Wekî ku em her tim dibêjîn vê pêvajoyê encax Rêber Apo rêvebibe wê di pratîkê de pêşketin derbikevin holê. Ji vê hêlê ve wekî duh îro jî statuya siyasî ya Rêber Apo diyar bibe û di pozîsyona azad de jiyan bike û bixebite wê girîng be. Projeyek ku azadiya Rêber Apo hedef neke nikare serkeftî bibe. Ji vê hêlê ve jî em ê îro şûnve behsa nebe nabe ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikîn.
Di cîhanê de piştî şerê sar hevsengiyên siyasî zelal nebûn e. Şerê Cîhanê yê 3’emîn ê ku hevsengiyên siyasî zelal bike hîna berdewam dike. Şerê Cîhanê yê 3’emîn ji bo kesên ku dihizirin wekî Şerên 1’emîn û 2’emîn bin jî destpê nekiriye. Ev, çavkaniya xwe ji pênaseya ne diyar a ku kengî ve destpêkiriye û wê kengî biqede ve digire. Şerê cîhanê şêwazek şere ku timî piştî rûxandina hevsengiyên siyasî yên xuya dikin şûnve tê rojevê. Di eslê xwe de ji serdemên destpêkê û hetanî niha piştî pêvajoyek şer a diyar şûnve timî wekî hevsengiyek siyasî hatiye avakirin. Ev hevsengiyên siyasî di demên berê de çend sed sal berdewam kirine. Lê ji ber ku pêşketinên aborî, leşkerî, siyasî, civak, çandî bilez pêşketine lewra guhertina hevsengiyên siyasî û ava kirina hevsengiyên siyasî yên nû li gorî sedsalên berê hê kurtir dibin.
Ji aliyê din ve karakterê şerên cîhanê li gorî rewşa wê demê ya aborî, civakî, siyasî û leşkerî têşe digire. Niha wekî demê Şerên 1’emîn û 2’emîn dubendiyên tûj nîn in. Kapîtalîzma kûrewî, ji pêkhatinek wiha ya dubendiyan re ne amade ye. Ev jî di şêwazê şer de rewşek wekî xilas kirina demek kurt a mîna Şerên 1’emîn û 2’emîn na afirîne. Şerê cîhanê dirêj dibe. Jixwe şerek pir alî ya ku hîbrît tê gotin tê meşandin. Teknîka ragihandin û pêwendiyan bi şêweyek ku eqil bide sekinandin bilez pêşdikeve. Bi eqlê çêkirî re rewşek welê girt ku di jiyana civakî û çandî de guhertinên bikok diafirîne. Em bi rewşek dikevin nava hev ya bandorên erênî û neyînî re rû bi rû dimînîn. Welê ku serokê berê ya Emerîkaya ku niha bûye navenda modernîteya kapîtalîst Biden, nirxandina; êdî dema hinek qaîdeyan ji bo pêşketina vê teknîkê hatiye, kiribû. Eger di navenda modernîteya kapîtalîst de ev bên gotin nexwe ji niha ve tê fahm kirin ku nîqaşa bingehîn a salên pêşiya me wê bibe ev.
Jixwe eger eqlê çêkirî ketibe çand-hunera ku bûye cewherê hemû jiyana mirovahiyê ev ji bo mirovahiyê xeteriya herî mezin derdixîne naverastê. Çand-huner karek afirîneriyê ye. Wek esas pêşketina çandî ya mirovahiyê jî bi vê ve girêdayî ye. Eqlê çêkirî jî li ser a heyî diafirîne.
Bi çand û hunerê ve ketina vî karî ya amûrek çoş, kelecan, êş û hezkirina wî ya wekî mirov tineyî di nû ve afirandinê de, tê wateya cemidandinê. Ji bo mirovahiyê ji vêya xirabtir tiştek din tineye. Ev mijar mijarek cidî ya lêkolînê ye. Em tenê bi tirsnakiya eqlê çêkirî di huner û wêjeyê de çêdike ve van bikurtasî dinivîsînin. Ji ber ku dest avêtina hunerê ya ji aliyê eqlê çêkirî ve dibe tiştek welê ku wekî qiyamet nêzîk dibe. Em dibe ku di wateyek rast de bi rewşek wekî ya Sodom û Gomorayê ku rastî naletê hatîn re rû bi rû bimînîn. Bêguman eqlê çêkirî dikare di qadên cuda de xizmetên mezin ji mirovahiyê re bike, lê dibe di huner û wêjeya ku bûne afirînerê hestan de pêşî encamên berevajî vebike. Her hal wê hunermend û wêjevan jî hê zêde dengên xwe di vê mijarê de derbixînin. Me 15 sal beriya niha ji kovara Serxwebûnê re nivîsek nêzîkatiya exlaqî û felsefî ya teknîkê dihewîne nivîsandibû. Di wan 15 salan de teknîk û zanistî ew qas bilez pêşket ku her hal nêzîkatiya exlaqî û felsefî hê zêde gîrîng ketiye.
Rêber Apo dibêje ku Şerên Cîhanê ya 1’emîn û 2’emîn di sedsala ku herî zêde fîzîk, kîmya, zanistên biyolojî û zanistên civakî pêşketî de pêkhatin û tîne ziman ku zanyarên civakî jî hevparê vî şer û sucî ne. Wê ew qas behsa entelektueliyê bê kirin, lê wê şerên herî xirab ên dîrokê di vê sedsalê de pêkbên! Rêber Apo ji ber vê dibêje divê zanistên civakî, zanîngeh û entelektuel li ser vê bingehê bi şêweyek cidî bên rexne kirin û pêwîste serarastkirin di vê derê de destpê bike. Nirxandinên di vê mijarê de yên Rêber Apo pir bibandor in. Dibêje ku divê destpêkê kesên ku zanyar tê gotin bikevin liber lêpirsînê. Eger di asta ku neyê dîtin de teknolojiya şer a ragihandin û pêwendiyan pêşdixîne nexwe wê demê ma wê neyê gotin ev çi pêşketine? Ma wê pêşiya zerarên ku ev pêşketin dide jiyana mirovahiyê neyê girtin? Beriya her tiştî zerara ku mirovahî dide ji aliyê mirovan ve dikare bê asteng kirin. Ma em ê benda fezayiyan bîn ku bên me rizgar bikin? An jî em ê benda xezeba xwedê bîn?
NATO xwe tam wek rêxistinek şer îlan kir
Şerê li dijî Îranê ya Emerîka û Îsraîlê, danî holê ku tarzê şer ê teknolojiyê jî guheriye. Welê diyare ku wê pêşerojê bikok biguhere. Ji bo balafirên bê mirov veqetandina sed milyar dolar a ji aliyê NATO’yê ve nîşan dide ku li ser şer çawa lêhûrbûyîn çêdikin.
Civîna ku NATO li Tirkiyeyê çêkirî dişibî civînek veguhertinê. NATO ya ku bi îdîaya rêxistina parastinê hatî avakirin xwe tam wek rêxistinek şer îlan kir. Wekî fuara amûrên şer makîneyên mirinê yên nû hatin nîşandayîn. Bêguman ji xwe re dijminek nû dîtin. Rusya wek dijminek nû îlan kirin. Hem jî di Enqereya ku bi Rusyayê re têkîlî dimeşîne de. Civîna Enqere bû delîla ku pêdiviya hêzên kapîtalîst modernîst bi NATO’yê heye. Her çiqas piştî şerê sar hevsengiyên siyasî bi îzafî bin jî nehatine rûniştandin. Ji ber vê jî şer ji pir aliyê ve dimeşe.
Wê NATO rola rûniştandina hevsengiyên siyasî yên pêdivî pê heyî ji bo kapîtalîzma kûrewî bileyîze. Ji ber ku îzafî jî be pêdiviya kapîtalîzma kûrewî bi statukoyek cîhanê heye. Zirûfên kapîtalîzma kûrewî wekî Şerên 1’emîn û 2’emîn pêşî şerek tûj venake. Lê bi tengezarî, tekoşîn û pevçûnên lokal timî ve hewl didin hevsengiyekê ava bikin. Belkî li gorî karakterê kapîtalîzma kûrewî tengezarî û tekoşîn wê timî hebe. Lê wê hewl bidin ku vêya jî daxinin statukoyek herî hindik. Vaye NATO ji bo ku vêya bidestbixe hebûna xwe diparêze.
Ji aliyê din ve Emerîka û Îngilîstana ku dihizirin NATO bi serê xwe nikare vêya bidestbixe; welatên wekî Japonya û Avustralayayê jî digirin li kêleka xwe û hewl didin NATO’ ya Rojhilata Dûr jî ava bikin. Ji ber ku her çiqas di civîna dawî de tenê behsa Rusyayê kiribin jî wek nerasterast Çîn jî hedef kirine. Ji ber ku yê Rusyayê ji bo NATO xeter dixîne hebûna Çînê ye. Di zirûfên Şerê Cîhanê yê 3’emîn de tifaq û blokên berê nabin, lê belê di mijarên nerasterast û hinekan de tifaq ji bo her hêzê hene û wê hebin. Her çiqas eşkere nebe jî di navbera Rusya û Çînê de jî tifaqên wiha hene. Çîn, li gorî pêdiviyên kapîtalîzma kûrewî ji bo ku nevendên girîng ên hêzên modernîteya kapîtalîst ne derxîne li hemberî xwe bi Rusyayê re tifaqek eşkere nake, lê tam piştevanî jî nade. Lê tê zanîn ku bi şêweyên cur be cur ve piştevanî û hêz daye Rusyayê. Şerê Rusya-Ukrayna di mijara ku wê karakterê pêwendî û tifaqên Şerê Cîhanê yê 3’emîn çibin de gelek mînakan dide.
Civîna NATO di nêvenga şerê Emerîka-Îranê de pêkhat. Di navbera Emerîka û Îranê de agirbestek çêbibû. Trump bi hinceta ku Îran êrîşî keştiyan kiriye dawî li agirbestê anî û şer da destpêkirin. Di dema civîna Enqereyê ya NATO’yê de pêkanîna vê tê wateya ku NATO jî ketiye nava vî şerî. Her çiqas xwe timî di navberê de nîşan bide jî bi cîvîna NATO’yê ve eşkere derket holê ku li kêleka Emerîkayê ketiye nava şer. Helbet wê tevlîbûyîna Tirkiye bi şêweyên cuda çêbibin. Dîsa behsa aştî û agirbestê dike, lê êdî li kêleka Emerîkayê di nava şer de ye. Di dema civîna NATO’yê de pêwendiyên Trump-Erdogan jî delîla vekirî ya vê bû.
Emerîka û Îsraîl bêyî ku NATO hildin pişt xwe ketibûn şerê Îranê. Yek jî sedema girîng a ku Emerîka di şerê Îranê de zehmetî kişandî ew bû ku piştevaniya NATO yanî ya Ewropayê ne hildabû. Emerîka di destwerdanên li ser Iraq û Rojhilata Navîn de timî Ewropa daniye kêleka xwe û şer welê meşandiye û wiha bibandor bûye. Derveyî hiştina şer a Ewropayê beriya her tiştî tê wateya ku te rayagiştî ya cîhanê hilnedaya ba xwe. Eger di vî şerî de bandorek propagandaya Îranê çêbûye sedema vê ya girîng ew e ku Ewropa di vî şerî de li kêleka Emerîkayê cih negirtiye. Heta dem dem helwestên wekî ku li dijî disekine daniye holê. Vêya têgihiştina ku Emerîka di şer de neheqe ava kiriye, vêya jî derfetê berxwedanê daye Îranê. Hemleya wekî girtina Tengava Hurmuzê ya Îranê jî, dibe yek jî encamên ku Ewropa ne di nava vî şerî de bû. Eger Ewropa di nava kar de ba Îranê ne dikarî bihêsanî vê hemleyê bike.
Eger Îranê di şer de hebûna xwe nîşan dabe bi girtina Tengava Hurmuzê ve bidestxistiye. Bandorbûyîna wî ji hêzek asîmetrîk re bûye mînakek balkêş. Li gel ku Îran li hember tifaqa Emerîka-Îsraîlê lewaz bû û pir darbeyên giran jî xwaribin lê eger hîna şer berdewam dike, nexwe ev bi bandora wî ya ku di Tengava Hurmuzê de nîşandayî ve girêdayî ye. Li hemû keştiyan nexistibe jî ji hezar keştî du-sê heb jî derb bixwîn Hurmuz tê girtin. Çend fuzeyên ku ji Hurmuzê re tên avêtin an jî roket ewlehiya wê derê ji holê radike. Vaye Îran bi bikaranîna vê rewşê ve li ser pêdiviya enerjî ya cîhanê gef dixwe, ev jî gelek hêzan dixîne zehmetiyê. Jixwe êrîşa li ser welatên Kendavê yên ku bi Îranê re cîran jî girîngiya vê bandora li ser Kendavê qat bi qat zêde dike. Tevlîheviya siyasî ya şerê Îranê derfet dide ku Îran asta xwe ya bibandor bidomîne.
Tirkiye ji ber Emerîkayê dest ji polîtîkaya xwe ya berê berda
Bêguman hêzên ku piştevanî didin Îranê hene. Îran hetanî niha ji sekna Tirkiye sûd werdigirt. Ji ber ku Tirkiye rûxandina Îranê li dijî xwe dibîne, lewra bi sekna xwe ve derfet dida Îranê. Lewaz bûna Îranê xwesteka Tirkiyê ye. Divê rejîma Îranê lewaz bikeve, lê belê divê hebûna xwe jî bidomîne. Ji ber ku polîtîkayên Îranê ji bo rêvebirina polîtîkaya otorîter a Tirkiyeyê re dibû palpişt. Tirkiye hetanî niha ji şer û pevçûnên di navbera Emerîka-Îranê de polîtîkaya sûd wergirtinê dimeşand. Lê dema ku NATO jî ket nava kar vê carê Tirkiye dest ji polîtîkaya xwe ya berê berda. Bi vî awayî zemîna ku Îranê pişta xwe didayê lewaz bû.
Welatên ku wek esas piştevanî didin Îranê jî Çîn û Rusya ne. Eger Îran kapasîteya xwe ya teknîkî didomîne di vê derê de piştevaniya Çînê diyarker e. Jixwe beriya niha jî Îran û Çînê peymanên pir girîng çêkiribûn. Îran bi Rusyayê re jî di nava pêwendiyek xwezayî stratejîk de ye. Rejîma Humeynî destpêkê Rusya jî mîna Emerîkayê şeytan û dijmin îlan kiribû. Lê pêşketin û hevsengiyên siyasî Îran û Rusya kirin şirikê stratejîk ê xwezayî. Ev stratejî ne bi şêweyê peyman û belgeyekê ye. Pozîsyonên jeopolîtîk her du welat jî anîne vê rewşê. Çîn jî bi hêza xwe ya aboriya mezin û pêwendiyên ku çêkirî ve li ser Îranê bûye welatek bibandor. Jixwe beşek girîng a neftê difiroşe Çînê. Îran jî ji Çînê pir malzeme dikire. Eger li dijî êrîşên Emerîka-Îsraîlê hîna li ser piyan dimîne di vê derê de pêwendiyên ku bi Çînê re hatin çêkirin, rolek girîng dileyîz in. Pakîstana ku dikeve rojhilatê Îranê û bi Emerîkayê re di nava pêwendiyên xurt de jî eynî wekî Tirkiye bi polîtîkaya xwe ya bê alî tê dîtin ve jî, dikeve pozîsyonek ku neyekser piştevanî dide Îranê. Her çiqas zemînên wiha yên ku Îran pişta xwe bide hebin jî di civîna NATO’yê de tevlîbûyîna şer a li kêleka Emerîkayê ya Ewropayê hevsengî hê zêde guherandiye. Dibe ku Ewropa vekirî nekeve nava şer jî lê eger li kêleka Emerîkayê bê dîtin û hinek piştevanî bide, wê ev bibe sedem ku berxwedana Îranê hê lewaztir bibe. Îran berxwedanek diyar nîşan bide jî wê nekare vêya hetanî demek dirêj biajo. Yan wê rejîm di nava xwe de alternatîfekê derbixîne û ji polîtîkayên Emerîkayê re astengî çêneke û pêngav bi pêngav entegreyî kapîtalîzma kûrewî bibe, yan jî wê dawiya vî şerî rejîm biguhere, yanî wê rêveberiyek siyasî bê ser erkê. Wê di vê rewşê de bandorek girîng a gelan çêbibe. Wê îrade û xwestekên gel hetanî astekê bi teyîse pergala siyasî ya nû pêktê.
Serhildanên Jin Jiyan Azadî rejîm di nuqteya herî bingehîn de hejandi bû
Gelên Îranê bi dehan salin ku dixwazin ev rejîma heyî biguhere. Serhildanên Jin Jiyan Azadî rejîm di nuqteya herî bingehîn de hejandi bû. Ji ber ku rejîm ji aliyekê ve bi serweriya li ser jinê ve desthilatdariya xwe dimeşand. Raperîna Jin Jiyan Azadî darbeyek mezin li vêya xist. Pergala serdestiya zilam di rêjeya girîng de hejiya. Birastî jinli gorî deverên din ên cîhanê cudatir, di civaka Îranê de hinek bandorên dayiksalarî dihewînin. Bi Mezopotamyayê re erdnîgariya Îranê jî xwediyê karakterekê ye ku dema herî dirêj a dayîksalariyê jiyan kiriye. Beşek girîng a erdnîgariyên din, an serdema dayîksalarî hindik jiyan kirine yan jî qet jiyan nekirine. Piştre çanda serweriya zilam a ku di Mezopotamya û Misirê de derketî holê esas girtine, jiyana civakî û siyasî pêk anîne. Di Mezopotamya û Îranê de bandora jin ji kûrahiya dîrokê û hetanî roja me hatiye veguhestin. Ji ber vê jî eger şoreşa Jin Jiyan Azadî li Mezopotamya û Îranê hatibe jiyan kirin ne rasthatinî ye. Rêber Apo ev nirx bi xeta azadiya jin ve derxistiye naverastê, bûye ruhê azadî û tekoşîna demokrasiya roja me.
Tevgera Jin Jiyan Azadî ya li Îranê dewleta îranê mecbûr hiştiye ku di mijara polîtîkayên li ser jinan de hinek pêngavan biavêje. Her çiqas serhildanên salên 2025 û 2026’an bi xwîn, tundî û darve kirinan ve hatibin tepisandin jî di îranê de çanda demokrasiyê berfireh û kûr kiriye. Dewleta Îranê nikare bi polîtîkayên zextê ve daxwaza guhertina demokratîk a gelan tune bike. Şerê ku di sala 2026’an de bi Emerîka û Îsraîlê re hatî jiyan kirin Îran pir lewaz xistiye. Şerê ku Îran dimeşîne ne şerek antî emperyalîst e. Ti dewlet an jî hêzek siyasî bêyî ku piştevaniya neteweyê bigirin nikarin tekoşîna antî emperyalîst bimeşinin. Eger li gel vê jî dibêje ez tekoşîn didim ev tenê xapandine. Demagojiyeke ku ji bo berjewendiyên xwe yên paşverû gel dixapîne. Gotinên ji vê hêlê ve yên îranê li ser xapandina gel e. Herî zêde %20’ê vê piştevanî dide vê desthilatdariyê. Sedan 80’ê wî/ê jî li dijî vê rejîm û rêveberiyê ye. Beşek gîrîng ê piştevanî didin jî dixwazin ev rejîm di astek diyar de biguhere. Eger di dema şer de gel ne rabibe ser piyan sedema wê ew e ku ji bo pirsgirêk hê tevlîhev û giran nebe ye. Ji bo ku di rewşek wiha de her kes dest ne avêje beşên ku ti eleqeya wan bi demokrasiyê re tineyî, lewra neketine tevgerê.
Ev teqez e; gelên Îranê vê rejîmê hez nakin. Di demek ne dirêj de guhertina vê rejîmê nebe nabe ye. Kurd beşên herî bibandor ên ku bikevin tevgerê ne. Dema ku di Îranê de tevgerek çêbû wê Kurd bên rewşek herî bibandor. Wê bibin hêza herî bibandor ê tekoşîna siyasî demokratîk. Îran ji bo ku bi tirsê ve xwe li ser piyan bigire serî li darve kirinan dide. Timî êrîşî kampên rêxistinên Rojhilat ên Başûrê Kurdistanê dike. Êrîşî gerîlayên PJAK’ê yên di nava xaka Îranê de dike. Piştî 8 pêşmergeyên PDK’ya -Îranê sînor derbas kirine şûnve hatine qetil kirin. PJAK’ê li hemberî wan rewşan daxuyanî daye, destnîşan kiriye ku wê li hemberî êrîşan bêdeng nemîne. Ev bûyer nîşan didin ku Îran wê di polîtîkaya xwe ya Kurd de guhertinekê jiyan neke. Di polîtîkaya Îranê de wateya vê ew e ku wê guhertina demokratîk jiyan neke. Jixwe şaşîtiyek wî ya wekî demokrasî aîdê Rojava be heye. Halbukî jiyana civakê demokrasiyê pêwîst dike. Civak bi demokrasiyê re dikare bibe civak. Ji ber vê yekê civak û demokrasiya xwezayî di nava hev de ne. Gelên herî zêde civakparêziyê jiyan dikin, ji demokrasiyê fahm dikin. Dema kuEwropa di astek diyar de, tişta civakên Rojhilata navîn di demek pir kevin de jiyan dikir jiyan kir şûnve, ji wê re demokrasî gotin. Nexwe wek esas koka demokrasiyê jî di civakên Rojhilata Navîn de heye. Hetanî ku demokrasiya xwezayî nebe jiyana civakê nabe. Îro jî civak encax bi demokrasiyê ve dikare hebûna xwe biparêze. Demokrasî jî encax cihê civak hebe wate qezenç dike. Di cihê ku civakbûn nebe de behsa demokrasiyek rasteqîn nikare bê kirin. Ji vê hêlê ve jî eger bitaybet jî bizavên Îslamî yên di Rojhilata Navîn de dihizirin ku koka demokrasiyê Yewnaniye û eger ji wê dûr disekinin ev tê wateya ku ne di ferqa rastiya xwe de ne. Eger civakên Rojhilata Navîn naxwazin têgeha demokrasiyê bikarbînin, dikarin bêjin rêveberiya gel. Di Yewnanî de demos= gel, krasî jî tê wateya rêveberiyê.
Dema ku Rêber Apo civakbûyîna Rojhilata Navîn û çanda ferdî ya rojava muqayese kir şûnve got wek esas wê demokrasiya rasteqîn di Rojhilata Navîn de pêkbê. Rojhilata Navîn erdnîgariya şaristaniya manevî ye, Ewropa jî ji ber ku erdnîgariya şaristaniya madî ye, lewra demokrasî dikare bi nirxên manevî ve bigihije wateya xwe ya rasteqîn. Bêguman di Ewropayê de jî nirxên manevî hene. Lê piştî ku modernîteya kapîtalîst bû pergalek şûnve nirxên manevî hatine paşxistin. Ji ber vê Rêber Apo dibêje wek esas şaristaniya demokratîk a pêşerojê wê di Rojhilata Navîn a binavend Kurdistanê de jîyanî bibe.Rêber Apo ev rastî di rûpela dawî ya Parêznameya Mirovê/a Azad de bi hevoka ‘Wê teşiya Kurd bizivire, wê Rojhilata Navîn ber bi şaristaniya demokratîk ve bibe’ ve îfade kiriye.
Şoreşa Jin Jiyan Azadî ya li Îranê vê rastiyê datîne holê. Gelê Îranê bi dehan salin li gel hemû zext û sêdaran jî ji bo azadî û demokrasiyê li ser piyan in. Ev raperînên şoreşger ên ku timî çêdibin di gelê Îranê de hebûna rastiyek şoreşgerî demokratîk nîşan dide. Her raperîn civaka Îranê diguherîne, çandek demokratîk a ku azadî tê jiyan kirin diafirîne. Ev rastî wê di pêşerojê de nîşan bide ku wê Îran di mijara demokratîk bûyînê de bibe welatek mînak.
Ev eşkereye ku tenê ne Îran, hemû Rojhilata Navîn kêliya guhertinek demokratîk jiyan dike. Her çiqas Tom Barrackê ku nûnerê Rojhilata Navîn ê Trumpe, bibêje ji Rojhilata Navîn re ne demokrasî monarşî guncave jî ev gotina wî tê wateya ku rastiya Rojhilata Navîn fahm nake. Tom Barrack behsa monarşiyên li Ewropayê nake. Monarşiyên li Ewropayê hema ew welatin ku herî zêde çanda demokratîk û di astek diyar de nirxên demokratîk rûniştine. Li wan deveran qral û keybanû êdî tenê sembolîk in. Wekî cureyek ala netewan mijara gotinê ye. Hema bêje nasnameya neteweyî di wan qral û keybanûyan de sembolîze bûye. Her ku diçe welatên mijara gotinê rola sembol a neteweya demokratîk dileyîzin.
Tom Barrack xwediyê nêrînek tam a oryantalîst e. Li gorî wî Rojhilata Navîn paşverû ye! Civakbûyîna bihêz a Rojhilata Navîn û nirxên demokratîk ên ku di vê civakbûyînê de hene nabîne.
Bi nêrînek rûxar ve dihizire ku ev civak çi ji demokrasiyê fahm dike, wan encax dîktatorek dikare rêvebibe. Ji bo wan xistina bin zaptûrapt a civakê girîng e. Emerîka dixwaze li ser wan kesên ku wiha tên zaptûrapt kirinê serweriya xwe ya li Rojhilata Navîn bidomîne. Jixwe nikarin di Rojhilata Navînek ku demokrasî pêşketî de hegemonya xwe ava bikin. Ji hêlekê ve ji ber vê sedemê monarşiyan tercîh dikin.
Carekê di Rojhilata Navîn tîr ji kevanê derketiye. Divê di Îranê de raperîna gelan a bidehan salan, berteka ku gelên Ereb di Bihara Ereban de hem nîşanî hêzên derve û hem jî rejîmên otorîter dan, di nava 15-20 salan de raperîna bidehan caran a gelê Iraqê raber kirî, bandora fikrên şroreşger demokratîk a Rêber Apo di çar parçeyên Kurdistanê de li ser civakê çêkirî, bandora Şoreşa Rojava û Tirkiye jî di nav de bandora xeta azadiya jin a li ser jinan hatî çêkirin, ji bilî vê her çiqas têrker nebe jî û nekare kontrola dewletê bişikîne jî hebûna danehevek demokratîk a ku ji jiyana pir partiyî û hetanî niha bi tekoşîna hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn ve pêkhatî, nîşan dide ku pêşeroja demokratîk pir dûr nîn e. Di eslê xwe de tekoşîna ku hêzên otorîter bi hêzên din re li dijî gelan dimeşînin û tekoşîna gel a azadî û demokrasiyê bênavber berdewam dikin. Bikurtasî Rojhilata Navîn ne erdnîgariya bê tekoşînê ye.
Bêguman hêzên Emerîka serkêşiya wan dike û Îsraîl jî di nav de dixwazin Rojhilata Navîn di îstîqameta berjewendiyên xwe de ji nû ve dîzayn bikin.
Emerîkayê ev dîzayn wek Peymana Brahîm binav kir. Bi eşkereye danî holê ku tenê ne welatên Ereb, hedef dike ku Îran û Tirkiye jî bixîne nava vê nîzamê. Emerîkayê ev nîzam wek nîzama ku ew bixwe di navenda wê de be û li derdora Îsraîl-Ereban bihone destnîşan kir. Hetanî niha Rojhilata Navîn bi vekirî li ser Tirkiye-Îranê dihat şikl girtin, lê niha dixwazin li derdora Ereb-Îsraîlê şikl bidin. Tevî kirina vê Peymana Brahîmî ya her kesî tê vê wateyê.
Di Suriyê de bi anîna li ser desthilatdariyê ya HTŞ’ê ve hemleya bêbandor kirina Îranê û ji holê rakirina Hamas û Hîzbulahê dan destpêkirin. Ji aliyekê ve Rojava û Bakur Rojhilatê Suriye ya ku bi feraseta netewa demokratîk û azadixwaziya jin ve pergalek demokratîk ava kirin jî hatin hedef girtin. Hîzbulah û Hamas çiqas ji bo xwe xeter dîtibin, pergala demokratîk a xwe dispêre xwîşk-biratiya gelan jî li dijî berjewendiyên xwe dîtin. Emerîka û Îsraîl, di Rojhilata Navîn de polîtîkayek ku mezheb lihev bikevin, welat û civak lewaz bibin dimeşînin; da ku ew jî di Rojhilatek Navîn a wiha de serweriya xwe rêvebibin. Di Rojava û Bakur-Rojhilatê Surî de ne pergalek demokratîk, HTŞ’ya ku di bin serweriya wan de û xizmet ji polîtîkayên wan re dike tercîh kirin. Jixwe qravat xistina stûyê Colanî jî bû sembola sekna wî.
Kurd di hemû Rojhilata Navîn de hêza pêşeng a demokrasiyê ye
Ji ber ku Rêber Apo Rojhilatek Navîn a xwe dispêre xwîşk û biratiya gelan pêşbînî dikir, lewra li pêşiya projeyên xwe asteng dîtin û di sala 1999’an de komploya navnetewî pêkanîn. Eger Rêber Apo li ser Tevgera Azadiyê maba, wê lingên hevkar ên Rojhilata Navîn a wan hêzan lewaz ketiba. Wê Kurd ne biban sedema şer û pevçûnan berevajî wê hatiban rewşa gelek ku di Rojhilata Navîn de pir û bingeha aştî û xwîşk-biratiyê avêtiban. Êrîşa ku di 6’ê Sibatê de li Helebê destpêkirî jî bû sedem ku destwerdan li ser rastiya rêveberiya ku xwe dispêre zîhniyetek nû ya bi projeya xwîşk û biratiya Rojhilata Navîn û neteweya demokratîk bê pêşxistin. Şoreşa neteweya demokratîk a ku xwe dispêre Şoreşa Rojava, ji xakên ku gelê Ereb jiyan dikin veqetandin tenê bi qadên ku Kurd zêde lê dimînin ve sînordar kirin.
Dema ku gelê Kurd dixwest Suriyê li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Surî demokratîk bike û di wateya rast de xwe bigihîne deskeftiyan û wan mayînde bike, destwerdan li ser vêya çêbû. Jixwe dewleta Tirk bi salan li pêy destwerdanek wiha bû. Tirkiye her pêşketina ku deskeftiyên Kurdan mayînde dike ji polîtîkayên xwe yên Kurd re xeterî dibîne. Tirkiye, bi gotina wê Kurd sûd jê wergirin, lewra li dijî pêşketinên demokratîk ên her deverê sekiniye û hewldaye sabote bike. Desthilatdariya Şamê jî eynî wekî zîhniyeta dewleta Tirk bi gotina wê Kurd ji demokratîk bûyînê sûd werbigirin lewra dij derdikeve. Eger dewleta Tirk pirsgirêka xwe ya Kurd çareser bike encax wê demê dibe ku pêdivî bi dij derketina her deverê ya demokratîk bûyînê nebîne.
Ev derketiye holê. Di cihê ku feraseta neteweya demokratîk pêşdikeve de Kurd û hemû gel hebûna xwe dixînin bin garantiyê, lê belê di her devera ku pergala siyasî ya ku xwe dispêre feraseta dewlet neteweyî jî hebûna Kurdan dixîne xetereyê. Di konjontura heyî de gotina bila Kurd jî bibin xwedî dewletek netewe, tê wateya şer û pevçûnan. Di naverastek wiha de ji bo Kurdan wê gefa qirkirinê hê mezintir bibe. Ji vê hêlê ve gotina çi ji me re demokrasî, tê wateya ku rastiya Rojhilata Navîn û rastiya Kurdistana ku di nava Rojhllata Navîn de nehatiye fahm kirin. Jixwe gotina çi ji me re demokrasî, tê wateya paşverûtiyê. Tê wateya ku rejîmên otorîter ên herêmê me eleqedar nakin. Ev jî tiştek welê ye ku pêwîste Kurd bi ti şêweyê nebêjin. Divê Kurd destpêkê di nava xwe de pêşengtî ji demokratîk bûyîna hemû Rojhilata Navîn bikin. Pêwîste pêşengtiya azadiya jin bikin. Jixwe wê ev feraset, di Rojhilata Navîn de bi Kurdan bide qezenç kirin û wê sedsala 21’an bike sedsala Kurdan. Jixwe niha Kurd di Tirkiye, Îranê, Iraqê, Suriye û di hemû Rojhilata Navîn de hêza pêşeng ê demokrasiyê ye. Hêza pêşeng a azadiya jin in. Divê Kurd ji vêya şanaz bibin. Wê her roj hê baştir bê dîtin ku ev bi Kurdan dide qezenç kirin. Jixwe Kurd di hemû cîhanê de bi wan taybetmendiyên xwe ve bal dikişînin.
Eger Kurd di Iraqê de biban xwediyê bernameyek ku Iraqê di îstîqameta demokratîk bûyînê ve dibe, wê biban hêza herî bibandor ên Iraqê.
Wê cihên ku bi referanduma serbixwe ve winda kirîn parastiban. Eger niha Kurd di Iraqê de tengavî jiyan dikin, ji ber ne xwediyê feraset û bernameyek demokratîk in. Sedema tengaviya ku Kurd di Iraqê de jiyan dikin jî ew e ku feraseta yekitiyek demokratîk pêşnexistine. Beşek jî dibêje bila îla di bin serweriya min de bimîne. Demokrasiya xwecihî ya hin deverên cuda qebûl nake. Dixwazin bi feraseta yekitiya neteweyî ya di sedsala 19 û 20’an ve rêveberiyek navendparêz ava bikin. Ev feraseteke ku demokrasiyê red dike. Halbukî yekitiya demokratîk a ku xwe dispêre demokrasiya xwecihî wê di Başûrê Kurdistanê de Kurdan bihêz bike. Cihê ku bêjin yekitiya demokratîk dibêjin bila hemberî min serî bitewinîn, lewra yekitiya Kurd û hêza Kurdan dernakeve holê. Hêza Kurdan herî baş bi demokrasiyê ve derdikeve naverastê û bi demokrasiya xwecihî ve derdikeve pêş. Divê feraseta yekitiya neteweyî ya sedsala 19 û 20’an bê terikandin. Di vê de israr kirin Kurdan bihêz nake. Pêwîste di hemû parçeyên Kurdistanê de feraseta yekitiyê li ser bingeha yekitiya demokratîk bê destgirtin.
Şîrketên Emerîkayê, bi Iraq û Suriyê re peymana neftê çêdikin. Wê xeta boriya neftê ya di navbera Kerkuk û Barlaysa Surî ya di peravên Behraspî de dimîne bê zindî kirin. Ev tê wateya ku Tirkiye derveyî xetê hatiye hiştin. Wê ev ji bo Tirkiye rewşek cidî biafirîne. Lê wê ev xeta boriyê ji bo Başûrê Kurdistanê jî tengaviyek cidî biafirîne. Ji ber ku bi referanduma 2017’an re Kerkuk û gelek dever ketin bin kontrola Iraqê. Wek tê zanîn koma herî dawî ji Kerkukê derketin koma PKK’ê bû. Heta Iraq ev kir mesele. Birastî jî şopandin û dahûrandina peymana xeta neftê ya ku Emerîka, Iraq û Suriyê çêkirî hêjaye. Rêber Apo dibêje “Kurd di erdnîgariya nan de muhtacê nan hatin kirin.”
Dema ku Başûrê Kurdistanê li ser çavkaniyên neftê bin ma wê Kurd bê neft bimînin? Divê ev neyê qebûl kirin û pêwîste Kurd di vê mijarê de polîtîkayek hevbeş bimeşînin. Hewceye ku ji bo dahatûya neftê bi şêweyên cur be cur ve biherike Başûrê Kurdistanê rê û rêbazên cuda bên dîtin. Jixwe tê zanîn ku hikûmeta Şamê jî dixwaze hemû çavkaniyên neftê yên Rojava bixîne bin kontrola xwe.
Di Iraqê de pêşketinên siyasî jî bilez in. Her çiqss beşek vêya bi Îranê ve girêdayî bin jî tê fahm kirin ku hêzên cuda jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Wê hemû hêzên çekdar entegreyî artêşa Iraqê bê kirin. Hêza Heşdî Şebî ya girêdayî Îranê jî heye. Emerîka dixwaze ku ev yan bên tasfiye kirin an jî bikevin bin kontrolê. Bi hincet nîşandayîna vê polîtîkayê ve Tirkiye û PDK tasfiyeyê li ser hêzên xweparastina Êzidî yên Şengalê ferz dikin. Li hemberî vê Êzidiyên Şengalê jî hewl didin bi dewleta Iraqê re entegrasyonek demokratîk biafirînin. Eger fahm kirinek hemberî hev çêbibe wê di Şengalê de pêşxistinek entegrasyona demokrasiya xwecihî û xwe rêvebirin bi Iraqê re zehmet nebe. Jixwe ji dema kevin û hetanî niha pêwendiya hêzên xweparastina Êzidiyan bi artêşa Iraqê re heye. Dikarin vêya bi şêweyek nû ve çareser bikin. Helbet eger ferz kirinên ku di derve de tên kirin nebin.
Hatina Iraqê ya serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin hebû. Tê gotin ku di vê hevdîtinê de derveyî entegre yan jî tasfiyeya hêzên derveyî artêşa Iraqê rewşa gerîlayên HPG’ê jî hatiye rojevê. Heta, îşaret bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku di Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de dimeşe kirine û li gorî hatî bihîstin bicih kirina gerîla ya di hin kampên Başûrê Kurdistanê de hatiye nîqaş kirin. Jixwe 3-4 sal beriya niha jî bi şêweyek cur be cur agahiyên têkîldarî hinek planan dixistin rojevê. Eger kesê ku Iraqê digere Brahîm Kalin be, xwezayî ye ku ev tişt bên eqilê mirov. Ji ber ku derd û lêhûrbûyîna dewleta Tirk timî li ser Tevgera Azadiyê çêbûye. Tê fahm kirin ku Brahîm Kalin bi nêzîkatiyek wekî ‘em tenê naçîn Hewlêrê; em Silêmaniyê jî baldar digirin dest ve” çûye Silêmaniyê. Lê tehmîn kirina ku axaftinên esas li Hewlêrê hatine kirin ne zehmet in.
Heqê vê pêvajoya nehat dayîn
Civîna NATO li Tirkiyeyê hat kirin. Tirkiye di vê civînê de jî hesab kir ku civînê veguherîne tekoşîn û helwesta li dijî Kurdan. Welê ku divê reşnivîsa qanûna bikok beriya civîna NATO’yê di Îmraliyê de hatiba nîqaş kirin; lê anîna rojevê ya vê qanûnê jîji piştî NATO’yê hiştin. Tîrkiye cihê ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike û li dijî derve pozîsyona xwe bihêz bike; hîna dest ji jiber kirin,bigotinekrast nexweşiya xwe ya ku piştevanî ji hêzên derve digire û ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî nêzîkatî raber dike bernedaye. Ev rastî nîşan dide ku Tirkiye bi fikara ku jiyan dike ve xwe çawa di meseleya Kurd de bi hêzên derve re girêdaye. Her çiqas bêjin em ew qas serbixwe ne û welê bi îrade ne jî, lê rastî ne wiha ne.
Çend meh mane ku di Tirkiyeyê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk 2 salên xwe tijî bike. Ev dema dirêj di nava agirbestê de derbas bû. Têkîldarî vê pêvajoyê niqaşên erênî û neyînî pir çêbûn. Her çiqas wek Tevgera Azadiyê hinek rexneyên me hebin jî em erênî nêzîkî pêvajoyê bûn. Armanca me ya bingehîn ew e ku bigihîn nêvenga tekoşîna siyasî demokratîk. Em dizanîn ku ev jî encax bi pêngavên demokratîk ên asta diyar de pêkbên. Jixwe hetanî niha bi gotina wê Kurd feyde bibînin ve pêngavên demokratîk di Tirkiyeyê de nehatine avêtin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk beriya her tiştî jî hedef dike ku vê xitimandinê bişikîne. Ji ber vê yekê pêvajoyek ku pêşiya çareseriya meseleya Kurd veke hatiye destpêkirin. Makeqanûn û zagonên heyî derfet nadin tekoşîna siyasî demokratîk. Ji ber vê jî pêwîste guhertinên qanûnî yên ku azadiya fikrî û rêxistinî bidestdixe bên kirin. Ji ber ku qanûnên heyî wek zagonî hebûna Kurd qebûl nakin lewra xwe rêxistin kirina vî hebûnî û tekoşîna azadî û demokrasiyê ya ku ev hebûn dide, wek suc tê hesibandin. Birastî jî bi hezaran siyasetmedarên ku di qada siyasî demokratîk de tekoşîn didin xistine zîndanan, bi hezaran jî ji mecbûrî derketine derveyî welat. Cezayên giran dane wekîl û hevşaredaran. Qeyum avêtine li ser şaredariyên ku gel hilbijartîne. Vaye pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşketinek ku wan hemûyan ji holê radike hedef dike.
Rêber Apo, anî ziman ku tekoşîna 50 salan a PKK’ê pêşketinên mezin afirandine, hebûna Kurd aniye asta ku bê dîtin û mayînde bibe. Dema ku dihatin salên 1970’an polîtîkayên qirkirinê yên ku li ser Kurdan dihatin rêvebirin navberek girîng bidestxistibû. Xwestin dij derketina bihêz û radîkal a di salên 1970’an de Tevgera Azadiya Kurd nîşandayî, bi darbeya leşkerî ya 1980’an ve bitepisînin. Di şexsê girtiyên şoreşger ên ku xistin zîndanan de tenê veşartina PKK’ê ya di nava betonên zîndanan de nehatibû armanç kirin, xwestin îradeya gelê Kurd tevahî bişikînin û li ser vê qirkirina spî, yanî qirkirina çandî bilez bimeşînin û erdnîgariya Kurdistanê bikin qada berfireh kirina neteweya Tirk. PKK’ê, bi berxwedana zîndanan a 14’ê Tîrmehê û hemleya 15’ê Tebaxê ve darbeyek mezin li vê armanca bêyom daye; tekoşînek ku hebûna Kurd diparêze û mayînde dike mezin kiriye; zemîna ku Kurd di çar parçeyên Kurdistanê de azad û demokratîk jiyan bike, bihêz kiriye. PKK’ê , beşek mezin a armancên xwe pêkaniye. Di çar parçeyên Kurdistanê de rastiya gelek ku ji bo azadiya xwe berxwe bide afirandiye. Ji ber vê jî Rêber Apo hîna di sala 1993’an de ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd agirbestek yekalî îlan kiribû. Dema ku serok komar Turgut Ozal, di polîtîkaya Kurd a qlasîk a dewleta Tirk de hinek jî be cuda tevgeriya şûnve, bi jehrê ve hat kuştin. Vê rastiyê bi hemû tazîbûyîna xwe ve polîtîkaya Kud a dewleta Tirk çiye raxist liber çavan. Ji sala 1993’an û hetanî niha gelek caran agirbest hatiye îlan kirin; lêgerîna çareseriya siyasi demokratîk çêbûye. Vê rastiyê danîye holê ku tekoşîn tenê ne tekoşîna çekdariye. Hemû armanç ew e ku pirsgirêk bi tekoşîna siyasî û rêbazên muzakereyê ve bê çareser kirin. Wan hemû pêvajoyan ji bo tekoşîna siyasî demokratîk û çareseriya siyasî demokratîk danehevek girîng afirandiye. Projeya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo jî, xwe dispêre daneheva ku tekoşîna 50 salî ya Tevgera Azadiyê afirandî. Dema ku êrîşên biarmanca tepisandina tund û tasfiyeyê yên ku dewleta Tirk bi taybet jî di 10 salên dawî de meşandîn encam nedan şûnve bibandora wan hemû faktoran ve Dewlet Bahçelî mecbûr maye ku bang li Rêbertî bike. Rêber Apo jî bi xwe spartina daneheva ku tekoşîna 50’î salan derxistî holê ve destnîşan kiriye ku ew dikare rewşa şer veguhezîne zemîna siyasî û hiqûqî û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daye destpêkirin. Rastiya ku li paş bangawaziya 27’ê Sibata 2025 disekine ev e. Bangawaziya 27’ê Sibatê di çarçoveya dîrokî û rojane ve daniye holê ku çima PKK fesih bibe û çima li dijî Tirkiye tekoşîna çekdarî bidawî bike û pirsgirêka Kurd çawa derketiye naverastê û divê çawa bê çareser kirin jî hatiye destnîşan kirin. Rêber Apo di her fersendê de destnîşan kiriye ku girêdayî vê bangawaziyê ye.
Rêber Apo, di Manîfestoya Civaka Demokratîk de, fesih kirina PKK’ê û dawî kirina tekoşîna çekdarî wekî destpêkek nû aniye ziman. Rêber Apo timî bersiva pirsa ku di zirûfên heyî de tekoşîna herî bibandor çawa tê meşandin daye. Ev tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovahiyê kiriye. Jixwe Rêber Apo bi gotina ku her tiştê girêdayî meseleya Kurd gerdûnî ve, pêwendiya çareseriya meseleya Kurd û pêşketinên siyasî leşkerî yên ku di seranserî cîhan de diqewimin danîye holê. Danîna naverastê ya tekoşîn û rêyên çareseriyê yên ku bêyî aliyên gerdûnî yên meseleya Kurd û taybetmendiyên herêmî bên dîtin; wê encamên wekî li dîwar biqelibin biafirînin. Rêber Apo jî wek rêberek siyasî yê ku wan dahûrandinan ji vê hêlê ve herî baş dike jî, ji bo Kurdan şansê herî mezin e. Jixwe bi tehlîlên bîrdozî, teorîk û siyasî yên pir kûr ve di nava rastiya civaka dîrokî de “Eqlê Kurd” afirandiye û xizmeta herî mezin ji gelê Kurd re kiriye. Rêber Apo bi analîzên mirovahî û Rojhilata Navîn ve jî ji Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê re xizmeta herî mezin kiriye. Jixwe xeta azadiya jin a ku ji bo jinan danî holê û bîrdoziya jinên azad ji jinan re asoyên mezin çêkiriye; pêşketin di asta ku hemû cîhanê neyê dîtin de, bi tekoşîna azadiya jin daye qezenç kirin. Rêber Apo neketiye nava nêzîkatiyek wekî wê ev pêvajo bi muzakereyên ku tenê di Îmraliyê de bên kirin ve biçe encamê. Bêguman eger yên ku ji meseleya Kurd re rêbertî dikin mesele ji sêdarê anîbin ser masayê ev girîng e. Meseleya Kurd veguheztiye ser masayê. Her çiqas kêmasî û nebesiyên wê hebin jî ev bi serê xwe girînge. Lê tekoşînên siyasî mijareke ku bi hêzê ve girêdayîne. Helbet hêz jî tenê ne qabîliyeta leşkerî ye. Hêz, mijarek pir rehendî ye. Yekûna hemû rehendan e. Rêber Apo bi gotina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve pêwendiya navbera aştî û civaka demokratîk jî daniye holê. Ji ber vê jî timî behsa ava kirina civaka demokratîk a xwe dispêre komînan dike. Dibêje ku ji bo gelê Kurd bibe civakek bihêz û bibe neteweyek bihêz, pêwîste ava kirina civaka demokratîk a xwe dispêre komînan pêkbîne. Di mijara rêxistin kirina civakê de, pêvajoya agirbesta du salî fersendek pir girîng bû. Lê ev fersend rast nehatiye nirxandin. Nêzîkatiyên wekî di hevdîtinên Îmraliyê de çi derbikevin, wê dewlet çi pêngavan biavêje ve hiştiye ku ev mehên di nirxê zêr de berhewa bibin. Heqê vê pêvajoyê nehatiye dayîn. Her çiqas gelê me hestiyariyek diyar nîşanda be jî ev timî nebûye.Aştî û civaka demokratîk tenê Kurdan eleqedar nake, hemû gel û hêzên demokrasiyê jî eleqedar dike. Hebûn û ne çareseriya meseleya Kurd di seranserî Tirkiyeyê de neyîniyan derdixîne naverastê. Lê hêzên demokrasî û çepgirên li Tirkiye ji vê mijara ku ji nêzîk ve meseleya Kurd eleqedar dike hestiyariya pêwîst nîşan nadin. Di eslê xwe de ev tê wateya ku rastiya Tirkiye nehatiye fahm kirin. Çavkaniya neyîniyên ku tên serê wan nabînin. Niha pêvajoyek muzakereyê di navbera dewlet û Rêber Apo de dimeşe. Her çiqas dewlet di nava vê karî de jî be hêzên demokrasiyê jî di nav de naxwaze tu beş bi meseleyê re eleqedar bibin. Li gorî xwe Rêber Apo û Tevgera Azadiyê di vê mijarê de tenê dihêle ûnaxwaze pozîsyona xwe lewaz bike. Hêzên demokrasî û çepgirên sosyalîst jî eynî wekî dewlet dixwaze bi awayek çalak beşdarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nabin û piştevanî nadin. Her çiqas bêjin em dijberiya pêvajoyê nakîn, piştevanî didin jî lê bersiva vê ya pratîkî çênabe. Dijberiya AKP’ê dihêle ku ew nêzîkatiyek rast nîşanî pêvajoyê nedin. Bi gotina AKP welê neyîniye, wiha neyîniye, wê bi vî re çareser bibe ve li hember pêvajoyê uslubek neyînî datînin holê. Bi vî awayî ew jî ji desthilatdariyê dixwazin û nabêjin ma çi dikeve li ser milên me? Eşkereye ku ev seknek rast demokratîk nîn e.
Ji aliyê din ve bi gotina ku ma derveyî pirsgirêka Kurd pirsgirêkek tine ve, hewl didin helwestên xwe normalîze bikin. Bêguman pirsgirêkên cuda yên Tirkiyeyê jî hene. Lê hemû pirsgirêk jî ji neçareseriya meseleya Kurd çavkaniya xwe digirin. Hingî ku li dijî Tevgera Azadiya Kurd şer bê rêvebirin wê tekoşîna maf a karkeran jî bersiva xwe nebîne. Ji ber ku beşek girîng a çavkaniyên Tirkiye ji şer re tê araste kirin. Di vê nêvenga şer de zext jî digihijin asta herî jor. Çareseriya meseleya Kurd di eniya Tirkiyeyê de tê wateya zext, tundî û zorê. Di eslê xwe de li gel ku ev rastî di dîroka 100 salî ya siyasî ya Tirkiyeyê de eşkere hatiye dîtin jî lê hîna ne dîtina vê rastiyê nîşan dide ku beşek girîng a hêzên çep û demokrasiyê biawayek şaş li tiştên ku di Tirkiyeyê de tên jiyan kirin, mêze dikin. Yek jî kêmasiyên herî mezin ên ku di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de tê jiyan kirin ew e ku çep û hemû hêzên demokrasiyê nêzîkatiyek nebes nîşanî vê pêvajoyê didin. Bêguman her çiqas hêzên çep û demokrasiyê li gorî beşên din hê erênî nêzîkî pêvajoyê bibin jî lê dema ku girîngiya pêvajoyê girîngî bê destgirtin, em dikarîn bêjin ku nebes nêzîkî pêvajoya aştî û civaka demokratîkê dibin.
Helbet berpirsyariyek diyar a hêzên demokratîk ên Kurd, di nêzîkatiya nebes a ji pêvajoyê re ya hêzên çep û demokrasiyê nîşan didin re heye. Di demên dawiyê de di nava hêzên demokratîk ên Kurd de nêzîkatiyên ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê ne ecibînin tên dîtin. Halbukî stratejiya çareseriyê ya li ser bingehê siyasî demokratîk a meseleya Kurd pêwîst dike ku hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye bikevin nava vê tekoşînê. Bi wan hêzên demokrasiyê re ne pêwendiyek dem demî, berevajî di tekoşîna demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de hevkariyê pêwîst dike. Divê hedefa siyaseta demokratîk a Kurd tenê ne hilbijartina wekîl û şaredaran be. Serkeftina wê bi kîjan astê pêwendî û tifaq bi hêzên demokrasî û çepgir ên Tirkiyeyê re çêkirî ve, girêdayî ye. Di hilbijartinan de behsa gihandina hedefa sedan 20 a dengan tê kirin. Ev vekiriye ku encax pêwendiyên bi eniya Tirkiyê re bihêz bibin ve pêkan e. Dewleta Tirk bendava sedan 7 jî ji bo ku siyaseta demokratîk a Kurd bi hêzên demokrasiya Tirkiyeyê re tifaq çêneke daxist. Bi vî awayî ne stratejî û demokratîkbûyîn, yên ku tenê hilbijartina hinek wekîlan dihizirin, dikarin bêjin em dikarîn sedan 7 bendavê derbas bikîn, lewra hewceyî bi tifaq çêkirinê jî nîn e. Jixwe di demên dawiyê de demagojiya ku hinek kes bi dengên Kurd ve tên hilbijartin hê zêde tê ziman. Ti eleqeya vê bi rastiyê re tineye. Yên ku di sala 2015’an de stratejî ne dihizirîn û yên ku tenê hesaba hilbijartina wekîlan dikirin digotin em bi partiyê re nekevîn hilbijartinan, em wek serbixwe bikevîn hilbijartinan. Ji ber ku fikara wan a wekî eger bendava sedan 10 neyê derbas kirin wê nebin wekîl dikirin. Halbukî bi hêzên demokrasiya Tirkiyeyê re tifaq çêkirin di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de 80’ê wekîl derxistin.
Eger serbixwe ketiban hilbijartinan û eger bi hêzên demokrasiya Tirkiyeyê re tifaqa berfireh nehatiba kirin herî zêde wê 35 an jî 40 wekîl hatiban derxistin. Demek kî demagojiya ku hinek bi dengên Kurd ve tên hilbijartin berevajî kirine. Tê wateya ku bang kesên ku rastiyê fahm nekin dikin. Berevajî bi tifaqa ku hatî çêkirin ve tenê hê zêde wekîlên Kurd nehatin hilbijartin, eniya demokrasiya hevpar jî hatiye bihêz kirin. Berevajiya teza ku hinek bi dengên Kurd ve tên hilbijartin, rastir e. Eger tifaq nehatiba kirin wê hindik wekîl hatiban derxistin û wê tevgera demokratîk a Kurd wek siyasî jî hê bêbandor biba.
Li gorî pergala hilbijartinên li Tirkiyeyê her pîleyek zêde kirina dengan li gorî ya berê 2, heta 3’ê pîleyan zêde wekîl tên derxistin. Her kesî/ê ku matematîk dîtibe vêya dizane. Ji vê hêlê ve yên ku dibêjin bi dengên Kurdan ve ev, ew wek wekîl tên hilbijartin, dibe berevajî kirina rastiyekê.
Di demên dawiyê de di dengên DEM Partiyê de deng zêde nabin. Halbukî pêwîst bû di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de deng zêde biban. Sedema vê nebesiyê ew e ku bi awayek têrker bang li eniya Tirkiyeyê nayê kirin. Ji xeta HDK-HDP’ê ya ku di sala 2012 û 2015’an de serkeftina mezin bidestxistî dûrketine. Nêzîkatiya ku xwe tenê bi Kurdistan û Kurdîtiyê ve sînordar kirin ne nêzîkatiyek li gorî stratejiya tekoşîna siyasî ya ku Rêber Apo danî holê ye. Bi dawî kirina tekoşîna çekdarî û vegera stratejiya tekoşîna siyasî hê zêde pêwîs dike ku cuda li hêzên çep û demokrasiya Tirkiye bê mêze kirin. Bêguman li gorî divêtiya çep û hêzên demokrasiyê; berpirsyariya wan hêzan heye ku piştevanî bidin tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Hetanî niha hindik û nebes jî be di astek diyar de piştevanî dihat dayîn. Lê êdî divê tenê bi çavê piştevan ve li hêzên demokrasiya Tirkiyeyê neyê mêze kirin. Ew êdî li gorî divêtiya stratejiya me ya nû tifaq û şirîkên me yên stratejiya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne. Bikurtasî pêwendiyên bi çep û hêzên demokrasiya Tirkiye re, mecbûre ku li gorî guhertina stratejiyê hê berfireh û hê hêja be. Ne dîtina vê tê wateya bêstratejiyê, ji ber vê yekê bê polîtîka bûnê.
Eger pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin wê pêşketin derbikevin holê
Rêber Apo timî ji bo komara demokratîk behsa entegrasyona demokratîk dike. Pêşbînî dike ku DEM Partî jî bibe Partiya Komara Demokratîk. Ev jî bi eşkere wê bi hêzên demokrasiya Tirkiyeyê re bibe tevgera siyasî ya afirandina komara demokratîk. Demokratîkbûyîna komarê jî di serî de meseleya Kurd encax bi çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê re dikare pêkbê. Komara Tirkiye bi polîtîkayên 100 salî ya ku şopandî ve Kurd ji Tirkiyeyê dûrxist. Kurdan bi şêweyek pir bihêz ve nerazîbûnên xwe ji polîtîkayên 100 salî redanîne holê. Eger wê di Tirkiyeyê de Kurd û Tirk bi hev re jiyan bikin, eger wê xwîşk-biratiya Kurd-Tirkan pêkbê, wê ev bi entegrasyona demokratîk ve, bi demokratîkbûyîna komarê ve bê bidestxistin. Wê Partiya Komara Demokratîk, hêzên demokratîk ên Kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiye bigihîne hev û li ser bingehê bernameya komara demokratîk da entegrasyona demokratîk bidestbixe. Ev, wê bibe pêkhatina şoreşa demokratîk a ku bi dehan salin xwe dispêre daneheva tekoşînê ya li Tirkiye. Hêzên demokrasiyê û tevgerên sosyalîst ên li Tirkiye bi dehan salin bi hedefa tekoşîna şoreşa demokratîk û Tirkiyeya demokratîk ve tekoşîn meşandin. Rêber Apo dît ku tekoşîna demokratîkbûyînê ya gelê Kurd û gelê Tirkiye ev danehev afirandiye û dixwaze vêya bi pergalek siyasî demokratîk ve tacîdar bike. Armanca projeya komara demokratîk a Rêber Apo ev e. Ev, di heman demê de bi şêweyek mayînde çareseriya pirsgirêka Kurd bidest dixe. Komara demokratîk a ku li ser vê bingehê pêkbê tê wateya ku pêşiya çareseriya azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê hetanî dawiyê vebibe.
Eger Partiya Komara Demokratîk, hêzên demokratîk ên Kurd û hemû hêzên demokrasiya Tirkiye bike yek tenê wê nebe partiya opozîsyona sereke. Dibe ku di Tirkiyeyê de bibe parçeyek rêveberiya siyasî jî. Di eslê xwe de desthilatdariya AKP’ê temenê xwe temam kiriye. Di civakê de, ji desthilatdariya AKP’ê re bertek hene. Jixwe ji ber ev rewş hatiye dîtin lewra qeyum avêtin li ser CHP’ê, xwestin CHP’ê parçe bikin û wek alternatîf ji holê bê rakirin. Di nava CHP’ê de partiyek nû derketiye. Lê ji ber ku tenê dijberiya AKP’ê tê kirin, lewra nikarin alternatîfek ku AKP’ê birûxîne derbixînin holê. Her çiqas partiya avabû ya nû di rewşa heyî de partiya opozîsyona sereke be jî ne diyare ka wê çiqas li hemberî AKP’ê bibe alternatîf. Di vê naverastê de pêşiya partiya komarê ya ku bê vekirin vekiriye. Hem dikare dengê kesên ku ji AKP’ê nerehetin bigire û hem jî wê beşek dengên biherikin CHP’ê, wê biherikin Partiya Komara Demokratîk. Ji ber ku pêdiviya rast a Tirkiye partiyek wiha ye. Encax partiyek wiha dikare di Tirkiyeyê de guhertina girîng bidest bixe. Ji ber vê jî pêwîste hêzên demokratîk ên Kurd û hêzên demokrasiya Tirkiyê, vê rastiyê bibînin û vê fersenda dîrokî baş bikar bînin.
Piştî 24’ê Gulanê şûnve 2 mehan bi Rêber Apo re hevdîtin nedan çêkirin. Halbukî reşnivîsa ku Rêber Apo pêşkêş kirî wê ji aliyê AKP’ya ku wek demî bûye dewlet ve hatiba nirxandin wê kiriba reşnîvîsek ku bi Rêber Apo re hatî lihev kirin û wê ev reşnivîs bi Tevgera me ya Azadiya re jî hatiba parve kirin. Lê hem benda encamên civîna NATO sekinîn û hem jî ji ber ku di hinek mijaran de lihev kirin çênebibû, lewra hevdîtin bi Rêber Apo re nedan kirin. Di nava van du mehan de di navbera Îmralî û AKP’ê de tekoşîn û muzakereyek tam a siyasî pêkhatiye. Her çiqas hevdîtina 5 saetan a ku di 20’ê Tîrmehê de bi Rêber Apo re hatî çêkirin nîşan bide ku tevahî nebe jî di hinek mijarên diyarde lihev kirin hatiye çêkirin. Birastî dema ku Rêber Apo digot divê hesasiyetên li hember hev baldar bê destgirtin û teng nêzîkatî ji pêvajoyê re neyê çêkirin, pêwîstê çawa nêzîkatî bê nîşandayîn jî daniye holê.
Tê fahm kirin ku reşnivîs wê hem partiyên din ên siyasî re bê nîqaş kirin û hem jî wê ji Tevgera Azadiya Kurd re bê şandin û wê hewl bê dayîn da ku veguhezîn meclîsê. Bêguman Tevgera me ya Azadiyê wekî ku Rêber Apo jî anî ziman eger nebes û kêm jî be û eger wê ev ji bo pêngavên ku bên avêtin destpêkek jî be, dibe ku erênî nêzîkî reşnivîsa qanûnî bibe. Jixwe dema ku reşnivîs gihişt Tevgera me ya Azadiyê wê nêrînên xwe yên têkîldarî reşnivîsê bi rayagiştî re parve jî bike. Rêber Apo behsa ji nû ve ava kirina xwîşk-biratiya Tirk-Kurdan dike. Îfadeya vê demokratîkbûyîna komarê ye. Gihiştina mafên demokratîk bingehîn a Kurdan e. Ji bo ev pêkbê jî divê demokrasiya xwecihî bê bidestxistin. Bi vî awayî wê ji bo Kurdan rêveberiya xweser jî pêkbê. Rêber Apo qanûna çarçoveyî wek destpêkek ku wan encaman diafirîne dibîne. Wê bi vê qanûnê ve zemîna siyasî ya vê destpêkê bê bidestxistin. Peyama ku Rêber Apo bi şandeya DEM Partiyê re şandî vêya dihewîne. Welê tê fahm kirin ku li ser reşnivîsa qanûnî nîqaşên zêde çêbûne, ji bo ku pêngavekê bi pêvajoyê bide avêtin lihev kirinek hatiye bidestxistin. Şêwazê pêkanîna vê reşnivîsa ku derbikeve jî dibe ku ji qanûna ku derbikeve hê girîngtir be.
Hîna ne me û ne jî rayagiştî ev qanûn nedîtiye. Em tenê li ser daxuyaniyên ku DEM Partî dide nêrînên xwe tînin ziman. Em jî wekî Rêber Apo di mijara pêşxistina pêvajoyê de bihesas în û em hewl didîn tiştên ku bikevin ser milên me pêkbînin. Helbet wekî ku em her tim dibêjîn vê pêvajoyê encax Rêber Apo rêvebibe wê di pratîkê de pêşketin derbikevin holê. Ji vê hêlê ve wekî duh îro jî statuya siyasî ya Rêber Apo diyar bibe û di pozîsyona azad de jiyan bike û bixebite wê girîng be. Projeyek ku azadiya Rêber Apo hedef neke nikare serkeftî bibe. Ji vê hêlê ve jî em ê îro şûnve behsa nebe nabe ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikîn.