Sererastkirina qanûnî wê me bixe nava avakirineke pozîtîf a rasteqîn û pêvajoyeke welê ku çerxa demokrasiyê lê digere. Demokratîkbûn pêwîstiyeke jiyanî ye û serketina pêvajoyê jî wê me nêzî vê armancê bike.
Ma di demokrasiyê de tiştek wisa heye ku mirov bi balyozê deriyê navenda giştî ya partiyeke siyasî bişikîne û bikeve hundir? Bûyerên ku têkildarî Partiya Gel a Komarê qewimîn, pêwendiya xwe bi nebûna siyaseta demokratîk û nemeşîna demokrasiyek rasteqîn heye.
Wê berdêla hemû hewldanan ew be ku komar bigihîje naverok û çandeke demokratîk û pergaleke hiqûqî saxlem a ku van tiştan mîsoger dike were avakirin. Li ser vê bingehê ez bang li her kesî/ê dikim ku beşdarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibin û piştgiriyê bidinê.
Ez difikirim ku konjonktura Rojhilata Navîn hîn jî ji her tiştî re amade ye. Dewletên mîna Îran û Îsraîlê hişk dibin û wisa xuya dike ku wê hîn bêtir hişk bibin. Di Rojhilata Navîn de pêşxistina neteweperestî û cihê kirinê û mezinkirina mîkro-neteweperestiyan zirarê dide.
Hetanî ku fikrê mezin û nirxên etîk ên mezin nebin ne pêkan e ku civakên bi hêrsek mezin tijî kirî bên veguherandin. Civak di her asta jiyanê de ji aliyê etîk, siyasî, hiqûqî û aborî ve asêbûneke mezin jiyan dike. Ji ber vê yekê em di pêvajoyê de israr dikin û lez dikin.
Em xebatek pêvajoya ku pêşketinên xeter ên Rojhilata Navîn li berçavan digire, asteng dike û hesabên bixwîn derbas dike dimeşînîn.
BINGEHA QANÛNÎ
Û helbet giring e ku hemû tiştên têne kirin bigihîjin bingehek qanûnî. Di nav bendewariyê de man û domandina rewşa bendewariyê tenê rîskan hildiberîne. Dema me ya ku em winda bikin nîn e. Ez bawer dikim ku hemû aktor wê bi vê hişmendiya berpirsyariya dîrokî ve tevbigerin û Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê jî wê xebatên xwe bi vê hesasiyetê bimeşîne.
Qanûneke çarçoveyî dikare şaneya kok a pêvajoya demokratîkbûnê, ava bike.
Sererastkirina qanûnî wê me bixe nava avakirineke pozîtîf a rasteqîn û pêvajoyeke welê ku çerxa demokrasiyê lê digere. Demokratîkbûn pêwîstiyeke jiyanî ye û serketina pêvajoyê jî wê me nêzî vê armancê bike.
DEMOKRASÎ NE DEMAGOJÎ YE
Gelo di demokrasiyê de tiştekî wisa dibe ku mirov bi balyozê li deriyê navenda giştî ya partiyeke siyasî bixe û bikeve hundir? Pêkanînên li hemberî Partiya Gel a Komarê (CHP) û geşedanên ku tên jiyîn, bi tunebûna demokrasiyeke rastîn û siyaseta demokratîk re têkildar in. Sedema ku kar aniye vê astê ev e; bêparbûna ji pîvana demokrasiyê ye ku di bingeha komarê de tineye. Nêzîkatiya ku demokrasiyê weke luksekê, weke demagojiyekê, weke zimandirêjiyê dibîne, her wiha demokrasiyê girîng nabîne, encamên xwe; şaştiyeke metirsîdar e. Bi qasî afirandin û pêşvebirina wesfê demokratîk ê komarê rewşeke din a lezgîn nîne.
PERGALEKE HIQÛQÎ YA SAXLEM PÊWÎST E
Em hewl didîn di vî welatî de, zemîna vê pêş bixin û derfetên wê mezin bikin. Gava ku em li Îmraliyê ber bi çareserî gavên qanûnî ve diçin, em amadekirina komarê ya ji bo derketineke demokratîk û hiqûqeke demokratîk pir giring dibînin. Em vê yekê wekî gaveke wisa dibînin ku kêmasiya demokrasiyê ya di nav partiyê de û di navbera partiyan de jî ji holê rake. Wê berdêla hemû hewldanan ew be ku komar bigihîje naverok û çandeke demokratîk û pergaleke hiqûqî saxlem a ku van tiştan mîsoger dike were avakirin. Li ser vê bingehê ez bang li her kesî/ê dikim ku beşdarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibin û piştgiriyê bidinê.
NÛJÊNKERKIRINA TÊKILIYÊN KURD-TIRKAN
Wateya entegrasyona komara demokratîk a Kurdan ev e. Em hewl didîn, rewşek ku pirsgirêka Kurd bi salan qifil kirî derbas bikîn. Hêmanê tundiya ku çavkaniya xwe ji meseleya kurd digire, bi mekanîzmaya çareseriyê ve tê derbas kirin. Em dikarin ji vê pêvajoyê re bibêjin pêvajoya ji nû ve bi rêkûpêkkirin, nûjenkirin û modernîzekirina têkiliyên Kurd û Turkan.
SILAV JI BO RONAKBÎR Û AKADEMÎSYENAN
Peyamên ronakbîr û akademîsyenên navneteweyî yên ku piştgirî didan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kirine pirtûk. Di vê çarçoveyê de ez dixwazim diyar bikim ku ez ji her cûre pêşniyar, rexne û tevkariyê re amade me ku bi awayê herî baldar binirxînim. Di vê pêvajoyê de ku herî bêtir pêdiviya me bi aştî û demokrasiyê heye, ji bo piştgiriya wan a pir giring ez silavan li wan hemûyan dikim.”