DAYÊ TU MEGRÎ

tarafından Komînal

Mizgîn! Tu şabe va em dixwênin
Azadîxwazên cîhan dibînin
Divê ku dijmin bi zor derênin

Va em şiyarbûn, xwende û zana
Me rê tev girtin ji ber nezana
Zû, zû me naskir ev reng dizana

Dijmin du nifşin: hûndur û derve
Hinek di binve, hinek di serve
Kurdên nezan jî tên me bi serde

Milên xwe bidne milên me şêran
Di şevreşan bin rengê sitêran
şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran…

Cegerxwin (Ji helbesta Dayê tu megrî)

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00