HETANÎ KU JIN BER BI AZADIYÊ VE BIBASK NEBE, NE PÊKANE KU ZILAM XWE BIBÎNE

Helin Ümit

ekleyen Komînal

Lêkolînên hebûn û heqîqetê di roja me de astek girîng qezenç kiriye. Her çiqas wek tam dema wê neyê zanîn jî çêbûna cureyê me, yanî maceraya hebûna mirov, di nava avabûyîna gerdûn û girêdayî wê gerstêrka me de, wextek qasî nuqteyekê jî nîn e. Eger em avabûyîna tişta ku em gerdûn dibêjîn ne mekanîk, wekî hebûnek organîk bihizirîn em dikarîn bêjîn qasî şaneyekê ye? Eger gerdûn ne zindî be, em ê çawa cureyên zindiyan û şêwazê zinditiya di mirov de yê ku di xeleka dawî ya pêvajoya beridînê de cih digire eşkere bikîn? Em tevahî nikarin sînorên eqlê mirov û belkî jî ne diyariya xwezaya hebûnê derbas bikin. Di paş her bersiva ku em têkîldarî hebûnê dibînin de pirsnîşanek hê mezin û nefesê qut dike diyar dibe.

Lê gel wiha jî be em nikarîn dest ji fikirandinê berdîn. Em nikarîn dest ji pirs pirs kirinê û hewldana fahm kirinê dûr bikevîn. Diyare ku cureyê mirov ev taybetmendiya xwe ji zû ve kişf kiriye ku her çiqas bi veguhertinê ve derbasî “min ji bo bêm zanîn mirov afirandin” pirtûkên pîroz bibe jî, gotin hîna vê bangê li mirovê/a roja me dike. Zanîn, fêrbûn, fahm kirin wekî taybetmendiyek mirov derdikeve holê.

Rastiyeke ku vê feraseta gerdûna zindî, nêrîna me ya ji cîhan û jiyanê re bikok guherandiye. Hêza me ya wateyê ji aliyê dogmatîzma olî û nêrîna cîhana mekanîk a zanistperest kapîtalîst ve hatibû kor kirin; ev bi guhertina paradîgmayê ve hat rûxandin, dixwazîn di ferqê de bîn an jî nebîn, lê em êdî herikînên enerjiya ku derdora me dizivîre hîs dikîn. Axa em li ser dimeşîn, parçeyek çiqila ku em dest diavêjîn, cureyên heywanên ku em bi wan re rû bi rû tên zindî ne û heqîqetek ku ji mirov re bêjîn heye. Taybetmendiyên ku mirov bi wan re wekî hev dike û ji wan cuda dike hene. Wek tezek ku cîhana zanist li ser hem fikire ku cureye mirov di nava vê cîhana zindiyan de nû û qonaxek cuda ye.

Nîqaşên têkildarî sedem û taybetmendiyên ku mirov ji xwezaya yekemîn vediqetînin û hembêza wê de lê pêşiya pêşketinên cuda vedikin, bi hemû giraniya xwe ve berdewam dikin. Pirsa mirov çawa bûye mirov pirsek ew qas girîng e ku bersivên em ji vê re didin ne tenê paşerojê, em ê çawa jiyan bikîn jî destnîşan dikin. Em ê ji vê perspektîfê ve baştir fahm bikin ku çima Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de ya ku nexşe rêya guhertin û veguhertina bikok a navend Kurdistan pêktîne da bi ‘Xweza û Wateyê’ ve destpêkiriye.

Zanebûna ku mirov di nava gerdûnek zindî de û bi wê re di nava pêwendiyek mezin û timî de; wekî ku bi xwe re rêyek bingehîn a çareseriyê ji bo mirovahiya timî di nava qeyranek tam de be dîtibe. Em bi vê pirsê re bersivên ku em ê çawa wek însan bimînîn jî diafirînîn. Teoriya beridînê ya Darwîn, wek cure Homo Sapîens Sapîens çawa ji cîhana heywanan veqetiyaye wek biyolojîk eşkere dike. Lê ev çîroka beridîna biyolojîk, mijara mirov çima û çawa ji xwezaya yekemîn cuda bûye ronî nake. Dane, agahiyên nû yên ku di lêkolînên arkeolojî, antropolojî û etîmolojiyê de derketîn holê, bi şiklek balkêş kêmahiya tiştên ku em dizanîn û piranî caran xelatiya wan nîşan dide.Tespîta nebûyîna hêza fikrî yan jî bi avaniya zîhniyeta heyî ve jiyana nû û azad nayê ava kirin a Rêber Apo, hema her demê  bi israr tîne ziman, bi rastiyên nû yên ku em ketine ferqa wan ve astek hê sotîner û bıbandor qezenç dike. Ruhê demê, bang dike ku şoreşgerên tekoşîna azadiyê rêvedibin, Apocî û pêşketina civaka dîrokî bi hemû kîteyên xwe ve bên lêkolîn kirin, fahm kirin û jiyana azad li ser bingehê zanistek rast a hebûnê bê ava kirin. Her diçe zelal dibe ku me wek baca xwedê mirovbûyîn bidestnexistiye, pêwendiya vê bi lêgerîna azadî û potansiyela mirov ve girêdayî ye. Dema ku beridîna xwezayê digihije cureye mirov eqlê gerdûnê di mirov de wek potansiyela fikirandinê ava dibe. Her çiqas zanyar li ser cureyê mirov ka kengî dest bi hizirandinê kiriye wekî polemîkekê bidomînîn jî piraniya wan nîrxandinan biguman in.

Lê belê babetek ku em pir baş dizanîn ew e ku tişta potansiyela hizirandina di mirov de dixîne tevgerê û pêşdixîne mijara civakbûyînê ye. Pêvajoya ku heywanên dişibin mirov wekî kêriyekê derdixîne tîne halê civak û kesayetekê, qabîliyeta fikirandinê pêşdixîne û mirovê/a ku xwe diafirîne derdikeve holê. Dema ku hinek baldar bê mêze kirin ev çalakiya xwe afirandinê, wê ji hemû pergalên baweriyê yên ku piştre derdikevin re bibe çavkanî. Wê civak mirovê/a xwe, mirov jî civaka xwe biafirîne. Wê civak, nirxek mezin bide berhemên xwe, pîroz bibîne, kesayet jî di nav de tişta bifeyde derxîne qata xwedawand-xwedêyan. Wekî ku Rêber Apo jî bi şiklek pir hejîner anî ziman ‘Kirde û objeya civakê jî dîsa civak bixwe” ye.

 

Hêza sereke ya xwezaya civakî jina dayîk e

Em dizanîn ku wek giranî diyardeya civakê rêxistineke ku li derdora jinê pêşketiye. Her çiqas di bin avanî û êrîşên hegemonê zilam de ev heqîqeta bingehîn wekî ku tinebe bê nîşandayîn û ji bo neyê fahm kirin hewldan bê raber kirin jî, pêwendiya jin û zarok dendika pêşî ya civakbûyînê pêkaniye. Qasî rastiyên dîrokî di roja me de jî çavdêrî kirina vê pêkan e. Sebebên vê rewşê yên ku bi dest bên girtin û bi çav bên dîtin hene. Zemîna bingehîn pêwendiyek wiha mecbûrî kiriye. Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de vê rastiyê sade, bi rewşek herî zelal û hêsan ve tîne ziman. Rola ku jinê ji destpêka dîroka mirovahiyê leyîstî bûye mijara gelek lêkolînên zanistî û bi hezaran rûpel nivîs hatine nivîsandin. Lê pir hindik anîne ziman ku jin hêmanê sazumankar û sereke ê jiyana civakê ye. Yên ku anîn ziman jî bi gotina ‘paşverû’ ve wekî pêvajoyek ne girîng hatiye îfade kirin. Lê ev hemû heqîqetên ku hêsan û sade tên dîtin di navenda hemû pêşketinên ku mirov dike mirov de ne. Rastiya ku rola ‘şaneya kok’ leyîstiye nayê guhertîn û nikare biguherîne. Jin dayîka ku di zirûfên pir zehmet de diwelidîne û dîsa bi şiklê ku tu cureyên zindî da tunebe bisalan berpirsiyariya jiyan kirina zarokê xwe diveguhezîne, bimilyonan sal ev pêwendî li ser lingan girtiye, pêşxistiye û xwezaya yekemîn ku em jê re xwezaya civakî dibêjîn di hembêza xwe de dihewîne, lê her ku çûye ji xwezayê cuda bûye û gihiştiye avaniyek ku wê biguherîne. Divê xwezya civakî ya ku di derdora jinê de pêşketî wekî qutbûyînek bikok neyê fahm kirin. Em dizanîn ku qutbûyîn pir piştre bi êrîşên qatilê qastîk ve pêşketiye, bisazîbûye û veguheriye mekanîzmayên dewlet û desthilatdariyê. Civakbûyîna ku jin dayîk temsîltiya wê dike, pêwîste wek pêwendiyek sîmbiyotîk di hembêza xwezaya yekemîn de, wê çavdêrî dike û ji wê fêr dibe, tiştên ku fêr bûye vediguherîne jiyana civakê, bê dîtin. Çavkaniya hişmendiya jin dayîk xweza bixwe ye. Ji xwezayê fêr dibe. Rêber Apo dibêje ku wekî hat çavdêrî kirin di cîhana heywanan de hişmendiya mirov destpêkê mîmetîk e, fikrê mîmetîk xwe dispêre taqlîdê. Dıkare bê gotin ku ji bo jin dayîk forma civakî ya destpêkê ya ku ji zarokên wê, xwîşk û birayên wê pêktên bide jiyan kirin, çavdêrî xwezayê kiriye, şêwazên  xwedî kirin û xwe parastin ên zindiyên din şopandiye û taqlîd kiriye, ceribandiye, hingi ku serxistiye pêşketin bidestxistiye. Qlanên jin ên ku herî zêde qasî 20 kes dihatin zanîn, piranî civatên gerokên ku bi tiştên amade yên ku di xwezayê de dîtin ve xwe xwedî dikirin. Divê fahm bikîn ku di jiyana qlana ku xwe dispêre jin dayîkê de, hişmendiya ku ji xwezayê tê di heman demê de bi pêvajoya ku gihiştiye ferqa xwe ve pêşketiye. Hîs kirin di navenda baweriyên destpêkê de cih digire. Şêwazê fahm kirina xwezayê ya qlanên jin dayîk, bi şiklê ku bi dayîkê re wekî hev bê dîtin ve pêşketiye. Jin dayîk, eynî wekî xwezayê diafirîne, diwelidîne, xwedî dike û diparêze. Xweza, wekî dayîkê navenda jiyanê ye. Jin dayîk çavkaniya zanatiyê ye, xweza çavkaniya agahiyê ye. Em dizanîn ku avaniya hişmendiyê ya qlana jin dayîkê mîtîk e û zayînê bi nêrîna ku çavkaniya xwe ji xwezayê digire ve şîrove dike. Ev şêwazê zanînê, her çiqas bi nêrîna roja me ve ji me re wekî zarokwarî bê jî, zarok jî wekî ku em çavdêrî dikin rastiyên tevllhev jî, bi zimanê herî sade û bibandor ve tînin ziman. Ji ber ku ji xwezayê qut nebûye û di hembêza wê de mezin dibe, lewra nêzîkî rastiyê ye. Îro jî xwediyê zanatî û têgihiştinê ye ku me şaşomaşo dike. Hêza ku vê hêza wateyê diafirîne, çanda jin dayîk e. Eqlê hestiyar û analîtîk ê jinê, di civakbûyînê de pêşketinek wiha diafirîne. Wek yekpare xwezaya civakî, bitaybet jî çanda jin dayîk û şoreşa neolîtîk ya ku ev çand gihişt lûtkeyê berhemê eqlê jin e. Di qonaxên ku ber bi pêş ve diçin ên dîrokê, bitaybet jî pêvajoyên ku hegemontiya zilam serwer de, kêmxistina eqlê jinê, biçûk dîtin, jin ji eqil bêpar hesibandin û bi saziyên koledariyê ve bîrdoziya mêrê serdest li ser jinê hat ava kirin. Bikurtasî potansiyela eqlê di jinê de, wek çawanî ji cinsê zilam hem cuda ye û hem jî qadên ku ser lêhûrbûyîn çêdike cur be curiyê dihewîne.

Helbet divê wek rêbazê heqîqetekê di mijara fikrê mîtolojîk de hê zêde lêkolîn bikin, nîqaş bimeşînin û şîroveyên xwe yên xweser pêşbixînîn. Çi mixabine ku bitaybet jî di pêvajoya şaristaniya hegemonê zilam û modernîteya kapîtalst de nasnameya jinê winda bûye. Ev rewş dibe sedem ku dema jin xwe digirin dest, dîroka xwe nas dikin û nirxên ku derketine holê pênase dikin, pêşiya şaşîtiyan vebibe. Ji ber vê sedemê jî her kesî zêdetir pêdiviya me bi xebatên zîhniyetê û şikandina qalibên fikrî yên serwer roja me hene. Di vê mijarê de gelemperî nêrîna serwer, şêwazên rêveberî û desthilatdariya hegemonîk a zilam referans digire. Pêvajoyên pêşketinê ya cinsê jinê di nava civaka dîrokî de bidestxistî,  ew qas ber bi paş ve dahf dide û dide ji bîr kirin ku û şûna wê jî pîvanên hegemoniya zilam wekî yekane û rasteqîn nîşan dide. Bîrdoziya olî ku em dibînin, wek amûrê rewa kirina vê qatilê qastîk hatiye bikar anîn. Bi zirîpoşê pîroziyê ve heqîqetên herî bingehîn ê jinê berevajî kiriye û perdeyek stûr kişandiye navbera xwe jinê.

Hingî ku jina di xwezayê de azad, hem ji xwezayê û hem jî ji civaka wê hatiye qut kirin û xistine malan şûnve, xwe nekariye ji biyanîbûna xwe rizgar bike. Ez pêşniyar dikim ku bila niha jin ji şaşitî kirinê ne tirsin, ji malên xwe derbikevin. Ji ber ku ti rewş ji tiştên ku hatin serê jinan xirabtir nîn e. Jina ku ji komînan hatibe qut kirin û xistibin malê hatiye kole kirin. Komîna bê jin jî nikare bibe komîn. Ev rewş îro wek nebûyîna azadiyê derdikeve pêşiya me.

Çanda jina dayîk, vê çandê ji xwezaya yekemîn digire.  Her çiqas tam nehatibe ronî kirin jî lê ji klubên nêçîrvanan ku tê hesibandin ku di heman demê de pêşketin bidestxistine û di bin serweriya zilam de hatine avakirin, cudatir e. Erê her du jî di nava xwezayê de ne. Lê wek şêwazê hilberandinê li ser qadên cuda dixebitin. Tişta ku klubên nêçîrvanên zilam serkêşî jê re dikin kuştina sîstematîk e. Kuştina zindiyan di wan klubeyan de şêwazê jiyanê ye. Em dizanîn ku ev cudabûyîna pêşî bi girêdayî karbeşiya di nava cinsan de pêkhatî ye. Gava ku iin bi kom kirinê ve mijûl dibe zilamên ku derveyî qlana jin dayîk dimînin jî di nêçîrê de kûr dibin. Em dikarîn bêjîn ku bi demê re di her du qadan de jî pisporî hatiye jiyan kirin, pêwendiya zindî ya ku çanda jin dayîkê bi xwezayê ve girêdayî; kom kirina nebatan, veşartin û parastina wan, her wekî din kedî kirina ajalan û bi wan hemûyan re, pêşketina ku di asta ziman û zîhniyetê de jiyan kirî serkeftî bûye. Çêbûyîna daneheva madî û manevî ya ku di derdora jin dayîkê de pêşketî tê fahm kirin. Nêçîrvanî jî qadeke ku ti garantiya wê tineye. Dîsa pîsporiya di qadên nêçîr, kemîn û kuştinê de zîhniyetek cuda pêşdixîne, hemû hebûnên di xwezayê de wekî objeya nêçîrê diîbne, desteser dike, ji bo vê jî meyla pêşxistina her cure rêbazên tund û zordariyê pêş dikevin. Çav berdana daneheva ku li derdora jin dayîk kom bû ya wan komên nêçîrvan, îhtîmale ku qlana jin dayîk veguherandibe objeya nêçîrê. Di roja me de hîna zilamê serdest jinan wekî objeyek pêwîste bên nêçîr kirin dibîne, tê zanîn di cemaetên zilam de jin bi têgehên nêçîr kirin, xapandin, bidestxistin û desteser kirin ve tên destgirtin. Divê mirov nebêje têgeh in û derbas bibe, zîhniyet bi têgehan ve pêktê.

Bikurtasî dema ku mirov çanda jin dayîk dihizire pêwîste xwe ji qalibên fikrî yên roja me rizgar bike û welê bihizire, dîsa divê mirov diyardeya rêveberiyê bi saziyên desthilatdariya îro re tevlîhev neke. Hişmendiya ku ji xwezaya yekemîn qut nebûyî û bi wî hişmendiyê re di nava hev de pêşketî û hişmendiya komên ku klubên nêçîrê serkêşî jê re kirîn, wek sîstematîk xwe dispêre kuştinê û kuştin veguherandiye şêwazek jiyanê, wekî hev nebîne. Di çanda jin dayîk de xweza û hemû zindiyên di nava wê de di nava xelekek ku ‘wate’ jê re tê gotin pîrozî û destnedayînê de ne. Bi wê re pêwendî xwe dispêre piştevanî û zêde bûyînê. Hêzkirin û hûrmet nîşandayîna ku xwe dispêre dia û spas kirinan jî di navenda hestanan de ne. Pêwendiya wê ya bi zindiyên xwezayê re di nava honandinek wateyî de ne.

Bêguman wan hemû fikran tevna exlaqî pêk anîne. Her tişta ku feyde dide civakê û jiyan pêşxistibe pîroz hatine dîtin. Ev çand li gel hemû darbeyan jî hîna xwe diparêze. Taybetmendiyên wekî jê nekirina dara kesk, dest nedayîna heywanê bi çêlik ve, ne rijandina ava germ a li ser axê, rehm nîşandayîna zarokan, xizmeta ji pîr û kalan re, terbiyeya nefsê, alîkarî dayîn, parastin, qirêj nekirin, çav ne berdana pêdiviya zêde, ji afirîner re dia kirin û her wekî din hene. Taybetmendiya karakterîstîk a xwezaya civakî ya ku li derdora çanda jin dayîk pêşketî û ji aliyê gelek zanyaran ve jî wek xwezaya duyemîn hatî binav kirin ew e ku cudahiya kirde-obje pêşneketiye. Di vê forma fikrî de cudahiya ‘ez û yê din’ pêşneketiye, dikare bê gotin ku xweza û civak di nava yekparetiyê de tê destgirtin. Ji ber ku taybetmendiyên komînal dihewîne, lewra eger ji hiyerarşiyê re girtîbe ev çavkaniya xwe ji vê derê digire.

Em dikarin zîhniyeta çandbûyînê ya ku jn dayîk jê re pêşengtî kirî wiha pênase bikin. Wê ev zîhniyet di mekan û demê de pêşbikeve, cur be cur bibe û ji ber ku serkeftiye, lewra wê bihêziyê ve bisazî bibe. Sazîbûyîn xwe rêxistin kirine. Çandbûyîna vê zîhniyetê, wê bi beden bûyînê ve pêşbikeve, enerjî veguhere made, made veguhere enerjiyê û bi vî awayî xwezaya civakî ava bikin. Bêguman çanda jin dayîk li ser bingehê komînê, pêşketin bidestxistiye.

Wek civatên komînal piştevaniya bi civakê re, rêz û hurmeta ku ji xweza, kesayet û civakê re tê nîşandayîn û berpirsiyarî, pêşketin bi xwe re aniye. Çawa ku wate, cih û rola her tiştê di xwezayê de hebe, di jiyana komînal a jin dayîk de jî wateya her kesayet, zindî û objeyê heye. Jiyana komînal modelek aboriyê ye. Komîn li ser bingehê kolektîf bersiv ji pirsgirêkên xwedî kirin, parastin û zêde kirinê dibîne. Em dikarîn ji vê re rewşa pêşî a polîtîkayê bêjîn. Dikare bê gotin ku nêvengek polîtîk a ku komîn diafirîne demokatîk e, jin dayîk wek navendek ku qanûn datîne, rêgez diparêze dibe navenda exlaqî û polîtîk. Çimkî piştre baweriya dayîka xwedawend, li dijî pergala qatîlê qastîk dibe navenda berxwedanê. Çanda jina dayîk di pêvajoya ku dema şaristaniya bidewlet ava dibû jî, wê ev taybetmendiya xwe biparasta û wê bandora xwe berdewam kiriba. Em di efsaneya Glgamêş de, dibînin ku Gilgamêş ji bo qraLtiya xwe destûra Înanana dixwaze.

Em têkîldarî vê mijarê destnîşan kirina dawî jî dixwazîn di mijara ziman de bikîn û vê sernavê bigirîn. Pêşketina herî mezin a ku çanda jina dayîk derxistî naverastê, pêşketina zimane ku ji bo civatên mirov taybetmendiya şoreşê dihewîne. Hêmanê mê yên ku di zimanên herî kevin de çavdêrî jê re tê kirin, datîne holê ku ziman berhemek jinê ye. Em dizanîn ku pêşketina ziman bi asta civakbûyînê ve pêşketiye. Derbas bûna ji dengên kîteyî ya ber bi zimanê sîmgeyî û hizirandina têgehî, hem lez daye pêvajoya civakbûyînê û hem jî bi rewşa berfireh ve hiştiye ku cureyê mirov xwe li ser lingan bigire. Şoreşa ziman û teqandina ku vêya di hêza fikir de çêkirî, bi mayînde kirina çanda jin dayîk ve hiştiye ku hetanî roja me bê.

 

Dibe ku çanda jin dayîk bê paşxistin lê nikare bê derbas kirin

Pêşketinên ku li derdora çanda jin dayîkê ve hatin jiyan kirin bi hejmartinê ve xilas nabin. Civak cara destpêkê li derdora jinê û bi zanebûna jin dayîk ve ava dibe, ji ber vê jî nav danîna li ser têgehên destpêkê bigire û hetanî kişf kirina teknîkên kar kirinê, ji wê bigire hetanî amûrên jiyanê her tişt tê dîtin. Em di encama tekoşîna ku Xwedewend Înana li dijî xwedaya qurnaz ê Erîduyê Enkî dimeşîne de dizanîn ku lîsteyek pir berfireh a ku ji amûrên madî bigire hetanî diyardeyên manevî yên wekî bawerî, huner, perwerde û rêveberiyê heye.

Her çiqas rastî neheqiya hegemoniya zilam hatibe û veguherandibe jî, ev çand jiyana me ya civakî ji ber vê yekê mirovbûyîna me ii ser lingan digire. Paşeroja qeydên herî diyarker ên têkîldarî hebûna vê pêvajoyê peykerên jin dayîk in ku xwe digihînin 30’î hezar sal Beriya Zayînê. Bi binavkirinek giştî ve rastiya ku peykerên biçûk ên ku navê ‘peykerên Venus’ girtîn, nîşan dide ku cureyê mirov herî hindik hetanî 25 hezar salan baweriya jin dayîkê pêkanîye. Lê dîroka baweriyên binavend jin ên xwe dispêrin dîrokek hê kevintir, heta birehetî dikarîn girêdayîna wê bi pêvajoya ava kirina destpêkê ya qlanan ve çêbikîn. Di roja me de hegemontiya zilam a wek destpêka wê tineyî û heta hetayê tê pêşkêş kirin û tam berevajiya xwedatiya zilam; em behsa çandek jina dayîk a ku di destpêkê de heye û tune kirina wê wek dîyalektîk ne pêkan be dikin. Binêrin ev taybetmendiya çanda jin dayîk jî piştre ji aliyê xwedayên hegemon  ên zilam ve hatiye dizîn û wê ji bo domandina hebûna xwe bikarbînin. Henekek sosret e, lê dema ku  qatilê qastîk, êrîşî çanda jin dayîk dike û hewl dide bandora wê ji holê rake jî, nekariye biçe afirandinek aîdê xwe, nirxên madî û manevî yên ku çanda jin derxistin naverastê veguherandiye ji rê derxistiye yanî ji armanca wê derxistiye. Di Îslamiyetê de taybetmendiyên ku wek ’99 navên Xwedê’ tên zanîn hene, îhtîmal heye ku ev taybetmendî ji Xwedawenda Înana veguherandibin. Di vê mijarê de mirov dikare bêhejmar mînak bide. Li gel ku tekerlek ji bo veguhestinê hatiye dîtin, lê di pergala qatîlê qastîk de veguheriye wesayîtên şer ên bihesp, embarên xurekê pêwîste di dema xelayê de bên bikaranîn li ser civatê veguherandine pêwendiyên serdestiyê, perestgehên pîroz veguherîne musaqedîm ango mala giştî, rêxistiniya qlanê veguheriye heps kirina jin a malê. Ev mînak dikare bên zêde kirin. Lê ya girîng ew e hatiye fahm kirin ku çanda jin dayîk nikare bê tunekirin.

Ne hêza şaristaniya biserweriya zilam û ne jî ya dewlet û desthilatdariyê têra kiriye ku vê çandê tune bike; îstîsmar kiriye û pişaftiye. Bikurtasî çanda jin dayîk dikare bê tepisandin, dengê wê dikare bê qut kirin, lê nikare bê tune kirin. Ev wê bê wateya tune kirina xwezaya ku civak afirandî ku wê demê wê kesayet bixwe jî nemîne. Lê berevajiya wê ne rast e. Çanda qatilê qastîk ê ku êrîşî çanda jina dayîk dike, dixwaze desteser bike, bikarbîne û tune dike, nebe jî wê civak bikare hebûna xwe berdewam bike.

Ger pergala qatîlê qastîk û saziyên wî bihezar salin bi hewldanek ku xilas bin jê re tunebe ve dixwazin vê heqîqetê binixûmînîn û berevajî bikin, ev çavkaniya xwe ji vê heqîqeta bingehîn digire. Ji bo vê jî xwedayên sexte û birûpoş hatine afirandin, derxistine asîmanan, qetlîam pêkanîne, bîrdoziya evd-kole afirandine. Hêrs û tirsa li beramberî çanda jin dayîk ew qas zêde bûye ku jin di malan de hatine heps kirin, her zewac kirine rîtuela kole kirina jinê, pîrtukên pîroz bi biçûk xistina jinan ve çîroka jin ji bo zilam hatine afirandin dubare kirine. Xwezaya civakî li derdora jinê ava bûye. Hêza sereke ya vê civakê jin e. Dema ku em hewl bidîn ji  xwedayên zilam re temenekê destnîşan bikin, em dizanîn ku ev dîrok 5 hezar salan derbas nake. Herî kêm ji bo niha. Rastiya ku keşîfên Xirabreşk û Navalaçolê derxistin naverastê vêya naguherîne, berevajî piştrast dike. Berhemên ku di Xirabreşk û Newala Çolî de hatin dîtin, nîşan dide ku rêxistinên zilamê nêçîrvan,  ji wan dîrokan şûnve êrîşek rêkûpêk li dijî qlana jin dayîkê pêşdîxîne, rêxistin û sazî ava kiriye. Em bi vê nirxandina sosyolojîk a ku Rêber Apo kirî ve fêr dibîn ku nakokiya destpêkê pir beriya pêşketina saziya koledar a ku bi pêşketina dewlet û şaristaniyê ve derketî holê, xwe dispêre nakokiya cins a di navbera jin û zilam de. Ev analîza sosyolojîk, bi şiklek radîkal nêrîna me û feraseta me ya tekoşînê diguherîne. Datîne holê ku pêwîste tekoşîna azadiyê beriya her tiştî xwe bispêre azadiya jin û berxwedana komînê.

Divê em bi vê re pir baş bizanîn ku tepisandin û paşxistina xwezaya civakî ya ku ji aliyê çanda jin dayîkê ve hatî pêşxistin, hêsan çênebûye. Xwezaya civakî ew qas bibandor û bihêze ku di peyker û eskîzên dema Neolîtîk de zilam eynî wekî pisika hêmîn li ber çongê xwedawenda dayîk wek figur an jî zarokek wê derdikeve holê. Dîroka ku ji bo avaniya qastîk ku di Xirabreşk û Newala Çorî de pêşketin bidesxistî, beriya zayînê nêzîkî 11 hezar sal e. Binêrin em dizanîn ku ji 8 hezar sal B.Z’ê şûnve şoreşa Neolîtîk pêşketiye, di şoreşa Neolîtîk de jî hêza sereke çanda jin dayîk bû. Demek bandor, hêz, belavbûyîn û asta wê ya serkeftinê ew qas bilind bû ku li dijî êrîşên qatîlê qastîk berxwedanek biheybet nîşan dide. Heta li hember êrîîşan xwe bisazî dike. Êrîşên qatilê qastîk, di civakbûyîna jin dayîk de rê ji guhertin û dewlemendiyê re vedike. Di hinek herêman de tengav dibe, lê têk naçe. Civakbûyîna jin dayîk ango cudahiya ku em dikarin bêjîn di navbera xwezaya civakî û civaktiya qatilê qastîk de di asta derizîna civakî de pêkhatiye. Ev nikare bê înkar kirin. Pirsgirêka civakî ya destpêkê jî bi vî şiklî derketiye holê.

 

Xençera di pişta civakê de, belav kirina pergala jin dayîkê ye

Em bi israr behsa yekparetiya xwezaya civakî dikîn. Dema ku em rastiya mirovahiya roja me mêze dikîn ev diyar kirin wekî niyet, daxwaz û xeyalekê tê dîtin. Parçebûyîna ku wek rojane tê jiyan kirin hem piranî û hem jî wekî zinarekê kûrahiyê nîşan dide. Derizandina di navbera jin û zilam de, di navbera kesayet û civakê de, di navbera gelan de, di navbera çînên civakî de, di navbera baweriyan de û bi şiklek rûxîner derizandina di navbera xweza û civakê de ew qas kûre ku dişibe kunên reş ên ku hemû enerjiya civakê dikişîne hundirê xwe. Wek hebûna civakê, mirov can dide. Heta ji aliyê fîlozofên ku ketine tirsa pergala kapîtalîst ve mirina mirov ji zû ve hatiye îlan kirin. Li pêy vê îlanên mirina xwedê tên. Qeyrana hebûnê ya ku li ser jinan tê ferz kirin, veguheriye qeyranek cidî ya wateyê.

Ji ber ku hêmanê esas ê jiyan û xwezaya civakî jin winda bûye, lewra zilam jî nikare xwe bibîne. Hetanî ku jina  ji derizîna civakî ketî herî jêr bibask nebe, wê derve mayîna civakê ya mêrê ku hatî afirandin neyê derbas kirin. Ji bo vê jî pêkhatina çawa û çima ya derizandina destpêkê di civakê de çêbû pirsek girîng e.

Bersivên rast ên ku em bidîn vê pirsê, dibe ku lêgerên heqîqetê, jiyanek civakî ya li gorî xwezaya civakê û yên ku tekoşîna azadî û wekheviyê wekî tekoşîna hebûn û nasnameyê dizanin bibe serkeftinê. Êdî em baştir dizanîn ku derizandina destpêkê ya di xwezaya civakî de di navbera cinsan de pêşketiye. Cudabûyîna di navbera komên nêçîrvan û nebat berhev dikin de ya ku di paşerojê de wek karbeşiya xwezayî dihat pênase kirin, li ber têgehan têgeha ‘xwezayî’ hat bicih kirin û  hat asayî kirin; em dizanîn ku ev karbeşî wek çavkaniya nakokî û pevçûnan nehatiye nirxandin. Çanda jin dayîk rêxistinek bû ku ji jin û zilaman pêkdihat, eşkereye ku di qlanê de pêwendiyek maqûl a jin dayîkê pêşketiye. Qasî em dizanîn saziya ‘bavtî’ di vê şêwazê rêxistinê de pêşneketiye an jî hetanî demek dirêj ne dihat zanîn ka zarok ji kî/ê ye û lê dema ku dihat zanîn jî ev pir girîng nehatiye dîtin. Li gel qlana jin dayîkê koma nebat komkirinê jî bû, lê li gorî pêdiviyê dikare bê gotin ku nêçîrvanî jî kirine. Qlanên jin dayîk ne vejeteryan bûn. Bi vê re pêvajoya ku Rêber Apo bi ‘şoreşa ziman’ re, ‘civaka zêde” binav kirî tê zanîn ku li gorî mekan û zirûfan qlanên nêçîrvanan jî pêşketin bidestxistine. Berevajiya çanda jin dayîk tê fahm kirin ku komên nêçîrvanên zilam zincîrek xwedî kirinê ya bi girêdayî kuştinê ava kirine. Hebûna qlanên ku bi nêçîrê ve jiyan dikin jî qasî civakbûyîna jin dayîkê kevn in. Nêçîrvanî, kemîn danîn, desteser kirin û kuştin piranî xebateke ku ji aliyê zilaman ve pêktên. Em nabêjin jinan qet nekirine. Lê em dikarîn bêjîn ku avaniya biyolojîk û sosyolojîk a jinê, hê zêde bi jiyan û jiyan kirinê ve girêdayî ye û bi vê re nûnertiya çandekê dike.

Wek tê zanîn di roja me de jî zilamtiya ku hatî afirandin, bi wan taybetmendiyên xwe ve şanaz dibin, wekî serdestiyê dibînin û ferz dikin ku her ferdê zilam li gorî vêya be. Rêxistina ku zilamên derveyî çanda jin dayîkê diman pêkanîn, wek çawanî cuda bûye. Em dikarîn bêjîn ku nakokiya civakî ya destpêkê ya ku mohra xwe rêveçûyîna pêşketinê ya civaka dîrokê xist, di navbera wan her du çandan de pêşketiye û bêyî ku ji tundiya xwe tiştekê winda bike hetanî roja me hatiye. Em dizanîn ku komek ji avaniya hegemoniya zilam ê ku Rêber Apo wek kluba nêçîrvan bitêgeh kirî di sînorê bajarê Riha ya îro de di Gobeklîtepe de derbasî pergalek qastîk bûye. Di herêma ku hîna kolandinên ku li Gobeklîtepeyê de tên kirin temam nebûne, tê gotin ku pêwendiya gelek deverên bilind bi avaniya ku li vê derê pêkhatî ve hene. Rêber Apo, tespît dike ku çanda perestgeh a Gobeklîtepe di nava avaniyên ku em dizanîn de avaniya qastîk a ewilî ye. Sedema dijmintiya ku ji pergala jin dayîkê re tê kirin a zilamê ku xebata nêçîrvanî û kuştinê veguherandîye şêwazê jiyana xwe çiye? Divê em hebûna zilamên ku beşdarî qlana jin dayîkê bûn ji bîr nekîn. Her çiqas hinek derdor bi şîroveyên bi zorê ve, pêşketina vê avaniya qastîk bi nebesîyên ku di civaka jin dayîk de hatin jiyan kirin, zext dîtina zilam û vederkirina wî ve girêbidin jî, divê bê gotin ku ev ne pêkan in. Ji ber ku di hundirê civakbûyîna jin dayîk de parçebûyînek tineye. Di jiyana gelek qlan û qabîleyên maqul ên dayîkê yên ku hetanî roja me hatine de, rewşên wekî reqabet, hesûdî, aîdê xwe dîtin di zilamên ku nav wan rêxistinan cih girtine da hatine jiyan kirin. Demek êrîşa li ser çanda jin dayîkê ji navendek cuda ya derve hatiye. Îhtîmale ku lêgerîna tatmîn kirina ajoyên cinsî û xureka ku li derdora jinê kombû û aîdê xwe dîtina ku bi pîşesaziya nêçîrê ve kûr bûyî, desteser kirin û milkê xwe dîtin hiştibe ku êrîş pêşbikevin. Helbet ev şîroveyek e. Yê ku bixwaze dikare hê zêde lêkolîn bike, nîqaş bike, dikare bigihije encamên nû û cuda. Lê di encamê de rêya parçe bûyîna ku di xwezaya civakî de pêkbê vebûye.

Divê bê destnîşan kirin ku pergala qastîk ji destpêkê ve pergalek zayendperest e. Mohra ku jin dayîk li xwezaya civakê xistî ew qas bihêz e ku serwerê her tiştî û xwediyê her tiştî ye. Asta pîroz a ku ji jin dayîkê re hatî bar kirin, jin aniye pozîsyonek otorîter xwezayî ya ku qanûn datîne, destnîşan dike û pîvan dide. Ji bo ku ev pergal birûxe pergala qatilê qastîk, ji destpêkê ve beden û zayendiya jinê hedef girtiye. Di kolandinên ku Gobeklîtepe û derdora wê hatin kirin de, bi awayek zêde şop hene ku organê cinsî yê zilam pîroz tê dîtin. Li dijî bedena jin û pîroziya zayînê rewşek ku organê zilam pîroz tê dîtin û li ser vê bingehê jî ava kirina qastê tê serarast kirin.  Qasî em dizanîn di qlan û piştre jî jiyana qabîleyan de rêgez û tabuyên ku jinê ji bo zayendiyê danîn hene. Dikare bê hizirandin ku belkî pergala qastîk bertek nîşanî wan tabu û rêgezan dabe. Di encamê de bingehê pergala qastîk ê ku piştre vedigere diyardeya dewlet û desthilatdariyê bi vî şiklî hatiye avêtin, gelek beriya çînan pergala qastîk li ser bingehê kole kirina qlanên jinê; wekî xançerekê ketiye jiyana civakê. Divê neyê hizirandin ku ev pêvajo li her deverê, di heman astê de û bi heman tundiyê ve hatiye jiyan kirin. Ev pergala qastîk a ku di vê pêvajoyê de li Gobeklîtepe û derdora wê derketî holê nîşan dide ku wekî di herêmek diyar de û di pêvajoyek dirêj de hebûna xwe domandiye. Ev mekan piştre hatine girtin. Her çiqas lêkolînvan ji bo fahm kirina vê hewldabin jî ne pêkane ku winda bibin. Em dizanîn ku avaniya qastîk jî di nava demê de veguheriye û hebûna xwe domandiye. Li dijî pêşketina qastîk a ku pêwîste em di pêşketina civakê de wekî rê derketinekê bihzirîn, çanda jin dayîk derbasî berxwedanê bûye. Lê encamên neyînî yên ku di pêşketina xwezaya civakî de  sazîbûyîna qastîk afirandîn, hetanî roja me xwe zêde kiriye û hatiye.

Rêber Apo destnîşan dike ku ketina şoreşa çand û gund a ku wek jiyana xwecihî ya şoreşa Neolîtîk tê îfade kirin, piştî çalakiyên qatilê qastîk pêşketiye. Çawa ku pêvajoya şaristaniyê ji bo mirovahiyê wek pêşketinekê neyê dîtin, ji ber êrîş û zextên pergala qastîk derbas kirina jiyana xwecihî, jiyana bi xak û çandiniyê ve girêdayî jî wek pêngavek erênî nayê dîtin.

Pergala qatilê qastîk, li dijî xwezaya civakî ya ku bi çanda jin dayîk ve pêşketin nîşandayî şoreşek dijber e. Dikare bê gotin ku li dijî vê êrîşên vê şoreşa dijber a pêvajoya Neolîtîkê, berxwedana komînê ya ku bi  baweriya xwedawend ve hatî nîşandayîn serdemek biheybet e. Pergala qastîk a ku qatilên nêçîrvan ava kirîn, seranserî pêvajoya neolîtîkê êrîşên xwe domandine. Vê rewşê rê ji ava kirina qabîleyan vekiriye.

Qabîleyên maqûl ên dayîkê, baweriya Xwedawend û çanda jin dayîkê hetanî 4 hezaran Beriya Zayînê serdema xwe ya biheybet domandiye. Em ji tabletên ku gihiştin hetanî roja me dizanîn ku ji bo pergala zilamê qastîk paşda bixîne baweriya Xwedawend tekoşînek zêde daye, desthilatdariya zllamê serdest bi pergala xwe ya baweriyê ve biriye. Em ji merasîmên zewaca pîroz ya ku koka wê xwe dispêre demên berê dizanîn ku xwedewand bi şandina hevjînê xwe ya bin erd ve ev sembolîze kiriye. Dîsa Xwedewand di perestgehên xwe de cih daye zilaman, ji ber vê jî em çavdêrî dikin ku endamên dilxwaz dixwazin dest ji ajoyên xwe yên cinsî berdin. Temamiya wan çalakiyan şopên tekoşîna zîhnî û baweriyê ya li ser zilamê hegemon ê ku di nava êrîşekê de ye dihewîne. Wek encam ev pêvajo qirkirna li ser jinê jî di nav de şopên her cure tundiyê dihewîne, çanda jin li ser bingehê pêwendiyên milk ên ku pergala qastîk avakirî hatiye pişaftin, jin bi milk kirinê ve di malan de hatiye heps kirin, tê destnîşan kirin ku saziya zewacê li ser vê bingehê hatiye ava kirin.

Wek encam; Marksîzma ku mohra xwe li tekoşînên civakî yên dema modernîteya kapîtalîst xistî jî, tevgera dîrokê bi şerên ‘çînanê’ ve girêdabû. Materyalîzma dîrokî spartibû nakokiya karker-karsaz û hewldabû ji pirsigrêkên wekhevî û azadiyê bersiv bibîne. Lê girîftbûna pêşketinê ya civaka dîrokî, pir beriya ava kirina çînan pêşketiye, li dijî çanda jin dayîk êrîşên sîstematîk ên qluba nêçîrvan û derizandina di xwezaya civakî de pêşketiye. Encam negirtina tekoşlna xwe dispêre çînan jî bi paşçav kirina vê nakokiya bingehîn ve glrêdayî ye. Helbet tekoşîna çînî jî pêwîste û hebûna çînan jî rastiyek e. Lê belê tişta ku ev çînatî derxistî naverastê înkar û tasfiye kirina çanda jin dayîke, lewra hetanî ku mirov xwe nespêre jiyana komînal a ku çanda jin dayîk temsîlîyeta wê dike, ne pêkane ku çîn bê derbas kirin. Her çiqas şerên çînan serkeftibin jî, wê nekarin xwe têkçûyînê rizgar bikin. Ji ber ku jiyanek azad, wekhev, hevpar û xwe dispêre jinê hedef nakin, berevajî bi teoriya çîna dijber ve pergalek desthilatdarî dest guhertî pêşniyar dikin. Desthilatdarî di destê piranî de be jî, hindikahiyan be jî ev pirsgirêkek çawaniyê ye. Birastî ezmûnên ku hetanî niha pratîze bûyîn, vê hîpoteza me piştrast dike.

Ji ber vê jî divê em hemû bala xwe bidîn li ser pênase kirina rast û rasteqîn a nasnameya jinê. Ev jî encax bi fahm kirina dîroka jinê ve pêkan dibe. Hetanî ku di pêşketina civaka dîrokî de rola jinê rast neyê pênase kirin, divê em bizanîn ku azadî û sosyalîzm pêknayê.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00