AZADIYA JINÊ BINGEHÊ AZADIYA CIVAKÊ YE

Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan

ekleyen Komînal

Nirxê rêgezî ya azadbûyînê heye û pêwendiya bi kapîtalîzm, sosyalîzmê re ya rêgezê girîng e. Birastî eger dixwazî bibî dij-kapîtalîst divê vê rêgezê esas bigirî. Bi cureyek din dij kapîtalîstî û sosyalîstî  nabe. Eger tu dixwazî îroya civakbûyînê bibînî nexwe pêwîste li rewşa ku jinan kaş dikin navê bibînî. Ji ber ku tişta di şexsê jinê de tê tune kirin, biçûk xistin û obje kirin, civak e. Ji ber ku jin civak bixwe ye

Destpêka Tevgera Azadiyê û hetanî niha meseleya azadiya jin kiriye mijara bingehîn a tekoşînê û bi gotina “Asta azadiya jinê asta azadiya civakê nîşan dide” ve bal dikişîne ku pêwîste, azadiya jinê bixînin navenda felsefeya azadiyê. Li ser vê bingehê piştî îlan kirina rêxistina jin a xweser, artêşa jin û Bîrdoziya Azadiya Jin şûnve pêşxistina partibûyîna jin û pergala konfederal a jin, kevirên goşeya bingehîn ê şoreşa jin çêkir.

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Dema ku Rêber Apo, di nirxandina xwe ya dîroka 8’ê Adara 91’an de kirî, perspektîfa “Em pir baş zanebûna vê de ne; asta azadiya jin a di civakekê de asta azadiya hemû civakê ye, destnîşan dike. Eger hûn bixwazin fahm bikin ka civakek wê çiqas azad bibe, pêwîste hûn rewşa azadbûyînê ya jinek çiqas azad dibe binêrin. Eger hûn bixwazin fêr bibin ka malbatek çiqas azade lazim e li rewşa ku jin çiqas azade binêrin. Divê em vêya jî li ser zêde bikîn; eger bixwazîn fahm bikîn ka zilamek çiqas azad e, hewceye di pirsgirêka jinê de çiqas azade mêze bikîn. Yek jî pîvanên bingehîn ên demokratîk bûyîn, sosyalîstbûyîna baş xirab; hetanî dawiyê wek demokrat û sosyalîst mêze kirin û di pêwendiyên jinê de bi sewiye girtinê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê eger em bixwazîn bersiv bidin pirsa ‘di nava partiyê de çiqas azadî heye’, em ê azadiya jinên di refên me de dimînin mêze bikîn. Jin di refên me de çiqas azad bin, wê PKK jî ew qas azad be. Dereceya azadiya PKK’ê dereceya azadiya civaka me ye. Dereceya azadiyê ya jina di PKK’ê de, dereceya azadiya jin a ku di nava civaka Kurdistanê de diyar dike”; pêşkêş dike, wek esas kevirên bingehîn ên rêya ku diçe Modernîteya Demokratîk ku bûye civakbûyîna jin û pergala wê, dihone. Wekî ku Rêbertiya me jî destnîşan kirî nuqteya herî bingehîn a ku azadiya civakê hatî winda kirin û lewaz hatî hiştin da jî, azadiya jinê mijara gotinê ye. Ji ber vê sedemê jî hetanî ku azadiya jinê neyê bidestxistin pir vekiriye ku azadiya civakê pêşnakeve.

Birastî Rêber Apo hîna ji destpêka Tevgera Azadiyê û hetanî niha meseleya azadiya jin kiriye mijara bingehîn a tekoşînê û bi gotina “Asta azadiya jinê asta azadiya civakê nîşan dide” ve bal dikişîne ku pêwîste, azadiya jinê bixînin navenda felsefeya azadiyê. Li ser vê bingehê piştî îlan kirina rêxistina jin a xweser, artêşa jin û Bîrdoziya Azadiya Jin şûnve pêşxistina partibûyîna jin û pergala konfederal a jin, kevirên goşeya bingehîn ê şoreşa jin çêkir. Rêber Apo piştre got “Projeya min a nivçoyî ma temam bû.” Ev wek ji bîrdoziya rizgariya jin, derbasî polîtîkbûyîna rizgariya jin formule kir.

 

Xeleka sereke ya ku dibe serkeftinê azadiya jin e

Di vê wateyê de xebata herî bingehîn a Rêber Apo, li ser azadbûyîna jin çêbû. Em dibînin ku ev xebat ji roja derketî û hetanî niha bûye rêgeza bingehîn a tekoşîna me. Di destpêkê de tespîta ku meseleya Kurd tenê bi dahûrandinên ji jor ve tên kirin û gotinên Marksîst ên qlasîk ve û bi çend sedemên ku bi aboriyê ve tên girêdan ve nayê çarser kirin. Dîsa bîrdoziya Rêbertî ferqa xwe ya herî bingehîn, bi esas girtina azadkirinê ya zayendperestiya civakê ve datîne holê. Hîna di qonaxa koma bîrdozî de esas girtina stratejîk a beşdariya jinê jî nîşaneya vê ye. Bi nêrîna ku pirsgirêkên desthilatdariya zilam dixîne navenda xwe û pêwendiyên xwe dispêrin tehequma li ser jin û hemû zindiyan red dike ve tekoşîna civaka azad û şêwazê wê yê çêkirina pêwendiyan û afirandina feraseta jiyanê dide. Dema ku sedemên winda kirina tekoşînên azadiya gelên cîhanê bide li ber lêpirsînan, wê bê dîtin ku xeleka sereke ya ku  tekoşînê ber bi serkeftinê ve dibe rastiya azadiya jin e. Ji ber vê sedemê Rêber Apo, di lêgerîna modela civaka azad de felsefeya jiyanê ya ku rizgariya jin û rizgariya civakê pêşdixîne ava kir. Li ser vê bingehê di PKK’ê de jiyan bi jinê re ye. Jina azad, civaka azad e; Jina Azad, mêrê azad e. Jina azad, jiyana azad e.

Bi mijara me ve girêdayî rast fahm kirina vê pêwendiya sîmbiyotîk a ku di navbera jin û civakê de ava bû girîng e. Di civakê de çi biguhere yan jî bê guhertin wê ji taybetmendiya ku civakbûyînê diafirîne, pêşdixîne, xwedî dike û diparêze derbikeve û wê ji aliyê neyînî ve biguhere? Yan jî li ku derê û guhertinek çawa hate pêşxistin ku mirov ji xwe re biyanî ket û ji ked û jiyana xwe dûrketin jiyan kir? Ev aliyên ku ji cewherê biyanî dixe û me ji me dûr dixîne çi ne? Wê bersiva wan pirsan me bibe nas kirina pêwendiyên di navbera civakbûyîna me, jin û civakê de.

 

Civakbûyîn şêwazê hebûna mirov e

Rêber Apo dibêje ku hetanî karakterên çêbûna xwezeya yekemîn û duyemîn baş neyên fahm kirin, wê diyardeyên wekî civak, xweza û mirov jî baş neyên fahm kirin. Di vê wateyê de bîrdoziya Marksîst a ku qanûna xwezayî ya peresanparêz a Darwîn esas girtî, zen kiriye ku xwezaya yekemîn û duyemîn xwediyê heman qanûnan in, qanûnên aîdê xwezaya yekemîn di nava xwezaya duyemîn de hesibandine û bi vî awayî dahûrandina xwezaya civakî û çûyîna encamê ya bi vê re, biriye şaşitiyên sosyolojîk ên cidî.

Di vê mijarê de tespîta “qanûnên xwezaya yekemîn tuj û hişkin, nayên guhertin. Qanûnên wiha tuj û hişk ên xwezaya civakî tunin û nerm in” ê Rêber Apo, fahm kirina mijarê hêsan dike. Xwezaya Civakî ya ku wek xwezaya duyemîn tê pênase kirin berdewama xwezaya yekemîn e. Em ji ber vê sedemê wek Xwezaya Civakî pênase dikin. Mirovê/a ku milyonan sal bi beridînê ve pêşketî, gihiştî ferq û cudahiya xwe û cudabûyîna xwe ya ji xwezaya yekemîn deyndarê fikrê nerm ê civakbûyîna xwe ye. Em dibînin ku meyl û nermtiya fikrî di Xwezaya Civakî de ya ku ji xwezaya yekemîn cudatî nîşan dide û bi çawaniya xwe ya xweser ve wek xwezayek cuda tê pênase kirin heye. Çawa ku qanûnên guhertin-veguhertin ên li gorî xwe ya sirûşta yekemîn hebin, wek avabûnek cuda civakê jî taybetmendiyên guhertin-veguhertinê yên li gorî xwe hene. Dema ku di vê wateyê de xwezaya Yekemîn tê pênase kirin, xwezaya duyemîn heqîqeta civakê pênase dike.

Birastî wekî ku Rêbertiya me diyar kirî “civakbûyîn di cewherê xwe de çalakiyeke ku mirov bi sirûşta xwe re digihije hev û wê, carek din diafirîne.” Ji ber vê sedemê civakbûyîn şêwazê hebûnê ya mirovahiyê ye. Mirovê/a ku bûye yek jî hebûnên herî lewaz, di zirûfên zehmet ên xwezayê de encax bi hev re biminîn, ji bo hev jiyan bikin û bi pêşxistina civakbûyînê re yanî bi jiyan kirina komînal ve dikarin mayîna jiyanê serbixînin. Pêşnexistina vê tê wateya tunebûyînê.

Ji ber vê sedemê mirovbûyîn û civakbûyîn wek diyardeyên hevdem, bi hev re pêşdikevin û heta heman tişt in. Tışta ku dike mirov, pêşdixîne civakbûyînê. Mirov bihêza ku ji civakbûyînê digire ve, ji bo li hember zehmetiyên sirûştê li ser lingan bimîne avantajek girîng bidest dixe. Ji vê hêlê ve civakbûyîn ji bo cureyê mirov şertê hebûnê ye. Bikurtasî, hetanî ku civak bûyîn esas neyê girtin û li gorî wê neyê jiyan kirin ne pêkane ku mirov hebe, hebûna xwe berdewam bike û pêşbikeve. Ji bo vê jî civakbûyîn, wekî civakê jiyan kirin, azad û wekhev bûn dibe xwezaya cureyê mirov.

 

Civakbûyîn di rengê jinê de ye

Civakbûyîna ku mirov dike mirov di rengê jinê de ye û di karakterê jinê de ye. Karakterê çêbûyîna destpêkê timî karakterê heqîqî îfade dike. Em dikarin cewher û rengê jinê di civaka qlana dêxwaz a ku bûye forma ewilî de bibînîn. Rêber Apo jinê wek “forma destpêkê ya gerdûna ku dixwaze xwe zêde bike” ve pênase dike. Di vê wateyê de jin hemû hêmanên din ên civakê bi rastiya xwe ve dike yek û yê ku wateya wê ya gerdûnî eşkere dike ye.

Zêdebûn, cur be curî, bedewî û formeke ku herikîna azad bi xwe destpêkirinê ve ji hemû endamên civakê re vedibêje vedigerîne guhertin û veguhertinê. Gerdûna ku xwe di forma jinê de pêktîne, bi vê rêyê ve pêngavek rengûrengiyê avêtiye. Eqlê gerdûnî ya ku taybetmendiyên zindiyên xwe bi dabeş kirinê ve zêde dikin dihewîne; digihîne du formên cinsî, jin kiriye formê ku vî eqlî vediguhêze. Di vê wateyê de wek pêşenga hemû nirxên ku mirov dike mirov naskirina jin, tê wateya xwe naskirin û di heman demê de nas kirina jiyanê. Ji aliyê zanyarên dîrok û civaknasên roja me ve wek agahiyek pir zelal ve tê destnîşan kirin ku afirînerê exlaqa ku bûye rêgeza hebûn a nebe nabe ya jiyana mirov û civakê jin e. Jin wek dayîk, mamoste û nûnera exlaqê dîtin pêkan e. Jina ku exlaqê diafirîne û vediguhezîne, ji bo azadiya xwe û ya civakê xwediyê berpirsyariya pêşxistinê ya vê herikîna exlaqê ye. Exlaq, mirov ji xwezaya yekemîn vediguhezîne xwezaya duyemîn.  Bi serê xwe vêya nake, hêzeke ku bi israra jiyan û tiştên ku bi hewldanên mirov ve hatin afirandin ve pêktê. Exlaq bi civakê re çavkaniyeke ku hêz, enerjî û çoşa jiyanê dide. Bi vî şiklî pêşiya xeteriya tinebûyînê ya ku mirovahî rû bi rû dimîne re girtiye. Ji ber ku civak, encax bi exlaqê azadiyê ve çêdibe û hebûna xwe didomîne.

Di vê wateyê de pêşxistina ziman jî di seranaserî dîrokê de pêngava herî bihêz bi civakbûyînê dide avêtin ev di pêvajoya watedayînê de bandor bûye. Rêber Apo bi bilêvkirinê “Min profesorek xwend têgehên ol, exlaq û siyasetê bikartîne, pîroziyê bi olê ve girêdide. Yê ku di cîhanê de ziman fêr kirî jin e. Hûn dizanin ku wê demê aîdiyetek wekî zarokê/a wî/ê tinebû. Pêwendiya bi zarokan re ya zilam tinebû. Ji bo ku zarok mezin bike, bang wî/ê bike, ji bo ku piştî zayînê bang wî/ê bike û ji bo mezin kirinê jî yê ku ziman fêr kirî jin e. Çand jî jinê afirandiye. Yê ku civak welidandî jî jin e. Ji ber vê yekê jî pîrozî û xwedatî aîdê wê ye” ve îfade dike. Bi vê wateyê ve ziman heqîqet û hebûna civakan e.

Ji bo vê jî pêwendiya herî girîng a di navbera jin û jiyanê de ew e ku civakê bi hev re digire. Hetanî ku ev pêwendî rast neyê fahm kirin ne wate ji jiyanê re, ne jî ji civakbûyînê re dikare bê dayîn. Jiyan bi civakbûyîna ku di nava xwe de ava kirî ve biwate ye. Em dibînin ku jiyana mirov, jiyana civakê ye û jiyana civakê jî binavend jin e. Ji ber vê sedemê jî divê civakbûyîn û civaka qlanê wek têgehek di rengê jinê de bê dîtin.

Ev nayê wateya ku wê zilam bê civak an jî civak wê bê zilam bimîne. Zilam jî wek hebûn civakî ye, civakbûyîn şertê hebûnê yê cureyê mirov e. Tişta ku tê behs kirin, jiyana civakî di derdora jinê de û di destnîşan kirina wê de pêkhatiye. Ev, form di çarçoveya ‘dema herî dirêj’ a jiyana civakî de pêkhatiye. Di heman dem û mekanan de tişta ku pêkhatî ev e û ontolojîk e.

Şikl girtina di pêşengtiya dayîk-jin de ya civaka qlan dêxwaz, rastiyek girîng e. Rêber Apo dibêje ku “Di rewşa niha de dîtina jin a wek hebûnek pîroz a diwelidîne, jiyan dide û derketina pêş a organên têkîldarî zayîn û xwedî kirinê tê fahm kirin. Pîrozî, ji ber sedema aliyên ku wate dihewîne ve di civakbûyînê de xwediyê cihek pir girîng daye. Lê rola di civakbûyîna destpêkê de ya jinê tenê bi zarok anînê ve sînordar nîn e. Ji ku derê bê mêze kirin bila mêze kirin heqîqetek bênîqaşe ku civakbûyîna destpêkê di navbera dayîk-zarok de pêkhatiye. Yê ku neh mehan zarok di zikê xwe de digerîne, piştî ku welidand jî b şîrê ku ji bedena xwe ve parzûn dike ve xwedî dike û ya ku di seranserî pêvajoya zaroktiyê de diparêze û xwedî li derdikeve jî dîsa jin e. Ya ku di jiyanê de mayînê fêr dike, ji bo wê jî agahiyên pêwîste dide, wê/î perwerde dike û beşdarî civakê dike jin e. Saziyek bi navê bavtî tineye. Dema ku ev rewş jî li ber çavan hat girtin dikare bê hizirandin ku di jiyana qlana dêxwaz de rola jinê ya ku perwerde dike, fêr dike û civakî dike hetanî dawiya temen bi guherandina çawaniyê ve berdewam kiriye. Zilam ne derveyî vê civakbûyînê ye, lê ne di navenda wê de ye jî. Di çepera wê de ye, rola wî talî ye.”

 

Honandina li derdora jinê ya civakbûyînê, jin ber bi kolektîf û berpirsiyariya hê zêde ve dahf daye. Berfireh kirina her ku diçe ya vê taybetmendiya bingehîn a jinê her çûye di taybetmendiyên heywanî de guhertin çêkiriye û di pêşketina ji ber kirinên mirovî yên ku ji bo civakbûyînê pêwîst jî rolek girîng leyîstiye. Antropoîtên destpêkê yên ku di qonaxa pêşiyê ya pêşketinên xwe de ji ajalan ne cuda, tenê di derdora xwe xwedî kirin û xwezêde kirinê de jiyana xwe didomandin, di saya keda ku ji civata mirov re hatin xerç kirin de pêşketin. Keda ku di tekoşîna li hember xwezaya bi zehmet de, ya bi şêwazê xweparastin û jiyana xwe berdewam kirinê ve derketî holê, rê ji pêşketina hêza fikrî ya antropoîtan vekiriye. Fikr di paralelê xwezayê de pêşketiye. Û keda hevpar a destpêkê, bi ajoya xweparastina zarokê/a xwe ya jinê ve derketiye holê. Ev civata destpêkê ya ku wek xwezayî ji bo pêşwazî kirina hevpar ê pêdiviyan û di esasê de parastina hevpar a zarokan avabûyî, zanebûna rêxistinî ya ewilî ya mirov jî pêşxistiye. Ji ber vê yekê rola jinê li ser bingehê xwedî kirin û pêşxistinê çêbûye. Keda dayîkê keda destpêkêye û pîroz e. Her tişta ku bi keda ve tê hilberandin pîroz e. Ji ber ku her tiştê bi keda dayîkê ve hatî afirandin feydeya civakê ye. Pêdiviyên herî bingehîn ên civakê pêşwazî dike. Di pêşwazî kirina wan pêdiviyan de keda heyî ya Dayîkê û hemû amûrên ku ji bo vê kedê tên bikaranîn pîroz tên dîtin. Ji vê hêlê ve di pêvajoya civaka komînal a dêxwaz a destpêkê de jin hêmanê esas ê civakbûyînê ye, ji bilî vê hêza pêşeng a civakbûyînê jin e. Ev hem ji rastiya jiyanê û hem jî ji daneyeyên dîrokê tê fahm kirin.

Em dema ku ji daneyên ji kolandina arkeolojîk hatin bidexistin mêze dikîn tê fahm kirin ku di jiyana qlan û qabîleyê de fikrek diyar a ku jinê pîroz dibîne heye. Em vê nêzîkatiyê di rituelên baweriyê de, di mîmarî, amûrên hilberandinê û berhemên hunerî de dibînin. Di piraniya berhemên hunerê de bi jinê re pîroz dîtina nirxên komînal, esas hatiye girtin. Çêkirina peykerên xwedawend ên bi heybet, ji ber rola rêxistin kirina civakî ya jinê ya wê demê ve eleqedar e. Ji ber ku di vê demê de rêveber, zanyar, şîfaker, hunermend, avahîsaz jin e. Dîsa em ji wêneyên ku di dîwarên şikeftê de hatin çêkirin fahm dikin ku civaka mijara gotinê bi xwezayê re dostanî û lihev kirinek kûr çêkiriye. Em dikarîn bêjin ku hemû nirxên ku di civakan de hewandina mirovan, xwedî kirina wan, zêdebûyîn û civakbûyîna wan didomîne di pîleya pîroziyê de xwediyê bedewiyek bisehr in. Di vê wateyê de di civaka qlan a dêxwaz de jin fêr dike, perwerde dike û civakî dike.

 

Wek civakî li têgeha dayîkê mêze kirin 

Me jor behs kir ku yê di pêwendiyên qlanê de diyarker dayîke. Lê têgeha Dayîktiyê bi zayînê ve girêdayî nîn e. Di lêkolînên antropolojî yên ku hatin kirin de tê dîtin ku di civaka qlan komînal de têgehên lêzimtiyê pir cuda ne. Hinek caran keçek biçûk a di qlanê de jî wekî dayîk hatiye pênase kirin. Di vê mijarê de Evelyn Reed dibêje ku “li gorî me dayîk, jineke ku zarokan diwelidîne; hingî ku biwelidîne û dema ku newelidand jî nabe dayîk. Di civaka pêşî de jî dayîktî, xebatek civakî ya cinsê mê ye; ji ber vê yekê hemû jin, ‘dayîkên’ tên dîtin yan jî veşartî yên civatê ne. Jinên gihaştî, di anîna zarok û parastina wan de jî xwediyê heman berpirsiyariyê ne. Evelyn Reed di vê derê de destnîşan dike ku di civakên qlanî de dayîk wek biyolojîk nayên dîtin, lê girîngiya watedayîna fonksiyonî datîne holê. Li gorî dayîktiya fonksiyonî ji bo ku mê bibe dayîk, pêwîst nake ku îla zarok bîne dinyayê. Dema ku em îro ne wek biyolojîk wek civakî mêze dikîn, çima hîna di gelek deveran de wek ‘dayîka min’ bang li zarokên keç dikin, em ê hê baştir fahm bikîn. Bi vê re xweza jî wekî dayîkekê tê dîtin. Ji ber ku rêgeza herî diyarker a civaka qlana dêxwaz rêgeza zindîtiyê ye. Mirov wek parçeyek xwezaya zindî tê dîtin û di xwezayê de mirov wek hebûnek dibihîze, hîs dike, pê dihese û hez dike hatiye dîtin. Xweza û jin bi hev re ew qas yekpare tê destgirtin ku hemû jî yekoyek wek dayîk tê dîtin. Jixwe pênaseyên wekî ‘Dayîka Xweza’, ‘Dayîka Ax’, ‘Dayîka bibereket’ karakterê bingehîn ê zîhniyeta vê derê ava dike. Ji ber ku jiyan dide her tiştî lewra pîroz tê dîtin. Ji bo vê jî ji ber sedema wesfa dayîktî ya jin, cihê wê ya di civakbûyîna mirovahiyê de domînant e.

 

Şoreşa ku jinê nebîne, ne şoreş e

Hafizeya ku çanda hezar salan a civaka qlana dêxwaz afirandî, hafizeya azadiyê ye. Eger em carek din destnîşan bikîn navend jin e. Di vê wateyê de ti demê qutbûyîna ji jinê ya civakê ne pêkan e. Birastî lewaztî û nebesiya bingehîn a şoreşên ku li ser navê bindestan tevdigerin jî di vê nuqteyê de derketine holê. Zîhniyetên ku vêya wekî pêwîst nebîne, di astek têrker de fahm neke û di tekoşîna şoreşgerî de jî, rê ji aliyek nebes a bingehîn vekiriye. Ev şêwaz şoreşgertî, dişibe şoreşgertiya ku sî dibîne lê çavkaniya wê nabîne. Yanî ji bo gelan, bindestan jiyanek biexlaq-birûmet, pergalek pêwendiyên azad-wekhev, jiyanek biedalet, bedew û xwezayî daxwaz kirin û ji bo vê jî her tiştê xwe dane holê tekoşîn bike, lê nebîne ku ev hemû nirxên ku tên daxwaz kirin ji jiyana binavend jin ve welidîne yan jî bi nedîtinê ve şoreş pêkanîn hetanî cihekê ve dibe. Mixabin nikarin pergalek civakî ya  domdar û bipergal bê pêşxistin. Birastî dema ku em li serhildan û şoreşên ku li ser navê sosyalîzmê di sedsala 19’an şûnve de pêşketîn mêze dikîn, em vêya bişêweyek pir zelal dibînîn. Ev bandora kor dike, şoreşa dijber a pergala serwer a zilam pêşxistî ye. Şoreşa ku jinê nebîne nabe şoreş. Li pêşiya berxwedanên pir mezin û biwate tê vekirin, lê dema ku jina bûye kirdeya bingehîn a jiyana civakî wekî kirdeya şoreşê neyê dîtin şoreş nikare xwe bidomîne û nikare vegere pergalek jiyanî civakî.

 

Jin civake, civak jin e

Rêber Apo, di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji destnîşan kirina “Nirxê rêgezî ya azadbûyînê heye û pêwendiya bi kapîtalîzm, sosyalîzmê re ya rêgezê girîng e. Birastî eger dixwazî bibî dij-kapîtalîst divê vê rêgezê esas bigirî. Bi cureyek din dij kapîtalîstî û sosyalîstî  nabe. Eger tu dixwazî îroya civakbûyînê bibînî nexwe pêwîste li rewşa ku jinan kaş dikin navê bibînî. Ji ber ku tişta di şexsê jinê de tê tune kirin, biçûk xistin û obje kirin, civak e. Ji ber ku jin civak bixwe ye” ve dikeve rê û destgirtina civakê ya bi vî şêwazî, tê wateya ku damara sereke ya civakê tê girtin. Ji ber ku jin civake, civak jin e.

Di navbera civak û jina ku wek hêza sazûmankar a esas û çavkaniya civakbûyînê de ew qas tirs, guman, bêbawerî, heta tovên dijmintiyê çandin, dibe berevajî kirina bîrdozî ya herî bingehîn. Tenê ne ji bo jinê, di taybetiyê de ji bo civakê encamên wê hê girantir bûye. Civaka ku xwe ava neke, pêşketin û guhertin bidestnexe bi şiklek herî kûr anîne asta pozîsyonek obje ya ku ji beralî kirinê re vekirî. Ji ber ku exlaqê xwe û xwezaya xwe ya polîtîk nikare jiyan bike. Nikare xwe ava bike. Halbukî civak sirûştek welê ye ku jiyan û pêkhatin, guhertin û veguhertin karakterê wî/ê bixwe ye.

Lêgerîn û tekoşîna azadiyê ya bihezaran salan a mirovahiyê jî dişibe vê. Yan rastiya ku çavkanî û koka azadiyê ji azadiya jinê derbas dibe ji nedîtî ve tê mêze kirin an ji ber ku ne derxistiye zanebûnê yan jî ji ber ku qebûl nekiriye, lewra lêgerînên azadiyê jî hatiye rewşa ku timî çerxa xwe li derdora çemberekê bizivîrîne. Halbukî dema ku ew qas berdêl tê dayîn û ji azadiyê re ew qas tî bûyîn heye; divê mirov çavê xwe yê eqil û dil hinek veke û bi gihandina her duyan ve li paşeroja xwe, îroya xwe û pêşeroja xwe mêze bike ;wê dîtina heqîqetê jî bi xwe re bîne.

 

Hetanî ku azadiya jinê neyê hedef kirin bi wateya rast ve azadbûyîn nabe    

Di vê mijarê de Marksîzmê meseleya azadiya jin a ku bûye meseleya herî bingehîn a civakê tenê wek parçeyek meseleya şoreşa giştî dîtiye, heta tevgera jin a rêxistin kirî û tevgerên hawirdor û çandî li pêşiya şoreşê asteng û wek diyardeyek ku tekoşîna şoreşgerî parçe dike û lewaz dike dîtiye. Ev bûye şaşitiya herî bingehîn. Bi gotina “pêşiyê şoreş, piştra meseleya jin û pirsgirêkên din” ve di eslê xwe de tê wateya ku ti pirsgirêk neyên çareser kirin û bikok nêzîkî pirsgirêkê nebe.

Heta yek jî kesayeta herî pêşeng a mafê jinan û şoreşgera jin a mezin Clara Zetkîn jî di nav de meseleya azadiya jin bi pirsgirêka rizgariyê ya çîna karker ve hatiye girêdan û bi vî şiklî dinirxîne; “rizgariya tam a jinê, di tehlîla dawî û diyarker de pirsgirêkek aboriye ku bi pirsgirêka karkeran re pêwendiyên herî nêzîk heye û encax bi şiklê ku bi wê ve girêdayî bigihije çareseriya teqez. Doza jinê û doza karkeran bi şiklê ku ji hev neyên cuda kirin bi hevdu ve girêdayîne û tehlîlên dawî encax di civaka sosyalîst de û di civaka ku kedê ji kapîtalîstan rizgar bike ve dikare xwe bibîne.”

Wekî ku ji wan hemû nirxandinan jî tê fahm kirin ku ezmûna sosyalîst a pêkhatî carek din bi şiklek pir vekirî nîşandaye ku eger jin azad nebibe û azadiya jin bingeh nehatibe girtin, ti şoreş û tevgerên civakî bi wateya rast ve wê nekarin jiyana azad derbixînin naverastê. Hetanî ku jina jiyanê diwelidîne, xwedî dike, mezin dike, wateyên madî û manevî li wî/ê bar dike, bi aliyê xwe yê exlaqî û polîtîk ve daîmî dike azad nebe, îradeya jin rasterast beşdarî her qada jiyanê nebe wê azadiyek çawa pêşbikeve? Vaye dema ku sosyalîzm a pêkhatî, ev rastî tam çareser nekir û bi çareseriyên nîvco mayî ve rûxiya, pergala kapîtalîst jî bi demokrasiya xwe ya sexte û bi hedef kirina jinê ya bi mebest ve bilez ber bi rûxandinê ve diçe. Eger rast nêzîkatî ji vê meseleyê re bê nîşandayîn pergalan diafirîne û daîmî dike; lê eger şaş nêzîkatî bê raber kirin wê demê jî xwediyê hêzek bibandore ku pergalan dirûxîne. Xwediyê karakterek welê ye ku li gorî nêzîkatiya rast an jî ya şaş wateyê dide jiyanê yan jî bêwate dike.

 

Eger em li dîrokê mêze bikîn; em ê bibînin ku winda kirina jin winda kirina civakê ye

Wek encam dema ku em li dîrokê dizivirîn û mêze dikin ka mirovahî li ku derê winda kiriye, me dît ku mirovahiyê di şexsê jinê de winda kiriye. Ji ber ku winda kirina jin bûye winda kirina civakê. Bitaybet jî di rastiya sedsala 21’an a ku nakokî hê zêde kûr dibin û qeyran zêde dibin de, zemînên veguherandina ji nû ve ya vê winda kirina mezin jî pêktê. Ji ber vê jî Rêber Apo tîne ziman ku wê sedsala 21’an bibe sedsala şoreşa jin. Ji bo ku ev sedsal bibe sedsala jinan û eqlê zilam têk biçe, divê eqlê jin xwe ji nû ve rêxistin bike potansiyela xwe derbixîne naverastê û şerê civaka exlaqî û polîtîk a ku timî heyî, lê hatî lewaz kirin bide.

Ji bo vê Rêber Apo dibêje ji bo ku civak ji nû ve veguhere cewherê xwe yê exlaqî û polîtîk û xwezaya sêyemîn bigihije wateya xwe divê xwezaya yekemîn û duyemîn di nava lihev kirinekê de bê jiyan kirin. Bi vê wateya xwe ve xwezaya sêyemîn; pêvajoyek wekî xweza û mirov, jin û civak, jin û zilam ji nû ve bi hev re azad jiyan kirinê îfade dike.

Li ser vê bingehê Rêber Apo pêşengtiya şoreşa exlaqî û civakî teslîmî jinan kiriye. Jin çawa ku bi hest û fikrê çanda Xwedawend a MA ve bûye avakera jiyanek nû, wê bi rastiya “Jina azad, civaka azad ” ve bibe avakera Civaka Komînal a Demokratîk. Pêkhatina vê wê hê zêde zirûfên ku sedsala 21’an dike sedsala jinan bi xwe re bîne.

 

Çavkanî:

Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk

Manîfestoya Civaka Komînal Demokratîk

Parastina Gelekî

Dahûrandinên Rêbertî

Kovara Jîneolojî

Şopên Dayîksalarî (Unsal Çîmen)

Peresîna Jinê (Evelyn Reed)

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00