DI SERDEMA EKSENÊ DE TEVGERÊN KOMUNAL

Akademiya Zanista Civakî Ya Abdullah Ocalan

ekleyen Komînal

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Rêber Apo di parastinên xwe de, serdema ku pêşengên felsefeya exlaqî yên mîna Zerdüşt, Tao, Konfûçyûs, Budha û Sokrates tê de derketine, wekî “serdema zanyariyê” pênase dike. Di “Manifestoya Civaka Demokratîk” de jî li şûna  “serdema zanyariyê” wek “serdema eksenê” binav kiriye.  Navên serdema zanyariyê an jî serdema eksenê ji hev cuda nînin. Behsa heman serdemê û heman kesayetan dikin.

Cewherê babeta me, ji fikrên zanyar û pêxamberên serdema eksenê çi ne û ne çi ne wêdatir, felsefeya exlaqî bîrdozî komunal a wan zanyar û pêxamberan çawa hatiye revîze kirin û çawa li  civaka dewletparêz a arîstokrat hatiye zêde kirin? Di nav pêvajoya dîrokî de tiştê ku hatiye serê hemû îdeolojiyên komunal ev e. Em dikarin vê yekê bi metafora Rêber Apo ya ku dibêje: “Em di destpêka dîrokê de veşartî ne, dîrok jî di me de veşartî ye” hîn çêtir fêm bikin.

Rêber Apo di “Manifestoya Civaka Demokratîk” de xuleseya serdema eksenê di nav van rêzên ku em xetên stûr ve binê wan xêz dikin de dide: “Civata kujerê kastîk yan jî civata qral xwedayî, pergala ku li Mezopotamya, Çîn, Hîndîstan û Ewropayê derketî û dîsa li wan deveran beden bûye.” Û di berdewamiyê de dibêje: “Pêwîst e mirov li ser serdema eksenê ya salên 500’î ya beriya zayînê (B.Z.) bi kûrahî raweste. Li vir pêşketinek îdeolojîk heye. Êdî ji hebûna qlan-qebîleyê  ber bi komunên li ser bingeha îdeolojîk ve derbasbûn pêk tê. Li şûna girêdana qlanê îdeolojî rûdine. Yanî ji komunên li ser bi zemîn aşîret-qebîleyê, derbasbûna ber bi komunên li ser bingeha îdeolojîk ve dest pê dike.”

Qlan, qebîle û aşîret formên civakî yên destpêkê ne. Dema em li têkilî û jiyana van formên civakî dinêrin, li gorî civaka dewletparêz an jî qastîk, her çend kêm be jî, em dikarin behsa hebûna azad, demokrasî û jiyana komunal bikin. Ev formên civakî, formên bikok in. Ji bo ku hebûna xwe li hemberî civaka dewletparêz biparêzin, xwedî karakterekî şervan û berxwedêr in. Li hemberî kujerê qastîk yan jî civaka dewletparêz a arîstokrat, dest ji hebûn û azadiya xwe bernadin, serî natewînin û dizanin ku heta ferdê xwe yê dawî berxwedanê bikin. Lê belê ji ber ku “Civata qral xwedayî” ji aliyê leşkerî ve gihîştibûn hêzek wisa mezin ku, êdî qlan, qebîle û aşîretan ne dikarîn bi formên ku xwe dispêrin xwînê ve ne li dijî wan şer bikin û ne jî berxwe bidin.  Bêguman taybetmendiyeke bingehîn a van formên civakî jî ev e ku dema êrîşeke ji derve li ser wan hebe, dikarin berxwedaneke mezin a heta mirinê nîşan bidin. Lê belê, hêz û potansiyela wan a ku bi rêya van berxwedanan ve qral xwedayan an jî civaka kujerê  qastîk têk bibin pir kêm e. Ger van formên berxwedêr bikariban derketinek zihnî yan jî îdeolojîk pêk bînin, wê çaxê hêz û daxwaza têkbirina qral xwedayan derdiket holê. Aha, di kêliyên pir xeternak de ku dirêjiya dîrokê de şikestinên civakî tên jiyan kirin, kesayet, rêber, fîlozof an jî pêxamberên ku bingeha wan a bîrdozî xurt derdikevin holê.  Ji ber ku ew di wan kêliyên ku şikestina civakî tê jiyan kirin de derdikevin  holê, lewra civak wan wekî hêza çareseriyê ya hemû pirsgirêkan û wekî rizgarker dibîne. Ramyar, fîlozof an jî pêxamberên serdema eksenê jî rizgarkerên wisa ne ku di kêliyên şikandina civakî de derdikevin holê. Bi gotina Rêber Apo ve; wan pêwendiyên civakî yên ku xwe dispêrin “girêdana xwînê” derbas kirine, bi derketina “bîrdoziya komunal” ve li dijî rejîma kujerê qastîk  derketinek mezin a demokratîk û îdeolojîk a komunal pêk anîne. Wan, vegotinên mîtolojîk ên ku qebîle û aşîretan di civaka çandî yan jî dîrokî de dijiyan xistin li ber lêpirsînê, şîroveyên xwe yên felsefî yên nû tevli kirin û bi vî şêwazî ew veguherandin hêza îdeolojîk a civaka dîrokî û çandî. Serdema eksenê, di heman demê de dikare wekî pêvajoya derbasbûna ji vegotinên mîtolojîk ber bi vegotinên felsefî ve jî were pênase kirin. Ev, pêvajoyeke ku bi têkoşîna dîrokî ve ya ku ji aliyê îdeolojîk û dinyevî ve di navbera civaka dewletparêz a arîstokrat û civaka li ser eksena îdeolojîk a komunal de jiyan dikirin rûdaye û  di rejîma kujer a qastîk de rûxandin û perçebûn bi xwe re tîne.

 

Şerê Dewlet û Komunê

Rêber Apo di parastinên xwe de, serdema ku pêşengên felsefeya exlaqî yên mîna Zerdüşt, Tao, Konfûçyûs, Budha û Sokrates tê de derketine, wekî “serdema zanyariyê” pênase dike. Di “Manifestoya Civaka Demokratîk” de jî li şûna  “serdema zanyariyê” wek “serdema eksenê” (tewer) binav kiriye.  Navên serdema zanyariyê an jî serdema eksenê ji hev cuda nînin. Behsa heman serdemê û heman kesayetan dikin. Serdema eksenê; ji aliyê zihnî yan jî fikrî ve navbera mîtolojî û felsefeyê de; ji aliyê civakî û polîtîk ve jî navê serdemekê ye ku di navbera xweda qral û civaka dîrokî û çandî de hatiye jiyan kirin.  Di serdema eksenê de, li Çînê Tao, li Hindistanê Budha, li Kurdistanê Zerdüşt, di cîhana Yewnan de tevî ekolên Mîlet û Efesê Sokrates û pêxamberên Cihûyan (Hz. Îsiv û birayên wî, Hz. Mûsa, û wekî berdewamiya vê kevneşopiyê Îsa û Mihemed) wekî îdeolojiyeke komunal a ku dispêre felsefeyeke exlaqî ya xurt derketine holê. Ev, ji ber têkilî, nakokî û şerê navbera dewlet û komunan derketine holê. Taybetmendiya bingehîn a îdeolojiyên komunal ên di serdema eksenê de ew e ku ew civakparêzên komunal in û ji azadî û demokrasiyê re meyldar in. Wek bîrdozî li hemberî qral xweda yan jî dewleta arîstokrat, felsefeya exlaqê û ji aliyê civakî û çandî ve jî çanda jiyana komunal parastine.

 

Kevneşopiya Zerdüştî berxwedan e

Beriya wan bîrdoziyên komunal Zerdüşt derdikeve (B.Z. 628-551) li dijî qralên xweda yên Sumerîk nûnertiya kevneşopiya berxwedanê dike.  Rêber Apo dibêje: “Kevneşopiya Zerdüşt li hemberî pergala qastîk berxwedaneke wiha ye… Ev kevneşopiyeke demokratîk û komunal e.” Li gorî hinek kesan Zerdüşt pêxamberek e, li gorî hinekên din fîlozofekî exlaqî û reformxwaz e ku di dînê Mazdayî de reform kiriye. Ji ber vê yekê, ji bo Zerdüşt her du pênase û nasname jî rast in. Ew fîlozofek e; ji ber ku yek ji wan fîlozofên yekem e ku pirsgirêka hebûnê girtiye dest. Di Zerdüştîtiyê de çar hêman hene ku hebûnê ava dikin: Hewa, av, ax û agir. Wî, bi felsefeya xwe ya exlaqê nû û bi “gata”yên ku di Zend Avestayê de hatine nivîsandin re, dînê Mazdayî ji nû ve şîrove kiriye û ava kiriye; ji ber vê yekê rola pêxambertiyê lîstiye. Pêxamber, ew kes in ku peyam tînin. Têgeha pêxamber, ne Erebî ye, têgeheke ku di zimanê Farisî û Kurdî de heye. Wateya wê bixwe jî peyamhêner e. Di Kurdî de ji pêxamber re “peyamber” dibêjin. Zerdüşt, bi felsefeya xwe ya exlaqî ya nû yan jî bi îdeolojiya xwe ya komunal re, di serî de ji bo Kurdan û ji bo tevahiya mirovahiyê riya mizgîniyê daye. Felsefeya exlaqî ya Zerdüşt pir kûr û bikok e. Dustura exlaqê bingehîn a wî ev e: Rast bifikire! Rast bibêje! Rast bike! Ew destûra ku di baweriya Elewîtiyê de heye mîna “Xwedî li dest, navteng û zimanê xwe derkeve” berdewamiya vê destûra exlaqî ya Zerdüşt e.

Şoreşa exlaqî ya Zerdüşt, di nav pêvajoya dîrokî de hêz û moralek  îdeolojîk da konfederasyona qebîle û aşîretên Medan û bi vî şêwazî hişt ku dawî li rejîma kujer a qastîk a împaratoriya Asûran bîne. Ji ber vê yekê em dikarin bi rehetî diyar bikin; di dîrokê de yekem car gelan li hemberî rejîma kujer a qastîk şoreşeke mezin a civakî pêkanîn e. Gelên ku di bin bandora vê şoreşa civakî de mane, bihara xwe ya rastî dijîn. Îro eger hûn dibînin gel hîn jî bi coşeke mezin cejna Newrozê ku sembola azadî û rizgariyê ye ji dil pîroz dikin, ev yek nîşan dide ka ruhê bihara rastî ya ku gelan jiyaye çi qasî bi bandor e. Zerdüşt dibêje ji bo qencî û xerabiyê dinya “meydana şer e.”

Rêber Apo, behsa wê têkilî, nakokî û şerî dike ku di navbera ‘Dewlet û Komun’ de derketiye holê. ‘Komun’ nûneriya qenciyê, ‘dewlet’ bixwe jî nûneriya xerabiyê dike. Di konfederasyona Medan de jî ev her du meyl (dewlet û komun) di nav şer de bûn. Di şerê navbera arîstokratên ku Harpagos pêşengtiya wan dikir û dixwestin ‘bibin dewlet’ û ‘qraltî’ yan jî ‘komuna’ ku Astîyages pêşengiya wê dikir de, Harpagos xiyanetê li Astîyages dike û bi Kîrosê Persî re hevkariyê dike. Ji ber vê xiyanetê, Astîyages şerê li hemberî zihniyeta dewletê winda dike. Di vî şerî de desthilatdarî ji Mediyan derbasî Persan dibe. Rêbertî dibêje ku : “Zerdüştî pêşveçûna xwe ya esas di konfederasyona Medan de bidestdixe. Ev federasyoneke qebîleyan e. Cewherê şer û pevçûnên ku di navbera Medan û arîstokrasiya Persan de dihatin jiyîn, dispêre vê nakokiyê: ‘Gelo em bibin demokrasî an qraltî?’ Îfadeya herî diyarker a vî şerê navbera dewletbûn û komunbûnê da, şerê navbera Astîyages û Harpagos e û ew kêliya şikestina dîrokî ye ku li vir hatiye jiyan kirin.” Rahibên Zerdüştî yên ku ji wan re Mag tê gotin,  di bin pêşengtiya Gautama de li hemberî Kambîsê 2’emîn serî radikin û textê wî desteser dikin. Darayê 1’emîn an jî Darayê Mezin, serhildana Magan bi tundiyek mezin ditepisîne.  Dîrokzan dibêjin ku di tepisandina vê serhildanê de 70.000 rahibên Mag hatine kuştin. Piştî vê komkujiyê, Darayê Mezin ê Persî, bi destê rahibên Mag yên ku tirsiyabûn û teslîm bibûn ve baweriya Zerdüştî ji cewherê wê qut dikin û dikin olê fermî yê dewletê. Bi vî şêwazî, felsefe û ole Zerdeşt, bi îfadeyeke din dibe olê fermî yê kujerê qastîk ê dewleta Persan û arîstokrat an. Nexwe ol û felsefeya Zerduşt taybetmendiyên xwe yên komunal bi piranî winda dikin û dibe olê fermî yê dewletê.

 

Şerê Xelîfeyan

Îslamiyeta Hz. Mihemed jî wê heman encama ku Zerdeştiyan jiyan kiriye bijî. Îslamiyet piştî mirina Hz. Mihemed, vediguhere şerê desthilatdariyê yê xelîfeyan. Şerê xelîfeyan, şerê navbera komunalîteyan ku di cewherê Îslamiyetê de heye û dewletê.  Em dikarin şerê Muawiye û Hz. Elî jî wekî şerê dewlet û komunê binirxînin. Dema ku Yezîd di Kerbelayê de Hz. Huseyn (P.Z. 681) û alîgirên wî bi komkujiyê re derbas dike, bi vê re cewherê komunal û şoreşgerî yê Îslamiyetê dimire.  Tiştê ku hatibû serê Zerdüştîtiyê, hat serê Îslamiyetê jî. Zerdüştîtiya ku diyalektîkê dikir bingeha xwe, piştî ku bû ola dewletê şûnve ket nav dogmatîzmê û li ser textê mirinê ma, meyla şoreşgerî û komunal a Îslamiyetê jî tevî Muawiye û Yezîd re dema ku veguherî saltanata arîstokrat, Îslamiyet jî li ser textê mirinê hate dirêjkirin. Îslamiyet di navbera sedsalên 9 û 12’an de, ji aliyê fikr û çandî ve pêvajoyeke ronakbîriyê ya mîna serdema eksenê dijî. Ev geşedan belkî dikaribû Îslamiyetê ji ser textê mirinê rizgar bikira; lê belê girtina deriyên îçtîhadê ji aliyê Îmam Xezalî ve hişt ku Îslamiyet bikeve nav dogmatîzmê û bibe şûrê îdeolojîk ê dewlet û saltanatê. Ji bo ku Îslamiyet bibe demokratîk û bigihîje cewherê xwe, di serî de pêwîst e ew ji saltanat û dogmatîzmê were rizgarkirin.

 

Fîlozofên Xwezayê Yên Egeyê

Fîlozofên ekolên Mîlet û Efesê yên li Egeya Anatoliya Rojava jî di nav “serdema eksenê” de cih digirin. Ew fîlozofên xwezayê ne. Ji ber vê yekê, wan bêtir li ser xweza yan jî hêmanên ku hebûnê ava dikin lêhûrbûyîn çêkirine. Armanca wan a bingehîn fêmkirin û pênasekirina çêtir a xweza û hebûnê ye. Ji ber vê sedemê, wan babetên pirsgirêkên civakî negirtine dest. Vegotinên mîtolojîk ên beriya xwe, bi rêya zimanê felsefeyê anîne ziman. Bêguman ji bo mirov berê xwe bide pirsgirêkên civakî, diviyabû ku pirsgirêkên civakî giranban. Li Atînaya ku Sokrates (B.Z. 469-399) tê de dijî, pirsgirêkên civakî pir zêde bûn. Li Atînayê koletî di asteke pir giran de dihat jiyîn. Ji ber vê yekê Sokrates pirsgirêkên civakî çêtir didît, fêm dikir û dibû ew kesê ku ji bo çareseriya pirsgirêkan gava yekem biavêje. Tişta  Sokrates dike Sokrates, lîstina rola pira ku di navbera felsefeya xwezayê ya ekolên Mîlet û Efesê ber bi felsefeya civakê ve dileyîze ye. Ji ber fîlozofê pêşiye ku ber bi felsefeya civakî pêngav avêtiye, lewra vêya wekî Thales bi Sokrates jî statuya bavê pêşî ya felsefeyê daye qezenç kirin.

Xaleke din a ku em li vir dixwazin balê bikişînin ser jî, bandora Zerdeşt a li ser ramanên fîlozofên Mîlet û Efesê. Dîroknivîs ji me re dibêjin ku gelek fîlozofên ku Thales jî di nava wan de ye, serdana Babîl, Persepolîs û Misirê kirine û di warê geometrî, matematîk û astronomiyê de perwerde dîtine. Dema em li koka teoriyên zanînê (epîstemolojî) yên ku fîlozofên xwezayê diparêzin binerin, em hêmanên ku di Zerdeştiyê de hebûnê ava dikin hîn çêtir dibînin. Ji ber vê yekê, em dixwazin teoriyên zanînê yên fîlozofên xwezayê jî bi kurtasî bidin naskirin. Thales (B.Z. 624-548) wekî bingeha hebûnê ‘av’ê qebûl dike; xwendekarê wî Anaksimandros (B.Z. 610-546) ‘apeîron’ê (tiştê bêsinor) wekî hêmana hebûnê dibîne; Anaksimenes (B.Z. 585-525) bixwe jî ‘hewa’yê wekî hêmana hebûnê qebûl dike. Bi dagirkirina Egeyê ya ji aliyê Persan ve ekolên Mîlet û Efesê tên girtin. Fîlozof û xwendekarên di van dibistanan de, bi îfadeyeke din ew ‘mejî’ û rewşenbîriya ku li Anatoliya Rojava bû, koçî Atîna, Sîcîlya û Îtalyaya Başûr dibin.. Piştî vê koçberiya mejî, li Sîcîlyayê Empedokles (B.Z. 494-434) ku fîlozofên xwezayê yên beriya wî av, agir û hewa qebûl kiribûn, hêmana ‘ax’ê  jî li van zêde dike û bi vî şêwazî çar hêmanên Zerduşt ên ku hebûnê ava dikin (agir, av, hewa û ax) bi hev re tên qebûl kirin. Îro di warê zanistî de behsa hebûna sed elementan zêdetir tê kirin. Heraklîtos bixwe jî ji bo balê bikişîne ser hebûna diyalektîkê dibêje: “Mirov nikare di heman avê de du caran xwe bişo.” Fikrê diyalektîk, beriya Heraklîtos di felsefeya Zerdüşt û Tao de heye. Di Zerdüştîyê de nakokiyên (dualiyên) mîna qencî-xerabî, ronahî-tarîtî, di Taocîtiyê de jî tê dîtin ku her tişt xwedî du aliyan e. Di felsefeya wan de gerdûn ji Yin Yangê pêk tê. Di gerdûnê de ne bi tevahî valahî heye û ne jî bi tevahî tijî-bûn heye. Belkî jî ramana yekem a kuantûmê di Taocîtiyê de heye. Jixwe ji aliyê etîmolojîk ve diyalektîk ji herfa ‘di’ yanî ji diduyê tê. Bi kurtasî, têkiliya du tiştan a bi hev re îfade dike.

 

Felsefeya exlaqî ya Sokrates

Di serdema ku Sokrates tê de dijî, ji ber ku pirsgirêkên civakî li Atînayê pir zêde bûn, lewra di nav civakê de rûxandineke exlaqî dihat jiyan kirin. Sokrates zanayek bû û fêr dikir. Ne gengaz bû ku ew li hemberî rûxandina exlaqî ya civakê bêdeng û bêbersiv maba. Ji ber vê yekê, ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî giranî da qencî û dilpakiyê. Di mirov û civakê de felsefeya exlaqî pêş xist. Li gorî wî, ji ber ku Sofîst di berdêla pereyan de perwerde didin, nikarin rastî û dilpakiyê bi pêş bixin. Sofîstên hevdem di roja me ya îro de jiyan dikin. Eger em sedemên rûxandina exlaqê civakî ya ku îro di roja me de tê jiyan kirin  bihejmêrin, em nikarin ji binê barê wê derkevin. Di vê rûxandina exlaqî de qasî dewlet an jî pergalê, para sofîstên hevdem jî heye. Di bin navê hewldana taybet de di dersxaneyan de bi pereyan ders didin zarok û ciwanan. Armanca wan a bingehîn, li şûna ku fêrkirina rastî û qenciyê bidin zarok an jî ciwanan, pereyan qezenç dikin. . Jixwe di nava wan bixwe de wesfên rastî û qenciyê nîn in ku bidin xwendekarên xwe. Vaye serî rakirin an jî ne aramiya Sokrates qasî li dijî dewletê ew qas jî li dijî Sofîstan e. Ji ber vê sedemê, wî mîna sofîstan di berdêla pereyan de zanyarî  ne difirot. Sokrates li pêy xwe tu berhemên nivîskî nehiştiye. Em dikarin wî tenê ji pênûsa Platon (B.Z. 428-348) û ji berhemên ku wî nivîsandine fêr bibin. Ger Platon behsa Sokrates nekira, dibe ku agahiya me li ser hebûna wî tune ba. Ew Platon e ku felsefeya exlaqî ya Sokrates, rêbaza wî ya dan û standinê û gotinên wî yên wecîz gihandiye me. Rêbaza Sokrates a perwerdekirin, fêrkirin, diyalog û lêpirsînê, berevajiya wan tiştên ku hetanî wê demê dihat zanîn bûn. Hemû rêbazên wî taybet û resen bûn. Sokrates mîna derwêşekî gerok li kolanan digeriya, pirs ji kesên ku rû bi rû dibû dikir û rêbaza diyalogê dikir bingeha xwe. Ew dixwaze ji bo gihîştina zanyariya rast, bi rêya diyalogê rola pîrekiyê bileyize. Li gorî tiştên ku tên vegotin, dayika wî dapîr ango ebe bû. Çawa ku dayîka wî bi dapîrtiyê ve zarokan dide welidandin, ew jî dixwaze bi rêya rêbaza diyalogê zanyariyê bide zayîn.  Dîsa ew di diyalogan de mîna Sofîstan zanyarîparêziyê nake û bi nêzîkatiyeke dîdaktîk/fêrker nêzîk nabe. Xwe ne wekî kesekî ku fêr dike, mîna kesekî ku fêr dibe dibîne. Sokrates di qada felsefeya exlaqî de xwedî sekinandineke komunal e. Sokrates di gotinên xwe yên wecîz de wiha dibêje: “Tenê ez tiştekî dizanim ew jî ne tu tişt e.” an jî “Jiyana ku neyê lêpirsîn kirin, ne jiyan e.” Armanca wî ya bingehîn derxistina holê ya jiyana rast û qenciya di mirov de ye. Ji bo ku mirov di pêwendiyên civakî de bibe mirovek xwedî fikrê baş, exlaqek baş û xuypak, pêwîste bibe xwediyê reftarên rast.  Sucê ku rêveberiya demokratên serdest ên bajar-dewleta Atînayê rêvedibirin û sofîstan li Sokrates barkirin ew bû; xapandina hişê ciwanan û derxistina wan a ji rê.  Ji ber van gunehbariyan ew dihat darizandin. Sokrates fîlozofê yekem e ku ji ber ramanên xwe hatiye darizandin û bi cezayê mirinê hatiye mehkûmkirin. Ji ber vê yekê, nav û nasnameyên dewletê yên mîna demokrat, komarparêz, monarşîk, olîgarşîk, despotîk her yek ji wan maskeyek e. Ev maske nikarin karakterê kujerê qastîk ê ku bûye cewherê dewletê biguherînin.

 

Ji ber ku parastina komunalîteyê dikir hat ezakirin

Platon, xwendekarê Sokrates e. Di heman demê de ew kes e ku wekî çavdêr tevli dadgeha darizandina Sokrat bûye. Ew kesê ku parastina Sokrat û girtiyên dadgehê berhev kiriye û kiriye pirtûk Platon e. Bi aliyekî ve, hemû agahiyên ku em di derbarê Sokrat de dizanin aydê Platon in. Li vir paradokseke mezin rûbirûyê me dibe. Tiştê ku dibe paradoks ev e: Sokrates ji ber ku li hemberî bajar-dewletê bi felsefeya xwe ya exlaqî ve parastina komunalîteyê yan jî civakê dikir, ji aliyê dewletê ve hat cezakirin. Platon bixwe van tiştan ji me re dibêje. Lê belê heman Platon dema ku cîhana xwe ya îdeayan vedibêje, Sokrates bi rêya vê cîhana îdeayan ve dikişîne nav dewletê. Hema bêje hewl dide Sokrates û dewletê li hev bîne. Bi gotina Rêbertî ve; “Her çiqas li Îonyayê fîlozofên xwezayî yên ku li ser bingehên zanistî xweza lêkolîn dikirin hebin jî, Sokrates  li Atînayê bingeha felsefeya fikrî diavêt. Kesê ku  Eflatun (Platon) welidandî Sokrates e. Platon di berhema xwe ya bi navê “Dewlet” de dewleteke utopîk îdealîze dike. Li gorî wî eger fîlozofek bibûya qral, dewletê nedikarî Sokrates bi cezayê mirinê ceza bikira. Ji ber ku fîlozofekê dewlet rêvenedibir, lewra Sokrates kuştin. Platon di berhema Dewletê de, dewletê li gorî sê çîn  an jî qastan dinirxîne. Her çînekê, li gorî fonksiyonên wan şîrove dike. Ger em mînak bidin…

  • Ya yekem; divê qral fîlozof be. Qralê fîlozof, na zewice, nabe xwedî mal û milk. Erka wî ya tenê, birêvebirina adilane ya dewletê ye.
  • Ya duyem; ji leşker û rahiban pêk tê, ew jî nazewicin. Erka wan a bingehîn; leşker bi pirsgirêka ewlehiyê re mijûl dibin. Rahib bixwe jî bi ayîn, merasîm û rîtuelên perestgehê yên civakê re têkildar in.
  • Ya sêyem bixwe jî; cotkar û pîşesaz in. Ev çîn, çîna hilberîner e. Ew çawa bi berhemên ku di cotkarî, sewalkarî û pîşesaziyê de bidestdixînin ve civakê xwedî dikin, di heman demê de mecbûr in ku xebatkar  jî bidin dewletê. Berevajî her du çînên din, ew dizewicin, zarokên xwe didin dewletê da ku bibin leşker, karmend, rahib. Fîlozof jî ji nav wan derdikeve. Platon bi vî şêwazî hem felsefeya Sokrates revîze dike, hem jî dewletê di reformê re derbas dike û dike arîstokrat. Platon dixwaze bi vî şêwazê ve xwe bispêre dewleta arîstokratîk, îde û xeyalên xwe jiyanî bike. Em bi beşa ku wê ji Rêber Apo bigirin re, dixwazin babeta li ser Sokrates û Platon bi dawî bikin: “Di Grek-Yewnanan de komunalîstê rasteqîn Sokrates e. Platon tiştên ku ji Sokrates girtine, bi berhema xwe ya ‘Devlet’ê ve pêşkêşî arîstokrasiyê dike. Berhema Dewletê, îdeolojiya dewletê ye… Platon bixwe jî îdeolojiya komunê ji bo pêşxistina dewleta arîstokrat dinirxîne. Sokrates ne dewletê, lê Platon bixwe formula ji qastê vediguherîne dewleta arîstokratîk pêşdixîne;  binesaziya vê ya felsefî û îdeolojîk ava dike. Cewherê şoreşa Platon ev e.”

Felsefeya Tao

Yek ji ramyarên herî girîng ê Serdema Eksenê Lao Tse ye. Lao Tse, avakerê fikr an jî felsefeya Tao ye. Ew bixwe di sedsala 6’an a de beriya zayînê (B.Z.) li Çînê jiyaye. Lao Tse vegotinên devkî, adet û kevneşopiyên civaka nêçîrvan-karker ên  ku beriya cotkarî yan jî neolîtîkê mabûn, di pirtûka bi navê Dao De Jing de berhev kiriye. Pirtûka Dao De Jing, mîna pirtûka Zend Avesta ya Zerdüşt, ji gotinên wekî helbestkî, fêrker û wecîzan pêktê.  Aliyê wê yê cuda ew e ku di Zerdüştîtiyê de xwedê heye. Lê di felsefeya exlaqî ya Lao Tse û paşê ya Budha de ku em ê bigirin dest, têgeha xwedê tune ye. Lao Tse, tê wateya mamosteyê pîr. Ji ber felsefeya xwe ya exlaqî û jiyana xwe ya komunal, dema ku dibe heştê salî mecbûr dimîne welatê xwe Çînê biterikîne. Tê vegotin ku dema Çînê diterikîne, yek ji cerdevanên sînor ê ku wî nas dike, jê dixwaze ku felsefeya xwe binivîse. Dîsa di pêşgotina pirtûka bi navê “Lao Tse” de dibêje ku, doktrînên ku wî nivîsandine, doktrînên felsefeya nîv mîtolojîk û nîv exlaqî yên civaka xwezayî ne ku beriya wî hebûn. Felsefeya Tao navê xwe ji pirtûka Lao Tse digire. Wateya Dao yan jî Tao pir berfireh e. Lao Tse dibêje: “Eger ez di nav dayînê de mecbur bim, dikarim ji vê re bêjim rê (Dao).” Tao; tê wateya rê, alî, herikîn, aqil, rêbaz, dem, valahî, yin û yang û hwd. ku me li jor diyar kiribû. Felsefeya Taocî, felsefeyeke pir bikok e. Her çend derveyî felsefeya Taocî,  behsa valatiya gerdûnê di felsefe û zanistê de bê kirin jî,  wateya ku Taociyan lê bar kirî pir cuda ye. Tenê mekanîka fîzîka kuantûmê mîna Taocîyan têgeha valahiyê qebûl dike. Li gorî wan aliyekî gerdûnê valahî ye, aliyekî wê jî tijiye. Tiştekî mîna tijîbûna tam an valahiya tam tune ye. Her du jî wekî hev in. Di gerdûnê de dijber dikarin balansê ava bikin. Yin û Yang yekîtiya dualîteyên mîna şev û rojê, ronahî û tarîtiyê, valahî û tijîbûnê bûn û nebûnê diparêze. Yin bêyî Yang, şev jî bêyî rojê nabe. Her du bi hev re hene. Bi aliyekî ve mîna nakokiya pêl û pirtikan a di fîzîka kuantûmê de. Di Taocîtiyê de jî li ser tiştekî biryareke mûtleq tune ye, fikrê îhtîmalan li pêş e. Dîsa di diyalektîka Taocî de guhertin, veguhertin û tevgerîn heye. Rêber Apo dibêje: “Lao Tse nûnertiya komunaliyetê dike, Konfûçyûs jî dike aîdê dewletê. Li wir dîrokeke komunê, komunalîteyek heye. Lao Tse komunalîteya rastî ya bindestan bi pêş dixe. Konfûçyûs bixwe jî wê dike arîstokrat û vediguhere îdeolojiya dewletê… Konfûçyûs revîzyonistekî mezin ê dewletê ye. Çîn niha konfuçyustiyê dileyize. Konfûçyûs derbasbûna ji qastê ber bi dewletê ve dabîn dike.”

 

Îdeolojiya Konfûçyûs

Konfûçyûs (B.Z. 551-479), wek olê netewî yê Çînê ji nava pêvajoya dîrokê destpêkir û hetanî pêvajoya Şoreşa Demokratîk a Netewî ya ku Sun Yat Sen di destpêka 1900’an de da destpêkirin hebûna xwe parast.  Helbet felsefe û baweriya kevneşopî ya Taocî û Konfûçyûs olekî  bê xwedê ne. Ev ol, eynî wekî felsefeya exlaqî ya Zerduşt, bû ol. Aliyê wan ê cuda ew e ku di Zerdüştiyê de xwedê heye, lê di dînê Taocî û Konfûçyûscî de xwedê tune ye. Konfûçyûs li Çînê li hemberî şerê navxweyî yê navbera prensan de ku bi sedan salan dom kir, di nav serhildanê de ye. Dixwaze ku prens di nav xwe de li hev bikin û bibin yek. Di serî de babetên ku Konfûçyûs herî bêtir li ser rawestiyaye; rêveberî, edalet, exlaq, qencî, rastî, dostanî û xuypakî bûn. Têkîldarî wan mijar û mijarên wekî spartek û ruhê bav û kalan ders da sedan xwendevan an. Lê belê ji bo jiyana qenç û adil, dixwest piştevanî ji dewlet an jî prensekî bigire û bibe şêwirmend an jî wezîrek wî.  Di Platon de îdeaya dewletê utopyayek bû. Dewleta Konfûçyûs bixwe jî, ya dinyewî û pratîze kirina wê pêkan bû. Konfûçyûs dizanibû ku ji bo qedandina şerê navxweyî yê navbera prensan û ji bo dabînkirina aştî û edaletê di civakê de, divê di rêveberiya dewletê de rola xwe bileyize. Ji bo vê yekê ji aliyê îdeolojîk ve têkoşîn da. Di encama vê têkoşînê de, di serî de di bin rêveberiya prens de wekî karmend, paşê jî bi erka wezîrtiyê dest bi kar dike. Ew di serdema ku rêveberî dikir de, di prensîtî yan jî di dewletê de reformeke mezin pêk tîne. Bi rêya reformên ku pêk anîne re, gelek desthilatdariyên prens yan jî qralan sînordar dike.

Di Konfûçyûs de felsefeya exlaqî pir xurt e. Bi felsefeya exlaqî ve hewl dide pirsgirêkên civakî û polîtîk çareser bike. Konfûçyûs têkiliya navbera zanîn û qenciyê pir baş formule dike. Destnîşan dike ku sedema nezanîna mirovekî/ê ji bêfazîleta wî/ê tê. Ger di mirov de wesfê fazîletê hebe, di nav wî de nezanî nabe. Berevajî vê, eger mirov xwedî zanîn be, wê çaxê di nav wî de nezanî jî nabe. Bi kurtasî, nezanî ji cahêltiyê dertê. Ew di bin bandoreke mezin a felsefeya Taocî de dimîne. Konfûçyûs felsefeya exlaqî ya Taocî  adapteyî felsefeya siyasetê ya dewletê dike. Bi gotina Rêber Apo; ew felsefeya Taocî “…arîstokrat dike û veduguhere îdeolojiya dewletê.” Di Çînê de, di serî de di felsefe û baweriyên Taocî, Konfûçyûscî û Budacî de têgeha Xwedê tune ye. Di felsefeya Konfûçyûs de em vê yekê hîn çêtir dibînin.  Di derbarê axretê yan jî cîhana din de pirs ji wî tên pirsîn, ji bilî bersivên revok tu nirxandinek wî tune ye. Ji kesekî ku jê dipirse ka divê çawa dia bê kirin re dibêje “diaya min jiyana min e”, dîsa ji kesên ku jê dipirsin ka wê piştî mirinê çi bibe re dibêje: “Tu hîn nizanî ka jiyan çi ye, tu wê çawa piştî mirinê bizanibî?”

Li gorî Konfûçyûs, erk û berpirsiyariyên mirovên di civakê de li hemberî hev hene. Dema ku behsa erkan dike, zihniyeta mêrê serdest bi hemû eşkerebûna  xwe ve derdikeve holê. Rêzgirtina ji bav û kalan  re veguheriye baweriyekê. Ji wê demê û heta roja me ya îro, çand û baweriya rêzgirtinê ya ji  bav û kalan re yan bi vî şêwazî yan jî bi şêwazekî din her dem hebûna xwe parastiye. Rêzgirtina li dê û bavan gerdûnî ye. Di hemû baweriyên olî de tê xwestin ku zarok li hemberî dê û bavên xwe xwedî rêz bin. Dîsa pêwîst e ku dê û bav jî li hemberî zarokan xwe tijî hezkirin bin. Divê ev rêz û hezkirin di her qada civakê de hebe. Wekî mînak; têkiliya navbera karker û karsaz, dewlet û welatî, jin û mêr (hevjîn) mîna “erkên zarok-bav bin.” Her çend hinek nêzîkatiyên wî yên exlaqî aydê civaka ku tê de jiyaye bin jî, nirxandinên wî yên exlaqî gerdûnî ne. Hinek gotinên wî yên wecîz, wecîzên Hz. Îsa yên di Încîlê de tînin bîra mirov. Wekî mînak; li dijî neheqiyê bi edaletê re bersiv dayîn, dîsa tişta ku tu nexwazî li dijî te were kirin, pêwîste tu jî li ser hinek din pêkneyne û divê mirov bên hez kirin, hem di Hrîstiyaniyê de û hem jî Konfuçyustiyê de heye.  Dema ku Rêber Apo felsefeyên exlaqî yên Taocî/Konfûçyûscî tevî zanyarên din ên serdema eksenê dinirxîne, di parastinan de wisa dibêje: “…kesayetên zana û mezin in ku di demên pir nêzî hev de jiyane, hem fîlozofên mezin ên exlaqî ne û hem jî di şexsê xwe de nûnertiya serdest a çanda îdeolojîk a li hemberî çanda maddî dikin.”

 

Budha yê ronakbûyî

Di serdema eksenê de, lingê li Hindistanê bixwe jî Budha ye. Budha tê wateya kesê ronakbûyî. Navê rastî yê Budha Siddhartha Gautama ye (B.Z. 563-483). Ew kurê qralekî ye. Bavê wî ji bo Gautamê ku yanî keyayê pêşerojê hawirdorek jiyanê ya wekî bihuştê di nav qesrê de çêdike. Tê vegotin ku qral ji xebatkarên qesrê daxwaz dike ku divê Guatamayê ciwan; feqîr, xizanên daxwazkar, kal-pîr, mirinê û tiştê ku wî xemgîn bike, biêşîne nebîne. Gautama heta temenê xwe yê 20’ê di nav şatafat û luksê de jiyaye, bêyî ku haya wî ji cîhana  di nav êşan de dıziwire hebe. Gautama rojekê dixwaze derkeve derveyî qesrê. Xebatkarên qesrê jî wî derdixînin derve. Dema derdikeve derve, di serî de parsekekî dibîne. Piştî wê, xizaniya ku civak tê de dijî, mirovên ku ji ber nexweşiyê dıperpitin û cenazeyê kesê mirî çawa di nav agir de tê şewtandin dibîne. Dema ku her yek ji van dibîne, nikare wateyê bide tiştên ku diqewimin; ji bo ku tiştên dîtî bizanibe û nas bke, pirsan ji xebatkarên qesrê dike. Xebatkarên qesrê jî, her pirsa ku wî kiriye bi şêwazekî hêsan û zelal bersiv didin. Gautama piştî ku vedigere qesrê, dest ji prenstiyê berdide û ji bo ku bikeve pêy heqîqetê, xatirê xwe ji bavê xwe dixwaze. Şeş salan di nav rûbarên Ganj û Îndusê de di nav birçîbûn û xizaniyê de digere. Ew tam di wan kêliyan de difikire ku gihîştiye Nîrvanayê, lê dibîne ku wî egoya di nava xwe de nekuştiye, lewra ev jê re dibe asteng. Ev yek gelek caran dûbare dibe. Tam dema  hîs dike ku gihiştiye Nîrvanayê, piştre dîbîne ku ezezîtiya di hundirê xwe de nekuştî ji wî re astengiyê çêdike.   Ev gelek caran berdewam dike. Lê kêliya ku di gihiştina Nîrvaneyê de diket bêbaweriyê ji birçîbûnê dikeve erdê û têkildarî heqîqetê ronî dibe. Êdî şûna Guatama navê wî dibe Budha. Budha tê wateya kesî ku di rêya heqîqetê de gihiştî zanebûnê. Ew di riya ronakbûniyê de li hemberî kevneşopiyên kevn bû xwedî lêpirsîn û têkoşîneke mezin. Bi taybetî jî li hemberî baweriya Brahman û ji aliyê civakî ve jî li hemberî pergala qastîk tekoşîna bîrdozî da.

Tişta ku Buda dike Buda, îdeolojiya wî ya komunal û felsefeya wî ya exlaqî ye. Dizanî ku tiştê êşê dide mirov cîhana maddî ye. Ji ber vê sedemê, ji bo gihîştina Nîrvanayê eger mirov dest ji cîhanê berde, dikare ji êşê rizgar bibe. Dema ji êşê rizgar bibe, dikare bigihîje Nîrvanayê. Di Budacîtiyê de têgeha xwedê nîn e. Nîrvana bixwe jî, ji aliyekê ve mîna  yekbûna bi xwedayê tesawufê re ye û wekî fenafîlahê di nava wî de ye. Budha ev pir baş dizanîbû ku tişta li pêşiya rizgariyê dibe asteng kevneşopîn e.  Wê çaxê divê mirov xwe ji kevneşopiyan paqij bike. Di baweriya Buda de reenkarnasyon (ji nû ve zayîn) heye. Li gorî vê baweriyê ruhê mirov nemir e. Di Sokrates de jî reenkarnasyon hebû. Mirov dema ku dimire, ruhê wî/ê namire. Ruhê wî/ê di laşekî din de dijî. Ji bo ku ruh ji nû ve bibe xwedî laş, diayan ji xwedayan nake, lavayan nake, qurbanan pêşkêş nake. Bi rêya reftarên xwe yên qenc dikare bihêle ku ruh ji nû ve bibe xwedî laş.

Çar Rastiyên Bingehîn

Li gorî Budha çar rastiyên bingehîn hene. Ew rastî ev in: rastiya êşkêşanê (xwe rizgarkirina ji cîhana maddî û eşyayan), rastiya xwestekan, rastiya ji holê rakirina êşê û rastiya heşt rêyên ku êşê ji holê radikin. Ev rê; tenê bawerî, tenê îradeya,  tenê gotin, tenê çalakî, tenê amûrên debarêrût, tenê fikr, tenê qencî û tenê tune bûne.  Wekî ku Buda ‘Deh Fermanên’ Hz. Musa li Hîndîstanê lihev anîbin.  Ew jî ji bo qenciyên ku qedexe dikin wisa dibêje: Nekujin, malê kesên din nedizin, çav bernedin ser hevjîna kesek din û serxweş nebin. Qenciyên  erênî bixwe jî ev in: Li ber êşan sebir bikin, li ser êşên mirovên din bifikirin (ku îro em jê re dibêjin nefsûqiyas), alîkar û qencîxwaz bin, êş û şahiyên kesên din parve bikin, dilovan bin, tiştên ku li dijî we hatine kiirn bibexşînin, kînê negirin, ji bo kesên din xêrxwaz û comerd bin. Li gorî Budha di cîhanê de tu tiştek tune ye ku mirov pê ve were girêdan. Li gorî wî ruh jî, madde jî, şêwaz jî, cewher jî hene û demkî ne. Di nav pêvajoya dîrokî de felsefeya exlaqî ya Buda tam mîna felsefeyên exlaqî yên Taocî û Konfûçyûscî dibe ol. Xanedana Aşûka ye ku felsefeya exlaqî ya Buda dike olê dewletê. Aşûka, mîna Platon û Konfûçyûs felsefeya exlaqî ya Buda di warê teorîk de li berçav derbas nekiriye. Persan çawa ku olê Zerduşt kirin olê fermî yê dewletê û cewherê wê vala kirin, Aşûka jî felsefeya exlaqî û baweriya Buda kir olê fermî yê dewletê, Budacîtî li dewletê zêde kir û bi vî şêwazî cewherê wê vala kir. Bi vî awayî, Budacîtî jî heman encama ku hatibû serê olên din jiyan kir. Îdeolojiya komunal a ku herikbar, tijî ruh û enerjî bû, cemidand û bû sedema sekinandina wê.

 

Pêxamberên Cihûyan

Di rêza pêncemîn a îdeolojiyên komunal ên serdema eksenê de Pêxamberên Cihûyan tên. Ew têkoşîna îdeolojîk a ku di dîroka pêxamberan de hatiye jiyîn, bi aliyekî ve têkoşîna navbera dewlet û komunê ye. Dîroka Cihûyan, bi aliyekî ve dîroka pêxamberan e jî. Rêber Apo wê nakokiya ku pêxamberên Cihûyan jiyane di nav van rêzan de xulase dike: “Ev dabeşbûna yekem di nav qesran de dest pê dike. Ûsiv di qesrê de li cem Fîrewn e. Kurên din ên Yaqûb komunalîst in. Pêxamber Ûsiv zilamê Fîrewn e. Ev pir balkêş e. Qebîleya Îbranî dike du beş. Piştî vê serdema Mûsa-Harûn tê. Ew jî pir balkêş e. Dawid û Silêman nûnertiya kevneşopiya dewletê dikin, Samuel û pêxamberên din bixwe jî nûnertiya kevneşopiya komunal dikin.” Dema ku em, li belgeyên dîrokî yên beriya Îsa da li civaka Cihûyan mêze dikîn em dikarin têkilî û şerê dewlet-komunê hîn çêtir bibînin. Di civaka Cihûyan de sê çîn, partî an jî qast hebûn. Ji van Fêrîsî û Sadûqî partiyên dewletparêz ên alîgirên Pers û Greko-Romenan in. Eseniyên ku di heman serdemê de jiyan dikirin jî, tevgereke wisa ne ku nûnertiya komunalîteyê dikin. Ev her du meyl duh jî hebûn, îro jî hene û sibê jî wê hebin. Esenî di sedsala 2’yan a berî zayînê (B.Z.) de jiyane. Tevî derketina Îsa re, Esenî jî kesên yekemîn in ku tevli fikrê Îsa dibin. Felsefeya wan a bingehîn felsefeyeke komunal bû. Mal û milk aydê komê ye. Di nav wan de milkiyeta kesane tune ye. Mîna mezhebek an jî tarîqetekê “li ser sofreyên hevpar dixwarin vedixwarin û ji hev re bira digotin… Ji kesên ku wê biketana nav terîqatê re, sond dihat xwarin ku wê felsefeyê veşartî bigirin.”

Xiristiyantî jî wekî mezhebekî Cihûyan derdikeve holê. Xirîstiyantî sê sedsalan di manastiran de jiyanyek komunal jiyan kirin û ji bo îdeayên wê jiyana komunal têkoşîneke mezin dan. Lê belê tevî lihevhatina bavên dêrê ya bi împaratoriya Bîzansê re, dewleta Bîzansê tevgera Îsevî girt nav xwe. Bi vê lihevhatinê re baweriya Xiristiyantiyê bû dîn û îdeolojiya fermî ya dewletê. Împaratoriya Bîzansê ya ku dejenere bibû û rastî rûxandinê hatibû, bi qebûlkirina Xiristiyantiya wekî dînê fermî ve, xwîn û ruhekî nû da dewleta ku hildiweşiya.  Bavên dêrê Xiristiyantî di çav re derbas kirin û ew anîn rewşeke lihevhatî ya bi dewletê re. Piştî vê lihevhatinê Xiristiyantiyê taybetmendiyên xwe yên şoreşgerî û komunal ên kevn winda kirin û mîna çerxekî di nav amûrekî mîna dewletê de rola xwe lîst. Nestûr (P.Z. 380) patrîkê Stenbolê bû. Piştî ku Xristiyantî bû dînê dewletê, nîqaş dihat kirin ku ka Hz. Îsa kurê xwedêye yan na, nêrîna serdest xwedêtiya Îsa qebûl dikir. Nestûr (Nestorius) bixwe jî digot Îsa ne xwedaye, lê ji ber ku diparast ku aliyê wî yê xwedatiyê heye, lewra ji aliyê konsul ve tê qewirandin. Her çend Xiristiyantî bûye dînê dewletê jî, hîn jî di hinek terîqat û mezheban de kêm be jî, komunal jiyan dikin.

Derketina Îslamiyetê pir girîng e. Li Erebistanê serweriya tu dewletek navendî tune bû. Hz. Mihemed di cihek ku forma qebîleyê serwer bû. derket holê. Tişta ku yekem kirî derketinek bîrdozî ya komunal a li ser qebîleyan bû.  Rêber Apo dibêje: “Kevneşopiya pêxamberan jî komînalîst e. Mihemed ji bo çi ew qas mezin e? Ji ber ku Hz. Mihemed bixwe komînalê mezin ê dawî ye. Koletiya klasîk bi dawî kiriye. Li Efrîqa û Erebistanê qebîle li ber pêşveçûna civakî bibûn asteng. Mihemed vê astengiyê bi hêvî û îlhameke mezin radike. Civaka Medîneyê ya Mihemed balkêş e. Li Mekeyê pêvajoya propagandayê dijî. Li Medîneyê jî dike komun. Ev komuna Îslamê ye… Peymana Medîneyê, peymana komunê ye, yanî destûra bingehîn e.”Ev tevgera komunal, dema ku hîn li Medîneyê bû di nav komunê de bingeha dewletê avêt. Em dikarin bi rehetî bêjin ku bingeha yekem a dewleta proto-Îslam li Medîneyê tê avêtin. Di serdema xelîfeyan de Îslamiyet gav bi gav ji komunalîteyê qut dibe. Muawiye bixwe jî Îslamiyetê dike îdeolojiya arîstokrasiya dewletê.

Em dixwazin bi dayîna yek du mînakên ji serdema modernîteyê babetê xwe bi dawî bikin. Serdema eksenê, pêvajoyeke ronakbîriyê  ye ku di dawiya serdema koletiya qlasîk de derketiye holê. Tiştê ku tariya Serdema Navîn  qetand Ronesans, Reformasyon û serdema Ronakbîriyê ye. Tiştê ku modernîteyê dike modernîte; Ronesans, Reformasyon (tevgerên gundiyan ên serdema navîn) û ronakbîrî ye. Lê belê modernîteya kapîtalîst, her sê tevgerên modernîteya demokratîk girt nav xwe û ew kirin şûr û çeka netew-dewletê. Mînaka duyem bixwe jî; komunalîteyên sosyalîzma pêkhatî, sosyal-demokratan û tevgerên rizgariya neteweyî ne. Van her sê tevgerên komunal, ev sed û pêncî sal in li hemberî Modernîteya Kapîtalîst berxwedaneke mezin nîşan dan. Her sê meyl jî, di nav demê de taybetmendiyên xwe yên komunal winda kirin, tevli modernîteya kapîtalîst bûn û bi vî şêwazî temenê modernîteya kapîtalîst dirêj kirin û hêz danê.

Pêwîst e ji tiştên ku di dirêjahiya dîrokê de hatine serê tevgerên xwedî ol, felsefeya exlaqî û îdeolojîk ên xwedî derketina polîtîk û sosyal, dersên mezin werin derxistin. Ger em ji tiştên ku hatine serê wan dersan dernexînin, dibe ku heman encam û hîn bêtir werin serê me jî. Ji bo ku em heman encamê nejîn, pêwîst e her roj jiyana komunal û têkoşîna îdeolojîk hefteyê 7 rojan û rojê 24 saetan bi berdewamî were dayîn û were mezinkirin. Têkoşîna îdeolojîk çi qasî bisekine, wê çaxê em dikarin rastî heman encamê bên. Kesên ku xwedî nêrîna dîrokî ya rast in, ew kes in ku dizanin ji dîrokê dersan derxînin.

Çavkanî (Referans):
1- Manifestoya Civaka Demokratîk
2- Parastin
3- Ansîklopediya Felsefeyê

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00