Mirov, di nava xwezayê de zindiyê herî lewaze vê lewaziya xwe jî bi civakbûnê ve derbas dike, lê bi vê re tiştên ku di hawirdora xwe de dibîne teqlîd dike û xwe li gorî xwezayê eyar dike. Mînak pencê wan tineye, lê amûrek ku dişibe pencê şêr çêdikin, baskên wan tineye lê balafir çêdike, nikare li ser deryayê bifire, lê keştî ççdike, yanê ji bo ku hebûna xwe bidomîne hewl dide li gorî xwezayê jiyan bike. Dema ku mirov van tiştan dike, tiştên ku li hawirdora xwe dîbîne di cîhana xeyalên xwe de zindî dike û pêk tîne.
“Zihniyeta mîmetîk, zihniyeta herî nêzî zihniyeta hestiyar e an jî zihniyeta pêşî zihniyeta hestiyar e. Di sînorê ajoyan de dibe zîhnekê seretayî. Yanî ev tişt di heywanan de derbasdar e. Em ji vê re dibêjin zihniyeta seretayî ya ku ji bo birçîbûnê derbas bike û zêdebûnê pêk bîne pêwîst e. Îfadeyeke din a vê yekê jî teqlîd e. Heywan tenê bi teqlîdê fêr dibin. Ji derveyî teqlîdê tu derfetên wan ên fêrbûnê nînin. Ji ber ku mirov di encamê de heywanekî pêşketî ye, lewra jêhatiya wî ya teqlîdkirinê pir xurt e. Dayik bi rêya teqlîdê peyvên yekem hînî zarok dikin.[1]”
“Her çend di lîteratûrê de cihê wê hebe jî, zehmet e em bêjin ku ev yek di wateya ku em dizanin de rewşeke ramanê îfade dike. Girîngiya wê, ji îfade kirina eqlê ku ber bi pêvajoya mirovbûnê ve diçe tê. Eqlê mîmetîk, di sînorê ajoyan de ye, eqlê seretayî ye. Li gorî daxwazên jiyanî yên bingehîn ên mîna birçîbûn, parastin û zêdebûnê ku di hemû heywanan de hene, kar dike. Ev zêhn diceribîne. Lê ev ceribandinek besîd e. Rêbaza wê ya bingehî teqlîd e, fêrbûna li ser bingeha teqlîdê ye. Tenê tiştê ku dibîne û bi qasî ku dibîne tê digihîje û ji bo ku teqlîd bike dixîne hafizeya xwe. Ev, eqil ya wê dema ku mirov hîn bi tevahî ji cureyên heywanan qut nebûye ye. Eqilê mîmetîk seretayî ye lê winda nabe.[2]”
“Hişmendiya mîmetîk; teqlîd, şibandin, ji nû ve çêkirina tiştê ku wekî mînak hatiye girtin e. Hinek ramyar hunerê wekî teqlîdeke (mîmesîs) objeyan, wekî şibandina wan dibînin. [3]”
Hinek heywan dikarin taybetmendiyên hawirdora ku tê de ne bigirin û xwe li gorî wê hawirdorê lihev binîn. Ev rewş ji bo mirov jî derbasdar e. Mînaka herî berçav a ku ji bo vê yekê were dayîn; teqlîdkirina zarokan e ku li dê û bavên xwe û li mirovên derdora xwe dinêrin. Wekî ku ji pênaseyên li jor hatine kirin jî tê fêmkirin, çanda mîmetîk jêhatiya teqlîdkirinê ya ku aydê mirov îfade dike. Ji ber vê yekê, yek ji mijarên girîng ên ku Rêbertî di Manifestoya Civaka Demokratîk de ji bo pênasekirina heqîqeta mirov û civakê bal kişandî ser, dibe hişmendiya mîmetîk.
Bi hişmendiya mîmetîk ve fêrbûn
Teqlîd, rewşa xweşibandina li tiştekî din an jî hewldana di vî alî de îfade dike. Wekî ku hate diyaririn; yek ji taybetmendiyên bingehîn ên zindiyan teqlîdkirin e. Di prîmatan û mirovan de jêhatiya teqlîdkirinê bêtir bi pêş ketiye. Mirov, ji dayikbûnê ve xwedî taybetmendiyên mîmetîk in; ev taybetmendî wekî potansiyel di cureyê mirov de heye. Agahiyên xwe yên yekem jî bi riya mîmetîk fêr dibin. Her çend mîmetîkbûna di mirov de şêwazê fêrbûnê yê yekem be jî, îro jî bi şêwazekî berfireh tê jiyîn. Her çiqas teqlîd, di cureyên din de wekî taybetmendiyekê hebe jî, lê di mirov de bi şêwazê çand, huner, matematîk, mîmarî û her wekî din û bi rêya berhemên tesewir ên ku xwe dispêrin jêhatiya razber ve digihijin forma hişmendiyek hê pêşketîtir.
Mirov, di nava xwezayê de zindiyê herî lewaze û vê lewaziya xwe jî bi civakbûnê ve derbas dike, lê bi vê re tiştên ku di hawirdora xwe de dibîne teqlîd dike û xwe li gorî xwezayê eyar dike. Mînak pencê wan tineye, lê amûrek ku dişibe pencê şêr çêdikin, baskên wan tineye lê balafir çêdike, nikare li ser deryayê bifire, lê keştî ççdike, yanê ji bo ku hebûna xwe bidomîne hewl dide li gorî xwezayê jiyan bike. Dema ku mirov van tiştan dike, tiştên ku li hawirdora xwe dîbîne di cîhana xeyalên xwe de zindî dike û pêk tîne.
Bi wateyekê, ramana mirov bi tiştên ku li derdora xwe dibîne re sînordar e. Tiştên ku li derdora xwe dibîne di cîhana xeyalên xwe de dewlemend dike û tîne rewşa kêrhatî. Bi vê taybetmendiya xwe ji zindiyên din vediqete. Jêhatiya teqlîdkirinê ya di zindiyên din de, bi şêwazê dûbarekirina tiştê ku heye derdikeve holê. Wekî mînak; papagan dikarin her dengê ku dibihîzin teqlîd bikin. Zindiyên ji malbata prîmatan jî teqlîd dikin, lê ev yek venaguhere fêrbûnê. Di cureyê mirov de teqlîdkirin veduguhere şêwazekî fêrbûnê. Wekî mînak; Gava ku Qabîl, Habîl dikuje bi rêya kolandina axê ya qijikekê ve fêr dibe ka wê term çawa veşêre. Di vê çîroka ku forma hişmendiya mirovê destpêkê vedibêje de behsa çanda gorîstanê ya mirovahiyê dike. Lê belê teqlîdkirina qirikê, tenê bi çalakiya binaxkirin û ji holê rakirina mirî re sînordar namîne. Tevî ku berhemên afirîner ên hişê mirov ên mîna mozole (gorên bîrdarî), pîramît û nekropolan tên hilberandin jî, mijar ji binaxkirina mirî pir wêdatir çûye. Gorên ku di asta herêmî û gerdûnî de ji aliyê olî, bazirganî (geşt), polîtîk û îdeolojîk ve xwedî taybetmendiyeke navendî ne, potansiyela mîmetîzma mirov nîşan didin. Ev rewş di zindiyên din de nayê jiyîn.
Bi vî şêwazî, civakîbûna ku di mirovan de tê jiyîn, bi xêra fêrbûn û fêrkirinê veduguhere girêdanên ku naqetin. Tiştê ku bi teqlîdê tê mebestkirin, hêsankirina fêrbûnê ye. Rêbaza fêrbûnê ku yê din mêze dike û tiştên fêr bû dubare dike. Fêrbûn û fêrkirin îfade dike ku hişê mirovan heye. Hêmanên zihnî di mejî de pêk tên. Di piraniya zindiyan de mejî heye û di asta ku jiyana wan bidomîne de fonksiyonel e. Di cureyê mirov de ku wekî xeleka dawî ya zincîra peresînê derketiye holê, mejî gihîştiye kapasiteya razberkirinê ya herî pêşketî (encamên ku zanistê heta niha bi dest xistine vê yekê nîşan didin). Asta eqlê ku di zindiyan de bi pêş dikeve, rasterast bi pêşveçûna mejî ve girêdayî ye. Laş ji aliyê mejî ve tê birêvebirin. Hişyariyên ku ji organên hest tên, fêmkirin û çareserkirina pirsgirêk û bûyeran, xebata fêrbûnê, dabînkirina hewcedariyên laş ên mîna birçîbûn, tîbûn, xew û hwd., pêşwazî kirin, eyar kirina hevsengiya balansa tansiyona xwînê û germahiyê, tamîrkirina birînan û her weki dın ji aliyê mejî ve tên pêkanîn. Ji bo ku laş di hevsengıyê de were girtin û zindîbûna xwe biparêze, bêyî ku li ser hizirandin çêbibe pêktê, bi vê re ji bo ku pirsgirêk bê çareser kirin, fikr bê hilbirandin, pêdiviyên civakî bên pêşwazî kirin lazime bifikire, yanî mejî bê çalak kirin. Ji ber vê taybetmendiyê, %20’ê enerjiya laş ji aliyê mejî ve tê bikaranîn. Di vê wateyê de hewldanek mezin tê dayîn.
Di Civakîbûnê de Bandora Ramanê
Rêjeya mejî ya li gorî laş, di mirov de li gorî cureyên din ên zindiyan mezintir e.. Neokortex %76 mejiyê mirov pêk tîne. Mirov li gorî zindiyên din xwediyê neokortekse pir mezine, li gel ku avaniya wî ya noroanatomîk dişibe cureyên pêşî jî, lê xwedî kapasiteyeke zihnî ya bêhempa ye. Di mejî de bêtirî 86 milyar noron û hema bêje bi heman hejmarê şaneyên din hene. Çalakiya mejî bi girêdana noronan a bi hev re û bi bersivdayîna hişyariyên rih re gengaz dibe.
Noron ji bo ku rêyên sînîran, çerxên sînîran û pergalên tevn ên berfireh ava bikin, bi hev ve tên girêdan. Mejî bi vî şêwazî dibe fonksiyonel. Mejî û civakîbûn di nav pêwendiyekê de ne. Civakîbûn bandorê li ser pêşveçûna mejî dike. Pêşveçûna mejî jî bandorê li ser têkiliyên civakî dike; çimkî ji tevgerên me heta axaftina me, her tişt bi bandora ramanê pêk tê. Li gel ku heywanên malê bi salan bi mirovan re di heman malê de jiyan dikin, lê nikarin bibin Homo Sapîens. Homo Sapiens jî, tevî hemû jêhatiya xwe ya zihnî jî, dema ku bê civak bimîne nikare bibe mirov.
Xebitîna koordîneyî ya mejiyê mirov a ligel pênc organên hest jî, pêşketina ziman, pêşveçûna asta bilind a mejiyê analîtîk, dibe taybetmendiyek bingehîn a ku mirovan ji zindiyên din vediqetîne. Mejiyê mirov û şêwazê bikaranîna mejî, cûdahiya wî ya ji zindiyên din derxistiye holê. Cûdahiya genetîk a navbera prîmatên din û mirov de di eslê xwe de li dora %2-2,5 e. Tevî ku nêzîkî %98 wekheviyeke genetîk heye, lê mirov di rêjeyek mezin de ji prîmatên din cudatir xwdiyê fîzyolojî, anatomî û zîhniye. Her çiqas meymun bi nêrînên xwe, bi lebatên laşê xwe, heta bi bertekên xwe yên hestiyar û refleskên xwe pir bişibin mirov jî, ji mirov cuda ne. Nikarin mîna mirov rast bimeşin. Her çend cureyên wan ên ku dikarin amûran bi kar bînin hebin jî, nikarin bigihîjin asta afirîneriya di mirov de. Heman mijar ji bo taybetmendiyên mîmetîk jî dikare were diyar kirin. Lê di têkiliya navbera mirov û prîmatên din de; cureyê ku di laboratuvaran de ceribandin li ser tên kirin û di baxçeyên heywanan de dirav li ser tê qezenckirin ne mirov in. Homonîdên yekem di daristanên Afrîkayê de bi teqlîdkirina meymunan ve karîbûn li ser piyan bimînin. Lê ev rewşa fêrbûnê bi Homo Sapiens re li dijî meymunan vedigere, Homo Sapiens bi tiştên ku fêr bûye re, serdestiyê li ser cureyên din ava dike.
Girîngiya çawaniya teqlîdê
Di cîhana heywanan de ji bilî cureyê mirov jî zindiyên ku aliyê wan ê mîmetîk pêşketî jî hene. Ew jî teqlîd dikin. Lê tişta ku fêr bûyî eynen dubare dike; fonksiyona teqlîdê ji bo pêşwazî kirina pêdiviyên jiyanî ye û dema ku bi mirov re bê muqayese kirin, çawaniyek pir hêsantir e. Di heywanan de karakterê afirîneriya teqlîdê pir sînordar dimîne. Di mirov de bixwe, ev yek ber bi qonaxeke pêşketîtir ve baz dide; bi teqlîdkirinê fêr dibe û vê yekê vediguhere hişmendiyê. Ev şêwazê fêrbûnê, li gel karakterê xwe yê destpêkê di cureyên herî pêşketî de jî bandora xwe didomîne. Çiqas teqlîd fonksiyonel dibe ew qas jî ji berhemên ku tên bidestxistin re nirx tê dayîn û watedayîn pêş dikeve. Tiştên ku tên teqlîdkirin, dibe bibin tiştên diçe xweşiya mirov û mirov heyran bimîne. Ji ber xwestek di nava hestên ku mirov bi jiyanê ve girêdide de ye, lewra girîngiyê dihewîne. Dema ku tiştek tê dîtin û zanîn tê teqlîdkirin, dikare di mirov de heyranbûnekê çêbike. Mînak dema ku dîmenek li cihekî hatibe dîtin vegere tabloyekê, êşa li hember bûyerekê hatî kişandin wek lorînekê hatibe ziman, mirov bê bandor dibe. Ji ber ku bang cîhana manevî ya mirov dike.
Bi vê re, feyde heye ku em balê bikişînin ser xaleke girîng. Çawaniya teqlîdê, ji aliyê bandora ku li ser xweza û civakê dike ve girîngî dihewîne. Li cihekî, em dibîn şahid ku berhemê xwediyê taybetmendiyên ku pêdivî pêşwazî dike, yekser li her deverê wekî kuvarkên ku dibin erd derdikevin xwe dubare dikin. Çêkirina wekî hev a di welatên cuda de ya fîlm an jî rêzefîlmên ku di cîhanê de eleqeyek mezin çêdikin, dib mînakên herî tên zanîn a vê rewşê. Ev dikare bibe bernameyek pêşbaziyê, avahiyek, xwarinek û her wekî din jî. Teqlîd ji aliyekê ve bandor bûnê îfade dike. Dema ku fîlozofên Ronesansê, zanyar û hunermend di bin bandora berhemên antîk ên Grek û Ereban de serdemeke nû vedikirin, nûnertiya şêwazê afirîner-berhemdar ên teqlîdê dikirin. Lê dema ku kesên ji ber pêkanînên xwe dispêrin înkara gelê Kurd a pergala dewlet-neteweya mêtînger ji welatê xwe derketîn û salan şûnve vegeriyan welatê xwe mekanên şahiyên kapîtalîst ên ku li Ewropayê dîtin di bajarên Kurdistanê de vekin ev dibe nûnertiya herî dejenere ya teqlîdê. Dûbarekirina ku ji afirîneriyê, ji çareserıya pirsgirêk û pêşwazî kirina pêdiviyan dûr û ji nû bûyînên pêşverû yên ku rehendên nû bi zîhniyeta civakî didin qezenç kirin bêpar û dubare kirina ku tenê xwe dispêre şibandinan pêşî windakirina wateyê vedike.
Hişmendiya Mîmetîk û Jest
Tevî ku di ser re bi milyonan sal derbas bûne jî, em hîn jî bi jestan (tevgerên laş) diaxivin û li hev dikin. Em li ser zimanê laş perwerdeyan çêdikin, li ser vê yekê ramanan bi pêş dixin û hewl didin fêm bikin bê ka mirov di eslê xwe de dixwazin çi vebêjin. Ji ber ku mirov heyberên civakî ne, ragihandin di têkiliyên mirovan de cihekî pir berfireh digire. Jestên ku di avakirina ragihandinê de çavkaniyek girîng a piştgiriyê, di hevgirtina civakî de rolek mezin dileyizin.
Yek ji formên aloz ên hişmendiya mîmetîk jî jest e. Çimkî hestan vedibêje, daxwaza alîkariyê dike û li hemberî rîsk û rûdanan hişyariyê dide. Jest tenê bêdeng nînin; bi tevgerên ku liv û lebatên beden ve tên kirin, rêya ku diçe ziman pêşdixîne vedike. Di vê wateyê de mirov dikare bêje ku jestan formekî pêşîn ê axaftinê jî ava kiriye. Yek ji formên bingehîn ên jestan jî rîtîm e ku di afirandina piştgiriya civakî de xwedî cihekî girîng e. Rîtîm lêhûrbûn, tevgera hevpar û ahengê derdixîne holê. Rîtîm bi rêya merasîm û şahiyan nûneriya komê û rolên ferdên di nav komê de ava dike. Di nav demê de, ev yek veduguhere çandê û dibe zihniyetek û mayînde dibe. Civakîbûna mirov bi vî şêwazî bi hev re dimîne û hebûna xwe didomîne. Ev bi hev re mayîn, ji bo pêşveçûna tam a hişmendiya mîmetîk dibe bingeh.
Rola di pêşveçûna ziman de ya hişmendiya mîmetîk
“Mîmos tê wateya şibandin, lihevhatina bi hawirdorê re (di Yewnaniya kevnar de mimeist-hai,tê wateya teqlîdê). Xwe şibandina mirov a li heywanan, dikare bibe mîmoseke pir kevn. Çêbûna peyva mîmosê ji kîtekên bi herfa ‘M’yê, belkî ji bo nîşandana vê yekê ye ku mirovan dengên heywanan ên wekî “mi, me, mo, mu”teqlîd kirine. Di serdemên kevn de mirov di astên ku kapasîteya me ya fahm kirin û têgihiştinê pir derbas bike de ji dengên ku heywanan derdixistin bandor bûne. Li hemberî van dangan pir hestiyar û baldar bûne.” Ev asta bandorbûnê, bandor li ser pêşveçûna ziman kiriye ku dihêle mirov di nav xwe de hêsantir bide- bistîne û dibe ku roleke pêşxistinê lîstibe.
Axaftin diyardeyekî wisa ye ku dihêle mirov wekî hebûneke civakî bi pêş bikeve. Îfadekirina ramanan bi rêya ziman an jî nivîsê pir girîng e. Çimkî bi vê riyê, agahî ji çavkaniya xwe ya yekem – yanî ji kesên ku ew agahî hilberandine – dikare ber bi navendên cuda ve were birin û ragihandin. Ragihandin her çend xwedî karakterekî mekanî be jî, di heman demê de xwedî pîvaneke demî ye jî. Ev fersenda ku bi ragihandinê re pêk tê, bi xêra taybetmendiyên anatomîk û fîzyolojîk ên ziman û qirrikê (gewriyê) tê dabînkirin.
Kêrhatina biyolojîk, ji bo pêşveçûna hişmendiyê ya ku paşê bi pêş dikeve jî şertên pêwîst ava dike. Eger îro teqlîd kirina dengan gihiştibe teknolojiya înternetê bi vê sayê pêşketiye.
Her çiqas ziman bi rêya mîmetîk ve ji xwezayê were fêrbûn jî, di nava civakê de pêşdikeve, bi afirîneriyê ve ferqa xwe datîne holê. Arîsto dibêje: “Axaftina mîna her kesî asayîbûn e, lê axaftina bi rêya mecazan jî bi afirîneriyê re têkildar e û bi gelemperî jî mecaz di hiş de dimînin. Afirandina gotinên mecazî yên baş bixwe jî, tê wateya ku mirov xwediyê agahiyên zelal e.” Ev yek jî zanîn û hêza analîzê dixwaze. Gotina wecîze bi vî şêwazî derdikeve holê. Di vê wateyê de, kesên ku têkiliyên civakî herî baş analîz dikin ne siyasetmedar in, wejevan in. Ehmedê Xanî di destana “Mem û Zîn” de, rastiya ku civak jiyan dike bi şibandinan ve biawayek xurt analîz kiriye. Dostoyevskî di pirtûka “Sûç û Ceza” de li ser karakterê Raskolnîkov analîzên psîkolojîk ên pir xurt kiriye. Dema ku Çernîşevskî jî, di pirtûka xwe ya binavê “Çawa Bê Kirin” de tesawirên xwe yên têkîldarî civakê pêşkêş dike, pêwendiyên burjuwa yên mîna (hesûdî, madiyaperestî û hwd.) ên ku di civakê de derbasdar û kooperatîfên karkeran wek pişt fon bikartîne. Eşkere ye ku ev hemû mînak, ji ber têkîldarî xebatên ku alîkariya girîng didin hişmendiya mirov, lewra divê baldar bên destgirtin. Lê xaleke din a girîng jî heye, ew jî ev e; ka ev hemû berhemên wêjeyî wê ji aliyê xwendevanan ve çawa werin nirxandin.
Pêşveçûna civakbûna mirov, bi xwe re di raman de vebûnên nû tîne. Ji bo fêmkirina geşedanên ku di avaniya civakî de derdikevin holê û ji bo pêşxistina çareseriyê; vebêjên nû, sembol, têgeh, teorî û proje pêwîst in. Tiştê kevn, bi asta çareserî û rêxistinbûna ku yê nû pêşkêş bike ve girêdayî, tê derbaskirin. Ev rewşa nû ya ku bi pêş dikeve, di dema ku di ol û exlaq de dibe sedema geşedanên nû, ji bo fêmkirina cîhanê jî pencereyên nû vedike; bi nêrîna li aliyên cuda yên cîhanê, nêrîneke nû dide qezenckirin. Ji vê re paradigma tê gotin.
Hişmendiya mîmetîk û mem
Zindîbûn, xwe li beramberî jêhatiya xwe ya kopî kirinê deyndar dibîne. Ev rewş qasî aliyê biyolojîk, ji bo aliyê çandî jî derbasdar e. Di mirov de zindîbûn li gel hişmendî û wateyê ve hebûnekê bi dest dixe. Çêbûna wateyê bixwe jî, di nav têkiliya bi xwezayê re dertê holê. Hişmendiya mirov, bi pirsa ku ‘ji bo çi hatiye cîhanê’ dest pê dike. Di dirêjahiya jiyana xwe de hewl dide tiştên ku li hawirdorê wî diqewimin fêm bike û pênase bike. Ji pêşveçûna ziman heta avabûna çandê, bi teqlîdkirina hêman û bûyerên xwezayî dest bi fêrbûnê dike. Wekî mînak; “zarokek di navbera 18 mehî û pênc saliya xwe de, ji deh heta panzdeh hezar peyvan fêr dibe. Ev pêvajoya fêrbûnê bi piranî ji peyitandinên civakî serbixwe ye û belkî jî nîşaneke jêhatiya bilind a teqlîdkirinê ya mirov e.” Bi teqlîdkirina têkiliyên civakî re ziman bi şêwazekî lez rû dide û tê fêrbûn. Em bi mêze kirina rojeva zarok an jî xamayekê ve dikarîn di naverastek çawa de mezin bûye fahm bikîn. Ji ber ku berhemek civaka mirov e. Mirov bi teqlîdkirin û hundirînkirina wê re di nav civakê de cihekî ji xwe re çêdike.
Pêwendiyek pir nêzîk a çanda mîmetîk bi xwezaya civakî re heye. Bi xêra vê çandê ve mirov jêhatiya fêrbûnê û fêrkirinê bi dest dixe. Çand, bi dûbarekirina tiştê ku tê fêrbûn ava dibe, bi pêş dikeve û maynde dibe. Çanda her civakê heye û ev çand bi rêya genên civakî-çandî ji nifşên din re tên veguhastin; ku ji vê re mem (genê çandî) tê gotin. Mem, tenê di cureyê mirov de, hem wekî sedem û hem jî wekî encama pêşveçûna dîrokî-civakî dertên holê. Cihêrengiya çandî ya civakan ji vir tê ku ew dikarin di bin mercên cuda yên ku tê de ne ji bo hebûnên xwe bidomînin ji hêmanên wekî; tiştên ku ditîne, jiyan kirine û hîs kirine ve sûd werbigirin. Erdnîgarî û teknîk xwedî taybetmendiyên maddî ne; lê belê dîrok, kevneşopî û xisletê mirov dibin hêmanên xwedî taybetmendiyên ruhanî û manevî. Cihêrengiya civakî li ser bingeha van pîvanan bi pêş dikeve. Ji vê aliyê ve mem, wekî encameke jêhatiya mirov a lihevhatina mercan, tenê teqlîd û dûbarekirina tiştê ku heye nîne; di heman demê de bi rêya teqlîdê afirandinên nû û resen jî di nav xwe de dihewîne. Çi qasî cihêrengî û resenî bilind be, hişmendî jî ew qasî pêşketî dibe.
Wekî ku li jor jî hate diyar kirin; dûbarekirina hinek tevgeran, bi hundirînkirina têgihîştin, hest, fikr û reftaran re dibe sedema avabûn û pêşveçûna civakîbûnê. Pratîkên civakî, çalakiyên civakê ji karên rojane heta polîtîkayê, ji hezkirinên çandî heta şêwazê axaftinê ava dikin. Pêvajoya civakîbûna her ferdî mîna ku kesayetiya wî ferdî digihîne, reseniya wî jî diyar dike. Ger ferd di vê mijarê de xwedî asteke bilind be, bêyî ku tenê di nav reseniya xwe de sînordar bimîne, bandorên maynde li ser çanda civakî dihêle. Bi vî şêwazî, çalakiyên ferd di çarçoveya têkiliya wî/ê ya bi civaka ku tê de ye re şêwaz digirin.
Hişmendiya mîmetîk û huner
Platon diyar dike ku di navbera tiştên ku ji destê mirov dertên û madeyên xwezayî de wekhevî heye û dibêje ku mirov xwezayê teqlîd dike. Ji ber vê sedemê hunerê derve dihêle. Arîstoteles bixwe jî berevajî vê, destnîşan dike ku mirov berhemên ku bi rêya hunerê derxistine holê bi serê xwe çêkiriye. Dibêje ku mirov bi rêya hunerê ve berhemên xwezayê bêhempa dike. Ji ber ku Platon hunerê mîna teqlîdê dibîne, difikire ku huner mirov nabe ser tiştê esasî, tenê dibe ser rûdanên asayî û sîberek ji sîberê; loma hunerê binirx dibîne. Di nav hunerê de para heqîqetê nagere. Dijberiya Platon a li hemberî hunera mîmetîk û hunermendan, bi bandorên hunerê yên li ser ruhê mirov û rola wê ya jiyana civakê dike ve girêdayî ye. Helbest, trajedî, destan, stran û çîrok bang li ruh û hestên mirov dikin. Heta rewşên hestiyariya zêde yên mîna coş, kelecan û xemgînî jî di bin bandora berhemên hunerî de bi pêş dikevin. Platon vê yekê wekî rewşeke erênî nabîne. Li gorî wî; ev şêwazên hestiyariyê nîzama ruh xerab dikin û bi vê re jî sînordar namînin, eqil jî derve dihêlin. Ji ber ku difikire bi vê riyê mirov nagihîje heqîqetê, red dike.
Nêrînên Rêbertî yên têkîldarî nirxê heqîqeta berhemên hunerî ji nêzîkatiya Platon cudatir e.
Rêbertî hunerê, hozan û destanan wekî nirxên bingehîn ên ku heqîqetê tînin ziman dibîne. Berî her tiştî, karakterê metafizîk ê hişê mirov, afirandinên hunerî mîna şert û mercan amade dike. Ji qonaxa civaka xwezayî û heta roja me ya îro, mirov bi xêra jêhatiya xwe ya razberkirinê hunerê dike. Di tevahiya hilberandinên olî, zanistî û felsefî de şopeke hunerî heye. Huner tenê rewşek neynika estetîk nîne; bi qasî ku bang li hestan dike, ew qasî jî neynika heqîqetê ye ya ku di hişmendiyê de ava bûye.
Ji ber vê yekê, ji bo fêmkirina ontolojiya mirov û civakê nîşaneke pir girîng e. Loma ew nêrîna ku dibêje huner tenê kopyayeke rût a heqîqetê ye, bi heqîqeta mirov û civakê re li hev nayê û berovajî ye.
Huner bi vî aliyê xwe re, tenê nabe avabûneke li ser bingeha fikarên estetîk; ji exlaq heta polîtîkayê bi tevahî zihniyeta civakî re girêdanekê ava dike; bandorê dike û bandor jê tê girtin. Veguherandina şano ya lehengiyek ku di şerekî de hatî jiyan kirin an jî xistina wê ya di nav destanekê de, di eslê xwe de mijara ‘lehengtiyê’ fikr, pratîk û sekn tê îdealîze kirin û vediguhere pîvanek çandî. Li Kurdistanê, zarokên ku berîya 1984’an ji dayik bûne piranî navên Tirkî û Erebî hilgirtine. Piştî sala 1984’an, bi taybetî jî piştî salên 1990’an, navên ku didin zarokên ji dayikbûyî, yan navên Kurdistanî ne yan jî navên pêşengên şoreşê ne. Hilgirtina navên mîna Berîtan, Zîlan, Viyan, Sara, Sakîne ji bo keçan, û navên mîna Agît, Mazlum, Şoreş, Çiyager û hwd. ji bo kuran, rasterast bi têkoşîna şoreşgerî ya ku tê meşandin û bi xebitandina nirxên ku di vê têkoşînê de hatine afirandin ve girêdayî ne.
Diyalektîka civak-ferd
Civak ji aliyê ferdan ve ava dibe. Ferd û civak ji hev nayên veqetandin. Rêbertî di berhema xwe ya bi navê Parastina Gelekî de, têkiliya navbera ferd û civakê bi şêwazekî berfireh girtiye dest. Çawa ku ferd nikare sînorên civakê derbas bike, civak jî bêyî ferdan (ku her ferd ne mîna ku ji heman fabrîqeyê derketibe û wekî hev be) nikare bigihîje asteke pêşketî. Dema ku cureyê mirov hebûna çêkir û şûnve mecbûr e ku civakî be. Watedarkirina vê hebûnê bixwe jî, bi rêya pratîk-polîtîka û çalakiye pêk tê. Dema ku em li dîroka mirovahiyê dinêrin, em dibînin ku rûdanên xweser hindik in, lê dûbarekirin pir zêde ne; ji kesên beriya xwe çi ditîbe hema wêya pêktîne. Her çend ne mîna wê dûbarekirina rût be ya ku em di belgefîlmên heywanan de temaşe dikin jî, dîroka mirovahiyê jî bi pratîkên ku hev dûbare dikin tije ye. Gelo sedema van dûbarekirinan çi ye? Em li vir careke din dibînin ku em nikarin sînorên hişmendiya mîmetîk derbas bikin. Tiştê ku behsa wê tê kirin, di warê ontolojîk de rexnekirina hişmendiya mîmetîk e. Hişmendiya mîmetîk formekî hişmendiyê ye ku heta mirov hebe wê berdewam bike, heta hişmendiya ku hebûnê gengaz dike ye. Hişmendiya mîmetîk dibe gava yekem a wê pêşveçûna ku ber bi hişmendiya pêşketî ve diçe ya ku dispêre eqlê analîtîk. Tiştê ku dibe babetê rexneyê ew e di qonaxa ku potansiyelên hişmendiya pêşketî digihijê de ew potansiyel nayê aktîf kirin. Her çend ev şêwazê ramanê di qonaxa pêşîn a jiyana civakî de xwedî roleke pêşxistinê be jî; piştî ku tiştê yekem û hewcedar hate fêrbûn, divê ew tişt bibe afirîner û aliyên wî yên resen derkevin holê. Nexwe, dûbarekirina tiştê ku heye, xwedî tu wate û nirxekî nabe. Di warê zanistî de hatiye nîşandan ku çalakiyên asayî yên ku hiş û laş naxînin nava zehmetiyê, mejî û masûlkeyan jî pêş naxin in. Rewşeke wekhev ji bo adet û pîvanên civakî jî derbasdar e. Dûbarekirin û şêwazên teqlîdê yên ku hêza wateyê aktîf nakin, rê li ber pêşveçûna ferdî û civakî digirin.
Wate qezenç kirina hebûnê, bi xêra afirînerî û hilberîneriya ku mirovê xwe-nas bi rêya çalakiya xwe derxistiye holê bi pêş dikeve. Zanîn, bi hesandin û fêmkirina xwe bixwe ve ava dibe. Karakterê metafizîk ê mirov jî bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Daxwaza gihîştina hebûn, zanist, zanîn û kapasiteya wateyê, bi gihîştina jiyaneke qenc, xweş û rast ve têkildar e. Yek ji encamên bingehîn ên ku em di şîroveyên li ser mirov de digihîjînê ew e ku xwe digihîne heqîqetê. Dema ku ferd di pêvajoya watedarkirinê de, hewl dide tiştên ku jiyan kirine bi rêya helbestên ku dinivîse, govendên ku dikişîne, wêneyên ku xêz dike û her wekî din de xwe vebêje, hewl dide bi endamên din ên civakê re girêdaneke hestiyarî bi pêş bixe. Bi rêya îmajên hunerî hewl dide bang li cîhana ruhanî ya mirovên din bike û di wê cîhanê de bandorekê derxîne holê.
Mirov, bi cîhana xwe ya fikrî ve ji heyberên din ên zindî vediqete. Mirov bi wê asta zihnî ya ku xwedî wê ye dikare her dem li ser gerdûn û hebûnê bifikire. Ji birûska ku di rojek baranî de pêdikeve, heta cûdahiyên biyolojîk û civakî yên navbera jin û mêr da, ji hemû diyardeyên xwezayî û civakî yên ku mirov rûbirû dibe, dikevin nav çarçoveya meraqa mirov. Meraq di aliyekî de rewşeke wisa ye ku bi têkoşîna li hemberî zehmetiyan ava dibe, lê di aliyek din de jî dibe çavkaniya pêşveçûna zehmetî û pirsgirêkên nû. Eqlê analîtîk dihêle ku mirov hem bi pirsgirêkên ku rûbirû dimîne re û hem jî bi pirsgirêkên ku wî bixwe hilberandine re bi hev re bijî. Ji bo ku ji wan pirsgirêkan re bibe bersiv jî, dîsa bi heman eqlê ve ji ol bigire hetanî zanistê, ji felsefeyê bigire hetanî huner, bîrdozî, polîtîka û gelek qadên din ên afîrîner di îstîqameta civakbûyînê de hatine pêşxistin. Civakên ku karîn pirsgirêkên xwe çareser bikin ew civak in ku xwediyê wan qadên afîrîner ên mijara gotinê ne û berheman diafirînin. Em li civaka Êzidî binêrîn; li gel ku di dîrokê de timî bi qirkirin û qetlîaman re rû bi rû maye, lê hebûna xwe ya civakî bi saya qadên afirîner ve parastiye. Bi Çarşema Sor, Qewl, rîtûel, îbadet û her wiha bi qedexeyên xwe re karîbûn civakîbûna xwe bidomînin.
Di têkiliyan de hestên seretayî yên negatîf
Xwestek, daxwaz, xeyal û hwd. her çend bandorê li ser jiyana mirov bikin jî, di heman demê de dibin babetên ku hişmendiya mîmetîk jî li ser wan disekine. Pêwîst e em xweşibandin û heweskariyê jî di vê çarçoveyê de binirxînin. Daxwaza bibe kesek din an jî xwesteka taybetmendiyek ku di wî/ê de nebe, lê bi yê din de hebe, heta astekê dikare were qebûlkirin. Lê belê, dema ku kesayet li ser xeta çanda civakî negihije kamîlbûnê, ev xwestek dikare bibe sedema bandorên hilweşîner. Ger ev rewş veguhere dijberbûnê wê hevrikî derbikeve holê û şer û pevçûn çêbibe. Gotinên pêşiyan ên ku li ser heywanan hatine gotin mîna; “rûvî negihîşt tirî, got tirş e”, an jî “pisîk negihîşt kezebê, got pîs e”, balê dikişînin ser vê taybetmendiya mirov. Ev taybetmendiyên ku bi rêya heywanan û bi awayekî nerasterast tên vegotin, bertekên mirovî yên ku li hemberî xwestekên negihîştî bi pêş dikevin nîşan didin. Carinan ji bo reşkirina tiştê ku tê xwestin, carinan jî ji bo reşkirina kesê ku xwediyê wî tiştî ye, bertekên bi vî rengî dertên holê. Nimûneyên ku di asta kesan û herêmî de tên jiyîn balê dikişînin. Lê belê dema ku avaniyên hê mezintir (avaniyên civakî, dîroknivîsî û hwd.) dibin babet, wê çaxê jî derbasdar dibe.
Şerên ku diqewimin dikarin di vî warî de werin nirxandin. Şerên mezin ên ku di dîroka mirovahiyê de qewimîne, di cureyên din ên zindiyan de nayên dîtin. Ev rewş ji bo mirovahiyê wekî nakokiya bingehîn e û çareserkirina wê xwedî girîngiyeke mezin e. Li hemberî rewşên ku di encama şer û lihevnehatinan de civakê perçe dikin û ji hev dixin, çareseriyên ku tên dîtin şopa çanda mîmetîk hildigirin.
Sedemên rîtuelên ku mirov dikir qurban
Yek jî ji van çareseriyan merasîmên qurbanê ne. Merasîmên qurbanê di dema pêşveçûna peresîna mirov de, ji bo girtina tol û zêde bûna tundiyê bixîne bin kontrolê dibû amûrek. Ayînên qurbanan li beramberî karesatên ku di nav civakê de çêdibûn tişta herî binirx ji bo selameta civakê dihat qurbanî kirin. Wekî mînak; îro jî tiştên herî bedew û biqedr pêşkêşî cihên pîroz tên kirin. Di pêvajoyên ku şaristanî bi pêş diket de jî, zarokên herî bedew û jêhatî (aqilmend) ji perestgehan re dihatin dayîn. Li gel vê yekê, merasîmên qurbanbûna mirovan ku wekî diyarî pêşkêşî xwedê dihatin kirin, di civakên arkaîk (kevnar) de rûdaneke wisa bû ku bi berfirehî dihat jiyîn. Hakeza, di nav civakê de xerab dîtina kesekî/ê û ji aliyê civakê ve rastî lînceke maddî û manevî (teşhîr, tecrîd û hwd.) hatina wan jî, rewşeke ku ji dîrokê û heta roja me ya îro bi berfirehî tê jiyîn. Di binê van pratîkan de, baweriyeke wisa heye ku wekî ji holê rakirina van kesan re wê rewş vegere wekî berê û jiyan wê bêtir domdar bibe. Lê bi vê re, her kes dema ku bixwaze û kesê ku dilê wî bixwaze nikare wekî qurban pêşkêş bike; ev yek wekî cînayet tê fêmkirin û di çavê civakê de cezayê wê heye. Qurban, bi rêya ayînên komî û ji aliyê tevahiya civakê ve tê kirin û faîlê wê tevahî civake. Dema ku civakên şaristanî dibin mijara gotinê jî ji bo çaloxwariyên pergala newekhev ya xwe dispêre mêtîngeriyê veşêrîn jî rîtuela qurbanê tê pêkanîn. Rîtûela qurbanê ya ku di qonaxa civaka xwezayî de heye, li gorî zihniyeta animîst xwedî karakterekî nerm e. Rîtuela qurbanê ya ku di qonaxa civaka xwezayî de heyî wek girêdayîna zîhniyeta anîmîstîk xwediyê karakterek nerme. Eger piştî rîtuela qurbanê ji bo civakên qlan-qabîle rewşek erênî pêşneketibe, vê carê berê xwe didin rêbazek cuda.
Lê belê ji vî aliyê ve rîtûelên qurbanê yên civakên şaristanî ji rîtûelên qurbanê yên ku di komunalîteya qabîleyan de derbasdar, vediqetin. Şaristaniya Aztek mînakek baş pêşkêşî vê dike. Di Şaristaniya Aztek de jî pergalek mêtînger ku dabeşî çînan bibû, ritûelên qurbanê dihatin kirin. Hinceta wê ya ji holê rakirina nexweşiyek mîna şewbê, ya pêşî li girtina xelayê, yan jî asteng kirina karesatên xwezayî yên ku rê ji encamên rûxîner vedikirin bû. Birastî hincetên berbiçav ev bûn. Lê belê tişta ku dixwestin bi rêya rîtûela qurbanê ve pêkbînin jî ew bû; pirsgirêka esas a ku rê ji karesetan re vedike, yanî çaloxwariya pergalê binixûmîne û bi derxistina pêş a “bizinên guneh û qurbanan” re asteng bike. Lê dema ku dagirkerên Îspanyol dest danîn ser welat û qral dîl girtin, gelê ku ji pergala mêtînger a xwecihî û ji nûnerên vê pergalê bêzar bûn li dijî dagirkeran berxwedanek pêwîst nîşan nedan û bû sedema tol standina wan. Yanî zihniyeta mîmetîk a ku di rîtûelên qurbanê yên pergalên şaristaniyê de tê dîtin, nekariye pêşî li tolhildan û pevçûnan bigire, berovajî vê riya wê xweş kiriye.
Di diyalektîka civak-ferd de hişmendiya mîmetîk
Di têkiliyên civakî de teqlîd, dibe derbirîneke din a hişmendiya mîmetîk. Em wisa difikirin ku di hilbijartinên xwe de, di baweriyên xwe de, di helwest û tevgerên xwe de azad in û li ser vê bingehê di nav têkiliyekê de ne. “Serxwebûna kesan” di rewşa heyî de bûye dirûşmeya vê serdemê ku em tê de ne. Di serdema me de her kes difikire ku ew azad û serbixwe ye. Hejmara kesên ku xwe derveyî berpirsiyariya civakê dibînin ezezîtiya xwe dixînin navenda jiyan û pêwendiyan û bi vê nêzîkatiyên xwe ve hevsengiya komunal xirab dikin, berpirsiyariya vê texrîbata ku çêkirîn jî dixînin stuyê hinek din ne hindik in. Cihê ku wek kes li dijî pirsgirêkên ku derketîn helwesta xwe ya şexsî diyar bike beşdarî ya heyî dibe, li beramberî kesî/ê ku wek bizina guneh hatî nîşandan jî êrîş dike. Ji ber vê sedemê mirov vedigerin kopyaya hevdu. Dema mirov bala xwe dide vê yekê ku di nav kesên tên teqlîdkirin de, ew kesên ku ji ber nêrîn û helwestên xwe yên cuda di serdemên xwe de derve hatine hiştin û lînckirin jî hene, xeteriya bêhişiyê îfade dike bi şêweyek pir vekirî û sotîner xwe dide der. Di aliyekî de heqîqeta avabûnên kozmolojîk ên li ser bingeha yekîtiya cihêrengiyan ku di asta civakî de jî derbasdar e, di aliyê din de jî nîzama şaristaniyê ya ku balê dikişîne ser veguherandina civakê ber bi lihevhatina bêwate ya kesên mîna hev xuya dikin… Pêwîst e mirov bibîne ku azadiya civakî tenê bi derbaskirina vê nakokiyê dikare bi pêş bikeve. Wekî ku Rene Girard îfade kiriye; “peresîn tê wateya fahm kirina tam a vê yekê ku em her dem di nav pencên xwesteka mîmetîk de ne û em di hilbijartinên xwe de ew qasî ku difikirin ne azad in.”
Eger li ser bandora hestên xweser xwesteka mîmetîk bê lêkolîn kirin dibe hê bifeyde be. Wekî mînak; psîkolojî û hişê hevrikiyê di vê çarçoveyê de dikare were dest girtin. Li binê hevrikiyê çanda mîmetîk heye û ji bo pêşîgirtina li vê yekê, civak pîvan û normên exlakî û çandî bi pêş dixe. Ji bo ku civak bikaribe bi hev re bimîne, divê hevrikî were bendkirin. Hevrikandin, ji bo ku di pêwendiyên mirovên roja me de xwe bide xuya kirin û eleqeyê bikişîne ser xwe di nava mijarên ku bal dikişîne de cih digire. Tê dîtin ku, di navenda psîkolojî û hişê hevrikiyê de ezezîtiya mirov cih digire. Hevrikî dikare di hinek rewşan de encamên ku kêrî civakê bên biafirîne. Lê dema ku wiha be jî di pozîsyona navendî ya ezezîtiyek ku ji civakê îzole kirî de guhertinê çênake. Kesayetiya ferdperest her çend civakê nebîne û paşguh bike jî, hay ji vê yekê heye ku ew ê hesta ezezîtiyê di asta civakî de têr bike. Ji ber ku riyek din a vê yekê nîne. Dewlet çawa ku ji bo bêtir desthilatdarî û sermayeyê hewcedarî bi civakê dibîne û ji bo dabînkirina vê hewcedariyê mecbûr dimîne hinek karên di berjewendiya civakê de bike, rewşeke wekhev ji bo psîkolojî û hişê hevrikiyê yê ku di kesayetiya ferdperest de bi pêş dikeve jî derbasdar e. Hevrikî girêdayî hêzê ye, lê kişandina înzîvayê ya ferdperestiyê jî hêz qezenç kirin aliyekê mehkumê tunebûnê ye. Nexwe, ew hêza ku wê hevrikiyê gengaz bike, wê bi rêya îstîsmarkirina civakê were bidestxistin. Kesên ku hevrikiyê dixin navenda her têkilî û çalakiyê, ji ber vê yekê beriya kes û komên ku wekî hevrikên xwe dibînin, balê dikişînin ser têkbirina nirxên civakî. Ji ber vê sedemê ye ku di nav kesên bi psîkolojî û hişê hevrikiyê re tevdigerin de; li şûna eqlê afirîner-hilberîner kurnaziya fersendperest, li şûna feda-karî xwenîşandan, li şûna feyde bûnê îstîsmar, li şûna wêrekiyê tirsonekiya teslîmkar û li şûna dilovaniyê bêbextî û bêrehmî zêdetir serdest dibe. Psîkolojî û hişê hevrikiyê û reftarên li ser vê bingehê, bi taybetî taybetmendiyên ku hildigirin re mînakên herî xerab ên mîmetîzmê temsîl dikin. Hesûdî, neçavbariya hev, pûçkirina kedê, biyanîbûna li hemberî rûdanên mezin û serkeftinên mezin, veguherandina “muqtedîr” bûnê ya di nav qadên jiyanê yên biçûk de ku ji bo wan pêşkêş bûye ber bi sewdaseriyê ve û gelek taybetmendiyên negatîf ên ku mirov dikare bêtir zêde bike, ji nav têgihîştina wan kesayetan dertên holê ku ji komunalîteyê qut bûne û ji her kêlî û ji ferasetên pêwendiyên ku qadê vediguherînin şer derdikeve holê.
Pêwîst e mirov her du aliyên çanda mîmetîk jî bibîne. Di aliyekî de hişmendiya mîmetîk heye ku dispêre teqlîda bêberhem, di aliyê din de jî hişmendiya mîmetîk heye ku riya afirînerî û hilberîneriyê vedike. Nêzîkatiyek baş, rast û bedewiyê daxwaz dike heye. Aliyek ku dihêle jiyan were domandin û binirx bibe jî ev e.
Divê em li dijî pergala ku mexdûriyetê disepîne, derketinê bi komunalîteyê çêbikîn
Di mirov de wîjdan û hişmendî bi civakbûnê ve bi pêş dikeve. Di vê wateyê de, di avakirina civaka komunast de, wekî ferdên azad û xwedîwîjdan divê em li ser vê yekê bifikirin bê ka em ê hişmendiya mîmetîk çawa ava bikin. Pêwîst e em li ser pirsgirêkên ku dijîn rawestin û divê em bendê nemînin ku pirsgirêk dawiya me bînin. Dema ku li ser pirsgirêkekê tê rawestandin, nêrîneke cuda û resen pêwîst e. Di vê mijarê de pirsgirêka bingehîn a ku em dijîn ev e ku em hemû dişibin hev. Heman bûna me ji vir tê ku em hemû di nav heman çemberê de ne û nikarin van sînoran derbas bikin. Dema em hewl didin ji bîrê derkevin, em hemû dest diavêjin heman werisî. Ji bo derketina ji bîrê, bi şêwazê pêşbaziyê berê xwe dayîna heman werisî tu kesî/ê azad nake. Şer û pêvçûna li dijî hev a mexdûran (rewşa asê ya di binê bîrê de) wê bibe sedem ku pirsgirêka esas bê jibîr kirin û çavkaniya mexdûriyetê wek tiştek asayî bê fahm kirin. Derketina ji bîrê, mil bi mil danê dixwaze. Ji ber vê sedemê, divê li dijî pergala ku mexdûriyetê li ser civakê disepîne, bi komînalîzmê re derketinê esas bigire. Beriya her tiştî ji bo çareseriya bikok a pirsgirêkên civakî, ew e ku hewcedariya me bi tespîtek rast heye; tespît bixwe jî, îşaert bi nebûyîna feraset û pratîka komunalîst dike.
Azadî, li hemberî nîzama mîmetîk bi rêya îradeya berxwedanê dikare derfetên pêşveçûnê bibîne. Buda bi gotina “hûn nikarin agir bi agir vemirînin” destnîşan dike ku şaşiyek bi şaşiyeke din nayê çareserkirin; dixwaze bide fêmkirin ku divê mirov li ser derfetên cuda bifikire û di nav lêgerîna çareseriyê de be. Bi vî şêwazî, bêyî ku mirov bişibe dijminê xwe, pêwîste riyên rizgariya ji nîzama koletiyê werin honandin. Wê bi fikrê pozîtîf û rexneyî re rêyên azadiyê werin avakirin. Pêwîst e mirov bibîne ku şêwazê gilîkirin û sitemkirinê çareseriyê nayne. Asêbûna di nav dûbarekirinek wisa de ku çareseriyê pêşkêş nake, dibe derbirîna mîmetîzma negatîf. Divê her kesê/a ku ji xwe re dibêje “ez mirov im”, bersiva vê pirsê bide: Gelo em ê tevli qelebalixiyê bibin û gotinên qalib girtî dûbare bikin, an em ê ji wir derkevin û senfoniya xwe bixwe ava bikin? Ji bo ku em bikaribin azad bibîn, divê em xwe ji nav vê nîzama hevrikiyê ya bêdawî derxînin.
Wekî encam, çanda mîmetîk, di her qada ku hest, fikr, reftar û têkiliyên civakî saz dike de bandora xwe bi hemû giraniya xwe ve diparêze. Ev forma hişmendiyê ya ku şêwazê fêrbûnê ya yekem e; divê bi rêya aqilê afirîner û zihniyeta komunal re, bi parastina mercên serdemê ve şêwaz bigire. Bi vê hişmendiyê re, li hemberî qeyrana avahiya ku pergala cîhanê dijî, mirov dikare bi rêya afirandina alternatîfan ve di lehê azadiya civakî de bibe çareserî. Nêzîkatiyeke komunal a ku armanca wê dabînkirina yekparebûna civakî ye, li hemberî ferdperestiyê wek kesayet di nava civakê de cih girtinê îfade dike.
Çavkanî (Referans):
[1] Abdullah Öcalan – Manifestoya Civaka Demokratîk
[2] Manifestoya Civaka Demokratîk û Komunal
[3] Ferhenga Felsefeyê
[4] Navê ku di bajarên arkeolojîk de ji bo wan herêman tê dayîn ku goristan û cihên gorên komî lê ne
[5] Yıldız Cıbıroğlu – Dîroka Bênivîs a Jinê
[6] Michael C. Corballis – Ji Nîşaneyê Ber Bi Axaftinê Ve: Pêşveçûna Peresînî ya Ziman
[7] Rene Girard – Kokên Çandê