ta ku çiraya me geş nebe,
hûn ê ti carî ronahiyê
bi çavên xwe nebînin
ta ku em dîl û kole bin,
em ê her mîrkut û nîran,
toq û zincîran li we kin!
hûn ê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
ger em bimirin jî,
em ê tenê dîlîtiya xwe
ji dest bidin, winda bikin.
ma çi ji dîlîtiyê taltir e?
ger em bên kuştin jî,
ma kî ji koleyê şehîd Zaltir e?
hûn ê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
piştî mirinê jî
em nahêlin hûn welatê me
ji xwe re bikin mal,
em rê nadin
hûn goştê me bixwin
weke qirereşk û qertal!
qet nebe,
em ê bibin kurmik,
bikevin nav dexl û danê we,
em ê bibin qûmik,
bikevin nav pariyên nanê we,
em ê bibin mar û mişk,
bi we ve din li nav nivîna we,
em ê bibin mîkrob û şêrpençe,
biherimînin xwîna we
em ê bibin kul,
her carekê li derek a
laşê we derkevin,
em ê bibin jan,
ji sed aliyan ve
bi ser we de bên,
em ê bibin zêrûyên hezarling,
gewriya we hişk bikin,
em ê bibin pirzik
li ber lêvên we
hûn ê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
piştî mirinê jî
em nahêlin hûn welatê me
ji xwe re bikin mal,
em rê nadin
hûn goştê me bixwin
weke qirereşk û qertal!
hûn şahiyê bikin,
em ê li we bikin şîn
hûn behiyan deynin,
em ê we bi pêkenînê gêj bikin!
em ê zimanê we hişk bikin,
çavan li we tarî bikin!
em ê bibin mûyê nav nanê we
û gemar di nav ava we de!
ta ku çiraya me geş nebe,
hûn ê ti carî ronahiyê
bi çavên xwe nebînin
ta ku em dîl û kole bin,
em ê her mîrkut û nîran,
toq û zincîran li we kin!
2.7.1983 Moskova
Ebdulla Peşêw
* tok (bi soranî: toq): xeleka ku stuyê koleyan pê tê girêdan
* behî (bi soranî: pirse): tazî, merasima gorkirina kesekî mirî û ziyaretkirina mirovên wî
wergera ji Soranî: Huseîn Mihemmed