BEŞDARIYA ÇALAK A JI TEKOŞÎNÊ RE YA JINAN TEMÎNATA TÊK NEÇÛYÎNÊ YE

Şerda Mazlum Gabar

ekleyen Komînal

PKK qasî azadiya civakê bû partiyek ku azadiya ferdî jî esas bigire. Gava ku di destpêkê de aliyên giştî hê li pêşbûn Rêber Apo bi dahûrandinên giştî re dest bi pêşxistina dahûrandinên kesayet jî kir. Di nava demê de dahûrandin û rêbazê diyalogê di PKK’ê de hat rewşa rêbazek esas. Dahûrandin û rêbaza diyalogê jî di qonaxên xwe yên pêşketinê de gihiştin naverokek dahûrandina ku ji rastiya netewî, civakî û herêmî ya ferdan bigire û hetanî rastiya cins. Hebûna jin a di nava partî û artêşê de û tekoşîna dimeşand jî her ku çû veguherî zanebuna cins, rêxitiniya cins, artêş û partibûyîna jin. Şêwaza tekoşînek wiha di Kurdistanê de û heta di cîhanê de jî pêşketina li pêy hev a destpêkên biwate vekir.

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Her derketinek azadiyê, wek berhema pêdiviyek civaka dîrokî pêşdikeve. Derketinek azadiyê tenê ne aliyê bîrdozî, eger ji aliyên xwe yên rêxistinî, pratîkî, felsefî û exlaqî ve jî şopa xwe ya li ser dil, mejî û pêdiviyên civakê re hiştibe, ev tê wateya ku wek meşek biesalet rêya xwe dîtiye. Tekoşîna me ya azadiyê jî girêdayî vê diyalektîka azadiyê, çil û heşt salin meşa xwe ya biheybet berdewam dike. Ya ku vê meşê ew qas cazîb û biheybet dike girîngiya stratejîk dide azadiya jin. Di Kurdistanê de tevgera azadiya jin, di nava tekoşîna ava kirinê ya nasnameya Kurdê azad de, ji nava zayîna ji nû ve wek zayîna ji nû ve derket holê. Ji ber vê sedemê jî ava kirina PKK ya ku rêya azadiyê ji jinê re vekirî qasî ji bo nasnameya Kurdê azad mîladek, ew qas jî ji bo nasnameya jina azad mîladek e.

Dest avêtina meseleyek ku polîtîkaya wê ya tine kirinê di dewreyê de ye, dîsa hema destê hemû hêzên hegemon di nav kar de ne û hemû meseleyan wekî meseleya Kurd rewşek aloz girtin da karê wêrekiyek mezin e. Yek jî divê bêbaweriya ku ji zext û zordariyê çavkaniya xwe digire ya ku bi salanin di îstîqameta tine kirin û înkarê de li ser gelê Kurd tê meşandin jî li ser vêya bê zêde kirin. Rêber Apo wêrekiya vê ya dest avêtin û çareseriya vê meseleyê danî holê û rêxistin kirina gel a ku pêl bi pêl mezin dibe pêşxist. Di Kurdistanê de ji azadiyê re wêrekî nîşandayîn tê wateya ku ji êrîşên dewletê yên destpêkê bigire û hetanî êrîşên beşên Judenrat û şoven dibe hedefa derdorek berfireh. Ev tekoşîn hetanî roja me bi şêwazek dijwar hat meşandin. Rêberê wê, zîhniyet, karakterê azad, serbixwe û ji bo rastiya ku bawerî pê tîne mirinê jî dide berçavên xwe ya vê tevgerê ku nû pêşdikeve, ev tekoşîn bihêz kir.

Li hember hêza rêxistina tevgerê û pêwendiya hevaltiya bihêz a ku pêşketî ti kesî/ê nekarî bisekine. Dilsoziya bi hevaltiyê re, bû dilsoziya bi mirovê/a azad, jiyana azad û hevrêtiya pîroz a biriyardariya partîbûyînê re. Hincetên dîrokî yên partîbûyînê di Kurdistanê de bi hincetên rojane re mîladek yekpare afirand. Dîtina vê cewherê ya di destpêka PKK’ê de pir girîng e. Em şikl girtina ji nava vê cewherê ya tevgera azadiya jin û em zayîna ji nû ve ya di nava ji nû ve, ya vê wiha fahm dikîn. Her diyardeya ku pêşketinê nîşan dide, ji faktorên derve yên ku piştre li ser hatine zêde kirin jî bandor dibe, lê wek esas di bin bandora karakterê xwe de ye. Di qonaxa koma pêşî ya PKK’ê de jî û di meşa wê ya piştre de jî wêrekiya ji azadiyê re, tekoşîna bîrdozî û înada afirandina vê rêxistin kirinê, nîşan dide ku cureyek din tekoşîn nikare biçe serkeftinê. Rêveçûyîna pêşketî ya tekoşînê, wekî tovek bişkêve û pêşbikeve ev tovê azadiyê xwedî kir, mezin kir û berfireh kir. PKK bû rêxistina kesên ku ji azadiyê re hesret mayîn û jinên ku pêdiviya wan bi azadiyê re jî heyî, her roja ku diçe cihê xwe di nava tekoşînê de girtin.

 

Hewldanên kirde kirina jinê ya Rêbertî

Destpêkê cih girtina di nava PKK’ê de giranî di mîhverê nasnameya Kurdê/a azad û tekoşîna giştî de pêşdiket. Lê ev jî rastiyeke ku her çiqas di ferqê de nebe jî her jin hîna ji zayînê pê ve bi her aliyê nakok a zayendî re rû bi rû ye. Ji civakek ku nîrê feodaliyê bi şêwazên herî giran ve jiyan kirî ev hê zêde derbasdar e. Ji ber vê sedemê jî em nikarin beşdariyên jin ên wê demê pêkdihatin, ji beşdariyek giştî û ji nakokiya cinsî û tekoşîna wê serbixwe bigirîn dest. Ji vê hêlê ve beşdariyek jin ê ku hîna ne gihiştî nuqteyek bîrdozî û hişmendiyê, lê lêgerînên wê jî heyî mijara gotinê ye. Ev di nêzîkatiyên Rêber Apo de jî tên dîtin. Ji aliyekê ve li dijî paşverûtiya jin tekoşînek mezin dide û ji aliyê din ve jî kedek mezin ji bo pêşxistina azadiya jin dide. Li gel nêzîkatiyên paşverû yên ku di artêşbûyînê de cih nade jinê, lê di partibûyînê de teqez cih dide jinê; nêzîkatiya tevî kirina teqez a jinê pir diyarker e.

Di Rêber Apo de hîna roja destpêkê nêzîkatiya ku eger jiyana azad û nasnameya Kurdê/a azad wê bê ava kirin, nexwe divê jin jî bi nasnameyek azad beşdarî jiyanê bibe, heye. Ji ber vê nêzîkatiyê hingî ku jinan tevger nas kirin şûnve pêl bi pêl hatin çiyayan. Di zirûfên herî zehmet de jiyan kirin, gihiştina şehadetên herî lehengane tercîh kirin.

 

Rêya ku diçe artêşbûyîn û partibûyînê

Dema ku em bi asta niha ve mêze dikîn belkî hê asayî ji me re tê dîtin, lê gava ku em wan zirûfên derbas bûyî dihizîrîn di hê qonaxên destpêkê yên tevgerê de û hem jî di pêvajoyên ku feodalîzm hê kûr tê de jiyan dikir û hişmendiya azadiyê ya gel û jinan pêşneketî de; tercîhek wiha kirin û biryar dayîn, rewşeke ku gelek zehmetiyan dihewîne. Lê wekî ku me destnîşan kirî rastiya PKK’ê û ruhê azad, hevrêtiya pîroz, israr û înada tekoşînê yên ku di nava vê rastiyê de cih digirin xwe jiyanî kirin. Wekî gelê Kurd jinên Kurd jî ev azadî hîs kir. Di encamê de PKK qasî azadiya civakê bû partiyek ku azadiya ferdî jî esas bigire. Gava ku di destpêkê de aliyên giştî hê li pêşbûn Rêber Apo bi dahûrandinên giştî re dest bi pêşxistina dahûrandinên kesayet jî kir. Di nava demê de dahûrandin û rêbazê diyalogê di PKK’ê de hat rewşa rêbazek esas. Dahûrandin û rêbaza diyalogê jî di qonaxên xwe yên pêşketinê de gihiştin naverokek dahûrandina ku ji rastiya netewî, civakî û herêmî ya ferdan bigire û hetanî rastiya cins. Hebûna jin a di nava partî û artêşê de û tekoşîna dimeşand jî her ku çû veguherî zanebuna cins, rêxitiniya cins, artêş û partibûyîna jin. Şêwaza tekoşînek wiha di Kurdistanê de û heta di cîhanê de jî pêşketina li pêy hev a destpêkên biwate vekir. Di dîroka Kurd de di serhildanên ku pêşketî de berxwedana jinan timî hebû. Dîsa di seranserî cîhanê de hinek rêxistiniyên cinsî yên bi şêwazên cur be cur ên jinan pêşketine. Lê di şêwazê ku nava PKK’ê de pêşketî, hem ji aliyê çendaniya zêde ve, hem ji aliyê pêşxistina rêxistinek defacto ya wek bîrdozî, leşkerî û zîhnî ve û hem jî bi rêxistiniyê re ji aliyê zeft kirina diyalektîka rêxistiniya xweser, sentez kirina nakokî û hatina ba hev re cudatiyan dihewîne.

Ev rastî ji bo azadiya jinên cîhanê jî destkefityek pir mezin e. Di vê deskeftina dîrokî de di serî de şêwazê Rêber Apo, mîrateya tekoşîna ku her roj xelek xelek bi şehadetên hevrêyên me yên jin û mêr ve hatin zêde kirin; di dilsoziya hevrêtiya herî biwate de rolek pir girîng leyîstiye. Şehîdên me bûne rastiya me ya tekoşînê, karakterê bingehîn ê tekoşînê bi ked û xwîna ku hatî rijandin ve li hember hezar û yek zehmetiyan ve honandine.

 

Deriyê ku ji azadiyê re vedibe: PKK

Tevgera PKK’ê ji bo jinê deriyê jiyanek ku azadiyê dikişîne hênaseya xwe vekiriye. Ev jiyan jiyaneke ku jin bi nasname, hebûn û tekoşîna xwe ve şanaz dibe. Tevgera me ya azadiyê ya ku bi fesh kirinê ve di nava xwe de veguhertinê jiyan dike, îro hê bikok li dijî zîhniyeta serwer tekoşîna azadiyê dide. Dema ku îro jî wek mîrateyekê hewl dide hêmanên rast û mayînde yên paşerojê jiyanî bike, bi vê re hewldan raber dike ku aliyên xwe yên xitabî îro nekin, lê girêdayî zîhniyeta hegemon an jî konjonktura sedsala 20’an derbas bike. Ev nêzîkatî tevgera me hê zêde bihêz dike û pêşketina tekoşîna azadiya jin jî bi şêwazek hê erênîtir bandor dike.

Bi roja me re Rêber Apo tespîta “Soyalîzma dewletparêz netew ber bi têkbirinê ve sosyalîzma demokratîk ber bi serkeftinê ve dibe” kiriye. Tekoşîna me ya ji nû ve zayînê û hebûn bidestxistinê, bi şêwazek birûmet û demokratîk ve gihiştiye qonaxa bidestxistina azadiyê. Karakterê di tekoşînê de bisirar, serbixwe û ruhê azad ê PKK’ê deskeftiyên ku hetanî îro hatin afirandiye. Dema ku em bi vî ruhî ve xwedî li erk û berpirsiyariyên dîrokî yên pêvajoyê derketîn, wê mirovên xaka me bibînin ku azadî civakî û mayînde bûye.

 

Hîna rêyek me ya dijwar û zehmet heye

Asta azadî û pêşketinê ya ku bi PKK’ê re di jinê de derketî holê di vê pêvajoya ku em wek Pêvajoya Civaka Demokratîk pênase dikin de, wê hê lezginî qezenç bike. Wek jinên Kurd hîna meseleyên me yên hebûn û azadiyê berdewam dikin.

Li gel ku asta pêşketina jinên Kurd bi tekoşîna me ya azadiyê ve gihiştiye qonaxek ne hindik jî, lê di pêşbirka azadiyê de hîna rêyek dijwar û zehmet a ku pêwîste em bimeşîn heye. Dema ku tevgera me ya azadiya jin, ber bi qonaxek tekoşîna nû ve dimeşe, bi hemû zinditiya xwe ve datîne holê ku jiyana civaka destpêkê di hundirê xwe de hêmanên azadî, wekheviyê hewandine û ji her aliyê ve bûye alternatîfê pergala hegemon a hezar salan.

Ev cewherî azadixwaz a ku di hevokên destpêkê hatin gotin de jî heyî, îro êdî di rastiya ku veguherî romanek azadiyê de jî heye. Rastiya me ya tekoşînê ya ku bi Danezana 27’ê Sibatê ve derbasî guhertina stratejîk bûyî, bi demê re ji aliyê Rêber Apo ve di çarçoveya ji nû ve ava kirinê de tevî pêvajoya guhertinek pir birehendî kir. Helbet ev guhertin bixwe ne li ser esasê biyanî bûna berê ya cewher, yan jî wek guhertinek ku li ser înkara cewherê pêşdikeve, bû guhertinek ku xwe ji hinek aliyên ku pêşketin û bişkivandina vê cewherê asteng dike, rizgar bike pêşket. Ne wekî înkarek bîrdozî, guhertin bi nêzîkatiyek ku ji cewherê bîrdozî re hê herikbartî, domdarî û kûrahiyê bide qezenç kirin ve hat rojevê. Tişta ku sosyalîzma pêkhatî nekare bike û sedema herî bingehîn a ku têkçû jî ev bû. Rêber Apo di nava rêveçûyîna pêşketinê ya dîroka wê de ev hêz nîşan da. Ev qasî ya gelan ew qas jî ji bo tekoşîna sosyalîst demokratîk a jinan wek ezmûnek pir girîng pêşket.

Her diyardeya ku hêza jiyanê di sirûştê de nîşan dide, bi hevgirtinek navxweyî ve di armanç û xeta xwe de ji qonaxên guheradinê re derbas dibe. Ev diyalektîkeke ku ji bo civakên mirov, sazî û têgehên ku ava kirîn jî derbasdar e. Yê ku neguhere jî tê wateya ku êdî nikare hêza jiyanê dane holê, mirî yan jî nêzîkî mirinê bûye. Tekoşîna me ya ku di Kurdistanê de bi danîna holê ya armancên xwe ve pêşketî jî ji vê diyalektîka guhertinê ya civak û sirûştê re dilsoz maye û ketiye nava pêvajoyek guhertinê. Di serî de jî wekî ku me hewlda em vebêjîn jî ew e ku tevgera me ya ji destpêkê ve pêşketina xwe ya nasnameya neteweyî di wateya mutleq de bi xeta azadiya jin ve girêdayî, di hemû pêvajoyên xwe yên pêşketinê de jî ev esas wergirt. Ji ber vê sedemê jî di tevgera me de mesele ti demê tenê bi tekoşîna neteweya Kurd re sînordar nemaye, di mîhvera azadî, rêgezên edaletê û bîrdoziya sosyalîzmê de pêşketina esas hatiye wergirtin. Pêşxistina li ser wan babetan a tekoşînê jî di hem tekoşînên sosyalîst de û hem jî ji tevgerên azadiya jin re pêşketinek pir girîng daye qezenç kirin û ezmûnek nipnû afirandiye.

 

Bîrdoziya Rizgariya Jinan yek jî şoreşên herî mezin a erdnîgariya me ye

Lingên bingehîn ên vê ezmûn û pêşketina ku di tevgera me ya jina azad de derketî holê, xwe dispêre jiyana nû û mirovê/a azad, jina azad û dahûrandinên civak û kesayet ên bi armanca ava kirina mêrê azad. Ezmûna tevgera jina azad a Kurdistanê wek ezmûnek pir cuda û orjînal, eger ji erdnîgariya Rojhilata navîn û ji nava çanda dîrokî derketinek çêkiribe ev di serî de ji rastiya Rêber Apo û ji rastiya şehîdên ku bi Wî re timî tevgerek hundirîn jiyan dikin, ji karakterê lêpirsîn û afirandinê û dîsa bifedayane ev xet danîn holê werdigire. Nasnameya jin ji aliyê çanda hegemon a bi hezar salan ve ji kokên wê yên dîrokî hat qut kirin û di çiravê de mehkumê koletiyê hat kirin. Ev hemû têgeh ji cewherê wan hatin vala kirin û berevajî kirin. Ji ber vê sedemê jî mecbur bû ku divê tekoşîna ji nasnameya jin re tê dayîn teqez ji vê girêka kor hatiba destpêkirin. Beriya her tiştî ev tekoşîn bixwe şerek mezin a hundirîn û şerê kesayet pêwîst dikir. Tekoşîna me ya azadiya jin, bi Bîrdoziya Rizgariya Jin re li dijî hemû nirx, di eslê xwe de bênirxiya ku dîroka serwer û hêzan danî holê gihişt çarçoveya tekoşînekê. Ev yek jî şoreşên herî mezin ê erdnîgariya me ye.

Jin, mêr, siyaset, şer, dewlet, desthilatdarî, çand, exlaq, kevneşopî, malbat, hezkirin, eşq, lebat, kesayet, pêwendî û her wekî din hemû diyardeyên ku jiyana mirov eleqedar dikin di pêşxistina vê feraseta nû de wek hinceta tekoşînekê danîn holê. Bi vê girêdayî tevgera mê ya azadiya jin li dijî ferasetên kevnar ên ku jinê di dil û mejî de dixeniqîne bi şêwazê herî radîkal ve tekoşîn meşand, feraseta nû û azad a gel pêşxist ku ev bixwe ji mirovê/a nû, jina nû, mêrê nû û şikl girtina civaka azad wêdatir ne tiştek din e.

Tekoşînek sosyalîzmê ye û tekoşînek azadiyê ye ku ne rûxar di dilê kesayet û civakê de cihê xwe çêkiriye. Jinan bi rêxistiniya xwe ya xweser û hêzên xweparastinê ve dest bi tekoşîna jiyana nû kirin. Piştre jî bi bîrdoziya rizgariya jin û partîbûyîna jin ve tekoşîna xwe kûr kirin. Niha jî bi nasnameya rêxistin kirina ku berfireh dibe û polîtîkaya rizgariya jin ve ev tekoşîn berdewam dike.

 

Di derdora jin de cîhanek nû diwelide

Dema ku Rêber Apo, bi Manîfestoya Civaka Demokratîk ve pêvajoya guhertin û ji nû ve avakirinê bi şêwazek defacto û radîkal ve da destpêkirin tevgera me ya azadiya jin jî di çarçoveya tekoşînên çepgir û neteweyî de aliyên xwe yên ku di bin bandora nirxên bilind de dimînin, ji nû ve xist liber lêpirsînê. Gava ku bi xwendinên Manîfestoya Civaka Demokratîk ve paqijiyek fikrî û dîrokî pêşdikeve, ji nû ve ava kirin biawayek hê bihêz û saxlem ve xwe bi kokên xwe yên orjînal ve girt. Ev rewş ket pêşiya tevliheviyan, li dijî kesên ku dixwazin vê zemînê ji bo şaş fahm kirinan an jî vê zemînê ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin, zemîna tekoşîna hê bihêz derxist holê û zelaliya rêxistinê jî pêşket. Di eslê xwe de lêpirsîna guhertinê ya ku bi manîfestoyê ve destpêkirî û helwesta wê tenê di vê pêvajoyê de pêşneket.

Bi Pêvajoya Civaka Demokratîk re ji bo dîroka jin jî dahûrandina hê bikok, lêkolîn-lêgerînên pir alî û lêhûrbûyînan, pêşiya encamên vê dîrokê vekir.

Rêber Apo hê bihêz hinek îşaretên ku beriya wê zeft kirî şopand û gihişt kûrahiyê. Li dijî feraseta polîtîkaya dewletparêz-desthilatparêz, şer, netew û jiyanê bîrdoziya ku dispêre nirxên azadîxwaz wekhevî, komînal û ne navend dewlet, civakî kir û spart ferasetek mayînde. Mîhvera bingehîn a vê tekoşînê jî tekoşîna azadiya jin destnîşan kir. Rêber Apo bi wan hevokên xwe ve bi vê rastiyê bi şêwazek pir balkêş ve vedibêje; “Di derdora jin de cîhanek nû diwelide. Hêmanên esas ên nêzîkatiyên paradîgmatîk û teoriya nû ji azadiya jin re derbas dibin.”

Komînala demokratîk a ku wek îfadeya hevpar a sêmend felsefe, exlaq û polîtîkayê pêşketîn, di tekoşîna civakî, rêxistiniya jina azad û tekoşîna wê de di pozîsyona aktorê bingehîn de ye.

Eger em bi şêwazek hê rastir vebêjîn rol û pozîsyona di tekoşîna azadiyê de ya jinê cihê xwe rûnişt. Di bingeha guhertin, stratejî û rastiya tekoşînê de rolek hê bihêztir bidestxist. Li ser esasê ku erkên zehmet ên veguhertina civakî û berpirsyariyên tekoşînek ku mohra xwe li hemû rastiya cîhanê û polîtîkayên wê dan, bigire li ser milên xwe helbet pir girîng e. Nêrîn û nêzîkatiya jin, bandor li ser pêşketinên siyasî û veguhertina civakî di îstîqameta xeta azadiyê de bike pir stratejîk e. Ev ji bo zextên li ser pêşketinên giştî ya xeta azadiya jin jî dibe pêşîveker. Helbet hîna qonaxên ku  ji bo pêşxistina hê bihêz a rêxistina jin bên derbas kirin û di asta jor de beşdarî pêşketinê bûyîn jî, pêwîst dike. Li dijî astengiyên navxweyî yê jinê jî pêwîstiya tekoşînek hê bihêz derdikeve holê. Ji bo ku meseleyên ji aliyê jinê ve tên jiyan kirin bê derbas kirin û dîsa kesayet û nasnameyek ku ji civakê re dibe model bê avakirin, helbet girîngiya perwerde, zanebûn û rêxistin kirinê pir rehende. Jin hêmanê sereke yê civakê ye, rêxistinkarê bingehîn ê jiyanê û hêza beralî kirinê ye.  Ger nêzîkatiyek îradeya jin nasneke û dîsa bi heman şêwazî rêxistin kirin pêşbikevin, we ev bi ti awayî nekarin ji mesele û nakokiyên bingehîn ên ku tên jiyan kirin re, bibin çareserî. Derve hiştina jinan a ji pergalan re, biçûk dîtina wê, tepisandina nasnameya wê, lewazî û valatiya herî mezin a pergalan e. Gava ku Rêber Apo digot “Jin, çîn, netewe û cînsê herî pêşî û bikok ê paşverûtî û koledariyê ye” helbet pir alî û kûrahiya meseleyê datîne holê. Dema ku em di xweseriya mijara xwe de digirîn dest em dîbînîn ku ev pêşî hîna nehatiye derbas kirin. Hingî ku tiştên pêşî di nava qonaxên pêşketinê de neyên derbas kirin wê taybetmendiyek ku encamê destnîşan dike bihewîne.

Birastî ji ber ku ji aliyê jin ve jî ev karakterê bindestiyê ya ku di destpêkê de veşartî nehat derbas kirin, lewra em di meseleyên rojane de teyîsandinên vê dibînîn.

Em bitaybet jî şahidî ji şêwazên herî tirsnak a pêvajoya bindestiya jinê ya  di nava avaniyên dewlet netewe de dikîn. Ji ber vê sedemê jî divê em destpêkê bi vê re tekoşîn bikîn û vêya biguherînin. Eger guhertin û veguhertina civakê bikok û bikûrahî be, bi çareser kirina meseleya azadiya jin ve girêdayî ye. Beşdariya çalak a çalakiya xwe afirandina ji nû ve ya li ser esasên azadî û wekhevî ya neteweyekê dibe têk neçûyîn û serkeftina wê neteweyê. Ev di rastiya Kurd de derketiye holê.

Şêwazê vegotina rastiyekê dibe nîşaneyek ku ew rastî ji kîjan aliyan ve girtiye dest û bitaybet jî çi û kî/ê esas wergirtiye. Em ya bingehîn û talî dikarîn ji şêwazê rêz kirina têgehan ve derbixînîn. Dema ku em vêya digirîn dest em di nîvîsa xwe de tenê li cihê jinê ya di tekoşîna civaka demokratîk de binêrin wê şaş be. Nêrîna rast a esas ew e ku wê jin çawa tekoşînek azadiyê û tekoşînek civakî demokratîk çawa ava bikin û rêxistina komînal demokratîk çawa ava bikin? Wê tekoşîna azadiya jin di rêxistin kirina civaka komînal demokratîk de rolek çawa bileyîze û eger bi şêwazê; wê mîrateyek çawa bi dîrokê bide qezenç kirin bibe, wê bibe îfadeyek hê rastir.

 

Divê tekoşîna jin rojeva xwe biafirîne

 Pêwîste tekoşîna jin di hedefên hevpar de bigihijin hev û îradeya xwe ya rêxistin kirî pêşbixînin. Ji ber ku em li kîjan devera cîhanê binêrin li wê derê rê derxistina civakê, bênasnametî, bazara mirovan û tecawîza her cure maf li ser jinê pêktê. Ji bilî vê ev heqereta herî mezin e ku li nişfê jinê tê kirin. Rê derketina civakî û bê îrade kirin, niha di her devera cîhanê de bûye pirsgirêka herî bingehîn. Hingî ku tevgerên jin pêşketin nîşan bidin ev bûyer hê zêde derdikevin li ser rûyê erd û hewl tê dayîn hê zêde bê nîqaş kirin û derbas kirin.

Pêwîste tekoşîna jin hê zêde rojeva xwe biafirîne û tekoşîna xwe ya civakî û siyasî hê bandor bike. Eger jinan dest bi nîqaş kirina meseleyên xwe kiribin, xistibin rojevê, wek hêzek birêxstin kirî li dijî pergala baviksalarî tekoşîn didin, tenê maf bi jinan nade qezenç kirin di heman demê de pêşiya guhertina zîhnî ya wê civakê jî vedibe.

Wê ev dîsa îradeya siyasî ya yekalî pêşketî ya nîzama heyî, desthilatdariya navend bûyî, pêwendiyên mirovan û heta pêwendiyên malbatê ji nû ve bi xwe re bigire dest ku wê ev di derbas kirina zîhnî ya nîzama baviksalar de pir diyarker be. Lewaziya rêxistinkirina ku di vê mijarê de tê jiyan kirin dema ku nîzamên serwer bihêz dike, di rêxistin kirinê de serkeftin bidestxistin jî nîzamê lewaz dike û bê wate dike. Jixwe eger pergal keda jin, gotina wê û çalakiya wê biçûk dixîne ev ji vê tirsê tê. Girtina dest a hê zêde ya meseleyên jin ên ku di civakê de tên jiyan kirin, çareser kirina wan û hilbirandina projeyan dibe aliyê herî stratejîk a siyaseta demokratîk. Ji vê hêlê ve kedek herî biçûk a ku jin di oxira azadiyê de xerç dike, hevokek ku hatî gotin jî pir binirxe û biwate ye. Bi dil, mejî û wêrekiya xwe ve li dijî vê siyaset û rastiya leşkerî ya cîhanê giranbûyî û ji aliyê mêrê serdest ve anîn astên tirsnak jî, tekoşîn kirin û bi nirxên aîdên nasnameya xwe ve pêşxistina feraseta siyaseta demokratîk a nû û pêwendiyên komînal pir girîng in.

Tekoşîna cins a jinê, tekoşîna wê ya li hemberî meseleyên ku ji aliyê civakê, malbatê û tundiyê ve tê jiyan kiirin, gihiştiye rehendek hê aktîftir. Her çiqas ev alî di pêvajoyên derbas bûyî de bingeha bîrdoziya me jî bû lê ji aliyê rêxistin kirin an jî di hilberîna polîtîkayê de pir jiyanî nedibû. Dibû rehendek ku hê zêde paşda bimîne. Lê divê bi pêvajoya civaka demokratîk re jin hê zêde bikeve meseleyên ku di qada civakî de jiyan dike, hingî ku bikeve meseleyan jî pêwîste pêngav bi pêngav aliyek ku fikrê şênber û proje pêşdixîne qezenç bike.

 

Hewceye em wek pratîkî bibîn xwediyê nêzîkatiyek hê yekpare

Wek tevgera azadiya jin bi gelek pêşketinan re aliyên ku em paşda man û lazim e derbas bikîn jî hene. Meseleya azadiya cinsan ku bûye yek jî meseleyên herî zehmet û tevlîhev û vêguherandina vê pirsgirêkê ya wek kevneşopiyek azadî ya ku di civakê de cihê xwe dibîne, ked û tekoşînek daîmî dixwaze.

 

Em her ku çû hê zêde ketin vê qadê lê me hîna ji bo jinê alternatîfek jiyanê ya berfireh ava nekiriye û di nuqteya ku bibe hênaseya azadiyê de astek têrker neafirandiye. Me keda ku ji aliyê tekoşîna jinê ve hatî dayîn, di tarzê ku hê encamgir, bigihije giştî jinan û xitabî pêdiviyan bike de berfireh nekiriye. Meseleya jin a ku di her devera cîhanê de wek meseleyek herî bingehîn dikeve rojevê, bi şiklekê ku ji aliyê her hêzê ve tê rojevê. Êdî dewlet, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan çep-rast, anarşîst, ekolojîst gelek derdor vê meseleya ku neyê paşçav kirin, dibînin û li gorî xwe lêgerînan pêşdixînin. Bi biçûk nedîtina ti hewldanan re, rewşa destgirtinê ya bi nêzîkatiyek yekpare ya hemû aliyên bîrdozî, polîtîk, rêxistinî xweparastin, hiqûqî, çandî, exlaqî, bedenî ve meseleya azadiya jin, hê zêde tê dîtin. Tevgera me ya azadiya jin bi paradîgmaya ku Rêber Apo pêşxistî ve wek bîrdozî, nêzîkatiyek wiha komple, feraseta jiyan û tekoşînê pêşdixîne. Lê nêzîkatiyên me yên pratîkî ji girtina vê ya yekpare hîna dûr in. Astek rêxistinkirinê û hewldanek heye lê dema ku em hedefa xwe ya esas û rastiya nîzama baviksalar a ku pêwîste em derbas bikîn dihizirîn nebes dimîne.

Em mecburîn ku bi hêza me ji Manîfestoya Civaka Demokratîk girtî ve hê zêde bawerî bi hêza xwe bînîn û dîsa nebesiyên xwe bi wêrekiyek hê mezintir ve bibînîn û derbas bikîn. Dema ku em li hember her cure meseleya ku di civakê de tê jiyan kirin bi hestiyarî û bidilsoziya azadiyê re nêzîk bibîn, em ê di esasên azadî û wekheviya ji nû ve ya civakê de bibîn hêza bingehîn a ava kirinê. Ji ber vê sedemê em ji meseleyên cins bigirîn û hetanî meseleyên netewî, polîtîk, aborî, civakî, çandî û mecburîn ku di hemû meseleyan de xetek tekoşînê ya ku bi nêrîna jin ve çareserî diafirîne, bi nasnameya jin ve dibe navê çareseriyê di civakê de pêşbixînîn.

 

Bêyî ku em benda ti kesî bîn, pêwîste em tekoşînek piralî bimeşînîn

Bêyî ku em di ava kirina civaka komînal demokratîk de benda ti kesî bimînin û bêyî ku bêjîn bila hinek din destpêbikin, pêşengtî bikin ji piralî ve tekoşînê pêşbixînîn.

Eger em vêya nekîn em ê hem ji aliyê mirina mirovan ve û hem jî wek teyîsandina rantxuriya şer a ku di dewletê de pêşdikeve, ji bo rê derketin û qirêj kirina civakê berdêlên mezin bidîn. Wê herî zêde jî jin, ciwan û zarok bibin qurbanê vê qetlîamê. Ji ber vê sedemê jî wek jin ava kirina rêxistinên xweparastina mayînde û pêşengtiya ji vê re ya li dijî qirkirina civakê ya ji her aliyê ve, qasî dibe erka me ya herî bingehîn ew qas jî mafê me yê herî bingehîn e. Divê em çi li dijî şêwazê kapîtalîst, çi li dijî şêwazê feodal û li hember qetlîamên ku wek polîtîkayek qirêj a rantxuriya şer li ser jinan pêktîne ya pergala hegemon jî, hê zêde dengê xwe bilind bikîn û pêwîste em hemû dengên jin ên heyî bikîn yek. Hewceye em li hember wan qetlîamên jin tevnek rêxistiniya komînal a ku xwedî hevdu derdikevin û jinan diparêzin pêşbixînîn. Lewaziya rêxistiniya me tê wateya bihêz kirina vê nîzama qatilê qastîk û kluba zilamê nêçîrvan. Kîjan zîhniyet, kîjan sazî, kîjan kes jinê bixîne bin zextan hewceye li dijî wan bi afirandin polîtîkayên taybet ve tekoşîn bê dayîn. Dema ku kolektîfiya fikrî ya jinê hat afirandin wê demê wê dewlemendiyek rêbaz û şêwazên tekoşînê derbikevin. Eger em bi vê zîhniyetê ve nêzîk bibîn em ê li dijî ferasetên namus, rêûresmên kevnar, dîsa û li hember polîtîkayên parçe dike û obje dike yên kapîtalîzm li ser modernîzmê dimeşîne jî, jinê tenê nehêlîn. Lê em dikarîn bi xwe rêxistin kirinê ve zanebûn û helwesta hevpar pêşbixînîn.

 

Divê ji bo azadiyê teqez komînên jin bên ava kirin

Êdî ji aliyê tekoşîna azadiya jin ve nuqteya herî girîng û stratejîk li dijî nîzamê ew e ku jinê perwerde bike, veguherîne û navendên rêxistin kirinên ku li hember pergalê helwest nîşan didin berfireh bike û wan rêxistiniyên ku berfireh dibin bikoordîne bike û pêwendiya wan bi hevdu re çêbike. Di vê derê de ava kirina rêxistinên komînan pir girîng e. Divê em li dijî hûrgiliyên jiyanê ji tekoşînê bigirîn, hetanî rehendên wê yên siyasî û bêyî ku bêjîn biçûk-mezin, li hember kî û çi tekoşîn bê pêşbînî kirin, pêwîste hema wê derê ava kirina komînan bibe hedefa me ya esas.

Divê em rêxistinên mayînde ava bikîn. Hewceye em êşa bêrêxistiniya jin a sedan salan di kûrahiya dilê xwe de hîs bikîn û tevnên xwe yên rêxistinên komînal ava bikîn. Ji bo azadiya me ava kirina komînên jin teqez lê teqez pir girîng in.

Wê jin bi hişmendiya azadî û ronakbiriya wê ve xwe tenê hîs nekin û wê wêrekiya tekoşînê nîşan bidin. Wek tevgera jina azad a Kurdistanê di vê mijarê de sekna me ya bi îdîa û bihêz, nêzîkatiyên me yên baweriyê didin, wê derdora jinê cîhanek nû bide ava kirin. Eger em ji her aliyê ve li dijî vê pergla desthilatparêz-dewletparêz şerker rêxistiniya xwe hê zêde mezin bikîn em ê encamên mayînde biaifrînin. Ev ji rêbertiya me, şehîdên me, gelê me, ji nirxên keda ku vê erdnîgariyê derxistî holê û ji tekoşîna jin a di dîrokê de derketî holê, deynê me ye.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00