MEZINTIYA ÇALAKIYA ZÎLAN DI AVAKIRINA WATEYÊ DE YE

Dilzar Dîlok

ekleyen Komînal

Jin bûyîn zehmet e. Hele hele bibe jina Kurdê ku hebûna xwe ya netewî di encamên berdêlên mezin ên tekoşînên pir direng û mezin ve hinek afirandî hê zehmetir e. Tekoşîna hebûnê ya nasnameya jinek ku deh hezar salin tê înkar kirin û jina ku tenê di înkar û tune hesibandinê de wek obje hebûna wê tê qebûl kirin, tê wateya tekoşîna jinê ya herî bizehmet. Bi heman şiklî nasnameya Kurd jî hatiye înkar kirin û bi tune hesibandinê re ezmûna salên tekoşîna mezin ên ku bi xwe ava kirin û ispat kirinê ve bidestxistî, îro di hebûna xwe de dihewîne. Îro di rêjeya ku nikare hindik bê dîtin de, ji ber zêde bûyîna êrîşên ku me tune dikin ve em mecbûr dimînin ku hebûna xwe îspat bikîn, ev ji bo me jin û Kurdan dibe zirûfek di serî de negatîf hatî  avakirin a hebûnê ye.

Êrîşên tune krina jin û desteser kirina nirxên ku jinê afirandîn ên pergala bihegemon zilam, ji aliyekê ve li hember civakbûyîn û hêza ku li derdora jinê hatî afirandin diheside û dixwaze xesp bike û ji aliyê din ve jî di şexsê wan nirxan de ji hemû nirxên jin û jinwarî xwesteka hêrs û tune kirinê dihewîne, ev di şikl kirina karakterê zilamê ku hegemon tê gotin de diyar dibe.

Di hemû pêlikên zilamê serdest de ne nas kirina jin û îradeya jin, bi bêtehemuliya ku bê wate dîbîne  erê nake û bi biçûk dîtinê ve destpê dike û her ku çû, ber bi pratîze kirina meylên tune dihesibîne-înkar û tune dike ve diçe, ya ku bi xwe re hêrs, tundî û qetil kirinê tîne; bêhurmetiya li beramberî jinê, şaneya kok a karakterê zilame. Ü jin di rewşên ku şerê mezin didin, berdêl didin, dibin mixatabê neheqî, serdestî û gelek zîhniyet û pratîkên serdestiya zilam de, wê demê tişta herî bingehîn a ku dikevin ferqa wê nebûyîna rêzdariya li hemberî jinê ye.

 

Hemû çalakiyên jin, ava kirina hebûn û azadiya jin hedef dikin

Em bi gotina hûrmetê ve, behsa rewşek liv û lebata li ser bingehê urf û adetan nakîn. Rêz û hurmet, qebûl kirina hebûnê û wate dîtina hebûnê ye. Ji hebûnê re wate dayîn, bi azadiya hebûnê ve girêdayî ye. Temamî çalakiyên siyasî-civakî yên wekî lidar xistina meşên jinan, çalakiyên çandî-hunerî, çalakiyên cuda û curbe cur ve, cıvata jin bal  dikişîne cihê xwe yê di nava civakê de û her jinek dîtina rêz û hurmeta nava civakê hedef dike û dixwaze wateya hebûna wê, bê qebûl kirin. Ev mijar, bi tune hesibandina hemû koletiyan ve û bi qetil kirina wateyê ve destpê dike. Mezin û biçûk hemû çalakiyên jinan, hebûna jin û ava kirina azadiya jinê hedef dike û xwe arasteyê ava kirina wateyê dike.

Rêber Apo Di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de dibêje wate ji pêdiviyan welidiye û sedema kevin a paş wê jî di jiyanê de mayîn, bi gotinek din ve hebûnê destnîşan dike:

“Tişta ku ji bo mirov dibe biwate, ji bo jiyana xwe bidomîne tişta pêwîste. Wekî hemû zindiyan, ji bo mirov jî ajoyên bingehîn li gorî girîngiyê wekî xwedî kirin, parastin û xwe zêde kirin, tê rêz kirin. Her tişta ku wan pêşwazî dike, pêşwazî kirina wan hêsan dike û dixîne rêkûpêkiyê biwate ye. Her agahî û delîla ku nêçîr û kom kirina xurekê hêsan dike biwate ye. Wek pêngava duyemîn jî ji aliyê wateyê ve, piştî pêdiviyên bedenî û jiyanê şûnve çand tê. Bi gotinek din ve, piştî ku beden têr dibe, ji bo têr kirina ruh jî dor tê tiştên ku cîhana manevî pêdivî pê dibîne. Wate ji bo mirov pîroziye, bi pîroziya re ketiye nava hev. Her tişta ku wate, tê li bar kirin rasterast bi jiyan, domandina jiyanê ve girêdayî ye. Di gelek çandan de pîroz dîtina roj, av, ajal, xak, nan û genim ne belasebeb in.”

Di destnîşan kirinên Rêbertî de jî, ava kirina wate ji bo hebûn û azadiyê dibe şertê yekemîn. Çalakiyên ku ava kirina wateyê hedef dikin ên gelê Kurd û jinên Kurd jî, wek paralela qirkirin û tune kirina ku jiyan dikin ve girêdayî, ji mînakên cîhanê hê berfirehtir, hê dîrokî, hê bibandortir û ji piraniya wan hê hejînertir in.  Di vê oxirê de bi hezaran jin xwe feda kirin û ji bo ava kirina rê beziyan, ji canê xwe-xwîna xwe, zanebûna xwe û ji wateya hebûna xwe ve rê ava kirin.      

 

Zilan eylemi benzersiz bir eylemdir

Çalakiya Zîlan-Zeyneb Kinaci, ya ku di dawiya Hezîrana sala 1996’an de li Dersîmê pêkanî, rêz û hurmet ji jinê re, bitaybet jî ji jina Kurd re hedef dikir, dema ku diçû vê hedefa xwe ya çalakiyek bêmînak jî di xwe de wateya mezin ava dikir. Piştî çalakiya Zîlan jî çalakiyên heman awayî çêbûn, dîsa peyrewên Wê di xeta Zîlan de gelek çalakî lidar xistin. Wek leşkerî yên hê mezintir jî hebûn. Lê tişta ku çalakiya Zllan dikir yekane, ew bixwe di asta ku xet biafirîne de ketibû avakirina wateyekê.

Bêhurmetiya li beramberî jinê, ne kêmasiyek takekesî, pergalî ye. Wek pergalî tê pêşxistin û timî tê berdewam kirin. Bêhurmetiya li beramberî jinê xirabiyek kolektîf e. Ji ber pergala serdest xwe li ser vê bêhurmetiyê  ava dike, jinê tune dihesibîne û serdestiya zilam ava dike.

Çalakiya Zîlan, çalakiyeke ku qutbûyîna ji pergalek wiha bêhurmetî li beramberî jinê diafirîne, zêde û endustrî dike hedef digire û hemû navberên ku bi vê pergalê ve girêdayî parçe parçe dike, dişewitîne û tune kirina vê pergalê hedef dike. Pêkanîna çalakiyê ya wekî bajarek mîna Dersîmê ku bajarek Kurdistanê ye û qirkirin pêkhatiye û pêkhatina dema ku betlana leşkerî destpê dikir û al ber bi jor ve dihat kişandin û li dijî çanda baregeha ku qirkirin, mêtîngerî û tecawîz dihat kûr kirin, wateyek mezin dihewîne.

Çalakiya Zîlan, çalakiya red kirina mêtîngerî, qirkirin û serdestiya zilam e. Çalakiya Zîlanê, li dijî rewşa rêkûpêk a bêhurmetiya beramberî  jinên Kurd, Besêyan, Zarîfeyan hatî kirinê ye. Çalakiya red kirinê ya bêhurmetiya  Sidika Avara ku bû pêkhênera zîhniyeta faşîst mêtînger, li dijî keçên Kurd kirî. Û çalakiya red kirinê û rûxandina vê bêhurmetiya ku li hemberî bihezar keçên Kurd ên ku navên wan di hafizeyan de veşartî mane. Bi vê wateya xwe ve ji nû ve nivîsandina li ser bingehê azad a dîrokekê ye.

Di nava çalakiyên ku diketin heman kategoriyê de ya herî tund bû. Bitund bû ji ber ku giringiya mijarê û rewşa ku jin xistin navê bi xwe tundiyê dihewîne. Divê li dijî şikandina tundiya cins û netewa vê serdestiyê û rizgar kirina ji vê cendereya ku vê tundiyê afirandî jî, refleksek di heman astê hatiba nîşandan. Zîlan ev dît,fahm kir û çalakiya xwe li ser vê bingehê pêkanî. Wekî ku heval Zîlan jî behs kirî, dema ku Nazim Hîkmet behsa “di sofreyê de cihê wê piştî gayê zer tê” dike, bal dikişîne cihê jina ku di çand û kevneşopiyên Tirk de. Lê rewşa jina Kurd jî pir ne cudatir bû. Ji ber erdnîgarî nêzîkî hevbûn,  Kurdistan dabeşî çar parçeyan hatibû kirin û ji ber Tirkiye bingehê pergala xwe ya qirker ava kiribû û pêkanînên qirkirina çandî hişt ku ji bo jina Kurd xwe ji jiyanek ku mehkumê çarenûsekê tê kirin rizgar bike, pêwîstî bi çalakiyên cur be cur hebûn. Eger îro jina Kurd di nava jinên herêm û cîhanê de nûnertiya asta pêşeng a tekoşîna azadiyê dike, dîsa ger di mijara çareseriya pirsgirêka azadiya jin de nûnertî dike, hêza wê ya girseya çalak û wek teorîk û pratîk bandora wê ya anîna wek fizîkî û wateyî ya tevgerên jinên cîhanê dibe hin taybetmendiyên tevgera jina Kurd. Afirandina wan encaman, bi ked, berdêlên mezin û bi îdealîstiya ku li gel her tiştî jî winda nekirî ya tekoşîna azadiya Kurdistanê ya 53’ê salî ve pêkan bûye. Yek jî destpêka vê ya herî girîng jî heval Zîlan bi çalakiya xwe ve derbas kiriye.

Ev çalakî wekî ku pir caran ji aliyê kesên ji netewaya serdest ên ku bi eqlê zilam ve tevdigerin mîna malzemaya propagandayê bikaranîn; ne çalakiyek  ji nezaniyê, bêçaretiyê yan jî ji rewşek negatîf pêk hatiye. Tam berevajî, Zîlan ji çandek ku wek civakî nasnameya xwe diparêze, berxwe dide, bi israr baweriya xwe ya civaka komînal û civaka xwe ya derveyî dewletê diparêze, dihat. Bi vê wateyê ve dîrokek kûr di xwe de dihewand. Ev rewşek pozîtîf civakî ya mezin bû. Zîlan xwediyê karakterek bû ku her du civakên gund û bajar nas dikir, danehevek çandî bidestxistîbû, di astek diyar de pergala kapîtalîst jî nas dike, zana, xwediyê zanîna mirov bû.

Di heman demê de di mijara nas kirina zilam de jî xwediyê ezmûnekê bû. Azweriya wê ya jina azad, di hemû demên temenê wê ya ne dirêj de li ser piyan bû. Zîlan beriya ku beşdarî gerîla bibe di xebatên ciwanên welatparêz de cih girtibû, piştî wê jî ketibû nava xebatên eniyê û ji ber vê jî di gelek mijaran de bibû xwedî ezmûn. Mirov dikare têkîldarî heval Zîlan tespîtên zêde bike, ji ber ku aliyên erênî yên heval Zîlan pir zêde ne. Her çiqas dema ku çalakiya xwe lidar dixist temenê wê yê biyolojîk pir ne mezin bû jî, lê ezmûnên mezin bidestxistibû. Eger li gel temen jî ew qas ezmûn bidestxistibe demek ev ji kûrahiya lêgerînê ya wateyê tê. Asta wê ya tehlîl kirina rewşa gel bilind bû. Rewşa gelê bindest dubare nake; tevgerên tekoşîna gel jî datîne holê bal dikişîne li ser  ked, rol û erkên ku gel xwe bi ava dike jî.

Pênaseya wê ya Rêbertî û girîngiya ku wê bar kirî, kûrahiya wê ya di mijara zanistên civakî de nîşan dide. Ne zehmet e ku mirov bêje xwediyê hêza şîroveyek ku ezmûnên tekoşîna sosyalîzma pêkhatî derbas dike bû. Hem nêrîma wê ya ji tekoşînên çînî re û hem jî şêwazê danîna wê ya holê ya xweseriya tekoşîna azadiya Kurdistanê, heval Zîlan kiriye zanista civakî.

Destnîşan kirinên bimijar Rêbertî ya heval Zîlan wateyek dîrokî ji aliyê jinek çalakger ve û ji nêrîna jinek pêşeng ve radixe liber çavan:

“Bêguman divê Rêbertiya PKK’ê, li hember heqîqeta neteweyek ku rastiya wî ya jiyanî nîn e, di her qadê de hatî xilas kirin, qasî ku bi ti gelan re neyê miqayese kirin xwe biyanî bûye û nirxên wî yên netewî, çandî, civakî û siyasî tên îstîsmar kirin, pir cuda be.  Di vê wateyê de Rêbertiya Partiya me, ji gelek aliyan ve di rewşek hê xweser, hê nû, hê pêşketî de ye û bi jiyanê ve dide jiyan kirin û jiyana xwe wekî fedayê jiyanek hemû mirovahiyê dike de ye. Di vê nuqteyê de bandora Wî teqez û bê nîqaş e. Şêwazê jiyana Rêbertiya me, qasî bi astên tu rêberan ve neyê miqayese kirin; fedekare, wêrek e, zanaye, hestiyare, xwedî hêza eqil, pêşbînî û şîroveyê ye,  dilsoze, zanistî digire dest, xwedî ezmûn û danehevê ye. Şêwazê destgirtina Wî ya bûyerê ne dogmatîk e. Rêbertiya Partiyê, rastiya Kurdistanê û şoreşên cîhanê pir baş tehlîl kiriye û encamên baş jê derxistiye û xweseriya şoreşa Kurdistanê daniye holê. Ne bi şêweyek teqlîdker, kalibvan û dogmatîk, bi şêwazek pir afirîner ve girtiye dest. Birastî jî pir baş tehlîla sosyalîzm klriye û bi şêwazek guncav li rastiya gelê xwe re lihev aniye. PKK’ê, di şexsê Rêbertiya Partiyê de îfadeya xwe dîtiye. Ev pêşketina ku di dîroka Kurdistanê de hatiye bidestxistin, ked û pêşxistina Wî ye. Ew bixwe çavkaniya hez kirinê ye, yek û yekpare dike. Di şexsê xwe de profîla mirovê/a nû xêz kiriye. Mirovek wê çiqas pêşbikeve piştrast kiriye.”      

 

‘Zilan manîfestoyek e’

Hevrê Zîlan, li vê derê hem wateya ku li rastiya Rêbertî barkirî û hem jî pêwîste rastiya Rêbertiyekê çawa be daniye holê. Ji bilî vê bûye nîşaneyek ku wek şehîdek dîrok dinivîsîne çawa dikare bi rastiya Rêbertî re bibe yek. Rêber Apo jî li gorî pêwîstiya hevaltiya bi jinê re, li gorî pêdiviya hevrêtiya rast a bi şehîdan re tespîta dîrokî ya wek “Zîlan manîfestoyek e” û “Zîlan fermandareke û em jî fermanberên Wê ne” kiriye, wateya vê çalakiyê ragihandiye hemû jinên cîhanê. Zanebûna dîrokî ya di heval Zîlan de çavkaniya xwe ji zîhniyeta ku xwe dispêre dînamîka civakî ya dîrokê digire. Qasî pêwendiya di navbera paşeroj û pêşerojê de û bi heman demê re di ferqê vê rastiyê de ye ku kêlî encama paşerojê ye û bi hev re pêşerojê ava dikin. Ev ferq, vê gotinê “Îdîaya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jiyanek biwate û çalakiyek mezin. Ji ber ku ez ji jiyan û mirovan pir hez dikim, lewra ez dixwazim bibim xwediyê çalakiyek mezin” pê dide gotin. Ji bo ku mirov ji qirkirinên çandî sax derbikeve û cesaret bike mirinên fîzîkî pêkbîne jî  biryar, îrade û fedekariyek mezin dixwaze û Kurdan ev kirin. Biryara vê li ser navê gel pêşengan girt lê gel, ciwan, jinên gelê Kurd jî ev qebûl kirin, pêkanîn û hetanî roja me anîn.  Ev gotina ku wekî paradoksekê tê, desnîşan kirinek herî baş a vegotina cewherê ye.  Çalakiya wê di hem civak, Kurd û jinan de û hem jî bandora ku li ser hêza hember kirî jî bi mezinahiya vê îdîayê ve girêdayî ye. Çalakiya Zîlan çalakiya fedekariya mezin e. Li gorî felsefeya jiyanê bê milk e. Yekane hebûn ew bixwe ye, canê wê ye. Xwe dispêre vê û di xîtaba xwe ya Rêber Apo de “Xwezî derveyî canê me tişta ku em feda bikîn jî heban. We bi jiyana xwe ve neteweyek ji nû ve afirand. Em berhemê We ne” dibêje û tenê xwediyê tiştekî ye lê wê jî fedayê tekoşîna azadiyê dike.

Çalakiya Zîlan qasî xwecihî-netewî ew qas jî çalakiyek gerdûnî-enternasyonal e. Ji ber ku bang li hemû gelên cîhanê dike, da ku ew li hember tekoşîna azadiya gelê Kurd hestiyar bin:

Yê ku herî zêde ji aştî, xwîşk-biratî, hezkirin, mirov, xweza û jiyanê hez dike em în. Ev hezkirine ku me mecbûrî şer dike. Em naxwazîn bimirîn û bikujîn. Lê rêyek cuda ku em azadiya xwe qezenç bikin jî tineye….

Ez bang li hemû mirovahiyê dikim!

Eger hûn naxwazin vê sucê mirovahiyê bikin, nexwe mil bidin gelê Kurdistanê, piştevanî bidin. Zingara mejî û dilê xwe yê ku emperyalîzmê bikêr kirî xêz bikin û guh bidin qîrînên azadiyê ya neteweyekî. Di vî dengî de xwîşk-biratî heye, qenciyên mirovahiyê hene, dostanî heye.”

 

Ne bihîstina dengê Zîlan tê wateya ku ji mirovbûyînê behra xwe negirtibe

Ne bihîstina dengê Zîlan a ku ji Kurdistanê rabû û gihişt asta kûrewî tê wateya ku ji mirovbûyînê behra xwe negirtibe. Û mirovahiya cîhanê jî ev deng bihîst, dengê gelek jinên Kurd hat bihîstin. Dengên xwe bi dengê Sarayan re kirin yek û îro dema avêtina pêngavên ku wan hemû dengan bi feraseta konfederal a demokratîk vedigihîne hev hatiye. Berdêlên ku di xeta hevrê Zîlan de hatin dayîn, fedekariyên ku pêkhatîn û israra ku di azadiyê de tê nîşandayîn, ji me re erkên mezin dide, di nava xwe de dînamîzmek tekoşînê afirand. Hem em perwerde kirîn, hem rê nîşanî me da û hem jî erk da me. Ji bo ku em wan erkan bicih bînîn Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de hişmendiya pêwîst carek din girt dest. Nêrîna me ya dîrokê kûr kir.  

Danî holê ku kole kirina jinê ne 5 hezar salin, herî hindik xwe dispêre 10 hezar salan û deh hezar sal beriya wê jî civakbûyîn li derdora jin jiyan kiriye. Vaye em ji vê rewşa birêxistin kirî ya civakbûyîna ku dema qlana dêxwaz re komîn dibêjîn. A ku em wek komîn tînin ziman jî di cewherê xwe de ava kirina di zirûfên roja me de ya modela civaka dêxwaz e. Ji ber vê yekê di kîjan qadê kîjan armancê de dibe bila bibe divê ava kirina hemû komînan xwe bispêre azadiya jinan û ava kirina civaka azad-jina azad hedef bike. Ava kirina komîna ku jinê esas negire, wateya nirxên jinê ne dane holê û bi wan nirxan ve jiyanê ava neke nabe komîn. Rastiyeke ku komîn encax li ser rêgezên jiyanê ya derdora jin ve dikarin bên ava kirin.  Berevajiya wê ji dijî xwezaya komînê ye, berevajiya civakbûyînê ye. Tole kirina serdestiya zilam a ku “Hele em ava bikîn, em ê piştre zilaman veguherînîn” an jî “Hele em ava bikîn, em ê piştre xwe bixînîn li ber lêpirsînê û derbas bikîn.” Ev tê paşxistina tekoşînê û li dijî nirxên jinan jî bêhestiyariyeke. Ev nêzîkatî di heman demê de li beramberî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêbertiya me li pêy tecrîda deh salan şûnve bi zehmetiyên mezin ve amade kirî û  gihandî me, tê wateya bêberpirsyartiyê.

Ji ber vê sedemê jî divê ava kirina komînan xwe bispêre azadiya jinan, nirxên jinan û di serî de jî rêz û hurmeta li beramberî jinan. Rojane kirina çalakiya Zîlan jî encax wiha pêkan dibe. Eger em vêya nekîn em ê çawa bibîn layiqê mîrateya Zîlanan, Bêrîtanan û Sarayan?

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00