WÊ PÊŞEROJA TIRKIYE ÇAWA BIGUHERE?

Xelîl Cemal

ekleyen Komînal

Di eslê xwe de tê xwestin ku entegrasyona demokratîk a me ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşxistî, nêzîkatiyên faşîst ên ku xwe dispêrin şaşîtiya dîrokê, bêçareserî û qirkirin jî di nav de, bibe alternatîfê perspektîfa dewlet neteweya ku pirsgirêk anî rewşa ku çareserî jê re neyê dîtin û heta ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo seranserî gerdûnê bibe pêşniyarek çareseriyê, tezek, teorî û perspektîfekê. Em bitaybet jî destnîşan dikin ku dewlet netewe gelemperî jî ji bo pirsgirêkên modernîteya kapîtalîst wekî bersivekê hatiye pêşxistin.

Kapîtalîzm tenê ne li dijî kêmnetewan, bi rêbazên qirkirinê ve li hember hemû avaniyên etnîkî, olî yên civakê êrîş daye destpêkirin. Li ser hemû çandan ferz kirina yekperestiyê nîşaneyek çavbirçî ya mêtîngeriya bêsînor a kapîtalîzmê ye. Ev rastî bi cewherê pergalê ve girêdayî ye. Rastiya qirkirinê ne taybetmendiyek derveyî modernîteya kapîtalîst e, qanûna wî ya giştî bixwe ye. Bi qirkirina Cihûyan ve derdikevin rê û dibêjin ku qirkirina Cihûyan taybetmendiyek aîdê Naziyan bû û dixwazin bi me bidin qebûl kirin ku di cewherê sîstemê de tiştek wiha tineye. Lê ya rast ew e ku qirkirin ne tenê aîdê Naziyan e. Qirkirin karakterek bingehîn a modernîteya kapîtalîst e.

Me gotibû ku dewlet netewe di qonaxa rûxandina xwe de bibû faşîst. Di vê qonaxê de felsefeya ronakbiriyê jî dike amûr û li dijî civaka kevneşop, çandê mêtîngeriya bêsînor û zextê hetanî faşîzmê dibe. Di vê wateyê de qirkirin tenê carekê rû nedaye lebatek daîmiye. Modernîteya kapîtalîst ev pêkanîn li seranserî cîhanê bikar aniye. Tenê ne Ewropaya Rojava, ji Çermsoran bigire hetanî Efrîqayê, ji Çîna-Hindî bigire hetanî Asya û Rojhilata Navîn wekî pergalek giştî bikar aniye. Bi taybet jî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn şûnve di serî de Elmanya, Japonya, Spanya û Îtalya di nav de wekî rêbazek bingehîn pratîze kiriye.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn versiyona lîberal û faşîst a modernîteya kapîtalîst hevdu xwedî kiriye. Bitaybet jî ji bo ku vê rastiyê di cîhana entulektuel de binixûmînin hewldanek ku pêk neanîn nemaye. Dema ku modernîteya kapîtalîst bi qirkirina ku pêkanî ve hemû civak rende dikir û di asta dawî de avaniyek yekperest ava dikir, sosyalîzma pêkhatî jî di bin navê pêşverûtiyê de ev dieciband. Argumana sosyalîzma pêkhatî jî ew bû ku ev pêşverûtiyeke û vêya avaniyên paşverû yên ku ji serdama navîn mane tasfiye kiriye û civakek modern û bipergal afirandiye. Hîna di salên destpêkê yên şoreşê de tasfiye kirina Sovyetan, di seranserî Sovyetan de tasfiye kirina demokrasî û çûyîna serokatiyek otorîter yek cure û dîktatoriya Stalîn, bi vê rastiya ku me îfade kirî ve girêdayî ye.

Îfadeya di qada siyasî de ya modernîteya kapîtalîst dewlet neteweye, îfadeya wî ya qada aborî kapîtalîzm e û ya qada ekolojiyê jî endustriyalîzm e. Ji ber vê jî di destpêkê de li ser jin û her ku diçe li ser tevahî civakê rolek bingehîn a mêtîngerkirina bêsînor dileyîze. Li ser vê bingehê ew qirkirin hemû tên pratîze kirin. Dewlet netewe tenê ne xwediyê bêçareseriyek wiha ye, di heman demê de xwediyê taybetmendiyek qirkirinê ye jî. Di wateya kûrewî de dewletperestiya netew a ku bi îstîsmar kirina felsefeya ronakbiriyê ve pêşketî, hem di kapîtalîzma lîberal de û hem jî di kapîtalîzma dewletê ya sosyalîzma pêkhatî de bi qirkirinê ve encam bûye. Wek çareserî derketina dewlet netewe û xwe gihandina wî ya qirkirinê, bi karakterê pergalê ve girêdayî ye.

Bê çareseriya dewlet-netewe di bin du sernavan de dikare bê kom kirin; ya yekemîn pişaftine. Bi ava kirina xwe û hetanî niha, hemû nirxên civakî di bin navê çanda paşverû de asîmîle kiriye. Ev taybetmendiyek kûrewî ya dewlet neteweyê ye. Li her derê wek pêngava pêşî berê xwe daye pişaftinê. Di asta herî jor de wek berdewama pişaftinê bi qirkirinê ve derdikeve pêşiya me.  Pişaftin û qirkirina fîzîkî du rêbazan ku hevdu xwedî dikin.

Ya duyemîn aliyê wê yê hejmarî ye. Di wateya kûrewî de li her deverê dewlet netewe hatine ava kirin û hejmara wan hatiye zêde kirin.  Hema bêje li ser rûyê cîhanê cihek ku ne ava kirî nehiştine û anîne rewşa pergalek siyasî ya nebe nabe û mecbûrî. Dema ku em jî wek PKK derketîn holê me ev bi şerê rizgarî û serxwebûnê ve wek modelek çareseriyê girte dest. Gava ku me fahm kir ev çareseriyek modernîteya kapîtalîst e, lewra terk kirina me jî bilez pêkhat.

Ev rêbaz hevdu xwedî dikin. Eger bal hatibe kişandin dewlet neteweyên ku bi şerê rizgariya netewiyê ve hatine ava kirin, di rêjeyek mezin de tundî hewandine û encamên bixwîn afirandine. Yên ku negihiştine serkeftinê jî bi heman awayî tundî hewandine. Serkeftin an jî ne serkeftina wan li pêşiya tundiya ku ber bi qirkirinê ve dibe, nabe  asteng.  Di encamê de şêwazê çareseriya yekemîn bi qirkirina fîzîkî çandî ve ya duyemîn jî wek hejmarî bi zêde bûyîna dewlet neteweyan ve modernîteya kapîtalîst hê mezin dibe. Her dewlet neteweya ku tê ava kirin modernîteyê hê zêde mezin dike, berfireh dike û pêş dixîne. Pratîka welatên sosyalîst ên pêkhatî jî ne derveyî vê rastiyê ne.

Li Efrîqayê nêzîkî pêncî dewlet netewe hatin ava kirin. Wan dewlet neteweyan hemû bedewiyên Efrîqayê ji qirêjiya kapîtalîzmê û qirkirina fîzîkî çandî re vekirin. Efrîqa bi şerên daîmî yên qabîleyan ve û bi şerên bê wate yên dewlet neteweyan ve veguherî dojehekê. Şer û pevçûn li Efrîqayê kirin şêwazek jiyanê. Her der ji talana şîrketan re vekirin, jêr sazî rastî rûxandinek mezin hat. Ew Efrîqaya ku wek texteyek ceribandinê dihat bikaranîn, wê salên dirêj bi wan pirsgirêkan re mijûl biba.

Her çiqas di hinek deveran de wekî dewleta pîroz, di hinek deveran de wekî aktorek ku bermahiyên paşverû yên serdema navîn paqij dike û di hinek deveran de jî wekî modelek pêşverû yê ku şoreşa çandî pêkanî yan jî wekî lehengek ku mirovahiyê ji rê derketin û nexweşiyan rizgar dike bê nîşandan jî, ferz kirina dewlet netewe ya wek çareseriyê rê li pêşiya karesatek mezin vekiriye.  Modernîteya kapîtalîst a ku ji mirovahiyê re bûye belayê sereke, bi şertê ku mirovahî xelas bibe hebûna xwe bi wan du rêbazan ve didomîne.

Çawa ku mirovahiyê di qirkirina fîzîkî-çandî de derbas dike bi heman şêweyê xwezayê jî di qirkirina ekolojîk de derbas dike. Qirkirina ekolojîk gihiştiye asta ku neyê bawer kirin. Eger tedbîr neyên wergirtin wê dawiya mirovahiyê bîne. Em tam jî di nuqteya ku yan barbartiya modernîteya kapîtalîst an jî mirovahî tê gotin de ne.

 

1-Çareseriya Netew- a Civaka Demokratîk

Me hewlda em rêbazên êrîşê yên modernîteya kapîtalîst bi metafora sê hespên mehşerê ve îzah bikin. Em bawer dikin ku me gelek caran îzaha teorîk ên modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst, neteweya demokratîk a li dijî dewlet netewe û aboriya ekolojîk a li dijî endustrîyalîzmê, kirine. Bi heman şêweyê pêwîstî pê heye ku li dijî çanda kapîtalîst çanda demokratîk an jî civaka demokratîk wekî modela çareseriyê ya alternatîf bê aktuel kirin.

Neteweya demokratîk a ku me li dijî dewlet-neteweyê pêşxistî, çareseriyek pir cidî ye. Di wateya klasîk de wekî çareseriyek sosyalîst an jî anarşîst nikare bê nirxandin. Çawa ku sosyalîzma pêkhatî nekariye sînorên dewlet neteweyê derbas bike, anarşîzmê jî nekariye modelek cidî derbixîne holê.

Di rewşa heyî de pirsgirêkên ku dewlet netewe di Abya Yala, Ewropa, Efrîqa, Asya lê bitaybet jî Rojhilata Navîn de afirandî çiravek mezin afirandiye. Her çiqas di mînakên wekî Fîlîstînê de formulên navberê yên mîna çareseriyên du dewletî bên pêşniyar kirin jî, li holê ye ku ev jî derveyî gur kirina şer û daîmî kirina pevçûnan wêdatir encamekê nade. Li Rojhilata Navîn di bingeha şer û pevçûnên pêvajoya dawî de pirsgirêkên ku dewlet netewe afirandîn hene. Di demên dawiyê de çareseriyên çêkirî yên Îran û Erebîstana Siûdî û hinek jî ya Tirkiye, bû sedem ku Rojhilata Navîn bikeve fetlenokek bixwîn a nû.

Ji ber ku wek rejîmên dewlet netewe laîk ên berê, di welatên Ereban de Beas, di Tirkiyeyê de netewperestiya laîk û di îranê de jî Şaxtî dest ji pêkanînên faşîst, qirker bernedan lewra têk çûne. Beas tasfiye bûne. Komara Îslam a îranê ya ku cihê Şahtiyê girtî jî wek rejîmek pir bixwîn nikare ji kur kirina pirsgirêkan wêdatir biçe. Li Tirkiyeyê jî cihê hegemonyaya laîkperest netewperest jî, hegemonyaya Îslamperest netewperest girtiye. Rewş ji aliyê Îsraîl-Ereb, Îsraîl-Fîlîstînê ve jî bûye çiravek qirkirinê û welê berdewam dike. Divê neyê jibîr kirin ku zîhniyeta her du aliyan jî ji qirkirinê dûr nîn e.

Wekî ku me jor îzah kirî ev bi cewherê kapîtalîzmê ve girêdayî ye.  Kîjan hêz çareseriya kapîtalîst esas bigire wê berevjiya niyetên xwe bibin qirker. Ev rewş bi netew an jî olan ve eleqeya xwe tineye, berevajî bi karakterê kapîtalîzmê ve girêdayî ye. Li gorî vê zîhniyetê kî/ê bihêz be wê yê din tune bike. Rastiya ku di roja me de tê jiyan kirin jî ev e.

Eşkereye ku divê di Rojhilata Navîn de çareserî li ser esasê modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk pêkbê. Tam jî di pêvajoyek wiha de pêşxistina hem wek teorîk û hem jî wek pratîk a çareseriya netewa demokratîk, dibe erkek nebe nabe.

Me di çi xebatên xwe yên Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk de û çi jî wek dawî di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandinên berfireh ên li ser çareseriya neteweya demokratîk danîne holê û çarçoveyek giştî ya fikrên me têkîldarî mijarê hatine vekirin.

Divê em wan babetan di çarçoveya entegrasyona demokratîk û pirsgirêka Kurd de hê zêde kûr bikîn. Tenê ne ji bo pirsgirêka Kurd, derveyî vekirina deriyek wiha ya çareseriyê şansek din tuneye ku hemû pirsgirikên olî û etnîkî yên Rojhilata Navîn bên çareser kirin.  Pêwîste entegrasyona demokratîk bi modernîteya demokratîk û pergala neteweya demokratîk ve girêdayî bê destgirtin. Em bi vê ve girêdayî, pêdivî pê dibînîn ku encamên xeter ên pratîkên dewletokên netew û qirkirinên çandî fîzîkî yên kapîtalîzmê ku divê sosyalîzma pêkhatî jî li ser vê bê zêde kirin rojev bikîn. Ev qas biwateye û lazim e bilez bê pratîze kirin.

Entegrasyona demokratîk modelek nû ya çareseriyê ye. Bitaybet jî çareseriyek wiha piştî şerê pêncî sal derbas dike ya ku PKK’ê bi Komara Tirkiyeyê re jiyan kirî şûnve;  hê baştir hatiye fahm kirin.  Me hem di Manîfestoya dawî de û hem jî di hemû nirxandinên ku seranserî pêvajoyê de pêşxistî da danîye holê ku dest ji stratejiya şerê rizgariya netewî berdaye. Divê sedemên derbas kirina PKK’ê baş bên fahm kirin. Tişta ku bi vê re tê xwestin ne ji holê rakirina temamî ye; rojev kirina qanalên polîtîk ên li ser bingehê çareseriya rast a biperspektîfa modernîteya demokratîk in. PKK bi veguhertina civaka demokratîk re hat derbas kirin. Ji ber vê jî civaka demokratîk bi çarçoveya neteweya demokratîk ve li ser bingehê bernameya siyasî, wek çareseriyek stratejîk hatiye pêşniyar kirin.

Bêçareseriya dewlet netewe danîne naverastê, hatiye qebûl kirin ku şerê rizgariya netewî ya ku bûye stratejiya wî ya bingehîn ne stratejiyek rast e û bêyî ku dest ji perspektîfa neteweya demokratîk bê berdan, siyaseta demokratîk wek stratejiyek nebe nabe li şûna wê dane rûniştandin. Bi terk kirina stratejiya kevn ve, stratejiya ku dixwestin şûna wê bidin rûniştandin siyaseta demokratîk wek pêdivî û erkek bingehîn pênase dike.

Pêwîste beriya her tiştî bê tespît kirin ku naveroka entegrasyona demokratîk sade û vekiriye. Dema ku dewlet netewe wek armancekê tê derbas kirin, rêxistin, bername û stratejiya dewlet netewe tê terk kirin, tişta ku tê hedef kirin jî pratîze kirina bernameyek entegrasyonê ya ku xwe dispêre zemînên demokratîk e. PKK bi Kongreya 12’emîn ve dawî her tiştê ku bi dewlet neteweyê ve girêdayî aniye. Ev jî ne bi zextek derve re, bi rêxnedayînek hundirîn ve pêkaniye.

Helbet mîrateya hatî afirandin a pêncî salan jî wê li stratejiya nû û rêxistinek nû ya ku xwe tê da îfade bike, bigere. Me navê vê jî di Manîfestoya de wek stratejiya demokratîk û siyaseta  demokratîk diyar kir û kongreya 12’emîn a PKK’ê ev qebûl kir. Bitaybet jî eniya desthilatdariyê, bi şiklê “PKK’ê xwe bi fesih kirinê ve tune kir, çekên xwe şewitand û êdî xelas bû” ve nîşan dide. Bi gotinek herî sivik re dikare wek ne fahm kirina rastiyê bê gotin. Dema ku ev pêngava dîrokî encax wek yekpare mafê siyaseta demokratîk, naverok û şiklê wê ve li berçavan hat  girtin, dikare wate bibîne.

Ji ber vê jî di pratîkê de avêtina pêngavên ku pêwîste bên pratîze kirin wek erkekê li pêşiya me disekine. Li şûna rêxistina şerker rêxistina komuna demokratîk/ civaka demokratîk bê pêşxistin wê pêvajo ber bi rotayek bitendûrist ve biçe ku me di vê çarçoveyê de ava kirina Yekitiya Komînên Demokratîk hedef kiriye. Gava ku em bi dewletê re ji bo pêvajoya pratîka nû pêngav diavêjîn hevoka me ya destpêkê bûye ev. Ev nêzîkatiyên rêgezî ne û divê neyên paşçav kirin.

Welê tê fahm kirin ku babetên ji kûrahiyê ve nehatîn têgihiştin û nehatîn fahm kirin hene. Ji ber vê sedemê jî em pêwîstî pê dibînin ku ji nû ve vekîn.

Neteweya demokratîk, ji aliyê çawaniyê ve ji netew dewlet an jî dewlet netewe pir cuda ye. Dewlet netew ne tenê komên etnîkî, çandên cuda; çand û nirxên neteweya ku dewlet li ser navê wan hatî ava kirin jî, bi rêya zordariyê dike aîdê dewletê û bi helandinê ve hebûna xwe berdewam dike. Em vê rewşê dikarîn di destpêkê de li Fransa û welatên Ewropaya ku wek pêşî dewlet netew jê derketî da bibînîn. Gava ku dewlet neteweya Fransayê Broton, Korsîka û civatên din bi çanda Fransayê re dikir yek, di heman rêjeyê de hewldaye Fransiyan jî bihelîne. Niha jî gelek herêmên Fransayê hene ku bertek nîşanî wan pêkanînan didin.  Li Elmanyayê jî dewlet netew, bi şiklê tepisandina nasname û baweriyên cuda yên ku di prenstiyên xwecihî de temsîla xwe didîtin ve ava bûye.  Encamên wan pêkanînan di biryargehên navendî yên dewlet neteweyan de dikarin baş bên dîtin. Encamên ku dewlet neteweyan li ser herêmên din ên cîhanê dan çêkirin jî, sedema rasteqîn a rewşa îro ya cîhanê ne.

Neteweya demokratîk ne modelek çareseriyê ya ku nû hatiba afirandinê ye.  Gava ku Ewropa ji miletbûnê derbasî netewbûyînê dibe diyardeya netewî ya ku pêş dikeve xwediyê karakterê demokratîk e. Ya ku di nêvenga Ronesans, Ronakbîrî û Guhertinan de pêşdikeve neteweya demokratîk e. Li hember ferz kirinên ku ji aliyê Holanda, Îngilîstan û Fransayê ve dihatin kirin derketiye holê. Lê nekariye xwe ji tepisandina dewlet netewê rizgar bike. Berxwedan û tekoşînên çi li dijî monarşiyên Ewropayê dihatin meşandin û çi jî li hember êrîşên ku çavkaniyên xwe ji derve digirtin dihatin meşandin bingehên xwe ji neteweya demokratîk digirin. Di bingehê vê de jî civaka komînal heye. Bitaybet jî dema ku em li wesfên opozîsyona ku seranserî şoreşên Îngilîstan û Fransayê da derketîn holê mêze dikîn, wê bê dîtinê ku îhtîmal pir zêde bû bi neteweya demokratîk ve encam bibin. Ev babet hêjayî lêkolîn û fahm kirinê ye.

Dewlet netewe bi tune kirina neteweya demokratîk ve pêşket. Di serî de Îngilîstan, Fransa, Holanda, Elmanya wek giştî di hemû Ewropayê de rewşek wiha mijara gotinê ye. Tişta ku di Ewropayê de li seranserî serdama navîn serwer civaka komînal e. Civatên qebîle- etnîsîte yên ku xwediyê şêwazek jiyana komînal nirxên demokratîk di hembêza xwe de dihewînin. Zemîna neteweya demokratîk jî ev e. Ev civatên ku di bin qraltî, prenstiyên xwecihî de derfetê jiyanê diditîn, bi ferz kirina modela netew dewletê ve; bi şêweyek bixwîn ve hatin tune kirin.

Ev rastiya ku di Rojhilata navîn de dergûştî ji zayîna şaristaniya komînal demokratîk re kirî, hê zêde serwertir e. Dema ku di warê qabîle, etnîsîte, ol û mezhebên komînal de dewlet netewe dihat pêşxistin, hê zêde rûxîner bûye. Delîla vê ya rojane û zindî jî şer û peçvûnên Îsraîl û Fîlîstînê ne. Her çiqas herî hindik dîrokek vê ya sê hezar salî hebe jî pêvajoya ku ev rûyê rûxîner derketî holê jî pêvajoya dewlet neteweyê ye.

Wek esas çîroka şerên di navbera şaristaniya dewlet û civaka komînal de li Kurdistan û Mezopotamyayê pêşketiye û nêzîkî 4-5 hezar salin berdewam dike. Em daneyên vê di destan, tablet û belgeyên ku hetanî roja me hatîn ên dewletan de dibînin. Netew  dewlet di vê herêmê de wek çareseriyek modernîteya kapîtalîst xwe spartiya kevneşopiya dewletparêz a bixwîn û li ser bingehê înkarê nêzîkatiyê nîşanî şaneyên sosyal ên civakê, bawerî û nasnameyên etnîkî bûye û ji ber vê yekê pêşî li encamên rûxîner vekiriye.

Neteweya demokratîk koka xwe ji kevneşopiya civaka komînal digire. Li dijî şaristaniya delwletparêz a bixwîn federasyonên qabîle-aşîret û civatên olî civaka demokratîk îfade dikin. Hîna di her devera cîhanê de kevneşopiyên qabîleyî hebûnên xwe didomînin; cemaetên olî yên ku xwediyê şêwazên komînal li her deverê derdikevin pêşiya me. Wekî ku tê îdîa kirin ev ne navêndên wiha paşverû û temsîliyeta serdema navîn dikin; berevajî nûnertiya aliyê demokratîk dikin û bi şêwazê jiyana kevneşop-komînal ve xwe digihînin îfadeyekê; di roja me de jî li dijî zîhniyeta kapîtalîst-faşîst zemîna neteweya demokratîk pêktînin.

Neteweya demokratîk, wan kevneşopiyên dîrokî, komînal, etnîk û komên olî wek hêmanên civaka demokratîk zindî dike, li ser bingehê modernîteya demokratîk modern dike. Ev, bingehê neteweya demokratîk e.

 

2-Kurd û Çareseriya Civak/ Netewa Demokratîk

Dema ku em çareseriya neteweya demokratîk li ser Kurdan pêkbînin, wê tablo hê zêde bandorker be. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin di dîrokê de cara destpêkê Kurd hatine binav kirin. Sumer, ji qebîleyên ku çiya hatîn re ‘Kurtî’ dibêjîn, ango tê wateya “gelê çiyayî.”  Di roja me de wateyek neyînî ji vê gotinê “gelê çiyayî” re hatiye bar kirin û ji bo pênase kirina Kurdan hîna tê bikar anîn.

Destana Gilgamêş tekoşîna ku Kurdan li dijî Sumeran meşandî, dihewîne. Destana Gilgamêş, ji serî û hetanî binî çîroka şerên ku dewlet bajarên Sumeran li dijî qabîle, aşîret, etnîsîte û gelan meşandî, bi zimanê mîtolojîk ve vedibêje. Dikare bê gotin ku îro jî tekoşînên azadiyê yên çanda qabîleyên ku di sîstematîka Toros-Zagrosan de jiyan dikirin li dijî dewlet bajarên deştê û împaratoriyên hov ên ku li ser wan ava bûn dimeşandin, zinditiya xwe diparêzin. Di van xakan de şêwazê jiyanê komînal û berxwedêr e; şerê berxwedanê û lehengên xwe mezin dike. Derveyî mekanîzma û bîrdoziyên dewletê yên ku di pirtûkên pîroz de û di belgeyên serweran de pîroz û wekî xweda tên dîtin, behsa kevneşopiya komînal ên ku li ser navê mirovahiyê azadiyê diparêzin jî tê kirin. Kevneşopiya berxwedanê ya ku hetanî roja me hatî xwe dispêre çandek wiha. Çavkaniya demokrasiya Atînayê jî kevneşopiya demokratîk a wan xakan e.

Me behsa jiyan kirina hetanî roja me ya qabîle-etnîsteyan kir. Gotina Kurd, tê wateya civaka qebîle-eşîret. Ji ber ji aliyekê ve bi nirxên komînal ve hebûna xwe didomîne, lewra em dikarin vêya wek avantajekê bibînîn. Lê Ji ber sedemên hundir û derve;  di bin nebûyîna neteweyê de jî, ev taybendî radizê. Tê dîtin ku bi serdema navîn re di rêya mîlîyetbûnê de hinek pêşketin tê bidestxistin. Her çiqas Kurmanctiya ku bi Îslamê re pêşketî rêya mîliyetbûnek xweser ji Kurdan re veke jî, nekariye derbasî netewbûnê bibe.

Sedema bingehîn a vêya jî pencê qirkirina dused salan a modernîteya kapîtalîst e. Pencê qirkirinê netewbûyîna Kurdan asteng kiriye. Ev sedemek derveyî ye, lê ji ber ku destwerdanek zêde li ser avaniyên civaka Kurd hatiye kirin, lewra her ku biçe wek sedemek hundirîn jî rol leyîstiye. Di roja me de rastiya mîletê Kurd di bin pêncê qirkirinekê de ye. Modela ku li ser Kurdan tê ferz kirin a dewlet neteweyên ku hêza xwe ji navendên desthilatdariya hegemonîk digirin, qirkirina çandî û fîzîkî ye.

Di qonaxa heyî de wê dest ji vêya berdin? Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku me daye destpêkirin dest ji berdana vê pêşniyar dike. Ev wê çawa bê serxistin? Wê encamên pêvajoya demokratîk a ku em hewl didîn bidomînîn diyar bike.

Hêzên hegemonîk ji bo Kurdan dewletokek netew dihizirin. Em dizanîn ku hêdî hêdî hevkarên xwe ji bo vêya amade dikin. Teqez dewletoka netew a sî salên dawiyê li dijî PKK’ê dan şer kirin, ji aliyê hêzên derve ve hatiye amade kirin. Dûrxistina ji vê rolê ya dewletoka netew a ku li dijî hebûna siyasî ya Kurd bi rolek îmhaker ve radibe; tenê ne erkek Kurdan e, berevajî erka hemû gelên herêmê ye.

Divê dewletoka netew a Kurd bi netewbûyîna demokratîk re neyê tevlîhev kirin.  Dibe ku ava kirina dewletek Kurd ji bo piştevanên wê xeteriyekê bi xwe re neyne, heta dibe ku bi xwe re rehetiyekê jî bîne. Lê pêwîste îhtîmala ku wê ev bi vê rewşê ve vegere çekek dij şoreşger û hemû herêmê vegeuherîne bizotek agir jî neyê paşçav kirin.

Modela ku wekî çareseriya du-dewletî tê pêşkêşkirin, Îsraîl-Filîstîn ji bo vê mînakeke berbiçav e. Tevî ku sed sal in cîhanê mijûl dike jî, hêj ji çareseriyekê pir dûr e. Eger di bin navê çareseriyê de di erdnîgariya Kurdistanê de bi nifûsa xwe ya ku şêst milyonî derbas dike ve, di dewletokek netew de israr kirin çêbibe, çi dewletên hevkar û çi jî qaşo ew netew -dewletoka Kurd a ku dixwazin li dijî dewletên dagirker bidin avakirin; wê bibe sedema şerekî wisa ku ji nakokî û şerê Îsraîl-Filîstînê pir dijwartir.  Ev yek jî ji bo gelên herêmê tê wateya qaresateke tirsnak.

Ji ber vê yekê, bi fesih kirina PKK’ê re, ew rastiya ku dihat xwestin bê derbaskirin ev e. Lêbelê, tevî vê gava dîrokî jî, tê xwestin ku em mîna berê di nav pirsgirêkên giran de bijîn û ber bi atmosferek şer û pevçûnê ve bên kaşkirin. Modela civaka demokratîk a ku hatiye pêşxistin, hem pêşî li vê karesata mezin digire û hem jî bêyî ku serî li tundiya leşkerî bide, çareserkirina pirsgirêkê bi rêbazên siyasî ve armanc dike.  Armanca bingehîn a vê veguhertina ku tê xwestin bikîn ev e. Divê hewldana ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê ya bi rêbazên siyaseta demokratîk ku ji netewe-dewlet û çareseriya leşkerî watedartir e, baş bê fêmkirin.

Têkilî û diyaloga dawî ya ku bi dewletê re hatiye pêşxistin, armanç dike ku pirsgirêka li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ji tundiyê derbixîne veguhezîne pêwendiya siyasî; texrîbatên ku çareseriya dewlet neteweya kapîtalîst diafirîne pêşbînî bike, bibe mecrayek nûjen û demokratîk.

Dema ku li ber wan hemû nirxandinan pirsgirêk bê destgirtin, wê bê fahm kirin ku hewcedariya  civaka demokratîk beriya her tiştî aşitî ye. Divê rêbazên zextker û tuneker ên ku heta niha hatine sepandin bên derbaskirin, her cûre rêbazên li ser bingeha tundiyê bi rengekî derve bên hiştin û li şûna wan di wateya giştî de siyaseta demokratîk bê rûniştandin.

Ev babet di asta dawî de jiyanî ne. Bêguman em dibînin ku heta niha çend gav hatine avêtin. Lêbelê, dema ku mezintî, dijwartî û lezgîniya pirsgirêkê li ber çavan bê girtin, wê bê dîtin ku ev gav nikarin pêşî xeteriyên ku bi şiklek hê mezintir vegerin bigire û têra çareser kirina pirsgirêkê nakin. Eşkere ye ku hewcedarî bi gavên ku aştiyek mayînde tîne û seranserî herêmê hembêz bike heye. Li ser vê bingehê pêvajo potansiyeleke ku ber bi aştiyê ve bibe di nav xwe de dihewîne. Divê ev yek di heman demê de bibe aştiya hemû gelên Rojhilata Navîn. Divê em aştiyek ku dawî li tundiya Tirk, Ereb, Kurd, Fars û gelên din bi xwe re mijûl dike bînîn. Em dikarin têgihîştineke wisa ya siyasetê û şêwaza wê ya çareseriya demokratîk serwer bikîn.  Em behsa bernameyeke siyasî ya wisa bibiryar û xwedî îddîa dikin.

Heke em hîn bêtir şênber bikin, em ji encamên ku netewe-dewletê afirandine pir baş dizanin ku ew pergaleke zext û mêtingeriya modernîteya kapîtalîst e. Ev pergala ku her kesî/ê kiriye mîna olekê û pê re radibin û rûdinin, ji bo Ereb, Tirk, Fars û hinekî jî ji bo Kurdan  wekî yekane çareserî be, hatiye bazar kirin. Em di asta prensîbê de  diparêzin ku ev yek bêçareserî ye û heke ferzkirina wê berdewam bike, wê deriyan ji karesatan re veke û ji ber vê jî em çareseriyek wiha ji bo xwe naxwazîn.

Ji ber ku civaka demokratîk li dijî vê, şer ji amûrbûnê derdixîne û siyaseta demokratîk wekî rêbaza bingehîn dibîne, dibe tercîha me ya sereke. Ji ber ku armanca wê ne dewlet demokrasî ye û naverok, pêkanîna wê jî bi hev kirina aliyan ve girêdayî ye.  Gelek aliyên wê yên mîna aborî, siyasî, civakî û çandî li gorî hewcedarî û bendewariyên civakê tên diyarkirin.

 

3- Sosyalîzm, Pirsgirêka Neteweyî û Netewe-Dewlet

Her çiqas çareseriya demokratîk di pirsgirêka neteweyî de hêsan xuya bike jî, di eslê xwe de modelekî çareseriyê ya cuda û alternatîf e. Sedema ku em dubare dubare li ser disekinin jî ew e ku ji çareseriyên umed, miled an jî dewletparêziya-netew hê qedîmtir xwe dispêre kevneşopiyekê. Li gel ku li dijî vê, çareseriya dewletparêz a ku ji civaka qlan û hetanî niha wekî penceşêrekî civakê dorpeç kirî û belavî laş bûye heye, lê li ser vê jî ev cure çareserî hîna wekî rizgarkerekî tê pêşkêş kirin.

Pirsên ku divê em bi prensîbên zanista sosyolojiyê bipirsin ev in: Ji civakê çi man? Em dikarin çi xilas bikin? Pirsa duyemîn jî ev e: Gelo bi daqurtandina civakê ya ji aliyê dewletê ve û afirandina hêzeke li ser civakê re, wê pirsgirêk bên çareser kirin?

Dema ku em bi perspektîfa sosyolojiya dîrokê ve mêze dikîn, bi daqurtandina civakê ya ji aliyê dewletê ve û anîna civakê ya wekî civaka dewletê; bûye sedem ku dewlet  di nava civakê de neyê xuya kirin.  Di encama vê xeleka binketî de, xweza û civak bi hev re ber bi tunebûnekê ve diçin.

Yên ku xwezayê xira dikin dibêjin qey pirsgirêkan çareser dikin; yên ku civakê qurbanî dewletê dikin dibêjin qey civakê xilas dikin, civak bixwe jî ji bo çareseriya her pirsgirêkê ber bi dewletê ve dibeze. Ev xeleka binketî ya mîna kuna reş, her tiştê ku derdikeve pêşberî xwe dadiqurtîne.

Pirsgirêkên li herêmê bi rengekî kûr kok berdane. Pirsgirêkên ku her du şerên cîhanê, şerên herêmî, şerên olî û etnîkî li ser hev bar kirine, mîna girêkekê li her derî pêçane. Divê li cihekî mirov ji vê re bibêje “raweste”. Tevahiya hewldana me ji bo şikandina vê xeleka binketî ye.

Şêwaza çareseriyê ya ku hêzên hegemon li Rojhilata Navîn ferz dikin, em herî baş di pirsgirêka Îsraîl-Filîstînê de dibînin. Ev rêbaza ku mirov dikare jê re bibêje “vemirandina agir bi agir”, di eslê xwe de ji çand û jiyana civakî ya qedim a Rojhilata Navîn re xerîb e. Zanyariya Rojhilata Navîn nêzîkatiyên wisa red dike. Refleksa xweparastinê ya civaka komînal ew e ku xwe dispêre çiyayan, vedikîşîne çolan, lê rêbazên wiha rûxîner qebûl nake.

Birastî jî  ev zanyariya qedim a ji Çînê bigire hetanî Hindistanê, ji Yewnanistanê bigire hetanî Misirê, qasî ku maneviyata cîhanekê xwedî bike afirîner e. Ji bo ku dubare kirina şaristaniya bidewlet ferz dike bişikîne, hewldaye bi mîtolojî, ol û felsefeyê ve çareseriyan biafirîne. Cewherê hemû felsefeyên mezin ên ku xwe dispêrin kevneşopiya civaka komînal, di dawiyê de li dijî cinawirê Levîathan ê ku tundiyê di destê xwe de digire, hewl dide civakê biparêze. Ji ber vê yekê çareseriya demokratîk a ku em li vê derê tînîn ziman, çareseriyek wiha bingeha xwe tuneyî û teknîkî nîn e.  Kokên wê di kûrahiya dîrokê de hene. Em dîbînin ku bingeha tevgerên makeqanûnî yên ku di Ewropayê de pêşketîn jî, xwe dispêrin beriya kapîtalîzmê. Li dijî qraltiyên despotîk berxwedanên komînal di manastiran de û pêşketinên şoreşgerî jî di zanîngeh, reformasyon, ronansans û tevgerên zanîstî de hatine dîtin. Ew hemû li dijî rejîmên zordar lêgerînek azadiyê ne. Dewlet neteweyên ku di hundirê Ewropayê de pêşketîn jî, destpêkê bi berxwedanên mezin ên civatên Ewropayê re rû bi rû dimînin. Civatên xwe dispêrin komunên bajaran, tevgerên beşên bindest, berxwedanên olî yên xwecihî, sosyalîstên utopîk, sosyalîstên zanyar li dijî feraseta dewletê ya ku tê ferz kirin, refleksa xweparastina civakê îfade dikin. Li dijî pergala navendbûyî ya dewlet neteweyê azadiya civakê diparêzin.

Çareseriya demokratîk xwe dispêre paşerojek qedîm, bi hişmendiya xweparastina civakî ve pêkhatiye û bûye şertê yekane ya berdewam kirina civakê. Bangawaziya “Aştî û Civaka Demokratîk” kevneşopiya civakî ya wiha qedîm esas girt û hat formule kirin. Piştre jî “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” û danezanên bi wê ve girêdayî timî behsa girîngiya çareseriyek bê dewletî kirin.

Di esasê de çareseriya dewletparêz di feraseta sosyalîzmê de pir nehatiye erêkirin. Marxê ku bûye yek jî sazûmankarê bîrdoziya sosyalîst li ser meseleya neteweyê pir nesekiniye. Di pêvajoya Komîna Parîsê de digihije ferqa şaşitiyên xwe û hewldaye ku mijarê bigire dest. Dema ku fahm dike Komîna Parîsê wekî ku ew dixwaze pêşnakeve, lewra berxwedanê silav dike û piştevaniyê tercîh dike. Rêberên şoreşa Sovyetan Lenîn û piştre jî Stalîn di meseleya netewî de pêngavên hê cidî diavêjîn. Lenîn erk dide Stalîn û ji bo ku têkîldarî meseleya netew bibe xwediyê zanebûnekê dişîne ba sosyalîstê Avusturyayî Otto Bauer.

Rêgeza federasyonê ya Proudhon girîng e. Çareseriya Proudhun taybetmendiyên ku pirsgirêkê di xweseriya Ewropayê da bigihîne encamê dihewîne. Eger ev wek rêgezek anarşîst nehatiba destgirtin û red kirin û bi şiklê ku dikare ji bo civaka demokratîk bê destgirtin hatiba nîqaş kirin, dibe ku kêmasiyek mezin a Marx hatiba derbas kirin. Lê belê şûna ku girîngî bi çareseriyên li gorî şaneya civakê bînin, berevajî girîngî bi nêrînên ku dikare wek versiyona çepgir bên hesibandin ên dewletparêz û ronakbîriyê yên Otto Bauer anîn.

Di nêrînên Bauer de vebijêrkên cuda tên rêz kirin. Ev vebijêrkên mîna mafê diyar kirina çarenûsa neteweyan, rêgeza federasyonê, xweseriya herêmî, xweseriya çandî û çareseriya lîberal vebijêrkên çareseriyê ne. Em dikarîn wan wiha jî îfade bikîn: Çareseriya ferdî, çareseriya çandî, çareseriya herêmî, çareseriya federatîf û mafê diyar kirina çarenûsa gelan. Ev hemû jî bi perspektîfa çareseriya dewelet netewe ve tên şîrove kirin. Li beramberî vê nêrînên Proudhon jî li şûna çareseriya dewletparêz, hê zêde nêzîkî çareseriya civakparêz in. Ji vê hêlê ve wekî çareseriyek ku navbera serdema navîn û serdema nû îfade dike, tê xuya kirin. Eger li hember meyla çareseriya binavend dewlet a Bauer, meyla çareseriya binavend civak a Proudhon esas hatiba girtin, dibe sosyalîzm li beramberî pirsgriêkan gihiştiba encamên hê rastir. Di çareseriyên sosyalîst a pêkhatî de dewlet esas in. Bi şêweyên cur be cur ve dabeş kirina dewleta lîberal an jî despot, zêde kirina qadên wan ên desthilatdariyê, ava kirina navendên nû û afirandina dînamîkên tengaviyê çêdikin ên nû çareseriyên kêrhatîn e. Dest ji çareser kirina pirsgirêka civakê ya vê bidin aliyekê, pêşiya pirsgirêkên nû vedike. Pirsgirêka civakê bi dewletbûyînê ve çareser nabe. Bitaybet jî li gorî feraseta ku di şexsê Stalîn de derketî holê û serwerî li ser hemû cîhana sosyalîst a pêkhatî çêkirî; pirsgirêkên netewî yên ku tên jiyan kirin dikarin ji jor ve bi çareseriyek dewletî ve bên çareser kirin. Di rastiyê de jî yekperestiyek ku li dijî ruhê sosyalîzmê, wekî reçeteyek azadiyê ji bo hemû neteweyan pîroz hatiye dîtin. Rêgeza diyarkirina çarenûsa neteweyan a ku wek xala derketinê ya çareseriya dewletparêz tê nîşandan, ne rêgezek sosyalîste; 14 rêgezên nav û deng ên serokê Emerîkayê Wîlson in. Lenîn ji Wîlson bandor dibe û vê rêgezê dixîne rojeva xwe. Di esasê de ev rêgeza ku ne bi civak bûyînê ve bi çareseriya ku dewlet pêşkêşî civakê dike ve tê zanîn, wekî rêgezek sosyalîst tê nîşandan. Bitaybet jî rêgeza mijara gotinê ya ku nêzîkatiya pergala sosyalîst a pêkhatî nîşanî gelên derveyî “Rusyaya Dayîknîştîman” dimînîn dide; naverokêk nû bidest dixe û di rewa kirina hikumraniya Rusyayê de rol dileyîze. Dema ku welatek, dewletek mecburî hevkariya bi Emerîka an jî Rusyayê re tê kirin, dewletên ku girêdayîna xwe bi Rusyayê re îlan kirin jî wekî azadixwaz tên bazar kirin. Di rastiyê de jî li gel ku pêkanînên wan ên qirker, mêtînger û antî demokratîk ên herî hindik qasî dewletên kapîtalîst tên zanîn jî, lê ji ber ku tenê serî li ber Rusyayê tewandine lewra wekî azadixwaz û sosyalîst tên nîşandan. Xwe spartin rêgeza Mafê Diyar kirina Çarenûsa Neteweyan û li Abya Yala, Asya, Efrîqayê  dewlet netew hatin zêde kirin. Wek konjonkturel, dikare bê gotin ku hinek maf zêde kir. Lê dema ku em li encamê mêze dikîn, hema dest ji afirandina çareseriyek mayînde ya seranserî cîhanê berde, tê fahm kirin ku bûye sedem pirsgirêka wekî penceşêrê belavî hemû cîhanê bibe. Me ev wek tefandina agir a biagir re pênase kir.

Rûxandina astên cuda yên her du pergalan jî tiştekî ji me re vedibêje. Demek  em mebûrîn ku bi wan pratîkên rûxandinê ve bikevîn rê û çareseriyên li gorî rastiya me ya civakî û xwe dispêrln kevneşopiyên me yên qedîm bibînîn. Bingehê lêgerîna me jî ev e.

Encamê lêgerîna ku bêyî pirsgirêk me ber bi rêyek vegera wê tineyê ve kaş bike ya wekî pirsgirêka Îsraîl-Fîlîstînê, dikarîn pirsgirêkê çareser bikîn e. Em pirsgirêkek wiha di Qarabaxê, Lubnan, Lîbya, Yemen û hema bêje hemû welatên Rojhilata navîn de dibînin. Em mînakên pir giran ên heman pirsgirêkê di Balkanan, Asya Başûr, Efrîqa, Abya Yalayê de dişopînîn. Ewropa jî ne derveyî vê ye. Li Îspanyayê pirsgirêka Bask û Qatalanan, li Îngilîstanê pirsgirêka Îrlanda, Îskoçya, Gallerê û trajediyên bêhejmar ên ku gel jiyan dikin. Gelo em dikarin bêyî ku bikevin nava dubare kirinek wiha çareseriya xwe biafirînîn? Lêgerîna me ew e ku bêyî em aloziya dewlet jiyan dikin bijîn û aloziya ku wan afirandî jiyan bikîn formuleke çareseriyê peyda bikîn.

 

4- Nakokî û Peçvûnên ku Navendbûyînê Afirandî

Em bi hev re encamên alozî û rizandina ku çareseriyên wekî federasyon, xweseriyên herêmî, xweseriyên çandî bi xwe re anîn yên bingeh dewlet netewe, jiyan dikîn. Eşkereye ku em nikarîn bi wan formulan ve biçîn çareseriyekê.

Di vê xalê de têgeha “Modernîteya Demokratîk” di nav vê bêçareseriyê de wekî çareseriyekê hatiye rojev kirin. Sedema ku me zêde behsa kokên wan ên dîrokî û pratîkên ku hatin jiyan kirin kir jî ew bû, divê bê zanîn ku em aligîrê çareseriyek rasteqîn în û pêwîste tiştên ku me behs kirîn rast bên fahm kirin. Mînakên ku di dîrokê de hatine jiyan kirin jî nîşanî me dide ku ev pergalek çareseriyê ye.

Xala derketina me ev e; li gorî baweriya zêde ya dewletê, hêza dewletê çiqas navendî bibe, wê di wê rêjeyê de bikare pergalê ava bike û bikare pirsgirêkê çareser bike. Di vê mijarê de mînaka destpêkê qralê Akadê Sargon e. Bi kom kirina di bin împaratoriyê de ya hemû dewletan ve xwe serwer kir. Bi vî  awayî xweseriya bajaran tune kir. Komîn belav kir û pergalek siyasî ya yek tîp ava kir. Robespîer, bi şikandina îradeya hemû hêzên şoreşger ên ku şoreşa Fransayê pêkanîn ve û bi jê kirina aliyên komînal û azadîxwaz a şoreşê ve, wê bikare dîktatoriyek yek tîp ava bike û aramiyê bidestbixe.

Ev nexweşiya navendbûnê ya dewlet netewe pêşiya du şerên cîhanê yên mezin vekir. Di roja me de jî ji ber sedema heman nexweşiyê,  hewl hatiye dayîn ku hemû civatên çar aliyên cîhanê bikin yek tîp, bi mekanîzmayên kontrolê ve tengav bikin û bînin asta ku nekarin nefes bistînin.

Derveyî kur kirin û afirandina pirsgirêkên nû wêdatir tu alîkariyek cuda ya Sargon, Robespîer an jî heweskarek navend bûnê çênebûye. Berevajî, hewldanên kesên humanîst, dîsa berxwedanên komînal-qebîleyan, yên xwediyê lêgerînên felsefî, lêgerînên olî, mezhebî û lêgerînên zanistî, çêbûne.

Çareseriya modernîteya demokratîk ne têgehek xweser a roja me ye; di her dema dîrokê de li dijî şaristaniya navendperest qabîle, civatên komînal azad, komên olî, komên felsefî yan jî komên siyasî wekî versiyona roja me ya kevneşopiya berxwedanê bên hizirandin. Bi îfadeyek hê biwate ve rojev kirina pratîka hemû mirovahiyê ya ne navendî û xwe dispêre xweseriya demokratîk û demokrasiya lokal. Bingehên vê kevneşopiyê jî di herêma me de hatine avêtin. Israra ku li dijî navendbûna di şexsê Akad, Babîl, Asur û dewama wê da jî dewletên Persan de derketî holê, piştrast dike ku paşerojek hezar salî ya vê kevneşopiya komînên bajar û azadiya qebîleyan heye. Di cihekî de çiqas navendbûn hebe, di wê rêjeyê de kevneperestî, seknek hişk li dijî pêşketinê û her ku biçe faşîzm pêş dikeve. Wekî ku tê gotin navendbûn ne pêşketin û hemdem bûne; berevajî bi xwe re rizandin û paşverûtiyê diafirîne. Berevajiya tişta ku tê gotin ti împaratorî, ti rejîma dewletek navendî azadî ne daye civakê. Li her deverê û her tim di rewşên ku navend bûn lewaz be de û eger wek esas yekitî di pêwendiyên civakî de bên dîtin û demokrasiya xwecihî pêşketibe wê demê tê jiyan kirin. Binêrin tiştek ji bajarên biheybet ên wekî Ur, Uruk, Kîş, Lagaş, Babîl, Nînova, Memphîs ên ku bûne mekanên sereke yên avaniyên navendî nemane, lê berhemên qabîle-aşîretan hîna civakê xwedî  dikin û aîdiyet bi wan didin qezenç kirin.

Ava kirina berhemên dewletê ya perestgeh û  pîramîdên jî li ser pişta civakê kirine barek. Em dikarîn bipirsîn ku alîkariyek çawa ya wan avaniyên bi heybet ên ku bûne sedema mirina bised hezaran mirovan, desteser kirina çavkaniyên debarê yên civatên azad û şerên bêhejmar ên ku di oxira xanîmetê de hatin kirin, ji mirovahiyê re çêbûne?  Em çawa dikarîn vêya wek şaristanî binav bikîn? Em mînaka herî kevin a navendkirina desthilatdariyê di Xirabreşkê de dibînin. Di mînakên herî kevn ên wekî Xirabreşk, Gobeklîtepeyê de tê dîtin ku kole kirina civakê bi avahiyên qlanan û kole kirina jinê ve destpêkiriye. Ji bo ku vêya bikin divê hêz navendî bibe. Armanca ava kirina wan hemû avahiyan ew e ku qral-xwedayên qastîk mezin nîşan bidin. Qral-xwedayên ku dema jiyan dikirin hêzên xwe ebedî kirîn, gava ku dimirîn jî bi mahiyetên xwe ve dihatin veşartin û xirabiya xwe berdewam dikirin. Eger ji wan re faşîzma serdema destpêkê bê gotin wê şaş nebe.

Navend bûyîna hêz, faktora herî mezin a ku azadiya civakî, ronakbirî û her wekî din asteng dike ye. Hetanî ku ev rastî baş neyê fahm kirin, wê wek rêgezî neyê fahm kirin ka çima ew qas li dijî vêya derketin çêdibe. Di her du qadan de, avaniyên qabîle-aşîret ên ku li dijî avaniyên desthilatdar navendî berxwe didin û hewl didin jiyana xwe ya azad biparêzin mijara gotinê ne.

Qada yekemîn niv girava Erebîstana îro ye. Qabîleyên Amorît ên ku li vê derê jiyan dikin bi azadiya xwe ve pir girêdayîn e. Nahêlin hêz di qadên ku jiyan dikin de navendî bibin yan jî destûr nadin ku hêzek xwe li wan deran ragire. Ziman û çanda Ereb jî berhemê wan avahiyane ye. Wek dawî yên ku di şoreşa Îslamî de rola bingehîn leyîstin jî ev avanî ne. Îslam, ji aliyekê ve li dijî êrîşên Bîzansê û ji aliyê din ve jî li hember zext û kolekirina împaratoriyên Sasaniyan ji qabîle û aşîretên Bedeviyan re bû umed. Bi vî awayî bingeha civaka Erebên îro jî ava kir.

Qada duyemîn jî hewzeya Toros-Zagrosan e. Qabîle û aşîretên ku wek Kurd tên pênase kirin li vê derê rolek dişibe ya Bedeviyan dileyîzin. Ev şaristaniya ku wek Aryen jî tê zanîn li dijî hêzên ku pênç hezar sal navendbûn ferz dikirin, timî di nav şerekê de bûn. Li gel hemû êrîşan jî wek komek çandî ya bikok di nava berxwedanê de jiyan kiriye û hebûna xwe hetanî roja me aniye.

Pêwîste alîkariya ku wan berhemên çandî tevî cîhana îro kirîn jî, baş bên dîtin. Hin navendên faşîst di sedsala 20’an de hewldan berhemên çandî yên Aryen îstîsmar bikin. Lê ev nikare girîngiya çanda Aryen kêm bike. Wek cewherî çanda Aryen hezar salin alîkariya mezin daye çanda mirovahiyê û pêşxistiye. Çanda Aryen di hundirê xwe de bawerî-felsefeyek wekî ya Zerduşt welidand. Zerduştiya ku beriya bibe olê dewletê, daneheva çanda azadî, felsefî û zanistiyê dihewand. Encama ku em dixwazîn bigihijîn ev e: Nakokiya ku di navbera civakên ji serdemên destpêkê û hetanî niha ji pêşketinan re dibin zemîn û navendên ku wan civakan ditepisînan de tê jiyan kirin, nakokiyek bingehîn û qedîm e.

Pêşveçûnên di felsefe, hiqûq, rejîma siyasî, aborî, civak û hê gelek qadên şaristaniya Grek-Roma de çêbûn, di şaristaniyên beriya wê de pêşketibûn. Kîjan demê navendbûyîn pêşket şûnve, di hemû qadên ku tên behs kirin de yan dubare kirinek yan jî paşketin çêbûne. Grek, li ser sedan çandên xweser an jî bajarên serbixwe yên ku Anatoiiya Rojava û peravên Egeyê de ava bûn, pêşket. Çavkaniya bajarên xweser jî çanda gund û bajar ên Anatolî û Mezopotamyayê bûn. Grek piştî ku bajar kirin yek û vegeriyan qraltiyek navendî şûnve dest bi talan, xesp û dagirkirinê kirin. Armanca Îskender a Helenî kirina cîhana ku tê zanîn, xeyala bingehîn a gelek dewletên navendî ne.

Tişta ku Grekan nekarî serbixînin Romayê serxist. Împaratoriya Roma ya pir mezin vegeriya cinawirek ku cîhanê didaqurtîne. Navên sembol ên wekî Neron, Sezar û Augustos mînakên şênber ê vê cinawirbûyînê ne. Gihiştina hêzek wiha ya beşa arîstokratîka serwer, ji aliyê mirovahiyê ve pêşiya encamên pir giran vekiriye. Hingî ku hêz kom dibe, wek yekpare zext û zordarî jî zêde dibin. Rûxariya ku Asur li Babîlê kirî, li ber rûxariya Romayê dibe wekî cerebeyek lewaz. Li Romayê li hember navendbûna ew qas a hêzê bajar, gund, civatên azad, komên baweriyê ji bo azadiya xwe berxwedane. Li dijî makîneya ew qas mezin hewldane hebûna xwe biparêzin. Di navbera navendbûn û pêşketinê de ne pêwendiyek erênî, pêwendiyek negatîf heye. Di cihekî de çiqas navendbûn hebe ew qas jî paşketin heye. Di berevajiya vê de eger di cihekê de civaka azad-xweser hebe, li wê derê pêşketin, azadbûn û ronakbûyîn heye. Mînak di bingeha ronakbiriya Ewropaya Rojava de komunên bajar û civatên azad ên Ewropayê hene. Ronesans, di zirûfên ku hîna dewleta navendî ne gihiştiyê de pêş dikeve. Împaratorî ne xwediyê potansiyela ku ronesans û reformasyonê biafirîn in. Ew encax li pêy xesp kirina wan nirxên ku hatine afirandinê ne.

Di sedsala 17’an de ku di peravên bajarên Atlasê de zanist, huner û felsefe pêşket împaratoriyek li herêmê tune bû. Împaratoriya Spanyayê jî li dijî wan dewletên bajar azad di nav şer de bû. Pêşketinên felsefî û hunerî yên vê derê berhemên zirûfên azad in. Kessayetên wekî Spînoza, Rembrand di esasê de zarokên şoreşa Holanda ne. Pêwendiya bi zirûfên bajarên azad ve ya hilpekîna zanist, huner û felsefeya Ewropa nikare bê paşçav kirin. Dema ku dewlet netew pêş diket û dewletê dest bi navendbûnê dikir, ev qad dixistin bin yekdestiya xwe, afirînerî dikuşt û bi vê awayî pêşiya paşketinê vedikir. Dema ku hetanî roja me dihat, modernîteya kapîtalîst bi hemleya endustriya çandî ve, wan hemû qadan vedigerîne çavkaniyên kar û dawî li jiyana azad tîne. Êdî li Ewropayê pratîka dewlet neteweyek ku bi qirkirinê re encam dibe destpê dikir. Me ev mînak ji bo ku em nîşan bidîn, navendbûyîna dewlet netewe her ku diçe ber bi faşîzmê ve diçe dan. Qampa sosyalîst a pêkhatî jî heman şaşitî zêde kir û pêkanî. Navenda şaristaniyê derveyî zext, qirkirin û tune kirinê xwediyê taybetmendiyek ku biafirîne nîn e. Feydeyek  navendbûnê ji civak û azadiya civakî re çênebûye. Ji ber vê yekê dewletek netew û navendbûna dewlet netewe ne di nav tercîhên me de ne.

Sedemên dîrokî yên dûr sekinîna me ji çareseriya dewlet neteweya navendî re hene. Di dîrokê de hêzên afirîner û dahûrîner ên  avaniyên xwecihî yan jî xweser hê zêde bûne.

Li hember makîneya zexta ku me jor anî ziman berxwedana komîn, qabîle-eşîretan, ol û mezheban li seranserî dîrokê nîşandan û li gel nirxên civaka komînal ên ku diparastin û berxwedana wan a heyî jî li holêye ku nekarîne wekî bê xwestin serkeftin bidestbixin. Sedemek sernexistina wan jî ew e ku nekarîne xwe ji şerên tepisandina bêmerhamet ên împaratoriyên navendî û dewletan rizgar bikin. Timî rejîmên despotîk domînant derketine; qabîle-aşîret û komên baweriyê jî timî derbasî xweparastinê bûne. Ev jî bûye sedem ku ew timî di nav derûniya xweparastinekê de bimînin û pêşketina wan a bitendûrîst asteng kiriye.

 

5- Dînamîkên Nû yên Çareseriyê

Dema ku bi vî çavî ve li dîrokê bê mêze kirin, êdî wê baştir bê fahm kirin ka em bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî çi dibêjîn û em çareseriyek çawa dixwazîn. PKK wek tevgerek ku di bin bandora sosyalîzma pêkhatî de ma xwest çareseriyek xwe dispêre çanda dewletê pêşbixîne. Bi şerê rizgariya neteweyî ve û bi hedefa ku bigihije çareseriya dewlet neteweya ku seranserî cîhana binirx ve, ket rê.  Dikare bê gotin ku hetanî pêvajoya fesih kirinê jî stratejiya derbasdaer ev bû.

Lê dema ku bi kûrahî bê mêze kirin Kurd çi bi sedemên konjonkturel û çi jî sedemên bunyevî ve, heta rastî bêbextiya pergala kapîtalîst hatiye û bûye gelek ku bisaxî bê binaxkirin û dest ji gihiştina çareseriyek dewlet neteweyê berdîn, xwediyê rastiyek netewe ya ku nekariye tune kirina xwe jî bide sekinandinê ye. Wekî qirkirinên çandî û fîzîkî yên ku di dema modernîteya kapîtalîst de hatin pêşxistin û heta eynî wekî fermanên ku beriya wê li dijî Êzidî û beşên Ehlî Heq hatin pêşxistin da, tune kirina civaka Kurd pêkhatiye. Dema ku ev tam ne dihat serxistin jî xwe ji dewlet neteweyên xwe re dikir palpişt û di qada navnetewî de jî wekî amûrekê bikaranîn hilbijartiye.

Dewleta netewa Îranê, dewlet netewa Tirk, rejîmên Ereb, heta -dîvê îro Efganîstan jî li ser vê bê zêde kirin- ên ku bûne dewlet neteweyên herêmê yên pergala kapîtalîst, hemû jî vegeriyane behra xwînê yan jî dixwazin vegerînin behra xwînê. Rêbaza çareseriyê ya pergalê ev e.

Dema ku dor bê Kurdan jî dibêjin “hebûna xwe jî naparêze, winda bibe, xwe tune bike, gora xwe jî bixwe bikole.” Rê û rêbazên li ser sirgunên Ermenî û Rum, di dîrokê de li ser sirgûnên Cihû û îro jî li ser Fîlîstîniyan pêktînin derbas dike, ji Kurdan re rewa tên dîtin. Me bi rojev kirina çareseriyê ya pirsgirêka Kurd û di qebûl kirina hebûnê de navberek girîng bidestxist. PKK’ê ev serxist; lê gava ku xwest vêya derbas bike û çareseriyek demokratîk bixîne rojeva xwe, xwe nekarî ji êrîşên tuneker ên pergalê rizgar bike. Wekî tê fahm kirin wek esas ne dewlet neteweyên herêmê, pergala kûrewî bixwe di tasfiye kirina hebûna Kurd de bi dewlet neteweyên herêmî re rolek diyarker dileyîzin. Me fahm kir ku ji bo çembera hatî ava kirin bê şikandin, fesih kirina PKK’ê pêngava herî rast e û me ev pêngav avêt. PKK’ê di nava pêvajoyê de hebûna Kurdan piştrast kir û bi veguhertina civaka demokratîk ve xwe derbas kir. Ev deskeftiyê herî bingehîn ê PKK’ê ye. Êdî vekirî bû ku bi stratejî û avaniya xwe ya rêxistinî ve xwe dubare dikir. Çemberê hem nava PKK’ê dikeritand û hem jî dest bi sabote kirina dînamîkên çareseriyê dikir. Fesih kirina di dema xwe de ya avaniyên wiha ku bixwe bûne pirsgirêkek pêngava herî rast e. Ya girîng ew e ku divê forma rêxistinê ya ku dixînin şûna wê li gorî çareseriyê be.

Ji aliyê teorîk û pratîk ve wek berhemek ku modernîteya demokratîk ji sosyalîzma pêkhatî cuda dike; şûna çareseriya dewlet netewe, wek pêşketinek dîrokî çareseriya neteweya demokratîk rojev dike. Wek stratejîk tundî û şer, wekî amûrekê derdixîne û şûna wê siyaseta demokratîk û wekî rêgezekê pêkanîna hiqûqê dipejirîne. Aliyê siyasî û hiqûqî ya vê pêvajoyê nebe nabe. Em di wateya teng de ji perspektîfek teng a wekî serarast kirina hiqûqê ve mêze nakîn. Serarast kirina hiqûqa nû bişiklê ku hemû nasnameyên etnîkî û komên baweriyê yên ku di Tirkiyeyê de jiyan dikin bigire nava xwe û qanalên siyaseta demokratîk bên vekirin û ji bo demokrasiya xwecihî pêwîst e.

Bikurtasî muzakere û tekoşîna demokratîk bi serarast kirinên hiqûqî ve di nava hev de ne. Muzakereya demokratîk û garantî kirina hiqûqî ya yekitiya feraseta hevpar a ku di navbera aliyan de pêktê, wê bibe sedem ku xeteriya jehrî kirina pêvajoyê ji holê rabibe.

Bitaybet jî veguherandina ku me hewlda bi pêwendiyên xwe yên di nava sala dawî de bi dewletê re çêbikîn vê rastiyê îfade dike. Cihê ku şer û pevçûn hebe li wê derê muzakereya demokratîk nabe. Helbet pêkanîna “dest ji hebûna xwe berde û biterikîne” ya li ser Kurdan tê ferz kirin jî pêşiya her cure çareseriyê dixitimîne. Eger li pêy derve hiştina tundiyê re, qanalên siyaseta demokratîk û hiqûq nekevin dewreyê, wê xeteriya proveke bûna pêvajoyê, qut bûyîna wê yan jî sor kirina bi şêweyên cur be cur ên navendên biyanî, timî hebin. Zehmetiyên ku em jiyan dikin hinek jî bi fahm nekirina têrker a vê rastiyê ve girêdayî ye. Bêyî ku mirov bikeve cudahiya desthilatdar-opozîsyonê, hinek hêzên siyasî terk kirina me ya tundî û rêbazên leşkerî; wekî ku em dest ji hebûna xwe berdidin ve fahm dikin. Tê fahm kirin ku hejmara kesên bi şiklê; ev hemleya me xwe dispêre entegrasyone kesayetan a çareseriya lîberal dizanin, ne hindik in. Fesih kirina PKK’ê piştî hemleya me, wek defacto jî dixwazin em îlan bikîn ku hatine tune kirin. Qaşo piştî wê jî wê ji bo me hinek tiştên baş bihizirin. Tu ferqa vê nêzîkatiya înkarker û asîmîlasyonîst û mînakên ku di dîrokê de derketîn pêşiya me nîn in. Divê ji wan derdoran re bê gotin ku navê vê jî ne çareserî, di qirkirinê de israr e. Li hember nêzîkatiyek wiha jî tekoşîn dayîn di nava erkên me yên demokratîk de ne. Eger di vê nêzîkatiyê de israr çêbibe û encamek wekî dewlet ji nû ve serwerî li ser navenda xwe çêdike derbikeve, eşkereye ku wê rêya siyaseta demokratîk bixitime û wê rêbazên cuda bikevin dewreyê. Ev tespîtek e û rastiya şênber îfade dike, pêvajo qasî ku bi demagojiyê ve neyê derbas kirin hesas e û pêwîste ji aliyê hemû alîgirên eleqedar ve ev hesasiyet bê nîşandayîn.

Piraniya wan mijaran bi nîqaşan ve jî dikarin bên derbas kirin. Ji bo me ne serwerbûyîna wan avantajek girîng e. Em  carek din binê wan xêz dikin; armancek me ya dewlet netewe tineye. Lê ev, nayê wateya ku em ji bo hebûna xwe bigihinîn bin garantiya makeqanûnî û zagonî, tekoşîn nedin. Tam berevajî armanca me ew e ku em bi rêya siyaseta demokratîk û hiqûqê ve xwe îfade bikîn û hebûna xwe ji nîqaş kirinê derbixînin. Divê ev rastî pir baş bê fahm kirin. Bêyî vê tu garantiya pêngavek herî biçûk jî nîn e, lewra ev ji aliyê siyasetê ve jî nayê qebûl kirin. Pêwîste bi vê zanebûnê ve tevgerandin çêbibe.

Eger komîsyona ku di bin banê Meclîsa Neteweya Mezin a Tirkiyeyê de hatî ava kirin, dixwaze navê ku li xwe kirî; aştî û çareseriya demokratîk bi xwe re bîne, mecbure ku pêngavên pêşî li siyaseta demokratîk vedike û hebûna Kurd dixîne bin mîsogeriya hiqûqê biavêje. Her gotina derveyî vê, wê wek nixûmandin, paşxistin û lîstekekê bê fahm kirin.

Feyde heye ku em hinek babetên ku hê balkêştir tên îfade bikin. Eger pêşniyarek têkîldarî pêwîste rêya siyaseta demokratîk û hiqûqê vebibe ya komîsyonê di Meclîsa Mîlet a Mezin a Tirkiyeyê de bilez bersiva xwe bibîne, wê demê wê çareseriya civaka demokratîk a ku divê dirêjî demek dirêj bibe cihê xwe bigire. Wê çareseriya civaka demokratîk kengî pêşbikeve? Eger di parlamentoyê de serarast kirinên siyaseta demokratîk û hiqûqî bên erê kirin, wê wek qonaxa duyemîn bikeve dewreyê. Eger piştî ku PKK’ê dawî li xwe anî tişta derdorên desthilatdar wekî çareseriyekê dihizirin tenê tahliye kirina ji girtîgehê ya hin endaman be, daxistina ji çiya ya hinek endaman û piştî hatin darizandin rakirina cezayên wan û qezenç kirina wan a ji civakê re be; ev tê wateya ku ji destpêkê ve pêvajo hatiye sabote kirin. Çareseriyek wiha tineye û nabe jî. Lê eger piştî ku derbasî qonaxa duyemîn bûn şûnve rakirina hin astengiyên li ser rê bin û wekî rêyek navberê be, dibe ku bê hizirandin. Divê wek yekpare hemû avaniya PKK’ê;  bêyî ku biçin cudaxwaziya sucdar û ne sucdaran, her kesî/ê li çiya, girtîgehan an jî dîasporayê da dimînin tevî pêvajoyê bikin, ji rewşa derqanûnî derbixînin û pêşiya wan a siyaseta demokratîk vekin. Wê ev wek derbas kirina astengiyek girîng bê destgirtin. Çareseriya esas jî, wê civaka demokratîk bixwe, rêgezên wî yên pêkhatinê, bername û taktîkên wî hebn. Çareserî bi xwe fesih kirina rêxistinekê ve û rakirina cezayên endamên wê ve pêşnakeve. Çareserî, civak hebûna xwe qezenç bike, xwe azad îfade û wek civaka demokratîk rêxistin bike ve pêş dikeve. Bi vê armancê ve derketina rê çêbû û pêwîste ev pir baş bê nirxandin. Ji ber di vê mijarê de mejî tevlîhev bûn, lewra ji mecbûrî serî li sosyolojiya dîrokî hatiye dayîn.

Têgeha civaka demokratîk çiye û çi dihewîne? Teoriyek nû ya komînîzmê ye, lêgerînek nû ya dewletê ye? Yek ji wan jî nîn e. Civakek demokratîk, encax xwe ji kevneşopî û şêwazên jiyanê yên ku pêwîste xwe li gorî cîhana modern veguherîne derbas bike ve, pêkan dibe. Eger civakek ne modern be, şansê wî ku li ser lingan bimîne tuneye. Lê Kurdan, ji ber zextên faşîst ên ku tên ferz kirin ve şansê xwe modern kirinê ne dîtine. Ji bo Kurdan meseleya esas ew e ku wê çawa bibin civakek modern. Vekiriye ku wekî her civakê Kurd jî civakek in; dîroka wî, ziman, çand û sosyolojiya wî heye. Pêdiviya vê civakê bi siyasetê, aborî, tendûrîstî û perwerdeyê re heye; pêdiviya wî bi qanalên xwe îfade kirinê re heye. Ji ber vê yekê hetanî ku saziya siyasî nebe, behsa hebûna Kurd nikare bê kirin.

Tê gotin ku ha te ev xwestin ha te dewlet xwest. Halbukî ti eleqeya xwe tineye. Belkî ji bo bidexstina van bêjin “ev encax bi tundiyê ve tên bidestxistin.”  Lê vekiriye ku pêwendiyek vê jî bi rastiyê re tineye. Ji bo civakekê li ser esasên demokratîk rakî li ser lingan pêdivî bi tundiyê jî û bi dewletê jî tineye. Bitemamî di çarçoveya rêgezên demokratîk de pêktê. Civakek demokratîk dikare di nava dewletekê de cihê xwe bigire; dikare bi dewlet netewe re jiyan bike. Ava bûyîna dewlet netewe, nayê wateya astengiya teqez a li pêşiya civaka demokratîk.

 

6- Rêgezên Civaka Demokratîk

Di vê derê de babetên cuda yên ku pêwîste bên fahm kirin hene. Ev pirs çi di nav pergala kûrewî de û çi jî di nava Tirkiyeyê de hatine pirs kirin û li pêy bersivên wan çûyîn çêbûye. Em pêwîst dibînin ku wan bi şêweyê rêgezan yekoyek bigirîn dest.

Rêgeza yekemîn; divê di çûyîna civaka demokratîk de rêgeza laîktiyê tenê wek cudahiya di navbera dewlet û olê de neyê fahm kirin. Li vê derê cudahiya ol-dewletê pir muhîm e. Lê ev, bi şîroveya teng a laîktiyê ve ne înkara ol e. Di heman demê de ne rêvebirina ji aliyê desteyên olî ve ya dewletê ye.

Herî hindik qasî cudahiya di navbera dewlet û olê de, ya girîng ew e ku miletên ku civaka demokratîk pêktînin xwe îfade bikin. Divê rêya xwe îfade kirina bi ziman û çandan ve ya mîletan bê vekirin. Milet, bawerî, ziman û çanda civakekê ji aliyê dewletê ve nikare bê destnîşan kirin. Pêwîste dewlet xwe têkilî mîliyet, ziman, çand û baweriya civakekê neke. Me ji bo dewlet netewe demek dirêj şer rêvebir. Me bi salan ji bo vê hedefê tekoşîn meşand. Lê di encamê de me dît ku em bi vê re nikarîn civakek bitendûrist ava bikîn. Ev rêgez tenê ji bo Kurdan derbasdar nîn e. Di welatên sosyalîst a pêkhatî de hat dîtin ku bi rêbazên şer ve civaka azad di pergala kûrewî de nayê ava kirin. Ev rêgez ne tenê ji bo miliyetên bindest, miliyetên serdest jî di nav de divê ji hemûyan re wekî hev bê pratîze kirin. Çawa ku di nazara dewletê de komên ol û mezheban, wekî avaniyên xweser ên cuda tên dîtin, lazim e miliyet jî wekhev û biawayek azad xwe îfade bikin. Dikare bê gotin ku jixwe dewlet netewe dewleta miletek serwer e û ne pêkane ku ev pêkbê. Li gorî me her çiqas navê wî dewlet netew jî be, pêwîste dewletek bitendûrist bêyî ku li miliyet binêre demokrasiyê wekî hev li ser hemû koman parve bike. Çawa ku pêwîstî bi pêkanîna demokrasiyê ji rêgeza netew a nû re hebe, divê ji miletên din re jî hebe. Her kes biawayek azad miliyeta xwe tîne ziman û azad jiyan dike. Eynî wekî xwe îfade kirina azad a ol û mezheban. Hewceye dewleta rasyonel, dewleta hiqûqî û dewleta demokratîk destwerdan li ser vê neke. Çarseriya li vê derê çareseriyeke ku hem mirov xwe ji nexweşiyên kapîtalîzmê rizgar dike û hem jî fikrê sosyalîst digihije çareseriyek rast. Dest ji berdana dewlet netewe, her ku diçe ji aliyê pergalê ve girîngî qezenç dike. Dikare bê gotin ku ev rêbaz zehmet e, lê nirxê wê yê çareseriyê zêde ye. Wekî din rêyek cuda ya ku çirava Rojhilata navîn bê ziwa kirin tineye.

Em bi şiklek vekirî mînakên dewletên ku bi perspektîfa olî ve tevdigerin di pratîka dewletên Rojhilata navîn de dibîn în. Mînaka herî balkêş dijberiya Îsraîl-Fîlîstînê ye ku Xeza veguherandiye  dojehekê. Hemû cîhan bûye yek rabûye ser lingan, lê çareserî nayê dîtin. Eger dewlet netewe bikeve nexweşiya ol an jî milî, dîtina çareseriyekê ew qas zehmet e. Ji ber vê sedemê jî rêbaza bingehîn a ku pêwîste serî lê bê dayîn ew e ku bigihe feraseta dewletek ku xwe dispêre hiqûqa rasyonel û demokratîk, li pêşiya rêgezên demokratîk nebe asteng û di tercîh kirina miliyet an jî olê de sepandinan neke.

Dema ku em bên rastiya civaka Kurd, pêwîste bê zanîn ku em bi rewşek xweser re rû bi rû ne. Kurd hetanî niha nebûna neteweyek an jî ne gihiştine neteweya demokratîk. Lê rastiyeke ku di rêya netewbûyînê de navberek zêde bidestxistine. Dibe ku ji niha ve ji Kurdan re gotina me ya neteweya demokratîk nepixî bê. Ji bo ku bigihijin neteweya demokratîk pêwîste bên rewşa civakek demokratîk a berfireh. Ji bo vê jî lazim e bi rêya siyaseta demokratîk û hiqûqê ve xebatên wekî siyaset, civaktî, aborî, dîrok, çand, tendûrîstî, ol û wekî wan bixînin dewreyê. Civaka demokratîk ne bi çek û tundiyê, wiha tê afirandin. Demokrasî, cihê ku zordarî nebe jiyanî dibe. Hebûn qasî ku  xwe bibîne û bibe xwebûn hêz qezenç nekiriye. Dema ku em rastiya civakî ya ku jin rû bi rû tên jî li ser zêde bikîn, wê demê tablo pir tarî dibe. Dermana wan hemûyan di vebijêrka demokratîk de îfadeya xwe dibîne. Ew jî bi hişmendî û rêxistiniyê ve digihije garantiyê. Ji bo vê jî pêdivî bireforma makeqanûnî heye. Lê wek esas wê ev rewş bi jiyana pratîkî û xebatan ve pêkbê. Çiqas hişmendî û rêxistin kirin bê qezenç kirin wê ew qas bingeha demokratîk bihêz bibe. Tenê bi zêde kirina qanûnekê ve demokrasî nayê ava kirin. Di rastiyê de wek defacto piştî ku civak xwedî li derket şûnve bigihîne qanûnekê, wê bibe pêşketinek hê bitendûrist.  Wekî tê zanîn tenê Kurd rastî asîmîlasyonê nayên. Qasî Kurdan Tirkitiya kevn û çanda Tirkmentiyê jî hatiye asîmîle kirin. Em dizanîn ku cîhana akademîk, rewşenbîr, vê rewşê qebûl nakin. Lê rastiya dîrokî wiha ye. Asîmîlasyona ku li ser Tirkmenan pêk anî jî hetanî şovenîzma Tirkitiya jor çûye. Li ser vê bingehê dewlet û netew heman hatine dîtin. Li Elmanyayê netewkirina dewletê û dewlet kirina neteweyê, faşîzma Hîtler welidandiye. Li Tirkiyeyê jî encamên ku ber bi qirkirina çandî ve dibin afirandiye. Di nava kesên ku ev polîtîkayên  asîmîlasyonê pêkanîn de rewşenbîrên çep û rast û derdorên siyasî jî hene. Tu eleqeya Tirkîtiya jor a ku li ser navê dewletê tê ferz kirin bi Tirkîtî û Tirkmentiya resen ve tineye. Dixwaze bin navê netewtiyê û dixwaze bin navên cuda bê ferz kirin, di encamê de ya ku tê ferz kirin bîrdoziyek faşîst e. Terk kirina vê ji bo gelê Tirk jî tê wateya azadbûyînekê. Ji ber vê yekê pêwîstiya gelê Tirk jî bi şoreşek azadiya rasteqîn heye. Navê vê jî diyar kirin û jiyan kirina azad a mîliyeta xwe, ol û mezheba xwe ye. Ji ber vê jî ferz kirinek bizorê ya ku bişêweyê “tu wê vî olî, mezhebî û mîliyetê bipejirînî” li ser tu kesî/ê nayê qebûl kirin. Em ne di nava pratîkek ku Kurd, bi zorê wekî civakek netewî bê qebûl kirin de ne. Çi di asta akademîk de û çi jî di asta siyasî de dixwazin vêya wek pirsgirêkekê derbixînin holê. Em tenê dixwazîn li ser bingehê civaka demokratîk azad jiyan bikîn. Divê dewlet vêya asteng neke. Em dibêjîn ku pêwîste ji kesên dixwazin zimanê xwe, çanda xwe pêşbixîn re nebin asteng. Bi vê armancê ve ji bo pêşxistina ziman pêwîstî bi perwerdekar û pergalek dibistanê ya ku xwe dispêre amadekariyên dûr û dirêj heye.

Rêgeza duyemîn; lazim e civak û gel bixwe pergalên xwe yên polîtîk diyar bikin. Yê ku bixwaze bila pergala kapîtalîst, yê ku bixwaze bila pergala sosyalîst a ku xwe dispêre civaka demokratîk rêxistin bike. Wê dewlet li beramberî vê jî bê alî bimîne. Dewleta ku berpirsiyar nêzîkl demokrasiyê bibe, bi zorê nikare sosyalîstbûn an jî kapîtalîstbûnê ferz bike. Wê gel bi îradeyên xwe yên azad ve sosyalîst bûn an jî kapîtalîst bûnê vebêjin. Me bi hev re encamên rûxîner ên kapîtalîstbûn an jî sosyalîstbûna bi zorê hatî ferz kirin, jiyan kir. Di rewşa heyî de li Rojhilata navîn bi rêya zordariyê ve kapîtalîst bûn tê ferz kirin. Encam, rizandinek mezin belavî her devera civakê dibe. Destnîşan kirina pergalê nebe nabeya demokrasiyê ye. Divê dewleta hiqûqî di vê mijarê de binavberek wekî hev, nêzîk bibe û bi mafê îfade kirina azad ve girêdayî bimîne. Eger dewlet di lehê aliyekê de serî li zordarî û tundiyê bide, wê ev derveyî êş û qirkirinên nû wêdatir encamekê bi xwe re neyne. Eger dewlet hûrmet nîşanî mafê xwe îfade kirinê bide, wê ev di çareseriya pirsgirêkan de bibe nêzîkatiyek girîng.

Ji ber vê jî wê pêdivî bi serarast kirinên zagonî, makeqanûnî hebin. Wê di vê de windahiya tu alî nebe mijara gotinê. Wê derfetê pêkanîna hiqûqek demokratîk rasteqîn bê afirandin. Wê di pergalek wiha de fikar û bendewariyên mîna “wê di dewletê de cihê me jî hebe, wê dewlet çiqas derfet bide me, wê maqam û cih bide me” pêşnekevin. Cihê ku mirov ji dewletê tiştekî bixwaze yan jî bikeve nava bendewariyekê, wê her civat derfetên xwe bixwe biafirîne. Gava ku civat li gorî esasê demokratîk xwe rêxistin bikin wê astenbûyîna dewletê neyê hizirandin.

Rêgeza sêyemîn;  divê ji têgeha “welatiyê” ya ku ser sekinandin çêbû re jî, pênaseyekê bîne. Di makeqanûna heyî de li ser madeya ku welatiyê serarast dike nîqaşek tê meşandin. Em difikirîn ku wateyek wê nîqaşê tineye. Divê destpêkê em îfade bikin ku makeqanûn ne metînên bîrdozî ne. Erkek wan a wekî îcad kirina têgehên civakî tineye. Makeqanûnek demokratîk bêyî ku diyardeyên civakî yên heyî qedexe bike, wek qanûnî derfetên xwe îfade kirina azad amade dikin. Makeqanûn û qanûn mecbûr in ku xwe li gorî perspektîfek azadîxwaz demokratîk nû bikin.

Ji aliyê din ve me destnîşan kir ku tu armancek me ya ku em xwe wek dewlet netewe îlan bikin tuneye. Me îfade kir ku em wek rêgezî li dijî wî ne. Divê em rêz û hûrmet nîşanî Kurd an jî civatên cuda yên ku dixwazin xwe wek Tirk îfade bikin, bidîn. Lê welatiyê dewletê û eynî kirina endamtiya dewletê rêgezek faşîst in. Ne Kurd û ne jî komek etnîk a cuda ne mecbûrin ku xwe wek Tirk îfade bikin. Faşîzma esas di vê derê de veşartiye. Tirk kirina bizorê pêkanînek faşîst e. Heta mînaka li vê derê jî belatewşiyekê dihewîne. Dibêjin ku “em kokan lêkolîn nakin, bes bila xwe Tirk îfade bikin.” Dixwazin bi vê nêzîkatiyê ve kûrahiya faşîzmê binixûmînin û heta wekî tiştek însanî nîşan bidin.  Em wek rêgezî dibêjîn ku welatîbûn aîdiyeta dewletê diyar dike. Aîdiyeta milet jî ne mijara welatiyê ye. Bi heman pêwendiya welatiyê ve hatine girêdan, lê mirovên aîdê miliyetek cuda dikarin bi hevdu re jiyan bikin. Em mînakên vê di welatên pir cuda de dibînin. Bi hinceta rêgeza welatiyê ve nasnameya etnîka civatekê nikare tune bê hesibandin. Ji ber ku rêgeza welatiyê aîdiyeta ku bi dewletê re hatî çêkirin nîşan dide.  Suryanî, Çerkes, Ereb, Ermenî, Efrîqayî yan jî Rus dikarin bibin welatiyê Tirkiye, lê eger ji wan re bêjin xwe wekî Tirk îfade bikin wê demê pênaseyek wiha ji faşîzmê cudatir nîn e. Mirovek dikare hem bibe Kurd û hem jî welatiyê Tirkiye û heta çareseriya yekane ev e. Li Emerîkayê jî ji ber aîdiyetê mirovan welatîbûn li ser wan nayê ferz kirin; dîsa li Fransayê jî  birêya zordariyê ferz kirina welatîbûnê li ser Efrîqayiyên Bakur nayê sepandin. Lê ji ber ku Kurd û gelek milet dixwazin li vî welatî, li ser xaka xwe jiyan bikin loma wan mecbûrî Tirkbûyînê dikin. Wê nasnameya Tirk ji vêya çi qezenç bike? Eşkereye ku ev rewş ji nasname û çanda Tirk re heqereta herî mezin e. Ma nasnameya Tirk ew qas mehrume ku bi rêya zorê ji hinek mirovên xwediyê nasnameyên cuda vêya dixwaze? Çawanî yan jî çendaniya wî kêm e? Nasnameyek qedîm, di oxira faşîzmê de dikin mijiara nîqaşê û ev jî li ser navê mezin kirina nasnameya Tırk tê parastin.

Baş e, wê mirovên vê xakên ku bûne erdnîgariya gel û çandên qedîm vêya qebûl bikin? Wê di derîzînek herî biçûk de nekevin hundir û ji bo ku pergalek wiha bi erdê re bikin yek, wê di nava kemînekê de cih negirin? Wê ev ferz kirin derveyî yekitiyek tirsnak û bifikar çi bide qezenç kirin? Hadî Kurdan xwe înkar kirin û êdî bêjin em Tirk în jî, wê kî/ê bawer bike? Gava ku Suryanî, Ermenî, Ereb, Çerkes, Laz ên ku kokên wan digihijin hezar salan bêjin “em Tirk în” wê nasnameya Tirktiyê rizgar bibe? Eger bêjin “Me dest ji aîdiyeta xwe berda jî” wê bersivek vêya ya sosyolojîk hebe?

Ne mantiq û ne jî hevgirtinek faşîzma ku di bin navê welatiyê de tê sepandin heye. Terk kirina vê ya bilez girîngiyek jiyanî pêşkêş dike. Pêwîste cîhana akademiya Tırkiye, rewşenbîr, ramyar û derdorên siyasetê dest ji vê nêzîkatiyê berdin. Parastina vê ya li ser navê sosyolojî û pêşda çûyînê, dibe mînakek tam a şermezar kirinê. Wê dîrok nîjadperestî û cihêkariya ku di hundirê wan kesên vê tezê diparêzin de binivîsîne. Vekiriye ku tişta tê ferz kirin “azadiya xwe înkar kirinê” ye. Aliyek vê ya bi mantiq, exlaq , bawerî û zanistê ve bê îzah kirin tineye. Divê xwediyên vê ferasetê dest ji ferz kirinek wiha faşîzane berdin. Ya girîng xwe biawayek azad îfade kirine. Makeqanûn an jî rêgeza welatiyê nikare xwe têkilî îfade kirina vê yan jî wê ya mirovekî/ê bike. Kurdek dikare xwe wek Tirk jî îfade bike.  Li vê derê ya girîng parastina rêgeza azadiyê ye.

Em carek din pêwîstî bi destnîşan kirinê dibînin: Welatîbûn pêwendiya bi dewletê ve serarast dike, aîdiyeta miliyetê jî ji aliyê pêwendiyên civakî-çandî ya ku kesayet  bûye xwediyê wê ve û ji aliyê îradeya wî/ê ya azad ve tê diyar kirin. Dewlet nîkare xwe têkîlî aîdiyetên wekî miliyet, ol û mezhebê bike. Her cure nêzîkatiya derveyî vê wê bê red kirin.

Dıvê rêgeza welatiyê rast bê fahm kirin û pêwîste naveroka wê ji nû ve bê serarast kirin. Welatî di tercîha mîlyet, ol, çand û pergalê de azad e. Divê pêşiya pratîze kirina vê astengiyek ku ji dewletê çêdibe tinebe. Pênaseya welatî endamtiya dewletê destnîşan dike. Îfadeya Kurd an jî Tirk nîn e, berevajî îfadeya welatiya dewletê ye. Mirov ji milet, neteweyekê re nabe welatî; ji olekê re nabe welatî. Ji mezhebekê re nabe welatî; ji dewletekê re dibe welatî. Dema ku komara Tirkiye dibe mijara gotinê kesê/a ku dbe endam dikare ji Komara Tirkiyeyê re bibe welatî. Pêwîste ev pênase rast bê fahm kirin. Welatiya dewletê û aîdiyetên neteweyê tên tevlhev kirin, wekî ku her du eynî bin wekî rastiyekê tên sepandin. Divê baş bê fahm kirin ku madeyek wiha ya di makeqanûnê de hatî bicih kirin pêşiya her cure yekitiyê digire. Tu mantiqek tineye ku bi madeyek makeqanûnî ve Kurdan û gelên din wekî Tirk bên îlan kirin. Ev made madeyek dijî rastiyan û înkarkere. Di vê de israr kirin jî tê wateya ku di faşîzm û qirkirinê de israr bê kirin. Bi zorê kesek nabe Tirk. Her kesî/ê ku di Tirkiyeyê de jiyan dike welatiyê Komara Tirkiyê ye, lê herkes ne Tirk e. Divê vêya pir nexîne zehmetê.

Mirov xwe bi kîjan nasnameyê ve pênase dikin bila bikin, ev ji aliyê dewletê ve nikare bê dest nîşan kirin. Li vê derê îfadeya azad dibe şertê nebe nabe. Ne Kurd bûn xirabiyê dihewîne û ne jî Tirk bûn pîroziyê dihewîne. Bingehek dîrokî ya her nasnameyê heye, nirx û wateya wê bixwe heye. Nasname guhertinên di navbera gelan de, timî û her derê hebûye. Em ji mînakên ku hatine jiyan kirin jî dizanîn ku gelek aşîretên Tırk bûne Kurd û gelek aşîretên Kurd jî bûne Tirk. Nasname guhertinên wiha bi rêya asîmîlasyona xwezayî ve li her derê çêdibin û wê çêbibin jî. Em dizanîn ku ji Hemedan û hetanî Anatoliyê gelek aşîretên Tirkmen bûne Kurd. Heman tişt di aşîretên Kurdan de jî çêbûye. Li gorî zirûfan gel dikarin derketinên wiha bikin. Cewherê nerazîbûna me ev e; bi rêya zorê guhertina nasnameyê li ser tu kesî/ê nayê ferz kirin. Ev faşîzme, paşverûtiye. Dıvê ev bê terk kirin.

Rêgeza çaremîn; ji bo ku civaka demokratîk çêbibe pêwîstî bi dewletek cuda nîn e. Çawa ku ne xwestekek dewleta cuda be, di esasê de panjehra cihêkariyê ye. Şertê civakbûyîna azad e û ji bo dewleta cihêkar jî ezmûneke. Dewletek ku hestiyarî nîşanî demokrasiyê dide esas digire. Nirxek mezin a vê rêgezê heye. Em vêya, wekî şertê bingehîn ê pêşketina civakek wekhev û azad dihesibînin. Li gel hemû hewldanên me jî wê kesên ku bixwazin vêya wekî dewletek cuda nîşan bidin an jî ji bo ketina dewletek cuda wekî qonaxekê pêşî nîşan bidin, hebin û wê hebin jî. Em dixwazîn vêya eşkere bînin ziman ku ev hemû layîq dîtin ji rê derxistinekê wêdatir nîn in. Ev hewldanên vala derxistina pêvajoyê ne û hewldanên veşartina zîhniyetên xwe yên faşîst in. Astengiya herî girîng a pêşiya dewletek cuda paradîgmaya civaka demokratîk e, rêgeza çareseriya civaka demokratîk e. Ev mifteya nerm kirina xetên şikestinê ya ku dewlet neteweyê afirandîn û çareseriya pirsgirêkan e.

Di mînakên Îsraîl-Fîlîstîn an jî Qibrisê de jî tê dîtin ku israra çareseriya xwe ya her du aliyan jî her cure çareseriyê dixitimîne. Her du alî jî bi gotina dewlet dewletê ve hevdu serf dikin. DI Kurdan de jî kesên ku dibêjin îla bîla divê dewleta me jî hebe hene. Em ê ji wan re jî bêjin ku di pratîkê de çareseriya herî rasteqîn ev e. Ji bo me û gelên herêmê çareseriya herî rast çareseriya civaka demokratîk e.

Rêgeza pêncemîn; Civaka Kurd di nava xwe de jî mecbûre ku rêgeza demokrasiyê pêkbîne. Em çawa ku bi dewlet neteweyê re çareseriya hiqûqî û siyaseta demokratîk dixwazîn, pêwîste di pêwendiyên navxweyî de jî esasên hiqûqî û esasên siyaseta demokratîk esas bigirîn. Rêya bingehîn a pêşxistina Yekitiya Kurd a Demokratîk muzakereya demokratîk e. Kurdan pirsgirêkên cidî yên yekitiyê hene. Pêwîstî bi serarast kirinek ji nû ve ya wk Kongreya Yekitiya Demokratîk a KNK’ya heyî heye. Dema ku Kurdên ku di nava her dewletek netew  de jiyan dikin bi çareseriyek li ser bingehê muzakereya demokratîk ve pirsgirêka xwe  bi dewleta jiyan dikin re çareser dikin, wê pirsgirêkên yekitiya naxweyî jî bi muzakereya demokratîk ve çareser bikin. Girêka pêwendiyên civakî yên riziyayî û pirsgirêkên zîhniyeta giran ên ku ji pêwendiyên malbata dejenere bûyî, qabîle-aşîretan mayî û civakê atomîze dikin di rewşa heyî de civak diî girtiye. Li hember pirsgirêkek herî biçûk jî pirsgirêkên civakî yên ku qasî bira bi destê bira bide kuştin hene. Ji civakek ku ji tundiyê hatibe rizgar kirin, dawî li pevçûnên xwe yên navxweyî jî anîbe û wek siyasî jî dibe ku atmosferek  rêz û hûrmet nîşanî hevdu didin, bê afirandin. Rêya vê jî ji serwer kirina hemû civakê ya esasên bingehîn re derbas dibe. Divê destpêkê ji navendên siyasî bê destpêkirin û pêngav bi pêngav li ser civakê bê pêkanîn, wê ev bibe erkên herî girîng ên pêvajoya pêşiya me.

Rêgeza Şeşemîn; ji pêwendiyên malbatê bê destpêkirin û hemû civakê bigihîne saziyên komînal wê ev bibe temînata bingehîn a demokrasiyê. Sazibûyîna komînan, tê wateya sazîbûyîna demokrasiya nava civakê.

Rêgeza heftemîn; Yek jî rêgezên herî bingehîn a civaka demokratîk ew e ku jin wek hêza dînamîk bingehîn beşdarî xebatên înşayê bibin. Hetanî beşdariya jina ku di ava kirina pergala azad û komînal demokratîk de îrade qezenç kirî nebe, ne pêkane ku çêbibe. Wê bi vî awayî civaka demokratîk ji azadî û demokrasiyê jî bêpar bimîne.

Jin wek dîrokî, afirînerî şiklê qlana ku bûye şaneya kok a civakê. Ne tenê ji ber ku hebûnek mê û diwelidine, bi serê xwe pêşengtî kiriye û qlan afirandiye. Lê Ji ber ku qlan şaneya kok a civaka dîrokî bixwe ye, lewra ji aliyê kûr ve bandor li ser  pêvajoyên civakî û dîrokî kiriye. Çawa ku jin afîrînerê civaka qlanê be, di heman demê de bi êrîşên li ser civaka dêxwaz a avaniyên zilamê nêçîrvan ên ku bi demê re elîtbûyî û hatî rewşa qastê ve jî destpêkê jin hatiye kole kirin. Jin bi vî awayî hem bûye afirînerê ewilî û hem jî koleyê destpêkê, mêtîngehê destpêkê, xizmetkara destpêkê û bûye malê ku destpêkê hatî kirîn û firotin. Jin di pêvajoyên dîrokî yên şûnve de ji jiyana siyasî hatine dûrxistin xistina nava sînorên mala taybet.  Dikare bê gotin ku eger serdemên piştra ji demokrasî û azadiyê bêpar mane û timî ji şer re bûne sahne, ev çavkaniya xwe ji derve hiştina jiyanê ya jin digire. Dema ku di serdema destpêkê û navîn de jin mehkumê jiyana di nava sînoran de dihat kirin, her çiqas di serdema modernîteya kapîtalîst de derketibe derveyî sînoran jî, lê vê carê jî  ji bo mezaxtina metayên ku ji aliyê sîstemê ve tên hilberandin bên bazar kirin, wekî objeyekê tê bikar anîn.

Ava bûyîna civaka demokratîk bi beşdariya îradeya azad  a jinan ve pêktê. Eger beşdariya jin ji qada siyasî û civakî re çênebe wê ne xebatên ava kirinê serkeftî bin û ne jî dikare behsa azadî û demokrasiyê bê kirin. Ji ber vê sedemê eger di xebatên ava kirina civaka demokratîk de jin xwe nekin îradeya azad nabe. Wê jin bi beşdariya bihêz ve beşdarî ji demokrasiya xwecihî û netewî bibin. Wê ev jî bibe sedem ku hem giştî civak û hem jî avaniya zilam zihniyet û karakterek demokratîk qezenç bike.

Rêgeza heştemîn; civaka demokratîk civaka komînal e. Rêgeza komînê, rêgezeke ku pêwîste li ser hemû yekeyên civakê bê pratîze kirin. Ji malbatê bigire hetanî siyasetê, ji tendûristiyê bigire hetanî ziman û çandê divê hemû yekeyên civakî wek komînal bên rêxistin kirin. Em dikarin ji vêya re civaka komînê jî bêjîn. Wê  bedenbûna rasteqîn a civaka demokratîk ne civaka dewletê, bişêweyê civaka komîn be. Ji ber texrîbata mezin a ku modernîteya kapîtalîst afirandî pergala ekolojîk her ku diçe diçilmise û tê nuqteya ku lîmîta xwe xelas bike. Hema bêje jiyana zindî bixwe hatiye asta ku bi xeteriya tune kirinê re rû bi rû bimîne. Bîyosfera ku zindî tê da jiyan dikin di hilberîna jiyanê de zehmetî dikişîne. Gelek zanyar dibêjin ku eger ev texrîbat berdewam bike bêyî ku sed sal tijî bibe wê felaketek mezin rû bide. Li gorî felaketa ku tê behs kirin, ne tenê bllez çavkaniyên xwezayî yên ku tenê jêr saziya me ya madî xwedî dikin, ji ava ku em vedixwîn û hetanî xwarina ku em serf dikîn û ji oksîjena ku em dikişînin hundirê xwe jî di nav de, her tişt di bin xeteriyê de ye. Ji ber sedema guhertina avhewayî nêvenga jiyanê teng dibe û ev dibe sedem ku mirov û zindiyên din bi komî koçber bibin. Kapîtalîst propagandaya ku rizgariya mirovahiyê ya her kêliyê bi pêşketina endustriyê ve girêdayî ye dikin. Lê belê endustriyalîzm dawiya xweza û jiyana civakî tîne. Em li vê derê dijberiya teknolojiyê nakîn. Endustrîyalîzm li gorî hêrsa kar a qatilê qastîk ê kapîtalîst dixebite. Ti demê yekdestiya endustriyalîzmê ew qas nehatibû pêşxistin. Encama vê yekdestiyê teknîk tenê di destê çend kesan de maye. Ji bo ku hemû çavkaniyan daqurtîne û desteser bike tê bikaranîn.

Eko endustrî, di wateya rast de teknîk bikeve bin xizmeta civakê. Di wateya rast de li dijî endustriyalîzma kapîtalîst hilberandina teknîka civaka ekolojîk e û bikaranîna wê ya wek ekolojîk e. Di civaka demokratîk de fonksiyona bingehîn a eko-endustriyê ew e ku hem aboriya komînal biafirîne û parve bike û hem jî ji bo parastina hevsengiya ekolojîk nebe nabe. Lêgerîna madenê ya ku li  seranserî Tirkiye û bitaybet jî li Kurdistanê bilez tê derxistin tam rewşek qirkirina xwezayê hildaye. Ji bo ku ev qirkirin ji aliyê civaka demokratîk ve bê asteng kirin pêşxistina zanebûna ekolojîk û çalakiya wê pir girîng e. Pêwîste dewlet jî ne kêleka kulmek sermayedar, bi rakirina astengiyên ku pêşiya çalakiyên civaka demokratîk ve dibin bend rake. Asteng kirina qirkirina ekolojîk dibe yek jî rêgêzên çareseriya entegrasyona demokratîk.

Rêgeza nehemîn; taybetmendiya herî girîng a pêvajoya nû li ser esasên muzakereya demokratîk tê domandin. Bi çi navî be bila bibe, eşkereye ku ya tê kirin nîqaşa bi hev re û ava kirina aqilek bi hev re ye. Bi heman şiklî ev muzakereyeke. Veşartina vê, tê wateya ku li ser ruhê xebatên tên kirin bêhûrmetî hatiye kirin. Dewletên ku ji demokrasiya re hesas, mecburin ku tiştên dike li gorî eqil bimeşîne. Ji pênaseya hevdîtinên aştî û civaka demokratîk re rev, bi bersivên şermokî ve derbas kirin an jî wekî ku tiştek tinebe tevgerandin, bi cidiyeta dewletê ve li hev nayê. Em wek polîtîk ji pêvajoyek di asta dawî de berhemdar û germ re derbas dibîn. Şêwazê rûniştandina kevirên li vê derê, wê bandorê li ser pêvajoyên piştre jî bike. Bi rêgezî tevnegerandin, ji polîtîkayên dudilî re nirx dayîn an jî serî li dek û dolaban dayîn, dibe ku rojê xelas bike lê wê ji bo dema dirêj bi her kesî/ê bide winda kirin.

Ji bo ku ziman, uslub û esasên pêkanînê yên muzakereya demokratîk bên diyar kirin pêwîste pênaseyek rast bê kirin. Reva ji vê ya dewletê yan jî bêdeng mayîn tenê wê rê li pêşiya bê baweriyê veke. Pêwîste bê destnîşan kirin ku her du hêzên ev hemleya dîrokî dan destpêkirin mecbûrîn ku nexşeya rê û esasên pêkanînê diyar bikin. Navê vê jî muzakereya demokratîk e. Yekana rê-rêbaza ku pêvajoyê ber bi aştiyek birûmet û yektiiyek rasteqîn ve bibe ev e.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00