RÊYA DERKETINA JI QAOS Û QEYRANÊ ÇARESERIYA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK E

Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdulah Ocalan Duran Kalkan pirsên Komînal bersivandin:

ekleyen Komînal

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Komînal: Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê tên bibîranîn. Hûn rola û biryardariya ku malbatên şehîdan nişan didin çawa dinirxînin? Daxuyaniyek di vê mijarê de ya Rêber Apo çêbû. Ji bo di pêşerojê de ji tekoşîna şehîdan re xwedî derketin çêbibe çi dikare bê gotin? 

Duran Kalkan: Ji ber sedema zêde ya pêvajoya derbas bûyî rêveberiya me ya tevgerê nekarî şehîdan îlan bike û bi niviya duyemîn a Tebaxê re û di niviya pêşî ya meha Îlonê de îlan kir. Di serî de malbatên me yên şehîdan ji aliyê hemû gelê me ve şehîdên tekoşîna azadiyê bi dilsoziyek mezin, kelecan ve hatin bibîranîn û xwedî derketin çêbû. Di serî de Rêber Apo saziyên cur be cur, rêveberiya me daxuyaniyên girîng kirin. Di bin dirûşmeya ‘Gelê Kurd Şehîdên  xwe bibîrtîne’ de li ser bingehê bîranîna şehîdan tevgerek gel a bibandor pêşket. Ez li ser vê bingehê beriya her tiştî di şexsê şehîdên me yên ku hatîn îlan kirin de hemû Şehîdên me yên Tekoşîna Azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û biminet bibîrtînim. Ez şehîdê me yê mezin ê dawiya meha Îlonê de şehîd ketî heval Riza, dîsa şehîdên me yên qehreman ên ku li ser bingehê “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” berxwedana şehadetek mezin pêşxistîn, li dijî komployê di derdora Rêber Apo de çemberek ji agir çekirîn û di şexsê wan de hemû şehîdên meha Cotmehê bi rêzdarî, hezkirin û minet bibîrtînim û ez soza me ya serxistina armancên wan û jiyan kirina bîranînên wan nû dikim.    

Rêber Apo got “PKK partiya şehîdan e.” Got rêxistin kirina bîranînên Heqî Karer e. Destnîşan kir ku şehîdên me di şêwazê PKK’ê de jiyan dikin gel perwerde dikin û ji wan  re pêşengtî dikin. NIha jî dibêje ku li gorî pêdiviya bîranînên şehîdan “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” a ku em di nav de ne pêşxistiye. 

Di peyama ku li ser bîranîna heval Fuad û Riza şandî de gotibû “wê bibin çavkaniya îlhamê ya tekoşîna me ya pêvajoya nû.” Hêza ku îlham dide û araste dike ya çavkaniya morala bingehîn a vê pêvajoyê teqez şehîdên me yên qehreman in. Ev pêvajo di encama tekoşîna lehengane ya ku ji sala 1976-77’an de destpêkirî û hetanî roja me hatî da derket holê. Ev tekoşîn Rêbertî pêşxist, şehîdên me afirand û bibeden kirin. Ji ber vê yekê li ser bingehê “Bangawaziya Aştî û CIvaka Demokratîk” destpêkirina pêvajoyek nû, lidar xistina destpêkên nû, ava kirina kelecan û hêviyek nû teqez di saya hêza şehîdên me de pêktên. Nirxên ku afirandîn, hêza ku dane; derfet dide derketinên nû û dîrokî pêkbên. Ne pêkan bû ku biawayek din çêbibe.

Di destpêkê de dayîkên şehîdan malbatên me yên şehîdan pir bihêz beşdarî îlanên şehîdan ên di vê dawiyê de bûn. Ez li ser vê bingehê hemûyan jî bi rêzdarî silav dikim û destên dayîkên me yên şehîdan maç dikim. Di bîranînên şehîdan de ev rastî hat dîtin: Bi rastî jî rastiya gelek ku xwe di xeta şehadetê de nû dike, diafirîne, jiyan dike û dimeşe bi tekoşîna PKK ya ku bûye partiya şehîdan ve hatiye  afirandin. Rêber Apo rastiya gelek ku bi şehîdên xwe re jiyan dike û di şopa şehîdên xwe de dimeşe, ji wê ne veqete derxistiye naverastê. Ev bîranînên dawî û xwedî derketina pir bihêz a rastiya şehîdan ev rewş bi şêwazek zelal derxist holê. Ji aliyê her kesî/ê ve rastiya gelek ku bi şehîdên xwe ve xwe afirandî, dibihîze, fahm dike, bi şehîdên xwe ve jiyan dike, ji rastiya şehîdên xwe qut nebe û dûr nekeve hatiye dîtin. Ev îşaret bi çi dike: Yek: rastiya ku jiyan dike, rastiya şehîdan e. Di paşerojê, îro û pêşerojê de çavkaniya me ya hêza herî mezin rastiya şehîdan e. Rastiya şehîdan pêşengtî ji tekoşîna hebûn û azadiyê dike. Hêza pêşeng, hêza birêxistinî û hêza ku rastiya rêbertî temsîl dike rastiya şehîdan e. Vêya bi şêwazek zelal ve datîne holê. Ya duyemîn; rastiya gelek ku bi şehîdên xwe ve di xeta şehadeta heyî de hest û fikrên xwe pêşdixîne, jiyana xwe rêxistin dike derketiye holê. Çi dibe bila bibe êdî mirovek Kurd ê ku ji şehîdên xwe qut nebe heye. Jin-zilam heye, pîr-ciwan heye, wek rastiya bingehîn a jiyan dike xwedî li rastiya şehîdên xwe derdikevin. Rastiya gelek ku di pêşengtiya şehîdan û vê astê de xwedî li vê pêşengtiyê derdikeve, li ser wê bingehê xwe zana dike, rêxistin dike û dimeşe heye.

Rastiya gelek wiha vêya nîşan dide; dijberên wî çi dibin bila bibin, çiqas rastî êrîşan bê bila bê wê timî rêya xwe bibîne, di rêya rast de bimeşe, wê her cure êrîşê bişikîne û teqez jiyana azad û demokratîk biafirîne. Wan bîranînên şehîdan ev biawayek zelal nîşanî me da. Bi şêwazek zelal danî holê ku gelê Kurd gihiştiye astek wiha. Wê demê êrîş çi dibe bila bibe înkar û tune kirin bi kîjan şêwazan bê rêvebirin bila bê rêvebirin, ti kes nikare vî gelî ji şop û doza şehîdan veqetîne. Wê kes nekare zanebûn û rêxistina ku şehîdan afirandî belav bike û wê nekare di xeta şehîdan de birîna zaferê ya meşa azadiyê asteng bike. Ev bişêwazek zelal ve carek din derketiye holê.

Em wek rojane jî dikarîn van îfade bikîn: Çawa ku gel bi dilsoziyek pir mezin  ve xwedî li şehîdên xwe derketibe di heman demê de ev xwedî derketin bû xwedî derketina pêvajoya nû ya ku bi “Bangawaziya Aştî û CIvaka Demokratîk” a bi dîrok 27’ê Sibata 2025 a Rêber Apo ve derketî holê. 

Gelê ku xwedî li şehîdên xwe yên tekoşîna derbas bûyî derketî, di heman demê de nîşanî dost-dijminan da ku di heman rêjeyê de xwedî li pêvajoya nû ya ku Rêber Apo pêşxistî jî dibe. Yekparetiyek Rêbertî û gel a wiha heye. Her kesî/ê ev dît. Ji ber ku her kes dibêje ku eger “pêvajo civakî bibe” wê  serbikeve. Erê rast e hetanî ku civakî nebe ti pêvajo nagihije serkeftinê. Bîranînên şehîdan ev nîşanî me da; Herî hindik Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di asta herî jor de di eniya Kurd de civakî bûye. Gelê Kurd di mijara pêvajoyê de jin-zilam, ji heft û hetanî heftê salî, zanebûye; hatine asta ku bi şêwazek herî bihêz ve xwedî li pêvajoyê derbikeve û erk û bepirsiyariyên ku ew pêwîst dike bicih bîne. Ev, ji aliyê eniya Kurd ve wateyek pir mezin îfade dike û ev jî nîşan dide ku Kurdan pêvajo serxistine.

PKK’ê, di Kongreya xwe ya 12’emîn de têkîldarî şehîdan nirxandinên girîng kir. Biryarên dîrokî hilda. Anî ziman ku afirîner û xwediyê hemû pêşketinan rastiya şehîdan e. Hat destnîşan kirin ku her tişt di xeta şehadetê de hatiye afirandin, qezenç kirin. Du bangawazî ji gel re kir. Yek; ji bo ku xwedî derketinek di her astê de ji rastiya şehîdên ku bûne nirxên herî mezin ên tekoşîna 50 salan çêbibe, got; em şehîdan emanetî we dikin. Hûn ê îro şûnve li ser navê partiyê xwedî li wan derbikevin û rêvebibin.

Ya duyemin; Hûnê ji xeta şehîdan dernekevin, ji şehîdan dûr nekevin û hûn ê di xeta şehîdan de bimeşin, tekoşîn bikin û timî di rêya rast de bimeşin û serkeftinê bidestbixin.

Bîranînên şehîdan ên ku dawiya Tebaxê û di destpêka Îlonê de hatin kirin û hîna jî berdewam dikin nîşanî me dan ku gel bersiva erênî dide vê bangawaziyê. Di oxira canên xwe de xwedî li wan nirxên pîroz ên ku ji wan re hatine emanet kirin derdikevin. Ji bo ku di xeta şehîdan de armancên şehîdan serbixînin jî bi hemû hêzên xwe ve, bi çalakî û gotinê xwe ve datînin holê. Ev jî bû rastiyek bîranînên dawî yên ku derxistî naverastê û ispat kirî. Hînek derdor tirsiyan, xwestin asteng bikin, lê bêyî ku neyiniyek bê jiyan kirin ev bîranîn li gorî ruhê demê pêkhatin. Vêya jî du tişt derxist naverastê. Yek; Danî holê ku di eniya Kurd de xwedî derketinek bihêz û bibandor ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re çêbûye. Duyemîn; Ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihije serkeftinê, ji bo ku çareseriya entegrasyona demokratîk pêkbê û ji bo ku rêxistin kirina Civaka KOmînal Demokratîk zemînek pir bihêz a pêwîst heye û vêya zemîna rêxistin kirin û çalakiyê jî hê zindî û bihêz kir.  Li ser vê pêşxistina asta herî pêş, pir alî û bibandor a xebatên ava kirina civaka demokratîk pêkan e. Zemîna civakî ya heyî hat rewşa pir alî û bibandor. Ji vêya şûnve jî ji kadro, şoreşger û komînarên ku xebatên perwerde û rêxistinkirinê li ser vê bingehê dimeşînin re dimîne. Wê xebatên van encamê diyar bike. Em bawer dikîn ku wê ev pêşengtî jî, eynî wekî civak xwedî li bîranînên şehîdên xwe derdikevin xwediyê wan encaman derbikevin û wê vê zemînê vegerînin perwerde û rêxistin kirina demokraîtk a bihêz.

Wê heman rewş belavî gelên li Tirkiyeyê bibin, çiqas belav bibe, ji ber vê yekê wê vegere serkeftinek Tirkiye, wê kengî vegere, bêguman wê pêvajoya xebat û tekoşîna pêşiya me destnîşan bike. Ev vekiriye, lê di eniya Kurd de xwedî derketinek herî bihêz, ji pêvajoyê re çêbûye. Derketiye holê ku pêvajo bi şêweyek herî kur civakî bûye û herî bi bandor jî pêwîstiyên wê bicih tînin.

Pêşketinên pêşî û piştî ku qanûna çarçoveyî derbikeve tên zanîn. Hûn bêxwestekiya dewletê ya di dayîna statu û destnîşan kirina rola Rêber Apo de nîşan dide çawa dinirxînin? Ji bo pêşketina pêvajoyê girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çiye? Ji bilî vê wê bandorek daxuyaniya Parlamentoya Ewropayê ya têkîldarî ji nû ve rojev kirina Mafê Hêviyê ya ku di meha Kanûnê de bê nîqaş kirin ji pêvajoyê re çêbibe?     

Ev hem ji bo guhertin û veguhertina dîrokî û hem jî ji bo rêvebirina siyaseta rojane mijarên girîng in. Ev rastiyeke ku dewlet bitaybet jî desthilatdariya AKP’ê di rêvebirina pêvajoyê de, ji statuya dayîna ji Rêber Apo re û ji bo pêvajo serbikeve pêwîste Rêber Apo bibe xwediyê zirûfên ku bikare bixebite, lê bêxwestek tevdigere û ev biçav tê dîtin. Bi rastî ev rewş di qanûna ku “Qanûna Çarçoveyî” jî tê gotin de tê dîtin. Li gel hemû hişyariyên Rêber Apo û wek rêveberiya Tevgerê me jî qanûn bi vî şiklî derxistin. Niha nikarin pêk bînin. Ji ber ku ji gelek hêlan ve bûye qanûnek ku nekarin pratîze bikin. Mînak di rêjeya pir mezin de qanûn PKK’ê nahewîne. Mînak Rêber Apo nahewîne. Mînak 800 kadroyên PKK’ê nahewîne. Wek qanûnek ku ji bo PKK’ê hatibe derxistin tê pênase kirin, lê qanûnek welê nîn e ku ji bo PKK’ê hatibe derxistin. Wekî qanûnek ku ji bo alîgirên PKK’ê hatibe derxistin tê xuya kirin.

Rewşa şênber ev e. Vêya jî dixwazin bi destê PKK’yiyan, bi destê Rêber Apo ve pratîze bikin. Hem PKK’yiyan di derve de dihêlin, rêxistinê, gel, kadro, rêveberî, şervan, sempatîzan ji hev qut dikin û parçe dikin û hem jî di nava wan de rêveberî û Rêbertî di derve de dihêlin, lê dixwazin li ser wan jî pêk bînin.  Dibe qanûnek ew qas bi nakokiyan ve tijî. Ji aliyê siyasetê jî û ji aliyê hiqûqê ve jî nakokiyên cidî hene. Dema ku mirov ji vê derê mêze dike tê dîtin ku dewlet jî desthilatdarî jî em wek giştî Komara Tirkiyeyê bêjîn, ne amade û bixwestek in ku PKK’ê bigirin nava xwe.  Ne xwediyê zelalbûn û xweşbiniyê ne ku PKK’ê bigirin nava xwe. Komara tekperest ji PKK’ê re teng tê, ji ber ku PKK nûnertiya 60 milyon Kurdan dike. Yan hûn ê dewletek cuda bidin Kurdê 60 milyonî yan jî hûn ê entegreyê dewletekê bikin. Li vê derê di naverastê de sekinandin nabe. Di rastiyê de muzakere, diyalog, pêvajo beşdariyek wiha dihewîne, lê li gorî van pêdiviyan dewlet-desthilatdarî guhertinên zîhnî û polîtîkayî pêk neaniye. 

Ez nebêjim ku qanûn bi vî şêwazî encam nade,

nikare bê pratîze kirin jî!

Di holê de Komara Demokratîk, siyaseta demokratîk tineye. Îslama Sunî ya tekperest, Tirkparêz û dewleta netewa bîrdozî heye. Dixwazin PKK’ê jî bixînin nava vê. Jixwe eger PKK ketiba nava wê derneket serê çiya, ne dibû gerîla û ev qas tekoşîn pêş nediket. 50 salên derbas bûyî wiha ne dihat jiyan kirin.   

Ev dihatin dîtin. Dibêjin ku wiha nayê jiyan kirin, em biguherînin-veguherînîn, lê di holê de zîhniyet û siyasetek ku guhertin-veguhertinê bike tineye. Hîna di zîhniyet û siyaseta ku Kurdan înkar dike de guhertinek cidî derneketiye holê. Bi serê ziman ve dibêjin ku Kurd heye, lê Kurdek çawa? Gelê Kurd nayê pênase kirin. Eger gel be, naxwazin mafên wî bidin, naxwazin bibînin. Ev nêzîkatî hîna berdewam dike. Di qanûnê de jî wiha ye. Di pêkanîna qanûnê de jî nêzîkatiyek wiha heye. Ez nebêjim ku qanûn bi vî şêwazî encam nade, nikare bê pratîze kirin jî. Ji bo ku qanûn pratîze bibe pêdivî bi nêzîkatiyên nû heta qanûnên nû heye. Divê ev aliyên neyên pêkanîn, ji aliyê lijneyên ku ev qanûn çêkirîn ve ji holê bên rakirin û serarast kirin.

Di vê mijarê de gelek pêşniyar, nîqaş û hişyariyên Rêber Apo çêbûn. Di pêvajoya amade kirina qanûnê de jî hebûn. Piştî ku qanûn derket şûnve jî çêbûn. Ev çiqas baldar tên destgirtin, wê bên destgirtin, birastî jî wê li ser vî bingehî çiqas serarast kirin çêbibin, wê rojên pêşiya me van zelal bike.

Di vê mijarê de pêkanînek pratîkî hîna nayê dîtin. Ev rewşek zelal e. Halbukî me wek gel û tevger ev timî anî ziman. Kongreya 12’emîn a PKK’ê biryarek pir zelal wergirt. Me beriya kongreyê got ku ‘encax Rêber Apo kongreyê kom bike, em nikarin kom bikîn.’ Rêber Apo xwest ku em kom bibîn, perspektîfa nivîskî-bidîmen pêşkêş kir. Me wê demê jî got ku ‘em ê kongreyê kom bikîn û em ê biryar jî bigirîn, lê pêkanîn aîdê Rêber Apo ye.’ Birastî Kongreya 12’emîn a PKK’ê biryarek wiha jî derxist. Biryarên ku Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk dixwest bûn, lê di bin wan de jî biryara ‘Encax Rêber Apo dikare wan biryaran pêk bîne’ hat girtin. Ji ber vê yekê Rêber Apo yekane hêza pêkhêner û rêveber a biryarên bingehîn ên wekî dawî anîna avaniya rêxistinî ya PKK’ê, dawî anîna stratejiya tekoşîna çekdarî û ji nû ve ava kirina li ser bingehê stratejiya tekoşîna siyasî ya tevgerê û hatina rewşa tekoşîn kirinê. Ji ber vê yekê hetanî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkneyê bêçek bûn pêknayê,, hetanî ku zirûfên rêveberinê ya tekoşîna siyasî demokratîk pêkneyên, biryara feshê nikare bê pratîze kirin. Lê bi rewşa heyî ve bitaybet jî tişta ku di derdora desthilatdariyê de tê dîtin ev e: Bila hem azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nebe, ne gihije zirûfên ku bikare azad jiyan bike û bixebite, nebe xwediyê ti statuyekî û hem jî wan biryaran pratîze bike! Wiha nabe. Lê Rêber Apo pir caran gotiye ku “Ez di wan zirûfan de encax ew qas dikarim bikim, eger dixwazin ez ji vê wêdatir rol bileyîzim wê demê divê zirûfên ku ez tê da me, bînin asta ku ez bikarim kar bikim.

Wek rêveberî me jî gelek caran ev anî ser ziman, gel vêya her roj dibêje. Di vê mijarê de di Rêbertî, Rêxistin û Gel de yekitiyek tam heye. Hewl didin vê yekitiyê dabeş bikin, parçe bikin, bi şêwazên cuda ve bidin nîqaş kirin û bi şerê derûnî ve cuda bidin nîşandan, lê yek ji wan jî nagire. Di vê mijarê de Kurd di asta dawî de zana ne. Bi Rêberê xwe ve, rêxistina xwe ve û  bi gelê xwe ve tam bûne yek. Ev ji ber xwe ve çênebûye tekoşîna 50’î salan ev afirandiye. Ji ber vê yekê ne pêkane ku bi lîstikên besîd, rêbazên şerê taybet ve ev bê xira kirin, bikişînin rewşek cuda. Nexwe divê ev rastî bê dîtin.

Eger dixwazin Tirkiye biawayek hêsan ji vê çembera ji agir derbikeve, nexwe divê ev rastî bên dîtin û ev pêngav bên avêtin. Şertê vê yê bingehîn jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û Rêber Apo bê rewşa ku bikare vê pêvajoyê bişêwazek bibandor bimeşîne. Biawayek din nabe. Bi rewşa heyî ve hîna rewşek wiha pêknehatiye. Dema ku qanûn derdiket hinek soz dan, gotin ku ‘dema qanûn derket şûnve wê rojnamevan, rewşenbîr biçin Îmraliyê, wê derî vebibin û her cure dan û standin bê çêkirin.’ Lê qanûn derket û li gel ku nêzîkî du meh derbas bûn, hîna pêngavek nehatiye dîtin. Di nava vê pêvajoyê de dest çûyîna koman a Îmraliyê û dan û standina bi gelek derdoran re ya Rêber Apo berdin, piştî ku qanûn derket 40 roj şûnve şandeya Îmralî ya Dem Partiyê tenê carekê çû Îmraliyê.   

Wek tê zanîn ku qanûna çarçoveyî bi dengek rekor ve derbas bû. Lê çima hîna ditirsin?

Erê rast e qanûnek ku ji meclîsê bi dengek rekor ve derketî heye. Desthilatdarî nikare bêje ‘destê min lewaz e.’ Di meclîsê de qanûna çarçoveyî ya ku bi dengek rekor ve hem pêşiya derxistina qanûnên demokratîkbûyîna Tirkiye û dayîna mafên Kurdan yên ku di rapora komîsyona meclîsê de cih digirin û hem jî pêşiya pratîze kirina wan vedike,  derket. Piştevaniyek ew qas bihêz a ji pêvajoyê re tê dayîn heye. Lê li gel vê jî pêngava pratîkî nayê avêtin. Ji ber ku desthilatdarî bêxwestek e û dixwaz her tiştî li gorî berjewendiyên xwe, li gorî lîstikên hilbijartinan û li gorî pêwîstiyên siyaseta hundirîn dîzayn bike. Dîsa dixwaze bike amûr. Ev nêzîkatî ne rast e. Ji bo vê jî tekoşînek heye, bi şêwazên cur be cur ve ev tekoşîn berdewam dike. Divê hê zêde jî bê domandin. Bitaybet jî di hundirê Tirkiyeyê de tekoşîn, konferans çêdibin, çalakiyên cur be cur hene. Ev hemû pir girîngîn û pêwîste hê zêde bên pêşxistin. Hewceye rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, jin, ciwan civaka TIrkiye hê zêde xwedî li vê pêvajoyê derbikevin.

Erê piştevaniya ji derve jî tê girîng e. Birastî di derve de jî piştevaniyek pir bihêz heye. Piştevaniya ji vê pêvajoyê re ya derve, piştevaniya rayagiştî ya ji Rêber Apo re baş e. Lê piştevaniya dewletan, piştevaniya siyasetê ne di heman astê de ye. Di siyasetê de dirûtî heye. Ji aliyekê ve dibêjin ku em ‘piştevanî didîn’, lê paş ve jî van nêzîkatiyên AKP’ê erê dikin. Diyare ku veşartî peyman çêdikin. Saziyên Ewropayê jî welê ne. Konseya Ewropayê jî welê ye. BIrastî beriya niha jî darizandina ji nû ve, Mafê Hêviyê dikarî bibe, ji ber ku 14 sal derbas bûn. 

Divê Konseya Ewropayê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daba pêkanîn. Niha wê di meha Kanûnê de carek din nîqaş bikin, ji Tirkiye saziyên cur be cur, ên hiqûqê serlêdan kirine. Nîqaş kirina vê jî girînge, ev jî qadek girîng a tekoşînê ye. Ev tekoşîna ku di vê pêvajoyê de tê rêvebirin jî girîng e. Lê wê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê çi biryar bide pir ne diyar e. Dema ku mirov li tiştên di pêvajoya derbasbûyî de hatin jiyan kirin mêze dike, mirov nikare pir bihêvî be.  Em dixwazîn bihêvî bîn, bihêvî biaxivîn, lê realîte pir wê nade der. Divê ‘Nabe’ neyê gotin, lê rewşek zelal jî tineye. Lê eger rewş wiha be, divê teqez di tekoşînê de sistbûn, lewazbûn, paşve kişandin çênebe. Dibe ku Komîteya Wezîran biryar negire, li di vê mijarê de çiqas zêde çalakî bên lidarxistin, serlêdan bên kirin, çiqas li ser mafê hêviyê tekoşîn hebe, wê ev jî ji bo ku Rêber Apo bigihije zirûfên azad jiyan bike û bixebite, bifeyde be. Ji ber  vê sedemê jî divê tekoşîn bê berdewam kirin. 

 

Daxuyaniyek têkîldarî cih girtina desteyên jêr a Rêber Apo ya Mehmet Uçum çêbû. Rêber Apo ji destpêka pêvajoyê û hetanî niha pênaseya “Desteya Aştî û Siyaset bûnê” dike û dibêje ku pêvajo encax wiha pêşbikeve. Eger Rêber Apo timî bal dikişîne li ser wan du sernavan û bikaranîna wan her du sernavan bi hev re bikartîne, pêwîste çawa bê xwendin?

Em di vê çarçoveyê de wan bêjîn: Çima saziya ku wek Saziya Şopandin û Nirxandinê  tê pênase kirin an jî saziya ku dibêje min biryara komîsyonên jêr daye; daxuyaniyek têkîldarî, wê naveroka wan komîsyonan çawa be û çawa bixebite nekir; Mehmet Uçum kir?

Birastî jî me ev fahm nekir. Dikare bêjin; yek jî şêwirmendên serok komare, lê bi dehan şêwirmendên serok komar ên wekî Mehmed Uçum hene. Yek jî Cevdet Yilmaz ku alîkarê serok komare, ew bixwe wê desteyê rêvedibe. Li gorî qanûna hatî derxistin jî wiha ye, wek defacto jî wiha ye. Nexwe çima wek serokê saziyê Cevdet Yilmaz daxuyanî nade yan jî nekir, lê Mehmed Uçum daxuyanî dide? Carekê ev rewş nayê fahm kirin. Ev ne rewşek welê ye ku wiha bihêsan bê qebûl kirin. Di vî karî de tişta ne di rê de heye. Mehmed Uçum tenê pênaseya desteyê jî nekir. Di heman demê de hewlda, bi  gotinên wekî di Îmraliyê de ji Rêber Apo re avahiyek çawa hatiye çêkirin, zirûfên Wî yên xebatê hatine sererast kirin ve bandor li ser rayagiştî bike. Li pêy wê jî gotina ‘Tayîp Erdogan carek din namzetê serok komariyê ye’ ser zêde kir. Pêwendiya wan bi hevdu re çibû me ew jî fahm nekir. 

Eger namzetiya serok komar Tayîp Erdogan ji aliyê wî ve yan jî alîkarên wî ve neyên eşkere kirin jî pêwîste, Mehmed Uçum ev bi daxuyaniyek cuda ve eşkere kiriba. Ma çi wateya wê heye ku li kêleka daxuyaniyên têkîldarî Rêber Apo hatîn kirin wê jî bicih  bike? Daxuyaniyên Mehmed Uçum tevlîhev û bi nakokiyan ve tijî ye.

Divê em vêya bêjîn: Mînak yên ku gotin di Îmraliyê de ‘vîla hatiye çêkirin’ jî derketin. Û yên ku gotin malek bi derfetan ve tijî hatiye ava kirin jî derketin. Mehmed Uçum jî dibêje ku zirûfên guncav hatine çêkirin. Vêya çima dibêje û propagandaya vê dike mirov birastî jî fahm nake. Dema ku wê wiha bikin bila deriyên Îmraliyê vekin, çapemenî û saziyên din biçin. Bila bibînin ka vîla hatiye çêkirin, beş hatiye avakirin çi hatibe çêkirin bibînin. Wê tiştekî nîşan nedî, tecrîdek tam pêkbînî, çûyîna her kesî/ê qedexe bikî, hevdîtinan nedî kirin û piştre derbikeve bi gotina ‘me tiştên pir baş kirin’ ve propaganda bikî. 

Ev jî ne helwestek rast e. Derdikeve holê ku xebatek propagandayê ye ku bi vê re hewl didin rayagiştî bixapînin. Ev ne daxuyaniyeke berevajî di holê de xebatek propaganda ya ku hewl didin hinekan îqnayê tiştekî bikin heye. Eger birastî jî welê be, wê demê bila rêgeza  vekirîbûnê bixebitînin da ku her kes bibîne û biryara xwe ew bixwe bidin. Bila mirov bi gotinên Mehmed Uçum ve biryar nedin. Ev aliyeke.

Aliyê din jî, bin navê “Jêr Komîsyona Bêçek kirin û Koordînasyona Stratejiyê” ve lîjneyek balkêş eşkere kir. Ji ber ku pênaseya ‘desteya aştî û siyasîbûnê’ di civîna çapemeniyê ya li ser navê DEM Partiyê hatî kirin de qaşo deşîfre bibû, lewra ji bo ku lîjneya biryar dide jî nekeve pozîsyona ku talîmatên (DEM Partiyê) pêktîne, loma bi nav guhertinê ve kirine ‘Komîsyona Bêçek Kirin û Stratejiyê.” 

Halbukî têgeha ku herî zêde hatî axaftin, herî zêde hatî deşîfre kirin û herî zêde hatî bilêvkirin jî ‘Bêçek kirin’ bû. Eger li ser ‘Desteya Şopandin û Nirxandinê’ zext çêkiribe, herî zêde jî têgeha ku zext çêbike jî têgeha ‘Bêçek kirinê’ ye.

Rêber Apo, ‘Koordînatorê Aştî û Siyasetê’ ye 

Ji ber vê yekê eleqeyek bi vê rastiyê re ya wê pênaseyê jî tineye. Derdorên desthilatdariya ku vê pêvajoyê rêvedibin, bi vê gotinê ve dixwazin dijberên xwe, DEM Partiyê, derdorên ragihandina cur be cur sucdar bikin. Divê her kes vêya bizane. Rastî ne welê ye. Rêber Apo, pênaseya ku Dewlet Bahçelî kirî esas digire. Dibêje ku ji bo min  a derbasdar ew e. Ji ber vê yekê eger wê desteyek bi şêwazê ‘Koordînatorê Aştî û Siyasetê’ bibe, qebul e. Teqez desteya ku Rêber Apo bixebite desteyek wiha ye. Divê rayagiştî ya Kurd û derdorên demokratîk vêya baş bizanîn. Rêber Apo wek Koordînatorê Aştî û Siyasetê tevdigere. Yek jî Rêber Apo di nava desteyek wiha de jî, ji gelek mirovan hema ne tenê kesek e. Serokê vê, koordînatorê vê ye. Dewlet Bahçelî jî ji bo statuya Rêber Apo got ‘Bila bibe Koordînatorê Aştî û Siyasetê.’ Derdorên demokratîk ên ku pênaseya Rêber Apo dikin divê bizanîn ku Rêber Apo wek ‘Koordînatorê Aştî û Siyasetê’ tevdigere.

Eger hem wek nav wiha neyê pênase kirin û hem jî wek koordînator erk nemeşîne ev wê bê wateya ku têkîldarî Rêber Apo hema statuyek jî nehatiye diyar kirin. Wê demê ne Rêber Apo vê rewşê qebûl dike, ne tevgera me qebûl dike û ne jî gelê Kurd qebûl dike. Wê derdorên demokratîk jî vêya qebûl nekin. Divê her kes vêya bi vî şêwazî bizane.

Têgeh çima ew qas girîng in? Ji ber ku Rêber Apo Pêvajo wek Aştî û Civaka Demokratîk pênase kir. Bangawazî, wek ‘Bangawaziya Aştî û Civaka Demokatîk’ kir. Bêçek kirin di nava vê de qadek pir teng îfade dike. Me wek tevger di Kongreyê de dawî li ‘Stratejiya Tekoşîna Çekdarî’ anî. Ev salek û nîv e guleyek jî neteqiyaye. Di Tirkiyeyê de şer tuneye. 30 hevalên me di 11’ê Tîrmeha 2025’an de çekên xwe şewitandin û helwesta me ya di mijara tekoşîna çekdarî de danîn holê. Me hêzên xwe ji hemû qadên ku şer û pevçûn rû bidin kişandin. Me ti rewşek ku pêşî şer û provakasyonan veke nehişt. Ji ber vê yekê çek xilas bû. Wek esas bêçek bûn pêkhatiye. Em ê hîna çi pêkbînîn? Baş e, tu li ser navê desteya ku nû pêktê ‘bêçek kirin’ bêjî wê çi bikî! Yek jî dibêje ‘Koordînatoriya Stratejî.’ Wê stratejiya çi xêz bike? Rêber Apo dibe Serok Komar, dibe Serokwezîr an jî derbasî şûna Desteya Ewlehiya Bilind dibe! 

Her kes dizane ka stratejî li ku deverê tên xêz kirin. Derbasbûnek wî navî tineye. Di eslê xwe de tenê dixwazin bêjîn ‘desteya bêçek kirinê’, lê eger wiha bêjîn bi îhtîmala ku wê neyê qebûl kirin lewra têgeha ‘stratejiyê’ jî li kêleka wê zêde kirine. Ji ber vê yekê jî di pratîkê de ti derbasdarî û wateya wî navî tineye û ne pêkane ku bê qebûl kirin jî.

Em nikarîn pêvajoyê bi têgehên bêwate yên wekî

‘bêçek kirin û stratejiyê’ ve bimeşînîn

Çima Rêber Apo ew qas behsa aştî û siyasetê dike, ji ber ku dibin du rehendên bingehîn ên aştiyê. Yek; aştiye. Ya duyemîn jî; Siyaset e. Rêber Apo got ‘aştî, beranberî dawîbûyîna tekoşîna çekdarî tê.’ Siyaset jî beranberî avakirina siyaseta demokratîk civaka demokratîk û ava bûyîna Komara Demokratîk tê. Ji ber  vê yekê esasê pêvajoyê ev e. Aştî û siyaset, du aliyên bingehîn ê pêvajoya aştî û civaka demokratîk pênase dikin. Ji ber vê yekê binavkirina li gorî vê naverokê ev e. Ji ber vê sedemê wateya wê heye. Dema ku ‘Aştî û Siyaset’ tê gotin mirov bi hemû hûrgiliyan ve rol, erk, mîsyon, karê lîjne yan jî koordînatoriyê nezane jî, wek esas fahm dike. Ji vê hêlê ve binav kirin naverokê temsîl dike û erkê datîne holê. Helbet mecbûre ku wiha be.

Em wekî din bi têgehên bêwate yên wekî ‘bêçek kirin û stratejiyê’ ve wê nekarîn vê pêvajoyê fahm bikîn û bimeşînîn. Karakterên bingehîn ên pêvajoyê çibin pêwîste binav kirina wê jî welê be. Karakterê bingehîn ‘Aştî û Siyasete.’ Ji ber vê yekê mecbûre ku navê desteya ku vê pêvajoyê rêvedibe jî bibe ‘Koordînatoriya Aştî û Siyasetê.’ Divê destpêkê jî Rêber Apo vê erka koordînatoriyê bimeşîne. Divê em hemû vêya baş bizanîn û fahm bikîn. Pêwîste hemû derdorên welatparêz demokratîk, tevgera me, gelê me û bitaybet jî derdorên ragihandinê têgehan rast bikarbînin. Gelek derdor hewl didin naveroka wê vala bikin. Hewceye em neyên wan lîstikan. Zirûfên pêşketina  vê hene, eniya Kurd jî hetanî dawiyê ji vê re vekirî ye. Di Tirkiyeyê de rayagiştî vêya bizêdeyî dixwaze. Di cîhanê de piştevaniya rayagiştî jî heye. Lê derdorên ku meseleya Kurd afirandîn, ji wê feyde dibînin û rant bidestdixin li dijî vê ne.  Yên ku li dijî çareseriya meseleya Kurd derdikevin, li dijî ava kirina lîjneyek wiha ne jî. Li ser vê tekoşînek berdewam dike heye. Kî/ê tekoşînek bibandor bimeşîne wê ew bigihije serkeftinê. Ji vê hêlê ve jî zirûfên tekoşînê hene, rewşa serkeftinê bi tekoşîna bibandor, rast û afirîner ve girêdayî ye. Eger em tekoşînek wiha rêvebibîn em ê encam bigirîn. 

 

Çima di wextek nêzîk de hinek naverok ku hat gotin girtekên hevdîtinên bi Rêber Apo re ne, xistin rojevê?  Em dibînin ku hinek derdorên netewperestên Kurd, hinek komên çepgir û beşên Kemalîst ên tên zanîn li beramberî Tevgera Azadiya Kurd di nav a êrîşê de, êrîşên xwe hê zêdetir kirine. Dîsa berevajî kirina wan derdoran a nirxandinên têkîldarî Îdrîs-Bedlîs-î û Yavuz Selîm ên Rêber Apo divê çawa bê xwendin?

Ev mijar zêde tên nîqaş kirin. Wek dawî Rêber Apo bersivên bingehîn dan. Têkîldarî diyarkirina hinek belgeyan jî daxuyanî da. Bitaybet jî anîna beramberî hev a Elewî û Tevgera Azadiya Kurd, bi berevajî kirina gotinên Rêber Apo ve nêzîkatiyên sor kirina civaka Elewî wek provasyonekê û bimeqsed binav kir. Pêwîst nake ku em di vê mijarê de pir şîrove bikîn. Lê hin babetên ku Rêber Apo behs kirî jî giring bûn. Erê Yavuz Selîm û îdrîs-î Bedlîs-î peymanek çêkirin. Wê peymanê statuya sê sed salan a Kurdan destnîşan kir. Ne tiştek welê besîd bû. Lê kî ew kir? Siltan û Mîr, Begên Kurdan çêkir. Niha Rêber Apo, ne kesayetek welê ye ku pêwendiyên di navbera Siltan û Began de bimeşîne û ji pêwendî-tifaqê de vêya fahm bike. Rêberê gelekiye, rêbereke ku bi azadiya nasnameyên bindestan ve, azadiya jinan ve mijûl dibe. Di kêleka nasnameya jina bindest de di destpêka nasnameya etnîkan de jî nasnameya Kurd tê. Di destpêka nasnameyên olî-mezhebî de jî nasnameya Elewiyên bindest tê. Vaye Rêber Apo rêbereke ku ji bo azadiya wan tekoşîn dike, jiyana xwe datîne holê. Rêber Apo dibêje ku di dîroka kevin de di navbera hegemonan de jî tifaqek wiha hatiye çêkirin. Niha jî di navbera  gelan de li ser bingehê demokratîk tifaq dikarin bên çêkirin û ev nasname di nava yekitiya demokratîk de dikarîn jiyan bikin, bên azad kirin. Bangawaziya vêya dike, dixwaze vêya pêşbixîne.     

Ti eleqeya vê bi şibandina Yavuz Selîm-Îdrîs-ê Bedlîs-î re yan jî esas girtina wê derê re tineye. Tenê dibêje ku ‘di dîroka kevin de serdestan ev tifaq kirine, wek bindest em çima nekîn?’ Dixwaze bindest vêya bikin. Rêber Apo ev eşkere kir, ev rewş tê fahm kirin. Ev cure sor kirin bi meqsed in, bi zanebûn tên kirin û di çawaniya provakasyonan de ne. Li paş van hêzên serdest hene, derdorên desthilatdar hene. Dîsa li pêy wan, derdorên tekperest, netewperest ên dewlet-neteweyê hene. Naxwazin bindest bigihijin îradeyekê. Hê zêde jî naxwazin bi wan re tifaq bikin, bibin yek. Eger bibin yek wê demê wê bibin xwedî hêz û bi gotina ku wê ‘desthilatdariya min têk bibin’ ve ditirsin. Zemînek wiha ya provakasyonê timî heye, ji ber ku di Tirkiyeyê de pergalek şerê taybet rêxistinkirî heye. Paş nexistin, belav nekirin, ji ber vê jî bişêwazek bibandor didome. Divê her kes baldar be. Dema ku diaxive, dixebite pêwîste bizane ku rejîmek şerê taybet a wiha heye. Hewceye li dijî wê jî timî birêxistinî û hestiyar be.

Ji aliyê din ve jî gotinek heye dibêjin ‘kî/ê ji tiştek zêde feyde bibîne ew wêya dike.’

Madem netewperestên Kurd, hinek derdorên çepgir û Kemalîstên ku navê wan derbas dibin, bin navê çizirandina hinek belgeyan ve ketibin êrîşek ew qas zêde wê demê divê li pêy wan cure hewldanan, hegemonan bigerin. Di vê mijarê de Rêber Apo, ev  hewldana provakasyonê  wek berdewamiya komploya li hemberî xwe destnîşan kir. Birastî jî welê ye. Eger rastiyekê bibînin çend direwan jî li ber wê yan jî li pêy wê zêde dikin û hewl didin ê li hemberî xwe reş bikin. Tekoşîna bîrdozî, ya teorîk welê dimeşînin. Ne rexne yan jî nîqaşek, birastî jî bi rêbazên bêpîvan, bêrêgez, zor dide rêgezên exlaqê ve vêya dimeşînin. Ev rewşek bixeter e. Madem tu naecibînî, dikarî fikrên Wî rexne bikî, fikrên Rêber Apo tenê ne di belgeyekê de ne, di sedan pirtûk û bihezaran nivîsan de hene. Belkî jî di vê cîhanê de mirovek wekî Rêber Apo diaxive û dinivîse tineye. Ne kesayetek welê ye ku nivîsên Wî neyên zanîn, eger tu li dijî fikrên Wî bî, nexwe tu fikrê xwe yê rast dane holê nîqaş rêvebibe û fikra Wî birizîne. Tu çima tiştek ku ji aliyê her kesî/ê ve nayê zanîn, nayê dîtin li gorî xwe berevajî dikî û serwîsê civakê dikî! Ji vêya re tarzek tekoşîna derveyî exlaqî jî dikare bê gotin, heta divê ji vêya re tekoşîn jî neyê gotin, ji ber hewceye di tarzê êrîşê de bê destgirtin. 

Hewldan bi derketina ji vê derê re hinek tiştan ber bi paş ve dahf bidin. Em wek esas li ser wê disekinîn. Divê ji sekinandina çi hatiye çizirandin, kî/ê ser wan çizirandinan diaxive zêdetir, yek; me nêzîkatiya ku Elewiyan sor dike xeter dît. Em li ser wê sekinîn. 

Ji aliyê din ve dibe ku ji vê derê bikevin rê û tecrîda li ser Rêber Apo hê zêde pêkbînin. Em vêya qebûl nakin. Hewldanen wiha heye. Nexwe eger encamek wekî bila ti kes bi Rêber Apo re hevdîtin çêneke, hê kêm hevdîtin çêbike, fikrên Rêber Apo negihijin ti kesî/ê derbikeve, ev xirab e.  Birastî dema ku berdevkê AKP’ê qanûn pêşkêşî meclîsê kir, got ‘wê piştî derketina qanûnê şûnve wê deriyên Îmraliyê vebibin, derdorên cur be cur bi Rêber Apo re hevdîtin bikin.’ Niha hema bêje li ser derketina ji meclîsê ya qanûna çarçoveyî du meh derbas bûne lê şandeya Dem Partiyê tenê carekê çûye, derveyî wê ti kes neçûye. Bi sûdwergirtina vê qanûnê ve carek din Îmralî veguherandin vê rewşê.

Divê rêxistin, rêveberî, ragihandin û rewşenbîr jî

bi Rêber Apo re hevdîtin çêbikin

Bi navê hinek tişt teyîsîne çapemeniyê ve dixwazin tecrîdekê pêşbixînin. Em vêya qetiyen qebûl nakîn. Divê rêxistin jî, rêveberî jî, gel jî bi Rêber Apo re hevdîtin çêbikin. Pêwîste ji derdorên cuda mirov, ragihandin, rewşenbîr her kes hevdîtin çêbike. Eger Rêber Apo rêveberê vê pêvajoyê be, eger wê pêvajoya ku Wî îlan kirî rêvebibe û rêveberiya dewlet jî vêya dixwaze nexwe hewceye destûr ji vê re bê dayîn. Eger ev nebin, wiha nexebite wê demê wê çawa pêvajoyê rêvebibe. Vêya wek hincet nîşan didin û hewl didin hê zêde deriyên Îmraliyê bigirin. Nexwe ew cure tişt bizanebûn hatin çizirandin an jî ev cure nîqaş biarmanc hatin vekirin; birastî em guman dikîn. Eger wiha bikin em ê jî wiha bêjîn. Ji ber ku lêkolîn nîşan didin ku hinek tişt pir beriya wê di înternetê de hatine parve kirin, lê ragihandinê ev qet nedîtiye. Kîjan demê dîtiye, piştî ku qanûn derket û gotin wê deriyên Îmraliyê vebibe wê bi Rêber Apo re hevdîtin bên çêkirin şûnve ev serwîsê ragihandinê hat kirin û xwestin deriyan bigirin.

Li gorî min divê derdorên desthilatdar û dewletê,  derdorên rayedar yên ku hewl didin vê pêvajoyê bi Rêber Apo re nîqaş bikin û rêvebibin baldar li ser vêya bisekinin û di vê mijarê de hestiyar bin. Eger bi nepixandinê ve hewl didin xebatên Rêber Apo asteng bikin, pêşî hevdîtinên Rêber Apo bigirin wê ev bibe şaşitiya herî mezin û wê xeteriya mezin wiha çêbibe. Em vêya bi ti şêwazî qebûl nakin. Li paş vê niyetên cuda jî dikarin bên dîtin. Ji ber vê yekê divê ji wan cure tiştan dûr bisekinin. Birastî peyv, hevok  di bin navê wan cure notan de ku ti eleqeya xwe bi fikrên Rêber Apo re tinin, hatine serwîs kirin. Ti eleqeya van bi rastiyê re tineye. Ewqas axaftin û nivîsên Rêber Apo hene, ti kes nikare wan cure rewşan ji nedîtî ve bê. Wê demê ev provakasyoneke, eşkereye ku ji aliyê hinekan ve hatiye kirin. Tişta ku pêwîste li dijî wê bê sekinandin ev e. Ev rewşek berevajî kirinê ye, lazime bê teşhîr kirin.

Ji bilî vê eger bi xwe spartina vê ve wê hevdîtinên Rêber Apo bên asteng kirin, deriyên Îmraliyê wê hê zêde bên girtin ev pir xirab û xeter e. Birastî wê ji aliyê pêvajoyê ve jî encamên xirab bide. Wê herî zêde jî derdorên dewletê yên ku dibêjin em ê vê pêvajoyê rêvebibîn û ji vê pêvajoyê benda feydeyên ne zerar bibînin. Ez dixwazim vêya jî bêjim.

 

Eger em pêvajoya entegrasyona Rojava, erkdar kirina cur be cur, polîtîkayên rêveberiya Şara û hêzên li pêy wî, bûyerên li Kobaniyê, helwestên Hêzên Hikûmeta Şamê, bitaybet jî biryarên wan ên di mijara perwerdeya Kurdî de bi pêwendiyan ve girêdayî binirxînin çi dikare bê gotin?

Beriya her tiştî ez dixwazim şehîdên şewata li Kobanê, şehîd kirina şervanê bi navê Sîpan Xiznî yê ku pêşketina wan cure bûyeran jî li ser wê lidar xistin binirxînim. Ev li pêy hev pêşketin. Bi bûyera Sîpan Xiznî ve qetlîamek dan destpêkirin. Belavî girtîgeha Kobanê bû. Hêzên ku ji Halebê hatin di Kobaniyê de gef xwarin. Bi wî rewşê ve eşkere gef li Kurdan xwarin û şehîd kirin. 11 ciwan, welatparêzên Kurd hatin şehîd xistin. Ez wan şehîdan birêzdarî û bihurmet bibîrtînim. Ez qetlîamê û qetlîamkeran şermezar dikim.

Ez dixwazim vêya bêjim: Ev cure rewş nikare Kurdan bitirsîne, biçewisîne, bide revandin. Ez dixwazim ji gelê Kurd ê Rojava re vêya bêjîm. Divê bi ti awayî serî li hember nêzîkatiyên wiha netewînin, netirsin û neçewisin. Ew ti demê ne bitinê ne. Piştevaniya hemû civaka Kurd, Tevgera Azadiya Kurd li pêy wan e, li kêleka wan e.    

Pirs jî girêdayî bi hevdu re ya gelek tiştan hatiye pirs kirin. Ji vê hêlê ve pirs yekpare û hevgirtiye. Di encamê de tiştên ku min destnîşan kirî pêkhatine. Eger ev tiştên ku min destnîşan kirîn rast bin wê demê tişta li holê rêveberiya Ehmed Şara ya Şamê, hebûna Kurd, mafên demokratîk ên gelê Kurd qebûl nake. Li dijî Kurdan qirker, înkarker e. Hebûn  û mafên demokratîk ên Kurdan red dike. Em vêya di ku derê de dibînîn. Mînak em di wan qetlîaman de dibînin. Carekê şervanek di nava artêşê de, şervanê dewletê bixwe hatiye qetil kirin, şûna ku xwedî li derbikeve xwedî li derneketiye. Nexwe alîgirê qetilkeran e. Ji aliyê din ve di bajarên Kurdan de bûyerek rû daye hêzên wê derê hene, asayîş û rêveberiya wê derê heye, divê îradeya wan qebûl bike, lê qebûl nake. Lê ji Helebê hêz tîne. Ji bo ku gef bixwe ji Helebê hêz şandina Kobanê wekî êrîşek taybet hatiye plan kirin xuya dike. 

Yek jî bûyera ku bi wan pirsgirêkan re dibe yek û her kes biçav dibîne jî qedexeya perwerdeya Kurdî ye. Dema ku ev digihijin hev biawayek zelal tablo tê dîtin. Rêveberiya Ehmed Şara hebûn, îrade, xwerêveberiya Kurdan qebûl nake. Kurdan wekî îradeyekê nabîne. Ji îradeya azad a Kurdan re rêz û hurmeta wî tineye. Xwerêvebirina civaka Kurd red dike. Ji îradeya rêveberiya xwecihî re birêz û hurmet nîn e. Di pozîsyona red kirinê de ye. Ev bi şêwazek zelal  ve derdikeve holê. Dema ku wan dike jî bi hinek tiştan ve jî hewl dide rûyê xwe yê rasteqîn veşêre. Dema zîhniyeta wî ev be, ji cihekî re yekî erkdar dike û li ser vê propaganda dike. MÎnak dibêje “MIn kir alîkarê Wezîrê Parastinê û ev alîkar ji wan qadan berpirsyar e”, lê di cihê erkdar kirî de qetlîam çêdibin. Ti bandor û rayeya vî alîkarî tineye. Hêz sewqî Kobanê dike, xwepêşandan çêdibin lê agahiya fermandar jî tineye!  Bi erkdar kirinên wiha şiklî, ti nirxê wê yê pratîkî tine ve hewl dide rayagiştî bixapîne. Binêrin di bin navê ez cih didim Kurdan de hewl dide wan bike. Ji serok komar re kiriye şêwirmend! tê gotin ji deverekê re kiriye walî. Kiriye walî lê ti rêxistin û bandora wî tineye. Wiha entegrasyon nabe. Eşkere dixwazin bi wan erkdar kirinan ve çavên Kurdan û rayagiştî boyax bikin. Lê rûpoş di du tiştan de ket. Yek, di qetlîama Kobanî de ket. Ya duyemîn, di mijara perwerdeya zimanê dayîkê de ket. 12 salin ji dibistana seretayî hetanî zanîngehan dibistan hatibûn vekirin, mufredatên perwerdeyê hebûn, bi hezaran mamoste hebûn. Bi salan perwerde hatiye kirin, Kurdî xwendine, hişmendî hatiye bidestxistin, ciwan û civakek ku Kurdî dixwîne dinivîsîne derketiye naverastê. Lê niha rêveberiyek nû ya Şamê derdikeve û dibêje ‘ez ê vê perwerdeyê bidim sekinandin, hûn ê ne Kurdî Erebî bixwînîn.’

Çima wê Erebî bixwînin? Mînak eger hinek biçin Şamê yan jî Helebê ji dibistanekê re bêjin ‘hûn ê xwendina Erebî bidin sekinandin Kurdî bixwînin’ wê demê wê Ehmed Şara û yên kêleka wî çawa pêşwazî bikin? Ma mantiqek vêya dikare hebe? Ji vêya re ‘hêz di destê min de ye, ez tişta ku bixwazim dikim’ tê gotin. Ev, dibe pêkanînek vekirî ya qirkirinê. Mînak eger perwerdeya Kurdî ya ku bi salan di dibistanan de hatî kirin, mufredat û mamoste tineban û gotiban werin ‘em niha çêbikîn’ mînak di Bakur de welê tê gotin, ji TIrkiyeyê jî ew tê xwestin, lê Tirkiye jî dibêje ‘ji wan yek jî tineye, em ê çawa çêbikîn, perwerdeyek wiha nabe.’ Lê li Surî, di Rojavayê Kurdistanê de ev hemû hatine kirin. Pergalek dixebitî hebû. Lê wê didin sekinandin û dibêjin hunê cihê Kurdî Erebî bixwînin. Dibêjin ku divê ciwan, zarokê/a Kurd Erebî biaxive, bixwîne. 

Wê çima bibe Ereb, pênaseya hewldana Ereb kirina Kurdan pişaftine, qirkirine. Di niviya sedsala 21’an de li nava çavê cîhanê tê mêze kirin û li ser Kurdan, ciwanên Kurd pişaftin û qirkirin tê ferz kirin, ev qetiyan bi ti awayî nayê qebûl kirin. Ez hemû çalakiyên ku bi daxwaza perwerdeya zimanê dayîkê ve tê rêvebirin pîroz dikim, wan ciwan û zarokan silav dikim, ji eniya wan ve maç dikim. Divê ew qetiyen ber bi  paş ve pêngav neavêjin. Çi dibe bila bibe pêwîste neçin perwerdeya derveyî Kurdî. Dema ku biçin ev tê wateya ku tine bûne. Roja ku biçin wê hebûna wan xelas bibe, wê her tiştê xwe winda bikin. Lê wê bi berxwedanê ve qezenç bikin. Ji ber ku yên hewl didin perwerdeya Kurdî bidin sekinandin di pozîsyona karên dermirovî de ne. Pozîsyona herî mafdar pozîsyona daxwaz kirinê ya perwerdeya Kurdî ye. Ji ber vê jî divê ti pêngav paşda neyê avêtin. Pêwîste tawîzdayîn, paşda gav avêtin nebe. Ev berxwedan hetanî dawiyê bidome, wê di rewşek wiha de teqez qezenç bikin. Rêveberiya Şamê wê bi ti awayî şêwazek wiha ya qirkirinê nekare bidomîne, bide qebûl kirin û nede kirin jî. Eger wê di Suriyê de hinek demokratîk bûyîn çêbibe, pêşketin ji aliyê jiyana demokratîk azad ve ya Kurdan û gelên din çêbibe ev wê bi tekoşînê li dijî vê zîhniyet û siyaseta rêveberiya Şamê ve çêbibe. Ji ber vê yekê xeta rast hatiye dîtin, wek tekoşîna herî mafdar tekoşîna li ser vê bingehê ye. Divê li dijî provakasyonan birêxistînî û baldar bin. Pêwîste entegrasyona demokratîk rast bê fahm kirin û rast bê meşandin. Hewceye jin, ciwanên civaka Kurd bawerî bi hêza xwe û îradeya xwe bînin. Lazim e gelê Kurd bi gelên din re bibe yek tekoşîna azadî û demokrasiyê bimeşîne. Teqez dikare qezenç bike, lê niha ya aktuel zimanê dayîkê ye. Divê di mijara perwerdeya zimanê dayîkê de hetanî zaferê tekoşîn bê domandin û bi ti  awayî dest ji bernede.    

 

Em dikarîn têkîldarî pêşketinên dawî yên Şengalê fikrên we bigirîn?  Bitaybet jî her çiqas di hevdîtinên ku rojên dawî de tên kirin da tiştek neyê destnîşan kriin jî hat eşkere kirin ku biryar girtine YBŞ’ê tevî artêşa Iraqê bikin. Divê ji aliyê domandina hebûn û bidestxistina ewlehiya gelê Êzidî ev pêvajo çawa bê meşandin û çi bê kirin?

Ez dikarim ji dawiyê dest bi pirsê bikim. Ji bo hebûn û ewlehiya gelê Êzidî pêşxistin û domandina rêxistin kirinê ew e ku xwe hê zêde zana û perwerde bike. Pêwîste bi rêbazên hê rastir ve tekoşîna xwe ya demokratîk hê bandortir bimeşîne.

Ev karê tekoşînekê ye û ev tekoşîn qet xelas nabe. Pêwîste ev tekoşîn timî bidome lê baldarî jî hewceye. Lazim e zemîn ji provakasyonên wiha re neyê pêşkêş kirin û neyê lîstikê. Ne bi şêwazek bêtekoşînî serî tewandin rast e û ne jî bêyî ku paşiya wê pêşiyê wê bê hesab kirin zemîn bide provakasyonan rast e. Divê nekeve van her du şaşitiyan jî. Pêwîste li ser vê bingehê tekoşîn bê dayîn. Ez dikarim ji bo gelê me yê Êzidî wan bêjim.

Têkîldarî rewşa Şengalê ev dikarin bên gotin: Em jî nîqaşên di iraqê de temaşe dikîn. Belkî hemû hurgiliyan nizanîn, lê di astek diyar de agahiya me çêdibe. Dema ku ji rayagiştî re tê eşkere kirin em jî bibaldar dişopînîn. Hinek bêhevsengî heye. Hinek caran ji aliyê eniya Iraqê ve daxuyaniyên erênî tên  lê hinek caran jî rewşên berevajî rû didin. Tiştên ku tên gotin nakevin mêriyetê. Piştî daxuyaniyên ku çareserî hildibirin tên kirin şûnve tu mêze dikî pratîkên berevajiya wan pêşketine.

Gef tên xwarin, hewldanên leşkerî çêdibin.  Eger carekê wiha nebe wê baş be. Erê em rewşa Îraqê fahm dikîn, parçetî heye lê divê ev bên derbas kirin. Ji vê hêlê ve hewldanek girîng jî heye. Pêwîste hêzên biryar didin rewşa Şengalê bi girîngî bigirin dest. Hewceye wekî giştî Iraqê, neyê destgirtin. Birastî eger pêkanîna Makezagona Iraqê çêbibe wê mafek xweseriyê ya Şengalê jî hebe. Lê ji vê wêdatir civatek olî heye, hem jî civatek etnîkî heye. Kurdin, ne Erebin. Aîdê baweriya Êzdayetiyê ne. Temsîliyeta baweriyek di bin qirkirinê de tine dibe dikin. Di asta herî hindik de demokratîk bûyîn bi xwedî derketin û rêz nîşandayîna wan ve derbas dibe. Wekî din çawa demokratîk bûyîn çêdibe? Eger tu nebî alîgirê hebûn û ewlehiya civaka Êzidî, ger tu ji nedîtî ve bê xw bikevî pozîsyona ku zext pêktîne yan jî piştgirî bidî zextan û piştre jî xwe demokrat nîşan bidî ev nabe!

Ji ber vê yekê divê rêveberiya ku hewl dide demokrasiyê di iraqê de pêkbîne li hember civaka Kurd a Êzidî cihêkariya pozîtîf pêkbîne û hewceye hê hestiyar û baldar tevbigere. Lazim e wek pîvana demokrasiya herî hindik ji bo ev civata etnîkî bitaybet jî civata oldar a herî kevin li ser lingan bimîne, ewlehiya xwe bidestbixe û xwe bide jiyan kirin, hewldan raber bike. Ji ber ku ev dewlemendiyek mirovahiyê ye. Em nabêjîn divê vê cîhanê da yek milet an jî yek ol hebe, wê demê wate û tahmek jiyanê jî namîne. Ma eger her kes bibe yek tîp wê tahma jiyanê hebe?

Jiyan ji cur be curiyan pêktê, dewlemendî ji rengûrengiyan derdikeve. Ma eger mirin neba wê nirxek jiyanê heba? Eger her kes wekî dînazorekî maba wê kelecan, girîngî, bedewî û zindibûyîna jiyanê nemaba. Ji ber vê yekê em nikarîn welê bêjîn. Yekcureyî li dijî felsefeya jiyanê, felsefeya hebûnê ye.

Wê demê rêngûrengî, curbe curî bedewî ye. Ji ber ku dewlemendiyê diafirîne, jiyanê bedew dike. Nexwe dewlemendiyek jî hebûna civaka Êzidiye. Êzdatiyê jî gelek tişt tevî mirovahiyê kiriye, divê ev bê dîtin  û zanîn. Jiyan, bi taybetmendiyên xwe ve heye, bi nakokiyên xwe ve û bi her tiştê xwe ve heye. Wê demê xwedî derketina hebûn û ewlehiya vê civakê dibe şertê bingehîn ê demokratîk bûyîna herî hindik. Hetanî ku ev nebe demokratîk bûyîn nabe. Wê demê eger di vê mijarê de di rêveberiya Iraqê de jî zelaliyek pêşbikeve wê baş be.

Tiştên ku me dawî bihîstin dibêjin nîqaşên erênî hene. Hat gotin ku di asta rêveberiyên cur be cur de jî hevdîtin çêbûne. Şandeya Êzidî mixatab girtine, hevdîtin hatine kirin. Ev baş in. Ji ragihandinê re daxuyanî hat dayîn ku nîqaş erênî derbas bûne. Lê baş bûyîna hê baştir ew e ku derbasî pratîkê bibin. Dema ku me dît tiştên hatine gotin pratîze dibin wê demê em ê hê zêde bawerî bi gotinên hatin kirin bînin û hê biwate bibînin. Ya ku pêwîste bê kirin jî ev e. Yek jî bêyî ku direng bikeve pêkbê baş e. Ji ber ku herêm tevlîhev e, di iraqê de jî tevlîhevî heye. Divê rêveberiya heyî, hikûmeta Iraqê, siyaset, meclîsa wê têkîldarî civaka Êzidî bikare biryar werbigire. Pêwîste mafên xwe rêveberiyê, xwe parastinê bide.

Qasî em dizanîn civaka Kurd a Êzidî ya Şengalê jî dixwaze li ser bingehê entegrasyona demokratîk bi dewletê re yekparetiyekê çêbike. Divê ev jî biwate bê dîtin. Wê ev, civaka Êzidî bide jiyan kirin û wê xizmetê ji mirovahiyê re bike, lê wê Iraqê jî bihêz bike. Wê Iraqê bike demokratîk. Wê rêveberiya Iraqê di nava Rojhilata navîn û cîhanê de bike yek jî rêveberiyên demokratîk ê ku rêz û hurmet ji re tê nîşandayîn. Wê wek polîtîk jî, wek leşkerî jî û ji her aliyê ve Iraqê bihêz bike. Ji ber ku Kurdîtiya Êzdatî ya Şengalê ya ku li ser bingehê entegrasyona demokratîk bi rêveberiya xwe ve hebûna xwe didomîne  û di nava ewlehiyê de jiyan dike, wê hêzek mezin bide hebûn, pêşketin û demokrasiya Iraqê.

Em di vê baweriyê de ne. Teqez lewaz nakeve, bêhêz nabe, tam berevajî wê hêz tevî bike. Em bawer dikin ku wê pêşketin li ser vê bingehî çêbibin. Wek tevger nêrînên me wiha ne. Bangawaziyên ji vê hêlê ve yên Rêber Apo jî çêbûn. Em pêwendiyên xwe yên di nava civaka Kurd a Êzidî de jî teşwîqî pêkhatina entegrasyona demokratîk dikin. Em bawer û hêvî dikin ku ez nabêjim wê neyîniyên berê dubare bikin, lê bêyî ku bikevin rewşên dişibin wê bi nêzîkatiyên demokratîk ve çareser bibin. Bawerî û bendewariya me ev e.

Bilind bûna ji nû ve ya tengaviyên di navbera Emerîka û İranê de û darve kirinên di Îranê de wek faktorên girîng ên ku li ser aramiya herêmê gef dixwin tê nirxandin. Têkîldarî wê ev rewş di pêşerojê çawa şikl bigire de pêşbîniyên xwe çi ne? Şerê di herêmê de wê veguheze aliyên cuda? Di vê nêvengê de giştî Kurd û bitaybet jî PJAK nexşerêyek çawa bişopîne?

Şerê Îranê ne şerek aktuel e. Beriya wê jî heye û hawirdora wê heye. Eger di nava yekparetiya dîrokî û erdnîgarî de bê nirxandin wê ev bibe ya herî rast.  Birastî dîroka vî şerî dikare hetanî pêvajoya ku şaristaniya dewletparêz şikl girtî û nakokî, pevçûnên destpêkê yên di navbera pergalên dewlet û  desthilatdariyê de rûdan. Ji ber ku birastî jî di vê erdnîgariyê de ev hemû hatin jiyan kirin. Wek pêvajoyê nêzîk dikare hetanî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bibe. Li wê derê jî hinek tişt rûdan. Di dema Şerên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn de jî heman tişt hatin jiyan kirin. Lê wek esas ev pêvajoya şerê 35 salan a ku di destpêka 90’an de destpêkirî û wek dawî, bi pêvajoya şerê 35 salan a ku wek Şerê CÎhanê yê Sêyemîn tê pênase kirin ve girêdayî ye. Rêber Apo ji statukoya dewletparêz-netew a ku Şerê Cîhanê ya Yekemîn derxistin naverastê re “Pêvajoya Proto-Îsraîl” got. Wek pêvajoya derxistina naverastê û pêşxistina Îsraîlê dît. Vê statukoyê ji vê re xizmet kir.

Statukoya mijara  gotinê şikl girtina ji nû ve ya dema Post-Îsraîlê de îfade dike. Li ser bingeha hebûn, ewlehî û hegemonyaya di herêmê de ya Îsraîlê, ava kirina ji nû ve ya statukoya vê dewlet-neteweyê dihewîne.

Divê em vêya pênase bikîn: Statuya dewlet-netewe ya herêmê ya dema Proto-îsraîl çawa şikl girtiye? Di vê mijarê de dewleta destpêkê ya ku hatî ava kirin Komara Tirkiyeyê ye. Bi Peymana Lozanê ya ku di navbera Îngilîstan-Fransa-Tevgera Kemalîst de hatî çêkirin ve pêşiya vê vebû. Ya duyemîn Şahtiya Îranê bû. Şah Riza ji aliyê Îngilîstanê ve di 1924-25’an de hat anîn û di Tehranê de rejîma Şahtiyê ava kirin. Dewletbûyîna-netew a civaka Ereb a ku dabeşî 22 parçeyan bûyî û pêkanîna qirkirina li ser Kurdên ku dabeşî çar parçeyan bûyîn jî di vê eksenê de hat pêşxistin. Di bin statukoya dewlet-netewa herêmê  ya binavend Tirkiye û Îranê de hat pêşxistin. Erebîstan dabeşî ew qas parçeyan bû. Gelek dewletokên netew hatin îlan kirin. Kurd jî anîn rewşa civakek ku herî zêde tê çewisandin, herî zêde zext dibîne, tunê tê hesibandin û dixwazin tine bikin. Di nava sedsalê de, qirkirin çar bi çar bi şêwazek bi bandor ve li ser Kurdan pêkanîn. Di serî de Bakurê Kurdistanê li ser parçeyên din ên Kurdistanê bi şêwazê cur be cur ve pratîze kirin. Niha dixwazin carek din vê statukoyê ava bikin, biguherînin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn vêya îfade dike. Ev şer hetanî du salan di qada Ereban de berdewam kir. Li gorî taybetmendî û pêdiviyên dema Post-Îsraîlê dewletokên-netew ên li ser Erebîstanê dihat ferz kirin ji nû ve şikl kirin. Ji Misir û Tunusê destpêkir, jixwe ji destpêkê ve Suudî, Iraq û Surî xistibûn nav. Hemû hêzên siyasî, hêzên desthilatdar ên qada Ereban li ser bingehê peymana Îsraîl-Ereban ji nû ve şikl kirin. Ji vê re “Peymana Brahîmî” tê gotin.    

Statukoya dewlet-netewa Rojhilata Navîn a dema Proto-Îsraîlê, Peymana Lozanê xêz kiribû. Şikl girtina dewlet-neteweyên nû yên ku xwe dispêrin tifaqa Ereb-Îsraîlê yên di bin hegemonyaya Îsraîl-Emerîkayê de jî li ser bingehê Peymana Brahîmî ya ku tifaqa Îsraîl-Ereban îfade dike, tê şikl girtin. Di vê çarçoveyê de qada Ereban ji nû ve ava kirin. Ev bi zordarî, bi şer, biêrîş û bi qetlîaman ve kirin. 35 salin di qada Ereban de xwîn, êş rondikê çavan kêm nebûye. Herî dawî jî bi Şerê Xeza ya 7’ê Cotmeha 2023’an ve ev derket lûtkeyê. Li pêy wê jî êrîşî Lubnanê piştî wê jî Surî hat û bi vî awayî hemû avaniyên serwer ên pênaseyên bîrdozî yên netewperestiya Ereban îfade dike Nasirtiya Misirê, Beastiya Iraq û Surî, Qadafitiya Lîbyayê hatin rûxandin, mecbûrê guhertin-veguhertinê hatin kirin. Hemû jî anîn asta ku bi hegemonyaya Îsraîlê re lihev bikin.

Niha ev du salin şer rasterast bi Îranê re çêdibe. Şerên berê di qada Ereban de pêkhdihatin tenê bandor li ser Ereban ne dikir, bandor li ser Kurdan Kurdistanê jî dikir. Lê bandor li ser Îran û Tirkiyeyê jî dikir. Ji ber ku statukoya dixwestin di Erebîstanê de biguherînin girêdayî avaniyên dewlet-neteweyên Tirkiye û Îranê ve hatibû pêşxistin.    

Ev ne rasterast şerê Tirkiye-Îranê bû, lê bişêwazek nerasterast giştî şer Îran û Tirkiyeyê jî eleqedar dikir. Şerek pir hovbû. Bi demên diyar ve Emerîka-Îsraîlê êrîşên hewa lidar xistin. Îranê berxwedanek diyar nîşanda, lê texribatek pir giran jiyan kir. Civaka Îranê zerarek giran jiyan kir. Vî şerî bandor li ser kendav, bazirganî û neftê jî kir.  Ji ber vê yekê encamên ku zerar bide hemû cîhanê afirand. Ev rastiyek in.

Li pêy vê ev tê dîtin: Dema ku şer gihişt li ber deriyê îranê TIrkiye eşkere dît ku piştre dor tê wî. Jixwe dema ku di Xezayê de şer destpêkir û arasteyê Lubnanê bû, Tirkiye ferq kir ku êrîşek biplan tê meşandin û wê dor bê wî. Gava ku şer xwe spart Surî ev hê zêde hîs kir. Niha şerê Îranê wek şerê xwe jî dibîne. Niha tenê Îran û Tirkiye mane. Di ava kirina statukoya Rojhilata Navîn de ya ku li gorî hegemonyaya nû ya Rojhilata navîn a  xwe dispêre tifaqa Îsraîl-Ereb a vê pêvajoya Post-Îsraîlê; wê Îranê ber bi çareseriyê ve bibe û piştre wê dor bê Tirkiyeyê. Ji ber vê Bahçelî û derdora wî behsa man û nemanê kirin. Tirkiye hîs kir ku dikeve bin xeteriyek mezin. Li ser vê bingehê bangawazî li Rêber Apo kirin. Piştî ku ev xeterî dîtin şûnve bangawaziyên xwîşk-biratiya Kurd-Tirkan kirin. Ango ji bo xwe rizgar bikin ev bangawazî hatin kirin. Vêya her kes dizane û ev tê fahm kirin. 

Niha rewşa dawî ya di Îranê de çiye?

Rewşek balkêş heye. Her du alî jî zafera xwe îlan dikin. Lê zaferek ku bidest bê girtin jî tineye. Erê Îranê texrîbatek cidî jiyan kir, zerar dît, lê di astek diyar de berxwe jî da. Eniya Emerîka-Îsraîlê darbeyên giran li Îranê xistin lê nekarîn birûxînin. Li gel ku eniya Emerîka-Îsraîlê daxuyaniyên wekî ‘ez ê birûxînim û ber bi dawiyê ve bibim’ dan, lê nekarîn vêya pêkbînin. Rêveberiya Îranê ya heyî hebûna xwe didomîne. Elî Xamaney jî di nav de bi sedan erkdarên ku temsîliyeta rejîmê dikirin di nava şer de hatin kuştin, qetil kirin. Lê rejîma heyî mayîna xwe ya li ser piyan didomîne. Rêveberiya Sîpah-î Pasdaran berdewam dike. Bişêwazekê meclîs hikûmet dixebitin.

Di demên dawiyê de jî di Tengava Hurmuzê de hê zêde jî li ser îxraç kirin û ne îxraç kirina neftê û dîsa wê kî Kendava Hurmuzê kontrol bike da, şer û pevçûn zêde bûne. Di rojên dawî de ev şerê ku li ser bazirganiya Behra Sor de tê kirin jî hat zêde kirin. Yemen parçeyek vê ya dirêj e, li ser wê derê zêde bû. Jixwe alîgirên Îranê û alîgirên Siûdî di rewşa dijber de bûn, şerek navxweyî hebû. Hatin rewşa ku bikarin li ser bazirganiya Behra Sor kontrol çêbikin. Tê dîtin ku vê rewşê Îran hinek bihêz kiriye. Beriya wê di Mekkeyê de di navbera Pakîstan-Erebîstana Siûdî-Tirkiyeyê de peymana leşkerî çêbibû. Ji vê re NATO ya Rojhilata Navîn gotin. Ev piştî civîna NATO ya ku di Tirkiyeyê de hatîn çêkirin pêkhat. Trump piştî civîna NATO ferman da ku li ser Îranê êrîş çêbibe. Hinekan got ku ‘Tirkiye wiha kişandin nava şer.’

Ji vê wêdatir jî hat gotin ku Emerîka hewl dide Tirkiyeyê di civîna NATO ya li Enqereyê de beşdarî şerê li hember Îranê bike û bi rêveberiya Tayîp Erdogan re gihiştiye wan cure lihev kirinan. Dema ku tifaqa Mekke derket holê jî yên ku ev nêrîn parastin gotin wê beşdariya şerê Îranê ya Tirkiye li ser vê bingeha peymanê û li ser SIûdî pêkbê. Niha ev hemû jî di rewşa nîqaşê de ne. Wê Siûdî çiqas bikeve şer, wê Tirkiye bikeve nava şerek wiha, ev hemû tên nîqaş kirin. Di rewşa heyî de qadên şer û nakokî hê zêde bûne. Di rewşa heyî de bazirganiya neftê sedan sî zêdetir, kêm bûye. Tê gotin ku Îran, bi serkeftina ku Husiyan bidestxistî ve ji sedî sî zêdetir bazirganiya neftê di destê xwe digire. Wek dawî jî bi Tirkiyeyê re hevdîtin çêkirin. Yek jî beşdarî Tifaqa Asya bûn. Bi Çîn, Rusya û Hîndîstanê re peymanên xwe nû kirin. Pozîsyonek wiha heye. Rewşa bişer û binakok berdewam dike, car caran êrîş çêdibin, qut nebûye. Lê hevdîtin jî berdewam dikin. Rewşek wiha balkêş derketiye holê. Ne şer heye û ne jî bêşerî heye. Her du alî jî behsa aştiyê dikin dibêjin ku ji aştiyê re amade ne, lê behsa şer jî dikin.

Gelek çavkanî dibêjin Emerîka xwe ji şer re amade dike, ji bo ku di pêvajoya nêzîk de rejîma Îranê hilweşîne wê hemleya xwe ya dawî bike û ji bo vê jî gelek plan hatine kirin. Lê ev hemû tenê gotegot in, em nizanîn ka çiqas rastiyê dihewîne. Em vêya fahm dikîn: herî hindik pir zêde amadekarî tê kirin. Eger pratîze nebin jî ne gotinên vala ne. Di bin wan de rastiyek heye. Divê em welê fahm bikîn.

Ji aliyê din ve Îranê xwe hinek komî serhev kiriye. Bitaybet jî bi bandora xwe ya li ser Kendav û Behra Sor ve êdî dikare bersivên leşkerî yên hê zêde jî bide. Hat rewşa ku hinek li ser aborî û bazirganiyê kontrol çêbike. Li ser Îranê ji aliyê Emerîkayê ve ambargoyek tê pêkanîn, Ewropa jî beşdarî vêya bûye. Bandora cur be cur a vê ambargoyê heye. Çavkaniyên aborî yên Îranê bi êrîşên Emerîka-Îsraîlê ve di rêjeya girîng de hatin texrîb kirin. Bi ambargoyê ve jî dixînin zehmetiyê. Ji bo ku ambargoyê vala derbixîne jî hewl dide bi Asyayê re pêşwazî bike, lê tê gotin, nivîsandin ku qeyrana aborî heye, ev babetên vekirîne. Civak ne rehet e, lê nakeve rewşek ku bi êrîşên heyî yên Emerîka-Îsraîlê re bibe yek jî.  Di vê mijarê de hem derdorên ku opozîsyona reformîst tê gotin û hem jî beşên civakî yên cur be  cur pir hestiyar in. Naxwazin bikevin rewşa şer dike yan jî tekoşînê li dijî rejîma heyî di kêleka Emerîka Îsraîlê de dimeşinin. Dixwazin helwestên xwe yên serbixwe nîşan bidin. Ev rewş jî hinek rejîma heyî ya Îranê li ser piyan digire.  Rewşa niha wiha ye.

Divê piştevanî ji kampanyayên li dijî darve kirinan re çêbibin

Îran ji aliyekê ve gef dixwe û ji aliyê din ve jî bi pêşxistina bazirganiya Asyayê re hewl dide bi zext, girtin û darve kirinan pêşî bertekên ku vediguherin tevgerek civakî ya li hemberî wan qeyranan bigire. Bi şêwazek pir hovane û giran ve darve kirin didomin. Ne rewşek welê ye ku bê qebûl kirin. Di rewşa heyî de jin, zilam; dîsa jin û zilamên gelên cur be cur ên ku li dijî rejîmê derketine, azadi dixwazin û di paşerojê de beşdarî Serhildana Jin Jiyan Azadî bûne xistiye zîndanan. Îşkence û darve kirin pir zêde bûne. Rejîm hewl dide bi wan ve xwe li ser piyan bigire. Rewşa heyî hinek wiha ye. Helbet divê li dijî darvekirinan derketin çêbibe. Di vê mijarê de kampanyayek heye, divê her kes piştevanî bide vê kampanyayê. Pêwîste ev îşkence û darve kirinên îranê bên sekinandin. Ti tişt maf û rayeya îşkence û darve kirinên mijara gotinê nade vê rejîmê. Bi ti hincetê ve nabe ku mafdar bê dîtin û nîşandayîn. 

Ji aliyê din ve domandina wekî heyî ya rejîma Îranê pir zehmet xuya dike. Guhertin destpêkiriye, ji ber ku guhertin destpêkiriye lewra ev rewş pêvajoya vê guhertinê dirêj dike, naverok wê çawa be hinek şilo dike, pir alî dike û teqeziyê ji holê radike. Hîna rewşek zelal tineye, lê wê di Îranê de guhertinek çêbibe. Tê gotin ku wê Emerîka lêxe û hilweşîne, lê Emerîkayê nekarî rejîmê biguherîne. Di vê wateyê de Emerîkayê prestîj winda kir.

Li gel bikaranîna hemû teknîk û her cure rêbazê xwe jî nekarî encam werbigire. Vê jî nêzîkatiya ‘ez ê her tiştî bikim, tine bikim’ a Emerîkayê vala derxist. Di nava Emerîkayê de jî ji vê re mixalefet heye û derve di gelek derdoran de dîsa di nava dostên wî de jî ji vê re mixalefetek heye. Wê Emerîka-îsraîl êrîş bidomînin? Eger bizane ku wê encam werbigire wê rêvebibe, lê ji tiştên ku kirî wêdatir dikare çi bike? Ji ber vê yekê hetanî ku tiştên nû pêşnexîne zehmete ku bi êrîşan ve encam werbigire. Di vê rewşê de jî wê alî rêbazên nû bigerin. 

Li vê derê tişta ku em pêwîste hê zêde li ser bisekinîn û serê xwe biêşînin ew  e ku pêwîste civaka Îranê wek hêzek sêyemîn bikeve dewreyê, îradeya xwe ya azad dane holê, hêza xwe dane naverastê. Divê timî bi gotina wê Emerîka-Îsraîl an jî rejîma Îslamî ya heyî çi bike ve wek fikrî û nirxandinî, di nava du aliyan de nemîne. Hêza sêyemîn heye, ev jî girîng e. Divê hebe. Ew qas êrîşên derve, ew qas zext, îdam, eziyet, îşkenceya navxweyî heye, loma pêwîste teqez tevgerek civakî derbikeve holê. Di civaka Îranê de dînamîzm û hestiyariyek wiha heye. Yanî hêzek ku ji dîrokê tê ya civaka sivîl, civaka demokratîk heye. Lê ev di bin pencê êrîşên hundir û derve de çewisiye û xistin bin zextek giran. WElê ku di tiştek herî biçûk de jî zext û qetlîamek giran dibîne. Ji aliyê din ve dema ku tiştek jî kir hema yekser wek alîgirê Emerîka-Îsraîlê tên dîtin û bi îxanetê ve tê sucdar kirin. Di eslê xwe de hestiyariyek zêde heye, em vê hestiyariyê girîng dibînîn. Divê bêdengiya heyî welê bê îfade kirin. Ev di hemû civakan de tê dîtin. Di Rojhilat, civaka Kurd de jî ev hestiyarî bizêdeyî heye, hişmendî heye, rêxistina wî heye. Rêxistinên Kurd tifaq çêkirin. Wek hêza sêyemîn bi hêzên xwe ve ji bo ku Îranek Federal Demokratîk a civaka Îranê ava bikin hewl didin çalakiyekê pêşbixînin. Di vê mijarê de rolek wan a pêşeng heye.

Lê hewldanên wan ên hetanî niha astek pêşdatir qezenç nekir, hîna di asta amadekariyê de ye. Di lokal de pêşdikeve. Eger gotin di cih de be ji binî ve agir pêdikeve, xwe rêxistin dike, astek welê heye. Pozîsyona wek tevgera azadiya Rojhilatê Kurdistanê PJAK’ê jî wiha ye. Stratejiyek bihişmend, biplan şopand. Hetanî niha neketiye şaşitiyên giran ên bingehîn lê kêmasiyên wê hene. Nekarî pratîkek bibandor û girêdayî cewher pêşbixîne. Divê vêya derbixîne naverastê. Çawa ku bi hêza xweser a gelê Kurd ve pêkbîne, lazim e li ser bingehê tifaqa gelên Îranê jî pêkbîne. Eger wiha bike wê serkeftî be. Qasî em dişopînîn PJAK nexşerêyek wiha dişopîne. Hêzên azadiya gelê Rojilatê Kurdistanê xetek polîtîk a wiha dişopînin. Dema ku fersend jî dît bandorbûn pêwîst dike. Divê vêya nîşan bidin.

Ez wek dawî dixwazim van bêjim: Wê di îranê de gotina dawî ev hêzên sêyemîn bêjin. Wê Kurdên Rojhilat û gelên Îranê bêjin, wê hêzên demokratîk ên Îranê bêjin. Îran ket pêvajoya guhertinê, vêya ne hegemonyaya Emerîka-Îsraîlê dikare pêkbîne û ne jî rejîma heyî wê bi temen be. Berevajî wê rejîm bê derbas kirin, wê Emerîka serkeftin bidestnexe. Wê Îrana nû bibe Îranek Federal Demokratîk. Ji ber vê yekê jî di Kurdistanê de ava bûyîna federasyonek demokratîk yekane rêbaza çareseriyê ya ku di îranê de encamek demokratîk derdixîne holê.   

Eger wiha bibe wê çareseriya Îranê ne bibe berdewama statukoya kevin û ne jî serkeftina hegemonyaya Emerîka-Îsraîlê. Tam berevajî wê ji Rojhilata Navîn re bibe modelek nû ya ku pêşiya Rojhilata Navîn a Demokratîk vedike û wê Federasyona Îrana Demokratîk derbikeve holê. Yanî wê Îran bibe navendek girîng a çareseriya demokratîk. 

 

Di salên dawî de di Rojhilata Navîn de tevlîheviyên hundirîn ên Suriyê, biryara vekişandina ji Iraqê ya Emerîkayê, tengezariyên navbera Îran-Emerîkayê, ketina nava şer a bi gelek hêzan re ya Îsraîlê, Peymana Mekke ya ku di navbera Erebîstana Siûdî, Tirkiye û Pakîstanê de hatî îmza kirin û pêşketinên di pirsgirêka Kurd de ji kûrahî ve erdnîgarî bandor kir. Hûn wek giştî vê tabloyê çawa dinirxînin? Ji bo derketina ji rewşa şer û aloziya heyî ya di herêmê de kîjan pêngav dikarin bên avêtin? Bitaybet jî  bandorên îhtîmal ên li ser gelê Kurd ên van pêşketinan çi ne?

Me beriya niha têkîldarî vê pirsê hinek tiştên ku ji vê re bibin bersiv gotin. Pêwîste em wan dubare nekîn. Carekê divê em faktorên bingehîn ên ku di herêmê de dibin sedema şerek 35 salan derbas dike û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê gotin bibînîn. Ev şer, şereke ku ji nakokî û şerên navxweyî yên pergala modernîteya kapîtalîst çavkaniya xwe digire. Di eslê xwe de Şerê Cîhanê yê Yekemîn ev  sedsalin di Rojhilata Navîn de berdewam dike. Li gorî Îngilîstan an jî Fransayê şer bidawî bûye. Ew hatin rewşa ku berjewendiyên xwe bidestbixin, lê hûn werin vêya ji Kurdan bipirsin, ji Ereban bipirsin, ji mirovên Rojhilata Navîn bipirsin ka şer ji bo wan jî xelas bûye? Na, ev sedsalin ev şer berdewam dike. Ji ber ku ev statukoparêziya dewlet-neteweya hatî afirandin bixwe , rewşek şerê hundirîn bû. Şer û pevçûnên dewlet û civakan bû, şer û pevçûnên bi hevdu re ya dewletan bû û şer û pevçûnên bi hev re ya mezheban bû. Her cure nakokî li ser bingehê netewperestiyê hat sor kirin û anîn rewşa ku bi hevdu re şer bikin. Di Şerê Cîhanê ya Yekemîn de hêzên leşkerî yên hin dewletên diyar bi hevdu re şer kirin, di pêvajoya li pêy wê jî hemû nakokiyên Rojhilata navîn kirin zemînek şer û pevçûnan. Carekê divê em vêya bibînin. Avaniyên siyasî yên sedsala 20’an, avaniyên şer bûn. Avaniyên ku hêzên derve derxistibûn naverastê û empoze dikirin. 

Xwe ne dispart civakên Rojhilata navîn. Xwe ne dispart dîroka herêmê. Modernîteya kapîtalîst di derve de ferz dikir. Zîhniyet û şêwazê xwe yê serweriyê dixist Rojhilata navîn. Ji herêmê re biyanî bû, di pozîsyona ajanan de bû. Em dikarîn vêya zelal îfade bikîn. Hemû jî di pozîsyona ajanên pergala modernîteya kapîtalîst de bûn. Bûn sedema şer û pevçûnan. Timî Rojhilata Navîn di nava şer de hiştin, ji bilî vê timî Rojhilata Navîn ji destwerdanên derve re vekirî hiştin. Aliyê wê yê herî xeter jî ev bû.

Niha jî wek destwerdana derve destwerdana Emerîka-Îsraîlê pêşket.  Di eslê xwe de şerê Cîhanê yê Yekemîn şerek bû ku çavkaniya xwe ji nakokiya navbera statukoparêziya dewlet-neteweya herêmê ya ku piştî şer hatî afirandin û siyaseta sermayeya super an jî lêgerîna mêtîngeriya zêde ya sermayeya jor neteweyê digirt. Temsîliyeta vê her ku çû tifaqa Emerîka û Îsraîlê kir.  Ji NATO yê jî piştevanî digirin. Lê dema ku şer gihişt Îranê hat dîtin ku tifaqa Emerîka-Îsraîlê ji NATO yê piştevanî negirt an jî bi hin dewletên NATO yê re mînak bi îngilîstanê re ketin nava nakokiyê. Bi Fransayê re ketin rewşa ku polîtîkayên cuda bimeşînin. Ev hîna jî berdewam dike. Dewletên Ewropa yên ku statukoya kevin afirandîn serweriya li ser Rojhilata Navîn a bi serê xwe ya Emerîka û Îsraîlê qebûl nekirin û helwestek dijber nîşandan. Şerê Îranê ev rastî derxist naverastê. Cara destpêkê ye ku her kesî/ê dît di navbera siyaseta Emerîka-Ingilîzan de cudahî heye.

Ev pir girîng bû. Ev hat dîtin ku Ingilîstan tevahî ne li dijî guhertina statukoya kevin e. Lê guhertina ku Emerîka û îsraîl dike jî wekî heyî qebûl nake, di heman astê de beşdar nabe. Nêzîkatiyên hinek cuda hene. Di encamê de tifaqa Emerîka-îsraîlê bi xwe spartina teknolojiya xwe ya nû pêşxistî ve bêyî ku ji kesekî re parve bikin ji bo ku hegemonyaya xwe ava bikin ev êrîş rêvebirin. Di eslê xwe de ev pêvajo piştî Şerê Kendavê destpêkir. Emerîkayê ji vê re “Nîzama Cîhana Nû” got. Li pêy wê jî şerên Efganîstan-Iraqê berdewam kirin.  Piştre jî ji Bakurê Efrîqayê, hetanî Misirê, Sudanê û Tunusê belav bû û ji vê re jî ‘Bihara Ereban’ hat gotin. Hemleya dawî hemleya ku bi Şerê Xezayê ya 7’ê Cotmeha 2023’an ve destpêkir. Ew jî hewldana xistina bin kontrolê ya peravên Behraspî bû. Li ser Filîstînê serwerî hat ava kirin. Hewldan li ser Lubnanê serwerî ava bikin. Li ser Surî serwerî ava dikin. Di encamê de aliyên bi vê re di nava nakokiyê de yên Iraqê didin derbas kirin û hewl didin hê zêde bixînin nava pergalek wiha hegemonîk. Dixwazin Îranê jî bixînin nava kontrol û hegemonyayek wiha. Şer hat vê astê.

Wê Yekitiya Rojhilata Navîn a Demokratîk

pêşiya pêşketinên nû veke

Ji aliyekê ve jî li ser Tirkiye tekoşîn tê meşandin. Ev jî li ser Rojhilatê Behraspî, li ser Qibris û li ser bingehê tifaqa Îsraîl-Yewnanîstan-Qibrisa Başûr didome. Di nava Tirkiyeyê de jî didome. Wê di nava Tirkiyeyê de hê zêde bibe? Ev jî bi encamên ku ji Îranê derdikevin ve girêdayî ye. Eger niha yekpare li ser Tirkiye hîna ne sekinîbin, ev çavkaniya xwe ji ne derketina holê ya encamek zelal ji Îranê digire. Wê Tirkiye li gorî encama ku ji Îranê derbikeve bê rewşa navendî ya vê pêvajoyê. Eger hegemonyaya Îsraîl-Emerîkayê serwer bibe, wê wekî heyî Tirkiyeyê jî tevî vê hegemonyayê bikin û ser çongan bidin sekinandin. Wê Tirkiye teslîm bibe, bi şêwazên cur be cur ve rêveberiya Erdogan ji vê re amade dikin. Lê eger Îran berxwe bide, yan jî li hev kirinek cuda ya Îran-Emerîkayê derbikeve holê wê demê wê bi Tirkiyeyê re jî lihev kirinekê bigerin. Di eslê xwe de Tirkiye jî benda wê ye. Dixwaze Îran hinek din li ser piyan bimîne, lihev kirinekê çêbike û xwe jî bi şêwazê ku hinek din maf bidestbixe ve tevî vê hegemonyayê bike. Lê eger hêza sêyemîn a ku me wek hêza sêyemîn binav kirî derbikeve, di Îranê de hemleyek demokratîk pêşbikeve, wê ev Tirkiyeyê jî ji aliyê şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn ve bandor bike. 

Ev jî wê bibe rewşek pir cuda. Çawa ku hegemonyaya Emerîka-Îsraîlê şikand wê statukoya dewlet-netewe ya ku Şerê Cîhanê ya Yekemîn derxistî naverastê, derbas bike û parçe bike. Wê Yekitiya demokratîk a nû ya bi şêwazê Yekitiya Rojhilata Navîn a Demokratîk an jî Konfederalîzmê pêşdikeve, pêşiya pêşketinan vebike. Bingehek wiha ya dîrokî û çandî heye. Hêzên siyasî pir paşverûne, di pozîsyona ajan û astengiyê de ne. Hingî ku ew bên derbas kirin, îradeyên civakan pêşbikeve wê pêşiya civaka demokratîk û yekitiya Rojhilata Navîn a demokratîk vebibe. Divê wiha bê dîtin. Erê tekoşîn didome, em di pêvajoya herî tevlîhev û herî zêde ya niviya vê pêvajoyê de ne. Wê peymana Mekke bixebite? Wê ev jî bi şer û pevçûnên Yemenê ve bê test kirin û bê dîtin. Pêkanîna wê ya bilez pir zêde nayê xuya kirin. Wê Emerîka-îsraîl pêkanîna wê bixwazin? Wê Îsraîl-Siûdî di wê astê de lihev bikin? Erê rewşa qeyran û aloziyek kûr heye. Şerek pir tevlîhev tê jiyan kirin. Wê ji vî şerî derketin çawa çêbibe? Divê em destpêkê wê bibînîn.  Wê hegemonyaya Emerîka-Îsraîlê dawî li şer bîne? Na xilas nake. Wê şerek nû derbixînin naverastê.

Ma wê ji lihev kirina hegemonyaya Emerîka-îsraîlê û bermayiyên statukoya kevin ango Tirkiye-Îranê şer xilas bibe? Ew jî pir zehmet e. Di eslê xwe de yê ku şer tevahî biqedîne derketina demokratîk a gelan e. Derketina demokratîk a ku ji Îranê bitaybet jî ji Tirkiye pêşdikeve ye.

Rêber Apo bi dîtîna vê ve “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” pêşxist. Tişta ku Rêber Apo dixwaze di Tirkiyeyê de bibe serkeftinê, di îran, Surî, Iraqê de bibe serkeftinê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke ku tam dawî li vê rewşa şer tîne û ji vê derê pêkhatina civaka demokratîk îfade dike. Derketina ji rewşa şer, pêngava herî mayînde wiha dibe. Ev jî çareseriya li ser bingehê entegrasyona demokratîk a meseleya Kurd pêktîne. Vêya hedef dike.

Rêber Apo ji aliyê pêvajoyên ku rewşa şer û nakokiyên wiha pêşdikevin ve pêşbînî “hêzên hegemon dixwazin di vî şerî de bi zaferê ve derbikevin. Dibe çareseriyek ew be. Statukoya kevin dixwaze li ser piyan bimîne, lê ew jî zehmet e. Dibe ku demokrasiya şoreşger bi qezenç kirina zaferê ve derketinekê çêbike. Hêzek wiha ya dîmamîkên herêmê heye. Lê îhtîmala herî bihêz ew e ku yek ji wan jî biserê xwe pêknayê, berevajî cureyek lihev kirinekê dikare hemû jî ji vî şerî derbikevin” kiribû. Ev di parêznameya mezin a yekemîn de ya ku pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi navê ‘Ji Dewleta Rahîb a Sumeran Ber bi Şaristaniya Demokratîk’ ve hatî nivîsandin de biaweyek zelal hebû. Yên ku dixwazin bibînin dikarin pirtûkê lêkolîn bikin û wan nirxandinan wekî heyî peyda bikin.

Niha jî tê dîtin ku rewş hinek ber bi wê derê ve diçe. Di vê mijarê de tê dîtin ku Emerîka-îsraîl ji ti tiştî qayîl nabin. Lê mînaka Îranê nîşanda ku serkeftin bidestnexistin. Statukoparêziya dewlet-netewe jî ji perdeya pir jor de nêzîk dibe. Mînak desthilatdariya AKP’ê di Tirkiyeyê de gotin ji ti kesî/ê re nahêle. Rêveberiya Xamaney di Îranê de ji ti kesî/ê re gotin ne dihişt, lê dema ku êrîşên Emerîka-Îsraîlê dîtin hemûyan jî xwe hinek rêkûpêk kirin. Hinek ji gotin, vegotinên xwe re baldarin û xwe ker kirin. Rêber Apo vê rewşê dinirxîne. Çareseriya ku ji vî şerî re derketinê bidestdixe wekî çareseriya entegrasyona demokratîk tê dîtin. Di eslê xwe de stratejiya çareseriyê ya entegrasyona demokratîk a Rêber Apo, stratejiyeke ku vê qeyran û aloziyê derbas dike û ji Şerê Cîhanê ya Sêyemîn ê ku vê qeyran û aloziyê derxistî derdixîne.

Wê ev tevahî wekî Rêber Apo nirxandî bibe? Wê aliyê wê yê civakparêz demokratîk çiqas bihêz be? Wê rehendên din çiqas di nava meylên dewlet-netewe de cih bigirin? Wê tekoşîna di pêşerojê de tê jiyan kirin wan destnîşan bike. Ne pêkane ku em bêjîn wê wiha bibe. Lê eger dixwazin dawî li vî şerî bînin, yekane stratejiya ku vê pêktîne Stratejiya Entegrasyona Demokratîk e. Zemîna ku ev destpêkê pratîze bibe jî Kurdistan e. Entegrasyona civaka demokratîk a Kurd, hebûna Kurd bi dewletên heyî re, bi demokratîk kirina wan ve, bi anîna wan a hestiyar nêzîkî demokrasiyê dibin ve pêktê û entegrasyona bi Tirkiye, Îran, Iraq û Surî re pêktê; wê bi parçe kirina hegemonyaya Emerîka-Îsraîlê ve, dendika Yekitiya Demokratîk a Rojhilata Navînekê derbixîne, bingehên wê biavêje û pêşiya wê veke. Ev qas girîng e. 

Ji vê hêlê ve hem derketina ji şer û hem jî ji aliyekê ve li ser Tirkiye têkoşîn tê meşandin. Ev jî li ser Rojhilatê Behraspî, li ser Qibrisê û li ser bingehê tifaqa Îsraîl-Yewnanîstan-Qibrisa Başûr didome. Rêya dawî kirina Şerê Cîhanê, derketina ji qeyran aloziyê, rêya pêşxistina demokratîkbûyînê ew e ku li ser bingehê komîna demokratîk a civaka demokratîk a Kurd hê zêde rêxistin kirine. Ev jî dibe pratîze kirina stratejiya civaka demokratîk. Derveyî vê jî tiştek ku dawî li şer bîne xuya nake. Eger ev nebe wê di bin şêwazên nû de di bin hegemonyayên nû de ev rewşa şer û aloziyê hê zêde kûr bibe û berdewam bike.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00