Têgeha ‘problemê’ bi weşandina beşa ‘Destpêkê’ ya Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ve bûye yek jî têgehên ku bê nîqaş kirin, lêkolîn kirin û fahm kirin. Rêber Apo di ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de bisernavê “Derketina Naverastê ya Pirsgirêka Civakî” ve bi têgeha ‘pirsgirêka civakê’ re girêdayî, têgeha ‘pirsgirêkê’ girtiye dest. Her çiqas beriya niha têgeha problemê di ‘Parêznameyan’ de bikar anîbe jî, lê ji ber ku di vê astê de û rasterast bikar neanîbû, lewra zêde bala me nekişandiye.
Dema ku hewl didin fahm bikîn ka ev têgeha Rêber Apo bikartîne tê çi wateyê, çima bikaraniye û çi wekî problem vegotiye, em ê destpêkê bi çarçoveyek têgînî ya ku wateyên wan ên ferhengî yên wan têgehan ve destpê bikîn. Ji ber ku bikaranînek sabîd û li hevhatin ser çêbûyî ya wan têgehan tineye, lewra pêwîste em li ser aliyê wan ê di jiyana rojane de çawa di zimanê me de rûniştine û ramanweran wateyên çawa li wan têgehan bar kirine, bisekînin. Wek dawî jî em ê hewl bidîn ferqên bingehîn ên şêwazê bikaranîna wan tegehan a Rêber Apo destnîşan bikîn.
Çarçoveyek têgehî
Pirsgirêk (problem); kêmasiya tiştek ku piranî diyar û hatî pênase kirin, rewşa şênber a ku di karên em dikin de astengî çêdike û wek zehmetiya divê bê çareser kirin an jî bê derbas kirin tê pênase kirin. Rewşeke ku benda çareseriyê ye, bersiv digere, sînorên wê diyarin, ‘dikare bê derbas kirin’ û ‘dikare bê çareser kirinê’ îfade dike.
Ne xebitandina demjimêra (saet) we pirsgirêkek e. Qirêjiya hawirdorê û bêkarî yekoyek pirsgirêk in.
Kêşe (problematîk); ji peyva Latînî ‘problema’ pêkhatiye û ji peyva ‘probematique’ ya Fransî derbasî Tirkî bûye. Bitaybet jî têgeheke ku di zanistên civakî de tê bikaranîn. Çarçoveyek têgîniye ku gelek pirs û nîqaşan di nava xwe de dihewîne. Di vê derê de tenê pirsgirêkek nayê destgirtin, hê zêde jî pirsên ku wê meseleyê ve girêdayî û pêwendiyên ku bûne sedem ev pirsgirêk çêbibin, ango qadek pirsgirêkên ku meseleyê dorpêç dike mijara gotnê ye.
Mînak problema ekolojiyê, ferq û cudahiya di navbera ekolojî û hawirdorê de datîne holê, pêwendiyên ekolojî-mirov tehlîl dike û qadek analîzê ye ku pirsgirêka qirêjiya hawirdorê û pirsên jêr ên ku sedemên wê dihewîne ve pêktê.
Problem bûyîn; nîqaşa rewşa bûye pirsgirêk ya tiştekî yan jî çima bûye pirsgirêk, tê meşandin. Ji çareseriyê zêdetir rastkêşek felsefî ye ku pirsan dipirse. Mirov sewq dike ka tiştek çawa bûye pirsgirêk û teşwîqî hizirandina kokên wê dike.
Ekolojî ne tenê pirsgirêkek ku tenê xweza-hawirdorê eleqedar bike di heman demê de problemeke ku pêwendiyên xwe bi civak û ferd re jî heye. Ev rewşa pir alî wekî problema ekolojiyê tê nîqaş kirin. Ji bo ku ev her sê têgehên ku bi hevdu ve pir girêdayî hê baştir bê fahm kirin divê mirov serî li bikaranîna rojane ya wan bide. Em li îfadeya ‘meseleya jin’ a ku em hema her roj dibîhîzîn binêrîn. Di eslê xwe de meseleyek jinan tuneye ji ber ku jin ne pirsgirêkeke. Babeta ku wek pirsgirêka jin tê îfade kirin jî hinek caran tundiya zilam e, hinek caran pirsgirêkek mîna ne wekheviya zayendî ye.
Di wateya hatî destnîşan kirin de têgeha ku em jê re ‘pirsgirêka jin’ dibêjîn biserê xwe dernakeve. Mekanîzma û pêwendiyek dibe sedem ku ev mesele derbikeve holê. Ji bo ku em vê qada pirsgirêk di hundirê wê de şikl girtî tarîf bikîn, gotina ‘meseleya jin’ hê guncav hatiye dîtin. Hetanî ku mekanîzma û pêwendiyên aborî yên ku bûne sedema ne wekheviya zayendî neyên fahm kirin û hetanî ku çanda tundiya zilam diwelidîne neyê tehlîl kirin wê pirsgirêka jin neyê fahm kirin. Ev pirsgirêk parçeyek avanî, mekanîzmayek yanî parçeyek zîhniyetê ye.
Pirsgirêk bûyîn jî rasterast li ser rewşa bûyîna jin lêhûrbûyîn dike. Jintî biyolojîk e, yan jî avakirinek çandî ye? Çima pozîsyon, hebûna wê, bû pirsgirêk? Ji rewşa ku mirov sewqî pirskirina wan pirsên wekî wan dike û dide nîqaş kirin re pirsgirêk bûyîn dihat gotin.
Em dema ku dibêjîn pirsgirêka jin derbasî wê aliyê mekanîzmaya ku pirsgirêkê diafirîne dibîn û li ser kok û zirûfên derketina wê dibîn.
Eger em wan her sê têgehan ji aliyê babetên ku navendî kirî û perspektîfên çareseriyê ve muqayese bikîn jî; gelemperî bersivek, çareseriyek pirsgirêkê heye. Eger tu astengiyê rakî, kêmasiyê derbas bikî, zehmetiyan bêwate bikî wê pirsgirêk çareser bibe. Pirsgirêkbûyîn jî pir rehendiye. Ji çareseriyekê zêdetir giranî dide tehlîl kirinê. Çareseriya problemê tekoşînek pir alî mecbûr dike. Ji bo vê jî zanebûn û dibe ku guhertina paradîgmayî pêwîst bike. Pirsgirêk bûyîn jî çareseriyê navend nake, hewldana fahm kirinê îfade dike. Bi pirs kirina timî ya pirsan ve hewl dide xwezaya diyardeyê fahm bike û qadek nîqaşê vekirine.
Bikurtasî pirsgirêk têkane ye. Problem, avaniyeke ku ji pirsgirêkên ku bi hevdu ve girêdayî pêktê. Pirsgirêkbûyîn jî dihizire ka tiştek çima bûye pirsgirêk an jî çima bûye problem û nîqaş dike. Mînak bi pêşketina teknîkê ve xwe gihandina her agahiya aîdê me, dibe sedem ku nepeniyek me nemîne; ev pirsgirêkeke. Bikaranîna di qadên leşkerî de ya teknîka ku ji bo jiyana rojane hêsan bike hatî afirandin pirsgirêkeke. Pirsên teknîk baş e, xirabe, teknîk bê bikaranîn û neyê bikaranîn jî pirsgirêkbûyînê vedibêje. Hetanî ku problem neyê fahm kirin zemîna ku problem afirandî wê neyê fahm kirin. Ji bo çareser kirina probleman divê pirsgirêk bûyîn bê fahm kirin. Hetanî ku mirov nezane wê çawa nêzîkî diyardeyê bibe, ne pêkane ku çareserî biafirîne. Ji ber vê sedemê çareseriyek rast û berfireh jî nayê dîtin. Dema ku problem hat fahm kirin wê demê wê mekanîzma-avaniya ku bû sedema pirsgirêkbûyînê jî bi hêsanî bê çareser kirin. Diyardeyeke ku hewl dide di qada felsefî de çareseriya pirsgirêkê bê dîtin, bi pir alî ve problem bê lêkolîn kirin û pirsgirêk bûyîn jî bê analîz kirin.
Şêwazên bikaranîna wan têgehan
Em di destpêkê de vêya bêjîn ku dem dem têgehên pirsgirêk-problematîk û pirsgirêkbûyînê cihê hev tên bikaranîn. Bi têgehan ve hizirandin ji bo derbas kirina sînorên di fikr de, bidestxistina nêrîna wan, ji aliyê analîz kirin û fahm kirina bikûrahî ya mijarê ve jî girîng e. Eger di qada felsefî de û di akademiyê de ferqa navbera têgehan û sedemek jî nêzîkatiye ew qas hesas a ji cudahiyê re jî ev e. Lê em timî bi şêwazê akademîk ve naaxivîn û nivîs nanivîsînîn. Ji ber vê sedemê jî dibe ku em biawayek baldar li hurgiliyên biçûk jî mêze nekîn. Ji ber ku piranî kesên wan têgehan bikartînin pênase kirin û analîzên xwe wek hevdem vedibêjîn, lewma eger şaş jî bikarbînin ji ber ku destnîşan dikin ka çima û ji bo çi bikartînin, lewra naverokên wan tên fahm kirin. Ji bilî vê ji ber ku di wergeran de windahiya wateyê çêdibe, lewma weşanxane bikaranîna şêwazê orjînal a têgehê tercîh dikin. Derdorên akademîk jî ji bo ku wateya ku dixwazin tam bidin rewşên orjînal ên têgehan bikartînin.
Wek felsefî têgehên problematîk û pirsgirêkbûyîn, ne têgehên biçavkanî Tirkî ne. Ji ber vê sedemê dem dem rewşa ku tê xwestin tam nikare vebêje. Hinek nivîskar ji bo ku vêya derbas bikin têgehên problematîk û problematîka ku bûne rewşên têgehan ên orjînal bikartînin. Hinek ramanwerên mîna Foucault jî bi vê re qîma xwe neaniye û ji bo ku cudahiya di navbera wan de bide fahm kirin serî li têgehên cuda daye. Mînak Foucault têgeha ‘problematîzasyon’ tercîh dike.
Dema ku temamiya bikaranînên wekî vê li berçavan bê girtin, bêyî ku li pêyvan bê eliqandin bi baldarî li naveroka têgehan bê mêze kirin wê demê her çiqas têgeh cihê hev hatibin bikaranîn jî, wê tişta ku bixwaze vebêje bide fahm kirin. Em dikarîn li ber ronahiya pênaseyên ku me jor kirîn têkîldarî têgehên ku me behs kirî wan vebêjîn: Eger rewşek têkane vedibêje têgeha pirsgirêkê; eger tevlîheviya, avaniya pergalî ya rewşek ku ji pir pirsgirêkan pêktê vedibêje têgeha problem (li cihê vê di gelek gotarên akademîk de serî li têgeha problematîka hatiye dayîn); eger cewherê pirsgirêkekê, ne diyariya di xwezaya wê de ya ku bûye sedema pirsgirêkê yan jî nakokiya wê destnîşan dike, têgeha pirsgirêkbûyînê tê bikaranîn.
Di bikaranîna rojane de dem dem tê destnîşan kirin ku pirsgirêk qonaxa pêşî ya problemê ye û dem dem jî problem qonaxa pêşî ya pirsgirêkê ye. Ne pêkane ku di navbera wan têgehan de hiyerarşiyek rasterast bê ava kirin. Em dikarîn pêwendiya di navbera wan de wiha bînîn ziman; em ji rewşa avanî ya gelek pirsgirêkên ku pêwendiya wan bi hev re heyî re problem bêjîn. Em dikarîn ji zêdebûyîna pirsgirêkan re problem bêjîn. Dema ku ji pirsgirêkekê re pirsgirêkên nû hatin zêde kirin ev tê rewşa problematîkek avaniyê. Em dizanîn ku problem gelek pirsgirêkan di nava xwe de dihewîne, lê ne mecbûre ku her pirsgirêk bibe parçeyek problemê. Eger em pirsgirêkê wekî semptomekê bihizirîn em dikarîn ji problemê re nexweşî bêjîn. Lê hinek semptom di nexweşiyên cuda de jî tên dîtin. Em bêjîn di nexweşekê de semptoma bêhaliyê hatiye dîtin, lê em nikarîn rasterast bêjîn nexweşê tîroîtê ye. Belkî bigrîbê ketibe, belkî jî jehrî bûye! Ji ber vê sedemê jî her pirsgirêk rasterast îşaret bi problemekê nake.
Em dikarîn têkîldarî şîroveyên ku problem qonaxek pêşî ya pirsgirêkê ye yan jî rewşa hîna veneguheriye pirsgirêkê, van vebêjîn. Wekî ku me jor jî anî ziman problem rewşek hê kûr û berfireh îfade dike. Rewşek avanî-pergaliye ku gelek pirsgirêkan di nava xwe de dihewîne. Dema ku problemek hat ferq klrin avanî û pirsgirêkên bûne sedema wê tên lêkolîn kirin. Ji çareseriyek şênber zêdetir stratejiyek çareseriyê tê hizirandin. Ji pirsgirêkê hê cudatir aliyek mijara gotinê ye. Ji ber vê jî em teqez nikarîn bêjîn qonaxek pêşiye.
Problem di qada felsefî de nîqaşek e. Sedema sereke ya pirsgirêk û probleman, wesfek ku îşaret bikokê dike. Wê bersiva pirsên bişiklê “Çima pirsgirêkek jinê heye? Çawa vegeriyaye pirsgirêkê?” me dibe pirsgirêkbûyînê. Problem ne pirsgirêkeke. Qadek felsefî ye, taybetmendiyek ku hewl tê dayîn bê analîz kirin û fahm kirinê vedibêje. Eger problem neyên çareserkirin wê veguherandina problemê ya çima pirsgirêk derketine û çawa rewşek tevlîhev hildane neyê fahm kirin.
Dema ku em hewl didin pêwendiya di navbera wan têgehan de fahm bikîn, ava kirina hiyerarşiyek a di navbera wan de û lêgerîna pêwendiyek xeta ku hevdu dişopînin, wê me nebe encamên rast. Her çiqas pêwendiya bi hevdu re ya têgehan hebe jî qadên cuda û wesfên di rehendên cuda de îfade dikin. Pirsgirêk rewşek şênber, problem qad-rastekek avanî, problematîk jî ji bo ku wesfek felsefî îfade bike tê bikaranîn.
Bikaranînên xweser ên ramanweran
Nivîkarek dibêje ku 164 pênaseyên cuda yên têgeha ‘çandê’ hene. Thomas Kuhn pênaseya 27 têgehên cuda ya ‘paradîgmayê’ dike. Wekî ku di vê derê de jî tê fahm kirin hinek têgeh ji aliyê hinek nivîskar û ramangeran ve cuda tên pênase kirin û wateyên cuda li wan têgehan bardikin. Gelek ramanweran ji têgehên pirsgirêk-problemê jî pênaseyên xwe pêşxistine. Ji bilî vê tenê di pênaseyan de cudahiyek dernakeve yek jî wateyek taybet jî bardikin. Ji ber ku ev têgeh, avaniyek fikrî, mekanîzmayek lêpirsînê îfade dikin, lewra gelemperî şûna pênaseyekê, li gorî pêwendiyên wan destgirtine.
Di çavkaniya pêşdaçûyîna ku di felsefe û zanistê de tê jiyan kirin; ji çareser kirina pirsgirêkan zêdetir rast pirsîna pirsan heye. Ji bo vê jî divê em derkevîn derveyî ji ber kirinên fikrî yên berê, rêbazên me bikar dianîn. Dema ku Rêber Apo dibêje ‘Rêyên kevin derdikevin navnîşanên kevin’ mebesta Wî ev e. Wek esas felsefe rast pirs kirina pirsan e. Çarçoveyek me ya pirsên ku em kîjan pirsan pirs bikîn destnîşan dike. Babeta ku em çarçoveya pirsan dibêjîn li gel ku pir rehendiye û îşaret bi avaniyê dike, lewra gotina ev pirsgirêk jî pêkan e. Eger pirs rast bê pirs kirin, dîtina bersivên rast jî pêkan dibin.
Ger kîjan ramanwer di kîjan pêwendiyan de têgehên pirsigirêk û probleman bikaranîne bê mêze kirin, dibe ku zelalker be. Wek pêşî Gaston Bechelard di pirtûka xwe ya binavê ‘Ruhê Zanista Nû’ de têgeha pirsgirêkê destgirtiye. Dibêje ku bi pêşdaçûyîna zanistî re çarçoveyên pirsgirêkên nû hatine ava kirin. Bi gotinên kevin ve babetên ku em wek pirsgirêk digirîn dest jiber xwe ve nayên derbas kirin. Li gorî Bechelard ‘bi pirsgirêkên ku baş hatine ava kirin ve zêhna me dixebite, pêşketina zanistî bidestdixe. Pirsgirêk ne amade ne, em bixwe wan diafirînîn. Em hewl bidîn bi vî şiklî mînak bidîn; hetanî ku Galîleo ne got cîhan di derdora tavê de dizivire ev nedihat zanîn. Galîleo bi ava kirina problemekê ve gihiştiye vê encamê. Pêkhatina şev-roj, demsal, kurt û dirêj bûna rojan kir mesele. Ev ne babetên welê ne ku bixwe bên fahm kirin.
Yek jî nêzîkatiyên xweser a li ser têgeha problem jî Althusser pêşxistiye. Marx li dijî Althusser di beşa ferhengê ya pirtûka xwe de Althusser çawa têgeha problemê bikaraniye wiha vedibêje: “Peyvek an jî têgehek bi şêwazek tecrîd kirî bitena serê xwe nayê destgirtin; ew encax di nava çarçoveya têgînî yan jî bîrdozî de yanî di nava meseleya xwe de bê bikaranîn wê çêbibe. Eşkereye dîtina li ser kar a têgehek pêwendîdar a di pirtûka binavê Dîroka Dînatiyê de ya Foucault da, pêkane. Divê bê destnîşan kirin ku problem ne nêrînek cîhanî ye. Tışta ku bi xwendinek ampirîk û gelemperî ve ji yekparetiya wan metnan bê derxistin ew e ku ne cewherê ferdekê yan jî fikrê serdemekê ye; ev, qasî di nava problemê de li ser hebûna pirsgirêk û têgehan, ew qas jî li ser tunebûyîna wê navendî dibe; ji ber vê sedemê bi xwendinek diyarker ve encax bigihije modela xwendinê ya ku nexweşê analîstê Freudparêz anî ziman.”
Li gorî Althusser, ji bo ku metnek an jî ramangerê wê bê fahm kirin divê ne li bersivên ku wî/ê daye, bersiv ji kîjan pirsan re hatiye dayîn an jî nehatiye dayîn bê mêze kirin. Mijarên ku bersiva wan nedabe ji bo nîşandayîna pirsên ku ne pirsiye girîng e. Di heman demê de çarçoveyeke ku sînorên problema nivîskar jî diyar dike. Dibêje ku wek tam cudahiya di navbera Marxê Ciwan û Marxê Kapîtal nivîsandî de çarçoveya problematîk a ku wî bikaranî heye.
Jixwe di îqtîbasê de hatiye destnîşan kirin ku problem ne nêrînek cîhanî ye lê em dikarîn wek nêrînek ku em pirs dikîn û bersivên wan pirsan digerîn îfade bikîn. Ji ber ku çawa nêrîn dihêle ku em bibînîn, dibe sedem ku em nebînîn jî. Çarçoveya bersivên me diyar dike. Ji ber wê sedemê jî yên ku problema xwe diguherînin, ‘yên ku problematîkek baş dihonin’ dest bi hinek tiştên cuda jî dikin. Şoreşa Marx, bûye avakirina problematîkek nû ya ku pirsgirêka neyê xuya kirin radixîne liber çavan. (wekî bişiklê ku paradîgma guhertiye jî dikare bê xwendin) Her çiqas Foucault rasterast têgeha problemê bikar neyne jî têgehek pêwendîdar bikar aniye. Althusser diyar dike ku Foucault şagirtê wî ye, hinek formulên wî derbasî nivîsên wî bûne. Lê dibêje “Wateyên ku wî li formulên ji min deyn girtî barkirî jî, di pênûsa wî û fikrê wî de veguheriye wateyek ji ya min pir cudatir.” Wekî ku me jor jî anî ziman Foucault têgeha ‘pirsgirêk bûyîn (problematîzasyon)’ bikar aniye.
Li gorî Foucault tiştek bixwe nabe pirsgirêk, bi rêya hin pratîkên diyar, sazî û gotinan ve dibe pirsgirêk. Tenê ne di Dîroka Dînatiyê de, di hemû lêkolînên li ser zayendî, desthilatdarî, girtîgeh û gotinan kirî de datîne holê ku pratîkên di zirûfên dîroka diyar de wek suc ne dihatin hesibandin, şaş nedihatin dîtin çawa ji xwezaya wan hatine derxistin û çawa kirine problem. Em ê çi wek xwezayî û çi wekî pirsgirêk bibînîn; ji aliyê avaniyên zanist-desthilatdar ve tên diyar kirin. Ji ber vê sedemê ji lêkolîna çi pirsgirêkê zêdetir çima anîne rewşa problemê lêkolîn dike.
Pergal, xaneyên ku pirsgirêkan diafirînin wekî (timarxane, hepsxane û her wekî din) analîz dike. Ji pirsa ‘Dînatî çiye’ zêdetir, ew çawa di serdema Navîn de bûye gunehek olî, di sedsala 18’an de çawa bûye sucek exlaqî û bi dîtina wek bûyerek klînîk a bi tiba modern re çawa di pêvajoyên cuda yên dîrokî de kirine problem; eleqedar dibe.
Ev nêzîkatiya Foucault rehendek nû bi têgeha problem dide qezenç kirin. Êdî şûna pirsa ‘çi rasteqîne’ em dest bi pirsa di kîjan zirûfên dîrokî û civakî de ‘çi wek rastiyê tê ava kirin’ dipirsîn. Em çima dînatiyê wekî pirsgirêk dibînîn? Çi dihêle ku em wê wek pirsgirêk bibînîn? Ev cure pirs dibin wesîle ku em jî fikra xwe bixînin liber lêpirsînê. Bi vî awayî problem ne rêbazeke ku ji pirsgirêkê re bersiv digere, wek metodolojiyek ku sedemên pirsgirêkê analîz dike wate qezenç dike. Û rehendek nû bi fikrê rexneyî dide qezenç kirin.
Di felsefeya klasîk de di navenda fikrê de pirs heye. Hewl didin bi wan pirsan ve pirsgirêk bê fahm kirin û çareserî bê dîtin. Eger bersivên rast ji pirsên wekî ‘Dilpakî çiye’, ‘edalet çiye’ bên dayîn dihizirin ku wê bigihin heqîqetê. Dema ku digihije Hegel pênaseya pirsgirêkê jî cuda dibe. Li gorî wî li paş her tiştî dijberiyek diyalektîkî heye. Pirsgirêk jî teyîsandina derve ya vê dijberiyê ye. Pirsgirêka azadiyê, ji dijberiya di navbera azadiya ferd û nîzama civakî de derdikeve holê. Di navenda fikrê felsefî yê modern de ji pirsgirêkê zêdetir çi çawa bûye pirsgirêk heye. Ev, di felsefê de îşaret bi cudaxwaziya girîng jî dike. Dema ku felsefe bi pirsgirêkên ‘rastî-şênber’ ve mijûl dibe, êdî bi pirsgirêkên ku ‘hatin avakirin’ ve yanî bi problema ku biçavkaniya pirsgirêkan ve eleqedar dibe.
Nêzîkatiya sosyolojîk
Ramangerê ku ev nêrîn bi sosyolojiyê re lihev anî Marx e. Bêkarî, xizanî û babetên wekî wan wek pirsgirêkên ku biserê xwe derketîn nabîne. Bi destnîşan kirina pirsgirêk çavkaniyên xwe ji avaniyên civakî digirin ve mînaka derbas kirinê ya ji pirsgirêk ber bi problemê ve raber dike. Ya girîng fahm kirin û dahûrandina problemê ye. Hetanî ku pêwendiyên kapîtalîst (problem) tam neyên dahûrandin wê pirsgirêkên tên dîtin tam neyên fahm kirin wê negihijin çareseriyê jî.
Li gorî Marx di çavkaniya pirsgirêka civakî de (problem) avaniya aborî heye. Sermaye dixwaze timî mezin bibe. Li beramberî vê çavkanî jî bisînorin û hindik in. Her wiha çîna karkeran jî li gorî berjewendiyên xwe dij derdikeve. Ev antagonîzmayekê (nakokiya ne lihev kirinê) diafirîne. Ev tengezariya ku hêzên hilberîner û pêwendiyên hilberînê diafirîne çavkaniya pirsgirêka civakî ye. Ew hemû pirsgirêkên din wek teyîsandina vê problemê yan jî encamên wê derdikevin holê.
Di sosyolojiyê de bi têgeha problemê re fikrê rexneyî pêşketiye. Bandorek girîng a vê nêrînê ji nêzîkatiya diyarde ya ber bi sosyolojiya avanî ve çêbûye. Bûye sedem ku fikrê; pirsgirêkek civakî çavkaniya xwe tenê ji sedemekê nagire, berhemê tevnek pêwendiyên tevlîheve ku pevçûnên avaniya kûr, pergal û pêvajoya dîrokî hevdu bandor dike, pêşbikeve. Ji bo ku diyardeyek civakî bê fahm kirin şûna li ser pirsgirêk û çareseriya wê lêhûrbûyîn çêbike, nîşandaye ku pêwîste li ser zemîna ku ew pirsgirêk afirandî analîz bê kirin. Derketiye holê ku ji bo pirsgirêkek civakî bi sosyolojiya dîrokî re bê fahm kirin qasî zanîna wê avaniya ku pişt wê pirsgirêkê dixebite, pêwîste wê pêvajoya ku li ser bandor dike jî tevî analîzê bê kirin. Ji ber ku ya bûye civakî di heman demê de dîrokî ye û dîrok û civak yekparetiyek ku ji hev neyê cihê kirin îfade dikin. Hetanî ku problem di nava yekparetiya dîrokî û avaniyê de neyê fahm kirin sosyolojiyek rast nikare bê kirin. Ji ber vê sedemê têgeha ‘problemê’ tenê ne pirsgirêkê, dikare wek têgehek ku afirandina dîrokî, civakî û fikrî ya pirsgirêkê dixîne liber lêpirsînê bê dîtin.
Nêzîkatiya têgehê ya Rêber Apo
Her çiqas di navenda nivîsa me de têgeha pirsgirêkbûyîna ku di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de cih digire hebe jî, bifeydeye ku em li parêznameyên berê binêrin ka Rêber Apo têgeh çawa bikaraniye. Em ê di vê çarçoveyê de li parêznameyên ku di pêvajoya Îmraliyê de hatîn nivîsîn binêrîn.
Di parêznameya du bergeh a binavê “Ji Dewleta Rahîb a Sumer Ber bi Komara Gel a Demokratîk ve” de, têgeha problemê tenê di hevoka ‘Nîqaş hîna di navbera teolojiya ku ‘Xwedê heye, yan nîn e de’ û navbera materyalîzma înkarker çors a sosyolojiyê derbas dibe de, hatiye bikaranîn. Piştre di Parêznameya Mirovê/a Azad de jî hevoka “Pirsa ku di roja me de hê zêde tê pirskirin, ‘dergûşa şaristaniya Ewropa birastî jî Anatoliye yan jî Nîvgirava Yewnanane?’ veguheriye problemê”, derbas dibe. Wekî ku ji vê derê jî tê fahm kirin Rêber Apo têgeh bi wateya ferhengê ve bikaraniye û wateyek taybet barnekiriye.
Di Parêznameya Mirovê/a Azad û Parastina Gelekî de sê caran îfadeya problema Kurd derbas dibe. Di vê derê de jî destnişan kiriye ku meseleya Kurd gelek pirsgirêkan û taybetmendiya pirsgirêkek pir alî di nava xwe de dihewîne. Dîsa wateya wê ya ferhengê hatiye tercîh kirin. Îfadeya ku di parêznameya xwe ya bi navê Parastina Gelekî de bikaranî “Hinek diyardeyên bingehîn ên ku pêwîste di problema Rojhilata Navîn de bên pênase kirin hene. Diyardeyên etnîsîte, netew, welat, tundî, çîn, milkiyet, aborî û her wekî din ji pênaseya asta têgehî pir dûr in” li ser têgeha problemê, mînakek pir baş çêdike. Destnîşan kiriye ku problema Rojhilata Navîn, ji etnîsîteyê û hetanî aborî sîlsîleyek pirsgirêkên pir berfireh dihewîne. Em carekê jî di Parêznameya Mirovê/a Azad de rastî hevoka “Dema ku min xwe di civaka malbat û gund de dest bi nas kirinê kir, ez bi problema ku ‘ya rast çiye’ re rû bi rû ve hatim” tên. Di vê derê de jî têgeh bi wateya xwe ya felsefî ve hatiye bikaranîn.
Rêber Apo hetanî ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ a pênç bergehî, bêyî ku wateyek taybet bitêgeha problem û pirsgirêkbûyînê barbike, li gorî wateyên wan ên ferhengî û naverokên wan ên felsefî tevgeriyaye. Wekî ku tê zanîn di wan parêznameyan de esasên guhertina paradîgmayê diyar kiriye, bi ‘Parastina Gelekî’ re paradîgmaya civaka xwe dispêre ‘demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pênase kiriye. Rêbaza dîrokî, nêzîkatiya zanista civakî, perspektîf û dahûrandinên paradîgmayî di vê demê de pêşketine. Yanî pirsgirêkên dîrokî, sosyolojîk hatine pênase kirin, pêşniyarên çareseriyê hatine pêşkêş kirin. Ev tenê bi têgeh kirina problemê ve îfade nekiriye. Di bergeha yekemîn a parêznameyên pênç bergehî de di hevoka “Babeta ku em bi rejîma heqîqetê ve behs dikîn ew e ku em ê çawa herî baş xwe bigihînin wateya ‘jiyanê.’ Heqîqet û rastî’ ya ku fikrê mirov pir mijûl kirî çiye, xwe gihandina wê çawa çêdibe yan jî ji problema xwe negihandina wê re bersiv gerandin, ji bo her lekolîna cidî di destpêka babetên ku pêwîste bên çareser kirin de tê”; de jî tê dîtin ku li ser ‘Problema Heqîqetê’ disekine.
Dı bergehê din de jî bi gotina “Ev parêznameyên min jî, qasî ku pêdivî pê bibîne modernîteya kapîtalîst dike mesele û vê modernîteyê derbas dike, hem pergala siyasî ya demokratîkbûyînê hem jî armanç dike ku pêwendiya wê ya bi azadiyê re wekî alternatîfa çareseriyê bigihîne dewlemendiya wateyê” ve û bi gotina xwe ve modernîteya kapîtalîst kiriye mesele. Wekî ku wan di du mînakan de jî tê dîtin, têgeha problem û pirsgirêk bûyînê wekî mînakên ramanwerên ku me jor de dayî, wek rêbazek bingehîn a analîzê bikaraniye.
Rêber Apo di bergeha sêyemîn de binavkirina ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi vî şiklî îfade dike; ‘weşana bin vî navî ya beşek girîng a xebatên sosyolojîk; ên aliyê çareseriya pirsgirêkê û cudahiya jiyanê pêşdixîne, vekiriye ku wê biîsabet ba.” Êdî bi vê parêznameyê re eşkere têgeha pirsgirêkê bikartîne û nêzîkatiya sosyolojîk hatiye destnîşan kirin. Beşa 6’emîn a vê parêznameyê wek ‘Derketina Naverastê ya Problema Civakî’ hatiye diyar kirin, wek bin nav jî ‘Pirsgirêkên Civakî’ bi şiklek hurgilî ve hatine pênase kirin.
Ji vê kêliyê şûnve jî her çiqas wekî Bechelard têgeha ‘pirsgirêkê’ tercîh kiribe jî lê nêzîkatiya ku Althusser di têgeha ‘problemê’ de vegotî derketiye pêş. Bi tehlîl kirina kêliya ku pirsgirêk derketî holê û li ser zirûfan, problema ku civakbûyîna roja me îfade dike hatiye vegotin. Dîsa qadek problemê hatiye destnîşan kirin, çarçoveyek analîzê hatiye çêkirin û metodolojiyek xweser hatiye pêşxistin.
Di vê bergehê de bi gotina ‘Ez di ferqa fikareyên ku pirsgirêkan dabeş dike de me’ û bi vî awayî diyar dike ku hemû pirsgirêk parçeyên hevgirtinekê ne, di esasê de pirsgirêka civakê tenê hebeke, lê gulî û şax dane. Dîsa bi gotina ‘Pêwîste em tespît kirina meseleya civakî ya bingehîn biçûk nebînin’ ve îşaret pê kiriye ku pirsgirêk, ji ‘pirsgirêka bingehîn’ çêbûye. Ev jî îfadeyeke ku têgeha problemê dihewîne.
Her çiqas di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de têgeha ‘problemê’ wek sernav bikaranî be jî em bi pênc bergehên berê re rastî bikaranînek hevseng a bikaranîna di zanista modern û felsefeyê de ya têgehên ‘pirsgirêk’, ‘problem’ û ‘pirsgirêkbûyînê’ tên. Hem jî bikaranînek di girîngiya stratejîk de ya ku di navenda pergala fikrî de cih digire.
Cudahiya Rêber Apo
Ramanwerên ku me lêkolîn li ser wan kirîn çarçoveyek analîzî û metodolojiyê pêşkêş dikin. Rêber Apo jî bi navê wê ve îşaret bi problemê dike. Ramanwerên wekî Bechelard û Thomas jî wekî heyî bi rêbazek rexneyî û pêşniyarekê ve sînordar nakin, wekî ku di Althusser û Foucault de bi diyarkirina çarçoveyek analîzî ve keysa xwe naynin. Wekî Marx problemê datînin holê, lê ji Marx cudatir vêya wekî problemekê dixînin liber tehlîlê.
Marx, nakokiya çînî wek pirsgirêka civakî ya bingehîn di redûse kirina aboriyê de dibîne. Rêber Apo jî dibêje ku pirsgirêka bingehîn ew e civak ji civakbûyînê hatiye derxistin û wek çareserî jî dibêje ku pêwîste wesfa exlaqî-polîtîk a civakê ji nû ve bê zindî kirin. Bi vî awayî çarçoveya analîza Marksîst hê zêde hatiye berfireh kirin. Rêber Apo vêya di Manîfestoyê de wiha îfade dike; “Min gotibû ku problema civakê, piştî şaristaniyê bi dewletê re destpêkiri ye. Lê welê tê xuya kirin ku ne bi dewletê re; pir beriya wê, 30 hezar sal beriya niha pêşketiye.”
Ev jî destpêka problemê ber bi dîrokek kevin ve nabe, koka problemê rastî analîzek hê kûrtir tîne.
Ji aliyê Rêber Apo ve di navenda analîza şaristaniyê de pênaseya rast a problemê cih digire. Hetanî ku ev problem çareser nebe ne qelîştoka dîrokî, ne çatalbûyîna şaristaniyê, ne rola ku qatîlê qastîk ji dîrok û hetanî roja me dileyîze û ne jî derketina ji koletiya ku ev qatil bizorê pêktîne wê pêkan bibe. Hetanî ku ev problem neyê fahm kirin ne pêkane ku qatilê qastîk bê dahûrandin. Ji ber vê sosyolojî jî nikare bê kirin.
Babeta ku bi şiklê “Hetanî ku di teoriya ‘Hev Jiyana Azad’ de pêwendiyên di navbera jin û zilam de neyên fahm kirin, ti pirsgirêkên civakî ne biawayek têrker tên fahm kirin û ne jî tên çareser kirin. Di bingeha pirsgirêkên civakî de problema di navbera jin-zilam de heye” hatî îfade kirin, bi piştevaniyên sosyolojîk dîrokî ve tên kûr kirin. Tê destnîşan kirin ku destpêka problemê ne bi nakokiya çînî re di derdora civaka jin de pêşdikeve. Bi şêwazek bibandor tê gotin ku problema esas çavkaniya xwe ji şer û pevçûnên xwe dispêrin kevneperestiya hêmanên nêr û mê digirin. Bi van ve girêdayî hatiye diyar kirin ku problem, bi êrîşên komên qastîk ên serweriya mêr li ser civakbûyîna li derdora jin pêkanîn ve destpêkiriye. Ev problem bi qelîştokek dîrokî ve encam bûye.
Têgehên pirsgirêk, problem an jî pirsgirêkbûyîn çawa hatine pênase kirin, kîjan wate li wan hatine bar kirin, helbet girîng e. Lê ya esas Rêber Apo bi gotinek Budha ve bal dikişîna li ser mijara wek xencera di piştê de hatî çikandin. Metafora xançera piştê pirsgirêka herî bingehîn a benda çareseriyê îfade dike. Ji bo ku êrîşên li ser civakbûyîna jin a ku ji aliyê komên zilam ên qatilê qastîk ve hatin pêkanîn û di encama vê de qelîştoka dîrokî ya ku pêşketî îfade bike metafora xançerê hatiye bikaranîn. Hetanî ku ev xançer neyê fahm kirin û neyê derxistin, li ser pirsgirêkan axaftin tenê wê li ser pirsgirêkan yekî nû zêde bike, problemê kûr bike û wê li hember pirsgirêkê jî bê helwestbûyîn pêşbikeve.