NEWROZ NAKEM

Ebdullah Peşêw

tarafından Komînal

(Soranî)

Emsal bê çiya Newroz nakem

bê bonî giya Newroz nakem

Newroz nakem bê bilêse î sûrî agir

Newroz nakem eger ireşbeleki tozne kaw

xom nebim be seri çopî gir

kizeyî cergim:

beyanî zû hellimsêne!

zor detirsim

kewêk, karêk

gundêk, şarêk

çemêk, çiyayêk

le bîr bikem

zor detirsim

darêk, berdêk ,

kuxtêk, gerdêk,

Pincegiyayêk,

le bîr bikem !

beyanî zû hellimsêne!

dîsan melê: “ba têr xew bê”

siwêndim be çiya xwarduwe,

ke Kurdistane dûrekem

be germên û kwêstanewe ,

bigwazmewe bo xerîbî-bo jûrekem

 


 

(Kurmancî)

îsal bê çiya Newroz nakim

bê bêhna giya Newroz nakim

Newroz nakim

bê rivîna sorahiya agir

Newroz nakim

eger reşbelek tozê raneke

û ez nebim serekvan

kezeba min,

sibehê zû min şiyar ke

zahf ditirsim

kewek, karek

gundek, şarek

çemek, çiyayek

ji bîr bikim

zahf ditirsim

darek, kevirek

koxek, tozek

giyayek

ji bîr bikim

sibehê zû min şiyar ke

dîsa nebê bila têr xew be

min sond bi çiya xwariye

ku Kurdistana xwe ya dûr

bi germiyan û zozan

biguhêzim bi xerîbî-bi oda xwe

Ebdullah Peşêw

1979-Moskov

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00