225
Kengî bi xêr bêtin bihar
Em derkevin cenga neyar
Rengê birûska bêne xwar
Qêrîn bidin zinar û lat
Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat
Em Kurd bi hev re herin ceng
Li ser çiyan rengê piling
Dîsa bidin qêrîn û deng
Bimrin ji bo jîn û felat
Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat
…
Welat xweş e tev dar û ber
Hawîr kulîlkên sor û zer
Hêja ye em bimrin li ser
şax û zinar û kûp û lat
Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat
…
Welat bi min şêrîn û Zîn
Dil daye ber dax û birîn
Hetta ceger min bûye xwîn
Min dil tijî pêt û şewat
Welat welat welat welat
Te cerg û mêlaka me pat
Cegerxwîn
Cizîrê/ 5.10.1979