I
erê ew jî weke me
nefes distînin, av vedixwin
bi nan têr dibin
lê ji bo wan heyat
tiştekî dî ye
II
ew jî hevalê hev in, wekî me
milê xwe didin hev
di bin ezmanekî şînî baharî de
li berberojkan xwe didine tavê
çengan ji hev re dikin balgeh
xwe dirêêêj dikin li gel hev
çav li hev dikin, diaxivin
lê hevalî, dostanî, yarî
ji bo wan tiştekî dî ye
dilê me jî paqij e, rast e
lê yê wan ji avê ye û tijî sirr e
erê ew jî diêşin
bi parçeyên şarapnelên topan
bi guleyên sor û har birîndar dibin
xwîna wan jî diherike
dimirin wekî me
bi aramî çavê xwe digirin
carna jî di pala çiyayekî de
li ber darekê, li ser zinarekê
lat didine hêlekî
can difirînin
dispêrin axa sar
mirin ji bo me tirsek
lê ax mirin jî ji bo wan
tiştekî dî ye
III
ax, ew jî aşiq dibin wekî me
bi derbên dil dihesin û
dil ruhê wan jî ji kokê
dihejîne
ji kerban di şevan de
bê xew ew jî wekî me
xwe ji hev re şîrîn dikin
li hev dinêrin
ji hev qut dibin û
bêrîya hev dikin
di bêrîkên hevalan de
bi nivîsên piçûk ji bo hev
silavên sivik û pak rê dikin
lê ax ji bo wan eşq
ji bo wan dil û dildarî
tiştekî dî ye
çima ku eşq bi me
nefesekî dinyayî ye
lê bi wan sirrekî ezmanî ye
IV
erê ew jî di bin banê ROJ’ê de dijîn
wekî me muhtacî ronahîyê ne
lê ji bo me tiştek e ROJ
ji bo wan tiştekî dî ye
ROJ’a me germ dike
wan dişewitîne
tirêjên me ronahî dikin
wan dihelînin
ji ber wan rêya ROJ’ê girtî ye
çûne, ji me borîne
hinekî jî bilind bûne, firîne
niha ew pelpelîskên li dor agir in
xwe bi tayê hêvîyê girtine
li azadîyê digerin
Ş. Armanc Kerboranî