Kolaneke Amedê ya tirsên wê li ber serê wê
Û bi niyeta xatirxwestinê mirin
Di ewrên hevrîşmî de êvareke winda
Di nav lepên te de henikahiya hesretê heye
Paşê berbang li mejiyê min dide
Û bedena min ji hev dibe
Ez hesreta di dilê xwe de çawa vebêjim
Ez çi jî bikim hukmê min li ser zeman derbas nabe
Bi înada mirinê sibeh di xewnên min de tê şûştin
Û kolaneke Amedê şahidê temenê min e
Hatiye girtin
Êdî ji zimanê ba çîrokeke hemû paşeroj
Û mirov dehf bide aliyekî dehşeta bi tirs
a dehan salan
Yek jî ku hemû nediyariyên welatê min tên tehlîlkirin
Min di nav êşên yeman de dihêle
Gotin egîdek şehîd ketiye
Min çavên xwe yên ji dîrokê westiyane
Li ber baranan raxist
Ji ber sibeha êşkenceyê nabe
Hêvî tê xencerkirin ne henek e
Ji ber heneka mirinê nîne
Li Kurdistanê zeman asî ye
Roj derdikeve
Tarî dikeve erdê
Temen derbas dibe
Û qirîna êşkenceyê kêm nabe
Temenê min di hesreta misrayê de ye niha
Şîna asîman e hesret
Û di nav sibehên hepskirî de
Min dilê xwe li ber baranan raxist
Wext di kîjan paralelê de ne
Roniya hîvê li çaxan dialiqe
Stêrk kom dibin di nav lepên min de
Sibeha êşkenceyê nabe
Tu heznê ji stranan re bihêle
Li dû şevên westiyayî
Her tiştê xwe biajo pevçûnan
Çiyayên te hene
Guvernîka beşeke zeman e
Amed dikeve xewnên min
Ji ber qewlê me hemû hesabê pêşerojê
Hemû asîman dibe Mazlûm
Û qîrîna êşkenceyê kêm nabe
Di bîbikên çavên min de bihar
Ji ber kurên min zarokên pevçûnê ne
Û pevçûneke di rengê gulê de
Li ser milê bi bêjik ê şevê de
Şaxeke zirav a biharê ye hêvî
Û ji ber çi be resameke hosta ye xewnên min
Û kolaneke Amedê di nav xwînê de
Kenên min sêwî
Û gotin ku egîdekî ez digirtim
Û dibirim ber bi salên bihurî şehîd ketiye