Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawir bomba bû gulebaran
Êrîş dibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şev ta sipîdê me nîne qet xew
Cîhan li ber me dibîte rew – rew
Nêrkew nexwenî, çi bêyî mêkew?
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bavê te çû şer, şêr e li meydan
Êrîş dibin ser Îran û Tûran
Destên xwe dan hev kurmanc û dostan
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Kengî mezin bû, divêm bixwênî
Rewşa cîhanê tu xweş bibînî
Ji nû tu karî dijmin derênî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Keç û kurên kurd hemî şiyar bin
Ji bo serbestî hemî li kar bin
Ji hev re dost bin, dijê neyar bin
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dijwar e dijmin, Tûran û Fars e
Gernas û mêr be, ji wan metirse
Sibê şiyar bû, li min mepirse
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Ji bo xweş bin dem û gevên te
Ez ê sipîdê bigihê bavê te
Bila ziwa bin herdu çavên te
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Milên xwe bidime milên berane
Di şer de em tev xuşk û biran e
Êriş bikin em, lê şer giran e
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bizane, xwendin ji bo we derman
Da ku bizanin qanûn û ferman
Derxin ji dil em van tirs û şerman
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Destên xwe bidine destên çepên rom
Bibin partîzan bi leşker û kom
Carek metirsin ji ‘hok’ û ‘fantom’
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dibî bavê te di şer de bimirî
Zinhar kurê min nebî tu bigirî
Em têne kuştin ji bo tu nemirî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dijmin naçî der bi lav û gazê
Xwînê nerêjî nagihê daxwazê
Sibe diçim şer divêm tu razê
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şêx û melan em tev kirine derwêş
Ev bû du sed sal, em bûne berbêş
Ba bêne kuştin, nemîne ev êş
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şîn tê bi xwînê dara serbestî
Êdî naxwazin dîlî, bindestî
Ev êlperestî, ev olperestî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Mirovperestim mîna Cigerxwîn
Serbest bijîn tev, ne wek ‘Mem’ û ‘Zîn’
Jîna serbestî, divê me ev jîn
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Cegerxwîn / Ji Dîwana 7 a Hêvî