DI GERMAHIYA TÎRMEHÊ DE AZADÎ

Cemal Şerîk

ekleyen Komînal

“Ya girîng, qezenckirina mafê jiyana birûmet bû. Nimûneyeke vê jî di Berxwedana Zindana Amedê de hatibû nîşandan. Çalakiya Newrozê ya Mazlum Doğan; agirberdana ber bedenên xwe ya Ferhat Kurtay, Necmi Öner, Eşref Anyık û Mahmut Zengin; di rojiya mirinê de gihîştina şahadetê ya Kemal Pir, M. Hayri Durmuş, Akif Yılmaz û Ali Çiçek, bi temamî şerên rûmetê bûn. Her yek ji wan hemnirxê şerê gel bûn. Dirûşmeya”Wê şerê rûmetê qezenç bike” ya ku wan bi hev re diqîriyan, vê rastiyê îfade dike.” (Rêber APO)

Em dikevîn salvegerek nû ya Berxwedana Rojiya Mirina Mezin a 14’ê Tîrmeha ya 1982’an. Ji sala 1982’an û hetanî niha 44 sal derbas bûn. Em Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçekê ku xwe ji bo doza xwe feda kirin birêzdariyek mezin û bihurmet bibîrtînin. Me soza ku em ê bi biranînên wan ve girêdayî bimînîn û armancên wan pêkbînîn daye. Di salvegera 44’emîn de jî bi heman biryardariyê ve soza xwe nû dikîn.

Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an, ji aliyê hevrê M. Xeyrî Durmuşê ku ji bo doza PKK’ê ya Riha mafê axaftinê wergirt ve hat dsetpêkirin. Kemal Pir ê ku piştî M. Xeyri Durmuş mafê axaftinê wergirtî, diyar kir ku ew jî tevlî daxuyanî û çalakiya M. Xeyri Durmuş dibe û cihê xwe di Berxwedana Rojiya Mirinê de girt. Piştî wan, hevalên din jî eşkere kirin ku ew tevlî berxwedanê bune.

Piştî gotinên M. Xeyrî Durmuş ku tijî coş û bi kelecanek mezin ve bûn, girtiyên di dadgehê de bûn, yekser ji aliyê leşkeran ve birin zindana Amedê. Lê belê vê carê ne birin Qawişa 35’an ku berê lê diman û ji hucreyan pêk dihat, di Qawişa 16’an de bicih kirin. Çi bû nayê zanîn hema yekser hemû ji wir derxistin û dîsa birin Qawişa 35’an a ku berê lê diman û xistin hucreyên qata çaremîn. M. Xeyri Durmuş, piştî  bendewariyek kurt şûnve, di beşa tuwaletê ya hucreya ku lê dima de, devê xwe nêzî musluxa ku bi destê xwe vekiribû kir û bi dengekî bi heyecan got: “Me bi ser xist”, “Me bi ser xist”, “Me bi şeş kesan bi ser xist” û agahiya ku wan Berxwedana Rojiya Mirinê daye destpêkirin da hevalên xwe yên di qat û hucreyên din de dihatin girtin. Rojek şûnve jî  her 6 girtiyên ku dest bi rojiya mirinê kiribûn, ji qata çaremîn a Qawişa 35’an hatin girtin û dîsa birin Koşka 36’an a ku ji hucreyan pêk dihat.

Bi vê Berxwedana Rojiya Mezin a Mirinê re, di germahiya meha Tîrmehê de, li zindana Amedê serdemek nû dest pê dikir ku di gotina Kemal Pîr a “Berxwedan tu çi qas bedew î” de pêvajoyek nû ya ku wate qezenç dikir destpê dikir.

Germahiya Tîrmehê

Her roja diçû hejmara kesên ku beşdarî berxwedana  bi şeş kesan ve hatibû destpêkirin zêde dibû.  Ji wê gavê şûn ve êdî di zindana Amedê de tu tişt wekî rojek beriya 14’ê Tîrmehê  nedibû. Êdî dîrokek wiha ya beriya 14’ê Tîrmehê û piştî wê hatibû destpêkirin. Ev tenê ne ji bo girtiyên ku  di zîndana Amedê de dihatin girtin, berevajî bi girtiyên şoreşger re ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê jî wateyeke wiha îfade dikir.

Ev roj ji roja yekem şûnve bixwîn, xwîdan û bi şêweyê ku bi neynûkan ve bêkolnadin, hat qezenç kirin.  Li Kurdistan û Tirkiyeyê bandora tsunamiyekê çêkir. Ji kûr ve cuntaya faşîst leşkerî ya 12’ê Îlonê ku di baregehên NATO’yê de hatibû plankirin û rasterast anîbûn ser desthilatdariyê, hejand. Mirov dikare bêje ku cuntaya faşîst a leşkerî, derb û têkçûna herî giran bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê re xwar.

Yên ku ev têkçûn bi generalên faşîst ên darbeker dan tahmkirin jî, komek hevalan bûn ku wê piştre hejmara wan ji tiliyên her du destan derbas neke. Ji bo wan, rojên germ ên Tîrmehê; berevajî kesên ku ji germahiyê bêzar dibin û ji xwe re  sîbereke hênik digerin; bibûn rojên wiha ku tê de êş dibû wekî hingiv, tariya şevê vediguherî rojê ku ronahî dida, û berxwedana wan bi heybetir dikir. Û ev roj, ji wê gava ku M. Xeyri Durmuş di salona dadgehê de fîtîla Berxwedana Rojiya Mirinê pêxistibû û şûn ve, bi awayekî ku tu carî neyê jêbirin di dîrokê de hatin qeydkirin û dest bi cîbîcîkirina hikmê xwe kirin.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê, darbekarên 12’ê Îlonê neçar hiştibûn ku di zindana Diyarbekirê de li hemberî girtiyên PKK’yî bi nêzîkatiyeke ji ya heta wê rojê cudatir derkevin. Vê carê, neçar mabûn ku berevajiya wê rewş û helwesta xwe ya herdemî ya pozbilind, ji jorve mêze dike û ferman dide; berevajî dîmenek cuda didan.  Tişta ku ne li bendê û di kêliya ku zen dikirin her tişt wê îstîqameta xwestekên wan de biçe, lê dema ku bi berxwedanek wiha ve rû bi rû man jî wekî ku ew şoq kiribû.

Li gorî generalên cuntayê; her tişt di rê de diçû. Hêzên berxwedana şoreşger ku wekî xetereya herî cidî ji bo xwe didîtin, hatibûn tepisandin. Gelek şoreşgerên ku wekî pêşeng didîtin, gava ku di dezgehên îşkenceyê de dihatin qetilkirin; piraniya wan jî xistibûn zindanan û di dadgehên leşkerî yên hatibûn avakirin de bi darve kirinê re, dozên ku cezayên giran dixwestin hatibûn vekirin.  Di serdegirtinên biçek û êrîşên ku navê operasyonê lê kiribûn de û di dafik û kemînên ku hatibûn danîn de bi dehan şoreşger hatibûn qetilkirin.

Di pêvajoyeke wisa de ku zindan veguherîbûn navendeke îşkenceyê, girtiyên şoreşger ber bi sêdarê ve dihatin birin. Sendîka, komele, rêxistinên civaka sivîl, kovar û rojname hatibûn girtin, qedexekirin û dest danîbûn ser milk û hebûnên wan ên madî. Beşên gel ên berfireh ên ku  xistibûn nava vê atmosfera zext û tirsa ku hatibû avakirin jî xwe qefaltibûn hundirê xwe û ketibûn nava bêdengiyekê. Dîsa generalên cuntayê, çi ji bo helwestek demagojîk û çi jî ji bo pêşîgirtina tiştên ku dikaribûn li dijî wan biqewimin û ji bo hêzên mixalîf ên di nav sîstemê de jî bêliv û bêreaksiyon bihêlin; li dijî wan, avêtina zîndanê jî di nav de  serî li gelek rê û rêbazan dan. Bi vê şêwazê ve, darbeya faşîst a leşkerî û mêtingeh a 12’ê Îlonê derveyî xwe siyasetkirin ji her kesî/ê re qedexe kiribû, xwe kiribû yekane hêza ku diaxive û dike û di serî de Emerîka û dewletên Ewropayê, pişgiriya hemû dûvik û nokerên sîstema kapîtalîst-emperyalîst girtibû.

Generalên cuntakar ên ku darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî pêk anîbûn, tevî van encamên ku bi dest xistibûn jî, ji her alî ve negihîştibûn armanca xwe ya diyarkirî. Her çend derbên giran li tevger, rêxistin û partiyên şoreşger, demokratîk û sosyalîst û her wiha li PKK’ê xistibûn jî, nekarîbûn PKK’ê ji her alî ve bêbandor bikin. Sedema vê yekê jî, analîzên siyasî yên ku Rêber Apo piştî komkujiya Mereşê ya di 19-25’ê Kanûna 1978’an de pêkhatî, kirî û tedbîrên ku li ser encamên operasyona dijmin  di meha Nîsana 1979’an de li Elezîzê kirî bûn.

Rêber Apo, li gorî nirxandinên ku kiribûn û encamên ku gihîştibûyê, di rojên yekem ên meha Tîrmeha sala 1979’an de derbasî Rojavaya Kurdistanê bûbû. Di rojên piştre de, bi hêzên şoreşger û demokratîk ên Filistînê re peywendî (têkildarî) danîbû. Li ser bingeha van têkiliyan, derfetên perwerde kirina gerîla ya li qada Libnanê afirand. Hê darbeya 12’ê Îlonê nehatibû kirin jî, komên yekem ên ku xwe vekişandibûn qada Libnanê perwerdeyên xwe qedandin û hatibûn wê astê ku vegerin welat. Tiştê ku hişt PKK li hemberî 12’ê Îlonê hebûna xwe biparêze û çalakiyên xwe bimeşîne jî, ew dîtiniya pêşwext (pêşbînî) û tedbîrên ku Rêber Apo pêşxistibûn.

Tevî van tedbîrên ku Rêber Apo girtibûn jî, PKK’ê beriya ku darbeya  faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê pêk bê, derbên giran xwaribûn. Ev derb,  dema Kenan Evren bi helîkopterê ji Rihayê  vedigeriya û hîna li ser Hîlwanê eşkere kiribû ku wan wek qonaxa pêşî êrîş dane destpêkirin û di wan êrîşan de hatibû xwarin. Di van êrîşan de, di serî de endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê Mazlum Dogan û M. Xeyri Durmuş, gelek kadroyên ku erk û berpirsiyariyên wan ên girîng hebûn dîl ketin û ew şandibûn zîndanan.  Dîsa zîndan bi hezaran Kurd ku di nava wan de  kadro û welatparêz jî hebûn hatibûn tijî kirin.  Kemal Pîr ê ku çend caran xwe ji destê dijmin rizgar kirî, wek dawî piştî ku ji zîndana Rihayê derket şûnve çûbû Lîbnanê û di nava komên ku destpêkê ji wê derê vegeriya dabû jî  di pêvajoyeke wisa de dîl ketibû.

Dîsa dîlketina ji nû ve ya Kemal Pîr, wateyek cuda ku ji tiştên hetanî wê demê hatin jiyan kirin cudatir bû.  Bêguman esareta her hevalekî ku dîl ketî destê dijmin; ji aliyê moral, manewiyat û hevaltiyê ve, bandorek mezin li ser hevalên wî çêdikir. Di vê wateyê de ne gengaz bû ku tu hema cudahiyekê jî di navbera wan de çêbikî.  Lê belê dîsa dîlketina Kemal Pîr, li gel van bandoran, bû sedema encamên pir cuda jî.

Di nav kesên ku li gel Kemal Pîr vegeriyabû Bakurê Kurdistanê de Mahsum Korkmaz jî hebû. Erk û berpirsiyariyên wan pir giran bûn. Ji ber vê jî hema çawa vegeriyan, ji bo ku erkên girtin serxwe bicih binîn ketibûn nava liv û lebatê.  Kemal Pîr di encama tesadûfekê de dîsa dîl ket. Dema dîl ket, M. Can Yuce jî li cem wî bû. Mahsum Korkmaz nehat girtin, xwe parast û xwe gihand hevalan. Kemal Pîr tevî ku li ber xwe jî da, nasnameya wî hat deşifre kirin. Bi vê re tenê jî sînordar nema. Li ser M. Can Yuce belgeyên ku pêwîste pê re nebin jî hebûn û ketin destê dijmin. Bi vî awayî dijmin bû xwedî agahiyên ku ji belgeyan wergirtî û sedema hatina Kemal Pîr, erka ku girtî serxwe û berpirsiyariya wî fêr bû.

Bi dîlketina Kemal Pîr û desteser kirina wan belgeyan re, dijmin ket nava liv û tevgerê. Dijmin plansaziya ku ji berê ve kiribû piştî dîlketina  34 rojan a Kemal Pîr a 2’ê Tebaxa 1980’an di roja 12’ê Îlona 1980’an de xist dewrê. Birastî darbeya ku lidar xistîn anîn rojek 12’yî wekî ku dilketina Kemal Pîr ji bo wan tê çi wateyê îtîraf bikin.

Bahoza Îlonê

PKK’ê, ji aliyekî ve 12’ê Îlonê tam bi vî rengî pêşvazî kiribû. Piştî darbeya faşîst a 12’ê Îlonê jî operasyonên taybet berdewam kirin. Di şer û pevçûnên ku qewimîn de hevalên şehîd ketin hebûn. Bi dehan kadro, bi sedan sempatîzan û alîgir bi van operasyonan ve hatin binçavkirin û bi îşkenceyan re hatin derbaskirin û ew xistin zindanan. Di nav wan de kesên ku bi îşkenceyê hatin qetîlkirin jî hebûn. Li Kurdistanê zexta leşkerî û mêtîngerî veguherî hovîtiyeke tam û timî kirin.  Îşkence, qetlîam, koçberkirin û girtina zindanan qat bi qat zêde bûn û gihîştin lûtkeyê. Zindana Diyarbekirê jî anîbûn rewşa laboratuvarek ku berê  sîmûlasyona wê hovîtiyê li Kurdistanê hatibû bilind kirin. Lewra wê ji encamên ku li wir hatin bi dest xistin, li ser civaka Kurdistanê êrîşên şerê taybet û qirêj xistiban dewreyê.

Berxwedana ku di zindana Diyarbekirê de destpê kirî jî, li ser zemîn û rastiyek wisa bilind bibû. PKK’ê, timî bi vê zanebûnê ve pêşengtî ji berxwedanên zîndana Diyarbekirê dikir. Bi vê re neket nava nakokiyan.  Rêgeza bingehîn a ku mohra xwe li Berxwedana Rojiya Mirina Mezin a 14’ê Tîrmehê xistî, ev rastî bû ku eger bi nasnameya xwe ya netewî û siyasî ve parastin wek hinceta bingehîn nîşandabe, ev nîşaneya vê yeke ye. Ji ber vê sedemê jî, Berxwedana Rojiya Mirina Mezin a 14’ê Tîrmehê, bi armanca ku çareserî ji pirsgirêkên zîndanê re bibîne ve destpêk nekiribû, temamî li ser daxwazên netewî û demokratîk hatibû destpêkirin. Ev aliyê wê, taybetmendiya wê ya herî bingehîn bû.

Kesên ku Berxwedana Rojiya Mirina Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an plan kirin û xistin pratîkê, kadroyên pêşeng û damezrînerên PKK’ê bûn. Di eslê xwe de, yên ku piştî agirê Newrozê ya ku Mazlum Dogan bi sê niftikan ve pêxistî û Çaran bedenên xwe di şeva 17’ê Gulanê bi 18’ê Gulanê ve tê girêdan dan ber agir, digotin  “pêwîste me ev berxwedan daba destpêkirin” jî dîsa ew bûn.

Berxwedana Rojiyê ya Mirina Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an wek berxwedanek ku di zîndanê de hatî îlan kirin û domandin ve ji gelê me, gelan û mirovahiya cîhanê re bû mal.

Di  zindana Diyarbekirê de hîna rojên despêkê yên bexwedanê bûn, lê tirs û xofek bi dijmn ketibû û ne dizanî wê çi bike. Destpêkê  wê girtiyên dest bi berxwedana rojiya mirinê kiribûn bibin ku derê  û bixînin kîjan mezelê ne dizanîn. Gava ku her roj hejmara kesên tevlî berxwedana rojiya mirinê ya li Qawişa 35 û 36’an zêde dibûn û girtiyên li qawişên  din jî pê dihesiyan û beşdarî berxwedanê dibûn; vêya hişt ku tirsa dijmin hê zêde mezintir bibe. Di baregehên dijmin ên mîna fermandariya Kolorduya 7’an û li Serfermandariya giştî de ev tirs veguherî panîkek tam. Ji ber ku her tişt di kêliyekê de serobonî bibûn.  Generalên cuntakar ên ku ji xwe re digotin Konseya Ewlekariya Neteweyî , ketibûn rewşeke wisa ku nezanibin wê çi bibêjin.

Lê tirsa esas jî di Konseya Ewlekariya Neteweyî de dihate jiyan kirin. Ew ketibûn rewşeke wisa ku nezanibin wê ji baregeha NATO’yê ya ku li pişt wan sekiniye re çi bibêjin. Tişta ku wan dikir tenê ew bû ku bi fikar difikirin ku wê çawa wî agirê dîtine bitefînin û rê li ber girtina dûmanê bigirin.

Dema ku generalên cuntakar dest datînan ser desthilatdariyê, li pêşberî xwe berxwedanek ne  ditîbûn.  Ne ji aliyê mixalefetê ve û ne jî di nava gel de rastî bertekek cidî nehatibû. Hebûna şoreşger, demokrat û sosyalîstên ku nekarîn bigirin jî wek astengî ne didîtin. Ji ber ku ew wek “bermahiyê şûr”  didîtin. Êdî hedefên xwe li gorî vê destnîşan kiribûn. Êdî li gorî wan tişta ku pêwîste bê kirin ew e ku teslîm giritna girtiyên şoreşger bû. Eger bigihijin vê hedefê, wê demê wê ji nû ve  şikl bidin civakê û dihizirîn ku wê bi vî awayî bigihijin armanca xwe. Xwe jî li gorî vê plan kiribûn. Lê wek pirsgirêka bingehîn ji bo serxistina plansaziyek wiha jî bawerî pê dianîn ku pêwîste ev qirkirina Kurd bê temam kirin.

Ev rastî bû ku bingehê polîtîkayên generalên cuntakar li dijî girtiyên PKK’ê xistibûn dewreyê ava dikirin. Eger PKK di zîndanan de teslîm girtiban, wê demê wê qirkirina Kurd a ku dihizirîn di niviyê de maye temam biba. Zîndana Diyarbekîrê piştî 12’ê Îlonê xistin bin kontrola rasterast a Daîreya Şerê Taybet û ji aliyê Kolorduya 7’emîn û fermandarê rewşa awarte Kemal Yamak û kesên wekî Esad Oktay Yildiranê ku di bin fermana wî de, vegerandibûn wekî îşkencxaneyekê. Panîka esas a ku Konseya Ewlehiya Netewî jiyan dikir jî ew rastî bû.

Di zîndanê de qadek xweser

Berxwedana 14’ê Tîrmehê, di kêliyek wisa de ku ew dihizirîn  wê bigihijin hedefa xwe ya 60 salî helbet  -li gorî dîroka wê demê- lê daxwaza wan di qirika wan de hişt.

Li dijî vê tirs û xofa ku di eniya dijmin de dihat jiyan kirin,  Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji zîndana Diyarbekirê destpê dikir û mizgîniya vê yekê dida giştî Kurdistanê ku pêngavên di îstîqameta azadî û jiyanek nû de tên avêtin, wê dixîne pêvajoyek nû. Jiyana ku bi 14’ê Tîrmeha 1982’an ve di zîndana Diyarbekîrê qawişên 35 û 36’emîn de hat ava kirin, behsa vêya dikir.

Heta wê demê îşkencekarên ku her yekî ji wan xwe wekî “qralê biçûk” dihesiband, dengê xwe qut kiribûn.  Dema ku devê xwe vedikirin jî bersiva xwe digirtin û paşpaş kî diçûn. Li ser gotina îşkencekar Eli Osman Aydınê ku digot “Wê Qawişa 36’an ji Apociyan re bibe goristan” , li ser vê Akif Yılmazê jî bersiva Wê li vir diyar bibe ka wê pêşeroj ji kê re bibe goristan dida.

Kemal Pîr jî digot “Ev du sal in mifte li devê min hatiye xistin, beriya ku em bimirin em bi hevalan re biaxivin, stranan bêjin, mîna ku em diçin dawetê” û dîsa bi dengekî hêrs bersiva wî îşkencekar dida û jê re digot  “Gardiyan êdî tu nikarî çêran ji me re bikî, em azad in.; Kemal Pîr, li ser gotina bijîşkê ku ji bo kontrolê hatibû û ji Kemal re digot “were vê rojiya mirinê berde, ez ê ji te re kebab û pîrzolayê siparîş bikim”, bersivek hêrs dida û digot “Tu min mîna zarokan dihesibînî? Em tevlî çalakiyeke wisa bûne ku wê qedera welatekî diyar bike, tu behsa kebabê dikî.”  Di zindana Diyarbekirê de; dest bi stranan dihat kirin, bîranîn dihatin vegotin, helbest dihatin xwendin û bi dildarî ken destpêkiribû.  Strana ku Kemal Pîr digot “Eşqiya nikare li ser dinyayê hikmraniya xwe çêbike û strana M. Xeyrî Durmuş digot a Negirî yarê negirî, laçika şîn girê nede” bi şiklê ku carek din neyê xêz kirin ji guhan ber bi mejiyan ve diherikî û hafizeyan de dihat bicih kirin. 

Êdî girtiyan di nav şert û mercên dilgirtinê yên zindana Diyarbekirê de qadên xwe yên azad ava kiribûn. Tevî ku di qirika wan de nediçû jî, lê îşkencekaran ev biawayek defacto qebûl kiribûn. Yên ku hetanî wê demê pênûs û kaxiz jî nedidan û yên ku nivîsandina name, daxwaznameyên ku ji bo parastinan pêşkêşî dadgehan tên kirin jî qedexe dikirin; dest bi dayîna kaxiz û pênûsan kiribûn. Û digotin eger name parêzname bên nivîsandin ew ê bigihînin navnîşanên wan. Dîsa ji bo kontrola hevalan dest bi anîna doktoran kiribûn. Derveyî van kesên ku serdanên malbatan qedexe dikirin û dema ku serdan dihatin kirin jî vediguherandin seansên îşkenceyê, hatibûn asteke wisa ku serdanên malbatan teşwîq bikin. Ji Kolorduya 7’an kes hatin şandin da ku bi girtiyan re hevdîtin çêbikin.  Ji bo pêşîgirtina li bandora muhtemel a berxwedana ku li zindana Diyarbekirê çêbû li ser zindanên din û li ser gel çênebe, şerê derûnî yê bi propagandaya  reş ve  girêdayî mezin kirin.  Ji bo ku dema di rojname, radyo û Tv’yan de bidin bawer kirin, cih didan nûçe, hevpeyvîn û bernameyên ku dîmen û wêneyên sexte didin.   Ji bo daxuyaniyan jî kesên bi taybet hatin perwerde kirin erkdar kirin. Dema ku ev dikirin jî tenê tirsek wan hebû ew jî veguherîna zîndana Amedê ya wek qawişên 35 û 36’an bûn. Li gorî wan eger ev çêbiba wê xeyalên wan ên 60 salan bi erdê re biban yek.

Di rojên pêş ên Rojiya Mirina Mezin a 14’ê Tîrmehê de ku di germahiya tîrmehê de her rojek wê bi dilsozî, fedakarî, biryardarî û coşeke mezin ve derbas dibûn; dijmin neçar ma ku di rêbaza ku hetanî wê demê bikar anî da biçe guhertinê, lewra yên hatibin wê rewşê ku nekare wan di zîndanê de bide ragirtin dişand nexweşxaneyê. Di hevdîtinên ku bi girtiyan re dikir de hatibû rewşa ku gelek mijarên berê  qebûl ne dikir qebûl bike û hemû şertên ku ji Berxwedana Rojiya Mirina Mezin re bingeh çêdikir erê kir. Lê belê, dijmin berê jî pêdiviyên sozên ku dabûn bi cih neanîbûn. Ji ber vê yekê sozên ku dida ne cihê baweriyê bûn û tu ewlehiya wan tunebû. Girtiyên PKK’yî, ji vê karaktera dijmin encam derxistibûn û tedbîrên xwe girtibûn. Li gorî wê jî, di veguherîna encamên hatine bidestxistin de ji bo peymanekê  israr kiribûn û bi ser ketibûn. Di encamê de yê ku bi ser ketibû Berxwedana Rojiya Mirina Mezin a 14’ê Tîrmehê bû. Lê serkeftineke bi vî rengî, di encama şehadetên hevalan de, di 7’ê Îlonê de Kemal Pîr, di şeva ku 12’ê Îlonê bi 13’ê Îlonê ve girêdide de M. Xeyri Durmuş, di 15’ê Îlonê de Akif Yılmaz û di 17’ê Îlonê de jî Ali Çiçek; hatibû bidestxistin.

Van şehadetên ku qewimîn careke din nîşandan ku çawa biryardariya çalakiya Newrozê ya Adara 21’an a Mazlum Dogan  tespîta wî ya ji bo Kurdistanê ya “Tenê heke em jiyanê feda bikin em dikarin mirovahiyê, gelê xwe, nasnameya wî û rûmeta xwe ya wekî kes rizgar bikin. Ji bilî vê formeke din a çalakiyê pêkan nîne” careke din dihat piştrastkirin.

Ne baweriya bi soza dijmin, di rojên piştî Berxwedana Rojiya Mirina Mezin a 14’ê Tîrmehê de careke din xwe dida der. Lê girtiyên PKK’yî; bi helwestên xwe yên ku xwedî li berxwedanê derdiketin, xwedî li têkoşîn û bîranînên şehîdên xwe derdiketin û gav paşde nediavêtin, lîstika dijmin xera dikirin. Bi vê yekê jî neman, pêşiya  berxwedanên li qawişên din jî vekirin. Bi vî rengî hiştin ku tiştê dijmin jê ditirsiya were serê wan.

Berxwedana li zindana Amedê; careke din nîşan da ku eger têkoşînek xwe bi armancê re kîldî neke û di oxira wê de fedekariyên mezin neyên kirin ne pêkan e ku serbikeve. Bi berxwedanên ku li dijî faşîzma 12’ê Îlonê didomiyan gav da avêtin, qonax da tomarkirin. Bi vê yekê jî ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê veguherî banga bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê. Di têkoşîna ku li dijî faşîzma 12’ê Îlonê de bû mîladek û kevirê kîlometreyê. Bi vî rengî “Meha Tîrmehê şahidî ji  azweriyên gelê me yên ku di wan berxwedanên zêrîn ên Xeyrî, Kemal, Akîf û Elîyan de şênberbûyî, veguherî hesab xwestinekê û seranserî hemû Kurdistanê pêşiya pêşketinên ku dijmin bêdeng bike vekir” (Rêber Apo)

PKK’ê, Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê li çiyayên Kurdistanê veguherand gerîla, di 15’ê Tebaxa 1984’an de veguherand pêngava gerîlayê, û bi pêngava gerîlayê jî veguherand vejîneke neteweyî ku di nava berxwedanê de pêk hatibû.

Îro jî Berxwedana 14’ê Tîrmehê, rê nîşanî Têkoşîna Avakirina Civaka Komunal a Demokratîk dide. Kemal PÎR, M. Hayri Durmuş, Akif Yılmaz û Ali Çiçek jî di vê têkoşînê de di refên herî pêş de meşa xwe didomînin û rê nîşan didin.

Jiyaneke bi sozdarî û fedakarî

Kemal Pîr: Di sala 1952’yan de li gundê Guzeloluk ê navçeya Torulê ya Gümüşhaneyê, wekî zarokê malbateke feqîr hatibû dinyayê. Eleqeya wî ya bi ramanên şoreşger û sosyalîst re di salên ku tevgerên ciwanên şoreşger ên li Tirkiyeyê geşedaneke mezin tomar dikirin û bandora rêberên şoreşger ên wekî Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya xwe didan hîs dikir, destpêkiribû. Yanê di dema xwendina dibistana Amedeyî de dest pê kiribû. Di wan salan de bi Heqî Karer re jî naskiribû. Di salên zanîngehê de jî di nav pêşengên têkoşîna şoreşgerî ya ku dihat meşandin de cihê xwe girtibû. Êdî li Enqereyê wekî şoreşgerekî naskirî û zana dihat bibîranîn. Di pêvajoyeke wisa de naskirina wî ya bi Rêber Apo re ku hatibû mala ku ew û Heqî Karer lê diman; di jiyana wî ya şoreşgerî de serdemeke nû dabû destpêkirin. Beşdarî ramanên Rêber Apo bû, bû hevalê Wî û di wê tevgera ku wî dabû destpêkirin de cihê xwe girt.

Kemal Pîr sedemên vê beşdariya xwe ya ku li ser bingeha tercîheke bi hişmendî pêk anîbû, di dadgeha ku lê dihat darizandin de, di bersiva pirsên dadger de wiha anîbû ziman: “Ev Tevger, erka komkirinê bi cih dianî, komker bû. Û di pêşeroja wê de tiştên serkeftinê hebûn, hê jî hene, ez bi vê bawer dikim. Pêşeroja vê tevgerê ronî ye, wê bibe desthilat. Rewşeke wisa hebû. Ji bo wê ez beşdarî vê Tevgerê bûm. Ez bi nîqaşên wisa hêsan nehatim nav vê Tevgerê.”

“Ev Tevger dijminê dewletê bû, ez jî dijminê dewletê bûm, me dixwest dewletê hilweşînin, ji ber ku dewleta çînên burjuwa bû me dixwest hilweşînin. Ji bo wê min ev Tevger lêkolîn kir. Min mêze kir, ev Tevger çi dibêje çi nabêje? Heke tevgereke neteweperest a hêsan bûya, ez qet beşdar nedibûm. Ez li dijî neteweperestiyê me ji ber ku. ez ne neteweperest im, ez li dijî ramanên neteweperest ên ji kîjan miletî dibe bila bibe me.”

Kemal Pîr, di salên xwendekariyê de xwe bi rêxistin kiribû û bi tevgerên şoreşgerî yên xwendekaran re sînordar nekiribû. Hê zêde jî beşdarî grevên karkeran, berxwedan û çalakiyên li hemberî faşîstan dihatin organîze kirin dibû. Piştî ku tevlî Tevgera Apoyî bû, ev taybetmendiya xwe hîn zêdetir pêş xist. Li Tuzluçayira Enqereyê dest bi mayînê kir. Li wir bandor li hemû ciwanên ku di şoreşgeriyê de biryar girtibûn, kir. Xebatek bi sebr ve  pêşengtiya geşedanên Tevgera Apoyî ya li ser zemîneke saxlem a li Tuzluçayirê dikir. Tenê ne  di nav ciwanên Apoyî de di nav kesên ku meyla wan li ser raman û tevgerên cuda yên siyasî de jî, rêz û sempatiya wan qezenc kiribû. Ji bo hevalên xwe yên ku di nava xebateke hevbeş de bûn; ji bo ku bibin şoreşgerên gihîştî û têrker, hem girîngî da perwerdehiyên wan ên ramanî û hem jî ên pratîkî. Û ew perwerde dikir. Di nav tevgerên şoreşger de kesê ku wî nas neke hema hema tunebû. Kesên ku bi şexsî ew nas nedikirin jî bi nav ew nas dikirin û rêz jê re digirtin. Wî,  polîs û hêzên faşîst ên sivîl û dijmin jî, ji nêz ve nas dikir û dişopand. Bi biryara vegera Kurdistanê ya ku Tevgera Apoyî di civîna 1975- 76’an de li Dikmenê da girtibû; pêşiya her kesî/ê çû Kurdistanê. Di serî de Dîlok, li hemû bajarên Kurdistana Başûr-Rojava geriya. Li her devera  ku çû, di nav xebatên rêxistinbûn û propagandayê de cih digirt. Dema ku ev xebat dimeşandin çend caran hat girtin û biser xist ku ji çembera dîlgirtinê rizgar bibe.

Kemal Pîr li her devera ku çû û lê dima, bi mirovên ku pê re ketibû nava têkiliyê û ew nas dikir  pêwendiyên mayînde ava dikir û şopek mayînde dihişt. Kî naskiriba  her dem bi vî rengî di hişê mirovan de cî digirt. Kesên ku ew nas dikirin, dixwestin careke din wî bibînin û pê re biaxivin. Tiştê ku ev yek peyda dikir, baweriya wî ya bi xwe û dilsozî, sadebûna wî ya ku cesaret dida kesên li derdora wî bû. Di hundir û derveyê xwe de çi bû, ew bû. Ji wî pê ve tiştek din nebû, xwezayî bû. Dîmenek cuda ba wî tinebû.  Ne tenê hewcedarî bi vê yekê nedidît, di nav mejiyê xwe de jî tu carî wisa ne difikirî. Li hemberî neheqiyê serê xwe neditewand, hêz dida kesên qels. Dema ku ji zindana Rihayê derdiket jî, kesên di zîndanê de pê re diman dixwestin bi wî re derbikevin û jê re digotin “em dixwazin bi te re bên.” Sedema vê ya sereke jî,  ev rastiya Kemal Pîr bû.

Kemal Pîr ji aliyê Derya Reşbû, ne Kurdistanî bû. Şoreşgerekî sosyalîst bû ku bi Marksîzmê bawer kiribû. Bi şoreşa Tirkiyeyê bawer kiribû. Lê wî dîtibû ku Şoreşa Tirkiyeyê di Şoreşa Kurdistanê re derbas dibe. Di şexsê xwe de welatparêzî û enternasyonalîzm bi awayekî ku wekî goşt û hestî ji hev cuda nebin, anîbû asta yekbûnê. Bi vî awayî hem wekî şoreşgerekî Tirkiyeyî hem jî Kurdistanî; welatparêzî û enternasyonalîzm bi awayê herî rast şîrove kiribû û dabû nas kirin. Ji ber wê bû ku her dem Kurdistan wekî dayikekê, xwe jî wekî zarokekî ku dixwaze layîqî wê be, qebûl kiribû. Kemal Pîr herî dawî bersivek wiha dabû dadger:

Ji bo min naskirin û zanîna dinyayê têrê nedikir. Diviyabû dinyayê biguherînim. Ji bo guhertinê jî diviyabû mirov têbikoşe. Ez, di heman demê de ne tenê mirovekî ku dizane bûm, ji mirovekî ku dizane û lêkolîn dike zêdetir, min bawer kir ku pêdivî ye mirov ji bo guhertina dinyayê tevlî têkoşînê bibe û min xwest tevlî têkoşînê bibim.”Hayri Durmuş: Di sala 1955’an de li gundê Qumik ê Karakoçanê hatibû dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amedyî li Çewlikê dîtibû. Di hawîrdora ku lê mezin bibû de; hem ji bo malbata wî û hem jî ji bo derdora wî û kesên ku ew nas dikirin; bi kesayetiya xwe ya kamil, hêza mejî û kedkariya xwe ve bibû kesekî ku dihate teqdîrkirin û gotina wî dihate guhdarkirin. Her çend di salên xwendina navîn de bi ramanên şoreşger û sosyalîst re dest bi naskirinê kiribû jî, di eslê xwe de zêdetir di salên lîseyê de bi bandora kesayetiya xwe ya lêkolîner û şîrovekar re kûrbûneke mezin jiyabû. Piştî ku di sala 1975’an de tomarkirina xwe li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê kir, ev taybetmendiya xwe hîn kûrtir kir û li ser pirsgirêka neteweyî xebat meşand. Tevlî semînerên Komeleya Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê (ADYÖD) bû û di heman salê de Rêber Apo nas kir û beşdarî Tevgera Apoyî bû.

Xeyri Durmuş bi beşdariya xwe ve di nav Tevgera Apoyî de roleke çalak girt, di pêvajoyeke ku Heq Karer şehîd ketibû de di sala 1977’an de dibistana xwe terikand, li bajarên Kurdistanê yên wekî Çewlik, Amed, Mêrdîn, Riha û navçeyên girêdayî wan, xebatên propagandayê û rêxistinbûnê meşand. Di nava lêgerîna xurtkirinê ya xebatên bîrdozî û teorîk ên Tevgera Apoyî de bû. Di Kongreya Damezrandina PKK’ê de ku ew jî beşdar bibû, di nav hevalên ku ji bo Komîteya Navendî ya Partiyê hatibûn hilbijartin de cihê xwe girtibû. Di zirûfên dilgirtinê de jî rola xwe dileyîst û bi wê re jî sînordar ne dima, bi amade kirina perspektîf, danezan û materyalan ve piştevanî dida xebatên derve. Tu carî esaretê qebûl nekiribû. Di nota ku hiştibû de; Min çi beriya girtina xwe û çi jî piştî girtina xwe erkên xwe yên li hember Partiyê bi wateya tam ve bicih neanî, lewra bila li ser gora min wekî deyn bê nivîsandin.” Bi vê nota xwe ve pîvanên mîlîtaniya Apoyî çi ne destnîşan kiribû.

Akif Yılmaz (Pîro): Di sala 1956’an de li gundê Beşîktaş ê Erdêxanê, wekî zarokê malbateke gundî feqîr hatibû dinyayê. Ji zarokatiya xwe ve dest bi kar kiribû da ku alîkarî bide budçeya malbatê.  Di rojên ku dibistan betal bûn de her tim diçû kar. Paşê dema li dibistana amadeyî dixwend, neçar ma ku dibistanê biterikîne û ji bo kar biçe bajarên mezin. Dema li bajarên mezin dixebitî, şoreşger nas kir û di têkoşînên li dijî faşîstan de bi awayekî çalak cih girt. Piştî ku di sala 1976’an de vegeriya Erdêxanê, xwendina xwe ya dibistanê ji cihê lê mabû domand, piştî ku lîse qedand, xwe li Enstîtuya Perwerdeyê ya Qersê qeyd kir û bi têkiliya Tevgera Apoyî re, beşdariya xwe ya di têkoşîna şoreşgerî de hîn birêxistinkir, bihişmend û çalak beşdarî xebatan bû. Piştî ku li Qersê deşîfre bû, partiyê ew wek sekreterê Partiyê erkdar kir û şand Amedê.  Di mehên havîna sala 1980’yî de li Amedê dîl ket.

Akif Yılmaz xwe bi her tiştê xwe ve spartibû gel, şoreş û partiyê. Dilsozî, nefsbiçûkî, dirustî û hezkirina wî ya ji bo hevalên xwe hebû. Xwendin, lêkolîn û xebatên ku dimeşand bi dîsîplîn, berpirsiyarî û ciddiyeteke mezin ve rêvedibir û digihand encamê. Di zindanê de jî ev taybetmendiyên xwe parastin. Erk û berpirsiyarî hilda ser xwe. Çawa ku xwe perwerde dikir, hêz dida perwerdeya hevalên xwe jî. Di her alî de xwedî zelaliyekê bû.

Eli ÇÎÇEK: Di sala 1961’an de li gundê Qere Heyder ê navçeya Hilwana Rihayê hatibû dinyayê. Dema ku hîn ciwan bû, ji Tevgera Apoyî bandor bû. Sedema vê yekê têkoşîna ku Tevgera Apoyî li Rihayê û navçeyên wê li dijî faşîstan, axatiya hevkar û sîstema komprador dimeşand bû. Piştî ku bi Tevgera Apoyî re ket têkiliyê, beşdarî xebatên rêxistinî bû. Dema ku li Edeneyê dîl ket û xistin zindanê, Kemal Pîr  nas kir û wekî her kesî, wî jî ji wî hêzeke mezin girt û xwe hîn bêtir kamil kir. Dema ku ji zindanê derket, bibû xwedî hewcedariyeke wisa ku xwe di her alî de tevlî têkoşînê bike. Di sala 1979’an de, di pêvajoyeke ku şer û pevçûn zêde dibûn de, hat Hilwanê. Bi kesayetiya xwe ya mîlîtan li wir jî derket pêş û xwe kir mînak. Pişt re bi wezîfeyekê dîsa şandin Rihayê.

Eli Çîçek, hevalekî ciwan bû. Bi cesaret, çavnetirsî û mêrxasiya xwe ve dihate naskirin. Xwedî kesayetiyeke pak û zelal bû. Çalakvanekî mezin bû. Bi çalakiyên ku tevlî bibû ve; derbên mezin li ajan, rêxistinbûnên faşîst û derdorên wan xistibû û di belavkirina wan de erkên çalak girtibû.

Tevî agahiyên ku li dijî wî di destê dijmin de hebûn jî, di bin îşkenceyên giran de îfade neda û xwediyê helwesteke bi rûmet bû. Bi daxwaza hînbûnê ve tijî bû! Bi berdewamî hewl dida xwe perwerde bike. Dilsozî, wefadarî û hezkirina wî ya ji bo Partiyê û hevalan di asteke sînor-nenas de bû. Bi aliyên xwe yên berxwedêr û wêrek ve, rêz û hezkirina hemû hevalan bi dest xistibû. Di nêzîkê Kemal Pîr de her dem cihekî wî yê taybet hebû. M. Xeyri Durmuş ji bo wî digot: “Eli, stêrka sor a Partiya me ye. Hêjayî her cure eleqeyê ye.” Di zindanê de di nav hemû berxwedanan de cihê xwe girt. Dema ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin destpêkir, wekî ku biçe dawetê bi bez tevlî bû û di vê bazdanê de bi rûmet bi ser ket û mîna qertelên ku ber bi ezmanan ve bilind dibin, firiya û ji wir ve berdewam kir ku bi wê dilgermiyê li hevalên xwe û gelê xwe bikene.

Kemal Pîr di 7’ê Îlona 1982’yan de; M. Xeyri Durmuş di şeva ku 12’ê Îlonê bi 13’ê Îlona 1982’an ve girêdide de; Akif Yılmaz di 15’ê Îlona 1982’yan de; Eli ÇÎÇEK jî di 17’ê Îlona 1982’an de di têkoşîna rizgarî û azadiyê ya gelê me û gelên me de gihîştin nemiriyê.

Şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê wê her dem di bîra me de bin.

Bîranînên wan nemir in!

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00