FAHM KIRINA HEVAL FUAD FAHM KIRINA RÊBER APO YE!

Mustafa Karasu

ekleyen Komînal

Li ser şehadeta heval Fuad (Elî Haydar Kaytan) re 8 sal derbas bûn. Dema ku me ev şehadet bihîst me cureyek şoq jiyan kiribû. Me partiyek bê heval Fuad ne dihizirî. Em dest ji derbas kirina sal, meh û hefteyên bêyî heval Fuad bidîn aliyekê roj derbas kirin jî wê pir zehmet biba. Di dewlemend bûyîna fikr û cîhana hest a tevgera me de rola wî pir mezin bû. Me di her civîn û sohbetê de ew pir baldar guhdar dikir. Teqez tiştên ku cîhana me ya moral û manevî têr dike vedigot. Me hemûyan guh dida zanayekî. Di fikr û cîhana wî ya hestan de rûxariyek ne dihat dîtin. Fikrên xwe bişêweyek herî zelal û bên fahm kirin vedigot. Heval Fuad di gelek axaftinên xwe de gotina Rêber Apo ya “Min her tişt di tahma hingivê ku ji parzûnê de hatî derbas kirin pêşkêşî we kiriye” bibîr dixist. Wî bixwe jî, fikr û hestên xwe di vê tahmê de pêşkêş dikir. Ji ber vê jî em ê timî di xwedî kirina cîhana me ya hest û fikr de valatî û kêmasiyê hîs bikîn. Dema ku em heval bibîrdixîn em timî vêya hîs dikîn. Her hevalê/a  ku hevalê Fuad nas dike dema ku ev şehadet bihîst wê wan hestan hîs bike. Em ê di salvegera heştemîn de vêya ji kûr ve hîs bikîn.

Heval Fuad hevalê destpêkê yê komê yê Rêber Apo bû. Di heman dibistanê de dixwendin. Rêber Apo û Dogan Firtina piştî şehadeta Mahîran di dibistana Zanko ya Zanistên Siyasî de pêşengtî ji çalakiya boykotê kiribûn. Heval Fuad jî di nava wê çalakiyê de bû. Rêber Apo ji ber sedema vê boykota dibistanê 7 mehan di Zîndana Mamakê de dimîne. Wê demê şagirtê refa duyemîn ê zanîngehê ye. Sempatîzanê THKP-C’ye (Eniya-Partiya Komînîst a Gelê Tirkiyeyê), lê ne endamek rêxistinê ye. Ji ber ku Mahîr Çayan li Stenbolê di semînerekê de behsa pirsgirêka Kurd kiriye, lewra bûye sempatîzan. Dema ku Rêber Apo ji girtîgehê derdikeve ji bo ku bimîne li malekî digere dibêjin mala Heqî Karer û Kemal Pîr guncav e. Rêber Apo jî diçe vê mala ku ev her du şoreşger dimînin û li wê derê dimîne. Rêber Apo, pir beriya ku van her du hevalên Tirk beşdarî koma Apoyî bike dihizire ka dikarin tevgerek cuda ya sosyalîst a Tirk pêşbixînin. Ji ber vê sedemê wan hevalan beşdarî civîna Bendava Çubukê nake. Heval Fuad jî wek hevalê destpêkê yê Rêber Apo fikrên xwe jê re eşkere kirî beşdarî civîna Bendava Çubukê dibe. Jixwe ew her 4 kesên din beriya Civîna Dîkmenê ya di meha Çileya 1976’an de hatî lidar xistin û biryara vegera Kurdistanê hatî girtin, ji komê qut bibûn.

Heval Fuad, hevalê destpêkê ya koma ku Rêber Apo avakirî ye. Ji ber vê sedemê jî ji kûrahî ve kodên destpêkê yên Apocitiyê fahm dike. Kesayeta Rêber Apo ji nêzîk ve nas dike. Diyalektîka di navbera kesayeta Rêber Apo û fikrên wî de pir baş dibîne. Ji vî aliyê ve timî digot ev partî partiya Rêbertiye. Digot di navbera kesayet û fikrên Rêber Apo de li hev kirinek tam heye. Digot ji Rêber Apo fikrek cuda û ji vê fikra cuda rastiyek rêbertî ya cuda nîn e. Ev jî tê vê wateyê ku bîrdozî, polîtîka û rastiya rêxistina PKK’ê bişêweyek herî baş fahm kiriye.

Çawa ku hewariyên Îsa û sehabeyên Îslamê, pexamber û baweriya wan herî baş fahm kiribin, heval Fuad jî ji bo Apocîtiyê hevalek wiha bû. Heval Fuad di hemû tekoşîna xwe de bibû şopînerê ku neheje. Birastî em her tim beşdarî Rêber Apo bibûn. Hetanî ku Rêber Apo neyê fahm kirin xet jî tam wê neyê fahm kirin. Karakterê Rêber Apo bûye karakter û nasnameya PKK’ê. Ji ber vê sedemê wek hevalek ku herî baş Rêber Apo fahm kirî heval Fuad dersên rastiya Rêbertî dida. Dîsa Rastiya Rêbertî û jiyana nû û yanî heqîqeta ku vê rastiye datîne holê ji aliyê heval Fuad ve dihat vegotin.  Dersên Rejîma Heqîqetê jî ji aliyê heval Fuad ve dihatin dayîn. Eger em bixwazîn Rêber Apo nas bikîn divê em dersên Rastiya Rêbertî û Rejîma Heqîqetê bixwînîn û fahm bikîn.

             

Heval Fuad pîsporek Rêbertî ye

Dema ku Rêber Apo şehadeta heval Fuad bihîstî got ‘hevalê min bû ku ez ji min baştir fahm dikir.’ Ev hevoka Rêber Apo di heman demê de ji bo me hemûyan talîmatek e. Ji bo ku em Rêber Apo fahm bikîn pêwîste nirxandin û dahûrandinên ku bi dehan berg digirin ên heval Fuad bixwînîn.

Taybetmendiya herî bingehîn a heval Fuad ew bû ku timî li ser Rêber Apo lêhûrbûyîn çêdikir. Her roj û her saet dizanî ku wê ji Rêber Apo tiştên nû fêr bibe. Fikr û cîhana hestên Rêber Apo wek deryayekê didît. Ji ber vê sedemê wek hevalek ku herî baş Rêber Apo nas dike ji bo ku ji kûrahiyê ve Rêber Apo fahm bike û yekpare têbigihije serê xwe diêşand. Heval Fuad pisporek Rêbertî ye. Ti kes qasî heval Fuad Rêber Apo fahm nake û nikare vebêje. Ji ber vê sedemê yên ku bixwazin Rêber Apo û bîrdoziya wî rast fahm bikin, pêwîste dahûrandinên Rêbertî û dersên Rejîma Heqîqetê yên heval Fuad pir baş bixwînin.

Dema ku Rêber Apo, di pirtûka xwe ya binavê Parastina Gelekî de guhertina paradîgmayê bişêweyek berfireh danî holê, ji bo rast fahm kirina guhertina vê paradîgmayê jî herî zêde heval Fuad hewldan raber kir. Ji bo ku bişêweyek herî baş guhertina paradîgmaya ku di Parastina Gelekî de fahm bike gelek caran xwendiye. Ji bo ku naveroka wan yekpare û kûr fahm bike li ser parêznameyan welê sekiniye ku di her fersendê de her hevok, her paragraf û her beş çi wate dihewîne, bişêweyek herî têrker daniye holê.

Ji ber ku heval Fuad pir li ser ruh û wateya parêznameyan serwer bû lewra timî destnîşan kiriye ku ava kirina her rehendê erkek bingehîn e. Ji ber ku feraseta rêxistina qlasîk û tekoşînê giştî nehatibû terikandin lewra digot girîngiya pêwîst ji mijara avakirinê re nayê dayîn. Loma hewldaye ku hemû rêxistin beşdarî xebatên ava kirinê bibe. Dema ku Rêbertî, di Manîfestoya Civaka Demokratîk de bi şêweyek balkêş giringiya mijara avakirinê datîne holê, ev mijar hê zêde ketiye rojevê. Bi vê mijarê ve jî girêdayî dîsa yê herî baş Rêbertî fahm kirî heval Fuad e.

Girêdayîna Rêbertî; bi şêweyek herî baş Rêbertî fahm kirine û vêya di jiyan û tekoşînê de pratîze kirine. Wekî ku Rêbertî jî pirî caran destnîşan dike em dibêjîn me Rêbertî fahm kiriye, lê di pratîkê de pir di xwe israr dikîn. Ev, bi ne fahm kirina tam a Rêbertî yan jî rûxar zanînê ve girêdayî ye. Her çiqas vekirî neyê gotin jî dihizire ku tiştên Rêbertî dibêje piştre dikare were pêkanîn.

Birastî ji ber ku niha Rêbertî di Manîfestoyê de biawayek berfireh daniye holê ku em ê komînan rêxistin bikîn, lê şêwazê rêxistin kirin û xebata berê tê domandin. Ev di cewher de tê wateya ku Rêbertî rûxar hatiye fahm kirin. Halbukî di her fersendê de heval Fuad hîna Manîfestoya Civaka Demokratîk nehatibû û hetanî şehadeta xwe jî gotina Rêbertî ya “eger ez derbikevim derve min ê destpêkê bi avakirina komînan ve dest bi kar kiriba” bibîr dixist. Ji ber ava kirina komînan tenê ne avakirina yekeyek rêxistinî ye. Guhertina zîhniyet, şêwazê xebat û jiyana xwe ye. Yên ku komînan ava dikin, bi şêweyê komînan jiyan dikin wekî ku xwe bi ava zemzemê ve şuştibin, ango ji her aliyê ve paqij dibin. Nakevin ferasetên şaş û kêmasiyên ku em timî behs dikîn. Komîn, mirov ber bi xeta rast a bîrdozî, polîtîk, rêxistinî û çalakiyê ve dikişîne. Ji vê hêlê ve komîn di heman demê de ji her cure nexweşiyê re çare ye. Ji ber vê sedemê heval Fuad timî bal kişandiye li ser komînan.

Heval Fuad li beramberî gotina jiyana şaş rast nayê jiyan kirin a Adorno bi gotina jiyana rast şaş nayê jiyan kirin ve wateyek din daye qezenç kirin. Jiyana komînê jiyanek rast e. Ji ber vê sedemê gihiştiye hêza ku tiştên fêrbû rast fahm bike û rast şîrove bike. Heval Fuad entelektuelek mezin bû. Ji xwendina pirtûkê re pir dem vediqetand. Ji bo ku hê baştir Rêbertî fahm bike pirtûkên cur be cur dixwend.

Di destpêka xwendinên wî de felsefe, sosyolojî û dîrok dihat. Ji bo ku rastiya Rojhilata navîn fahm bike li ser civaknasiya olî jî disekinî. Pir ji xwendinên mirovên ramanger ên Rojhilata navîn hez dikir. Dema ku pirtûkên wiha didît bi xwestekek mezin ve dixwend. Ji ber vê jî agahiyên wî yên di mijara civak û çanda Rojhilata navîn de kûr bûn. Lêhûrbûyîna wî ya li ser sosyolojiya olî, di fahm kirina dîrok û rastiya Rojhilata navîn de astek girîng a fikrî pê dabû qezenç kirin. Ji ber vê sedemê jî dema ku di qada sosyolojî, siyaset û çandê de mînak didan mirovên ramyar, derwêş û ewliyayên Rojhilata navîn tercîh dikir. Bêguman her mirovê/a zanyar, dîrokzan, wêjewan û civaknas jî di tûrikê heval Fuad de cihek girîng digirt. Eger di nava Tevgera me ya Azadiyê û gelê me de di fahm kirina paradîgmaya Rêbertî de pêşketinek hatibe bidestxistin di vê derê de rola heval Fuad pir zêde ye. Jixwe di destpêka xebatên ku herî zêde hez dikir de perwerde dihat. Rêber Apo dibêje her rêvebir, her fermandar di serî de jî perwerdekar e.

Beşa mezin a jiyana Rêber Apo bi perwerdeyê ve derbas bûye. Bi kadroyên ku perwerde kirî ve rêxistin û tekoşîn pêşxistiye. Heval Fuad, yek jî hevalek me bû ku ev şêwazê Rêber Apo her bi bandor pêk dianî. Bitaybet jî perwerde kirina ciwanan nêzîkatiya wî ya herî bingehîn bû. Ji ber vê jî ciwanê ku perwerde neditibû hema nemabû. Ji ber ku gerîla jî wek esas ji ciwanan pêk dihat lewra herî çalak jî ew beşdarî perwerdeyên gerîla dibû. Teqez di kampên gerîla de, di tunelên şer de cihek ji heval Fuad re dihat veqetandin. Lê heval Fuad tenê beşdarî perwerdeyan ne dibû, şekil dida jiyanên wan ên rojane jî. Dema ku heval Fuad perwerde dida pîvan bi hevalan re dida qezenç kirin.

Xebata herî bingehîn a tevgera me timî bûye perwerde. Eger Tevgera me ya Azadiyê bê navber 53 sal tekoşîn dimeşîne û nirxên pir mezin afirandibe ev timî bi perwerde kirinê re bidestxistiye. Qada gerîla, xebatên civakî, xebatên siyasî, xebatên çar parçeyan û yên derveyî welat bi wan xebatên perwerdeyan ve pêkhatine û hetanî roja me hatine. Tişta ku rêxistin li ser piyan hiştîn perwerde ne. Di mijara perwerdeyan de dîroka Tevgera Azadiyê xwediyê cihek taybet e. Di vê mijarê de jî ji her cure tevgera siyasî û civakî re dibe mînak. Ev tarz ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin. Yê ku ev tarz destpêkê jî pêkanî heval Fuad e. Heval Fuad perwerde jî bi şêweyek herî fahmker daye. Ji ber vê jî perwerdeyên heval Fuad hem cazîb bûne û hem jî fahmker bûne. Daneheva xwe ya bîrdozî, polîtîk û rêxistinî bi hêza entelektuel ve bi şêweyek herî bibandor û berhemdar ve pêşkêşî avaniya rêxistinê kiriye. Bi zimanê xwe yê sade û fahmker ve, di perwerdeya gel de jî bûye xwediyê hewldanek pir girîng û encamgir.

Bêguman eger perwerdeyên wî bibandor derbas bûne û di her platformên de nêrînên wî baldar hatibin dest girtin ev bi taybetmendiyên wî yên kesayet ve girêdayî ne. Ji roja dest bi şoreşgeriyê kir û hetanî şehadeta xwe timî dilnizm bû. Ti kesî/ê di heval Fuad de xwe di jor de dîtin an jî kompleksa hegemontiyê ne dîtiye. Timî dilnizmî û mutevazîtiya wî mirov ber bi xwe ve kişandiye, li ser mirovan sempatiyek daye ava kirin. Taybetmendiya herî balkêş a karakterê heval Fuad  mutevazî û dilnizmî bû. Helbet kesayetek bû ku dema şaşitiyên bîrdozî, polîtîk, rêxistinî û jiyanî didît jî qiyamet radikir. Ji ber ku mutevazî û dilnizm bû, di wî de kompleksa serdestiyê tinebû, lewra hinek caran ev bertekên wî şaşomaşo hatiye. Ev jî nîşan dide ku hesasiyet û hestiyariya di mijarên red û qebûl kirinê de yên Rêber Apo, xwe di heval Fuad de dane der.  Ji ber ku di heval Fuad de kompleksa serdestiyê tinebû, rexne û rexne kirin wek esasê pêşketinê didît û dizanî eger wiha bike wê ji rêxistin û hevalên xwe re vekirî be, lewra timî di mijara kêmasiyên ku ketiyê de birexnedayîn nêzîk bûye. Rêber Apo timî di mijara rexnedayînê de heval Fuad mînak nîşandaye. Ji me hemûyan jî xwestiye ku em jî wekî heval Fuad vekirî û zelal rexnedayîn bidîn. Heval Fuad digot divê kadro, mîlîtanek xwe ji her aliyê ve ji rêxistinê re veke, li beramberî rêxistinê tazî be û pêwîste her heval kadroyekî bi hemû aliyan ve nas bike. Digot eger kadroyek rast rexnedayîn nede nikare bibe mîlîtanek baş, kadro û rêveberek baş. Heval Fuad di vê mijarê de jî mînak bû.

Jiyana şoreşger a heval Fuad jiyanek bimînak bû. Wê bi fikrên xwe ve bi jiyana xwe û bi tiştên ku tevî Tevgerê kirî ve timî jiyan bike. Lê ji ber ku ji aliyê fîzîkî ve ne di nav me de ye lewra vêya valatiyek mezin çêkir. Em vê valatiyê timî hîs dikîn û wê hîs bikîn. Ji ber ku tijî kirina cihê heval Fuad ne pêkan e. Bêguman em ê wî ji her aliyê ve di tekoşîna xwe de, jiyana me ya rêxistinî de û di kesayetên xwe de bidîn jiyan kirin. Lê eger ew rasterast di nava  tekoşîna me de ba wê pir cudatir ba. Çavkaniyek bû ku hemû rêxistina me di fikr û hest de xwedî dibû. Zehmete ku mirov bandorên vê mehrumiyetê bi gotinan ve vebêje. Hevalek bû ku me timî pêdivî pê didît û em ê pêdivî pê bibînîn. Ji ber ku ji aliyê fîzîkî ve ne di nav me de ye lewra ev hestek wekî ku me aliyê xwe yê me dewlemend dike, bihêz dike, cudatiya me datîne holê, moral û binirx dike winda kiriye. Em ji vê hêlê ve wê qet şehadeta heval Fuad qebûl nekin û ji bîr nekîn. Dema Rêber Apo bi komployek navnetewî ve dîl hate girtin vêya çawa di me de hestek da ava kirin û di rêxistinê de jî valatiyek da çêkirin; şehadeta heval Fuad jî heman hest da çêkirin. Gava ku Nazim Hîkmet di helbestek xwe de valatiyek wiha pênase dike, dibêje wekî milê ku jinav mil qutbûyî. Mirov vê valatiyê timî hîs dike. Şehadeta heval Fuad jî di me de valatiyek wiha da hîs kirin. Temenê heval Fuad jî bi tekoşînek mezin a şoreşgerî ve derbas bûye. Bûye kesî ku herî baş Rêber Apo fahm dike û şopînerê wî. Gihiştin heval Fuad a bi karakterek wiha ve, bi sosyolojiya ku ji nav hatî û tiştên ku jiyan kirî ve girêdayî ye. Ev sosyolojî û tiştên ku jiyan kirî bi nas kirina Rêber Apo ve wateyek nû qezenç kiriye. Ji ber vê jî ji bo fahm kirina haval Fuad danîna holê ya wan rastiyan jî girîng e.

 

Êşên ku di Dersîmê de hatin jiyan kirin di hemû kesayeta xwe de hîs dikir.

Heval Fuad ji nifşê malbatên ku piştî berxwedana Dersîmê û piştî qirkirina Dersîmê sirgûnê her aliyê Tirkiyeyê hatin kirin tê. Bav û diya wî jî di serhildana Dersîmê de hîna zarok in. Malbata bavê wî sirgûnî Eskîşehîrê, ya diya wî jî sirgûnî Qeyseriyê tên kirin. Malbata heval Fuad jî tiştên ku bi deh hezar malbatên ji Dersîmê hatin sirgûn kirin di hem êrîşa qirkirina Dersîmê de û hem jî piştî wê di rêyên sirgûnê,  de jiyan kirin, jiyan kirine.  Qirkirina Dersîmê di destpêka qetlîam û trajediyên herî mezin ên ku Kurdan di dîrokê de jiyan kirîn tê. Tiştên ku di Dersîmê de hatin jiyan kirin ew qas giranin ku yên dibêjin em mirov în, ne pêkane ku li dijî vê hêrs nebin û ne rabin serhildanê. Piştî qirkirina fîzîkî ya ku 1937-38’an de li Dersîmê hatî jiyan kirin şûnve qirkirina çandî berdewam kiriye. Ev qirkirin, di îstîqameta Plana Islahata Şerqê ya 1926’an de pêkhatiye. Komara Tirkiye piştî peymana Lozanê ya 1923’an şûnve stratejiya ku Kurdistanê bike qada berfireh kirina neteweya Tirk meşandiye. Hemû polîtîka û pêkanînên li seranserî dîroka komarê ji bo vê armancê bikaranîne. Hemû qanûn û zagonên li Tirkiyeyê jî li gorî vê armancê şikl kirine. Li ser vê zemînê êrîşên qirkirina Dersîmê pir beriya wê hatine plan kirin. Dersîm, wek pêzikek ku pêwîste bê tune kirin hatiye dîtin. Dewleta Tirk di 1937’an de li gorî xwe zirûfên hundir û derve guncav dîtiye û dest bi êrîşên qirkirinê yên li ser Dersîmê kiriye. Tişta ku di 1937-38’an de pêkhatî qirkirinek biplan bû. Taybet ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hatibû plan kirin û di 1937’an de derbasî jiyanê kirine. Her cure sucên dermirovî hatine kirin. Divê Dersîm hatiba tepisandin û êdî xwe komî serhev nekiriba! Piştî wê jî divê li pêy qirkirina fîzîkî qetlîama spî ve hatiba temam kirin. Pêkanînên welê şoq dikin, hatine pratîze kirin ku mirovê/a Dersîmê nekare her cure muhakemeyê bike.

Hizirandina tiştên ku hatin jiyan kirin jî pir giran in, wekî qirkirinek duyemîn be. Birastî jî mirovê/a Dersîmê aniye wê astê ku nekare wan tiştên hatî jiyan kirin bihizire û biaxive. Rewşek derûnî ya wekî eger biaxive, bihizire dibe ku qirkirinek ji nû ve jiyan bike, hatiye serwer kirin. Ji ber vê sedemê di Dersîmê de seknek civakî ya wekî ne axivtin û nevegotina wan tiştên hatin jiyan kirin pêşketiye.  Qirkirinek welê giran hatiye jiyan kirin ku dest ji vegotinê berdîn, hizirandina wê jî hestek dijwar bi xwe re tîne.

Dema ku qedexeya li ser vegera Dersîmê rabû malbata dê û bavê wî jî vedigerin Dersîmê. Heval Fuad dibistana seretayî di Dersîmê de dixwîne. Piştî wê jî dibistana şevînî li Erzeromê dixwîne. Ji tiştên ku di demên zaroktiyê û piştî wê de hatin vegotin fêrbûye ku qirkirin çawa pêşketiye û malbatan di salên sirgûnê de çi jiyan kirine. Ya herî girîng jî ew bû ku ji rewşên derûnî yên malbat, derdor û mirovên gund jiyan dikin û ji hestên wan ên ku xwe didan her tiştî ve hê baştir fahm dikir ka li Dersîmê çi hatine jiyan kirin. Klamên  ku têkîldarî qirkirina Dersîmê hatin gotin jî bandorek kûr li ser heval Fuad dikir. Dema ku heval Fuad behsa tiştên di Dersîmê de hatin jiyan kirin dikir, gelek caran gotinên klamên di wê demê de bişêweyê zêmaran dihat vegotin, bibîrdixist.

Her cara ku behsa Dersîmê dikir deng, ruh û hestên heval Fuad jî diguherîn. Êşên ku di Dersîmê de hatin jiyan kirin di hemû kesayeta xwe de hîs dikir. Dema ku behsa tiştên di Dersîmê de hatin jiyan kirin dikir, hewl dida hestek serî rakirinê di kesên guhdar dikin de çêbike.

Şêwazek vegotinê ya wekî ku li hember tiştên di Dersîmê de hatin jiyan kirin serî rakirinek têrker nayê nîşandan û hewl dide vêya biafirîne hebû. Tenê behs ne dikir kûrahî û berfirehiya wan êşên ku di wê demê de hatin jiyan kirin jî dianî ziman. Bi hêrsa hundirê xwe ve li beramberî dewleta Tirk hêrs diafirand. Heval Fuad ji ber ji pêkanînên Dersîmê ve rûyê rasteqîn ê dewleta Tirk baş dizanî lewra welê behsa tiştên ku vê dewletê li seranserî Kurdistanê pêkanîn û wê pêk bîne jî dikir ku di kesên guhdar dikirin de, zanebûna nas kirina dewleta tirk kûr pêşdiket. Welatparêziya Kurdistana mezin a di heval Fuad de bi hîs kirina pir kûr a qirkirina Dersîmê ve girêdayî ye. Hingî ku heval Fuad guhdar dikirin welatparêziya ciwanên Kurd ên ku beşdarî Tevgera Azadiyê bûn hê zêde kûr dibû, ev jî bûye sedem ku mîlîtaniya fedaî pêşbikeve.

 

Vegotinên heval Fuad di pêşketina zanebûna fedaîtiyê de jî pir bibandor bûn

Vegotinên heval Fuad di pêşketina zanebûna fedaîtiyê ya Tevgera me ya Azadiyê de jî, pir bibandor bûn.  Heval Fuad hestên ciwanên Kurd bi rastiya dijmin ve datîna holê ku ew ser xwe ve dianîn. Berfireh pêwendiya fedaîtiya rast a bi hişmendiya dîrok û bîrdozî ve datîna naverastê; bi fikr û jiyanê re rastiya ku wê fedaîtî serkeftinê bi xwe re bîne dida fahm kirin. Di Kurdistanê de li ser fedaîtiyê pir sekinî ye. Li ser mijara fedaîtiyê gelek ders dane. Li ser fedaîtiyê gotar nivîsandiye. Heval Fuad herî zêde jî ji bo hestên fedaîtiyê bihêz bibin û bên jiyan kirin xebitî ye. Di vê mijarê de di dersên ku daye hêzên gerîla de, di dersên daye yekeyên hêzên taybet de bi berfirehî li ser fedaîtî çiye, xwe dispêre çi û çawa pêktê sekiniye. Heval sohbetên wî yên derveyî perwerdeyan jî pir baldar guhdar dikirin, dixwestin tiştekî ji vegotinên heval Fuad bigirin. Heval Fuad bi usluba xwe ya derwêşekê ve behs dikir, ên derdora wî jî wekî ku derwêşekê guhdar bikin, heval Fuad guhdar dikirin.

Dema ku heval Fuad behsa fedaîtiyê dikir wek esas felsefe, fikr, şêwazê jiyanê, pîvanên red û erê kirinê yên Rêber Apo vedigot, hewl dida di wan de fedaîtiya Apoyî pêşbixîne. Ji ber ku tişta fedaîtiya di PKK’ê de wek giştî jî di Tevgera Azadiya Kurd de derxistî naverastê fikr, şêwaz û jiyana Rêber Apo bûn, lewra heval Fuad jî baş dizanî hetanî ku ev neyên vegotin û nede  fahm kirin ne pêkane ku fedaîtî pêşbikeve. Felsefeya jiyan û tekoşînê ya tevgera Apoyî fedaîtî diafirand. Helbet yê herî baş felsefeya jiyan û tekoşîna Apoyî vedigot jî heval Fuad bû. Jiyana heval Fuad jî tam ev dihewand. Jixwe yên felsefeya jiyan û tekoşîna Apoyî di xwe de şênber nekiribin nikarin baş behsa felsefeya jiyan û tekoşîna Apoyî bikin. Ji ber ku tiştên vedigotin û tiştên jiyan dikirin hevdu nedigirt lewra ne pêkan bû ku bawerî bidin û bi bandor bin. Lê ji ber heval Fuad felsefeya jiyan û tekoşînê di xwe de şênber kiribû, loma ev vegotinên heval Fuad bibandor dibûn. Ev jî dibû sedem ku mîlîtaniya rast, kadroti û şervantiya azadiyê derbikeve naverastê. PKK’tî, şervantiya azadiyê wek esas jî yekparetiya felsefeya jiyan û tekoşînê ye. Hetanî ku mirov xwediyê wan her du pîvanên bingehîn nebe ne pêkane ku bibe Apocî, bibe PKK’yî û ne jî bikare şervantiya azadiyê bike. Ji ber vê sedemê jî lêhûrbûyîn, hewldan û vegotinên di vê mijarê de yên heval Fuad alîkariyek mezin daye Tevgera Azadiyê.

 

Hêzek mezin daye hevrêyên me yên zîndanan

Heval Fuad li ser jiyana di zîndanan de yên bi hezaran PKK’yiyan, şervanên azadiyê, demokrat welatparêzan jî bandorek girîng kiriye. Di zîndanan de jor da girtina pîvanên jiyan û tekoşînê, di xwe de felsefaya jiyan û tekoşîna Apoyî rûniştandin pir pir girîng e. Cureyek din mirov nikare di zîndanê de berxwe bide û li ser lingan bimîne. Heval Fuad timî bi hevalên zîndanan re nivîsandiye; ji wan re bi felsefeya jiyan û tekoşîna Apoyî ve tijî name şandine û moralên wan di jor de girtiye. Her nameya heval Fuad bûye çavkaniya moralê. Ev nameyên ku bilind kirina felsefeya jiyan û tekoşînê hedef dikirin, seknên hevalên di zîndanan de bandor kiriye. Hevalên di zîndanan de bi heyecan benda nameyên heval Fuad sekinîne. Wan nameyan jiyana xweşik û dewlemend kiriye. Ji ber ku her hevoka wan tijî biheste, tijî biwateye, tijî bifelsefeye, nefesa Tevgera Azadiyê bar kiriye. Wan nameyan ew ji zîndanan derxistine û kişandine lûtkeyên çiyayan. Ji nêzîkî ve parti û hevalên xwe hîs kirine. Heval Fuad hêzek mezin daye hevrêyên me yên ku di zîndanan de bin zextên giran de jiyan dikin û berxwe didin jî. Bêguman ev name ji aliyê hemû hevalên ku di wan mekanan de dimînin ve hatine xwendin. Heta nameyên ku ji zîndanekê ber bi zîndanek din ve çûye jî ji heval Fuad hevokek hlldane. Neçûyîna nameyên ku piştî şehadeta heval Fuad valatiyek di zîndanan de çêkiriye. Timî benda nameyên heval Fuad sekînîne.

 

Di asta pîroziyê de girîngî dida azadiya jinê

Heval Fuadê ku bûye şopdarê Rêber Apo di vê mijarê de jî di nava Tevgera Azadiyê de seknek pêşeng daniye holê. Ji bo ku xeta azadiya jin pêşbikeve di civîn û perwerdeyên rêxistinê de behsa nirxên mezin ên azadiya jin ji bo Tevgera me ya azadiyê û civakê bide qezenç kirin kiriye. Azadiya jinê tenê wek rewşek azadiya jinê nedîtiye, bi hişmendiya ku azadiya jinê wê hemû civakê biguherîne ve di asta pîroziyê de nirx daye vê xebatê. Rêber Apo di vê mijarê de jî bi heval Fuad re zêde diyalog meşandiye û ji wî re gotiye ku wê xeta azadiya jin ji hemû mirovahiyê re bide qezenç kirin û di vê mijarê de jî ji heval Fuad xwestiye ku di nava tevgerê de rol bileyîze. Heval Fuad wek hevalê ku herî baş Rêber Apo fahm dike piştevaniya herî mezin daye vê xebata mezin a dîrokî ya Rêber Apo. Di nava tevgerê de jî bi nirxê ku daye tevgera jin û hevrêyên xwe yên jin ve jî ji hemû hevalên xwe re bûye mînak û hewldaye ku hemû hevrêyên wî jî di vê îstîqametê de tevbigerin.

Helbet di pêşketina xeta azadiya jin de hewldanên hevalên jin ên li ser bingeha fikrên ku Rêber Apo danî holê diyarker in. Heval Fuad jî bi vê nirxê ku daye xeta azadiya jin ve alîkariyek mezin daye hewldanên tevgera jin. Hevalên jin jî ev keda heval Fuad binirx dîtine û timî hûrmet û hezkirina pêwîst nîşandane, timî bi heval Fuad re di nava diyalog û nîqaşan de bûne. Gava behsa alîkariyên  ku heval Fuad ji dîroka tekoşînê û rêxistinê re kirin tê kirin, girîng e ku divê ev jî bitaybet bê destgirtin û zanîn.

 

Analîzên wî yên têkîldarî neyîniyên ku kapîtalîzmê afirandîn pir balkêş in

Apocîtî û PKK, wek tevgerek soayalîst derketine ser dîka dîrokê. Ji vê hêlê ve timî bûye tevgerek ku taybetmendiyên xwe yên civakparêz derbixîne pêş. Bêguman çawa ku bandora li ser partiya me ya sosyalîzma pêkhatî hebe li ser hemû rêveberî û kadroyan jî çêbûye. Rêber Apo bi dahûrandinên ku piştî rûxandina sosyalîzma pêkhatî ve kîrî; bişêweyek berfireh daniye holê, ka sosyalîzm ji bo mirovahiyê çi îfade dike. Birastî jî gotiye israra di sosyalîzmê de israra di mirov bûyînê de ye.  Rêber Apo îro ji ber sedema ku kapîtalîzm civakê bi belav kirinê ve xelas dike û forma hebûna mirovahiyê ji holê radike lewma vê gotina xwe bişêweyek girîng ve  wekî israra di mirovahiyê de, israra di sosyalîzmê de ye tîne ziman. Rêber Apo, civakparêzê herî mezin ê dîrokê ye. Ji ber vê sedemê heval Fuad jî li ser rastiyên civakê bişêweyek zêde sekiniye. Dema ku di wan nivîs û nirxandinên xwe de civakparêziyê digire dest şêwazek ku ferdperestiyê jî mehkum dike, esas digire. Bitaybet jî di qonaxa ku kapîtalîzm hatiyê de civak ketiye rewşek pir xirab, heval Fuad jî bi daneheva xwe ve nirxandinên pir berfireh kiriye û hewl daye di mijara dijmintiya civakê ya kapîtalîzmê de hişmendiyek kûr ava bike. Di her fersendê de xirabiyên ku kapîtalîzmê ji bo mirovahiyê afirandîn û neyîniyên mezin ên ku di civak û kesayet de afirandîn daniye holê, hem aliyê xwe yê zanebûna civakê û hem jî ji bo li dijî kapîtalîzmê hêrs mezin bike hewldan raber kiriye. Analîzên heval Fuad ên di mijara neyîniyên ku kapîtalîzmê afirandî de pir balkêş in. Analîzên ku heval Fuad têkîldarî kapîtalîzmê de kirîn ji bo fahm kirina ku civak ji bo mirovahiyê çiqas binirxe da pir girîng in. Ji bo ku bê fahm kirin, ka kapîtalîzm çawa dijminê civak û mirovahiyê ye. Ji ber vê sedemê zanîna dahûrandinên ji vê hêlê ve yên heval Fuad jî girîng in. Çawa ku heval Fuad timî ji rojname û kovaran re nivîs dinivîsand ji televîzyonan re jî di gelek mijaran de bername çêkiriye. Ji bo fahm kirina rastiya PKK’ê û ji bo fahm kirina bûyeran jî, zanîna wan girîng e. Jixwe hemû nivîsên wî dibin pirtûk, bernameyên ku ji televîzyonan re çêkirî jî tên weşandin. Ji bo hêza fikrî ya tevgera me ava bike pir ked daye. Bi hêza xwe ya entelektuel ve asta cîhana fikr û hest a tevgera me mezin kiriye. Hêza fikrê Rêber Apo bi pênûs û zimanê heval Fuad ve tenê ne gihiştiye rêxistinê, derveyî wê gihiştiye hemû gel û cîhanê jî. Dema ku heval Fuad behsa mijarekî dikir ji bo fahm kirina wê bingeha wê ya dîrokî û sosyolojîk û bi wan re faktorên cuda yên têkîldarî wê jî datîna holê. Binê fikr û nirxandinên xwe tijî dikir, uslubek ku her kes jê fahm bike bikar dianî. Ji xwe ji ber li ser ziman serwer bû, lewra meqseda xwe bişêweyek ku bê fahm kirin bilêv dikir.

Heval Fuad timî di rêveberiyan de cih girtiye, beşdarî civînên rêxistinê bûye. Bi nirxandinên xwe ve asta fikrî yên civînên rêxistinê bilind kiriye. Ji bo ku mijar baştir bên fahm kirin û kûr kirin timî rê vekiriye. Heval timî benda axaftina heval Fuad sekînî ne. Ji ber ku timî aliyên nû tevî nîqaşan kiriye û dewlemend kiriye. Wek hevalek ku herî zêde alîkarî dida nirxandin û biryarên civînê; ji ber vê jî dihat xwestin ku beşdarî hemû civînan bibe, lê dema ku beşdar jî nedibû kêmasiya wî dihat hîs kirin.

 

Lêgerîna wî ya jiyana nû armanca bingehîn a jiyanê ye

Nasnameya helbestvan a heval Fuad tê zanîn. Hevalek bû ku hestên wî zêde bûn. Di mijara duh, îro û pêşeroja jiyanê de pir gotinên wî hebûn. Hem li ser civakê û hem jî li ser mirovahiyê timî di nava lêhûrbûyînê de bû. Mijara civakek çawa, kesayetek çawa dibû qadek ku herî zêde li ser lêhûrbûyîn çêbike. Lêgerîna wî ya jiyana nû jî armanca bingehîn a jiyanê bû. Li ser bingehê felsefeya jiyan û tekoşînê ya Rêber Apo, lêhûrbûyînên wî yên ji aliyê divê jiyana nû çawa be pir zêde bûn. Ji vî aliyê ve deryaya wî ya fikr û hest tijî tijî bû. Birastî gelek tiştên ku binivîsîne hebûn. Lê helbet mecbûr bû ku wan, bi erk û berpirsyariyên rêveberiya tevgerê ve bimeşîne. Dizanî ku hetanî tekoşîna siyasî serkeftî nebe ne pêkane ku civakek wan hestan jiyan dike bê afirandin. Ji ber ku Kurd û Kurdistan di bin êrîşek qirkirinê de ye. Pozîsyona Kurdan hema ji ya gelek din cudatir e; ji ber vê sedemê ne dikarî wekî gelek cuda nêzîkatî raber bike. Jixwe piştî ku Rêber Apo heval Fuad nas kir şûnve ev rastî pir balkêş û sotîner fêrbû. Rêber Apo jî ji heval Fuad xwestiye ku di mijara siyaset û rêveberiyê de hê bi bandor be. Girîng dîtiye ku hêz û bandora xwe di vê qadê de bikar bîne.

Ji ber ku herî zêde Rêber Apo dizane di Kurdistanê de hêza fikrî, bîrdoziya rast û polîtîka dibe mijarek hebûnê. Ji ber vê jî pir nirx daye hêza fikrî ya di heval Fuad de. Heval Fuad jî timî ji bo ku vê erka ku Rêber Apo daye wî bicih bîne hewldan raber kiriye. Ji ber ku di serkeftina heval Fuad de tenê ne hêza fikrî cîhana hestan jî girînge. Di helbestên ku nivîsandî de jî tê dîtin ku tenê ne hêza fikrî cîhana hest jî pir bihêz e. Di helbestên wî de li dijî mêtîngeriya qirker hêrsek mezin tê dîtin. Wek zarokek Dersîmê di kesayeta heval fuad de li dijî mêtîngeriya qirker hêrsek mezin heye.

Her kesî/a ku bi heval Fuad re jiyan dikir, hevdîtin pêk dianî û guhdar dikir ev hêrs didît. Ev hêrs di heman demê de dibe hestê afirandina jiyanek hê bedewtir. Jiyanên mezin û lêgerînên jiyanên mezin hêrsên mezin derdixînîn naverastê. Zanîna hin rastiyan têra nake. Hinek rastî dikare ji aliyê zanyarên binamus, civaknas û zanyarên civakî ve bên vegotin. Lê afirandina lêgerîn û jiyana nû encax bertek nîşanî jiyana şaş bê nîşandayîn ve destpê dike. Ji ber ku heval Fuad ev rastî dizanî lewra hem di wî bixwe de hêrs hebû û hem jî hewl dida di hevalên xwe de, di avaniya rêxistinî û gel de vê hêrsê derbixîne naverastê.

Ji ber ku hêrsa heval Fuad jî û lêgerîna wî ya jiyana nû jî pir bihêz bû, loma vêya hestek zêde afirandiye. Em vê rastiyê di helbesta “Ez Mirov bûm” a ku piştî şehadeta hevrê Heqî Karer nivîsandi de jî pir baş dibînîn. Hêrsên mezin şoreşgerên mezin diafirînin. Dema ku Rêber Apo hêrsek mezin nîşanî tiştên ku di Kurdistanê de û li dijî hemû mirovahiya cîhanê dihatin kirin dida, bûye rêberê mezin. Ji ber vê sedemê lêhûrbûyîna wî jî û hewldana wî jî mezin bûye. Her kêliya wî li dijî jiyanên xirab di nava tekoşînek baş û rast de derbas bûye. Di helbestên heval Fuad de jî hestên ku felsefeya Rêber Apo afirandî hene. Hem li dijî zilmê, li hember jiyanên şaş hêrsek heye û hem jî ji jiyanek azad û demokratîk re hesretek heye. Dixwaze di Tevgera Azadiya Kurd de, di ciwanên Kurd û gelê Kurd de wan hestan biafirîne. Ji ber ku hetanî tekoşînek xwe dispêre hêrsek mezin neyê dayîn ne pêkane ku Kurdistan azad bibe; li dijî çînên serdest ên ku her cure zilm û êş bi mirovahiyê didin kişandin tekoşîn bihêrsek mezin ve bê meşandin û civak ango mirovahî bê rizgar kirin. Sosyalîzm encax bi kesên wiha xwediyê hêrsên mezin ve û lêgerînên jiyana mezin ve ava dibe. Rêber Apo timî behsa pîvanên red û qebûl kirinê kiriye. Hewl daye ku di her mirovî de vêya biafirîne. Ji ber ku eger pîvanên red û erê kirinê yên kesayet û civatan zelal nebin nikarin ti pirsgirêkê çareser bikin. Eger heval Fuad 50’î salan timî di nava tekoşînê de mabe, timî azwerî û hestên wî yên tekoşînê bilind bin, di vê de heval Fuad xwediyê hêrsek mezin e. Mirovahî timî li dijî zilm û şaşitiyan tekoşîn daye û nirxên mezin afirandiye. Tişta ku vêya dide afirandin jî hêrse. Ji bo Îsa dibêjin; dema ku yekî li rûyê te xist, rûyê xwe yê din bizivirîne. Gava ku jiyana Îsa bê lêkolîn kirin, wê bê dîtin ku tişta ew kirî pêxamber hêrsa li dijî zilm û şaşitiyan e. Hele ji bo zarokên gelek  wekî me rastî qirkirinan tê, hêrs dibe nirxê herî mezin, hêza tekoşîn û enerjiyê.

Heval Fuad zarokê miletekê ye ku qirkirina Dersîmê jiyan kiriye. Li dijî vê qirkirinê hêrsek wî heye. Em dest ji Dersîmiyekê berdîn, mirovek wiha normal jî wê li dijî qirkirin û zilmê hêrs bibe, serî rake. Ji bo vê jî eger Dersîmiyek li dijî vê qirkirinê hêrs dibe, serî radike û tekoşîn dide ev rewşek pir xwezayî ye. Heval Fuad seknek wiha nîşandaye. Lê ev ji bo giştî Dersîmê nikare bê vegotin! Di Dersîmê de tenê qirkirinek bixwîn nehatiye meşandin, hema li pêy wê qetlîamek spî ku wek qirkirina çand jî tê îfade kirin hatiye meşandin. Texrîbatên mezin ên vêya li ser Dersîmê çêbûne.

Heval Fuad di vê naverastê de di sala 1971’an de li Zankoya Zanistên Siyasî ya Enqerê qeyd çêkiriye.

Zankoya Zanistên Siyasî ya Enqereyê ku rêberên THKP-C Mahîr Çayan û Hisêyn Cewahîr jî di vê dibistanê de xwendine. Rêber Apo jî di sala 1971’an de hinek dersên xwe dide û ji Zankoya Hiqûq a Stenbolê derbasî Zankoya Zanistî ya Siyasî ya Enqereyê dibe. Rêber Apo û heval Fuad di vê zankoya ku hewayî siyasî zêde de hevdu nas dikin. Dema ku Rêber Apo piştî wextek ji girtîgehê derketî şûnve di payîza sala 1972’an de aktîfbûyîna heval dibîne dixwaze pê re biaxive. Dîbîne ku heval Fuadê Dersîmî di mijara pirsgirêka Kurd û Dersîmê de ji bo axaftinê guncav e, lewra pêşniyara axaftinê ji heval Fuad re dibe û ji dibistanê destpê dikin hetanî navenda bajarê Enqereyê meşek 2.30 lidar dixin. Rêber Apo di vê meşê de rastiya Kurdistanê ji heval Fuad re vedibêje. Di vê mijarê de dibe hevalek ku berfireh pê re hatî axaftin. Bi vî awayî pêngava destpêkê ya avakirina koma Apoyî hatiye avêtin. Jixwe piştî çend mehan şûnve jî civîna Bendava Çubukê tê lidar xistin. Di vê koma şeş kesî de heval Fuad û 2 heb Dersimî, 1 Vartoyî û yek jî Rihayî hene. Ji ber ku yên din dest ji komê berdane lewra Rêber Apo û heval Fuad koma Apoyî didin destpêkirin. Rêber Apo, bi heval Fuad re timî Dersîm nîqaş kiriye. Ji ber ku di Dersîma piştî qirkirinê de, qetlîama spî-qirkirina çandî hatiye pêkanîn. Ji bo ku erdnîgariya Dersîmê ji Kurdîtiyê veqetînin û bikin Tirk her cure polîtîka û pêkanîn hatiye sepandin. Rêber Apo tenê ne ji qirkirina ku di 1937-38’an de hatî lidar xistin, ji qirkirina çandî ya ku piştî wê hatî pêkanîn re jî afirandina hêrsê girîng dîtiye. Polîtîkayek qirkirinê ya welê sepandine ku ciwanên Dersîmî yên ku bertek nîşanî qetlîam û qirkirina 1937-38’an dan, wek esas di nava çepê Tirkiyeyê de cihê xwe girtine. Ji bo Kurdîtiyê tekoşîn û xwedî derketina Kurdîtiyê bi qetlîamek welê ve hatiye pêşwazî kirin ku di ciwanan de hestê eger em carek din navê Kurdîtiyê bilêv bikîn em dibe ku rastî qirkirinê bên, loma ciwanan jî helwestek wiha nîşandane.

Ji ber ku gel anîne wê astê ku ditirsin têkîldarî qirkirina 1937-38 biaxivin û behsa Kurdîtiya xwe bikin. Hestên ku vî rewşa derûnî afirandî û ferasetên wiha derxistine naverastê. Rêber Apo dîtiye ku qirkirina ku li Dersîmê pêkhatî pir biplan û berfireh e, lewra ketiya nava lêhûrbûyîn û hewldana ku vê rastiyê derbixîne ser rûyê erd. Bi heval Fuad re jî têkîldarî qirkirina Dersîmê û tiştên bi Dersîmê dan jiyan kirin nîqaş meşandiye. Di eslê xwe de ev nîqaş di heman demê de li ser şikandina hestên ku vê hegemonyaya fikrî û pêkanînên qirkirinê li ser Dersîmê çêkirîn e. Wek encama van nîqaşan broşurek-pirtûkek destan a bi navê “Sêdar û çanda Baregehê” ku tiştên li Dersîmê hatin jiyan kirin lêkolîn dike û dinirxîne.

 

Naskirina wî ya bi Rêber Apo re bûye xalek werçerxê

Nas kirina heval Fuad a bi Rêber Apo re ji aliyê wî ve bûye xalek werçerxê. Eger Rêber Apo nas nake, biîhtîmalek mezin e ku wê di nava çepê Tirkiyeyê de cih  girtiba û wê biba yek jî rêveberê wan ê girîng. Ji ber ku çawa ketiye Zanistên Siyasî sosyalîzm ecibandiye, ketiya nava xebatên ji vê hêlê ve. Lê dema bi Rêberê ku rastiya Dersîm û Kurdistanê herî baş vedibêje û herî baş xîtabî hestên wî dike re rû bi rû tê, biryara xwe diguherîne û bi Rêber Apo re tevdigere. Ji ber ku girîng bû Dersîm di serî de jî ji hest û fikrên neyînî yên qirkirina fîzîkî û çandî afirandîn, rizgar bibe. Hetanî ku ev nehatiba bidestxistin ne pêkan bû ku hêrsa li dijî qirkirina ku di 1937-38’an de pêkhatî derbikeve holê. Ne pêkan bû ku tekoşîna azad kirina ziman, nasname û bi çanda ve ya Dersîmê hatiba pêşxistin. Ji ber ku dixwestin Dersîmê ji ziman, nasname û çanda wê dûrbixînin û nifşek xwe înkar dike biafirînin. Kesayetên piştre derketîn ên mîna Kamer Genç û Kemal Kiliçdaroglu berhemên vê qirkirinê ne.  Ev ne tenê bûn. Her ku diçû yên mîna wan zêde dikirin. Jixwe fikra ku em Tirkên rasteqîn în ên ku dixwestin di nava Elewiyan de pêşbixînin dixwestin di Dersîmê de jî pêşbixînin. Ji ber vê jî, beriya her tiştî pêwîst bû ku Dersîm ji wan cure êrîşên bîrdozî û çandî hatiba parastin. Heval Fuad bi vê hişmendî û baweriyê ve bûye hevalê Rêber Apo û ji bo ku van fikran di Dersîmê de pêşbixîne ketiye nava hewldanek mezin. Pêşengê pêşxistina li Dersîmê ya tevgera Apoyî û PKK’ê heval Fuad e. Hetanî civîna Çileya 1976’an a ku biryara vegera Kurdistanê hildabû, niviyên salê li Dersîmê derbas dike. Bi hinek hevalên xwe ve di Dersîmê de tevgera Apocîtiyê pêşdixîne, kadro û sempatîzanên nû daye qezenç kirin. Eger piştre Dersîm bûye qada xwe bicih kirina herî bingehîn a gerîla û bûye erdnîgariya ku Tevgera Azadiya Kurd pêşbikeve, di vê de kedek mezin a heval Fuad heye.

Hetanî şehadeta xwe jî timî bi Dersîmê re mijûl bûye; ji bo ku Dersîm bigihije rojên xwe yên berê hewldanek mezin raber kiriye. Dersîm, erdnîgariyek Kurd a pir binirx û bedew a Kirmançkî diaxive. Bi çand û baweriya xwe pir xweser e. Dewlemendiyên herî bedew ên Kurdistanê ne. Bîbika çav a Kurdistanê erdnîgariya wê ye. Bi baweriya Rêhaqê ve çandek pir binirx afirandiye. Heval Fuad hemû temenê xwe bi Apocîtiyê ve û  rakirina li ser lingan a bi wan taybetmendiyên Dersîmê ve derbas kiriye.

Çawa ku bi saya tekoşîna azadiyê ya ku bi dehan sal berdewam kiriye ve giştî Kurdistanê guhertinên mezin hatibin afirandin, li Dersîmê jî guhertinên mezin hatine afirandin. Êdî Dersîm ne Dersîma ku dixwestin piştî qirkirinê biafirînin. Dersîmî di encama tekoşîna bi dehan salan û berdêlên giran de bûye erdnîgariyek ku xwedî li nasname, ziman, çand û baweriya xwe derbikeve. Teqez nebesî hene. Dema ku li ser bingehê tekoşîna 50 salin tê meşandin û nrixên ku şehîdên me afirandîn, tekoşîn bê dayîn wê Kurdistana azad, Dersîmek xweser û Tirkiyeyek demokratîk bê afirandin. Wê bi vî awayî hesreta heval Fuad û hemû şehîdên me pêkbên.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00