LI SER BINGEHA PROJEYA KONFEDERALÎZMA ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎK ÇARESERIYA ROJHILATA NAVÎN

Ali Haydar Kaytan

ekleyen Komînal

Modelên çareseriya mijara gotinê yên ku lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd welidandîn xwe anîne rewşa modelek çareseriyê ya ku pirsgirêkên etnkî û olî û pirsgirêka azadiya jinê çareser bikin. Dîsa projeya çareseriyê ya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatî pêşxistin xwe wek modelek ku ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata navîn û cîhanê çareserî dihewîne daniye holê. Modela çareseriya pirsgirêka Kurd pêşiya çareseriya hemû pirsgirêkên din ronî kiriye, ji bo wan jî zaniye modelek çareseriyê biafirîne.

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Binêrin yekane herêma ku hem dîroka civakê û hem jî wek sereke pergala desthilatparêz-dewletparêz jiyan dike, herêma Rojhilata Navîn e. Vê rewşê avanî û nasnameyek Rojhilata Navîn a xweser derxistiye naverastê. Di roja me de jî bişêweyek di nava hev  de û tevlîhev hemû reng, di avaniya Rojhilata Navîn a mijara gotinê de hene. Binêrin cihê ku hemû ol û mezheb welidîn pêşketîn, Rojhilata Navîn e. Ol û mezhebiya herî berfireh û dewlemend di Rojhilata Navîn a roja me de heye. Dîsa cihê ku ziman û çand herî zêde pêşketîn, di nava hev de û bi hev re dimînin herêma Rojhilata Navîn e. Wek dîrokî bisedan ziman, çand di nava hev de pêşketine, bi hev re jiyana xwe domandine. Hema hema tu dikarî rastî her cure ziman û çandê bê. Di rewşa heyî de dergûşa ziman û çandên cur be cur e. Dîsa hiyeraşî, pergala desthilatparêz-dewletparêz, bajarvanî, şoreşa çand-gund a neolîtîkê li ser wê û li ser bingehê xesp kirina nirxên ku wê afirandî di Rojhilata Navîn de pêşketiye. Qada ku pergala dewlet desthilatdariyê herî zêde kûrbûyî, bikok bûyî, çînatî bi şêweyek herî hişk derketî holê û jiyan kirî dîsa herêma Rojhilata navîn e. Yek jî di wan dused salên dawî de teyisandinên pergala modernîteya kapîtalîst a Ewropayê, li ser wan zêde bûne ku eynî wekî bi kêrê hatibin parî parî kirin ziman, çand, ol, mezhebên ku di nava hev de jiyan dikin, bi şiklê dewlet neteweyan hatine parî parî kirin. Birastî jî ne avaniya civakî ya Rojhilat Navîn a roja me û ne jî avaniya dewlet û desthiiatdariyê dişibe hema qadek din ê cîhanê. Ji aliyekê ve civakbûyîn, li ser bingehê avaniya dîrokî pir kûr û bihêze, ji aliyê din ve jî wek sereke pergala dewlet-desthilatdariyê hemû taybetmendiyên xwe li vê herêmê bişêweyek bihêz ve derxistiye naverastê.

Niha bêyî ku ev baldar bên destgirtin û çavdêrî kirin  pergalek siyasî bîrdozî ya ku rewşa Ewropayê esas digire, yanî avaniya dewlet-netewe ji her aliyê ve li ser vê herêmê tê sepandin. Herêm bi Şerê Cîhanê yê 1’emîn ve ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst ve hatiye xesp kirin, di vê îstîqametê de bêyî ku rastiya dîrokî ya herêmî baldar bê destgirtin, hewldane ku li ser herêmê kabûsa dewlet neteweyekê bidin rûniştandin. Di vê bingehê de wek dîrokî her cure nirxê civakî, ziman, çand, ol, mezhebên ku di nava hev de pêşketin bidestxistin hatine dabeş kirin û parî parî kirin. Bi vî şiklî hemû avanî, nirxên civakî yên ku di nava deh hezaran salan de pêkhatine li ser bingehê teknîka faşîst a dewlet-netewe; ol, ziman, çand, serdestî, avanya siyasî, welat, netew û dewlet hatine yek cure kirin, di nava sedsalan de hewldane hemû nirxên dîrokî bi êrîşek hovane ve bên tune kirin, ji dîrokê bên xêz kirin. Dixwazin rengên mirovahiyê yên ku seranserî dîrokî çêbûne di çend rengan de bikin yek û tune bikin. Çareser kirina pirsgirêkan bidin aliiyekê niha faşîzma dewlet-neteweya ku bi îdiaya çareser kirina pirsgirêkên ku qaşo pergala desthilatparêz û dewletparêz di sedsalên beriya niha de derxistin holê ve hatî avakirin û ya di derve de li ser herêmê tê ferz kirin, tam berevajî hem pirsgirêk pir giran kiriye û hem jî hê zêde kirine. Di nava dîroka derbasbûyî de pergalên desthilatparêz û dewletparêz ên şêwazê împaratoriyan, birastî di astên cur be cur de li herêmê hatine ceribandin; ji împaratoriyên Sumer, Akad, Babîl, Asuran bigirin, hetanî pergala Medan, împaratoriyên Misir, Pers, Grek, Roma û Bîzansan û ji wê derê jî hetanî împaratoriyên Osmanî û Sasaniyan dîsa hetanî avaniyên împaratoriya Îslam ên di bin navê cuda de gelek împaratorî hatine û çûne û di demên diyar de li ser herêmê serdestiyek domandine, lê ne avaniyek bûn ku pirsgirêkan çareser bikin û ne li gorî avaniya civaka herêmê bûn, ji ber vê yekê xwe ji rûxandin û avêtina sergoya dîrokê rizgar nekirine.

 

Dixwazin, Rojhilata Navîn wek parçeyek modernîteya kapîtalîst di destê xwe de bigirin

Niha li ser ew qas ziman, çand, baweriyên ku ketin nava hev împaratoriyên mijara gotinê nekarîne serweriya xwe bidomînin, di naverastek ku nekarîne bibin çareserî de jî, bi navê çareseriyê ecêbiyek wekî dewlet-netewê ve li ser herêmê birastkêşê ve sînor xêz kirine û  hatiye sepandin, eynî wekî gotina ‘tu dişibî çûkek nû’ ya Nesredîn Xocayê ku dema mirişk rûçikand; ev jî dixwazin wek parçeyek pergala modernîteya kapîtalîst herêma Rojhilata navîn rêvebibin û di destê xwe de bigirin. Eger di herêmek ku împaratoriyên cur  be cur û tonên cuda de hatin pêşxistin nekarîbin bibin çareserî, helbete ne pêkane dîktatoriyên dewlet-netew faşîst bibin çareserî, aştî û demokrasiyê bînin. Birastî binêrin çawa ku pergala Komara Tirk a ku pergala modernîteya kapîtalîst bi lihev kirinek mecbûrî ve hewlda bi xwe ve girêdayî pêşbixîne û karên xwe yên herêmê li ser wî bimeşîne nekariye di nava sînorên xwe û asta herêmê de ji bo civakê rolek wiha bileyîze, tam berevajî ji bo parastina berjewendiyên pergala modernîteya kapîtalîst ê ku ew afirandî û hetanî îro anî jî seknek têrker û bandor nîşan nedaye, ji ber vê yekê nekariye xwe bike hêzek çareseriyê. Dest ji çareeseriyê berdin, ji bo pergala li seranserî herêmê xwe afirandî jî bûye pirsgirêkek herî bingehîn.

Bi heman şiklî pêşketinên ku di qadên wekî Îran, Pakîstan, Efganîstan, Qafkasya yên ku dikevin rojhilatê herêmê de jî li holê ne. Hemû jî ji bo pergala modernîteya kapîtalîst ê ku ew afirandîn pirsgirêkên cidî afirandine, nekarîne xwe ji pozîsyona çalak a nakokî û pevçûnên giran diafirîne rizgar bikin. Çawa ku Qafkasya timî qadek şer û pevçûnan e, qadên wekî Pakîstan, Efganîstan jî ji bo avaniyên xwe yên navxweyî pirsgirêkên cidî diafirînin, dîktatoriyên dewlet-netewe yên li wan deveran, li berçavan ve ku ji bo pergala ew afirandine jî bûne pirsgirêkek cidî. Rewşa Îranê ku herî biistîkrar tê dîtin an jî hewl didin welê nîşan bidin jî li holê ye. Her çiqas di bin navê pergala Şahtiyê de modelek diyar a çareseriyê hatibe pêşxistin jî pergalê ji vêya encam negirtiye, li pêy wê pergala Dewleta îslamî ya Îranê qasî ji bo herêmê ew qas jî ji bo pergala modernîteya kapîtalîst pozîsyonek herî bingehîn ê ku pirsgirêkan çêdike afirandiye. Welê ku bi salan hêzên pergala modernîteya kapîtalîst bi gotina ‘şer-î mhver’ ve êrîş li dardixin, hewl didin mijara gotinê çareser bikin, lê hema nikarin hêzek çareseriyê derxînin naverastê.

Dîsa rewşa cîhana Erebên ku dabeşî 22 dewlet-neteweyan bûn jî li berçavan e. Pergala modernîteya kapîtalîst ê ku nekarî bi qraltiyan ve encam bigire, her çiqas bi Nasirtî û Beastiyê ve netewperestiya Ereban pêşxistibe û xwe wekî rizgarkerek nîşanda bejî, di demek kurt de rûpoşê wan jî ketiye, civaka Ereb pergala modernîteya kapîtalîst a ku ji wî re biyanî û di derve de dihat ferz kirin qebûl nekiriye û dîsa rastiya herêmê, rewşa ku civaka Ereb wekî çîna duyemîn dihesibîne û dewletokên netew ên heyî yên ku modernîteya kapîtalîst ferz dike qebûl nekiriye. Niha çawa ku armancek bingehîn a Şerê Cîhanê ya 1’emîn desteser kirina qada Ereb û dabeş kirina wê be, piştî sedsal şûnve armanca bingehîn a Şerê Cîhanê yê 3’emîn jî desteser kirin û dabeş kirina qada Ereban e. Demek şerê ku sedsal beriya niha destpêkirî derxistiye naverastê ku tu guhertin û pêşketin di armanca du sedsalan a li ser qada Ereban a modernîteya kapîtalîst a Ewropayê de çênebûye. Rewşa heman nakokî û pevçûnan berdewam dike, dema ku di nava parçebûn û şerek wiha de bitaybet jî li ser bingeha îstîsmar kirina çavkaniyên enerjiyê hinek yekdestên kapîtalîst kar dikin, civaka Ereb, gel, ciwan, jin, kedkarên Erebîstanê jî di bin zext, mêtîngerî û qetlîamek giran de ne û pêvajoya herî zehmet a dîrokê jiyan dikin. Ji ber vê sedemê gelê Ereb vê pergala dewlet-netewe ya ku sedsalin di derve de tê ferz kirin û di herêmê de rewşa hesibandinê ya çîna duyemîn qebûl nakin, li dijî vê berxwe didin. Di roja me de jî ji ketina şerek herî wêrek û fedekar xwe nadin paş.

Yek jî hêzên herî bingehîn ên ku di cîhana roja me de ferz kirinên derve tên qebûl nakin, ji bo ku ev bên guhertin, veguhertin tekoşîna herî wêrek û fedekar rêvedibin, berdêla vê fedekariya ku ew tekoşîn dixwaze nîşan didin civaka Ereb, gelê Ereb, qabîleyên Ereb û aşîretên Ereb in. Ne pêkane ku civaka Ereb ku bûye yek jî civakên herî qedîm ferz kirinên pergala modernîteya kapîtalîst a heyî qebûl bikin û bên rewşa ku bi wî re li hev bikin. An wê hetanî  dawiyê berxwe bidin û wê vê pergalê birûxînin, biguherînin an jî wê tine bibin. Wek dîrokî hetanî ku civaktiya Ereb neyê tine kirin, ne pêkane ku pergala modernîteya kapîtalîst a kûrewî xwe, bi Erebîstanê û civaka Ereb bide qebûl kirin.

 

Yek jî civaka ku di Rojhilata Navîn de berxwe dide civaka Kurdistanê ye

Wekî civaka Ereb yek jî civaka ku ferz kirinên dused salan ên modernîteya kapîtalîst li ser Rojhilata navîn ferz dike qebûl nakin û ev sedsalin bi wêrekî û fedekariya herî mezin ve berxwe didin civaka Kurdistanê ye. Birastî jî tê zanîn, ferz kirinên li ser Kurdistanê yên pergala modernîteya kapîtalîst ji ferz kirinên li ser qada Ereban tê kirin pir girantir in. Ji dabeş kirin û parçe kirina Kurdistanê wêdatir, hebûna Kurd tê înkar kirin, tune kirin û pergalek qirkirinê ya ku wî ji holê radike sedsalin hatiye avakirin û xistine pratîkê. Lê ji destpêkê û hetanî niha civaka Kurd dabeş kirin û parçekirina mijara gotinê û ketina bin pergala înkar û tune dike red kiriye, li dijî vê gelê çar parçeyên Kurdistanê di bin navê rexistinên cur be cur de berxwedanek daîmî di vê sedsala derbasbûyî de nîşandaye. Hem di navbera Şerên Cîhanê yên 1 û 2 ‘emîn de Bakur, Rojhilat, Başûr ketina nava berxwedanek pir alî û hem jî ji Şerê Cîhanê yê 2’emîn û hetanî niha xwe aniye rewşa berxwedanek ku her biçe hê zêde bibe yek, naveroka demokratîk qezenç bike û kûr kirina xeta azadiyê serxistiye. Vaye pêşengtiya PKK’ê berxwedanên parçe parçeyî yên ku mohra xwe li çil û pênç salên dawî xistîn ên berxwedana Kurd di pêşengtiya partiyekê de kiriye yek, dîsa di armanc û rêbazê de nêzîkatiyên bêserober, parçeyî, teng, şilo, gihandiye vegotinek zanistî, şênber kirina wan serxistiye. Binêrin, Dewletoka Îsraîl a Cihû ya ku pergala modernîteya kapîtalîst piştî Komara Tirk wek hemleya duyemîn li pêy Şerê Cîhanê yê 2’emîn pêşxistî jî, hem ji bo rastiya herêmê û hem jî ji bo pergala modernîteya kapîtalîst ê ku ew afirandî ji hêzek çareseriyê dûr e. Her çiqas ji aliyekê ve nirxên herêmê baldar digire dest û li gorî wê hewl dide xwe ava bike jî bi nêzîkatiyên xwe yên teng, netewperest û hikm dike ve ji bo civakên herêmê ji hêzek ku bibe mînak, li hev bike pir dûre, wekî ku di şerê Ereb-Îsraîlê de jî hat dîtin, timî şer û pevçûnên navbera Cihû-File-Îslamê jî zindî digire. Li herêmê timî dibe sedema nakokî û pevçûnekê. Ji aliyê din ve ji bo pergala modernîteya kapîtalîst ê ku ew afirandî jî di eslê xwe de ne çareseriyek e. Belkî wekî hespek Truvayê di dilê Rojhilata navîn de çikandine, bi her kesî/ê re xistine nava şer û pevçûnan, herêma Rojhilata navîn di nava qeyran û aloziyê de hatiye hiştin û bi xwe spartina vê hêzê ve hewldana herêmê rêvebibin. Eger çareserî ev be, dikare bê gotin ku dewletoka Îsraîlê rolek wekî Komara Tirkiye leyîstiye. Lê ev ne çareseriyek mayîndeye, di herêmê de îstîkrarî neafirandiye, her ku çûye rewşa şer û pevçûnan hê zêde kûr kiriye, rastiyeke ku wê ev rewş jî pergalê ber bi rûxandinê ve bibe. Eger birastî jî sedem û pirsgirêkên heyî yên ku ber bi qirkirin û şer ve dibin  neyên çareser kirin, eger alternatîfek ku wan çareser dike neyê pêşxistin wê qeyran û aloziya heyî pir kûr bibe,  wê ev jî pêvajoyek rûxandinê ya ku Îslamiyet jê re “qiyamet” dibêje bîne rojevê.

Birastî dema ku piştî sedsal şûnve li pênaseyên wekî “An sosyalîzm an jî barbartî û rûxandin” a ku hêzên sosyalîst sedsal beriya niha gotin bê mêze kirin wê bê dîtin ku ne nirxandinek pir şaş e. Birastî di encama ne serkeftin û ne alternatifiya sosyalîzmê rewşa qeyran, alozî û pevçûnê derketiye holê. Eger Şoreşa Rus a Cotmehê birastî jî pergala desthilatparêz-dewletparêz derbas kiriba û alternatîfiya nû serxistiba, pergala modernîteya kapîtalîst derbas kiriba, cîhan li ser bingehê komînalîzma demokratîk ber bi civakbûyînek nû ve û ji aliyê aborî, sosyal, siyasî ve ber bi jiyana civakek nû ya demokratîk, konfederalîzma demokratîk a cîhanê ve çûba, helbet wê ev şerên ku di nava sedsala derbasbûyî de hatin jiyan kirin wê bi xwe re ev qas nakokî-pevçûn, qirkirin, windahiyên ku deh milyonan dibînin, êş û rondik neanîban, wê îro Şerê Cîhanê yê 3 ‘emîn nehatiba jiyan kirin, wê mirovahiyê tune kirin û gefa penceşêra modernîteya kapîtalîst jiyan nekiriba û wê ev qas reşbîn li pêşerojê mêze nekiriba. Lê ne serkeftinên sosyalîzma pêkhatî û her ku çû rûxandina wê, derfet û fersenda kûr kirin, pêşxistin, zêde kirina penceşêrê da modernîteya kapîtalîst. Ev jî bi rewşek şer a ku Şerê Cîhanê yê 3’emîn tê  gotin ve xwe berdewam dike. Binêrin ne pergalên desthilatparêz-dewletparêz ên şêwazê împaratoriyên cur be cur ên ku beriya modernîteya kapîtalîst ava bûn û ne jî ferz kirinên di sedsala dawî de hatiîn kirin ên li ser herêmê yên modernîteya kapîtalîst bi xwe çareseriyek anîn. Çawa ku çareserî neanîbin rûxandina pergala deshilatparêz-dewletparêz kûrkiriye, alozî û qeyrana pergala modernîteya kapîtalîst zêde kiriye û bûye  afirînerê pêşketinek ku wî ber bi hilweşandinê ve dibe.

Pergala desthilatdar û dewletê û ji ber ku versiyona wî ya modernîteya kapîtalîst çareserî neafirand, ji bo vê jî rastiya Şerê Cîhanê yê 3’emîn a ku em sî salên dawî jiyan dikin, derxistiye naverastê. Di nava sedsala derbasbûyî de qirkirinên Ermenî, Asurî, Rum û dîsa qirkirina Kurd, xistin û parçe kirina ew qas a civaka Ereb û her wekî din zext û îstîsmara li ser wan û çawa ku gel, kedkarên di nav sînorên Tirkiye û îranê de ew qas zext û mêtîngerî di bin dîktatoriyên faşîst de dîtibin, Şerê Cîhanê yê 3’emîn ê ku wan pêşî li vekirî jî hema ti çareseriyek ji herêmê re neaniye. Qirkirina ku pergala dewletparêz-desthilatparêz û pergala modernîteya kapîtalîst pêşî lê vekirî û çawa ku Şerê Cîhanê yê 3’emîn çareseriyek ne afirandibe, berevajî alozî, qeyran û êrîşên qirker hê zêde kiriye. Binêrin Şerê Cîhanê yê 1’emîn û 2’emîn nekariye alozî û qeyrana giştî ya modernîteya kapîtalîst çareser bikin, derbas bikin, nêzîkatiyên lîberal ên ku di navberê de hatin pêşxistin jî hema ne bûne hêzek çareseriyê, ji bo ku ew hemû bên çareser kirin jî, Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku ev sî salin berdewam dike derxistine naverastê. Lê Şerê Cîhanê yê 3’emîn jî wekî şerên beriya xwe ji kûr kirina alozî û qaosan wêdatir neçûye. Li gel dirêjî ew qas dem bûye; ji Iraqê destpêkir, ber bi Efganîstanê ve belav bû ji wê derê ber bi Bakurê Efrîqayê, Surî û Tirkiyeyê û dîsa li gel ku hinek dîktatoriyên dewlet-netewe rûxiyan, lê şûna wan avakirina yên nû; wê nebe sedem ku pirsgirêkên modernîteya kapîtalîst derxistî naverastê bên çareser kirin, ji ber vê yekê encamek wekî herêm û mirovahiyê ji şerê heyî derbixîne nade. Tişta ku herî zêde bike ew e ku wê qeyran, alozî û şer hê zêde kûr bike, wê di nava qeyran û aloziyê de hê zêde çavkaniyên gel û enerjiyê îstîsmar bike. Rêveberiya qeyran û aloziyê ya zext û îstîsmara mijara gotinê tê jiyan kirin. An jî di bin rêveberiya alozî û qaosê de pergala îstîsmarkirina mijara gotinê hê zêde tê kûr kirin û hewl didin berdewam bikin.

 

Projeya Konfederalîzma Rojhilata Navîn  a Demokratîk

Vaye projeya “Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk” a ku Rêber Apo di parêznameyan de pêşxistî û rêkûpêk kirî, wek dîrokî ji bo  pirsgirêkên ku pergala desthilatparêz û dewletparêz û pergala modernîteya kapîtalîst derxistin naverastê, lê çareserî jê re nedîtin çareserî bibîne, ji ber vê yekê hem bibe alternatîfê pergala desthilatparêz-dewleparêz û hem jî bibe alternatîfê versîyona wî ya dawî ya modernîteya kapîtalîst hatiye pêşxistin û dibe projeyek çareseriyê. Esasê projeya çareseriyê ya mijara gotinê wek konfederalîzma demokratîk û xweseriya demokratîk jî tê pênase kirin. Konfederalîzma demokratîk di wateya teng de wek beşa siyasî ya çareseriya netew demokratîk tê pênase kirin. Xweseriya demokratîk bêyî ku bêje kêm zêde, biçûk mezin û bêyî ku li astengî û zextan bieliqe tê wateya xwe rêxistin kirin û rêvebirina azad. Konfederalîzma demokratîk jî tê wateya yekitiya demokratîk a avaniyên xweser ên cuda. Ji ber vê yekê dema ku ev yekitî ji bo  Kurdistanê be ji vê re “Konfederalîzma Demokratîk a Kurdistanê” tê gotin. Eger bi heman şêweyî ji bo herêma Rojhilata navîn be “Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk” tê gotin, gava ku li seranserî cîhanê hat rûniştandin jî wek “Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê” îfadeya xwe dibîne.

Ji bo ku xweseriya demokratîk bibe konfederalîzma demokratîk jî yekane şert ew e ku xwe naspêre dewletê, berevajî palpiştê wê civak e. Yanê xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk ne şêwazek dewletê ye yan jî di bin navek cuda û bişêweyek cuda de teqez ne avakirina dewletekê ye. Berevajî tê wateya qutbûna ji dewletê, xwe rêxistin kirin û xwe rêvebirina civakê ya li gorî pîvan û taybetmendiyên derveyî dewletê. Ji ber vê yekê eger behsa cudahiyan tê kirin ev ne dewletên  cuda ne, avaniyên cuda yên di nava civakê de ne. Avaniyên wekî ol û mezhebên cuda, avahiyên ziman û çandên cuda, avaniyên cinsên cuda (jin-mêr) û avaniyên çînên cuda dihewîne.  Yanê em dikarîn bêjin ku sê rêgezên bingehîn ên xweseriya  demokratîk û konfederalîzma demokratîk û çareseriya neteweya demokratîk a ku xwe dispêre wan hene. Ya yekemîn;  xwe naspêre dewletê xwe dispêre civakê. Îfadeya rêxistinek civakî ya ku derveyî dewletê ye. Ya duyemîn; bêyî ku hemû cudahiyên di nava civakê de rastî astengiyekê bên, xwe azad rêxistin dikin û rêvedibin. Ya sêyemîn; divê her cure xweseriyên demokratîk, xwe azad beşdar bikin û xwe di yekitiya konfederalîzma demokratîk de bikarin temsîl bikin. Ango pêwîste cudahî xwe azad rêxistin bikin. Ango ne ku cudahiyên civakî bên weder kirin, li ser vê bingehê civak hê zêde bên dabeş kirin û parçe kirin. Berevajî divê xweserî û cudabûyînên wan esas bên girtin, parasttin, li ser wan cudabûyînan ve beşdarî bê çêkirin û yekitiyek li ser vê esasê bê ava kirin. Çarçoveya demokratîk jî tê wateya hatina ba hev a hê jortir û bi hev re jiyan kirin.

Binêrin projeyek wiha ya çareseriyê, di seranserî Rojhilata navîn de pêkhatiye, ji bo hemû pirsgirêkên ku ji aliyê pergala dewletparêz-desthilatparêz û pergala modernîteya kapîtalîst ve hatin afirandin û hê zêde hatin kûr kirin çareser bike û ji bo hemû rengû rengiyên civakê; pergalek azad, wekhev beşdar dibin û demokratîk ava bikin, bûye çareseriya herî bingehîn. Carekê ne şêwazê împaratoriyan ê pergala dewletparêz û ne jî şêwazê dewlet neteweya modernîteya kapîtalîst çareserî afirandiye. Ji bilî vê pirsgirêk afirandine û pirsgirêkên heyî hê zêde kûr kirine. Bikurtasî, dewlet çareseriyê na afirîne, tam berevajî pirsgirêk diafirîne û kûr dike. Ev bi şêweyek herî şênber di tekoşîna çareseriyê ya pirsgirêka Kurd de xwe da der. Li gel ku Rêber Apo ji bo çareseriya dewlet netewe her cure hewldan raber kir, tekoşîn pêşxist, lê binêrin çareseriya dewlet-netewe ya pirsgirêka Kurd pêknehat.

Komploya navnetewî li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd a Tevgera Azadiyê dibe bêçareserî û êrîşa li ser wê. Nexwe pêşiya çareseriya dewlet-netewe ya pirsgirêka neteweya Kurd girtiye. Ev di rastiya Kurdistanê de biawayek herî zelal derketiye holê. Baş e, projeya netew-dewletê tenê Kurdistanê çareserî dernexistiye naverastê?  Birastî jî di qadên derveyî Kurdistanê de çareseriyên dewlet-netewe encam dane? Na, her çiqas ji bo demekê wekî ku encam dabin bê dîtin jî, di eslê xwe de dema ku em encamên îro yên tevgerên rizgariya neteweyî yên ku  di sedsala 20’an de pêkhatîn mêze dikin, dibînin ku hema yek ji wan jî çareserî ne afirandine. Birastî hemû jî parçeyek pergala dewletparêz-desthilatparêz û pergala modernîteya kapîtalîst in. Civak di bin dîktatoriyên dewlet-neteweyan de dinalin. Li holê ne azadiyek cidî û mirov baldar bigire dest heye, ne serxwebûn heye û ne jî demokrasiyek ku rengên cuda xwe rêxistin dikin û wekhev beşdar dikin heye. Tam berevajî li her deverê dîktatoriyên dewlet-netewe hikm dikin ku birastî hemû jî faşîzm in. Ango pêkanînên zext û teror ên hinekan derdikevin pêş, ji ber ku nakokiyên hinekan hindik in an jî di hinek pêvajoyan de nikarin ew qas zext û terorê pêkbînin. Dema ku li vê derê tê mêze kirin divê neyê gotin ku li wê derê faşîzm tineye. Gotina dîktatoriya dewlet-netewe di cewherê xwe de tê wateya dîktatoriya faşîst. Karakterê hemûyan wekhev e. Ji ber vê yekê bêçareseriya pirsgirêka Kurd, bêçareseriya hemû pirsgirêkan e. Dewlet neteweya ku ji pirsgirêka Kurd re çareserî neyne, wê ji tu pirsgirêkê re çareserî neyne. Ya Kurdîstanî di heman demê de gerdûnî ye jî! Carekê birastî modelên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tên dîtin ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd e, di serî de pirsgrika azadiya ya jin ji bo hemû pirsgirêkên din modelek çareseriyê ye. Tenê ne ji bo Kurdistanê ji bo hemû Rojhilata navîn û qadên din ên cîhanê re dibe projeya çareseriyê.

Birastî xweseriya demokratîk, konfederalîzma demokratîk û projeyên çareseriya netewa demokratîk ên ku Rêber Apo pêşxistin, çawa ku îro di serî de qada Ereban qadên cuda yên Rojhilata Navîn de tên nîqaş kirin, di heman demê de Abya Yala jî di nav de li Ewropa û çar aliyên cîhanê tên lêkolîn kirin, nirx tê dayîn û dibe modelek ku çareseriyê îfade dike. Eger xweseriya demokratîk a ku çareseriya neteweya demokratîk îfade dike û konfederalîzma demokratîk baldar bê destgirtin, dikare bibe modelek ku ji hemû pirsgirêkên Rojhilata navîn re çareserî bîne. Carekê yê ku pirsgirêk afirandîn û girankirin, pergala desthilatparêz-dewletparêz û pergala modernîteya kapîtalîst in ku eger ji wan qut pergalek ku xwe dispêre civakê bê pêşxistin ev tê wateya ku mirov ji çavkaniya pirsgirêkan qut bûye, ji ber vê yekê wê bikare xwe veguheze qada çareseriyê. Ji aliyê din ve di avaniyek ku ew qas rengên cuda yên olî, mezhebî, etnîk, çandî nava hev de jiyan dikin, dîsa rengên civakê, nakokiyên cinsî, beşên ciwan, kedkar ew qas ji hev cudabûyîn de,  dibe çareseriyek herî rasteqîn. Ji ber vê yekê xweseriya demokratîk ji her kesî/ê re azadî tîne. Konfederalîzma demokratîk jî cihê ku avaniyên mîna hev wekî ku dewlet-neteweyan kirî bikêrê jê bike û wan bigire nava sînorên xwe bihelîne, berevajî di nava yekitiya konfederalîzma demokratîk de yek kirinê îfade dike.

 

Çareseriya Rojhilata navîn ne çareseriyek xwecihî, herêmî ye

Di Rojhlata Navîn de wek dîrokî nasnameyek civakî ya ku pêkhatî heye. Her çiqas di nava civakên Rojhilata navîn de bi sedan ziman, çand, ol, mezheb, etnîkên cuda di nava hev de jiyan bikin jî, nasnameyek di nava dîrokê de pêkhatî ya Rojhilata navîn mijara gotinê ye. Rengên cuda yên mijara gotinê di her devera herêmê de di nava hev de jiyan dikin. Her çiqas di hinek qadan de hinek cudahî hebin jî gelemperî her cudahî li seranserî herêmê zêdehiyekê, ji ber vê yekê rewşek ku ziman, çand, ol, mezheb û rengên cuda yên civakê di nava hev de jiyan bikin dihewîne. Ji ber vê sedemê çareseriya dewlet-netewe ya ku pergala modernîteya kapîtalîst li ser herêmê ferz dike yekitiyê çênake, tam berevajî hêza herêmê parçe dike, feraset û modelên wî çareseriyê na afiriînin, tam berevajî rengên cuda jî di nava xwe de parçe dike, hê zêde dabeş dike û taybetmendiyek ku timî nakokî û pevçûnan diafirîne dihewîne.  Binêrin çareseriya ku li ser Rojhilata navîn disepînin ne xwecihî ye, berevajî herêmî ye. Her çareseriya ku xwe dispêre xwecihî çi li ser navê dewletê be û çi jî li ser navê civakê be bi xwe re encamekê nayne, tam berevajî hê zêde nakokî, şer û pirsgirêkan diafirîne.

Ji aliyê din ve di pergalek ku her reng xwe nekare azad rêxistin bike û rêvebibe de teqeze wê dewlet biwelide, wê zexxt û îstîsmar derbikeve holê. Li wê derê azadî û demokrasî nabe. Nexwe bi şêweyek zelal derdikeve holê ku çareseriya neteweya demokratîk pergala konfederalîzma demokratîk a ku xwe dispêre xweseriya demokratîk e. Ev xwe naspêre dewletê xwe dispêre civakê, ne xwecihî di asta herêmê de yekîtiyekê esas digire. Ne înkarker, zextker, hegemon, asîmîle dike û qirker tam berevajî pergaleke ku her reng xwe dikare azad rêxistin bike, xwe rêvebibe û bişêweyek azad beşdarî rêveberiya konfedaralîzma demokratîk bibe. Binêrin eger zîhniyet û siyasetek wiha yekser nebe jî disa eger hewldan û tekoşînek girîng bixwaze jî astek wiha çareseriyê bîne heye. Dibe ku bilez pirsgirêkên olî û mezhebî bibe çareseriyê. Fikar, tirs û gumanên ku wek dîrokî çêbûn mijara gotinê ne. Ji ber ku qetlîam û fetvayên tune kirinê yên giran hatine jiyan kirin. Bêbaweriyên cur be cur çêbûne. Her çiqas derbas kirina wan demek diyar bigire jî pêşxistina asta mînak a feraseta erênî her cure fikar, gumanê dîrokê ji holê radike û di ferasetek rast de yekitî û nêzîkatiyê derdixîne naverastê. Dîsa wê xwe rêxistin kirin û xwe domandina hemû ziman, çandan pêşbikeve. Jixwe rastiya civaka dîrokî ya herêmê nêzîkî vêye. Rêxistiniya qabîle-aşîretê bi zêdeyî di Kurdan, Ereb û gelek gelên cuda de hene. Rêxistiniya civatek wiha birehetî pêşketina ziman û çand rêxistin dike, ji rêvebirina wê re derfet û fersend dide. Rakirina ji holê ya çînan, ji bo derbas kirina çînên serwer ên xwe dispêrin zext û mêtîngeriyê  jî derbas kirina dewletê encax bi xwe rêvebirina civakê û li ser vê bingehê jî ava kirina demokrasiyê ve girêdayî ye.

Bêguman ya herî giran û kûr pirsgirêka azadiya jinê ye. Li ser jinê rewşek zext, îstîsmar, ne wekhevî, bi wan ve girêdayî qetlîam, destdirêjî û serdestiya ku pergala dewletparêz-desthilatparêz û nîzama modernîteya kapîtalîst ku xwe dispêre bihezaran salan pêşxistî heye ku divê çareseriyê vê jî ji aliyê zîhni û siyasî ve pêngav bi pêngav bê pêşxistin. Wê demê wê ev bibe sedem ku hem pirsgirêkên din bilez çareser bibin  û hem jî gava ku ew pirsgirêk li ser vê bingehê çareser bûn wê demê zemîna çareseriyê ya pirsgirêka azadiya jinê hê bihêztir dibe. Bêguman di bingeha çareseriya wan pirsgirêkan de çareseriya pirsgirêkên jinê, li ser bingeha hemû azadiyan pêşxistina azadiya civakî ya ku xwe dispêre azadiya jinê radizê. Eger çareseriya konfederalîzma demokratîk a xwe dispêre rêveberiya xweser wek modela çareseriya feslefî, teorî û siyasî rast bê destgirtin û bêmeşandin, wê demê ji bo pêkhatina çareseriya li ser bingehê şoreşa zîhnî û wîcdanî ya pirsgirêka jin, dibe teorî û projeya çareseriyê ya herî pêkbê. Binrêin çareseriya konfederalîzma Rojhilata navîn a Demokratîk a xwe dispêre xweseriya demokratîk ku bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî hatibû pêşxistin û di roja me de jî ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn tê pêşniyar kirin; ji xwecihî hetanî herêmî, ji wê derê jî dibe modelek çareseriyê ya ku ber bi kûrewî diçe. Modelên çareseriya mijara gotinê yên ku lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd welidandîn xwe anîne rewşa modelek çareseriyê ya ku pirsgirêkên etnkî û olî û pirsgirêka azadiya jinê çareser bikin. Dîsa projeya çareseriyê ya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatî pêşxistin xwe wek modelek ku ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata navîn û cîhanê çareserî dihewîne daniye holê. Modela çareseriya pirsgirêka Kurd pêşiya çareseriya hemû pirsgirêkên din ronî kiriye, ji bo wan jî zaniye modelek çareseriyê biafirîne.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00