Divê tenê ne rêya teorî, her wekî din xetek ku rêyên pratîkê jî vedike bê pêşxistin
Min rojnameya nû ya ku hûn derdixînin di nava hêvî û kelecanê de dît. Demek we wek Komînal navê wê diyar kiriye. Birastî Komînar jî dibû. Lê min ev nav jî eciband. Eger di pêvajoya nû de rola Serxwebûnê girtibe, ev pêşketinek biwate û dîrokî ye. Ez beriya her tiştî serkeftinê ji we re dixwazim.
Tişta ku tê dîtin, hûn di nava hewldanek ava kirinê ya çarçoveyek teorîk a bihêz de ne. Lê pêdiviya pêvajoya nû, tenê ne nîqaşên teorîk in, di heman demê de pêdivî bi xetek weşanê ku divê di nava jiyanê de bersivek wê hebe, civakê rêxistin bike, rê û rêbazên pratîkî pêşbixîne, heye. Ji ber vê sedemê jî ez dihizirim ku pêwîste hûn bitaybet jî giranî bidin sernavên rêxistin kirinê.
Ji ber ku êdî wê pêvajoya nû, ji aliyê me ve bibe pêvajoya derketina komînalîteyê.
Wek tê zanîn, hebûna Kurd, rastiyek pir qedîm e. Belkî jî destpêka derketina naverastê ya mirovê modern be. Ji ber ku destnîşankerê dîroka qedîm e, lewra taybetmendiyên xwe hetanî roja me aniye, bi vê rewşa xwe ve wek gelek bêmînak zaniye hebûna xwe biparêz e. Lê ev taybetmendiyên wî bûne sedem ku seranserî dîrokê bibe navenda zext, zilm û êrîşan. Erdnîgariya Kurdistanê ji bo pêkanîna înkar, tune kirin û qirkirinê, bûye zemînek. Hemû dîroka antropolojî û ontolojiya Kurd, heta ji ber vê sedemê pêşketinên çandî rastî îxanetê hatine. Ji ber vê nakokiyê Kurdîtî ji Kurdîtiyê derketiye, wekî cendeqekê di nava birînan de maye.
Bêguman tenê gelê Kurd bi qirkirinê re rû bi rû nemaye. Lê, ne wekî gelên ku di encama qirkirinê de ji holê rabûn, tunebûye û ne jî bi şêweyê modern ve hebûna xwe bişiklê dewletek bingeh netew ve, şênber kiriye; berevajî li dijî êrîşên rûxîner ên her serdemê şêwazê xwe yê berxwedanê û formên wê li gorî xwe û kevneşopiyên xwe yên qedîm li hev aniye. Sedema ku bûye bêmînak jî ew e. Lê ev gelê ku qasî mirovahiyê xwediyê dîrokek kevin û ew qas jî bi nirxên xwe yên qedîm ve girêdayî, di bin pencê dewlet-neteweyên ku sedsala bîstan nûnertiya qatîlê qastîk dikirin de ye û bi mezaxtinê re rû bi rû mane.
Em wek hêviya gelekî derketîn
Em, wiha di nêvengek înkara hişk de, wek hêviya gelek ku ji hebûnê hatiye derxistin, tenê ne bedena wî xeyalên wî jî hatine binax kirin û bi pirsgirêka hebûnê re rû bi rû maye, derketin naverastê. Dema ku di payîza 1978’an de hejmara destpêkê ya Serxwebûnê derdiket, me gotibû ku “Em ji vê rewşa ku Kurd xistin navê şerm dikîn û wê ev di serxistina erkên me de bibe çavkaniya me ya hêza rasteqîn.”
Me li ser vê bingehê bi dirûşmeyek ku ji du peyvan ve pêk dihat hewlda dîrokê biafirînin û rastiyê ava bikîn. Me bi tekoşîna mezin a 52 salan ve pratîka Kurdan a jixwe direve ya ku di nêvenga înkar, tune kirin û asîmîlasyonê de pêşketî, berevajî kir û pêvajoyek nû ya dîrokî da destpêkirin. Me darbeyên mezin li koletiya dilxwaz û înkara dilxwaz a ku hatiye pêşxistin da.
Di encamê de PKK’ê, erka xwe ya dîrokî bicih anî rastiya ku em dibêjîn ‘hebûna Kurd’ hem îspat kir û hem jî ev rastî da qebûl kirin. Rastiya ku em dibêjîn hebûna netewî yan jî hebûna Kurd bi vî şêweyî derket ser rûyê erd. Gelê Kurd di qonaxa ku em hatinê de êdî bûye diyardeyek dîrokî ku nikare bê înkar kirin. Qonaxa xwe ya hebûnê temam kiriye, ketiye pêvajoya azadiyê. Ev, serkeftin zafera PKK’ê ye. Deskeftiya wê ya antropolojîk e, deskeftiya wê ya ontolojîk e.
Serxwebûnê, nav, ziman û ruhê pêvajoyekê serxist
PKK vê serkeftina xwe, deyndarê rastiya ku bi ronahî û hişyariyê ve herî zêde jî di zêhnan de hatî çêkirin; şûna ku şerm bike ji vêya şanaz dibe, hewl dide bibe xwebûn e. Serxwebûna ku di hişyarbûna Kurdan de rol leyîstî, ji pêngava destpêkê ya PKK’ê şûnve bûye dengê wê, qêrîna azadî û serhildana ku di çiya, zîndan û kolanan de mezin bû; teyisand ciwan, pîr-kal, jin û zarok jî di nav de hemû beşên civakê û bi vî awayî bû yek jî hevalên rêya herî mezin.
Di sala 1978’an de rêwîtiya ku bi daktîloyek qul û qulçikan de hatî veşartin ve destpêkirî, hemû zehmetiyên tekoşînê hembêz kir û di pêşketina eqlê Kurd de ku em îro birehetî behs dikin da, bû kevirek girîng. Di vê wateyê de Serxwebûn, di dema xwe de derketina partiyê esas girt û erkek weşana girîng a ku xeta rêxistin û tekoşînê şikl dikir dît. Hemû wateyên ku di PKK’ê de şênber bûyî di xwe de şênber kir. Ji ber vêye ku Serxwebûn, tenê ji weşanekê wêdatir, nav, ziman û ruhê demekê serxist.
Rastiya gelê Kurd a ku ji aliyê her kesî/ê ve êdî tê qebûl kirin hatiye qezenç kirin; lê ev rastiya hebûnê, nayê wateya ku bi awayek tam ve jiyana azad pêkhatiye. Erê Kurd heye, lê wê ev Kurd çawa jiyan bike, teyisandina jiyanê ya hebûna wî-wê çawa bibe, wê xwe çawa ava bike? Hîna ev pirs û pirsgirêk hebûna xwe didomînin. Ango bi PKK’ê re hebûn hatiye qezenç kirin, lê azadî hîna benda pêkhatinê ye. Lê paradîgmaya binavend dewleta sosyalîst a ku ji ava kirina PKK’ê re bû zemîn, ji bo ku bersiv bide wan pirsan ne têrker e. Ev zemîna ku PKK’ê xwe spartiyê, di rûxandina ku hatî jiyan kirin de xwe nîşanda ku sosyalîzma dewlet-netewe, ne rêgezek rast a sosyalîst e. PKK’ya ku li ser vê şêwazê derketî rê jî bi berxwedanek mezin ve pirsgirêk aniye asta ku bê dîtin, pênase kiriye û çareseriyên rizgariyê daniye holê. Lê bi paradîgmaya ku xwe dispêre sosyalîzma-pêkhatî ve nekariye ji vêya wêdatir biçe, pêdivî bi guhertinê dîtiye. Bi leyîstina rola xwe ya dîrokê ve temenê xwe temam kiriye, ji bo deskeftiyên civakî yên ku li pêşiya me disekinin cih daye şêwazê rêxistin kirina komînal a ku xwe dispêre paradîgmaya civaka demokratîk. Ev pêwîstî, hem pêwîstiya rastiya sosyalîzma-pêkhatiye û hem jî pêwîstiya înkarkerî û qirkeriya li Kurdistanê ye.
Me bi dîtina vê rewşê ve, paradîgmaya desthilatparêz û dewletparêz guherand, paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jin pêşxist û di PKK’ê de pêşiya guhertina bikok vekir û bi “Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk” ve ya bi dîrok 27’ê Sibata 2025’an ve jî dawî li partiya ku xwediyê bernameya sosyalîst a-pêkhatî û stratejiya wî ya şerê rizgariya neteweyî anî. Kongreya 12’emîn a PKK’ya ku di dîrokên 5-7’ê Gulanê de kom bû jî, dawî li avaniya xwe ya rêxistinî anî û pêvajoya PKK’ê girt. Ev tê wateya ketina qonaxek nû ya dîrokê û destpêkek nipnû. Wê teorî û bernameya sosyalîst a pêkhatî ya dewlet-netew û stratejiya şerê rizgariya neteweyî bê derbas kirin; wê şûna wê jî teoriya modernîteya demokratîk, bernameya civaka demokratîk û stratejiya siyaseta demokratîk bê pêşxistin.
Komînal bi armanca ku ji rê ronî kirina re bibe çavkaniyek, dest bi weşana xwe kiriye
Karakterê teorîk, bernameyî û stratejîk a pêvajoya nû wiha ye. Paradîgmaya hatî guhertin û PKK’ya ku hatî fesîh kirin ne xelasbûnek, destpêkek nû îfade dike. Di vê wateyê de pêdivî bi dengek nû ya ku vê destpêka nû pênase dike û vediguhezîne civakê heye. Ji ber vê yekê pêdivî pê çêbûye ku Serxwebûna bûye dengê PKK’ê cihê xwe yê birûmet ê dîrokê bigire û dengê destpêkek wiha nû biafirîne. Vaye “Komînal” di encama pêdiviyek wiha de beden bûye û di erkên pêşiya me ya ava kirina civakî de bi armanca ku bibe çavkaniyek ku rê ronî dike, dest bi weşana xwe kiriye. Bêguman ev rewş pir biwateye û pêşketinek dîrokî ye.
Wek kok Komînaltiya ku xwe dispêre peyvên “kom”, “kombûn”, taybetmendiya bingehîn a civakbûnê ye. Ji ber ku civakbûyîn û mirovbûyîn di nava hev de pêşketine, lewra rêgeza bingehîn a mirovbûyînê jî xwe dispêre komînalbûyînê, yanî bi civakbûyînê re jiyanê rêxistin dike. Mirovê/a tenê tineye, mirov di nava tenêtiya fîzîkî de jî xwedî li wate û bîranînên ku civakê afirandî derdikeve û encax xuypakiya mirovbûnê dikare biparêze. Lê belê di esasê de paradîgmaya rizgariya bingeh çîn û dewlet, rê ji ne dîtina têrker a nuqteya bingehîn a ku pêwîste bê destgirtin vekiriye. Ji bo ji tengaviya ku pergalê afirandî bibin bersiv; gelek ramyar, zanist û felsefevan an di dawiya temenên xwe de ev rastî fahm kirine yan jî bi vegotinên şermokî ve sînordar mane. Lê pratîkên ku di her zirûfê de hatine jiyan kirin nîşandaye ku ji heqîqetê rev nabe û wek esas civakbûyîn li ser bingehên rast tê derbas kirin. Tê gotin ku fîlozofê mezin Bacon li ser doşeka nexweşiyê dibêje “Eger ez vê nexweşiyê têk bibim, ez ê îro şûnve xwe bispêrim komînalîteyê.” Ev gotin, nîşan dide ku ferdperestî û jiyana parçe kirî mirov çawa dixîne rêyek neveger û di piştevanî û civakbûyînê de wate qezenç dike. Tê zanîn Lenîn jî bi heman şêweyî di demên xwe yên dawî de ji bo ku dewletparêziyê derbas bike ketiye nava hewldanek zêde, li ser şêwazên hê demokratîk û beşdar dike yên rêxistiniya civakî hizirî ye. Ev hemû mînak nîşan didin ku mirovahî di seranserî dîrokê de carek din vedigere civakbûyînê, jiyana hevpar û nirxên komînal.
Di komînalîteya demokratîk de israr, ji her demê zêdetir mirovbûyînê de israr e
Îro erka di pêşiya me sekînî jî tam ev e: Honandina civaka demokratîk, ava kirina li ser bingeha komînal û ji nû ve ya jiyana civakî û mezin kirina rêxistina gel bixwe ye! Parastina civakê bi komînalîteyê ve li dijî hêza tune dike ya kapîtalîzma ku bûye pergala şelandin û talanê, pêwîstiyek hebûnê ya pêvajoya nû ye. Di vê wateyê de di komînalîteya demokratîk de israr, ji her demê zêdetir mirovbûyînê de israr e. Dema ku di ziviranokek wiha dîrokî de Komînal dest bi weşana xwe dike, aniye ziman ku wê wan erkan bigire serxwe û îdîaya bicih anîna wan erkên ku girtiye serxwe jî bi navê ku hildaye ve datîne holê. Ji ber vê sedemê jî divê weşana nû tenê wek xebatek weşanê neyê dîtin. Pêwîste di heman demê de bibe deng û hêza tayîn kirina bîrdozî, polîtîk û ava kirina civaka dema nû. Helbet ketina nava hewldanek ava kirinê ya çarçoveyek teorîk a bihêz girîng e. Lê pêdiviya pêvajoya nû ew e ku hê zêde giranî bide sernavên rêxistin kirina pratîkî û ji bo ava kirina xebatên civakî jî pêwîstî pê heye ku bibe pêşîveker. Ji ber ku êdî pêvajoya nû, wê bibe pêvajoya derketina komînalîteyê. Ji ber vê yekê, ev di heman demê de dibe şirîktî û beşdariya xebatên ava kirina ku bi feraseta komînalîst ve pêşdikev in. Beşdariya bi heman rûhî ve ya xebatan, encax wiha pêşdikeve. Di vê wateyê de xeta weşanek ku rêxistiniya gel, komîn, meclîs, kooperatîf, ava kirina ji nû ve ya çandî û exlaqî esas bigire, wê ruhê pêvajoya nû veguhezîne. Ji ber ku civaka demokratîk, encax bi pêwendiyên rêxistinî yên ku di nava jiyana rojane de tên ava kirin ve mezin û mayînde dibin. Ji ber vê sedemê dema ku weşan, kûrahiya teorîk diparêze, pêwîste di heman demê de ezmûn, rêbazên rêxistin kirina pratîkî û rêyên derketina wê jî, bihêz bên destgirtin.
Erk û berpirsiyariyên dîrokî li pêşiya Komînal disekinin
Erk û berpirsiyariyên dîrokî li pêşiya Komînala ku di demek dîrokî de dest bi weşana xwe dike hene. Eger hûn heqê vê berpirsyariyê bidin, wê tenê weşanek dernekeve; hûn ê biheman awayî hişmendiyek bihêz û zemîna tekoşînê, bi civaka demokratîk û meşa komînalîteya dema nû bidin qezenç kirin. Ez bawer dikim ku hûn bi vê zanebûnê ve derketine rê, ji ber vê jî ez carek din daxwazên serkeftinê ji hemû xebatkarên Komînal re radigihînim.
Ez li hember hemû êrîşên pergalê yên ku parçe dike, belav dike, bi ferdperestiyê ve hewl dide civakê û mirovahiyê xelas bike, gotina “Di sosyalîzmê de israr di mirovbûyîn, komînalîteyê de israr e” dibêjim û hêvî dikim ku Komînala wekî sterkekê welidî ji hemû gel û jinan re, ji hemû ciwan û sosyalîstên demokratîk re pîroz bibe!
ABDULLAH OCALAN