EGÎD DIL Û MEJIYÊ ZINCÎRA ŞEHÎDAN E

Abdullah Öcalan

ekleyen Komînal

Heval Mehsum, mirovek mezin e ku ji destpêkê û hetanî dawiyê zaniye ku bibe mejî û dilê wan hemû şehîdan, dîsa gihiştiye hêza ku dil û mejiyê hemû gel di kesekî de bicih bike. Eger kesek gihiştibe çawaniyên wî, dikare bibe layiqê mezintî û mêrxasiya wî. Behs kirina mirinê ji bo kesek ku rastiyek wiha afirandî çi gotine? Ma kesek ku di nava jiyana herî rûmet de heliyabe û bibe yek ji wan kesan dikare bimire? Gelê me yê ku xwediyê kesayet û rêberek wiha jî, di şexsê wî de gihiştiye vejîn û mirinek bişanaz.

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Heval Mehsum ku yek jî rêberê qehreman ê partiya me û gelê me ye, me di berbanga 28’ê Adarê de dema ku ala rizgariya pîroz a gelê me liba dikir û kemîna dijminê xaîn derbas dikir şehîd daye. Bîranîna heval Egîd, vegotina tekoşîna Wî, di rastiyê de bîranîna yek jî qehremanên pêşeng ê tekoşîna me ya rizgariyê ye û vegotina vê destanê ye. Mêtîngerên Tirk ên ku aciz û bêhn pêketîn, Ew, bi navên wekî “Celadê PKK’ê, berpirsê leşkerî, sekreterê HRK’ê” ve daye nas kirin û li gorî eqlê xwe hewldana ji aliyekê ve bêjîn; me darbeyek pir mezin li PKK’ê xistiye û ji aliyê din  ve jî biçûk bixînin. Lê dijmin pir baş dizane ku Ew, şûrê azadiyek tûj a partî û gelê me ye.

Hevrê Mehsum, di destpêka kesên bawerî pê anin ku wê çaqûya xaîn a sedan salin ku li sing, mejî û dilê gelê me hatî xistin bê derxistin de dihat; wê mejî û dilê dijmin bê çikandin, ev bi hewldanek bêdawî ve di kesayeta xwe de şênber kiribû û mecbûriyeta ku gel encax bi vê çekê ve dikare biçe rizgariyê dîtibû.

Rast e me rêberê xwe yê mêrxas, Egîdê xwe yê ku navê qehremantiyê herî zêde heq dike û me destnîşan kiribû ku şûrê hemdem ê gelê me ye, wek fîzîkî winda kir. Lê ma qet behsa mirin an jî winda kirina kesên ku paşeroj û pêşeroja birûmet a gelekî û dîsa ya nifşên birûmet di kesayetên xwe de kirin yek, dikare bê kirin? Hevrê Egîd,taybetmendiyên pêvajoya rizgariyê yên ku teqez di gelê me, partî, enî û artêşê de şênber dibin û taybetmendiyên zanebûnê yên ku pêwîste xwe bigihînê,qasîbiteyisîne partî û gel gihiştibû kesayetek mezin. Di kesayata xwe de jiyana koletî ya ku wek çarenûsekî ketî asoya gelê me parçe kiribû; kesayeta xwe ya bihêz, azad û cazîbe ya ku di nava raperînên şoreşgerî de afirandî, ji mîlyonan re veguherandiye bangawaziya serxwebûn, azadî û sosyalîzmê. Ew, bi vê re sînordar nemaye, şerê mezin ê ku wê kesayet û taybetmendiyan ji gel re bike mal, daye û ev di asta girîng de serxistiye. Ew, hişyar bûye, gihiştiye zanebûna azadiyê û ew destpêka meşa nemiriyê ya gelê Kurdistanê ku partî, enî û artêş bi çeka xwe ve kişandibûn nava wê da tê.

Wî wek hevrê, bi zindiya xwe ya dawî ve di dil û mejiyê me de cihê xwe çêkiriye; li ser serê gelê me û partiya me cihê layiq rûniştiye. Em li ber qehremanê qehremanan bi rêz û hezkirinek mezin ve bejna xwe ditewînin; em dizanîn ku em hemû gelê xwe yê di oxira wî de şerê mezin meşandî, di nava artêşekê de rêxisitin bikîn û erka xwe ya şer kirinê pêkbînin, dikarîn deynê xwe yê dilsoziya ji Wî re bicih bînîn.

Hevrê Egîd! Erê, pêwîste Ew bê nas kirin û fahm kirin. Heval Egîd şirîne, hevrê Egîd wêreke, heval Egîd fedekar e! Divê ev hevrê bê bîranîn û bê lêgerîn. Hele hele eger dema ku di roja me de hîna ew mîrateya ku mirov jê şerm dike ya dîrokê di stûyê gelê me de be û eger ew tabloya jiyanê ya ku mirov nikare tehemul bike gelê me wekî zincîrekê di lingê xwe de digerîne, liber çavan be; kesayetek wiha nas kirin, di nava tevgera ku Wî pêkanî de cih girtin, bibe hevrêyê Wî û bigihije mezintiya Wî, wekî nefes standin û dayînê mecburiyetek e…

Rastiya ku di kesayeta şehîdê şehîdan Egîd de tê ziman çiye? Pêşverû kî/ê ye, paşverû kî/ê ye? Rewşa hêzên ku şer dikin çiye? Maf û edalet li ku derê ye? Bûyera Egîd, qasî tu demê çênebû bi şêweyek vekirî bersiv dide wan pirsan.

Eger di vê bûyerê de Egîd, dilek ku neteweyek ji milyonan pêktê, hewandibe; dijminê ku xwediyê arteşek milyonî û teknîkê jî qasî ku bi pêncî hezar kesî ve êrîşî kesek û komekê bike biçûk bûye, hebûnek rezîl e. Di dîroka mirovahiyê de ev cure zafer kêm tên dîtin. Di dîrokê de gelek şerên ku di zirûfên bêmerhemat de di navbera mazlum û zaliman de pêkhatî hene. Dîsa di wan zirûfan de gelek zaferên ku mazluman qezenç kirîn hene.

Lê di şexsê lêhengên vê berxwedanê de wekî şerên ku gelê me û partiyê jiyan kirî û zaferên ku hatin afirandin de şer û zafer hindik in. Em dikarîn bêguman destnîşan bikîn ku li gel yek jî hebûnên xwe yên herî binirx winda kirine, lê gelê me, di şehadeta heval Egîd de yek jî zaferên herî mezin ên dîroka xwe ya berxwedanê jiyan kirine. Vê bûyerê bişêweyê ne rasterast û herî bihêz carek din nîşanî gelê me daye ku di mertebaya şehadetê de digihije lûtkeya azadiyê. Rastiyên ku di destana berxwedanê ya heval Egîd de derxistin naverastê û peyamên ku van veguheztîn, deskeftiyek mezine ku diteyîse hemû pêvajoya me ya rizgariyek netewî.

 

Gelê me di şexsê Egîd de gihişt vejîn û nemirî yê

Heval Mehsum, mirovek mezin e ku ji destpêkê û hetanî dawiyê zaniye ku bibe mejî û dilê wan hemû şehîdan, dîsa gihiştiye hêza ku dil û mejiyê hemû gel di kesekî de bicih bike. Eger kesek gihiştibe çawaniyên wî, dikare bibe layiqê mezintî û mêrxasiya wî. Behs kirina mirinê ji bo kesek ku rastiyek wiha afirandî çi gotine? Ma kesek ku di nava jiyana herî rûmet de heliyabe û bibe yek ji wan kesan dikare bimire? Gelê me yê ku xwediyê kesayet û rêberek wiha jî, di şexsê wî de gihiştiye vejîn û mirinek bişanaz.

Eger jiyan hatina bahev a di demek kurt de ya çendaniyên bêhejmar bin, nexwe navê vê ya wextek diyar a piştre jî dikare mirin bê gotin. Lê eger jiyan, fahm kirinek dawî ya gerdûnî be û eger wê wekî xelekên pêşketina nifşê mirov ên bêdawî bên destgirtin, nexwe behsa mirina kesekî ku di kesayeta xwe de ev fahm kirina birûmet de rûniştandin nikare bê kirin. Gelê me yê ku xwediyê kesayet û rêberek wiha jî, di şexsê wî de gihiştiye vejînek bişanaz û nemir.

Hevrê Mehsumê ku ji bo gelê me û partiya me wateya wî ev, di destpêka wan kesên ku partîbûn berxwedana neteweyî de bidestxistîn dihat. Di wî de bawerî, veguherandina rêxistin û çalakîya baweriyê gihiştiye merhaleyek herî birûmet. Wekî ku di jiyana sibê ya gelê azad de çi tiştê ku tê hez kirin û hesibandin hebe, hemû jî di kesayeta Wî de şênber bibû û hatiye ziman. Wî, di naverasta her cure înkarî û bêderfetiyên roja me de jî, rûmet û cazîbeyek ku “divê neteweya xwediyê ewladek wiha û tevgerek ku qehremanek wiha afirandî bê jiyan kirin; pêwîste mirovahiya pêşverû teqez di nava xwe de cih bide Wî” bide gotin, temsîl dikir.

Li dijî serweriyek barbar a hezar salan, bêyî ku zanebûna xwe ji bo wextek mîna heft salan qet winda bike, dilê xwe bêdeng bike û bêyî ku çeka ji destê xwe bixîne û bêyî ku ji çiyayên bilind dakeve, meşandina şer dibe yek jî bûyerên hindik tên dîtin. Dema ku ew hemû dikir, şûna ku hema kêliyekê jî bikeve bêhêvitiyê, afirandinamezinbûnek hêjayî gelê ku her roj azad dibe û pêşengê ku pêşdikeve, ne tişteke ku hindik bê dîtin.

Komara Tirk Ew, wek “celadê PKK’ê” ragihand, ev derveyî xwe mikûrhatina ku gelê Kurd di şexsê Wî de çawa bûye xwediyê şûrek tûj wêdatir ne tiştek din e. Di jiyana mirov de tine kirina fîzîkî timî pêkan e. Lê eger mirovek bi îradeya gel re bibe yek û di bin her zirûfê de gihiştibe hêza ku vê îradeyê serwer bike, tine kirina wî qetiyen ne pêkane. Rastî ev e ku Zulfîqarê di destê Hz. Elî de çi be, heval Mehsûm jî di destê gelê me de ew e.  Ev şûr carekê hatiye bidestxistin. Dijmin bi şehadeta Wî ve, dikare bihesibîne ku zaferek mezin qezenç kiriye. Lê wekî her caran, bêyî ku zêde dem derbas bibe wê fahm bike ku di nava xapandinekê de ye. Çeka me di destê me de ye, hem jî bi hemû têrxweşikî, dijwarî û cazîbeyiya xwe ve! Wekî duh, em ê îro jî bi vê çekê ve şer bikîn û darbeyên dijwar li dijmin bixîn. Lê ev şûr, wê îro piştre darbeya esas a diqehirîne lêxe. Ewladê bêhempa a partiya me û gelê me, di heman demê de, rêberek bû ku ji serî hetanî tiliya pê; welatparêzî û enternasyonalîzm, zanebûn û îrade, teorî û pratîk, rêzdarî û hezkirin, kamilbûn û hemle, dilnizmî û pîrozîkiribûn yek. Ji bo PKK’ê û gelê Kurdistanê afirandina nirxek wiha zafereke. PKK û gelê me bi wî serbilind in. Em ê wateya Wî bi şêweyê ku “sala destpêkê ev, sala heftemîn jî ev kir” ve nekevîn nava rewşek çawaniyan.

Di dîroka me ya partî û berxwedana gel de, heft salên ku Wî, wek yek jî rêberên tevgera rizgariya neteweyî ya Kurdistanê jiyan kirî, dibe jiyanek ku li ser heft heftsed salan hikm dike. Çawa ku Wî bi êş û hewldanên mezin ve, kesayeta xwe ya pîroz bi fedekarî û wêrekiya bêsînor ve wek mînaka herî mezin a hevrêtî û dilsoziyê pêşkêş kirî; eger hevrêyên wî jî biawayek têrker wate û nirxê vê bizanin û wî nevegerînin pênaseyek cuda û ji bo ku bi ti hincetê ve vegerê qebûl nekin hewldanek awarte ya ku pêwîst dike nîşan bidin, teqez e ku ev kesayet wê di salên pêşiya me de wiha biteyîse. Salên xwe yên tekoşînê çawa jiyan kir, bi kîjan pêşketinan ve tijî derbas kir, em ê wan jî pir nebêjîn.

 

Meşa Wî ya destpêkê bi serkeftî encam bû

Ew, di xaka tekoşîna dewlemend de bû yek jî şitilên ku herî pêşwext mezin bûyî û herî bitendûrist û berhemdar gihiştî. Di 1979’an de wiha dest bitekoşînê kir. Di 1980’an de vî şitilî hê zêde kok berda, dijmin dest bi êrîşan kir. Di wan salan de di tekoşîna ku li dijî feodalên ku hewl didan dîroka berxwedana gelê me li Êlihê û qadên cîran de bidin sekinandin, herî pêş cih digirt. Di wan salan de qasî êrîşên rasterast ên li dijî mîlîsên faşîst ên MHP’ê, ew qas jî li dijî zilma cendirme û polîsan dudilî jiyan ne dikir. Ji bo ku vêya ji qada herêmî derbixîne û veguherîne hemleyek netewî hewldanek ku xilasbûnê wê tineyî raber kir. Dîsa di derxistina derve ya tevgerê de jî keda mirov a herî birûmet pêşkêşkir û bêyî ku bikeve nerehetiyek herî biçûk jî, dîsa bêyî ku bêbaweriyek herî biçûk jî jiyan bike, bihêviya vegerek ji nû ve ya bihêz a ji welat re têr û tijî jiyan kir. Li pêşiya tevgera ku “Vedigere mabedê” jî di herî pêş de bû. Wî, ev bi ruhê qehremaniyek rasteqîn û xwebexşek aîdê hewariyan ve pêkanî. Di pêvajoyek wiha de, çi nav dikare ji tevgera vegera ji nû ve ya welat a ku bi hêza ew qas mezin a mejî û dil ve, bê dayîn? Pêngava mezin kirinê ya berxwedana şoreşgerî û vegera ji nû ve ya ku heval Mehsûm ji destpêkê ve di nav de bi serkeftî hat pêkanîn; lê di encama pêvajoyek pir tengav û biêş de; bêderfetî, îxanet û êrîşên cuda hatin jiyan kirin. Erê Wî, meşek tê  zanîn û biheybet ku kêm mirov dikarin cesaret bikin bi komek hevrêyên xwe ve biserkeftî temam kir.

Êdî nebza welat û gel hatibû desteser kirin. Lê dihat dîtin ku zextên dijmin ên ku sînoran nasnake, îxanet û bêwîcdaniyên ku li ser navê dostaniyê tên kirin vê nebzê pir lewaz dixin. Ew, endamê tevgerek ku pir baş pênase dikir, ka ava heyatê ya ku vî gelî divejîne çiye û divê ev ji kîjan çavkaniyê bê girtin û êdî ev baş dizanî. Dema ku Partiya me Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku di asîmanên Kurdistanê de wekî birûskekê pê dikeve da destpêkirin, Ew dîsa li herî pêş bû. Di şênberî û mayînde kirina bişêweyê HRK’ê de ku bûye kakilê artêşa gel a hewldanên ku tên raber kirin, rolên girîng leyîst. Bi rol û pratîka xwe ya şoreşgerî ve mohra xwe li pêvajoya qehremaniya nû û ava kirina HRK’ê bixwe xist. Ew, bi şehîd û yên jiyan dikin ve nûnerê bênîqaş ê qehremanên vê demê ye û Ew nûner û rehberê bênîqaş ê şehîd û qehremanên vê demê ye. Bi kûrahî nû bûyîna di demek ew qas kurt de ya dîroka Kurdistanê û rastiya ku girêdayî pêşketina hêza fikrî fahm kiribû û di vê qadê de jî kûrahiyek ku heyrantî çêbike di kesayeta xwe de serxistibû. Hema ne şêwazek fikirandin û nivîsandinê, ji bo ku pirsgirêkên herî bingehîn û tevlîhev ên tekoşîna me bigihîne çareseriyekê, nêzîkatiyek raber kir. Li dijî penaberbûna ku ji aliyê gelek hêzan ve wekî taybetmendiyek erênî dihat qebûl kirin, dibû parêzvan û pêkhênerê herî bibiryar ê ku çi dibe bila bibe kok berdide xakên welat. Wekî di gelek mînakên ku dîroka Kurdistanê de hatin jiyan kirin, bihêrs û êş diyardeya pênaberiya ku piştî berxwedanên diyar ên rêberên wan jiyan dikir, pêşwazî kiriye; ji bo ku ketina rewşa wiha çênebe, pêşengtiya baweriyê ya ku pêwîste di bin ti zirûfî de xakên welat neyê terikandin kiriye. Ew, di heman demê de di destpêka kesên ku bişêwazê herî hevgirtî ew baweriya xwe ya ku bûye rêgezek tekoşîna partiya medixist pratîkê de dihat. Li gel ku gelek caran derket derveyî welat jî, lê Wî bikûrahî hîs kir ku jiyana li ser vî bingehî ji bo şoreşgerekî bêtatmîniyeke û hesreta xwe ya mezin bi tekoşîna zêde ya ku di lûtkeyên Kurdistanê de dimeşand ve derbas kir û di vê mijarê de seknek birûmet nîşandaye. Bi vî awayî Wî, bi pratîka xwe ve bişêweyek pir şênber daniye holê ku pîvanên Kurdistanê yên welatparêzî û şoreşgeriyê çi ne, paş veger an jî hizirandina ji asta ku berxwedan gihiştiyê, îxanete; bi pratîka xwe ve bişêwazek pir şênber ve daniye holê ku ji yên wiha dikin re mafê jiyanê nayê dayîn.

Pêwîste jiyana tekoşînê ya her hevalê/a ku di îdiaya rêbertî û mîlîtaniyê de ye, di temsîl kirina exlaqê partiyê de, heval Mehsum mînak bigire. Timî helwestek ku hurmet nîşanî hevalên xwe daye û ew pêşxistine, di mijarên bingehîn de li kêleka ne li hev kirin û biryardariyê de û di tekoşîna li dijî şaşitî û nebesiyan de malzeme ji neyîniyan re pêşkêş nekiriye, ji sekteriyê dûr û di asta dawî de kamil û çêkerî, raber kiriye. Di zirûfên herî zehmet de jî jiyana partî dewlemend û biçoş kiriye, kesayeta wî ya sînoran nasnake jî valatiya avaniyên ku teoriya tengezariyê û vêya temsîl dikin daniye holê. Vî kesayetî, îspat kiriye ku pêşketinek bêdawî di biryardarî, ezmûn û azadiyê de dikare bê nîşandayîn.

Pêkanîna rast û bibandor a xeta partiyê dayîka her cure serkeftinê ye. Serkeftina di qada leşkerî de ya heval Mehsum delîla vêya herî nerasterast e. Wekî ku di her qada tekoşînê de, dest avêtina Wî ya vê qadê jî, li ser bingehê fahm kirinek kûr û kedek birûmet çêbûye. Hewldanên wî yên teorî, rêxistinî û pratîkî yên têkîldarî qada leşkerî ya tekoşîna me, di Pêngava 15’ê Tebaxê û wek dawî jî Qeliştina Bihara 1986’an de gihiştiye lûtkeyê. Bi şêweyek kûr xeta leşkerî û hunera leşkerî pejirand pêkanî û bi heman cewherî ve da pêkanîn.

 

Divê her kes vêya bipejirîne

Qet guman tineye ku divê jiyanek  wiha wek lûtkeyek PKK’ê, pîvanê wê ya bingehîn û wek fermanekê bê pêkanîn. Eger di PK’ê de kûrahî tê xwestin, hewceyeev taybetmendiyên Wî wek pêwîstiyekê bên pejirandin û pêkanîn.

Bibe xwediyê qehremanek wiha bi serê xwe nirxeke. Wê di demên pêş de têkîldarî vê mijarê de tiştên zêde bên gotin, wekî şehîdên me yên din ên berxwedanê, wê wateya vî şehîdê me jî li şûna wê bê rûniştandin. Lê dema ku bi xetên wê sereke vê bê vegotin tê dîtinê ku heval Mehsum, di pêşketina teorîk û pratîk a partiyê de tenê ne kevirek kîlometreyî ye, bûye kevirek çend kîlometreyan û hevrêyeke ku ev hêz nîşandaye. Di her pêngavê de partî û dîroka berxwedana netewî gihandiye qonaxek girîng, dema ku ev dikir jî di jiyana xwe de temsîliyeta hemû taybetmendiyên jiyana me ya partiyê yên wekî wêrekî, fedekarî, dilnizmî, kamîltî, ciwantî, nermî û biryardariyê kiriye. Her kesî/ê ku dixwaze bi PKK’ê re bimeşe û bi wî re mezin bibe û taybet jî yên ku Wî nas dikin, divê teqez vê kesayetê pir baş fahm bikin, Wî di xwe de hîs bikin û hetanî hemû şaneyên xwe bidin xwarin.

Dema ku em wan hemûyan destnîşan dikin divê neyê zen kirin ku me pir zêde rol û wate barkiriye. Di dilê PKK’ê de kesayetên wiha mezin gihiştine û wê gihaştina wan jî berdewam bike. Bêguman, yê ku şîkl dide  vê kesayeta Wî ya mezin û yê ku bi çalakiya mezin re ji dîroka me ya berxwedanê re kiriye mal, ne taybetmendiyên bac ên xweda yan jî ne destek ne diyare. Ew, berhemê xetek siyasî ya rast e û pratîkek berxwedêr ê ku rêbertî jê re kiriye. Ya ku mijara gotinê, ji kesayetek awarte yan jî taybetmendiyan zêdetir, Ew kesayeteke ku bi şîroveya rast a xeta partiyê û pratîze kirina wê ve pêngav bi pêngav hatiye afirandin û avaniyeke ku ji polê hatiye têşe kirin….

 

Jiyana Wî bi dersên ve tijî ye

Wekî şehîdên me yên din, di vê mijarê de jiyan û tekoşîna hevrê Mehsum ku yek jî rêberên dema berxwedana ku em tê da ne, bi dersan ve tijî ne. 1980’an û bitaybet jî ji bo piştî 15’ê Tebaxê berxwedana me biawayek têrker û rast bê nirxandin,   bi heman şêweyî bi şêweyek tendûrist çavkanî û meylên ku ku bikarin li hember zehmetiyên pêşerojê berxwe bidin bên destnîşan kirin, beriya her tiştî mecbûriyete ku pêwîste nirx, şehîdên me yên di pratîkê de xwe îspat kirîn bişêweyek rast û têrker bên şîrove kirin. Di destpêka kesên ku pêwîste pir baş bê fahm kirin de hevrê Mehsum tê.

Ew beriya her tiştî rêber û sazûmankarê di herî pêş de tê, ya berxwedana me ya çekdariye. Xebatên Wî yên di vê qadê de, di destpêka hemû xebatên şoreşgerî yên ku hewl didan hetanî dawiyê bên pêşxistin de dihat. Heval Egîd, li gorî ava kirina hêzên çekdarî û pêşxistina xebatan, fermandarî ji yekeyek ku li ser pêncî kesan pêk dihat dikir û di demên dawî de hewl dida vê yekeyê di nava şerek daîmî de pêşbixîne û bi xebatên vê yekeyê ve hewl dida pratîka berxwedana çekdarî kûr bike. Pêşketin û deskeftiyên ku derketîn holê, hêz û rastiya vê pratîkê piştrast kiriye. Tiştên ku pêwîste îro şûnve bên kirin û ev pratîka hatî piştrast kirin jî, Wî bixwe daniye holê; êdî mecburiyeteke ku yekeyên şer ên şoreşger  ên Kurdistanê, wekî yekeyên partîzan ên asta boluk pêwîste hejmara wan li ser pêncî kesan da be, pêngav bi pêngav bên pêşxistin û berfireh kirin. Ev, qasî  mecbûriyeteke ku rastiyên şerê ku em dimeşînin disepînin, ev fermanek heval Egîd e û pêwîstiyek dilsoziya bi Wî re ye. Bi cureyek din bersiv ji bîranîna rêberek ku di jiyan û pratîka xwe de ev pêkanî re nikare bê dayîn.

Wek duyemîn,Wî, zehmetî û neyînîyên ku di nava şerê me de pêkhatîn vegerand wêrekiyek tam û çavkaniya çoşa bêsînor. Ji bo hemû kadroyên ku di îdiaya rêbertiyê de ne, ev usluba şer a ku Wî di pratîka xwe de taybetmendiya wê ya hêz û pêşxistinê piştrast kirî, di girîngiya nebe nabe de ye û divê vê usluba ku teqez bi wan  didin qezenç kirin ji xwe re bikin mal. Rêbertiyek ku bihez kirin û hurmetek tijî ve nêzîkî hevrêyên xwe bibe, timî cesaret bide wan û keyfa wan xweş bike, dibe hêmanê herî mezin ê pêşdixîne. Nexwe, pêwîste bîranîna hevrêye me Egîdê ku jiyana şoreşgerî ew qas di şexsê xwe de cazîb kirî, di vê mijarê de jî wek fermanek ku hewceye teqez pêdiviyên wê bên bicin anîn bê fahm kirin.

Wek sêyemîn, heval Egîd, hevrêyeke ku li gorî rastiyên jiyanê teorî şîrove kiriye û ew bi şêwazên herî afîrîner ve serxistiye. Wekî ku di nivîsên Wî yên dawiyê de jî tên dîtin, Wî, li gorî pêşketina şoreşa Kurdistanê pêşketina xwe jî pêngav pêngav afirandiye û bandora lazim jî bidestxistiye. Bi gotinek din ve Ew, nûnerek herî bijarteye ku bi şêwazek herî biwate ve teorî û pratîk kiriye yek. Yek jî taybetmendiyên herî bingehîn ên ku pêwîste kesên di îdîaya Rêbertî de ne, di şexsê Wî de bibînin û di xwe de jî şênber bikin ev e. Eger yekitî, kelijandina rast a teorî û pratîkê nebe  û bêyî ku ev ji şîroveyên wê yên çep û rast bên rizgar kirin û bêyî ku di wan de kûrahî hebe, wekî din  ne pêkane ku bigihe şoreşgertiyê û çawaniyên rêbertî, xebatên serkeftî pêkbên. Ji ber vê sedemê mecbure ku hemû partiyî vê taybetmendiya ku heval Egîd biserkeftî di jiyana xwe de temsîl kirî, di xwe de biafirînin û bandortiyê wek fermanekê fahm bikin.

Wek çaremîn, Wî di mijarên parastina partî de û li dijî hewldanên provakatîf û tasfiyeger jî, dîsa pratîkek herî bibiryar, serdest û encamgir pêşkêş kiriye. Heval Egîd di kîjan zemîn û kîjan astê de derketibe bila derketibe, li dijî xebatên tasfiyeger, rûxîner û xiraker yekser helwest nîşandaye û bêyî ku guman jiyan bike ev biryardarî pêkanî ye. Helbet pêwîste hemû kadroyên partiya me jî bi wan taybetmendiyan re şer bikin û divê biryardarî û bandora ku Wî temsîl kirî li dijî hewldanên dijmin û rûxîner encam dide, di xwe de serkeftî biafirînin.

Taybetmendiyek ku di heval Egîd de şênber bûyî ew e ku pêwîste di zirûfên Kurdistanê debiwateya rast ve bibe xwediyê welatparêziyek mezin ku yek jî taybetmendiyên herî bingehîne; lazime bê kûr kirin û mezin kirin. Nivîsa bîranînê ya ku di Newroza 1985’an de nivîsî, vî aliyê Wî bişêwazek pir bandor ve tîne ziman. Lê welatparêziya Wî ya kûr û rûmet xwe herî zêde jî di dema ku ket dilê Kurdistanê û hembêza gelê me de şûnve danî holê. Wêneyên ku celadên mêtînger ji bo şehadeta Wî belge bikin weşandin, germahiya Wî ya hembêz kirina xakên Kurdistana pîroz nîşan dide, aramî û rehetiya ku ji çalakiya xwe ya dîrokî hilda dide pêş, bangawaziya herî biwate ya şehadeta ku di oxira welat û gel de dlke. Erê, her kesî/ê ku di refên me de cih digirin, pêwîste wekî Wî gelê me û welatê me hez bike û wekî Wî bi nirxên me ve girêdayî bimîne. Ev, dibe şertê herî bingehîn ê girêdayî bîranîna wî.

Deynek mezin a biwefa ya hemû partiyiyan, li beramberî şehîdên me yên berxwedanê heye. Em îro di oxira xwe feda kirina wan de gihiştîn hewldan, fedekariya ku ew nîşan didin û wêrekiyê. Gelê me îro dîsa di saya wan de pêngav pêngav hatiye pozîsyonek berxwedêr a ku di serdema me de jî nav dike û pêşveçûn û pêngavek mezin nîşandaye. Nexwe mecbure ku nirxê wan deskeftiyên pir baş bê zanîn.

Em ê timî zarokên herî hilbijêr ên malbata me ya partiyê di kûrahiya dilê xwe de veşêrîn û timî di hişmendiya xwe ya ronakbîr de zindî bigirîn. Em ê bi wan re bihizirîn, bi wan re bibîhîzîn. Em ê bi vî awayî wan di nava tekoşîna xwe de her kêlî, her demjimêr bidîn jiyan kirin. Em îro bi erka “divê gelê me di nava eniyê de xwe rêxistin bike, di nava artêşa gerîla de şer bike” ve bi xeta taktîkî ya ku şerê me ya berxwedanê hatî xwe spartiyê û wek pêdiviyek girêdayî welat, gel û şoreşê jî bi berpirsiyariya bicih anînê ve rû bi rû ne.

Amadekariyên ku bi vê zanebûnê ve tên rêvebirin, ji aliyê afirandina rêxistina artêşê ve bilez pêşda diçe; ji bo ku gelê me bi rêxistina xwe re bibe yek, tedbîrên wekî derxistina qanûna leşkerî jî di nav de, rêbaz û amûrên pêwîst tên pêşxistin. Partiya me ya ku afirandina artêşa gerîla xistî rojeva xwe, hewldanên afirandina di nava hev de ya bi eniyek berxwedana netewî ya di derdora dendikên partiyê de hatî honandin ve zêde kiriye. Wê hemû partiyiyên me, di heman demê de vê erka ku bûye wesiyeta şehîdên me yên mezin teqez bicih bînin û wê bi vê zanebûn û berpirsyariyê ve tijî tijî jiyan bikin…

Di serî de jî Rêbertiya Partiya me wê hemû partî, di şexsê heval Egîd de wan taybetmendiyên ferman didin ên şênberbûyî li ser hemû partiyê serwer bikin û ji bo ku wan bi enî û çekên artêşê ve ji hemû gelê me re bikin mal û di oxira çi dibe bila bibe de doza me ya rizgariya neteweyî ya ku şehîdên me di oxira wê de jiyanên xwe yên hêja feda kirîn bibin zaferê; em ê sonda xwe ya ku em ê ti astengî nas nekîn carek din nû bikînû di serî de heval Egîd, wek girêdayînek ji bîranînên hemû şehîdên me yên berxwedanê re dibînîn…

Heval Egîd  soza ku me ji bo bîranîna heval Mazlum di Newroza 1982’an de anî ziman esas girtiye, bi berxwedan  û pratîka xwe ya biheybet ve bersiv daye û di Newroza 1986’an de gihandiye lûtkeyê, em jî têkîldarî vê bi sozek wiha ve bang dikîn ku em ê teqez pêwîstiyên bîranîna wî bicih bînîn.

Wê Ew, timî wek sembolek pêvajoya qehremantiya tekoşîna me ya berxwedanê bê bîranîn!

Ji nirxandinên ku Rêber Apo di sala 1986’an de kirî hatiye kom kirin.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00