Me wek Tevgera Azadiya Kurd di wextek nêzîk de biavêtina pêngavên radîkal ve xwest pêngav bi dewleta Tirk bidîn avêtin û teşwîq bikîn. Dema ku em li bendê bûn dewleta Tirk li hemberî wan pêngavan xwe berpirsyar bibîne û pêngav biavêje, berevajî bi nêzîkatî û daxwazên nû ve nêzîkî pêvajoyê bû. Vêya jî tengaviyek çêkir. Êdî di cîhan û Tirkiyeyê de jî her kes dizane ku Tevgera Azadiya Kurd, pêngavên ku neyên dîtin di wan cure pirsgirêkan de avêtiye. Bi gotina ji rêzê êdî top di aliyê Tirkiyeyê de ye. Wê pêşeroja pêvajoyê pêngavên ku Tirkiye biavêje destnîşan bike.
Xwepêşandanên ku pêşengtiya wan ciwan dikin Ewropayê dihejînin. Welê ku ji bo ku çalakî mezin nebin qedexeyên derketina kolanan datînin. Eger di Ewropaya ku tê gotin azadiya fikr û xwe rêxistin kirinê heye de qedexeya derketina kolanan tê dayîn, wê demê ast û bandora wan çalakiyan datîne holê.
Di serî de Fransa sedemên wan çalakiyên ku Ewropayê de pêşdikevin tên nîqaş kirin. Niha rojeva Ewropayê ev e. Ev wextek dirêje ku cihê di siyaseta cîhanê de, ya Ewropayê jî tê nîqaş kirin. Rewşa siyasî ya cîhanê jî her roj rehendên nû qezenç dike. Şerê Cîhanê yê 3’emîn ê ku binavend Rojhilata Navîn berdewam dike. Di Rojhilata Navîn de rewşa leşkerî û siyasî jî nîşan dide ku wê ev şer hetanî wextek din jî biajo.
Tiştên di Ewropaya ku kapîtalîzm derketî ser dika dîrokê de tên jiyan kirin, nîşan dide ku di qonaxa ku kapîtalîzma kûrewî gihiştiyê de qeyran kûr dibe û wê hê zêde jî kûr bibe. Kapîtalîzm, hîna destpêkê bûye şêwazek jiyan û hilberîna dijî civakê. Hetanî ku kapîtalîzm civakê belav neke nikare xwe biafirîne û jiyana xwe bidomîne. Modernîteya kapîtalîst di sedsalên beriya niha de jî bi belav kirina civakê ve hebûna xwe didomand.
Lê ev êrîşa li ser civakê ya ku bi sedsala 21’an re destpêkirî, mirovahî anî nuqteya xilas bûnê. Bi destpêkirina serdema eqlê çêkirî re her kes dibêje ku mirovahî bi xeteriyek mezin re rû bi rû ye. Eger şîrketên xwediyê eqlê çêkirî jî vêya dibêjin wê demê rewş cidî ye. Serokê Emerîkayê yê dema beriya niha gotibû ku pêwîste ji wan teknolojiyên nû yên pêşdikevin re sînorek bê danîn. Herî dawî Sekretê Giştî yê Neteweyê Yekbûyî jî, anî ziman ku divê eqlê çêkirî nexînin nava şer û bi vî awayî aliyê xeteriyê jî vegot.
Li gel hilberîna zêde jî rêjeya dahatuya kûr dibe
Pêwendiya tiştên ku di Ewropayê de tên jiyan kirin bi modernîteya kapîtalîst a ku civakê belav dike û teknîkê pêşdixe re heye. Pêşketina teknîkî her dem di amûrên hilberînê de jî pêşketin bidestxistiye. Berhem zêde bûye. Îro jî di cîhanê de di daneyên aborî de mezinbûyînek heye. Dane, nîşan nadin ku di aboriyê de tengaviyek heye. Lê li gel ku di cîhanê de daneyên aboriyê pêşdikevin, be edaletiya aborî ya di navbera welatan de mezin dibe.
Dîsa bişêwazek dişibe vê ve di her welatî de bê edaletiya aborî ya di navbera xizan û dewlemendan de mezin dibe. Ev ferq timî di zirûfên hilberîna kapîtalîst de çêbûye.
Lê gava ku di roja me de beşek mezin a dahatûya welatekî, bikeve destê kulmek mirov ev tê wateya ku piraniya mezin a civakê dahatûyek pir hindik digire. Gel jî û mirovên her welatî jî vê rastiyê bi şêwazek pir balkêş her roj dibînin. Bê edaletiya dahatûya di navbera welatan de dibe sedem ku her roj bi milyonan mirov ji welatên xwe koç bikin. Wan ber bi Ewropa û Emerîkayê ve kaş dike. Jixwe Ewropa piştî Şerê Cîhanê yê 2’emîn şûnve wek hêza karê erzan ji gelek welatan karker kişand. Hêza karê erzan ji bo kapîtalîzmê bûye çavkaniya dahatûya herî mezin. Ewropayê beriya niha bi vê armancê ve nifusek zêde mirov ber bi xwe ve kişandibû. Bêguman îro jî pêdivî bi hêza karê erzan dibînin. Welê ku gelek şîrket ji ber vê sedemê hilberînên xwe ber bi welatên ku hêza karê erzan heyî ve dibin. Çîn di destpêka wan welatan de tê. Ji vê hêlê ve jî, ji ber ku hêza kar erzane lewra di Tirkiyeyê de jî razemeniya biyanî zêde bûye.
Di Ewropayê de jî di nava civakê de bê edaletiya dahatûyê zêde bûye. Ji aliyê din ve welatên Ewropa û şîrketên wê derê jî ji bo ku bi welat û şîrketên din re rikberiyê zêde bikin daçûn û alîkariyên civakî kêm kirine. Ev rewş komên dahatûya wan hindik û ciwanên ku ti dahatûya wan tineyî zêde bandor dike. Dema ku civaka Ewropa bi modernîteya kapîtalîst re bû şaristaniya madî û mezaxtin hat sor kirin şûnve vêya hişt ku di xwe gihandina derfetên madî û tiştên tên mezaxtin de zehmetî bên jiyan kirin. Ev jî bi xwe re bertekan tîne. Ji aliyê din ve ji ber ku kapîtalîzmê nirxên moralê mezaxtiye û dejenerebûyîna çandî zêde bûye lewra di nava civakê de bertekan zêde dike. Rêber Apo dibêje ku kapîtalîzm civakê serf dike, wê civak nuqteyek şûnve li hemberî vê rewşê serî rake.
Tune kirina giştî ya nirxên çandî yên ku di hezar salan de hatî afirandin ne pêkane. Dibe ku nirxên civakî-çandî yên ku di hezar salan de hatîn afirandin bên çewisandin, paşve bên xistin lê nayên tine kirin. Çawa ku di pirtûkên pîroz de xezaba Xwedê ji bajarên Sodom û Gomora ya ku dejenere bûyîn re hat, berteka civakê ya ji kapîtalîzma ku civakê ji holê radike re nebe nabe ye.
Berteka di pirtûkên pîroz de li gorî çand û lîteratura wê demê çêbûye. Helbet berteka ku di vê qonaxê de nîşanî modernîteya kapatlîst tê dayîn, wê cuda be.
Civak wê bi şêwazekê ve rabe ser piyan û ji vê modernîteya ku mirovahiyê xilas dike û hêmanên wî re bêje bese. Jixwe Rêber Apo bişêwazek balkêş danîbû holê ku Modernîteya Demokratîk wê çawa li dijî kapîtalîzmê rabe û çawa bibe alternatîf.
Di Ewropayê de mîlîtarîzm û otorîter bûyîn
Ewropa, piştî Şerê Cîhanê yê 2’emîn di bin sîwanê NATO’yê de ewlehiya xwe bidestxist. Jixwe NATO li dijî Sovyetan xwe timî bihêz digirt. Emerîkaya hêza super, hêza bingehîn a NATO’yê bû. Piştî ku Sovyet belavbû û Şerê Sar xilas bû şûnve ji bo ku welatên di bin bandora Sovyetan de bixîne bin kontrola xwe NATO’yê rol leyîst. Piştî wê jî gotin “Wê NATO xwe bispêre kîjan mîsyonê?” Di kêleka dijberiya Rusyayê de tekoşîna li dijî terorîzmê jî xistin konseptên xwe. Lê NATO’ya ku li gorî Sovyetan şikl girtî, piştî ku gefa Sovyetan ji holê rabû şûnve nekarî xwe bixîne konseptekê. Welê ku piştî tiştên hatin jiyan kirin şûnve Serokkomarê Fransa Macron behsa mirina mejî ya NATO’yê kir. Êdî endamên NATO’yê di qad û mijarên cur be cur de helwestên cuda nîşan didan, diketin tifaqên cuda. Fransa, bertek nîşanî tifaqa Rojhilata Dûr a di navbera Emerîka, Ingilîstan, Awustralya û Japonyayê de çêbû jî dabû. Trump, ji bo ku welatên din behra xwe ya alîkariyê ji bo NATO zêde bikin gef xwaribû. Bi vî awayî welatên Ewropayê tenê behra xwe ya alîkariyê zêde nekirin; bi wê re welatên Ewropayê nêzîkatiya li beramberî Ewropayê, ya Trump û NATO’yê jî dîtin, lewra xerç kirinên şer jî zêde kirin. Ev rewş bû sedem ku welatên Ewropayê xerc kirinên civakî hê kêm bibin. Ji ber ku partiyên demokratên civakî ne dikarîn wan cure polîtîkayan rêvebibin, lewra pêşiya hatina li ser desthilatdariyê ya partiyên rastgir hat vekirin.
Ji aliyekê ve koçberan wek sedema meseleyên aboriyê nîşan didin, ji aliyê din ve jî ji bo ku welat û şîrketên xwe bihêz bikin dibêjin ku polîtîkayên hê hişk û otorîter pêwîst dikin. Dîsa dibêjin ku partiyên demokratên civakî yan jî lîberal welatan lewaz dikin. Bi vî awayî di eslê xwe de li gorî kapîtalîzmê hevsengiyên siyasî yên nû tên ava kirin û dixwazin welatên xwe bînin pozîsyonek bihêz. Dibêjin ku vêya jî encax desthilatdariyên hê otorîter dikarin pêkbînin. Ev, birastî li kêleka zexta li ser kedkar û gelê ku li dijî qeyrana kapîtalîzma kûrewî berxwe dide, dibe bernameya polîtîk a feraseta çareser dîtinek wiha ya ji qeyranê re.
Hêz û bandora di veguhertina civakî de ya ciwanan
Di vê naverastê de balkêş e ku ciwan bûye hêza civakî ya ku di Ewropayê de derbasî berxwedanê bû. Wê encamên wê jî dem dem ji tevgerandinên civakî yên di welatên cur be cur de derdikevin holê cudatir bin. Çawa ku tevgera ciwanên 1968’an di serî de Ewropa bandor li ser pêşketinên siyasî yên cîhanê kiribin, teqez wê bandora şermezar kirinên pêşengtiya wan ciwan dikin çêbibe û hinek encaman bi xwe re bîne.
Eger ciwanên rabûn serpiyan wek beşek civakê ya ku tam entegreyê pergalê nebûyî hebe, wê ev ji bo hinek veguhertinan bibe enerjiya tevger kirinê. Tê dîtin ku nîzama ava kirî polîtîkaya xwe ya giştî civakê bêdeng dike û rewşa heyî dide qebûl kirin, nekariya vêya bi van ciwanan bide qebûl kirin. Karakterê ciwanan destûr nade vê. Ji ber vê yekê zext çi dibin bila bibin, ciwanên vê nifşê wê bi şêwazekê ve vê sekna xwe bi civakî kirinê ve bidomîn in.
Her çiqas rewşên wan ên subjektîf û yanî astên wan ên rêxistin kirinê lewaz jî bin tê dîtin ku taybetmendiyek wiha dixîne tevgerê ya rewşên objektîf heye. Wextekê ji bo kapîtalîzmê digotin karkerên ku gora wî dikolin, derxistiye ser dika dîrokê. Bi vê karakterê xwe ve ji ber ku kapîtalîzm dijminê civak û mirove, lewra yên ku gora wî bikolin diafirîne. Belav kirina civakê dibe taybetmendiya kapîtalîzmê ya çêkirina dijmintiya herî mezin. Gava ku êrîşên li ser sirûşt û xwezayê jî baldar hat destgirtin dikare bê gotin ku hêzên ku li hemberî wî serî radikin derxistiye naverastê. Her çiqas bêjin di serî de amûrên çandî rê û rêbazên cur be cur ve derfetên kontrol kirina civakê ya kapîtalîzmê zêde jî bûne, ev tenê dibe dîtina aliyek rastiyê. Eger modernîteyek tevahî civakê ber bi tine kirinekê ve dibe û di encamê de pirsgirêkek hebûnê ji bo civakê çêdike divê bê dîtin ku wê bidîwarê civaka ku dixwaze hebûna xwe bidomîne jî bikeve. Eger tê hizirandin ku ji tine kirina tevahî civakê, civaka di nava sed hezar salan de avabûyî û nirxên civakî-çandî yên ku di nava hezar salan de hatin afirandin re wê bibe temaşeker û wê bertek nîşan nede, ev tê wateya ku karakterê rastiya civakê tam nehatiye fahm kirin.
Wê her ku biçe li dijî modernîteya kapîtalîst di çar aliyên cîhanê de bertek pêşbikevin. Ji vê hêlê ve jî gotina ku modernîteya kapîtalîst ji her aliyê ve pêşdikeve, hemû ferdan dixîne bin kontrola xwe, ji ber vê sedemê jî wê modernîte xwe mayînde bike, yanî xwe nemir bike; di serî de ji civaka mirov re dibe bêhurmetiyek.
Li dijî modernîteya kapîtalîst Modernîteya Demokratîk
Paradîgmaya Rêber Apo, tam jî ji bo pirssgirêkên ku modernîteya kapîtalîst afirandîn re modelek çareseriyê ye, projeya wê ye. Derveyî vê paradîgmayê, rizgariyek mirovahiyê tineye… Êdî civak jî hatine rewşa ku nekarin pergala rêveberî û mêtîngeriya modernîteya kapîtalîst rakin. Welê ku li dijî vê nîzamê di nava hêzên modernîst kapîtalîst de jî bertek pêşdikevin. Wê piraniya civaka li dijî pirsgirêkên ku pergala rêveberî û mêtîngeriyê afirandî, bibin alîgirê guhertina vê nîzamê.
Bawerî ji pergalên hilbijartinê yên ku modernîteya kapîtalîst xwe pê rewa dike jî nemaye. Di rêjeya mezin de pergala temsîlî hilweşiya ye. Ji vê hêlê ve jî wek modela çareseriyê ya yekane, ava kirina pergalek ku civak xwe bi xwe rêvebibe û tevahî hilberîn jî bikeve destê wî, bûye rewşek neveger. Pergala civaka ku xwe dispêre komîn û komîna komînan, ne utopyayeke; pergaleke ku mirovahî wek xwezayî bideh hezaran salan jiyan kiriye û îro pêwîste bê aktuel kirin.
Komara demokratîk û entegrasyona demokratîk
Rêber Apo danî holê ku ava kirina di nêvengek şer û pevçûnê de ya pergalek wiha ne rasteqîne û ne jî raste, ji ber vê jî stratejî, taktîk û rêbazê tekoşînek nû pêşkêşî civakan, gelan û şoreşgeran kir. Polîtîka û pêngava kişandina zemîna siyasî û hiqûqî ya şer û pevçûnên di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurd de jî dibe pratîze kirina di Kurdistanê de ya vê paradîgmayê. Bêguman xwezayî karakterê meseleya Kurd dibe pratîze kirinek xweser. Rêber Apo ev jî wek şênber wek entegrasyona demokratîk îfade kir. Komara demokratîk û entegrasyona demokratîk dibin projeyek bîrdozî-polîtîk a ku hevdu temam dikin. Ji ber ku wê di hejmara vê mehê ya rojnameya Komînal de “Danezana Entegrasyona Demokratîk” a Rêber Apo bê weşandin lewra em ê tenê behs kirina vê mijarê ve qîma xwe bînîn. Di vê pêvajoyê de mijara ku herî zêde tê meraq kirin û bi baldarî tê şopandin, pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku Rêber Apo bi însiyatîfa xwe ve rêvedibe.
Li ser gotina “Hêza min heye ku ez pêvajoya şer û pevçûnan ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bikişînim” a Rêber Apo du sal derbas bûn. Di roja 27’ê Sibata 2025’an de jî Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Wek cewherî bangawaziya 27’ê Sibatê, bi kurt û zelal wê Tirkiye çawa demokratîk bibe û wê meseleya Kurd çawa çareser bibe bû.
Zirûfên siyasî yên ku ber bi pêvajoya aştî ve dibin
Rêveberiya Tevgera me gelek caran sedemên bangawaziya di kom civîna MHP’ê de ya Dewlet Bahçelî daniye holê. Tirkiye, piştî dîroka 24’ê Tîrmeha 2015’an şûnve hetanî 10 salan bi bikaranîna her cure rê û rêbazan ve xwestTevgera me tasfiye bike; lê berxwedana ku Tevgera me ya Azadiyê di her qadê de meşandî ev polîtîka têkbir. Bi êrîşa Hamasê ya 7’’ê Cotmeha 2023’an ve mîhvera Emerîka-Îsraîlê di nêvenga ku dixwest Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bike de dewleta Tirk dît ku şerê bi Tevgera Azadiya Kurd re dimeşîne wê ji wî re xeteriyên cidî biafirîne, lewra arasteyê polîtîkayek nû bû. Di encama guhertinek wiha zîhnî de arasteyê vê polîtîkayê nebûye. Lê ji ber ku bi şerek tund ve polîtîkaya Kurd rêvedibir, lewma neyîniyên ku ev bi xwe re bîne dîtine. Her çiqas guhertina zîhnî ya di polîtîkaya Kurd de nebe jî, eger hatibin vê nuqteyê rewşeke ku divê bê nirxandin.
Rêber Apo ji 1993’an û hetanî niha helw dide rêyên çareseriya demokratîk ya meseleya Kurd bibîne. Rêbertî ev rêya çareseriya bingehîn a meseleya Kurd dîtiye. Gerîla jî hêza xweparastinekê ye. Dema ku mixatab bibîne wek xetek polîtîk nêzîkatiya xwe ya çareseriya siyasî demokratîk a meseleyê daniye holê. Yê ku di şer de israr dike û dixwaze Tevgera me ya Azadiyê bitund bitepisîne dewleta Tirk e. Ji ber vê sedemê gava ku Dewlet Bahçelî bangawaziya ku di şer de israr nakin kir, Rêber Apo jî wek pêdiviya xeta polîtîk bersivek erênî daye.
Me jî di îstîqameta perspektîfên Rêber Apo de PKK fesh kir û me îlan kir ku em li dijî Tirkiye tekoşîna çekdarî bidawî dikin. Piştre jî bi armanca ku em zemîna pêngav avêtina çareseriyê, ya siyasî demokratîk bidin Tirkiye wek sembolîk çek şewitand.
Dîsa me gerîla ji nava qadên ku xeteriya şer ji Tirkiye re çêdike, vekişand Qadên Parastina Medya. Dewleta Tirk jî di meclîsê de komîsyonek ava kir û têkîldarî meseleya Kurd kes û derdorên her du aliyan guhdar kir. Di encamê de li ser navê komîsyonê şandeyek ji sê kesan pêkdihat çûn Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin çêkirin. Her çiqas şaşitî, nebesî û kêmasiyên komîsyona meclîsê hebin jî raporek ku bê dîtin wek destpêkê amade kir. Ev rapor pêşkêşî rayagiştî jî hat kirin.
Ji aştiya negatîf ber bi aştiya pozîtîf
Rêber Apo ji bo ku ji aştiya negatîf a ku agirbestê pêşî vekirî derbasî pêvajoyek ku mesele li ser bingehê demokratîbûyînê çareser dibin û aştiyek pozîtîf pêkbê, îşaret biqanûna kok kir. Dîsa ji bo ku bikeve pêvajoya demokratîkbûyîna ku dibe aştiya pozîtîf xwest pozîsyona Wî, yanî xwestiye statuya Wî bê diyar kirin. Ji ber ku aliyek vê pêvajoyê ye. Sermuzakerevanê gelê Kurd e. Gelê me jî, me jî, qada siyaseta demokratîk jî destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo nebe nabe ya pêvajoyê ye û hat xwestin ku dewlet di vê mijarê de pêngav biavêje.
Di qanûna çarçoveyî de pêşniyarên Rêber Apo û ya Tevgera me baldar nehatine destgirtin. Rêber Apo got “Divê em vê qanûnê wek qanunek notr bibînîn.” Destnîşan kir ku wê tekoşîna polîtîk xebitandina wê diyar bike û got “Divê em rewşên piştre mêze bikîn.” Ev qanûn jî wek pêngavek deh hezar pêngavan girt dest. Di pêvajoya vê qanûnê de pir nîqaş çêbûn. Ji ber vê sedemê jî hîna qanûn pêşkêşî Meclîsê nehatibû kirin rayedarên dewletê di Îmraliyê de gotibûn ku piştî qanûn derket şûnve wê pozîsyona Rêbertiya me biguhere û wê bi her kesî/ê re hevdîtin çêbike. Çûyîna gelek hevalan a li ba Rêber Apo û beşdariya wan a xebatan jî qebûl kiribûn. Heta gotin piştî qanûn derket şûnve wê hevalên rêveberiyê jî biçin Îmraliyê. “Dema ku rêxistinê xwest biçe Îmraliyê gotin bila 3-4 roj beriya wê agahî bidin em ê wan bibîn.”
Ev agahî li ser kesên çûn Îmraliyê teyîsin me. Piştî ku qanûn derket şûnve jî wekîlê serokê koma AKP’ê Ebdulah Guler li ber rayagiştî got wê îro şûnve di serî de rojnamevan wê çûyîna Îmraliyê çêbibe.
Astengiyên hiqûqî yên ku li pêşiya siyaseta demokratîk
Piştî ku qanûn derket şûnve derveyî çûyîna hinek şande û koman di derve de ne rojnamevan û ne jî kesek din kariye biçe. Êdî xebat û jiyan kirina azad a Rêber Apo, bûye mifteya pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Jixwe eger statuya Rêber Apo neguhere û Rêber Apo bixwe pêvajoyê rêvenebe wê gerîlayek tenê jî neçe Tirkiyeyê. Gerîla bi şêwazek pir eşkere ve vêya dibêjin. Ji aliyê din ve eger qanûn û pergala hiqûqî neguhere wê kî/ê biçe Tirkiyeya ku qanûnên heyî dixebitin?
Rêber Apo behsa derxistina qanûnên azadiyê kir. Destnîşan kir ku divê hebûna Kurd bikeve nava pergalê, azadiya fikrê beasteng û rêxistinkirin û demokrasiya xwecihî bikeve bin temînata qanûnan. Lê dema ku qanûnên wiha yên azadiyê derketin şûnve, di Tirkiyeyê de siyaseta demokratîk dikare bê kirin û tekoşîna siyasî demokratîk dikare bê dayîn. Bikurtasî hetanî ku Rêbertî azad nebe û qanûnên azadiyê dernekevin çûyîna yek kesî ya Tirkiyeyê pêkan nabe. Eger ti kes neçe mala xwe yan jî ji girtinê re neçe nexwe tiştên tê ferz kirin encama hesabên cuda ne. Yên ku derveyî çareseriya demokratîk a meseleya Kurd hesab dikin wê vê pêvajoyê bixtimînin û pêşketina wê asteng bikin.
Me wek Tevgera Azadiya Kurd ji bo em Tirkiyeyê mecburî avêtina pêngavan bikîn û nêzîkatiyên wan ên polîtîk reel fahm bikin me pêngavên cuda yên girîng jî avêtin. Me di nava sînorên Tirkiyeyê de hêzek çekdarî jî nehişt. Ji bilî vê me çar şikeftên ku xeteriya şer çêdikin û sengerên şer jî vala kir. Me çawa ku di nava sînorên Tirkiyeyê de ti hêz nehişt hêzên ku ji bo ewlehiya gerîla mayîn jî ji sînorên Tirkiye pir dûr bicih bûne. Êdî ti kes nikare behsa gefa biçek a li ser Tirkiyeyê bike. Di qonaxa heyî de êdî dem dema avêtina pêngavên ku pêşiya çareseriya demokratîk a meseleya Kurd vedike û yên ku diçin Tirkiye bikarin azadane siyaseta demokratîk bikin. Eger îro şûnve qanûnên ku pêşiya siyaseta demokratîk a azadane vedikin neyên derxistin û pêngavên ku Kurdan dixîne nava pergala hiqûqî neyên avêtin nexwe wê demê wê bê hizirandin ku armanc cuda ye.
Ti wateya wê tineye ku timî behsa bêçek bûnê tê kirin. Eger rêya aştiya pozîtîf neyê honandin wê bêçek bûn çawa çêbibe? Ji bo ku zemîna bêçek bûnê pêkbê Tevgera Azadiya Kurd tişta ku diket li ser milê wê kiriye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî biisrar pêngavên ku aştiya rasteqîn diafirîne na avêje. Eger ji bo sozên ku ji Rêber Apo hatîn dayîn pêngav neyê avêtin, tişta ku em bikin tineye. Ji aliyê me ve meseleya bêçek bûnê hatiye çareser kirin.
Niha dema rakirina astengiyên ku li pêşiya tekoşîna siyasî disekinin. Gava ku gelê Kurd ji bo jiyana azad û demokratîk tekoşîna rêxistinî û siyasî dide, pêwîste ev wek mijara sûc u ceza bên derxistin. Eger hevşêwirmendê Serok komar Mehmed Uçum daxwazên Kurdan wek nasnameya siyaset kirinê digire dest, ev tê wateya ku gelê Kurd ji bo mafên xwe yên bingehîn nikare tekoşîn bike. Dewleta Tirk bi gotina ku wê Kurd sûd werbigirin ve Şertê Xweseriya Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê qebûl nekir.
Ev tê wateya ku dijberê demokrasiya xwecihiye, li pêşiya rêxistin kirina ziman, nasname û çanda Kurdan astengî derdixîne. Di eslê xwe de Mehmed Uçum bi şîfreyên Tirkiyeyê ve diaxive û dinivîsîne.
Gotina “Herêmê Bêteror” û nîqaşa PJAK’ê
Mehmed Uçum berdevktiya baskek dewlet û desthilatdariyê dike. Ji ber ku tiştên Mehmed Uçum dibêje dikare pêvajoyê bixîne zehmetiyê. Bi dehan salin dibêjin ku “Xwe radestî edaleta dewleta Tirk bikin.” Gelê Kurd bi tekoşîna dehan salan dimeşîne ve zanebûnek girîng, çandek rêxistin kirin û tekoşînê qezenç kiriye. Mehmed Uçum guhê xwe ji vê rastiyê re girtiye, bi mejiyê rayedarên dewletê yên ku beriya salên 1970’an diaxive. Bi mejiyê kesên darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê pêkanîn ve diaxive.
Piştî Mehmed Uçum Omer Çelîk axivî. Dema ku Omer Çelîk, gotinên Mehmed Uçum hinek bibaldar dianî ziman, li kêleka têgeha “Tirkiyeya bêteror” a ku hetanî niha bikardianîn têgeha “herêma bêteror” jî bi israr destnîşan dikir. Beriya wê jî digotin “Bila rêxistinên din ên girêdayî PKK’ê jî çek danin.” Lê ev timî ne dianîn ziman. Welê tê fahm kirin ku wê îro şûnve tenê nebêjin “Tirkiyeya bêteror”, wê li kêleka wê têgeha “herêma bêteror” jî bikar bînin. Ev feraset feraseta ne çareser kirinê ye. Dewlet Bahçelî jî di heman rojan de got bila PJAK jî çek dane. Îran jî di hevdîtinên ku bi Tevgera Azadiya Kurd re kirî de got “Bila PJAK çek berde” ev jî eşkere yan jî veşartî nîşan dide ku bi dewleta Tirk re di nava hevkariyekê de ye. Eger dema ku Tirkiye di Yemenê de li dijî Husiyan bi ÎHA û SIHA’yan ve dikeve şer û li gel wê jî Îran, van gotinan ji bo PJAK’ê dike balkêşe.
Dema ku dor tê dijberiya Kurd tê dîtin ku çawa nakokiyên din diavêjin plana talî.
Gava ku Tevgera me ya Azadiyê di nava sînorên Tirkiyeyê de hêzên xwe yên biçek kişandin û di navbera qadên gerîla û sînor û leşkerên Tirkiye de dûrahî xist, vê carê dest bi gotina “herêma bêteror” kirin. Dema ku tişta Tirkiye ji me bixwaze nema û gerîla ji bo Tirkiye ji pozîsyona gef û pevçûnê derket şûnve, ev gotin xistin rojevê. Dema ku li hember pêngavên ku me avêtin tişta dewleta Tirk ji me re bêje nema şûnve, vê carê jî bi gotina “herêma bêteror” ve helwesta xwe ya destwerdanê ya li ser tekoşîna Kurdan a her derê danî holê.
Ev, birastî tê wateya ku polîtîkaya kevnar a li dijî Kurdan a dewleta Tirk berdewam dike. Li ku deverê Kurd mafekê bidestbixin wêya ji bo xwe wek xeterî dibîne. PJAK çima Tirkiyeyê eleqedar dike? Hetanî niha çalakî û helwestek li ser Tirkiye ya PJAK’ê çênebûye. PJAK, rêxistineke ku bîrdoziya Rêber Apo dipejirîne. Lê wek polîtîk hêzek siyasî ya cuda ye. Rêxistinek Rojhilatê Kurdistanê ye ku li dijî Îranê tekoşîn dide.
Gotina “Bila PJAK jî çek dane” ya Dewlet Bahçelî tê wateya ku yan vê rastiyê baş nizane yan jî hewl dide tengaviya ku dewleta Tirk li hember pêngavên ku Tevgera Azadiya Kurd avêtin derbas bike. Eger Tirkiye demokratîk bibe û meseleya Kurd çareser bibe wê hemû Rojhilata navîn demokratîk bibe. Wê hemû qadên şer bi rêyên siyasî ve bigihijin çareseriyê. Cihê ku dewleta Tirk wiha nêzîk bibe, bêje “Bila ev jî ew jî çek danin” ev wê bê wateya ku wê pêngavên demokratîkbûyînê neavêje. Bila Tirkiye meseleya xwe ya naxweyî çareser bike ji hemû Rojhilata navîn re bibe mînak. Şûna ku vêya bike dikeve mijarên ku Tirkiyeyê eleqedar neke wê ev gumanên li ser polîtîkayên Tirkiyeyê zêdetir bike. Eger Tirkiye di nava xwe de dest bi çareser kirina meseleyan neke, wê meseleyên bingehîn ên Tirkiye bêçareserî bimînin.
Wê di vê rewşê de jî Tirkiye bi bayên siyasî yên ku di Rojhilata Navîn de tên ber bi cihekê ve bipengize. Ji ber ku rastiya Tirkiyeyek ku lingê xwe saxlem dane erdê tineye. Ji ber ku nêzîkatiyek rast ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk re nîşan nade lewra Tirkiye diheje. Hîna çareseriya meseleyên Tirkiye, di tifaqên ku derve de çêkirî da digere. Her dewlet dikare tifaqên siyasî çêbike. Lê eger meseleyên xwe yên hundirîn çareser nekiribe û lingên wî biawayek saxlem ji erdê nagirin, nexwe ev tifaq wê Tirkiye ji xeteriyan rizgar neke. Berevajî wê xwe di nava pêwendî û pevçûnên siyasî yên ku wî ber bi encamek xirab ve dibin de bibîne. Tirkiye şer û pevçûnên bi Tevgera Azadiyê re ya di nêvenga hevsengiyên siyasî yên ku Rojhilata navîn de diguherin, ji bo xwe xeter dît û ket nava lêgerînek siyasî. Lê belê şûna ku pêngavên pêwîst di mijara çareseriya aştî û demokratîk de biavêje û rehet bibe, dîsa berê xwe daye pêwendiyên siyasî yên xeter û polîtîkayên şaş. Ev rewş di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ne diyariyan diafirîne û pêşdaçûyînên pêwîst nade çêkirin.
Wê pêngavên dewleta Tirk pêşeroja pêvajoyê destnîşan bike
Me wek Tevgera Azadiya Kurd di wextek nêzîk de biavêtina pêngavên radîkal ve xwest pêngav bi dewleta Tirk bidîn avêtin û teşwîq bikîn. Dema ku em li bendê bûn dewleta Tirk li hemberî wan pêngavan xwe berpirsyar bibîne û pêngav biavêje, berevajî bi nêzîkatî û daxwazên nû ve nêzîkî pêvajoyê bû. Vêya jî tengaviyek çêkir. Êdî di cîhan û Tirkiyeyê de jî her kes dizane ku Tevgera Azadiya Kurd, pêngavên ku neyên dîtin di wan cure pirsgirêkan de avêtiye. Bi gotina ji rêzê êdî top di aliyê Tirkiyeyê de ye. Wê pêşeroja pêvajoyê pêngavên ku Tirkiye biavêje destnîşan bike.
Hetanî niha ji bo ku pêvajo nexitime Rêber Apo hewldanên mezin raber kiriye; bi pêşniyar, rê û rêbazên ku pêşiya xitimandinên pêvajoyê bigire ve pêvajo hetanî îro aniye. Polîtîka, nêzîkatiya vê kêliyê ya dewletê û ne gihandina statuya ku Rêbertî bikare pêvajoyê biawayek çalak rêvebibe, rola pêşxistina pêvajoyê ya Rêber Apo asteng dike. Eger dewleta Tirk pêngavên pêwîst neavêje tişta ku Rêbertî bikare bike tineye. Eger agahiya rayagiştî wekî berê ji pêvajoyê re nebe, wê pêvajo nemeşe. Ji ber vê jî divê Rêber Apo bigihije nîzamek xebatê ku bikare nêrînên xwe ji rayagiştî re ragihîne û pêvajoyê vebêje. Êdî ev nebe nabe.
Ji bo çareseriya demokratîk tifaqa demokrasî ya berfireh
Eger pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê wek muzakereyek ku di navbera dewlet û Rêber Apo de tê meşandin bê dîtin ev şaş e. Divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê di vê pêvajoyê de hê çalaktir bin. Di Tirkiyeyê de meseleya Kurd encax bi demokratîk bûyînê ve çareser dibe. Ji vê hêlê ve jî pêwîste tekoşîna demokratîk bûyînê bi tifaqek demokrasiyê ya berfireh ve bê meşandin. Eger di Tirkiyeyê de di çareseriya meseleya Kurd de pêngav neyê avêtin wê demokratîk bûyîn pêkneyê. Kî/ê çareseriya meseleya Kurd bixwaze, kî/ê demokratîk bûyîna Tirkiyeyê bixwaze lazim e bên bahev, tekoşîn bikin. Hetanî ku meseleya Kurd çareser nebe demokratîk bûyîn nabe; hetanî ku demokratîk bûyîn jî nebe meseleya Kurd çareser nabe.
Pêkanînên desthilatdariya AKP’ê hem hatina bahev a Kurd û hem jî ya hêzên demokrasiya Tirkiye mecburî kiriye. Desthilatdariya AKP’ê di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de zextên xwe yên li ser hêzên opozîsyonê zêde kiriye û parçe kirina hêzên demokrasiyê hedef dike. Divê hêzên demokratîk ên Kurd û hêzên opozîsyona din vê lîstikê xira bikin; bi hatina bahev re tekoşîna demokratîkbûyînê pêşbixînin. Desthilatdariya AKP’ê jî mecburî pêngavên demokratîk bûyînê bikin û pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêşbixînin. Pêşketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk wê bi hemû hêzên demokrasiyê bide qezenç kirin.
Piştevaniya ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk re ya hêzên opozîsyona Tirkiye girîng e. Ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê ne gelê Kurd, wê hemû gelên TIrkiye qezenç bikin. Demokratîk bûyîna TIrkiye encax di mijara meseleya Kurd de guhertina zîhniyetê û bi çareseriya li ser bingehê demokratîk ve dikare pêkbê. Hetanî ku ev rastî neyê fahm kirin ne pêkane ku di Tirkiyeyê de ti meseleyên siyasî, civakî û aborî çareser bibin.