JI CIVAKA DEMOKRATÎK RE NÊRÎNA DÎROKÎ

Halîl Cemal

ekleyen Komînal

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Rêbaza çareseriyê ya ku ji aliyê şaristaniya komûnalîst a demokratîk ve hatî pêşxistin jî hema bêje di heman serdemê de derketiye holê. Di salên 1000’an de ya berî zayînê (B.Z.) li herêma Med-Persê Zerdüştî, li Hindistanê Buda, li Çînê Lao Tse û li Rojhilata Navîn pêxamberên Îbrahîmî felsefe û îdeolojiya dînî ya civaka komunal pêş xistine. Ev şoreşeke zihniyetê ye, şoreşeke felsefî ye.

Di sosyolojiya dîrokî de tişta ku em dikin bingeha xwe serdema dirêj  e. Ji aliyê serdema dirêj ve, pêşveçûna du alî li ser vê bingehê hatiye jiyan kirin. Rêbaza pozitîvîst bixwe jî, nêzîkatiyeke serdemî (konjonktürel) ya navîn e; li ser eksena netew-dewletê ye. Êdî rastiyeke bê nîqaş e ku ev yek nebûye çareserî û bi bêçareseriyê bi dawî bûye. Sosyalîzma pêkhatî ya ku li ser navê gelan derket holê û di eslê xwe de versiyonek din a netew-dewletê jî bû, heman encam afirand. Heta pirsgirêkên ku di sosyalîzma pêkhatî de hatine jiyan kirin hîn girantir in. Di dirêjkirina temenê kapîtalîzmê û pêşxistina wê de roleke girîng lîst. Bi navê îdiaya ku wê pirsgirêkên ji kapîtalîzmê dertên çareser bike derket holê, lê belê ne tenê çareser nekir, berovajiya wê hîn bêtir kûr kir û tenê temenê wê dirêj kir.

Daneyên ku derketine holê nîşan didin ku civakîbûn nêzîkî sî hezar sal beriya niha li derdora civaka dêxwaz bi pêş ketiye. Avabûna yekem a civakîbûnê ku jinê rola bingehîn lîstiye, komunal e. Jiyan kirina bi hev re ya wek kolektîf, hilberandin û parve kirin taybetmendiyên herî bingehîn ên civaka komunal in.  Mirov dikare ji van taybetmendiyan re bibêje pîvanên exlaqî û polîtîk ên civakê jî. Pîvanên exlaqî û polîtîk di heman demê de di parastin û domandina civaka komunal de jî diyarker bûne. Ji ber vê, wan şêwazê hebûna civaka komunal jî diyar kirine.

Çawaniya komunal ê civaka dêxwaz, bûye sedem ku ew di dirêjahiya serdemek dirêj de bêyî taybetmendiyên mîna serdest-bindest, mêtinger-mêtingehkirî û desthilatdar-dewletparêz bijî, pêşî li jiyana hêja vekiriye.  Nebûna van taybetmendiyan ku bûne pirsgirêkên civakî, hiştiye ku civaka dêxwaz wek rewşa rastî ya civakbûyînê jiyan bike. Dema em li civaka ku dewletparêziyê hema anî liber xelasbûnê digerîn, rastiya bingehîn a ku em serî lê didîn rastiya civaka dêxwaz ji ber vê sedemê ye.

Mirov nikare bêje “di civaka dêxwaz de tu pirsgirêk tune bûn.” Çi di dema jiyana bi xwezaya yekem re, çi jî di dema avakirina xwe ya wekî xwezaya duyem de, rû bi rûyê gelek pirsgirêkan bûye û jiyan kirine. Lê belê pirsgirêkên mijara gotinê di nav herikîna asayî ya jiyanê de derketine holê. Nexwe çawaniya wan cuda ye. Çi pirsgirêkên xwezayî yên mîna stargeh, xwe xwedî kirin û hwd. û çi jî çareseriya pirsgirêkên ku di pêwendiyên civakî de derketine holê bin, çareseriya wan bi rêya dînamîkên navxweyî û hêza exlaqî û polîtîk a civaka dêxwaz ve pêk hatiye. Lê belê derketina wan pirsgirêkên ku em wekî pirsgirêkên civakî yên bingehîn pênase dikin, bi rêya êrîşa sîstematîk, zext û desteserkirina nirxên maddî-manevî yên kujerê qastîk a li hemberî civaka dêxwaz pêk hatiye. Li ser vê bingehê, kujerê qastîk bûye sedema perçebûna civakî û bi vî şêwazî rê li ber derketina dewletparêzî û pirsgirêkên pê ve girêdayî vekiriye.

Tevî pêşxistina dewletê re, dîrok bûye şahidê têkoşîneke bêhempa ya ku di navbera dewlet û civaka komunal de didome. Dema ku pirsgirêkên civakî di bajaran de dertên asta herî bilind, dewlet wekî formulê çareseriyê tê pêşxistin. Di Sumeran de ku dîrokê wekî civaka dewletparêz a yekem tomar kiriye, ev rastî tê dîtin. Gelek bajarên ku di civaka Sumeran de hatibûn avakirin, piştî demek şûnve bi pirsgirêkên naxweyî re dikevin qirika hev. Di derve de êrîşên qebîleyên çolê, di hundir de û di navbera bajaran de pirsgirêkên ku pêşketîn demek piştre dibe sedem ku şer û pevçûn kûr bibin. Bajar tên asta ku nekarin bên domandin, lewra  di civaka Sumeran de meyla rûxandinê jî derdikeve pêş.

Ji ber ku bajar-dewlet li hemberî pirsgirêkan bêçareser diman, loma împaratoriya ku nûnertiya şêwazekî bêtir navendî ya hegemonyayê dikir û ber bi derve ve fireh dibû, wekî çareseriyekê derdiket naverastê.

 

Dewlet rêbaza çareseriya çîna serdest, konfederasyonên qebîle-aşîretan jî rêbaza çareseriyê ya bindestan e

Civaka komunal, li hemberî hegemonyaya ku ji aliyê kujerê qastîk, mekanîzmaya dewletê û malbatperestiyê ve hatî avakirin de, wekî formekî berxwedan û jiyanê, ji klanê ber bi qebîlebûn-aşîretbûnê ve çûye; ev yek formekî civakî yê berxwedanê ye ku civaka komunal ji bo parastin û domandina hebûna xwe ya li hemberî kujerê qastîk pêş xistiye. Konfederasyonên qebîle û aşîretan, li hemberî dewletparêziyê wekî modelekî çareseriyê bi pêş dikevin. Dewlet li hemberî konfederasyonên aşîretan, malbatperestî jî li hemberî dewletparêziyê wekî modelekî çareseriyê dertê holê. Dema ku dewlet dibe rêbaza çareseriyê ya çîna serdest , konfederasyonên qebîle-aşîretan jî wekî rêbaza çareseriyê ya bindestan derdikevin naverastê. Sûmer çawa ku dergûşa şaristaniya dewletparêz bûn, konfederasyonên qebîle-aşîretan ên ku li heman herêmê hatine pêşxistin jî, bûne dergûşa pêşveçûna şaristaniya demokratîk a komunalîst a ku civaka komunal îfade dike.

Dewlet, di derketina destpêkê de ne çavkaniya pirsgirêkê ye, wekî yekeyeke ku ji bo çareseriyê hatibe pêşxistin derdikeve pêşiya me. Bajar-dewletên Sûmeran mînaka vê yekê ne. Împaratoriya Sargon, ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan ku komî serhev bûne û hatine rewşa ku nekare ji navê derbikeve pêşket. Lê belê rewşên dijwar ên vê ‘çareseriyê’ hene. Ya yekem;dewlet, wekî hêza ku pirsgirêkê diafirîne, ne xwediyê refleksek wisa ye ku wan pirsgirêkan di berjewendiya civakê de çareser bike. Ya duyem jî;  çareseriya ku hêzek wiha pirsgirêkan diafirîne, wê ne civakî be çareseriyek dewletparêz be. Birastî jî Sargon, dixwaze bi rêya navendkirina bajaran a ligel împaratoriyê ve çareseriyê bi pêş bixe. Ev yek hem pêşveçûna bajaran cemidîne û hem jî li şûna ku çareseriyê bîne, pirsgirêkan hîn bêtir kûr dike. Îsbata vê yekê ew e ku pirsgirêkên dewlet bû sedem bi dewletparêziyê ve nikare bê çareser kirin,  mînaka vê ya herî balkêş jî civaka Sumeran e.

Ji aliyekê ve meylek wisa ku dişibe navend kirina hêza şaristaniya dewletparêz û gihîştina wê ya ber bi mekanîzmayek mêtingeh a bilindtir ve,  di nav qebîle-aşîretan de jî tê dîtin. Tebeqeya jor a civaka qebîle-aşîretan jî, bi hesreta dewletbûnê dikeve nav hewldana navend kirina hêza xwe. Hewldanên pêşxistina çareseriyê ya qebîle-aşîretên ku li hemberî împaratoriyê dixwazin dewleta xwe ava bikin û dixwazin çareseriyê bi pêş bixin, belkî sedsalekê rizgar kiriye; lê belê di encamê de nekarîne xwe ji jiyan kirina heman encama bêçareseriyê, rizgar bikin. Îbn Haldûn di berhema xwe ya bi navê Muqedîme de, tîne ziman ka ev lêgerîn dibe sedema çerxek çawa. Muqedîme, ji vê hêlê ve wekî pirtûka yekem a cidî ya sosyolojiyê, pêwîstî bi lêkolîn kirinê dibîne. Lêgerîna berxwedanê ya li hemberî hêza rûxîner a dewletê ku bi rêya avakirina dewleta xwe bixwe pêk tê, meyleke wisa ye ku ji Sûmeran heta roja me ya îro tê.

 

Lêgerîna felsefî ya li hemberî dewletê ya civaka komunal

Ev pêvajoya ku di salên 1000’an a beriya zayînê (B.Z.) de dest pê kiriye, tevî şaristaniya Grek-Romen re ku versiyona duyem a şaristaniya dewletparêz e, ji Anatoliyê ber bi qonaxên Egeyê ve, ji Yewnanistanê heta Îspanyayê, heta Efrîkaqaya Bakur û hema bêje heta hemû qonaxên Deryaya Spî tê. Ev pêvajo, versiyona duyem a dewletbûna kujerê qastîk e ku bi rêya dij-şoreşa arîstokrat pêk hatiye. Dema ku mirov dighîje salên 500’an a berî zayînê (B.Z.), versiyona nû ya dewleta binavend Atîna ji felsefeyê, bitaybet jî di rêjeyek mezin de ji analîzên Platon û Arîsto xwe xwedî dike û bibeden dibe. Felsefeya Platon, wekî lêgerîneke rasyonalîst-felsefî ya ku dixwaze pirgirêkên ku dewletparêzî jiyan dike û dîsa bi xwe spartina dewletê ve çareser kirina wan derdikeve pêşiya me. Mirov dikare ji vê re bêje derbasbûna ji dewleta rahiban a Sûmeran, ji dewleta fîrewn û nemrûdan a Misirê ber bi dewleta rasyonalîst-felsefî ve. Ev lêgerîna felsefî ya Platon û Arîstoteles, di derbaskirina versiyona yekem a dewletparêziyê de roleke girîng lîstiye. Ev serdem, wekî serdemeke wisa ku tê de di dewleta rahiban de şikandinek hatiye jiyîn xwedî girîngiyê ye. Modela dewletê ya ku di encama lêgerîna dewleta rasyonalîst-felsefî de ava bûye, dikare wekî modelekî wisa were nirxandin ku heta roja me ya îro hebûna xwe bi asteke mezin parastiye û bi pêş xistiye.

Rêbaza çareseriyê ya ku ji aliyê şaristaniya demokratîk a komunalîst ve hatî pêşxistin jî hema bêje di heman serdemê de derdikeve holê. Di salên 1000’an a berî zayînê (B.Z.) de li herêma Med-Persê Zerdüştî, li Hindistanê Buda, li Çînê Lao Tse û li Rojhilata Navîn pêxamberên Brahîmî di eslê xwe de felsefe û îdeolojiya dînî ya civaka komunal pêş xistine. Ev şoreşeke zihniyetê ye, şoreşeke felsefî ye. Ev kevneşopiya ku bûye lêgerînek felsefî ya civaka komunal a li dijî felsefeya dewletê, lêgerîna pêşxistina çareseriyê ya ji pirsgirêkên civakî re îfade  dike. Civaka komunal, bi xwedîkirina ji vê damara felsefî re hebûna xwe domandiye. Ev pêşveçûna felsefî ya ku dispêre esasên civaka komunal, ji ber karakterê xwe yê civakî yê bikok, karîbûye hişmendiyeke wisa biafirîne ku heta roja me ya îro hebûna civakî biparêze.

Di dirêjahiya dîrokê de civaka komunal û şaristaniya dewletparêz bi versiyonên cuda derdikeve pêşiya me.  Versiyona sêyem a şaristaniya dewletparêz, li qonaxên Okyanûsa Atlasê li Amsterdam (Hollanda) û li Londonê (Îngiltere) derdikeve naverastê. Ev, versiyona kujerê qastîk ê kapîtalîst e û şêwazê dewletê ya ku derxistiye holê jî netew-dewlet e. Li hemberî netew-dewletê, li şûna konfederasyona qebîle-aşîretan, çareseriya sosyalîzma pêkhatî tê pêşxistin.

Her çiqas sosyalîzma pêkhatî hewl dabe ku li ser bingeha komunal be jî, lê di eslê xwe de dişibe wekheviyek dewlet neteweyê. Handiqaba wê ya herî mezin ew bû ku bi teqlîdkirina netewe-dewletê re hewl daye netew-dewletê derbas bike. Tiştê ku bi vê yekê re tê îsbatkirin ew e ku şêwazên wan cuda bin jî, pirsgirêkên civakî bi dewletparêziyê çareser nabin. Çareseriya li ser bingeha her du şêwazan a netew-dewletê bêçareseriyeke mezin afirandiye. Netew-dewleta ku wek modelekî kapîtalîzmê pêş dixe, dewleta kapîtalîstan e ku rûyê nû yê kujerê qastîk e.  Talana kapîtalîst gengaz û rewa dike. Netew-dewlet li şûna ku pirsgirêkan çareser bike, hîn bêtir kûr kiriye û aniye rewşeke wisa ku mirov nikare jê derkeve.

Di Serdema Navîn de împaratoriyên Îslamî û Xristiyanî, monarşî, modelên dewletê ne ku bi îdiaya çareserkirina pirsgirêkên civakî re derketine holê. Ev dewlet di eslê xwe de her yek ji wan dewletek proto-kapîtalîst in. Bi van taybetmendiyên xwe ve bûne sedema xetimînandinek civakî ya mezintir. Wek lêgerîna çareseriyê ya pirsgirêkên civakî yên ku împaratorî û monarşiyan kûr kirîn, modelek nû ya dewletê ji sedsala 16’an şûnve wek netew-dewleta kapîtalîzmê derdikeve holê. Ji bo ku xitimandina ji pirsgirêkên civakî çêbûn derbas bike,  dîsa mînaka dawî ya serlêdana dewleta ku bûye çavkaniya pirsgirêkan ev e.

Di encamê de dema ku mirov ber bi roja me ve tê, netew-dewlet li şûna ku girêka pirsgirêkan a ku ji aliyê şaristaniya dewletparêz ve hatî afirandin çareser bike, bixwe mîna pirsgirêkeke mezin li naverastê sekiniye. Tiştên ku netew-dewletê ji mirovahiyê re anîne bêtir tundî, şer, pevçûn û girêka pirsgirêkên ne çareser bûyîn e. Çavkaniya esasî ya pirsgirêkê, koledarkirina civakê ye. Em gihîştine wê rastiyê ku di binê koledarkirinê de koletiya jinê cih digire. Koletiya jinê gav bi gav vediguhere koledarkirina giştî ya civakê û bi vî şêwazî pirsgirêka civakî derdikeve asta herî bilind. Dewleta ku pirsgirêkê tîne vê rewşê, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêkê wekî namzedê tenê tê nîşandan.

Civaka komunal a ku hay ji vê yekê heye ku çareseriya dewletparêz di eslê xwe de pirsgirêkê kûr dike û civakê ber bi karesatekê ve dehf dide (dikişîne), ji destpêkê ve li riyên parastina xwe ya li hemberî dewletê digere. Berxwedanên qlan, qebîle, aşîretan, berxwedanên dînî yên bi şêwazê mezhep û tarîqetan û netew bûn, di eslê xwe de lêgerîna parastina hebûna xwe û dîtina çareseriyê ya li hemberî pirsgirêkên civakî yên ku dewletê afirandine.

Formên ku dewlet û civakê girtine, berhema vê pêvajoya binakok û pevçûnan e. Civak mecbûr dimîne ku pêşveçûna xwe ya diyalektîk, li gorî wê têkoşîna ku bi dijberê xwe re dimeşîne, bigihîne formên nû. Bi perçebûna civaka qlanê re, civaka komunal bi şêwazê qebîleyan xwe bi rêxistin dike û hewl dide hebûna xwe bidomîne; bi dewletkirina ol re bi şêwazê mezhep û terîqetan li dijî dewetê derdikeve û bi navend kirina hêza dewletê re jî xwe dispêrin çiyayan.

Formên ku dewlet bi dest dixe jî, li gorî bêtir mêtingerkirina civakê û bêtir desteserkirina nirxên civakî ne. Bajar-dewlet ji bo desteserkirina hebûna qebîleyên azad, hêza xwe dikin yek; li hemberî rêxistinbûnên konfederal ên aşîret-qebîleyan împaratoriyeke dewletparêz ava dibe. Roma, împaratoriyên serdema navîn, împaratoriya Îngilîz û îro jî di bin navê kûrewî de ew navendên hêzê yên nû yên ku tên sepandin, di eslê xwe de navendbûna dewletê ya li hemberî civakê îfade dikin.

 

Faşîzma Netewe-Dewletê

Netew-dewlet ku bi serdema nû re bingeha wê hatiye avêtin, modelekî wisa ye ku bi armanca çare dîtina ku ji vê bêçareseriya bi destê dewletê ve hatiye afirandin serî lê tê dayîn. Nîqaşeke bi şiklê ku ‘Gelo kapîtalîzmê netew -dewlet afirandiye yan jî dewlet netewê kapîtalîzm afirandiye?’ heye.  Hemû alamet nîşan didin ku netew-dewletê kapîtalîzm afirandiye. Fêmkirina rast a rola netewe-dewletê ya di nav vê nakokiyê de xwedî girîngiyeke mezin e.

Dema ku mirov ber bi roja me ve tê, netew-dewlet bi faşîzmê bi dawî dibe. Dewleta faşîst, forma dema rizandinê ya netew-dewletê ye. Netew-dewlet çi sosyalîsta pêkhatî be û çi jî  kapîtalîst a lîberal be, di qonaxa rûxandinê de dibe faşîst. Ev rastî, bi xeteriya qeyran û rûxandinê ya avaniya pergala kapîtalîst ve girêdayî ye. Tirsa rûxandinê, bi faşîzma netew-dewletê ve bi encam dibe.

Dema ku dewlata serdema pêşî dest bi rizandinê dike û bi xeteriyê re rû bi rû dimîne, koledariyê wek forma derketina ji aloziyê dinirxîne, împaratoriya koledar a Asûran, ji bo formên dewletên faşîst ên ku piştî wî tên modelek pêşî ye. Roma dema dighîje qonaxa herifînê, dest bi pêkanîna hovane ya koledarî, zext û dagirkeriyê dike. Dema em dighîjin qonaxa netew-dewletê, di destê dewletê de hemû amûr, sazî û rêbazên ku wê xizmeta faşîzmê bikin peyda dibin. Di babetên mîna zextkirina li ser civakê, şibandina wekî xwe, koledarkirin û girtina bin kontrolê, li ser kevneşopiyek ku xwe dispêre hezaran salan mezin dibe.  Pêwîst e mirov li ser berxwedanên avaniyên civaka komunal ên li hemberî vê yekê jî raweste. Li hemberî gav bi gav rizîbûn û şemitandina dewletê ya ber bi faşîzmê ve, civak bi formên rêxistinbûnê yên cuda hewla berxwedanê dide. Ji bo vê, bi awayekî giştî gotina komunbûnê rasttir e. Tevî perçebûna civaka qlanê re jî, civak li hemberî dewletê xwe bi şêwazê civaka xweparastinêi rêxistin dike.

 

Qebîle civaka parastina cewherî ye

Me behs kiribû ku forma yekem a vê yekê qebîle ye. Dewleta Sumeran derfetên koledarkirinê yên li ser zemîna deştê  dinirxîne. Bi xwe spartina vêya ve pêşiya veguherandina fikrê mîtîk a ber bi fikrê olî ve vedibe.  Li hemberî vê bixwe jî, di pergala Toros-Zagrosê de civaka qebîleyê şekl digire. Pênasekirina qebîleyê wekî hêza parastina cewherî, ji aliyê sosyolojîk ve xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Qebîle, civaka parastina cewherî ye. Li hemberî komên qlan ên nêçîrvan, xwe li wan qadên ku wê xwe biparêze bi cih dike. Ji ber ku di destê komên nêçîrvan de çekên pêşketî hene û li ser teknîka nêçîrvaniyê serwer in. Van teknîkan niha jî ji bo nêçîrkirina ferdên di nav qebîleyên azad de bi kar tînin. Ew ferdên serdest ên di nav van avaniyên nêr û elît de, bi rêya xwedakirinê xwe bilind dikin. Rêbaza parastina civakê ya li hemberî van, ji bilî vekişandina ber bi qadên guncav ve û rêxistinbûna bi şêwazê komên mezintir, tu tercîheke din nîne.

Dema qebîle ji aliyê hejmarî  ve zêde dibin, bi rêya hatina cem hev a gelek qebîleyan û gihîştina wan a ber bi organîzasyoneke mezintir ve, derbasî forma aşîretê dibin. Çi qasî hêza êrîşê ya dewletê zêde bibe, divê hêza parastinê ya civakê jî li gorî wê û bi awayekî paralel zêde bibe. Birastî wê di qonaxa piştre de ev yek bi şêwazê federasyon û konfederasyona aşîretan pêk bê.

Çawa ku forma rêxistinbûnê ya serdema pêşîn qebîle be, di serdema navîn de ev yek vediguhere şêwazê aşîretê. Di serdema navîn de êdî bi piranî forma aşîretê bi pêş ketiye. Em dibînin ku geşedana aşîretî ya di serdema navîn de heta serdema paşîn berdewam dike û ber bi dawiyê ve cihê xwe ji formekî nû re yê bi şêwazê netewbûnê re dihêle. Êdî formên rêxistinbûna herêmî têrê nakin, wekî rêxistinbûneke bilindtir derbasî forma netewbûnê dibe.

 

Îslamiyet û Komuncîtî

Taybetmendiyek dişibe vê dikare ji bo Îslamiyetê jî bê gotin. Îslama Mihemedî di eslê xwe de Îslamek komunê ye. Civaka ku Hz. Mihemed li Meke û Medîneyê ava kirî civaka komunê ye. Em vê yekê bi girîngî destnîşan dikin. Sehabe jî civakek komunê ne. Forma Mihemedî ya li Mekeyê komuneke wisa ye. Ji Hz. Mihemed heta Ebû Bekir, ji Elî heta Bîlal û Selmanê Farisî, her yek ji wan komunarek in. Li hemberî vê bixwe jî, kesayetên mîna Ebû Cehil û Ebû Sufyan ku arîstokratên Qureyşê ne, nûnertiya dewletê dikin. Pozîsyona Qureyşan a li Mekeyê qonaxa dewletbûnê îfade dike. Ebû Sufyan şefê vê meylê ye, kurê wî Muawiye bixwe jî meyla dewletê vediguhere împaratoriyê. Ebû Sufyan vê civaka komunal a ku Hz. Mihemed ava kirî dibîne û di fersenda yekem de jî, ji bo ku vê komunê veguherîne hêza dewletê jî wekî amûrekî bikartîne.

Şerê di navbera komun-dewletê ya nav Îslamê de heta roja me ya îro jî didome. Îro, di navbera komên mûxalîf ên ku nûnertiya cewherê komunal ê Îslamê dikin û Îslama dewletparêz a ku dixwaze kevneşopiya dewletparêz bidomîne de şer û pevçûn heye.

Civaka gel ji civaka neteweyî cudatir e. Di avabûna netewebûna li Rojhilata Navîn de şoreşa Îslamê roleke mezin dileyize. Ger em di çarçoveya neteweyî de îfade bikin, şoreşa Îslamê şoreşeke netewbûnê ye; şoreşa netewbûna qebîle û aşîretan e. Di lîteratûra Îslamî de jî ji vê re ûme tê gotin. Dewleta Îslamê di serî de Ereban, piştî wê farisan, Kurdan û Tirkan vediguhere civaka netewbûnê.

Di nav netewbûnê de têkiliya bindest-serdest heye. Bi Emeviyan re rastiya neteweyek serdest derdikeve holê.  Ebasî vê yekê didomînin. Bi Selçûqiyan re, netewtiya Tirkan tê pêşxistin. Di vê veguhestinê de hinek ji wan wek neteweya bindest û hinek jî wek neteweya serdest ji vêya behra xwe digirin. Netewbûn, formekî derbasbûnê ya di navbera aşîret û neteweyê de ye. Pêwîst e mirov vê xeleka navberê pir baş fêm bike. Di serdema Îslamê de, di nav Ereban de Bedewî, di nav Tirkan de Tirkmen, di nav Kurdan de jî Kurmanc yekoyek ne forma aşîretê forma neteweyê ne.

 

Civakên Ewropayê û forma netewbûnê

Sedema ku li Ewropayê Xristiyantî ew qas girîng tê dîtin ew e ku, di Serdema Navîn de civakên Ewropayê gihandiye forma netewbûnê. Ger Xristiyantî tune ba, wê derketina forma netewbûnê ya li Ewropayê zehmet ba. Ji ber ku xwedî nirxekî wisa yê avaker e, di nav civakê de cih girtiye. Derbasbûna lez a ji netewbûnê ber bi netew-devletê ve, ji wir jî ber bi kapîtalîzmê ve, bi taybetmendiyên dîrokî yên Ewropayê re girêdayî ye.

Derbasbûna ji netewbûnê ya ber bi neteweyê ve, bi rêya şoreşekê pêk tê. Şoreşa Fransayê bi vî aliyê xwe re şoreşeke neteweyî ye. Her çend di binê netewbûnê de olên yek-xwedayî cih bigirin jî, avabûna kapîtalîzmê ya di erdnîgariya Ewropayê de bi tevahî ji avaniya polîtîk-civakî ya Ewropayê çavkaniya xwe digire.

Li Ewropayê xetek komunal a pir xurt heye. Ewropaya Serdema Navîn xwedî komuneke bajaran a pir mezin e. Bajar-dewlet di aliyekî de tê wateya komunê. Ew bajar-dewletên ku piştî herifîna Romayê yekem car li Îtalyayê derketin holê, gav bi gav li seranserê Ewropayê belav bûn û nêzîkî hezar salan hebûna xwe domandin. Jiyana di van bajaran de, bi asteke mezin wekî berdewamiya kevneşopiya komunal bû.

Forma netew-dewletê, bi tundiya li ser Ewropaya komunal ve derdikeve holê. Netew-dewlet wekî formek nû ya li hemberî komunê, yekem car di şoreşên Îngilîstan, Fransa û Hollandayê de, paşê jî di şoreşa Almanyayê de îfadeya xwe ya şênber dibîne. Sosyalîzma pêkhatî jî wekî versiyonek cuda ya vê yekê pêk tê. Di destpêkê de her çend komunal be jî, gav bi gav vediguhere forma netew-dewletê. Di demeke pir kurt de di şexsê Stalîn de dewletbûn dibe formekî bingehîn. Civaka komunê tê perçiqandin, kevneşopiya çartî ya kevin di bin navê sosyalîzmê de wekî çartiyeke nû tê zindîkirin.  Ev yek bixwe jî sedema bingehîn a wê herifîna ku em dizanin ava dike.

 

Kurteya ‘pirsgirêka Kurd’

Ev, rewşeke paradoksî ye. Her pêngava ku li ser navê asteng kirina Kurdan a ber bi azadî û demokrasiyê ve diavêjin, di çar parçeyan de jî pirsgirêka Kurd hê zêde pêşdixîne û kûr dike.  Îro her çar parçe jî bi xeteriyek wekî Xezayekê re rû bi rû ne.  rîska bûyena Xezeyekê ne. Kurdistan, di navenda Rojhilata Navîn de mîna çavkaniyeke mezin a pirsgirêkan sekiniye. Ger çareseriyek neyê pêşxistin, wê rojeva hemû welatên Rojhilata Navîn dagir bike û domandina wan a ber bi xetimînekê ve bîne. Tirkiye ku wekî hêza herî mezin di navenda pirsgirêkê de cih digire, pêşxistina çareseriyeke ku hemû Kurdan bigire nav xwe êdî wekî nebe nabe ye .

Pirsgirêka Kurd di rojeva îro de bi şêwazekî zêde tê nîqaşkirin. Lê belê hîn nêzîkatiyeke wisa ku kembera qirkirina çandî derbas bike nehatiye pêşxistin. Eşkere ye ku ew çareseriya federal a di nav Başûrê Kurdistanê de jî nabe çareserî. Ew PKK ya ku dixwestin tasfiye bikin lê nekarîn, me bi înisîyatîfa xwe bixwe derbas kir. Di vê hawirdora aloz de, me ew amûr ji destê wan kesên ku dixwestin ji bo xwe bikin amûrek, girt. Li gorî xwe dixwestin bi tewanbariya ‘terorîst’ ve pêşiya her cure çareseriyê bigirin. Heta bi vê armancê ve piştevanî didan dewleta federe ya Kurd. Di hemû hewldanên wan de tasfiye kirina PKK’ê armanç bû.  Bi êrîşan re nekarîn tasfiye bikin, lê xistin nav dûbarekirinê û ew ji rêxistinek bi feyde û berhemdar derxistin. Dîsa jî nekarîn tasfiye bikin, çimkî di binê wê de çanda civaka komunal cih digirt.

Rastiya PKK’ê ya ku xwe dûbare dikir, berxwedêr, lê nedikarî çareseriyê hilberîne, xwe spartibû zemîna siyasî ya sosyalîzma pêkhatî ya ku ji ber sedemên navxweyî bi xitimandinê re rû bi rû mayî.

Tevî hemû ferz kirinên tasfiyeyê jî pirsgirêk çareser nebû, berovajiya wê pirsgirêk hîn bêtir bû civakî, gelemperî û li hemû parçeyan û li derveyî welat belav bû. Bi taybetî ji bo wan civakên Kurd ên ku mecbûr mane li derveyî welat bijîn, çareserî hîn bêtir bûn.  Di rabirdûyê de li cihên mîna Çewlig, Dara Hênê, Agirî û Dêrsimê ceribandinên qirkirinê çêbûn; di dîroka nêz de li cihên mîna Helebçe û Şengalê cerbandinên qirkirinê dîsa ketin dewrê; Komara Tirkiyeyê û rejîma Beas a Ereb ji bo ku Kurd di demeke kurt de bi rêya qirkirinê bi dawî bibin, bi hev re yan jî bi serê xwe plan xistin dewrê. Lê belê Kurd bi dawî nebûn; PKK li hemberî van hewldanên qirkirinê wekî berxwedanekê derket holê û bi pratîka xwe re bersivek ji vê re hilberand.

Ew berxwedana ku PKK’ê afirand, hebûna Kurd a ku veşartî  bû derxist ronahiyê, ew kir berxwedêr û zana kir. Hişt ku hebûneke civakî ya Kurd a ku karakterê wê yê demokratîk pêşketî ava bibe. Lê belê nekarî çareseriya xwe bixwe jî hilberîne. Çimkî dewletên serdest, netewe-dewletên herêmê, hêzên hegemonîk û hevkarên wan ên di nav civaka Kurd de dest ji qirkirina çandî ya Kurdan bernedan. Li hemberî vê bixwe jî, nekarîn pêşî li derketina civaka Kurd bigirin ku wekî hêzeke rêxistinbûyî gav bi gav daxwazên xwe yên demokratîk bilind dikir.

Netewe-dewletên serdest, di pêkanîna polîtîkayên qirkirina çandî yên ku gav bi gav qels dibin de, êdî mîna berê ne bi bandor in. Heta nîşaneyên destberdana ji vê yekê zêde dibin. Wê ji vê pirsgirêka ku wekî hêzên serwer bendê tasfiye nebû, lê tam negihiştî hedefa xwe jî çareseriyek çawa bê dîtin?

 

Çareseriya Civaka Demokratîk

Eşkere ye ku rêya vê yekê di çareseriya civaka demokratîk re derbas dibe. Tê dîtin ku li pêşiya qebûlkirina çareseriya civaka demokratîk, çi ji aliyê welatên herêmê ve çi jî di qada navneteweyî de astengiyên cidî hene. Heta fahm kirina vê yekê ya di nava civaka Kurd de jî bi serê xwe hewldan û xebatekê dixwaze. Lê belê ji derveyî vê, dîtina çareseriyeke ku nêzîkî rastiyê be jî zehmet e.

Di serî de Komara Tirkiyeyê, netew-dewletên din ên ku Kurdan di bin serdestiya xwe de dihewînin, piştî salên 2000’an di rêjeyek girîng de dest ji polîtîkayên qirkirina çandî berdan û ev pêngavek girîng e. Li hemberî vêya PKK’ê jî dest ji çareseriya netew-dewletê ya li ser bingeha sosyalîzma pêkhatî berda û li çareseriyên guncav ên li gorî rastiya herêmê geriya. Di encama xitimandina vê lêgerînê de, biryara derbaskirina PKK’ê wekî berpirsyariyekê xwe ferz kir.

Li aliyê din, çareseriya civaka demokratîk gav bi gav giranî qezenc dike. Êdî hebûna Kurd ji babetê nîqaşê derketiye. Lê belê ka wê çareseriya polîtîk a vê yekê di her çar parçeyan de çawa be, hîn jî nehatiye bersivandin.

Hamleya dawî ya Komara Tirkiyeyê kêm-zêde nîşan dide ku gihiştiye ferqa vê rastiyê û bi hewldanan jî tê fahm kirin ku xwediyê niyetek çareeriyê ye. Me jî bi ‘Manifestoya Aşitiyê û Civaka Demokratîk’ re li hemberî vê hamleyê nêzîkatiyeke erênî nîşan da. Em di nav vê nêzîkatiyê de pêşbînî dikin ku eger li ser çareseriya entegrasyona demokratîk lihevhatin çêbibe, wê ber bi çareseriyekê ve biçe.

Entegrasyona demokratîk, îfadeyek çareseriya demokratîk e. Şîrovekirina teorî û sazbûna vê yekê, ji bo Komara Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Bi taybet raya giştî ya Tirkiye yê  hîn jî wisa dizane ku em li pey dewletekê ne. Em li hemberî netew-dewletê ne, çimkî li dijî têgihîştina me ya sosyalîzmê ye; bermahiyek sosyalîzma pêkhatiye ku hilweşiyaye û xelasbûye. Lê belê, di serî de kadroyên me bixwe, her kes hewl dide fêm bike ka wê civaka demokratîk çawa be, li gorî xwe lêhûrbûyîn dike. Komara Tirkiyeyê, Îran, Iraq û hêzên kûrewî bi vê yekê re tiştê ku tê mebestkirin hîn bi şêwazekî zelal şîrove nekirine.

Kesên ku bi çavên erênî û neyînî li mijarê dinêrin hene; wê hebin jî. Mafê diyarkirina qedera xwe bixwe ya neteweyan a li ser bingeha netew-dewletê ku sosyalîzma pêkhatî afirandiye, prensîbeke çareseriyê ye ku ji prensîbên Wilson hatiye hilberandin û rêgezek çareseriyê ya ne sosyalîst e. Çareseriya netew-dewletê ku diyardeya herî girîng e bûye sedema herifîna sosyalîzma pêkhatî jî, xwe dispêre vê prensîbê. Li şûna xwestina vê çareseriyê, me têgihîştina xwe ya sosyalîzmê jî ji nû ve gihand formulasyonekê û wekî sosyalîzma civaka demokratîk pênase kir. Ji ber vê sedemê, nirxandina civaka demokratîk bi hemû pîvanên wê re xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

 

Gelo Tirkiyeyeke nû gengaz e?
Hêza tifaqa Kurd-Tirk

Sosyolojiya dîrokî, perspektîfek e. Dîsîplineke civakî ye ku nû bi pêş dikeve. Yan jî dîsîplinek sosyolojiya giştî ye ku ji gelek dîsîplînên civakî sûd hatiye wergirtin. Pênaseya wê ya herî giştî, dikare bi şêwazê yek kirin û senteza zanista dîrokê û zanista sosyolojiyê were kirin. Sosyolojiya pozitîvîst, sosyolojiyeke ku ji dîrokê qutbûye. Dîsîplineke sînordar e ku tenê serdema modernîteya kapîtalîst an jî rojevê lêkolîn dike. Lê belê pêwîst e mirov pir baş bizanibe ku pêşveçûneke dîrokî ya her avaniyeke civakî heye. Ji kozmolojiyê heta biyolojiyê, derxistine holê ku rastiyek dîrokî ya her diyarde ku ji nedîtî ve neyê heye. Bitaybet jî civak temamî dîrokî ye. Hizirandina bê dîrok a civakê teqez ne pêkan e.

Di vê xalê de sosyolojiya dîrokî wekî hewcedariyekê derdikeve pêş. Ji ber ku sosyolojiya dîrokî, hewldana şirîktiya dîrok û sosyolojiyê ye; îzah kirina avanî û qadên civakî yên ku bi rêya hevkariya van her du dîsîplînane ye. Dema ev zanistên ku taybetmendiyên her civakê yên cuda lêkolîn dikin bi hev re werin bikaranîn, nêrîneke wiha derdikeve holê ku civakê wekî hebûneke ontolojîk ji hundir ve fêm dike û diceribîne. Pêwîste di vê wateyê de, divê sosyolojiya dîrokî wekî metod û nêzîkatiyekê were fêmkirin.

Wek esas ev metod li ser hinek prensîbên diyarkirî bilind dibe. Girtina dest a yekpare ya diyardeyên ku civakê ava dikin mîna dîrok, ontolojî, antropolojî, ol, çand û polîtîkayê û lêkolînkirina her yekeyeke civakî di nav vê girêdanê de, prensîba bingehîn e ya ku araste dide sosyolojiya dîrokî. Ev rêbaza analîzê, her yekeyê di navbera gerdûn-xweza û civakê de, ji civakê heta mirov di nav hinek têkiliyên diyarkirî de şîrove dike. Ji ber vê yekê berevajî şîrovekirina li ser bingeha bûyeran a sosyolojiya pozitîvîst, xwe dispêre vegotinek li ser avanî û guhertin-veguhertinê.

Beriya her tiştî prensîba guhertin-veguhertinê, destnîşan dike ku dîrokek heye, îro her tişt di encama berîdînekê de şikl girtiye, guhertin û veguhertin ji ber xwe ve çênebûne, berevajî di nava yekparetiya rêgezekî de çêbûne; divê vegotinek li gorî heqîqeta rêgezên civakê û qanûnan, bi vê veguhertinê ve bên şîrove kirin.  Veguhestin, tenê di çarçoveya serdema dirêj, navîn û kurt de dikare were şîrovekirin. Mirov dikare di mijarên wekî pêşketina berîdina dirêj a yeke yan jî qada ku bê lêkolîn kirin, guhertinên yekser, şiklên nû yên ku hildan û wê ber bi ku ve biherike de nêrînek yekpare bidest bixe.  Rêya rûniştandina perspektîfek dîrokî ya li ser bingehek sosyolojîk, ji lêkolîn kirina guncav a zagonên veguhertina civakî re derbas dibin.

Me ev rêgeza bingehîn a sosyolojiya dîrokî, bi gotinek  wecîze ya “Dîrok di roja me de veşartî ye, em di destpêka dîrokê de veşartî ne” ve gihandiye îfadeya xwe. Dîrok, hemû çalakiyên mirovan di nav xwe de dihewîne. Sosyolojî, bawerî, polîtîka, exlak, hiqûq, çand û hemû çalakiyên ku di derbarê mirov de tên zanîn di nav çarçoveya dîrokê de ne. Hewldana fêmkirin, şîrovekirina van û zelalkirina ka di nav xwe de xwedî girêdaneke çawa ne, dîrok û sosyolojiyê nêzî hev dike.

 

Dîroka pozitîvîst û sosyolojiya dîrokî

Têgihîştina dîrok û sosyolojiya pozitîvîst, li ser lêkolînkirina her diyarde, avanî û yekeyeke dîrokî-civakî ya bi serê xwe yan jî di çarçoveya serdemeke dîrokî ya taybet de hatiye ava kirin. Ji bo fêmkirina dîrok û civakê, berî her tiştî pêwîst e mirov ji van taybetmendiyên pîvan û esasên pozitîvîst dûr bikeve yên ku rastiyê nixûmî dikin û fêmkirina wê asteng dikin.

Prensîba bingehîn a duyem a sosyolojiya dîrokî girêdanbûn e. Girêdanbûn, tê wateya dest girtina mijara ku bi hemû têkilî û pêwendiyên xwe ve li ser sekinandin çêdibe û di çarçoveya herî berfireh a pêkan de bê tê nirxandin. Du aliyên girêdanbûnê yên sosyolojiya pozitîvîst hene: Netew-dewlet û modernîteya kapîtalîst. Li gorî vê, xala ku hemû têgeh, sazî û kategoriyên civakî di encama dawî de pê ve werin girêdan dibe netew-dewlet. Ji ber ku sosyolojiya qlasîk her diyardeyek civakî bi dewletê şîrove kiriye, pênase û çareseriyeke civakî ya li gorî dewletê li ser sosyolojiyê serdest bûye.

Ji ber ku sosyolojiya dîrokî qlanê wekî yekeya bingehîn a civakê û komunê jî wekî şêwazê jiyana wê qebûl dike, di serî de xeteke stûr di navbera xwe û şîroveyên li ser eksena dewletê de dikişîne. Ev cewherê komunal e ku karakterê xwe dide qlan, qebîle, ol, mezhep û terîqet, rêxistinbûnên pîşeyî û hemû rêxistinbûnên civakî yên ku di dirêjahiya dîrokê de rastî me tên. Di heman demê de her gund xwedî taybetmendiya komunê ye; ew bajarên ku li derdora manastiran ava bûne, her yek ji wan wekî komun hatine rêxistinbûn.

Bêyî li karakterên olî yan jî polîtîk ên civakên li Rojhilata Navîn bên mêze kirin, di derketina hemûyan de karakterekî komunal heye. Em dikarin komunê ne wekî yekeyeke bi serê xwe, mîna karakterekî komunal di hemû yeke û saziyên civakê de bibînin. Ev rastiya ku di cewherê rêxistinbûna civakî de cih digire, ji bo lêkolînkirin û fêmkirina civakê fikreke girîng dide me. Dest girtina wek pêwendiya hemû diyardeyên civakê bi hevdu re hene, dibe pêwîstiya heqîqetek civakî.

Aliyekî din ê girêdanbûnê jî pêwendî ne. Têkiliya bi hevdu re ya diyardeyên civakî li ser esasê hebûnê ve girêdayî ne.  Nebûna yan jî derketina pêş a diyardeyên mîna çand, polîtîka, aborî, exlaq û xwerêveberiyê, wê bandoreke neyînî li ser hebûna civakî bike. Wekî mînak; bêhevsengiya ku di têkiliyên navend-hawirdorê de tê jiyan kirin, rê vekiriye ku di parve kirina hêz de bêhevsengiyek derbikeve holê.   Di encama vê de, bandora navendê ya li ser hawirdorê zêde bûye û avaniyên hiyerarşîk derketine holê. Ev rewş, di heman demê de destpêka perçebûna civakî ye jî. Bêhevsengiya ku di têkiliyên civakî de derdikevin holê, dikare pêşî li veke ku civakek tune bibe û her wekî din hêzek di nava civakê de bi desteser kirina hemû derfetên hêzek din ve dikare serwer bibe yan jî bi hêzek din re dikare bê girêdan.  Ger pêwendî xwedî karakterekî hevseng, li ser bingeha hebûna dualî û diyalektîk be, wê çaxê hebûna civakî dikare were domandin.

Aliyê herî girîng ê pêwendiyê jî bidestxistina berdewamiyê ye. Me ev rastî bi gotina wecîz a “Tişta ku li vir tê darizandin ne kêlî dîrok e, ne kes civak e” gihandiye îfadeya xwe. Fêmkirina daîmî û berfirehiya diyardeyên civakî, ne destgirtina diyardeyek biserê xwe ve, bi wan hemû diyardeyên din û di nava girêdayînek diyalektîk ve nirxandin, dibe rêgezek bingehîn a sosyolojiya dîrokî.

Pêwendî me dibe ser lêkolînkirina serdemên avakirinê yên di civakê de. Guhertin-veguhastina di ‘kêliyê’de wekî qada bingehîn a ku sosyolojiya dîrokî li ser radiweste, taybetmendiyên avahi yên guhertinên ji nişka ve û yên ku li ser pêvajoyê belav dibin nîşan dide. Çavkaniya pirsgirêka civakî, pozîsyona hêza ku guhertinê dabîn dike, rewş û girîngiya avaniyên çalak û bêçalak ên di civakê de, asta taybetmendiya civakê ya bûn-xwe bixwe û rewşa dînamîkên çareserkirina pirsgirêkan, babetên wisa ne ku tenê di çarçoveya têkilîbûnê de dikarin werin bersivandin.

Sosyolojiya dîrokî çanda civakî dike bingeha xwe. Taybetmendiyên sosyolojiya pozitîvîst a mijarê di nava geşedanên rojane de dixenîqîne, bi daxuyaniyên wekî mijar tenê ji bûyeran pêktê ve sînordar dike jî, pirsgirêkê tîne rewşa ku mirov nekare ji navê derbikeve. Immanuel Wallerstein ji bo sosyolojiya pozitîvîst dibêje: “Ji bo ku tu tiştî şîrove neke, her tiştî şîrove dike.” Ev gotina wecîz a wekî dema ku dixwaze gelek  tiştan îzah bike, di eslê xwe de tu tiştî îzah nake, biwate ye.  Wekî dîsîplineke nû ya ku bi pêş dikeve, ji bo şîrovekirina dîrok, roja me û heta pêşerojê, divê sosyolojiya dîrokî bi awayekî mûtleq bibe bingeh. Taybetmendiya sosyolojiya dîrokî ya naspêre bûyeran, dişpêre avaniyê, ne konjonkturel, dispêre dema dirêj ji bo îzah kirina civakê nebe anbe ye.

Di ‘Manifestoya Aşitî û Civaka Demokratîk’ de û di vê xebata me de, rêbazên sosyolojiya dîrokî wek esas tên girtin.  Ji bo derbaskirina nexweşiyên ku çi ji sosyalîzma pêkhatî ya pozitîvîst û çi jî bi awayekî giştî ji sosyolojiya pozitîvîst derdikevin naverastê û ji bo pêşxistina çareseriyeke civakî, serî li rêbazên sosyolojiya dîrokî tê xistin.

Dema ku mirov ji vê perspektîfê binerê, bi awayekî giştî pirsgirêkên civakî û bi awayekî taybet jî pirsgirêka neteweyî hîn bêtir bi yekparebûnê ve wate dibînin û derfeteke mezin pêşkêş dikin ji bo dîtina çareseriyê li ser wan aliyên ku dibin pirsgirêk. Di binê manifestoya me de jî ev nêzîkatî heye.

Yek jî di çavkaniya pirsgirêka civakî de, di civaka qlanê de derketina holê ya kujerê qastîk ê ku wekî tebeqeyeke xespkar, talanker û kujer rû dayî heye. Di serî de bi rêya sepandina zextê li ser jin û zarokan, komkirina hêza hiyerarşîk dide destpêkirin. Dema ku ji vê zextê encama ku dixwaze bi dest dixe, piştî wê zextê li seranserê civakê belav dike û bi rêya desteserkirina nirxên civakî pirsgirêkê berfireh dike. Lêkolînên dawî piştrast dikin ku beriya civaka neolîtîk, hema bêje li her dera cîhanê tebeqeyeke wisa veguheriye komek şerker an û hemû civak dîl girtiye.

Ev pêvajoya ku bi perçebûna civaka qlanê bi dawî bûye, dibe sedema pêşveçûneke du-alî. Ji aliyekî ve bi xwe re dewletbûnek ferman dide tîne, ji aliyê din ve jî rastiya civakeke komunalîst derxistiye ronahiyê ya ku bi rêya girêdanbûna li nirxên komunal ên bingehîn berxwe dide û hebûna xwe didomîne. Civaka komunal a ku heta roja me ya îro bi formên cuda berdewam kiriye, hîn jî herikîna pêşveçûna xwe didomîne.

 

Du saziyên dijber ên civaka komunal: dewlet û malbat

Di dema ku ji du saziyên li dijî pêşketina civaka komunal rol dileyîzin yek dewlet be, ya din jî malbat e.  Her çend malbat bixwaze mîna dergûşeke ku nirxên dewlet û civaka komunal di nav xwe de dihewîne roleke bingehîn bileyize jî, di encamê de bi dewletparêziyê re dibe yek û roleke dij-civakî dileyize. Di vê rola malbatperestiyê de, olên Brahîmî pêşengtî kirine. Em li ser vê yekê rawestiyabûn ka malbat xwedî avaniyek çawa ye.

Malbat hem bi şêwazê qebîleyê di civaka komunal de xwe rêxistin dike û hem jî di avaniyên dewletê de hebûna xwe didomîne.  Yek ji wan xalên ku her du form li ser dibin yek malbat e. Her çend malbat ji klanê hatibe hilberandin jî, forma wê ya nû bi tevahî ji kokên xwe re biyanî bûye. Çimkî di nav de hem hinek nirxên qebîleyê hem jî hinek nirxên dewletê hene. Bi heman şiklî di nav formên netewebûn û neteweyê de jî wekî saziyeke bingehîn tê parastin. Çi qasî forma civakî biguhere, malbat jî li gorî forma nû şêwazekî nû digire nav xwe û xwe adapte dike.

Di vê yekê de rolek girîng a kevneşopiya olên yek-xwedayî heye. Bitaybet kevneşopiya olê Îbranî hêza pêşeng a bîrdozî û saziya malbatê ye. Ger şoreşek ku kevneşopiya Îbranî afirandî hebe, ew jî avêtina bingehên teorîk û pratîkî yên saziya malbatê ye. Saziya malbatê li ser vê bingehê li cîhanê belav dibe. Malbata dendikî ku forma dawî ya malbatê ye, xwedî mîraseke dîrokî ya bikok a bi vî şêwazî ye.

Pêwîst e mirov têkiliya navbera dewlet, malbat û komunê pir baş fêm bike. Saziya malbatê wekî saziyeke ku hem nirxên dewletê hem jî yên komunê hildigire, formekî resen e. Çi qasî dewlet bi pêş bikeve, malbat komunê red dike û dibe yekeyeke bingehîn a dewletê. Berevajî vê, çi qasî dewlet qels bibe, malbat vediguhere yekeyeke bingehîn a komunê.

Di olên Brahîmî de û li Hindistanê karakterê dualî yê malbatê vê rastiyê nîşan dide. Li Hindistanê Budacîtî, berteka herî zelal a li hemberî komên qastîk îfade dike. Cewherê karakterê komunal ê ku Budacîtî hildigire jî li van axan derketiye holê. Bi heman şêwazî, kevneşopiya olên Brahîmî ye ku malbatperestiyê dixe xizmeta dewletê. Îsraîl, hem forma berçav a kevneşopiya komunal û hem jî ya dewletparêz e. Ji bo Îsraîlê mirov dikare bêje dewleteke komunê ye jî. Ger komunalite ya Îbranî tune ba Îsraîl nedibû dewlet, ger dewlet tune ba jî civaka Îsraîlê nedibû.

Modernîteya kapîtalîst malbatê jî perçe dike û dixîne asta malbata dendikî. Malbata dendikî ya ku wekî yekeya herî biçûk a civakê tê nîşandan, di eslê xwe de li hemberî civaka komunal, wekî hêmaneke dij-civakî tê bi-cih-kirin. Saziya malbatê ya ku îro li ber sînorê îflasê ye, rola xwe ya dij-civakî kûr dike û lîstina wê didomîne.

Pirsgirêka civakî, ji aliyekî ve bi malbatperestiyê û ji aliyê din ve jî bi dewletparêziyê kûr dibe. Malbatperestî û dewletparêzî ji hev cuda nînin. Bi lîstina di nav hev de ve, pirsgirêka civakî hîn bêtir tînin rewşeke wisa ku mirov nekare ji navê derbikeve.  Di bin vê zexta dualî ya dewlet û malbatê de, civaka komunal hem qada xwe hem jî wateya xwe winda kiriye. Modernîteya ku li hemberî hebûna civakî bi van her du saziyên wisa xurtbûyî re têkoşînê dimeşîne, ji qirkirin û koletiya jinê heta qirkirina ekolojîk, di her qadê de polîtîkayên herî êrîşkar pêk tîne. Hegemonyaya modernîteya kapîtalîst a îro, ji binê erdê heta ser erdê, heta hemû çavikên civakê, tu yekeyeke wisa nehiştiye ku tê de bi dizî neketibe. Di nav tempoyeke bêhempa de civakê dirûxîne, hewa, ax û avê qirêj dike. Bi rûxandineke civakî ve ku bi serdemek dîrokê re nikare bê muqayese kirin ve hema bêje cîhanê tîne rewşeke wisa ku mirov tê de nikaribe jiyan bike.

 

Derketina ji qeyrana civakî

Hem ji bo çareserkirina bi awayekî giştî ya pirsgirêka civakî û hem jî bi awayekî taybet ji bo pirsgirêka neteweyî hewldan li dijî rûxandina ku modernîteya kapîtalîst afirandye berdewam dikin. Ji aliyê wan derdorên ku kêm-zêde di bin bandora encamên rûxandina civakî de mane ve, lêgerînên çareseriyê yên cuda çêbûne û wê çêbibin jî. Lê belê îro mirov dikare behsa du nêzîkatiyên bingehîn bike ku şopekê li ser pêvajoyê dihêlin û bi bandor in. Modela netew-dewletê ya ku wekî modela derketina ji pirsgirêkê tê nîşandan, wek hêmanê herî pêşî ya aligir û afirînerê pirsgirêkan ne di kapasîteya çareser kirinê de ye.  Ew lêgerînên netewe-dewletê yên ku mîna “lêgerîna çareseriyê” tên nîşandan, lêgerîna parvekirina serdestiyê û lêgerîna dîtina cihekî di nav hêza hegemonîk de ye ku gav bi gav dighîje lûtkeyê. Ya ku dimîne çareseriya civaka-neteweya demokratîke ku wekî xala navendî ya lêgerîna me, modela derketina ji qeyrana civakî ye.

Di eslê xwe de entegrasyona demokratîk, rastiya çareser kirina pirsgirêka civakê û pirsgirêka dewletê îfade  dike.  Bi awayekî giştî dewlet bi îdiaya çareserkirina pirsgirêkên civakî derketine holê. Ev yek, ji bo hemû rastiya dewletê tê gotin. Lê belê di dirêjahiya dîrokê de dewlet bixwe gav bi gav dibe çavkaniya pirsgirêkê. Ji bajar-dewletên serdema pêşîn heta netewe-dewletên îro, taybetmendiya bingehîn a hemû şêwazên dewletê ev e.

Dema ku di vê çarçoveyê de li pirsgirêka Kurd were mêze kirin, eşkere ye ku di destpêkek girîng de ye. Kurd di roja me de ji sedsalên 19’an û 20’an pir cudatir in ku di Rojhilata Navîn de hêza kirdeyê bidestxistine; êdî bûne kirde.  Xwediyê hêza pêwîst a îrade, biryar, paradîgma, îdeolojî, rêxistin û hêza polîtîk in ku dikarin tercîhên xwe bi awayekî azad bikin. Di vê xalê de em behsa azadiya mûtleq nakin. Azadiya mûtleq ji bo tu gelekî ne gengaz e. Em behsa tercîha azad a ka wê çawa û bi kê re bijîn dikin. Kurd di vê wateyê de gihîştine qudreta  tercîha azad. Sepandinên ku ji derve tên û xwe spartina hinekên din eynî wekî berê qebûl nakin. Gihîştine asteke wisa. Wekî civaka-neteweya demokratîk, entegrasyona demokratîk bi vê tercîha azad re pêk bînin. Wê li ser vê bingehê entegrasyon di encama tercîha resen de û li ser bingeha dilxwaziyê be. Wê li sosyolojiya dîrokî û rewşa polîtîk a îro, mêze bike wê biryara xwe ya tercîha ku kîjan tifaqa stratejîk ji bo wî/ê û gelên Rojhilata Navîn guncav e bide. Wê tifaqa stratejîk a Tirk-Kurdan di vê xalê de wateyê qezenc bike. Jiyana hevpar a Kurd û Tirkan a li ser welatê hevpar ku bêtirî hezar salî ye, qaîdeyeke.  Derxistina vê tifaqê ya ji vê rewşa şer û pevçûnan a du sed salên dawî û ji nû ve avakirin û nûkirina wê ya li gorî mercên hevdem ên îro, ji bo her du gelan pêwîstiyeke wisa ye ku nikare were paşxistin. Ji ber vê sedemê, rastiya dîrokî û mercên îro pêkhatina tifaqa nû ya li ser bingeha entegrasyona demokratîk li gorî tercîha azad jiyanî dike.

Li gorî sosyolojiya dîrokî entegrasyona demokratîk; wê pêwendî û beşdariya ji dewletê re li ser bingeha sosyalîzma civaka demokratîk bê serarast kirin. Ji bo vê reformek makeqanûnî ya nû ya demokrasiya xwecîhî digire nava xwe pêwîst dike. Reformek wiha cewherê entegrasyonê îfade dike. Li ser vê bingehê çareseriya ku em pêşdixînîn ne çareseriyek takekesî, entegrasyonek kolektîfe. Welatiyê azad îfadeya vê heqîqetê ye. Wê Kurd li ser esasê kolektîf beşdariyek azad ji Komara Tirkiyeyê re bikin. Li gorî vê, reformeke nû ya destûra bingehîn pêwîst e ku demokrasiya herêmî bigire nav xwe.

Di vê xalê de girîng e ku girêdana dewletê ligel tercîha azad a netewebûn-netewe, olî-çandî û sîstematîk tevlî hev nebe. Girêdana dewletê welatîbûna destûra bingehîn  e. Lê belê tercîha netewebûn-netewe, olî-çandî û sîstematîk cuda ye. Her welatiyê ku welatiya wî/ê bi destûra bingehîn ve girêdayî be, pêwîste bikaribe netewebûn-neteweya xwe, ol-çanda xwe û sîstematîk bûna xwe biawayek azad bijî. Ji bo vê pîvana bingehîn ew e ku yekparebûna dewletê xerab nebe. Entegrasyona demokratîk hem yekparebûn û bekaya dewletê garantî dike û hem jî dihêle ku her welatî wekî ku me li jor diyar kiribû di her sê qadan de tercîha xwe ya azad bike.

Stratejiya Entegrasyona Demokratîk tam vê yekê îfade dike. Bi temamkirina mîsyona PKK’ê re, di bin xeta stratejiya Entegrasyona Demokratîk de me tercîha xwe ya li ser bingeha tifaqa Kurd-Tirk kir. Avakirina stratejiyê ya di vî alî de ji bo Komara Tirkiyeyê jî jiyanî ye. Eşkere ye ku tenê tercîha me ya li ser stratejiya nû bi serê xwe têrê nake. Tifaqa stratejîk bi du-alî pêk tê. Ew pêvajoya polîtîk a nû ku Rojhilata Navîn ketiye navê, stratejiyeke wisa ji bo her du gelan û ji bo gelên din mecbûrî dike.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00