SERDEMA HEGEMONYA DYA’YÊ, SERDEMA FERMANDARIYA DIRAV E

Cemal Şerîk

ekleyen Komînal

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Dikare were gotin ku di serdema fînansê de fermandar dirav e; tiştên ku ji “Şoreşa Pîşesaziyê û Serdema Endustriyalîzmê” deyn girtî  li gorî şert û mercên xwe eyar kir û domandina rêya xwe li gorî berjewendiyên xwe guncavtir dît.  Lê belê, ji bo ku rewatiya xwe ava bike, xwe ji cuda nîşandanê jî paşda nema. Pirsgirêkên ku di “Şoreşa Pîşesaziyê û Serdema Endustriyalîzmê” de dihatin jiyan kirin û polîtîkayên ku wekî dema xwe derbas kirî didît, xist li ber revîzyonê.

Mirov dikare cihê Emerîkayê ya di hundirê siyaseta cîhanê û hegemonyayê de, di bin du sernavên wekî beriya 1950’yî û piştî 1950’yî de bigire dest. Di serdema yekemîn de stêrka wê her ku çûye geştir bûye û ji bo ku cendirmetiya kapîtalîzmê bigire ser xwe di pozîsyonek amade de ye. Di Şerê Cîhanê ya Yekemîn de bi rola girîng a bi piştgirî dayînê ve dewletên tifaqê şer qezenç kirine. Serkeftinên ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ku ber bi dawiya şer ve rasterast beşdar bibû bidestxistîn, ew di qada navnetewî de anî pozîsyonek hê bandortir. Ev pozîsyona xwe piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî li dijî dewletên kapîtalîst-emperyalîst vegerand serdestiyekê. Mîrateya mêtingeriyê û rola cendirmetiya kapîtalîzmê ya ku ji Îngilistanê dewr girtî, ew kir hêzeke hegemon. Lê belê her çiqas wisa jî be, nekarî  rola parastina tiştên dewrgirtî derbas bike û wan bixîne nava rêk û pêkiyekê.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Îngilîstan û Fransa bûn du aliyên ku têşe didan dinyayê, di nava wan her duyan de herî zêde jî Ingilîstan diyarker bû.  Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî Emerîka bi serê xwe di têşedayîna cîhanê de ne diyarker e. Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst (YKSS) û Îngilistan jî di têşe dayîna cîhanê de roleke giring girtine ser xwe. Di “Serdema Fînansê-Serdema Fermandariya Dirav” de jî ev karbeşî guheriye. Emerîka ligel vê pêvajoyê bêtir derket pêş û bi hilweşîna sosyalîzma pêkhatî re bû hêzeke diyarker. Projeya împaratoriyê û hewldanên ji nû ve birêkûpêkkirina cîhanê ya bi navê “Sîstema Nû ya Cîhanê” jî, bûn nîşaneyên berçav ên vê rêkûpêkiyê. Ji salên 1945-1950’yî û vir ve, têgeha “Pax Americana” (Aştiya Amerîkayê) bû xwedî bandorekê.

Li vir tiştê ku behsa wê tê kirin, ji derveyî wateya rastîn a peyva “aştî” ye; ew “aşitiyeke” wisa ye ku di bin gefa şer de ye û şertê wê yê bingehîn qebûlkirina serdestiya Emerîkayê ye. Di pêvajoya piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî de jî tiştê ku serdest e, ji vêya cudatir nîn e.

Emerîkayê bi vê serdemê re, ji bo ku “aştiya” xwe li cîhanê serdest bike, li gorî stratejiya ku diyar kiriye ket tevgerê û plansaziyên xwe xistin meriyetê. Ji bo kesên ku girtine pêşberî xwe û wekî asteng li pêşiya xwe dîbîne re, ji bilî tercîha ” an hûn ê li gorî min tevbigerin an jî hûn ê li gorî min tevbigerin, rêyek din nehiştiye. Argumanên xwe yên bîrdozî û siyasî, birêkûpêkkirina xwe ya leşkerî û pozîsyona xwe li gorî vê ava kiriye. Bi hilweşîna sosyalîzma pêkhatî re, gotinên wekî  “dawiya cîhanê”, “dawiya bîrdoziyan” ku hêviyên xwe bi van girêdabûn,  di nav wan argûmanan de cihekî giring digirtin. Wisa ku, hêzên modernîteya kapîtalîst ev cûre gotin bi awayekî pir bibandor û berfireh bi kar dianîn û xwestin ku hem atmosfereke derûnî û hem jî ji bo êrîşên ku xistine nav plansaziyê re zemînekê amade bikin. Xwestin ku bandorên psîkolojîk û moralê yên ku hilweşîna sosyalîzma pêkhatî li ser hêzên şoreşger, demokrat, sosyalîst û raya giştî ava kirine bi kar bînin û di nav girseyên berfireh ên gel de bibin sedema şikandina hêviyan. Her wekî din eynî mîna di welatên sosyalîst ên pêkhatî de çêbû, hewl didan valatiya siyasî ya ku di erdnîgariyên bin bandora sosyalîst a pêkhatî de man tijî bikin û ji bo vê jî ketibûn tevgerê û xwe wekî “hêviyê” nîşan didan. Digel vê yekê, xwe ji hewldana ku bêjin “Sîstema Nû ya Cîhanê” “cîhaneke nû” ye, paşve ne hiştin. Wekî ku atmosfer û şikl girtina siyasî ya ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn tê red kirin/ wekî ku tê derbas kirin û ew çavdêrî/ têgihiştinên ku hatin afirandin jî di nava wan de cihê xwe digirin.

Bi vî awayî Emerîka ji bo “cîhana” xwe, împaratoriya xwe  ava bike gihişt zirûfên ku dixwest bidestbixe. Ji ber ku li beramberî xwe rikberek bihêz a wekî YKSS’ê di nava pergala kapîtalîst emperyalîst de nedît ku  bi wî re bikeve pêşbaziyê, rikberiyê, lewra ji bo wî fersendek ku bigihije hedefên xwe afirandiye.  “Serdema Fînansê-Serdema Fermandariya Dirav”  û bêtir jî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî, ji bo Emerkayê derfeteke wiha pêşkêş kir.

Bi van aliyên xwe ve, “Serdema Fînansê-Serdema Fermandariya Dirav” di heman demê de wekî “Serdema Emerîkayê” wate qezenç dike. Emerîka bi ketina serdemek wiha re ku serkêşî jê re dike, ji bo pergala xwe ava bike di tevgerandinê de paşda nemaye. . Li ser bingeha amadekariyên xwe yên heyî; saziyên şerê taybet, amûr, çavkaniyên fînansê û hevkarên xwe xist dewrê û berê xwe da avakirina împaratoriya cîhanê. Îstîqameta îdeolojîk a vê meylê jî Neo-liberalîzma ku bûye rojane kirina lîberalîzmê ava kiriye.

 

Şaşitiyên sosyalîzma pêkhatî rastiya modernîteya kapîtalîst a ‘azadîxwaz’ nîşan nade

Ji bo lîberalîzmê tê gotin ku ew îdeolojiya kapîtalîzmê ye. Helbet li vir divê mirov lîberalîzmê û peyva “liber” a ku koka wê ye û di zimanê Latînî de tê wateya azadiyê, neke yek. Ji ber ku pir caran argûmanên wisa hene ku lîberalîzmê ji cewherê wê yê çînî û aliyê ku wê ji bîrdoziya kapîtalîzmê cuda digirin, tenê li koka peyvê dinêrin û wê wekî “azadîxwazî” dinirxînin; an jî mîna “pozîtîvîstên” Serdema Ronakbiriyê ku hewl didin xwe ji dijberê xwe çêtir nîşan bidin, hene. Bêtir jî hem li hemberî sosyalîzma pêkhatî û hem jî piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî, mirov bûye şahid ku gotinên wisa demagojîk derketine pêş. Bêguman rola polîtîkayên ku sosyalîzma pêkhatî dimeşandin, nêzîkatiyên wî yên hişk, sînordar dike û qedexeker di bikaranîna van gotinên demagojîk de û di avakirina vê têgihîştinê de hebû. Bi taybet jî bi awayek pir bibandor li pêşiya ‘azadiyên kesane’ û ‘mafên medenî’ yên wekî rîtuel, bawerî, geştûguzar, ramana cuda, çapemenî, bazirganiya azad, milkê taybet û her wekî din astengî derxistiye û wek malzemeyek propagandaya dijber bikar aniye. Nêzîkatiyeke rast e ku mirov bêyî sedeman bigere polîtîkayên sosyalîzma pêkhatî yên ku veguherîn propagandaya dijber, rexne bike. Lê ev şaşitiyên sosyalîzma pêkhatî, rastiya hêzên modernîteya kapîtalîst a “azadixwaziyê” nîşan nadin.

Her çiqas di dîroka nêzîk de ji bo têgeha azadiyê ku bigihije formek diyar di sedsala 17’an de hewldanek hatibe dayîn jî hê zêde jî di sedsala 18’an de hatiye bikaranîn û veguherî têgeheke siyasî û utopyayekê. Tevî ku beriya wê jî kesên ku ew bi kar anîn û di vê rêyê de berdêlên mezin dan hebûn jî, di van sedsalan de azadî di asteke pir berfireh û bibandor de veguherî hişmendiyeke civakî û armanceke wisa ku hewldan hat kirin mîrov bigihîjê. Di “Danezana Serxwebûna Emerikayê” ya ku 11’ê Hezîrana 1776’an de hat weşandin  cih dane destnîşan kirina: “Em bawer dikin ku hemû mirov wekhev hatine afirandin; ji aliyê afirînerê wan ve hinek mafên wisa yên nayên standin wekî mafê jiyanê, azadiyê û lêgerîna bextewariyê hatiye dayîn” heye.  Di xala yekemîn a Danezana Mafên Mirov û Welatiyan a Şoreşa Fransa ya 1789’an de cih dane tespîta  “mirov ji aliyê mafan ve azad û wekhev ji dayik dibin û dijîn…” nîşaneyên berçav ên vê yekê ne. Ev tenê bi vê jî sînordar neman, di heman demê de ji bo gelên ku li erdnîgariyên cuda yên cîhanê dijîn bû çavkaniya îlhamê; her wisa kesên ku xwestin van têgehan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin jî çêbûn. Tiştên ku anîn serê têgehên “azadî, wekhevî, biratî” (Liberté, Égalité, Fraternité) yên Deklarasyona Fransayê, di vê mijarê de xwedî cihekî taybet in. Wisa ku, cemiyeteke xwedî karakterê faşîst a mîna Îttîhat Terakkî ya di Împaratoriya Osmanî jî, hewldan kir ku van têgehan (Hürriyet-Müsavat-Uhuvvet) wergerîne zimanê xwe û bi kar bîne. Tevî rêxistin û tevgerên xwedî karakterê faşîst ê wisa, bêtir şêwirmendên hiş yên modernîteya kapîtalîst têgeha azadiyê li gorî xwe adapte kirin û kirin nêrîna cîhanê ya îdeolojîk û siyasî. Lê belê tişta ku ew jê re dibêjin azadî, ji wê ‘utopya’ya ku di hişmendiya civakî de cih girtiye pir cuda ye û tam berevajî wî tiştê ku  ew diparêzin e, di bin navê azadiya bazirganiyê de azadiya mêtinger kirin, talankirin û talankirina gel û welatan e.

 

‘Bihêlin bila bikin, bihêlin bila derbas bibin‘

Wateya lîberalîzmê ya di qada aborî û siyasî de ku di dirûşmeya “Bihêlin bila bikin, bihêlin bila derbas bibin” (laissez-faire, laissez-passer) de îfadeya xwe dîtiye, li gorî vê hatiye diyarkirin. Dîsa di hedefa wî de derbas kirina astengiyên ku ji bazîrganî, madeyên xam, tengaviyên ku ji bazarên navxweyî re tên derxistin ên dewletên ku hîna ji taybetmendiyên monarşîk nekarîn xwe rizgar bikin yan jî dewletên karakter faşîst ên ku taybetmendiyên korporatîf dihewînin heye û eger vêya nekare bike jî kişandina astek herî hindik heye.   Daxwazên mîna ‘azadiya geştê’, ‘azadiya ramanê’, ‘azadiya çapemeniyê’ yên ku paşê li van hatin zêdekirin jî, ji bilî demagojiyê tu wateyê îfade nakin. Di şert û mercên ku li dijî kapîtalîzmê tevgerên gel avabûn, tekoşîna kedkaran bilind dibû,  biawayek pir xurt vebijêrka şoreşê dihat bilêv kirin û şoreş dihatin jiyan kirin de serî li xapandinên wekî ‘dewleta civakî’ didan û di bin van xapandinan de wekî ku qaşo xwe nû kiribin, li gorî zirûfan lihev dianîn û bi vî awayî hewl didan beşên gel ji şoreşê dûr bixînin û wan ji nû ve bikişînin nava pergala modernîteya kapîtalîst. Lê belê di wateya siyasî, fikrî û aborî de hewldanên lîberalîzma ku dixwest xwe ji  pêvajoya tengaviya aborî ya mezin a 1929’an da derbixîne û ji bo vê jî rêyên derketinê digeriya; xwe nû kirinê bidîn aliyekê nekarî xwe bigihîne hedefên xwe û tengaviya ku dihat jiyan kirin hê zêde kûr kiriye.

Bi vê taybetmendiya xwe ve neo-lîberalîzm û modernîteya kapîtalîst bi taybetmendiyên  bingehîn ên “Şoreşa Pîşesaziyê û Serdema Endustriyalîzmê” re nakeve nakokiyê. Berevajiya wê, ew rasterast projeksiyona wî ne.  Lê belê ji ber wateya ku di “Serdema Fînansê-Serdema Fermandariya Dirav” de girtiye û mîsyona ku jê re hatiye birîn, cudahiyên wê hene. Ew dibe wekî argûmana îdeolojîk a bingehîn a “Serdema Fînansê-Serdema Fermandariya Dirav”. Û ev taybetmendiya wî di cîhana piştî salên 1970’yî de dest bi xuyakirinê kir, piştî hilweşîna sosyalîzma pêhatt jî bûye hêza serdest.

Bi hilweşîna sosyalîzma pêkhatî re, Emerîkayê ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn cendirmetiya modernîteya kapîtalîst girtibû ser xwe, bêyî ku tu gumanê bihêle ‘serkeftina’ xwe îlan kiribû. Bi vê îlanê re digot “êdî dema min hat”. Jixwe piştî wê jî di vê îstîqametê de ji avêtina gavan paşda nema. Ev gavên ku Emerîkayê avêtibûn, her çend di nav xwe de li ser armancekê asê mabûn jî, serê tîrên wê ber bi gelek armancan ve hatibû zivirandin. Ji van ya yekemîn; dagirtina qadên ku sosyalîzma pêkhatî vala kirine, ya duyemîn; bi komkirina li derdora xwe ya welat û dewletên ku sosyalîzma pêkhatî hilweşiya ve tevî pergala xwe kirin, ya sêyemîn; ji bo ku ji qeyran/aloziya aborî, siyasî, çandî, bîrdozî ya ku jiyan dike derbikeve û ji bazara tengbûyî re çareserî bibîne, dewlet-neteweyên ku di Şoreşa Pîşesazî û Serdema Endustrîyalîzmê de gihiştin lûtkeyê rêkûpêk bike û bîke qadên ku bikare rehet tevbigere, ya çaremîn; avaniyên siyasî, fikrî yên dewletên ku li pêşiya hedefên wî dibin asteng derbas bike, ya pêncemîn; şûna avaniyên siyasî, fikrî û dewletên ku pêşbînî tê kirin da ku bên derbas kirin  yên nû bên ava kirirn, ya şeşemîn; ji bo gihiştina wan hemû hedefan pêşxistina argumanên nû.

Ji ber wê yekê ye ku bêyî mirov neo-lîberalîzmê bi tenê ji aliyekê ve sînordar bike, divê mirov van tiştên ku li jor hatine diyarkirin wekî temamkerên hev bibîne. Bi îfadeyeke din jî ji bo ku bigihije wan hemû hedefan; eynî wekî destpêka Serdema Fînans-Serdema Dirav Fermandar hatî qebûl kirin, dolarê Emerîkayê xwe ji baxên ku hetanî wê demê pêve hatî girêdan rizgar kir, bi azad kirinê ve astengî derbas kir.

 

Heta valahiya fezayê bazara kapîtalîst

Her çiqas têgeha lîberalîzmê ji aliyê kokên xwe ve heta “Serdema Ronakbiriyê ” û hetanî “Serdema Felsefeyê” bêspartin jî, di jiyana fikrî, siyasî û aborî de di forma xwe ya herî çalak de, di “Şoreşa Pîşesaziyê û Serdema Endustriyalîzmê” ya dema modernîteya kapîtalîst de dest bi karanîna wê hat kirin. Di armanca wê de daxistina jêr a dîwarên gumrikê, daxistina bacan, derbaskirina astengiyên li pêşiya bazara navxweyî û derve û mîsogerkirina bazarê ya ji aliyê siyasî û qanûnî ve hebû. Bi neo-lîberalîzmê re ev armanc hatin berfirehkirin, nûkirin û li gorî hewcedariyên “Serdema Fînansê-Serdema Fermandariya Dirav” hatin eyarkirin. Wisa ku; li gorî polîtîkayên aborî, siyasî, ‘civakî’, îdeolojîk, ‘çandî’ û hwd. heta ku mirov bigihîje quncikê herî dûr ê cîhanê tu parçeyek nehate hiştin ku ji xizmeta dirav re nehatibe vekirin; her tiştê ku di civakê, mirov û xwezayê de heye, heta valahiya fezayê û li ku derê mirov bikaribe bigihîjê, were veguhertin û bibe parçeyek bazara kapîtalîst. Ji bo ku ev yek pêk were, pergal bixwe her tiştê ku wekî asteng dibîne, bêyî ku dudil bibe derbas dike û ji nû ve şêwaz dide wan; tewra saziyên ku pergala modernîteya kapîtalîst bi destê xwe afirandine û ji aliyê siyasî ve ava kirine jî di nav de ne. Dewlet-neteweya ku Antony Giddens  wek alîkariya Ewropayê ya ji şaristaniyê re hesibandî û di nava “sê bêberdewamiyan” de cih digire û di netewperestiya sedsala bîstan de hatî tabu kirin jî, nekarî  xwe ji vê rizgar bike.

Diravê fermandar di serdema fînansê de nekarî dewlet-neteweya ku wek temînata hebûna xwe dîtî biavêje aliyekê, lê ji nû ve girte dest. Gava xwe ya yekemîn a mezin di salên 1992’yan de avêt; her çend hewldan hatibe kirin ku kokên vê pêngavê ber bi serdema Napolyon û ber bi hevkariyên aborî, pîşesazî û hwd. ve werin birin jî ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di navbera dewletên Ewropayê de ava bibûn; (wekî Civaka Sifir û Polayê ya Ewropayê ya 1951’an, Civaka Enerjiya Atomê ya Ewropayê ya 1965’an, Civaka Ewropayê ya 1965’an û hwd.). Îlan kirina fermî ya Yekîtiya Ewropaya ku hetanî wê çaxê forma dewlet-neteweya Ewropayê derbas dikir û di navbera dewletên Ewropayê de yekitiyeke siyasî ya berfirehtir û nermtir bû, wateyek wisa îfade dikir. Li pêy vê, polîtîkayên ku ji nû ve  avaniyên fikrî, aborî, siyasî û hwd. ên dewlet û welatên nû hatin mêtîngeh kirin hatin hilberandin. Bi heman awayî, li hemberî welatên ku sosyalîzma pêkhatî tê de hilweşiyabû û li hemberî dewlet/welatên ku di bin bandora sosyalîzma realîst de bûn polîtîkayên nû hatin pêşxistin. Bi vê yekê re, “Serdema Fînansê-Serdema Fermandariya Dirav” re-organîzasyona amûrên mîna dewlet-netewe yên ku heta wê çaxê dihatin bikaranîn xist dewrê/rojevê; û bi vî awayî mîsoger kir ku gera sermayê û serdestiya wê bi tu awayî nayê parvekirin û ev yek xist bin pîvanên teqez ku cihê nîqaşê jê re nahêle.

 

Rûhê dewlet-neteweyê neteweperestî û olperestî ye

Di veguhestina dirav a ber bi desthilatdariyê de, dewlet-netewe di serdema “Şoreşa Pîşesazî û Serdema Endustriyalîzmê” de rolek xwedî giringiya dîrokî lîstibû. Ev rol tenê bi desthilatdariyê re sînordar nema, di bazara navxweyî de jî li kêleka serweriyê, derket derveyî sînorên dewletê û divê gihiştiba derfetên ku serdestiya xwe berfireh bike. Veguherîna ber bi dewleteke bihêz û derfetên ku ev yek afirandin, bûn sedem ku dirav ji tiştê ku tê texmînkirin bêtir qelew bibe û bi hêz bibe. Û zanîbû ku vê yekê heta dawiyê bi kar bîne; di gel çavkaniyên nû yên dewlemend û madeyên xav, qadên bazarê jî ji xwe re vekirin. Lê belê bi vê sînordar nema; bi demê re qadên xwe berfireh kir. Heta bi demê re nekarî pêşiya wan bigire da ku nebin şirîkê wî yê desthilatdariyê. Burokrasiya artêş û sivîl di nav van de cih girtin.

Fermandarên ku di nav avaniyên dewletê yên monarşîk de dest bi nîşandana bandora xwe dikirin û burokrasiya ku li serê dewletê rûniştibû, di nav dewletên pergalê de bûn xwedî hêzeke pir mezintir. Wisa ku, dewlet-netewe li ser van her du piyan xwe ji nû ve afirand. Bi vî awayî, hema bêje bêyî leşker û burokrasiya sivîl ji bo dirav ne pêkan bû ku bibe serdestê bazara navxweyî yan jî qada navneteweyî û ber bi derve ve vebibe. Ne tenê bi vê sînordar ma; pergala modernîteya kapîtalîst dema ku mêtingeh û nîv-mêtingehan dikir parçeyek ji bazara xwe û qadên xwe yên serdestiyê, di heman demê de bandorên xwe yên îdeolojîk û siyasî jî vediguhezt wir. Neteweperestiya ku veguherî dîn/bîrdoziya dewlet-neteweyê, di nav welatên mêtingeh, nîv-mêtingeh û girêdayî yên ku diketin bin serdestiya pergala modernîteya kapîtalîst de jî bandora xwe nîşan da. Nakokiyên di navbera dewletên kapîtalîst-emperyalîst de yên ku li ser  bazar û axa cîhanê ketin nav tekoşîna serdestiyê, rolek fesad li ser bandoriya dewlet-netewe û netewperestiyê leyîst.  Ev çawa ku di welatên ji modernîteya kapîtalîst re bûn mekan de hat jiyan kirin, bi şêweyek pir vekirî di welatên ku taybetmendiyên feodal serdest de jî hat jiyan kirin. Wisa ku welatê xwediyê wan taybetmendiyan avaniyên siyasî hevkar komprador û feodal/ amûrên serdestiyê, netewperestiya dewlet-neteweyan ji xwe re kirin amûrê rewatiyê.

Bi vî awayî di navbera dewlet-neteweya ku amûrê serdestiya modernîteya kapîtalîst e û xwediyên neteweperestiya ku ol bûye bîrdoziya wê de şer û pevçûn derketin. Ev amûrên bingehîn jî hatin rewşa ku li dijî hev bikar bînin. Hê zêde jî dewlet-neteweyên ku di sedsala 20’an de avabûn di navbera  mînakên herî şênber ên vê de cihê xwe girtin. Dewletên wekî Osmanî, Îran û Çîn’a ku berê împaratorî, dewletên feodal ên herî bihêz bûn, piştî Şerê Parvekirina Cîhanê ya Yekemîn di encama hin tekoşînên serbixwe û netewî de li ser masayê hatibûn ava kirin. Bi vî şiklî çavkaniyên hêza bingehîn/ paketên enerjî yên pergala modernîteya kapîtalîst bi artêş û burokrasiya sîvîl ên ku bûne palpiştên herî bingehîn ên dewlet-netewe re rû bi rû man. Leşker û burokrasiya sivîl ên ku di nava rû bi rûnek wiha de hatin hemberî hev xwe spartin hem hêzên siyasî û hem jî aborî yên ku ava kirîn û bi derdorên ku xizmet ji wan re dihat kirin, ketin nava pevçûnên berjewendî û serdestiyê. Tenê bi vê re jî sînordar neman. Di şert û mercên ‘cîhana du-cemserî’ de ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ava bibû, xwe hîn bêtir bi hêz kirin û ketin nav lêgerîna ku rengê xwe li ser desthilatdariyê diyar dike. Bi tundî xwe bi dewlet-neteweyê digirtin, bayê neteweperestiya ku hatibû geş kirin xistin paş xwe û gihîştin asteke wisa ku destwerdanê li ser bazar û hikûmetên ku ava dibûn  bikin.

Lê belê ev rewşa nakok û şerê ku pergala modernîteya kapîtalîst hem di navenda xwe de û hem jî di nav welat û dewletên ku di bin serdestiya xwe de dimeşand, nebû sedem ku wan dewletan ji her aliyê ve ji netew-dewlet û netewperestiyê dûr bixîne.  Berevajiya wê, li gorî berjewendiyên xwe dewlet-netewe û neteweperest parastin, bikaranîn û ji wan hêz stand. Wî ew beşa burokrasiya sivîl û leşkerî ya ku li hemberî wî derdiket ji xeteriyê derxist û her wisa li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve ava kir û xwe ji birêkûpêkkirin/bikaranîna wan re paşda nehişt. Heta xwe di şer û tasfiye kirina wan derdorên ku li dijî wî radibin da neda aliyekê.  Di wan mekanên ku wekî navend didît de û di welat û dewletên ku bin serdestî û kontrola xwe de digirtin de nimûneyên bêhejmar ên vê yekê hatin jiyîn.

Di serdema fînansê de, fermandar dırav li ser wê zemîna ku ava kiri qelew bû, ev hêzên ku veguherîbûn pirsgirêkê ji nû ve birêkûpêk kir û bi vî awayî gihîşt derfetên avakirina pergala xwe bixwe. Tiştê ku li vir herî bêtir balê dikişîne jî ew pîvan  bûn ku fermandar dırav di dema avakirina pergala xwe de dixistin meriyetê. Ji ber ku ew polîtîkayên ku fermandar dırav di mekanê xwe de dixistin meriyetê û ew meylên ku diketê re, li gel tiştên ku di welatên mêtingeh, girêdayî û nû-hatin mêtînger kirin de dixist dewrê, ji hev cuda bûn.  Di mekanê xwe de serarast kirina pêwendiyên hê qayişokî yên bi dewlet-neteweyan re bi vî şiklî çêbûye.

Fermandar dirav bi vî awayî bi vê rêkûpêk kirina navxweyî ya ku di mekanê xwe de kirî re di cîhanê de hat asta pozîsyonek pir bihêz; bêyî ku rastî astengiyekê bê bû xwedî derfetên ku xwe bigihîne her devera cîhanê û mekanîzmayên bingehîn ên ku pêdiviya wî pê hebû. Wisa ku wê dirav biawayek ewle bigihişta her dera ku bixwaze. Lê eger li hember vê, ketina ji derve ya nav wan sînorên ku bûye mekanê wî- ne li gorî standardên ku wî diyarkirî be- hema dianî asta bêderfetiyê.  Bi vî şiklî her çiqas ji bo navxweyî pêwendiyek qayîşokî hatibe honandin jî li dijî derve jî bi tedbîrên ew qas hişk û girtî re xwe gurçûpêç kiribû.   Di vê astê de tedbîrên ku li dijî derve hatin wergirtin anîbû asta ku bi tu awayî neyên derbas kirin. Fermandar dirav bi vî şêweyî di serdema xwe ya fînans de, li gorî zirûfên guhertî lîberalîzm, dewlet-netewe û versiyonên wî yên bîrdozî, netewperestî û olperestiya ku ruh dide kir yek û bikaranîna wan domand.

 

 Mêtingehiya ku bi demogojiyê ve tê nixumandin

Welê ku ji bo vê meyla ketî navê bihêz nîşan bide û bîne asta ku bê qebûl kirin jî, xwe ji berevajî kirina gotinên çep, sosyalîst û şoreşger neda paş. Wekî ku yê nêvenga psîkolojîk û hilweşîna morala ku ji ber rûxandina sosyalîzma pêkhatî çêbû bikaranî ew bixwe nebe û mîna ku berpirsiyarê bêçareseriyan û texrîbatên ku pergala modernîteya kapîtalîst di serdema şoreşa pîşesazî û endûstriyalîzmê de jiyan kirî ew bixwe nebe ji bo berjewendiyên xwe bikaranî.  Li gel ku ew bixwe piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn aliyek cîhana du cemserî jî bû, lê hilweşîna sosyalîzma pêkhatî wekî zafera xwe îlan kir; di bin xapandina post-modernîzmê de rûpoşa aştî, azadî, demokrasî û hemdemiyê xist rûyê xwe û wekî ku vebijêrkek be xwe pêşkêşî civakê kir. Bi vê re jî îlana xwe ya “Pergala Cîhana Nû” lidar xist.

Diravê fermandar, bi salên 1970’an re hîn sosyalîzma pêkhatî ne hilweşiya bû dest bi avakirina binesaziya îdeolojîk a “Sîstema Nû ya Cîhanê” kir ku xwe ji bo ragihandina wê amade bike. Bi xebatên ku ji aliyê stratejîst û analîstên wekî Alvin û Heidi Toffler, Zbigniew Brzezinski, Francis Fukuyama, Samuel Huntington û hwd. ve hatin meşandin re, analîzên stratejîk hatin pêş xistin û di vê îstîqametê de dest bi pêngav avêtinê kirin.  Hollywood jî vala nehate hiştin. Piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî jî di vê îstîqametê de stratejî û analîz hatin pêşxistin.

Tenê bi vê jî sînordar nema, her wisa ji bo ku hemû astengiyên li pêşiya saltanata bêsînor a fermandar dirav bên derbas kirin polîtîkayên pêşxistî pratîze kir. Lê dema ku ev dihatin kirin ji bo ji xwe re rawetiyê ava bike,  ji pêş amadekariyan jî xwe ne dida aliyekê. Lê rêya vê jî ew bû ku xwe ji ya berê çêtir nîşan bide wêdatir nebû. Di vê îstîqametê de gelek malzemeyên ku bikar bîne hebû û xwe ji bikaranîna wan malzemeyan jî neda paş. Dema ku ev dikir jî hewce nedidît ku xwe ji wan berpirsiyar bibîne û ew gotinên ku bikartîne çiqas aîdê wî ne bîne ziman.  Ji ber ku ji bo wî tişta girîng ew bû ku kiryarên wî di qadên civakî, siyasî û fikrî de veguherin bersivekê.

Dema ku fermandar dirav “Pergala xwe ya Cîhana Nû” ava dikir, di gotinên ku wî bikaranî de tişta derket pêş, pragmatîzma wî bû.  Li gorî vê dema yekî rewşen bihist ne pêkane ku hema yekser li hember  wê derbikeve, lê gava ku li ser wan sekinî, hizirî û di encama vê de ket ferqa vê jî, wê demê dest bi hilberandina têgehên ku vêya berevajî bike kir. Aliyê herî diyarker ên wan têgehan jî ew bû ku li derveyî peyvên ku îdeayên sosyalîst, şoreşger û hêzên demokratîk di tekoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst de pêşxistî formule dike, nebû yan jî derveyî wan têgehên ku naveroka wan hatî vala kirin nebû. Û girîngiyek taybet ji hilbijartina wan pêyvan re hat dayîn. Stratejîst û analîstên ku li jor behsa wan hatin kirin jî pevxistinên xwe di vê aliyê de dan rûniştandin. Binêrin wan kesan pozîsyonên xwe hê zêde li gorî Demokratên Emerîkayê diyarkirin û wek kes jî li kêleka  van derdorên ku piştî 1970’an li ser kursiya serokatiya Emerîkayê rûniştin pozîsyona xwe  diyar kirin. Ew peyvên ku Demokratan di bernameyên xwe yên hilbijartinê de bi kar anîn, ew sozên ku dan, her tim ji aliyê van kesan ve hatin formûlekirin. Çi di qada navxweyî de çi jî di qada navneteweyî de bi vê fonksiyona şêwirmendiyê rol leyîstin.

Bi rastî, ev rola ku wek giranî  li Emerîkayê ji demokratan re hatî dayîn, ji karbeşiya erkek ku di navbera wan a Komparparêzan de hatî kirin wêdatir nîn e.‘Komarparêzên ku rasterast gotinên Demokrat bi kar tînin û derdixînin pêş terk nakin, hinek caran jî hewl didin ku dîmenek wekî ew ji demokratan zêdetir diparêzin bidin. Dema ku komarparêz di parve kirina vî rolê ku hê zêde red nakin de rola rêve kirinê dileyîzin; demokrat jî erka serarast kirin/ şikl dayîna rê girtine digirin ser xwe. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di dema ku (George Walker Bush) li Emerîkayê ser kursiya serokatiya komarparêzan de rûdinişt hat destpêkirin, piştî wê di pêvajoya (Bîll Clînton) de demokratan ziman guhertin, di pêvajoyên piştî wê de jî bi heman şiklî berdewam kirin. Ev tenê ne Emerîkayê, di gelek dewletên navnetewî de bibandor hatiye dîtin. Dibe ku gelek caran di navbera pêvajoya partiyên ku hikûmetê rêvedibin ên ku nava vê de erk girtîn, cudatiyên wekî çend heyam an jî sal hatibin jiyan kirin, lê di cewherê wê de guhertinekê çênake.

 

Direwa ku ‘em li dijî dîktatoran derdikevin’

Sosyal-demokrat”, “demokrat” û derdorên wekî wan hewl didin xwe li dijî wan nîşan bidin û her wekî din xwe “aştîxwaz”, “mutedîl”, “azadîxwaz”, “dadperwer”-“wekhevîxwaz”, alîgirên “guhertinê” û “parastina xweza û jîngehê” nîşan bidin; ew pirsgirêkên civakê yên mîna birçîbûn, xizanî û bêkariyê derdixin pêş û xwe wekî ‘parêzvanên’ mafên jîngehê, jinan û mirovan didin pêş. Bi rastî, bi vê tevgerîna xwe re daxwazên wê rola ku  di stratejiyê de ji bo wan hatiye birîn bi cih tînin. Heta bi vê yekê re jî sînordar namînin; serî li wan direwan didin ku qaşo ew ‘li dijî’ wan dîktatoriyên paşverû, monarşîk, otokratîk, oligarşik û faşîst in ku di cîhana sedsala 20’an de ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatibûn erkdar kirin. Bi zorê li ser piyan hatine girtin, bi destê wî hatine avakirin û sicîla wan bi tawanên mirovahî û şer ve tijî ne. Dîsa, jina ku pergalê ew bi her aliyê ve wekî objeya bazarê, “şahbanûya metayan” dîtiye, di qirkirinê de derbaskiriye, li malê asê kiriye, kiriye koleya koleyan û wekî ku Nazim Hikmet dibêje “cihê wê ya li ser sofrayê piştî gayê zer tê” xistiye bin çewisandineke giran, wisa nîşan dide ku qaşo ew parastina wê dike. Bi heman awayî, dikare ji bo wê civaka ku pergala kapîtalîst ew bênefes hiştiye, rêxistinbûn, xwe îfadekirin û veguherîna wê ya ber bi îradeyê ve asteng kiriye, ew di komkujî û îşkenceyan de derbaskiriye û zindan tije kiriye, axaftinên ‘azadiyê’ bike. Di nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, ev ‘sozên’ ku ji gelên Rojhilata Navîn re hatine dayîn, hema bêje di hemû parzemînên cîhanê de hatine pêşkêşkirin. Wisa xuya dike ku di “Sîstema Nû ya Cîhanê” de ya ku Emerîka serkêşiya wê dike, rola ‘polîsê baş’ dane wan kesên ku ji xwe re dibêjin “ez sosyal-demokrat im”, “ez demokrat im”.

 

Manîpulasyona sosyal demokrat û muhafezekar demokrat a faşîzmê

Binêrin, di welatên ku hemû parzemînên cîhanê de cih digiri da, carnan di heman demê de, carnan jî serdemek an çend serdem piştî wan, partiyên ku ji xwe re dibêjin sosyal-demokrat û ‘azadîxwaz’, bi bernameyên nêzî hev xwe wekî pêşengên “guhertinê” ji bo desthilatdariyê amade dikin. Yên ku xwe wek netewperest, olperest nîşan didin jî, pêwîstî bi guhertin an jî nerm kirina gotinên berê bikar dianîn, dibînin.  Jixwe ji bo ku bidin bawer kirin ku ew ji rewşa xwe ya berê ‘derketine’, ji ber vê jî dikarin xwe wek muhafezekarên demokat nîşan bidin.  Ew têgehên ku bikartînin ên mîna ‘azadî’, ‘wekhevî’, ‘dad’, ‘wekheviya fersendan’, ‘guhertin’ û ‘parastina xweza û jîngehê’ jî ne aîdê wan in. Berevajiya wê, bidizî van têgehan ji xwe re dikin mal.

Yên ku xwedî hedefên azadiya jin, civaka birêxistinkirî, tekoşîna li dijî rejîmên dîktatoryal; sosyalîst, şoreşger û demokrat in; têgehên mîna azadî, wekhevî, dad, wekheviya fersendan, guhertin û parastina xweza û jîngehê aîdê wan in. Wisa ku, partiyên “Sîstema Nû ya Cîhanê” xwe bi kîjan navî binav bikin jî; hewl didin wan têgehên ku dizîn ji xwe re bikin mal û berpirsyariya xwe ya esas a pirsgirêkên kû ji bo xweza û mirovahiyê rewşa tirsnak çêdikin ên beriya rûxandina sosyalîzma pêkhatî di cîhana du cemserî de derketîn holê veşêr in. Dîsa, hewl didin têgihiştinek wekî ew bixwe ji qetlîamên li ser xwezayê, karesatên hawirdorê,  şerên mêtînger, emperyalîst ên otokratîk, monarşîk, olîgarşîk, dîktatoriyên faşîst, pergalên mêtînger-koledar û dil digire, jinan qir dike berpirsiyar nebin, çêbike. Heta qasî dikare ji wan tiştên bûn û dibin; şoreşger, sosyalîst û demokratan berpirsiyar nîşan bide.    .

Çavkanî û hwd:
[1] Bêberdewamî (süreksiz): Di zanistiya fîzîkê de, “pakêta enerjiyê” ya ku wekî hêzdayîn tê qebûlkirin.
[2] “Pêla Sêyemîn”, “Şer û Antî-Şer” (Alvin û Heidi Toffler), “Textê Satrançê yê Mezin”, “Vîzyona Stratejîk”, (Zbigniew Brzezinski), “Lihevketina Şaristaniyan” (Samuel Huntington), Teza ‘Dawiya Dîrokê û Mirove dawî (Francis Fukuyama)

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00