê xebatên fikirî de rêzanî bikira, veşartî hat hiştin û weke materyaleke nivîskî nehate çapkirin. Lê di çarçoveya fikirên vê pêşnûmeyê de bihara 1977’an li navendên sereke yên Kurdistanê civîn hatin lidarxistin û namzetên kadrotiyê beşdarî van civînan bûn. Piçûk û mezin bi qasî pêncî civînî pêk hatin. Bi van civînan armanc pêkanîna bingehê rêxistinê bû. Li ser bingehê van civînan, 26-27’ê Mijdara 1978’an, bi civîna li gundê Fîsê biryara partîbûnê hat dayin. Herçiqasî derbarê naveroka partiyê û navê wê de demekê guftûgo hatin kirin jî di dawiya dawî de li ser navê PKK’ê (Partiya Karkerên Kurdistanê) biryar hat dayin. Di vê de jî ji Viyetnamê bi bandor bûbûn. Hewce bû ku navê Partiyê hebûya. Ji ber ku înkareke gelekî dijwar hebû.
Jixwe hê mehek nebûbû ku navê partiyê bi awayekî fermî hatibû ragihandin, li rojavayê Firatê komkujiya Mereşê ya bi armanca kokqelandina Kurdan pêkanîn û di vê çarçoveyê de li Kurdistanê rewşa awarte ragihandin. PKK’ê weke partî di warê rêxistinî de hê xwe baş gurçûpêç nekiribû, darbeyeke nû ya eskerî gav bi gav amade dikirin. Gulana 1979’an li Elezîzê endamên rêxistinê hatin girtin û ji nava wan Şahîn Donmez li ser rêxistinê da. Xiyaneta Şahîn Donmez bandoreke giran kir. Di vê rewşa pêxîrtengî de, Rêber Abdullah Ocalan Tîrmeha 1979’an di sînorê Tirkiyê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û çû bajarê Kobanê. Darbeya eskerî ya nû ku bi komkujiya Mereşê gavên wê yên pêşî avêtin, 12’ê Îlona 1980’yî pêk hat.
Wexta ku darbeya eskerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yî pêk hat, Rêber Apo li Rojhilata Navîn, li Lubnan-Sûrî bi rêxistinên Filîstînê re hewl dida têkiliyên xwe xweş bike. Di vê rewşê de li dijî darbeyê, ji bo demekê kadro vekişandin, wî ew kom kirin, ew perwerde kirin û ji bo ji nû ve wan bişîne welêt, ew gurçûpêç kirin. Li welêt jî sala 1981-82’yan Berxwedana Mezin a Zindanan bi pêşengiya hevrê û heval Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş û Sakîne Cansiz pêk hat. Li qada Rojhilata Navîn Konferansa 1’ê ya PKK’ê û li ser bingehê Kongreya wê ya 2’yan, xeta teorîk û stratejîk a têkoşînê li dijî Darbeya 12’ê Îlonê hat bipêşxistin û perwerdeyeke zêde ya kadro-şervanan hat meşandin. Çawa ku piştî darbeya eskerî ya 12’ê Adara 1971’ê xebateke pêşengî û biserhevdeanîna ciwanên şoreşger ên li Enqereyê hatibû kirin, bi awayekî mîna wê, piştî darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’yî xebatek li Rojhilata Navîn ji bo biserhevdeanîna rêxistinên Kurd û Tirk û di bereyeke antî-faşîst de anîna wan a cem hev, di asta pêşengiyê de hat meşandin. Ezmûn û daneheva derketibû holê, ji Payîza 1982’yan û pê ve şand welêt û li dijî darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê berê wê da berxwedana gerîla.
Tevî her awa şêweyên şaş ên di pratîkê de ku tevger bi paş ve dixistin, hewldana nû ya ku Rêber Apo xist dewreyê, bi çalakiyên li Dihê û Şemzînanê yên 15’ê Tebaxa 1984’an bi berxwedana gerîla di pratîkê de bi gewde bû. Bi pêşengiya Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) berxwedana gerîla ji zor û zehmetiyan hemûyan bihurî; di demeke pir kurt de bandoreke mezin li gel kir; zemînê gerîlabûn û cephebûnê çêkir. Rêber Apo bi xwe Akademiya Mahsûm Korkmaz bi rê ve dibir. Li wir, perwerdeyeke zêde ya teorîk, îdeolojîk û eskerî dida. Bi têkoşîna li vî warî, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê her awa çetetî ji nava xwe birin û bi vê performansê sala 1990’î karîbûn gel rakin serhildanê û şoreşa vejîna neteweyî pêk bînin. Serhildana gelê Kurd a bi pêşengiya jinê, di heman demê de radigihand ku şoreşa azadiya jinê jî dest pê kiriye.
Rêber Abdullah Ocalan, encamên hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di serê sala 1990’î de û piştî Şerê Kendavê Şerê Başûrê Kurdistanê yê di Cotmeh û Mijdara 1992’yan de tehlîl kirin û li ser vî bingehî nêzîkatiya Serokkomarê Tirkiyê Turgut Ozal jî li ber çavan girt û di 17’ê Adara 1993’yan de cara pêşî agirbest ragihand û bang li rêveberiya Tirkiyê kir ku pirsgirêkan bi rêya siyasetê çareser bike. Ji hin aliyan ve zemînê çareseriyeke siyasî hebû û rewşa pratîk-eskerî jî di wê pozîsyonê de bû, karîbû xwe bide ber çareseriyê. Lê li hundir û derve, hêzên çete û dorberên kurtêlxurên şer, bi hin provokasyonan ber li çareseriya siyasî girtin, hêzên alîgirên çareseriya siyasî jî li Tirkiyê kirin hedef û bi êrişan şerekî taybet ê topyekûn xistin rojevê. Eşkere, piştî vê, her ku biçûya, rewşeke pir giran a şer û rewşeke xwedubarekirî wê derketa holê.
Rêber Abdullah Ocalan, di pêvajoya êrişên nû de, ji aliyekî ve daxwazên xwe yên ji bo çareseriyeke siyasî-demokratîk misêwa nû kirin, ji aliyekî din ve jî ji bo êrişên giran ên bi armanca îmhakirina gel û gerîla bişikîne di nava têkoşîneke gelekî zêde û afirîner de bû. Dorberên kurtêlxur ên derve û hundir nikarîbûn berxwedana gerîla bişikînin û xwe nedan ber çareseriyeke siyasî. Wan sala 1998’an ji rewşa xwedubarekirî û wekhevmanê sûd wergirt, birêxistinkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an ferz kirin. Ji bo çareseriyeke siyasî-demokratîk, daxwaza Rêber Apo red kirin, lê Rêber Apo karîbû xwe bigihîne Romayê. Hêzên nebixêr û kurtêlxur nesekinîn, 15’ê Sibata 1999’an komploya navneteweyî pîlan kirin û sîstema Îmraliyê deribandin û derxistin holê.
Rêber Abdullah Ocalan, di asta dîrokî de bi guhertina di paradîgmayayê de, bersiv da êrişa komploya navneteweyî û sîstema qirkirinê ya Îmraliyê. Ji bo pirsgirêkên civakî yên ku sîstema dewletê û desthilatdariyê ew derxistine holê û pergala modernîteya kapîtalîst jî ew girantir kirine, bi paradîgmaya modernîteya demokratîk rêyên demokratîk ên civakparêz bi pêş xistin. PKK ji partiyeke dewletperest a netewe û desthilatperest derxist, kir partiyeke demokratîk a civakparêz ku xwe disipêre ekolojiya civakî û azadîxwaziya jinê. Wî çareseriya neteweya demokratîk a pirsgirêka Kurd kir bername, sîstema konfederalîzma demokratîk a xwe disipêre xweseriya demokratîk bi rê xist û li ser vî bingehî bi pêş xistina çareseriyan weke erk zelal kir. Bi vî awayî, ji rewşa bêçare ya dewletperest a netewe bihurî; ji bo çareseriya neteweya demokratîk têkoşîn da ber xwe, li ser vî bingehî sîstema modernîteya kapîtalîst darizand û di encamê de taktîk û stratejiya têkoşîna li dijî komployê derxist holê.
Bi vî awayî, têkoşîna bîst salan û şerê dijwar ê deh salên dawî, herçiqasî ji 1993’yan ve misêwa xwe dubare kiribe jî hewcedariya jinûvetehlîlkirina wê derket holê. Beriya her tiştî şerê qewimî ne bi ser ket, ne jî bi bin ket; ji rewşa wekhevmanê nebihurî û di vê çarçoveyê de her xwe dubare kir û vê rewşa xwedubarekirî û tekrarê tenê çaresernebûn kûrtir kir. Bi vê re, hewce kir ku rewşên teorîk, îdeolojîk, rêxistinî, taktîk û stratejîk ên rê li ber vê vekirin ji nû ve bêne analîzkirin; li gorî vê, hewce kir ku PKK ji aliyê îdeolojîk û stratejîk ve bi temamî ji xeta rizgariya neteweyî qut bibe, hemahengiya di navbera armanc û amûrê de bi temamî were pêkanîn, li ser vî bingehî pêvajoyeke nû ya guhertin, veguhertin û jinûveavakirinê dest pê bike. Herweha vê jî di pratîkê de kir ku cudabûna di navbera komîn û dewletê de, di navbera komîngeriya jinê –ya ku xwestin tine bikin– û revdeya mêrê serdest ê kastîk de ku xwe disipêre nakokiya dîrokî, divê hûrûkûr bihata fêhmkirin; di encamê de hewce kir ku pêkhateya rêxistinî ya PKK’ê û stratejiya têkoşîna çekdarî were bidawîkirin.
Tevî şaşî û kêmasiyan hemûyan jî berxwedana gel û gerîla ya bîstûşeş salan a li dijî komployê, karîbû tevahiya êrişên îmha û înkarê yên dewleta Tirkî bişikîne û wan pûç bike. Bi ‘Pîlanê Çalakiya Çokdanînê’ pir dijwar û hovane êriş kirin, destûra wan a serketinê nehat dayin, berevajî xwediyên êrişê bi xwe ketin tengasiyê. Tevî vê rewşa hundir, li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn xwe da sînorê Tirkiyê; tehlûkeyên ji bo hebûna wê xuya bûn, dewleta Tirkî vê rewşa han ji bo manûnemana xwe weke xeter dît. Lewma dewleta Tirkî, Cotmeha 2024’an bi Devlet Bahçelî dest bi nêzîkatî û vegotineke nû kir. Rêber Abdullah Ocalan jî 27’ê Sibata 2025’an bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiv da vê nêzîkatî û vegotina nû ya dewletê. Rêber Apo li ser vî bingehî pêvajoyeke nû da destpêkirin û pêvajo bi nasname kir. Li ser bingehê vê Bangawaziyê, pêvajoya têkoşîna hebûn û azadiya gelê Kurd a bi navê PKK’ê hat bidawîkirin, demeke nû ya dîrokî li ser bingehê Yekîtiya Komînên Demokratîk hat destpêkirin.
2-PKK Li Dijî Înkarê Tevgera Vejîn û Misogerkirina Hebûna Kurdan e
Di vê tehlîlê de pênasekirina “Dîroka Proto-Kurdan” heta tu bibêjî di cih de ye. Dîsa dema “Dîroka Kurd a Sergirtî” jî bi vî awayî ye û serdema navîn pênase dike. Bi modernîteyê re Kurd ketin “Dîroka Tinebûnê”, “Dîroka Înkar û Îmhayê”. Di vê pêvajoyê de hilweşîn bi lez dibe. Sîstema qebîle û eşîrê belkî Kurd hinekî li ser piyan digirtin, lê jihevbelavbûna bi awayê Kurmancan bi lez bûbû. Li vir, divê mirov bûyera Kurmancbûnê baş fêhm bike. Ya rastî, derketina holê û gavavêtina PKK’ê xwe disipêre Kurmancan û ev giring e. Têkiliya xwe ne bi eşîrê re, ne bi mezhebekî re, ne jî bi malbatekê re heye. Rêber Apo jî di navê de beşekî mezin kadroyên PKK’ê ji malbatên Kurmanc in ku ew malbat bi zor û zehmetî li ser piyan diman.
Baş e, mirov dikare malbatên bi vî awayî weke yekeyeke civakî bibîne? Eşkere ye ku mirov ji wan re nikare bibêje, ev çînek in, dîsa eşkere ye ku ev ne civak û malbat in. Çend xizim û merivên hev hene, lê ew jî dijberên hev in. Malbat bi temamî di nava xwe de ji hev du belav bûne. Ji zû ve ji hev du belav bûne, ti pîvan û rêûresma eşîrê nemaye. Di heman demê de qebîle jî bi vî awayî ye. Ji wan re dibêjin, “Mala Ocê”. Dibe ku ‘malbata Ocê’ qebîleyek be, lê ew jî tenê weke nav heye. Bi îhtîmaleke xurt, şax û milekî eşîra Berazî ne. Bav ji malbatek wisa ye. Dayik jî ji rêûresma Tirkmen tê, lê bûye Kurd.
Eşkere ye ku ev hemû giring in, lê di warê civakî de bandora xwe zêde li ser Rêber Apo tinene. Di tehlîla Rêber Apo ya li ser malbatê de netewebûyîn tine bûye. Çanda klan û qebîleyê jî tineye. Tişta ku heyî “malbatî” ye, ya rastî, ew jî hilweşiyaye, navê wê heye, ew bi xwe tineye. Dema ku Tirkmen tê gotin, ji aliyê dayikê ve pêjna tiştekî heye, lê ew jî bûye Kurd. Ya rastî, bi temamî rewşeke tevlîhev û aloz heye.
Bala xwe bidinê, ji aliyê bav ve, hema bêje, çanda qebîle-eşîrê bi temamî qediyaye. Lewma ji vî aliyî ve tiştekî ku xwe di zarok de nîşan bide tineye. Ya dimîne malbatek e, ew jî ji hev de ketiye, li pêşiya zarok kelem û asteng e. Ev tê wê maneyê, gundekî bi vî awayî, tiştekî ku bide Rêber Apo tineye. Li naverastê gundek heye, haya xwe ji ti tiştî tineye. Gundê ku em qala wî dikin, ti rastiyeke wî ya civakî jî tineye. Ne gundê qebîleyê ye, ne jî gundê eşîrê ye; hema mirov jê re bibêje, “gundê xwe jibîrkirî” duristtir e.
Baş e, di vê rewşê de çi dibe sedem ku bend û sikir ji ber Rêber Apo radibin, çi dibe sedem Rêber Apo derkeve holê? Divê mirov vê rast û durist analîz bike. Di encamê de PKK bi temamî bi îradeya Rêber Apo pêk hatiye.
Eşkere ye ku pir zehmet e; mirov li vir bingehekî civakî bibîne. Di warê dînî de lêgerîna wî heye û gelek dua ji ber kirine. Lê jiberkirina duayan derketina holê ya rêberayetiyê nikare pênase bike. Dîsa rêûresmên gund hene û ev jî hîç bala wî nakişînin. Jixwe terbiya gund û cemaetê qet wî eleqedar nakin. Di nava malbatê de bav dibêje, “min ji vê pîrekê rizgar bike”; dayik jî dibêje, “min ji vî zilamî rizgar bike.” Her yek ji wan pirsgirêkeke mezin e. Lê tevî van hemûyan jî hin tişt kirine.
Bêguman pêvajoya dibistanê giring e. Li dibistanê rewş hinekî diguhere, Kurdbûn cara pêşî weke pirsgirêk derdikeve pêş. Dixwaze bixwîne û bibe karmend, lê dibe xwediyê tirs û fikaran, xwe bi xwe dibêje, “gelo dibe ku Kurdbûn li pêşiya vê bibe asteng?”. Herçiqasî li dibistanê serketî dibe û îmkanên payeberzbûnê çêdibin jî di encamê de asîmîlasyon tiştekî wisa ye ku mirov ji xwebûnê dûr dixîne. Eger mirovî bi pêş nexe, bi temamî ji navê dibe. Ev rewşa ku em işaret pê dikin û hema bêje bi serê her ciwanê Kurd de hatiye, têra xwe bi serê Rêber Apo de jî hatiye. Piştî dibistana navîn li nîveka Enqereyê li Lîseya Pîşeyî ya Tapû Kadastroyê xwend.
Bêguman atmosfera Enqereyê di warê çanda asîmîlasyonê de xurttir e. Heke atmosfera şoreşgerî ya salên 1970’yî nebûya, atmosfera Dev-Gencê nebûya, heye ku ji vir gavavêtin çênebûya. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Komeleya Têkoşîna Li Dijî Kominîzmê heta bi Ocaxên Ulkuciyan ên li Enqereyê ket her atmosferê û li van deran li hin tiştan geriya, lê nedît. Çavdêriyên wî yên derbarê Dev-Gencê de bêhtir bandor lê kirin û berê wî da aliyê çepgiriyê. Lê ev xusûs hê di wê astê de nebûn ku karibe rêxistinekê damezirîne. Piştî Lîseya Pîşeyî ya Tapû Kadastroyê li Diyarbekir û Stenbolê karmendî kir û paşê ji bo li Fakulteya Zanistên Siyasî bixwîne, careke din vegeriya Enqereyê. Di tevahiya vê pêvajoyê de, eleqeyeke wî ya bi hêz ji bo Dev-Gencê çêbû. Ev tê wê maneyê, heke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tirkiyê nebûya, belkî jî Gavavêtina Rêbertiya Apoyî jî nebûya yanî belkî Rêbertiya Apoyî derneketibûya holê. Ev xusûs gelekî giring e. Hema bêje, Tirkiyeya salên 1970’yî û Dev-Genc di vî warî de bandoreke wan a diyarker çêbûye. Nifşê ciwanên şoreşger ên dunya 1968’an yek ji hêmanên giring e ku di derketina holê ya Apoyiyan de xwedî rol bûye. Ev jî xusûsek e ku di rêûresma DEM Partiyê de heye. 2013’an, dema HDP hat damezirandin Rêber Apo gotibû, “Ez mîrasa Mahir dewrî we dikim.” Mîrasa Mahiran a ku tevahiya çil salan hilgirtibû, dewrî HDP’ê kiribû û hişyar kiribû, gotibû, “Alaya ku min dewrî we kiriye, timî payeberz bikin.”
Ji ber vê ye, ji roja damezirandina HDP’ê û pê ve, Çepgirên Tirkiyê di nava wê de cih girtin û têkiliya vê, bi vê mîrasê re heye. Hê di 1974’an de ciwanên şoreşger li ADYOD’ê hatin civandin, 1981-82’yan Bereya Berxwedana Yekbûyî Ya Li Dijî Faşîzmê (FKBDC) hat damezirandin û pê tevgera şoreşger hate cem hev. Lîderên weke Mîhrî Bellî, Teslîm Tore û Taner Akçam di nava vê bereyê de cih girtin. Lê ew çûn Ewrûpayê, Rêber Apo ma û neçû; tercîh kir ku têkoşîna şoreşgerî bi israr li welêt bimeşîne.
Ev tê wê maneyê, salên 1973-75’an di qonaxa çêbûna komê de, têkildarî têkiliyên me yên bi çepgiriyê re, em dikarin qala mîraseke Dev-Gencê bikin. Yanî di salên 1970’yî de derketina me ya holê encama pratîka Dev-Gencê ya van salan e. Kesayeta pêşeng a vê pratîkê jî Mahir Çayan e. Derdikeve holê ku yek ji stûnên bingehîn ên ku PKK xwe disipêriyê, ev e. Li salên 1972-73’an, di gavavêtina ber bi çêkirina komê de bîranîna Mahir giring e. Ev şehadet bêqedr ji bîr neçûne, bi çêbûna Koma Apoyiyan bi qedrê van bîranînan hatiye zanîn. Jixwe, di nava tevgerê de ciwanên Kurd ên weke Omer Ayna û Huseyîn Cevahîr di asta pêşengiyê de hene, yanî mirov dikare qala yekîtiyeke Kurd û Tirkan bike. Bi Kemal Pîr û Hakî Karer re ev yekîtî derbasî nava Koma Apoyî bûye ango Kom li ser bingehê yekîtiya Kurd û Tirkan hatiye damezirandin.
Çawa ku tê zanîn, bi vê komê, sala 1978’an gava partîbûnê hat avêtin. Li vir xala esasî ew e, em dibêjin, “Hema gavek be jî bila PKK çêbe”. Di vê çarçoveyê de me digot, “Me şitila xwe danî, êdî wê mezin bibe”. Lewma hîç xema me nebû, em ê bijîn an jî nejîn. Yanî em dibêjin, Newroza 1973’an li Bendava Çûbûkê tovek hatiye danîn, ew jî bûye şitil û me ew jî sala 1978’an di nava axê de çandiye; ‘êdî divê ew mezin bibe’. Fikira me, hestên me û nêzîkatiya me bi vî awayî bûn.
Bêguman di derketina Rêber Apo ya ji Enqereyê de têkiliya wî ya bi Kesîre Yildirim re giring e. Li Enqereyê ev têkiliya wî çêbûbû. Tevî ku aliyê wê yê hestyarî hebû, aliyekî wê yê din ê giring hebû; bû bersiva pirsa ka di nava rêxistinê de cins wê çawa bi hev re hebin. Di heman demê de têkiliyeke wisa bû ku her kes nexwedî wê hêzê bû ku wê çareser bike û ji navê derkeve. Hatibû bihîstin û dihat zanîn ku malbata Kesîreyê li Dersimê di nava xiyanetê de ye. Weke herêm ew û heval Mazlûm Dogan nêzî hev bûn. Herdu jî xwedî wan xisletan bûn ku hewce dikir, mirov bi wan re eleqeder bibe û wan qezenc bike. Tevlîkirina heval Mazlûm zehmet nebû, lê Kesîre bi îhtiyat bû. Bi qasî ku xuya dikir, jineke xwedî xisletên Kurdîtiyê bû. Lewma eşkere bû ku Rêber Apo dixwest wê tevlî bike. Di nêzîkatiya wî de hestyariyek hebû ku pêkan bû, li cem her kesî hebe. Di axaftina xwe ya ligel Kesîre de gotibû, “Temam tu jî dikarî tevlî komê bibî, lê tu dikarî tiştekî weke nîşaniyê bikî, tu dikarî vê bi min re jî bikî û tu dikarî bi kesekî din re jî bikî.” Difikirî ku wê di rewşeke berevajî de li nava komê bibe xwedî roleke xirakirinê.
Malbata Kesîreyê, ya ku berê li Dersimê bû, hatibû Enqereyê. Yek ji helwestên herî ciddî yên Rêber Apo têkilîdanîna bi vê malbatê re bû. Di salên 1976-77’an de hema bêje, herdu salan bi vê meseleyê pir mijûl bû. Ji destpêkê ve têkiliyeke bi pirsgirêk bû. Ne qebûlkirin hebû, ne jî tam redkirin hebû. Bi temamî pirsgirêk bû. Bavê wê Alî Yildirim, yek ji wan kesan bû ku yekser bi Îsmet Înonî re têkilî danîbû; li Dersimê bi Kemalîstan re tevgeriyabû. Ji bo Rêber Apo gotibû, “Me ev zilam li mala xwe hewand da ku em wî ji van karên bi tehlûke dûr bikin.” Lê diyar nebû ku Kesîre çiqasî bi zanebûn di nava meseleyê de ye. Heke di asta jor de ji bo bêbandorkirina Rêber Apo biryar dabin, ne zelal e, ka rola Kesîre di vê de heye yan na.
Alî Yildirim ji destpêkê ve, têkiliya Kesîreyê bi Rêber Apo re erênî nedîtibû û eşkere gotibû, ew vê têkiliyê qebûl nake. Jixwe zewaca bi Kesîreyê re tiştekî sembolîk bû. Di vê têkiliyê de hin armancên Rêber Apo hebûn; pir bi serwextî nebe jî mîna ku di nava xwe de bibêje, “ev têkilî ji min re lazim e”. Jixwe gelek kes vê xusûsê fêhm nakin. Naxwe têkiliyên bi vî awayî ji bo Rêber Apo di wê karakterê de bûn, bivênevê lazim bûn. Bêguman nefikirî û negot, “ev malbateke dewletê ye, ez ê wê bi kar bînim”. Herweha mesele ne ew hest bûn ku nikarîbû ji wan bigere. Lê ji bo Koma nû ya pêkhatibû, têkiliyeke bi vî awayî hewce bû. Axir, di bûyera PKK’ê de ev mesele cîhekî xwe yê krîtîk heye.
Lê Kesîre hema bêje ji destpêkê ve bi awayekî nedîtî hewl dida Rêber Apo têk bibe. Yanî ji bo vê di nava tevgerê de bû. Gelo bi rastî, hewl dida wî bi bin bixe, yan jî bi van kirinên xwe dixwest nîşan bide ‘ev têkilî çima nabe ku bimeşe’? Heta niha rastiya vê bi temamî nehatiye fêhmkirin. Deh salên bi Kesîreyê re weke deh salên manûnemanê bûn. Lê di navbera salên 1977-87’an de PKK bi saya vê têkiliyê li ser piyan ma. Lê vê têkiliyê Rêber Apo gelekî tengav kiribû. Heval Cemîl Bayik û Kemal Pîr vê rewşê dibînin û di nava xwe de dibêjin, “Em Serokatiyê ji vê rewşê rizgar bikin” û bi vê yekê jî biryar didin ku Kesîreyê ceza bikin, lê paşê ji hev du re dibêjin, “teqez tiştekî ku Serokatî dizane heye” û bi vê hizirê dev ji cezakirinê berdidin. Yanî vê têkiliyê Rêber Apo ewqasî xistibû zorê û tengav kiribû.
Ji Harpagos ve di dîroka Kurdistanê de têgihiştinek heye. Yanî “Harpagostî” ew e; heta ji te tê ji yên din re xizmetê bike. Di vê çarçoveyê de nakokiyeke Harpagos hebû. Em ji vê re dikarin “Sendroma Harpagos” jî bibêjin. Xuya bû ku ya qewimî jî Sendromeke Harpagos bû. Baş e, mirov çawa dikare xwe ji vê rizgar bike? Ha meseleya esasî jî ev e. Vê sendromê di dîroka Kurd de zirareke mezin daye. Sendromeke 2500 salî ye û nexweşiyeke ciddî ye.
Bêguman, em van hemûyan diyar dikin da ku em dema analîza PKK’ê bikin, em bi temamî bi duristî bikin û em maneyeke temam lê bar bikin. Ji bo xusûsên ku em di wan de xapiyane ji holê rakin û hin kêmkurtiyan li dawiyê bihêlin, van hemûyan pênase dikin. Belkî hewceyî bi vê têkiliyê tinebû, lê bû. Çima? Ji ber ku ev hakimên Kurdistanê bûn. Wan xwe wisa didît û ti carî nedixwestin serdestiya xwe bidin kesên din. Heke ev nehata dîtin û bi têkoşînê ew li dawiyê nehatana hiştin PKK nedihat avakirin. Bihata avakirin jî wê şaş û kêm bûya.
Li vir, xusûsa ku divê em ji hev derxin û rohnî bikin ev e: Xuya ye ku teqez wê ev têkilî bihata pêşiya me. Aliyê wê yê hestyarî jî wê pêk bihata. Ji bo vê jî mirov dikare bibêje, bêwext û zû qewimî, mirov dikare bibêje, “bi awayekî pir bi tehlûke pêk hat”, dîsa mirov dikare bibêje, “Kom, ji bo vê ne amade bû”. Diyar e ku mirov dikare van gotinan û yên weke wan bibêje. Lê têkiliyeke wisa wê her pêk bihata û mirov vê mecbûriyetê nikare înkar bike. Ji ber ku nexşeya Kurd, mentalîteya Kurd bêyî vê nabe. Yanî dibêje, “hakim û serdestên vir em in”. Dibêje, “Heke partî jî hebe, bêyî me nabe”. Dibêje, “Heke serokatî jî hewce be, em serok in. Tu kî yî?”. Kesîre ji bo Şahîn Donmez dibêje, “Mîna kûçikên li ber deriyê me bû, me hestiyên xwe didanê”. Wî beşî pozîsyon û cîhê xwe wisa diyar dikir.
Jixwe van beşên hevkar digot, “Ax û civak em in.” Xwe weke ajan jî nedidîtin. Ha arîstokrasî tam jî ev e. Tarik Ziya Ekîncî ji bo begên Licê wisa gotibû, “Ev beg xwe Kurd nabînin. Li gorî wan Kurd ew kes e, kole ye, tê xebitandin, virde wirde baz dide suxreyan. Li gorî vê tebeqeyê Kurd kûçikên ber deriyê wan in.” Ev gotinên wî gelekî manedar in. Tevahiya têkoşîna zor û zehmet a Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1977’an heta bi 1987’an meşand, hemû ji bo eşkerekirina rûyê rastî yê vî beşî bû.
Rêber Abdullah Ocalan, ha li dijî vî beşî têkoşîneke gelekî mezin meşand. Divê tevahiya kadro, Dersimî û jin, mezinahî û giringiya vê têkoşînê pir baş fêhm bikin. Têkiliya ku heval Kemal û Cemîl ji bo wê digotin “Mirov nikare bîstûçar saetan xwe lê ragire”, Rêber Abdullah Ocalan çawa tam deh salan îdare kir? Ha pirsa ku divê rast were fêhmkirin û bersiva wê rast were dayin, ev e. Dema ku cara dawî ji Rêber Abdullah Ocalan vediqete, dibêje, “Ma qey ez ji bo te marê reş im? Netirse ez bi te venadim, te jehrî nakim.” Jixwe bi giştî helwesta Kesîreyê bi vî awayî ye. Jixwe piştî vê pênaseya xwe bi çilûpênc rojan li Atînayê ji holê wenda dibe, diçe.
Ev bûyera ciddî, şerekî mezin û şerekî psîkolojîk ê pir zor e. Têkoşîna di navbera Rêber Apo û Kesîre de şerekî rêbertiyê bû. Ha divê ev heqîqet rast were fêhmkirin. Kesîreyê ji Rêber Apo re digot, “Tu nikarî vê têkiliya me bi kar bînî û pê PKK’ê bi rê ve bibî.” Ha heqîqeta eşkere û tazî ev rastî ye. Pir eşkere ye, heke ku Rêber Apo di vê têkoşînê de bi ser neketa, Dersim wê nebûya, Dersim wê bi temamî biqediya. Lê di vê meseleyê de neheqiyek li Rêber Apo tê kirin û tê gotin, “Malbateke ku evçend neheqî li Dersimê kirine, te çima tercîh kir.” Bi vê gotinê, Rêber Apo tê rexnekirin! Jixwe ev ew rastî ye, ya ku Rêber Apo ew qebûl kiriye û pê re şer kiriye, Rêber Apo kiriye rêber û serok. Ji damezirandina PKK’ê heta bi 1987’an şerê rêbertiyê bi vî awayî dewam kiriye. Kêliya ku reviya, barekî giran ji ser milê Serok Apo rabû û di warê derûnî de xwe rehet his kir; weke ku ji bin barekî derketibe, xwe sivik his kir.
Rêber Apo niha dîsa bi heman awayî xwe sivik his dike. Îca jî ji ber ku karîbû xwe ji rewşa asêbûyî ya PKK’ê rizgar bike. Şerê Kesîreyê kirî, bi rastî jî şerekî zor û zehmet bû, mirov ji taqetê dixist û têra xwe dihilhiland. Kengî Kesîre piştî şerê deh salan reviya, hingê hevkarî jî bi wê re nema û li dawiyê hat hiştin. Niha di meseleya PKK’ê de jî têkiliya sosyalîzma pêkhatî û bûrjûwayê li dawiyê tê hiştin. Bêguman tehlîlên di vî warî de gelekî giring in. Mirov dikare ji tehlîlên derbarê derketina holê ya PKK’ê û sedemên derketina wê de têra xwe hîn bibe.
Kurd gelekî wiha ye ku hatiye înkarkirin. Me ji xwe re got, em PKK ne, bi vî awayî me nav li Kurdan kir, hem me partî ava kir û hem jî me ev yek weke sosyalîstan kir. Bi partiyeke bi vî awayî di nasnameya Kurdan de hem hebûn hem jî azadî di zikhev de hatiye hebandin. Di encama têkoşînê de hebûn tê misogerkirin, lê sosyalîzm yanî azadî nayê bidestxistin. Ji bandora xisletên navxweyî yên sosyalîzma pêkhatî, sosyalîzm bi ser neket û hilweşiya. Lewma li Rûsyayê jî hilweşiya, li Çînê jî hilweşiya.
Li vir, rewşeke Kurdbûnê heye ku bi temamî hatiye înkarkirin. Li dijî înkarê, em hebûnê bi partiyeke hem sosyalîst û hem Kurdistanî disipêrin ontolojiyê, antropolojiyê û sosyolojiyê. Bala xwe bidinê, me di meseleya Kurdan û PKK’ê de kîjan Kurd ji xwe re kirin esas? Bêguman me Kurdên Kurmanc kirin esas. Ha ev gelekî giring e. Dêhna xwe bidinê, bingehekî ontolojîk, antropolojîk û sosyolojîk heye. Ragihandina PKK’ê di vê çarçoveyê de ye. Heke ku em bi van têgînan dakevin, em ê bibînin ku me hebûna Kurdan misoger kiriye. Yanî Kurd hene û hebûna wan misoger e. Ev, serketineke PKK’ê ye, di asta zaferê de ye. Destketiyeke wê ya antropolojîk e, destketiyeke ontolojîk e, lê desketiyeke sosyolojîk nîne; yanî azadî bi dest neketiye. Çima? Ji ber ku bi sosyalîzma pêkhatî azadî bi dest nakeve. Ji ber ku wilo bû, ji ber sedemên navxweyî sosyalîzma pêkhatî hilweşiya.
PKK’ê jî bi şerê bi Kesîreyê re hebûn bi dest xist. Kurd hemû di rastiya jinê de bi bin ketine, lê berevajiyê wan li cem Rêber Apo hebûn bi dest ketiye, bi ser ketiye. Em li vir, careke din li çîrokên Mem û Zînê, li Derwêş û Edûlê vegerin. Ya rastî, di van serhatî û çîrokan de bûyereke sosyolojîk heye û em hewl didin rave bikin. Ev sosyolojî nayê zanîn. Ev “Sosyolojiya Mirinê” ye. Xuya ye ku ev sosyolojî neyê vejandin wê înkara Kurdan bi dawî nebe, Kurd ê neveje, hêlîna Kurdan wê bi sihet û tekûz nebe. Hemin ev rewş tenê xweserî Kurdan e. Cihû dibêjin, “Qirkirin bêhemta ye, mînakeke wê li cem xelkên din tineye.” Maneya vê ev e; bûyereke mîna vê neqewimiye, tekane ye. Çawa ku mînakekî wê tineye, ev sosyolojiya Kurdan jî bûyereke tekane ye û di ti kitêbê de mînakê wê tineye.
Ha hewce bû ku Rêbertiya PKK’ê ev çareser bikirana. Saziya ku em jê re dibêjin “Rêbertiya PKK’ê” heke ku ev çareser nekiribûya wê pêk nehatana. Kadroyên PKK’ê jî nikarin vê girêhişkê vekin. Bêguman hewldaneke berbiçav heye, lê nikarin vekin; jixwe girêhişka kadroyan bi xwe jî ev e. Lê divê ev girêhişk were vekirin û çareserkirin. Jixwe, rastiya rêbertiyê çareserî ye. Heke kadroyek vê ji can û dil his neke, ne mumkin e ku bi ser bikeve. Di zêhn û bîrê de tiştekî wisa tineye. Ji ber ku tineye, nayê fêhmkirin. Lê rastiya Rêbertiyê jî dibêje, ji ber vê sedemê, tevahiya dîroka antropolojî û ontolojiya Kurdan, heta bûyerên çandî yên Kurdan li xiyanetê qewimîne. Ji ber vê nakokiyê, Kurdbûn ji Kurdbûnê derketiye, bûye kelax û gewdekî di nava kul û birînan de ye.
Em ber bi salên 1970’yî ve tên, înkar bi awayekî mutleq serdest e. Ha Rêbertiya PKK’ê ev kun kiriye. Ji vê re çi tê gotin bila were gotin, hûn dixwazin bibêjin destan, teorî, sosyalîzm, welatparêzî, axir hûn çi dibêjin bibêjin, lê Rêbertiya PKK’ê ev kir. Ev tê wê maneyê, PKK tevî rewşên neyênî û dijberiyan hemûyan jî tevgereke mezin e. Ji înkarê gav avêtiye hebûnê ango gav avêtiye dîrokê. Ev karekî pir zor e. Serokatiyên berê yên Kurdan nekarîn tiştekî wisa bikin. Her gavavêtina serokên Kurdan di nava du mehan de hilweşiyaye û mîrasa hiştine jî bêhtir hilweşîner bûye. Her berxwedan û her têkçûna bi wê re hatî, parçeyekî din tine kiriye û di encamê de tiştekî bi navê Kurd li naverastê nemaye. Hûn çiqasî bi dîroka mîrtî û eşîrtiyê dakevin, bivênevê hûn ê bi encamê re rûbirû bibin. Ha tişta ku jê re dîroka Kurdan tê gotin ev e. Rêbertiya PKK’ê li dijî vê şer kiriye û di encamê de rêyek dîtiye. Bêguman li vir nayê gotin, “divê her kes rêyekê bibîne”. Ji ber ku ev xusûsek e, tenê bi kesekî tê biserxistin. Tişta ku Rêber Apo dike rêber jî ev e.
Rêber Apo, deh sal bi vî awayî bi Kesîreyê re derbas kirine. Di nava komê de du alîkarên sereke yên Rêber Apo hene û ji bo vê rewşê çareseriya wan dîtiye ew e, dibêjin, em Kesîreyê ceza bikin! Baş e, heke wan wisa bikira wê çi bûbûya? Belkî jî kom wê demê wê biqediyana. Heke hûn bibêjin, “em her kesê neyênî bikujin” ev nabe çareserî. Jixwe, ji dîrokê jî tê zanîn ku ev ne ti rê ye. Ne tenê kuştin, qewitandin jî çareserî nîne. Axir, di encamê de şerê hebûnê yê PKK’ê bi şêwazê Rêber Apo bi ser ketiye. Lê bi sosyalîzma pêkhatî azadî bi dest neket. Bidestneketina azadiyê, xusûsek e ku bi temamî bi cewherê sosyalîzma pêkhatî re têkildar e.
Bêguman, şax û rahendekî din ê şerê bi Kesîreyê re têkildarî tevgera azadiya jinê û têkoşîna wê ye. Ev jî herî kêm bi qasî şerê rêbertiyê giring e. Jixwe têkoşîna azadiya jinê û şerê rêbertiyê weke yek bûyerê ne, her du di zikhev de pêk hatine. Xisleta cihêwaz a Rêbertiya PKK’ê ew e, xeta azadiya jinê daniye û karîbûye wê bi pêş bixe. Ev jî têkildarî têkoşîna bi Kesîreyê re bi pêş ketiye. Bi têkoşîna li dijî têgihiştin û şêwazê tengavker, arîstokrat û hevkar ê Kesîreyê, Rêbertiya PKK’ê xet û têkoşîna azadiya jinê derxistiye holê û bi pêş xistiye. Bi pêşengiya tevgera azadiya jinê, bibinneketina Rêbertiya PKK’ê hatiye misogerkirin.
Ya rastî, xusûsa ku herî zêde divê rast were fêhmkirin û bipêşdebirin, ev xusûs e. Çawa ku bi Kesîreyê re têkoşîneke rast nehatibûya meşandin, Rêbertiya PKK’ê wê bi pêş neketibûya, bi heman awayî, heke têkoşîneke rast nehatibûya kirin, xet û têkoşîna azadiya jinê jî wê nehatibûya bipêşxistin û ew ê heta roja me ya îro nehatibûya. Heke ev jî nebûya, PKK’ê wê xwe negihandibûya hêza guhertin û veguherînê ya roja me ya îro. Xuya ye ku rola bingehîn a tevgera azadiya jinê di guhertina paradîgma û bidestixistina hebûnê de lîstî, wê ti carî kêm nebe, di têkoşîna ji niha û pê ve ya bidestxistina azadiyê de jî pozîsyona wê ya pêşengiyê wê bidome.
3-Modernîte û PKK
PKK’ê di gavavêtina xwe ya pêşî û derketina xwe ya holê de bingehê civakî yê xwe sipartê Kurmanc bûn. Kurmanc, ne eşîr, ne çîn, ne arîstokrasî, bûrjûwa yan jî bûrjûwaya piçûk e. PKK tevgera kesekî ye, yê ku ji nava malbateke Kurmanc a hilweşiyayî û jihevbelawelbûyî derketiye û karîbûye culhetî gavavêtinê bike. Di pêvajoya pêşketina xwe de jî Kurmanc kirine esasê xwe. PKK ne li cem qebîle û eşîran, li keviyên bajaran li nava feqîr û hejaran, li nava karker û rêncberan, li nava girseyên ji gundan koçberî metropolan bûyî, bi pêş ket. Paşê di nava eşîran de bi pêş ketiye. Çi wexta ku salên 1990’î bûye hêz, wê wextê jî di nava eşîran de cihekî xwe çêbûye. Çawa ku roj gerstêrkên dorbera xwe dikişîne, mirov dikare PKK’ê jî bi heman awayî pênase bike.
Li vir, pirsa ku divê mirov bike ev e: Gelo PKK tevgereke modern e, yan jî çiqasî modern e? Ji ber ku xeta sosyalîzma pêkhatî kir esasê xwe, ev jî nîşan dide ku ew teqez xwedî karakterekî modern e. Ji ber ku PKK’ê xwe sipart vê xetê, têgînên wê hemû yên sosyalîzma pêkhatî bûn. Weke xet modern e; lê nava wê bi proto-Kurd, bi Kurdê sergirtî û Kurdê înkarkirî tijî ye. Di qonaxên dîrokî de çiqasî Kurd hebin, hemû di nava wê de hene. Yanî ji Nebî Nûh ve Kurd hemû di nava PKK’ê de ne. Helbet ev jî dihêle ku şerê navxweyî di nava PKK’ê de biqewime. Şerê navxweyî yê PKK’ê bi cewherê xwe ev e.
Ev tê wê maneyê, şerê navxweyî yê PKK’ê ne şer û pevçûneke wisa sivik û besît e. Ji Semîr heta bi Kesîreyê, ji Şemdîn heta bi Botan bi sedan mînakên bi vî awayî hene. Diyar e ku tevahiya nexweşiyên ku di hebûna Kurd de hene, derbasî nava PKK’ê bûne. Înkarkirin jî di nava van nexweşiyan de ye. Tevahiya hesabpirsîna ji derve jî derbasî nava PKK’ê bûye. Eşkere ye ku bihevduketin û xwelihevrakişandineke mezin pêk hatiye û ji nava wê PKK sax derketiye. Rewşeke bi heman rengî di dîroka Çînê de jî heye. Mao jî gotiye, “Di dîroka Çînê de çiqasî nakokî hene, hemû derbasî Partiya Kominîst bûne. Û ev şer wê bi sedsalan dewam bike.” Ev tesbîta Mao rast e, û bi vî rengî em jî pê re ne.
Yek ji encamên ku divê mirov ji sosyalîzma pêkhatî derxe ew e, şerê çînî bi dawî nebûye. Me ev rastî di rewşa berbiçav a Kurdan de bi awayekî pir balkêş dît. Li cem me, ev rewş bi awayekî pir dijwar, pir bi awayekî rezîlane û heta bi awayên biçin xiyanetê, têgihiştinên li derveyî azadiyê hatin ceribandin; lê yek ji wan jî bi ser neket. Axir, di encamê de em gihiştin qonaxekê ku em bi îradeya xwe dawî li hebûna rêxistinî ya PKK’ê bînin; navê vê jî serketin e. Bêguman mirov dikare navekî li bûyera fesixkirinê ya PKK’ê bike. Em dikarin ji vê rewşê re bibêjin, “Temenê xwe temam kir” yan jî di çarçoveya heman maneyê de em dikarin bibêjin,“wextê xwe temam kir”. Ji ber ku eger em israr bikin, heye ku ev rêya asê bûye, me bixeniqîne. Ya din jî tiştekî me bi dest xistibe hebe, dibe ku em wî jî ji dest bidin. Ev, tesbîteke gelekî giring e. Ji ber ku mirov di tiştekî wextê wî derbasbûyî de ango mîadê xwe temam kirî de israr bike, dibe ku mirov yê bidestxistî jî ji dest bide.
Ya rastî, lazim bû ku me di nîvê salên 1990’î de nuqte daniya, bi dawî bikira. Têkiliya bi modernîteyê re jî bi vî awayî ye. Me bi modernîteya kapîtalîst re şer kir, me bi şêwazê wê yê înkarê re şer kir. Di vî şerî de me hebûna xwe bi dest xist. Eşkere ye ku ev destketineke mezin e. Bi amûra heyî ji vê zêdetir me nikarîbû bi dest bixista. Ev jî zelal e. Niha, tişta ku em dikin, hûn dixwazin jê re fesixkirin bibêjin, yan jê re temenê xwe temamkirin bibêjin yan jî jê re bibêjin wextê xwe, mîadê xwe temam kiriye bibêjin, axir em çi bibêjin jî em bi vê tiştekî wenda nakin. Berevajî, em ji bin barekî giran derdikevin. Ev barê giran belesebeb xwînê dirijîne, badilhewa moralê diçilmisîne û cîwarê teng dike. Dibe ku çawa Mao bi “Şoreşa Çandê” kir, di encamê de ya heyî biqede û di dawiyê de radestî kapîtalîzmê bibin. Heke ku em jî dewam bikin, ev encam li benda me ye. Di vê çarçoveyê de fesixkirina PKK’ê giring e.
4-Destketiyên PKK’ê
Me li jor rave kir ku PKK di bidestxistina hebûna Kurd de bi rola bingehîn rabûye. Têkoşîna PKK’ê bi her kesî da gotin, “Erê, Kurd heye”. Di serdema modern de îsbatkirina hebûna Kurdan, pêkhatin û çêbûna wan jî bi saya têkoşîna PKK’ê ye. Ev, destketiya herî dîrokî ya PKK’ê ye. Di vê de bi ser ket û mohra xwe jî li binê vê serketinê danî. Lewma PKK êdî bûye malê dîrokê.
PKK rêxistinek e, di serdema modern de înkara Kurdan bi erdê re kiriye yek. Hebûna Kurdan di PKK’ê de gihişt maneya xwe ya dîrokî. Dîroka PKK’ê, dîroka îsbatkirina hebûna Kurdan û avakirina wan e. Maneya têkoşîna PKK’ê ev e, û divê maneyeke din tê de neyê dîtin. Baş e, çiqasî xwe û Kurd kirin wekhev? Yanî Kurd û PKK bûn wekhev? Bêguman ev jî gelekî manedar e, û wekhevbûna ku em qala wê dikin, bi awayekî serketî pêk hatiye. Di warê hebûna xwe de serwext bûye û di vî warî de bi ser ketiye. Baş e, vê rastiyê, karîbû dîroka Kurdan a hemdem û bîrbirina wê derxîne holê? Erê, derxist holê. Mîrasa dîroka PKK’ê bidestxistina hebûna Kurdan e. Giring e ku mirov vê destketiyê xurt bike û bihêle ku bi vî awayî di dîrokê de cih bigire. Dîroka PKK’ê weke hebûnekê di dîroka Kurdan de cihê herî manedar girtiye. Hem li dijî înkar, asîmîlasyon û tinekirinê, hem jî li dijî qirkirin, kokqelandin û qirkirina civakê, dîroka hebûnê ye û di vî warî de bi ser ketiye.
Ji ber ku PKK’ê temenê xwe temam kir, divê fesix bûbûya. Em bi vê îqna bûn. Hem ji bo bihurîna ji sosyalîzma pêkhatî û hem jî ji bo bihurîna ji înkar û qirkirina li Kurdistanê, hewceyî bi vê heye. Hilweşîn û têkçûna paradîgmaya ku navenda wê sosyalîzma dewletê, bi temamî di PKK’ê de jî xwe nîşan daye. Ev tê wê maneyê, ev bingehê ku PKK’ê ji xwe re kiriye esas, yanî sosyalîzma dewletparêz a netewe, pîvaneke sosyalîst a rast nebûye. Ji ber ku hîmê wê yê îdeolojîk nerast bûye û rê li hilweşînê vekiriye, divê em biguherin. Tiştekî di vir de neyê fêhmkirin nîne.
PKK’ê ji bo îsbatkirina nasnameya Kurd şer kir û di encamê de îsbat kir. Ya rastî, bi giranî ev hat kirin. Baş e, azadî hat bidestxistin? Na! Ji ber ku sosyalîzma pêkhatî, ne ew sosyalîzm e ku azadiyê bi dest ve bîne. PKK jî rêxistineke sosyalîzma pêkhatî bû, lewma nikare azadiyê pêk bîne. Û jixwe derket holê ku nikare pêk bîne. Lê dikarîbû nasnameyê çêke û di pratîkê de jî ev kir. Bi vê jî PKK bi kêra dîroka pozîtîv hatiye. Seba vê, ji bo bihurîna ji PKK’ê hem di warê naverokê de û hem jî di warê şêweyê de hewceyî bi fikaran nîne. Heta pêwîst bû ku di nîvê salên 1990’î de ev bihata kirin; lê ji ber sedemên cuda ev nehat kirin. Xuya ye ku îro fesixkirina wê dereng e, lê manedar e. Em di vê de ti pirsgirêkê nabînin. Lê hinekan bihurîna ji PKK’ê pir bi kêfxweşî pêşwazî kir, hew nema bifirin. Ev kêfxweşî ji xeyaleke pûç û biberbaketinê wêdetir ne tiştek e.
Têkoşîna çekdarî jî me ji sifirê da destpêkirin û me Kurd kişandin navê. Em vê jî înkar nakin. Hemin sedemên vê hene. Rêbazeke bingehîn a bi vî awayî, di dema gavavêtina pêşî û derketina holê de bi giştî hewce bû. Ji ber ku têkoşîna rizgariya neteweyî ya xwe sipartibû stratejiyeke armanca wê dewleta netewe serdest bû. Ya rastî, di vê stratejiyê de rizgariya çekdarî jî heye. Di dema nû de bi destberdana ji dewleta netewe, bi xwe re destberdana ji şerê rizgariya neteweyî ya çekdarî jî tîne. Ji ber ku bernameya partiyê ya li ser bingehê dewleta netewe di rewşeke asêbûyî de ye. Ji ber vê sedemê, stratejiya têkoşîna çekdarî yan jî şerê rizgariya neteweyî ku rêbaza bingehîn a wê bernameyê ye, divê li dawiyê bêne hiştin. Li gorî hewcedariya yekîtî û hemahengiya di navbera armanc û amûrê de, wexta ku armanc were terikandin hewce ye amûr jî were terikandin. Di vê çarçoveyê de, em stratejiya têkoşîna çekdarî jî diterikînin.
Têgîna “partiyê” têgînek e, hewce ye ku mirov wê bixe ber lêpirsînê. Jixwe partî têgîneke çînî ye, û ji bo çînê bigihîne desthilatê tê avakirin. Yanî di navbera desthilat û çînê de pirek e. Niha em hewce nabînin ku vê têgînê bêhtir xurt bikin yanî weke berê em alîgirê vê nînin. Partî bûyereke çînî ye, û meseleya çînî xurt dike. Di vê çarçoveyê de, em dest ji têgihiştina çîn-partiyê dikişînin. Hem di çarçoveya rexnekirina raboriyê de û hem jî di çarçoveya xêzkirina perspektîva dema bê de, pêşniyazeke me ya weke “em partiyeke nû ava bikin” wê tinebe. Divê mirov li şûna partiyê li tiştekî din bifikire. Divê mirov partiyê weke amûrekî zorker û li ser bingehê çînî zorê dide civakê bibîne û di vê çarçoveyê de divê mirov wê weke amûreke pirsgirêkê kûr û asê dike bibîne; wisa pê dakeve. Amûra partiyê ya heyî, sedema bingehîn a jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî ye. Bi qasî ku em dizanin, ehlên fikirê yên din jî ev tesbît kirine, lê wan nikarîbûye çareseriyekê bibînin. Em ê partiya li ser bingehê çînî hem rexne bikin û hem jî em ê guftûgo bikin ka li şûna wê çi deynin.
Têgihiştina rêxistinê ya li ser bingehê çînî, di binketin û jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî de yek ji hêmanên herî giring e. Problematîka herî giring a Marksîzmê ye. Di heman demê de têgîna çînê ya Marksîzmê jî bi pirsgirêk e. Yanî ne tenê têgîna partiyê, têgîna çînê jî weke teorî bi pirsgirêk e. Jixwe, proletarya pîşesaziyê, herî zêde bi kêra faşîzmê hat. Kesê ku herî zêde çîna karker a Elman bi kar anî, Hîtler bû. Ev beşa ku em jê re çîna karker dibêjin, ji sosyalîzmê zêdetir ji faşîzmê re bû bingeh. Hê jî rastgiriya nû xwe disipêre vî beşî, van karkeran; weke ku gelek kes yeqîn dikin xwe nasipêre çîna bûrjûwayê. Herî zêde ev beş destekê dide ‘rastgiriya nû’. Divê mirov vê baş ji hev du derxe. Jixwe li Tirkiyê jî herî zêde partiyên bûrjûwayê û AKP’ê karker bi rê xistin. Hema bêje, pratîka nîvsedsalê ya Tirkiyê li naverastê ye. Em nikarin ji van hemûyan re bibêjin, “propaganda ye” û derbas bibin. Baş e, rêxistina çînê çima bi pêş nakeve? Şaşî di kû de tê kirin? Eşkere ye, li ti deverê partiya karkeran bi pêş neket. Li Elmanyayê bi pêş ket, lê ew jî partiya bûrjûwayê bû, ne partiya karkeran bû. Li cem Bolşevîkan jî pratîk bi heman awayî bû; komeke piçûk a elît kar meşand, nebû partiya girseya karkeran. Eşkere ye ku divê em vê diyardeya Marksîst bi temamî di ber çavan re derbas bikin. Em ê ji têgîna çînê ya Marksîzmê bibihurin. Di sosyalîzma pêkhatî de me ji pêkhatina partiyê re got, “proto-dewlet”. Partî bû organîzasyoneke proto-dewletê. Ev rewş sêsed salan bi vî awayî bi pêş ket. Xuya ye ku divê em rexne li vê rewşê bigirin.
Tevahiya sosyalîzma pêkhatî, ceribandina di sala 1848’an de, Komîna Parîsê ya di 1871’ê de, Şoreşa Ûris a di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê Yekemîn de derket holê, Şoreşa Çînê ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn pêk hat, paşê Şoreşa Viyetnamê, ev hemû li ser bingehê şer çêbûne. Hemûyan jî sîstema kapîtalîst bi pêş xist. Herçiqasî serketina sosyalîzmê ya xwe disiparte zorê hat ragihandin jî ji hemûyan kapîtalîzm derket holê. Di serî de jî Çîn; di şerekî mezin de bi ser ket, lê niha di kapîtalîzmê de welatê herî li pêş e. Kesî ji der ve Çîn nekişand nava kapîtalîzmê; berevajî Partiya Kominîst bi xwe ji vê re pêşengî kir. Hê jî vê rola xwe dewam dike. Hemin ev hemû ne xweber in.
Helbet divê alternatîveke van jî hebe. Weke alternatîvekê, em li şûna dewleta netewe ya sosyalîst derbasî sosyalîzma civaka demokratîk dibin. Diyar e ku ev bernameyeke nû ye, bernameya Sosyalîzma Civaka Demokratîk e. Ev bernameya nû, bernameya Sosyalîzma Demokratîk û Civaka Demokratîk e. Bêguman wê di stratejiya vê de stratejiya şerê rizgariya neteweyî tinebe. Me ji stratejiya şerê rizgariya neteweyî dest kişand. Em ê li şûna wê stratejiya siyaseta demokratîk deynin. Siyaseta demokratîk stratejiyek e, ji bo civaka demokratîk bivênevê ye. Civaka demokratîk têkiliya xwe bi stratejiya siyaseta demokratîk re heye. Çi di Destûra Bingehîn de çi jî di qanûnan de, li kû çi hewce bike wê were pênasekirin. Bêguman, du stûnên sereke yê vê stratejiyê wê hebin. Stratejiya siyaseta demokratîk wê xwe bisipêre huqûqa hevgirtî û xweparastinê; li ser vî esasî wê bibe xwedî hêza pêkanînê. Helbet ev stratejî wê bi awayekî piralî û bi taktîkên afirîner were pêkanîn. Ya ku vê pêk bîne jî wê huqûq be. Ev tê vê maneyê: Ji mîrasa PKK’ê çi ma be, wê di bin vê stratejiya siyaseta demokratîk a nû de karaktera huqûqî bi dest bixe.
Di encama muzakereyan de ku wê bi dewletan re were meşandin, qanûnên antî-demokratîk wê rabin, reformên huqûqî wê bêne kirin. Divê ev, ne li nava demê belav bibe û dirêj bajo, divê di demeke maqûl de were kirin. Heke reformên huqûqî yên me li jor çarçoveya wan diyarkirî neyên pêkanîn, wê wextê atmosfera şer bivênevê wê bi awayên nû dewam bike.
Di dema nû ya dîrokî de ji bo gavavêtina qonaxa aştî û civaka demokratîk, fesixkirina PKK’ê hewce ye. Ji bo ku em derbasî demeke nû bibin, em PKK’ê fesix dikin. Hin dînamîkên di nava dewletê de fesixkirinê weke ku em xwe tine dikin, fêhm dikin. Di nava me de jî hinek wê weke xwemehrûmkirina ji parastinê fêhm bikin. Lê ya rastî, ev derketina ji rewşa asêbûyî ye. Fesix, ne bidawîbûnek e, gavavêtina pêvajoyeke nû ya têkoşîn û rêxistiniyê ye. Di pêvajoya nû ya têkoşînê de, ne şer wê aştî, ne dewleta netewe wê civaka demokratîk were avakirin.
Formulasyona vê jî zelal e. Weke alternatîva dema yekemîn, pêşî bi kongreyekê PKK wê were bidawîkirin, paşê weke alternatîv, bernameya civaka demokatîk wê were çêkirin; hem ji bo bernameya wê, hem ji bo stratejiya wê, hem jî ji bo huqûqa wê, divê biryarên hewce bêne dayin. Bêguman biryarên ku li ser vî bingehî bêne dayin wê xwedî xisleteke dîrokî bin.
Pêdiviya Kurdan bi azadî û demokrasiyê pir aktuel e. Êdî pirsgirêka me ya hebûnê bi awayekî esasî çareser bûye. Her kes hebûna Kurdan bi awayekî ji awayan kêm zêde qebûl dike. Lewma şerê hebûnê êdî wê neyê kirin. Niha mesele azadî û demokrasî ye. Mînak, Kurd wê çawa bibin civakeke demokratîk? Ew ê çawa azad bibin? Ha pêşengiya kadro wê di vir de roleke xwe ya mezin hebe û Tevgera me ya Hevrêtiya Komînalîst wê di çarçoveya van pirsan de bi meseleyê dakeve. Demokrasiya komînal mijara sereke ye, ya ku em ê li serê qiyametê rakin.
Demokrasiya komînal a li ser bingehê azadiya jinê, bi tevahî komînalîzm e. Em ê ji hebûnê xwe bigihînin azadî û komînalîzma demokratîk. Eşkere ye ku Civaka Demokratîk, hewceyiya xwe bi Siyaseta Demokratîk û Huqûqa Demokratîk heye. Babetên teorîk wê li bin van sernavên sereke bicivin û li ser wan hûrûkûr bibin. Em ê modela wê ya rêxistinê jî deynin holê. PKK diçe, baş e, ev valatiya çêdibe wê bi kîjan modela rêxistinê were tijîkirin? Bi giştî modela rêxistinê û rêxistinbûnê wê di mîhwereke aştî û demokrasiyê de be.
Aştiya civakî giring e; ji bo sosyalîzma demokratîk were avakirin divê pirsa aştiya civakî ji hev were derxistin. Aştiya civakî, bi şer nabe. Di jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî de jî ev bi vî awayî bû. Sosyalîzma pêkhatî, ji ber ku xwe sipartibû şer, hilweşiya. Çawa ku tê zanîn, Mao dibêje, “Desthilatî bi devê tivingê ye”. Lê bi devê tivingê sosyalîzm nayê avakirin. Bi devê tivingê dewlet tê avakirin, dewleta netewe tê avakirin, û ev jî nabe sosyalîzm. Jixwe hewldan û ceribandinên bi vî awayî bi bin ketine.
Bêguman xweparastin her tim hewce ye. Xweparastin bi huqûqê dibe, bi siyaseta demokratîk dibe. Wexta ku her çi hêzek bi armanca îmhakirina hebûnê êriş bike, hingê heqê hebûnê yê serhildanê çêdibe. Ji bo aştiya civakî jî ev pîvan pir giring e. Di tevahiya muzakereyan de em ê li vê pîvanê xwedî derkevin. Di çarçoveya Sosyalîzma Demokratîk de jî xweparastin giring e.
Ev, beşê polîtîk ê modela rêxistinbûna nû ye. Li gelemperiya Kurdistanê, yekîtî wê çawa çêbe? Li çar parçeyan yekîtî wê çawa were pêkanîn? Ji bo van kongreyên cuda, bernameyên cuda hewce dikin. Bernameyên li Sûrî, li Iraqê, li Îranê û li Tirkiyê wê cuda bin. Heta, navê partiyên cuda wê hewce bike. Ev ew nirx in ku me li ser yekîtiya Kurdan saz kirine.
Li şûna rêxistineke wext û mîadê xwe temam kiriye, ji niha û pê ve, em ê navê “Yekîtiya Komînên Demokratîk ên Kurdistanê” bi kar bînin. Ev vegotin hemû, di encamê de ji bo çêkirina kadroyeke û kodroyekî afirîner û bipêşxistina tevgera hevrêtiya komînalîst e. Komînalîzm çi ye? Komîn çawa têne avakirin? Çend komîn pêwîst in? Divê em bi şev û roj li ser bersiva van pirsan hûr bibin û bixebitin. Divê kêliyeke kadro jî vala neçe. Li naverastê berpirsiyariyeke giran heye. Wexta ku em razên jî divê em li teorî û pratîkê bifikirin. Ev ne karekî rûtîn ê burokrasiyê ye; ev kar afirîneriyê ferz dike. Di çarçoveya van analîzên teorîk de bipêşxistina pratîkê erk û karê kadroya û kadroyê afirîner e.