NIHA DEMA KOMARA DEMOKRATÎK E

Duran Kalkan

ekleyen Komînal

Şerê Cîhana Sêyemîn a ku di dîroka 2’ê Tebaxa 1990’an de bi dagirkirina Kuweytê ve ya ji aliyê rêveberiya Sedam Hiseyîn ve pêkhatî destpêkir, wek şerê siyasî û leşkerî ya di navbera Emerîka-îsraîl û Îranê de qewimî berdawam dike. Bêguman di rewşa heyî de vî şerî hemû dewletên Rojhilata Navîn girtiya nava xwe û bandorê li ser hemû cîhanê dike. Şerên ku ji Efganîstanê bigire û hetanî Ukraynayê diqewimin jî parçeyek ji vî şerî ne. Êdî her kes dibîne ku Kurdistan û Tirkiye di navenda wî şerî de ne û qebûl jî dikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yekem car û berfireh anî ziman ku  proseya bi Şerê Kendavê ya 1990-91’an ve dest pê kirî, şerekî nû yê cîhanê ye û ev yek  xwe dispêre hilweşîna Yekîtiya Sovyetê; her wiha ev şer bêtir di navbera pergala sermayeya gerdûnî ya navneteweyî ku li pey mêtingerî û qezencê ye û statukoparestiya netewe-dewletê ya sedsala bîstan de ye. Îro şerê ku rasterast li ser Îranê giran bûyî û helwestên polîtîk ên  têkildarî şerê li ser Îranê, ya dewletên cuda vê rastiyê bi rengekî eşkere nîşanî her kesî dide.

Em dikarin diyar bikin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, bi pênaseya “Sîstema Nû ya Cîhanê” ve ku di sala 1992’yan de ji aliyê rêveberiya wê demê ya Emerîkayê ve hatibû îlankirin, gihîştiye stratejiyekê. Li gorî vê stratejiyê, sîstema nû ya cîhanê wê di bin serkêşiya Emerîkayê de û li ser bingeha esasgirtina berjewendiyên Emerîkayê, ji nû ve ava bibe. Ji ber ku Emerîkayê şerê sar ê ku di navbera wî Yekitiya Sovyetan de hatî jiyan kirin qezenç kiribû û divê nîzama cîhanê jî li gorî vê ji nû ve hatiba ava kirin! Hinek derdoran ev rewş wekî “Împaratoriya Emerîkayê” jî binav kirin. Berevajiya vê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parast; Wî diyar kir ku pêşengtiya Emerîkayê di çarçoveya têkoşîna li dijî Yekîtiya Sovyetan de ava bûye, ji ber vê yekê ya ku hilweşiya Yekitiya Sovyetan e, ya ku wê bê derbas kirin jî Emerîka bixwe ye.  Niha xitimandina ku Emerîka di şerê Îranê de jiyan dike, cudahiya polîtîkaya ku bi Îngilîstanê re jiyan dike û rewşa wekî ku ji bo alîkariyê lavan ji Çînê dike, hişt ku her kes ev rastî ji aliyê her kesî/ê ve were dîtin.

Di salên 1990 û 2000’an de şerê mijara gotinê, li derdora Kendava Basrayê zêde bû.

Şerê navborî, di salên 1990 û 2000’î de li derdora Kendava Besrayê giran bû. Bi esasî jî wekî şerê Iraqê qewimî. Li gel şerê Efxanistanê, bû qada hewldanên ji nû ve avakirina Kendavê ya li gorî sîstema nû ya Emerîkayê. Bi şikandina berxwedana heyî ya Ereban ve, di sedsala bîst û yekem de  bingehên ‘Peymana Brahîm’ a ku bûye projeya avabûna siyasî ya Rojhilata Navîn hatin avêtin.  Ev rewş, di heman demê de tê wateya avêtina bingeha rêya enerjiya gerdûnî ku armanc dike ji Hindistanê dest pê bike, di Kendava Besrayê re derbas bibe û li ser serê Deryaya Spî ya Rojhilat re bigihîje Yewnanistanê. Jixwe, peymana navborî û rêya enerjiyê jî ji sala 2023’an û vir ve ji raya giştî re hatin eşkere kirin û eşkere bûn.

Şer, ji sala 2010’an û vir ve bi navendîbûna Misir, Sûdan û Lîbyayê li herêma Bakurê Afrîkayê giran bû. Li vir jî avahiyên siyasî yên ku li ser bingeha hebûna Yekîtiya Sovyetê ava bibûn hatin belavkirin û hat xwestin ku tevahiya qadê ji bo tevgera bêsînor û mêtingeriya sermayeya gerdûnî were amadekirin. Bi vê yekê re, avaniyên siyasî yên ku girêdayî Şoreşa Cotmehê ya Rûs û hebûna Yekîtiya Sovyetê derketibûn holê hatin tasfiyekirin û statukoparestiya netewe-dewletê ya li qada Ereban heta asteke mezin, hat derbaskirin. Beasçîtiya Sedam a li Iraqê, Nasirtiya li Misirê û Qedafîtiya li Lîbyayê hatin hilweşandin û bêbandor kirin.

 

Bêguman Şerê Gazeyê yê ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de dest pê kirî, qonaxek nû ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a ku li Kuweyt û Iraqê dest pê kiribû. Bi esasî armanc dikir ku Beasçîtiya Esad a li Sûriyeyê ji holê rake û ‘Hîlala Şîe’ ya ku Îranê li Rojhilata Navîn ava kiriye, tine bike. Bi vê re, hegemonyaya nû ya ku ji Kendavê dest pê dike û li Bakurê Efrîqayê belav dibe, wê bigihîje Deryaya Spî ya Rojhilat û van deran jî bigire nav xwe. Birastî jî eynî wekî êrîşên leşkerî yên ku dewleteta Tirk  ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve li Kurdistanê da destpêkirin, bi êrîşekê ve hegemoniya Hamas, Hizbullah û Esad hatin hilweşandin. Bi vî rengî, dema ku bermayiyên dawî yên statukoparestiya netewe-dewletê yên di cîhana Ereban de dihatin rakirin, di heman demê de Hîlala Şîe ya Îranê jî dihat tinekirin.

Di encama wan de şer ji hezîrana sala 2025’an ve rasterast di îranê de hat meşanidn. Bi êrîşên hewayî yên ku Emerîka û Îsraîlê seranserî duwanzdeh rojan pir zêde meşandin ve rêvebriya îranê darbeyek giran xwar.  Lê rejîma Îranê  bi wan êrîşên mijara gotinê ve nerûxiya û bitaybet jî berxwedana leşkerî ya ku Îsraîlê hedef dike pêşxist. Di encamê de her çiqas lêgerînên dîyalogê yên aliyan ketibe dewreyê jî vê rewşê pir dirêj neajot. Di roja 28’ê Sibata 2026’an de şer bi êrîşek ku Elî Xamaney rasterast hat hedef girtin ve carek din destpêkir û vê pêla êrîşê jî çil roj ajot. Bi vê êrîşa dawiyê ve gelek rêveberên asta jor hatin kuştin û darbeyên pir mezin li rêveberiya îranê xistin. Her çiqas piştî kuştina Elî Xamaney nêrîna giştî rûxandina rejîma Îranê jî bû, lê ev rewş pêknehat û pêvajoya hevdîtinan carek din destpêkir.

 

Di îranê de tekoşîn hîna bidawî nebûye

Her çiqas tê gotin ku niha Emerîka û rêveberiya mayî ya Îranê li ser 14 xalan li hev kirinê jî, di Îranê de tekoşîn hîna bidawî nebûye. Li gel vê hîna ne diyare ka metna mijara gotinê hatiye îmza kirin an jî nehatiye îmza kirin. Dema ku ev rêzik dihatin nivîsandin jî, di hemû dezgehên çapemeniyê de nûçeyên wekî îmza kirina metna li hev kirinê hatiye taloq kirin, cih digirtin. Ji bilî vê gotinên wekî ev taqtîkek du mehiye, wê Emerîka û Îsraîl êrîşên xwe yên leşkerî pêşbixînin û tevahî rejîma Îranê birûxînin bû. Yanê şerê Îranê wek teqez hîna xelas nebûye. Her çiqas aliyê şerê leşkerî bidawî bibe jî di Îranê de hîna tekoşîn bidawî nebûye û rewşa îranê ji zelal bûyînê dûr e. Bêguman em nikarîn şerê tifaqa Emerîka-îsraîl û Îranê bi duwanzdeh rojên hezîrana 2025’an ve û çil rojên ku bi bihara 2026’an ve destpêkirî ve sînordar bikîn. Ji bilî vê em nikarîn bi pêvajoya piştî şerê Xeza, ya ku di dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an de destpêkirî ve sînordar bikîn. Bêguman yek jî aliyên girîng ê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a ku hegemonyaya Emerîka-Îsraîlê bi şerê Kendavê ya 1990-91’an de destpêkirî rejîma Îrana heyî ye. Îran ji despêkê û hetanî di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ye û aliyek pir girîng ê şer e. Lê hetanî sala dewî ev şer bi destê ‘hêzên wekîl’ve dimeşand, ji hezîrana 2025’an şûnve hat rewşa ku rasterast bikeve nava şer.

Wek tê zanîn Şahtiya Îranê ya ku 1925’an ji aliyê serfirazê Şerê Cîhanê yê Yekemîn Îngilîstanê ve ji nû ve hatibû ava kirin, hêzek girîng a herêma Rojhilata navîne û pêşengê rêxistin kirina dewlet-neteweya herêmê ye. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Şahtiya Îranê hewlda “Şoreşa Spî” pêkbîne, di eslê xwe de armanc dikir ku di Îranê de avaniya dewlet-netewe serdest bike û piştevanî dida pêşketinên bi vî awayî yên Rojhilata navîn. Berteka mezin a civaka îranê, vaye li dijî zext û mêtîngeriya giran a li ser bingehê rejîma Şahtiyê bû û ev jî ji aliyê Tevgera Xumeyniyê olperest ve hat nirxandin, dijberên din jî li derdora xwe kom kir, Şoreşa 11’ê Sibata 1979’an pêkanî. Komara Îranê ya li ser vê bingehê hatî ava kirin jî hebûna xwe li ser dijberiya Emerîka û Îsraîlê avakir. Bikurtasî dijberiya Emerîka û Îsraîlê ya rejîma Îslama Îranê ji destpêkê û hetanî niha hebû û ev rewş bi şerê cîhanê ya ku di 1990’an de hatî jiyan kirin ve bû yek.

Yek jî hedefên destpêkê yên êrîşên ji nû ve ava kirina Rojhilata navîn a li ser bingeha hebûn û hegemoniya Îsraîlê ya pergala sermayeya kûrewî timî îran bû. Rejîma Îslamiya Îranê hem dijberê Emerîka û Îsraîlê bû û hem jî hêzek bingehîn a statukoya dewlet-netewe ya ku dixwazin di herêmê de biguherînin. Di serî de Elmanya û Fransa bi dewletên Ewropa yên cur be cur ve pêwendiyên xwe yên bazirganiyê didomîne, bi dewletên wekî Rusya û Çînê re li ser dijberiya Emerîkayê pêwendî û tifaqan pêşdixîne, dibe yek jî aliyê çalak ê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û hewl dide li dijî êrîşên Emerîka û îsraîlê tekoşîn bike. Niha jî ev saleke ku rasterast rewşek şer jiyan dike.

Li ser şerê ku di navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê de tê jiyan kirin nirxandin û nîqaşên balkêş tên kirin. A herî girîng ew e ku her du alî jî îdîa dikin ku şerê mijara gotinê  ji aliyê wan ve hatiye qezenç kirin. Dema ku Îran, ne rûxandina li hember êrîşên giran wekî zaferekê dihesibîne, Emerîka-Îsraîl jî darbeyên ku îi rejîma îranê xistî û zerarên ku gihandî îranê wekî zaferekî dihesibîne. Halbukî rejîma îranê di şerê mijara gotinê de darbeyên pir giran xwar û êdî ne pêkane ku xwe wekî berê bidomîne. Tîffaqa Emerîka-Îsraîlê jî bi teknîka xwe ya ku pir bawer dikirin ve nekarîn rejîma îranê ya ku hedef dikirin birûxînin. Dema ku rêveberiya Îsraîlê ji cîhanê tecrîd dibe, polîtîkayên Trump wekî ku dawî li Împaratoriya Emerîkayê anî. Şerê Îranê bandora li ser Ewropa ya bi şerê Ukraynayê ve girêdayî ya Emerîkayê di rêjeyek girîng de lewaz xist. Êdî cîhanek yek cemserî ya dispêre Emerîkayê tineye. Şerê îranê nîşanî her kesî/ê da ku cîhana kapîtalîst pir cemserî ye.

Di rewşa heyî de çi şer berdewam bike û çi jî şêwazên li hev kirinê pêşbikevin, êdî Emerîka nikare wekî berê tevbigere; berevajî hê zêde bikeve nava hewldanên dost dîtinê û dîsa wê hewl bide tekoşîna heyî bi dostên xwe ve parve bike. Ne pêkane ku rejîma Îranê jî wekî berê berdewam bike, wê her ku biçe guhertinek girîng jiyan bike. Niha ji aliyê gelek derdoran ve nîqaşên wekî wê ev pêşketin çawa bên jiyan kirin tên meşandin. Mînak wê rêveberiya Emerîkayê bi kî re li hev kirinên çi cure pêşbixîne? Wê li îranê guhertin çawa bê jiyan kirin û wê kî di vê de rolek çawa bileyîze? Mijarên ku li ser tên nîqaş kirin wek esas ev in.

Binêrin aliyê Emerîkayê û aliyê Komara îslamî bi zêdeyî gotinên xwe vegotine, lê aliyê civaka Îranê hîna gotina xwe negotiye. Lê belê gelên îranê şoreşger in û civaka Îranê çalak e. Di Îranê de serî jin û ciwan rastiyek bihêz a civaka sivîl heye. Vê civakê gelek caran serî rakiriye û guhertina rêveberiyê serxistiye. Bandora çalakiyên ciwanan ên ku di derdora zanîngeha Tehranê de dihatin jiyan kirin hîna nû ne. Ya hê girîngtir, bandora serhildana ku du sal beriya niha hatiba jiyan kirin a “Jin Jıyan Azadî” hîna berdewam dike.

Di destpêka sala 2026’an de jî bajarên Kurdistanê jî di nav de di bajarên cur be cur ên Îranê de serhildanên gel pêşketin, lê ji ber ku parçe kiri û ji stratejiyekê bêparbû, lewra nekarî piştevaniya rêxistinî û derve bigire, ji bona vê jî ji aliyê rejîma Îranê ve bi qetlîamên giran ve hat tepisandin. Lê dema ku piştre êrîşên Emerîka û Îsraîlê destpêkirin şûnve gel ji bo ku nebin şirîkê vî şerî xwe paşve kişandine. Niha sekinandina êrîşên Emerîka-Îsraîlê tê wateya ku zirûf ji bo tevgera vî gelê ku xwe paşve kişandî, hatiye rewşek guncav. Sekinandina şerê ku êrîşên Emerîka- Îsraîlê pêşî lê vekirî dibe ku ji aliyekê ve zextên hê girantir ji bo girseyan bîne, lê ji aliyê din ve jî wê zirûfên tekoşîna navxweyî ya îranê bikemilîne û wê derfetên pêşxistina tekoşîna li dijî rejîma dîktator a gelên Îranê zêde bike. Ev jî wê bê wateya ku gelên Îranê û yekpare civaka Îranê gotina xwe ya şoreşger-demokratîk vebêje. Baş e, wê gotina civaka îranê ber bi kîjan aliyê ve be? Qet guman tineye ku wê ji aliyê ‘Demokratîkbûyînê’ ve çêbibe. Encax komara demokratîk dikare ji pirsgirêkên ku civaka Îranê jiyan dike û zerarên ku ji şer dîtî re bibe bersiv. Civaka Îranê ya pir nasnameyî û ji aliyê çandî ve dewlemend, encax komara demokratîk ve bê rêvebirin. Binêrin rejîma Şahtiya monarşîst hatiye derbas kirin, dîsa Komara Îslamî jî hatiye derbas kirin; di vê rewşê de ya ku nehatî ceribandin Komara Demokratîk e. Komara Demokratîk a Îranê ji bo pêşeroja civakê rêya çareseriya yekaneye û şêwazê rêveberiya hevpar e. Komara îslamî pêşiya kîjan encaman vekiriye li holê ye, ji ber vê yekê ne pêkane ku bermahiyên rejîma kevin xwe bidomîne. Emerîka jî ji bo Îranê, heta ji bo hemû Rojhilata navîn ‘Monarşî’ yê pêşniyar dike. Tê zanîn ku ne pêkane civaka Îranê ya ku zext û mêtîngeriya monarşiya Şah jiyan kirî, carek din vegere monarşiyê. Nexwe ya nehatî ceribandin ‘Komara Demokratîîk e’ ku bênîqaşe ku wê pêşeroj ber bi vî aliyê ve biçe. Ji ber vê yekê yan wê hêzên Komara Demokratîk temamî rêveberiya nû avabikin an jî wê di nava rêveberiya têkel de bi şêweyê herî bibandor cih bigirin.

Êdî Îran ketiye pêvajoyek wiha. Wê teqez guhertinek pir girîng di dema nêzîk de jiyan bike. Ev jî yan wê bitemamî demokratîkbûyîn be yan jî wê bibe pergalek ku demokrasî serwer. Ji vî aliyê ve, yên ku bendê ne ev statukoparêzî berdewam bike yan jî yên ku ji nû ve monarşiyê xeyal dikin wê negihijin hêviyên xwe. Yanê wê rêveberiya statukoparêz a AKP-MHP’ê qezencek pir cidî ji ji pêşketinên Îranê bidestnexe. Yên ku ji hevdîtinên Emerîka-Îranê ‘memnun dibin’, wê demek pir nêzîk fahm bikin ku di şaşitiyê de ne.  ji bilî vê wê Kurd jî ji Îrana ku ji aliyê demokratîk bûyînê ve diguhere pêşketinên girîng ên hebûn û azadiyê bidestbixin. Wê ev jî darbeyek giran li zîhniyet û polîtîkaya rejîma AKP-MHP’ya ku di cewherê xwe de înkarkerên Kurd in, bide. Bikurtasî statukoparêziya dewlet netewe ya ku di Îranê de bi darbeyên giran ve tê derbas kirin, di eslê xwe de tê wateya ku statukoparêziya dewlet-netewe ya li Tirkiye tê derbas kirin.

 

Di Tirkiyeyê de derbas kirina CHP û AKP’ê

Li ser bingeha Pêvajoya Aştî û Civaka Demokatîk ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di Tirkiyeyê de da destpêkirin, pêşketinên dîrokî yên ku girîngî dihewînin tên jiyan kirin. Wekî ku qifila li zimanê civaka Tirkiye hatî xistin vebûye, prangayên li ling û destan hatin xistin vebûye. Li ser pirsgirêkên ku civaka Tirkiye jiyan dike, rêyên çareseriyê û li ser pêşeroja Tirkiye nîqaşên pir zêde û pir alî tên meşandin. Di serî de jin, ciwan, karker û kedkar hemû beşên civakê tekoşînên xwe yên maf lêgerînê û çalakiyên xwe yên li ser vê bingehî zêde dikin.

Mînak di rojên 13-14’an de li Stanbolê konferansek girîng ê binavê “Di Sedsaala Duyemîn de Veguherandina Demokratîk a Komarê” hat lidar xistin û hetanî du rojan nîqaşên pir binirx û biwate hatin meşandin. Sedsala derbasbûyî ya komarê hat destgirtin, bersivên pir vekirî û dikarin pêk bên ji pirsa divê di sedsala duyemîn de komar çawa be, hatin pêşniyar kirin. Bi şêweyek eşkere danîn holê ku komara ne demokratîk be wê çawa bibe komarek rasteqîn. Bi mînakan ve nîşan dan ku pergala yekperest, otorîter û navendî ji aliyê gel û beşên civakî ve felaketek çawa bi xwe re tîne.

Dîsa bi awayek eşkere hat vegotin ku ava kirina komarek demokratîk ya ku piraniyê dihewîne, destpêkê dide rêveberiyên xwecihî, hemû nasnameyan qebûl dike, siyaseta demokratîk dixebitîne, xwe dispêre azadiya jinan, azadiyek ku îfade û rêxistinek tam esas digire qasî av û hewa pêwîst dike. Ji bilî vê hat gotin ku pêwîste ev gotin tenê neyên ziman, di heman demê de bi hev re pratîze bikin, ji bo vê jî rêxistin kirin û pêşxistina tifaqan hatiye pêşbînî kirin.

Dema ku ev rêzik dihatin nivîsandin jî li Amedê civînek pir binirx a binavê “Konferansa Îslama Demokratîk” ve dihat lidar xistin. Û civîna mijara gotinê ji nîqaşên pir biwate re dibû mazûvanî dikir. Bi şêweyek şênber datînan holê ku pêwîste ji eniya Îslamî ve civaka bê pêşxistin û li ser divêtiya komarek demokratîk disekinîn.  Bi awayek zelal nêrîna Îslama demokrartîk a ku li dijî Îslama desthilatdar û cihê ava kirina civaka demokratîk datînan naverastê. Bêguman wê ev konferans jî hem divêtiyên demokratîk ê komarê û hem jî zirûfên wê biaawayek sade nîşan bide. Ji bilî vê bajarên wekî Amed, Stenbol, Wan û Mersîn xwe ji çalakiyên azadiya girseyî yên ku di rojên 27-28 hezîranê de pêkbên re amade dikin. Hema bêje her roj çalakiyên wiha di seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê de tên lidar xistin. Di derveyî welat de jî bi çalakiyên dişibin wan ve piştevanî ji tekoşîna demokrasiya Tirkiyeyê re tên  dayîn. Baş e, ev çi nîşan didin? Pir vekiriye ku di Tirkiyeyê de demokrasî tineye, lê demokratîk bûyîn beriya her tiştî di pozîsyona pêdiviyekê de ye. Her çiqas ev sedsal in tê gotin ku li Tirkiyeyê rejîma komarê heye lê  belê ev komar ne demokratîke, ji ber vê yekê jî tê nîşan dan ku hîna nehatiye rewşa komarek rasteqîn. Birastî danezana encamnameyê ya civîna MGK’ê ku di roja 18’ê Hezîrana 2026’an de kirî jî bi şêweyek zelal vê rastiyê datîne naverastê. Di danezana mijara gotinê de, tekoşîna hebûn û azadiyê ya ku çavkaniya xwe ji ji pirsgirêka Kurd digire jî di nav de bêyî ku rêxistin û tekoşîn ji hev bên cuda kirin wek “Terorîzmê” tê binav kirin û tê gotin ku wê ev hemû bên tinekirin. Ango bi danezanekê hat ragihandin ku wê terora dewletê berdewam bike. Ev jî her çiqas bi komarê bê binav kirin jî nîşanî her kesî/ê dide ku dewleta Tirk ne demokratîk e û ji ber vê yekê tekoşîna demokrasiyê pêdiviyek herî mezin e.

Diyar e ku Komara Tirkiye ya ku di dîroka 29’ê Cotmeha 1923’an de hatî ava kirin ne  demokratîk e. Baş e, eger demokratîk nebe nexwe çi ye? Yek pereste, hemû dewlemendiyan înkar dike û homojen kirina wan pêşbînî dike. Bîrdoziya wî ya fermî netewperestiya Tirk a şovene, olê wî yê fermî Îslama Sunî ye, cinsê wî yê fermî jî zilamtî ye. Ev dewlet hetanî 1950’an bi yek kesî ve hatiye rêvebirin, piştî 1980’an jî rêveberiya faşîst-olîgarşîk serwer bûye. Di eslê xwe de di pêvajoya amade kirina komara Tirkiyeyê de nirx û pîvanên demokratîk bibandor bûn. Herî hindik yekperestiya piştre derketî holê tinebû, berevajî tevgerek piranî mijara gotinê bû. Mînak di şer û siyaseta ku di navbera 1919-1923’an de hatî  kirin da, qasî leşker civaka sivîl, qasî Tirkan Kurd û Çerkes, qasî zilam jin, qasî dewlemendan karker û kedkar jî hebûn. Çawaniya Meclîsa Milet a ku di 23’ê Nîsana 1920’an de hatî vekirin wiha bû. Qasî artêşê yekîneyên Kurd û Çerkes jî li dijî dagirkeriya Îngilîz, Fransa û Yewnanên ku wan teşwîq kirî şer kirine. Sînorên dewleta ku hatî ava kirin wek “Xakên ku Tirk û Kurd li ser jiyan dikin” hatine pênase kirin. Ew hemû wek dîrokî babetên sabîd în.

Lê kengî tevgera kemalîst di Lozanê de bi Îngilîstan û Fransayê re peymana 24’ê Tîrmeha 1924’an îmza kir şûnve ava kirina komarê di 29’ê Cotmehê de hat îlan kirin û ev rewş temamî guherî. Di 1924’an de bi çêkirina makeqanûna duyemîn ve piraniya demokratîk hatiye red kirin, bi “Teoriya Zıman-Roj” ve her tişt bi ‘hebûna Tirk’ ve girêdan. Wek girseya bêçîn û taybet Tirkîtî hat pênase kirin, ketin nava lêgerînekê ku miletek Tirk biafirînin. Dema ku li ser vê bingehê yekoyek nirxên demokratîk dihatin tine kirin, li ser navê wan tiştên ku hatin kirin jî ‘demokratîkbûyîn’ hatiye gotin. Ango bi gotina ‘Demokratîkbûyînê’ve di eslê xwe de nirxên demokratîk hatine tune kirin. Bi pişaftina hemû milet û çandan re hewldane ku tenê miletek Tirk biafirînin. Bi belav kirina rêxistinên karker û kedkaran ve pergalek burjuwa hatiye ava kirin. Bi gotina ‘Jina Komarê’ ve serdestiya zilam kirine bîrdoziya dewleta fermî. Dema ku li dijî wan hemû pêkanînên di vê çarçoveyê de, derveyî Kurdan hêzek ku dem dirêj û bibandor berxwe bide derneketibe jî zîhniyet, bîrdozî û siyaseta  fermî ya dewletê wekî dijberê Kurd şikl girtiye, li ser vê bingehê her tişt bi qirkirina Kurd ve girêdane. Bi gotina hinek derdoran ve birastî jî Makeqanûnek Komara Tirk a yek madeyî ku xwe dispêre ‘tune kirina hebûna Kurd’ pêkhatiye. Vaye yekperestî gihandine vê radeyê. Xebatên ku di bin navê MGK’ê de tên kirin birastî dibe rewşa pratîze kirina vê yek madeyê. Birastî eşkereye ku civîna MGK’ê ya ku di dîroka 18’ê Hezîrana 2026’an de hatî kirin jî heman tişt kiriye.

Wek hê şênber, em dikarîn Komara Tirkiye ya sedsala yekemîn wek komara CHP û yek jî ya AKP’ê binav bikîn. Wek esas  hetanî 1980’an komara CHP’ê, piştî darbeya leşkerî-faşîst a 12’ê Îlona 1980’an jî wek komara AKP’ê îfade bike. Lê yê ku mohra xwe li dewletê xistî CHP ye. Dîsa du serdema duyemîn de jî cuntaya 12’ê Îlonê, partiyên wekî ANAP û DYP jî hene, lê tiştên ku wan kirîn di dewleta AKP’ê de şênber bûne. Bîrdoziya fermî ya komara CHP’ê ‘netewperestiya Laîk e’, bîrdoziya fermî ya komara AKP’ê jî ‘netewperestiya olperest e.’ Demek divê sedsala duyemîn de wek “Komara Demokratîk” ji nû vê têşe bigire.

Eger em bi Îranê re muqayeseya demê bikîn, pêvajoya komara Laîk netewperst a li Tirkiye teqabûlê Monarşiya Şah a li îranê dike, pêvajoya komara olperest netewperest a Tirkiyeyê jî teqabûlê Komara Îslam a li Îranê dike. Eger em li ber çavan bigirîn ku Komara Îslamî ya Îranê jî bi olperestiyê re netewperestiya Fars esas girtiye, em bi awayek pir vekirî dibînin ku rêveberiyên 45 salên dawî yên li Îran û Tirkiye pir dişibin hev. Niha divê em fahm bikin û bibînin ku êrîşên Emerîka-îsraîlê yên ku li ser navê sermayeyay kûrewî tên kirin, pir dişibin guhertina wan her du pergalan. Demek sermayeya kûrewî ji bo berjewendiyên xwe dixwaze heman tştî bike. Eger hêza Emerîkayê têra kiriba wê her du jî ji nû ve kiriba monarşî. Lê her çiqas guhertinek wiha binav ne pêkan be jî, wê wek defacto hewl bide rêveberiyên yek kesî di bin navê komarê de serwer bike.

Vekiriye ku çawa hetanî niha şêwazên dewletên heyî ji bo gelan, faşîzma dewlet-neteweyek yekperest îfade dikir, hegemonyaya Emerîka-îsraîlê jî hewl dide pergalek wiha heta hê xirabtir ava bike. Nexwe divê qasî ev rastî bê dîtin û ya heyî bê derbas kirin, lazim e li dijî avaniya Emerîka-îsraîl jî ava dike tekoşîn bê kirin. Ji vê hêlê ve wekî îranê ji bo Tirkiyeyê jî ya pêwîst Komara Demokratîk e. Êdî dema komarên Laîk, netewperest, olperest tijî bûye, temenê wan temam bûye. Dem dema avakirina komarên demokratîk in. Qasî Îran û Tirkiye ew qas jî pêdiviya Rojhilata navîn û cîhanê pir bi vê heye.

Qet bêguman dema ku netewperestiya Laîk û netewperestiya ol tê derbas kirin, pêwîste partiyên ku wan temsîl dikin jî bên derbas kirin. Ji ber ku êdî wan temenê xwe tijî kirine û wek dîrokî divê bên derbas kirin. Ji ber vê yekê ji bo ku di Tirkiyeyê de komara demokratîk bê têşe kirin derbas kirina CHP û AKP’ya heyî nebe nabe ye. Binêrin CHP ketiye pêvajoyek wiha. Bêguman rêbaza “Butlana teqez” ne rast e û nayê qebûl kirin. Divê derbas kirina vê partiyê ne bi biryarên darazê ve bi endamên wê re gel biryarek wiha daba. Ji ber vê jî hewceye em li dijî tişta ku dixwazin bi darazê ve bê kirin derbikevîn, lê wek dîrokî pêwîste em li dijî derbaskirina CHP’ya ku nûnertiya mîliyetperestiya laîk dike dernekevîn. Ji bo demokratîk bûyîna Tirkiye pêşketinek wiha girîng û mecbûriye. Ji ber vê sedemê, eger bi rastî jî di kesayeta Ozgur Ozel û derdora wî de demokratbûn hebe, nexwe lazim e di CHP’ya heyî de israr neke û bi partiyek nû ve beşdarî Komara Tirkiye ya ku demokratîk dibe bibe. Ya ku ji wî re jî û ji derdora wî re jî ya herî rast û ya feydaya Tirkiyeya Demokratîk li berçavan digire jî ev e. CHP’ya ku temenê xwe tijî kirî jî, divê bi Kemal Kiliçdaroglyê ku xwediyê heman karakterê, noqî dîrokê bibe.

Helbet jibo veguherandina demokratîk a Komara Tirkiye, pêwîste AKP’ya ku bûye nûnerê pêvajoya netewperest olperest jî bê derbas kirin. Her çiqas xwe wekî nû nîşan bide jî li dijî komara demokratîk e û ji ber vê sedemê jî di rewşa heyî de temenê xwe tijî kiriye. Di eslê xwe de hinek jî ji valatiyan sûd werdigire û bûye xwediyê hê ya zêde ya neheq kirî û demek dirêje hikm dike. Di pêkanînên xwe de Pêvajoya CHP’ya ku pir rexne dike jî derbas kiriye. Ji ber vê yekê ji bo ava kirina komara demokratîk lazim e AKP jî bê derbas kirin, bi wî re avaniyên olperest netewperest jî tevî dîrokê bibin. Rêveçûyîna dîrokê û diyalektîka dîrokî ya Tirkiyeyê jî wiha ye. Pêwîst û girîng e ku divê hêzên Komara Demokratîk xwe hê zêde rêxistin bkin, bên ba hev û tifaqek hê berfirehtir a “Tifaqa Komara Demokratîk” pratîze bikin.

Êdî Tirkiye nikare wekî sedsala derbas bûyî dîktatoriyek netew-dewletê rake. Nikare wekî sedsala berê li nav çavên cîhan û civakê binêre û pêkanên qirker-mêtînger pêkbîne. Nikare asîmîlasyona ziman, çandên cuda û nasnameyên cuda li ber çavên her kesî/ê pêkbîne. Bitaybet jî êdî nikare qirkirina Kurd hê zêde berdewam bike. Nikare zîhniyet û siyaseta serdest a ku îradeya jinê tine dihesibîne  ya zilam pratîze bike. Bi esas girtina Îslama Sunî ve nikare pêşiya azadiya baweriyê ya ku di ol û mezheban de şênber bûyî bigire. Bi kûr kirina ew qas a şerê taybet  ve nikare li berçavan qirkirina civakî pêkbîne. Ne yekperest mecbûre ku pir avaniyê qebûl bike. Mecbûre ku li ser bingehê azadiya Kurd azadiya hemû ziman û çandan nas bike. Bi pêkanîna tam a azadiya ol û baweriyê ve berpirsyare. Mecbure ku wekheviya xwe dispêre azadî û cudatiya jinê qebûl bike. Ji bilî vê neçare ku azadiyek tam a fikr, îfade û rêxistin kirinê bêyî ku hincet nîşan bide esas bigire û pêkbîne. Ji ber ku komara demokratîk encax bi hebûna civaka demokratîk ve jiyan dibe. Hebûn û jiyana civaka demokratîk jî van babetên ku em behs dikin divê.

 

Gırîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Hingî ku roj, hefte û meh derbas bibin wate û girîngiya Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdulah Ocalan di dîroka 27’ê Sibata 2025’an de kirî hê zêde derdikeve holê û eşkereyî qezenç dike. Ev li dijî êrîşa hegemonîk a ku tifaqa Emerîka-Îsraîlê ji Xezayê destpêkirî û gihiştî Îranê dibe bersiva hemleya demokrasî ya ku li ser Tirkiyeyê hatî dayîn ji aliyê her kesî/ê  ve tê dîtin. Pir eşkereye ku her du hemleyên li dijî hev pêşketîn jî herêmî ne û xwediyê bandorek kûrewî ya pir cidî ne. Hingî pêvajo ber bi pêş ve biçe wê ev rewş hê baştir bê fahm kirin, wê wate û girîngiya hemleya Aştî û Cıvaka Demokratîk hê zêde eşkereyî qezenç bike.

Her çiqas ji aliyê hinek derdoran ve ji bo li ser bê nixûmandin hewl bêdayîn jî helwesta ku Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî di dîroka 1’ê Cotmeha 2024’an de pêşxistî û bangawaziya di roja 22’ê Cotmehê de li Meclîsê kirî jî li ser vê bingehê pêşketiye. Yanê êrîşa ku di dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an de li Xezayê destpêkirî û di havîna 2024’an de gihiştî Surî ya Emerîka-îsraîlê ji bo Tirkiyeyê xeterî afirand. Helwest û bangawaziya mijara gotinê ev bangawazî derxist naverastê. Dewlet Bahçelî bi gotina “Tirkiye pirsgirêka beka jiyan dike” ve, ji bo Rêber Abdulah Ocalan mafê hêviyê xwestiye û bangawaziya “Bila bê meclîsê Di Komcivîna DEM Partiyê de biaxive” li Rêber Apo kiriye. Dewlet Bahçelî di nava salek û niva derbas bûyî de jî dem dem bangawaziyên wekî vê kiriye, lê her çiqas ev bangawazî kiribin jî yek ji wan jî neketiye pratîkê. Yanî di rewşa girtî ya li Îmraliyê ya Rêber Abdulah Ocalan de tu guhertin çênebûye. Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di dîroka 27’ê Sibata 2025’an de bi bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk ve bersiv erênî daye bangawaziya 22’ê Cotmeha 2024’an a Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî. Rêber Apo bi vê bangawaziyê ve hem pêvajo pênase kiriye û hem jî li Kurdistan û Tirkiye pêvajoyek nû daye destpêkirin. Li ser bingehê bangawaziya mijara gotinê rêveberiya PKK’ê jî roja 1’ê Adara 2025’an de agirbest îlan kiriye, bi Kongreya xwe ya 12’emîn ve jî biryarên ku bangawaziyê pêşbinî dikir girtiye. Bi vî awayî stratejiya tekoşîna biçek hatiye bidawî kirin, biryara ku wê stratejiya tekoşîna siyasî ya demokratîk wê bê esas girtin û fesih kirina avaniya rêxistinî ya PKK’ê hatiye dayîn. Bêguman ji bo pratîze kirina wan biryaran jî hatiye xwestin ku pêwîstiyên siyasî û hiqûqî bên bicih anîn û hatiye pêşbînî kirin ku pêvajoya pratîkî ji aliyê Rêber Abdulah Ocalan ve bê meşandin. Ji bilî vê di dîroka 11’ê Tîrmeha 2025’an de sî PKK’yiyan çekên xwe şewitandine û cihên ku pêşî li xeteriya şer û pevçûnan vedikin hatine vala kirin û biryardariya pratîze kirinê ya wan biryarên mijara gotinê danîne holê.

Di encama van pêngavên ku ji aliyê Rêber Abdulah Ocalan û PKK’ê ve hatîn avêtin de ev şanzdeh meh in li Tirkiye şer û pevçûn rû nadin. Vê rewşê di civakê de rewşek girîgn a rehetiyê daye çêkirin. Beşên civakî yên cuda pêşerojê nîqaş dikin, di civakê de lêgerîna demokratîk, xwe bawerî û yekitî pêşdikeve. Di serî de Îran dema ku li her devera Rojhilata navîn rewşa aloz û şer tê jiyan kirin, li Tirkiyeyê hewa aştiyê tê jiyan kirin. Eger desthilatdariya AKP’ê pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêkan vebike, wê Tirkiye bi şêweyek bilez pirsgirêkên xwe çareser bike, dibe ku ji bo Rojhilata navîn bibe “Welatê model ê demokratîk.”

Lê heyfa û mxabin dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê wiha nêzîkî pêvajoyê nabe. Vê pêvajoya ku aliyê Kurd bibiryardarî pêşdixîne wekî pêvajoya çareseriya meseleya Kurd nagire dest, berevajî li ser bingehê pênaseya ‘Tîrkiyeya Bêteror’ û ‘wek pêvajoya li dijî terorê’ digire dest. Li ser vê bingehê jî wek esas, bêçek kirina gerîla û tasfiye kirina PKK’ê armanç dike. Di vê çarçoveyê de domandina vê rejîmê û rêvebirina qirkirina Kurd hedef dike. Ji bilî vê ji bo ku rêveberiya Tayîp Erdogan berdewam bike wek pêvajoya derfet afirandinê digire dest. Di vê çarçoveyê de ji bo CHP’ê biryara “Butlana Mutleq” pêşbînî kiriye û bi dabeş kirina CHP’ê ve ji alternatîf bûyînê derxistiye. Eger bi pêvajoyê ve girêdayî rêjeya dengê xwe zêde bikin dibe ku bi hilbijartinek pêşwext an jî zû ve carek din bixwazin Tayîp Erdogan ji nû ve ji bo serok komariyê hilbijêr in.

Ji ber vê nêzîkatiyê hetanî niha pêngavek cidî ya ku pêvajoyê digihîne fermiyeta qanûnî û garantiyê ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve nehatiye avêtin. Di îstîqameta demokratîk bûyîn û çareseriya meseleya Kurd de fermîyetek hiqûqî û siyasî pêşnexistiye. Di vê îstîqametê de pêngava herî pêş a ku hetanî niha avêtî, Komîsyona Piştevanî, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê ye ya ku di Tebaxa 2025’an de li meclîsê rêxistinkirî. Komîsyona mijara gotinê bimehan xebitiye, ji bo ku bi Rêber Abdulah Ocalan re hevdîtin çêbikin şandeyek sê kesî pêktê şandiye Îmraliyê. Di encamê ded xebatên xwe kiriye raporek  û pêşkêşî meclîsê kiriye. Li ser  vê bingehê xebatên komîsyonê ji bo siyasî kirina pêvajoyê tê wateya pêngavekê. Lê ev pêngav jî lewaz e û zagonên ku rapora komîsyona mijara gotinê pêşbînî kirî hîna dernexistiye.

Hingî ku pêvajo dirêj dibe desthilatdariya AKP ji aliyê rayagiştî ve di noktaya ku pêngavên rapora mijara gotinê pêşbînî kiribûn na avêje de,  pir zehmetî kişand. Her çiqas ji aliyê berdevkên siyasî ve rewşa siyasî û leşkerî cuda bên nîşandan jî pirsgirêka beka ya Tirkiye bi kurbûnê ve berdewam dike. Ji ber wan sedeman e ku di demên dawiyê de desthilatdariya AKP’ê hatiye asta ku meyla pêngav avêtinê nîşan bide. Ev mijar di civîna MGK’ê de ya ku 18’ê Hezîranê hatî lidar xistin da jî hatiye nîqaş kirin û tê gotin ku biryar dane. Di çapemeniyê de  têkîldarî zagona çerçeve ya ku 7-8 madeyan tê pêşbînî kirin, agahiyên mîna çarçove wekî reşnivîsekê hatiye amade kirin û ev reşnivîs birine Îmraliyê û wê Rêber Abdulah Ocalan û rêveberiya PKK’ê nîqaş bike.  Li pêy wê jî bêyî ku meclîs bikeve betlanê bendê ne ku qanûn kirina reşnivîsa mijara gotinê pêkbê.

Bêguman wekî tê behs kirin pêkanîna wan zelal û teqez nîn e. Lê dibe ku desthilatdariya AKP’ê bi şêweyê ku tê behs kirin qanûnek derbixîne. Ji ber ku wê qanûna mijara gotinê  di çarçoveya bêçek bûn û vegera Tirkiyeyê de pêkbê, lewra wê qanûna heyî ji aliyê qanûnî ve zehmetî ji desthilatdariya AKP’ê çêneke. Yanê wek esas, wê di çarçoveya “Tekoşîna li dijî terorê” de çêbibe, ji ber vê yekê wê desthilatdariya AKP’ê nexîne zehmetiyê. Di vê wateyê de wê gihandina pêvajoyê ya çarçoveya hiqûqî nehewîne, lê ji bo ku di vê aliyê de pêşda çûyîn çêbibe wê bibe xwediyê taybetmendiyek pêşî veker. Bikurtasî wê di çarçoveya encamnamê ya civîna MGK’ê de pêkbê.

Helbet ev hemû di asta texmînan de ne û wê naveroka wê çawa bibe ji aliyê rayagiştî ve nayê zanîn. Wê Rêber Abdulah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd û gel encamê çawa pêşwazî bikin û eger derbikeve wê qanûna mijara gotinê zemînê pêkanînê bibîne nebîne ne diyar e. Wek gel û tevger li vê derê xeta sor a aliyê Kurd tê zanîn ku gihiştina zirûfên jiyana azad û xebat kirina Rêber Abdulah Ocalan e.

Eger qanûn di vê mijarê de biryarekê dane holê dikare bê gotin ku wê aliyê Kurd bixwaze pêkbîne. Lê eger pêngavek cidî ya wekî Rêber Abdulah Ocalan bigihe zirûfên ku azad jiyan bike û bixebite dernekeve, wê demê ne pêkane ku aliyê Kurd germ li vê qanûnê mêze bike. Ev rastî bihezar caran ji aliyê Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ve biawayek zelal hatiye vegotin. Biryara Kongreya 12’emîn a PKK’ê ya ku pêvajoyê ber bi pêş ve dibe jî li ser vê bingehê ye ku tevgerandina derveyî biryara kongreyê ne pêkan e.

Dema ku me ev rastî wiha danî holê, hinek derdoran gotin “madem nêzîkatiya dewlet û AKP’ê wiha ye, nexwe ev pêvajo ber bi pêş ve naçe û wê wekî yên berê di qonaxekê de xerab bibe, di vê rewşê de çima ji bo pêşdabirina pêvajoyê hewldan tê raber kirin.” Ev cure derdor, ji destpêkê ve bendê ne ku dewlet û desthilatdarî li gorî taybetmendiyên pêvajoyê bibe xwediyê fikr û pratîkê. Halbukî eger wekî ev derdor dihizirin dewlet û AKP xwediyê ferastek wiha ban, niha ji zû ve meseleya Kurd û demokratîk bûyîn hatî çareser kirin û pêdivî bi pêvajoyek wiha jî nedibû.

Lê belê ji ber ku zîhniyet û siyaseta dewlet û desthilatdariyê cuda ye, lewma pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye û bi tekoşînek li ser vê bingehê ve wê di zîhniyet û siyaseta dewlet û desthilatdariyê de guhertin bê çêkirin. Di vê wateyê de jixwe pêvajo dibe pêvajoyek tekoşînê. Bi tekoşînek pir alî ve dewlet û desthilatdarî mecbûrî pêngavan tê kirin. Jixwe zîhniyet û siyaseta sed salî ya dewleta Tirk li holê ye. Jixwe tê zanîn ku bi AKP-MHP’ê re ne pêkane ku Tirkiye demokratîk bibe û çareseriya meseleya Kurd pêkbê. Ji ber vê sedemê, di rastiya Tirkiye û Rojhilata navîn de zor li zîhniyet û siyaseta dij demokratîk û înkarker tê kirin ku ji aliyê guhertinê ve pêngav bê avêtin.

Hinek derdor dibêjin ku “em bawerî bi dewlet û desthilatdariya AKP’ê naynîn, ji ber vê yekê wê PKK carek din vegera ya berê” û dikevin nava bendewariyek wiha. Ev cure derdor di mijara pêvajoyê de bêhêvî û reşbînin, ji ber vê yekê reşbiniyê li derdorê belav dikin, li ser vê bingehê bêtekoşîniyê û bisekine-bibîne disepînin. Em di vê nuqteyê de vekirî bêjin ku PKK’ê biryarên pêwîst girtiye û guhertin û veguhertinê di xwe de çêdike, ji ber vê yekê jî vegera berê êdî ne pêkan e. Helbet eger dewlet û desthilatdarî pêngavên pêşî li vedikin biavêje wê pêşketina pêvajoyê hêsantir bibe û wê ev jî ji bo Kurd û Tirkan erênî be. Eger pêngavên pêşî li vedikin neyên avêtin, wê demê ji bo pêvajo pêşbikeve neçarîn ku tekoşînek pir alî bê meşandin. Dîsa eger dewlet û desthilatdarî pêvajoyê ji nû ve xerab bikin û tundiyê carek din bînîn rojevê jî, helbet wê li dijî vê berxwedana Kurdan çêbibe, lê wê ev berxwedan wekî berê nebe.

Helwestên reşbîn û bêhêvî yên têkîldarî pêvajoyê dibin meylek cuda yên çînekê. Wek feraset û helwesta çîna burjuwayê-biçûk ku hêvî dike her tişt hêsan pêkbê û dîsa bendê ye ku kar ji derve bê kirin, derdikeve holê. Ev wek helwesta kesên ku divê erkên tekoşîna pêvajoyê bicih bîne û hewceye serkeftî bimeşîne, lê cihê ku vê wêrekî û fedekariyê nîşan bide li bendê dimîne. Hingî ku pêvajo pêşbikeve wê ev cure  derdor hê zêde lewçe bibin, wê bi gotina ‘vaye hûn dibînin, hema pêşketinek jî çênabe’ ve reşbiniyê li derdorê belav bikin. Lê belê pêvajo bi serê xwe naçe serkeftinê, dewlet û desthilatdarî bixwe jî tiştek nadin tu kesî/ê; berevajî her tişt bi tekoşînê ve tê qezenç kirin. Ji ber vê sedemê, divê rêz û hûrmet nîşanî wan derdorên bêbawer, bêhêvî û reşbîniyê belav dikin neyê dayîn; berevajî pêwîste her cure reşbînî û bedbînî bê rexnekirin û bi rêbazên dewlemend ve tekoşînek ku erkên pêvajoyê serbixîne bê pêşxistin.

Ji ber ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ne pêvajoyek welê ye ku ji nava pêvajoyên cuda da hatiye hilbijartin, yekane pêvajoye ku di zirûfên heyî de me ber bi serkeftinê ve dibe. Ti civak demek ew qas dirêj wekî Kurdan şer nekirine. Kurdan bi zêdeyî şer dirêj kirine û bi dubare kirinan ve gihiştine vê encama ku gihiştinê. Eşkereye ku dubare kirina wê tiştekê nade qezenç kirin. Di zirûfên heyî de yekane helwesta nû û dide qezenç kirin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Birastî ev şanzdeh meh in tekoşîna azadî û demokrasiyê li ser bingehê pêvajoya mijara  gotinê hê zêde pêşda çûye.

Bi rêbazên hê dewlemend û bibandor ve ev tekoşîn li gorî berê gihiştiye derfetên rêvebirinê.  Çawa ku tekoşîna azadiya Kurd di çarçoveya pêvajoyê de hê zêde girseyê dixîne tevgerê û gihiştiye rêbazên tekoşînê yên dewlemend, bandora wê ya herêmî û kûrewî jî hê zêdetir bûye. Hêzên demokratîk ên herêmî û cîhanê biawayek pir baldar ve xea ku Rêber Abdulah Ocalan pêşxistî dişopînin û di nava heyraniyekê de li Kurdan mêze dikin. Bikurtasî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji her aliyê ve pêşdixîne û ji bo pêşxistina zêde ya tevgera demokrasiyê jî derfetên mezin afirandiye.

Ji bîlî vê her çiqas aliyê aştiyê yê pêvajoyê bi dewletê ve têkîldar jî be, aliyê civaka demokratîk jî bi hemû beşên azadixwaz û demokratîk ve têkîldar e. Pirsgirêk ew e ku ev derdor rast û têrker xwedî li erkên xwe yên pêvajoyê dernakevin û bi awayek têrker perwerda kirina civakê rêxistinkirin û çalakî nayên jiyan kirin. Halbukî ji bo ku ji komara demokratîk re entegrasyona demokratîk çêbibe, pêdivî bi civaka demokratîk heye. Perwerde kirin û rêxistin kirina civakê jî bêguman ne erka dewlet û desthilatdariya AKP’ê ye, erk û karê hêzên azadixwaz û demokratîk in. Eşkereye ku di asta ku pêvajo dixwaze de çûyîna kurahiya civakê çênabe û bêyî ku bêhn bê vedan pêwîste bîst û çar demjimêran xebata perwerde û rêxistinê hatiba kirin, lê lewaziyek pir cidî heye. Siyaseta demokratîk asta xwe ya bi dewletê ve girêdayî derbas nake, nikare bibe tevgera civakê. Lê belê siyaseta demokratîk a rasteqîn ew e ku siyaseta hişmendî û birêxistinî ya civak rêvedibe ye. Nexwe divê hêzên şoreşger û demokratên rasteqîn di nava seferberiyê de biçin ba civaka xizan û kedkar, xebatên rêxistinî û perwerdeya civakî rêvebibin.

Bêguman dema ku perwerde û rêxistin kirina civaka demokratîk tê gotin jî komîn tê rojevê. Çawa ku yekeya dendikî ya modernîteya kapîtalîst ferd û malbat bin, yekeya civaka dendikî ya modernîteya demokratîk jî dibe komîn.

Bi weşandina Manîfestoya Civaka Komînal Demokratîk ve soza ava kirina ‘Komînê’ belavî her deverê bû. Hema kes û sazî dihizirin ku dema navên xwe wek komîn guherandin, dibin komîn. Lê belê zîhniyet û felsefeyek komînê heye. Şêwazek jiyan û xebatê vedibêje. Yanî wek yekpare xwediyê rêgezek bîrdozî ne. Aliyên jiyana civakê dixin nava xwe yên wekî aborî, civakî, siyasî, çandî û xweparastin mijara gotinê ne. Bikurtasî dibe zanebûnek, rêxistiniyek, jiyan û rewşa xebatê. Serkeftina Pêvajoya Civakê, wek esas wê bi asta rêxistiniya komînal a civakê ve diyar bibe û bê  pîvan.

Eger bikarim wê di hejmara pêşiya me de jî hewl bidim li ser komînê binivîsim. Xebat xweş!

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00