Dikarîn birehetî bêjin ku piştî çalakiya dîrokî ya Rojiya Mirina Mezin a 14’ê Tîrmehê ya ku di zîndana Amedê de pêkhatî şûnve, bingehên çanda berxwedanek nû hatiye avêtin û her ku çûye girseyî bûye. Ji bilî vê divê em destpêkê destnîşan bikin ku wan çalakiyan asta beşdariya şoreşê ya mîlîtanan diyar kiriye û pîvanên wê zelal kiriye. Timî li ser Kurdistanê sefer çêbûne, êrîş, qetlîam, berxwedan, lehengtî hatine jiyan kirin. Kurd ne civakek bêdîrok in. Yek jî gelên herî qedîm e. Lê piştî rûxandina Împaratoriya Medan û hetanî roja me nekarîne dewletek navendî ava bikin. Di wateya rast de xwe ji dagirkeriyê rizgar nekirine û bi azadiya xwe ve nehatine hetanî roja me. Hê zêde jî di destê dewlet, împaratorî û hegemonên wekî Pers, Emevî, Abasî, Selçuklî û Osmaniyan de mane.
Kurdan çand û zimanê xwe parastine. Di lokalê de timî begtî û xweseriyên wan çêbûne. Dem ne dema dewletên netew ên ku li ser bingehê “yek netew”, “yek dewlet” avabûne. Di serdema împaratoriyan de jî Rojhilata navîn ji çand û baweriyên dewlemend re dergûştî kiriye. Kurd jî wek yek jî gelên herî kevin ên Rojhilata Navîn di nava şaristaniyê de cih girtine. Di derbasbûna jiyana bicihbûyî ya mirovahiyê de, di hilberîn û pêşketina şaristaniyê de alîkariyên mezin daye. Lê wekî ku Rêber Apo anî ziman dîroka Kurdan timî nixûmandî û di bin siya dewlet û împaratoriyên mezin de maye.
Bi komarê re dawî li avaniyên wekî xweseriyên xwecihî, begtiyan anîne, polîtîkayek yekperest, înkarker û hov xistine dewreyê. Xwestin Kurdan bikin Tirk, ji dîrokê xêz bikin, tenê xak ne bi çavkaniyên sererd û binerd ve; bi hebûna wî ya neteweyî ve talan û tune kirin. Hebûna neteweya Kurd, wekî qada berfirehbûna neteweya Tirk hate diyar kirin. Hemû arşîvên ku navê Kurdan derbas dibû girtin, lêkolîn û vekolandina wê qedexe kirin. Hewldan sucên mirovahiyê yên ku li Kurdistanê ser gelê Kurd pêkanîn veşêrin. Wê bi vî awayî hem hebûna Kurdan veşartiban û hem jî wê di mejî û hafizeyan de hatiba xêz kirin. Wekî ku wextekê Erdogan xwe mikûrhatî, eger hûn hebûna wî nehizirin, wê Kurd tune hatiban hesibandin.
Di nêzîkatiya ji pirsgirêka Kurd re ya Erdoganê ku dema şaredar û beriya wê, hinek cuda bû. Di dema serokwezîrî û serokkomariyê de jî, hat asta ku gotina “Eger hûn nehizirin, Kurd tunin” bikar bîne. Îro jî gotinek bi navê “Tirkiyeya bêteror” pêşxistin. Her çiqas ev gotin ji aliyê Kurdan ve neyê qebûl kirin jî ji bo çareseriyê hevdîtinan dike û ji bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo di dîroka 27’ê Sibata 2025’an de kirî û hetanî niha şer û pevçûn sekinîne.
Rêber Apo ji bo çareseriyê zor dide zirûfan û ji vêya re pêşengtî dike. Lê aliyê ku temsîliyeta dewleta Tirk dike, ji bikaranîna têgeha Kurd jî direve. Bi vî şiklî înkara hebûna gelê Kurd berdewam dike. Dîsa li ser navê çareseriyê, dixwazin serî qurnaziya şerqê bidin, pêşî li qebûl kirin, rewa dîtina hundir û derve ya gelê Kurd bigirin û nehêlin li ser zemînek makeqanûnê bê rûniştandin. Dîsa hewl didin şerê taybet-qirêj a ku li dijî hebûna gelê Kurd, lêgerîna wî ya maf, daxwazên wî yên rewa û beramberî şerê xweparastina ku çil sal zêdetirin dimeşe, wek ‘tekoşîna li dijî terorê’ bide qebûl kirin.
Dewlet wiha ava bûye, zêhn û ruhê wî jî li gorî vê şikl girtiye. Ji avabûna komarê û hetanî niha bi dehan hikûmet hatine ava kirin, lê ev zîhniyet û stratejiya tune kirinê neguheriye. Di sala 1917’an de Sovyetên ku hatine ava kirin û piştî Şerê Cîhanê yê 2’emîn jî bloka sosyalîst di salên 1990’an de rûxiya ye. Komara tirk jî wekî xwe maye û yên ku wî rêvedibin jî li dijî gelê me trîlyon di şerê qirêj taybet de xerç kirine. Lê qonaxa ku em hatinê gelê Kurd hîna li ser lingan e û dest ji mafê azadiyê bernedaye. Tirkiye bû endamê NATO’ya ku piştî Şerê Cîhanê yê 2’emîn ava bû. Bi piştevaniya Emerîka û dewletên Ewropayê ve jî artêşa xwe kir artêşa mezin a duyemîn a NATO’yê. Hetanî niha tenê bi piştevaniya NATO’yê ve li ser lingan ma. Şerê taybet qirêj ê ku li dijî PKK’ê dimeşand jî bi piştevanî û hêza ku ji NATO’yê digirt ve hetanî wan rojan anî. Di vê çarçoveyê de PKK, kir hedefa NATO û dewletên ku ji wî re bûne endam. Ji aliyê Emerîka û dewletên Ewropayê ve jî, PKK hildan lîsteya ‘rêxistinên teror.’
Bi awayî li dijî tekoşîna azadî û demokrasiya Kurdistanê hemû rêyên navnetewî girtin, hewldan wekî ‘tevgerek teror’ bidin qebûl kirin û lêgerînên rewa, derveyî meşruiyetê bihêlin. Xwestin her cure zext û êrîşa ku li ser Kurdan pêktînin bînin asta ku bê qebûl kirin û bê erê kirin. Li hember wan êrîş û polîtîkayên qirkirinê yên ku gelê Kurdistanê rû bi rû man, hema helwest an jî bertekek jî nîşan nedan. Em di pêvajoyek ku projeya Aştî û Civaka Demokratîk wek rojevek bingehîn derketî pêş de jiyan dikin. Ev projeya ku Rêber Apo pêşengtî jê re dike, dixwaze dawî li şerê ku ev 40 salin berdewam dike bîne. Lê bi Emerîka û Yekitiya Ewropayê re gelek dewletan tenê gotin em vê projeyê erê dikîn. Hetanî niha derveyî vê daxuyaniyê, hema ti kesî hewldanek û piştevaniyek aktîf pêşkêş nekir. Wekî aliyê sêyemîn û çavdêr derneketin. Rêveberiya tirk jî dixwaze her tişt di bin her zirûfê de bin însiyatîf û kontrola wî dabe. Yên ku Tirkiye rêvebirine timî wek yek alî (wekî ku xwediyê teserufa mutleq bin) li ser Kurdistanê tevgeryane û qet di vê helwesta xwe de neçûne guhertinê. Di Kurdistanê de pêkanîna her tiştê ku dikin ji bo xwe wekî ‘mafek xwedayî’ dibînin. Her çiqas dewletên Ewropayê behsa demokrasî, mafên mirovan bikin jî girîngî û wateyek vêya ji bo dewleta Tirk nemaye.
Tiştên ku di dema darbeya faşîst leşkerî mêtînger a 12’ê Îlonê de hatin jiyan kirin bûn eynika vê cîhanê.
Yên ku darbeya 12’ê Îlonê kirîn generalên ku destûra Emerîka û NATO’yê hildan bûn
Li Tirkiyeyê yên ku darbeya 12’ê Îlonê kirîn generalên ku destûra Emerîka û NATO’yê hildan bûn. Tirkiye di heman demê de rola’qereqolek pêş’ a Emerîka û NATO’yê dileyîst. Yek jî sedema ku darbeya 12’ê Îlonê pêkanîn ew bû ku NATO dixwest baskê RojhilatêBaşûr bixîne bin ewlehiyê û pêşî li bigire ku Yekitiya Sovyetan danekeve Rojhilata Navîn û bihêz nebe. Ji ber vê yekê yên ku li tirkiyeyê darbe amade dikirin ne pêkan bû ku haya wan ji îşkenceyên ku bi darbeya faşîst a 12’ê Îlonê di Kurdistan û zîndanên Amedê de kirin, nebe.
Sedemek din a darbeya 12’ê Îlona 1980’an jî guhertina ku di civakbûyîna Tirkiye û Kurdistanê de dihat jiyan kirin û pêşketina mezin a di gotinên bîrdozî û sosyalîst a ku fikr û meylên sosyalîst, şoreşger, demokrat û welatparêz bidestxistîn. Di eslê xwe de ev pêşketin ber bi dawiya salên 1960’an şûnve xwe nîşandan û di rêzên pêşî yên rojevê de cihê xwe girtin. Bi pêşketina pergala kapîtalîzmê ve ku xwe dispêre pêwendiyên talan, şelandin, mêtîngerî û diziyê, koçberî ber bi bajaran ve hat jiyan kirin, lêhûrbûyîna ku beşên karker û kedkaran jiyan dikir û di zanîngehên ku hatin vekirin de pêşketina ciwanên şoreşger, rengê xwe da pêşketinên siyasî û civakî.
Di pêvajoyek wiha ya 1968’an de pêşketina şoreşgerî ya ciwanên Ewropayê, fîtîla tevgerên ciwanên şoreşger ên li Tirkiyeyê pêxist û pêşiya pêşketinên nû yên siyasî û civakî vekir. Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Brahîm Kaypakaya jî di pêvajoyek wiha de cihên xwe di nava rêberên ciwan ên şoreşger de çêkirin. Artêşê dîsa destwerdan li ser pêvajoya ku tevgerên civakî zindi bibûn, kir. Generalan di 12’ê Adara 1971’an de hişyarî dan û rêveberî guherandin. Bi destwerdana faşîst leşkerî re hikûmeta nû bi serokatiya Nîhad Erîm de avabû û li beramberî hêzên şoreşger, pêşverû tevgera balyozê dabûn destpêkirin. Tirkiye û Kurdistan tam vegerandibûn baregehek leşkerî, girtinên komî, îşkence û qetlîam bibûn bûyerên ji rêzê. Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Brahîm Kaypakkaya jî di nav de bi dehan şoreşger di kemîn, pevçûn, sêdar û îşkenceyan de hatibûn qetil kirin.
Piştî destwerdana leşkerî ya 12’ê Adara 1971’an, di destpêka sala 1973’an de Rêber Apo bi hewldanek mezin ve ji bo ji nû ve tekoşîna ciwanên şoreşger kom bibe ket tevgerê. Ev sal ji bo şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê bû destpêka pêvajoyek nû. Di jiyan kirina destpêkek wiha de behra serkeftinê ya tevgerên rizgariya neteweyî û tekoşînên şoreşgerî di serî de Wîetnam ên ku Asyaya Başûr Rojhilat, Emerîkaya Başûr û Efrîqayê pêşketîn hebû. Tişta ku hetanî darbeya faşîst leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an, mohra xwe di pêvajoya Tirkiye, Kurdistan û derve de tê jiyan kirin xist jî, rastiyek wiha bû.
Wê di dawiya salên 1981’an de pêvajoya Esad Oktay Yildiran destpêkiriba
Generalên cuntakar ên ku bi nîşandayîna gelek hincetan ve darbeya 12’ê Îlonê pêkanîn, şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî wekî xeteriyek ku pêwîste ji holê bên rakirin ve îlan kir û derbasî êrîşa topyekun bûn. Zîndana Amedê jî di nava hedefên ku ev êrîş bi herî hovane ve dihat pêkanîn de, cihê xwe girtiye.
Piraniya kesên ku hildan zîndana Amedê jî ji girtiyên PKK’ê pêkdihatin. Di nava wan girtiyan de bi kadroyên pêşeng ên PKK’ê re, gelek kadro û milîtanê ku erk û berpirsyarî hildan, xebatên çalak rêvebirîn jî hebûn. Yên ku di operasyonên polîs, cendirme û rêxistinên îstîxbaratê kirin de hatin binçav kirin, piştre hatin girtin û di zîndana Amedê de hatin kom kirin. Derveyî PKK’ê, yên ku di tevgerên cuda yên çepê Iirkiyeyê de cih digirtin û ji bilî wan ên ku di komên Kurd ên netewperest reformîst burjuwayê biçûk de cih digirtin jî hebûn. Derveyî vê hebûna kesên ku wek formalîte jî be ji aliyê generalên faşîst ên ku darbeya 12’ê Îlonê pêkanîn ve hatin girtin; ji bo ku jixwe re rewatî bidin qezenç kirin û ji bo demagojiya ku serî lê didin bingeh bidin çêkirin jî, mijara gotinê bûn. Polîtîkayên ku di zîndana Ameda nava xwe de pêkhatiyek wiha dihewand jî, temamî li gorî şerê qirêj-taybet dihat diyar kirin. Ji ber vê sedemê Kemal Yamalakê ku beriya wê Serokatiya Daîreya Şerê Taybet dikir û piştre jî di dema Serok komariya Turgut Ozal de erka Sekreteriya Serok komariyê girtî serxwe wek fermandarê Kolorduyê hat erkdar kirin. Ji Amedê re erk li gorî armancê wek taybet dihatin dayîn. Yek jî wan jî Esad Oktay Yildiranê ku wek amirê ewlehiya hundirîn a Girtîgehê bû.
Di zîndana Amedê de êrîş hema piştî darbeya 12’ê Îlonê destpêkirin. Li dijî vê girtî jî derbasî berxwedanê bibûn. Bi ketina sala 1981’an re li ser koxuşan serdagirtin çêdibûn û bi sedan girtiyên ku berxwe didan xistibûn hucreyan. Lê di berxwedanê de pêngavek ku paşve bêavêtin tinebû. Encax êrîşên esas ên ku encamên wan giran, wê ber bi dawiya meha Sibata 1981’an ve di dema Esad Oktay Yildaran de destpê kiriban.
Wê demê ezmûnên girtiyên ku xistin zîndanan tinebûn. Piraniya wan berê qet nehatibûn binçav kirin û ne ketibûn girtîgehan. Li gel vê jî girtiyên PKK’ê bêyî ku bikevin nava dudiliyê biryara berxwedanê dan. Têkîldarî îşkence û darizandinên ku li ser girtiyên di berxwedanên Kurd de hatin girtin û jiyana ku di zîndanan de hêjayî girtiyan dihate dîtin da agahiyek girîng jî tinebû. Li gel ku Xalid Begê Cîbranî hatiye reşandin, Yusiv Ziya, Şêx Seîd, Seyîd Riza û bi dehan rûspiyên Kurdan di sêdaran de hatine qetil kirin, lê agahiyên aîdê wan di arşîvên dewletê de ji cîhan û Kurdan re hatibûn veşartin.
Ji ber vê sedemê jî wê ezmûn bi jiyan kirinê ve hatiba bidestxistin. Dîsa wê ji pirtûk/romanên ku di nava şoreşên Wîetnam, Çîn, tekoşînên Partîzan ên Ewropa û Balkanan de behsa îşkence û zîndanan dikin hatiban girtin. Çawa ku Ji bo berxwedana ku di zîndanan de tê destpêkirin tecrube bi jiyan kirinê ve dihat bidestxistin, di derve de jî ne tevgerek rêxistin kirî ya gel û ne jî rêxistinek ku xebatên xwe, berxwedana xwe aktîf bike û mirov hêz jê bigire hebû. Berevajî bêdengiyek, çewisandin û xwe parastin wek nêzîkatiyek serwer derdiket pêş. PKK, beriya 12’ê Îlonê bi destnîşan kirinên stratejîk ên ku Rêber Apo kirîn ve û bi pêngavên avêtîn ve pêşî dîl ketina beşek kadroyên xwe girt, hebûna xwe ya rêxistinî û bêyî ku navber bixîne biçûk be jî xebatên xwe domand.
Generalên darbekar wek fermî bi 12’ê Îlonê re tenê li dijî şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî rasterast şer îlan nekir. Di heman demê de saziyên sivîl û sendîqe jî girtin, dest danîn li ser mal-milkên wan, rêveberên wan xistin zîndanan, her cure grev, boykot û xwepêşandan qedexe kiribûn. Bi van re her çiqas nav pergalî be jî, stratejiya xwe ya ku derdorên mixalîf dibîne jî bîne hizayê xistibû dewreyê. Heta çawa ku gelek serokên giştî û giregirên partiyan xistibin zîndanan, anîbûn asta ku hetanî demek dirêj nekarin siyaset bikin. Parlamento hatibû girtin, makeqanûn ji holê hatiye rakirin, hemû raye di cuntaya leşkerî de kom kombûne.
Girtiyên ku di zîndanên Diyarbakirê de diman, piştî 12’ê Îlonê şûnve bûn hedefa polîtîkayek di asta dawî de bisîstem û taybet. Di naverastek û nava pêvajoyek wiha de îşkenceyên ku hatin destpêkirin, pêşwazî kirin. Dîsa jî li dijî tundiya êrîşan berxwedanên mezin jî çêbûn.
Berxwedana Rojiya Mirina ku di Adara 1981’an de hatî destpêkirin di nava rastiyek wiha de wate dît. 43’ê rojan rojiya mirinê di atmosferek pir giran de hat domandin. Qet navber nedan îşkenceyan. Piştî 43’ê rojan şûnve li ser sozên ku Esad Oktay dan yên wekî wê îşkence neyê kirin û destwerdan li parastinên siyasî neyê kirin, çalakî hatî bidawî kirin. Lê sozên ku hatin dayîn qet nehatin girtin, îşkence berdewam kirin.
Zivirandina çerxa Zîndana Amedê ya ku tirsnak, erjeng dihat zanîn berdevam kir. Bi salan, îşkence mirin, yên eqlê xwe winda kirîn û her wekî din li pêy hev hatin. Bi encamên ku bidestxistîn ve serî li gelek rê û rêbazan dan. Her çiqas di meha Gulanê de berxwedan wek defacto bidawî bibe jî nekarîn agirê berxwedanê bitefînin, bû wekî bîzotek ku ji hundir ve dişewîte. Kadroyên Apoyî ti demê teslîmbûyîn, îxanet û jiyana bin fermanê hezm nekirin.
Her çiqas wekî çendaniyê zêde nebin jî hema hema ji hemû kom, partî û rêxistinan endam di Zîndana Amedê de hebûn. Lê wek esas ên ku dihatin hedef kirin kadroyên PKK’yî, Apoyî bûn. Piştî çalakiya Mazlum Doganê ku di roja 21’ê Adarê de Newroz pêşwazî kirî û li pêy wê çalakiya ku Çaran bedenên xwe dan ber agir a şeva 17’ê Gulanê bi 18’ê Gulanê ve girêdide pêkanîn, Çalakiya Rojiya Mirina Mezin a ku di roja 14’ê Tîrmeha 1982’an de destpêkirî, di wan zirûfan de çêbûn.
Di pêşengtiya M. Xeyrî Durmuş û Kemal Pîr de çalakî hat destpêkirin. Ev hevalên ku bi Rêbertî re hevrêtî kirîn, nas kirîn, nîqaş meşandîn, tevger ava kirîn û bûne kadroyên sazûmankar; bi kesayet, bawerî, fikr, şêwazên xwe yên jiyanê ve yekoyek rêberên şoreşger bûn. Di zîndana Amedê de ne tenê hêvî û bendewariyên kadro û sempatîzên PKK’ê, hêvî û bendewariyên rêveber û kadroyên tevgerên din jî li ser wan hevalan bûn. Derveyî wan hevalan bendewariyek wan ne ji tu kesî û ne jî tevgerên xwe re hebûn. Bendewariya; wê Kemal û Xeyrî derketinekê bikin, wê vê çerxê bişikînin û bidin sekinandin serwer bû. Bi vî awayî baweriya ku wê pergala hemû nirxên mirovahiyê binpê dike, sînor nenas, xwediyê îşkence û tune kirina ku tirs û xof çêdike, parçe bibe timî hebû.
Bi rewşek biêş roj dihatin derbas kirin. Mirov mecbûrî xwe înkar kirin, îxanet û poşmantiyê dihatin kirin. Eger tu biqirî dengê te derne diket, dengê te derketiba jî kesî/ê ne dibihîst. Eger yekî/ê bihîstiba jî ne hêz û ne jî cesaretê ku bixîne tevgerê di xwe de ne didît. Tışta ku dihat jiyan kirin demek xirab bû. Birastî jî demek xirab bû. Piraniya girtiyan ciwan bûn. Hê zêde ezmûnên wan tinebûn. Zehmetiyek mezin dihat kişandin. Rû nexweş, rewş xirab bû! Vaye çalakiya Rojiya Mirin a Mezin a 14’ê Tîrmehê, di naverastek wiha de destpêkir.
Xeyrî Durmuş di dadgehê de sedema çalakiyê eşkere kir: Got “Me gelek caran anî ziman. Di zîndana Amedê de ‘ceset derdikevin’, lê hetanî niha li dijî vê tu tedbîr nehatin girtin. Em dozekê diparêzîn. Hûn ji bo vê dozê di derheqê me de cezayên giran dixwazîn. Lê hûn derfet nadin ku em doza xwe biparêzîn. Di wan zirûfan de wateya jiyanekê tuneye, ji ber wê jî ez dest bi rojiya mirinê dikim.”
Kemal Pîr ji cihê xwe rabû û got tevlî Xeyrî dibe û destpêkirina Çalakiya Rojiya Mirina Mezin îlan kir. Elî Çîçek jî bû yek ji wan hevalên ku di dadgehê de eşkere kirin ku wê beşdarî çalakiyê bibin û Çalakiya Rojiya Mirin a Mezin bibiryardarî, bêyî ku bikevin nava diduliyekê, pir xwînsar, zanebûn û di nava aramiyekê de hat meşandin û gihandin serkeftinê.
Di çalakiya Rojiya Mirina Mezin a 14’ê Tîrmehê de çar hevrê; Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmuş, Akîf Yılmaz û Elî Çîçek şehîd ketin.
Cihê Mazlum Dogan, Kemal û Xeyriyan ti demê nehat tijî kirin. Şehadeta wan hevalan ji bo PKK’ê û Şoreşa Kurdistanê windahiyek mezin bû. Rêber Apo timî wan pêşengên nemir mezin bibîrtîne û wek pîvanê mîlîtaniyê nîşan dide. Ev heval xwediyê hêza ku ji gel û kadroyan re pêşengtî bikin bûn û dîsa rêxistinkar, propagandavan, çalakvan, xwediyê pêşketina bîrdozî û teorîk bûn. Hestên wan ên berpirsyariyê pir bihêz bûn. Di asta ku neyê bawer kirin xwediyê îradeyek asta jor de bûn, bi taybetmendiyên xwe yên pir alî ve şoreşgerên rêber bûn ku dikarin pêşengtiya demê bikin. Di zîndana Amedê de di nêvengek ku çerxa tune dike dihat zivirandin, xwedê dîn û har dibûn, mirovahî dihat winda kirin, xirabî, tirs û xofî digeriya de pêşiya he cure xirabiyê girtin. Xwediyê îradeyek ku her lîstik û zordarî li hember berxwedana wan bêwate dima, îradeya wan ne dihejiya û têk ne diçû bûn.
Hesabxwestina dîrokî, êrîş bê bandor kirin
Ew hesabxwestina dîrokî, bû sedem ku êrîşên îrade dişikînin û pêşengê neteweyekê tune dikin bê bandor bimînin. Yê ku şikest, têkçû, paşda pêngav avêt sîstema faşîst, qirker, nîjadperest a 12’ê Îlonê bû. Ev çand û mîrateya berxwedanê bixwezayî bi wan re sînordar nema. Ji bo hemû girtiyan bû çavkaniya îlhamê û rêya ku bişopînin. Ji bo hemû kadroyên partî yên ku derve dimînin bû çavkaniya moral û wêrekiyê. Bû hêza ku destê Rêbertî xurt dike, berê her kesî/ê dide şoreş û welat. Ev kevneşopiya berxwedanê belavî hemû zîndanan bû û bandora xwe hetanî roja me berdewam kir.
Zindan timî bi girtiyên Kurd ve tijî bûn. Yên ku di çiya, bajar de ji bo azadî û demokrasiyê tekoşîn dikirin; bêyî ku pêşeng, kadro, gerîla, alîgir, welatparêz bê gotin diavêtin hundir. Bi jin, mêr, pîr û kal, ciwan, zarok ve dixistin zîndanan. Di desthilatdariya AKP’ê de jî hejmara kesên ku hatin girtin, hejmara girtiyên ku di dema darbeya 12’ê Îlona 1980’an de hatin girtin derbas dike. Her ku diçe hejmara zîndanên li Tirkiye tên zêde kirin û timî modelên wê yên nû hatin ava kirin. Ji bo ku girtiyan tenê bihêlin û tecrîd bikin wek fizîkî rêyên tecrîdê timî ceribandin. Demên berê hê zêde jî di bajar, bajarên mezin de girtîgeh dihatin çêkirin. Niha hetanî navçeyan girtîgeh hatine avakirin, zêde kirin. Tirkiye bûye dewlemendek zîndanan!
Wê girtiyên Kurd nekariban derketina ji zîndanan, ji nav çar dîwaran xeyal jî kiriban! Eger yek derketiba jî wê anîban asta ku nekare hetanî demek dirêj jiyana xwe bidomîne. Ji bo ku hedefên derveyî mirovahiyê pêkbînin qanûnên ku sî salan di hepsê de didin razandin derxistin. Ew qas hov û bêedalet bûn ku wê hîna poşmantî li ser mirovên ku sî salan raketin ferz kiriban û wê berdana wan timî hatiba paşxistin! Rêveberên ku dewletê rêvedibin di astek ku sînor û pîvan nasnakin de, ji Kurdan re hîna nêzîkakatiyek wekî ‘dema ku jiyan dikin girtin, dema ku mirin jî azadî’ nîşan didin û ji her tiştî însanî dûr disekinîn, bi israra xwe ya bêsînor ve kîn û dijmintiya xwe hetanî roja me dianîn.
Çalakiya Rojiya Mirina Mezin a ku Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek gihiştin şehadetê; nîşanî her kesî/ê dan ku mirov her çiqas di temenek ciwan de jî bin, wê bi gotinek çawa ve bi fikr û armancên xwe girêdayî bimînin û di mirinên herî zehmet de jî mirov dikare çawa bibe hêz û çeka herî mezin. Îspat kirin ku nirx û qenciyên mirovahiyê, dikarin êş û tirsnakiya ku artêş û amûrên zorê didin çêkirin têk bibin. Bi şêweyê ku di PKK’ê de pîvanên mîlîtaniyê çi ne raxist li ber çavan. Mîlîtaniya PKK’ê bi vî hevirê ve hat strandin. Mayaya wê bû berxwedan û wiha hat qebûl kirin.
Rêber Apo timî çalakiya Rojiya Mirina Mezin a 14’ê Tîrmehê û şehîdên wê yên nemir di hafiza û hişan de zindi digirt, destûr neda ku bên ji bîr kirin. Ew timî di tekoşîna ku bi şêweyek bêaman de meşandî, da jiyan kirin. Berxwedan û milîtaniya wan kir çandek û vegerand perwerde û kevneşopiyek civakî. Bersiva ku ji bîranîna Şehîdên Rojiya Mirina Mezin a 14’ê re da, bû mîlîtanî û îradeyek ku neyê derbas kirin.
Yên ku ji tarîtiya 12’ê Îlonê re bûn ronahî, tovên berxwedanê çandîn, îro di Kurdistanê de neteweyek ku digihije pîvanên qehremaniyê afirandin. Êdî li Kurdistanê tenê behsa qehremanan nayê kirin, behsa neteweyek ku bûye qehreman jî tê kirin. Bêyî ku ji mirinê bitirsin bi hezaran mîlîtan, gerîla di ser mirinê de çûn û destan nivîsandin. Çiyayên Kurdistanê bixwîna wan ve hat avdan. Mohra xwe li dîroka Kurdistanê dan û tevgerek ku neyê têkbirin afirandin. Mir, beg û axayên Kurdan nekarîn dîrokekê biafirînin. Yên ku îmza avêtin bin vê têk neçûyînê, bi jin û mêr ve zarokên Kurd ên xizan û kedkar bûn. Wan di Kurdistanê de dîrokek nû nivîsandin.
Xeyrî û Kemalan bi şehadetên xwe ve valatiyek ku nikare bê tijî kirin hiştin. Li dijî Komara Tirk a ku paşverûtiya cîhanê NATO û cîhan hildan paş xwe pêşengtî ji şer û berxwedanek bênavber kirin û hetanî roja me anîn. A herî girîng jî kevneşopiyek wiha biheybet a berxwedanê afirandin.
Ruh û çanda berxwedana 14’ê Tîrmehê dikare, ji gelek aliyan ve bê lêkolîn kirin û encamên hê berfirehtir bên peyda kirin. Wê demê wê baş bê dîtin ku gava bîrdozî, dilsoziya bi armancê re, jiyan û dozek wekî çalakiya Rojiya Mirina Mezin a 14’ê Tîrmehê hevdu temam bikin, wê zehmetiyek ku neyê derbas kirin nemîne. Bi seknek bibiryar ve, bi rêberê ku jê tê bawer kirin û partiyek pêşeng ve, dikare bibe xwediyê berxwedan û çalakiyek herî biheybet a cîhanê. Bi guhertina aliyê bûyeran ve nivîsandina dîrokekê pêkan e. Û Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmuş, Akîf Yılmza û Elî Çîçek ev serxistin; bûn nemir!
Şehîdên berxwedana Rojiya Mirina Mezin bi hişmendiya erk û berpirsyariyên xwe ve, tevgeriyan. Lêhûrbûyîna fikr û hest tenê bi ya rojane ve sînordar nebû. Encamên çalakiya ku pêkanîn pêşbînî dikirin û di zanebûna ku wê ber bi ku ve biçe de bûn. Xwediyê zanebûna civaki dîrokî bûn. Helandina di nava civakê de û civak di xwe de helandin dihat esas girtin. Di vê wateyê de civak di wan de, ew bi dîrok û civakê ve gihiştibûn hev. Dîroka Kurdistanek nû li ser vê heqîqetê hat nivîsandin û bûn parçeyek ji wê. Kurdistan anîn rewşa ku dewran bizivire, deriyên xwe ji guhertin û veguhertinê re vekirî bihêle.
Di Kurdistanê de hîna xeteriya qirkirinê heye. Hîna zîhniyeta înkar, tune kirin û qirkirinê nehatiye terk kirin. Lê li dijî wê hişmendî, çand û kevneşopiya berxwedanê hatiye ava kirin. Ruh, kevneşopî û çanda berxwedana 14’ê Tîrmehê di çiya, hundirê welat û derveyî welat de rê ji encamek wiha re vekiriye. Zemîn bihêz û saxlem hatiye avêtin. Di vê rêyê de meşiyane û hetanî roja me anîne û veguheriya Tevgera Hevaltiya Komînalîst. Li ser bingeha azadixwaz, wekhevîxwaz, sosyalîst a binavend jin a ku asoya mirovahiyê fireh dike hebûn tê parastin û li ser vê îstîqametê meş berdewam dike.
Wê Berxwedan û Şehîdên Rojiya Mirina Mezin a 14’ê Tîrmehê di tekoşîna me de jiyan bikin û wê timî ji me re Rêbertiyê bikin.