TIFAQA DEMOKRATÎK A GELAN Û BAWERIYAN DÎNAMÎKA BINGEHÎN A KU PÊVAJOYÊ BER BI SERKEFTINÊ VE DIBE

Cîhan Eren

ekleyen Komînal

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Fahm kirina ji hemû aliyan ve ya pêvajoya ku bi “Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de kirî ve destpêkirî, ji bo pêşeroja wekhev û azad a gelan û baweriyan dibe mijarek jiyanî. Ji ber vê sedemê hevoka “fahm kirina ji hemû aliyan ve ya pêvajoyê”, divê ji bo ava kirinek li ser bingehê azad û demokratîk wekî bibîrxistinekê bê fahm kirin. Eger bê gotin ku bi fahm kirinê ve beşdariya pêvajoyê dibe pîvan û erkek demokratîk, wê şaş nebe. Ji ber ku ev, pêngavek pêşî û herî girîng a beşdariya pêvajoyê ya bi nasnameya kesayetê/a azad û civaka demokratîk e.

Sedemên ku bal li ser fahm kirina pêvajoyê tê kişandin hene. Hetanî ku vîzyona pêvajo ji bo Tirkiye, Kurdistan û herêma me danî holê û teoriya ku vê vîzyonê şênber dike û têgînên ku vê teoriyê formule dikin biawayek têrker neyên fahm kirin, wê helwest û pratîkek rast neyê raber kirin. Dîtina wek pergala rêveberiya civaka exlaqî-polîtîk a demokrasiyê, beşdariya wek kirde ya ji pêvajoyê re ya gel û baweriyan, jin û ciwanan bikurtasî hemû nasnameyên ku daxwaza wan a jiyana wekhev û azadiyê heyî, wê rê ji destpêkek nû re veke. Ji ber ku perspektîfên pêvajoyê yên ku Rêber Apo ji paradîgmaya civaka demokratîk, azadixwaziya jin û ekolojîk dawerandî û wekî bernameyek siyasî pêşkêş kirî, manîfestoya ava kirinê ya jiyana wekhev û azad e.

Her nasname, bûyer û diyardeyekê li gorî kodên xwe yên zîhnî û çandî digire dest. Lê  ji bo ku dest girtina adîlane ya ramangerek, rêberek stratejîk û polîtîk ê ku stratejiyekê datîne holê, vêya bi têgehên ku Wî bixwe wate barkirî ve vedibêje û di pratîka xwe de vêya nîşan dide çêbibe, pêwîste li gotina Wî bê mêze kirin û Wî bi vegotinên wî ve fahm bike. Ev, pêwîstiya helwestek exlaqiye jî. Bi qalibên fikrî yên ku bi pêşdaraziyan û hatin kod kirinê ve li cihê kesî gotin dibêje, li ser navê Wî û di ser de jî bêyî ku Wî bixwe fahm bike axaftin, ji her aliyê ve pirsgirêk e. Ne exlaqiye jî. Bêguman bila “rexne neyên kirin” nayê gotin. Rexne cudaye, nirxandina bêyî ku yê gotin dibêje, teorî pêşdixîne û li şûna ku ew bixwe bê fahm kirin, bê naskirin helwest nîşandayîn cuda ye. Mantiqê ku bêyî hewl bide yê li hemberî xwe fahm bike û bi gotina “te ev got, te xwest vêya bêjî” di Rojhilata navîn de pir bihêz e û ev, di Tirkiyeyê de bitaybet jî di navbera propagandîstên siyasî û xebatkarên bi dewletê ve girêdayî ferasetek serwer e.

Bi pêvajoya “ Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk” ve bitaybet jî di Tirkiyeyê de têgehên demokrasî, muzakereya demokratîk, diyalog, entegrasyona demokratîk, komara demokratîk hê zêde hatin bikaranîn. Eger ev têgehên ku dema tên bilêv kirin em ji wan re nebiyanî, bêyî ku ji cewherê wan bê qut kirin bi wateya wan bixwe ve bên bikaranîn, wê ev ji bo demokrasiya Tirkiye pir girîng be.

Eger em bêjîn bikaranîna zêde ya van têgehan bi stratejiya siyaseta demokratîk a ku Rêber Apo pêşxistî ve pêşketiye, wê demê zanîna wan têgehên ku Rêber Apo wate li wan barkirî dibe pêwîstiyek heqeniyetê. Dibe ku bê pirsin me çima pêşxistin û pêşdaçûyîna li ser bingehê berjewendiyên gelan û baweriyan a pêvajoyê bi fahm kirina rast û têrker a fikrên Rêber Apo ve girêda. Gelek sedemên vê hene. Pêdivi pê heye ku sermuzakerevan çi dihizire, çi dibêje û dixwaze çi bîne ziman, bê zanîn. Bisalanin li dijî Wî, bi konsepta şerê taybet ve rêkûpêk û biplan îftîra tên avêtin. Yên ku bi heqeratên herî giran ve êrîş dikin ne hindik in. Ev di Tirkiyeyê de wîcdan û fikra gelek mirovên ku ji her çînê, asta wan a zanîn û hişmendiyên cuda û hema ji her baweriyê qirêj kiriye. Qedexeya li ser fikrên Rêber Apo berdewam dikin.

Eger em bînîn bîra xwe ku serdestan pêxamber jî sucdar dikirin, îftîra diavêtin pêxamberan û wek mirovên nebaş nîşan didan; wê ev babet hê baştir bê fahm kirin. Sedemek din jî, ew e ku Rêber Apo xwediyê setek têgehane. Mînak bi entegrasyona demokratîk ve çi çawa pênase dike û bêyî ku bê zanîn ka çi wate li vê têgehê bar dike û bi hevdîtinên ku tên rêvebirin û pêngavên dixwaze bên avêtin ve çi armanç dike; wê neyê fahm kirin. Ji ber ku nayê fahm kirin lewra di serî de netewperest û mezhebperest tişta tê eqlê derdorên berjewendperest dibêjin û di civakê de pêşiya nediyarî vedikin. Yek jî eger Rêber Apo nekare bi şexsiyetên cuda re rasterast û bi rayagiştî re vekirî hevdîtinan pêkbîne, ev jî sedemek din e. Qedexeya li ser fikrên Rêber Apo berdewam dikin. Ji medyaya dijîtal bigirin û hetanî ragihandina kevneşop astengiyên li pêşiya xîtaba hê berfireh a fikrên Rêber Apo tevahî ji holê nehatine rakirin.

Komên baweriyê anîn rewşa ku neyên nas kirin

Beşdariya hem rast û hem jî wekî kirde ya ji pêvajoya civaka demokratîk ya Tirkiye û Kurdistanê re, ji bo beşên civakî yên ku nasnameyên xwe li ser ol û baweriyan pênase dikin, dibe erk û berpirsiyariyek dîrokî. Beşdariya ji pêvajoya ku “Bi Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk ve” destpêkirî ya baweriyên ku di Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de jiyan dikin ji bo veguherandina civaka demokratîk û komara demokratîk nebe nabe ye. Ev di heman demê de ji bo ava kirina fikrî û pergala neteweya demokratîk pêwîstiyek bê nîqaşe. Ji ber vê yekê mijara beşdarî û nebaşdariya ji pêvajoyê re ya bawerî û olan giştî xelet nebe jî nîqaşek pir kêm e. Nîqaşek rast û têrker û beşdarî bi çi şêwazê û bi kîjan şêwazê bibe blla bibe; nasnameyên ku bûne dewlemendiya civaka Tirkiye, wê dewlemendî beşdarî dewlemendiya welat bikin. Mînak hîna hinek nûnerên Elewiyan dikarin bêjin “em ne li dijî pêvajoyê ne û em piştevanî didîn.” Divê ne bigotina; “em piştevanî didîn, em ne li dijî pêvajoyê ne”, pêwîst ba bi gotina em ê çawa beşdarî pêvajoya ku înkara li ser baweriyan radike bibîn ve hatiba destpêkirin, wê biba nêzîkatiyek hê rastir û di cih de.

Daxwazên her yek baweriyên ku di nava sînorên fermî yên Tirkiyeyê de jiyan dikin cuda ne. Polîtîkaya komarê ya bi armanca yek kirina ol û baweriyên derveyî ol û mezhebên fermî eynî wekî di nasnameyên etnîk ên cuda de rê vekiriye ku her bawerî bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû bimînin.

Elewî hatine înkar kirin, ji ber ku rastî qirkirina baweriyê hatine pir ji rastiyên xwe hatine dûrxistin. Her çiqas hinek pêngav hatibin avêtin jî di rastiyê de hina baweriyek qedexe ye. Êzidî rastî zextan hatine, mecbûr hatine hiştin ku dest ji xakên xwe berdin. Xrîstiyanî fermî hatine qebûl kirin, lê hatine sirgûn kirin û yên mayîn jî rastî astengiyên rasterast û ne yekser hatine û her wekî din rastî zextên eşkere û veşartî hatine. Dema ku em Misilmanan, li ser mezheb û tarîqatan digirîn dest em bi pirsgirêkên hê cuda re rû bi  rû tên. Li gorî van baweriyan Hanefîtî nêvengek rehet jiyan kiriye, Şafîtiya ku Kurdan qebûl kirî jî hê zêde mecbûrî tawîz dayînê hatiye. Pêşiyê tarîqat hatine qedexe kirin, piştre bi dewlet û desthilatdariyan ve hatine girêdan, ji sedemên wan ên zayînê û ji bawerî û çanda ku temsîl dikin hatine dûrxistin, heta di cihek ku ji xwe re dijberî bikin de hatine vesaz kirin. Mînak li gel ku wek ocaxa exlaq û parve kirinê derketine rê, lê îro gelek ji wan vegeriyane wekî şîrketek kapîtalîst û heta di hinekan de pirsgirêkên exlaqî yên cidî tên jiyan kirin û ev dem dem diteyîse ragihandinê. Dewleta komara Tirkiye, sînorên xwe yên siyasî û hiqûqî li ser nasnameyên etnîkî û baweriyan bi dirûşmeya “yek milet, yek al, yek ol, yek ziman û yek dewlet” ve xêz kiriye. Ji bo ku rejîm bigihije hedefa xwe jî nasnameyên derveyî nasnameyên ku wek fermî hatin qebûl kirin înkar kiriye û ji bo berjewendiya dewletê bi siyaseta veguherandinê ve xistiye dorpêçê. Eger gotin di cih de be vê stratejiyê, komên baweriyê aniye rewşa ku neyên nas kirin.

Vê encamê pirsgirêkên cidî yên esas di nava hinek civatên baweriyê de afirandiye. Mînak dema ku em perdeya li ser şer û pevçûnên çep-rast ên di Tirkiyeyê de bi taybet jî beriya darbeyên leşkerî timî dihatin jiyan kirin radikîn, rastiya em bibînîn ew e ku tişta di eslê xwe de tê jiyan kirin ne tengaviyên di navbera çep-rast de ne, berevajî tengaviyên di navbera komên etnîkî û baweriyan de veguherandine pevçûnan. Ev rastiya dîrokî, di navbera nasnameyên etnîkî û olî de veguherandine siyaseta dijmin kirinê. Eger xwediyên nasnameyên baweriyê bêyî ku bikevin nava pêşdaraziyekê, di nava xwe de her cure pirsgirêkên ku ji bo berjewendiyên desthilatdariyê hatin afirandin çareser bikin, ev wê bibe pêşketinek herî girîng ên pêvajoya aştî û demokratîk. Ji ber vê yekê, pêvajoya veguherandina demokratîk a komarê, wê bi şiklek hê rehet û eşkere derfet bide ku nakokî û pirsgirêkên dewlet û desthilatdariyan ji bo berjewendiyên xwe di navbera komên baweriyan de çêkirîn bên dîtin. Bi vî awayî teqeze ku wê bawermend nêvengek siyasî û civakî ya ku pirsgirêkên xwe hê hêsantir çareser bikin bibînin. Çareser kirina di navbera xwe de ya van pirsgirêk û nakokiyan jî, wê bê wateya pêkhatinê ya xwîşk- biratî û baweriya demokratîk a ku hemû ol û bawerî ferz dikin. Şêwazê beşdariyek wiha ya ji pêvajoyê re jî wê bibe pêwîstiyek çanda baweriya demokratîk, kesayetê/a azad û civakparêziyekê. Jixwe komara demokratîk, di heman demê de tê wateya pergala siyasî ya zemînê xwîşk û biratiya nasnameyên cuda jiyan dikin, ava bike. Ev jî tê wateya ku veguherandina komara demokratîk herî zêde jî wê pêşiya azadiya baweriyan veke.                                                 

Bawerî li hember hevdu tên sor kirin  

Ji rewşên kuştin û dînatiyan jî diyar dibe ku di beşek a mezin a civaka Tırkiyeyê de tengaviyek sosyo-psîkolojîk a ku gihiştî astek xeteriyê tê jiyan kirin. Hema bêje di civakê de her kes xwe rast û mafdar, yê li hemberî xwe jî şaş û neheq dibîne. Tê zanîn zemînê ku rewşa tengav herî rehet diteqe, dibe rewşên ku cudahiyên nasnameyan wek hincet tên nîşandayîn. Ji ber ku di Tirkiyeyê de herî hindik sed salin nasnameyên baweriyan li hember hev tên sorkirin. Hebûna nasnameyên cuda, wekî xeteriyek herî mezin li dijî yekitî û yekparetiya netewe tê nas kirin. Înkar kirina qanûna îlahî ya “cudahiya ziman û rengên we ji ayetên min in, min ji bo ku hûn hev nas bikin wek nasnameyên cuda afirand” a xwedê, ji aliyê ola fermî ya ku Tirkitiya dewlet û Diyanet temsîliyeta wê dikin ve berdewam dike. Hîna milyonên ku dibêjin “Kurd tineye, em hemû Tirk în” hene. Ev, ji aliyê derûniyê ve xeteriyan çêdikin, wek kesayet belangaz in û li hemberî rastiyan jî cehalet ji wan dibare.

Di Tirkiyeyê de di navbera nasnameyan de pêşdaraz, guman û bê baweriyên pir kûr hatine afirandin. Dewlet û hikûmet, berpirsyarên vê encama pir xeter in. Li ser kûrahiya tengezarî û nakokiyan û dema ku biteqe wê çi bi xwe re bîne hesabê dikin û welê siyasetê dimeşînin. Ji ber ku dewlet û hikûmetan, di navbera civak û baweriyên Tirkiyeyê de, gelek xetên tehlûke yên rehend û kûrahiyên wan cuda afirandine. Her çiqas van xetên tahlûke rasterast li hemberî komên gel û baweriyên ku behsa mafên xwe dikin bikar neynin jî, lê di bin navê “hesasiyeta hinekan” de berjewendiyên xwe dixîne bin parastinê. Tişta ku hikûmet dibêjin hesasiyet, rewşek nexweş a ku wan afirandiye; lewra divê herî zêde jî di serî de civatên baweriyan ev lîstîk bê vala derxistin. Ango divê bizanîn sedema bê baweriyên di navbera wan de, hikûmet bixwe ne û araste kirina wan a ji polîtîkayên ku baweriyê di navbera wan de diafirîne jî, pêwîstiya cewherî ya çanda baweriyan e. Eger ev neyê serxistin, wê demê wê daxwazên demokratîk ên ku di bin navê hesasiyetên yekî din de neyên nas kirin an jî bên traş kirin. Ev rastî, di rastiya Tirkiyeya heyî de jî pirsgirêkek pir girîng e. Mînak di bin navê nakokiya Tirk-Kurdan de gotinek dijmintî dixîne navbera gelan, di bin navê nakokî û bêewlehiya Elewî-Sûnî de jî tê bilêv kirinê. Çawa ku dewlet û hikûmet, ji bo ku xwe bixîne dewsa hakemê ku pirsgirêkê çareser dike qad diafirîne, hinceta ku daxwazên civakê kêm bike jî diafirîne. Ev, hetanî niha bûye siyaseta ne guhere ya dewlet û desthilatdaran. Eger gel û bawerî vê rastiyê bibînin, wê pêşî çareseriya beşek girîng a pirsgirêkên li Tirkiye vekin.

Û wê demokratîkbûyîna rasteqîn jî, wek berhemê wan hewldanan dest bi jiyanê bike. Ya duyemîn, gel û baweriyên ku pirsgirêkên xwe bixwe çareser dikin, wê hem bibin kirdeyên veguherîner ên komara demokratîk û hem jî bibin xwediyên wê. Ji ber ku wê pergala komara demokratîk, zemîna ku berjewendiyên civakî yên nasnameyên cuda digihijin hev bihêz bike. Komara demokratîk, tenê ne dewlete û tenê ne pergaleke ku li her deverê û her tiştî destnîşan jî dike. Pêvajoya civaka demokratîk, ne pêvajoyek welê ye ku di derdora maf dayîna nasnameyên ku dewletê înkar kirî de pêşbikeve. Dibe pêvajoya naskirina nasnameyan, bi wateya rasteqîn ve pêvajoyeke ku her nasname mafên xwe bi awayek zanebûn û rêxistinî bikar tîne. Bi gotinek din ve, pêşiya fitne û fesadiyên ku dewlet û hikûmetan xistîn di navbera gel û baweriyan de digire û aştî, xwîşk-biratiya bi zanebûn û îradeyên xwe ya kesên ku hatin dijmin kirinê ne.

Rola di pêvajoyê de ya Elewiyan

Dema ku di Tirkiyeyê de behsa pirsgirêkên civatên baweriyê tên kirin, destpêkê Elewî tên eqlê mirov. Ev ne fikrek şaşe jî. Ji ber ku wekî Kurdan, civata destpêkê dihat înkar kirin û dixwestin tine bikin Elewî bûn. Înkar kirin û xistina bin zextan a Elewiyan, di Elewîtiyê de û wek xwezayî jî di civaka Elewî de pêşiya hin pirsgirêkên hundirîn vekiriye. Çawa ku pêvajoya civaka demokratîk, dawî li înkara Elewiyan tîne, wê derfet bide ku Elewî biawayek rehet û bêfikar bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî ve rû bi rû bên, bi nîqaş û diyalogê ve pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ev pêşketin di heman demê de wê rê veke ku Elewî di serî de Misilman, bi komên din ên baweriyan re rehet pêwendî girêbidin, xwe vebêjîn û bidin nas kirin.

Eger aliyek ji bo Elewî di pêvajoyê de rolek bibandor bileyîzin ji holê rakirina neheqiyên ku jiyan dikin ve girêdayî be, aliyê din jî bi çareseriya pirsgirêkên navxweyî ve girêdayî ye. Ji ber vê sedemê jî eger wek esas di pêvajoya civaka demokratîk de li ser mijara esas bê sekinandin, wê ev bibe hewldana rast a çareser kirina pirsgirêkên ku polîtîkayên înkar û zextan di Elewiyan de çêkirî. Ger ev pirsgirêk ji aliyê Elewiyan ve bê dîtin û bê derbas kirin wê ev bibe nêzîkatiyek herî rast. Ji ber ku bi vê nêzîkatiyê ve Elewitiyê mêze kirin ji her demê hê zêde pêwîste û wê beşdariya demokratîk a hê bihêz bi xwe re bîne. Eger pêvajoya civaka demokratîk ku di rojevê de cihê xwe diparêze bêyî ku rastî qezayekê bê biencam bibe, ev encax pêşiya nas kirina nasnameyên Elewiyan veke. Ev jî wê bibe pêngavek girîng.

Lê naskirin, nayê wateya çareseriya hemû pirsgirêkan. Çareser kirina bi zanebûn, îrade û rêxistiniya xwe ve ya pirsgirêkên ku her etnîk û bawerî jiyan dikin, li gorî pêdiviya civaka demokratîk û pergala demokratîk e. Dema ku demokrasî, derfet dide çareser kirina pirsgirêkên ku civat bi zext û înkarê ve rû bi rû mane, civaka demokratîk jî tê wateya ku civak pirsgirêkên xwe bixwe çareser bike û rê û rêbazên çareseriyê pêşbixîne. Belkî jî nîşaneya herî bibandor a demokrasî ne tenê pergaleke ku bi hilbijartinê ve bê sînordar kirin û hatina rewşa ku civat wek yekeyên civakî yên ku pirsgirêkan çareser dikin, dibin xwediyê gotin û biryarê; divê ev wek pêvajoyek ku xwe tevî kirin, pirsgirêkan çareser dike û pir rengiyê tevî dike bê fahm kirin û bibe pratîze kirina wê. Yek jî alîkariyên pozîtîf ê ku pêvajo bide civaka Tirkiye wê ev be. Beşdariyek li ser vê bingehê, wê bar û mijûl kirinên dewletê di rêjeyek girîng de sivik bike, wê pêwendiyek nû ya ku xwe dispêre rêz û hûrmetê di navbera dewlet û baweriyan de çêbike. Û wê her kes bi qezenç ji vêya derbikeve.

Asayîbûyîna Tirkiye, wê di astek girîng de bi derbas bûyîna pêşdarazî, tengezarî û bêbaweriyên ku di navbera baweriyan de hatin çêkirin ve pêkbên. Ev, ji me dixwaze ku em bi şêweyek adil berpirsên pirsgirêkên ku di vê qadê de tê jiyan kirin, pêwendiyên pirsgirêkan a bi polîtîkayên desthilatdariyê re û sedemên bê rêxistin hiştina civakê, raxînin berçavan. Dema ku me wek rêbaz ti beş şermezar nekir û bi gotina tu sedan sed neheqî ve mehkum nekir û me nîşandayîna pirsgirêkan serxist, em ê wê demê di rêjeyek girîng de zehmetiyan derbas bikîn. Divê girêdayî vê mijarê ve em binê vê rastiya bibandor jî xêz bikîn: ‘Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk’ tenê bi sekinandina şerê di navbera dewleta Tirkiye û Tevgera Azadiyê de û bi stratejiya siyaseta demokratîk ve çareser kirina meseleya Kurd ve sînordar nîn e. Qasî çareser kirina pirsgirêka Kurd, pêvajoyeke ku çareser kirina pirsgirêkên bawerî jiyan dikin digire navenda xwe. Mînak ev pêvajo, pêvajoya bidawî anîna înkara Elewiyane jî. Ji ber vê jî dema ku beşdariya ji pêvajoyê re ya baweriyan tê xwestin û hêvî kirin, ji wan re nayê gotin ku alîkarî û piştevanî bidin çareseriya pirsgirêkek derveyî xwe. Ji wan tê xwestin ku ew bixwe jî pirsgirêkên ku bi dewlet û hikûmetan re jiyan dikin çareser bikin. Ango ji bo piştevaniya Kurdan wê beşdarî pêvajoyê nebin. Ji wan tê xwestin û pêşniyar kirin ku beşdarî veguherandina demokratîk a ku bi her kesî/ê dide qezenç kirin bibin. Eger me di nava vegotinên xwe de bi israr gotibe ku bila ol û bawerî pirsgirêkên xwe yên navxweyî û pirsgirêkên ku dewlet û hikûmetan di navbera wan de çêkirî çareser bikin, ji bo vê armancê ye. Çareseriya pirsgirêkên ku em timî behs dikin jî dibe beşdariya bi şêwazê demokratîk û welatparêz.                        

Dewlet-netewe olperestî û netewperestiyê xwedî dike

Ji bo pirsgirêkên ku di qada baweriyê de tên jiyan kirin û mijara ku dewlet nasnameyên baweriyê dike pirsgirêk, hinek din bên fahm kirin, pêdivî pê heye ku hin pêşketinên girîng ên ku di sedsala dawî de li Tirkiyeyê hatin jiyan kirin bibîrbixîn. Ji bo vê jî bibirxîstina hinek guhertinên qanûnî û siyasî û encamên ku wan pêşî lê vekirî wê hêsanî bide fahm kirin.

Rejîma heyî ya ku wek Komara Kemalîst jî tê binavkirin, qasî çar sedsalin ji Misilmanan re xelîfetî kiriye û li ser mîrateya Împaratoriya Osmaniyan hatiye ava kirin. Ango kadroyên sazûmankar ên rejîma nû, burokrat, rewşenbîr û oldarên xelîfe bûn. Dema ku komarê berê xwe da polîtîkaya xwe dispêre yek etnîsîteyê li hember gelan, lê gava ku laîktî hilbijart jî vê carê li dijî ol û baweriyan, siyaseta xwe li gorî felsefeya pergala ku tercîh kirî diyar kir û qanûn derxist. Tevnên pêwendiyan honand.

Kadroyên sazumankar, îdîa kirin ku wan komar wek pergalek laîk avakirine. Serokatiya Karên Diyanetê di sala 1924’an de dema ku xelîfetî hatî rakirin ava kirin. Di 1925’an de Dergah û Zawiye hatin girtin. Di 1937’an de di makeqanûna laîk de hat nivîsandin û bi vî awayî Serokatiya Karên Diyanetê, bû wek saziyek ku li ser navê dewletê karên olî rêvedibe û deh hezar kesên ku ji dewletê re dia dikin vesazî bike. Dewlet, di Tirkiyeya ku piraniya wan Misilman de Îslama Sunî û mezhebê Hanefetiyê wekî olê fermî qebûl kir. Baweriyên ku derveyî vê man jî derveyî fermiyetê man. Lê polîtîkaya Îslama Sunî ya dewletê, di rêjeya girîng de bi feraseta olî ya ku ji Osmaniyan re girtî nakokî jiyan dikir. Vêya pêşiya tengaviyên cidî yên di navbera gelên Misilman û komarê de vekir. Dewletê xwest, vê tengezariya ku ji şêwaz û çanda jiyanê ya Îslama Sunî ya ji Osmaniyan tê, bi xebatên Serokatiya Karên Diyanetê û polîtîkayên wê ve derbas bike. Vêya rê vekir ku di nava gel de li beramberî dewlet û rejîmê bêbawerî çêbike. Di nava gel de şûna Serokatiya Karên Diyanetê dîtina wek saziyên olî ya tarîqatan zêde bû. Polîtîkaya ol û baweriyê ya komarê wek laîktî hatiye pênase kirin. Laîktiya di Tirkiyeyê de, dikare bi şiklê dewlet her tişta ku dixwaze pêktîne û baweriya bawermendan di çarçoveya ku dewlet dixwaze de bê formule kirin. Ev, hilbijartina ol a dewletê ji xwe re ye. Hilbijartina ol a dewletê, tê wateya ku xwe dixîne şûna kesayet û civakê. Halbukî dewlet, rêxistineke ku saziyên nûnertiya komên berjewend dikin, di nava xwe de dihewîne. Olê dewletê nabe, encax siyaset û hiqûqa wî ya ku pêwendiyên wî bi civakê re serarast dike hene. Eger ev siyaset û hiqûq ji hemû ol û baweriyan re heman nêzîkatiyê raber bike, wê demê wê bibe dewletek ku nirxên demokratîk qebûl dike. Hîna dewleta Komara Tirkiye, ev jî sernexistiye. Dema ku dewleta ji nirxên demokratîk re girtî, bi polîtîkaya xwe ya laîktiyê ve ji welatiyên xwe dixwaze ku xwe ji hişkebaweriyê biparêzin, xwe veguherand putek ku pêwîste bawerî pê bînin. Di nava sînorên dewlet netewe de laîktiya ku pratîze bûyî, bi polîtîkaya ol û netewperestiyê xwedî dike û netewperestiyê bike olê nû ve encam bûye. Di Tirkiyeyê de polîtîkaya ku di bin navê laîktiyê de tê meşandin, tenê ne li ser Misilmanan, belkî hê zêde li ser Elewiyan hatiye pratîze kirin. Mînak, dewletê navberek ku bigihije înkarê xistiye di nava xwe û Elewîtiyê de. Li gel ku Elewîtî û Bektaşîtiyê înkar dike, lê wekî laîktî temînata baweriya Elewîtî û Bektaşiyê be, propaganda dike.

Hewl didin bi Misilmanan bidin bawer kirin ku laîktî polîtîkayekê ku civata Elewî-Bektaşî bizanebûn û bixwestek aniye. Bi vî awayî laîktî, nabe laîktiyek ku di navbera dewlet û baweriyan de pêwendiyek demokratîk ava dike, berevajî veguherandine rêgezek ku tengezarî û bêbaweriyê dixîne navbera baweriyan, cih cih digihîne şer û pevçûnan û dike dijminê hev. Bi pêvajoyê re di Misilmanan de têgihiştinek Elewîtiyê, di Elewiyan de jî li dijî Misilmanan têgihiştinek cuda û di navbera wan de pêşdarazî bibeden kiriye. Tenê yek rewşên negatîf jî rasterast ji aliyê bawermandan ve nehatiye pêşxistin. Di rêjeya girîng de çavkaniya xwe ji rewşek çêkirî ya polîtîkaya laîktî ya dewletê digire. Eynî wekî hinek xurafeyên ku ji bo civakê rêvebibin di dema Osmaniyan de bi spartina olî ve dihatin ava kirin, komar jî di serî de qanûnên cezaî û medenî hemû zanînên olî yên ku ji çêkirina qanûnan re dikirin çavkanî wekî paşverûtî û dema wan derbas bûyî dibîne û ji ber vê jî xwestiye ku vê pirsgirêkê bi laîktiyê ve çareser bike. Laîktî jî, wekî temînata ku wê dewlet  heman nêzîkatiyê raberî hemû ol û baweriyan bike, daye nas kirin. Lê tu demê ev pêk neaniye, tenê wek îdîayekê maye. Dem dem ji polîtîkayek ku Elewiyan ji nedîtî ve tê û di dîrokê de cara ewilî Elewîtî tê înkar kirin re kiriye zemîn. Yek jî propagandayên herî bibandor a ku ji bo vê polîtîkayê bi Elewiyan bidin bawer kirin jî ew e ku timî gotiye komarê ji Osmaniyan baştir siyasetek olî pêkaniye û bi vê re, Elewî ji zextên şerîatê rizgar kiriye.

Hewldaye hinek êrîş û qetlîamên ku di dema Osmaniyan pêkhatîn timî bibîrbixe û ji vê îdiaya xwe re bike zemîn. Lê halbukî wekî ku di dema komarê de qasî hinek dinivîsînin êrîşên li ser Elewiyan ên Osmaniyan, nikarin bispêrin sedemên olî. Ji ber ku Osmanî, ji bo serweriya împaratoriyê li dijî hemû ol û mezheban û belkî jî herî zêde jî li hember Misilmanên Sunî tundî bikaraniye. Di dema komarê de armanca esas a anîna timî ya ser ziman a êrîş û qetlîamên Osmaniyan ew e ku dixwazin di serî de qetlîama Elewiyên Rêya Heq a Kurd a Dersîmê li ser hemû qetlîamên Elewiyan bigirin, balê bikişînin li ser trajediyên ku sedan sal beriya niha pêkhatîn û sucên di dîroka nêzîk de pêkhatin bidîn ji bîr kirin. Duyemîn belkî armanca herî girîng jî ew e ku fitne bixînin navbera Elewiyên Rêya Heq ên Kurd û Kurdên Sunî. Bitaybet jî di nava Elewiyên Kurd de anîna biisrar a ser ziman a îdîaya “Nakokiyên Elewî û Şafiyan” a devên fermî; di wateya dîrokî û civakî de tu îspata wan tineye. Ev polîtîka wek argumanek cuda ji bo parçe kirina Kurdan a li ser baweriyan hatiye pêşxistin.

Elewî ji aliyê CHP’ê ve, dîndar jî ji aliyê AKP’ê ve kirin amûr

Rexneya ji laîktiyê re ya Misilmanan û wek alternatîf baş behskirina dema Osmaniyan, nava hinek Elewiyên girêdayî bîrdoziya fermî ve jî wekî paşda anîna Osmaniya paşverû û qetlîamker hatiye ziman. Di nava derdorên Misilman de jî hinek kes û komên girêdayî dewletê Elewî û Şia wekî aligirên Îranê propaganda kirine û li ser çepgirtiyê xeterî nîşandane û li ser nirxên wekhevparêz û civakparêz ve jî hewldane reş bikin. Di nava her du baweriyan de jî beşek ne hindik, hatine lîstika dijberkirin-dijminkirinê ya polîtîkayên xweparastinê ya rejîmê û domandina desthilatdariyên hikûmetan. Dema ku Tirkiye herî dawî derbasî pêvajoya pir partiyî ya pergala siyasî bû şûnve, nakokî û pirsgirêkên ku em behs dikîn hê zêde bûne, di hinek bajar û bajarokan de taxên jiyan kirina zêde ya mirovên aîdê heman mezheb û baweriyan derketine holê. Bitaybet jî hewl hatiye dayîn ku bi polîtîkayên CHP’ê ve Elewî ji pergalê re bên angaje kirin, lê di fermiyeta dewletê de cih nedane wan û ji aliyê qanûnî ve jî nehatine naskirin. Misilmanan jî kevneşopiya siyasî ya ku olî bikartîne û îro temsiliyeta wê AKP dike rizgarker hesibandiye. CHP Elewî, rêûresma siyasî ya ku AKP xwe dispêre jî, derdora civakî ya dîndar û çanda olî pejirandî ji bo armancên xwe yên siyasî îstîsmar kiriye. Tengaviyên di navbera du xetên siyasî de, nakokî û dijberiyên ku dem dem veguherî şer û pevçûnan, rasterast belavî civakê bûye. Herî dawî jî bi desthilatdariya AKP’ê re civak bûye du beş. Beşek girîng a Elewiyan, bi polîtîkayên CHP’ê re ji Elewîtiyê pir dûr ketine, modernîteya kapîtalîst wek pêşverû û ketine şaşitiya ku jiyan û çanda kapîtalîst nêzîkî Elewîtiyê bibînin. Beşek civaka Misilmanên oldar hetanî 1980’an hê zêde derveyî pergalê mane, hewldane li gorî rêûresmên xwe jiyan bikin û di rêjeyek girîng de civaka xwe parastine, lê bi AKP’ê re ketina nava şaşîtiya ku wekî bûne desthilatdar û bi pergalê re bûne yek. Ev beş bi AKP’ê re rastî texrîbatek çandî ya pir cidî hatine û ji nirxên xwe yên exlaqî civakî dûr ketine. Di encamê de di Tirkiyeyê de pergala pir partiyî; ol û bawerî bi pirsgirêkên pir cidî re rû bi rû hiştine. Di pêvajoya civaka demokratîk de, derfetên dest avêtina pirsgirêk û problemên ku veguherîne xitimandinê derketine. Beşdariya ji pêvajoyê re ya baweriyan, wê çareseriya wan cure pirsgirêkan jî bi xwe re bîne. Di vê pêvajoyê de bêyî ku bikeve pêşdaraziya di navbera baweriyan de qebûl kirina hev pêwîste.

Rejîmê, bitaybet jî di deh salên destpêkê de bi bîrdoziya pozîtîvîst a çors ve ol û bawerî bi şêwazek pir plankirî û rêkûpêk ve reş kiriye, dijî hev derxistiye û pêwendiyên exlaqî yên civakê pir sist kiriye. Di Tirkiyeyê de naskirina wek xirab û xeter a Elewiyan û bi têgihiştin û zîhniyetek wiha ve rû bi rû mayîna wan, înkar kirina baweriya Elewiyan a ji aliyê dewletê ve û îqna kirina ji vê ya beşek pir girîng a civakê tesîr kiriye. Bi nêzîkatiyek giştî ve paşverû, hov û ne pêwîst dîtina çanda Îslamî, bandorek neyînî li nirxên Îslama çandî û Îslama Demokratîk jî kiriye. Bêyî ku ev û encamên bipirsgirêk ên ku dişibin vê bên paşxistin, ya ku pêwîste di navbera ol û baweriyên cuda de pêkbê pêdiviya xwîşk û biratiyê ye.

Di qonaxa ku hatî de ya pêwîst, bêyî ku dîrokên baweriyan bê jibîr kirin bi rastiya roja me ve nêzîk bibe û cihê di jiyana civakî de ya baweriyê rast fahm bike. Ya duyemîn jî ji nirxên ku temsîl dikin hêz bigire û derfet bide da ku bikarin berpirsiyariyên xwe di çareser kirina pirsgirêkan de bicih bînin. Ev, di destpêkê de dibe erkek bawermendan û entelektuelên ku di vê qadê de dixebitin.

Di nava sînorên zîhnî ya ku polîtîkayên fermî û bîrdoziya fermî ya dewletê afirandî de nêzîkî hev bûn, bikar anîna argumanên ku dema dewlet baweriyan ji civakan re vedibêje, wê bê wateya domandinê ya pêşdaraz û bêbaweriyên beramber ên ku hatin afirandin. Bi zanebûna ku di normal kirina civaka Tirkiyeyê de rolên jiyanî yên rol û baweriyan heye ve pêwîste zimanek negatîf têkîldarî vê qadê neyê bikaranîn. Ev helwesteke ku pêvajo vêya ji me dixwaze. Vekiriye ku komar pir hindik rastiya baweriyên Anatolî û Mezopotamyayê dibîne. Ev polîtîkaya şaş û rûxar, ji rastiyên dîrokî qut, pêşiya pirsgirêkên ku ji navê dernekeve vekiriye. Ev rastiyeke ku bi pêvajoya çareser kirina bisiyaseta demokratîk re ya meseleya Kurd ve pir zelal hatiye dîtin. Êdî divê em bejîn em dikarîn bi zimanek hê aram û pozîtîf ve pirsgirêkên xwe çareser bikîn. Deskeftiyên herî mezin a ji baweriyan re ya pêvajoya ava kirinê ya civaka demokratîk ew e ku bêyî bikeve pêşdaraziyan û niyeta xirab, şansê nîqaş kirina di nava xwe de û çareseriya meseleyan dide. Ji ber ku zimanê pozîtîf ê pêvajoyê, nêzîkatiya erêniyan derdixîne pêş esas digire, lewra nêveng amade dike ku ol û baweriyên cuda bi hev re helwest nîşan bidin û bên kêleka hev. Pêvajoyê rê vekiriye ku dewlet û hikûmet jî xwe li berçavan derbas bike. Her çiqas hêdî be jî tê dîtin ji vê hêlê ve hinek pêşketin tên jiyan kirin.

Fahm kirina dînamîkên bingehîn ên pêvajoyê                                                         

Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” pêvajoyek welê ye ku bi serarast kirinên dewletê yên hiqûqî bi naverok demokratîk ve û eynî wekî Kurdan bi ava kirina avanî û yekeyên komînal demokratîk ve wê komên baweriyan, îradeyên xwe yên civakî û siyasî danin holê. Me destnîşan kiribû ku hedefa teqez a vê pêvajoyê veguherandina komara demokratîk e. Wê komara demokratîk, bi danîna holê ya bi şêwazê rêxistinkirî ya daxwazên demokratîk a gelan û baweriyan ve pêkbê. Ji ber vê sedemê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, dibe pêvajoya ku gel û komên baweriyan, kedkar, jin û ciwan tekoşîna xwe ya civaka demokratîk ji hemû deman hê bihêztir pêşbixînin. Rêya çawanîbûyîna demokratîk a serarast kirinên hiqûqî; ji daxwaz kirina bi tekoşîna rêxistin kirî ve ya mafên kom û avaniyên civakî yên ku mafên wan hatin xesp kirin re derbas dibe. Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, ne pêvajoyek welê ye ku dewlet tiştekî bide yan jî tiştekî qebûl bike. Pêvajoya rêxistin kirinê ya jiyana komînal demokratîk a ku gel û bawerî dixwazin û pratîze kirina li ser bingehê demokratîk a bixwe ye. Eger bêyî ku tekoşîn bê dayîn li benda derketina qanûnan bê sekinandin wê ev nebe helwestek demokratîk; Ji însafa dewlet û hikûmetan re hiştina maf û daxwazan jî, tê wateya ku pergala nirxên komînal ên ku bawerî temsîliyeta wan dikin radestî bijarteyên desthilatdar bên kirin.

Ji ber vê yekê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” pêvajoya mezin kirinê ya tekoşîna demokratîk e. Ji 27’ê Sibata 2025’an û hetanî niha di rojeva gelên Tirkiye û Kurdistanê de pêvajoya tekoşînek demokratîk a ku bi hemû kêmasiyên xwe ve, ne diyarî û di tempoyek giran de pêşdikeve û herî hindik jî cihê xwe yê di rojevê de diparêze heye. Ji heyamên tekoşîna berê cudatir taybetmendiyên cuda yên pêvajoya tekoşînê mijara gotinê ne. Bêyî ku ev taybetmendî bên fahm kirin beşdariya ji pêvajoyê re, maf bidestxistin û xistina bin temînatê ya hebûnê zehmet dibe. Ji ber vê yekê eger hemû gel û komên baweriyê dixwazin Tirkiye demokratîk bibe û ger di guhertina xeta komara demokratîk a pergalê de feyde dibîne, nexwe mecbûre ku li gorî taybetmendiyên ev pêvajo dihewîne tekoşîna feraset, helwest, sekn bide.

Taybetmendiya herî girîng a vê pêvajoyê, bi tekoşîna demokrasiya rêxistin kirî ve çarçoveya mafên demokratîk tên destnîşan kirin. Diyalektîka “Çiqas tekoşîna demokrasiya birêxistinî, ew qas hiqûqa demokratîk û mafên siyasî”, bitaybet jî ev ji bo vê pêvajoyê rastiyek derbasdar e. Ya duyemîn, deskeftî bi demokrasiyê re tekoşîna hevpar a hemû derdoran mecbûrî dike. Nexwe ev rastî me mecbûr dike ku em birêxistiniyek pir kûr û berfireh ve ji hemû deman zêdetir mafên xwe pratîze bikîn. Hetanî ku em bi vê zanebûnê ve nêzîkî pêvajoyê nebîn wê erk bi serkeftî neyên bicih anîn. Divê bê destnîşan kirin ku taybetmendiyên di vê demê de yên rêxistiniyên demokratîk berfireh, pir rehend û hevkariyan bingeh digirin jî; komînal, xwediyê cewher û şêwazek civakparêzin. Rêxistinek ne komînal be daxwaza wê jî ne demokratîk e. Rêxistiniyek ne komînal demokratîk be, adil  jî nîn e. Wê li dijî neheqiyê nekare mafê mazluman biparêze. Wê nekare ji zilmê dûr bisekine û nêzîkî maf û wekheviyê bibe. Bibîrxistina wan rêgezên bingehîn ên ku di dîroka mirovahiyê de cara destpêkê ji aliyê ol û baweriyan ve wek fikrên rêkûpêk pêşkêşî civakê hatin kirin jî, di cihê xwe de ye. Ji ber vê yekê divê bê destnîşan kirin ku civaka komînal demokratîk, di rêjeya girîng de ew jiyana ku ol û baweriyan pêşkêşî mirovahiyê kiribû, niha ev tê rojane kirin. Rêxistiniya komînal demokratîk, rêxistiniya xwîşk û biratiya rasteqîn e. Bi têgeha Elewîtiyê ve rêxistinên komînal demokratîk, bi wateya rast û tam ve rêxistinên xwedî derketinê ne. Li gorî lîteratura Îslamî xwîşk-biratiya Muhacîr-Ensar in. Taybetmendiyên rêxistiniyên demê, dişibe jiyana civata Eshab-i kîram a di rêûresma Îslamiyetê de, di Elewiyan de jî di xizmetên Ayîn-Cem de heman şibandin hene. Li gorî vê bawerî û gotinê berfireh kirina tevnên piştevaniya civakî, dibe rêbazê têkane ya ku ol û bawerî di roja me de bi cewherên xwe ve bigihijin hev. Pêvajo, ew pêvajoye ku wê Elewî cewherên xwe yên civakparêz demokratîk hê bihêz jiyan bikin û bibin Elewiyên ku vê pêktînin; wê Êzidî û gelên Xristiyanên ku koç kirîn vegerin ser xakên xwe û wê Misilman jî, civaka di derdora Hz. Pexamber de li Medîneyê pêkhatî wekî Îslama rast û demokratîk qebûl bike û nirxên xwe rojane bike. Ol û bawerî xwediyê potansiyelekê ne ku bi cewherên xwe yên rasteqîn ve dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û di navbera xwe de exlaq û hiqûqa xwîşk-biratiyê pêşbixînin û wekî ku di pirtûkên pîroz de hatin gotin xakên me yên qedîm vegerînin bihûştê. Dema ku bi vê baweriyê ve beşdarî ji pêvajoyê re hat çêkirin, eynî wekî ku di Tufana Nuh de hatî jiyan kirin, dikarîn di welatê me de jiyana wekhev û azad a ku bi nirxên exlaqî ve hatî gurçûpêç kirin ava bikin. Em dikarîn bi hêz û îradeya ku vêya bi me de qezenç kirin ve, vê jiyana pîroz belavî hemû Rojhilata navîn bikîn. Em bi vî awayî wek oldar û bawermendên demokratîk dikarîn ji hemû pirsgirêkên ku bûne kangren re pêşengtî bikîn û alîkariya xwe pêşkêş bikîn.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00