PÊWENDIYA RAMAN Û CIVAKÎBÛNÊ

Erdal Tolhildan

ekleyen Komînal

TIRKIYA VÊ NIVÎSÊ BIXWÎNE

Eger Rêber Apo ji rewşa bêwatetiya kûr a ku civaka Kurd jiyan dikir wateyek mezin derxistibe, ev dîsa bi hêza ramanê ve pêkhatiye. Organîzekirina hêza ramanê û gihandina wê ya stratejiyekê, di Rêbertî de wekî “aqilê Kurd” tê îfadekirin. Ev aqil wê di heman demê de di qezenckirina azadiya civakî de rolek stratejîk bilîze.

Her çiqas mejiyekî me yê ku bi rengekî kamil dixebite hebe jî, bêyî xwezaya yekem em nikarin bijîn. Di navbera me û eqlê çêkirî de cudahiyên pir mezin hene, lê cudahiya me ya herî bingehîn jî ji vir tê; mirov hebûneke ekolojîk e. Eger geşedana mejî mirov ji xwezayê qut bike, wê demê wê ji mirovbûnê jî qut bike.  Dema ku geşedana di ramanê de li ser bingeha ekolojîk be, wê bandoreke erênî li ser pêvajoya mirovbûnê jî bike.

Îro eqlê çêkirî, teknolojiyên razber, agahiyên amade û nêzîkatiyên jiberker ên di pergalên perwerdeyê de vê herikîna enerjiyê statîk dikin. Ev teknolojiyên ku dihêlin mirov di kêliyekê de bigihîje ew qas kes, mekan û agahiyên ku mirov di tevahiya temenê xwe de nekare bigihîjê; ji ber ku bi bikaranîna enerjiyê ve pêdiviya ‘ser êşandinê’ pêşwazî nakin, lewra nikarin kapasîteya mejî jî pêşbixîn in. Heta berevajiya wê, qels dikin.

Armanca felsefeyê fêmkirin û ravekirina gerdûn, xweza û mirov e. Di vê mijarê de mirov dikare behsa gelek herikînên felsefî bike. Lê belê aliyê ku hemû lihev dikin ev e ku; her tişt li derdora me di bin navê madî û manevî de dabeş dikin û rave dikin. Dema ku tiştên em dibînin û destê xwe lê didin wek madde tê îfade kirin; lê tiştên ku em nikarîn dest lê bidîn û bipîvîn jî wekî raman û ramanên kûr tên  îfade kirin.

Ev cudahî di felsefeyê de wekî cudahiya madde-ruh derdikeve pêşberî me û her wiha wekî cudahiya hebûn û ramanê jî xuya dike. Dema ku behsa ruh tê kirin, divê mirov zanibe ku behsa raman, hişmendî û fikir tê kirin; dema ku behsa maddeyê tê kirin jî behsa xweza, cîhan û hebûnê tê kirin. Di qada felsefeyê de nîqaşên pir berfireh li ser vê yekê ku ev çi ne, berdewam dikin. Lê belê nîqaş her carê di hûrgiliya dualîbûnekê de asê dimînin: Gelo pêşî madde tê an ruh? Gelo hebûn girîng e an raman? Eger bersivên ku ji van re hatine dayîn di nav xwe de hevgirtinek îfade nekiriba, nîqaş heta roja me ya îro nedihatin domandin. Demek di tiştên ku têne gotin de û di bingehên ku xwe dispêrinê de rastiyek heye. Ango redkirina bi yek carê an jî bi rengekî kategorîk bûn aliyekî van nîqaşan, wê zêde feydeyê ava neke.

Lê em dibînin ku di felsefeyê de li ser vê mijarê veqetîneke mutlaq tê jiyan kirin. Aliyek dibêje ku madde tenê ji ramana mirov pêk tê; aliyê din jî dibêje ku raman tenê refleks û xeyaleke hêsan a maddeyê ye. Ev wekî pirsgirêkeke çaresernebûyî ya ku hîn jî li bersiva xwe digere, li pêşberî me rawestiyaye. Di encamê de, raman wekî yek ji wan têgehên ku tam nayê fêmkirin dimîne. Tê diyarkirin ku raman di mejî de bi bandora pêvajoyên elektro-kîmyewî tê hilberandin. Lê mîna maddeyê bi rengekî şênber nayê pênasekirin. Em dizanin ku heye, lê bi xwe ne diyar e.

Rêber Apo bi gotina; ‘em xwezayê li ser tesawirên xwe yên zîhnî ve nas dikin.  Ev tesawirên me ji çavdêrî û ezmûnên me yên li ser hawirdora me tên û dispêrin hêza me ya ramanê’ ve destnîşan dike  ku pêwendiya xweza û wateyê diyalektîk e û dibêje ku eliqî mayîna dualîteyan kapasîteya mirov a ramanê teng dike.  Her wiha destnîşan dike ku hizirandina me ya li ser fikrê, kûrahiya wateyê dide me.

 

Lêgerîna wateyê

Yek ji taybetmendiyên herî bingehîn ku mirov ji zindiyên din vediqetîne lêgerîna wateyê ye. Zindiyên din tenê bi dema ku jiyan dikin re sînordar dimîn in. Bi îfadeyeke din, tenê dema xwe dijîn û watedar dikin. Di mirov bixwe  de jî  lêgerîna wateyê, rewşa ku li ser xwe bihizire berdewam e. Ev rewş xwe bi pirsa “ez kî me?” derdixe derve. Rêber Apo destnîşan kiriye ku ev di heman demê de dikare bibe armanca gerdûnê jî. Wisa xuya dike ku gerdûn dixwaze di ser mirov re xwe binase. Wekî gerdûnek biçûk xala ku lêgerîna wateyê ya mirov digihijê, rastiya ku raman digihije ferqa xwe ye yan jî ‘rastiya mirovê/a ku digihije zanebûna xwe ye.

Her çiqas mirov wek hebûnekê di hizrandinê de pêşda çûyînek çêkiribe jî,  hîna di rastiya ku dihizire obje bixwe ye yan jî hizirandina wî/ê bixwe de nîqaş xilas nebûne. Platon dibêje ku rastiya bingehîn “cihana îdeayan” e. Li gorî vê obje tenê refleksên cîhana îdeayan in ku em bi organên xwe yên hîsan ve wan fêm dikin. Bi kurtasî, diyar dike ku raman beriya maddeyê tê. Ramangerên madeperest jî yên ku bi Anaksagoras re tên destpêkirin jî, berovajî vê diparêzin. Li gorî wan, raman refleksên maddeyê ne, ango pêşî madde heye. Li hemberî vê dualîbûnê, Descartes rêbaza ku ji xwe jî guman bike dipejirîne.  Digihîje wê encama ku “eger ez guman ji hebûna her tiştî dikim, nexwe hebûna min bixwe jî bi guman e”. Lê belê ev rewşa gumanê dispart fikrekê. Ew “difikirî” ku divê ji xwe jî biguman be. Bi vî rengî gihîşt daraza xwe ya dîrokî: “Ez difikirim, nexwe ez heme!” Descartes bi vê encama ku gihîştiyê, nîşan daye ku divê mirov ji ramanê netirse, heta di wê astê de ku ji hebûna xwe bixwe jî biguman bibe. Wî dogmatîzma olî derbas kiriye û qadeke azadiyê ji ramanê re vekiriye. (Lê belê divê mirov wekî aliyekî neyînî di bîra xwe de bigire ku wî rê li ber rasyonalîzmê vekiriye ku hiş/ramanê dike subje-özne û her tiştê din dike obje-nesne.)

Li dijî rasyonalîzma Descartes, ezmûnperest (ampîrîst) diparêzin ku agahî bi rêya ezmûnan tê bi dest xistin. Wan diyar kiriye ku ramanên me bi tiştên ku em bi hestên xwe fêm dikin û bi ezmûnên me re sînordar in. Kant vê sînora ku ji ramanê re hatiye xêzkirin qebûl nake. Li gorî wî “raman ezmûnê derbas dike”, ango em dikarin bi rêya aqil tiştên razber  û bêdawîtiyê jî fêm bikin. Bi vî rengî qada ku Descartes ji azadiya ramanê re vekiribû, hîn bêtir fireh dike. Spinoza jî bi gotina “fêmkirin azadî ye” di navbera raman û azadiyê de girêdanekê ava dike. Li gorî Spinoza, dema mirov dibe koleyê hest û xwestekên xwe  ne azad e. Ew diyar dike ku em dikarin bi rêya ramanê sedema hest û xwestekên xwe fêm bikin û ev fêmkirin wê me ji bandorên koledar rizgar bike û bibe azadiyê.

Di Spinoza de jî nêzîkatiyek wekî raman dibe sedema fêmkirinê û fêmkirin jî dibe sedema azadiyê, dikare bê kurt kirin.  Di Spinoza de raman, rola gihandina mirov a wateyê dileyîze. Nexwe, bêwatebûn bi qelsiya hêza ramanê re têkildar e. Civakên ku pirsgirêka wan a azadiyê heye di heman demê de bêwatebûneke kûr dijîn, ku ev jî bi vê re girêdayî ye. Eger Rêber Apo ji rewşa kûr a bêwatebûna  ku di civaka Kurd de dihat jiyîn wateyeke mezin derxîne, ev dîsa bi hêza ramanê ve çêbûye. Organîzekirina hêza ramanê û gihandina wê ya stratejiyekê, di Rêbertî de wekî “eqilê Kurd” tê îfadekirin. Ev eqil di heman demê de wê di qezenckirina azadiya civakî de roleke stratejîk bilîze. Mirov dikare fersendekê mîna ya Spinoza bîne ziman; wê bi ramanê ve ji bêwatetiyê derbikeve, bi wateya ku bidestxistî ve jî azad bibe. Lê belê cudahiyeke bingehîn heye ku divê mirov vêya jî destnîşan bike.  Nêzîkatiya Spinoza di sînorên ferdperestiyê de ye, hem raman û hem jî wate ferdî ye û azadî ji bo ferdê mrov e.  Lê di Rêber Apo de, wekî ku ferdekî ji civakê qut bike nîne, raman-wate û azadî jî diyardeyên etîk-polîtîk in ku di çarçoveya civakîbûnê de derdikevin holê.

Bi Hegel re êdî hat fahm kirin ku raman nikare bi mirov re sînordar bimîne û eqlek gerdûnî heye. Di serdemên piştre de, bi fîzîka kuantûmê re derket holê ku di parçeyên bin-atomî de jî lêgerîna wateyê heye. Li ser hebûn û bandorên ramanê gelek pênase û şîrove hatine kirin ku me li jor çend nimûneyên wan pêşkêş kirin. Lê belê hîn jî li ser çawanî û cewherê wê tiştekî teqez nayê gotin. Her çiqas têkîldarî çavkaniyên ramana mirov nîqaş hatibin kirin jî têkîldarî pêwendiya raman û mejî û mekanîzmaya ava kirina fikrî da biawayek têrker nîqaş nehatiye kirin.  Di encama geşedanên zanistî de em fêr bûne ku raman bi mejî re têkildar e û di encama çalakiyên elektro-kîmyewî yên di mejî de ava dibe. Raman berhemeke mejî ye. Lê pêwendiya di navbera wan de ne yekalî ye. Raman jî bandorê li mejî dike. Nexwe, ji bo ku mirov cewherê ramanê fêm bike, feyde heye ku li lêkolîn û avaniya li ser mejî binêre.

 

Lêkolînên li ser mejiyê mirov

Her çend mejiyê mirov ji organên din cuda be jî, erka rêvebirina wan jî girtiye ser xwe. Ligel vê, agahiyên me yên li ser çawa-xebitîna mejiyê me ya ku hest, raman û xeyalên me diyar dike, kêm in. Bi lêkolînên ku di salên dawî de hatine kirin, mekanîzmaya xebatê ya mejiyê mirov hinekî hatiye fêmkirin û bi saya teknolojiya pêşketî nepeniya mejî hêdî hêdî tê çareserkirin. Lê belê mîna rewşa bînepen a gerdûnê, dibe ku razên mejî jî di asteke wisa de be ku tu carî bi temamî neyê çareserkirin. Heta, ew razên ku em difikirin me çareser kirine, dikarin bibin perdeyek ku rê li ber dîtina razên din bigire. Li gel wan hemûyan jî li ser razên mejî hizirandin, hewldana ku razên wê bê fahm kirin biwate û binirxe.

Di dîrokê de cara yekem  di nivîsên Sumer û Misirê de rastî raman û nirxandinên li ser mejî tê. Em dikarin texmin bikin ku eleqeya mirovan a li ser mejî bixwe û erka wî, rûpelên dîrokê yên nivîskî pir li dû xwe hiştine. Tevî vê yekê jî, demeke dirêj hatiye qebûlkirin ku çavkaniya ramanê ne mejî ye, dil e. Hatiye fikirandin ku dil cewherê qencî, xerabî, wijdan û bi kurtasî cewherê jiyanê ye. Her çend dil ne “çavkaniya ramanê” be jî, ew hestên ku em bi dil îfade dikin, hem di avabûna ramanê de  û hem jî di şêwazê ramanê de xwedî bandor in. Ji ber vê yekê, ev rola ku ji dil re hatiye dayîn ne bi temamî xelet e. Girêdana mejî ya bi ramanê re di serdemên paşê de hatiye dîtin.

Alkmaîonon Krotonî yê ku di salên 500’an Beriya Zayînê (BZ) de jiyaye û tê fikirandin ku dibe Loqman Hekîmê di Quranê de derbas dibe be, kesê yekem e ku îdea dike, maddeya bingehîn a hest û ramanên me mejî ye. Wî dîtiye ku mejî navenda hestiyariyê ye. Dema ku mejî lêkolîn kiriye, tespît kiriye ku di navbera wî û çavan û organên din ên hestiyariyê de girêdanek heye; eger ev girêdan qut bibe, pêwendî jî qut dibe. Bi vî rengî îsbat kiriye ku çavkaniya ramanê ne dil e, mejî ye. Di salên piştre de (PZ 150) Galenê ku li Romayê bijîşkê gladyatoran bû, rihên ku diçin mejî dîtiye. Wî diyar kir ku organa balansa di navbera avên laş de ku wekî çavkaniya nexweşî û tenduristiyê didît diparêze mejî ye û bû kesê yekem ku mejî xwedî roleke navendî ye.

Ji ber ku baweriyên olî yên ku di Serdema Navîn de pêş ketin lêkolînên li ser laşê mirov qedexe kirin, lewra lêkolînên di vê mijarê de sekinîn. Mejî wekî mala xwedê; laş jî wekî dirêjahiya wî hat dîtin. Di heyema ku ramana olî serdest bû de, pîrozkirin û xweda kirina mejî, babetekî rasterast bi raza mejî re têkildar bû.  Di sedsala 18’an de di encama geşedanên di warê matematîk û fîzîka mekanîk de, şîroveyên li ser mejiyê mirov jî guherîn. Mejî dişibandin saetekê ku bi çerx û diranên xwe ve dixebite. Descartes, bi bandora baweriyên xwe yên olî ve, ev nêrîna xwe ya têkîldarî; mejî ne tenê avaniyeke madî ye, teyisandina ‘ruhê pîroze’ daniye holê.  Ev nêrîn  bi nêrîna Descartes a li ser cudahiya madde-ruh re wekhev in.

Wê di hemû lêkolînên ku piştre bên kirin de pêşketinên qadên wekî fîzîk, matematîk  û nêrînên mirov ên olî, felsefî biteyîsin nirxandinên ku li ser xebitandina mejî hatin kirin. Mînak, dema elektrîk hat dîtin xebata mejiyê mirov şibandin santrala elektrîkê, dema telefon hat dîtin şibandin santrala telefonê, dema kompîtur hat dîtin jî şibandin mejiyê wê. Di roja me de bi bandora fîzîka quantumê ve  têkîldarî mekanîkên quantumê mînak tên dayîn.

Mirovê/a ku hay ji raman heye, di encama van lêkolînan de di mijara fikr û pêwendiya mejî de navberek diyar bidestxistiye.   Hatiye fêmkirin ku mejî ne organekî ji rêzê ye. Li ser vê yekê lihevhatinek çêbûye ku mejî xwedî rolek navendî ye û tevahiya laş bi rêve dibe. Sedema gihandina van şîroveyên hevpar, ew lêkolîn in ku li ser anatomiya mejî hatine kirin.

Di sedsala 18’an de Luigi Galvani dît ku şane û masûlke elektrîkê hildiberînin. Ev vedîtin ji aliyê derxistina naverastê ya elektrîka mejî ve di girîngiya dîrokî de ye.  Ev vedîtin di heman demê de wê bingeha norofîzyolojiyê jî ava bike. James Parkinson, ku li ser nexweşiya Parkinsonê lêkolîn dikir  derxistiye naverastê ku mirina şaneyên mejî pêşî li vê nexweşiya ku bi taybet di nav kal û pîran de bi nîşaneyên wekî hêdîbûna tevgerên mirov, lerizîna destan a bêdilî û kaşkirina lingan ve xwe nîşan dide. Vê dîtinê tevkariyeke girîng li mekanîzmaya xebata mejî kiriye. Têkiliya fîzîkî ya di navbera mejî û laş de, ango rola pergala demarî bi vî rengî hat fêmkirin.

Di sala 1848’an de li Amerîkayê qezayek wekî “bûyera levye” tê nasîn, çêdibe. Dema ku karkerê rêya hesinî yê binavê Phineas Gage,  ji  bo ku zinare biteqîne dixwaze bi çovek hesinî ya ku serê wê hatiye tuj kirin û dişibe levyeyekê ve teqemeniyê bişîdîne hev, di vê navberê de teqemenî diteqe û çovê hesin wekî guleyekê di serê wî de diçike û aliyên din de derdikeve.  Tevî vê qezayê jî ew sax dimîne. Lê belê di jiyana xwe ya 12 salan a piştî qezayê de, kesayetiya wî wusa diguhere û tevgerên wî wusa cuda dibin ku hevalên wî jî di naskirina wî de zehmetiyê dikişînin. Dema ku ev rewş tê lêkolînkirin, tê dîtin ku loba frontal a çepê ya mejiyê wî parçe bûye. Vê bûyerê agahiyên berê yên li ser mejî ji bingeh de hejandin. Ku mejî bi kesayet û tevgeran re rasterast têkildar e, piştî vê bûyerê hat îsbatkirin.

Ev lêkolîn ji bo naskirina mejiyê mirov xwedî roleke girîng bû. Ku di navbera mejî û laş de, mejî û ramanê de têkiliyek heye û mejî roleke rêvebirinê dileyîze; bi saya van lêkolînan hat tespîtkirin. Lê belê, eger em vê rola rêvebirinê tenê wekî navendbûneke mutlaq, yekane diyardeya biryar dide yan jî di asta ku “mejî her tişt e, endam û kiryarên me yên din tenê refleksên wî yên hêsan in” fêm bike, wê şaş be.  Nexwe, dema wê ye ku em mejî hinekî din ji nêz ve binasin.

 

Avahiya mejî û erka wê

Hatiye dîtin ku di nav cureyên prîmatan de hecma mejiyê herî mezin a mirov e. Tê diyarkirin ku hecma mejî ya Homo Habîlîs 650 cm³, ya Homo Erektûs 900 cm³ û ya mirov jî 1400 cm³ ye. Tişta ku vê derê tê dîtin mezin bûna hinek a mejiyê cureyek din ne encamek xwezayî û ji ber xwe ye.  Her ku mirov amûr çêkirine û bi kar anîne, her ku li ser piyan sekinî ye û destên wî/ê azad bûne, aliyê wî/ê  ya dîtinê pêş ketiye û her ku xweza teqlîd kiriye, mejî jî pêş ketiye. Ango têkiliya vê mezinbûnê bi pêwendiya erkê re heye.

Giraniya mejiyê mirov nêzîkî kîloyek û nîv e.  Li gorî lêkolînên hatine kirin, ji pêncan yekê (1/5) xwîna ku ji aliyê dil ve tê pompekirin bi mejî re derbas dibe. Di encama vê de, mejî  %20  oksîjen û glîkoza laş pêk tîne xerç dike. Mejiyê ku giraniya wî bi qasî %2’yê giraniya laş e, li gorî rêjeyê deh qat bêtir enerjiyê xerç dike.

Rêjeya mejiyê mirov li gorî girseya wî/ê jî, ji cureyên din bilindtir e. Têkiliya vê yekê bi mezinbûna neokorteksê re heye ku %76’ê mejiyê mirov pêk tîne. Neokorteks ew beş e ku bi ziman û hişmendiyê re têkildar e. Ku kapasiteya zihnî ya mirov li gorî cureyên din bilindtir e, ev jî bi pêşketina neokorteksê ve girêdayî ye. Nexwe, her ku mejî bi pêş ketiye, pêvajoya guherînê ya ji prîmat ber bi mirovbûnê ve jî lez girtiye. Dema ku pêvajoya guhertinê gihîştiye mirov, ziman û hişmendî jî pêş ketine û van her duyan hiştine ku mejî bibe xwedî babetekî hîn bêtir kompleks, têkildar û pêşkeftî. Mîna tovê ku tê avdan dibe fîde û paşê fêkî dide, mejî jî di nav têkiliyên civakî de bi pêş ketiye û avaniyeke cuda bi dest xistiye. Ev hemû nîşan didin ku geşedana biyolojîk a mejî û geşedana zihnî bandorê li hevdu dikin. Pêvajoya ku em li vê derê behsa wê dikin a guhertinê ye, nexwe divê mirov ji bo mirovê îro vê encamê dernexe ku mezinbûn û biçûkbûna mejî astên raman û eqil diyar dike. Îro her kes xwedî neokortekseke pêşketî ye. Astên raman û eqil bi bikaranîna mejî re têkildar in ku em ê di naveroka nivîsa xwe de bi taybetî balê bikişînin ser vê babetê.

Mejî avaniyek qatqatî ye û bi saya wan şaneyên ku ev qat wan diparêze ve mirov çawa ku behra bikaranîna bi şiklê hesas a tiliyên xwe qezenç kiribe, behra razberiyê jî dikare qezenç bike. Tê zanîn ku ev herdu taybetmendî di perasîna çandî de roleke pir girîng dileyîzin. Rêgeza beramberiyê ya di têkiliya geşedana biyolojîk-zihnî de rol dileyîze li vê derê jî derbasdar e. Mirovê/a ku bi kefa destê xwe ve kevirê obsîdyen û rûmî zeft kirî, hingî ku fêrî bikar anîna bişiklê hesas a tiliyên xwe bûye bikar anîna tîr û kevanê jî fêr bûye. Vê yekê hiştiye ku mirov ji adetên xwe yên nêçîrvaniyê bigire heta şiyanên xwe yên parastinê, pêşketinek mezin a çandî bijî. Ji ber ku ev rewşek jiyanî ye, lewra bi demê re hewcedariya taybetbûn û parastina şaneyên têkildar derketiye holê. Ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin ku mejî avaniyeke qatqatkî bi dest xistiye û ew şane girtine bin parastinê.

Ji avaniya ku beşa derve ya mejî dixîne nava xwe re korteks tê gotin. Ew beşa her herî pêşkeftî ye ku ji sêyan du mejî pêk tîne û hemû avaniyên wê dixîne nava xwe.  Ji gelek erkên wekî darizandin, fêmkirin, hafiza,  bikaranîna agahiyan û ji bertekên hestiyariyan berpirsiyar e. Îro her çend were diyarkirin ku loba însuler û lîmbîk jî di nav de ji 6 beşan pêk tê jî, bi giştî tê diyarkirin ku ji aliyê avaniyê ve ji çar lobên bingehîn pêk tê: loba frontal, loba oksîpîtal, loba parîetal û loba temporal. Em dikarin erkên van loban bi kurtasî wisa diyar bikin:

  • Loba frontal: Loba her herî mezin e û di fêmkirin û avabûna kesayet de roleke girîng dileyîze. Bi erkên motorî (masûlke û tevger), erkên bilind ên mejî, plankirin, darizandin, biryar dayîn, kontrolkirina daxwazên ji nişka ve, kontrolkirina hest û xelatê, koordînasyona tevgerên bi daxwaz, rêkûpêk kirina  bal û lêhûrbûnê re têkildar e.
  • Loba oksîpîtal: Yek ji lobên bingehîn e û di beşa paşî ya korteksê de cih digire. Ew beş e ku bi erkên dîtinê û fêmkirina rengan re têkildar e. Her çend beşa paş wê hinek biparêze jî, dema ku derb bixwe, wê nexweşiyên dîtinê û ji hev cuda kirina rengan de pirsgirêk jiyan bike.
  • Loba parîetal: Du erkên wê yên bingehîn hene. Ji van yek; agahiyên ku bi rêya hîsekên me digihije mejî dike yek û rola fahm kirina wan dileyîze û ji aliyê din ve jî rola fahm kirina yekpare ya hawirdorê dileyîze. Li gel erkên wekî êş, destlêdan, jan, axaftin, dîtin û şîrovekirina agahiyan; diyarkirina alî û naskirina mekan jî ev lob ava dike.
  • Loba temporal: Amîgdalaya ku di ava kirina hafizeya hestiyarî û bertekên hestiyarî de rolek girîng dileyîze û herêmên girîng ên wekî hîpokampusa ku di çêbûna hafizeyê de rola wê heyî, di vê lobê de cih digirin. Bi taybet di şêwazgirtina hestan de, di bihîstinê de, di pêşketina şiyanên ziman û axaftinê de û di karên hafizayê de rolek girîng dileyîze.
  • Loba însuler: Ev lob ji derve nayê dîtin; tenê piştî ku lobên frontal û parîetal tên rakirin dikare were dîtin. Ji ber vê rewşa xwe, di raboriyê de wekî hêmaneke korteksê nehatiye qebûlkirin. Her çend di tahmkirinê de rol bilîze jî, bi giranî tevgerên bêdilî û xebata organan kontrol dike. Erkên wekî lêdana dil, nefes standin  û xebitandina masûlkeyên nerm hildigire ser xwe.
  • Loba lîmbîk: Lobeke ku bi şiklê kevanê ye, beriya niha dihat zen kirin ku aîdê lobên din e.  Ji ber vê yekê, hin erkên ku lobên frontal, parîetal û temporal girtine ser xwe, ev lob jî bicih tîne.  Tê fikirandin ku di pêkhatina taybetmendiyên wekî hafizeya dem dirêj, bêhn girtin û liv-lebatan de rol girtiye.

Em ji wan lêkolînan fahm dikin ku em kîjan demê xwe bi ya tê dîtin ve  sînordar nekîn û lêkolînê berdewam bikîn, wê fahm kirina me ya têkîldarî mejî jî pêşbikeve. Dema ku lobên li ser rûyê mejî bes nehatine dîtin û ber bi kûrahiyê ve çûne, loba însuler hatiye dîtin. Keşfkirina loba lîmbîk jî hiştiye ku em fêm bikin; lobên mejî jî, xwedî taybetmendiyek têkildar û organîzasyonî ne. Eger lêkolîn hatiban sekinandin, em ê bigihîştiban wê encama ku bêhn girtin karê lobên cuda yên hafizayê ne û pêwendiya wan bi hevdu re tineye. Lê belê her mirovê/a ku tu lêkolînekî wî/ê li ser mejî nîne jî, pêwendiya bêhn û hafizayê dizane. Gelo kesek heye ku bêhna nanê germ wî/ê nebe serdemên zarokatiya wî/ê? Gelo bêhna nergîzê di her gerîlayekî de bîranînekê zindî nake? Em pêwendiya hafize û bêhnê ya ku ji ezmûnên xwe yên jiyanê dizanin, bi saya lêkolînan fêr dibin ku di loba lîmbîk de ku di mejî de xwedî roleke têkildar e tê avakirin.

Mejiyê mirov wekî loba rast û çep jî tê dabeşkirin. Ev lobên ku me diyar kirin, di her du aliyên (rast-çep) mejî de jî hene. Loba çep bêtir bi aliyê xwe yê analîtîk derdikeve pêş. Di warê hesabkirin û matematîkê de kompleks û rûerdî ye. Ji ber ku xwedî taybetmendiyên hurgiliyan dibîne, dahûrînere lewra behrek nerm heye.  Loba rast  xwediyê avaniyek yekpare û bi tevahiya wêneyê re mijûl dibe ye.  Ji ber vê yekê babetekî hişktir e. Li hemberî muzîk û rîtmê hesastir e.

Veqetandina ji hevdu ya her du lobên mejî ne gengaz e. Mejî ji xebata koordîneyî ya her du loban pêk tê. Pêşketina lobekî, wê yekparetiya jiyanê jî xira bike. Mînak, eqlê analîtîk bi şaristaniyê re hem bêtir pêş ketiye û hem jî bi taybet hê zêde pêşî daye eqlê analîtîk.  Ev eqlê analîtîk a ku ji eqlê hestiyarî qut bûye û pêş ketiye, qutbûna ji xwezayê û perçekirina jiyanê bi xwe re aniye. Xebata yekalî ya lobekî di mejiyê mirov de jî wê encamên mîna vê bîne holê. Her çend di mejiyê me de mekanîzmayek wisa ya xebata yekalî tune be jî, mirov dikare bêje ku pirsgirêkek me ya ku em nekarîn yekpare mejiyê xwe bidîn xebitandin heye.

 

Têkiliya raman û mejî

Şaneyên mejî agahiyê bi rêya elektrîkê vediguhezînin. Beşên taybetbûyî yên şaneya mejî agahiyê fêm dikin, bi saya  hişyariyên kîmyewî dikevin tevgerê û digihînin rihên din. Em dikarin xebata elektrîkî ya ku di şaneya mejî de pêk tê bişibînin bi pendarokekê.  Werin em sê pendarokên bi şêwazê gogê bînin bihizirîn ku pendaroka li navendê li ser serê xwe yê sabît rawestiyaye. Dema ku yek ji van pendarokan diheje û li ya navendê dixe, ya navendê enerjiya ku girtiye wekî xwe vediguhezîne ya din û hejandina wê ava dike. Di şaneya mejî de vê rolê dentrît, sînaps û akson dileyîzin. Rewşên wekî kelecan, şadî, adrenalîn û rageşî bandorê li ser tundiya barkirina van sînyalên elektrîkî dikin. Ji vê yekê jî em fêm dikin ku hest di avabûna ramanê de roleke girîng dileyîzin. Rastiya ku kesê xwedî hest di heman demê de xwedî raman e jî, çavkaniya xwe ji vir digire.

Mînak, dema em hêrs dibin veguhastineke elektrîkî ya hîn bêtir bilez pêk tê. Dentrît, li şûna ku bi dentrîta herî guncan re têkiliyê deynin, bi ya ku dikarin herî zû pê re têkiliyê deynin re girêdanê ava dikin. Ango, her çiqas di têkilî û pêwendî girêdanê de guhertinek çênebe jî, ji ber tundiya elektrîkî pêvajoyek ku biryar lezê qezenç dike û alternatîf kêm dibin, tê jiyan kirin. Bi vî rengî, li şûna biryareke piralî û berfireh, dikare biryareke bilez û kêm-fikirandî were girtin. Sedema fîzîkî ya ku tê gotin “dema hûn pir hestiyar bin biryarên zû negirin” ev e. Bi heman rengî, kesê xwedî raman jî dibe xwedî hest. Kesekî ku baş difikire, bi rengekî berfireh û piralî dinere, wê hîn bêtir fêmker û têgihîştî be. Wê kesê/a li pêşberî xwe hîn çêtir fêm bike. Fahm kirina kesekî/ê xwe ji pêşdaraziyan rizgar kirin  û hîs kirina wî/ê ye.  Wekî ku Çermsor dibêjin, ji wî/ê hez kirine.  Nexwe, raman û hest bitemamî ji hev nayên qut kirin û rave kirin.

Her çend di navbera raman û hest de têkiliyek wisa hebe jî, bingeha fîzîkî û biyolojîk a ramanê mejî ye. Raman wekî berhemek çalakiya elektro-kîmyewî ya mejî derdikeve holê. Mînak, dema ku mirov hewl dide pirsgirêkekê çareser bike, pêwendiya di navbera şaneyên mejî de zêde dibe. Herêmên têkildar ên mejî hîn bêtir çalak dibin. Bi vî rengî raman derdikeve holê. Her ramanek, xurtbûna wan şaneyên mejî yên wekî dentrît û sînapsan ku di avabûna wê bixwe de rol dileyîzin jî ava dike. Mejî û raman xwedî têkiliyeke ku ji hev nayên veqetandin û bi rengekî beramber bandorê li hevdu dikin. Dema ku mejî di çêbûna  ramanê de rol dileyîze, raman jî mejî pêşdixîne. Ev têkildarî di zimanê me yê rojane de wekî “jîmnastîka mejî” an “xurtkirina masûlkeyên mejî” xwe nîşan dide. Ev îfade jî diyar dikin ku her mirov difikire mejî bi pêş dikeve û mejiyê ku bi pêş dikeve jî taybetmendiyên wekî; mejî di fikr de kûr bibe û pratîze bike pêktîne.

Em bi saya norozanistê dikarin bizanibin ku di dema avabûna ramanê de kîjan beşên mejî çalak dibin. Mejî di nav xwe de avaniyeke bêhempa ya organîzasyonî ye. Raman bi xebata hevbeş û hemaheng  a beşên cuda ya mejî ve derdikeve holê. Pêvajoyên wekî fêmkirina agahiyên ku em bi rêya hestên xwe bi dest dixin, analîzkirin û nirxandina agahiyên ku hatin girtin, eger pêwîst bike qeyd kirina wan a hafizeyê, pêwîst bike paşve xwestina wan, li ser wan biryar girtin û hilberîna fikrên nû; bi xebata hemaheng a herêmên cuda yên mejî ve pêkan dibin. Bi îfadeyeke din, qasî ku şaneyên mejî bi hev re û rêxistinî tevbigerin raman ava pêktê.

 

Bandora raman a li ser rêxistinbûnê

Di mejiyê mirov de bi milyaran noron û bi trilyonan şane hene. Rêzbûna şaneyan a herî tevlîhev, lê ya herî organîze û hevdem di mejiyê mirov de tê dîtin. Ev şane di kêliya çêbûna ramanê de bi hevdu re dikevin nava pêwendiyê û girêdanê çêdikin.  Mînak dema ku mirov lêhûrbûyîn dike  ji ber ku enerjiya van şaneyan zêde dike, potansiyela wan bilind dibe û behra wan a pêwendî girêdanê zêde dibe.  Dema ku lêhûrbûn qels dibe, girêdanên di navbera şaneyan de jî qels dibin û qut dibin. Ew şaneyên ku têkiliyê ava dikin dikarin zindî bimînin, lê şaneyên din li ser xwe dikevin û dimirin. Di her kêliyê de di mejiyê mirov de bi milyonan şane ji dayik dibin û bi milyonan jî dimirin. Ev têkiliya ramanê ya bi rêzbûna şaneyan re ji aliyê norozanistê ve dikare were dîtin û nexşeyên wê tên derxistin. Lê belê pênaseya ramanê bixwe bi temamî nayê kirin. Di vê mijarê de Rêber Apo bi perspektîfeke wisa nêzîk dibe: “Hîn jî têkîldarî raman çî ye pênaseyek tune ye. Tenê dibêje: ‘ez difikirim, nexwe ez heme’. Hebûna xwe dispêre ramanê. Ango hebûn ramanê pêwîst dike. Nexwe, divê mirov îzaheta li ser parçeyan li ber çavan derbas bike. Ya herî girîng jî, divê mirov ber bi vegotina organîzasyonî ve biçe û nirxeke  bilind bide vê yekê. Ez vêya welê formûle dikim: ‘Tu çiqas rêxistinî bî, ew qas heyî.”

Ev perspektîfa Rêber Apo me neçar dike ku em bi rengekî civaknasî bifikirin. Ew dihêle ku lêhûrbûna me li ser vê yekê be ku raman tenê rûdaneke fîzîkî nîne ku di hundirê mejî de pêş dikeve. Belê, di hundirê mejî de pêvajoyeke wisa ya fîzîkî heye, lê ev bûyera fîzîkî diyar nake ka raman wê ber bi kîjan alî ve pêş bikeve. Ango, ji bo ramana baş jî ji bo ramana xerab jî heman pêvajoya fîzîkî dixebite. Nexwe, tiştê ku dihêle raman bibe baş an xerab çi ye? Tiştê ku dihêle raman bibe hişk an nerm, hembêz bike yan jî bide revandin, mekanîk an jî hestiyar dike çi ye? Em bixwe di nava civakbûyînê de diyar dikin ka wê kîjan şane di kêliyên kurt de têkilî çêbikin û pêwendî girêbidin.  Wekî din, em xwe çiqas rêxistin bikin ev wê fikrên me ew qas zêde bandor bikin û em ê pê bandor bibîn.

 

Mejî fonksiyonela xwe çawa qezenç dike?

Hatiye tespîtkirin ku ji bo şaneyên di qaliqê mejî de, veguherin ramanê, yanî derkevin asta zanebûnê, têkoşîneke bêhempa didin. Berîya ku raman çêbibe, wekî potansiyel em di nav xwe de gelek ramanan dihewînin. Ji van ramanan tenê yên ku derdikevin asta hişmendiyê, em dikarin wekî ramanên pêkhatî bişopînin. Ev pêvajoya ku di mejî de rû dide, mirov dikare wekî têkoşîna jiyan û mirinê jî pênase bike. Ji ber vê yekê, mijara rêxistinbûnê ji bo şaneyan xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Faktorên ku diyar dikin bê ka kîjan şane wê beşdarî pêkhatina ramanê bibin jî hene. Sînyalên ku ji xalên din ên mejî tên, faktorek in.

Dema ku em li ser tiştekî lêhûrbûn dikin em wan sînyalan dibirîn û em nahêlîn ku hin fikrên cuda beşdarî çêbûna fikrê bibin.  Bi vî rengî, em ramanên xwe sadetir dikin. Faktorekî din jî ew e ku hişyarperên  kîmyasal beşdarî ramanê dibin.  Ev kîmyasal du rewşên wekî kelecan, tirs, panîk, keyfweşiyek zêde û her wekî din de bêtir çalak dibin.  Ji bo gihiştina hest û fikrê ku di nava gel de wek ‘eqlê selîm’ tê gotin, biryardariyek rast û ramanên rast pêwîst dike.  Di dema rêxistinkirina ramanê de faktora herî girîng jî avahiya ramanên me ya giştî ye. Mêze kirina me, nêrîna me ya cîhanê bandorê li ser vê yekê dike ka kîjan şane wê beşdarî pêkhatina ramanê bibin.

Wekî ku eşkere jî xuya dike, fonksiyoek mejî ya ku ji jiyana giştî qutbûyî tuneye. Mejî ne organekî wisa ye ku bi serê xwe ramanê hilberîne û ramanên ku dilê wî dixwaze pêşkêşî têgihiştina me bike ye. Em bixwe di nav jiyanê de fonksîyonel bûnê didîn qezenç kirin.  Dema ku em di heman kêliyê de bi deh karan re mijûl dibîn, em dibin sedem ku şaneyên mejî baş bi rêxistin nebin. Ev yek jî bandorê li ser girtina biryar û ramanên saxlem dike. Dema ku em hemû bala xwe didin ser mijarekê, şaneyên mejî wisa bi rêxistin dibin ku heta eger em di warê pratîkî de li ser wê mijarê hizirandinê bidîn aliyek din jî, mejiyê me di binhiş de bi mijarê re eleqeya xwe didomîne. Dema ku sêv dikeve ser serê Newton, gotina wî ya ku dibêje min kişandina erd dît vaye bi vê re têkildar e. Rewşeke wekhev ji bo fersend û hestên me yên hundirîn jî derbasdar e. Hestên hundirîn ên bihêz yên ku di Rêber Apo de, bi kûrahiya lêhûrbûnê û rêxistinkirina ramanan ve têkildar e.

Herikîna enerjî ya di mejî de bi herîkîna her maddeyên din ve xwediyê heman taybetmendiyê ye.  Ev herikîna enerjiyê eynî mîna hêza dahfdan-kişandinê, bi şêwazekî diyalektîk ê berdewam ve kar dike. Mirovek çi qasî bi bêtir kesan re di nav têkiliyê de be, çi qasî bi bêtir derdoran re di nav bandorbûnê de be, kapasîteya bikaranîna mejiyê wî ew qasî zêde dibe. Kapasîteya mejî bi tevahî rewşeke wisa ye ku bi bikaranîna wî re têkildar e. Tevî civakîbûnê re zêdebûna kapasîteya mejiyê mirov jî bi vê herikîna enerjiyê re têkildar e. Avakirina têkiliyên hê aloztir û pir alî yên ku bi zêde mirovan re tê çêkirin, kapasîteya mejî zêde kiriye.  Lê belê îro hişê çêkirî, teknolojiyên virtual, agahiyên amade û nêzîkatiyên jiberker ên di pergalên perwerdeyê de vê herikîna enerjiyê dikin statîk. Ev teknolojiyên ku dihêlin mirov di kêliyekê de bigihîje ew qas kes, mekan û agahiyên ku mirov di tevahiya temenê xwe de nekare bigihîjê; ji ber ku bi bikaranîna enerjiyê ve pêdiviya ‘ser êşandinê’ pêşwazî nakin, lewra nikarin kapasîteya mejî jî pêşbixîn in. Heta berevajiya wê, qels dikin.

 

Gelo Raman aydê Mejî ye?

Wekî encam, dema ku em hewl didin têkiliya navbera raman û mejî fêm bikin, pêwîst e em balê bikişînin ser çend xalan. Pêkhatina di mejî de ya bûyera fikr, fikrê nake aydê mejî. Eger fikr aydê mejî ba, nexwe divê fikrê hemû mirovên xwediyê heman mejiyê mezin û taybetmendiyên fizîkî yên mejî, eynî ban. Lê belê ramanên me ji mekan, dem, têkilî û çandê bandor dibin û ji hev cuda cuda ne. Lê her çiqas fikrên me yên ew qas cuda hebin jî di her kesî/ê de fikr di mejî de çêdibin.

Dîsa dema ku em hewl didin mijarê fêm bikin, pêwîste ji mînakên ku em serî lê didin encamek wekî pêkhatinek ji ramanên me cuda hebe neyê derxistin.  Heta divê wekî ku mejî û raman aliyekê, jiyana me ya ku wê bandor dike û ji wê bandor dibe aliyekê neyê fahm kirin û hizirandina ku ew di nava hemahengiyê de, bişêweyê ku hevdu temam dikin û ji hev nikarin bên cihê kirin jî wê ne rast be. Ev yek wê me dîsa bibe ser wê nakokiya ku me di destpêka nivîsê de diyar kiribû ku hebûn cuda ye û raman cuda ye.

Babetên herî bingehîn ên ku di serdemên pêşî yên dîroka mirovahiyê de şikl didin fikr bûye pêwendiyên bi xwezayê re û tekoşîna man û nemamê. Ji bo ku jiyana xwe bidomînî fikrê serwer stratejiyên nêçîrê, jêhatiya hilbijartina nebatên rast û fikrên pratîk ên wekî çerxên demsalê bûn. Bi hişmendiya mîmetîk re di serdemên piştre de hewldanên bi çîrok û sembolan ve hizirandin û watedayîna jiyanê pêşket.  Dema ku fikrê olî mirov ber bi fahm kirina di nava yekpareyê de dahf dida, di heman demê de bû sedem ku fikr bikeve nava qalip û bicemide.  Di demên piştre de hizirandina razber û têgehîve felsefe  derket holê û fikr rewşek hê sîstematîktir qezençkir. Her çiqas bi fikrê zanistî re eqil derketibe pêş jî, nêrînên ku pêşî didin ezmûn û çavdêriyan jî derketin holê.  Ber bi rojên me ve ramana rexneyî pêş ket. Em îro bi rewşek ku fikr hatibe simûle kirin û bi eqlek çêkirî ve rû bi rû ne. Bi kurtasî, di van serdemên ku em nikarin bi xetên zelal ji hev veqetînin de, raman ji ber avahiya xwe ya nerm peresandineke  dîrokî derbas kiriye.

Di mirov de pêşveçûna mejî, raman û lêgerîna jiyaneke watedar bi jiyîna wî ya di nav yekparebûna bi xwezayê re têkildar e. Bi nêrîna li vê asta pêşveçûna di mirov de, pênasekirina wî wekî heyberekî taybet û cihê ji xwezayê dê ne rast be. Hebe ku xwedî mejiyekî bi kamilî dixebite bin jî, bêyî xwezaya yekem em nikarin bijîn. Di navbera me û hişê çêkirî de cûdahiyên pir mezin hene, lê cûdahiya herî bingehîn ji vir tê; mirov heyberekî ekolojîk e. Ger pêşveçûna mejî mirov ji xwezayê qut bike, ji mirovbûnê jî qut dike. Dema ku pêşveçûna di ramanê de li ser bingeheke ekolojîk be, dê bandoreke erênî li ser pêvajoya mirovbûnê jî bike.

Di mirov de pêşketina mejî, lêgerîna fikr û jiyana biwate, bi jiyana di nava yekparetiyê de ya bi xwezayê ve têkildar e. Bi mêze kirina vê asta pêşketî ya bi mirov re; wek hebûnek ji xwezayê cuda, taybet bê pênase kirin wê ne rast be. Her çend mejiyek me ya ku bêhempa dixebite hebe jî em nikarî bêyî xwezaya yekemîn jiyan bikîn. Di navbera me û eqlê çêkirî de pir cudahiyên mezin hene, lê cudahiya me ya herî esas jî ji vê derê tê; mirov hebûnek ekolojîk e. Eger pêşketina mejî mirov ji xwezayê vediqetîne, nexwe ji mirovbûnê jî vediqetîne. Gava ku pêşketina fikr li ser esasê ekolojîk be wê demê wê pêvajoya mirov bûnê jî bandor bike.

Mirov bûn di heman demê de tê wateya civakbûnê.  Di pêvajoya beridîna xwezayî de mejiyê mirov, hêza fikr û kapasiteya hilberîna wateyê, ji bo civakbûnê pêşketiye.  Mirovê ku nikaribe bibe civakî, nikare bijî. Pêşveçûna mejî û ramanê ji vê aliyê ve di pêvajoya peresînê de xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Raman bi serê xwe bi pêş neketiye; ji bo ku mirov bikaribe bi xwezayê re bijî û li ser piyan bimîne bi pêş ketiye.

Di derbarê peresîna xwezayî û pêşveçûna kapasiteya ramanê de, di Manifestoya Civaka Demokratîk û Komunal de ev tespît cih digirin: “Tiştê ku mirovbûnê gengaz dike, mejiyê analîtîk ê ku dikare razberiyê bike ye. Mirovbûn an jî civakîbûn li ser wateya ku mejiyê analîtîk hildiberîne hebûnekê bi dest dixe. Binêrin, xweza çêbûnek zindiye, bi afirandinek diyalektîk re xwe timî nû dike, cur be cur dike. Ku ev herikîn hetanî şikl girtina mirov a biyolojîk û çêbûna mejî diçe.  Mirovê/a ku berhema vê berîdinê ye li xwezayê dizivire, dîyalektîka wê lêkolîn dike û hewl dide wê fahm bike, wate bike.  Nexwe, em nikarin mirov, wek rewşa ku xweza li ser xwe dihizire pênase bikin?  ”

Cûdahiya bingehîn a navbera mirov û cureyên din di mijara fikr de derdikeve holê. Mirov heyberekî wisa ye ku gihîştiye kapasiteya fikrê sembolîk. Di zindiyên din de ev sembolîzm nîne. Ji ber wê yekê di zindiyên din de çand bi pêş nakeve. Ji ber tiştê ku çandê diafirîne sembolîzm e. Mirov xaniyan çêdike, afirandinên hunerî dike, bi razberî û têgehan difikire; ev hemû encama ramana sembolîk in. Cihêrengî jî bi xêra hebûna vê ramanê bi pêş dikeve.

Derbasbûna mirov a ber bi qonaxa civakîbûnê pêdivî bi asteke diyarkirî ya hişmendiyê dîtiye. Mejî li ser bingeha vê hewcedariyê peresîn nîşan daye. Lê di heman astê de civakîbûnê jî rasterast bandor li ser pêşveçûna asta eqil kiriye. Bi civakîbûnê re û bi taybetî jî bi  pêşveçûna zimanê sembolîk re, di fikrê mirov de geşedanên şoreşgerî rû dane. Mirovê/a civakî bûyî  kapasiteya mejiyê xwe mezin kiriye.

Ev rola fikrê ku em di civakîbûnê de behs dikin (mirov dikare wekî eqil an jî zihniyet jî bixwîne. Ji ber ku  ev formên fikrê ne) çavkaniya xwe ji çêbûna wê ya nerm digire. Avahiya nerm di heman demê de dihêle ku ew ji şekilgirtina erênî an jî neyênî re jî vekirî be. Rêber Apo dibêje; “Taybetmendiyek bingehîn a zihnê me; nermbûna zîhniyeta me  ew e ku qasî ji têgihiştinên rast û berfireh re vekirî ew qas jî ji têgihiştinên şaş re vekiriye.  Li ser bingeha vê taybetmendiyê dikare di kêliya nerm, zext û hestan de yekser ji rê bê derxistin… Bi hezaran salan e pergalên hiyerarşîk û dewletê yên ku li ser zihnê mirov zextê dikin bandorên mezin afirandine, hema bêje li gorî xwe avaniyeke zihniyetê ava kirine. Taybetmendiyek pir baş tê zanîn ew e ku zêhn bi xelatan jî pir ketiye xefikan.  Tevî vê yekê jî, avaniya zihniyeta me ya ku xwedî taybetmendiya berxwedanê ye, di girtina riya rast û gihîştina heqîqetên mezin de taybetmendiyên bêhempa nîşan dide. Di van wesfên mirovên mezin de rola zihnên wan ên serbixwe diyarker in.”

Rêya herî baş a bikaranîna organek bêhempa ya mîna mejiyê me, ji şikandina zincîr û qalibên fikrê ku şaristaniya desthilatdar, bidewlet û zayendperest li zîhniyetan xistî re derbas dibe. Dema ku ev rewşa cemidandinê ya ku wan qaliban aifrandî hat derbas kirin û zêhn gihişt nermtiya xwe ya rasteqîn, encax wê demê bikaranîna mejî zêde dibe.  Ji bo vê yekê divê mirov civakîbûna xwe xurt bike, yanî têkiliyên xwe yên bi hawirdor, derdor û xwezaya ku tê de dijî re bi pêş bixe. Çimkî çi qasî civakîbûn pêşbikeve ew qas kapasîteya fikr zêde dibe.  Mirov dikare bêje mejiyê ku hay ji vê hêza civakîbûnê heye, di heman demê de mejiyê herî nêzî azadiyê ye. Mejî yan jî raman çi qasî bibe civakî, ew qasî bi pêş dikeve û azad dibe. Ji ber vê taybetmendiya xwe, mejî ne bi fêrbûnan, egzersiz û xaçepirsan rasterast di nav civakê de bi pêş dikeve.

 

Encam

Di dirêjiya dîrokê de têkîldarî girîngiya fikr ew qas şîroveyên felsefî û xebatên zanistî hatine kirin ku niha pênase kirina wê guncav e. Qasî nîqaşên ku têkîldarî fikr çiye ew qas jî nêrînên têkîldarî çawa çêbûye, xwediyê naverokek dewlemendin. Ji ber ku hem fikr pêşdikeve naverokek cuda qezenç dike û hem jî kapasîteya fahm kirina mirov diguhere. Ji bilî vê ne di xwezaya yekemîn de û ne jî ji xwezaya civakî de fikrek cuda heye. Hetanî ku pêwendiya vê ya bi wan re tam neyê fahm kirin wê têgihiştina fikr tenê aîdê kese û wê jî di nava dualîteya madde-ruh de destgirtin, me ber bi şaşîtiyê ve bibe.

Pênaseyên cuda ji bo ramanê tên kirin. Li gorî vê; raman pêvajoya hilberandina fikir, sêwirandina qenaat û wateyê ye ku di zihnê mirov de ava dibe. Li gorî pênaseyek din; xebitîna aqil e. Ramana ku em wekî du beşan ji hev cuda dikin: ramana razbere ku li ser fikir û têgehan ava dibe û ramana şênber ku dispêre ezmûn û çavdêriyê; ev hemû hewldanên zihnî yên mîna fêmkirina tiştekî, şîrovekirina bûyeran, biryardana li ser mijarekê, xeyalkirin û plankirinê ne. Plan kirina roja piştre fikrek e. Biryardayîna li ser tişta ku şaş e yan jî rast e fikrek e.  Yanî pêvajoya hilanîn, nirxandin û watedarkirina wê agahiyê ye ku em bi rêya têgihiştinên  xwe digirin e.

Raman di nav jiyana rojane de bi şêwazên cuda derdikeve holê. Em agahî, têgehan lêkolîn dikîn pêwendiya di navbera wan de şîrove dikîn û ji vê encamê re ‘hizirandin’ dibêjîn. Ji rewşa ferq kirin û têgihiştina yekser a derveyî tiştê asayî û normal re jî ‘eqil’ tê gotin. Ramana stratejîk a bi şêwazê tespîtkirina pirsgirêkê, pênasekirina wê ya di asta têgehî de û pêşxistina riyên çareseriyê re ‘aqil’ tê pênasekirin.  Ji fikrê ku bi rêya ruhî ve tê fahm kirin ango ji hizirandina eqil û ajo bi hev re tên bikaranîn re ‘hîs’ tê gotin. Yek jî ‘xeyalên me’ ku tê wateya hizirandina sînor nenas û bêyî ku xwe bi tiştekî ve girêbide hene.  Ji berhemên ku di encama van hemû çalakiyên zihnî de derdikevin holê re raman tê gotin. Yanî her tiştê ku em wekî fikr, zeka, eqil, hîs û xeyal pênase dikin, her yek ji wan ramanek e û formên fikrî ne.

 

Raman Mirov Çawa Bandor Dike?

Em her çend ji bo pênasekirina ramanê van tiştan bikurtasî diyar bikin jî, ev yek têkiliya navbera fikr û xwediyê fikr ronî nake. Nexwe, raman mirov çawa bandor dike? Ji bo mirovekî ku hay ji van taybetmendiyên ramanê heye, berî her tiştî heqîqeta ku ‘raman bandorê li ramanê dike’ derdikeve holê. Raman, ji kesayetiya me heta xisletê me, ji derdora me heta tenduriştiya me, ji armanc û serkeftinên me yên di jiyanê de, hema bêje bandorê li  ser her tiştê me dike.

Di xwezayê de, di civakê de û di mirov de tiştek bi serê xwe tune ye. Em di nav çarçoveyekê de ku têkilî ava kiriye, her dem di nav bandoriyeke dualî de ne. Em di hevdu de şopekê dihêlîn, şopa hevdu dihewînin. Ji ber vê şêwaza hebûna xwe, em her dem dest didin hev, hev diguherînin û veduguherînin. Hest û ramanên me jî, di nav van têkiliyan de şêwaz digirin. Raman bi avakirina têkiliya bi ramanan re bi pêş dikevin. Bi qasî ezmûn û tecrubeyên ku ji bo me hatine hiştin, ramanên dijber jî bandorê li ser ramanên me dikin.

Ji ber vê yekê, em nikarin behsa ramanekê bikin ku ji her tiştî serbixwe ye û tenê berhema mejiyê me ye. Gotina ‘ramana min’ bi xwe jî di eslê xwe de tenê razberiyek e. Ji ber wê, li gorî xwezaya jiyanê ye ku em ramanên xwe nekin mûtleq (neguherbar), wan nekin dijberî hev û wan pûç nekîn. Kirina vê yekê tê wateya qutbûna ji vê jiyan û xwezayê ku wê me bibe ser perçebûna zihnî û biyanîbûna ji xwezayê.

Ji aliyekê ve hizirandin, dîtina wan rêyên ku hinek din beriya niha tê da derbas bûne û di  wan rêyan de geriyan e. Lê dema ku navnîşanên ew rê negihiştinê derketin pêşiya me jî  ji bo dîtina riyên ku biçin wir, serê xwe biêşîne.  Dema ku navnîşan hate dîtin jî, divê mirov ji bîr neke ku ew raman tenê aydê wî bi xwe nîne.

Ramanên me tenê aydê me nînin, lê raman xisletê mirov diyar dikin. Mirov wekî xwediyê ramanên xwe, xwedî wê hêzê ye ku şêwaz bide xisletê xwe. Yanî ji bo mirovê/a ku difikire, mercên diyarkirî û mûtleq nînin. Bi bilindkirina kapasiteya ramanê xwe ve ku ev di nav civakîbûnê de gengaz e  dikare mercên xwe biguherîne. Ji ber ku kontrola ramanên me di destê me de ye, bikaranîna wan di cih û dema xwe de di destê me de ye. Dîtina ramanên ku wê bibin çareserî jî, bi tevahî di nav îradeya kesê bi xwe de ye.

Ji vî aliyê ve, li hemberî pirsgirêkên naverastên ku em tê da ne, lêpirsîna fikrên xwe yên ku venagerin hêza çareseriyê dibe nêzîkatiyek hê rastir.  Çimkî ramanên rast, hawirdorên xerab na afirînin. Rêbaza rast a guhertina naverasta ku giliya wê tê kirin û ji her aliyê ve tendûrist kirina wê ew e ku divê şêwazê fikirandinê biguherîne.

Her çend ruhê wê diyar lê ew bixwe ne diyar be jî û em nekarîn wêneyek wê bikişînin jî, fikr şikl dide jiyana me.  Ya girîng ew e ku divê mirov li pêy fikrên ku ji jiyanê qut nepeke, hizirandinê ji bîr neke raweste û kêliyekê bihizire, ‘serê xwe biêşîne’ û asta xwe ya pratîze kirinê ji fikr qut neke.

İlginizi çekebilecek diğer yazılar

Oynatıcıyı Gizle/Göster
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00